[ PÊNCŞEM, 2024-03-28 ]   [ BIKE MALPERA DESTPÊKÊ ]   [ BÊXE NÊV BIJAREYAN ]   [ KONTAKT ]   [ INFO ]   [ LÊGERÎN & ARŞÎV ]  
DESTPÊK
Nûçe
Nivîsar
Kulturmagazîn
Hevpeyvîn
Kolumnîst
Ewrokurd
E-Pirtûk
Lîteratûr
Ziman
Muzîk
Foto
Lînk
E-POSTEYA TE
  Nav (Username)  
   
  Þîfre (Password)  
   
   
     
   »E-posteyeka nû
 bo xwe qeyd bike
 
REKLAM


KOLUMNÎST 
Edebiyat ”edebiyat” e û ne wêje ye
SWÊD, 25/1 2012 — Gava zimanek qedexe be, rê li ber perwerdeya wî hatibe girtin û xwediyên zimên bi nifşan nikaribin zimanê xwe bi kar bînin û gava ji nişkê ve firsenda nivîsandina zarê xwe dibînin, hem ji bo ko xwe ji serdestên xwe veqetînin, hem jî ji bo ko xweseriya xwe diyar bikin, ew xwe dispêrin paqijiya zimên û dixwazin zimanekî pak, ji tesîr û dagirkeriya zimanên serdest şuştî û serbixwe biafirînin.

Nimûneyên welê li cîhanê pir in, gelek di wê riyê re bihurî ne. Herçiqas armanc û paşeroj cihê be jî, yek ji nimûneyên berbiçav ko hê jî aktuelbûna xwe diparêze, zimanê tirkî ye. Piştî avakirina komara Tirkiyê û ji alfabeya erebî derbasbûna alfabeya latînî, ji bo ko tirk xwe ji zimanê osmanî bi dûr bixin û li gora Tirkiyeya nûjen ji xwe re zimanekî tirkî ê nûjen ava bikin, wan dest pê kirin û ji berdêla gotinên erebî, farisî û hin zimanên din, gotinên tirkî çêkirin.

Hin gotinên nûçêkirî, heta demeke nêzîk jî û heta niha jî sergêjiyekê bi xwe re tînin. Digel ko gelek ji gotinên çêkirî cih negirtin jî, dîsa mirov pir bi hêsanî dikare bibêje ko gelek gotinên nûçêkirî di tirkî de rûniştin, gotinên berê hatin ji bîr kirin û di şûna wan de gotinên nû cihê xwe girtin. Hin gotin jî hene ko ne çûn, ne jî man; an jî bi şermokî man. Yanî hem gotinên nû, hem jî ên kevin tên bikaranîn. Meseleya bikaranîna zimên dubendiyek jî xist navbera tirkan, ew wek laîsîst, pêşverû, çep (lê di eslê xwe de kemalîst); û paşverû û kevneperst; bûn du bend, ziman bi du awayan hat bi kar anîn.

Ew riya ko zimanê tirkî tê re bihuriye, niha zimanê kurdî li ser wê riyê ye. Lê tu ferqên îdeolojîk, an jî tu dubendiyên fikrî di bikaranîna zimanê kurdî de tuneye. Heta, em dikarin bibêjin ko konservatîvên kurd pêşîyê xwestine zimanê kurdî ji gotinên erebî û farisî bişon, zimanekî paqij ê kurdî derxin holê.

Ez bi xwe di salên heftêyan de, heta di van demên dawiyê de jî bûme şahidê wê hewla hin meleyên kurd ên ko bi baweriyeke xurt dixwestin û dixwazin zimanê kurdî ji gotinên zimanên serdestan biparêzin û di şûna gotinên zimanên serdestan de gotinên kurdî ê resen derxin holê. Loma, ew dixwazin wan gotinên kurdî ên ko di pêvajoya demê de hatine ji bîr kirin, an jî pir kêm têne bi kar anîn, ji nû ve vejînin û aktuel bikin.

Ev helwesta meleyên kurd, tavilê derbasî ba nivşê destpêkê jî bû. Keç û xortên ko di dibistanên tirkî de gihîştibûn û her roj tûşî zilma li ser zimanê xwe bûbûn, gava pê hesiyan, xwestin êdî bi zimanê xwe xewnan bibînin û cîhanine nû li cîhana heyî zêde bikin, dan dû bikaranîna zimanê paqij û resen jî. Loma, hinan ji wan gotinên nû çêkirin, hinan jî dan dû gotinên nûçêkirî. Di pêvajoya demê de hin gotinên nûçêkirî cihê xwe girtin, hin jî dikin nakin nikarin rûnên.

