[ SÊŞEM, 2021-01-26 ]   [ BIKE MALPERA DESTPÊKÊ ]   [ BÊXE NÊV BIJAREYAN ]   [ KONTAKT ]   [ INFO ]   [ LÊGERÎN & ARŞÎV ]  
DESTPÊK
Nûçe
Nivîsar
Kulturmagazîn
Hevpeyvîn
Kolumnîst
Ewrokurd
E-Pirtûk
Lîteratûr
Ziman
Muzîk
Foto
Lînk
E-POSTEYA TE
  Nav (Username)  
   
  Þîfre (Password)  
   
   
     
   »E-posteyeka nû
 bo xwe qeyd bike
 
REKLAM


NIVÎSAR 
Bibe çîrokbêjê xwe
» Berî kitêban çîrokbêj hebûn ko me guhdariya wan dikir
 
STOCKHOLM, 7/12 2019 — Her benderihekê ko têt ser rûyê vê dinyayê, ji roja ko çêdibe heta ko diçe gorê çîrokekê dijît. Jiyan ji çîrokekê pê ve ne tişteka dî ye. Çîroka jiyana her kesekî ji ya kesê dî cida ye lê belê her çîrok e û ne tişteka dî. Bibe çîrokbêjê jiyana xwe.  »Bixwîne
Kavilê ”rastiyên nerast”
» Dîrok tejî rastiyên nerast e
 
STOCKHOLM, 31/7 2018 — Bi salan xelkê bawer kiriye erda ko em li ser dijîn ciheke rast e, stêr, heyv, dinya hemî li dora erdê dizivire, heta ko Nicolaus Copernicus û Galileo Galilei piştî xebateke dûrûdirêj ev bawerî guhort, rastiyeke dî li şona wê bi cih kir.  »Bixwîne
Ivan Turgeniev – serkêşê aqilê xwe
» Ivan Turgeniev bi xwe rêya jiyana xwe bijart
 
STOCKHOLM, 21/8 2017 — Nivîskarê rûs Ivan Turgeniev dibêje her feylesofek nabe romannivîs, lê belê divêt her romannivîsek bi awayekî feylesof be, an jî bi kêmanî nêrînên wî yên kûr di asoyên felsefeyê de hebin. Turgeniev dibêje: Roman bi felsefeyê dewlemend dibe, romannivîs nikare wêneyekî jiyanê şêwe bike bêyî ko wî wêneyî bêxe çarçeveyeke felsefî de.  »Bixwîne
Serxwebûna Kurdistanê — piştî dused salan ewropî hêj li dihola berê didin
» Arif Zêrevan behsa helwêsta ewropiyan ya 200 salan dike
 
STOCKHOLM, 5/8 2017 — Dema ko kurd behsa dijayetiya Ewropayê li hemberî hikimdariya miletê kurd li ser axa Kurdistanê dikin gelek caran yekser behsa peymana Sykes-Picot yan peymana Sevrê û Lozanê têt kirin û paşê mijar têt ser serhildanên kurdan yên di destpêka sedsala borî de.  »Bixwîne
Em bibînin ka Erdogan poşman dibe yan Barzanî poşman dibe
» Mesûd Barzanî û Recep Tayyip Erdogan
 
STENBOL, 6/7 2017 — Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan, duhî di hevdîtineke digel kanala France24-ê de du beyanên balkêş dan. Got “heger Qeter bixwaze em dê binkeyê xwe yê leşkerî bigrin” û di heman hevpeyvînê de jî got “dê kurdên Iraqê jî referandumê poşma bibin”.  »Bixwîne
Erdogan vê carê jî bi dengên kurdan xwe xelas kir – tifaqa digel MHP-ê hîçûpûç bû
» Arif Zêrevan analîza netîceya referanduma Tirkiyeyê dike
 
BRUKSEL, 18/4 2017 — Di referanduma guhortina 18 madeyên qanûna esasî ya Tirkiyeyê de serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan û partiya wî AKP-ê bi xêra ”nîv mîlyon” dengên nû yên kurdan xwe xelas kir û encama referandumê bi % 51.4 erê û bi % 48.6 nexêr xelas bû.  »Bixwîne
Hêza dînî di dîzaynkirina Rojhilata-nêvê de
» Rindê Çaçan behsa rola dînî di siyasetê de dike
 
STOCKHOLM, 12/3 2017 — Heta berî salên pênciyê yên sedsala borî hemî xebat û têkoşînên ko li Rojhilata-nêvê diqewimîn bi rengekî dînî bûn. Prosesa cidabûna dîn û siyasetê di salên pênciyê de, dema ko ramanên sosyalîzm û lîberalîzmê di nêv miletên rojhilatê de belav bû û partiyên siyasî li ser bingeha îdeolojîyên cida ava bû, despê kir.  »Bixwîne
Rojek ji rojên salên şêstî li Cizîra Botan
» Abdulkadir Bîngol
CÎZÎRA BOTAN, 5/2 2017 — Gotineke tirkan heye: “Fikra derwêşî çi be , zikrê wî jî ew e.” Ez jî gelek caran, nexasim wan demên ko diketim nav cih û nivînan, beriya ko razêm diketam di nav xeyalên kûr û dûr de. Xeyalên zaroktiyê. Lehîstokên taxa Torê, Xarika Bayiraxa, gera li sûk û çarşiyên Cizîra berê. Min dixwest ko hema carekê tenê jî be bila ev zemana malkambax ji holê rabûya, disa çûbûma wan deman. Erê, bi wan xiyalan min çavê xwe digirt.

