[ SÊŞEM, 2024-04-23 ]   [ BIKE MALPERA DESTPÊKÊ ]   [ BÊXE NÊV BIJAREYAN ]   [ KONTAKT ]   [ INFO ]   [ LÊGERÎN & ARŞÎV ]  
DESTPÊK
Nûçe
Nivîsar
Kulturmagazîn
Hevpeyvîn
Kolumnîst
Ewrokurd
E-Pirtûk
Lîteratûr
Ziman
Muzîk
Foto
Lînk
E-POSTEYA TE
  Nav (Username)  
   
  Þîfre (Password)  
   
   
     
   »E-posteyeka nû
 bo xwe qeyd bike
 
REKLAM


KOLUMNÎST 
Sirgûn û edebiyata modern
STOCKHOLM, 5/7 2012 — Di hemû deman de, li hemû deveran, nivîskar û entelektuelên ko li ber hukumdar û desthilatdaran stû netewandine, nebûne şelaf û şabaşvan, ew an mecbûrî jiyana sirgûnê bûne an jî ketine zîndan û tîmarxaneyan.

Hê di dema antîkê de gava Sokrates li kuçe û kolanên Atînayê û li agorayên fikir û ramanan hewl dida ko bi xortan re têkeve kûrahiya fikrê û felsefeya abstrak konkret bike, ew bû hedefa êrîşa desthilatdarên Atînayê. Li gora desthilatdariyê fikrên wî ji bo xortan talûke bûne. Sokrates bi xapandina xortan û bi Xwedênenasiyê hat sûcdarkirin. Cezayê sûcê wî giran bû; yek jê sirgûn, ya din zîndan bû; di zîndanê de jî îdam bû. Diviyabû Sokrates ji van herduyan yek hilbijarta. Sirgûn ji bo wî ji mirinê zehmettir bû, şewata di nav agirê tenêtiyê de bû. Ew ê li sirgûnê têketa gerîneka tenêtiyê, têk biçûya û roj bi roj bi hesreta cih û warê xwe biheliya. Wî zîndan hilbijart, di zîndanê de jî tasa jehra xwe bi destê xwe vexwar û bi aramî ket xewa ebedî; bû Sokrates. Qedera Ovidius jî mîna ya Sokrates bû, ew ji ber kitêbeke xwe û fikir û ramanên dûrî serdestên Romayê, zîndanî nebû, lê sirgûn bû; sirgûnî bajarê Tomisê, peravên Deryaya reş bû. Ev sirgûna ko ji aliyê Augustus ve hatibû fermankirin ji ber şiîrên Ovidius ên erotîk bûn, ko ne li gora qalibê sîstemê û terbiya welêt bû. Loma diviyabû şaîr dûrî welêt biketa. Ovidiusê ko bi erda xwe, bi bajar, meriv, dost û hevalên xwe ve pir girêdayî bû, sirgûnî jê re pir dijwar hat. Ew li sirgûnê diheliya, nostaljî lê bûbû wek nexweşiyekê û wê nexweşiya bêderman ew roj bi roj dixwar.

