[ SÊŞEM, 2024-04-23 ]   [ BIKE MALPERA DESTPÊKÊ ]   [ BÊXE NÊV BIJAREYAN ]   [ KONTAKT ]   [ INFO ]   [ LÊGERÎN & ARŞÎV ]  
DESTPÊK
Nûçe
Nivîsar
Kulturmagazîn
Hevpeyvîn
Kolumnîst
Ewrokurd
E-Pirtûk
Lîteratûr
Ziman
Muzîk
Foto
Lînk
E-POSTEYA TE
  Nav (Username)  
   
  Þîfre (Password)  
   
   
     
   »E-posteyeka nû
 bo xwe qeyd bike
 
REKLAM


KOLUMNÎST 
Ez bibêjim lê, wê deng bê te!
STOCKHOLM, 1/11 2012 — Di hemû kultur û hemû deman de behsa demên bihurî û xweşbûna demên bihurî tê kirin. Ji ber ko bîranînên mirov bi demên bihurî re hene. Zarokatî û xortaniya mirov di demên bihurî de dimînin, ew dem jî zaroktî û xortaniya mirov bi xwe re dibin û dibuhurin.

Ya ko mirov li dû ye, ji demên bihurî wêdetir, di eslê xwe de zaroktî û xortanî ye. Ew zaroktî û xortaniya spehî ye, ya ko bi hemû spehîtiya xwe bi demê re bihuriye û çûye. Di destê mirov de, di neynika hember de, porê spî, rûyê qermiçî, pişta tewiyayî û êş û elemên laş ên nediyar mane.

Gava ez jî li demên bihurî digerim, xortaniya min bi destê min digire, min ji vê demsala payizê ya xweş, lê ya xemgîn û dilêş derdixe û dibe Nisêbîna salên heftêyî. Hebûna stasyona trênê, pira Alman ya ko trêna reş wek marekî li ser diçerixî û dixaneke spî bi ser xwe dixist, çemê wê yê mezin ko bajar dikir du beş û ber bi binxetê ve diherikî, dar û berên wê, sînemayên wê ên sergirtî û servekirî, mirovên wê ên bajarî, keç û jinên wê ên medenî û spehî, kozmopolîtbûna wê û toleransa wê, Nisêbîn wek bajarekî hevdem di dilê min de bi cih kiribû. Ez bi zaroktiya xwe li vî bajarî tevdigeriyam, ez li vî bajarî bûm naşî û derbasî xortaniya xwe bûm. Ez di çemê vî bajarî de fêrî avjeniyê bûm, min li vî bajarî xwe fêrî ajotina bisiklêtê kir. Berî ko ez ji nişkê ve qelemê di destê xwe de bibînim û bi alfabeya nenas helbestên kurdî raxim, bala min li ser sînemayê bû û min dixwest ez bibim aktor.

Salan xwe gihand 76an. Ez dibêjim hingî bû min û Arjen Arî hevdu li Nisêbînê nas kir. Piştî saleke din êdî em bûn agir û pêtî. Me digot em ê tavilê şoreşekê bikin û rewşa xwe biguherin, bibin dîkên ser sergoyê xwe. Em bûbûn wek misyoneran, em bi şev û roj dixebitîn. Em li piraniya gundên Nisêbînê peya geriyan. Hê dema sîleh nehatibû, me propogandaya hişyarbûnê ji xelkê re dikir. Bi şevan jî, em bi satilên boyaxê li kuçe û kolanên bajêr digeriyan û me xaniyên xelkê ên spehî di sloganên xwe ên çeloxwarî de dihiştin. Gava em sibehan zû radibûn, bi dû şopa xwe diketin û me sloganên xwe li ser dîwaran didîtin, em bêhawe kêfxweş dibûn, me xwe dibuxudand û em piştrast û serbilind dimeşiyan.

