[ PÊNCŞEM, 2024-04-25 ]   [ BIKE MALPERA DESTPÊKÊ ]   [ BÊXE NÊV BIJAREYAN ]   [ KONTAKT ]   [ INFO ]   [ LÊGERÎN & ARŞÎV ]  
DESTPÊK
Nûçe
Nivîsar
Kulturmagazîn
Hevpeyvîn
Kolumnîst
Ewrokurd
E-Pirtûk
Lîteratûr
Ziman
Muzîk
Foto
Lînk
E-POSTEYA TE
  Nav (Username)  
   
  Þîfre (Password)  
   
   
     
   »E-posteyeka nû
 bo xwe qeyd bike
 
REKLAM


KOLUMNÎST 
Meha tebaxê
STOCKHOLM, 16/8 2012 — Meha tebaxê di gelek stiranên kurdî de jî dibuhure. Lê ez ê di vê kurtenivîsê de li ser cihê meha tebaxê ya di stiranên kurdî de ranewestim. Ez ê behsa germa wê, an jî behsa bûkaniya wê ya destpêka payizê jî nekim.

Ez ê bi tenê behsa du rojên wê, du dîrokên wê bikim; ji van herdu rojan, yek jê ji bo min roja xemgîniyê, ya din jî roja dilşahiyê ye. Ev jî qanûneke xwezayê ye; carina yek zora ya din bibe jî dîsa xemgînî û dilşahî bi hev re dimeşin.

Di nozdehê tebaxa 1994an de, birayê min ê ji min biçûktir, di salên xwe ên pir ciwan de, li bajarê xwe, li ber dikana xwe bû hedefa gulleyên hovan û can da. Qatilên Musa Anter, Vedat Aydin, Mehmet Sincar û bi sedan kurdên din kî bin, yên wî jî ew in. Heta kujer dernekvin, ew perdeya sirê eşkere nebe, berpirsiyar dewlet e.

Heta dewlet van kujeran dernexin, wan ceza nekin û ji xwediyên qurbanan lêborînê nexwaze, wê dilê xwediyan li dewletê venebe, baweriyê pê neyne, jê bi şik be û wê qatil bibîne. Dewletek bi qatilbûna xwe nikare bide ser riya demokrasiyê. Ji ber ko demokrasî pirrengî, pirdengî, şefafî, zelalî û parastina mafên mirovan e; dûrî çavsorî û zilmê ye.

Birayê min li talanê kesî nexistibû, malê kesî nexwaribû, çav bera namûsa kesî nedabû, kes nekuştibû û nebûbû sebebê kuştina kesî; ew ne endamê tu rêxistinên nihênî bû jî; ew gênc bû, temenê wî li dor sihî bû, zewicî bû û bavê keçikeke biçûk bû. Ew kurdekî hezkirî bû, bi xwe nedinivîsand, lê pir ji klasîkên kurdî hez dikir; wî gelek şaîrên kurd ên klasîk ji ber dizanîbû. Ew di xortaniya xwe de jî futbollîz bû, di taximê bajarê xwe de bi pêş ketibû. Navê wî Mehemed Elî bû, lê wî naznavê Birûsk li xwe kiribû.

Min di sala 1980 de xatir ji Mehemed Elî û endamên malbatê ên din xwestibû û ez bi xerîbiyê ketibûm. Hingî Mehemed Elî panzdeh-şanzdeh salî bû. Min Mehemed Elî deh salan nedît, salan xwe ji heyştêyî gihandibû nodî û cara pêşî ez di sala 1990î de vegeriyam bajarê xortaniya xwe. Mehemed Elî mezin bûbû, êdî li bajêr wek Birûsk dihat naskirin. Lîse qedandibû, lê dikandarî dikir. Navdar jî bûbû. Xelkên bajêr jê hez dikirin. Henekçî û nuktedan bû. Dema ko zarok bû, di siya min de bû; kesî ew zêde nas nedikir. Lê gava ez di nodî de li mala bavê xwe, -ya ko piştî kuştina Mehemed Elî stûna wê hilweşiya- bûbûm mêvan û ez û Mehemed Elî derdiketin bajêr, heta em ji seriyekî diçûn seriyê din, ew li gelek kesan disekinî, li hal û wextên hev dipirsîn, henek dikirin û di hev re dibuhurîn. Mehemed Elî êdî bûbû Birûsk, li bajêr vedida, lê li kesî nedida.

