[ PÊNCŞEM, 2024-04-25 ]   [ BIKE MALPERA DESTPÊKÊ ]   [ BÊXE NÊV BIJAREYAN ]   [ KONTAKT ]   [ INFO ]   [ LÊGERÎN & ARŞÎV ]  
DESTPÊK
Nûçe
Nivîsar
Kulturmagazîn
Hevpeyvîn
Kolumnîst
Ewrokurd
E-Pirtûk
Lîteratûr
Ziman
Muzîk
Foto
Lînk
E-POSTEYA TE
  Nav (Username)  
   
  Þîfre (Password)  
   
   
     
   »E-posteyeka nû
 bo xwe qeyd bike
 
REKLAM


KOLUMNÎST 
Fotografê ko ji bîra min naçe
SWÊD, 16/6 2012 — Ez dikim nakim ez nikarim li malê binivîsînim. Loma, piraniya caran ez sibehan zû radihêjim laptopa xwe û berê xwe didim caféyên Stockholmê. Li navenda Stockholmê çend caféyên min hene ko ew ji bo min hem cihên îlhamê ne, hem jî cihên rehetî û afirandinê ne.

Kes li wan caféyan min aciz nakin û ez bi xwe jî ji peyv û diyalogên mêvanan ên bi hev re qet aciz nabim û bala min belav nabe. Bêguman, divê ew min nas nekin û ez wan nas nekim, ez yekî di nav wan de bim, lê ne ji wan bim…

Di nav re jî ez dixwazim xwe bi temamî ji ber qerebalixiya bajêr bidim alî û di bêdengî û aramiyê de binivîsînim. Ez carina hefteyekê, carina du hefteyan, carina jî mehekê ji malê bi dûr dikevim û li hotelekê, li havîngehekê, an jî li maleke nivîskaran bi cih dibim. Berê, yanî berî ko zarokên min çêbibin, min xwe dida benda derengiya şevê û dixwest di kerrîtiya şevê de têkevim cîhana xeyal û fantaziyên afirandinê. Gava her kes diketin xew, ez şiyar dimam û min dixwest ez rastiya xwe bi xewnên wan bixemilînim û bihûnim. Min hingî welê bawer dikir. Min digot, nîvê şevê, dema ko êdî xewn û rastî nêzîkî hev dibin û têkel dibin, fîgurên edebiyatê xwe didin der. Min bi salan, di wan bêdengiyên şevê de gotinên pijyayî bi teqereqa deqtîloyê derbasî ser kaxezê kirine. Kitêbên min ên destpêkê berhemên wê metoda xebatê ne. Lê niha, ji ber ko ez sibehan pir zû radibim, di wan saetên şevê de ez diwestim, dibawişkim û nikarim du rêzan lêbikim. Loma, ez çentê xwe hazir dikim û berê xwe didim cih û deverên xalî.

Ez aniha li cihekî welê me; nêzîkî bajarê Uppsala, li bajarokê Salayê me. Li xaniyekî biçûk î xweşik, li devera madena zîv ya Salayê me. Qiralê Swêdê, Gustav Vasa, di dema xwe de ji vê madena Salayê re gotibû, ev xezîneya Swêdê ye. Cara pêşî di sedsala yanzdehan de dest bi kolandina vê madenê hatibû kirin, lê di sedasalên panzdeh û şanzdehan de êdî berê xwe daye û salê di navbera sê û çar hezar kîlo zîv jê derketiye. Vedan û kolandina vê madenê di sedsalên cihê de heta sala 1908an dewam kiriye û di sala 1962an de jî dawî lê hatiye û aniha girtî ye. Lê belê, ew bi avahî, bi muzexane û bi dîroka xwe ve hê jî zindî ye û ji bo turîstan vekiriye. Mirov bi rêberan re, bi esansorên modern dikare heta sed û pêncî metreyî dakeve jêr, jiyana binê erdê heta movikên xwe his bike, li înad û berxwedana mirovan hay bibe, piştî gereke ko nayê ji bîr kirin, dîsa bi hewa ve hilkişe û bi rûkala dinyayê bikeve.

