[ ÎNÊ, 2024-04-26 ]   [ BIKE MALPERA DESTPÊKÊ ]   [ BÊXE NÊV BIJAREYAN ]   [ KONTAKT ]   [ INFO ]   [ LÊGERÎN & ARŞÎV ]  
DESTPÊK
Nûçe
Nivîsar
Kulturmagazîn
Hevpeyvîn
Kolumnîst
Ewrokurd
E-Pirtûk
Lîteratûr
Ziman
Muzîk
Foto
Lînk
E-POSTEYA TE
  Nav (Username)  
   
  Þîfre (Password)  
   
   
     
   »E-posteyeka nû
 bo xwe qeyd bike
 
REKLAM


KOLUMNÎST 
Edebiyata cihûyan ya modern çi ye
SWÊD, 19/2 2013 — Ji bo ko ez bikaribim bersiva ka edebiyata cihûyan ya modern çi ye, bidim, divê ez ji çend tarîfan dest pê bikim û ez ê pêşî herduyên hêsan mînak bidim: Bi gotina "modern" qesta min edebiyata piştî şerê cîhanê yê duwemîn e û "edebiyat" jî qesta min ji "edebiyata bedew e".

Ya zehmet ew e ko ez tarîf bikim bê bi "cihûtiyê" dixwazim çi bibêjim. Mirov edebiyata "îngilîzî", "almanî", "swêdî" û hwd. bi zimanê ko pêşî pê hatiye nivîsandin ji hev vediqetîne. An jî mirov behsa edebiyata welatên cihê dike. Gotina "cihû" mîna ko tê zanîn nayê maneya tu zimanekî berbiçav an jî tu welatî. Wê çaxê gelo di vê maneyê de "cihûtî" çi ye?

Ger ev ji mirovekî re were gotin, mirov dikane bi tarîfeke klasîk bibêje ko "cihû" ew kes e ko ji dayikeke cihû hatiye dinyayê. Qet nebe mirov li Îsraîlê du tiştên din jî dixe ser: an jî yê ko derbasî cihûtiyê bûye an jî derbasî tu dînekî din nabe.

Em niha van tarîfên jêr ji bo "edebiyata cihûyan" biceribînin.

1. Edebiyata cihûyan ko ji aliyê cihûyan ve hatiye nivîsandin. Li hemberî vê tarîfê mirov dikare li hember derkeve, ko qet ne pêwîst e ko behsa bûyerên cihûyan bike, an jî tu temayên cihûyan negire. Wê têr bike ko bi tenê nivîskar bi eslê xwe cihû be, ew çiqas hatibe asîmîlekirin jî, û ji bilî cihûtiyê di derheqa her tiştî de binivîsîne. Gelo ma tiştê ko ew dinivîsîne, "edebiyata cihûyan" e? Em dikarin ji vê sedsala me çend mînakan bidin: Simone Weil û Franz Werfel. Ew herdu jî cihû bûn û bi qasî ko ez dizanim digel ko ew nêzîkî katolîzmê bûn jî, ew qet derbasî katolîzmê nebûne. Herdu jî bi maneya li jor "nivîskarên cihû" bûn. Lê gelo mirov dikare bibêje, ko ew edebiyata wan nivîsand ya cihûyan bû? Ez dixwazim bibêjim ko elementên cihûtiyê ji Weil bêtir li ba Werfel heye. Hinek ji tiştên ko Werfel nivîsandine dikare ji kategoriya "edebiyata cihûyan" bête hesibandin. Lê belê mirov nikare eynî tiştî ji bo Simone Weil bibêje.

Em mînakeke din bidin: Heinrich Heine ko derbasî dînê xirîstaniyê bû, mîna ko wî digot "ew bilêtek" ji bo ketina kultura roava bû. Lê wî her nivîsandina xwe ya li ser tema cihûyan berdewam kir, heta ji gava ko ew cihû bû, bêtir. Digel ko ew derbasî xirîstaniyê bûye jî, ji ber nivîsandinên wî yên li ser cihûyan ez dixwazim tiştên ko wî nivîsandine ji edebiyata cihûyan bihesibînim.

