[ ÇARŞEM, 2024-04-24 ]   [ BIKE MALPERA DESTPÊKÊ ]   [ BÊXE NÊV BIJAREYAN ]   [ KONTAKT ]   [ INFO ]   [ LÊGERÎN & ARŞÎV ]  
DESTPÊK
Nûçe
Nivîsar
Kulturmagazîn
Hevpeyvîn
Kolumnîst
Ewrokurd
E-Pirtûk
Lîteratûr
Ziman
Muzîk
Foto
Lînk
E-POSTEYA TE
  Nav (Username)  
   
  Þîfre (Password)  
   
   
     
   »E-posteyeka nû
 bo xwe qeyd bike
 
REKLAM


KOLUMNÎST 
Şoreş zarokên xwe dixwin
SWÊD, 7/3 2012 — Ez bi xwe nizanim gotina “şoreşê” kengî ketiye zimanê kurdî. Min lê jî nekola ye. Lê ez dizanim ko me di salên heftêyan de bêyî problem gotina şoreş û şoreşgeriyê bi kar dianî û gelek ji nifşê min an şoreşger bûn an jî xwe mîna şoreşgeran didîtin.

Şoreşgeriya me jî şoreşgeriyeke ko bi hêz û îlhama şoreşa bolşevîkan bû. Di destpêka sedsalê de şoreşa ko bi ser ketibû, bûbû sebeba guhertinên bingehîn û nîşana şoreşan, dîsa şoreşa bolşevîkan bû. Bolşevîkan bi serkêşiya Lenîn û bi şîara dîktatorya proleteryayê desthilatdariya Çar serûbin kiribû, berê xwe dabû arîstokrat û bûrjûvaziyên welêt û dixwest wan hem bi îdeolojîkî hem jî bi fizîkî ji navê rake. Ew bi gir û nefreteke xurt çûn ser malbata Çar û hevalbendên wî. Wan berên xwe dabûn dewlemend û halxweşên welêt, dest datanîn ser mal û milkên wan û ew daxilî xezîneya desthildariya bolşevîkan dikirin.

Ên ko bi gotinê jî li ber xwe bidana ew bi kuştinê dihatin bêdengkirin. Li gora wan, diviyabû bermaya desthilatdariya berê qet nemaya da ko ew bi ser xwe ve nehatana û ji şoreşê re nebûna nîşana talûkeyekê. Wê dîktatoriya proleteryayê bingehê sîstema sosyalîzmê biavêta, ew sîstem bi cih bikira û paşê jî derbasî sîstema komunîzmê bibûya. Yanî, wê ew sîstema ko wan bi darê zorê, an jî bi şoreşê bi dest xistibûn, tu carî nehejiya û her li ser lingan bimaya. Kê li dijî wê sîstemê zimandirêjî bikira wê tavilê zimanê wan bihata jêkirin, kê destdirêjî bikira wê ji destên xwe bibûna

Şoreşê ne bi tenê berê xwe dabû dijberên xwe ên sinifî, bêguman berê wan li dijberên wan ên îdeolojîkî jî bû. Ji rêheval û hevalbendên wan ên berê kê rexneyek li wan bigirta tavilê mohrek li wan diket û diketin ber xezeba polemîkên serkêşên şoreşê û paşê şelafên şoreşê ew diricimandin. Ew dihatin destheramokirin û navên wan bi dijberiya şoreşê û bi xayîntiyê dihat belavkirin.

Îdealên şoreşê xweş in. Sloganên wê ên ji bo wekhevî, biratî û edaletê bi dilên her kesî ne; bi taybetî jî bi dilên wan kesan in ko ji edalet û wekheviyê bêpar in. Loma, hunermend û nivîskarên humanîst jî dikevin ber bayê şoreşê. Nimûneya herî naskirî û berbiçav Mayakovskiyê futurîst bû. Mayakovskî xortekî enerjîk, şaîrekî ko guhertineke bingehîn di şiîra Rûsyayê de kiribû, tesîreke mezin li şaîrên dinyayê ên hevdemê xwe kiribû, bi tevgera xwe, bi celebê jiyana xwe û bi hunera xwe ya bilind navdar bûbû.