Digel ko meha hezîranê ye jî, dîsa libên baranê ên gir li pencereya min dikin tipînî. Ez jî li ber qirçeqirça agirê şomîneyê bi avakirina karakterên xwe ve mijûl im. Ev mala ko di dema xwe de xaniyê qerwaşan bû, niha, bi insîyatîfa dostê min ê şaîr Eric Fylkeson, li ser navê nivîskarê salayî Lasse O Månsson, wek mala nivîskaran tê bi kar anîn. Min jî, li ser pêşniyaza dost û cîranê xwe ê berê Eric Fylkeson ji bo mehekê bursa vê malê girtiye. Lê, ji bo min ya girîng ne ew e ko ez aniha li vê malê me, ya girîng ew e ko ev herêm, gelek tiştan tîne bîra min; gelek bîranînên min zindî dikin û min dibe destpêka salên nodî. Ez di sala 1991ê de li gundekî nêzîkî vir, bi navê Vittinge, di avahiyeke kevin î kulturî de dimam. Fikira derxistina kovara Nûdemê li vir stewya bû, ji bo fînanseya wê, me di binê avahiyê de marketeke mezin vekiribû û hejmara Nûdemê ya pêşî, di destpêka bihara 1992an de li vê herêmê, li vî gundê bi navê Vittingeyê derketibû û me ji vir gotina kurdî ya qedîm, lê ya ko li welêt qedexe bû, li dinyayê belav kiribû.

Mala me ya li vî gundê tenha demekê bi minasebeta kovara Nûdemê bûbû cihê çûnûhatina gelek nivîskar û şaîrên kurdan. Rehmetiyên Mehmed Uzun, Mahmûd Baksî, Haviz Qazî mêvanên vê malê ên berdewam bûn. Şaîrên wek Ehmed Huseynî bi rojan li vê malê mabû. Şerefxan Cizîrî, Şivan Perwer, Gulistan Perwer, Xelîl Duhokî, Hesenê Metê, Mahmûd Lewendî, Birîndar, Rohat Alakom, Nacî Kutlay, Fawaz Husên, Zeynelabidîn Zinar, Mustafa Aydogan, M. Alî Kut, Silêman Demir, Mervanê Keleş, Rojan Hazim hinek ji navên ko diçûn û dihatin. Eric Fylkesonê ko niha serokê komîteya kulturê ya belediya Salayê ye û însîyatîfgirê vê mala nivîskara ye, hingî mala wî jî li Vittingeyê bû û cîranê min bû. Fylkeson bi xwe di dema xwe de du kovarên edebî derxistibûn û yek ji şaîrên Swêdê ê dema xwe î herî baş bû. Gelek caran Fylkeson jî bi mêvanên min re dibû mêvan, an jî ez û mêvanên xwe li mala xwe dikirin mêvan.


