LÎTERATÛR |
 |
 |
 |
 |
STOCKHOLM, 7/2 2009 — Şevreşeke nîvê payizê bû. Şax û pelên darên sêvan yên li hewşê ji ber bayê sivik dikirin xuşînî. Bi dengê girîna ewr re Gulê bi qîrîn ji xewê şiyar bû. Ew di xwêdanê de mabû. Ji ber giriyê di xewnê de hê jî îskîna wê daneketibû. Bi dengê qîrîna wê re mêrê wê jî ji nava nivînan pekiya û tavilê lampeya li ber serê xwe pêxist.
– Çawa bû, ma qolincên te tên? mêrê wê bi çavlixewî jê pirsî û ji bo ko wê haş bike destê xwe avêt ser stuyê wê.
Gulê jî xwe avêt hembêza wî û bi dengekî bilind û bi îskînî giriya.
– Çi bûye, cana min? mêrik bi tirs û kelecan jê pirsî. Ji bo çi tu digirî?
Jinikê tu bersiv neda, giriyê xwe bê rawestan domand; piştî ko demekê bi wî awayî giriya, paşê gava xwest tiştekî ji mêrê xwe re bibêje, ji ber îskîna pir kir û nekir nikarîbû gotina xwe bibira serî. Lê mêrê wê yê bîrbir, hêdîka destên wê ji nava xwe berdan, rabû ser xwe û çû ji mitfaxê jê re qedehek av û hinek kaxiz anî. Wî qedeha avê dirêjî jina xwe kir û dû re li ser qeryole, li kêleka wê rûnişt. Piştî ko jinikê çend gulp ji qedehê vexwarin û qedeh danî ser maseka piçûk ya li ber serê xwe, mêrik bi tilîkên xwe porê wê yê ko ji xwêdanê bi eniya wê ve zeliqîbû da alî û ji bo ko wê haş bike hêdîka eniya wê maçî kir. Jinikê xwe di wê kêliyê de êmin his kir, ji ber hezkirin û pêdaketina mêrê xwe hindik be jî hem ew xewna ko di xewê de mîna jiyaneke dûdirêj, ya bi êş û ezab, hem jî ew kabûsê ko ev nozdeh sal bûn destên xwe xistibû qirika wê, ji bîr kir, lê dîsan tavilê tirsa wê hatiyê, laşê wê lerizî, vê carê guhertineke bêhawe di rûyê wê de peyda bû. Gava mêrik rabû û xwest ji texsiyê re telefon bike, wê nehişt û ji mêrik re got ko hê qolincên zêde nehatinê. Li gora hesabê ko hemşîreyê ji wan re gotibû, çar roj di ser dema wan re buhurîbûn. Ji ber ko li ber guhên mêrik ketibû, ko zarokên dereng çêdibin, lawik in, kêfa wî dihat, lê ji aliyê din ve jî dixwest rojekê zûtir jina wî, ya ko zikê wê li ber dev bû, ji wî ezabî xelas bibe.
– Ez dibêjim wê îro çêbibe, mêrik got û di bin kirasê wê yê şevê re destê xwe danî ser zikê wê yê mezin û girover.
Zaroka ko êdî di hundir de aciz bûbû û dixwest derkeve derve û tevlî xweşî û nexweşiya jiyana mirovane bibe, mîna gilokekê hilkişiya jor û bi xurtî xwe bera jêr da.
Vê carê ji bo ko jinik jî bibîne, mêrik kirasê wê hilda jor û bi kêf li tevgera zarokê temaşe kir. Ew benderuha di zikê jinikê de mîna perpitandina mirîşkeke serjêkirî diperpitî. Jinikê di wê navê de awirên xwe yên bi tirs berdabû ser mêrê xwe û bi kelecan li bendî reaksiyona wî bû. Mêrik jî ziq bala xwe berdabû ser zikê wê yê ko bêhawe mezin bûbû û li liv û tevgera zaroka xwe temaşe dikir. Gava mêrik ji nişka ve bêdengî his kir, serê xwe rakir û li jina xwe nerî. Rûyê jinikê bûbû mîna yê miriyekê, xwêdaneke mîna zîpikê li ser eniya wê peyda bûbû. Mêrik bi destê xwe ew xwêdana cemidî ya li ser eniya jina xwe paqij kir û kirasê wê bi ser zikê wê ve berda. Paşê li gora şîreta hemşîreyê, wî xwest jina wî rabe û di hundirê malê de li ser xwe bigere. Hemşîrê ji wan re gotibû heger ew li ser xwe bigere wê devê malzarokê fireh bibe û di çêbûna zarokê de wê jinik zêde êş û zehmetiyê nekişîne.
Jinikê bi ya mêrê xwe kir û bi giranî, bi alîkariya destên xwe herdu lingên xwe ji qeryole berdan jêr û li ser lingan rawestiya. Qolincên wê jî êdî dihatinê û ji rewşa wê diyar dibû ko wê îro zaroka wê were dinyayê.
Her ko jinikê nêzîkî li çêbûna zarokê dikir, mîna ko ruhê wê jê bikişe, rengê rûyê wê dihat guhertin, dilerizî, xwêdan dida, carinan xwe dispart pencerê, serê xwe ditewand, digiriya, diqîriya… Her cara ko mêrik dixwest ji texsiyê re telefonê bike û wê bibe nexweşxanê, jinikê digot hê qolincên wê zêde nebûne û nedihişt ko mêrê wê telefonê bike. Du caran gava wê ji bo hewagirtinê pencere vekiribû, ji nişka ve hiseke ko ew xwe di pencerê re biavêje hatibûyê, cara duduyan mêrê wê bi zorê destên wê ji hesinên pencerê vekiribûn, bi şidet pencere girtibû û ew ji ba pencerê bi dûr xistibû.
Bi hebekî rohnîbûna derve re baraneke xurt dest pê kiribû. Libên baranê mîna zîpikê li pencerê dikirin tipînî. Ji pişt xênî jî dengê şirika avê ko li naylonekê diket, dihat.
Mêrikê ko bi tena derpiyê kinik bû, bi herdu destan jina xwe hembêz kir û bi wê re çû mitfaxê. Gava jinikê xwest li mitfaxê li ser kursiyekê rûne, mêrik şîreta hemşîreyê di bîrê de anî û da xuyakirin ko ew li ser xwe bigere wê jê re çêtir be.
Jinikê herdu destên xwe danîn ser tihêlên xwe û hêdîka çû vî serî û wî seriyê mitfaxê. Mêrik jî bi tena derpîkê kinik çaydan nêvî av kir û danî ser ocaxê.
– Ez ditirsim Kerem, jinikê bi stuxwarî ji mêrê xwe re got. Ez ji vê zaroka di zikê xwe de pir ditirsim.
Kerem lê vegeriya, ew hembêz kir, eniya wê maçî kir û got:
– Em ne li welêt in, tu dizanî ko doktor û hemşîreyên vir ji dê û bavên mirov bêtir li mirov miqate ne. Teknîka vir li pêş e, personal ji dil in, nexweşxane paqij in…
– Lê ne ji wê, jinikê got û lêva wê ya jêr lerizî.
Kerem dîsan li ber geriya, ew hembêz kir, maçî kir, jê re behsa paqijiya nexweşxaneyan, dostaniya hemşîre û doktoran kir; lê kir û nekir jinik haş nebû. Gava jinikê ji nişka ve got:”Ez dixwazim tiştekî ji te re bibêjim”, mêrik bi carekê ve sar ma, digel ko dizanîbû ji sedî sed ew zarok ji wî ye, dîsan jî ket şikeke giran.
– Ev pênc sal in min ji te veşartiye, Kerem. Lê êdî ez nema dikarim xwe bigirim, divê ez ji te re bibêjim.
Keremê min û te, mîna xwîn jê kişiya be, di cihê xwe de bê tevger rawestiyabû û zer bûbû. Ev pênc salên ko jina wî jê veşartibûn, çi bû gelo?
– Erê, ev tam nozdeh sal in, fala Nûrikê mîna kabûsekî pêxîla min bernade. Tiştên ko wê nozdeh sal berê di fala xwe de gotine, ez wan roj bi roj dijîm û ev yeka ha jî min bêhawe ditirsîne.
Hebekî bêhna mêrik hat ber wî, bi lez çû odeya razanê, qutikê xwe li xwe kir û dawiya fala Nûrikê ko ev nozdeh sal bûn mîna kabûsekî destê xwe xistibû qirika jina wî, meraq kir; meraq kir, lê bi qerf jê pirsî:
– Tu bi Xwedê kî ev çi fal e Nûrikê ji te re vekiriye, ko te heya niha ji bîr nekiriye?
Jinikê bi kelûgirî got:
– Ji xwe her ko ez behsa tiştên wilo dikim tu henekê xwe bi min dikî, tu bi min dikenî. Loma min heta niha fala xwe ya berî niha bi nozdeh salan ji te re negotiye. Lê ez ê niha bibêjim. Tu henekê xwe bi min dikî, tu bi min dikenî, tu bawer dikî bawer nakî tu bi kêfa xwe yî, yê min ez ê ji te re bibêjim.
Erê, berî bi nozdeh salan bû. Weke niha tê bîra min. Navrojeke roja çarşemê bû. Havîn bû; ez, diya min, cîrana me Ezîza û xaltîka Siltê em li hêwana me ya ko deriyekî wê li rê vedibû, rûniştîbûn. Me çaya piştî firavînê vedixwar. Û tam di wê navê de, Nûrikê, mîna her tim kincên wê yên zilamane lê bûn, çefiya wê li serî bû, gopalê wê di dest de bû û di kuçê re derbas bû. Cîrana me Ezîza hema ji cihê xwe pengizî û got:
– Weleh ez ê bang Nûrikê bikim û falekê pê bidim vekirin.
Ji xwe diya min jî li hemana bû, hema wê falciyek li derekê bidîta, ji bo birayê min Yasîn falek vedikir. Hingî du salên birayê min Yasîn li Almanyayê qediyabûn. Diya min ji derdê wî ne dixwar, ne vedixwar û ne jî xweşik radiza. Digooot û li xwe dixist. Neyse, Nûrikê dageriya hundir, gopalê xwe sipart dîwêr û li ser mînderê çarmêrkî veda. Nizanim gelo Nûrika Şabanî tê bîra te? Ew mîna zilaman e, lê navê wê Nûrikê ye. Hinek dibêjin nêrûmê ye. Welhasil, ez tavilê rabûm çûm mitfaxê û min ji bo falê qehweyek da ser. Fala pêşî diya min ji bo birayê min da vekirin. Lê wê ji Nûrikê re qala birayê min nekiribû û haya Nûrikê jî ji çûyina birayê min ya Almanyayê tune bû. Diya min niyeta xwe di dilê xwe de gotibû. Nûrikê bi binikê fîncanê girt û ew wilo hêdîka di nava destê xwe de bir û anî û weha mîna ko tiştinan dibîne lê baş ne zelal e, bi rûyê xwe yê qermiçî lê nerî. Em hemû bêdeng mabûn û çavên me li wê bûn. Piştî ko wê çend caran fîncan nêzîkî çavên xwe kir û ji xwe bi dûr xist, dest pê kir û got:
– Li welatekî dûr xortekî pak xuya dibe. Du kes pêxîla vî xortî bernadin. Yek jê jineke navsal, porgijikî, yê din jî mêrekî qut î qalind e. Lawik dixwaze ji wan xelas bibe, dike nake nikare. Ha biner biner, li vî alî jî malek xuya dibe.
Wê fîncan ber bi diya min ve dirêj kir û bi tiliya xwe ew mala ha nîşan da. Diya min jî mîna ko xwîna wê jê kişiya be, zer bûbû û ziq li wî xaniyê ko Nûrikê nîşan dida, nerî.
– Erê Wele, ez dibînim, diya min bi bawerî got.
Heya wê çaxê jî min baweriya xwe qet bi falan nedianî. Tew ez bi xelkê dikeniyam. Min digot ew çawa baweriya xwe bi derewên wilo tînin. Lê tiştên ko Nûrikê di derbarê birayê min de gotin, hemû rast bûn.
– A di vê malê de jinebiyeke porzer rûdine, dil ketiye xort, dixwaze pê re bizewice. Ew jina porgijikî û mêrikê qut î qalind ji ber nelihevkirina siyasetê ketine qirika wî.
Dîsa fîncan dûrî xwe girt û nêzîkî xwe kir û peyva xwe domand:
– Ev berê hevalên hev ên siyasî bûn, yanî di partiyekê de bûn, lê niha navbera wan xerab bûye, an jî lawik hebekî ji siyasetê sar bûye û dixwaze bi wê jinebiya ciwan re bizewice; lê hevalên wî hin tiştan dixin stuyê wî, ew jî çi ye baş ne xuyaye.
Wê fala Nûrikê kiribû ko em hemû di cihê xwe de sar bibin. Tam berî wê bi du rojan birayê min nameyek şandibû, te digot qey ew nameya birayê min pêşî ketibû destên Nûrikê û paşê ji me re hatibû. Hemû tiştên ko Nûrikê digotin rast bûn. Hingî min xwest ew ji min re jî falekê veke. Lê pêşî cîrana me Ezîza ket ber min. Yê wê jî ko hema falciyek bidîta fal vedikir. Nizanim te Ezîza nas dikir? Ez bawer nakim, gava tu derketî, ew hê zarok bû. Keça apê Smaîl… Jineke wek lampekê ye, bavê wê ji çikûsiya xwe ew da kalekî. Gerçî mêrê wê gelekî jê re baş e, lê xortek di dilê wê de bû û ew her li wî xortî difikirî. Fala ko Nûrikê ji bo wê jî vekir, li gora dilê wê bû. Li gora wê hemû tiştên ko Nûrikê gotibûn, rast bûn.
Gava Kerem têgihîşt ko çîroka fala Nûrikê dirêj e û çav li rewşa wê û qolincên ko tênê ket, ji hemberî wê rabû, ket bin milê wê, ew rakir ser lingan û jê xwest ko ew hem li ser xwe bigere, hem jî behs bike. Wê jî mêrê xwe neşikand, rabû ser xwe, destekî xwe avêt ser stuyê mêrê xwe, destê din da ser newqa xwe, hem meşiya û hem jî got. Lê rûyê wê zer bûbû, xwêdanekê ew girtibû, tirseke bêtarîf ji çavên wê difûriya.
– Wê rojê min jî ji xwe re falek vekir. Tu ya rastî bixwazî, baweriya min qet bi falan nedihat. Lê gava Nûrikê di fala xwe de rewşa birayê min raxist ber çavan û hemû falên wê li gora dilê Ezîza bûn, min jî xwest ez ji xwe re falekê vekim. Erê, tevî ko baweriya min bi falan nedihat, lê gava dora min hat û Nûrika falcî rahişt fîncana min, ji kelecanê dilê min bû mîna çûkekî perpitî, te digot qey wê hundirê min were xwarê. Min pir bi kelecan lê guhdarî kir. Wê jî bi hostetî rahişt fîncana min, di nava destê xwe de bir û anî, dûr û nêzîkî çavên xwe kir, geh li min nerî, geh li fîncanê nerî, geh rûyê xwe tirş kir, geh qermîçokên ecêb li eniya wê çêbûn, geh serê xwe hejand, geh nexwest bibêje; lê ez wek li ser êgir bûm, min jê rice kir ko ew rastiya fala min ji min re bibêje. Û wê jî got… Got binere keça min, tu keçikeke pir biaqil î, tu qenc î, lê wê biaqilî û qenciya te nikaribe tu tesîrê li pêşeroja te bike. Tu ê nikaribî li hemberî qedera xwe rabî û celebê jiyana xwe biguherî. Mirovên mîna te ji hezarî, belkî ji deh hezaran, belkî ji milyonan yek e. Yên wek te pir nêzîkî Xwedê ne. Qedera wan li eniya wan hatiye nivîsandin, lê cihê wan cenet e. Cihê te jî cenet e. Tu ê di vê jiyana kurt de, li vê dinyaya derewîn hem rojên xweş û hem jî yên nexweş bîbînî û bijî. Hem rojên te yên xweş hem jî yên ne xweş, ji pêşî ve ji aliyê Xwedê ve hatine nivîsandin. Niha emrê te şanzdeh e. Tu ê tam not û neh salan emir bikî. Not û neh sal bi para her kesî nakevin. Xwedê bi tenê yê ko jê hez dike, bi qasî navê xwe, dike ko ew emir bike. Lê di vî not û neh salî de, jiyana te roj bi roj hesabkirî ye. Tu ê li gora hesêb bijî. Mesele tu ê îşev xewnekê bibînî. Tu ê di xewnê de bixwazî bifirî lê tu ê nikaribî. Tu ê bixwazî birevî, lê tu ê nikaribî. Paşê tu ê çentekekî biçûk bibînî. Bi qîmeta not û neh zêran pere di wî çentekî de heye. Divê tu cihê wî çentî baş di bîra xwe de bihêlî û sibehê zû, gava tu ji xew rabî, berî ko tu taştê bixwî, divê tu herî wî cihî. Tu ê li wî cihî wî çenteyî bibînî. Tu ê pereyên di wî çenteyî de di nav destmalkekê de baş girêbidî û di nava lihêfa şîrikî de veşêrî. Ew pere wê têra te û heta zewaca te bike. Heta zewaca te lê, berî ko tu bizewicî tu ê xortekî nas bikî. Xort pir spehî ye, wê li dû te bigere, lê tu ê guh nediyê. Bi tenê şevekê tu ê li ser wî dêhn bibî. Tu ê bixwazî wî hembêz bikî, wî maçî bikî, wî mist bidî. Wê şevê jî wê ne diya te, ne jî bavê te li mal be, wê kes tunebe. Tu ê bi tenê li mal bî. Wê xwestekek, şehwetek were te ko pê hemû laşê te bilerize. Tu ê bi nefsa xwe nikaribî û tu ê laşê xwe yê terr bispêrî xortê çeleng. Lê wê xort ji nişka ve winda bibe. Tu ê êdî nema wî bibînî. Heta salekê tu çav li kîjan xortî bikevî, tu ê bi çend gavan bi dû de biçî û tu ê bi dengekî nizim bang bikî. Gava tu bibînî ne ew e tu ê bi şermokî serê xwe bera ber xwe bidî û bi paş de vegerî. Piştî bi salekê tu ê xewnekê bibînî, wê xewn bîst salî têxe navbera windabûna xort. Wê ew dem bike ko tu êdî wî xortî bi temamî ji bîr bikî. Lê di hefteya pêşî ya salê de, yanî tam gava tu ê têkevî hivdehsaliya xwe, wê li bajarekî nêzîk tirimpêlek li te biqelibe. Wê şifêrê tirimpêlê ew xort be. Lê tu ê wî nas nekî. Wê ew xort te rake nexweşxanê, destê te yê şikestî bicebirîne û te bîne li nêzîkî mala te deyne. Wê ew bûyer jî ji te re mîna xewnekê were. Tu ê heta bîstsaliya xwe weke her kesî bijî. Lê tu ê bi cenawirê di hundirê xwe de nehesî.
Di vir de ayeaya wê zêdetir dibe. Mêrê wê li dora wê diçe û tê, lê nizane wê bi çi awayî alîkariya wê bike. Ew jî bi kelecan bûye, digel ko hisa dilxerabiyê di hundirê wî de tevdilive jî, dîsan dixwaze bi rastî li jina xwe guhdarî bike. Dixwaze sirên wê yên veşartî bibihîze.
Jinik hem diçe û tê, hem jî dibêje:
– Min hingî jê re got, çi cenawir? Gelo çi cenawir di hundirê min de heye? Ka bibêje!
Wê got ew ê paşê were ser wê jî. Lê got, tu ê di bîst û yeksaliya xwe de kirasekî bikirî, tu ê bi tenê carekê wî kirasî li xwe bikî û wê ew kiras winda bibe. Piştî bi şeş mehan tu ê wî kirasî li cîrana xwe bibînî, lê tu ê jê re tiştekî nebêjî.
Qolincên wê zêdetir dibûn. Her ko diçû mêrik jî bêçare dibû. Lê ji nişka ve pengizî û ji texsiyê re telefon kir.
Heta ko texsî hat, jinikê di rewşeke xerab de serpêhatiya fala xwe dom kir. Lê bi kurtî behs kir:
– Û wê got, tu ê di sihsaliya xwe de bizewicî û biçî Almanyayê, wê pêşî zarok ji te re çênebin, tu ê di sihûpêncsaliya xwe de bi zaro bibî…
Dengê girîna texsiyê ji hewşê hat. Jin û mêr, bi hazirî, bi çenteyekî daketin jêr. Şifêrê texsiyê yê navsal û bejindirêj, silav li wan kir û bi kêf meraq kir ka gelo ava jinikê hatiye an na. Mêrê jinikê, yanî Kerem, got hê av nehatiye; û alîkariya jina xwe kir û ew di deriyê dawiyê yê ko şifêr ji wan re vekiribû re xist hundirê texsiyê. Şifêr pêl li gazê kir, xîzîniyek ji tekeran anî û zîvirî ser riya nexweşxanê. Herçiqas şifêr xwest bi wan re sohbetê bike jî, lê hem jinikê xwest çîroka fala xwe ji mêrê xwe re dewam bike, hem jî mêrik xwest li dawiya çîroka fala jina xwe guhdarî bike.
Erê, jinikê qal kir, lê bi nalenal qal kir:
– Û Nûrika falcî got, wê di sihûpêncsaliya te de Xwedê benderuhekî nêr bide te. Belê, negot wê Xwedê lawikekî bide te. Û got, ev benderuh bermayê tovê wî xortê ko tîna te ya şehwetê şikandibû ye. Û ev benderuh ne mirov, lê cenawir e; wê duserî çêbibe û ji mirovatiyê re musîbetek be.
Mêrik di wê navê re destê xwe danî ser devê wê û nehişt ew qala fala xwe bike. Digel ko tirs mîna bizotek agir ketibû dilê wî jî, dîsan wî bi destê xwe yê rastê zikê wê mist da û bi gotinên xweş û hêvîtijî xwest jina xwe ji wan xeyalên tirsê bi dûr bixe. Lê herdu jî di nava xeyalên tirsê de vedigevizîn. Bi taybetî jinik. Avahî, insan, otomobîl, her tişt li ber çavên wê dibûn mîna cenawiran. Gava ew ji texsiyê daketin û ketin hundirê nexweşxanê, dengê qîrîna wê hemû doktor, hemşîre û mirovên li nexweşxanê di cihê wan de sar kirin. Mêrê wê bi lez destê xwe danî ser devê wê, ew haş kir û bi gotinên xweş li ber dilê wê da. Paşê hemşîran ew li odeyekê dirêj kir, bi dostanî û bi devkenî dest bi kontrola wê kirin. Çavên jinikê beloq bûbûn û ziq li hemşîran dinerî. Hemşîra navsal û bi tecrube, bi desta xwêhdana eniya jinikê paqij kir û bi devkenî jê re got ko devê malzarokê fireh bûye û piştî demeke kurt wê zaroka wan were dinyayê.