Min hew dît ez li ber Sûka Nû, nêzî mizgefta Şêx Abid im. Sibeh zû bû. Zarokên bajariyan di ber milê wan de nanê germ ê firinê û di destê wan de jî sîrika di nav kaxezê de pêçayî, ber bi malên xwe ve diçûn. Bêhneke xweş a nanê firinê dihat ber difna min. Ew bên ewqas xweş bû ko min qet nedixwest ew bêhn ji ber difina min biçûya. Ji wê bêhnê diyar bû ko ez nêzî firinekê me. Du gavan ez çûm, bi rastî jî min firin dît. Firina Sebriyê Sêkeko (rehma Xwedê lêbe). Ez hinkê li ber firinê rawestiyam. Sebrî li firinê bû. Nanê xweş ê germ bi destê xwe derdixsit û ji zarokên ko li dorê de bûn re diavêt. Destê wî be re dişewitî, bere jî xwêdana xwe paqij dikir. Ez ji wî derbas bûm, hatim ber dikana Hacî Reşîdê Emerê Helo (rehma Xwedê lêbe). Ez çi bibînim baş e; Hacî Reşîd wek her rojê li ber masa xwe rûniştiye. Li ser masê jî nêzî deh qotiyan hene, her yek ji wan qotiyan pereyê hûr tê de ne. Her qotiyek ya muşteriyeke wî ye ko hatibûn ber dikana wî da tiştê wan bifiroşe.

Ji nişka ve çavê min li şekirê pembû ket ko li ber mizgefta Şêx Seîdê Emer Bajarî difirot. Cenabê Şêx Seîd (rehma Xwedê lêbe) bi wî kincê xwe sipî ve li ser dika mizgeftê dihat û diçû. Zarok jî dibeziyan, da destê wî maçî bikirana. Ez ji wir vegeriyam serê ruknê Sûka Nû min nihêrî Feqeyê mala Yemanan (rehma Xwedê lêbe) di destê wî de mûçik, ji sîtilê mastî mûçikê tijî dike û dîsa vala dike û di ber de jî dike qîr û hawar: “Masto û rasto!” Zilamek ji bo ko mêst bikire hat li ber sindoqê sekinî, ji kula dilê xwe re herdu tiliyên xwe xiste nav mêst û paşê bir ber devê xwe û tam kir, ka şirîn e yan tirş e. Min hew dît Silêman (min efû bikin mecbûr im bêjim Silo Kiçî) di destê wî de hin goşt heye, di ber min re derbas bû. Silêman hem li goştê xwe dinêrî hem jî li mişterîkê dinêrî ka nafiroşe. Bi işq û şewq dixwest goştê xwe ji dest xwe derxîne da ko di ser wî de nemîne Lewre wê demê sarincok (buzdolabî) nebûn, qesaban diviya goştê xwe di wê rojê de bifiroştana, yan jî wê sifto bibûya, êdî nedihat xwarin. Ez ji wî borîm min dît Zakirê Hacî Xazî di destî wî de hin birinc heye nîşanî dikandaran dike. Birincê çiya. Eeeeh çiqas xweş bû ew birinc! Xwelî li ser birincê îro, ma ev birinc e!!!

Ez ji wî jî borîm min Hacî Mihemedê Bozê. (gelek ji min hez dikir, min jî gelek jê hez dikir) dît (rehma Xwedê lêbe). Di destê wî ya bimbarik de tizbiyekî dirêj û ser hev zikrê Xwedê dikir. Piştî wê ez çûm ber dikana Hacî Evdirehmanê Mele Mûsa. (Min ji wî jî gelek hez dikir. Ji ber ko ew jî weke min evîndarê Mewlana Melayê Cizîrî bû.) Hacî Evdirehman (rehma Xwedê lêbe.) fotêra wî li ser serê wî bû. Ez çûm ber dikana Hacî Gûndiz û borî ber dikana Egît Gûn. Ew jî di nav dikana xwe de dihat û diçû. Pêşberê wî jî Dîndarê (Dîdo) mala Hacî hesenê Ulyê hebû. (Dîndar zavayê min jî bû ha! Keça xaltîka min Xeyrîye pîreka wî bû) Dîndar ji ber ko gelek qelew bû, nedikariya rabûya û rûnişta, çeqolat û gofretên xwe danibûn derve. Dema zarok dihatin hema ji xwe re dibirin û pere dianin hundir û didanê. Ax ew sutliyên wî, ax ew gofretên wî çiqas xweş bûn.

Min hew dît pîrekeka Koçer, li pêşiya wê sê kerên barkirî, barê wan dar bû. Pîrekê ew dar (êzing) anibûn bajêr da bifroşiya. Yekî gazî kirê:

— Xwihê, xwihê! Xweya daran, xweya daran!

— Libê!

— Her sê barê te bi çiqasê?

— Her sê hem bila ji te re sih banqnotan be.

— Ne wele bila bîstan be.

— Hoooo! Pa wele li wê sûka henê bîst û heft dane min, min neda.

— De ka ne ji min, ne ji te, bila bîst û pêncan be

Ko wana holê bazara xwe dikirn ez jî ji wan dûr ketim, êdî ez nizanim ka ew li hev hatin an na!