Di warê azadiya fikrê de sedsala bihurî û sedsala ko em tê de dijîn jî ne dûrî serdema antîkê ye. Di dema desthilatdariya bolşevîkan de gelek nivîskarên sovyetî ên ko xwestin rûmeta xwe ya entelektueliyê biparêzin ketin ber xezeba bolşevîkan. Ew an sirgûn bûn, ji cih û warên xwe bi dûr ketin, an jî ji aliyê desthilatdariyê ve hatin girtin û sewqî tîmarxaneyan bûn. Li gora bolşevîkan, ên ko sîstema sosyalîzmê ya bi edalet rexne dikirin diviyabû kêmaqil bûna û cihê kêmaqilan jî di sîstema prosesa avakirina komunîzmê de tunebû. Yê ko pêşî bû qurbana şoreşê, şaîrê şoreşê Mayakovskî bi xwe bû. Piştî mirin, kuştin, an jî xwekuştina Mayakovskî, gava ko sîstem rûdinişt, êdî sîstemê bi awayekî sîstematîk berê xwe dida şaîr, nivîskar û entelektuelên rexnegirên sîstema yekalî û totalîter. Wan dixwestin wê kaniya edebiyata Rûsyayê ya ko ji çavkaniya Gogol, Puşkîn, Tolstoy, Dostoyevskî, Çexov û hwd, diza, bimiçiqînin, destûrê nedin ko edebiyatvan bi edebiyata xwe ruhên welatiyan şad bikin û celebekî jiyanê yê din pêşkêşî wan bike. Wan dixwestin, hemû kes bibin şabaşvanên wan, ji wan re li çepikan bixin, ji zilma ko wan li ser navê gel li gel dikirin, çavên xwe bigirin. Gelek nivîskar û şaîrên ko ji bo bibin xwediyê karekî an jî li ser kursiyeke desthilatdariyê rûnên, çavên xwe ji wê sîstemê re girtin û derbasî aliyê zilmê bûn. Hin şaîr û nivîskarên ko li ser ya xwe man, wek; Anna Akhmatova, Boris Pasternak, Nina Berberova, Aleksandr Solzjenitsyn û bi çendan ên din, ketin ber xezeba sîstemeke ko bi navê edalet, azadî û wekheviyê hatibû ser hukum. Ev afirandinêr mehkûmî zindan û sirgûnan bûn.

Di dema şerê cîhanê ê duwem de, bi derketin û biserketina fikra nasyonalsosyalîstan, nazîstên ko li dû avakirina sîstemeke pak ya ji xwîna miletê arî bû, berê xwe dabû gelên ne ji vê nijadê. Digel ko vê îdeolojiyê hejmareke mezin ji fikir û miletên din jî kirin qurban, lê bêtir berê xwe dabû cihûyan û dixwestin koka cihûyan, ne bi tenê li Almanyayê, herweha li hemû dinyayê biqelînîn û cihûtiyê li ser rûyê dinyayê nehêlin. Bi milyonan cihû bûn qurbana vê îdeolojiya nazîsmê. Berê nazîstan li nivîskar, hunermend û entelektuelên cihû bû. Kitêbên gelek nivîskaran bi koman û li pêş çavên xelkê hatin şewitandin. Nazîst bi awayekî plankirî derketibûn nêçîra entelektuelên cihû. Ji wan ên hatin girtin, hatin girtin, ên din jî mecbûrî jiyana sirgûnê bûn. Nivîskarê kitêba Mimesis Erich Auerbach yek ji entelektuelên dema xwe û ê dema me ê bijarte ye ko sirgûnî Stenbolê bûbû û bi salên dirêj li wir jiya û berhema xwe ya ko analîza edebiyateke sêhezarsalane dike, li Stenbolê nivîsand. Ji bilî Erich Auerbach, bi dehan nivîskarên cihû ji Almanya an jî ji welatên hevalbendên nazîstan sirgûn bûn. Witold Gombrowicz ji Polonyayê koçî Arjentînayê kir. Yek ji nivîskarên ko li seranserî Almanyayê kitêbên wî hatin şewitandin û di sala 1955an de li sirgûnê, li Züricha Swîsreyê wefat kir jî Thomas Mann bû. Kurt Tucholskyê ko xwe ji ber zilma nazîstan dabû alî û koçî Swêdê kiribû û niha ji aliyê PENa swêdê li ser navê wî xelatek tê belavkirin, ji ber êşa sirgûnê nekir der û xwe li Swêdê kuşt. Bertolt Brecht jî yek ji navên naskirî ye ko nazîstan hem kitêbên wî şewitandine, hem jî ew mecbûrî jiyana sirgûnê kiriye. Bertolt Brecht di jiyana xwe ya sirgûnê de jî nikarîbû li cihekî bisitiriya, loma ew li sirgûnê her sirgûn dibû, li gelek welatên Ewrûpa û Skandînavyayê geriya û niştecî bû.