Paşê hemşîre derketin û jin û mêr bi tenê li hundir man. Mîna ko hebekî bêhna jinikê fireh bûbû, lê qolinc li ser qolincan dihatinê. Her qolinca ko dihatiyê jî ew weke darekî, hişk dikir. Piştî ko hemşîran bi lez li dosya wê nerîn û dîtin ko her tişt normal e, dîsan hatin seredana wê. Devê malzarokê firehtir bûbû û loma wan tavilê jinik rakirin odeya zayînê. Kincên wê jê kirin û kirasekî spî lêkirin. Paşê ew li ser text dirêj kirin, çend behlîf xistin bin pala wê û çîmên wê ji hev kirin. Piştî ko ew tam ji zayînê re amade kirin, pîrikê (ebeyê) jê re got ko divê ew carê bêhna xwe bigire û berde û gava qolinc tênê heta jê tê xwe biesirîne. Wê jî bi ya pîrikê kir û zêde neajot ew benderuhê di zikê jinikê de şemitî jêr. Pîrikê bi lez rahiştê, bilind kir û bi dilşahî got:
– Lawik e!
Lawikbûna wî diyar bû, ji ber ko gava pîrikê ew bilind kir wî beliqand ser diya xwe.
Mêrik dikira ji kêfan bifiriya. Lê dema pîrikê lawik danî ser singa diya wî, dîsan qîrînek bi jinikê ket, lawik ji ser singa xwe dehf da û her bi qîrîn got:
– Kereeem! Vî cenawirî wê de bibee!… Ma tu pirça wî nabînîîî?… Ma tu herdu serên wî nabînîî?… Ma tu qermîçokên eniya wî nabînîîîî?…
***
Ji kitêba »Romanseke çilmisî«, 2002 »Bixwîne |
 |  |  |
 |
STOCKHOLM, 20/11 2007 — Temenê min çend bû, ez nizanim, lê rîh û simbêlên min hîna nuh didan der. Dêya min nema serê min dişuşt, ji ber ko êdî berzika min jî reş bûbû. Ez ne xort û ne jî zarok bûm, xortik bûm. Gah li kuçeyê di nav zarokan de bi lîstina şaqûlê ve mijûl dibûm û gah jî li ser rêya mizgeftê bi çindik û lotik bûm da bigêjim ser limêja esir û muxurbeyê. Gah bi destmêj bûm û gah jî şeytanpêkeniyayî bûm. Hîna zirnepixîn û arê di nav lingên qîzên meheleyê de ko pêsîrên wan belbûyî bûn ji bona min di navbera lîstok û marîfeteke mêraniya ji zirtoletiyê wêdetir bû. Ne ker û dahşikên li beyaran û ne jî qereçiyên ko di ronkahiya rojê de li parsê digeriyan ko pêsîrên wan heta bi nêvî di beskurên wan de derketî bûn û ne jî dêlkilkirin û comerdiya cîrana me ji bona min îfadeya tiştekî bû. Bi tenê, peydarbûna hovîtiya bizaveke nediyar li nav rahnên min radibû ko xwe li bedena min a naşî radipêça û wê gavê arekî êzingên mazî di hinavên min de vêdiket ko li quncikên xalî, di her hênkahiyeke êvarên havînên me de dibû destpêka teqîna volqanekê.
Ez hîna nuh ji nav bêcemeyê serxetan, ji qutikê zer-tûrincî û sola lastîkî filîtî bûm û li kincên qumaşên ûtîkirî hay bûbûm ko ji destên wê nazika bajarî di pêşengeha bedena min de xwe li laşê min “zamoteyî” radipêça.
Ew jineke bajarî bû ko ne li gora tu urf û adetên me bû. Ne zimanê wê û ne jî rabûn û rûniştin û tevgerên wê wek yên me bûn. Her gotineke wê bi ken û paşgotiniyê, bi qerf û mituqulkan dihat îfadekirin û tekirme û fisgenîtî lê dibariyan. Tu nedima ko ahlên me wê şemokî rabikin, wê bi çol û çepelan bixin û dûvik û tenekeyan bi dû wê ve bizeliqînin. Ne tu kes li xwarinçêkirina wê ya bedew hay dibû û ne jî kesî guh dida qahweçêkirina wê ya ji marîfeta şahbanûyan ko kef di ser qiraxê ferfûriyên fincanan re diherikî; ne kes li arê di bedena wê ya ciwan de hay dibû ko di bin wî kalemêrî de ditemisî û ne jî li his û daxwazên wê yên melûlî; bi tenê li çêkirina wê ya nexşên sor û şîhn hay dibûn. Ne kes li xwendina wê ya kitêbên edebî hay dibû û ne jî li xwendina rojnameyan, li kovarên magazîn û sporê, li temaşekirina filîmên sînemayê –ji xwe ji bona çûyina sînemayê, ew di nav cîranan de bûbû mîna tîtirmokan- û ne jî di rojên germa havînê de, teva derpîkê kinik û pîsîrdankan ketina ava di birkê de…
Ew mîna meymûneke ko ji qefesa xwe reviyayî, hirçeke hovî û karxezaleke kovî dihat xuya kirin. Ji ber ko ew ”bajarî” bû.
Ji ber tirsa mêrê wê bû ko kesî bi eşkereyî qal û bahsa wê nedikir, lê li pişt wê, hezar paşgotinî dihatin kirin.
Ez mîna destmala li ser destan bûm, gava ko wê ez dişandim kirîna tayê nexşan, derzî û tixikan. Em kirêdarên wan bûn. Ew jin û mêrên kurdûnde bûn. Navê wê ne mesele ye. Bi kinayî, ew mêkewek bû ko ji xwediyê xwe hatibû kirîn.
Ez li ber destê wê mîna çipskî bûm. Dê û bavê min ez ji bona suxreyên wan şîret kirbûm û ji xwe min jî ne bi tenê ji ber temiya wan, lê ji ber bexşîşên ko yextiyarê mêrê wê didan min, her tim bi daxwaz û hirs bûm ko weke guhê li ser gaziyê bûm. Ji bilî yek qurişên ko wê didan min, mêrê wê jî di ber re bêrîkên min germ dikirin ko ez yeka jinikê nekim dudu.
Ev emrê îlahî ye, çi ye, mirov nizane, lê rojekê ko mêrê wê di ser limêjê de bû, ji nişka ve li ser hêla xwe ya çepê ket û nema ruh pê ve vegeriya; wî emir da haziran…
”Xanimê” xwe li ser wî peritand. Ne por bi xwe ve hişt û ne bisk û gulî, ne xwarin –bi rojan- bi devê wê bû û ne jî vexwarin, ne xwe şûşt û ne jî veşuşt, ne destmêj û ne jî taret girt, ne ket ”kincan” û ne bi cinûbet bû. Wê li ser mirina mêrê xwe reş girêda û çavên wê tu tiştekî dinê nedît. Wê berê xwe ji cîran û civatê guhert û serê xwe ji ser şûjdeyê ranekir, tizbiya nodûnehlibî ji destan neket.
Wê êdî ne tej çêkirin û ne jî nexş, ne porê xwe hine kir û ne jî lêvên xwe sor kirin…
Ez jî êdî di ber wê re dibihurîm û ji bona wê mîna xerîb û rêwiyekî nenas bûm. Min jî ne ew di serşuştinên xwe de dianî ber çavên xwe ko ez li xwe xweş bînim û ne jî derbasbûnên wê yên di destê sibehê de bala min dikişandin ko ez li kulîmek û paşilên wê binêrim û bi xeyalên xwe re şerî bikim. Ez ne li wan şevên ko mêrê wê nelimalê bû difikirîm û ne jî li wan kêlîkên hanê difikirîm ko wê bi destên xwe ez şût î tahzî dikirim, ji serê tiliyên min yên lingan bi bedena min a tahzî ve -mîna tîrmarekê- radipelikî û bi zimanê xwe çîp û paqên min dialastin ko di orteya herdu hêtên min de li kelemekî dialiqî û dibû hewar û gaziya wê da ez ji merhemeta xwe varqilim û hêdîka devê wê ji cemeda agirê di navbera du şeqeloran derbixim ko tu nedima ew di devê wê de biheliyaya. Lêvên wê di navbera qeşa û agirî de diricifîn ko mîna li bende lêxistina sîleyake tobeyê be, nedixwest ji îbadeta xwe ya wê gavê veqete. Bêyî ko çavên xwe veke, bi dev û lepan laşê min ê di navbera zaroktî û xortaniyê de dipeland ko pirçikê nuh lê dabû der, di devê wê de dibû mîna şekirê pemboyî. Wê du rûkeet-ferz û sê sunetên îlahî li ser sînga min temam dikirin ko ew ji bona wê dibû şujdeyeke ji livaya eyarê milayket û horiyan.
Wê sê meh û huvdeh rojan bi wê sedeqatê li ber xwe da û di dawiya dawiyê de nema xwe girt. Dibe ko ev ne sûcê wê be, sûcê min bi xwe be ko min ew rûyê xwe yê ko ji rengê çaruxê ye avêt ser wê...
Wê xwe li himamokê dişuşt ko min li deriyê wê xistibû. Ez muxdarekî weha li ber deriyî sekinîbûm ko hetanî wê avek bi ser xwe dakiribû û teva kirasê binî hatibû derî li min vekiribû. Gava ko derî vebûbû, ji tîna laşê wê û ji bîhna parfumê, jixweber daxwaza vexwarina agirekî xwe li laşê min pêça bû û hema bêyî ew bibêje ko derbasî hundir bibe, min xwe li devê deriyî qewimandibû û min xwe li ser kursiya ber deriyî bera xwarê dabû. Şilbûna porê wê û penbebûna laşê wê zilamtiya min –yan jî xortikiya min- di hêlîna xwe de hilnehatibû, dev û diranên min li hev ketibûn gava ko min jê pirsî bû bê tu kar û îşekî wê bi min heye da ez bi cîh bînim, yan na? û wê jî derhal ew tiştê ko di nav lingên min de belbûyî ferq kiribû, tê derxistibû ko tu karê min bi wê tune ye, bi tenê ew daxwazeke ko nema di can û cesedê naşîtiya min de hiltê û hema bêyî ko em tiştekî bibêjin, ling û dest, zik û berzik û lêv û lapûr ber bi hev ve bezikî bûn. Destek ji herçar destan çûbû ser bişkoka lampeyê û ji bîst tiliyan tiliyekê şev reş kiribû. Bedenên me xwe li hev pêça bû û zêdayiyên laşê min di kort û newalên canê wê yê sipî-boz û nerm de, çikiya bûn. Ez li ser defa sînga wê bûbûm mîna zîhayekî, di her hilatin û dahatinekê de teşkên min li ser bedena wê dibûn qarmîçe û hezîran. Şirîna xwêdanê bi bedenên tazî ve diherikî ko qirş û qal ber bi wê lehiyê diketin, li qerexa newalekê digewimî û bi pêleke mezin re diteqiya. Ne kevir û kuçikan û ne jî tu dar û devî û benan xwe li ber wî çemê şîr û şerbetê digirt.
Em herdu jî mudetekê weha bêdeng li tenişta hevdu bi awayekî ramedandî diman. Ne deng ji min dihat û ne jî ji wê. Bi tenê dengê dilopên li pey firtoneyeke li dû babîsokan dinuqutî.
Loşbûyina lampeyên kuçeyê di pişt perdeyan re diyar dikir ko êdî av li agirê bedenên gunehkaran bûne û xwêdaneke mezeloqî bi zorê wan ji hevdu diqetîne. Keser û bîhnvedanên wê, hênkahiya surra bîhna wê û gupegupa ser dilê wê careke dinê ez har dikirim ko tiştek ji bedena min a xortikiyê mîna hûtekî radibû ser xwe. Tiliya min a eşihedê diket devê wê û çonga min di nav lingên wê de, li cîhê ko şilûpilbûyî mexel dihat. Ay û ûyên wê, xiroş û piroşên min û wê, di dîwarên odeyê de olan didan û li me vedigeriyan. Heta ko ew deng digîhaştin me, dengên nuh dest pê dikirin û vê carê dengê notayên wan têlan, melodî û perde diguhertin. Ne dengê keman û qanûnê û ne jî yê ribab û bilûrê, ne yê çelo û biziqê û ne jî yê ûd û cumbuşê bala me belav dikir; ew dibûn tempoyeke ji ahenga reqsa ecuneyan, dibû îlahiyeke ji îbadeta me ya wê bîstikê, heta ko girmîniya dengê gopalê defa daholvanekî çevnexelî derdiket; wê gavê êdî ne ew yeke jinebîh bû û ne jî ez xortikekî naşî bûm; me herduyan jî xwe mîna ”gunehkarên” melûl his dikir.
Meha 12yan, sala 2006an
Not: Ev çîrok di hejmara yekê ya Çirûskê de belav bûye. »Bixwîne |
 |  |  |
 |
— Ji wêjeya vegotina peyvikî ya kurdan çîrokeke klasîkî ya evîndarî —
Di vê dinyê de ti jin qasî jina kurd di bin zilmê de û mazlûm e nîne! Ez vê pirtûkê di kesayeta dayika xwe ya ji tevan zêdetir, bi zulma zilamtiyê re rû bi rû ma û ji tevan mazlûmtir bû; diyariyê giyana tevahiya jin û dayikên kurdan dikim.
Di şevên zivistanê yên sar û seqem de xwe bê xew dihişt û ji bo em bi dilxweşî xew bikin ev çîrok û gelek çîrokên din ji me re vedigot. Gora wê û ya hemû dayikên kurdan buhişteke bê zilamtiyê be!
Di rojeke dîrokê de, welatek xwediyê çiyayên bilind, geliyên kûr, newalên fireh û beriyên bê ser û ber hebû. Li vî welatî du golên mezin, du çemên kûr û fireh û du evîndarên bi evîna xwe şa nebibûn hebûn. Yek ji vana Ro ya keça Padîşahê wî welatî bû, yek jê jî Zê yê kurê gavanê wî welatî bû.
Ro keçeke bejin zirav a weke tayeke rihanê bû ko dema derdiket ser şaneşîna qesra bavê xwe, hesreta xort û ciwanan bû ko bikaribin bêhnekê li ber dîwarê qesrê rawestin û ji xwe re li bejn û bala wê binêrin. Guliyên porê wê yên li ber tîrêjên tavê bi heft rengan diterisîn dadiketin heta pehniya wê û keziyên ko xwe berdidan ser hinarkên sêvînî yên ruyê wê, bi her livandina serê xwe re agir berdida nava dilê xort û ciwanan. Keskahiya çavên wê ji keskahiya mêrg û çîmenên Mêrgûmarê tarîtir û herdem şile dibiriqîn. Mijankên wê yên dirêj û serê wan bi jor ve tewiyayî, bi burhên wê yên ziravî tenik re li kêlekên dûr ên çavên wê, wiha ji hev dûr diketin ko ji ber xwe ve awirên wê tûj dikirin û vê yekê jî xweşikbûneke cudatir dida ser ruyê wê yê spehî û grover. Lêvên wê yên girs û lihevhatî, bêvila wê ya biçûk û hinarkên ruyê wê yên herdem gulpembeyî, bi çena wê ya biçûk û girover re wiha dibû yek ko wekî bi pênûsê mirov li gorî dilê xwe xêz bike, ji aliyê Yezdan ve hatibû resimandin.
Ji xwe dema hûçkên xeftanê xwe diavêt ser milê xwe û zendên wê heta enîşka wê derdiket holê, tenê wê yê wekî şîrê miyan spî û bêgirûz, wiha tenik bû ko ji rehên laşê wê, heta xwîna tê de digeriya û heta hestiyên wê dikirin ko diyar bibin. Her roj xeftaneke bi rengekî li xwe dikir, lê bi mezinbûna pêsêrên wê û ziravbûna newqa wê kîjan xeftan li xwe bikraya dîsa her weke tayeke rihanê bû ko li hêviya bayê berbangê xwe bihejîne, wiha zirav, wiha tenik û wiha nazdar û dawetkar radiwestiya.
Ro, nû diket hijdeh saliya temenê xwe û êdî ji welatên derdorê yên dûrî du gol û du çeman zarokên wezîr, paşe, key û qralan bi barên diyariyan li ser pişta hêştir û hêstiran dihatin xwestina wê. Navê wê û xweşikbûna wê ji welatê Aceman heta welatê Samiyan û heta welatên li kêleka sê behran belav bibû. Roj nedima ko karwanek nedihat serdanê û Ro ji bavê wê nedixwestin. Qesr û qonaxa bavê wê her roj malovanî ji mêvanan re dikir û ji goştê mirîşkan heta yê pez û xezalan, ji sêniyên birinc û savarê heta selikên fêkî û sewze, ji şerbikên şerbeta hinaran heta kaseyên ava sûsê, ji nanê tenûrê heta nanê sêlê tenê şîrê şêr ji ser sifreyan kêm dima.
Bavê Ro Padîşahekî wiha dilbirehm, wiha bêhnfireh û wiha mirovhez bû ko kî bihata ji bo xwestina keça wî bi yek dilgermî û dilnizmiyê ew pêşwazî dikirin û ti caran bersiva neyênî nedida wana û dilê wana ji xwe nedihişt. Bi dilekî rehet û lêvkenî ji wana re digot:
— “Hûn ser seran û ser çavan hatine. We bi hatina xwe rûmet da me û em serbilind kirin. Bi dostanî û merivtiya we emê gelekî kêfxweş û dilşa bibin. Hûn dizanin ko li ser xaka welatê me herkes azad û wekhev dijî û kes nikare li ser vîna kesekî/ê bandûra xwe bike. Ji bo wê wa ye keça min û wa ye hûn. Keremkin pê re biaxivin ko ew bêje, ‘Erê’, ez ji doh ve razî me ko merivtiyê bi we re deynim û dostaniya we bidest bixim.”
Wê demê Padîşah ferman dida wezîrê xwe û bang li keça xwe dikir. Bêhneke din Ro bi hemû xeml û xweşikbûna xwe diket hundir û silav li mêvanan dikir, derbasî kêleka bavê xwe dibû û destê xwe datanî ser destê wî, li cem radiwestiya. Bavê wê daxwaza mêvanan jê re digot û mêvan tev dilê wan dikir ko raweste, wiha bi baldarî li hêviya bersivdayîna wê radiwestiyan.
Ro bêhnekê di ber xwe de diponijî û pişt re bi lêvkeniyeke ko baqeke gul li ser ruyê wê veke û menqelek tije bizotên sor berde dilê mêvanan, dest bi bersivdayîna xwe dikir. Bi vebûna devê wê re rêzediranên wê yên wekî berfê spî û lihevhatî, di nava sorahiya lêvên wê re diterisîn û her peyva ji nava vê buhiştê derdiket wekî ji kitêbê bin bi baldarî û bi coş dihatin guhdarîkirin. Ro wekî bi vê sêhra peyvên xwe dizanîbû, peyvên xwe yek bi yek û bi hilbijare derdixist derve û zêde dirêj nedikir, digot:
— “Bavo, mêvan hatine, ser serê min û ser çavên min hatine. Dikarin bi rojan û bi mehan li qesr û qonaxa me bibin mêvan û bixwin û vexwin û li xêr û xweşiya xwe binêrin. Lê bila min biborînin ko niha ez biryara şûkirinê ji kesekî re nikarim bidim. Ez heta mîrê dilê xwe bi xwe nebînim, ez bersiva erênî nadim ti xwezgîniyan!”
Bi vî awahî kî dihat xwestina Ro destvala vedigeriya. Ro jî her roja derbas dibû ji ya din xweşiktir û spehîtir dibû û nav û dengê xweşikbûna wê jî bi rêka karwan û rêwingiyan zêdetir belavî cih û derên dûrtir dibû…
***
Li vî welatê di navbera du gol û du çeman de gavanekî wan hebû ko feqîr û rebenekî di halê xwe de bû. Sibehê radibû garan ji nava bajêr tev kom dikir, dida pêşya xwe û ew dibir nava mêrg û çîmenan diçêrand. Heta êvarî li her çar aliyê derdora bajêr digeriya û bi êvarî re berê garanê dida nava bajêr. Dawarên di garanê de wiha fêr bibûn ko her sibeh dema deriyê axoyan vedibûn bi xwe derdiketin û berê xwe didan ser rêka ji bajêr dertê, êvaran jî dema digihiştin nava bajêr, her yekî bi xwe rêka axoyê xwe digirt û ji gavên re qet zahmetî dernedixistin. Lê gavan jî qiymetê wana dizanîbû; ew yek bi yek dinasîn û simê yekî kul bibe bi saetan pê dadiket û heta rehet nekiriba dev jê bernedida.
Şêniyên wî welatî tev ji gavanê xwe razî û dilxweş bûn. Ji dawarên qesra Padîşah bigir heta yên herî feqîrê gund tev ga û çêlekên xwe,ker û hêstirên xwe, bi dilekî rehet dispartin wî û baweriya xwe pê dianîn. Ji ber ko gavan feqîr bû her yekî ji aliyê xwe ve alîkarî didayê; yê cil jê dihat cil dida, yê xwarin jê dihat xwarin dida û bi vî awahî ew jî bi xwe re didan jiyandin. Lêbelê dilê gel tev qasî ko jê razî bû, ewqasî jî pê dişewitî!
Jina gavên Sarê jî jineke di ciwaniya xwe de bi xweşikbûna xwe, bi nav û deng bû ko digotin gelek xortan ji bo ko Sarê pêşniyariya şûkirina bi wana re nepejirandiye, hilkişiyane ser Zinarê Sor ê xwediyê kevandeyeke qasî deh werîsan û ji wê derê laşê xwe avêtine xwarê, parçe parçe bûne. Sarê her ko mirina yekî ji wana bihîstiye, bi xwe çûye ser Zinarê Sor, li wê derê rondik barandine û vegeriyaye malê. Dawî rojekê dîsa ko ji ser Zinarê Sor vedigere, bi rê de li garana gund rast tê. Dibîne ko xortekî bejin navîn û spehî li ber garanê ye. Xort di ber re derbas dibe, lê awirên xwe nade ser wê û qet hayê xwe jê nayne. Di wê bêhnê de dilê Sarê dikeve wî gavanî û li dora garanê dizîvire, tê cem gavên, jê re dibêje:
— “Ev cara yekem e ko di vî welatî de xortek min dibîne û li min temaşe nake. Yan tu nemêr î, yan dilê te tarî bûye, yan jî hewaleke te heye! Divê tu ji min re bêjî ka çima te li min nenêrî?”
Feqîrê gavan çi bêje? Bala xwe dide Sarê; keçeke teze ya ciwan e ko keziyên wê yên ji qetranê reştir daketine ser ruyê wê yê ji berfê spîtir ko şerm dike ji xwe lê binêre. Çavên wê yên girsî zeytûnî wiha awirên tûj vedidan ko dema pê re rû bi rû dihat, dev û lêvên wî li hev herbilîn û nema dizanîbû çi bêje. Lê dawî bi kotekî be jî wêra xwe kom kiribû û gotibû:
— “Xwişka delal ez mirovekî feqîr û reben im. Tu dibînî ko gavanekî belengaz im. Tu keçeke bedewî halxweş î. Her roj ji bo te xort xwe dikin gorî. Tu li ko û ez li ku? Ez li te temaşe bikim wê çi bikeve destê min? Tenê wê dilê min bisoje û vala vala xwe biwestîne û biêşîne. Ji bo vê min li te nenêrî ko ji nêz ve bejn û bala te nebînim û dil bernedim te ko ez jî wekî wan xortan xwe di van lat û zinaran de neavêjim xwarê. Lê niha bi hatina xwe te rêka mirinê li ber min jî vekir.”
Bi vê gotinê rondik tije çavên Sarê dibin û destê xwe datîne ser destê Gavên û jê re dibêje:
— “Rabe garana xwe vegerîne malê û ji dê û bavê xwe re bêje, bila îşev werin mala me û min ji te re bixwazin. Ez li vê derê bi vî ezmanî û bi vî Zinarî soz didim û sond dixwim ko ez bimrim ji axê re me, bimînim ji te re me.”