Ji bo ko em mînakeke din jî ji dema me bidin: Norman Mailer kirîterên ko bibe cihû pê re hene. Lê ew li ser tema cihûyan nanivîsîne, ew li ser mijarên tevayî û yên emerîkayî dinivîsîne. Ez ê nikaribim nivîskariya Mailer têxim kategoriya edebiyata cihûyan, lê ew yek ji nivîskarên emerîkî yê modern e.

Gelo wê çawan be ko mirov bi tematîkê bi rê bikeve û ne ji nivîskar bi xwe? Wê çaxê em ê bigihîjin encamên tarîfên jêrîn:

2. Edebiyata cihûyan li ser tema cihûyan e.

Wê çaxê kî ko di derheqa cihûyan de tiştekî bizanibe û bikaribe binivîsîne dikare edebiyata cihûyan jî binivîsîne. Wek mînak, William Styron bi xwe ne cihû ye lê kitêba wî ya herî naskirî Sophie’s Choice di derheqa yeke ko bi saxî ji Auschwitzê filitî ye û paşê bi yekî cihû re zewicî ye û loma kitêb bi awireke cihûyî behsa holocaustê dike. Lê ez ê nikaribim Sophie’s Choice digel ko ew di derheqa cihûyan û cihûtiyê de ye jî, mîna edebiyata cihûyan bihesibînim.

Divê em li tarîfeke sêyemîn bifikirin ko pevgirêdaneke wê bi herdu tarîfên pêşî re heye.

3. Edebiyata cihûyan ew e ko ji aliyê cihûyan tê nivîsandin û di derheqa cihûyan de ye.

Bi ya min, digel ko ev tarîf jî problemê çareser nake, dîsan ya herî têrker e. Wek mînak Heine. Lê belê hebekî têrker e. Mînak: Isaac Bashevis Singer cihû ye û di derheqa cihûyan de jî dinivîsîne. Tu şik tê de tuneye ko edebiyata wî dikeve vêya ko em behs dikin. Eynî tişt ji bo Elie Wiesel jî derbas dibe, û gelekên din.

Ji bo klasîfikasiyonê ev nêrînên min dikarin maqûl bêne dîtin, lê belê mînakên hêsan in. Gelo wê çawa be, ger mirov nivîskarên mîna Saul Bellow an jî Bernard Malamud mînak bide? Bellow tibabek kitêb di derheqa tema cihûyan de nivîsandine, lê hinek hene ko qet ev nekirine. Ez li Henderson, The Rain King û The Dean’s December difikirim. Ez ê li vir problemê çareser bikim, ko tematîka cihûyan di nivîskariya Bellow de ewqasî xurt û giran e ko ez wî têxim sinifa wan nivîskaran ko em ê li ser bipeyivin. Ji bo Malamud jî eynî tişt derbas dibe. Dibe ko çend roman û çîrok behsa tema cihûyan nake, lê belê bi giranî nivîskariya Malamud li ser tema cihûyan e. Û ev jî ji bo me têr dike.

Gelo wê çawa be ko ev nivîskar bi xwe xwe tarîf bikin? An jî binerin gava ev pirs ji wan hatiye pirsîn, wan çawan bersiv daye. Min dudiliyek li ba herdiwan jî dîtiye, lê tu tesîr li fikra min nekiriye. Mirov dikare bibêje ko ew nivîskarên cihû ne, lê belê gava ew xwe tarîf bikin, ew ê wilo nebêjin. Dawiyê ez dixwazim vê bibêjim, yê ko pêwîstiya wan bi tarîfê hebe, divê ew xwe tarîf bikin.

Ma edebiyata cihûyan ya modern xwedî naverokeke taybet û eseh e?