Ez hatim serê çaryanê, rehmetî Hacî Ebdirehmanê Axê (Yigit) li dikana xwe ya li serê ruknî rûniştibû. Ez çand gavekê di Sûka Solkeran de çûm, ez li ber dikana Hacî Cehfer Sabûncî ya terzîtiyê hinkê sekinîm, min silav dayê, lê dengê min seh nekir. Min Hebeşê Sîrkê (rehma Xwedê lêbe) jî dît, li ber maseya xwe rûniştibû, hem dûyê çixara xwe dikişand nav dil û hinavê xwe, hem jî li yên dihat û diçû dinêrîya ka wê sîrikê bikirin an na. Min hew dît Hemedê Avê (em Cizîrî ji navê Muhemed re dibêjin Hemed, wek çawa Şirnexî jî dibêjin Miheme). Hemedê Avê (rehma Xwedê lêbe) dikir qîr û hawar: “Ava şevnivistî!!!”

Taybetmendiyeke Hemedê Avê hebû ko wî avfirotin ji xwe re kiribû pîşe. Karê xwe mezin kiribû. Şerbik û denên wî yên ko av bicemidandana hebûn. Hê şev amadeyiya xwe dikir, ava xwe dicemidand û dianî sûkê. Ji ber ko tê de qeşa nebû û bi yek carî sirûştî bû, dikandaran hewceyiya xwe ya avê li cem wî pêkdianîn. Ji bilî Hemedê Avê hin avfiroşên dî jî hebûn. Bi giştî ew zarok bûn. Qalibek qeşa (bûz) dixistin sitilka xwe û dianîn sûkê. Ji ber ko ew gelek cemidî bû, ehlê gundan bêtir berê xwe didan wan û av ji wan dikirîn. Tasek ji wê avê du çerxiyan, ango deh qurîşan bû. Bes carînan gundiyan bi wan re bazar dikir û sê tas bi 25 qurîşî dikirîn.

Ez hatim serê ruknî ber dikana Hacî Ebabekirê Zêringer (rehma Xwedê lêbe). Ew û birayê xwe û şagirtên xwe karê zêrî dikirin. Ji wir jî hatim Sûka Xaceyan. Ez di ber dikana Hacî Evdilqadir Sapan (rehma Xwedê lêbe) re derbas bûm. Hacî di nav giregirên mûrîdên Seyîd Muhemed Qedrî de bû. Xwedê jêrazî wek her carê dîsa melûl bû, diyar bû ko di serê xwe de qesîdeya Seyîd Muhemed Qedrî ya “Ketime ber çeperê, çav li xezalê ketim fewr” dixwîne. Li tenişta wî yek hebû (min ew nas nekir) dikir qîr û hawar û şebeş difirotin. Werin şebeşa! Werin şebeşa! Şertê kêrê, şertê kêrê! Heft çexa, heft çexa, heft çexa! (yanî çerxî, çerxî pênc qurîş bû, 7 çerxî dibûn 35 qurîş) Min li aliyê dî yê şahrêyê nihêrî Mihemed Salihê Pakîta (rehma Xwedê lêbe)… Xwedê jê razî min pakêtên sor jê dikirîn. Wê demê pakêt 70 qurîşan bûn. babê min sê rib, ango 75 qurîş dida min. Ez diçûm min paketek dikiri, 5 qurîş di ber de dima, ew jî ji min re bû. Bîn bereket. Xurabiyek pê dihat.

Ez di ber çayxaneya Birho (rehma Xwedê lêbe) derbas bûm. Henekçiyên Cizîrê tijî çayxaneyê bûn. Hin sîrika kiçan danibûn ber xwe, hin firingî, xiyar û şebeş jî, hem dixwarin hem jî tiqetiqa wan bû. Ez di şûna xwe de vegeriyam. Hêj ez dûr neketîm min min hew dît bû reqreqa kursiyan. Tu nabêjî li qehwexana Birho bibû şer. Li wan deman şer gelek hêsanî bû. Seba tiştekî gelek biçûk şer derdiket. Ez li benda şerî sekinîm, ka yên şer dikin kî ne, ne kî ne.

Ka di nav wan yên şer dikirin de mirovên min hene an na. Gerçî hem derfeta min a têwerdana şer nebû hem jî ez ji zikmakî dijê şerî me. Xasma wek yekî neteweparêz û mensûbê netewek bindes qet naxwazim şerê birayê xwe yê Kurd bikim. Lê îstîsna xaric. Namûs ne tê de. Axir ji wir hatim çaryanê, min dît Mekin (rehma Xwedê lêbe) erebeya xwe ya dest tijî kiriye û bi eşq û şewq berê xwe dide wê dikana xwediyê tiştan. Hê ez ji wî neborîm min dî Mîmîyê Hemal (rehma Xwedê lêbe) dibêje “berre, berre!”

Hacî Evdilah û Hacî Xelîl Saticî (rehma Xwedê lêbe) yên birayên hev mêtro di destê wan de bûn û şihade dipîvan. Haya wan ji bayê felekê tinebû. Di pêşberî wî de Hacî Mihemedê Ferfo pêlavên xwe di ber dikana xwe rast dikir. Li aliyê din Hacî Salih Deger (rehma Xwedê lêbe) û kurê wî Sileh ê yaqişîqlî (rehma Xwedê lêbe) dikana xwe ya paqij hê paqijtir dikirin. Di pêşberî wî de dikana Hacî Xazî. Hacî Xazî bi wê rihdîna xwe ya sipppî û bimbarik li ber deriyê dikanê rûniştî bû, kurên wî...

Heyf û mixabin, ez ji xewê şiyar bûm.

