INFO |
 |
 |
 |
 |
STOCKHOLM, 1/12 2008 — Nefel dezgeheka kultur û medyayê ya kurdî ye û eve bi salan e ko di vî warî de xebatê dike. Wekî hemî dezgehên kulturî û medyayî yên cihanê ji bo Nefeleka xurttir û dewlemendtir pêwistiya Nefelê bi îmkanên madî heye û ew jî dê bi rêya sponsor û piştgirên ko dixwazin arîkariya Nefelê bikin be.
Heta îro jî Nefel karûbarên xwe bi îmkanên xwe û bi keda îdeel ya hevkar û piştgirên xwe bi rê ve dibe. Hikûmeta Kurdistanê, partiyên siyasî yên Kurdistanê û şirketên ticarî yên Kurdistanê arîkariya Nefelê nekirine.
Rojane bi hezaranan xwendevanên kurd ji hemî cihên dinyayê serdana sîteya Nefelê dikin û ji aliyê opîniyon û avakirina qenaeteka kurdî ve kedeka mezin ya Nefelê di civaka kurdî de heye. Gelek caran tesîra Nefelê ji organên medyayê yên partiyên siyasî yên Kurdistanê zêdetir e û hem xwendevanên me vê dizanin û hem em bi xwe vê dizanin.
Nefel wekî publîk yanî xwendevan berê xwe dide kurdan û em dizanin ko elîta siyasî û kulturî ya kurdî li hemî parçeyên Kurdistanê û li derveyî Kurdistanê Nefelê ji nêzîk ve teqîb dikin û dixwînin.
Vêca heger tu bixwazî ko Nefel xurttir bibe û keda te jî di Nefelê de hebe tu dikarî bibî sponsorê Nefelê û piştgiriya wê bikî. Ji bo piştgiriya Nefelê me rêyeka pir hêsanî peyda kiriye û bi karta xwe ya bankeyê tu dikarî yekser bi rêya Internetê arîkariya ko tu dixwazî bikî.
Dinya biçûk bûye. Rê hêsanî bûne. Heroj xelk bi rêya Internetê bi karta xwe ya Visayê yan karteka dî ya bankeyê arîkariya dezgehên ko ew dixwazin piştgiriyê bidinê dikin. Nefelê jî bi rêya sîstemeka saxlem û ewle ya Paypalê hesabekê (konto) piştgiriyê (donation) vekiriye.
Ji îro û pê ve di Nefelê de lînk û logoya »Donate« dê hebe û kengê te bivêt tu dikarî li ser wê bitikînî û yekser bi rêya Internetê û karta xwe ya bankeyê arîkariya Nefelê bikî.
Kerem bike û bila keda te jî di Nefelê de hebe.
Her ji niho ve destên te sax bin û her hebî.
Rênîşandan
1. Li ser logoya »Donate« bitikîne.
2. Di malpera Paypalê de di malika »Donation Amount« de mîqdara arîkariyê binivîsîne.
3. Li ser bişkojika »Update Totals« bitikîne.
4. Agahdariyên karta xwe ya bankeyê dagire û paşê li ser bişkojika »Review Donation and Continue« bitikîne. »Bixwîne |
 |  |  |
 |
STOCKHOLM, 4/6 2005 — Di portala Nefelê de em van bingehên rastnivîsandinê bi kar tînin û heta ko ji te bêt tu jî xwe bispêre van bingehan da wekhevî û îstiqrarek di rastnivîsandina portala Nefelê de hebe.
1. Sernivîsan, ji bilî navên xweser, bi hûrekan, herfên biçûk, binivîsîne.
Nimûne:
Serokwezîrê nû daxwaza karkeran qebûl nekir
2. Heta ji te bêt komekên (cumleyên) aktîv bi kar bîne.
Nimûneya rast:
Serokwezîrê Kurdistanê pêşniyar kir ko qanûneka nû di Parlamentoyê de derkeve.
Nimûneya xelet:
Ji aliyê serokwezîrê Kurdistanê ve hat pêşniyar kirin ko qanûneka nû di Parlamentoyê de bêt derxistin.
3. Di destpêka hemî nûçeyan de navê cih û tarîxê binivîsîne û paşê dest pê nivîsandina tekstê bike. Navê cihî bi girdekê, herfa mezin, binivîsîne.
Nimûne:
AMED, 22/10 2002 — Generalê emerîkî Tommy Franks diyar kir ko "wan ti daxwaz ji Tirkiyeyê nekirine".