Mehemed Elîyê ko bajarekî jê hez dikir, gulleyekê ew bir. Ew gulle li dilê min jî ket; ew êşa dilê min nema dicebire; her ko meha tebaxê tê, xemgîniyeke kûr xwe bera ser min dide. Ez hingî xwe dispêrim nivîsê. Ez di cîhana xeyalan de li misqalek aramî digerim. Tu dibêjî qey Xwedê ew sebir û aramî di şiklê zarokekê de ji min re nazil kiriye. Di panzdehê tebaxa 2008an de Xwedê keçikek da me, me navê wê kir Ava. Niha, gava rojên bîranîna Mehemed Elî nêzîk dibin, em haziriya pîrozkirina rojbûna Avayê dikin. Ava dibe çarsalî, ew êdî min dide ber pirsan; ew gelek pirsên felsefî û dinyayî ji min dike, ez bersiva hin pirsên wê didim û di bersivdayina hinan de jî dikevim tengasiyê. Ew ê sibe dusibe li kuştina apê xwe Mehemed Elî jî bipirse, ez nizanim ka ez ê çi bersivê bidimê…

***

[çîrok] Ewrê reş

Xwedê mêrkujên te ji partiya xwe avêtine; ew niha,
di germa tebaxê de, li kuçe û kolanên bajarê te parsê dikin…


Gava tu sibehê zû ji xewê rabûyî ser xwe, canê te giran bû, her derê te diêşiya û dijeniya. Te di xewnê de du xortên kincspî dîtibûn. Ew bi dostanî nêzîkî te bûbûn û paşê demançe ji ber xwe kişandibûn û bera te dabûn. Guleyên wan bi nermî di laşê te re derbas bûbûn. Ne êş, lê te xweşiyek his kiribû, loma tu bi wan re beşişî bû. Wan dîsa bera te dabûn. Tu dîsa bi wan re beşişî bû. Ew lerizîbûn, lê tu bi wan re keniyabû. Wan ji tirsan demançeyên xwe avêtibûn û bazdabûn. Te bi dû wan de nêrîbû û te bi ken serê xwe bi vir de û wir de hejandibû. Dûre laşê te sivik bûbû. Gava te li xwe nêrîbû te cawekî spî mîna yên heciyan li xwe dîtibû. Û tu hêdîka bi laşê xwe yê sivik bi hewa ketibûyî. Tu bilind bûbûyî, tu bi ser ewrên spî ketibûyî. Lê ji nişkekê ve mîna baskên te bişikên, tu ji jor de ketibûyî erdê. Û tu bi wê ketinê şiyar bûbûyî. Gava tu şiyar bûbû, te tavilê li saeta xwe nêrîbû. Saet heftê sibehê bû. Diviyabû tu saet di heft û nîvan de li dikana xwe bûyayî. Te hê tesîra xewnê ji ser xwe neavêtibû. Te demekê bi ax û wax xwe di nav nivînan de biribû vî alî û wî aliyî. Te êşeke mîna ko tu ji ser xaniyekî de ketibî his dikir. Her derên te diêşiya. Jina te ya bi halkî çavlixew derengbûna rojê di bîra te de anîbû, xwestibû tu rabî ser xwe û herî dikanê. Te jî pê dizanîbû, dereng bû, lê mîna ko tu bi doşekê ve hatibûyî dirûtin, tu nikarîbû rabûya ser xwe. Gava dengê pîra diya te ji hewşê hatibû, tu hingî ji nav nivînan pekiyabû. Hêzek hatibû te. Tu pêşî bi ser dergûşa keçika xwe de xwar bûbûyî û te ew maçî kiribû. Keçika biçûk ya di pêçekê de bi maçîkirina te xwe biribû û anîbû û şiyar bûbû. Çawa ko ew şiyar bûbû jî bi te re keniyabû. Paşê giriyabû. Lê diviyabû tu zû biçûya dikanê. Tu dereng mabûyî. Wextê te tunebû ko tu mîna her sibeh bi keçika xwe şa bibûya. Tu derbasî mitfaxê bûbûyî. Te ji selika nên pariyek nan jêkiribû û ji sarincê seriyek penîr derxistibû. Te hema li ser lingan ew avêtibûn devê xwe. Jina te xwestibû ji te re taştê çêbike, lê ji ber derengmayînê te nexwestibû. Te li hewşê bi hêdîka destê xwe li pişta diya xwe ya ko hewş dimalişt, xistibû û tu di derî re derketibûyî.