Bi hêviya xewneke dî… »Bixwîne
Dirawsêy baş yan paşkoy baş
» Zikrî Mûsa behsa siyaseta Barzanî û serxwebûnê dike
 
HEWLÊR, 17/12 2016 — Cîhan larî lewe nîye Kurdistan bibête dewllet, kêşey serekî dabeşbûnî siyasî nawxo ye lemerr em pirse çarenûssaze. Gutarî serbexoyîxwazî le hizrî serok Barzanî berceste debêt. Le mawey çend sallî rabirdû da be aşkira le mîdyakan û le kobûnewey legell şande biyanîyekan û siyasîyekanî Bexda serok ewey neşarduwetewe ke amancî stratîjî kurd serbexoyî ye.

Binemay serekî hizrî serbexoyîxwazî le riwangey Barzanî babetî maf û qurbanîdan e. Serbexoyî mafêkî reha ye û bew qurbanîyey gelî Kurdistan bexşîwiyetî rewa nîye her wek paşkoy xellkî tir bimênêtewe. Barzanî way bo deçê tenya le rêgey wedesthênanî serwerî tewawe ke Kurdistan detwanê xoy le herreşekan biparêzêt û paşan bikewête ser rêrrewey pêşkewtin.

Pêdagirîyekanî Barzanî bo serbexoyî le hokarêkî dîkeyşewe serçawe degirê, ezmûn û bêmitmaneyî. Kurd ezmûnêkî sedsalley jiyanêkî şkistxwardûy legell Êraq da heye. Tenanet çirkesatêkîş wek şerîk seyrî kurd nekirawe û Bexda herdem kurdî wek paşko bînîwe, herkat hikûmetî nawend behêz bûbêt ewe peymanşikênî kirduwe û mafekanî gelî Kurdistanî pêşêl kirduwe.

Êsta kêşekan qûlltir in, tayîfiyet û destêwerdanî herêmî le Êraq le lûtke da ye. Lew milmilanêye da ye ya debê şîe bî yan sûnne. Barzanî nayewê willatekey lew şerre bêpayane werbidat, gelî Kurdistan û dozî reway xoy heye û beşêk nîye le şerrî sûnne û şîe.

Le beranber da beşêkî tirî siyasîyekanî kurd rêk pêçewane bîrdekenewe. Hokarekey herçîyek bêt, hizrî bêt yan milmilanêy siyasî legell Barzanî, ewan way bo deçin kurd legell Êraq parêzrawtir e. Eger mafe dîmukratîyekan biçespêt îtir pêwîst be serwerî nakat. Cige leweyiş be hoy ciyopolîtîkewe Kurdistan naçar e yan paşkoy Turkiya bêt yan Êran yan Êraq, ke wate baştir wa ye her legell Êraq da bîn. Legell ewey birrwayan be mafî çarenûs heye, bellam lew birrwaye da nîn kurd bitwanê be piştbestin bew kereste siyasî û abûrî û ciyografiyaney heyetî le ser pêy xoy biwestêt û serbexo bêt. Hendêkiyan rahatûn le ser sûkserincdanî serebexoyî û galltey pêdeken û beşêkîşiyan be xewnêkî gillawî dezanin bo ewey dîktatorîyet le Kurdistan da serbikewêt.

Le cîhanbînî Barzanî da bo serbexoyî bêmitmaneyî beranber derewe heye, bellam le riwangey neyaranî serbexoyî bêmitmaneyî beranber nawxo heye. Barzanî pêy wa ye dekirê kurd legell willatanî dewruber dirawisêy baş bê. Ewanî dîke way bo deçin dekirê qewarey siyasî serkewtû bê le naw dewlletî Êraq. Le stratîjî Barzanî legell Êraq da ciyogirafiya û mêjû û ezmûn qisey yekem dekat, bellam layenî beranber legell Êraq da yarî û milmilanêy siyasî û hawpeymanêtî û karî parlemanî be ewlewîyet dezanêt.

Êsta çî deguzerêt?

Barzanî kar le ser dûrkewtinewe le Bexda û xokokirdinewey kurd dekat, layenî beranber kar bo têkbestinewe be hêzekanî Êraqî û pertewazeyî kurd le Bexda dekat û pêşî wa ye ke ew yarîyey le Bexda deykat debête hoy behêztirbûnî le milmilanê nawxoyiyekanî Kurdistan.

Êsta Barzanî û hêllî serbexoyî legell sê berey cîhanî derewe û dewlletî Êraq û neyare nawxoyiyekanî serbexoyî le milmilanêyekî sext dan. Lew beyne da erkî neyare nawxoyiyekanî Barzanî asantir e, ewan tenya legell Barzanî da le milmilanê dan û berdewam luxmî siyasî bo dadenên, laşiyan asayî ye lew milmilanêye da pirrojey serbexoyîş le bar biben û Kurdistan bikene paşkoyekî lawazî Bexda.

Eger berey êraqçî Kurdistan lew milmilanêye da serbikewin aya bextewerî û parêzrawî rû le Kurdistan dekat? Dewlletî Êraq rêz bo şeraketî kurd dadenêt? Ezmûn û mêjû wellamî nexêrman dedatewe. Cige leweyiş erebî şîe be tokmeyiyekî bêwêne le Parlemanî Êraq kar dekat. Parlemantarekaniyan lebleban û şovênî û haqid in beranber kurd. Le beranber da kurd pertewaze ye, parlemantare êraqçîyekanî kurdîş genc û bêezmûn in, erebîzanîş nîn û be asanî fêlliyan lê dekirê û birrge û feqereyan be ser da desepêndirê.