Hingî dema grûban bû, keç û xortên kurdan ji hev veqetiyabûn, her hinek ber bi grûbekê ve çûbûn û xwe li gora îdeolojiya wê îfade dikirin. Ez û Arjen jî di grûbekê de hatibûn ba hev. Arjen, ê ko kincên wî guherî, simêlê wî guherî, guherî li xwe dikir û guherî tevdigeriya. Em pê ketibûn û me xwe bi felsefeya materyalîst digihand; em noqî lîteratura Marksîzmê bûbûn û me qirik li hev diqetand. Em ji wê derbasî xwendina şaîrên şoreşger, çep û serîhildêr bûn. Ji bilî Nazim Hîkmet û Ahmet Arifê ko me bi şev û roj dixwend, em bi ser Mayakovskî, Neruda û Lorca jî ve bûbûn. Bi taybetî jî bi serkêşiya Mayakovskî tevgera futurîstên ûris tesîreke mezin li me dikir. Arjen hertim kitêbeke şaîrekî di bin çengên wî de bû, dixwend, bi qelemeke reş ew ji tirkî werdigerandin kurdî û di eynî rûpelê kitêbê de, bi destxeta xwe ya spehî dinivîsand.

Di vê navê de me li Nisêbînê komeleyeke bi navê Komeleya Xortên Şoreşger ên demokrat vekiribû. Ez, Arjen Arî û Ekrem Kut ji bo komîteya karger ya komeleyê hatibûn hilbijartin. Ekrem ji Nisêbînê koç kir, birêvebirina komelê di destên min û Arjen de ma. Di wê navê de qelem û kaxez ji ba Arjen kêm nedibû û ha ha şiîr dinivîsandin. Di kurdî de bûbû rengekî din ê Ahmet Arif. Ji xwe re defterek girtibû û deftera xwe dagirtibû. Arjenê diltenik, dil jî girtibû. Lê dildara wî li aliyê xetê ê din bû, li pişt têlan, li Qamîşlokê bû. Rojekê helbesteke xwe ji min re xwend, ew helbest aniha li ba min tuneye û tiştê ko di bîra min de maye, ê berî bi sî û çar salan e:

Ez bibêjim lê, wê deng bê te
Lê ev têl, ev mayin, ev leşkerên rom
Ne dihêlin bang bikim, ne jî dihêlin bêm.

Ez ê rojekê biçûma Diyarbekirê, Arjen Arî ew helbesta xwe digel hinek helbestên din dan min da ko ez bigihînim hevalên Diyarbekirê. Di wan deman de haziriya derxistina kovara Tîrêjê dihat kirin. Min helbestên Arjen Arî û karîkatorên Niyazî xoce, (navê wî ê hunermendiyê Çep bû) birin Diyarbekirê û teslîmî hevalên Diyarbekirê kir. Piştî demekê, êdî Arjen Arî herfên xwe ên reş li ser kaxeza spî dîtibû, êdî şûr simêlê wê nedibirî. Êdî şaîr bû, helbestên wî hatibûn weşandin û wê di riya xwe de dewam bikira. Lê çavlider bû, diltenik bû, zû evîndar dibû; yanî şaîr bû. Nisêbîn jê re teng dihat. Hem dilê wî pê ve bû, destê wî jê nedibû, hem jî dixwest jê bar bike, here; lê ne ko here Îzmîran an Stenbolan, here Swêdê bi xwe. Navê Swêdê ji ser zarê wî nediket. Wî Swêd nedîtibû, lê bi Swêdê radiza, bi wê radibû. Nisêbînî ji kurdên pêşî ne ko riya Swêdê dîtine û hatine lê bi cih bûne. Zarokên Musa Anter hemû li Swêdê bûn. Piraniya biraziyên wî li Swêdê bi cih bûbûn. Eliyê Omerî, Bekir, Xalid û Şerefxanê Cizîrî hinek ji xortên Nisêbînê bûn ko berî tevgera xortan ya xurt, dabûn dû dilên xwe û xwe gihandibûn Swêdê.

Rojekê, di salan 1978an de ez û Arjen û hevalekî din em çûn Stilîlê, mala Musa Anter. Me ji Musa Anterê ko hemû jiyana xwe di riya kurdîtiyê de bihurandibû, propogandaya siyasî kir, lê me paşê guh dayê û li şîretên wî guhdarî kir. Musa Anter behsa demokrasiyê, humanîzmê û aştiyê kir. Gotinê gotin vekir û li ser Swêdê rawestiya. Musa Anterê ko wek Arjen riya wî bi Swêdê neketibû, lê ji me re bi zimanekî wilo xweş û fesîh behsa Swêdê, behsa sîstema wê kir ko tavilê cihekî wê di dilê min de çêbû. Gava Musa Anter dît ko em bi nexweşiya nivîskariya kurdî jî ktine, wî dizanîbû ko li welatê ew ji bo du rêzên bi kurdî ji îdamê filitîbû, çi li benda me bû. Wî Swêd pêşniyaz kir. Ket serê min. Êdî li bajarê min dema gotinê bihurîbû, sîleh serdest bûbû. Xortên hevalên min, bi navên rêxistinên cihê, bi sîlehan rabûbûn hev û rojê bi çendan xort li kuçe û kolanan dirêj dibûn. Ji xwe dengê teperepa postalên eskeran jî dihat, Kenan Evren fort dikirin, tehdîd dibarandin.