Futurîstê îtalî Tommaso Marinetti dabû ser riya faşîzmê, lê Mayakovskî bûbû kumunîst. Komunîstekî piralî bû; şaîr bû, resam bû, bi tûrneyên xwe ên xwendina şiîran nav dabû. Ew piştgir û heta şabaşvanê şoreşê bû. Wî ji bo serkêşê şoreşê Lenîn şiîr dinivîsandin, jê re şabaşî dikişandin. Wî pêşeroj di şoreşa bolşevîkan de didît. Bawer dikir ko wê bi şoreşê re bêedaletiya welêt ji navê rabe, sîstemeke mervan bi cih bibe, sînorên azadiya fikrê firehtir bibin û hemû xelkên welêt bigihîjin xweşî û aramiyê. Loma ew şaîrê şoreşê bû. Lê mirovekî bi ruhê hunermendane bû. Gava şoreş bi ser ket û ew lê hay bû ko îdeala ew pê rabûbû ne ji bo wê encamê bû, êdî wî nerazîbûna xwe anî ziman û bêdeng rexne li sîstemê girt.

Lê şoreş bi ser ketibû, hemû hêza welêt ya fizîkî û fikrî di şexsê Lenîn de civiyabû. Ferdiyeta ko bermaya bûrjivaziyê dihat dîtin li welêt nemabû. Kolektivîzm bi her awayî bi ser ferdiyetê ketibû. Loma dengê ko ji ferdekî derketa zû dihat temirandin. Dengê Mayakovskiyê agirê şoreşê jî zû hat temirandin. Gava piştî şoreşê yekîtiya nivîskaran hat avakirin, Mayakovskî li der ve hat hiştin. Ew nedîtin, nehiştin bê dîtin. Ew noqî tenêtiyê kirin. Kirin ko ew di donê xwe de biqijile. Herçiqas hin çavkanî bibêjin ko agirê ko herî pir ew şewitand evîna wî ya bi Lili Brikê re bû jî, dîsa encama îdealên wî bû. Ew îdealên ko bi îdealî xweş, lê bi desthilatdarî dîktator bû.

Şaîrê şoreşê Mayakovskî xwe kuşt, şoreşê ew xwar. Lê bi wî dawî li xwarina zarokan nehat. Piştî hatina Stalîn bi milyonan mirov bûn qurbanên şoreşê. Kê serî hilda, ew serî hat jêkirin. Kê li dijî sîstemê, bi awayê alegorî bûya jî, du rêz nivîsandin, ketin tîmarxaneyan. Ew bû, diviyabû wan şoreşa xwe ji fêlbaziyên bûrjûvaziyê biparastina. Loma şoreşê heta dawiyê zarokên xwe xwarin.

Ne bi tenê şoreşa bolşevîkan zarokên xwe xwarine. Hemû şoreşên ko bûne, bûne sebeba xwarina zarokên xwe jî. Ji ber ko şoreş li dijî zordariyekê bi darê zorê dibe. Loma, ew şoreşa ko bi darê zorê bi dest dikeve, bi reforman nayên guhertin. Nimûneyên welê li dinyayê hebin jî, dîsa pir kêm in. Şoreş bi şoreşan tên kirin û rakirin. Dar ji kokê de tên hilkirin. Şoreşên çep û rast, wek darbeyên eskerî ên çep û rast in; bi xwînê dibin.

Encama şoreşên netewî jî ne dûrî şoreşên sinifî ne. Ji ber ko ew bi nivşan li dijî serdestên welatên xwe şer dikin, ew hêdî hêdî wek wan dibin. Gelek caran hê berî biserketina şoreşê dest bi xwarina zarokên xwe dikin. Yek ji van nimûneyan şerê Erître yê li dijî Etopyayê bû. Gelê Erîtrî ji bo serbixwebûnê sih salî şerê çekdarî kir û welat rizgar kir. Bêguman di şer de bi sedhazara mirov hatin kuştin. Ew cehd û berxwedan hemû bi navê azadiyê, ji bo azadiyê hat kirin.