Yek ji wan gotinên ko qet kêfa min jê re nayê û li ba min tu carî naveroka “edebiyatê” danagire, gotina “wêje” ye. Ez ne şarezayê edebiyata kurdî ya klasîk im, lê bi qasî ko min ew xwendiye û lê hay bûme, gotina “wêje” di şûna edebiyatê de nehatiye bi kar nîn. Yanî di edebiyata kurdî ya klasîk de “edebiyat” edebiyat e û ne “wêje” ye. Ez di Hawar û Ronahiyê de jî derketin nêçîra vê peyvê, lê min li wir jî nedît. Li wir jî “edebiyat” edebiyat e.

Demekê kurdên başûr jî li dû çêkirina gotinên nû û resenkirina zimanê kurdî bûn. Wan jî gelek gotin çêkirin. Hin gotinên wan ên çêkirî sînor gav kirin û derbasî ba me û kurdên binxetê bûn. Aniha hin gotin hene ko me ji kurdên başûr girtine û em bi kar tînin, lê wan dev jê berdane. Ev gotina “wêje” jî demekê ji aliyê wan ve hat bi kar anîn û heta di hin ferhengên wan de jî heye. Lê gava em îro bala xwe didin kurdên başûr, hema bêje, em qet pêrgî gotina “wêje” nayên, “edebiyat” her edebiyat e; “edeb” e.

Lê “edebiyata” ko li ba me bûye “wêje” rijî ye, bi gotina toriyan ”kelê” ye; barê edebiyatê hilnagire, naveroka wê sivik dike; ne wek “edebiyatê” ye. Ev gotin gelek caran (dibe ko bi şaşî be) bi awayê “vêje” û “weje” jî hatiye bi kar anîn, ko etîmîlojiya wê “bêje” ye.

Mahne an jî hevmahneya edebiyatê di piraniya zimanên Ewropayê de “litteratur” e. Ev gotin bi awayên cihê were nivîsandin jî koka wê ji “litteratura” latînî tê. Di latînî de dihat maneya gotina nivîskî, fîlolojî û zanistî. “Litteratura” bi xwe jî ji “littera” tê û ew jî “herf” e.

Lê îro lîtteratur ne tenê herf e; ne tenê gotina xav e jî; gotina hûnayî, estetîka peyvê ye; şiîr e, çîrok e, roman e, piyes e, bîranîn e, gername ye, biyografî û hwd. ye.

Lîtteratura ko di erebî de bûye "edb" yanî ”edeb” û ”edebiyat” eynî mahneya litteraturê dide. Îro hemû cîranên me; tirk, ereb, faris û kurdên başûr gotina ”edeb” an jî ”edebiyatê” bi kar tînin. Bikaranîna ”wêje”yê bi min pir bêmane tê û tu carî cihê ”edebiyatê” nagire.

Loma, ez dibêjim; ne wêje, lê edebiyat!

-----------------------------------
Nivîskar: FIRAT CEWERÎ firat.ceweri@comhem.se
Weşandin: 2012-01-25
Xwendin: 3816
 

KOLUMNÊN BERÊ   
Li dilê min miqate be (2013-10-16)
Kitêbxaneya Îskenderyayê (2013-06-13)
Edebiyata cihûyan ya modern çi ye (2013-02-19)
Duzimanî (2013-01-09)
Ez bibêjim lê, wê deng bê te! (2012-11-01)
Jin û edebiyat (2012-10-05)
Ka cihûyên Kurdistanê? (2012-09-06)
Meha tebaxê (2012-08-16)
Di siya Melekî Tawiz de (2012-08-04)
Sirgûn û edebiyata modern (2012-07-05)
Fotografê ko ji bîra min naçe (2012-06-16)
Zilamê ko herî pir xelata Nobel ya edebiyatê girtiye (2012-05-20)
Li ser nivîskariyê (2012-05-12)
Mimesis (2012-04-19)
Rastiya nivîskariyê (2012-04-05)
Divê newroz di roja xwe de were pîroz kirin (2012-03-21)
Şoreş zarokên xwe dixwin (2012-03-07)
Rewşenbîrên dema xortaniya min (2012-02-23)
Siyaset û edebiyat (2012-02-09)
Kurdên binxetê (2012-01-11)
NERÎNGEH
 