Gava tu gihîştibûyî ber dikana xwe, du mişterî li ber derî li bendî te rawestiyabûn. Ew mişteriyên te yên hertim bûn. Êdî hûn bûbûn dost. We bi hev re çayê vedixwar û sohbet dikir. We li ber deriyê dikanê henek bi hev kiribûn, te bi henekan kulmek hêdîka li zikê yekî ji wan xistibû. Mîna ko ew pir êşiyabe wî destê xwe avêtibû zikê xwe. Yê dinê ko simbêlreş û cênîkspî bû, bi henekan gotibû ko tu sibehan zû naxwazî ji hembêza Fatima Muxribî derkevî.

Hûn keniyabûn. Te bi devkenî dikan vekiribû û hûn bi hev re derbasî hundir bûbûn. Te ji wan re kursî derxistibûn ber siya dikanê. Te xwestibû ew rûnên, lê ew bi lez bûn, wan du teneke boyaxa spî û firçeyek ji te kirîbûn û çûbûn. Tu jî bi cihkirina firaxan mijûl bûbûyî. Dikana te ya biçûk her ko diçû mezintir dibû, firaxên te zêdetir bûbûn, mişteriyên te pirtir bûbûn. Bi tenê deynekî te mabû, te ew jî bidaya, bi gotina te rewşa te baş dibû. Te biçûkî pir feqîrî dîtibû, lê te nedixwest zarokên te jî wê feqîriyê bibînin. Tam gava tu li keçika xwe ya biçûk fikirîbû û te di serê xwe de zarokên din ko wê çêbibûna bi gewde kiribûn, li zengilê telefona te ketibû. Ya ko telefon kir jina te bû. Ji te re digot ko te demança xwe li malê ji bîra kiriye. Te jî guh nedabûyê, te gotibû, ”ma wê kî min bikuje?” Bi rastî malbata te jî bawer nedikirin ko wê kes te bikujin. Te bi zimanê xwe dikarîbû, te li her derê her tişt nedigot, te kes jî neêşandibû. ”Îro tişt tuneye” te ji jina xwe re gotibû û te pêwîstiya demançê nedîtibû. Paşê wê ji te ji bo keçikê cotek gore xwestibû û ji bo şîvê bi te şêwirîbû. Te şorebeyek nîskê û pelên dagirtî xwestibû. Lê te bîra ko tu ê wê şîvê nexwî nebiribû. Mîna ko haya te ji xezeba ko bi ser bajêr de girtibû tunebû. Bajar bûbû mîna daristaneke ko nêçîrvan lê li nêçîra xwe digeriyan. Li serê her kuçê, li ber her dikanê, li pişt her mizgeftê, li dibistanê, nêçîrvan digihîştin nêçîrên xwe. Nêçîrên ko hê bi miradê xwe şa nebûbûn. Ev çi ewrê reş bû ko bajarê te rapêçabû? Ev çi ewrê reş bû ko reşahî xistibû dilê bajariyên te? Ji ewrê reş dilopên jehrê bi ser bajarê te de dibariyan. Di tîrêjên rojê de awirên mêrkujan diyar dibû. Keçên bajarê te yên bi stuyê Nefertîtî û bi spehîtiya Afrodîtê çilmisîbûn, ji ber lixwekirina kurtekirasekî, qebhet bi ser wan de dihat, tu bi cezayê qebhetê yê li welatê xwe dizanî! Lê haya te ji herdu xortên ko ji doh de li pey te bûn, tunebû. Gava te di germa tebaxê de kursiya xwe derxistibû ber derî, hingî çavên te li herdu xortikan ketibû. Wan firsend nedabûn te, her yekî demançeyek ji ber xwe kişandibû û bi xedarî bera te dabûn. Tu ji ser kursiyê gindirîbûyî erdê û te xwestibû tu xwe bi çarpiyan biavêjî hundirê dikanê. Lê wan ji pişt ve jî bera te dabûn. Tu li erdê perpitî bû, te destên xwe avêtibûn tenekeyên boyaxê yên li ber derî, lê wan jî alîkariya te nekiribûn, bi ser te de hatibûn xwarê. Tu di nav xwînê de mabûyî, te bi wê rewşê bi stuxwarî li mêrkujên xwe nêrîbû û gava tu bi wan re beşişî bû, wan ji tirsan baz dabûn. Paşê, laşê te sivik bûbû. Gava te li xwe nêrîbû, te cawekî spî mîna yên heciyan li xwe dîtibû. Û tu hêdîka bi laşê xwe yê sivik bi hewa ketibûyî