4. Heger te navê xwe nenivîsîbe, hingê van navan bi kar bîne:
Ji bo beşa nûçeyan: Nefel-Nûçe
Ji bo beşa kulturê: Nefel-Kultur
5. Gihaneka “ko”-yê bi “o”-yê binivîsîne. Di kurdiyê de ew tesîrê li maneyê dike.
kû = li kîjan derê (Ew li kû ye?)
ku = çawa, çi (Ez ku li te bikim? Yanî çi li te bikim? – Li ”Memozîna” Ehmedê Xanî binêre.)
ko = heger (Gava ko tu hatî avekê bo min bîne. – Li ”Hawara” Celadet Alî Bedir-Xanî binêre.)
6. Navên mehan bi hûrekê, herfa biçûk, binivîsîne.
Nimûne:
1) kanûna-paşiyê, 2) sibat, 3) adar, 4) nîsan, 5) gulan, 6) hezîran, 7) tîrmeh, 8) tebax, 9) îlon, 10) çiriya-pêşiyê, 11) çiriya-paşiyê, 12) kanûna-pêşiyê
7. Navên zimanan û miletan bi hûrekê, herfa biçûk, binivîsîne.
Nimûne:
kurdî, ingilîzî, fransî, erebî, farisî, tirkî
kurd, tirk, ereb, elman, emerîkî, swêdî, îranî
8. Hevenavên kesan bi hûrekê, herfa biçûk binivîsîne.
Nimûne:
serokwezîr, serokpolîs, wekîlê dadê, wekîlê bazirganiyê, miftî, tixtor, mihendis, mamhoste, profesor
9. Navên roj, meh û demsalan bi hûrekê, herfa biçûk, binivîsîne. Herwiha navên cejnan û rojên taybetî jî bi hûrekê binivîsîne.
Nimûne:
demsal: havîn, zivistan, pehîz, bihar
roj: şemî, yekşem, duşem, sêşem, çarşem, pêncşem, în
heyv: kanûna-paşiyê, sibat, adar, nîsan, gulan, hezîran, tîrmeh, tebax, îlon, çiriya-pêşiyê, çiriya-paşiyê, kanûna-pêşiyê
rojên taybetî: newroz, bîstûyekê adarê, yekê gulanê, roja dayikan, roja xwidêdanê, serê salê, şeva înê, şeva qendîlê
10. Niqteyê daneyne nêvbera kurtekên ko bi girdekan tên nivîsandin de. Mirov niqteyan danayne navbera wan.
Nimûne:
NY Neteweyên Yekbûyî
DYE Dewletên Yekgirtî yên Emerîkayê
PDK Partiya Demokrat ya Kurdistanê
YNK Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê
YE Yekîtiya Ewropayê
11. Tewang: Navdêrên nêr hertim – li cihên ko pêwist be – bi parkîta "î" bitewîne.
Nimûne:
Ez Azadî dibînim.
Wî kevirî bide min.
Nanî bikire.
12. Bendik: Bendikê bêxe nêvbera jimarnav, tarîx û kurtekên ko parkîtên tewangê pê ve dibin.
Nimûne:
Ka jimara 56-ê bide min.
Tirkiye nikare bibe endama YE-yê.
Sala 1987-ê mala me çû Zaxoyê.
13. Tewanga jimarnavan: Jimarnavan hertim bi "ê" bitewîne - çi jimarnavên bingehî bin û çi jimarnavên rêzê bin. Herwiha jimarnavên salan jî bi "ê" bitewîne.
Nimûne:
Ka wê 45-ê bide min.
Cara 27-ê jî te nezanî ka ew çi ye.
Sala 2004-ê ne diyar e ka ez dê li kû bim. »Bixwîne |
 |  |  |
 |
STOCKHOLM, 4/6 2005 — Me li vê derê hinek klavyeyên kurdî-latînî û kurdî-erebî danîne û tu dikarî bi van klavyeyan hem kurdî-latînî û hem kurdî-erebî binivîsînî.
