[ PÊNCŞEM, 2024-04-25 ]   [ BIKE MALPERA DESTPÊKÊ ]   [ BÊXE NÊV BIJAREYAN ]   [ KONTAKT ]   [ INFO ]   [ LÊGERÎN & ARŞÎV ]  
DESTPÊK
Nûçe
Nivîsar
Kulturmagazîn
Hevpeyvîn
Kolumnîst
Ewrokurd
E-Pirtûk
Lîteratûr
Ziman
Muzîk
Foto
Lînk
E-POSTEYA TE
  Nav (Username)  
   
  Þîfre (Password)  
   
   
     
   »E-posteyeka nû
 bo xwe qeyd bike
 
REKLAM


KOLUMNÎST 
Rewşenbîrên dema xortaniya min
STOCKHOLM, 23/2 2012 — Min di nivîsa xwe ya hefteya bihurî de gotibû ko nivîskar û rewşenbîr zû bi zû nagihîjin, jê re sal û demên dirêj divê. Di her sedsalê de çend nav, çend kevirên giran digihîjin ko ew dibin hîmê civata xwe. Civat bi wan bi ser xwe ve tên û bi xêra wan berê xwe dide pêşerojeke rohnî.

Ji ber ko ew bi armanc û niyeta rohnîkirina civatê rabûne û bi wê armancê tevdigerin. Çavên wan ne li desthilatdariyê ye lê li edaletkirin û şefafkirina wê ye. Nivîskar û rewşenbîrên bi vî kirasî, li welatên pêşketî, li sîstemên mervan û demokratîk tên xelatkirin û wek rûmeta welêt tên pêşkêşkirin.

Lê li sîstemên dûrî demokrasiyê xelata van celeb nivîskar û rewşenbîran girtin û zîndan e; gelek caran jî kuştin e. Ji ber ko desthilatdar wan li pêşberî temendirêjiya desthilatdariya xwe wek kelem û astengan dibînin. Loma ew li dû bêdengkirina wan digerin. Dixwazin bi her awayî dengên wan bibirin. Rewşenbîrên ko ne kesî, lê wan bi xwe, xwe derxistine, zexim in, bi înyad in, serê xwe didin, lê destûra dîlgirtina fikir û ramanên xwe nadin.

Di sedsala bihurî de, di civaka kurdan de bi tenê çend navên welê derketibûn. Min bi xwe, bi temenê xwe ê biçûk du nav ji van bihîstibûn; yek jê Edîp Karahan bû, ê din jî Musa Anter bû. Herdu jî ji herêma min bûn, ji me bûn, lê wek efsaneyan bûn. Di civateke tarî de du çirûsk bûn, dixwestin bi şewqa xwe ronahiyê bide civatê. Lê zirdewletek bi dû van herdu zarokên welêt ketibû; van herdu zarokên ko bi hezar zehmetiyan firsenda xwendinê dîtibûn, ji cehaletê rizgar bûbûn û berê xwe dabûn ilm û marîfetê.

Di salên xwe ên naşîtiyê de, gava êdî min jî xwe spartibû cîhana kitêban û dest bi nivîsandina zarê xwe ê qedexe kiribû, min xwest ez bi dû şopa van rewşenbîran bikevim. Min dixwest ez li civata wan rûnên û li şîretên wan guhdarî bikim. Min dixwest ez wan bibînim û ez fikrên wan nas bikim. Gava ez gihîştim wî temenî, Edîp Karahan wefat kiribû lê Musa Anter mabû. Musa Anter jî, ji bo ko dawiyê li hesreta xwe ya bêrîkirinê bîne û nostaljiyê li rastiyê bigerîne, berê xwe ji Stenbolê bi warê xwe vekiribû û ne li Nisêbînê, lê li gundekî (nehiye) Nisêbînê, li Stilîlê bi cih bûbû.

Ez hingî li Nisêbînê bûm, Stilîlê di bin çengê me de bû. Ez êdî ji nivîsandina sloganên li ser dîwaran westiyabûm, ji minaqeşeyên felsefeya materyalîst û pevgirêdanên dîyalektîkê aciz bûbûm, fikra dîktatoriya proleteryayê li ba min sist bûbû, ez li têkoşîna bêmane ya ji bo desthilatdariya yekpartîtiyê hay bûbûm û bi nexweşiya nivîsandina kurdî ketibûm. Belkî jî nivîsandina bi kurdî ez hişyar kiribûm û kiribû ez bi rastiya xwe bihesim.