Ne ecêb e ko ez bibêjim bi çendan lêkolîneran hewl dane ko ji aliyê naverokî ve edebiyata cihûyan kişf bikin -ji bilî nivîskarên cihû ko bi tenê tema cihûyan dinivîsîne. Ez ê li vir tezeke emerîkî ko di sala 1975an de ko di vê mijarê de ye bûye, bînim zimên. Ez ê kitêba Josephine Zadovsky Knopps ya bi navê The Triali of Judaism in Contemporary Jewish Writing (University of Illinios Press) hilbijêrim.

Knopp ji bendeke 1963an ya edebiyatzan, Dan Vogel bi rê dikeve, ko tê de tê îdia dike…

Karl-Johan Illman
Wergera ji swêdî: Firat Cewerî


***

Not: Min çardeh panzdeh sal berê, hê dema ko min Nûdem derdixist dest bi wergerandina vê nivîsê kiribû, lê min hemû wernegerandibû. Loma min ew avêtibû tûrik û ez van rojan bi tesadufî lê rast hatim. Hingî em kurd jî li ser edebiyatê û nasnava wê dipeyivîn û min bi xwe nasnava edebiyata kurdî bi zimanê kurdî ve girê dida. Lê belê, ji bo edebiyata cihûyan, di vê nivîsê de, ji zimên wêdetir tematîk girîng e. Gava min temamiya vê nivîsa li ser nasnava edebiyata cihûyan (bawer dikim di kovara Café Existens de bû) xwendibû, ji bo ko ez minaqeşeya nasnava edebiyatê gurtir bikim, min dest avêtibû wergerandina wê. Gava min bi tesadufî ev wergera xwe ya nîvçe dît, ez li kovarê geriyam da ko ez hemû gotarê wergerînim. Lê mixabin, min kovar peyda nekir û ji ber ko demeke dirêj bi ser weşandina kovarê ketiye, dibe ko peydakirina wê jî zehmet bibe. Loma, bi destûra we be, ez ê vî beşê ko min wergerandiye biweşînim. Heke rojekê, canik an jî camêrek li wê kovarê û li wê gotarê rast were, bila ji kerema xwe re wergerîne kurdî da ko nasnava edebiyata cihûyan ji me re zelal bibe û em jî hinekî din serê xwe bi nasnava edebiyata kurdî re biêşînin.

-----------------------------------
Nivîskar: FIRAT CEWERÎ firat.ceweri@comhem.se
Weşandin: 2013-02-19
Xwendin: 4828
 

KOLUMNÊN BERÊ   
Li dilê min miqate be (2013-10-16)
Kitêbxaneya Îskenderyayê (2013-06-13)
Duzimanî (2013-01-09)
Ez bibêjim lê, wê deng bê te! (2012-11-01)
Jin û edebiyat (2012-10-05)
Ka cihûyên Kurdistanê? (2012-09-06)
Meha tebaxê (2012-08-16)
Di siya Melekî Tawiz de (2012-08-04)
Sirgûn û edebiyata modern (2012-07-05)
Fotografê ko ji bîra min naçe (2012-06-16)
Zilamê ko herî pir xelata Nobel ya edebiyatê girtiye (2012-05-20)
Li ser nivîskariyê (2012-05-12)
Mimesis (2012-04-19)
Rastiya nivîskariyê (2012-04-05)
Divê newroz di roja xwe de were pîroz kirin (2012-03-21)
Şoreş zarokên xwe dixwin (2012-03-07)
Rewşenbîrên dema xortaniya min (2012-02-23)
Siyaset û edebiyat (2012-02-09)
Edebiyat ”edebiyat” e û ne wêje ye (2012-01-25)
Kurdên binxetê (2012-01-11)
NERÎNGEH
 