1995

-----------------------------------
Nivîskar: FIRAT CEWERÎ firat.ceweri@comhem.se
Weşandin: 2012-08-16
Xwendin: 2619
 

KOLUMNÊN BERÊ   
Li dilê min miqate be (2013-10-16)
Kitêbxaneya Îskenderyayê (2013-06-13)
Edebiyata cihûyan ya modern çi ye (2013-02-19)
Duzimanî (2013-01-09)
Ez bibêjim lê, wê deng bê te! (2012-11-01)
Jin û edebiyat (2012-10-05)
Ka cihûyên Kurdistanê? (2012-09-06)
Di siya Melekî Tawiz de (2012-08-04)
Sirgûn û edebiyata modern (2012-07-05)
Fotografê ko ji bîra min naçe (2012-06-16)
Zilamê ko herî pir xelata Nobel ya edebiyatê girtiye (2012-05-20)
Li ser nivîskariyê (2012-05-12)
Mimesis (2012-04-19)
Rastiya nivîskariyê (2012-04-05)
Divê newroz di roja xwe de were pîroz kirin (2012-03-21)
Şoreş zarokên xwe dixwin (2012-03-07)
Rewşenbîrên dema xortaniya min (2012-02-23)
Siyaset û edebiyat (2012-02-09)
Edebiyat ”edebiyat” e û ne wêje ye (2012-01-25)
Kurdên binxetê (2012-01-11)
NERÎNGEH
 