Loma, min di sala 1978an de bi du hevalên xwe berê xwe da Stilîlê da ko em herin seredana Musa Anter; Musa Anterê ko di dema xwe de ji bo şiîreke bi sernava ”Qimil” bûbû hedefa rexneyên nivîskar û rojnamevanên tirkên nasyonalîst. Ji ber wê şiîrê hinan dixwestin wî biavêjin zîndanê, hinan jî îdama wî dixwestin.

Gava rojek ji rojên havînê me li deriyê Musa Anterî xist û wî bi rûyê xwe ê geş em keremî hundir kirin, misqala neqenciyê di rûyê wî de tunebû. Musa Anterê ko bi du-sê temenan ji me mezintir bû, mîna ko hevalê me be, bi me re ket sohbetê. Lixwekirina wî, tevgera wî, rabûn û rûniştina wî jî ne zêde dûrî ya me bû. Lê bi her awayê xwe ji me bi tecrubetir û ji me bêtir dinyadîtî bû. Ji gundekî derketibû, di rêwîtiyeke jiyanê ya piralî de bihurî bû, gelek kitêb xwendibûn, ji ber xwendina wan kitêban serê wî ketibû belayê; di zîndanan de mabû, li Stenbolê bi maqûlên kurdan re rabûbû û rûniştibû, bi xwe maqûl bû; hînî jiyana bajarvaniyê bûbû û bi wan hemû tecrubeyan li gund vegeriyabû. Dixwest dema xwe ya dawî, li gundê xwe, li cih û deverên ko bîranînên wî ên zaroktî û xortaniyê lê bihurîbûn bidomîne.

Bi sohbeta dirêj ya li hundir wî di nav re ji me re xwarin jî çêdikir. Piştî ko xwarina wî pijiya, wî ew xwarin, li baxçeyê xwe, li ser masê raxist. Te digot qey em ji herêmê pengizîbûn û li hewşeke Stenbolê an jî li maleke Ewrûpayê bi cih bûbûn. Me bi kêr û çetelan hem xwarina xwe dixwar, hem jî sohbet dikir. Baxçeyê wî bi dar û gulên rengîn xemilandîbû; cihokên avê ên ko li hev dizîvirîn û bi masiyên cûr bi cûr rengekî taybetî dida baxçe. Musa Anter wek alim û fîlozofekî bi me re ketibû sohbeteke kûr. Gava bihîst ko ez bi kurdî dinivîsînim, pir kêfa wî hat, lê gunehê xwe jî bi min anî. Wî ji tecrubeyên xwe dizanîbû ko ji ber belaya kurdî dikare çi were serê min. Lê gava min got ez haziriya xwe dikim ko terka welêt bikim, hingî rûyê wî geş bû. Wî ji min re behsa Swêdê kir. Jina wî û zarokên wî hemû li Swêdê bi cih bûbûn lê wî terka welêt nekiribû. Ez dibêjim cara pêşî min navê vî welatê ko min zêdeyî sih salên xwe lê bihurandine, ji devê Musa Anter bihîstibû. Wî got, heke tu ê biçî, here Swêdê. Tu ê bikaribî li wir zimanê xwe bi pêş de bixî û bi hêsanî binivîsînî.

Min berî hatina cûntaya 1980 bi çend mehan xwe di ser Sûrî, Almanya û Norvecê re gihand Swêdê. Piştî neh salan, di sala 1989an de ez seriyekî çûm welêt. Welat di nav agirekî din de dişewitî. Musa Anter hê li Stilîlê bû. Gava min xwest ez biçim seredana wî, birayê min ez şîret kirim ko li wir esker dikarin min bigirin û min wenda bikin. Loma, me otomobîl şand dû Musa Anter û ew keremî malê kir. Çend naşiyên cîran û xortên der û dorê Musa Anter dan ber rexneyan, nav û dûvik pê vekirin û li dijî hatina wî rawestiyan. Lê min guh neda wan û ez bi heyecan li benda vî rîspîyê welêt rawestiyam. Musa Anter hat, bi xwe re kêf û şahiyek jî anî. Wî, wê rojê mala me şên kir. Piştî firavînê min xwest ez pê re hevpeyvînekê bikim û vî dengê demekê li welêt gur, lê hatibû tefandin, dîsa bidim bihîstin. Min bi sernava “Hevpeyvîn bi xortekî 75 salî re” sohbetek pê re kir. Danê êvarî, piştî ko me Musa Anter bi rê kir, ji bo ko ji cihekî, belayek neyê serê min, min jî tavilê xwe da alî. Min paşê ew hevpeyvîn di rojanmeya Kurdistan Presê de da weşandin.