Di rojeke weha de min û Arjen hevdu dît, min got, ez diçim. Ka were em bi hev re biçin, em dev ji vir berdin û herin. Wî bi herdu tiliyên xwe hişk bi cigareya xwe girt, xist kêleka devê xwe, hilmeke kûr lê xist, dixaneke gur di dev û bêvila xwe de berda, xayiz bû û got; ”Destê min ji Nisêbînê nabe.” Destê min jî jê nedibû, lê min dilê xwe li wir hişt û ez derketim. Arjen ma. Paşê hat girtin. Îşkence dît. Demekê birîndar bû.

Lê dev ji nivîsandina şiîran berneda. Nivîsand, lê şiîrên wî di tûrikê wî de man. Piştî neh salên li sirgûnê ez seriyekî vegeriyam Nisêbînê. Nisîbîn di nav tirs û sawekê de bû. Ji ber kontrolên eskerî min cesaret nekir ko ez herim Stilîlê, mala apê Musa. Lê ez lê geriyam, min ew dawetî Nisêbînê kir. Ew ji camêriya xwe hat mala bavê min ko niha nemaye. Arjen jî hat. Me rojek bi hev re bihurand. Min bi apê Musa re hevpeyvînek kir, min paşê ew hevpeyvîn di rojanmeya bi navê Kurdistan Pressê de weşand. Apê Musa pesnê xebatên me ên derve da, moral da min. Min ji Arjen pirsa helbestên wî kir. Got ez dinivîsînim, min gelek defter civandine, hinek wenda bûne. Lê helbesên min dikarin bibin bela serê min. Min hingî dest bi derxistina kovara Nûdemê nekiribû, lê min haziriya wê dikir. Gava min di bihara 1992an de dest bi weşandina Nûdemê kir, ez hem li Musa Anter geriyam, hem jî li Arjen Arî geriyam da ko ew di Nûdemê de binivîsînin. Musa Anter bi nivîseke bi navê ”Nisêbînê” bi hejmara yekê dest bi nivîsê kir û soz dabû ko ew ê hertim bi nivîs û tecrubeyên xwe mil bide me û bi me re be. Di hejmara Nûdemê ya sisiyan de me Nûçeya kuştina Musa Anter da. Lê me helbestên Arjen Arî di her hejmarê de belav kirin. Arjen êdî kitêbên xwe jî dan weşandin û beşdarî konferans û festîvalên edebiyatê bû.

Arjen jîr bû, kursiya xwe dadigirt. Arjen şên bû, bi dora xwe re xweş dikir. Arjen ne mirovekî tengijî û dexsokekî jirêderketî bû; henekçî û sohbetxweş bû. Zarê Arjen şêrîn bû, kes jê aciz nedibû. Arjen jixwehez bû, kincekî xweşik li ko hebûya wê li xwe bikira, pêlavên wî ne wek ên her kesî bûn. Arjen ferqa nifşan rakiribû, bûbû îdolê xortan. Dilê Arjen hertim xort bû. Arjen jî wek Mehmed Uzun û Mahmud Baksî bîra mirina her kesî dibir, lê bîra mirina xwe nedibir.

Nizanim, ez dikim nakim devê min nagere ko ez bibêjim Arjen mir; ew ji bo min nemir e.

-----------------------------------
Nivîskar: FIRAT CEWERÎ firat.ceweri@comhem.se
Weşandin: 2012-11-01
Xwendin: 3565
 