Bi vî awahî şûkirina Sarê û Gavanê wî welatî pêk tê. Salek, du sal, sê sal… deh sal derbas dibin lê Yezdan ti zarokan nade wana. Di welêt de ocaxek namîne ko xwe navêjin bextê wê, bijîjkek namîne ko serî lê nadin, pîrejinek namîne ko pê naşêwirin, lê ti fêde ji ti derê nabînin. Dawî bi qedera xwe razî dibin û li hêviya rehma Yezdan dimînin ko rojekê li wana were rehmê û zarokekî bide wana ko ew jî di nava hemwelatiyên xwe de serbilind bin û bê zuriyet ji vê dinyê neçin…
***
Di ketina sala yazdehan de Sarê bi xwe hisiya ko ducanî bûye… Destpêkê bawer nekir û got qey nexweşiyeke, yan ka tiştekî din e. Lê dema zikê wê kêmekî mezin bû û lebitîn di laşê xwe de bihîst ji kêfan re kir ko bifire û veşare (sira) xwe ji mêrê xwe re vekir. Feqîrê gavan ji kêfan re nema dizanîbû çi bike! Bi vê kêfê derket derve û gihişt kê mizgînî da wan ko jina wî ducanî bûye. Di wî welatî de jî kê ev agahî bihîst ji gavên zêdetir pê kêfxweş bû û bi sedan jin û keç hatin serdana Sarê û ew pîroz kirin.
Dawî neh meh û deh roj temam bûn. Sarê bi xwe hisiya ko êdî wê bizê! Lê ber destê sibehê bû û tevahiya hemwelatiyan di xewa şêrîn de bûn. Ji bo vê ne dilê Sarê, ne jî yê Gavên negirt ko biçin cînarên xwe ji xewa şêrîn rakin û bînin alîkarîdayînê. Sarê di halê xwe de za; lê jê re ti zarok çênebûn. Li cihê zarokekî zebeşek anîbû dinyê. Zebeşek ko ne deng jê dihat, ne his û ne kerrî…
Sarê di wî halî de dil şikestî bû û bi halê xwe giriya. Dilê xwe bi xwe şewitand û destê xwe bi ber Yezdan ve vekir û qêriya ko çi ji wana dixwaze. Lê gavan her di ber xwe de diponijî û dawî çû gel jina xwe, destê xwe danî ser serê wê û bi destê din Zebeş girt û got:
— “Hurme, ger Yezdan li şûna kurekî Zebeşek dabe me, helbet hikmetek di vî îşî de heye. Ka nede girî. Rondikên xwe nebarîne û dilê min nesojîne. Em zebeş bixin bin kulînê, bila bimîne ka bê Yezdan çi dike, em bibînin. Ma wekî din em dikarin çi bikin?”
Sarê ji neçarî ev pêşniyara zilamê xwe pejirand û Zebeş avêtin bin kulînê. Dema bû sibeh cînarên hatin serdanê tev bihîstin ko jina gavên zaye û zebeşek aniye dinyê! Yên ev yek bihîstin li kerametên Yezdan şaş man û tev xemgîn bûn û bi dilekî kul vegeriyan mala xwe.
Rojek, du roj… deh roj di navberê re derbas bûn. Her roj bi çav pê dihisiyan ko zebeşê wana di halê xwe de mezin dibe. Di roja çelî de zebeş êdî têra xwe mezin bibû. Nîvê şevê ko Gavan û Sarê di xewa xwe ya şêrîn de bûn, bi carekê re Zebeş li halê xwe qelişî û xortekî ziravî dirêj ko ji rewş û xemla wî hundir wekî rojê ronî bû, derket holê…
***
Zebeşo ji binê kulînê derket û li ser kulavê li erdê rûnişt. Destê xwe dirêj kir û hingilîska di destê xwe de firkand û rawestiya. Bi firkandina hingilîskê wekî mijekê tije hundir bû û mij komîserhev bû, ji nava mijê efrîtekî cinan derket û li ber Zebeşo rawestiya û got:
— Mîrê min, keremke; ez ji te re dinyê xera bikim an ava bikim?
Zebeşo bersiv da û got:
— Ne xera bike û ne jî ava bike. Ez birçî me. Ka ji min re sifreyeke xwarinê amade bike û desteke cilên pak bîne ko ez li xwe bikim. Dayik û bavê min ko hişyar bibin, bila min di vî halê tazî de nebînin.
Di demeke qasî ko mirov çavê xwe bigre û veke de, Zebeşo dît ko sifreyek li ber amade ye, ji şîrê şêr heta nîvişk û hingivê hilandî her cureyê xwarinê li ser amade ye. Efrît fîstaneke ko tayên wê û nexşên wê ji zîv û zêr hatibû dirûtin jî di destê xwe de anîbû û danî ber. Piştî ko Zebeşo bi serê xwe jê re got ko dikare biçe, efrît dîsa bû pêleke mijê û ji ber çavan winda bû.
Zebeşo fîstanê xwe li xwe kir û li ser sifrê rûnişt. Ji her xwarinê tamand û têr xwar.
Piştî xwarinê deng li dê û bavê xwe kir ko hişyar bibin. Gavan û jina xwe li ser denglêkirinê ji xewê hişyar bûn û çavê xwe vekirin. Bi vekirina çavên xwe jî mat man û dilê xwe bi xwe şewitandin ko mirine û çûne wê dinyê.
Gavan û jina xwe wekî xweziya wan di qirika wan debimîne, wiha req mabûn. Sifreyek li erdê bû ko xwarinên di temenê xwe de qet navê wan jî nebihîstibûn, li ser rêzkirî bûn. Xortekî wiha çeleng û lihevhatî li ser sifrê rûniştibû ko mirov ji rewşa wî şerm dikir ji xwe re lê binêre û ji lênêrîna wî qet têr nedibû. Gelo ev kî bû û ji ko hatibû?
Zebeşo dema dît ko dayik û bavê wî mat mane, di nava lêvên xwe yên tenikî lihevhatî re beşişî û got:
— Qet mat nemînin û xwe netirsînin; ez kurê we me, Zebeşo me. Ko hûn bawer nakin, li binê kulînê binêrin, hûnê têbigihêjin rastiyê.
Berê xwe da kulînê û ji rewş û spehîbûna ruyê wî, kulîn tev di nava ronahiyê de ma. Dê û bavê wî zebeşê qeliştî û bûye di felqe dîtin û baweriya wana pê hat ko Yezdan dawî kurek daye wana.
Her du bi kelegiriya kêfxweşiyê xwe avêtin stuyê kurê xwe û ew maç kirin û bêhna wî kişandin hinava kezeba xwe. Bi salan e, bi hesreta kurekî bûn û dawî Yezdan kurekî wiha dabû wana ko li ser ruyê vê dinyê kur ji wî spehîtir, ji wî çalaktir, ji wî bedewtir ji dayik nebibûn.
Zebeşo, ew dawetî ser sifrê kirin û gavan û jina xwe ji kêfa kurê xwe re li ser sifrê rûniştin û ji xwarinên ko qet navê wan jî nebihîstine têr xwarin.
Berya bibe sibeh, Zebeşo ji dê û bavê xwe re got:
— Êdî divê ez vegerim cihê xwe. Heta ez negihêjim miradê dilê xwe divê însan min nebînin.
Bavê wî û dayika wî bi dilsojî gotin:
— Kurê min, delalê min, tu bes bêje ko miradê dilê te kî ye, em cilika binê xwe jî bifiroşin, emê biçin ji te re bixwazin û bînin malê.
Wê demê Zebeşo berê xwe da bavê xwe û got:
— Miradê dilê min keça Padîşahê vî welatî ye! Ger di vê dinyê de şabûneke min bi miradê min hebe, ji wê bêtir hemû qîz û jinên vî welatî xwişk û dayikên min bin. Hebe nebe ez Royê dixwazim û derveyî Royê ti miradê min nîne. Bavo, tu îroj dema bû sibeh rabe û biçe qesra Padîşah û keça wî Ro ji min re bixwaze.
Gavan, di dilê xwe de got; ‘Na, na! Ez hîn di xew de me û xewnan dibînim. Ez hişyar nebûme! Yan ez mirime û çûme wê dinyê û bi ferîşteyan re diaxivim, yan jî ez di xewê de me û xewneke ecêb dibînim. Ma ez dîn bûme ko biçim bi vî halê xwe yê gavantiyê keça Padîşah bixwazim?’
Dayika wî û bavê wî li ber geriyan ko dev ji vê miradê berde û di vî welatî de wekî din kîjan keçê dixwaze bi soz û peyman wê biçin jê re bixwazin.
Lê Zebeşo bi biryar bû û bi vebirî axift û got:
— Bavo, ez ji te re dibêjim, biçe ji min re keça Padîşah bixwaze, tu qala keçên din dikî! Dema bû sibeh rabe ser xwe û biçe qesrê, derkeve huzûra Padîşah û keça wî bixwaze û Padîşah ji bo qelenê keça xwe çi bixwaze jî nebêje na!
Gavan û jina xwe kirin û nekirin nikarîbûn kurê xwe qanî bikin. Zebeşo gotina xwe got û ket bin kulîne. Her du qalikên zebeşan li xwe pêçan û di nava wan de nediyar bû. Gavan û jina xwe li hev rûniştin û ponijîn bê ka dikarin çi bikin. Dawî jina wî got:
— Heyra ev deh sal in em li hêviya zarokekî bûn ko Yezdan kurekî bide me, em jî di nava gel de ji rûreşiyê xelas bibin. Dawî Yezdan bergerên me pejirandin û kurek da me. Bi roka ko her sibeh dertê û her êvar diçe ava hikmetek di vî zarokî de heye. Ma te nedît bê çi sifre raxistibû û çi fîstan li xwe kiribû? Ka rabe biçe qesr û qonaxa Padîşah, dibe ko xêrek di vî karî de hebe!
Gavan bi hiş û aqilê jina xwe keniya û got:
— Hurme, sitiya delal, ma tu jî dîn bûyî, ma te jî hiş û aqilê xwe xwariyî? Ezê çawa rabim û biçim qesr û qonaxa Padîşah? Hîn ez negihiştime ber derî wê leşker û zêrevanên wî bi çepilên min bigrin û min biavêjin derve, nahêlin ez siya Padîşah jî bibînim.
Jina wî dîsa li ber geriya û got:
— Ger tu neçî, wê kurê me bixeyide û dibe ko careke din ji hundirê zebeşê xwe dernekeve. Serê deh salan Yezdan li me hatiye rehmê û kurek daye me, ma emê çawa dilê wî bihêlin? Ka tu biçe û carekê xwe biceribîne. Qey te nakujin ko tu wiha xwe ditirsînî?!
Rebenê gavan ji neçarî pejirand û bi berbangê re derket derve. Garan ji nava bajêr kom kir û berê wê da mêrg û çîmenên li derveyî sûr û bedenên bajêr û vegeriya, berê xwe da qesr û qonaxa Padîşah.
Qesrû qonaxa Padîşah lê dima, li serê girekî ko bi dest hatibû bilindkirin ava kiribûn. Di nîvê bajêr de û di ser tevahiya mal û qesran re bû. Ji bo mirov bigihişta deriyê qesrê yê ji sifir û tûncê çêkirî, pêwîst bû çel pêlikî bi jorê biketa. Piştî hilkişandina çel pêlikan mirov digihişt meydaneke fireh ko ev meydan weke rêyeke fireh li derdora qesrê dizîvirî. Dema mirov meydan derbas dikir, dihat ber derî û li ber derî herdem leşker û zêrevanên Padîşah nobet digirtin.
Gavan di pêlikan re bi kabên lerizî û laşê ricifokî hilkişiya û di ber xwe de digot: ‘Ez kî, dîtina Padîşah kî û xwestina keça Padîşah kî? Haydê em bêjin dilê nobedaran bi min şewitî û ez derbasî hundir kirim, wê Padîşah çawa min bipejirîne huzûra xwe, haydê em bêjin dilê wî jî bi min şewitî û ez derketim huzûra wî, wê zimanê min çawa bigere ko ez keça wî bixwazim. Ma wê kenê xwe bi min neke? Haydê em bêjin dayîna keça xwe pejirand, wê demê ezê qelenê keça Padîşah ji ko bînim? Na, na! Qedera min temam bûye û berê min ketiye ser mirinê!’
Gavan bi van hestan car caran lingên wî ew paş de dibirin û bi hêza gotinên jina xwe dîsa bi pêş de dimeşiya. Dawî gihişt meydana li ber deriyê qesrê. Dema ji nêz ve çav li nobedaran ket û rim û mertalên di destê wana de dît, kabên wî yekcarê sist bûn û li wê derê qûn da erdê.
Bû nîvroj, bû esir hîn ji cihê xwe nerabibû û nediwêrî biçe ber derî ko destûra derbasbûna hundirê qesrê bixwaze.
Nobedarên li ber derî jî ew ferq kiribûn û di nava xwe de gengeşe kiribûn ko ka ev kesê feqîr û reben gelo ji ber çi hatiye û li pêşberî derî rûniştiye?
Di rastiyê de her roj ji nava bajêr kesên feqîr, jinebî, kalên bêkes, kor û kulekên bajêr û sêwî dihatin ber derî û ji nobedaran dixwestin ko Padîşah li wana were rehmê û hinek qût bide wana. Padîşahê wî welatî ji ber ko yekî dilbirehm bû, ferman dabû nobedarên xwe ko kî were ber deriyê wî wana vala venegerînin û ji kawarên qût çi pêdiviya wana hebe, bidin wana. Ji ber vê yekê nobedarên ji sibehê ve çavên wana li ser gavanê rûniştî, di nava xwe de gengeşe kirin û gotin ko sedî sed ev mirov hatiye qût bixwaze, lê ka bê şerm dike, ka dilê wî rê nade, ka ji ber çi ye, nayê, naxwaze. Ji bo vê di nava xwe de biryar dan ko hinek qût amade bikin û bidinê. Dawî nobedaran ji kawarên Padîşah qûtê malekê anîn û bang li gavên kirin ko were bibe. Gavan dema nobedaran bang lê kirin, ji tirsan re kir ko dilê wî were ber devê wî û ji xwe re got; ‘Aha, niha wê min bigrin û biavêjin binê zîndanê!’
Dema nobedaran qût şanî wî dan û gotin ko dikare bibe malê ji kulfetê xwe re, dilê wî hinekî rehet bû û dengê xwe nekir. Rahişt tûrê qût û berê xwe da derveyî bajêr. Garan da ber xwe û hat malê.
Dema bû êvar, Zebeşê di bin kulînê de dîsa qelişî û xortê malê ji navê derket, rewş û xemla wî hundir qasî nîvê rojê ronahî kir. Zebeşo hat gel dê û bavê xwe û ji bavê xwe pirs kir ko îroj çi kiriye. Dema bihîst ko bavê wî derbasî qesrê nebûye û bi tûreke qût vegeriyaye, bi ser bavê xwe de hilbû û got:
— Bavo, ma qey tu hewceyî qûtê Padîşah î? Ez ji te re dibêjim biçe keça Padîşah bixwaze, tu diçî ji destê nobedaran tûrê qût digrî. Va ye ez ji te re dibêjim; tê sibe rabî, biçî qesrê, derkevî dîwana Padîşah û tê keça wî ji min re bixwazî!
Zebeşo gotina xwe bi dawî kir û bi lez vegeriya bin kulînê û di navbera qalikên xwe de winda bû. Jina gavên bi ser de rabû û got:
— Min ji te re negot tê kurê me bixeyidînî? Wa ye çû û dîsa ket nava qalikên xwe. Ji sibehê ve hesreta min bû ko ez wî bibînim û destê xwe di ser serê wî re bibim. Lê te nehişt. Tu çûba huzûra Padîşah û te jê re gotiba, ma wê te bixwara, ma wê te bikuşta? Yan wê bigota erê, yan wê bigota na û tê bihatayî!
Gavan keserek veda û got:
— Hurme, sitiya delal; qe ne tu wiha nebêje. Ma we hiş û aqilê xwe xwariyî? Li ko derê hatiye dîtin ko gavanek çûye keça Padîşahekî xwestiye? Qey hûn dixwazin serê min jê veke û bi ber deriyê qesrê veke?
Lê jina gavên ji ser a xwe daneket û ji mêrê xwe xwest ko sibehê cardin biçe qesra Padîşah.
Gavan bi rastî mirovekî reben û belengaz bû; him ji Padîşah ditirsiya û him jî nedixwest aramiya mala wî û ya di navbera wî û jina wî de xera bibe. Heta sibehê bi dilekî kul bi vî milî û wî milî de xwe qulipand û li ser paşiya xwe ya ko wê di zindanê de yan jî di gorê de bi dawî bibe ramana xwe westand. Dema dîkê sibehê bang da ji nava nivînan derket û careke din garana xwe berda ser mêrgê û hilkişiya meydana pêşberî deriyê qesra Padîşah.
Lê dema gîhişt meydanê dîsa kabên wî sist bûn û li pêşberî derî qûn da erdê û rûnişt. Nobedaran dîsa bala xwe dan ser û di navbera xwe de gengeşe kirin ko çi hewala vî zilamî heye. Dawî ji nava xwe yek derxistin ko jê bipirse ka çi dixwaze. Nobedarek hat gel gavan û jê pirs kir bê çi derdê wî heye, ev du roj in tê li ber vî derî rûdinê.
Gavan bi dengekî lerizî got:
— Ez hatime ko derkevim dîwana Padîşah û keça wî ji kurê xwe re bixwazim.
Dema wiha got, yê nobedar pê keniya û ji kenan re kir ko zikûpişt li erdê dirêj bibe. Li ser kenê wî yê qebe hevalên wî yên nobedar hatin û pirs kirin ko çi diqewime? Nobedar xwesteka gavan ji wana re got û tev bi hev re pê keniyan. Dawî yekî ji wana bi ser gavan de rabû û got:
— Li halê xwe binêre û ji xwe şerm bike! Ger ji Yezdan netirsiyabama, niha minê serê te ji laşê te vekiriba û bi serê rima xwe ve daliqandiba!
Pişt re nobedar lingê xwe bilid kir û heta jê hat, pehînek li sînga gavên da û ew di pêlikan re gêrî xwarê kir.
Gavan di her çel pêlikan re gindirî xwarê û hestû û parsuyên wî tev hûr hûr bûn. Bêhnekê li binê pêlikan wiha bê hiş ma. Dawî bi kotekî bi ser hişê xwe hat û rabû ser xwe. Bi rewşeke pir xerab, bi zorê xwe gihand malê û avêt nava nivînan û ji jina xwe re got ko halê wî nîne garanê bîne, divê ew biçe bîne.
Jina gavên derket derve û çû garan anî bajêr. Êvarî dema tarî ket erdê, zebeşê di binê kulînê de careke din qelişî û kurê wana derket derve, dîsa hundir wekî nîvro ronahî bû. Zebeşo ji bavê xwe pirsî ko keça Padîşah xwestiye yan na?
Bavê wî bi nalîneke ji kûrahiya dilê xwe bersiv da û got:
— Çi xwestina keça Padîşah û çi hal? Nehiştin ez xwe nêzî deriyê qesrê bikim. Nobedar bi min keniyan, tevzên xwe bi min kirin û yekî ji wana pehîna xwe li ser sînga min da û min di çel pêlikên hildikşin meydana ber deriyê qesrê re gindirand xwarê. Yek hestiyê min ê bi hev ve saxlem nema. Her derê laşê min pelixî. Dev ji vê evînê berde, ma di vî welatî de qey keç qeliyane ko tu keça Padîşah dixwazî? Derveyî wê tu tiliya xwe bi ber kîjan keçê vekî soz û peyman li min be ko ez bînim bixim paşila te, bes careke din min rêneke ber deriyê Padîşah!
Lê Zebeşo bi biryar bû û ji ser a xwe daneket xwarê. Careke din xwe bi bavê xwe de aciz kir û got:
— Bavo, ez ji te re dibêjim biçe keça Padîşah bixwaze, tu diçî lêdanê dixwî û tê. Heyf mixabin ko tu bavê min î! Ez ji te re dibêjim biçe, derkeve huzûra Padîşah û keça wî Ro ji min re bixwaze!
Zebeşo gotina xwe got şûn re careke den vegeriya bin kulînê û ket nava qalikên xwe û nediyar bû. Gavan û jina xwe dîsa ketin qirika hev û jina gavan got:
— Pepûko, newêreko; ji xwe dema min li ser rêka Zinarê Sor te li ber garanê dît min jî got qey tu mêr î û zilamekî çeleng î! Ma min zanîbaya tu ev nemêr î, min dil berdida te û digot were min ji bavê min bixwaze? Qey tu nizanî evîndarî û dilketin çi ye? Kurik dibêje dilê min ketiye Royê, tu dibêjî, ‘tiliya xwe bi ber yeke din veke!’ Sibehê tê rabî û derkevî dîwana Padîşah û tê keça wî ji kurê min re bixwazî! Ger tu nexwazî, êvarî neyê malê û careke din nekeve nava nivînên min û sînga xwe bi sînga min germ neke!
Gavan her çiqasî li ber xwe da, dît ko bêfêde ye. Sarê qet guh jî lê nekir. Lihêfek avêt ser mêrê xwe yê hestiyên wî tev dijenin û cara yekem çû ser nivîneke din xew kir. Cara yekem gavan di nava nivînên xwe de bi tena serê xwe ma. Bi dilekî tije kul û keder û bi laşekî pelixî û hestî û parsuyên şikestî heta sibehê naliya û qet dilopek tenê jî xew -ji dermanan re be jî, neket çavên wî. Di dilê xwe de digot; ‘Vê carê ko ez biçim, sedî sed wê min bikujin!’
Dema bû sibeh û dîkên berbangê awaza xwe bilind kirin, Sarê deng li mêrê xwe kir, gezek nan da ber û piştî xwarinê ew di derî re derxist û berê wî da qesr û qonaxa Padîşah. Ew bi xwe jî derket nava bajêr û garan da ber xwe, berê garanê da derve, bir ser mêrg û çîmeneke têr şînahî û vegeriya malê.
Gavan bi nale nala jana laşê xwe û bi waswasa dilê xwe ket ser rêka qesra Padîşah. Bi kotekî her çel pêlik derbas kirin û bi bêhneke çikiyayî li ser berê ko her roj qûn datanî ser rûnişt û awirên xwe dirêjî deriyê qesrê û ser nobedaran kir.
Nobedarên ew dîtin di cih de keniyan û hatin gel, tevzên xwe pê kirin û gotin:
— Va ye xwezgîniyê sitiya Ro hatiye. Ka jê re rê vekin, wê Padîşah were huzûra wî û keça xwe bideyê!
Bêhnekê tevzê xwe pê kirin şûn re ew nobedarê cara din dîsa pehînek li sînga wî da û ew di pêlikan re gêrî xwarê kir. Gavan di her çel pêlikan re gindirî xwarê û hestiyên ko cara din saxlem filitîbûn jî vê carê tev şikiyan û bê hiş û bê ruh li wê erdê dirêj bû.
Kesên di wir re derbas bûn û ew naskirin, lê hatin rehmê û ew ji erdê rakirin. Ketin bin milê wî û ew bi kotekî gihandin malê. Ji cînaran bang li yekî cebar kirin ko bê hestiyên wî yên şikestî bicebirîne.