Cûntayên leşkerî ên Emerîka Latînî, Yunanîstan, Tirkiyê û hin welatên Efrîqayê bûne sebeba ko nivîskar û entelektuelên wan welatan ji cih û warên xwe derkevin û berên xwe bidin jiyana sirgûnê. Herweha îdeolojî û desthilatdariyên Baasê, şerê navbera Îran û Iraqê û fundamentalîzma îslamî bûye sebeba ko nivîskar û entelektuel nikaribin li welatên xwe bisitirin, bi azadî binivîsînin û loma mecbûrî jiyana sirgûnê bûne.

Bêguman gelek nivîskar li sirgûnê têk çûne. Piştî ko wan warê xwe terikandine nikarîbûne li sirgûnê biafirînin û cîhanine nû li cîhana heyî zêde bikin. Ew li sirgûnê noqî krîzên ruhî bûne û piştî demekê wenda bûne. Ji bo hin nivîskaran jî sirgûn bûye xewlegeh û silûka afirandinê. Tenêtî û êşên sirgûnê ji wan re bûne çavkanî. Ger, dîtin, ziman, dîn, kultur, xwarin, bêrîkirin, hesret, av û hewayên cihê hin nivîskar ji qalik û qalibên wan ên kevin û teng derxistine, deriyên nû li ber wan vekirine, imkanên nû pêşkêşî wan kirine û ew xistine ser riyên nû. Loma wan xwe spartine bikaranîna stîlên nû jî. Gelek tevger û îzmên edebiyatê berhemên meraq û kefteleftên nivîskarên sirgûnê ne.

Endamê Akademiya Swêdê ya xelata Nobelê Anders Olssonê şaîr, di kitêba xwe ya bi navê ”Ordens asyl” (Gotina penaber an jî Penaberiya gotinê) de dikeve analîz û danasîna edebiyat û nivîskarên sirgûnê û sirgûnê wek bingeh û çavkaniya edebiyata modern dibîne. Li gora analîza Olsson, edebiyata modern ya Ewrûpayê ji qelemên nivîskarên sirgûnê hatiye pê. Ev dikare hem sirgûna bi darê zorê be, hem jî sirgûna bi riza xwe be. Hin ji hîmavêjên edebiyata modern bi darê zorê, hin jî bi riza xwe ji welatê xwe derketine. An welatê wan û zimanê wan ji wan re teng hatiye û têra wan nekiriye, an ew ji tiştekî welatê xwe û şêniyên welêt aciz bûne, an jî wan dane dû celebekî jiyanê yê din û loma terkeserî dinyayê bûne. Nivîskarên skandînavî August Strindberg û Henrik Ibsen, ji ber nerazîbûnên xwe ên li hemberî normên edebiyata xwe ya neteweyî wan car caran welatên xwe terikandine, bi salên dirêj li sirgûnê mane û bi avakirina karyereke edebî ya navneteweyî bilî bûne. Stûnên edebiyata modern ya Ewrûpayê James Joyce, Samuel Beckett, Djuna Barnes, Witold Gombrowicz, Vladimir Nabokov, Nelly Sachs, Franz Kafka û bi dehan nivîskarên din in ko hemû jî ên sirgûnê ne, li sirgûnê berhemên xwe afirandine û ew berhem in ko îro bûne hîmên edebiyata modern.

Nimûneyên edebiyata modern ên edebiyata erebî jî ko bi edebiyata modern ya Ewrûpayê ve hatiye stiran û pê re bûye yek, îro li sirgûnê ne. Ji bilî herdu nimûneyên naskirî Adonîs li Parîsê, Selîm Berekat jî li Stockholmê, bi dehan nivîskarên ereb îro li sirgûnê dinivîsînin û li wir li dû avakirina edebiyateke gerdûnî ne.

Heke ev nivîs ji bo vê stûnê dirêj nebûya, min ê çend mînak jî ji edebiyata Emerîka Latînî bidaya.