[kitêb] Sun Zî: Hunera şer (2016-04-21)
Ismail Beşikçi ji kurdan re li ser ermeniyan semînerek da (2013-09-28)
Kurdistan berî serxwebûna siyasî ”serxwebûna petrolê” û ekonomîk îlan dike (2012-05-21)
Tewanga navdêrên zimanê kurdî (2009-02-08)
Umît Firat dibêje navnîşana çareserîya pirsa kurd ne PKK ye (2008-11-11)
Hêro Talebanî: Min nedixwest Mam Celal bibe serokkomarê Iraqê [foto] (2007-05-10)
Alfabeya kurdî-latînî ji bo zimanê kurdî ji alfabeya kurdî-erebî minasibtir e (2005-11-02)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
vv9v8v09fq:TabArticles:4;8;12;14;17;19;21;22;23;24;28;29;30;31;32;40;41;43;44;46;48;49;51;52;53;54;55;56;58;60;62;63;64;65;66;67;69;71;72;74;75;76;77;78;79;80;81;82;84;85;86;90;91;92;94;95;96;97;98;100;102;103;104;105;106;107;109;110;111;112;113;114;115;116;117;118;119;120;121;122;123;124;125;126;127;128;129;130;131;132;133;134;136;137;138;139;140;141;142;143;144;145;146;147;149;150;151;152;153;155;157;158;159;160;163;164;165;166;167;168;169;170;171;172;173;174;175;176;178;179;180;181;182;183;184;185;186;187;188;189;190;191;192;193;194;195;196;197;198;199;200;202;203;204;205;206;207;208;209;210;211;212;213;214;215;216;217;218;219;221;222;223;224;225;226;227;228;229;230;231;232;233;234;235;236;237;238;239;240;241;242;243;244;245;246;247;248;249;250;251;253;254;255;256;257;258;259;260;261;262;263;264;265;266;267;268;269;270;271;272;273;274;275;276;277;278;279;280;281;282;283;284;285;286;287;288;289;290;291;293;294;295;296;297;298;301;302;303;304;305;306;307;308;309;310;311;312;313;314;315;316;317;318;319;320;321;322;323;324;325;326;327;328;329;330;331;332;333;334;335;336;337;338;339;340;341;342;343;344;345;346;347;348;349;350;351;352;353;354;355;356;357;358;359;360;361;362;363;364;365;366;367;368;369;370;371;372;373;374;375;376;377;378;379;380;381;382;383;384;385;386;387;388;389;391;392;393;394;395;396;398;399;400;401;402;403;404;405;406;407;408;409;410;411;412;413;414;415;416;417;418;419;420;421;422;423;424;425;426;427;428;429;430;431;432;433;434;435;436;437;438;439;440;441;442;443;444;445;446;447;448;449;450;451;452;453;454;455;457;458;459;460;461;462;463;464;465;466;467;468;469;470;471;472;473;474;475;476;477;478;479;480;481;482;483;484;485;486;487;488;489;491;492;493;494;495;496;497;498;499;500;501;502;503;504;505;506;507;508;509;510;511;512;513;514;515;516;517;518;519;520;521;522;523;524;525;526;527;528;529;530;531;532;533;534;535;536;537;538;539;540;541;542;543;544;545;546;547;548;549;550;552;553;554;555;556;557;558;559;560;561;562;563;564;565;566;567;568;569;570;571;572;573;574;575;576;577;578;579;580;581;582;583;584;585;586;587;588;589;590;591;592;593;594;595;596;597;598;599;600;601;602;603;604;605;606;607;608;609;610;611;612;614;615;616;617;618;619;620;621;622;623;624;625;626;627;628;629;630;631;632;633;634;635;636;637;638;639;640;641;642;643;644;645;646;647;648;649;650;651;652;653;654;655;656;657;658;659;660;661;662;663;664;665;666;667;668;669;670;671;672;673;674;675;676;677;678;679;680;681;682;683;