Welat ji bin destê Etopyayê hat rizgarkirin, lê ket bin destê serokê şoreşê Isaias Afewerki. Ji sala 1993an ve, yanî ji dema rizgarkirina welêt û bi vir ve ew serokkomar e û welê diyar e ko heta ew sax be ew ê li ser wê kursiyê bimîne. Piştî mirina wî jî, wê hinin wek wî, bi navê wî li ser kursiya wî rûnên. Ji ber ko ew serokê tevgera gerîla bû, şoreşek bi rê ve biribû, bi ser xistibû û loma serokatî heq kiribû.

Dawit Isaakê erîtrî ko hemwelatiyê Swêdê bû, piştî rizgakirna welatê xwe, ji bo pêşdexistina welêt û belavkirina fikra azad berê xwe ji Swêdê da Erîtreyê û li wir dest bi derxistina rojanmeyekê kir. Ew rojname bû bela serê wî, ew ket ber xezeba serok û tavilê avêtin zîndanê. Ev nêzîkî deh salan e, kes nizane bê çi bi Dawit Isaak hatiye; ew sax e, an jî mirî ye. Sax be jî, ji xwe mirî ye. Hema bêje wek Mayakovskî lê hatiye, bûye çêra şoreşê.

Ne hewce ye ko ez behsa şoreşa Pol Pot bikim, ne jî ya Îranê; te divê bila şoreşa Firansayê be, ferq nake, ew li desthilatdariyê şor dibin, bi rengê xwîna zarokên xwe sor dibin û ji xwarina wan têr nabin...

-----------------------------------
Nivîskar: FIRAT CEWERÎ firat.ceweri@comhem.se
Weşandin: 2012-03-07
Xwendin: 3234
 

KOLUMNÊN BERÊ   
Li dilê min miqate be (2013-10-16)
Kitêbxaneya Îskenderyayê (2013-06-13)
Edebiyata cihûyan ya modern çi ye (2013-02-19)
Duzimanî (2013-01-09)
Ez bibêjim lê, wê deng bê te! (2012-11-01)
Jin û edebiyat (2012-10-05)
Ka cihûyên Kurdistanê? (2012-09-06)
Meha tebaxê (2012-08-16)
Di siya Melekî Tawiz de (2012-08-04)
Sirgûn û edebiyata modern (2012-07-05)
Fotografê ko ji bîra min naçe (2012-06-16)
Zilamê ko herî pir xelata Nobel ya edebiyatê girtiye (2012-05-20)
Li ser nivîskariyê (2012-05-12)
Mimesis (2012-04-19)
Rastiya nivîskariyê (2012-04-05)
Divê newroz di roja xwe de were pîroz kirin (2012-03-21)
Rewşenbîrên dema xortaniya min (2012-02-23)
Siyaset û edebiyat (2012-02-09)
Edebiyat ”edebiyat” e û ne wêje ye (2012-01-25)
Kurdên binxetê (2012-01-11)
NERÎNGEH
 