Herçî edebiyata kurdî ye, ez berê jî gelek caran li ser rawestiyabûm, min behsa dîroka edebiyata kurdî ya modern ko li sirgûnê şax daye kiribû û bi nimûneyan ew raxistibû ber çavan. Loma, pêwîst nake ko ez careke din dakevim kûraniya wê û şirove û danasîna wê bikim. Gava ez gotinê tînim ser edebiyata kurdî ya modern û rola wê, armanca min ew e ko ez dîroka edebiyata me zelal bikin, zilma ko li ziman û edebiyata kurdî bûye eşkere bikim û ji bo bidestxistina bîra wendabûyî bibim alîkar.

Zalimên ko çoyên zilmê li ser serên nivîskarên kurd û ên cîhanê hejandine, azadiya wan bi sînor kirine, ew mecbûrî jiyana sirgûnê kirine û xwestine gotina wan di qirika wan de bihêlin, xapiyane; îro, bi xêra wan nivîskaran e ko edebiyata modern geş bûye û stîl û awayên cihê xwe di edebiyatê de didin der. Lê, sirgûna ko demekê ji bo edebiyata kurdî ya modern cih û çavkaniya afirandinê bû, niha li ber miçiqandinê ye. Edebiyata kurdî ya ko ez bi zimên ve girê didim, li sirgûnê tenê bi nifşê yekê ve bi sînorkirî ye. Gava ew nifş diçe, zimanê nifşê duduyan qels dibe û ji ber ko ziman bingehê edebiyatê ye, nema bi wî zimanê qels edebiyateke bedew tê afirandin. Ev doh ji bo nifşê Şamê çi bû, îro ji bo nifşê Stockholmê jî ew e.

Îro berê me li welêt e, hêviya me wir e, keç û xortên welêt in ko wê alaya edebiyata me hildin û me bikin şirîkên edebiyata dinyayê.

-----------------------------------
Nivîskar: FIRAT CEWERÎ firat.ceweri@comhem.se
Weşandin: 2012-07-05
Xwendin: 3345
 

KOLUMNÊN BERÊ   
Li dilê min miqate be (2013-10-16)
Kitêbxaneya Îskenderyayê (2013-06-13)
Edebiyata cihûyan ya modern çi ye (2013-02-19)
Duzimanî (2013-01-09)
Ez bibêjim lê, wê deng bê te! (2012-11-01)
Jin û edebiyat (2012-10-05)
Ka cihûyên Kurdistanê? (2012-09-06)
Meha tebaxê (2012-08-16)
Di siya Melekî Tawiz de (2012-08-04)
Fotografê ko ji bîra min naçe (2012-06-16)
Zilamê ko herî pir xelata Nobel ya edebiyatê girtiye (2012-05-20)
Li ser nivîskariyê (2012-05-12)
Mimesis (2012-04-19)
Rastiya nivîskariyê (2012-04-05)
Divê newroz di roja xwe de were pîroz kirin (2012-03-21)
Şoreş zarokên xwe dixwin (2012-03-07)
Rewşenbîrên dema xortaniya min (2012-02-23)
Siyaset û edebiyat (2012-02-09)
Edebiyat ”edebiyat” e û ne wêje ye (2012-01-25)
Kurdên binxetê (2012-01-11)
NERÎNGEH
 