» M. Alî Kut û Hesenê Metê

Wê rojê, gava ez çûm ber avahiya xwe ya berê û ez li dora wê geriyam, gelek tişt hatin bîra min. Ji bilî ko lawikê me ê pêşî, Yezdan, li vê malê hatiye dinyayê û niha bîstsalî ye, dîmenek heye ko ji ber çavên min naçe. Piştî çar hejmarên Nûdemê, me bi minasebeta pîrozkirina yeksaliya Nûdemê, li mala xwe êvareke şahiyê ya bi xwarin û vexwarin li dar xistibû û hin ji nivîskar û dostên ko di Nûdemê de dinivîsandin ezimandibûn malê. Zivistan bû, berî sersalê bi demek kurt bû, dinya sar bû; lê dilê me germ, mala me germ, sifreya me germ bû. Nûdema ko kêm kesan bawer dikirin ko wê dewam bike, bi kedeke mezin çar hejmarên tije jê derketibûn, siyaset ji siyasetvanan re hiştibû û hewl dida ko edebiyatê jî bispêre edebiyatvanan. Ji bo wê şahiyê Mehmed Uzun, Nacî Kutlay, Hesenê Metê, Rohat Alakom, Xelîl Duhokî, Zeynelabidîn Zinar, M. Alî Kut û Fawaz Husên hatibûn malê. Şev û şahiya me, bêyî neyartiyeke şexsî an siyasî, di ahengeke pir dostane de, heta bi derengê şevê û destê sibehê dewam kiribû. Di siya şahiya yeksaliya Nûdemê de, me sohbeteke edebî î xweş li dar xistibû. Piraniya mêvanên ko ji Stockholmê hatibûn, wê şevê li cem me mabûn.

Sibehê zû sermayeke hişk li derve hukum dikir. Otomobîlên mêvanan qerisîbûn, di qeşayê de mabûn. Gava em li jêr, di bin wê sermaya hişk de, bi hev re ketibûn sohbeteke germ, xanima min Şaneşînê ji jor ve fotografekî me girtibû.

Her ko ez li vî fotografî dinêrim, ew dem, ew heval, ew hevaltî, ew hêvî û ew baweriya ji dil tê bîra min.

Ha ew fotografê ko ji bîra min naçe, ev e!


» Nacî Kutlay, Firat Cewerî, Rohat Alakom û Mehmed Uzun


-----------------------------------
Nivîskar: FIRAT CEWERÎ firat.ceweri@comhem.se
Weşandin: 2012-06-16
Xwendin: 4203
 

KOLUMNÊN BERÊ   
Li dilê min miqate be (2013-10-16)
Kitêbxaneya Îskenderyayê (2013-06-13)
Edebiyata cihûyan ya modern çi ye (2013-02-19)
Duzimanî (2013-01-09)
Ez bibêjim lê, wê deng bê te! (2012-11-01)
Jin û edebiyat (2012-10-05)
Ka cihûyên Kurdistanê? (2012-09-06)
Meha tebaxê (2012-08-16)
Di siya Melekî Tawiz de (2012-08-04)
Sirgûn û edebiyata modern (2012-07-05)
Zilamê ko herî pir xelata Nobel ya edebiyatê girtiye (2012-05-20)
Li ser nivîskariyê (2012-05-12)
Mimesis (2012-04-19)
Rastiya nivîskariyê (2012-04-05)
Divê newroz di roja xwe de were pîroz kirin (2012-03-21)
Şoreş zarokên xwe dixwin (2012-03-07)
Rewşenbîrên dema xortaniya min (2012-02-23)
Siyaset û edebiyat (2012-02-09)
Edebiyat ”edebiyat” e û ne wêje ye (2012-01-25)
Kurdên binxetê (2012-01-11)
NERÎNGEH
 