[kitêb] Sun Zî: Hunera şer (2016-04-21)
Ismail Beşikçi ji kurdan re li ser ermeniyan semînerek da (2013-09-28)
Kurdistan berî serxwebûna siyasî ”serxwebûna petrolê” û ekonomîk îlan dike (2012-05-21)
Tewanga navdêrên zimanê kurdî (2009-02-08)
Umît Firat dibêje navnîşana çareserîya pirsa kurd ne PKK ye (2008-11-11)
Hêro Talebanî: Min nedixwest Mam Celal bibe serokkomarê Iraqê [foto] (2007-05-10)
Alfabeya kurdî-latînî ji bo zimanê kurdî ji alfabeya kurdî-erebî minasibtir e (2005-11-02)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
vv9v8v09fq:TabArticles:4;8;12;14;17;19;21;22;23;24;28;29;30;31;32;40;41;43;44;46;48;49;51;52;53;54;55;56;58;60;62;63;64;65;66;67;69;71;72;74;75;76;77;78;79;80;81;82;84;85;86;90;91;92;94;95;96;97;98;100;102;103;104;105;106;107;109;110;111;112;113;114;115;116;117;118;119;120;121;122;123;124;125;126;127;128;129;130;131;132;133;134;136;137;138;139;140;141;142;143;144;145;146;147;149;150;151;152;153;155;157;158;159;160;163;164;165;166;167;168;169;170;171;172;173;174;175;176;178;179;180;181;182;183;184;185;186;187;188;189;190;191;192;193;194;195;196;197;198;199;200;202;203;204;205;206;207;208;209;210;211;212;213;214;215;216;217;218;219;221;222;223;224;225;226;227;228;229;230;231;232;233;234;235;236;237;238;239;240;241;242;243;244;245;246;247;248;249;250;251;253;254;255;256;257;258;259;260;261;262;263;264;265;266;267;268;269;270;271;272;273;274;275;276;277;278;279;280;281;282;283;284;285;286;287;288;289;290;291;293;294;295;296;297;298;301;302;303;304;305;306;307;308;309;310;311;312;313;314;315;316;317;318;319;320;321;322;323;324;325;326;327;328;329;330;331;332;333;334;335;336;337;338;339;340;341;342;343;344;345;346;347;348;349;350;351;352;353;354;355;356;357;358;359;360;361;362;363;364;365;366;367;368;369;370;371;372;373;374;375;376;377;378;379;380;381;382;383;384;385;386;387;388;389;391;392;393;394;395;396;398;399;400;401;402;403;404;405;406;407;408;409;410;411;412;413;414;415;416;417;418;419;420;421;422;423;424;425;426;427;428;429;430;431;432;433;434;435;436;437;438;439;440;441;442;443;444;445;446;447;448;449;450;451;452;453;454;455;457;458;459;460;461;462;463;464;465;466;467;468;469;470;471;472;473;474;475;476;477;478;479;480;481;482;483;484;485;486;487;488;489;491;492;493;494;495;496;497;498;499;500;501;502;503;504;505;506;507;508;509;510;511;512;513;514;515;516;517;518;519;520;521;522;523;524;525;526;527;528;529;530;531;532;533;534;535;536;537;538;539;540;541;542;543;544;545;546;547;548;549;550;552;553;554;555;556;557;558;559;560;561;562;563;564;565;566;567;568;569;570;571;572;573;574;575;576;577;578;579;580;581;582;583;584;585;586;587;588;589;590;591;592;593;594;595;596;597;598;599;600;601;602;603;604;605;606;607;608;609;610;611;612;614;615;616;617;618;619;620;621;622;623;624;625;626;627;628;629;630;631;632;633;634;635;636;637;638;639;640;641;642;643;644;645;646;647;648;649;650;651;652;653;654;655;656;657;658;659;660;661;662;663;664;665;666;667;668;669;670;671;672;673;674;675;676;677;678;679;680;681;682;683;