[kitêb] Sun Zî: Hunera şer (2016-04-21)
Ismail Beşikçi ji kurdan re li ser ermeniyan semînerek da (2013-09-28)
Kurdistan berî serxwebûna siyasî ”serxwebûna petrolê” û ekonomîk îlan dike (2012-05-21)
Tewanga navdêrên zimanê kurdî (2009-02-08)
Umît Firat dibêje navnîşana çareserîya pirsa kurd ne PKK ye (2008-11-11)
Hêro Talebanî: Min nedixwest Mam Celal bibe serokkomarê Iraqê [foto] (2007-05-10)
Alfabeya kurdî-latînî ji bo zimanê kurdî ji alfabeya kurdî-erebî minasibtir e (2005-11-02)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
vv9v8v09fq:TabArticles:4;8;12;14;17;19;21;22;23;24;28;29;30;31;32;40;41;43;44;46;48;49;51;52;53;54;55;56;58;60;62;63;64;65;66;67;69;71;72;74;75;76;77;78;79;80;81;82;84;85;86;90;91;92;94;95;96;97;98;100;102;103;104;105;106;107;109;110;111;112;113;114;115;116;117;118;119;120;121;122;123;124;125;126;127;128;129;130;131;132;133;134;136;137;138;139;140;141;142;143;144;145;146;147;149;150;151;152;153;155;157;158;159;160;163;164;165;166;167;168;169;170;171;172;173;174;175;176;178;179;180;181;182;183;184;185;186;187;188;189;190;191;192;193;194;195;196;197;198;199;200;202;203;204;205;206;207;208;209;210;211;212;213;214;215;216;217;218;219;221;222;223;224;225;226;227;228;229;230;231;232;233;234;235;236;237;238;239;240;241;242;243;244;245;246;247;248;249;250;251;253;254;255;256;257;258;259;260;261;262;263;264;265;266;267;268;269;270;271;272;273;274;275;276;277;278;279;280;281;282;283;284;285;286;287;288;289;290;291;293;294;295;296;297;298;301;302;303;304;305;306;307;308;309;310;311;312;313;314;315;316;317;318;319;320;321;322;323;324;325;326;327;328;329;330;331;332;333;334;335;336;337;338;339;340;341;342;343;344;345;346;347;348;349;350;351;352;353;354;355;356;357;358;359;360;361;362;363;364;365;366;367;368;369;370;371;372;373;374;375;376;377;378;379;380;381;382;383;384;385;386;387;388;389;391;392;393;394;395;396;398;399;400;401;402;403;404;405;406;407;408;409;410;411;412;413;414;415;416;417;418;419;420;421;422;423;424;425;426;427;428;429;430;431;432;433;434;435;436;437;438;439;440;441;442;443;444;445;446;447;448;449;450;451;452;453;454;455;457;458;459;460;461;462;463;464;465;466;467;468;469;470;471;472;473;474;475;476;477;478;479;480;481;482;483;484;485;486;487;488;489;491;492;493;494;495;496;497;498;499;500;501;502;503;504;505;506;507;508;509;510;511;512;513;514;515;516;517;518;519;520;521;522;523;524;525;526;527;528;529;530;531;532;533;534;535;536;537;538;539;540;541;542;543;544;545;546;547;548;549;550;552;553;554;555;556;557;558;559;560;561;562;563;564;565;566;567;568;569;570;571;572;573;574;575;576;577;578;579;580;581;582;583;584;585;586;587;588;589;590;591;592;593;594;595;596;597;598;599;600;601;602;603;604;605;606;607;608;609;610;611;612;614;615;616;617;618;619;620;621;622;623;624;625;626;627;628;629;630;631;632;633;634;635;636;637;638;639;640;641;642;643;644;645;646;647;648;649;650;651;652;653;654;655;656;657;658;659;660;661;662;663;664;665;666;667;668;669;670;671;672;673;674;675;676;677;678;679;680;681;682;683;