Ez piştî bi salekê zewicîm. Musa Anter jî êdî li ser erda xwe nesitirîbû û dîsa koçî Stenbolê kiribû. Ez û xanima xwe em li Stenbolê hefteyekê bûn mêvanên Musa Anter. Min hejmareke Kurdistan Presê jî bi xwe re biribû û jê re bi deng xwend. Ew mîna zarokekî pê dilşa bû, dikira ji kêfan bifiriya. Min hingî planên derxistina kovara Nûdemê jî dikir û bingehê wê avêtibû. Min ji Musa Anter re jî behsa projeya xwe kir. Wî ê di her hejmarê de binivîsanda. Gava di bihara 1992an de hejmara Nûdemê ya yekê derket, Musa Anter bi nivîseke li ser Nisêbînê beşdarî li hejmara yekê ya Nûdemê kir. Ji bo hejmara duduyan pê re negihand, lê wê nivîsa xwe bigihanda hejmara sisiyan.

Min di hejmara sisiyan de nûçeya kuştina wî belav kir. Gava min nûçeya kuştina wî bihîst hejmar di çapê de bû, lê min ji Stockholmê lê xist û xwe bi bayê bezê gihand Uppsalayê da ko ez nûçeyê bigihînim ser hejmara di çapê de. Mehmed Emîn Bozarslan jî kitêbên xwe li eynî çapxanê didan çapkirin û carê min û Seyda li wir firsenda sohbetê didît. Min carê bi Seyda re xweş dikir û hertim bi kêf û enerjîk bûm. Lê vê carê, gava ez bi lez di deriyê çapxanê re derbasî hundir bûm û pêrgî Bozarslan hatim, hema bêje min silav nedayê û di ber re bihurîm. Seyda ez dam rawestandin, li zerbûna rûyê min hay bû, meraq kir, ”Xêr e, Firat, çi bûye?” got. Lêva min a jêr lerizî, min bi zorê xwe girt û bi dengekî lerzokî got: ”Musa Anter hatiye kuştin...”

Bi wê nûçeyê wek ez xencereke ko di dilê Mehmed Emîn Bozarslan de biçikînim, ew pêşî di cihê xwe de sar bû, dûre gêj bû û heke ez neketima bin milê wî, wê bigota tep û li erdê biketa.

Mehmed Emîn Bozarslanê ko jiyana xwe li ser rohnîkirina dîroka ziman û edebiyata kurdî kiriye û zêdeyî sih salên xwe li xerîbiyê bihurandine, niha, bi hesreta warê xwe salên xwe ên dawî dijî. Lê hê jî ne kuçeyek bi navê wî heye, ne dibistanek, ne malek, ne xelatek...

-----------------------------------
Nivîskar: FIRAT CEWERÎ firat.ceweri@comhem.se
Weşandin: 2012-02-23
Xwendin: 3646
 

KOLUMNÊN BERÊ   
Li dilê min miqate be (2013-10-16)
Kitêbxaneya Îskenderyayê (2013-06-13)
Edebiyata cihûyan ya modern çi ye (2013-02-19)
Duzimanî (2013-01-09)
Ez bibêjim lê, wê deng bê te! (2012-11-01)
Jin û edebiyat (2012-10-05)
Ka cihûyên Kurdistanê? (2012-09-06)
Meha tebaxê (2012-08-16)
Di siya Melekî Tawiz de (2012-08-04)
Sirgûn û edebiyata modern (2012-07-05)
Fotografê ko ji bîra min naçe (2012-06-16)
Zilamê ko herî pir xelata Nobel ya edebiyatê girtiye (2012-05-20)
Li ser nivîskariyê (2012-05-12)
Mimesis (2012-04-19)
Rastiya nivîskariyê (2012-04-05)
Divê newroz di roja xwe de were pîroz kirin (2012-03-21)
Şoreş zarokên xwe dixwin (2012-03-07)
Siyaset û edebiyat (2012-02-09)
Edebiyat ”edebiyat” e û ne wêje ye (2012-01-25)
Kurdên binxetê (2012-01-11)
NERÎNGEH
 