Yasay budcey 2017-î Êraq pêman dellê ke le karî parlemanî da tay terazû çende le berjewendî layene êraqîyekan e. Şîe tiwanî be asanî hemû mafêk bo çekdarekanî Heşd biçespênê ke çî parlemantare kurdekan yasayekîyan qibûll kird ke tewaw le dijî berjewendî pêşmerge û Kurdistan e. Çunke şîekanîş zorînen îdî ta hetaye hemû yasayek debê le berjewendî ewan biçespêt û kurd le birrge û yasa û wişekanîş da debête paşko.

Êsta katî yeklayîbûnewe ye, Kurdistan bibête dirawisêyekî baş yan paşkoyekî baş? Yan herdûk? Ebê çawerrêy gorrankarîyekan bîn.

***

Têbînî: Di zaravayê soranî de bêjeya »paşko« têt menaya »dûvelang«. Vêca mesele ew e ka Kurdistan dê bibe cîraneka baş ya Iraqê yan dûvelanga Iraqê. Zikrî Mûsa sekreterê medyayê yê serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî ye.  »Bixwîne
Mesajên serxwebûnê – tîrêjên paşerojê
» Mihemed Evdila
STENBOL, 15/12 2016 — Di van rojên dawiyê de sê "gotarên" pir giring bo ayîndeya miletê kurd hatin pêşkêş kirin. Berî ko bikevim nav hûrkêliyên van gotaran dixwazim bi kurtî “werçerxana” pêşiya van gotaran bêxim bîra me.

Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî piştî rizgarkirina Başîkayê, 16-yê îlonê li wêderê digel hemî nûnerên ayînî, mezhebî û etnîkî yên wê herêmê civiya û gotarek pêşkêş kir. Barzanî mesajên pir vekirî dan Bexdayê, dan hêzên siyasî yên Kurdistanê, dan welatên cîran û dinyayê jî; diyar kir ko Kurdistan di aresteya xwe ya serxwebûnê de qet ti dudiliyan nake û bibiryarî li ser vê riya xwe berdewam dike. Wî diyar kir ko ji bo têkçûna hêzên tarî û ayîndeya geş ya miletê kurd jî ev roj, rojeke dîrokî ye, destpêka werçerxaneke nû ye.

Wekî berdewamiya vê werçexanê berî du rajon li dijî rêçika cehşitiyê ya hindek derdorên navxweyî û li dijî êrişên kirêt yên ji aliyê van hêzan ve bi sponsoriya navendên dereke li ser pêşmerge tên kirin, hêzên “Gulesor” yên pêşmerge bi dsîplîneke unîform, bi girêdaneke serderiya yasayan xwepêşêndanek li Hewlêrê li ber deriyê Dadgeha Bilind ya Kurdistanê pêk anî. Pêşmerge xwest yasa li himberî xwefiroşan li ser kar û aktîf be. Pêşmerge di vê xwepêşandana bi dsîplîn û bi berpirsiyarî diyar kir ko baweriyeke tam bi yasayên Kurdistanê heye. Di her mercî de bergirî û parastina miletê kurd û niştimana Kurdistanê mesajeke dî sereke ya pêşmerge bû.

Ji bo dost û neyaran jî mesajên gelek biwate di dîmenên “polayî” yên pêşmerge de xwe dida der. Ev gotara yekê bû; mesajeke serbazî ya polayî bû, bo parastina Kuridstaneke serbixwe. Gotara duyê di heman rojê de serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di konferansa “Xweşbîniya bihevrejiyanê” de pêşkêş kir. Wî diyar kir ko ka Kurdistan li dûv dinyayeke çawan e.

Nêçîrvan Barzanî wekî serokê hikûmeta Kurdistanê îşaret bi rûbirûbûnên arîşeyên ko li himberî Kurdistanê hene raberî ber çavan kir û got:

— Ev hezar sal e ko Kurdistan hêlîn û penageha hemî ol, mezhep ayîn û fereh neteweyan e. Lê dinyaya tarî ya Daîşê û daîşçiyan dixwazin vê penagehê têk bibin, ji nav bibin.

Wî diyar kir ko ji aliyê hêza çekan ve şikandina Daîşê dikare hêsanî be, lê ya ji serbirînên Daîşê jî xetertir, bingehê birûbaweriya dinyaya wê ya tarî ye û got:

— Tenê em dikarin bi pêkanîn binaxeyên (infrastructure) dinyayeke ronî, medenî, ferehkulturî, ferehdîn û mezhebî binaxeyên vê taristanê ji navê rakin.

Helbet ev gotara Neçîrvan Barzanî di heman demê de vîzyon û mîsyona Partiya Demokrat ya Kurdistanê jî raberî me dike.

Sazîya zanîn û zanistê unîversîte jî parçeyeka vê prosesa pêşketina Kurdistanê ya bo serxwebûnê ye. Lewma gotara sêyê jî bi konferansa Universiteya Emerîka ya Kurdistanê li Duhokê ya bi navê “Ayîndeya Serxwebûna Kurdistanê, Rûbirûbûn û Derfeten wê” hat pêşkêş kirin.

Ji axaftina destpêkê ya Mesrûr Barzanî, heya ya Zalmay Xelîlzad, Berhem Salih, Îsmail Beşikçi, Bernard Kouchner heya Michael Gunter, Peter Galbraith û Neçîrvan Barzanî û gelekên dî axaftina wan hemiyan di aresteya serxwebûna Kurdistanê de bû, îşaret bi rolê wê yê çêker yê bo pêkanîna aştî û îstiqrara hemî Rojhilata-nêvê bo hemî dîn, ayîn, mezheb û neteweyan kirin.