684;685;686;687;688;689;690;691;692;693;694;695;696;697;698;699;700;701;702;703;704;705;706;707;708;709;710;711;712;713;714;715;716;717;718;719;721;722;723;724;725;726;727;728;729;730;731;732;733;734;735;736;738;740;741;742;743;744;745;746;747;748;749;750;751;752;753;755;756;757;758;759;760;761;762;763;764;765;766;767;768;769;770;771;773;775;776;777;778;779;780;781;782;783;784;785;786;787;788;789;790;791;792;793;794;795;796;798;799;800;801;802;803;804;805;806;807;808;809;810;811;812;813;814;815;816;817;818;819;820;821;822;823;824;825;826;827;828;829;830;831;832;833;834;835;836;837;838;839;840;841;842;843;844;845;846;847;848;849;850;851;852;853;854;855;856;857;858;859;860;861;862;863;864;865;866;867;868;869;870;871;872;873;874;875;876;877;878;879;880;881;882;883;884;885;886;887;888;889;890;891;892;893;894;895;896;897;898;899;900;901;902;903;904;905;906;907;908;909;910;911;912;913;914;915;916;917;918;919;920;921;922;923;924;925;926;927;928;929;930;931;932;933;934;935;936;937;938;939;940;941;942;943;944;945;946;947;948;949;950;951;952;953;954;955;956;957;958;959;960;961;962;963;964;965;966;967;968;969;970;971;972;973;974;975;976;977;978;979;980;981;982;983;984;985;986;987;988;989;990;991;992;993;994;995;996;997;998;999;1000;1001;1002;1003;1004;1005;1006;1007;1009;1010;1011;1012;1013;1014;1015;1016;1017;1018;1019;1020;1021;1022;1023;1024;1025;1026;1027;1028;1029;1030;1031;1032;1033;1034;1035;1036;1037;1038;1039;1040;1041;1042;1043;1044;1045;1046;1047;1048;1049;1050;1051;1052;1053;1054;1055;1056;1057;1058;1059;1060;1061;1062;1063;1064;1065;1066;1067;1068;1069;1070;1071;1072;1073;1074;1075;1076;1077;1078;1079;1080;1081;1082;1083;1084;1085;1086;1087;1088;1089;1090;1091;1092;1093;1094;1095;1096;1097;1098;1099;1100;1101;1102;1103;1104;1105;1106;1107;1108;1109;1110;1111;1112;1113;1114;1115;1116;1117;1118;1119;1120;1121;1122;1123;1124;1125;1126;1127;1128;1129;1130;1131;1132;1133;1134;1135;1136;1137;1138;1139;1140;1141;1142;1143;1144;1145;1146;1147;1148;1149;1150;1151;1152;1153;1154;1155;1156;1157;1158;1159;1160;1161;1162;1163;1164;1165;1166;1167;1168;1169;1170;1171;1172;1173;1174;1175;1176;1177;1178;1179;1180;1181;1182;1183;1184;1185;1186;1187;1188;1189;1190;1191;1192;1193;1194;1195;1196;1197;1198;1199;1200;1201;1202;1203;1204;1205;1206;1207;1209;1210;1211;1212;1213;1214;1215;1216;1217;1218;1219;1220;1221;1222;1223;1224;1225;1226;1227;1228;1229;1230;1231;1232;1233;1234;1235;1236;1237;1238;1239;1240;1241;1242;1243;1244;1245;1246;1247;1248;1249;1250;1251;1252;1253;1254;1255;1256;1257;1258;1259;1260;1261;1262;1263;1264;1265;1266;1267;1268;1269;1270;1271;1272;1273;1274;1275;1276;1277;1278;1279;1280;1281;1282;1283;1284;1285;1286;1287;1288;1289;1290;1291;1292;1293;1294;1295;1296;1297;1298;1299;1300;1301;1302;1303;1304;1305;1306;1307;1308;1309;1310;1311;1312;1313;1314;1315;1316;1317;1318;1319;1320;1321;1322;1323;1324;1325;1326;1327;1328;1329;1330;1331;1332;1333;1334;1335;1336;1337;1338;1339;1340;1341;1342;1343;1344;1345;1346;1347;1348;1349;1350;1351;1352;