684;685;686;687;688;689;690;691;692;693;694;695;696;697;698;699;700;701;702;703;704;705;706;707;708;709;710;711;712;713;714;715;716;717;718;719;721;722;723;724;725;726;727;728;729;730;731;732;733;734;735;736;738;740;741;742;743;744;745;746;747;748;749;750;751;752;753;755;756;757;758;759;760;761;762;763;764;765;766;767;768;769;770;771;773;775;776;777;778;779;780;781;782;783;784;785;786;787;788;789;790;791;792;793;794;795;796;798;799;800;801;802;803;804;805;806;807;808;809;810;811;812;813;814;815;816;817;818;819;820;821;822;823;824;825;826;827;828;829;830;831;832;833;834;835;836;837;838;839;840;841;842;843;844;845;846;847;848;849;850;851;852;853;854;855;856;857;858;859;860;861;862;863;864;865;866;867;868;869;870;871;872;873;874;875;876;877;878;879;880;881;882;883;884;885;886;887;888;889;890;891;892;893;894;895;896;897;898;899;900;901;902;903;904;905;906;907;908;909;910;911;912;913;914;915;916;917;918;919;920;921;922;923;924;925;926;927;928;929;930;931;932;933;934;935;936;937;938;939;940;941;942;943;944;945;946;947;948;949;950;951;952;953;954;955;956;957;958;959;960;961;962;963;964;965;966;967;968;969;970;971;972;973;974;975;976;977;978;979;980;981;982;983;984;985;986;987;988;989;990;991;992;993;994;995;996;997;998;999;1000;1001;1002;1003;1004;1005;1006;1007;1009;1010;1011;1012;1013;1014;1015;1016;1017;1018;1019;1020;1021;1022;1023;1024;1025;1026;1027;1028;1029;1030;1031;1032;1033;1034;1035;1036;1037;1038;1039;1040;1041;1042;1043;1044;1045;1046;1047;1048;1049;1050;1051;1052;1053;1054;1055;1056;1057;1058;1059;1060;1061;1062;1063;1064;1065;1066;1067;1068;1069;1070;1071;1072;1073;1074;1075;1076;1077;1078;1079;1080;1081;1082;1083;1084;1085;1086;1087;1088;1089;1090;1091;1092;1093;1094;1095;1096;1097;1098;1099;1100;1101;1102;1103;1104;1105;1106;1107;1108;1109;1110;1111;1112;1113;1114;1115;1116;1117;1118;1119;1120;1121;1122;1123;1124;1125;1126;1127;1128;1129;1130;1131;1132;1133;1134;1135;1136;1137;1138;1139;1140;1141;1142;1143;1144;1145;1146;1147;1148;1149;1150;1151;1152;1153;1154;1155;1156;1157;1158;1159;1160;1161;1162;1163;1164;1165;1166;1167;1168;1169;1170;1171;1172;1173;1174;1175;1176;1177;1178;1179;1180;1181;1182;1183;1184;1185;1186;1187;1188;1189;1190;1191;1192;1193;1194;1195;1196;1197;1198;1199;1200;1201;1202;1203;1204;1205;1206;1207;1209;1210;1211;1212;1213;1214;1215;1216;1217;1218;1219;1220;1221;1222;1223;1224;1225;1226;1227;1228;1229;1230;1231;1232;1233;1234;1235;1236;1237;1238;1239;1240;1241;1242;1243;1244;1245;1246;1247;1248;1249;1250;1251;1252;1253;1254;1255;1256;1257;1258;1259;1260;1261;1262;1263;1264;1265;1266;1267;1268;1269;1270;1271;1272;1273;1274;1275;1276;1277;1278;1279;1280;1281;1282;1283;1284;1285;1286;1287;1288;1289;1290;1291;1292;1293;1294;1295;1296;1297;1298;1299;1300;1301;1302;1303;1304;1305;1306;1307;1308;1309;1310;1311;1312;1313;1314;1315;1316;1317;1318;1319;1320;1321;1322;1323;1324;1325;1326;1327;1328;1329;1330;1331;1332;1333;1334;1335;1336;1337;1338;1339;1340;1341;1342;1343;1344;1345;1346;1347;1348;1349;1350;1351;1352;