Êvarî dema cînar çûn malên xwe û reşahî ket erdê careke din zebeşê di bin kulînê de qelişî û kurê malê derket derve. Careke din ji rewşa wî hundir ronahî bû û dayika wî kêfxweş bû, lê bavê wî di dilê xwe de got; ‘Wê dîsa berê min bide qesra Padîşah û vê carê sedî sed ezê biçim goristanê!’
Bi rastî jî wiha bû. Zebeşo dema bihîst ko bavê wî dîsa keça Padîşah nexwestiye hêrs bû û got:
— Pêwîst e tu sibehê rabî û dîsa berê xwe bidî qesrê û ji min re keça Padîşah bixwazî.
Gotina xwe qedand û dîsa vegeriya bin kulînê û di navbera qalikên xwe de ji ber çavan winda bû. Careke din Sarê bi ser gavan de rabû û ew bi tirsonekî, newêrekî û bêkêrî tawanbar kir û dîsa nivînên wî ji yên xwe cuda kir. Gavan wê şevê jî heta sibehê bi jana laşê xwe bi nale nala ji êşa hestiyên şikestî dertê, bi vî milî û wî milî de qulipî û yek dilop tenê jî xew neket çavên wî. Dema dîkê berbangê dengê xwe bilind kir jî Sarê ew ji nava nivînan kişand, gezeke nan da ber û ew di derî re derxist, berê wî da qesra Padîşah.
Gavanê reben ji neçarî careke din berê xwe da qesra Padîşah. Heta her çel pêlik hilkişiya, ji xwe hal tê de nema û bi kotekî li wê derê qûn da erdê. Nobedarên ew dîtin, dîsa hatin gel û tevzên xwe pê kirin û jê pirs kirin ko vê carê ji bo çi hatiye? Gavan careke din diyar kir ko hatiye derkeve dîwana Padîşah û keça wî ji kurê xwe re bixwaze! Nobedar tev pê keniyan û li halê wî nêrîn ko vê carê jî wî di pêlikan re gêrî xwarê bikin sedî sed wê bimre û qetla wî bikeve situyê wana! Yekî ji wana got:
— Wê ev zilam di destê me de bimre û ger Padîşah pê bihise wê serê me jê veke! Ya baş em agahiyê bidin wezîr û bila ew jî ji Padîşah re bêje ko hal û ehwalê vî zilamî wiha ye. Êdî ew çi dike, ew dizane. Ger em wiha nekin wê ev zilam di destê me de bimre, êdî em nikarin ji ber gunehê wî xwe xelas bikin!
Li ser vê yekê agahî gihandin wezîr û jê re ta bi derziyê vekirin; ji roja yekem ve çi bi serê zilam kirine tev gotin.
Ji ber ko Padîşah mirovekî dil bi rehm bû û dixwest li welatê wî dilê kesekî jê nemîne, ferman dabû wezîrê xwe ko ji ser xaka welatê wî kî çi derdê wî hebe û bixwaze bigihêne Padîşah, divê sedî sed agahiya wî jê were çêkirin û ji bo vê jî wezîrê xwe erkdar kiribû. Li ser vê yekê wezîr ferman da nobedaran ko gavên bînin huzûra wî. Gavan derbasî hundirê qesrê bû û çavên wî ji hev veciniqî man. Cara yekem bû hundirê qesra Padîşah didît. Ji baxçeyên gul û kulîlkan ên teyrên tawus di navê de digerin, ji birkên tije avên spehî ko qaz û werdek tê de avjenî dikin, ji qesefên teyr û tilûrên bi her awazî distirên bigir heta avahiyên bi kevirên şehkirî hatine lêkirin û bi xizmetkarên xemilandî her tişt û her kes jê re xerîb hat.
Wezîr li ser pêlikên qesrê ko tev ji mermerên spî hatibûn lêkirin ew pêşwazî kir û bi hev re derbasî salona qesrê bûn. Li wê derê ew li ser kulav û xaliyên neqişandî da rûniştin û heta ko cariyeyên weke karên xezalan tasên dewê cemidî anîn û vexwarin qet dengê xwe nekir. Piştî ko dew vexwarin, Wezîr pirs kir ko sedema hatina wî û xwesteka dîtina Padîşahê welêt çi ye?
Gavan ji xwe hîn di nava wê tirsê de bû ko wê wezîr niha bang li çend celadên xwe bike û wî bibin selexanê û serê wî ji laşê wî vekin. Ji bo wê çi bi serê wî hat û kurê wî çi jê xwest tev ji wezîr re ta bi derziyê vekir û vegot.
Wezîr piştî ko guhdarî li gavên kir serê xwe hejand her du aliyan û destûr xwest derket derve. Gavan di dilê xwe de got, ‘Êdî malik li min xera bû; wa ye diçe bang li leşkerên xwe bike û min bide destê celadan!’
Neptî wezîr vegeriya û jê re got:
— Rabe, bide pey min, tê derkevî dîwana Padîşah!
Gavan bi rastî bawer nedikir ko wî bibin dîwana Padîşah. Di alûleyên(korîdor) dirêj û fireh re derbas bûn. Ode û salonên mezin ên deriyên wan ji darên gozan hatine çêkirin borandin û gihiştin ber deriyekî mezinî bilind ko wekî zêr diterisand û li her du aliyên wê nobedarên rim û mertal di dest de radiwestiyan. Bi destûrdayîna nobedaran, di derî re derbas bûn û ketin saloneke ko heta vê gavê salonên wiha dirêj û fireh nedîtibû. Erda salonê tev bi xaliyan raxistî bû û li her derê findên mezin pêxistî bûn. Li kêleka rê destpêkê li xizmetkar, cariye û qerfokan rast hatin. Ew derbas kirin şûn re bi zanyar, mamoste û bijîjkan re rû bi rû hatin; pey wan re li çend rîspiyan qelibîn û çavê wî bi carekê re li Padîşahê di nava xeftanê neqişandî de, li ser textê xwe rûniştiye ket! Ewqasî şaş mabû ko nema dizanîbû çi bêje û jibîr kiribû bê bi çi sedemê hatiye vê derê.
Bi rawestina wezîr re hat bîra wî ko divê ew jî raweste. Wezîr silav da Padîşah, gavan da nasîn û xwe da kêlekê. Gavan û Padîşah man li pêşberî hevûdu. Padîşah bi dengekî bilindî fermankar deng li gavên kir ko xwe bide nasîn û daxwaza xwe bîne ser ziman.
Gavan careke din dest bi vegotina serpêhatiya xwe û xwesteka kurê xwe kir û got:
— Ger ez destvala vegerim malê wê kurê min dîsa min rêbike vê derê û bixwaze qîza te bixwazim.
Li ser vê gotinê di serî de wezîr û hemû rîspî, zanyar, mamoste, bijîjk, tev di ber xwe de beşişîn. Lê qet xêzkên ruyê Padîşah neliviyan û tevza xwe bi gavên nekir. Hinekî di ber xwe de ponijî û pişt re vegeriya ser wezîrê xwe û ferman dayê ko bang li keça wî Royê bikin. Wezîr derket derve û Padîşah zîvirî ser Gavên û got:
— Tu gavanê bajarê min î; bi salan e tu diçî ber dawarên vî welatî û di sar û seqemê de, di havîn û zivistanê de tu dawaran bi xwedî dikî û ji gur û neyaran diparêzî. Ji bo vê qiymeta te li gel min heye û ezê vê qiymeta te bigrim, xwesteka te neşikînim. Çawa ko mêvanek ji welatekî dûr tê û dibe xwezgînî û keça min dixwaze, ezê te jî wekî yekî ji wana bigrim dest û çawa nêzî wana dibim, ezê wiha nêzî te jî bibim. Bila keça min were hundir û ezê jê bipirsim ko ew bi vîna xwe bipejirîne bi kurê te re şû bike, soz û peyman ji te re ko keça min bibe bûka mala te.
Gavan bi vê gotinê ewqasî kêfxweş bû ko xwe avêt destê Padîşah û xwest ramûsîne. Lê Padîşah rê nedayê û ji xwe di wê bêhnê de wezîr û keça Padîşah Ro jî ketin hundirê salonê. Dema Ro di deriyê salonê de diyar bû, herkesê li hundir bêhna xwe girtin û awirên xwe zîvirandin ser wê ko ji xwe re li xeml û rewşa wê binêrin û bigihêjin tama dîtina xweşikbûna wê.
Gavan cara yekem bû xweşikbûneke wiha li ser bejn û bala mirovekê didît. Ro ewqasî xweşik bû ko Gavan li hember xweşikbûna wê da şermê û ji ber hatina gel Padîşah û xwestina wê ya ji kurê xwe re, di dilê xwe de bi xwe de xeyidî! Lê dilekî wî jî di guhê wî de pispisand ko di rastiyê de ji spehîbûn û çelengiya kurê wî re, tenê keçeke wiha dikare bibe yar û evîn.
Ro di seranseriya salonê re derbas bû û hat li kêleka bavê xwe li ser xaliya neqişandî rûnişt. Destê xwe danî ser destê bavê xwe û awirên xwe dirêjî rewş û bala gavên kir. Gavan di bin awirên wê yên tûj û biriqandî de hindik ma ko erdê biqelişîne û xwe tê de winda bike. Lê axaftina Padîşah ew ji vê şermê xelas kir û Padîşah ji keça xwe re got ko gavan hatiye wê ji kurê xwe re dixwaze, ka bê bi dilê wê ye, yan na!
Ro keçeke jîr û xwende bû. Her roj zanyarek ji zanyarên herî xurt ên welêt dihat ba û di warê felsefe, zanistî, bîrkarî, wênegerî, mûzîk û hwd. de ew fêr dikir. Ji bo wê Ro yekser bersiva gavan neda û bêhnekê di ber xwe de ponijî, pişt re devê xwe dirêjî guhê bavê xwe kir û di guhê wî de kir pistepist. Bi vê pistepistê re xêzkên ruyê Padîşah sist bûn û lêvkeniyek li ser ruyê wî diyar bû. Ew lêvkenî li ser ruyê Ro jî diyar bibû û wekî baqeke gul li ser ruyê wê vebin wiha lê xweş hatibû. Dawî Padîşah zîvirî ser Gavên û got:
Ezê biryara keça xwe ji te re bêjim. Keça min şûkirina bi kurê te re bi şertekî dipejirîne. Ger tu vî şertî heta sibehê dîkê berbangê bang bide pêk bînî, tu dikarî werî keça min biguhêzî. Na ko tu pêk neynî ezê te bidim destê celadan û wê serê te ji laşê te vekin. Tu vî şertî dipejirînî yan na?
Gavan dizanîbû ko çi şert were pêşya wî ew hêza wî tinebû bi cih bîne! Mînak ko Padîşah gotiba, ‘tê hezar zêrî qelen bidî’, gavanê reben xwe derxistiba sûkê û firotiba, belkî du zêr jî nekiribaya. Wê çawa bikarîba şertên Padîşah û keça wî pêk bianiya? Lê carekê tîr ji kevên firiyabû û êdî nema dikarîbû ji gotina xwe vegere. Ji xwe heta dîwana Padîşah hatibû û ko li vê derê ji gotina xwe vegeriyaba jî, wê serî hatiba jêvekirin, şertên wî bipejirandiba jî wê serî hatiba jêkirin. Di dilê xwe de got, ‘Qe ne ez bipejirînim ko heta sibehê temenê xwe dirêj bikim. Ger ez nepejirînim, wê vê gavê min bide destê celadan û ez careke din ruyê malê nabînim’.
Dawî diyar kir ko ew şertê Padîşah dipejirîne. Li ser vê yekê Padîşah bang li nivîsvanên (katibên) xwe kir ko tişta dibêje yek bi yek binivîsînin. Nivîsvan hatin û rûpelên xwe yên ji çermên xezalan li erdê raxistin û pênûsa xwe girtin dest xwe. Padîşah şertê xwe li pey hev rêz kir û got:
— Tu vê qesra min dibînî! Niha wê wezîr bi destê te bigire û te li tevahiya odeyan bigerîne. Her tiştê di vê qesrê de tev li xizmetkar û cariyeyan, tev li gul û kulîlkan, tev li xalî û kulavan, tev li find û feneran, ji xemla deriyan bigre heta ya dîwaran, ji neqşên li ser sitûnan bigir heta yên bin zikê banan, çi li ber çavê te bikeve ji bîr neke û di hişê xwe de bigre. Ji ber ko divê heta sibehê dîkê berbangê bang bide tu li hemberî qesra min qesreke wekî vê mezin, fireh û raxistî ava bikî. Divê ji qesra tu ava bikî rêyeke ji xaliyan raxistî dirêjî qesra min bibe û li her du aliyên rêkê xizmetkar û cariye ji ber qesra te heta qesra min rêz bibin. Dema te ev pêk anîn bi berbangê re çel hêstirên têrên wana aliyek tije zîv, aliyek tije zêr amade bike û bi xwezginiyan re berê xwe bide qesra min. Dema ko ez bi bangdana dîkê sibê re derketim ser şanîşeya qesrê û min qesra te dît û çavê min li hatina karwanê hêstiran û xwezginiyan ket, ezê jî fermanê bidim cariyeyan ko keça min Ro ji kurê te re bixemilînin û derxînin ser rê. Lê dema bû sibeh û ez van tiştan nebînim, zanibe ko wê celad werin ber deriyê te, serê te ji laşê te vekin û li derxaneya bajêr bi dar dakin ko ji herkesî re bibe îbret!
Rebenê gavan çi bêje û çi bike? Serê xwe daqûlî ber xwe kir û bi rewşeke qidûmşikestî da pey wezîr ko li salon û odeyan bigere. Lê di rastiyê de çavên wî tiştek nedidît û di ber xwe de digot: ‘ Te xwar, kero? De bixwe! Çi ji te re lazim e, tu werî keça Padîşah bixwazî? De ka, heta sibehê tu xwe hilavêjî jî, ne qesreke wekî vê tu nikarî kevirekî wê yî şehkirî çêbikî. Ya baş vegere malka xwe, rahêje tevr û bêra xwe û ji xwe re gora xwe bikole ko laşê te yê serjêkirî li erdê nemîne!’
Piştî geryana qesrê, Gavanê reben bi dil û qidûmekî şikestî, bi hêviyeke qediyayî û bi kabên sist hat malê û rasterast xwe avêt nava nivînan. Jina wî hat gel û pirs kir bê îroj çi kiriye? Gavan bi kotekî bersiv da, şertê Padîşah û keça wî dane ber vegot û wiha got:
— Êdî hûn gihiştin miradê xwe, we mirina min bi destê min anî. Sibehê bi berbangê re wê celadên Padîşah werin û serê min ji laşê min vekin.
Jina gavên bi vê agahiyê pir xemgîn bû, lê xwe weke mêrê xwe bêhêvî nekir. Di dilê xwe de got, ‘Ka bila bibe êvar û zebeşkê min ji qalikê xwe derkeve, bê Yezdan çi rêkê dide ber me wê diyar bibe!’ û pişt re derket derve û berê xwe da mêrgê ko dawaran vegerîne bajêr.
Dema bû êvar, Sarê garan anî û li nava bajêr belav kir şûn re hat malê. Bi ketina tarîtiya ser êvarê re jî çavên wê li bin kulînê, li hêviya qelişîna zebeş û derketina kurê xwe ma. Neptî wekî hêvî dikir, zebeş qelişî û kurê wê bi hemû rewş û xemla xwe derket derve û hundir dîsa wekî nîvê rojê ronahî bû.
Zebeşo ji bavê xwe pirs kir ko îroj çi kiriye? Gavan çawa çûye qesrê, çawa dilê nobedaran pê şewitiye, çawa ew birine huzûra wezîr, çawa wezîr lê guhdarî kiriye, çawa agahî daye Padîşah, çawa derketiye dîwana Padîşah, çawa Padîşah guh daye ser daxwaza wî û çawa bang li keça xwe kiriye, keça wî çawa hatiye hundir û çiqasî xweşik e û pişt re keçikê çawa di guhê bavê xwe de kiriye pistepist û pê re çawa şert daniye ber wî û ew û wezîr çawa li qesr û qonaxê geriyane tev ta bi derziyê vekir û ji kurê xwe re lib bi lib vegot.
Piştî vegotina wî bi dawî bû vegeriya ser kurê xwe û got:
— Ev deh sal bûn min ji yezdan zarokek dixwest. Yezdan dawî bergera min pejirand û kurek da min, lê li hemberî vê diyar e giyana min dixwaze. Heqê xwe li min helal bikin, ji ber ko ez ti caran nikarim vî şertê Padîşah û keça wî bi cih bînim û wê sibehê celadên wî werin û serê min ji laşê min vekin, bibin li derxaneya bajêr bi dar dakin.
Zebeşo bi baldariyeke mezin guh dabû ser vegotina bavê xwe û heta dawî qet dengê xwe dernexistibû. Dayika wî şîveke ji sawara bi rûn a pîvaza xwêkirî li ber danîbû û bi çavên berger li hêviyê bû ko bixwe. Piştî bidawîbûna vegotina bavê wî, Zebeşo, ji cihê xwe liviya û dest bi axaftinê kir û got:
— Yadê, yabo; hûn qet mereq nekin; min jî digot qey ka bê Padîşah wê tiştekî li ser ruyê vê dinyê tinebe bixwaze! Malê dinyê ne tiştek e! Ka em xwarina xwe bixwin û hûn ji xwe re bi dilekî rehet razên. Heta sibehê sed dinya xera dibe û sed dinya ava dibe. Hezar derî tên girtin û hezar deriyên din vedibin. Di vê dinyê de tiştek nîne ko neyê pêkanîn. Hêviya xwe ti caran qut nekin. Di her rewşa tengezar de jî dîsa hêvî divê herdem hebe!
Vê carê kurê malê neçû bin kulînê û xwe di nava qalikên xwe de veneşart. Bi dê û bavê xwe re xwarin xwar û bi wana re sihbet û gengeşe kir. Sarê ji vê rewşê ewqasî dilşad bû ko dikir bask pê ve şîn werin û bifire ber perê ezmanan. Lê rebenê gavan hîn di fikara bûyîna sibehê û hatina celadan de bû. Di vê dilwaswasiyê de, serê xwe danî ser balgîfê û di xew re çû. Bêhneke din Sarê jî çavên xwe li xewê girtin û kurê wan bi tena serê xwe ma…
***
Derdora nîvê şevê kurê malê gustîlka xwe derxist û firkand. Mijeke gewr tije hundirê malê bû û neptî efrîtekî cinan li pêşberî Zebeşo rawestiya ko lêveke wî li erdê, lêveke wî li ezmanan bû. Destê xwe li ber xwe gihandin hev û got:
— Ferman bike mîrê min, ez ji te re dinyê xera bikim an ava bikim?
Kurê malê got:
— Ne dinyê xera bike ne jî ava bike; bes guh bide gotina min. Niha tê rabî û biçî li tevahiya qesr û qonaxa Padîşah bigerî û çi tê de ye, çi ne tê de ye tevî bibînî; ji hespên di axoyan de heta teyrên tawis ên di nava baxçeyan de; ji neqşên li ser sitûnan heta fîstanên cariyeyan; çi li wê derê hebe baş binase û pişt re li qesrê binêre ka çend ode, çend salon û çend nêrdewan lê hene. Heta nebûye sibeh dixwazim tu qesreke wekî qesra Padîşah û qonaxên wekî yên wî tê de li hemberî qesr û qonaxa wî ava bikî. Divê ev qesr û qonax mû ji ya Padîşah bernede. Ji qesra tu çêbikî heta qesra Padîşah divê tu rêyekê çêbikî û bi xaliyan raxînî. Li her du aliyên rêkê cariye û xulam ji vir heta wir rêz bibin û çel hêstirên têrên wan aliyek zêr aliyek zîv bi rê bixî û ji dayik û bavê min re jî cilên pak û neqişandî bînî ko sibehê biçin keça Padîşah biguhezînin. Ji xwe hacet nîne ez qala xwarin û vexwarinê bikim ko tu amade bikî; wan tiştan jî êdî tu bi xwe bifikire. Qesra min a ko tu çêbikî divê aliyê wê yê li şaneşîna Padîşah dinêre wiha bibiriqîne ko ji xeml û rewşa wê Padîşah nikaribe lê binêre.
Efrîtê cinan fermana mîrê xwe pejirand û jê re got:
— Tu rehet rakeve, bila qet xema te nebe! Hîn nebûye sibeh, ezê tevahiya daxwazên te li gorî dilê te û zêdetir jî pêk bînim.
Efrît axaftina xwe qedand û çawa hatibû dîsa wiha di nava mijekê de ji ber çavan winda bû û çû, Zebeşo jî vegeriya nava qalikên xwe.
Bi berbanga sibehê re, dema roj li navsera çiyayê raserê bajêr bilind bû û tîrêjên xwe da ser welatê di navbera du gol û du çeman de, leşker û zêrevanên Padîşah ên di nobeta sibehê de dîtin ko qesreke ji qesra Padîşah spehîtir û dewlemendtir li pêşberî qesra Padîşah diterisîne! Destpêkê gotin qey xewnerojkan dibînin û bi lez çavê xwe firkandin. Lê qesr bi hemû xeml û rewşa xwe li pêşberî wana diterisand. Qesreke wiha bû ko mû ji ya Padîşah bernedabû; lê ji ber ko tava sibehê tîrêjên xwe rasterast dida ser bedenên qesrê, kemerên wê yên bi zêr û zîvan hatibûn neqişandin diterisîn û ti çavan nikarîbûn rasterast lê binêrin.
Leşker û zêrevanên Padîşah, dema ji dîtina xwe bawer bûn, bi lez beziyan hundir û agahî gihandin wezîr ko were li vê ecêba dinyê binêre. Wezîr derket ser şaneşîna qonaxa xwe û bi tişta dibîne nexwest bawer bike. Diyar e gavan soza dabû bi cih anîbû; êdî Padîşah pêwîst bû li ser soz û peymana xwe rawestiyaba!
Heta wezîr çû dîwana Padîşah, ji mêj ve Padîşah ji xewê rabibû û ber bi şaneşînê ve dimeşiya. Di wê bêhnê de keça Padîşah Ro jî derketibû şaneşînê ko tîrêjên roka berbangê himbêz bike. Ji xwe re kiribû adet ko her sibeh derkeve ser şaneşînê û bêhnekê tîrêjên rojê himbêz bike û hewaya pak a ji navsera çiyan dadikeve, bikişîne kûrahiya kezeba xwe.
Lê, wê berbanga sibehê, kî derket ser şaneşînê, di cih de mat ma û dev û lêvên wî/wê bi hev ve qufilî. Rewş û xemla bajarê wana bi carekê re hatibû guhertin. Qesr û qonaxeke ji ya Padîşah nûtir, spehîtir û rewnaqtir(mûhteşemtir) ko mû ji ya Padîşah bernedaye li hemberî ya wî bilind dibû. Rêyeke ko xaliyên nexşandî li ser hatine raxistin ji vê qesrê heta wê qesrê dirêj dibû. Li her du aliyên rêkê cariye û xizmetkar rêz dibûn û kêlekên rêkê bi gul û kulîlkan xemilandî bûn.
