[ ÇARŞEM, 2024-04-24 ]   [ BIKE MALPERA DESTPÊKÊ ]   [ BÊXE NÊV BIJAREYAN ]   [ KONTAKT ]   [ INFO ]   [ LÊGERÎN & ARŞÎV ]  
DESTPÊK
Nûçe
Nivîsar
Kulturmagazîn
Hevpeyvîn
Kolumnîst
Ewrokurd
E-Pirtûk
Lîteratûr
Ziman
Muzîk
Foto
Lînk
E-POSTEYA TE
  Nav (Username)  
   
  Þîfre (Password)  
   
   
     
   »E-posteyeka nû
 bo xwe qeyd bike
 
REKLAM


KOLUMNÎST 
Duzimanî
SWÊD, 9/1 2013 — Rojeva Tirkiyê pir zû tê guhertin. Mirov pê re nagihîje. Siyasetvan çi mijarê girîng bibînin, bixwazin kîjan mijar têkevin rojevê, çapemenî wê mijarê dikin manşet û guhdar û xwendvanên xwe, hefteyekê, carina du hefteyan bi wê mijarê mijûl dikin.

Ev mijarên ko dikevin rojevê, carina erênî, carina jî neyênî ne. Carina mirov dibêje her tişt reş e, êdî îmkanê guhertina rewşê nemaye, carina jî hêviyek tê mirov û mirov bawer dike ko pirsgirêka ko bi rastî jî bûye girêkeke kor, dike vebe. Li welatên ko bi navê demokrasiyê tevdigerin, lê ji demokrasiyê bêpar in, bi piranî siyasetvan rojevê tayin dikin û bêyî ko bi rastî ji çareseriya pirsgirêkên xwe re amade bin, xelkê bi xwe re mijûl dikin.

Li welatên demokratîk, gelek caran ne siyasetvan, lê hunermend û nivîskar rojevê ava dikin. Hinek ji wan kirasekî estetîk li mijarê dikin, wê di çarçoveya hunerê de dihêlin, hinek jî mijara xwe bi rengekî siyasî davêjin navê. Lê civat, bi kûranî li ser difikirin û minaqeşe dikin. Hinek ji mijarên ko ji aliyê hunermend û edebiyatvanan ve dikevin rojevê, dibin bingehên guhertina jiyan û sîsteman. Rast e ko di dema xwe de li Firansayê Charles de Gaulle rojeva Firansayê diguhert, lê belê Jean-Paul Sartre jî jê kêm nedima. Zola û bi dehan nivîskarên din jî rojev diguhertin. Dîsa, yê ko îro li Firansayê rojev guhertiye hunermendê navdar Gerard Depardieu ye. Par jî, salekê seranser August Strindberg bi minasebeta sedsaliya wefata xwe di rojeva Swêdê de ma.

Ji bo ez ji mijarê bi dûr nekevin, ez ê dîsa vegerim ser Tirkiyê û pirsgirêka kurdan. Me got li Tirkiyê rojev bi lez tê guhertin. Ji ber ko piraniya rojevan bi pirsgirêka kurdan ve girêdayî ne, tu bêjî nebêjî, kurdan jî pir eleqeder dikin. Kurd, bi der û dorên xwe ên cihê, bi fikir û nêrînên cihê tevlî minaqeşeyê dibin. Hinek ji wan carina pir bi sertî radibin hev, hinek gotinên nemayî ji hev re dikin, hinek hevdu ajan, hinek jî hevdu xayin îlan dikin. Nivîskarên kurd û tirk ên ko nikarin rojevê biguherin, ew jî carina bi ber bayê rojeva heyî dikevin û bi nivîs û şiroveyên xwe tevlî mijarê dibin. Ji ber ko rojeva ko ava dibe, ji bo me tiştên heyatî ne, em jî ji mecbûrî ber bi wê vê têne kişandin. Wek rojevên; ”Bervekirina kurd”, ”Bûyera Farqînê”, ”Qetlîama Robozkê”, ”Operasiyonên KCK”, ”Bûyera MITê”, ”Hevdîtinên Osloyê”, ”Greva Birçîbûnê” û niha jî seredana Ahmet Turk ya li Îmraliyê.

Ev hevdîtina Ahmet Turk ya bi Ocalan re, me vedigerîne destpêka projeya hukûmetê ya bi navê “Bervekirina kurd”. Hukûmeta Ak Partiyê, bi gotina ”Bervekirina kurd” dixwest gaveke medenî û hevdem bavêje, bi vê gavê, dawiyê li siyaseta Tirkiyê ya înkarê bîne, Tirkiyê ji îzolasiyona wê rizgar bike û ber bi cîhaneke hevdem de bikişîne. Min ev fikra reforma Ak Partiyê hinekî dişiband teza Gorbaçov ya glasnost û perestroykayê.