[kitêb] Sun Zî: Hunera şer (2016-04-21)
Ismail Beşikçi ji kurdan re li ser ermeniyan semînerek da (2013-09-28)
Kurdistan berî serxwebûna siyasî ”serxwebûna petrolê” û ekonomîk îlan dike (2012-05-21)
Tewanga navdêrên zimanê kurdî (2009-02-08)
Umît Firat dibêje navnîşana çareserîya pirsa kurd ne PKK ye (2008-11-11)
Hêro Talebanî: Min nedixwest Mam Celal bibe serokkomarê Iraqê [foto] (2007-05-10)
Alfabeya kurdî-latînî ji bo zimanê kurdî ji alfabeya kurdî-erebî minasibtir e (2005-11-02)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
vv9v8v09fq:TabArticles:4;8;12;14;17;19;21;22;23;24;28;29;30;31;32;40;41;43;44;46;48;49;51;52;53;54;55;56;58;60;62;63;64;65;66;67;69;71;72;74;75;76;77;78;79;80;81;82;84;85;86;90;91;92;94;95;96;97;98;100;102;103;104;105;106;107;109;110;111;112;113;114;115;116;117;118;119;120;121;122;123;124;125;126;127;128;129;130;131;132;133;134;136;137;138;139;140;141;142;143;144;145;146;147;149;150;151;152;153;155;157;158;159;160;163;164;165;166;167;168;169;170;171;172;173;174;175;176;178;179;180;181;182;183;184;185;186;187;188;189;190;191;192;193;194;195;196;197;198;199;200;202;203;204;205;206;207;208;209;210;211;212;213;214;215;216;217;218;219;221;222;223;224;225;226;227;228;229;230;231;232;233;234;235;236;237;238;239;240;241;242;243;244;245;246;247;248;249;250;251;253;254;255;256;257;258;259;260;261;262;263;264;265;266;267;268;269;270;271;272;273;274;275;276;277;278;279;280;281;282;283;284;285;286;287;288;289;290;291;293;294;295;296;297;298;301;302;303;304;305;306;307;308;309;310;311;312;313;314;315;316;317;318;319;320;321;322;323;324;325;326;327;328;329;330;331;332;333;334;335;336;337;338;339;340;341;342;343;344;345;346;347;348;349;350;351;352;353;354;355;356;357;358;359;360;361;362;363;364;365;366;367;368;369;370;371;372;373;374;375;376;377;378;379;380;381;382;383;384;385;386;387;388;389;391;392;393;394;395;396;398;399;400;401;402;403;404;405;406;407;408;409;410;411;412;413;414;415;416;417;418;419;420;421;422;423;424;425;426;427;428;429;430;431;432;433;434;435;436;437;438;439;440;441;442;443;444;445;446;447;448;449;450;451;452;453;454;455;457;458;459;460;461;462;463;464;465;466;467;468;469;470;471;472;473;474;475;476;477;478;479;480;481;482;483;484;485;486;487;488;489;491;492;493;494;495;496;497;498;499;500;501;502;503;504;505;506;507;508;509;510;511;512;513;514;515;516;517;518;519;520;521;522;523;524;525;526;527;528;529;530;531;532;533;534;535;536;537;538;539;540;541;542;543;544;545;546;547;548;549;550;552;553;554;555;556;557;558;559;560;561;562;563;564;565;566;567;568;569;570;571;572;573;574;575;576;577;578;579;580;581;582;583;584;585;586;587;588;589;590;591;592;593;594;595;596;597;598;599;600;601;602;603;604;605;606;607;608;609;610;611;612;614;615;616;617;618;619;620;621;622;623;624;625;626;627;628;629;630;631;632;633;634;635;636;637;638;639;640;641;642;643;644;645;646;647;648;649;650;651;652;653;654;655;656;657;658;659;660;661;662;663;664;665;666;667;668;669;670;671;672;673;674;675;676;677;678;679;680;681;682;683;