Ro, bi dîtina vê qesr û qonaxa nû dev li zimanê xwe kir û ji xwe re got; ‘Te çi malik li xwe xera kir ko ev şert avêt ber gavên? De bixwe! Tu keça Padîşahê welatê di navbera du gol û du çeman de ko ji her çar aliyê cîhanê xwezginiyên te dihatin, ji kurê Padîşahan heta kurê wezîran, ji kurê mîr û emîran heta kurê key û qralan tev li ber lingê te digeriyan û tu bi yekî ji wana jî qayil nedibûyî! Niha dawî tu ma ji zebeşekî re. Wey xwelî li serê te be, wey xwelî li bextê te yê reş be!’
Padîşah jî bi wezîrê xwe re diaxift û digot:
— Ka du qasidan rêbike vê qesrê û binêre bê kê ev qesir lêkiriye; qesra kê ye? Çi kes e? Fêr bibe û agahiyekê ji min re bîne. Ne mumkun e ko gavanê welatekî di şevekê de qesreke wiha lêbike! Hikmetek di vî îşî de heye! Ka zû fêr bibe û bersivekê ji min re bîne…
Lê hîn wezîr bi rê neketiye, leşker û zêrevanên Padîşah salox anîn ko karwaneke xwezgînî bi çel bar zîv û zêr ên li ser dawaran barkirî, wekî xwezgînî tên qesrê!
Di wê bêhnê de, bi berbanga sibehê re gavan û jina wî jî ji xewa şêrîn rabibûn û bi carekê re mat mabûn. Gavan dema dît ko li ser doşekeke qasî bejnekê bilind raketiye û di nava çarşef û lihêfên hevrîşêm de ye; li odeyeke fireh û tije zîv û zêr e û cariye û xizmetkar sênî û misîn di dest wan de li ber rawestiya ne, rûnişt û dest bi girî kir, dilê xwe bi xwe şewitand û got:
— Wey, wey!... Ez mirime û çûme buhiştê xebera min ji min nîne! Diyar e di dinyê de xêrê min ji gunehên min zêdetir bûn ko Yezdan ez pejirandim buhişta xwe. Ji xwe re li van ferîşteyan binêre, tev jî çiqasî ciwan û spehî ne?!
Gavan li kêleka xwe nêrî ko jina wî jî li kêleka wî ye! Nema dizanîbû li ber bikeve, yan kêfa xwe bîne? Bi dilekî bi kul got:
— Hurme, sitiya delal ma te kengî jiyana xwe ji dest da û hatî buhiştê? Qey celadên Padîşah serê te jî jê vekirin ko tu hatiyî gel min?
Sarê jî li rewşa hundir, cariyeyên rawestiyayî û çarşefên hevrîşim nêrîbû û mat mabû; lê ji aliyekî ve jî hizirîbû ko ev tev hikmeta Zebeşkê wê ne û di dilê xwe de digot; ‘hebe, nebe ev rewş û xeml Zebeşkê min çêkiriye û ezê dawî rabim biçim qesra Padîşah û bibim xwezginiyê keça wî!’ Dema mêrê wê qala mirinê kir, zîvirî ser û bi tundî got:
— Mirina çi, buhişta çi rebeno! Rabe ser xwe û em berê xwe bidin qesra Padîşah ko keça wî ji kurê xwe re bixwazin. Ma tu nabînî Zebeşkê min şertê Padîşah tev bi cih anîne! Ka zû rabe û xwe amade bike ko em bi rê kevin!
Gavan hîn jî bawer nedikir û ji aliyekî ve qurîncek didan laşê xwe ko bi êşê dihise yan na. Dawî her du bi hev re rabûn û derketin şanîşeyê, dîtin ko wa ye qesra Padîşah li hemberî ya wan e û li jêrê, li ser rêkê karwanê ji çel hêstiran pêk hatiye, têrên wana aliyek tije zîv, aliyek tije zêr li ser birêketinê ye.
Cariye û xizmetkaran di misînên zêr de ji wana re av anîn û sabûna kizwanan dan dest wana ko dest û ruyê xwe bişon. Bi destmalkên hevrîşimîn dest û ruyê xwe ziwa kirin û ji bo Sarê heft cariye, ji bo gavên heft xizmetkar, kiras û fîstanên neqişandî di dest wana de ketin hundir. Cilên wan ên kevin ji wana kirin û yên nû li wana kirin. Pey re ew derbasî odeya xwarinê kirin. Li ser sifrê ji rûnê nîvişk heta hingivê di nanikê xwe de, ji şîrê şêr heta goştê çûkan her tişt amade bû. Nema dizanîbûn ji kîjanê çi bixwin! Hîn dor nehatibû tamkirina gelek xwarinan, têr xwarin. Ji ser xwarinê rabûn û derbasî salonê bûn. Li wê derê cariyek û xizmetkarek hat û misk û amber bi ser wana de dakir û ketin pêşiya wana ew di deriyê qesrê re derxistin û birin pêşiya karwanê xwezginiyan.
Di wê bêhnê de bajar tev ji xewa xwe hişyar bibû û kî derdiket derve çavên wî li biriqîna qesreke nû bilind bûye diket û di cihê xwe de mat dima. Hinekan digotin qey dinya zîviriye û qesra Padîşah cih guhertiye. Lê dema li aliyê din dinêrîn û didîtin ko qesra Padîşah li cihê xwe ye, bi hebûna du qesrên wekî hev mat diman û nedizanîn çi helwestê şanî bidin. Di cihê xwe de radiwestiyan û ji xwe re li rewş û xemla qesra nû temaşe dikirin.
Neptî tîrêjên rojê bi tevahî li ser bajêr serdest bû û karwanê xwezginiyan bi rê ket. Gavan û jina xwe di serkê karwan de cih digirtin û her yek çel cariye û xizmetkar li pey wana dihatin. Di destê her xizmetkarekî de benê hêstirekê hebû ko di têra wê de aliyek tije zîv, aliyek tije zêr hebû. Di destê her cariyekê de jî selikek tije diyarî ji bo Padîşah û malbata wî, ji bo wezîr û malbata wî hebû. Çel cariyên din jî çel sêniyên zêr danîbûn ser serê xwe û di her çel sêniyan de cihêz (rehel) a Royê hebû ko ji cawên hevrîşim heta morîkên kehrîbar, ji gerdaniyên zêr heta xilxal û xizmeyên zîv, ji fîstan û kirasên neqişandî heta çarî û şerpeyên rengîn, ji pêlavên cûr bi cûr heta kil û kildankên ji Çîn û Maçîn hatine tev li ser sêniyan bibûn lod.
Dawî karwan gihişt ber deriyê qesra Padîşah. Lê Padîşah dîsa jî dilê wî ne rehet bû û bawer nedikir ko gavan şertê wî tev pêk anîbin. Karwan li ber derî da rawestandin û wezîrê xwe û du zanyarên baweriya wî bi wana dihat rêkir qesra gavên ko binêrin ka birastî ye yan xeyalî ye. Heta wezîr û her du zanyar çûn û hatin karwan wiha li meydana li ber qesra Padîşah rawestiya û tevahiya gelheya bajêr li vê ecêba kesî di dinyê de nedîtiye temaşe kir.
Neptî wezîr û her du zanyar vegeriyan û ji Padîşah re gotin ko gavan şertê danîne ber ne kêm lê zêde bi cih aniye û li hemberî vê pêwîst e Padîşah jî li ser soz û peymana xwe bimîne.
Ro dema ev salox bihîst her du çavên wê, wekî du lehiyan rondik barandin û bê dilê xwe xatir ji dê û bavê xwe xwest û daket nava xwezginiyan. Çû destê Sarê û Gavan. Çarîka bûkaniyê bi ser ruyê xwe de berda û li hespa ji bo wê anîbûn siwar bû û berê xwe da qesr û qonaxa Gavên! Bi rê de him digiriya û him di dilê xwe de digot: ‘Pepûkê, hingî te kesek nedieciband dawî tu ma ji zebeşekî re!’
Piştî nîvro karwanê xwezginiyan ên Ro guheztin gihiştin qesrê. Derveyî cariye û xizmetkaran yên cînar û yên ji bajêr hatine û kesên mereqdar tev belav bûn û herkes vegeriya mala xwe, çû ser kar û barê xwe. Wê rojê garana bajêr jî di nava bajêr de mabû û her yek bi cihekî ve terqiya bû. Bajarî êdî têgihiştin ko ji îro û pê de ji wana re gavanekî nû pêwîst dike û li ser vê yekê, ji xwe re li gavanekî nû geriyan…
***
Ro, dema hat qesra xwe ya nû, derbasî odeya xwe bû û xwe li ser nivînên bi çarşefên hevrîşim raxistî avêt erdê û giriyê xwe domand. Heta ko rondik hew ji çavên wê herikîn giriya. Pişt re çû ber kulînê û zebeşê pê re şû kiriye derxist danî ber xwe û dest pê kir pê re axift û got:
— Hey bextê min î reş, hey qedera min a bêbext, hey xweliya li serê min, hey li min qijik û pepûkê, min çi kir ko bi devê xwe min mala xwe xera kir? Ji kurê qral û keyan, ji kurê wezîr û Padîşahan ez mam ji zebeşekî kall re!’
Ro hîn axaftina xwe wiha didomand, tarîka êvarî ket ser odê; cariye hatin hundir ko find û çirayan pêxin, lê dema dîtin rewşa Ro ne baş e, jê tirsiyan û paşpaşkî derketin derve. Ode bêtir tarî bû û bi carekê re Ro dît ko zebeşê wê dest bi qelişînê kir. Çavên Ro li nava serê wê bel vebûn û bi awirên matmayî li qelêşîna zebeş nêrî.
Zebeş li halê xwe bû du felqe û xortekî ciwanî bejinziravî çeleng ji navê derket ko bi derketina wî re, ji rewş û xemla wî ode wekî nîvê rojê be, tije ronahî bû. Ro li bejn û bala wî nêrî ko ji kerema Yezdan re qey bi pênûsê li ber rûniştiye û li gorî dilê Ro ew resimandiye! Lêvên lihevhatî yên zirav, çavên girs ên di rengê hingivîn de, ruyê wî yê ji ruyê qîzekê tezetir, porê wî yê wekî keziyên porê qîzikan nerme û gingilokî, stûyê wî yê dirêj û çenga wî ya giroverî hilû. Eniya wî ya vekirî û fireh, pozê wî yê biçûkî zirav, awirên wî yên himbêzkar û nerme…
Tev li gorî dilê Royê bûn û Ro dema çav li vî xortê bedew ê ji nava Zebeş Za ket, ne bi dilekî, bi heft dilan dil ket vî xortî. Ji xort re got ko ji sedema dida girî bila lê bibore!’ Di dilê xwe de digot qey bi zebeşekî bê ruh û bê can re şû kiriye, lê nizanîbû bi vî xortê bedew û spehî re jiyana xwe kiriye yek. Xort himbêz kir û got:
— Li min biborîne! Cara yekem e ez xortekî wekî te spehî û bedew dibînim. Ka ji min re bêje tu ins î, tu cins î; tu çi mirovî ko te di şevekê de şertê bavê min daye ber bavê te pêk aniyî û bûyî xwezginiyê min? Ka ji min re bêje, te li ko nav û dengê min û xweşikbûna min bihîstibû ko te çav berda min û heta min neguhest nerawestiyayî?
Xortê ji nava Zebeş zaye jî ew himbêz kir û bedenên xwe kirin yek û got:
— Her tiştek dema wê heye; dema roja wê were tê her tiştî fêr bibî. Niha ne dema van pirsan û bersivdayîna van e. Niha em ji hev re hezkirina xwe diyar bikin û şeva xwe bi xêr û kêfxweşî, bi coş û neşe biborînin. Dema bibe sibeh wê daweta me lidar bikeve û tevahiya hemwelatiyan wê werin di dawetê de bireqisin, govend û dîlanê bigrin. Wê demê tê li ser banê qesrê li gel heval û cariyeyên xwe temaşe bikî û ezê jî dakevim nava xort û mêrxasan govendê bigrim û bireqisim. Wê her kesê min bibîne mat bimîne û ji hev bipirse ko ev xortê bedew û spehî kî ye? Zanibe ko tu tenê dizanî ez hevalê te yê jiyanê me. Wê gelek hevalên te yên keç werin gel te û tevzên xwe bi te bikin ko tu çima bi yekî wekî min re şû nekiriyî û çûyî, bi zebeşekî re şû kiriyî? Tu çiqasî bidî şermê, çiqasî werî acizkirin û tengavkirin jî pêwîst e tu vê veşareya min (sir) dernexînî derve û ji ti kesî re nebêjî, ‘Ev xort mêrê min e!’ Ger tu li min mukir werî, ezê bibim çûkekî heft rengî û bifirim biçim ko tu heft salan û heft rojan bi heft gopal û heft çaroxên hesin li min bigerî tu min nabînî!
Ro, soz û peyman da ko veşareya wî eşkere nake û got:
— Ma ez dîn bûme ko ev qismetê ji ber xwe ve hatiye ji min re, ez bi destê xwe bidim firandin? Ti caran û ti caran ez li te mukir nayêm û te ji xwe dûr nakim û xwe ji te dûr nagrim! Ma di vê dinyê de gelo yekî din ji te çelengtir û spehîtir heye ko ez te ji xwe dûr bixim? Ez ne bi dilekî, bi heft dilan dil ketime te û ti caran veşareya te eşkere nakim.
Wê şevê heta berbagnga sibehê her du ciwan, her du dildar û her du evîndar ji xwe re gengeşe, henek û sihbet kirin. Şeva xwe bi kêfxweşî, dilşadî, coş û ken borandin. Dema dîkê berbangê bang da, Zebeşo careke din vegeriya nava qalikên xwe û Ro nû dest bi xewê kir. Heta ko rok bejnekê bilind bû û tevahiya dawetiyan hatin li hewşa qesrê kom bûn û dengê def û zirneyan, bilûr û tenbûran di ezmanan re derket jî, Ro hîn di xewê de bû…
Dawî bi banglêkirina cariyeyan ji xew rabû û bi çel tas şîrê miyan laşê xwe ji serî heta jêrî şûşt, pişt re ket hundirê tasa ava bi misk û amber tê de û xwe pak kir. Dawî cariyeyan cilên wê yên diyariya malbava wê ya nû anîn û lê kirin. Cil tev bi tayên zêr hatibûn dirûtin û bi neqşên zîv û zêr hatibûn xemilandin û ji hevrîşimê Çîn û Maçînê hatibûn qusandin. Ro ya ewqasî xweşik û bedew di nava cilên zîv û zêrînî de sed taq xweşiktir û spehîtir bibû. Dawî derbasî ser sifreya xwarinê bû û ji xwarina bi çel cûreyan hatiye amadekirin, taştê xwar. Pişt re bi cariyeyên xwe re derket ser banê qesrê ko temaşeyê daweta xwe bike.
Li bexçeyê qesr û qonaxa kurê gavên ji her aliyê welêt mêvan hatibûn. Wekî din ji welatên cînar jî bi sedan mirov hatibûn ko ji xwe re li xweşikbûna keça Padîşah û kurê gavên binêrin. Lê yên ji welatên xerîb hatibûn dema dibihîstin ko ev keçika ewqasî bedew bi zebeşekî re şû kiriye, xweziya wan di qirika wan de dima û di cih de sar dibûn, nema dizanîbûn çi bikin û çi bêjin.
Li hewşê ji tenbûrvanan heta bilûrvanan, ji dengbêjan heta sitranbêjan, ji qirdikan heta qeşmeran herkes kom bibû û her yekî hunera xwe dadixist holê. Dahol ji milekî ve bi zirneyê re, saz ji milekî ve bi kemançeyê re, tef ji milekî ve bi erbanê re lê dida û her civatek li ber yekê direqisîn, govend û dîlan digirtin û kêf û şahî dikirin. Xizmetkar û cariyeyan bi misînên zîv û zêrîn şerbeta ava hinaran û ava sûsê belav dikirin. Tasên dewê cemidî ji destan nediketin. Li aliyê din her cureyên fêkî li ser sifreyan rêzkirî bûn û kî dilê wî/wê çi bixwesta diçû bi xwe radihiştiyê û dixwar. Ji hinarên qaşûl reşî libşêrîn bigir heta hinarên miz û tirş; ji sêvên xelatî bigir heta alesor û hirmî û qarçiyan; ji hejîrên reş bigir heta yên zere û girs; ji tiriyê teyfî bigir heta yê mezrone; ji xox û mişmişan bigir heta goz û biîvan; çi fêkiyên welatê di navbera du çem û du golan de hebûn tev li wê derê kiribûn lod û herkesî heta di dev û bêvila wî/wê re biavêje jê têr dixwar û cardin vedigeriyan reqs û dîlana xwe. Ji bo kesên dilê wan bixwaze lodên sewze jî hatibûn lêkirin; ji zebeş heta petîxan, ji şerengo heta tirozî û qitiyan her tişt amade bû. Li aliyê din çel distên mezin li kêleka hev rêz kiribûn û goştê çel dawarî tê de dikelandin. Di çel distê din de savar û di çel distên din de jî tirşik (metfûnî) dihat kelandin û bêhneke xweş bi ser dawetiyan diket!
Li aliyekî din ê baxçeyê qesra kurê gavên xort û ciwanên mêrxas û çeleng tîr û rim diavêtin armancê û li hespên keêl swar dibûn bi cirît dileyistin.
Li aliyê dîlan û govendê jî jin û zilam, zarok û kal û keç û xort tev di destên hev de dîlaneke mezin û geş girtibûn û her yek çi hunera wî/wê hebû datanî holê. Tam di dema ko dawet têra xwe geş bibû de, xortekî bedewî spehî yê kesekî nizanîbû ji ko derê hat, ket dawetê û dest bi reqsê kir. Bi hatina wî re rewş û xemla wî bi carekê re ronahiya xwe bi ser a rokê xist û awirên herkesî kişandin ser xwe. Reqs û dîlaneke wiha leyist ko herkesî reqs û dîlana xwe berda û temaşeyî bejn û bala wî û hunera wî ya reqs û dîlanê kirin. Yê li defê dide, yê li zirneyê dide, yê li tef û erbaneyê dide, yê li tenbûr û ribabê dide tev dest ji karê xwe berdan û hatin li pêşiya vî xortî rawestiyan û destpê kirin, ji bo wî hunera xwe raxistin ko bikaribin bigihêjin dewlemendiya hunera wî…
Di wê bêhnê de heval û cariyeyên Ro yên li ser qesrê li kêleka wê rûniştî, dema çav li vî xortê ji nediyariyê hatiye ketin, her yek ne bi dilekî, bi heft dilan dil ketin vî xortê bedew û spehî û her yekê ji aliyekî ve li nava serê Royê dan û gotin:
— Pepûkê, qijikê, tu keça Padîşahê vî welatî bû; ji te re xortekî wekî vî spehî û çeleng pêwîst bû! Te ji xwe re ev xortê bedew nekir, tu çû bi zebeşekî re şû kir! Ma mirov wekî te dike? Qey te hişê xwe xwaribû?
— Lê binêre çiqasî xortekî çeleng e!? Li wan çavan binêre, li wan milên fireh binêre, li wê bejna zirav û tenik binêre, li wê bejn û balê binêre! Ma mirov diçe bi zebeşekî kall re şû dike? Te ji xwe re ev xort bixwesta ko heta heyî tu pê şa bibayî û serbilind û dilşadbayî! Li te pepûkê, ma qey te hişê xwe bi nan û penêr xwaribû ko te çû kurê gavanekî kir? Te çima ev xort nekir?
Ne yek, ne du, ne deh… yer yekê ji aliyekî ve li nava serê Royê dan û jê re gotin ko çi qijik û pepûk e ko çima bi vî xortê spehî û bedew re şû nekiriye û çûye bi zebeşekî kurê gavanê welêt re şû kiriye. Ewqasî gotinên xwe dubare û sêbare kirin ko hişê wê xwarin, mejî di serê wê de nehiştin û ew ji hal de xistin, kelegirî kirin. Dawî Ro ya bêbext hew dikarîbû li ber xwe bide û qêriya got;
— Hûn bimrin jî, biteqin jî ew xortê hûn qalê dikin, ew mêrê min e, Zebeşo ew bi xwe ye!
Dema wiha got; ji nivşkê ve dawet tev rawestiya û bêdengiyeke ji ya berya qiyametê bêdengtir ket ser hewşa qesra kurê Gavên û di wê bêhnê de ew xortê spehî yê ji nediyariyê hatibû, bi carekê re bû çûkekî heft rengî û fir da xwe bi hewa ket û firiya çû!
Keça Padîşah ji ser banê qesrê rabû ser xwe û qêriya, got:
— Çû, çû; çûkê min firiya çû; zû wî bigrin…
Lê kesekê/î wate neda van gotinan û herkes awirên wan li jorê daliqandî man, li firîna çûk nêrîn û ti wate nedan bûyerên diqewimin.
Dîsa di wê bêhnê de ewrên reş û tarî ji navsera çiyan xwe berdan û hatin girtin ser tevahiya welatê di navbera du çem û du golan de. Dinya wiha tarî bû ko dawetiyan tilî bixista çavên hevûdu kesî kesek nedidît. Dawetî tev belav bûn û her kes bi çavkorî rêka mala xwe girtin.
Di wê bêhnê de keç û jinên cer û şerbikên xwe biribûn ser kaniyê avê dagrin, dîtin ko li cihê ava spehî aveke sor û xwînî diherike û cer û şerbikên wan vala vegeriyan malên xwe.
Dîsa di wê bêhnê de bêrîvanên li ber bêriyê ji mîh û bizinan şîr didotin dîtin bi carekê re ji guhanên pez ne şîrê spî, xwîn tê dotin û dev ji dotinê berdan û berê xwe dan nava bajêr ko bên malên xwe.
Zû, ne dereng salox gihişt Padîşah û jê re gotin, li welatê wî tofanek rabûye û ji kaniyan ava sor diherike, ji pez xwîn tê dotin û ewrên reş û tarî girtine ser her alî ko çav çavan nabîne!
Padîşah civata şêwirmendên xwe li dar xist û yek bi yek raya wan girt ko dikarin çi bikin. Şêwirmendên wî kesên rîspî û zanyar bûn; têdigihiştin ko li welatê wana tiştên ne asayî bi rê ve diçin û ji bo vê ji Padîşah re gotin ger çi hatibe serê wana û welatê wana keça wî Ro pê dizane!
Li ser vê yekê Padîşah bi wezîr û şêwirmendên xwe re derket derve û berê xwe dan qesr û qonaxa keça xwe.
Di wê bêhnê de Ro bi cariyeya xwe ya herî zêde bawerî pê dianî re çûbû gel serhesinkarê bajêr û ferman dabûyê ko heta sibehê jê re heft çarovê hesin û heft gopalê hesin çêbike û bîne bide wê. Serhesinkar, şagirt û hesinkarên dinasîn tev kom kirin û dest bi çêkirina heft çarox û hevt gopalên hesinî kir.
Ro dema vegeriya qesrê dît ko va ye bavê wê, wezîr û heyeta şêwirmendan tev li hêviya wê rawestiyane. Ro dema çav li bavê xwe ket, xwe avêt himbêza wî û têr giriya. Piştî ko rondik hew ji çavên wê bariyan, li kêleka bavê xwe rûnişt û jê re ta bi derziyê vekir.