Bêguman haya mirov ji zehmetiyên ko wê derketana pêşberî projeya wan jî hebû. Hêzeke xurt, ya ko bi nifşan, bi îdeolojiya înkarê perwerde bûye heye. Ew hêz, heta qirikê di nasyonalîzmeke kor de çûye xwarê. Loma, ew li dijî prosesa demokrasiyê û çareserkirina pirsgirêka kurd e. Digel wê jî, berdevkên hukûmetê pir bi xwe bawer dipeyivîn, derdiketin hemberî kamerayan û digotin: “Wê di nêzîk de tiştên baş bibin.” Me jî bawerî bi wan gotinan dianî û em li bende bûn ko di nêzîk de tiştên baş bijîn û bibînin. Projeya ko hinekî bi dudilî dest pê bûbû, eynî mîna îro, bi hevdîtina Ahmet Turk û berpirsiyarên hukûmetê bûbû û di nav wan de şika lihevhatineke nihênî hebû.

Loma, wek encama lihevkirinê, gerîlayên PKK, di deriyê Xabûrê re derbasî welêt bûn. Piştî derbasbûna gerîlayan, hewayeke erênî ava bûbû, xelk kêfxweş bûn û aramiyek ketibû dilên dê û bavan. Lê ji nişkê ve tiştek bû, lîstik xera bû û proje neçû serî. Piştî wê jî teqînê dest pê kir û em dîsa vegeriyan destpêka lîstikê. Herdu aliyan jî eşkere nekirin ka kê, kîjan hêzê ew anîbûn ba hev û kî, kîjan hêz bû sebeba têkbirina lihevkirina wan. Digel ko raya giştî ji armanc û naveroka civînên nihênî bêhay bûn jî, lê dîsa bi hêvî bûn; bi hêviya aştiyê û rawestandina xwîna ciwanan bû. Wek îro.

Çi gavên ko bi armanca aştiyê û rawestandina rijandina xwînê bêne avêtin, girîng in. Heke ew gav, encama hevdîtinên şefaf bin, wê girîngtir bin û bêtir bigihîjin armanca xwe. Loma, em hê nizanin ka wê encama van hevdîtinan di ko re derkeve û çawa dawî lê were. Lê pirsgirêka heyî, bi xwe bûye girêkek û êdî di qirika me de diwerime.

Belê, em nizanin wê çi ji van hevdîtinan derkeve. Dibe ko dîsa pîjek lê bikeve û em vegerin destpêkê. Lê çi dibe bila bibe, divê hukûmet sozên ko dabûn bi cih bîne. Divê hukûmet, an jî dewlet di gotin û gavên xwe de cidî û durist bin; dev ji xefik û lîstikên xapînok berdin û ji bo çareseriya pirsa kurd û demokratîzekirina Tirkiyê ji dil bin. Di gava pêşî de divê ew efûyeke giştî îlan bikin, retorîka xwe bigurin, rê li ber siyaseta legal vekin, bi parlementer û şaredarên bijartî û entelektuelên welêt re rûnên û bi rastî jî hewayeke demokratîk û biratiyê ava bikin. Ew dikarin vê hewaya demokratîk û biratiyê bi riya çapemeniyê, mîna kampanyayekê jî dewam bikin û îmaja kurdan ya xerab, ya ko ew bi xwe mîmarê wê ne, di pêvajoyeke kurt de ji navê rakin.

Gava rewş normalîze bibe, wê tolerans û xweşbînî jî zêdetir bibe û bingehekî demokratîk ava bibe. Bingehê demokratîk, divê bi qanûnan werin parastin û ev qanûn ji bo parastina hemû mafên kurdan jî derbas bibin. Ji qebûlkirina nasnava kurdan, heta navên kurdî, navên cih û deverên bi kurdî, weşanên bi kurdî, li welêt perwerdeya bi zimanê kurdî û bi vî awayî hêdî hêdî Tirkiye têkeve ser riya welatekî duzimanî.

Kurd ancax di sîstemeke wilo de xwe rehet bibînin û bibêjin em jî şirîkê vî welatî ne.