1353;1354;1355;1356;1357;1358;1359;1360;1361;1362;1363;1364;1365;1366;1367;1368;1369;1370;1371;1372;1373;1374;1375;1376;1377;1378;1379;1380;1381;1382;1383;1384;1385;1386;1387;1388;1389;1390;1391;1392;1393;1394;1395;1396;1400;1401;1402;1403;1404;1405;1406;1407;1408;1409;1411;1412;1413;1414;1415;1416;1417;1418;1419;1420;1421;1422;1423;1424;1425;1426;1427;1428;1429;1430;1431;1432;1433;1434;1435;1436;1437;1438;1439;1440;1441;1442;1443;1444;1445;1446;1447;1448;1449;1450;1451;1452;1453;1454;1455;1456;1457;1458;1459;1460;1461;1462;1463;1464;1465;1466;1467;1468;1469;1470;1471;1472;1473;1474;1475;1476;1477;1478;1479;1480;1481;1482;1484;1485;1486;1487;1488;1489;1490;1491;1492;1493;1494;1495;1496;1497;1498;1499;1500;1502;1503;1504;1505;1506;1507;1508;1510;1511;1512;1513;1514;1515;1516;1517;1518;1519;1520;1521;1522;1523;1524;1525;1526;1527;1528;1529;1530;1531;1532;1533;1534;1535;1536;1537;1538;1539;1540;1541;1542;1543;1544;1545;1546;1547;1548;1549;1550;1551;1552;1553;1555;1556;1557;1558;1559;1560;1561;1562;1563;1564;1565;1566;1567;1568;1569;1570;1571;1572;1573;1574;1575;1576;1577;1578;1579;1580;1581;1582;1583;1584;1585;1586;1587;1588;1589;1590;1591;1592;1593;1594;1596;1597;1598;1599;1600;1601;1602;1605;1606;1607;1608;1609;1610;1611;1612;1613;1614;1615;1616;1617;1618;1619;1620;1621;1622;1623;1624;1625;1627;1628;1629;1630;1631;1632;1633;1634;1635;1636;1637;1638;1639;1640;1641;1642;1643;1644;1645;1646;1647;1648;1649;1650;1651;1652;1653;1654;1655;1656;1657;1658;1659;1660;1661;1662;1663;1664;1665;1666;1667;1668;1669;1670;1671;1672;1673;1674;1675;1676;1677;1678;1679;1680;1681;1682;1683;1684;1685;1686;1687;1688;1689;1690;1691;1692;1693;1694;1695;1696;1697;1698;1699;1700;1701;1702;1703;1704;1705;1706;1707;1708;1709;1710;1711;1712;1713;1714;1715;1716;1717;1718;1719;1720;1721;1722;1723;1724;1725;1726;1727;1728;1729;1730;1731;1732;1733;1734;1735;1736;1737;1738;1739;1740;1741;1742;1743;1744;1745;1746;1747;1748;1749;1750;1751;1752;1753;1754;1755;1756;1757;1758;1759;1760;1761;1762;1763;1764;1765;1766;1767;1768;1769;1770;1771;1772;1773;1774;1775;1776;1777;1778;1779;1780;1781;1782;1783;1784;1785;1786;1787;1788;1789;1790;1791;1792;1793;1794;1795;1796;1797;1798;1799;1800;1801;1802;1803;1804;1805;1806;1807;1808;1809;1810;1811;1812;1813;1814;1815;1816;1817;1818;1819;1820;1821;1822;1823;1824;1825;1826;1827;1828;1829;1830;1831;1832;1833;1834;1835;1836;1837;1838;1839;1840;1841;1842;1843;1844;1845;1846;1847;1848;1849;1850;1851;1852;1853;1854;1855;1856;1857;1858;1859;1860;1861;1862;1863;1864;1865;1866;1867;1868;1869;1870;187Ferqa di nêvbera »ko«, »ku« û »kû« de (2005-05-19)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
Xewna Mesûd Barzanî ji başûrê Kurdistanê mezintir e (2005-02-07)
 
REKLAM


KOLUMNÎST
Şebabê Egît nabe Şeroyê Biro û ez jî nabim ”heval”
Tolstoy û xelata Nobelê
Kurdistaneka serbixwe û [ne]cida
Heşt rojên şerê xendekê – I
Em û felsefe
Hilbijartinên Kurdistanê ez şok kirim
© 1997–2024 www.nefel.com  |  E-poste: info@nefel.com  |  Powered by Medesoft.org