Têbînî: Ev klavye digel Windows Vista jî kar dikin.
kurdî-latînî
1. Kurdî-latînî (li ser ya English USA)
2. Kurdî-latînî (li ser ya swêdî)
3. Kurdî-latînî (li ser ya tirkî)
kurdî-erebî
1. Kurdî-erebî (li ser ya English USA)
2. Kurdî-erebî (li ser ya swêdî)
Bi mişkê milê rastê li ser klavyeya ko ji te re pêwist e bitikîne û alternatîva "Save file as" bibijêre û faylê di kompûtera xwe de biparêze. Piştî parastinê faylê unzip bike û paşê du caran li ser îkona "setup" bitikîne û wê di kompûtera xwe de bi cih bike yanî install bike.
Aktîvkirina klavyeyan
Piştî ko te klavyeya kurdî di kompûtera xwe de bi cih kir yanî install kir ew dibe beşek ji sîtema kompûtera te lê belê tu wê nabînî. Ji bo aktîvkirina wê wiha bike:
» Bi mişkê milê rastê li ser îkona klavyeyê bitikîne û paşê alternatîva "Settings" bibijêre.
1) Li ser bişkojika Add bitikîne.
2) Ji lîsteya jorî klavyeya emerîkî (English USA) bibijêre.
3) Ji lîsteya jêrî layouta klavyeya Nefelê ya kurdî-latînî bibijêre û paşê li ser OK bitikîne û dawiyê jî li ser APPLY bitikîne.
Û yan jî bi rêya Control Panelê wiha bike:
a) Kataloga Control Panel veke.
b) Du caran li ser îkona National Settings bitikîne.
c) Li ser berîka Languages bitikîne.
d) Li ser bişkojika Information bitikîne.
e) Li ser bişkojika Add bitikîne.
f) Ji lîsteya jorî (ne ya jêrî) klavyeyeka latînî, bo nimûne ya emerîkî (English USA) bibijêre.
g) Ji lîsteya jêrî layouta klavyeya Nefelê ya kurdî-latînî bibijêre û paşê li ser OK bitikîne û dawiyê jî li ser APPLY bitikîne.
KURDÎ-LATÎNÎ
KURDÎ-EREBÎ
-------------------------
AKTÎVKIRINA SÎSTEMA WINDOWSÊ BO EREBÎNIVÎSANDINÊ (Win XP & 2000)
I. Bicihkirin
Ji bo ko tu bikarî bi Win XP û Win 2000-ê kurdî-erebî binivîsînî, divêt tu fonksiyona erebî li sîstema xwe zêde bikî. Li vê derê em dê behsa Win XP û Office XP bikin.
II. Sîstema pêwist
Microsoft Windows XP yan Windows 2000
Microsoft Office 2000 yan Microsoft Office XP
III. Eyarkirina sîstemê
Divêt tu hem Windows û hem Word li gor zimanê erebî eyar bikî.
1. Eyarkirina Win XP
a) CD-ya Win XP bêxe malxezîneya cd-romê.
b) Kataloga Control Panel veke.
c) Du caran li ser National Settings bitikîne.
d) Li ser berîka Languages bitikîne.
e) Çarçika li pêşiya "Faylan ji bo zimanên nivîsandina wan têrgirift û zimanên ko ji milê rastê ber bi çepê ve tên nivîsandin bi cih bike." nîşan bike
f) Li ser Apply û paşê jî li ser OK bitikîne.
2. Eyarkirina Microsoft Office XP
a) Ji Start > Program > Microsoft Office Tools > Language settings for Microsoft Office XP bibijêre.
b) Ji lîsteya milê çepê Arabic li milê rastê zêde bike û aktîv bike. Ew dê ji te bixwaze ko tu cd-roma Micosoft Office bêxî malxezîneya cd-romê. CD-romê bêxe malxezîneyê û wê fonksiyonê li Microft Office zêde bike.
IV. Bicihkirina klavyeyê
Herçend te sîstema Windows XP û Office XP li gor erebî eyar kiribe jî hê jî tu nikarî erebî binivîsînî. Pêwistiya te bi klavyeyeka erebî heye.
a) Kataloga Control Panel veke.
b) Du caran li ser îkona National Settings bitikîne.
c) Li ser berîka Languages bitikîne.
d) Li ser bişkojika Information bitikîne.
e) Li ser bişkojika Add bitikîne.
f) Ji lîsteya jorî (ne ya jêrî) kalvyeyeka erebî, bo nimûne ya Arabic (Saudiarabien) bibijêre.
g) Ji lîsteya jêrî layouta klavyeya Nefelê ya kurdî-erebî bibijêre û paşê li ser OK bitikîne.
»Bixwîne |
 |  |  |
|
 |