KOLUMNÊN BERÊ   
Li dilê min miqate be (2013-10-16)
Kitêbxaneya Îskenderyayê (2013-06-13)
Edebiyata cihûyan ya modern çi ye (2013-02-19)
Duzimanî (2013-01-09)
Jin û edebiyat (2012-10-05)
Ka cihûyên Kurdistanê? (2012-09-06)
Meha tebaxê (2012-08-16)
Di siya Melekî Tawiz de (2012-08-04)
Sirgûn û edebiyata modern (2012-07-05)
Fotografê ko ji bîra min naçe (2012-06-16)
Zilamê ko herî pir xelata Nobel ya edebiyatê girtiye (2012-05-20)
Li ser nivîskariyê (2012-05-12)
Mimesis (2012-04-19)
Rastiya nivîskariyê (2012-04-05)
Divê newroz di roja xwe de were pîroz kirin (2012-03-21)
Şoreş zarokên xwe dixwin (2012-03-07)
Rewşenbîrên dema xortaniya min (2012-02-23)
Siyaset û edebiyat (2012-02-09)
Edebiyat ”edebiyat” e û ne wêje ye (2012-01-25)
Kurdên binxetê (2012-01-11)
NERÎNGEH
 
[kitêb] Sun Zî: Hunera şer (2016-04-21)
Ismail Beşikçi ji kurdan re li ser ermeniyan semînerek da (2013-09-28)
Kurdistan berî serxwebûna siyasî ”serxwebûna petrolê” û ekonomîk îlan dike (2012-05-21)
Tewanga navdêrên zimanê kurdî (2009-02-08)
Umît Firat dibêje navnîşana çareserîya pirsa kurd ne PKK ye (2008-11-11)
Hêro Talebanî: Min nedixwest Mam Celal bibe serokkomarê Iraqê [foto] (2007-05-10)
Alfabeya kurdî-latînî ji bo zimanê kurdî ji alfabeya kurdî-erebî minasibtir e (2005-11-02)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
vv9v8v09fq:TabArticles:4;8;12;14;17;19;21;22;23;24;28;29;30;31;32;40;41;43;44;46;48;49;51;52;53;54;55;56;58;60;62;63;64;65;66;67;69;71;72;74;75;76;77;78;79;80;81;82;84;85;86;90;91;92;94;95;96;97;98;100;102;103;104;105;106;107;109;110;111;112;113;114;115;116;117;118;119;120;121;122;123;124;125;126;127;128;129;130;131;132;133;134;136;137;138;139;140;141;142;143;144;145;146;147;149;150;151;152;153;155;157;158;159;160;163;164;165;166;167;168;169;170;171;172;173;174;175;176;178;179;180;181;182;183;184;185;186;187;188;189;190;191;192;193;194;195;196;197;198;199;200;202;203;204;205;206;207;208;209;210;211;212;213;214;215;216;217;218;219;221;222;223;224;225;226;227;228;229;230;231;232;233;234;235;236;237;238;239;240;241;242;243;244;245;246;247;248;249;250;251;253;254;255;256;257;258;259;260;261;262;263;264;265;266;267;268;269;270;271;272;273;274;275;276;277;278;279;280;281;282;283;284;285;286;287;288;289;290;291;293;294;295;296;297;298;301;302;303;304;305;306;307;308;309;310;311;312;313;314;315;316;317;318;319;320;321;322;323;324;325;326;327;328;329;330;331;332;333;334;335;336;337;338;339;340;341;342;343;344;345;346;347;348;349;350;351;352;353;354;355;356;357;358;359;360;361;362;363;364;365;366;367;368;369;370;371;372;373;374;375;376;377;378;379;380;381;382;383;384;385;386;387;388;389;391;392;393;394;395;396;398;399;400;401;402;403;404;405;406;407;408;409;410;411;412;413;414;415;416;417;418;419;420;421;422;423;424;425;426;427;428;429;430;431;432;433;434;435;436;437;438;439;440;441;442;443;444;445;446;447;448;449;450;451;452;453;454;455;457;458;459;460;461;462;463;464;465;466;467;468;469;470;471;472;473;474;475;476;477;478;479;480;481;482;483;484;485;486;487;488;489;491;492;493;494;495;496;497;498;499;500;501;502;503;504;505;506;507;508;509;510;511;512;513;514;515;516;517;518;519;520;521;522;523;524;525;526;527;528;529;530;531;532;533;534;535;536;537;538;539;540;541;542;543;544;545;546;547;548;549;550;552;553