Du kesên ko ez herî ji hebûna wan ya li wir hestiyar bûm; yek Dr. Îsmail Beşikçi û yê dî jî Dr. Bernard Kouchner bû. Beşikçi ji 50 salan zêdetir e wekî dildarekî ji aliyê zanistî ve di xeta doza neteweyî ya miletê kurd de cih gitiye; ji 50-yan zêdetir pirtûk û xebatên wî di vî warî de hene, ji ber vê jî temenekê xwe yê dirêj di zindanên tirkan de jî borandiye, ji ber wê jî hebûna wî ya li wir hem ji bo wî hem jî ji bo asta ko niha Kurdistan gihayiyê pir bi watedar bû.

Her Dr. Bernard Kouchner jî, behsa bîranîneka xwe kir. Behs kir ka di 1975-ê de di çi mercan de wî rêberê mezin yê efsanewî Mistafa Barzanî dîtiye, dema behs kir her wekî ji wê rojê heya niha hemî çîroka miletê kurd li ber çavên wî re derbas bibû. Wî got:

— Ev e 50 sal in, çavê min li îro bû, li benda serxwebûna Kurdistanê bûm. Ne tenê ji bo serxwebûn mafe we ye. Her ji bo dinyaya medenî jî Kurdistan pêwîst e, ji ber ko hon demokrasiyê ava dikin, ji ber ko hon kultura pêkvejiyana hemî dîn, mezhep, ayîn û neteweyan binecih dikin, ji ber hon baweriya dîn ji birêvebirina dewletê cida dikin, ev hemî ew hêjayiyên ko dewletên Ewropayê xwe pê digirin in.

Ev e riya ko Kurdistan bo serxwebûnê ketiy ser. Vêca hon kerem bikin bipirsin ka kî çima li dijî serxwebûna Kurdistanê ye? »Bixwîne
NIVÎSAR   
Mêjû qencî û xerabiyan ji bîr nake (2016-12-09)
Barzanî »xelaskarê« nû yê xiristiyanan û misilmanan e (2016-12-03)
Şerê li dijî terorîstên Daişê û belavkirina "wêneyên xwînî" yên pêşmergeyan (2016-10-27)
Tevgera Mistefa Barzanî di medyaya swêdî de (1958–1975) (2016-09-11)
Tirkiyeya Erdogan li dijî hemî kurdan û serxwebûna başûrê Kurdistanê ye (2016-07-06)
Heger miletek ne supermilet be serokê wî miletî nabe superman (2016-07-03)
[kitêb] Sun Zî: Hunera şer (2016-04-21)
Muhayyel Turkiye Cizre’de Medfundur (2015-09-16)
Pêşmergeyên Kurdistanê "derbeyeka eskerî" kir – Kurdistan yekgirtî dimîne (2015-09-14)
Swêd kengê bû welatê kurdan – 50-salîya kurdên Swêdê (2015-05-18)
Rojnameya "Şerq û Kurdistan" (2015-03-28)
HDP û Demirtaş dikarin plana Erdogan û Ocalan têkbibin (2015-03-07)
Lîstikên kaxezan û qedera mirovan (2015-02-12)
Çima tankên Tirkiyeyê hereket nekirin? (2015-01-07)
Aqlê kurdî li serê kurdî û aqlê xelkê li serê kurdî (2014-12-17)
Kurd xurt dibin – Tirkiye behsa parastina "nîzama dewletê" dike (2014-10-27)
Tirkan û apociyan bi hev re Kobanê vala kir? (2014-10-16)
Tirkiye li terora xwe vegeriya – 31 kurd hatin kuştin (2014-10-10)
Xemxurê gelê xwe û peyrevê rêya Fuzûlî: Mele Hedrî Nalî (1797/1800-1856) (2014-09-29)
Armanc û encamên êrîşên DAÎŞ-ê (2014-08-28)
NERÎNGEH
 