Roja ko wê guheztin û anîn qesrê çawa da girî û ji binê kulînê çawa zebeşê pê re şû kiriye derxistiye û çawa dest bi gazindan kiriye, zebeş çawa ji nivşkê ve qelişiye, xortekî heta wê rojê xortên wekî wî spehî û bedew nedîtiye çawa ji nava zebeş derketiye û çawa pê re axiftiye, veşarteya xwe çawa jê re vegotiye û çawa gotiye ger lê mukir were wê bibe çûkekî heft rengî û ger heft sal û heft rojan bi heft gopal û heft çaroxên hesin lê bigere nabîne û sibê çawa daketiye dawetê û govend girtiye, dema ew di govendê de hevalên wê yên keç bi pitepit û gazindan çawa mejiyê serê wê xwarine û hişê wê ji serê wê birine û ew jî mukir hatiye û gotiye, ‘Ev xortê hûn qalê dikin mêrê min Zebeşo ye!’ û di wê bêhnê de Zebeşo bûye çûkekî heft rengî û firiyaye çûye û bi wê bêhnê re jî ewrên reş û tarî girtine ser welêt û ji kaniyan ava sor, ji guhanên pez jî xwîn herikiye û li ser vê yekê çûye gel serhesinkar û ferman daye heta sibehê jê re heft gopal û heft çaroxên hesin çêbike, ji bo bi berbangê re, bi rê bikeve û li çûkê xwe yê heftrengî bigere!...
Bi vî awahî Padîşah, wezîr, heyete şêwirmendan û keça padîşah Ro şêwra xwe kirin yek û Ro xatir ji wana xwest ko bi berbangê re bi rê bikeve û li hevalê xwe yê jiyanê bigere!
Dema bû sibeh serhesinkar heft gopal û heft çaroxên ji hesinê pola çêkirine anîn û dan keça padîşah. Ro çaroxeke hesinî xist lingê xwe, gopalekî hesinî hilgirt destê xwe û yên din tev xistin tûrê xwe, kîseke zêr girt cem xwe û xatir ji malbata xwe xwest û berê xwe da ser rêka derdikeve derveyî bajêr.
Bi derketina wê re padîşah ferman da wezîr ko li tevahiya welatê di navbera du gol û du çeman de belav bike; heta keça wî bi zilamê xwe re venegere ser vê xakê, ew li tevahiya welêt şînê beyan dike. Heta wê rojê wê ne kes şû bike, ne dawetan li dar bixe, ne dilê xwe bi tiştekî şa bike û ne jî şahî û kêfxweşiyekê li dar bixe. Û roja keça wî û zilamê wê vegrin, kî vê saloxê destpêkê bigihêne padîşah wê tevahiya zêrên di xezîneya xwe de li ber wana raxîne û qasî dilê wana bixwaze wê bikaribin jê ji xwe re bibin!
Wezîr di nava bîst û çar saetan de ev agahî gihand tevahiya şêniyên li welatê di navbera du gol û du çeman de cih digre û di demeke kin de ev salox ji welatê Ariyan heta welatê Samiyan, ji welatê di navbera sê behran de heta welatê hevrîşim û kehrîbaran belav bû…
***
Ro ji welatê bavû kalên xwe, ji xaka dê û dapîrên xwe veqetiya û ket ser rêka xerîbiyê. Çem û robar qut kirin; bi lotkeyan di ser ava gola mezin re derbas bû; di navser û neqebên çiyayên bilind û asê re, di geliyên kûr û newalên fireh re meşiya. Zozan derbas kirin daket beriyan, di qelaç û kiryan re berê xwe da çol û cebelan. Ji bejahiyê hilkişiya nava daristanan; ji bax û bistanan daket nava gul û gulistanan. Roj bû di ser sitiriyan re meşiya. Roj bû di nava av û leyiyan de rêve çû. Roj bû li ser berf û li ber seqemê raza. Roj bû bi ba û bahozan re pevçinî. Roj qulipîn, hefte derbas bûn, meh zîvirîn, demsal boriyan û di dawiya sala yekem de gopalê wê yê di destê wê de qelişt û hew dikarîbû ji xwe re bike destek. Di wê bêhnê de nêrî ko sola di lingê wê de jî tev mihiyaye û binê wê kun kunî bûye.
Li ser latekê rûnişt û pêlava xwe (sola xwe) ji lingê xwe kir; ji tûrikê xwe soleke nû derxist û xist lingê xwe. Gopalê qeliştî danî kêlekê û gopalekî nû hilgirt destê xwe û careke din ket ser rêkê ko li hevalê xwe yê jiyanê, li çûkê xwe yê heft rengî bigere,
Li ber tavên germ ruyê wê kizirî, li ber sermayên dijwar tenê wê çilmisî. Porê wê ji neşûştinê bû gijikî; nenûkên wê tev şikestin û lêvên we tev terikîn. Bi şev stêrk ji xwe re dikirin rêber, bi roj li roka wekî navê xwe bi xêr û bêr dinêrî û dimeşiya. Ji çalên bê werîs û bê dewl, ji hewdên têr zîro û kurm av vexwar û bi pelçîmên dar û deviyan, bi giyayê zozan û beriyan zikê xwe têr kir. Roj bû li mala gavanekî, roj bû li konê şivanekî bû mêvan. Di kêleka gundan re derbas bû; di ser bajaran re qulipî; li qesr û qonaxan rast hat; lê ti caran baweriya xwe neşikand ko nikare çûkê xwe bibîne. Çi bi serê wê hat, kir tawana xwe û her di dilê xwe de got, ‘Yezdan qismetekî bedew dabû min, lê min qiymetê wî nezanî û ji dest xwe berda; çi were serê min heqê min e!’
Li welatê xeribiyê saleke din û yeke din û yeke din derbas kir. Di xelaseka her salê de coteke pêlav û gopaleke hesinî mihand û yên nû bikar anî. Li gelek mirovên camêr û li gelek dayikên dilperitî û li gelek keç û jinên kezepsojî rast hat. Gihişt ko derê serpêhatiya xwe û sedema gera xwe ji wana re vegot û pirsyara çûkê xwe yê heftrengî kir. Her kes û civata li serpêhatiya wê guhdarî dikir dilxemgîn û dilbiêş dibûn; rondik ji çavên wan, keser ji hinava wan dibariyan û dilê xwe bi vê keça spehî û delal dişewitandin. Hinekan ew dawetî xwarinê dikirin, hinekan dixwest li gel wana bimîne û bibe keça wan a malê, hinekan dixwest wê ji xwe re bikin evîn û yar, hinekan dixwestin rê û rêbaran nîşanî wê bidin, hinekan dixwest wê ji doza wê dilsar û bêhêvî bikin û vegerînin. Lê ti kesî qala dîtina çûkê wê yê heftrengî nedikir. Herkesî digot:
— Dayika min, xwişka min; di vî welatê bê ser û bê ber de, ma mumkun e ko tu bikaribî çûkekî bibînî? Li nava van dar û deviyan, li ser van lat û zinaran bi hezaran çûk hene ko ne bi heft rengan bi hefsed rengan xemilandîne. Emê niha rabin ji bo te derkevin nêçîrê û bi dehan çûk bigrin û bînin li ber te deynin; bes tu xwe xemgîn neke û li ser xaka me bimîne!’
Lê Ro bi biryar bû û ti hêz û ti kesî nikarîbû ew ji ser biryara wê daxista xwarê. Piştî guhdarkirina li herkesî, careke din radibû ser xwe, pêlava xwe ya hesinî dixist lingê xwe, gopalê xwe yê hesinî hildigirt destê xwe, pêxwariniya jê re amade kirine diavêt ser milê xwe û diket ser rêka ji gund dûr dikeve û berê xwe dide nava lat û zinarên çûk û teba li ser dijîn ko di nava wan de çûkê xwe yê ji destê xwe firandiye bibîne!..
Di dawiya sala heftan de êdî ne pêlavek ne jî gopalek pê re mabû ko bixe lingê xwe û bigre destê xwe. Ji roja xatir ji malbata xwe xwestibû û bi rêka xeribiyê ketibû heft sal derbas bibûn û heft roj jî bi ser ketibûn. Êdî dayika wê jî ew bidîta nas nedikir. Cilûbergên li ser tev qetiya bûn û di lingê wê de pêlav, di destê wê de gopal nemabûn. Pişta wê qilûz û awirên wê kêm bibûn. Porê wê tev şikestiyayî û weşiya bû. Derman ne di kabên wê de, ne jî di laşê wê de mabû…
Kelkela havînê bû û roj îroj ji her demê zêdetir xwe nêzî erdê kiribû û bi hemû dijwariya xwe tîrêjên xwe berdidan ser mejiyê wê û hişê wê yê maye jî ji serê wê dibir; xwêya di laşê wê de tev dida der û dev û lêv lê dikirin wekî çola bi hesreta avê. Li beriyeke wiha dimeşiya ko ne serê wê diyar bû û ne jî binê wê. Berî tev ji ber û kevirên tûjî reş hatibû xemilandin û sitiriyên hişk di nava ber û keviran de hatibûn çandin.
Ro ji dûr ve dît ko wa ye şivanek li nava ber û keviran bi sitiryiyan pezê xwe diçêrîne; li ser tehtekê rûniştiye û ji pezê xwe re li bilûrê dide. Ji bilûra wî dengekî bi şewat û bi jan hildibû ko dilê Ro peritand û wekî bi sêhrê be ew bi ber xwe ve kişand. Dema nêzîkatî li şivên kir, şivan bi hatina wê hisiya û bilûra xwe betal kir, xêrhatinî li vê sitiya bedew a westiyayî kir. Cihê rûnê nîşanî wê da û ji tûrê xwe taseke sifir derxist, çû nava pez ko jê re çend miz şîr bidoşe.
Piştî sitiya xerîb û perîşanbûyî têr vexwar, şivan nû jê pirs kir bê kî ye û çi karê wê li vê çol û cebela bê serî û bê binî heye?
Ro çawa ko li her derê, digihişt kê serpêhatiya xwe digot û pirsyara çûkê xwe yê heftrengî dikir, di dilê xwe de got, ‘Ev kes şivan e, her roj li çol û cebelan e; ka ez serpêhatiya xwe ji wî re jî bêjim, belkî li rastî çûkê min hatibe û deriyekî xêrê li ber min veke!’
Bi vê ramanê Ro dest bi vegotina serpêhatiya xwe kir. Her wê vegot û şivan guhdar kir. Ji roja gavan hatiye û ew ji bavê wê xwestiye û şert avêtine ber gavên û heta pêkhatina şertê wê û guheztina wê ya mala gavên; dîtina xortê bedew ê ji nava qalikê zebeş derketiye, gotin û veşareya xortê çeleng jê re gotiye; daketina wî ya nava dawetê û girtina dîlan û govendê; li hember zextên keçên hevalên xwe mukirhatina xwe ya bê hemdê xwe û pê re ji firîna çûkê wê yê heftrengî; heta heft sal û heft rojên di xeribiyê de bi pey çûkê xwe borandiye, tev ji şivên re ta bi derziyê vekir û dawî ji wî jî pirs kir bê ka çûkê wê dîtiye yan nedîtiye?
Şivan dilê xwe bi vê sitiya ciwanî bedew a di hemû zor û zahmetiyan re derbas bûye şewitand û bîra xwe vekola ko bikaribe alîkariyê bideyê. Bêhnekê ponijî şûn re got:
— Sitiya delal, nizanim çûkê te ye yan na; ev demek e her êvar çûkekî wekî tu qalê dikî, berya tarî bikeve erdê tê û dikeve bin kevirekî reş ê li wê derê! Min jî mereq kiriye ko ez zanibim ev çûkê xweşik bê ji ber çi hêlîna xwe di binê vî kevirî de çêkiriye. Tu dizanî ko ti çûk hêlîna xwe di binê keviran de çênakin. Min çûk ji nêz ve nedîtiye, lê dema dikeve bin kevir li ber tava êvarî periyên wî tev rengorengo diterisin û dibe ko çûkê tu lê digerî ew çûk be!
Ro ji kêfan re xwe avêt situyê şivên û ew himbêz kir. Ne carekê bi sedanê caran jê spazî kir û kîsê di paşila xwe de derxist çi zêrên tê de mabin tev rijand dawa şivên û li ber geriya ko wî kevirê reş şanî wê bide.
Şivan zêrên Ro ji dawa xwe kom kirin û dîsa xist kîsikê wê û got:
— Sitiya delal, ma qey mirovahî miriye ko ez cihê çûkekî li hemberî kîseke zêr şanî te bidim? Ez mirovekî şivan im; ji sibehê heta êvarî li xwezayê pezê xwe diçêrînim û êvariyan jî sitêrkan ji xwe re dikim lihêf û serê xwe datînim ser berekî reş, ji yezdan re berger dikim ko rêwingiyekî bi ser min de rêbike, bikaribim taseke şîr deynim ber, li gotinên wî/wê guhdarî bikim û ji xwe re du – sê peyvan jê fêr bibim. Te îroj bi hatina xwe ez dilşad û bextewar kirim. Tu dayik û xwişka min û mêvanê min a ezîz î. Niha emê xwe li pey vê latê veşêrin û awirên xwe berdin ser vî kevirê reş ê ez û tu li ser rûniştine. Bêhneke din berya sî bikeve ser beriyê wê çûkê em qalê dikin were û bikeve binê vî berî. Tu jî bi çavên xwe lê binêre. Ger çûkê te be, tê binasî û wê demê dilê te çawa dixwaze tu dikarî wiha bikî.
Ro careke din bi gotina şivan û camêrî û mêrxasiya wî kêfxweş bû û her du derbasî paş lata bilind bûn û bi dizî çavdêriya kevirê reş kirin.
Neptî zû ne dereng, hîn siya çiyan nû daketiye ser kêleka beriyê, dîtin ko ji nediyariyê çûkek hat û li ser kevirê reş danî û wekî li derdora xwe temaşe bike du sê fitlonek dan xwe û pişt re daket erdê, di bin ber de ji ber çavan nediyar bû û çû.
Ro dikir ko dilê wê were ber devê wê û qîr bide bang li çûkê xwe bike! Lê ji ber ko carekê bi zimanê xwe nekarîbû, ji bo wê bibû westandin û hesreta heft sal û heft rojan.
Piştî çûk di binê kevirê reş de nediyar bû, Şivan û Ro ji pey latê derketin û şivan got:
— Ji rewşa te û kêfxweşiya te diyar e te çûkê xwe dît! De ka rabe alîkarî bide min ko em berê pez bizîvirînin û bidin malê. Îşev li mala me bibe mêvan û em şêwra xwe deynin ko sibe qeraseyekî bi xwe re bînin, kevirê reş bilind bikin û hêlîna çûkê te bibînin.
Ro ev pêşniyar pejirand û alîkarî da şivên ko pez komî serhev bikin û berê wê bidin malê. Heta gihiştin malê tarî ket erdê û pez xistin govê, derbasî ser banê xanî bûn. Jina şivên ew bi dilekî germ pêşwazî kir û ji wana re sifreya xwarinê danî. Piştî xwarinê Ro daxist xwarê û jê re av germ kir, li ber rûnişt bi heft qalip sabûn serê wê şuşt û qirêja laşê wê paqij kir. Pişt re bi heft şehên hestînî porê wê şeh kir heta hate xwarê. Ji kulînê kirasekî xwe yê ji bûkaniyê maye derxist û lê kir. Pişt re gavekê vekişiya paş de û li ber ronahiya çirayê ji xwe re li vê bejn û bala lihevhatî ya spehî nêrî û dilê xwe bi vê mêvana delal şewitand ko çawa heft sal û heft rojan bi pey çûkekî ketiye û li van çol û cebelan perîşan bûye!
Ro di van heft sal û heft rojên ji malbava xwe veqetiyaye û bi xerîbiyê ketiye de, cara yekem bû bi dilekî rehet, xeweke têr kir. Dema dîkê berbangê bang da, tev bi hev re rabûn û ji şîr û nîvişk taştê xwarin û bi şivên re berê pez da cihê kevirê reş ê çûkê heftrengî ketibû binê. Heta pez gihişt ber kevirê reş, Rok bejnekê bilind bibû û germahiya xwe dabû ser beriyê. Şivan pezê xwe berda çêreyê û ji tûrê xwe qerase derxist û hat ber kevirê reş rawestiya. Qerase xist bin kevir û ew û Ro bi hev re hêza xwe dan ser û kevirê reş bilind kirin. Dema kevir bilind kirin dîtin ko ne hêlîna çûkekî, devê şikeftekê di binê kevir de ye.
Ro keçeke jîr û hişmend bû; têgihişt ko çûkê wê li vê derê ne tenê ye û hikmetek di vê şikeftê de heye. Ji bo wê spaziya xwe ji şivên re kir û got:
— Birayê delal, ez vê qenciya te ti caran jibîr nakim. Ezê niha dakevim hundirê şikeftê û heta êvarî sî bikeve ser beriyê, li hêviya hatina çûk bimînim; lê ji bo nizanibe kes ketiye hundir û li hêviyêye, tu bi pey min re kevir dîsa deyne cihê wê û wekî berê bike.
Ro piştî gotina xwe qedand, daket hundirê şikeftê û şivan pey re kevir dîsa gêrî ser devê şikeftê kir û anî sêra berê.
Ro di hundirê şikeftê de bi çavkorî meşiya û ji xwe re qorziyek dît, xwe tê de veşart û li hêviya êvarî ma.
Dema bi xwe hisiya ko Rok ber bi êvarî ve diçe, di qorziya xwe de awirên xwe dirêjî devê şikeftê kir û bi gurme gurma dilê xwe, li hêviya hatina çûkê xwe ma.
Neptî zû ne dereng, reşahiyek, di bin kevirê li ser devê şikeftê re firiya hundir û bi ketina wî ya hundirê şikeftê re, şikeft weke bibe nîvê rojê wiha ronahî bû. Çûk hat û li nîvê şikeftê rawestiya; du sê fitlonekan li derdora xwe fitilî û pişt re baskê xwe ji hev vekirin û xwe daweşand; bi carekê re bû xortekî spehî û bedew ko roja yekem çawa ji nava qalikên zebeş derketibû û Ro bi heft dilan dil ketibûyê, dîsa bi wê bedewî û spehîbûnê derketibû holê. Ro careke din bi dîtina wî ne bi dilekî bi heft dilan dil ketyê û ji qorziya xwe lê veşartiye derket û xwe avêt hembêza hevalê xwe yê jiyanê yê ko hîn bi hev şa nebûne û heft sal û heft roj in bi hesreta dîtina wî bi çol û cebelan ketiye, li welatên xerîbiyê heft çarox û heft gopalên hesin mihandiye…
Xortê bedew dema Ro dît veciniqî û bi ser de qêriya ko bi çi hiş û aqilî hatiye ketiye vê şikeftê û got:
— Min ji te re negot bi pey min nekeve û ger tu heft çarox û heft gopalên hesinî bimihînî jî tu min nabînî? Ka bêje tu çawa hatiyî vir û kê ev der şanî te daye. Ma tu nizanî vê derê şikefta Dapîra Mîrê Cinan e!? Bêhneke din wê Dapîra Mîrê Cinan were û çawa bikeve hundir wê bêhna te bike û hû bike te, te bê giyan bike û daqurtîne! Te serê xwe jî xist belayê, serê min jî xist belayê. Tu li min mukir nehatibayî, evqase tişt ne bi serê min dihat, ne jî bi serê te dihat. Ji ber ko tu li min mukir hatî, Dapîra Mîrê Cinan ez anîme vê derê û ez siza kirime ko heta heye jê re xizmetê bikim. Niha ko were hundir wê bêhna te bike û hû bike ser te, bi hilma devê xwe wê giyana te bistîne û te ji xwe re bike şîv!
Ro wiha hizirî ko hevalê wê yê jiyanê ji bo çavê wê bitirsîne û wê rêbike malê wiha dibêje. Lê piştî geryana heft sal û heft rojan ko gihiştibû hevalê xwe çawa dikarîbû dev jê berdaya û destvala bi ser hemwelatiyên xwe de vegeriyaya?! Destên xwe avêt derdora situyê hevalê xwe û got:
— Êdî li ser ruyê vê dinyê ji min re bêyî te jiyan nîne! Vê yekê zanibe ko ji vê gavê û pê de ez bimrim bi te re me, ez bimînim bi te re me! Ne Dapîra Mîrê Cinan, eşîra mîrê cinan tev werin û hû bikin ser laşê min û min qet qet bikin daqurtînin, ez dîsa terka te nakim û dev ji te bernadim. Ger mirineke min hebe, bila ne bêyî te, li gel te be!
Bi vê gotinê agir ket dilê xortê spehî û rondik herikîn ber mijankên wî. Bi destê hevala xwe ya hîn ti xêr ji hev nedîtine girt û got:
Hevala min, jîn û evîna dilê min; ka guh bide ser gotinên min ko ev roja xêrê li min û li te nebe roja me ya dawî! Bêhneke din wê Dapîra Mîrê Cinan were hundir û ji heybeta wê, wê bibe kurpe kurpa dilê te û tê bidî ber qîran! Lê qe ne vê carê bi ya min bike û bi zimanê xwe karibe. Niha ezê heft den û heft devikên wan bînim û te di hundirê wan de veşêrim. Dema Dapîra Mîrê Cinan were hundir divê tu qet dengê xwe nekî û hilma xwe jî nestînî û bernedî! Wê dapîr çawa bikeve hundir bi ser min de hil bibe û bêje; ‘Bêhna mirovan tê min! Ka ew mirov li ko ye; bîne ez hû bikimê ko bê giyan bikim û daqurtînim bixwim!’ Wê gavê ezê sond bixwim û bêjim ko li hundir ti mirov nînin û ji ber xwe ve bêhn dike. Lê wê ew ji min bawer neke û bang li te bike ko tu derkevî derve.
Destpêkê wê nav di xwe de bide û bixwaze te bitirsîne ko tu derkevî derve; lê tu tu bî, ti caran bi tirsdayînên wê dernekevî derve; ger tu derkevî, di cih de wê hû bike ser te û te bê giyan bike û daqurtîne!
Piştî ko bi navdayîna xwe tu derneketî, wê soz û peymanan bide te û bixwaze te wiha bixapîne derxîne derve; lê tu tu bî, ti caran bi sozdayînên wê nexapî û dernekevî derve; ger tu derkevî wê ev bibe dawiya te û herwiha dawiya min!
Dema dît ko dîsa tu derneketî derve, wê demê wê bêje, ‘Derkeve ey çêlîka mirovan, bextê min ji te re, were li ber min raweste û daxwaza xwe bêje ko ez te azad bikim!’
Wê gavê êdî tu dikarî ji kawaran derkevî lê tu tu bî ti caran ji pêş ve tu xwe nêzî Dapîra Mîrê Cinan nekî; her çiqasî bext bide te jî dîsa heta tu şîrê wê nemijî baweriya xwe pê neynî û dernekevî pêşberî wê. Dema tu ji kawarê derket bi dizî ji paş ve xwe nêzî wê bike û rahêje guhanê wê bixe devê xwe û di nava diranên xwe de bişidîne. Wê ew xwe bi vî alî û wî alî de bihejîne, wê xwe hilavêje û deyne ko guhanê xwe ji nava dev û diranên te veqetîne; lê tu tu bî, ti caran guhanê wê bernede heta ko ji te re bêje; ‘Temam çêlîka mirovan min bext da te, êdî tu dikarî werî hizûra min û daxwaza xwe ji min re bêjî!’
Dema Dapîra Mîrê Cinan wiha got, ‘Min bext da te’ êdî divê tu zanibî ko ti zirara wê nagihêje te û tu dikarî guhanê wê berdî, werî hizûra wê û daxwaza azadberdana min û xwe bikî!