684;685;686;687;688;689;690;691;692;693;694;695;696;697;698;699;700;701;702;703;704;705;706;707;708;709;710;711;712;713;714;715;716;717;718;719;721;722;723;724;725;726;727;728;729;730;731;732;733;734;735;736;738;740;741;742;743;744;745;746;747;748;749;750;751;752;753;755;756;757;758;759;760;761;762;763;764;765;766;767;768;769;770;771;773;775;776;777;778;779;780;781;782;783;784;785;786;787;788;789;790;791;792;793;794;795;796;798;799;800;801;802;803;804;805;806;807;808;809;810;811;812;813;814;815;816;817;818;819;820;821;822;823;824;825;826;827;828;829;830;831;832;833;834;835;836;837;838;839;840;841;842;843;844;845;846;847;848;849;850;851;852;853;854;855;856;857;858;859;860;861;862;863;864;865;866;867;868;869;870;871;872;873;874;875;876;877;878;879;880;881;882;883;884;885;886;887;888;889;890;891;892;893;894;895;896;897;898;899;900;901;902;903;904;905;906;907;908;909;910;911;912;913;914;915;916;917;918;919;920;921;922;923;924;925;926;927;928;929;930;931;932;933;934;935;936;937;938;939;940;941;942;943;944;945;946;947;948;949;950;951;952;953;954;955;956;957;958;959;960;961;962;963;964;965;966;967;968;969;970;971;972;973;974;975;976;977;978;979;980;981;982;983;984;985;986;987;988;989;990;991;992;993;994;995;996;997;998;999;1000;1001;1002;1003;1004;1005;1006;1007;1009;1010;1011;1012;1013;1014;1015;1016;1017;1018;1019;1020;1021;1022;1023;1024;1025;1026;1027;1028;1029;1030;1031;1032;1033;1034;1035;1036;1037;1038;1039;1040;1041;1042;1043;1044;1045;1046;1047;1048;1049;1050;1051;1052;1053;1054;1055;1056;1057;1058;1059;1060;1061;1062;1063;1064;1065;1066;1067;1068;1069;1070;1071;1072;1073;1074;1075;1076;1077;1078;1079;1080;1081;1082;1083;1084;1085;1086;1087;1088;1089;1090;1091;1092;1093;1094;1095;1096;1097;1098;1099;1100;1101;1102;1103;1104;1105;1106;1107;1108;1109;1110;1111;1112;1113;1114;1115;1116;1117;1118;1119;1120;1121;1122;1123;1124;1125;1126;1127;1128;1129;1130;1131;1132;1133;1134;1135;1136;1137;1138;1139;1140;1141;1142;1143;1144;1145;1146;1147;1148;1149;1150;1151;1152;1153;1154;1155;1156;1157;1158;1159;1160;1161;1162;1163;1164;1165;1166;1167;1168;1169;1170;1171;1172;1173;1174;1175;1176;1177;1178;1179;1180;1181;1182;1183;1184;1185;1186;1187;1188;1189;1190;1191;1192;1193;1194;1195;1196;1197;1198;1199;1200;1201;1202;1203;1204;1205;1206;1207;1209;1210;1211;1212;1213;1214;1215;1216;1217;1218;1219;1220;1221;1222;1223;1224;1225;1226;1227;1228;1229;1230;1231;1232;1233;1234;1235;1236;1237;1238;1239;1240;1241;1242;1243;1244;1245;1246;1247;1248;1249;1250;1251;1252;1253;1254;1255;1256;1257;1258;1259;1260;1261;1262;1263;1264;1265;1266;1267;1268;1269;1270;1271;1272;1273;1274;1275;1276;1277;1278;1279;1280;1281;1282;1283;1284;1285;1286;1287;1288;1289;1290;1291;1292;1293;1294;1295;1296;1297;1298;1299;1300;1301;1302;1303;1304;1305;1306;1307;1308;1309;1310;1311;1312;1313;1314;1315;1316;1317;1318;1319;1320;1321;1322;1323;1324;1325;1326;1327;1328;1329;1330;1331;1332;1333;1334;1335;1336;1337;1338;1339;1340;1341;1342;1343;1344;1345;1346;1347;1348;1349;1350;1351;1352;