[kitêb] Sun Zî: Hunera şer (2016-04-21)
Ismail Beşikçi ji kurdan re li ser ermeniyan semînerek da (2013-09-28)
Kurdistan berî serxwebûna siyasî ”serxwebûna petrolê” û ekonomîk îlan dike (2012-05-21)
Tewanga navdêrên zimanê kurdî (2009-02-08)
Umît Firat dibêje navnîşana çareserîya pirsa kurd ne PKK ye (2008-11-11)
Hêro Talebanî: Min nedixwest Mam Celal bibe serokkomarê Iraqê [foto] (2007-05-10)
Alfabeya kurdî-latînî ji bo zimanê kurdî ji alfabeya kurdî-erebî minasibtir e (2005-11-02)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
vv9v8v09fq:TabArticles:4;8;12;14;17;19;21;22;23;24;28;29;30;31;32;40;41;43;44;46;48;49;51;52;53;54;55;56;58;60;62;63;64;65;66;67;69;71;72;74;75;76;77;78;79;80;81;82;84;85;86;90;91;92;94;95;96;97;98;100;102;103;104;105;106;107;109;110;111;112;113;114;115;116;117;118;119;120;121;122;123;124;125;126;127;128;129;130;131;132;133;134;136;137;138;139;140;141;142;143;144;145;146;147;149;150;151;152;153;155;157;158;159;160;163;164;165;166;167;168;169;170;171;172;173;174;175;176;178;179;180;181;182;183;184;185;186;187;188;189;190;191;192;193;194;195;196;197;198;199;200;202;203;204;205;206;207;208;209;210;211;212;213;214;215;216;217;218;219;221;222;223;224;225;226;227;228;229;230;231;232;233;234;235;236;237;238;239;240;241;242;243;244;245;246;247;248;249;250;251;253;254;255;256;257;258;259;260;261;262;263;264;265;266;267;268;269;270;271;272;273;274;275;276;277;278;279;280;281;282;283;284;285;286;287;288;289;290;291;293;294;295;296;297;298;301;302;303;304;305;306;307;308;309;310;311;312;313;314;315;316;317;318;319;320;321;322;323;324;325;326;327;328;329;330;331;332;333;334;335;336;337;338;339;340;341;342;343;344;345;346;347;348;349;350;351;352;353;354;355;356;357;358;359;360;361;362;363;364;365;366;367;368;369;370;371;372;373;374;375;376;377;378;379;380;381;382;383;384;385;386;387;388;389;391;392;393;394;395;396;398;399;400;401;402;403;404;405;406;407;408;409;410;411;412;413;414;415;416;417;418;419;420;421;422;423;424;425;426;427;428;429;430;431;432;433;434;435;436;437;438;439;440;441;442;443;444;445;446;447;448;449;450;451;452;453;454;455;457;458;459;460;461;462;463;464;465;466;467;468;469;470;471;472;473;474;475;476;477;478;479;480;481;482;483;484;485;486;487;488;489;491;492;493;494;495;496;497;498;499;500;501;502;503;504;505;506;507;508;509;510;511;512;513;514;515;516;517;518;519;520;521;522;523;524;525;526;527;528;529;530;531;532;533;534;535;536;537;538;539;540;541;542;543;544;545;546;547;548;549;550;552;553;554;555;556;557;558;559;560;561;562;563;564;565;566;567;568;569;570;571;572;573;574;575;576;577;578;579;580;581;582;583;584;585;586;587;588;589;590;591;592;593;594;595;596;597;598;599;600;601;602;603;604;605;606;607;608;609;610;611;612;614;615;616;617;618;619;620;621;622;623;624;625;626;627;628;629;630;631;632;633;634;635;636;637;638;639;640;641;642;643;644;645;646;647;648;649;650;651;652;653;654;655;656;657;658;659;660;661;662;663;664;665;666;667;668;669;670;671;672;673;674;675;676;677;678;679;680;681;682;683;