Ro, yek bi yek peyvên hevalê wê gotin guhdar kir û ket hundirê heft denên hevalê wê anîn û heft qapax bi ser xwe de girtin ko Dapîra Mîrê Cinan zû bi zû bêhna wê neke.
Bêhneke din, wekî erd û ezman tev biheje şikeft ji cihê xwe lerizî û gurminiya dengê lingê Dapîra Mîrê Cinan li ber derî hat. Ji gurmînî û hurminiya jê dihat kezeba Ro hat ber devê wê û hindik mabû ji tirsan re dilê wê rawestiyaba. Lê, hevalê xwe û gotinên wî anîn bîra xwe û wêr da xwe, di cihê xwe de rûnişt û li hêviya ketina dapîrê ya hundir ma.
Neptî kevirê ber devê şikeftê hat hilgavtin û Dapîra Mîrê Cinan ket hundir. Çawa gava xwe avêt hundirê şikeftê bi ser xortê li hundir de qêriya û got:
— Himm… Bêhna mirovan tê pozê min kurê min; ka zû ji min re bêje ev mirov kî ye û li ko ye? Ka bîne ko ez hû bikim ser û bê giyan bikim û daqurtînim, zikê xwe têr bikim û li ser têr xew bikim!’
Xort hat li pêşberî dayika xwe rawestiya û dest bi sondxwarinan kir û got:
— Bi hêz û sêhra dapîr û bapîrên xwe sond dixwim ko lingê ti mirovan li vî hundirî li ser erdê nîne û ti mirov di vî hundirî de nînin!
Lê Dapîra Mîrê Cinan, ji sonda kurê xwe bawer nekir û li derdora xwe çû û hat û nav di xwe de da û got:
— Hey mirovê/a mirov; tu kî bî û li ko bî zû derkeve û were hizûra min, xwe biavêje ber lingê min ko ez te bibexşînim. Ez dapîra mîrê cinan im ko gaveke min li erdê, gaveke min li ezmanan e; ez Dapîra Mîrê Cinan im ko di şevekê de dikarim qesr û qonaxan ava bikim û hilweşînim. Ez Dapîra Mîrê Cinan im ko dikarim avên kaniyan biçikînim û ji guhanên pezan xwînê biherikînim. Ez Dapîra Mîrê Cinan im ko dikarim erd û ezmanan tije ewrên reş bikim û cîhanê li mirovan tarî bikim. Ez Dapîra Mîrê Cinan im ko mirovê bi ya min neke, xwe di heft denan de jî veşêre, dikarim derxim û hû bikim ser, wê/wî di cih de bêruh bikim û bi gepekê daqurtînim ji xwe re bikim şîv û li ser têr xew bikim. De ka tu kî yî û li ko yî, ji min re bêje û derkeve derve ko hîn min tu bi destê xwe dernexistiye û hû nekiriye ser ruyê te!
Ro di hundirê heft denan de wiha dilerizî û diranên wê wiha li hev dişerqiyan ko dengê lerizîn û şerqiniyê den di cihê xwe de dilerizandin. Heta hêz tê de hebû bi diranên xwe, lêvên xwe gez kirin û her du destên xwe li ser devê xwe gihand hev ko liv û deng jê çênebe û Dapîra Mîrê Cinan çiqasî nav di xwe de da, wê yek devik jî ji devikên denan bilind nekir û derneket derve.
Dema Dapîra Mîrê Cinan dît ko kesek dernakeve derve; vê carê dîsa xwe hilavêt û her du guhanên xwe yên bi erdê re dikişkişîn avêtin ser milên xwe û qûn da erdê û dest bi sozdayînan kir û got:
— Tu kî bî û li ko derê xwe vaşartibî zanibe ko ez Dapîra Mîrê Cinan im; ez xwediyê rehm û xêran im. Ez Dapîra Mîrê Cinan im; xwedî hêza herikîna kanî û çeman im. Ez ew im ko dikarim evîndaran bigihînim hevûdu û dilên bi hesret şa bikim. Ez ew im ko dikarim rêkên dûr nêzîk, çolên bej têr av, dilên bi kul têr derman bikim. Ez ew im ko mirova/ê bikeve mala min destvala venagerînim û çi miradê wê/wî hebe di cih de pêk tînim. Tu kî bî, li ko bî derkeve û were pêşberî min û lêborîna xwe ji min bixwaze ko ez te azad bikim û bi rêka te de rêbikim! Ger tu bi xwe dernekevî, tu xwe di hundirê heft denan de jî veşêrî, ezê te derxînim û hû bikim ser te ko tu di cih de bê giyan bimînî û te bikim gepek û daqurtînim ko ji xwe re bikim şîv û li ser têr xew bikim!
Ro careke din di hundirê denan de lerizî û veciniqî; her du destên xwe bi ser devê xwe de dewisand û li cihê xwe rawestiya û guh neda sozdayînên Dapîra Mîrê Cinan!
Dapîra Mîrê Cinan dema dît ko dîsa kesek derneket derve, vê carê pala xwe da erdê û pişta xwe da deriyê şikeftê û got:
Tu kî bî, li ko bî; li gorî ko tu ne ji çavtirsandinên min tirsiya, ne jî bawerî bi sozdayînên min anî û derneketî derve, diyar e tu keseke/î bi hiş û dil î! De ka derkeve derve, ez Dapîra Mîrê Cinan im; bextê min ji te re ko tu derkevî derve, ez tiştekî bi te nekim û çi daxwaza te hebe bi cih bînim.
Lê Ro hemû gotinên hevalê xwe anî bîra xwe û dîsa dengê xwe nekir; bes bi dizî û bi hêdî yek bi yek devikên denan bilind kirin û derket derve. Ji paş ve xwe nêzî Dapîra Mîrê Cinan kir û guhaneke wê ya di ser milê xwe re avêtibû nava pişta xwe, girt û xist devê xwe û pê re heta hêza wê hebû bi diranên xwe givaşt û dest bi mêtinê kir!
Dapîra Mîrê Cinan bi girtin û gezkirina guhanê wê bi carekê re veciniqî û ji cihê xwe rabû xwe hilavêt jorê û xwe li erdê xist. Xwe bi vî alî û vî alî de avêt û xwest ko ji vê mirova li ser pişta wê ya guhanê wê xistiye devê xwe xelas bike. Lê çi kir û nekir mirovê guhanê wê berneda!
Dawî Dapîra Mîrê Cinan rawestiya û got; ‘Tu kî bî û ji ko hatibî ka dakeve xwarê, bextê min ji te re; were hizûra min û daxwaza xwe ji min re bêje.’
Wê demê Ro guhanê Dapîra Mîrê Cinan berda û daket xwarê! Dapîrê Ro û kurê xwe danîn pêşberî xwe û ji wana re got:
— Min dizanîbû ko wê rojekê ev qeda were serê min û kurê min dil bikeve mirovekê û ji min veqete! Ji bo wê dema te li ser banê qesrê veşareya kurê min eşkere kir, min ew kir çûkek û anî cem xwe ko xizmeta min bike û te jibîr bike. Lê tu nesekinî û bi heft çarox û heft gopalên hesinî bi pey evîna xwe ketî û heta te nedît, tu ne li ber sar û seqemê, ne jî li ber germahiya çol û cebelan nerawestiyayî. Ev jî diyar dike ko evîna we ji dil e û tiştekî ji niha û pêve ez bikim û bikevim navbera we nîne. Evîndarê te kurê min e û mîrê tevahiya cinên vê dinyayê ye! Ji nava mîran keça kîjan mîrî bixwesta minê di wê bêhnê de jê re biguhezta; lê wî dil berda te û ji bo bigihêje te, min ew di nava du qalikên zebeşan de li mala Sarê ya jina Gavanê li welatê di navbera du gol û du çeman de anî dinyê. Ew kurê Dapîra Mîrê Cinan e ko xwediyê sêhr û huneran e. Lê madem hûn dixwazin dîsa vegerin ser xaka dê û dapîrên xwe û wekî mirovan di nava mirovan de bijîn, wê demê kurê min jî weke te dibe mirov û hemû sêhr û hunera wî ya ji cinitiyê tê wê betal bibe û ew jî wekî mirovekî wê jiyana xwe bi ked û xwêhdana xwe bidest bixe. Ger hûn vê yekê dipejirînin ezê destûra we bidim ko hûn vegerin ser xaka xwe!
Kurê Dapîra Mîrê Cinan destê xwe danî ser destê evîna xwe Ro û ji dayika xwe re got;
— Dayê, hîn dema te ez nexistibûm navbera du qalikên zebeş û li mala gavên neanîbûm ruyê dinyê; min xweşikbûn û bedewbûna Ro dîtibû û ne bi dilekî bi heft dilan dil ketibûm bejn û bala wê! Ne ko ez ji sêhr û hunera xwe dûr bikevim, ne ko ez ji cinitî û cîhana cinan veqetim; ger laşê min qet qet ji hev vekin û her qetekî rêbikin seriyekî dinyê, dîsa jî ez terka hezkirin û dilketina Royê bernadim û ji bo xatirê jiyankirina bi wê re ez amade me bibim mirovek û di nava mirovan de wekî mirovan bi keda destê xwe û xwêhdana eniya xwe bijîm.
Li ser vê yekê Dapîra Mîrê Cinan kurê xwe û Ro hembêz kir û rondik bi ser wan de barandin. Wê şevê heta berya berbangê ew di hembêza xwe de dan xewkirin û bêhna wana kişand hinava dilê xwe. Sibê, bi berbangê re ji xew hişyar bû û Ro û kurê xwe ji xew rakir û axaftina xwe ya dawî bi wana re kir û got:
— Ji qasî ko tu bû çûkek û firiya hatî gel min û Ro bi pey te ket, li ser xaka dapîr û bapîrên Ro, her ewrên reş û tarî hene û her ji kaniyên wan heriya sor û ji guhanên pezên wana xwîn diherike. Ji wê rojê û vir ve, li ser wê xakê ne keçan şû kiriye, ne zava bi ciwaniya xwe şa bûne û ne jî dayikan zarok anîne ruyê dinyê. Darên wan ên fêkî hişk bûne, giyayên wan zer bûne, heywan û ajalên wana tev stewr bûne û her yek kunêr û bîrovek di laşê wana de vebûne ko heft bijîjkên ji heft welatan anîne, dîsa nikarîne derman bikin. Sedem tev veqetîna we evîndaran ji hev bû; lê niha hûnê bi destê hev bigrin û vegerin ser xaka welatê di navbera du gol û du çeman de. Dema hûn bigihêjin tixûbên xaka welatê Ro, wê li wê derê jiyan ji nû ve bizê! Ji bo wê kurê min ez di nava mirovan de navê te datînim Zê ko her tiştê li wî welatî ziwa û stewr bûye ji kerema evîna we re ji nû ve şîn were û bizê.
Zanibe ko Zê navekî bi qedr û bi qiymet e! Ger zê tinebe wê Rok çawa bizê û ronahiya xwe bide ser xwezayê ko ins û cins rengan ji hev binasin, derûdora xwe bibînin û dil bikevin xweşikbûna hev!?
Ger zê tinebe wê çawa kanî û robar bizên ko bi avên xwe erd û mêrgan şîn bikin û jiyanê bidin reh û qurmên daran û hemû teamên cîhanê biberhimînin!?
Ger zê tinebe wê çawa hemû ajalên dinyê bikaribin çêlîkan bizên ko nifşên xwe bidomînin û ji hezarên salan û vir ve werin û bi hezarên salan û wir ve biçin?!
Ger zê tinebe çawa dayik wê zarokên weke we xweşik û spehî bizên û dil bikevin hev û bi hev re jiyanê biafirînin?!
Ji bo vê ez navê te di nava mirovan de datînim Zê ko tu Bi Ro re zayîneke nû ji welatê mirovan re bibî û bi gihiştina we ya ser xaka welatê xwe; ji guhanên pez şîrê spî, ji kaniyan ava spehî biherike! Dar û berên hişk şîn bibin û fêkiyan biberhimînin. Ajalên stewr tev cote cot çêlîkan bizên û jinên li hêviya zarokan bigihêjin miradê xwe. Careke din li ser xaka welatê we Ro hil bibe û kêf û şahî dest pê bike!
Dapîra Mîrê Cinan her du zaroyên xwe careke din bi kelegirî himbêz kirin û bi wana re heta ber deriyê şikeftê hat. Kevirê reş ê li ber devê deriyê şikeftê bilind kir û ew derbasî derve kirin. Careke din vegeriya şikefta xwe û bi halê xwe giriya, heta ko rondik hew ji çavên wê bariyan…
***
Li welatê Royê, ji roja xatir ji malbata xwe xwestibû û bi rê ketibû kesekî xêr û xweşî nedîtibû û her di nava şîn û nexweşiyê de bûn. Ji wê rojê û vir ve dema pezê xwe didotin ji guhanan xwîn, dema şerbikên xwe didan ber kaniyan ava sor diherikî…
Wê rojê li ser tixûbê welatê di navbera du gol û du çeman de dîsa şivan li bêriyê pez kom kiribûn û bêrîvan hatibûn ji guhanan şîrê bûye xwîn didotin. Ji wana bêrîvanek dema guhanê pezê di dest de givaşt, dît ko mizek ji şîrê pez spî herikî! Mizeke din dot û dîsa dît ko spî diherike. Di cih de berdoşa di dest de avêt erdê û bi lez ber bi qesr û qonaxa padîşah ve reviya. Dema bi bêhneke çikiyayî gihişt qesrê û diyar kir ko mizginiyek ji padîşah re aniye, di cih de derî li ber vekirin û ew hewandin hizûra padîşah. Ji xwe ji roja keça wî derketibû xerîbiyê padîşah ferman dabû ko kî were ber deriyê qesrê û mizginiyê jê re bîne, di cih de deriyan li ber vekin û bînin dîwana wî.
Bêrîvan bi lez gotinên xwe li pey hev rêz kirin û li ber bêriyê çawa şîr didot û çawa bi carekê re dît ko ji guhanê pez ne xwîn, şîrê spî diherike, nuqutiye dilê wê ko keça padîşah Ro û hevalê wê yê jiyanê Zebeşo vegeriyane ser xaka welatê xwe û ji bo vê mizginiyê bide, pezê xwe li bêriyê hiştiye û hatiye hizûra padîşah ko xelata xwe ya padîşah soz dabû bigre.
Li ser vê yekê padîşah bang li wezîrê xwe kir û ferman da ko bi lezgînî desteyek siwarî amade bikin û bi aliyê bêrîvan qalê dike ve bi rê bikevin û keça wî û zavayê wî pêşwazî bikin.
Hîn ew wiha diaxiftin ko li ezmanê welatê di navbera du gol û du çeman de, bi carekê re ewrên reş û tarî belav bûn û tîrêjên rojê di derî û şibakeyên qesrê re xwe dirêjî hundir kirin. Keç û jinên cer û şerbikên wan di destên wan de li ber kaniyê rawestiyabûn, ji nivşkê ve dîtin ko ji kaniyê êdî ne heriya sor, ava spehî û zelal herikî û bi coş û şahî destê xwe birin ber û bi hesreta heft sal û heft rojan têr av vexwarin.
Di wê rojê de hemû dayikên heft sal in bi ducaniyê li hêviya zayinê bûn, zarokên xwe anîn ruyê dinyê. Hemû ajalên stewr bibûn, zan û çêlîkên cêwî anîn. Kat û pelên daran careke din hişîn bûn û berhemên bi tam dan…
Ber bi êvarî re desteya leşkerên bi rê ketibûn li gel Ro û hevalê wê yê jiyanê vegeriyan bajêr û li ber deriyê bajêr, Padîşah, wezîr û heyeta şêwirmendan û gelheya bajêr ew bi kêf û şahî, bi çepik û tililiyan pêşwazî kirin. Padîşah ferman da ko şîna heft sal û heft roj in tê kişandin rabe û def û dîlan lidar bikeve ko kî dilê wî di kê de be, bi daweteke çel roj û çel şevan tev şû bikin û bi hev şa bibin!
Careke din dîlan û govend li dar xistin û keça padîşah Ro û kurê mîrê cinan Zê di daweteke çel roj û çel şevan domiya de gihiştin miradê dilê xwe. Gelheya bajêr careke din gihişt jiyana xwe ya asayî û baxçe û bistanên xwe, pez û dawarên xwe yên berhemdar.
Padîşah û malbata wî gihiştin keça xwe û bûn xwediyê zavayekî bedew.
Gavan û jina wî Sarê êdî bi dilekî rehet dikarîbûn bihatana gel hev; ji ber ko ji roja kurê Sarê û bûka wê ji malê terikî bûn, Sarê livînên xwe li gavên herimandibû. Bi hatina kurê wan û bûka wan ew jî careke din gihiştin hev û miradê dilê xwe!
Ro û Zê piştî daweta wan a çel roj û çel şevan hatin xaniyê dê û bavê xwe û di nava mirovan de qasî temenê mirovan bi hezkirin û dilşadî û bi keda û xwêhdana xwe, jiyan kirin... »Bixwîne |
 |  |  |
 |
STOCKHOLM, 17/7 2005 — Firat Cewerî sala 2003-yê Antolojiya çîrokên kurdî wekî du cild derxist û ev biyografiya li jêrê jî di heqê jiyan û berhemên çîroknivîsên kurd de ye. Nefelê beşek ji çîrokên van çîroknivîsan belav kir û ji ber hindê dê ji xwendevanên Nefelê re balkêş be ko bizanin ka nivîskarên wan çîrokan kî ne.
****
ABIDÎN PARILTI
Abidin Parilti di sala 1977an de li Nisêbînê hatiye dinyayê. Heta bi lîseyê li Nisêbînê xwendiye û paşê koçî Îzmîrê kiriye. Ew niha li Îzmîrê, li unîversîteya bi navê »Dokuz Eylül Üniversitesi« beşa drama û nivîskariyê dixwîne. Heta niha gelek nivîs, hevpeyvîn û wergerên A. Parilti yên bi kurdî û tirkî di kovar û rojnameyên kurd û tirkan de hatine weşandin.
ADAR JIYAN
Adar Jiyan di sala 1962an de li gundê Dengiza ko girêdayî Stewra Mêrdînê ye, hatiye dinyayê. Ew mamoste ye. Wî heta niha di gelek kovar û rojnameyên mîna Azadiya Welat, Jiyana Rewşen, Nûbihar, Gulistan û Kevanê de nivîsandiye. Bi navê »Seyrê« ji çîrokên gelêrî kitêbek weşandiye.
BABAYÊ KELEŞ
Babayê Keleş di sala 1947an de hatiye dinyayê. Kalikê wî – Dodoyê Baba aqilmendekî dema xwe bû. Wî neviyê xwe – Baba bi serpêhatî, destan, beyt û çîrokên kurdan mezin kir.
Babayê Keleş beşa kurdzaniyê ya Ûnîversîteya Yêrêvanê xelas kiriye. Paşê 18 salan di redaksiyona rojnama kurdî »Rya teze« de kar kiriye.
Heta niha pirtûkeke wî bi sernivîsa »Nîşanî« çap bûye ko tê de 14 serhatiyên bijare hene.
Xên ji vê pirtûkê, gelek serhatiyên wî di almanaxa »Bahara teze" de çap bûne, ko her sal li Yêrêvanê çap dibû. Çend serhatiyên wî bi ermenî û rûsî jî çap bûne. Pirtûkeke wî ya din jî li ber çapê ye.
Babayê Keleş jî mîna gelek ronakbîrên kurdên Sovyeta berê ji dest rewşa aborî, ji Ermenistanê derketiye û berê xwe daye biyanistanê.
Ew niha digel malbata xwe li Rûsyayê dijî.
BÛBÊ ESER
Bûbê Eser di sala 1955an de li gundê Xozberiya Dêrika Çiyayê Mazî hetiye dinyayê. Wî dibistana xwe ya destpêkê li Qesra Qenco, navîn û lîse jî li bajarê Mêrdînê di sala 1973an de qedand. Wî di sala 1971ê de dest bi siyasetê kir. Di sala 1975an de li Enqerê dest bi xwendina bilind a bi navê ‘Ankara Ýktisadi Ticari Ýlimler Akedemisi’ kir.
Di sala dawîn de ko wî ê unîversîta xwe biqedanda, polîsan di dîroka 02.02.1980yî de li Diyarbekirê, li cihê karê wî ew girtin. Ew 72 rojan di îşkencê û nêzîkê 3 salan jî di girtîgeha bi nav û deng ya Diyarbekirê ko navê wê 5 nolu bû de ma û di 19.05.1983an de ji girtîgehê hat berdan.
Piştî berdana xwe ya girtîgehê, ji ber binçavkirina polîsan û nexweşiya xwe mecbûr ma ko welatê xwe biterkîne.
Ew di dîroka 24.11.1983an de li Swêdê bi cih bû û hê jî li wir dijî.
Bûbê Eser ji sala 1992an û vir de dinivîsîne. Berhemeke wî a bi navê Gardiyan ko li ser rewşa wê girtîgeha bi nav û deng e di sala 1994an de di nav weşanên ROJA NÛ de hatiye weşandin. Ew roman bi zimanê yunanî jî hatiye wergerandin û weşandin.
CANKURD
Cankurd di sala 1948an de li gundê Meydankê / rojavayê Kurdistanê hatiye dinyayê. Xwendina xwe ya destpêkê li gundê xwe û ya navîn û lîse jî li Efrîn û Helebê biriye serî. Du salan piştî lîseyê li Enstîtuya Amadekirina Mamosteyan / beşê zimanê erebî li Helebê xwendiye. Ji ber xebata siyasî gelek caran hatiye girtin û îşkencekirin.
Cankurd di sala 1979an de çûye Almanyayê û xebata xwe ya siyasî û çandî dewam kiriye.
Ew bi kurdî, erebî û almanî dinivîse û heta niha ev berhem çap kirine:
Bi kurdî: Gundê Dîna, kurteçîrok.
Selahdînê Eyûbî (Kurdekî cîhan hejand)
Alexander Jaba (Berhevoka çêrokên kurmancî)
Dilopeka xwîna dila, helbest.
Bazirganê Vênîsiya – Werger ji Shakespeare.
Bi erebî: El–Muslîmon wel Qediye El–Kurdiyye.
El –Hîlal El–Meeqof.
El–Merhele Errahîne mîn Kîfah Eşeeb El–Kurdî.
Bi almanî: Pirtûkek li ser rewşa rojavayê Kurdistanê wek (Gutachten) belav kiriye.
CELADET ALÎ BEDIR–XAN
Celadet Alî Bedir – Xan di sala 1893an de li Stenbolê hatiye dinyayê. Ew di salên bîstî de ji bo doktorayê diçe Almanyayê. Doktoraya xwe ya huqûqê dike û di salên sihî de vedigere Şamê. Şam hingî di destê fransizan de ye. Celadet li wir dest bi têkoşîna kurdayetiyê dike û dibe yek ji pêşengên tevgera Xoybûnê yê girîng. Piştî ko serîhildana Agiriyê têk diçe, Celadet Bedir– Xan destê xwe ji siyasetê dikişîne û xwe bi hemû hêza xwe dide kultur û edebiyatê. Ew di sala 1932an de dest bi weşandina kovara HAWARê dike. Ji sala 1932an heta 1943an 57 hêjmarên HAWARê derdikevin. Ji bilî kovara HAWARê jî wî ji nîsana 1942an heta adara 1945an bi navê RONAHÎyê kovareke din derxistiye. Ev kovara ha jî xwerû bi kurdî bû û li ser hev 28 hejmar derketine. Ji bilî kovarên HAWAR û RONAHÎyê Celadet Bedir–Xan ev pirtûkên ha jî nivîsandine: Elîfba Kurdî, Rêzimana Kurdî, Ferhenga Kurdî, Rêzana Elfabeya kurdî, Rûpelnine Elfabê, Dibaca Mewlûdê, Dibaca nivêjên Êzdiyan, Nameyek ji Mustafa Kemal paşa re, Ji Mesela Kurdistanê, wergera çîroka Conî û Cimêma û bi dehan nivîs û gotarên çapkirî û neçapkirî… Herweha Celadet Bedir–Xan digel birayê xwe Kamiran bi riya weşanên Hawarê bi dehan pirtûk pêşkêşî pirtûkaxaneya kurdî kirine.