[kitêb] Sun Zî: Hunera şer (2016-04-21)
Ismail Beşikçi ji kurdan re li ser ermeniyan semînerek da (2013-09-28)
Kurdistan berî serxwebûna siyasî ”serxwebûna petrolê” û ekonomîk îlan dike (2012-05-21)
Tewanga navdêrên zimanê kurdî (2009-02-08)
Umît Firat dibêje navnîşana çareserîya pirsa kurd ne PKK ye (2008-11-11)
Hêro Talebanî: Min nedixwest Mam Celal bibe serokkomarê Iraqê [foto] (2007-05-10)
Alfabeya kurdî-latînî ji bo zimanê kurdî ji alfabeya kurdî-erebî minasibtir e (2005-11-02)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
vv9v8v09fq:TabArticles:4;8;12;14;17;19;21;22;23;24;28;29;30;31;32;40;41;43;44;46;48;49;51;52;53;54;55;56;58;60;62;63;64;65;66;67;69;71;72;74;75;76;77;78;79;80;81;82;84;85;86;90;91;92;94;95;96;97;98;100;102;103;104;105;106;107;109;110;111;112;113;114;115;116;117;118;119;120;121;122;123;124;125;126;127;128;129;130;131;132;133;134;136;137;138;139;140;141;142;143;144;145;146;147;149;150;151;152;153;155;157;158;159;160;163;164;165;166;167;168;169;170;171;172;173;174;175;176;178;179;180;181;182;183;184;185;186;187;188;189;190;191;192;193;194;195;196;197;198;199;200;202;203;204;205;206;207;208;209;210;211;212;213;214;215;216;217;218;219;221;222;223;224;225;226;227;228;229;230;231;232;233;234;235;236;237;238;239;240;241;242;243;244;245;246;247;248;249;250;251;253;254;255;256;257;258;259;260;261;262;263;264;265;266;267;268;269;270;271;272;273;274;275;276;277;278;279;280;281;282;283;284;285;286;287;288;289;290;291;293;294;295;296;297;298;301;302;303;304;305;306;307;308;309;310;311;312;313;314;315;316;317;318;319;320;321;322;323;324;325;326;327;328;329;330;331;332;333;334;335;336;337;338;339;340;341;342;343;344;345;346;347;348;349;350;351;352;353;354;355;356;357;358;359;360;361;362;363;364;365;366;367;368;369;370;371;372;373;374;375;376;377;378;379;380;381;382;383;384;385;386;387;388;389;391;392;393;394;395;396;398;399;400;401;402;403;404;405;406;407;408;409;410;411;412;413;414;415;416;417;418;419;420;421;422;423;424;425;426;427;428;429;430;431;432;433;434;435;436;437;438;439;440;441;442;443;444;445;446;447;448;449;450;451;452;453;454;455;457;458;459;460;461;462;463;464;465;466;467;468;469;470;471;472;473;474;475;476;477;478;479;480;481;482;483;484;485;486;487;488;489;491;492;493;494;495;496;497;498;499;500;501;502;503;504;505;506;507;508;509;510;511;512;513;514;515;516;517;518;519;520;521;522;523;524;525;526;527;528;529;530;531;532;533;534;535;536;537;538;539;540;541;542;543;544;545;546;547;548;549;550;552;553;554;555;556;557;558;559;560;561;562;563;564;565;566;567;568;569;570;571;572;573;574;575;576;577;578;579;580;581;582;583;584;585;586;587;588;589;590;591;592;593;594;595;596;597;598;599;600;601;602;603;604;605;606;607;608;609;610;611;612;614;615;616;617;618;619;620;621;622;623;624;625;626;627;628;629;630;631;632;633;634;635;636;637;638;639;640;641;642;643;644;645;646;647;648;649;650;651;652;653;654;655;656;657;658;659;660;661;662;663;664;665;666;667;668;669;670;671;672;673;674;675;676;677;678;679;680;681;682;683;