-----------------------------------
Nivîskar: FIRAT CEWERÎ firat.ceweri@comhem.se
Weşandin: 2013-01-09
Xwendin: 3940
 

KOLUMNÊN BERÊ   
Li dilê min miqate be (2013-10-16)
Kitêbxaneya Îskenderyayê (2013-06-13)
Edebiyata cihûyan ya modern çi ye (2013-02-19)
Ez bibêjim lê, wê deng bê te! (2012-11-01)
Jin û edebiyat (2012-10-05)
Ka cihûyên Kurdistanê? (2012-09-06)
Meha tebaxê (2012-08-16)
Di siya Melekî Tawiz de (2012-08-04)
Sirgûn û edebiyata modern (2012-07-05)
Fotografê ko ji bîra min naçe (2012-06-16)
Zilamê ko herî pir xelata Nobel ya edebiyatê girtiye (2012-05-20)
Li ser nivîskariyê (2012-05-12)
Mimesis (2012-04-19)
Rastiya nivîskariyê (2012-04-05)
Divê newroz di roja xwe de were pîroz kirin (2012-03-21)
Şoreş zarokên xwe dixwin (2012-03-07)
Rewşenbîrên dema xortaniya min (2012-02-23)
Siyaset û edebiyat (2012-02-09)
Edebiyat ”edebiyat” e û ne wêje ye (2012-01-25)
Kurdên binxetê (2012-01-11)
NERÎNGEH
 