1353;1354;1355;1356;1357;1358;1359;1360;1361;1362;1363;1364;1365;1366;1367;1368;1369;1370;1371;1372;1373;1374;1375;1376;1377;1378;1379;1380;1381;1382;1383;1384;1385;1386;1387;1388;1389;1390;1391;1392;1393;1394;1395;1396;1400;1401;1402;1403;1404;1405;1406;1407;1408;1409;1411;1412;1413;1414;1415;1416;1417;1418;1419;1420;1421;1422;1423;1424;1425;1426;1427;1428;1429;1430;1431;1432;1433;1434;1435;1436;1437;1438;1439;1440;1441;1442;1443;1444;1445;1446;1447;1448;1449;1450;1451;1452;1453;1454;1455;1456;1457;1458;1459;1460;1461;1462;1463;1464;1465;1466;1467;1468;1469;1470;1471;1472;1473;1474;1475;1476;1477;1478;1479;1480;1481;1482;1484;1485;1486;1487;1488;1489;1490;1491;1492;1493;1494;1495;1496;1497;1498;1499;1500;1502;1503;1504;1505;1506;1507;1508;1510;1511;1512;1513;1514;1515;1516;1517;1518;1519;1520;1521;1522;1523;1524;1525;1526;1527;1528;1529;1530;1531;1532;1533;1534;1535;1536;1537;1538;1539;1540;1541;1542;1543;1544;1545;1546;1547;1548;1549;1550;1551;1552;1553;1555;1556;1557;1558;1559;1560;1561;1562;1563;1564;1565;1566;1567;1568;1569;1570;1571;1572;1573;1574;1575;1576;1577;1578;1579;1580;1581;1582;1583;1584;1585;1586;1587;1588;1589;1590;1591;1592;1593;1594;1596;1597;1598;1599;1600;1601;1602;1605;1606;1607;1608;1609;1610;1611;1612;1613;1614;1615;1616;1617;1618;1619;1620;1621;1622;1623;1624;1625;1627;1628;1629;1630;1631;1632;1633;1634;1635;1636;1637;1638;1639;1640;1641;1642;1643;1644;1645;1646;1647;1648;1649;1650;1651;1652;1653;1654;1655;1656;1657;1658;1659;1660;1661;1662;1663;1664;1665;1666;1667;1668;1669;1670;1671;1672;1673;1674;1675;1676;1677;1678;1679;1680;1681;1682;1683;1684;1685;1686;1687;1688;1689;1690;1691;1692;1693;1694;1695;1696;1697;1698;1699;1700;1701;1702;1703;1704;1705;1706;1707;1708;1709;1710;1711;1712;1713;1714;1715;1716;1717;1718;1719;1720;1721;1722;1723;1724;1725;1726;1727;1728;1729;1730;1731;1732;1733;1734;1735;1736;1737;1738;1739;1740;1741;1742;1743;1744;1745;1746;1747;1748;1749;1750;1751;1752;1753;1754;1755;1756;1757;1758;1759;1760;1761;1762;1763;1764;1765;1766;1767;1768;1769;1770;1771;1772;1773;1774;1775;1776;1777;1778;1779;1780;1781;1782;1783;1784;1785;1786;1787;1788;1789;1790;1791;1792;1793;1794;1795;1796;1797;1798;1799;1800;1801;1802;1803;1804;1805;1806;1807;1808;1809;1810;1811;1812;1813;1814;1815;1816;1817;1818;1819;1820;1821;1822;1823;1824;1825;1826;1827;1828;1829;1830;1831;1832;1833;1834;1835;1836;1837;1838;1839;1840;1841;1842;1843;1844;1845;1846;1847;1848;1849;1850;1851;1852;1853;1854;1855;1856;1857;1858;1859;1860;1861;1862;1863;1864;1865;1866;1867;1868;1869;1870;187Ferqa di nêvbera »ko«, »ku« û »kû« de (2005-05-19)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
Xewna Mesûd Barzanî ji başûrê Kurdistanê mezintir e (2005-02-07)
 
REKLAM


KOLUMNÎST
Şebabê Egît nabe Şeroyê Biro û ez jî nabim ”heval”
Tolstoy û xelata Nobelê
Kurdistaneka serbixwe û [ne]cida
Heşt rojên şerê xendekê – I
Em û felsefe
Hilbijartinên Kurdistanê ez şok kirim
© 1997–2024 www.nefel.com  |  E-poste: info@nefel.com  |  Powered by Medesoft.org