684;685;686;687;688;689;690;691;692;693;694;695;696;697;698;699;700;701;702;703;704;705;706;707;708;709;710;711;712;713;714;715;716;717;718;719;721;722;723;724;725;726;727;728;729;730;731;732;733;734;735;736;738;740;741;742;743;744;745;746;747;748;749;750;751;752;753;755;756;757;758;759;760;761;762;763;764;765;766;767;768;769;770;771;773;775;776;777;778;779;780;781;782;783;784;785;786;787;788;789;790;791;792;793;794;795;796;798;799;800;801;802;803;804;805;806;807;808;809;810;811;812;813;814;815;816;817;818;819;820;821;822;823;824;825;826;827;828;829;830;831;832;833;834;835;836;837;838;839;840;841;842;843;844;845;846;847;848;849;850;851;852;853;854;855;856;857;858;859;860;861;862;863;864;865;866;867;868;869;870;871;872;873;874;875;876;877;878;879;880;881;882;883;884;885;886;887;888;889;890;891;892;893;894;895;896;897;898;899;900;901;902;903;904;905;906;907;908;909;910;911;912;913;914;915;916;917;918;919;920;921;922;923;924;925;926;927;928;929;930;931;932;933;934;935;936;937;938;939;940;941;942;943;944;945;946;947;948;949;950;951;952;953;954;955;956;957;958;959;960;961;962;963;964;965;966;967;968;969;970;971;972;973;974;975;976;977;978;979;980;981;982;983;984;985;986;987;988;989;990;991;992;993;994;995;996;997;998;999;1000;1001;1002;1003;1004;1005;1006;1007;1009;1010;1011;1012;1013;1014;1015;1016;1017;1018;1019;1020;1021;1022;1023;1024;1025;1026;1027;1028;1029;1030;1031;1032;1033;1034;1035;1036;1037;1038;1039;1040;1041;1042;1043;1044;1045;1046;1047;1048;1049;1050;1051;1052;1053;1054;1055;1056;1057;1058;1059;1060;1061;1062;1063;1064;1065;1066;1067;1068;1069;1070;1071;1072;1073;1074;1075;1076;1077;1078;1079;1080;1081;1082;1083;1084;1085;1086;1087;1088;1089;1090;1091;1092;1093;1094;1095;1096;1097;1098;1099;1100;1101;1102;1103;1104;1105;1106;1107;1108;1109;1110;1111;1112;1113;1114;1115;1116;1117;1118;1119;1120;1121;1122;1123;1124;1125;1126;1127;1128;1129;1130;1131;1132;1133;1134;1135;1136;1137;1138;1139;1140;1141;1142;1143;1144;1145;1146;1147;1148;1149;1150;1151;1152;1153;1154;1155;1156;1157;1158;1159;1160;1161;1162;1163;1164;1165;1166;1167;1168;1169;1170;1171;1172;1173;1174;1175;1176;1177;1178;1179;1180;1181;1182;1183;1184;1185;1186;1187;1188;1189;1190;1191;1192;1193;1194;1195;1196;1197;1198;1199;1200;1201;1202;1203;1204;1205;1206;1207;1209;1210;1211;1212;1213;1214;1215;1216;1217;1218;1219;1220;1221;1222;1223;1224;1225;1226;1227;1228;1229;1230;1231;1232;1233;1234;1235;1236;1237;1238;1239;1240;1241;1242;1243;1244;1245;1246;1247;1248;1249;1250;1251;1252;1253;1254;1255;1256;1257;1258;1259;1260;1261;1262;1263;1264;1265;1266;1267;1268;1269;1270;1271;1272;1273;1274;1275;1276;1277;1278;1279;1280;1281;1282;1283;1284;1285;1286;1287;1288;1289;1290;1291;1292;1293;1294;1295;1296;1297;1298;1299;1300;1301;1302;1303;1304;1305;1306;1307;1308;1309;1310;1311;1312;1313;1314;1315;1316;1317;1318;1319;1320;1321;1322;1323;1324;1325;1326;1327;1328;1329;1330;1331;1332;1333;1334;1335;1336;1337;1338;1339;1340;1341;1342;1343;1344;1345;1346;1347;1348;1349;1350;1351;1352;