1353;1354;1355;1356;1357;1358;1359;1360;1361;1362;1363;1364;1365;1366;1367;1368;1369;1370;1371;1372;1373;1374;1375;1376;1377;1378;1379;1380;1381;1382;1383;1384;1385;1386;1387;1388;1389;1390;1391;1392;1393;1394;1395;1396;1400;1401;1402;1403;1404;1405;1406;1407;1408;1409;1411;1412;1413;1414;1415;1416;1417;1418;1419;1420;1421;1422;1423;1424;1425;1426;1427;1428;1429;1430;1431;1432;1433;1434;1435;1436;1437;1438;1439;1440;1441;1442;1443;1444;1445;1446;1447;1448;1449;1450;1451;1452;1453;1454;1455;1456;1457;1458;1459;1460;1461;1462;1463;1464;1465;1466;1467;1468;1469;1470;1471;1472;1473;1474;1475;1476;1477;1478;1479;1480;1481;1482;1484;1485;1486;1487;1488;1489;1490;1491;1492;1493;1494;1495;1496;1497;1498;1499;1500;1502;1503;1504;1505;1506;1507;1508;1510;1511;1512;1513;1514;1515;1516;1517;1518;1519;1520;1521;1522;1523;1524;1525;1526;1527;1528;1529;1530;1531;1532;1533;1534;1535;1536;1537;1538;1539;1540;1541;1542;1543;1544;1545;1546;1547;1548;1549;1550;1551;1552;1553;1555;1556;1557;1558;1559;1560;1561;1562;1563;1564;1565;1566;1567;1568;1569;1570;1571;1572;1573;1574;1575;1576;1577;1578;1579;1580;1581;1582;1583;1584;1585;1586;1587;1588;1589;1590;1591;1592;1593;1594;1596;1597;1598;1599;1600;1601;1602;1605;1606;1607;1608;1609;1610;1611;1612;1613;1614;1615;1616;1617;1618;1619;1620;1621;1622;1623;1624;1625;1627;1628;1629;1630;1631;1632;1633;1634;1635;1636;1637;1638;1639;1640;1641;1642;1643;1644;1645;1646;1647;1648;1649;1650;1651;1652;1653;1654;1655;1656;1657;1658;1659;1660;1661;1662;1663;1664;1665;1666;1667;1668;1669;1670;1671;1672;1673;1674;1675;1676;1677;1678;1679;1680;1681;1682;1683;1684;1685;1686;1687;1688;1689;1690;1691;1692;1693;1694;1695;1696;1697;1698;1699;1700;1701;1702;1703;1704;1705;1706;1707;1708;1709;1710;1711;1712;1713;1714;1715;1716;1717;1718;1719;1720;1721;1722;1723;1724;1725;1726;1727;1728;1729;1730;1731;1732;1733;1734;1735;1736;1737;1738;1739;1740;1741;1742;1743;1744;1745;1746;1747;1748;1749;1750;1751;1752;1753;1754;1755;1756;1757;1758;1759;1760;1761;1762;1763;1764;1765;1766;1767;1768;1769;1770;1771;1772;1773;1774;1775;1776;1777;1778;1779;1780;1781;1782;1783;1784;1785;1786;1787;1788;1789;1790;1791;1792;1793;1794;1795;1796;1797;1798;1799;1800;1801;1802;1803;1804;1805;1806;1807;1808;1809;1810;1811;1812;1813;1814;1815;1816;1817;1818;1819;1820;1821;1822;1823;1824;1825;1826;1827;1828;1829;1830;1831;1832;1833;1834;1835;1836;1837;1838;1839;1840;1841;1842;1843;1844;1845;1846;1847;1848;1849;1850;1851;1852;1853;1854;1855;1856;1857;1858;1859;1860;1861;1862;1863;1864;1865;1866;1867;1868;1869;1870;187Ferqa di nêvbera »ko«, »ku« û »kû« de (2005-05-19)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
Xewna Mesûd Barzanî ji başûrê Kurdistanê mezintir e (2005-02-07)
 
REKLAM


KOLUMNÎST
Şebabê Egît nabe Şeroyê Biro û ez jî nabim ”heval”
Tolstoy û xelata Nobelê
Kurdistaneka serbixwe û [ne]cida
Heşt rojên şerê xendekê – I
Em û felsefe
Hilbijartinên Kurdistanê ez şok kirim
© 1997–2024 www.nefel.com  |  E-poste: info@nefel.com  |  Powered by Medesoft.org