[kitêb] Sun Zî: Hunera şer (2016-04-21)
Ismail Beşikçi ji kurdan re li ser ermeniyan semînerek da (2013-09-28)
Kurdistan berî serxwebûna siyasî ”serxwebûna petrolê” û ekonomîk îlan dike (2012-05-21)
Tewanga navdêrên zimanê kurdî (2009-02-08)
Umît Firat dibêje navnîşana çareserîya pirsa kurd ne PKK ye (2008-11-11)
Hêro Talebanî: Min nedixwest Mam Celal bibe serokkomarê Iraqê [foto] (2007-05-10)
Alfabeya kurdî-latînî ji bo zimanê kurdî ji alfabeya kurdî-erebî minasibtir e (2005-11-02)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
vv9v8v09fq:TabArticles:4;8;12;14;17;19;21;22;23;24;28;29;30;31;32;40;41;43;44;46;48;49;51;52;53;54;55;56;58;60;62;63;64;65;66;67;69;71;72;74;75;76;77;78;79;80;81;82;84;85;86;90;91;92;94;95;96;97;98;100;102;103;104;105;106;107;109;110;111;112;113;114;115;116;117;118;119;120;121;122;123;124;125;126;127;128;129;130;131;132;133;134;136;137;138;139;140;141;142;143;144;145;146;147;149;150;151;152;153;155;157;158;159;160;163;164;165;166;167;168;169;170;171;172;173;174;175;176;178;179;180;181;182;183;184;185;186;187;188;189;190;191;192;193;194;195;196;197;198;199;200;202;203;204;205;206;207;208;209;210;211;212;213;214;215;216;217;218;219;221;222;223;224;225;226;227;228;229;230;231;232;233;234;235;236;237;238;239;240;241;242;243;244;245;246;247;248;249;250;251;253;254;255;256;257;258;259;260;261;262;263;264;265;266;267;268;269;270;271;272;273;274;275;276;277;278;279;280;281;282;283;284;285;286;287;288;289;290;291;293;294;295;296;297;298;301;302;303;304;305;306;307;308;309;310;311;312;313;314;315;316;317;318;319;320;321;322;323;324;325;326;327;328;329;330;331;332;333;334;335;336;337;338;339;340;341;342;343;344;345;346;347;348;349;350;351;352;353;354;355;356;357;358;359;360;361;362;363;364;365;366;367;368;369;370;371;372;373;374;375;376;377;378;379;380;381;382;383;384;385;386;387;388;389;391;392;393;394;395;396;398;399;400;401;402;403;404;405;406;407;408;409;410;411;412;413;414;415;416;417;418;419;420;421;422;423;424;425;426;427;428;429;430;431;432;433;434;435;436;437;438;439;440;441;442;443;444;445;446;447;448;449;450;451;452;453;454;455;457;458;459;460;461;462;463;464;465;466;467;468;469;470;471;472;473;474;475;476;477;478;479;480;481;482;483;484;485;486;487;488;489;491;492;493;494;495;496;497;498;499;500;501;502;503;504;505;506;507;508;509;510;511;512;513;514;515;516;517;518;519;520;521;522;523;524;525;526;527;528;529;530;531;532;533;534;535;536;537;538;539;540;541;542;543;544;545;546;547;548;549;550;552;553;554;555;556;557;558;559;560;561;562;563;564;565;566;567;568;569;570;571;572;573;574;575;576;577;578;579;580;581;582;583;584;585;586;587;588;589;590;591;592;593;594;595;596;597;598;599;600;601;602;603;604;605;606;607;608;609;610;611;612;614;615;616;617;618;619;620;621;622;623;624;625;626;627;628;629;630;631;632;633;634;635;636;637;638;639;640;641;642;643;644;645;646;647;648;649;650;651;652;653;654;655;656;657;658;659;660;661;662;663;664;665;666;667;668;669;670;671;672;673;674;675;676;677;678;679;680;681;682;683;