1353;1354;1355;1356;1357;1358;1359;1360;1361;1362;1363;1364;1365;1366;1367;1368;1369;1370;1371;1372;1373;1374;1375;1376;1377;1378;1379;1380;1381;1382;1383;1384;1385;1386;1387;1388;1389;1390;1391;1392;1393;1394;1395;1396;1400;1401;1402;1403;1404;1405;1406;1407;1408;1409;1411;1412;1413;1414;1415;1416;1417;1418;1419;1420;1421;1422;1423;1424;1425;1426;1427;1428;1429;1430;1431;1432;1433;1434;1435;1436;1437;1438;1439;1440;1441;1442;1443;1444;1445;1446;1447;1448;1449;1450;1451;1452;1453;1454;1455;1456;1457;1458;1459;1460;1461;1462;1463;1464;1465;1466;1467;1468;1469;1470;1471;1472;1473;1474;1475;1476;1477;1478;1479;1480;1481;1482;1484;1485;1486;1487;1488;1489;1490;1491;1492;1493;1494;1495;1496;1497;1498;1499;1500;1502;1503;1504;1505;1506;1507;1508;1510;1511;1512;1513;1514;1515;1516;1517;1518;1519;1520;1521;1522;1523;1524;1525;1526;1527;1528;1529;1530;1531;1532;1533;1534;1535;1536;1537;1538;1539;1540;1541;1542;1543;1544;1545;1546;1547;1548;1549;1550;1551;1552;1553;1555;1556;1557;1558;1559;1560;1561;1562;1563;1564;1565;1566;1567;1568;1569;1570;1571;1572;1573;1574;1575;1576;1577;1578;1579;1580;1581;1582;1583;1584;1585;1586;1587;1588;1589;1590;1591;1592;1593;1594;1596;1597;1598;1599;1600;1601;1602;1605;1606;1607;1608;1609;1610;1611;1612;1613;1614;1615;1616;1617;1618;1619;1620;1621;1622;1623;1624;1625;1627;1628;1629;1630;1631;1632;1633;1634;1635;1636;1637;1638;1639;1640;1641;1642;1643;1644;1645;1646;1647;1648;1649;1650;1651;1652;1653;1654;1655;1656;1657;1658;1659;1660;1661;1662;1663;1664;1665;1666;1667;1668;1669;1670;1671;1672;1673;1674;1675;1676;1677;1678;1679;1680;1681;1682;1683;1684;1685;1686;1687;1688;1689;1690;1691;1692;1693;1694;1695;1696;1697;1698;1699;1700;1701;1702;1703;1704;1705;1706;1707;1708;1709;1710;1711;1712;1713;1714;1715;1716;1717;1718;1719;1720;1721;1722;1723;1724;1725;1726;1727;1728;1729;1730;1731;1732;1733;1734;1735;1736;1737;1738;1739;1740;1741;1742;1743;1744;1745;1746;1747;1748;1749;1750;1751;1752;1753;1754;1755;1756;1757;1758;1759;1760;1761;1762;1763;1764;1765;1766;1767;1768;1769;1770;1771;1772;1773;1774;1775;1776;1777;1778;1779;1780;1781;1782;1783;1784;1785;1786;1787;1788;1789;1790;1791;1792;1793;1794;1795;1796;1797;1798;1799;1800;1801;1802;1803;1804;1805;1806;1807;1808;1809;1810;1811;1812;1813;1814;1815;1816;1817;1818;1819;1820;1821;1822;1823;1824;1825;1826;1827;1828;1829;1830;1831;1832;1833;1834;1835;1836;1837;1838;1839;1840;1841;1842;1843;1844;1845;1846;1847;1848;1849;1850;1851;1852;1853;1854;1855;1856;1857;1858;1859;1860;1861;1862;1863;1864;1865;1866;1867;1868;1869;1870;187Ferqa di nêvbera »ko«, »ku« û »kû« de (2005-05-19)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
Xewna Mesûd Barzanî ji başûrê Kurdistanê mezintir e (2005-02-07)
 
REKLAM


KOLUMNÎST
Şebabê Egît nabe Şeroyê Biro û ez jî nabim ”heval”
Tolstoy û xelata Nobelê
Kurdistaneka serbixwe û [ne]cida
Heşt rojên şerê xendekê – I
Em û felsefe
Hilbijartinên Kurdistanê ez şok kirim
© 1997–2024 www.nefel.com  |  E-poste: info@nefel.com  |  Powered by Medesoft.org