;554;555;556;557;558;559;560;561;562;563;564;565;566;567;568;569;570;571;572;573;574;575;576;577;578;579;580;581;582;583;584;585;586;587;588;589;590;591;592;593;594;595;596;597;598;599;600;601;602;603;604;605;606;607;608;609;610;611;612;614;615;616;617;618;619;620;621;622;623;624;625;626;627;628;629;630;631;632;633;634;635;636;637;638;639;640;641;642;643;644;645;646;647;648;649;650;651;652;653;654;655;656;657;658;659;660;661;662;663;664;665;666;667;668;669;670;671;672;673;674;675;676;677;678;679;680;681;682;683;684;685;686;687;688;689;690;691;692;693;694;695;696;697;698;699;700;701;702;703;704;705;706;707;708;709;710;711;712;713;714;715;716;717;718;719;721;722;723;724;725;726;727;728;729;730;731;732;733;734;735;736;738;740;741;742;743;744;745;746;747;748;749;750;751;752;753;755;756;757;758;759;760;761;762;763;764;765;766;767;768;769;770;771;773;775;776;777;778;779;780;781;782;783;784;785;786;787;788;789;790;791;792;793;794;795;796;798;799;800;801;802;803;804;805;806;807;808;809;810;811;812;813;814;815;816;817;818;819;820;821;822;823;824;825;826;827;828;829;830;831;832;833;834;835;836;837;838;839;840;841;842;843;844;845;846;847;848;849;850;851;852;853;854;855;856;857;858;859;860;861;862;863;864;865;866;867;868;869;870;871;872;873;874;875;876;877;878;879;880;881;882;883;884;885;886;887;888;889;890;891;892;893;894;895;896;897;898;899;900;901;902;903;904;905;906;907;908;909;910;911;912;913;914;915;916;917;918;919;920;921;922;923;924;925;926;927;928;929;930;931;932;933;934;935;936;937;938;939;940;941;942;943;944;945;946;947;948;949;950;951;952;953;954;955;956;957;958;959;960;961;962;963;964;965;966;967;968;969;970;971;972;973;974;975;976;977;978;979;980;981;982;983;984;985;986;987;988;989;990;991;992;993;994;995;996;997;998;999;1000;1001;1002;1003;1004;1005;1006;1007;1009;1010;1011;1012;1013;1014;1015;1016;1017;1018;1019;1020;1021;1022;1023;1024;1025;1026;1027;1028;1029;1030;1031;1032;1033;1034;1035;1036;1037;1038;1039;1040;1041;1042;1043;1044;1045;1046;1047;1048;1049;1050;1051;1052;1053;1054;1055;1056;1057;1058;1059;1060;1061;1062;1063;1064;1065;1066;1067;1068;1069;1070;1071;1072;1073;1074;1075;1076;1077;1078;1079;1080;1081;1082;1083;1084;1085;1086;1087;1088;1089;1090;1091;1092;1093;1094;1095;1096;1097;1098;1099;1100;1101;1102;1103;1104;1105;1106;1107;1108;1109;1110;1111;1112;1113;1114;1115;1116;1117;1118;1119;1120;1121;1122;1123;1124;1125;1126;1127;1128;1129;1130;1131;1132;1133;1134;1135;1136;1137;1138;1139;1140;1141;1142;1143;1144;1145;1146;1147;1148;1149;1150;1151;1152;1153;1154;1155;1156;1157;1158;1159;1160;1161;1162;1163;1164;1165;1166;1167;1168;1169;1170;1171;1172;1173;1174;1175;1176;1177;1178;1179;1180;1181;1182;1183;1184;1185;1186;1187;1188;1189;1190;1191;1192;1193;1194;1195;1196;1197;1198;1199;1200;1201;1202;1203;1204;1205;1206;1207;1209;1210;1211;1212;1213;1214;1215;1216;1217;1218;1219;1220;1221;1222;1223;1224;1225;1226;1227;1228;1229;1230;1231;1232;1233;1234;1235;1236;1237;1238;1239;1240;1241;1242;1243;1244;1245;1246;1247;1248;1249;1250;1251;1252;1253;1254;1255;1256;1257;1258;1259;1260;1261;1262;1263;1264;1265;1266;1267;1268;1269;1270;1271;1272;1273;1274;1275;1276;1277;1278;1279;1280;1281;1282;1283;1284;1285;1286;1287;1288;1289;1290;1291;1292;1293;1294;1295;1296;1297;1298;1299;1300;1