[kitêb] Sun Zî: Hunera şer (2016-04-21)
Ismail Beşikçi ji kurdan re li ser ermeniyan semînerek da (2013-09-28)
Kurdistan berî serxwebûna siyasî ”serxwebûna petrolê” û ekonomîk îlan dike (2012-05-21)
Tewanga navdêrên zimanê kurdî (2009-02-08)
Umît Firat dibêje navnîşana çareserîya pirsa kurd ne PKK ye (2008-11-11)
Hêro Talebanî: Min nedixwest Mam Celal bibe serokkomarê Iraqê [foto] (2007-05-10)
Alfabeya kurdî-latînî ji bo zimanê kurdî ji alfabeya kurdî-erebî minasibtir e (2005-11-02)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
vv9v8v09fq:TabArticles:4;8;12;14;17;19;21;22;23;24;28;29;30;31;32;40;41;43;44;46;48;49;51;52;53;54;55;56;58;60;62;63;64;65;66;67;69;71;72;74;75;76;77;78;79;80;81;82;84;85;86;90;91;92;94;95;96;97;98;100;102;103;104;105;106;107;109;110;111;112;113;114;115;116;117;118;119;120;121;122;123;124;125;126;127;128;129;130;131;132;133;134;136;137;138;139;140;141;142;143;144;145;146;147;149;150;151;152;153;155;157;158;159;160;163;164;165;166;167;168;169;170;171;172;173;174;175;176;178;179;180;181;182;183;184;185;186;187;188;189;190;191;192;193;194;195;196;197;198;199;200;202;203;204;205;206;207;208;209;210;211;212;213;214;215;216;217;218;219;221;222;223;224;225;226;227;228;229;230;231;232;233;234;235;236;237;238;239;240;241;242;243;244;245;246;247;248;249;250;251;253;254;255;256;257;258;259;260;261;262;263;264;265;266;267;268;269;270;271;272;273;274;275;276;277;278;279;280;281;282;283;284;285;286;287;288;289;290;291;293;294;295;296;297;298;301;302;303;304;305;306;307;308;309;310;311;312;313;314;315;316;317;318;319;320;321;322;323;324;325;326;327;328;329;330;331;332;333;334;335;336;337;338;339;340;341;342;343;344;345;346;347;348;349;350;351;352;353;354;355;356;357;358;359;360;361;362;363;364;365;366;367;368;369;370;371;372;373;374;375;376;377;378;379;380;381;382;383;384;385;386;387;388;389;391;392;393;394;395;396;398;399;400;401;402;403;404;405;406;407;408;409;410;411;412;413;414;415;416;417;418;419;420;421;422;423;424;425;426;427;428;429;430;431;432;433;434;435;436;437;438;439;440;441;442;443;444;445;446;447;448;449;450;451;452;453;454;455;457;458;459;460;461;462;463;464;465;466;467;468;469;470;471;472;473;474;475;476;477;478;479;480;481;482;483;484;485;486;487;488;489;491;492;493;494;495;496;497;498;499;500;501;502;503;504;505;506;507;508;509;510;511;512;513;514;515;516;517;518;519;520;521;522;523;524;525;526;527;528;529;530;531;532;533;534;535;536;537;538;539;540;541;542;543;544;545;546;547;548;549;550;552;553;554;555;556;557;558;559;560;561;562;563;564;565;566;567;568;569;570;571;572;573;574;575;576;577;578;579;580;581;582;583;584;585;586;587;588;589;590;591;592;593;594;595;596;597;598;599;600;601;602;603;604;605;606;607;608;609;610;611;612;614;615;616;617;618;619;620;621;622;623;624;625;626;627;628;629;630;631;632;633;634;635;636;637;638;639;640;641;642;643;644;645;646;647;648;649;650;651;652;653;654;655;656;657;658;659;660;661;662;663;664;665;666;667;668;669;670;671;672;673;674;675;676;677;678;679;680;681;682;683;684;685;686;687;688;689;690;691;692;693;694;695;696;697;698;699;700;701;702;703;704;705;706;707;708;709;710;711;712;713;714;715;716;717;718;719;721;722;723;724;725;726;727;728;729;730;731;732;733;734;735;736;738;740;741;742;743;744;745;746;747;748;749;750;751;752;753;755;756;757;758;759;760;761;762;763;764;765;766;767;768;769;770;771;773;775;776;777;778;779;780;781;782;783;784;785;786;787;788;789;790;791;792;793;794;795;796;798;799;800;801;802;803;804;805;806;807;808;809;810;811;812;813;814;815;816;817;818;819;820;821;822;823;824;825;826;827;828;829;830;831;832;833;834;835;836;837;838;839;840;841;842;843;844;845;846;847;848;849;850;851;852;853;854;855;856;857;858;859;860;861;862;863;864;865;866;867;868;869;870;871;872;873;874;875;876;877;878;879;880;881;882;883;884;885;886;887;888;889;890;891;892;893;894;895;896;897;898;899;900;901;902;903;904;905;906;907;908;909;910;911;912;913;914;915;916;917;918;919;920;921;922;923;924;925;926;927;928;929;930;931;932;933;934;935;936;937;938;939;940;941;942;943;944;945;946;947;948;949;950;951;952;953;954;955;956;957;958;959;960;961;962;963;964;965;966;967;968;969;970;971;972;973;974;975;976;977;978;979;980;981;982;983;984;985;986;987;988;989;990;991;992;993;994;995;996;997;998;999;1000;1001;1002;1003;1004;1005;1006;1007;1009;1010;1011;1012;1013;1014;1015;1016;1017;1018;1019;1020;1021;1022;1023;1024;1025;1026;1027;1028;1029;1030;1031;1032;1033;1034;1035;1036;1037;1038;1039;1040;1041;1042;1043;1044;1045;1046;1047;1048;1049;1050;1051;1052