684;685;686;687;688;689;690;691;692;693;694;695;696;697;698;699;700;701;702;703;704;705;706;707;708;709;710;711;712;713;714;715;716;717;718;719;721;722;723;724;725;726;727;728;729;730;731;732;733;734;735;736;738;740;741;742;743;744;745;746;747;748;749;750;751;752;753;755;756;757;758;759;760;761;762;763;764;765;766;767;768;769;770;771;773;775;776;777;778;779;780;781;782;783;784;785;786;787;788;789;790;791;792;793;794;795;796;798;799;800;801;802;803;804;805;806;807;808;809;810;811;812;813;814;815;816;817;818;819;820;821;822;823;824;825;826;827;828;829;830;831;832;833;834;835;836;837;838;839;840;841;842;843;844;845;846;847;848;849;850;851;852;853;854;855;856;857;858;859;860;861;862;863;864;865;866;867;868;869;870;871;872;873;874;875;876;877;878;879;880;881;882;883;884;885;886;887;888;889;890;891;892;893;894;895;896;897;898;899;900;901;902;903;904;905;906;907;908;909;910;911;912;913;914;915;916;917;918;919;920;921;922;923;924;925;926;927;928;929;930;931;932;933;934;935;936;937;938;939;940;941;942;943;944;945;946;947;948;949;950;951;952;953;954;955;956;957;958;959;960;961;962;963;964;965;966;967;968;969;970;971;972;973;974;975;976;977;978;979;980;981;982;983;984;985;986;987;988;989;990;991;992;993;994;995;996;997;998;999;1000;1001;1002;1003;1004;1005;1006;1007;1009;1010;1011;1012;1013;1014;1015;1016;1017;1018;1019;1020;1021;1022;1023;1024;1025;1026;1027;1028;1029;1030;1031;1032;1033;1034;1035;1036;1037;1038;1039;1040;1041;1042;1043;1044;1045;1046;1047;1048;1049;1050;1051;1052;1053;1054;1055;1056;1057;1058;1059;1060;1061;1062;1063;1064;1065;1066;1067;1068;1069;1070;1071;1072;1073;1074;1075;1076;1077;1078;1079;1080;1081;1082;1083;1084;1085;1086;1087;1088;1089;1090;1091;1092;1093;1094;1095;1096;1097;1098;1099;1100;1101;1102;1103;1104;1105;1106;1107;1108;1109;1110;1111;1112;1113;1114;1115;1116;1117;1118;1119;1120;1121;1122;1123;1124;1125;1126;1127;1128;1129;1130;1131;1132;1133;1134;1135;1136;1137;1138;1139;1140;1141;1142;1143;1144;1145;1146;1147;1148;1149;1150;1151;1152;1153;1154;1155;1156;1157;1158;1159;1160;1161;1162;1163;1164;1165;1166;1167;1168;1169;1170;1171;1172;1173;1174;1175;1176;1177;1178;1179;1180;1181;1182;1183;1184;1185;1186;1187;1188;1189;1190;1191;1192;1193;1194;1195;1196;1197;1198;1199;1200;1201;1202;1203;1204;1205;1206;1207;1209;1210;1211;1212;1213;1214;1215;1216;1217;1218;1219;1220;1221;1222;1223;1224;1225;1226;1227;1228;1229;1230;1231;1232;1233;1234;1235;1236;1237;1238;1239;1240;1241;1242;1243;1244;1245;1246;1247;1248;1249;1250;1251;1252;1253;1254;1255;1256;1257;1258;1259;1260;1261;1262;1263;1264;1265;1266;1267;1268;1269;1270;1271;1272;1273;1274;1275;1276;1277;1278;1279;1280;1281;1282;1283;1284;1285;1286;1287;1288;1289;1290;1291;1292;1293;1294;1295;1296;1297;1298;1299;1300;1301;1302;1303;1304;1305;1306;1307;1308;1309;1310;1311;1312;1313;1314;1315;1316;1317;1318;1319;1320;1321;1322;1323;1324;1325;1326;1327;1328;1329;1330;1331;1332;1333;1334;1335;1336;1337;1338;1339;1340;1341;1342;1343;1344;1345;1346;1347;1348;1349;1350;1351;1352;