684;685;686;687;688;689;690;691;692;693;694;695;696;697;698;699;700;701;702;703;704;705;706;707;708;709;710;711;712;713;714;715;716;717;718;719;721;722;723;724;725;726;727;728;729;730;731;732;733;734;735;736;738;740;741;742;743;744;745;746;747;748;749;750;751;752;753;755;756;757;758;759;760;761;762;763;764;765;766;767;768;769;770;771;773;775;776;777;778;779;780;781;782;783;784;785;786;787;788;789;790;791;792;793;794;795;796;798;799;800;801;802;803;804;805;806;807;808;809;810;811;812;813;814;815;816;817;818;819;820;821;822;823;824;825;826;827;828;829;830;831;832;833;834;835;836;837;838;839;840;841;842;843;844;845;846;847;848;849;850;851;852;853;854;855;856;857;858;859;860;861;862;863;864;865;866;867;868;869;870;871;872;873;874;875;876;877;878;879;880;881;882;883;884;885;886;887;888;889;890;891;892;893;894;895;896;897;898;899;900;901;902;903;904;905;906;907;908;909;910;911;912;913;914;915;916;917;918;919;920;921;922;923;924;925;926;927;928;929;930;931;932;933;934;935;936;937;938;939;940;941;942;943;944;945;946;947;948;949;950;951;952;953;954;955;956;957;958;959;960;961;962;963;964;965;966;967;968;969;970;971;972;973;974;975;976;977;978;979;980;981;982;983;984;985;986;987;988;989;990;991;992;993;994;995;996;997;998;999;1000;1001;1002;1003;1004;1005;1006;1007;1009;1010;1011;1012;1013;1014;1015;1016;1017;1018;1019;1020;1021;1022;1023;1024;1025;1026;1027;1028;1029;1030;1031;1032;1033;1034;1035;1036;1037;1038;1039;1040;1041;1042;1043;1044;1045;1046;1047;1048;1049;1050;1051;1052;1053;1054;1055;1056;1057;1058;1059;1060;1061;1062;1063;1064;1065;1066;1067;1068;1069;1070;1071;1072;1073;1074;1075;1076;1077;1078;1079;1080;1081;1082;1083;1084;1085;1086;1087;1088;1089;1090;1091;1092;1093;1094;1095;1096;1097;1098;1099;1100;1101;1102;1103;1104;1105;1106;1107;1108;1109;1110;1111;1112;1113;1114;1115;1116;1117;1118;1119;1120;1121;1122;1123;1124;1125;1126;1127;1128;1129;1130;1131;1132;1133;1134;1135;1136;1137;1138;1139;1140;1141;1142;1143;1144;1145;1146;1147;1148;1149;1150;1151;1152;1153;1154;1155;1156;1157;1158;1159;1160;1161;1162;1163;1164;1165;1166;1167;1168;1169;1170;1171;1172;1173;1174;1175;1176;1177;1178;1179;1180;1181;1182;1183;1184;1185;1186;1187;1188;1189;1190;1191;1192;1193;1194;1195;1196;1197;1198;1199;1200;1201;1202;1203;1204;1205;1206;1207;1209;1210;1211;1212;1213;1214;1215;1216;1217;1218;1219;1220;1221;1222;1223;1224;1225;1226;1227;1228;1229;1230;1231;1232;1233;1234;1235;1236;1237;1238;1239;1240;1241;1242;1243;1244;1245;1246;1247;1248;1249;1250;1251;1252;1253;1254;1255;1256;1257;1258;1259;1260;1261;1262;1263;1264;1265;1266;1267;1268;1269;1270;1271;1272;1273;1274;1275;1276;1277;1278;1279;1280;1281;1282;1283;1284;1285;1286;1287;1288;1289;1290;1291;1292;1293;1294;1295;1296;1297;1298;1299;1300;1301;1302;1303;1304;1305;1306;1307;1308;1309;1310;1311;1312;1313;1314;1315;1316;1317;1318;1319;1320;1321;1322;1323;1324;1325;1326;1327;1328;1329;1330;1331;1332;1333;1334;1335;1336;1337;1338;1339;1340;1341;1342;1343;1344;1345;1346;1347;1348;1349;1350;1351;1352;