;1053;1054;1055;1056;1057;1058;1059;1060;1061;1062;1063;1064;1065;1066;1067;1068;1069;1070;1071;1072;1073;1074;1075;1076;1077;1078;1079;1080;1081;1082;1083;1084;1085;1086;1087;1088;1089;1090;1091;1092;1093;1094;1095;1096;1097;1098;1099;1100;1101;1102;1103;1104;1105;1106;1107;1108;1109;1110;1111;1112;1113;1114;1115;1116;1117;1118;1119;1120;1121;1122;1123;1124;1125;1126;1127;1128;1129;1130;1131;1132;1133;1134;1135;1136;1137;1138;1139;1140;1141;1142;1143;1144;1145;1146;1147;1148;1149;1150;1151;1152;1153;1154;1155;1156;1157;1158;1159;1160;1161;1162;1163;1164;1165;1166;1167;1168;1169;1170;1171;1172;1173;1174;1175;1176;1177;1178;1179;1180;1181;1182;1183;1184;1185;1186;1187;1188;1189;1190;1191;1192;1193;1194;1195;1196;1197;1198;1199;1200;1201;1202;1203;1204;1205;1206;1207;1209;1210;1211;1212;1213;1214;1215;1216;1217;1218;1219;1220;1221;1222;1223;1224;1225;1226;1227;1228;1229;1230;1231;1232;1233;1234;1235;1236;1237;1238;1239;1240;1241;1242;1243;1244;1245;1246;1247;1248;1249;1250;1251;1252;1253;1254;1255;1256;1257;1258;1259;1260;1261;1262;1263;1264;1265;1266;1267;1268;1269;1270;1271;1272;1273;1274;1275;1276;1277;1278;1279;1280;1281;1282;1283;1284;1285;1286;1287;1288;1289;1290;1291;1292;1293;1294;1295;1296;1297;1298;1299;1300;1301;1302;1303;1304;1305;1306;1307;1308;1309;1310;1311;1312;1313;1314;1315;1316;1317;1318;1319;1320;1321;1322;1323;1324;1325;1326;1327;1328;1329;1330;1331;1332;1333;1334;1335;1336;1337;1338;1339;1340;1341;1342;1343;1344;1345;1346;1347;1348;1349;1350;1351;1352;1353;1354;1355;1356;1357;1358;1359;1360;1361;1362;1363;1364;1365;1366;1367;1368;1369;1370;1371;1372;1373;1374;1375;1376;1377;1378;1379;1380;1381;1382;1383;1384;1385;1386;1387;1388;1389;1390;1391;1392;1393;1394;1395;1396;1400;1401;1402;1403;1404;1405;1406;1407;1408;1409;1411;1412;1413;1414;1415;1416;1417;1418;1419;1420;1421;1422;1423;1424;1425;1426;1427;1428;1429;1430;1431;1432;1433;1434;1435;1436;1437;1438;1439;1440;1441;1442;1443;1444;1445;1446;1447;1448;1449;1450;1451;1452;1453;1454;1455;1456;1457;1458;1459;1460;1461;1462;1463;1464;1465;1466;1467;1468;1469;1470;1471;1472;1473;1474;1475;1476;1477;1478;1479;1480;1481;1482;1484;1485;1486;1487;1488;1489;1490;1491;1492;1493;1494;1495;1496;1497;1498;1499;1500;1502;1503;1504;1505;1506;1507;1508;1510;1511;1512;1513;1514;1515;1516;1517;1518;1519;1520;1521;1522;1523;1524;1525;1526;1527;1528;1529;1530;1531;1532;1533;1534;1535;1536;1537;1538;1539;1540;1541;1542;1543;1544;1545;1546;1547;1548;1549;1550;1551;1552;1553;1555;1556;1557;1558;1559;1560;1561;1562;1563;1564;1565;1566;1567;1568;1569;1570;1571;1572;1573;1574;1575;1576;1577;1578;1579;1580;1581;1582;1583;1584;1585;1586;1587;1588;1589;1590;1591;1592;1593;1594;1596;1597;1598;1599;1600;1601;1602;1605;1606;1607;1608;1609;1610;1611;1612;1613;1614;1615;1616;1617;1618;1619;1620;1621;1622;1623;1624;1625;1627;1628;1629;1630;1631;1632;1633;1634;1635;1636;1637;1638;1639;1640;1641;1642;1643;1644;1645;1646;1647;1648;1649;1650;1651;1652;1653;1654;1655;1656;1657;1658;1659;1660;1661;1662;1663;1664;1665;1666;1667;1668;1669;1670;1671;1672;1673;1674;1675;1676;1677;1678;1679;1680;1681;1682;1683;1684;1685;1686;1687;1688;1689;1690;1691;1692;1693;1694;1695;1696;1697;1698;1699;1700;1701;1702;1703;1704;1705;1706;1707;1708;1709;1710;1711;1712;1713;1714;1715;1716;1717;1718;1719;1720;1721;1722;1723;1724;1725;1726;1727;1728;1729;1730;1731;1732;1733;1734;1735;1736;1737;1738;1739;1740;1741;1742;1743;1744;1745;1746;1747;1748;1749;1750;1751;1752;1753;1754;1755;1756;1757;1758;1759;1760;1761;1762;1763;1764;1765;1766;1767;1768;1769;1770;1771;1772;1773;1774;1775;1776;1777;1778;1779;1780;1781;1782;1783;1784;1785;1786;1787;1788;1789;1790;1791;1792;1793;1794;1795;1796;1797;1798;1799;1800;1801;1802;1803;1804;1805;1806;1807;1808;1809;1810;1811;1812;1813;1814;1815;1816;1817;1818;1819;1820;1821;1822;1823;1824;1825;1826;1827;1828;1829;1830;1831;1832;1833;1834;1835;1836;1837;1838;1839;1840;1841;1842;1843;1844;1845;1846;1847;1848;1849;1850;1851;1852;1853;1854;1855;1856;1857;1858;1859;1860;1861;1862;1863;1864;1865;1866;1867;1868;1869;1870;187Ferqa di nêvbera »ko«, »ku« û »kû« de (2005-05-19)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
Xewna Mesûd Barzanî ji başûrê Kurdistanê mezintir e (2005-02-07)
 
REKLAM


KOLUMNÎST
Şebabê Egît nabe Şeroyê Biro û ez jî nabim ”heval”
Tolstoy û xelata Nobelê
Kurdistaneka serbixwe û [ne]cida
Heşt rojên şerê xendekê – I
Em û felsefe
Hilbijartinên Kurdistanê ez şok kirim
© 1997–2024 www.nefel.com  |  E-poste: info@nefel.com  |  Powered by Medesoft.org