301;1302;1303;1304;1305;1306;1307;1308;1309;1310;1311;1312;1313;1314;1315;1316;1317;1318;1319;1320;1321;1322;1323;1324;1325;1326;1327;1328;1329;1330;1331;1332;1333;1334;1335;1336;1337;1338;1339;1340;1341;1342;1343;1344;1345;1346;1347;1348;1349;1350;1351;1352;1353;1354;1355;1356;1357;1358;1359;1360;1361;1362;1363;1364;1365;1366;1367;1368;1369;1370;1371;1372;1373;1374;1375;1376;1377;1378;1379;1380;1381;1382;1383;1384;1385;1386;1387;1388;1389;1390;1391;1392;1393;1394;1395;1396;1400;1401;1402;1403;1404;1405;1406;1407;1408;1409;1411;1412;1413;1414;1415;1416;1417;1418;1419;1420;1421;1422;1423;1424;1425;1426;1427;1428;1429;1430;1431;1432;1433;1434;1435;1436;1437;1438;1439;1440;1441;1442;1443;1444;1445;1446;1447;1448;1449;1450;1451;1452;1453;1454;1455;1456;1457;1458;1459;1460;1461;1462;1463;1464;1465;1466;1467;1468;1469;1470;1471;1472;1473;1474;1475;1476;1477;1478;1479;1480;1481;1482;1484;1485;1486;1487;1488;1489;1490;1491;1492;1493;1494;1495;1496;1497;1498;1499;1500;1502;1503;1504;1505;1506;1507;1508;1510;1511;1512;1513;1514;1515;1516;1517;1518;1519;1520;1521;1522;1523;1524;1525;1526;1527;1528;1529;1530;1531;1532;1533;1534;1535;1536;1537;1538;1539;1540;1541;1542;1543;1544;1545;1546;1547;1548;1549;1550;1551;1552;1553;1555;1556;1557;1558;1559;1560;1561;1562;1563;1564;1565;1566;1567;1568;1569;1570;1571;1572;1573;1574;1575;1576;1577;1578;1579;1580;1581;1582;1583;1584;1585;1586;1587;1588;1589;1590;1591;1592;1593;1594;1596;1597;1598;1599;1600;1601;1602;1605;1606;1607;1608;1609;1610;1611;1612;1613;1614;1615;1616;1617;1618;1619;1620;1621;1622;1623;1624;1625;1627;1628;1629;1630;1631;1632;1633;1634;1635;1636;1637;1638;1639;1640;1641;1642;1643;1644;1645;1646;1647;1648;1649;1650;1651;1652;1653;1654;1655;1656;1657;1658;1659;1660;1661;1662;1663;1664;1665;1666;1667;1668;1669;1670;1671;1672;1673;1674;1675;1676;1677;1678;1679;1680;1681;1682;1683;1684;1685;1686;1687;1688;1689;1690;1691;1692;1693;1694;1695;1696;1697;1698;1699;1700;1701;1702;1703;1704;1705;1706;1707;1708;1709;1710;1711;1712;1713;1714;1715;1716;1717;1718;1719;1720;1721;1722;1723;1724;1725;1726;1727;1728;1729;1730;1731;1732;1733;1734;1735;1736;1737;1738;1739;1740;1741;1742;1743;1744;1745;1746;1747;1748;1749;1750;1751;1752;1753;1754;1755;1756;1757;1758;1759;1760;1761;1762;1763;1764;1765;1766;1767;1768;1769;1770;1771;1772;1773;1774;1775;1776;1777;1778;1779;1780;1781;1782;1783;1784;1785;1786;1787;1788;1789;1790;1791;1792;1793;1794;1795;1796;1797;1798;1799;1800;1801;1802;1803;1804;1805;1806;1807;1808;1809;1810;1811;1812;1813;1814;1815;1816;1817;1818;1819;1820;1821;1822;1823;1824;1825;1826;1827;1828;1829;1830;1831;1832;1833;1834;1835;1836;1837;1838;1839;1840;1841;1842;1843;1844;1845;1846;1847;1848;1849;1850;1851;1852;1853;1854;1855;1856;1857;1858;1859;1860;1861;1862;1863;1864;1865;1866;1867;1868;1869;1870;187Ferqa di nêvbera »ko«, »ku« û »kû« de (2005-05-19)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
Xewna Mesûd Barzanî ji başûrê Kurdistanê mezintir e (2005-02-07)
 
REKLAM


KOLUMNÎST
Şebabê Egît nabe Şeroyê Biro û ez jî nabim ”heval”
Tolstoy û xelata Nobelê
Kurdistaneka serbixwe û [ne]cida
Heşt rojên şerê xendekê – I
Em û felsefe
Hilbijartinên Kurdistanê ez şok kirim
© 1997–2024 www.nefel.com  |  E-poste: info@nefel.com  |  Powered by Medesoft.org