684;685;686;687;688;689;690;691;692;693;694;695;696;697;698;699;700;701;702;703;704;705;706;707;708;709;710;711;712;713;714;715;716;717;718;719;721;722;723;724;725;726;727;728;729;730;731;732;733;734;735;736;738;740;741;742;743;744;745;746;747;748;749;750;751;752;753;755;756;757;758;759;760;761;762;763;764;765;766;767;768;769;770;771;773;775;776;777;778;779;780;781;782;783;784;785;786;787;788;789;790;791;792;793;794;795;796;798;799;800;801;802;803;804;805;806;807;808;809;810;811;812;813;814;815;816;817;818;819;820;821;822;823;824;825;826;827;828;829;830;831;832;833;834;835;836;837;838;839;840;841;842;843;844;845;846;847;848;849;850;851;852;853;854;855;856;857;858;859;860;861;862;863;864;865;866;867;868;869;870;871;872;873;874;875;876;877;878;879;880;881;882;883;884;885;886;887;888;889;890;891;892;893;894;895;896;897;898;899;900;901;902;903;904;905;906;907;908;909;910;911;912;913;914;915;916;917;918;919;920;921;922;923;924;925;926;927;928;929;930;931;932;933;934;935;936;937;938;939;940;941;942;943;944;945;946;947;948;949;950;951;952;953;954;955;956;957;958;959;960;961;962;963;964;965;966;967;968;969;970;971;972;973;974;975;976;977;978;979;980;981;982;983;984;985;986;987;988;989;990;991;992;993;994;995;996;997;998;999;1000;1001;1002;1003;1004;1005;1006;1007;1009;1010;1011;1012;1013;1014;1015;1016;1017;1018;1019;1020;1021;1022;1023;1024;1025;1026;1027;1028;1029;1030;1031;1032;1033;1034;1035;1036;1037;1038;1039;1040;1041;1042;1043;1044;1045;1046;1047;1048;1049;1050;1051;1052;1053;1054;1055;1056;1057;1058;1059;1060;1061;1062;1063;1064;1065;1066;1067;1068;1069;1070;1071;1072;1073;1074;1075;1076;1077;1078;1079;1080;1081;1082;1083;1084;1085;1086;1087;1088;1089;1090;1091;1092;1093;1094;1095;1096;1097;1098;1099;1100;1101;1102;1103;1104;1105;1106;1107;1108;1109;1110;1111;1112;1113;1114;1115;1116;1117;1118;1119;1120;1121;1122;1123;1124;1125;1126;1127;1128;1129;1130;1131;1132;1133;1134;1135;1136;1137;1138;1139;1140;1141;1142;1143;1144;1145;1146;1147;1148;1149;1150;1151;1152;1153;1154;1155;1156;1157;1158;1159;1160;1161;1162;1163;1164;1165;1166;1167;1168;1169;1170;1171;1172;1173;1174;1175;1176;1177;1178;1179;1180;1181;1182;1183;1184;1185;1186;1187;1188;1189;1190;1191;1192;1193;1194;1195;1196;1197;1198;1199;1200;1201;1202;1203;1204;1205;1206;1207;1209;1210;1211;1212;1213;1214;1215;1216;1217;1218;1219;1220;1221;1222;1223;1224;1225;1226;1227;1228;1229;1230;1231;1232;1233;1234;1235;1236;1237;1238;1239;1240;1241;1242;1243;1244;1245;1246;1247;1248;1249;1250;1251;1252;1253;1254;1255;1256;1257;1258;1259;1260;1261;1262;1263;1264;1265;1266;1267;1268;1269;1270;1271;1272;1273;1274;1275;1276;1277;1278;1279;1280;1281;1282;1283;1284;1285;1286;1287;1288;1289;1290;1291;1292;1293;1294;1295;1296;1297;1298;1299;1300;1301;1302;1303;1304;1305;1306;1307;1308;1309;1310;1311;1312;1313;1314;1315;1316;1317;1318;1319;1320;1321;1322;1323;1324;1325;1326;1327;1328;1329;1330;1331;1332;1333;1334;1335;1336;1337;1338;1339;1340;1341;1342;1343;1344;1345;1346;1347;1348;1349;1350;1351;1352;