[kitêb] Sun Zî: Hunera şer (2016-04-21)
Ismail Beşikçi ji kurdan re li ser ermeniyan semînerek da (2013-09-28)
Kurdistan berî serxwebûna siyasî ”serxwebûna petrolê” û ekonomîk îlan dike (2012-05-21)
Tewanga navdêrên zimanê kurdî (2009-02-08)
Umît Firat dibêje navnîşana çareserîya pirsa kurd ne PKK ye (2008-11-11)
Hêro Talebanî: Min nedixwest Mam Celal bibe serokkomarê Iraqê [foto] (2007-05-10)
Alfabeya kurdî-latînî ji bo zimanê kurdî ji alfabeya kurdî-erebî minasibtir e (2005-11-02)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
vv9v8v09fq:TabArticles:4;8;12;14;17;19;21;22;23;24;28;29;30;31;32;40;41;43;44;46;48;49;51;52;53;54;55;56;58;60;62;63;64;65;66;67;69;71;72;74;75;76;77;78;79;80;81;82;84;85;86;90;91;92;94;95;96;97;98;100;102;103;104;105;106;107;109;110;111;112;113;114;115;116;117;118;119;120;121;122;123;124;125;126;127;128;129;130;131;132;133;134;136;137;138;139;140;141;142;143;144;145;146;147;149;150;151;152;153;155;157;158;159;160;163;164;165;166;167;168;169;170;171;172;173;174;175;176;178;179;180;181;182;183;184;185;186;187;188;189;190;191;192;193;194;195;196;197;198;199;200;202;203;204;205;206;207;208;209;210;211;212;213;214;215;216;217;218;219;221;222;223;224;225;226;227;228;229;230;231;232;233;234;235;236;237;238;239;240;241;242;243;244;245;246;247;248;249;250;251;253;254;255;256;257;258;259;260;261;262;263;264;265;266;267;268;269;270;271;272;273;274;275;276;277;278;279;280;281;282;283;284;285;286;287;288;289;290;291;293;294;295;296;297;298;301;302;303;304;305;306;307;308;309;310;311;312;313;314;315;316;317;318;319;320;321;322;323;324;325;326;327;328;329;330;331;332;333;334;335;336;337;338;339;340;341;342;343;344;345;346;347;348;349;350;351;352;353;354;355;356;357;358;359;360;361;362;363;364;365;366;367;368;369;370;371;372;373;374;375;376;377;378;379;380;381;382;383;384;385;386;387;388;389;391;392;393;394;395;396;398;399;400;401;402;403;404;405;406;407;408;409;410;411;412;413;414;415;416;417;418;419;420;421;422;423;424;425;426;427;428;429;430;431;432;433;434;435;436;437;438;439;440;441;442;443;444;445;446;447;448;449;450;451;452;453;454;455;457;458;459;460;461;462;463;464;465;466;467;468;469;470;471;472;473;474;475;476;477;478;479;480;481;482;483;484;485;486;487;488;489;491;492;493;494;495;496;497;498;499;500;501;502;503;504;505;506;507;508;509;510;511;512;513;514;515;516;517;518;519;520;521;522;523;524;525;526;527;528;529;530;531;532;533;534;535;536;537;538;539;540;541;542;543;544;545;546;547;548;549;550;552;553;554;555;556;557;558;559;560;561;562;563;564;565;566;567;568;569;570;571;572;573;574;575;576;577;578;579;580;581;582;583;584;585;586;587;588;589;590;591;592;593;594;595;596;597;598;599;600;601;602;603;604;605;606;607;608;609;610;611;612;614;615;616;617;618;619;620;621;622;623;624;625;626;627;628;629;630;631;632;633;634;635;636;637;638;639;640;641;642;643;644;645;646;647;648;649;650;651;652;653;654;655;656;657;658;659;660;661;662;663;664;665;666;667;668;669;670;671;672;673;674;675;676;677;678;679;680;681;682;683;684;685;686;687;688;689;690;691;692;693;694;695;696;697;698;699;700;701;702;703;704;705;706;707;708;709;710;711;712;713;714;715;716;717;718;719;721;722;723;724;725;726;727;728;729;730;731;732;733;734;735;736;738;740;741;742;743;744;745;746;747;748;749;750;751;752;753;755;756;757;758;759;760;761;762;763;764;765;766;767;768;769;770;771;773;775;776;777;778;779;780;781;782;783;784;785;786;787;788;789;790;791;792;793;794;795;796;798;799;800;801;802;803;804;805;806;807;808;809;810;811;812;813;814;815;816;817;818;819;820;821;822;823;824;825;826;827;828;829;830;831;832;833;834;835;836;837;838;839;840;841;842;843;844;845;846;847;848;849;850;851;852;853;854;855;856;857;858;859;860;861;862;863;864;865;866;867;868;869;870;871;872;873;874;875;876;877;878;879;880;881;882;883;884;885;886;887;888;889;890;891;892;893;894;895;896;897;898;899;900;901;902;903;904;905;906;907;908;909;910;911;912;913;914;915;916;917;918;919;920;921;922;923;924;925;926;927;928;929;930;931;932;933;934;935;936;937;938;939;940;941;942;943;944;945;946;947;948;949;950;951;952;953;954;955;956;957;958;959;960;961;962;963;964;965;966;967;968;969;970;971;972;973;974;975;976;977;978;979;980;981;982;983;984;985;986;987;988;989;990;991;992;993;994;995;996;997;998;999;1000;1001;1002;1003;1004;1005;1006;1007;1009;1010;1011;1012;1013;1014;1015;1016;1017;1018;1019;1020;1021;1022;1023;1024;1025;1026;1027;1028;1029;1030;1031;1032;1033;1034;1035;1036;1037;1038;1039;1040;1041;1042;1043;1044;1045;1046;1047;1048;1049;1050;1051;1052