1353;1354;1355;1356;1357;1358;1359;1360;1361;1362;1363;1364;1365;1366;1367;1368;1369;1370;1371;1372;1373;1374;1375;1376;1377;1378;1379;1380;1381;1382;1383;1384;1385;1386;1387;1388;1389;1390;1391;1392;1393;1394;1395;1396;1400;1401;1402;1403;1404;1405;1406;1407;1408;1409;1411;1412;1413;1414;1415;1416;1417;1418;1419;1420;1421;1422;1423;1424;1425;1426;1427;1428;1429;1430;1431;1432;1433;1434;1435;1436;1437;1438;1439;1440;1441;1442;1443;1444;1445;1446;1447;1448;1449;1450;1451;1452;1453;1454;1455;1456;1457;1458;1459;1460;1461;1462;1463;1464;1465;1466;1467;1468;1469;1470;1471;1472;1473;1474;1475;1476;1477;1478;1479;1480;1481;1482;1484;1485;1486;1487;1488;1489;1490;1491;1492;1493;1494;1495;1496;1497;1498;1499;1500;1502;1503;1504;1505;1506;1507;1508;1510;1511;1512;1513;1514;1515;1516;1517;1518;1519;1520;1521;1522;1523;1524;1525;1526;1527;1528;1529;1530;1531;1532;1533;1534;1535;1536;1537;1538;1539;1540;1541;1542;1543;1544;1545;1546;1547;1548;1549;1550;1551;1552;1553;1555;1556;1557;1558;1559;1560;1561;1562;1563;1564;1565;1566;1567;1568;1569;1570;1571;1572;1573;1574;1575;1576;1577;1578;1579;1580;1581;1582;1583;1584;1585;1586;1587;1588;1589;1590;1591;1592;1593;1594;1596;1597;1598;1599;1600;1601;1602;1605;1606;1607;1608;1609;1610;1611;1612;1613;1614;1615;1616;1617;1618;1619;1620;1621;1622;1623;1624;1625;1627;1628;1629;1630;1631;1632;1633;1634;1635;1636;1637;1638;1639;1640;1641;1642;1643;1644;1645;1646;1647;1648;1649;1650;1651;1652;1653;1654;1655;1656;1657;1658;1659;1660;1661;1662;1663;1664;1665;1666;1667;1668;1669;1670;1671;1672;1673;1674;1675;1676;1677;1678;1679;1680;1681;1682;1683;1684;1685;1686;1687;1688;1689;1690;1691;1692;1693;1694;1695;1696;1697;1698;1699;1700;1701;1702;1703;1704;1705;1706;1707;1708;1709;1710;1711;1712;1713;1714;1715;1716;1717;1718;1719;1720;1721;1722;1723;1724;1725;1726;1727;1728;1729;1730;1731;1732;1733;1734;1735;1736;1737;1738;1739;1740;1741;1742;1743;1744;1745;1746;1747;1748;1749;1750;1751;1752;1753;1754;1755;1756;1757;1758;1759;1760;1761;1762;1763;1764;1765;1766;1767;1768;1769;1770;1771;1772;1773;1774;1775;1776;1777;1778;1779;1780;1781;1782;1783;1784;1785;1786;1787;1788;1789;1790;1791;1792;1793;1794;1795;1796;1797;1798;1799;1800;1801;1802;1803;1804;1805;1806;1807;1808;1809;1810;1811;1812;1813;1814;1815;1816;1817;1818;1819;1820;1821;1822;1823;1824;1825;1826;1827;1828;1829;1830;1831;1832;1833;1834;1835;1836;1837;1838;1839;1840;1841;1842;1843;1844;1845;1846;1847;1848;1849;1850;1851;1852;1853;1854;1855;1856;1857;1858;1859;1860;1861;1862;1863;1864;1865;1866;1867;1868;1869;1870;187Ferqa di nêvbera »ko«, »ku« û »kû« de (2005-05-19)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
Xewna Mesûd Barzanî ji başûrê Kurdistanê mezintir e (2005-02-07)
 
REKLAM


KOLUMNÎST
Şebabê Egît nabe Şeroyê Biro û ez jî nabim ”heval”
Tolstoy û xelata Nobelê
Kurdistaneka serbixwe û [ne]cida
Heşt rojên şerê xendekê – I
Em û felsefe
Hilbijartinên Kurdistanê ez şok kirim
© 1997–2024 www.nefel.com  |  E-poste: info@nefel.com  |  Powered by Medesoft.org