1353;1354;1355;1356;1357;1358;1359;1360;1361;1362;1363;1364;1365;1366;1367;1368;1369;1370;1371;1372;1373;1374;1375;1376;1377;1378;1379;1380;1381;1382;1383;1384;1385;1386;1387;1388;1389;1390;1391;1392;1393;1394;1395;1396;1400;1401;1402;1403;1404;1405;1406;1407;1408;1409;1411;1412;1413;1414;1415;1416;1417;1418;1419;1420;1421;1422;1423;1424;1425;1426;1427;1428;1429;1430;1431;1432;1433;1434;1435;1436;1437;1438;1439;1440;1441;1442;1443;1444;1445;1446;1447;1448;1449;1450;1451;1452;1453;1454;1455;1456;1457;1458;1459;1460;1461;1462;1463;1464;1465;1466;1467;1468;1469;1470;1471;1472;1473;1474;1475;1476;1477;1478;1479;1480;1481;1482;1484;1485;1486;1487;1488;1489;1490;1491;1492;1493;1494;1495;1496;1497;1498;1499;1500;1502;1503;1504;1505;1506;1507;1508;1510;1511;1512;1513;1514;1515;1516;1517;1518;1519;1520;1521;1522;1523;1524;1525;1526;1527;1528;1529;1530;1531;1532;1533;1534;1535;1536;1537;1538;1539;1540;1541;1542;1543;1544;1545;1546;1547;1548;1549;1550;1551;1552;1553;1555;1556;1557;1558;1559;1560;1561;1562;1563;1564;1565;1566;1567;1568;1569;1570;1571;1572;1573;1574;1575;1576;1577;1578;1579;1580;1581;1582;1583;1584;1585;1586;1587;1588;1589;1590;1591;1592;1593;1594;1596;1597;1598;1599;1600;1601;1602;1605;1606;1607;1608;1609;1610;1611;1612;1613;1614;1615;1616;1617;1618;1619;1620;1621;1622;1623;1624;1625;1627;1628;1629;1630;1631;1632;1633;1634;1635;1636;1637;1638;1639;1640;1641;1642;1643;1644;1645;1646;1647;1648;1649;1650;1651;1652;1653;1654;1655;1656;1657;1658;1659;1660;1661;1662;1663;1664;1665;1666;1667;1668;1669;1670;1671;1672;1673;1674;1675;1676;1677;1678;1679;1680;1681;1682;1683;1684;1685;1686;1687;1688;1689;1690;1691;1692;1693;1694;1695;1696;1697;1698;1699;1700;1701;1702;1703;1704;1705;1706;1707;1708;1709;1710;1711;1712;1713;1714;1715;1716;1717;1718;1719;1720;1721;1722;1723;1724;1725;1726;1727;1728;1729;1730;1731;1732;1733;1734;1735;1736;1737;1738;1739;1740;1741;1742;1743;1744;1745;1746;1747;1748;1749;1750;1751;1752;1753;1754;1755;1756;1757;1758;1759;1760;1761;1762;1763;1764;1765;1766;1767;1768;1769;1770;1771;1772;1773;1774;1775;1776;1777;1778;1779;1780;1781;1782;1783;1784;1785;1786;1787;1788;1789;1790;1791;1792;1793;1794;1795;1796;1797;1798;1799;1800;1801;1802;1803;1804;1805;1806;1807;1808;1809;1810;1811;1812;1813;1814;1815;1816;1817;1818;1819;1820;1821;1822;1823;1824;1825;1826;1827;1828;1829;1830;1831;1832;1833;1834;1835;1836;1837;1838;1839;1840;1841;1842;1843;1844;1845;1846;1847;1848;1849;1850;1851;1852;1853;1854;1855;1856;1857;1858;1859;1860;1861;1862;1863;1864;1865;1866;1867;1868;1869;1870;187Ferqa di nêvbera »ko«, »ku« û »kû« de (2005-05-19)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
Xewna Mesûd Barzanî ji başûrê Kurdistanê mezintir e (2005-02-07)
 
REKLAM


KOLUMNÎST
Şebabê Egît nabe Şeroyê Biro û ez jî nabim ”heval”
Tolstoy û xelata Nobelê
Kurdistaneka serbixwe û [ne]cida
Heşt rojên şerê xendekê – I
Em û felsefe
Hilbijartinên Kurdistanê ez şok kirim
© 1997–2024 www.nefel.com  |  E-poste: info@nefel.com  |  Powered by Medesoft.org