1353;1354;1355;1356;1357;1358;1359;1360;1361;1362;1363;1364;1365;1366;1367;1368;1369;1370;1371;1372;1373;1374;1375;1376;1377;1378;1379;1380;1381;1382;1383;1384;1385;1386;1387;1388;1389;1390;1391;1392;1393;1394;1395;1396;1400;1401;1402;1403;1404;1405;1406;1407;1408;1409;1411;1412;1413;1414;1415;1416;1417;1418;1419;1420;1421;1422;1423;1424;1425;1426;1427;1428;1429;1430;1431;1432;1433;1434;1435;1436;1437;1438;1439;1440;1441;1442;1443;1444;1445;1446;1447;1448;1449;1450;1451;1452;1453;1454;1455;1456;1457;1458;1459;1460;1461;1462;1463;1464;1465;1466;1467;1468;1469;1470;1471;1472;1473;1474;1475;1476;1477;1478;1479;1480;1481;1482;1484;1485;1486;1487;1488;1489;1490;1491;1492;1493;1494;1495;1496;1497;1498;1499;1500;1502;1503;1504;1505;1506;1507;1508;1510;1511;1512;1513;1514;1515;1516;1517;1518;1519;1520;1521;1522;1523;1524;1525;1526;1527;1528;1529;1530;1531;1532;1533;1534;1535;1536;1537;1538;1539;1540;1541;1542;1543;1544;1545;1546;1547;1548;1549;1550;1551;1552;1553;1555;1556;1557;1558;1559;1560;1561;1562;1563;1564;1565;1566;1567;1568;1569;1570;1571;1572;1573;1574;1575;1576;1577;1578;1579;1580;1581;1582;1583;1584;1585;1586;1587;1588;1589;1590;1591;1592;1593;1594;1596;1597;1598;1599;1600;1601;1602;1605;1606;1607;1608;1609;1610;1611;1612;1613;1614;1615;1616;1617;1618;1619;1620;1621;1622;1623;1624;1625;1627;1628;1629;1630;1631;1632;1633;1634;1635;1636;1637;1638;1639;1640;1641;1642;1643;1644;1645;1646;1647;1648;1649;1650;1651;1652;1653;1654;1655;1656;1657;1658;1659;1660;1661;1662;1663;1664;1665;1666;1667;1668;1669;1670;1671;1672;1673;1674;1675;1676;1677;1678;1679;1680;1681;1682;1683;1684;1685;1686;1687;1688;1689;1690;1691;1692;1693;1694;1695;1696;1697;1698;1699;1700;1701;1702;1703;1704;1705;1706;1707;1708;1709;1710;1711;1712;1713;1714;1715;1716;1717;1718;1719;1720;1721;1722;1723;1724;1725;1726;1727;1728;1729;1730;1731;1732;1733;1734;1735;1736;1737;1738;1739;1740;1741;1742;1743;1744;1745;1746;1747;1748;1749;1750;1751;1752;1753;1754;1755;1756;1757;1758;1759;1760;1761;1762;1763;1764;1765;1766;1767;1768;1769;1770;1771;1772;1773;1774;1775;1776;1777;1778;1779;1780;1781;1782;1783;1784;1785;1786;1787;1788;1789;1790;1791;1792;1793;1794;1795;1796;1797;1798;1799;1800;1801;1802;1803;1804;1805;1806;1807;1808;1809;1810;1811;1812;1813;1814;1815;1816;1817;1818;1819;1820;1821;1822;1823;1824;1825;1826;1827;1828;1829;1830;1831;1832;1833;1834;1835;1836;1837;1838;1839;1840;1841;1842;1843;1844;1845;1846;1847;1848;1849;1850;1851;1852;1853;1854;1855;1856;1857;1858;1859;1860;1861;1862;1863;1864;1865;1866;1867;1868;1869;1870;187Ferqa di nêvbera »ko«, »ku« û »kû« de (2005-05-19)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
Xewna Mesûd Barzanî ji başûrê Kurdistanê mezintir e (2005-02-07)
 
REKLAM


KOLUMNÎST
Şebabê Egît nabe Şeroyê Biro û ez jî nabim ”heval”
Tolstoy û xelata Nobelê
Kurdistaneka serbixwe û [ne]cida
Heşt rojên şerê xendekê – I
Em û felsefe
Hilbijartinên Kurdistanê ez şok kirim
© 1997–2024 www.nefel.com  |  E-poste: info@nefel.com  |  Powered by Medesoft.org