;1053;1054;1055;1056;1057;1058;1059;1060;1061;1062;1063;1064;1065;1066;1067;1068;1069;1070;1071;1072;1073;1074;1075;1076;1077;1078;1079;1080;1081;1082;1083;1084;1085;1086;1087;1088;1089;1090;1091;1092;1093;1094;1095;1096;1097;1098;1099;1100;1101;1102;1103;1104;1105;1106;1107;1108;1109;1110;1111;1112;1113;1114;1115;1116;1117;1118;1119;1120;1121;1122;1123;1124;1125;1126;1127;1128;1129;1130;1131;1132;1133;1134;1135;1136;1137;1138;1139;1140;1141;1142;1143;1144;1145;1146;1147;1148;1149;1150;1151;1152;1153;1154;1155;1156;1157;1158;1159;1160;1161;1162;1163;1164;1165;1166;1167;1168;1169;1170;1171;1172;1173;1174;1175;1176;1177;1178;1179;1180;1181;1182;1183;1184;1185;1186;1187;1188;1189;1190;1191;1192;1193;1194;1195;1196;1197;1198;1199;1200;1201;1202;1203;1204;1205;1206;1207;1209;1210;1211;1212;1213;1214;1215;1216;1217;1218;1219;1220;1221;1222;1223;1224;1225;1226;1227;1228;1229;1230;1231;1232;1233;1234;1235;1236;1237;1238;1239;1240;1241;1242;1243;1244;1245;1246;1247;1248;1249;1250;1251;1252;1253;1254;1255;1256;1257;1258;1259;1260;1261;1262;1263;1264;1265;1266;1267;1268;1269;1270;1271;1272;1273;1274;1275;1276;1277;1278;1279;1280;1281;1282;1283;1284;1285;1286;1287;1288;1289;1290;1291;1292;1293;1294;1295;1296;1297;1298;1299;1300;1301;1302;1303;1304;1305;1306;1307;1308;1309;1310;1311;1312;1313;1314;1315;1316;1317;1318;1319;1320;1321;1322;1323;1324;1325;1326;1327;1328;1329;1330;1331;1332;1333;1334;1335;1336;1337;1338;1339;1340;1341;1342;1343;1344;1345;1346;1347;1348;1349;1350;1351;1352;1353;1354;1355;1356;1357;1358;1359;1360;1361;1362;1363;1364;1365;1366;1367;1368;1369;1370;1371;1372;1373;1374;1375;1376;1377;1378;1379;1380;1381;1382;1383;1384;1385;1386;1387;1388;1389;1390;1391;1392;1393;1394;1395;1396;1400;1401;1402;1403;1404;1405;1406;1407;1408;1409;1411;1412;1413;1414;1415;1416;1417;1418;1419;1420;1421;1422;1423;1424;1425;1426;1427;1428;1429;1430;1431;1432;1433;1434;1435;1436;1437;1438;1439;1440;1441;1442;1443;1444;1445;1446;1447;1448;1449;1450;1451;1452;1453;1454;1455;1456;1457;1458;1459;1460;1461;1462;1463;1464;1465;1466;1467;1468;1469;1470;1471;1472;1473;1474;1475;1476;1477;1478;1479;1480;1481;1482;1484;1485;1486;1487;1488;1489;1490;1491;1492;1493;1494;1495;1496;1497;1498;1499;1500;1502;1503;1504;1505;1506;1507;1508;1510;1511;1512;1513;1514;1515;1516;1517;1518;1519;1520;1521;1522;1523;1524;1525;1526;1527;1528;1529;1530;1531;1532;1533;1534;1535;1536;1537;1538;1539;1540;1541;1542;1543;1544;1545;1546;1547;1548;1549;1550;1551;1552;1553;1555;1556;1557;1558;1559;1560;1561;1562;1563;1564;1565;1566;1567;1568;1569;1570;1571;1572;1573;1574;1575;1576;1577;1578;1579;1580;1581;1582;1583;1584;1585;1586;1587;1588;1589;1590;1591;1592;1593;1594;1596;1597;1598;1599;1600;1601;1602;1605;1606;1607;1608;1609;1610;1611;1612;1613;1614;1615;1616;1617;1618;1619;1620;1621;1622;1623;1624;1625;1627;1628;1629;1630;1631;1632;1633;1634;1635;1636;1637;1638;1639;1640;1641;1642;1643;1644;1645;1646;1647;1648;1649;1650;1651;1652;1653;1654;1655;1656;1657;1658;1659;1660;1661;1662;1663;1664;1665;1666;1667;1668;1669;1670;1671;1672;1673;1674;1675;1676;1677;1678;1679;1680;1681;1682;1683;1684;1685;1686;1687;1688;1689;1690;1691;1692;1693;1694;1695;1696;1697;1698;1699;1700;1701;1702;1703;1704;1705;1706;1707;1708;1709;1710;1711;1712;1713;1714;1715;1716;1717;1718;1719;1720;1721;1722;1723;1724;1725;1726;1727;1728;1729;1730;1731;1732;1733;1734;1735;1736;1737;1738;1739;1740;1741;1742;1743;1744;1745;1746;1747;1748;1749;1750;1751;1752;1753;1754;1755;1756;1757;1758;1759;1760;1761;1762;1763;1764;1765;1766;1767;1768;1769;1770;1771;1772;1773;1774;1775;1776;1777;1778;1779;1780;1781;1782;1783;1784;1785;1786;1787;1788;1789;1790;1791;1792;1793;1794;1795;1796;1797;1798;1799;1800;1801;1802;1803;1804;1805;1806;1807;1808;1809;1810;1811;1812;1813;1814;1815;1816;1817;1818;1819;1820;1821;1822;1823;1824;1825;1826;1827;1828;1829;1830;1831;1832;1833;1834;1835;1836;1837;1838;1839;1840;1841;1842;1843;1844;1845;1846;1847;1848;1849;1850;1851;1852;1853;1854;1855;1856;1857;1858;1859;1860;1861;1862;1863;1864;1865;1866;1867;1868;1869;1870;187Ferqa di nêvbera »ko«, »ku« û »kû« de (2005-05-19)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
Xewna Mesûd Barzanî ji başûrê Kurdistanê mezintir e (2005-02-07)
 
REKLAM


KOLUMNÎST
Şebabê Egît nabe Şeroyê Biro û ez jî nabim ”heval”
Tolstoy û xelata Nobelê
Kurdistaneka serbixwe û [ne]cida
Heşt rojên şerê xendekê – I
Em û felsefe
Hilbijartinên Kurdistanê ez şok kirim
© 1997–2021 www.nefel.com  |  E-poste: info@nefel.com  |  Powered by Medesoft.org