Celadat Bedir–Xanê ko ji bilî navê xwe li dor deh navên din jî bi kar anîne, di 15.07.1951ê de mîna gelek pêşeng û rewşenbîrên kurdan, ji welatê xwe dûr, li Sûriyê wefat kir. Ew niha li Şamê veşartî ye.
ÇIYA MAZÎ
Çiya Mazî di sala 1960î de li gundekî Şemrex (Mazîdax)a Mêrdînê hatiye dinyayê. Ew ji sala 1993an û vir ve bi kurdî dinivîsîne. Ji wê salê û heta niha gelek helbest, kurteçîrok, zargotin û nivîsarên wî di kovar û rojnameyên wek Zend, Jiyana Rewşen, Welat, Aazadiya Welat, Ava Şîn, Hîwa, Mehname, Avesta û Kevanê de weşiyane. Bi navê »Mistek jiyan" kitêbeke wî ya kurteçîrokan heye.
DILAWER ZERAQ
Dilawer Zeraq di sala 1965an de li Farqînê hatiye dinyayê. Wî ji dibistana seretayî heta lîseyê xwendina xwe li Farqînê temam kiriye û di sala 1985an de Zanîngeha Dîcleyê Beşa Matematîkê qedand. Di sala 1997an de dest bi nivîsandinê kir. Ji hingê ve ye çîrok û nivîsarên wî di kovar û rojnameyan de belav dibin. Pirtûkeke wî ya bi navê Kakil çap bû. Wî çîrokên bijarte ji çîroknivîsê tirk Sait Faik wergerandiye û ji bo çapê amade kiriye. Ew niha jî li Diyarbekirê dijî.
Dr. CUWAN BATÛ
Dr. Cuwan Batû li gundê Şêxê Reş, Şirnexê hatiye dinyayê. Wî di salên 1980-1987an de li Bulgaristanê xwendina tibbê xelas kiriye û di sala 1987an de li Swêdê bi cih bûye. Niha li nexweşxaneyeke Swêdê weke serekdoktor û berpirsiyarê beşekî cansaxiyê kar dike.
Lêkolînek wî ya zanistî li ser nexweşiyên »jibîrkirinê« (demens) bi swêdî heye.
Di nabera 1987-89an de di rojnameya Kurdistan Pressê de kar kiriye. Berê kovara »Rojbaş« derdixist, niha wê wek »RojbaşOnline« bi rêya Internetê derdixe.
Nivîsa wî ya yekem di sala 1987an de, di bin navê »Demokrasiya me« de di rojnameya »Kurdistan Press« de derket.
Pirtûkek wî bi navê »Şûjin« di sala 2000an de derketiye. Di wê pirtûkê de wî 16 kurteçîrok (fable) tê de kom kirine. Hinek nivîsên wî di rojname û kovarên kurdî û swêdî de derketine.
Ji sala 2001ê û vir ve di rojnameya »Dema Nû« de, di bin quncika »Şûjin«, her ji du hefteyan carekê nivîsên nêzîkî pirtûka Şûjinê dinivîsîne. Dr. Cuwan Batû niha li Swêdê dijî.
EBDILBAQÎ HUSEYNÎ
Ebdilbaqî Huseynî di sala 1961ê de li Qamişloka binxetê hatiye dinyayê. Wî xwendina xwe a sereke, navîn û lîse li Qamişlo xwendiye.
Pişê li Zanîngeha Şamê di navbera salên 1979–1985an de xwendina xwe di fakulteya çandiniyê de wek endezyarê çandiniyê xelas kir.
Ji sala 1999an vir ve li Nerwecê dijî.
Ji berhemên wî: Pirtûkek folklorî bi navê: Çîrokên Mîran di sala 1991ê de li Beyrûdê çap kiriye.
Herwekî berpirsyariya du kovarên kurdî dikir; Gurezek Gul (1989–1991). / Zanîn (1991–1997).
Hin berhemên wî li ber çapê ne.
Ew niha gotarên xwe bi zimanên kurdî û erebî di rojneme, kovar û malperên Internetê de belav dike.
EDÎP KARAHAN
Li gora agahdariyên ko di nasnameya wî de hatine nivîsandin, ew di sala 1930î de li Dêrika Çiyayê Mazî hatiye dinyayê. Wî heta bi lîseyê li welêt xwendiye û berî ko qeyda xwe li Fakulteya Hiqûqê ya Stenbolê de çê bike, bi qandî salekê li Fakulteya Edebiyatê, beşê felsefeyê xwendiye.
Ew yek ji wan kesan bû ko zû li kurdayetiya xwe hay bûye û bi meseleyên fikrî ve rabûye. Ji ber wê jî di sala 1953an de ji ber îthama propagandaya komunîzmê tê girtin, lê paşê berat dike.
Ew di dema telebetiya xwe de di gelek kovar û rojnameyên tirkî de nivîsan dinivîsîne; (Forum, Yeni Gün, Yeni Ortam hin ji wan in) û di sala 1957an de, ji ber nivîseke xwe ya di Forumê de şeş mehan dikeve hefsê.
Edîp Karahan di sala 1962an de bi navê Dicla–Firat rojnameyeke mehane derdixe û ew bi navên cûda di vê rojnamê de dinivîsîne. Wî bi naznavê Reşo jî di vê rojnameyê de çîrok nivîsîne.
Ew gelek caran ji ber fikrên xwe yên siyasî tê girtin û di hefsan de dimîne. Ew di sala 1963an de bi navê daweya »23yan« de tê girtin.
Di sala 1971ê de ji daweya DDKOyê tê girtin û heyşt sal ceza lê tê birîn. Piştî sal û nîvekê ji vê daweyê xelas dibe û piştî derdikeve derbasî Kurdistana başûr dibe. Li Kurdistana başûr bi navê Mam Azad tê bi nav kirin. Ew demekê di beşê ragihandinê de dixebite û paşê jî li dadgeha Comanê dadgeriyê dike.
Karahan, di sala 1976an de çû ser dilovaniya xwe. Ew zewicî bû û bi navê Tûrcel, Welat û Şiyar sê kurên wî hene.
EDÎB POLAT
Edîp Polat li gundekî Diyarbekirê ko bi ser Bismilê ve ye hatiye dinyayê. Wî dibistana seretayî li gund û Batmanê xwendiye, pişt re li Diyarbekirê pêvajoya xwe ya perwerdehiyê dewam kir. Wî weke mamostayê Biyolojiyê dest bi karmendiyê kir. Lê ji bo xebatên xwe yên polîtîk, di sala 1988an de ji kar hat avêtin. Wê salê wî bi navê Rastiya Diyarbekir pirtûkek derxist. Wî dû re ev pirtûk dan weşandin:
Berbangên Newrozê.
Di zimanê zanistî da Kurd û Kurdistan.
Şopên ji welatê bêdewlet.
Zinêkar.
Evîna min mirina bêevîn e.
Gladyatorê Kurd Ristemê Zal (Di demek nêzîk de wê were çapkirin).
Edîp Polat ji bo van pirtûkên xwe û çalakiyên ji bo ramana azad pênc sal û nîvan di zîndanê de ma.
Xelatên ko Polat heta niha wergirtine ev in: U.S.A PEN Barbara Goldsmîth xelata Azadiya nivîsê. Human Right Watch, Xelata Azadiya Ramanî.
Polat heta îro di gelek rojname û kovaran de çîrok, helbest û nirxandinên polîtîk nivîsîne. Hin ji wan ev in: Milliyet Sanat, Berfin Bahar, Yaba, Hêvî, Ronayî, Özgur Gündem, Tîroj, ÎHD Bülten, Çorba, Ütopya, Nûdem.
Edîb Polat niha li Diyarbekirê dijî.
EHMED MEHEMED ÎSMAÎL
Ehmed Mehemed Îsmaîl di sala 1943an de li bajarê Kerkûkê hatiye dinyayê. Wî di destpêka salên heftêyan de çîrokên xwe di kovar û rojnameyan de dane weşandin û mîna çîroknivîs deng daye. Heta niha çar kitêbên wî ên kurteçîrokan hatine weşandin û hin berhem jî ji tirkî wergerandine kurdî.
ELAEDDÎN SECADÎ
Elaeddîn Secadî di sala 1907an de li Kurdistana Iraqê hatiye dinyayê. Di sala 1938an de destûra meletiyê wergirtiye û li Bexdayê, li mizgefta Neîme Xatûnê meletî kiriye. Di 1939an de ketiye nav qada rojnamevaniyê, di 1941ê de bûye berpirsiyarê kovara Gelavêj û heta 49an dewam kiriye. Di sala 1948an de bi navê Nizar kovarek bi kurdî û erebî derxistiye. Di navbera salên 1958-1974an li zankoya Bexdayê mamostetiya edeb û dîroka edebiyata kurdî kiriye.
Hinek ji berhemên Secadî ev in:
Ristey Mirwarî, ji 1-8, sala 1957-1938.
Mêjuya edebiyata kurdî, 1952.
Şoreşên kurdan û şoreşa Iraqê.
Hemîşe Behar, kurteçîrok, 1960.
Destûr û ferhenga zimanê kurdî, 1961.
Edebê kurdî û lêkolîna edebê kurdî, 1986.
Kurdewarî, 1974. / Deqekanê edebî kurdî, 1978. / Nawî kurd. / Geştêk le Kurdistan. / Nirx Sinasî.
Elaeddîn Secadî di 13.12.1948an de wefat kiriye û niha li Bexdayê, li Goristana Şêx Ebdulqadirê Gêlanî veşartî ye.
ELIYÊ EBDILREHMAN
Eliyê Ebdilrehman di sala 1920î de li Kurdistana Tirkiyeyê hatiye dinyayê, lê hê di şeşsaliya xwe de digel malbata xwe ji ber zilma tirkan koçî Kafkasyayê dike. Eliyê Ebdilrehmanê xwendinhez tavilê dest bi xwendinê dike, ji bilî zanistgeha Yêrêvanê ew herweha li Bakuyê enstîtuya pedagojiyê jî xelas dike.
Sala 1955an li Yêrêvanê dîsa rojnama »Rya teze« tê çapkirin. Eliyê Ebdilrehman, di vê rojnamê de digel gotarên civakî gotarên edebî jî dinivîsîne. Riya Eliyê Ebdilrehman ya edebî ji vê rojnamê dest pê dibe.
Kitêba wî ya pêşî di sala 1959an de çap dibe. Di berhevoka »Xatê xanim« de çar afirandinên cihê hene. Ew di derheqê jiyana kurdan ya doh û îro de ne.
Eliyê Ebdilrehman gotar, helbest, çîrok û roman nivîsandine. Hin ji pirtûkên wî ev in:
»Morof«, »Gundê mêrxasa«, »Şer çiya da«, »Dê«, »Hesreta min« û »Gulista«.
EMERÎKÊ SERDAR
Emerîkê Serdar di sala 1935an de li gundê Pampa Kurda, navça Axbaranê, li Ermenistanê di maleke sade de hatiye dinyayê. Bavê wî Dewrêş, di sala 1941ê de çû şerê Almanya Nazîst û bê ser–berate winda bû. Heta niha jî Emerîk nizane bavê wî li ko û çawa şehîd bûye. Heta niha jî nizane mezelê wî li ko ye û ji bo wê heta niha jî gelekî li ber xwe dikeve. Ev tema di çîrokên wî de gelek derbas dibin. Lê dildimiya ber dilê wî ew e, ko ew ciyê mezelê diya xwe zane û her sal dixwaze here ser mezelê dayika xwe.
Emerîkê Serdar yek ji wan ronakbîrên kurdên Ermenistanê ye, ko bi kar û barên xwe alî pêşketina çand û edebiyeta kurdan bi giştî kiriye. Piştî ko çend salan di radyoya kurdî ya Yêrêvanê da kar kir, ji sala 1961ê heta roja îro li redaksiyona rojnama »Rya teze« de kar dike û ev çend sal in redaktorê wê ye.
Di karê nivîsara bedewetiyê (prosa) de keda wî jî heye. Heta niha wî çend pirtûkên serhatiyan çap kirine, gelek çîrokên wî di kovar û rojnameyan de jî derketine.
ENWER KARAHAN
Li gora qeyda wî ya nifûsê, ew di sala 1962an de li Dêrika Çiyayê Mazî hatiye dinyayê, lê li gora ko salmezinên wî dibêjin, ew di sala 1964an de çêbûye. Zaroktî û xortaniya wî li Dêrikê derbas bûye û wî heta bi lîseyê li wir xwendiye. Ew heta bi sala 1992an jî ji Dêrikê neqetiya ye.
Ew demeke kin memûrtiyê dike û gava di sala 1994an de HADEP tê damezirandin dibe yek ji dameziranê vê partiyê. Dewrekê di meclîsa partiyê de dixebite û di hilbijartinên 1995an de li Îzmîrê dibe namzetê parlamentoyê. Di kongreya dudan de ji ji vê partiyê bi dûr dikeve. Ew jî wek gelek kurdên din bi caran hatiye girtin û mahrûzî îşkence û neheqiyê bûye.
Ew bi navên cûda maqale û pêkenînên bi kurdî di rojnameya Medya Güneşi, Jiyana Nû û Rojê de dinivîsîne. Karahan, di sala 1997an de derdikeve derveyî welêt û li wir hîn bêtir îmkanên ko karibe bi karê nivîsê dakeve û bi edebiyatê re mijûl bibe pêde dike. Ew demekê berpirsiyariya Berbanga, organa FKKSyê dike û vê gavê jî li Kitêbxaneya Kurdî ya li Stockholmê kar dike. Heta niha berhemên wî di gelek kovar û rojnameyên kurdî de hatine weşandin û du kitêbên wî yên çîrokan bi navên »Şevbihêrkên şevên xalî« (2001) »Duaya êvarê« (2003) hatine weşandin.
ENWER MEHEMED TAHIR
Enwer Mehemd Tahir di sala 1949an de li gundê Tîtê, nêzîkî bajarê Duhokê hatiye dinyayê. Serî, navî û berhevî li Duhokê xwendiye û di sala 1974an de beşê kurdî li zanîngeha Bexdayê bi dawî aniye. Wî destpêkê bi zimanê erebî dinivîsî û yekem çîroka xwe di sala 1967an de belav kiriye. Paşê dest bi nivîsîna kurdî kiriye û yekem çîroka xwe di sala 1972an de, di kovara Hîvî de –li Duhokê derdiket– belav kiriye. Gotarên rexneyî û nivîsînên xwe di kovar û rojnameyên kurdî de belav kirine, di festîvalên edebî de, li Kurdistana başûr, beşdarî kiriye.
Heta niha du pirtûk çap kirine:
Ev çîroke bi dîmahî nehat, Kurdistana başûr, 1983.
Çend gotarekêt rexneyî, Kurdistana başûr, 1988.
Her wisa berhemên wî yên amade ji bo çapê ev in:
Kitêbeke kurteçîrokan. / Kitêbeke çîrokên zarokan.
Ew endamê Yeketiya Nivîskarên Kurd e û niha jî li Kurdistana başûr dijî.
EREBÊ ŞEMO
Erebê Şemo di 23.10.1897an de li gundê Susuzê li qeza Qersê, ko di wê heyamê de di bin destelatiya Rûsyayê de bû, hatiye dinyayê.
Erebê Şemo xwendina xwe ya ewil diqedîne. Di sala 1913an de, dema ko 16 salî bû derbasî ser karê paletiyê dibe.
Di sala 1914an de wexta destpêka şerê cîhanê yê ewil heta sala 1917an, Erebê Şemo ko xên ji zimanê dê, welê jî bi rûsî, tirkî, yunanî û ermenî zanîbû. Pişt re jî demeke dirêj di komîteya navendî ya partiya komunîsta Ermenistanê de cih digire.
Di sala 1931ê de Erebê Şemo li Leningradê rastî Qanatê Kurdo tê û hevaltiyeke baş di navbera wan de tê sazkirin. Ji wir dest bi xebata literaturî û ilmî dike. Li wê derê nivîsên di derheqa problemên zimanê kurdî de hazir dike û li Ermenistanê çap dike.
Di sala 1937an de ji aliyê Stalîn ve tê sirgûnkirin, wî dişînin kenarê Okêrna cemidî. Heta sala 1956an ew li wê derê dimîne.
Piştî mirina Stalîn ew azad dibe û careke din vedigere Ermenistanê.
Sala 1966an ew romana xwe ya dîrokî Dimdim belav dike. Sala 1967an jî ew li Moskovayê berhevoka Hikayetên Gelê Kurd û romana xwe ya bi navê Riya Bextewar neşir dike.
ESKERÊ BOYÎK
Eskerê Boyîk di sala 1941ê de li gundê Qundexsazê (niha Riya Teze), li Ermenistanê hatiye dinyayê.
Berê li gundê xwe, paşê li gundê cîran: Elegezê xwendina navîn standiye. Sala 1966an Enstîtuya bajarê Yêrêvanê ya Malhebûna Gundîtiyê xelas kiriye.Teza kandîdatê ulmê ekonomiyê standiye. Gelek berhemên wî yên ilmî (pirtûk, biroşûr, gotar) di derheqê pirsgirêkên aboriya malhebûna gundîtiyê de bi zimanê ermenî û rûsî çap bûne.
Di salên 60î de helbest û gotarên wî di rojnameyan de çap bûne, di radyoyê de hatine weşandin.
Heta niha ev pirtûkên wî hatine weşandin:
Şiverê, helbest, Yêrêvan, 1966. / Kulîlkên Çiya, helbest, Yêrêvan, 1975. / Sinco keça xwe dide mêr, şano,Yêrêvan, 1980. / Mem û Zîn, şano, Stokoholm, 1989. / Tîrênc, (di berhevoka BAHAR de), helbest, Yêrêvan, 1987. / Li Çiya, kurteçîok, Yêrêvan, 1991. / Duaya Serê Sibê, helbest, Roja nû, 1997. / Oda Çîrokan 1, helbestên zarokan, Roja nû,1997. / Kulîlkên Birîndar, helbest, Stockholm, 1998. / Govenda Herfan, helbestên zarokan, Stockholm, 2002.
Eskerê Boyîk niha jî li Almanyayê dijî.
EVDILE KOÇER
Evdile Koçer di sala 1977an de li gundekî Sêrtê hatiye dinyayê.
Ew li »Anadolu Universitesi Kamu Yonetimi« dixwîne.
Heta niha gelek nivîs û çîrokên wî di kovar û rojnameyên mîna Jiyana Rewşen, Pîne, Nûdem, Azadiya Welat, Firatta Yaşam, Hîwa... de derketine...
Her weha gelek nivîs jî li ser înternetê: »Mehname, Avesta, Amudê« derçûne...
Pirtûka wî a bi navê »Govendistan« ko ji nivîsên wî ên mîzahî pêk tê, di nav Weşanên Pêrî de derket...
FAWAZ HUSÊN
Fawaz Husên di sala 1953an de li binya xetê hatiye dinyayê. Ew ji sala 1978an heta bi 1992an li Parîsê li unîversîteya Sorbonnê dixwîne û di sala 1988an de dibe doktorê ziman û edebiyata firansî. Fawaz Husên endamê Yekîtiya Nivîskarên Swêdê û endamê Rêxistina Nivîskarên Fransayê ye. Ew li Parîsê dijî.
Kitêb û wergerên Fawaz Husên:
Siwarên êşê. Kurteçîrok. Stockholm, weşanxaneya Welat, 1994. / Biyanî. Wergera L’Étranger, berhema Antonio Camus. Stockholm, weşanxaneya Nûdemê, 1995. / Mîrzayê Piçûk. Wergera Le Petit Prince, berhema A. de Saint–Exupéry. Stockholm, weşanxaneya Nûdemê, 1995. / Le Fleuve. Kurteçîrok. Parîs, weşanxaneya Méréalê, 1997. / Dîroka edebiyata firansî, sedsala hivdehan û hîjdehan. Antolojî. Stockholm, weşanxaneya APECê, 1998. / La Poursuite de l’ombre. Wergera Siya Evînê, romana Mehmed Uzun. Parîs, weşanxaneya Phébus’ê, 1999. / Chroniques boréales. Kurteçîrok. Parîs, weşanxaneya L’Harmattanê, 2000. / Kurdên Haymanayê. Gotara Georges Perrot. Werger û amadekirin. Stockholm, weşanxaneya APECê, 2000. / Amîdabad. Kurteçîrok. Stembol, weşanxaneya Avestayê, 2001.
FAZIL UMER
Fazil Umer di sala 1962an de, li gundê Girreşê, nêzîkî bajarê Zaxoyê hatiye dinyayê. Serî, navî û berhevî li çendîn gund û bajaran xwendiye û di sala 1986an de, pişka nojdariyê li zanîngeha Mûsilê bi dawî aniye û niha jî li Duhokê doktoriyê dike. Wî di sala 1980ê de çîrokên xwe di kovar û rojnameyên kurdî de belav kirine.
Heta niha kitêbeke kurteçîrokan bi navê ‘Kalê peşêman’ çap kiriye.
Fazil Umer niha li Kurdistana başûr dimîne.
FELAT DILGEŞ
Felat Dilgeş di sala 1965an de li gundekî Pasûr ê (Qulpê) yê bi navê Duderya hatiye dinyayê. Xwendina xwe ya seretayî û navîn li Farqînê, ya lîseyê li Licê temam kir.
Li Unîversîteya Stenbolê felsefe û siyasetzanî xwend. Di sala 2000î de, li Unîversîteya Stenbolê, di warê siyaseta navnetewî de doktoraya xwe temam kir. Heta niha di gelek kovar û rojnameyan de nivîs nivîsîn, stûnnivîskarî kir. Di sala 2002an de, di derxistina kovara edebî û kulturî Gulistanê de, roleke girîng leyist û berpirsiyartiya wê ya giştî kir.
Kitêbên wî:
Kula Dêrsimê (1992–şano).
Rojnameya Kurdî ya Pêşîn Kurdistan (1988–Lêkolîn).
Dilşa (2002–çîrok).
FERHAD PÎRBAL
Ferhad Pîrbal di sala 1961ê de li Hewlêrê hatiye dinyayê. Di sala 1983an de li Unîversîteya Selahadînê (Kurdistana Iraqê) beşa ziman û edebiyata kurdî temam kiriye. Di sala 1986an de derket derveyî welêt. Li Parîsê li Unîversîteya Sorbonne Edebiyata Kurdî (Îrannasî) xwend. Piştî salên 1990î vegeriya Kurdistanê. Li Hewlêrê dezgeha kulturî »Mala Şerefxanê Bedlîsî« ava kir.
Kitêbên Ferhad Pîrbal:
Mal ava ey welatê min (şano, 1984).
Sibeha te bi xêr ey xerîbî (şano, 1988).
Exil (şiîr, 1994).
Serçavkanî Kurdistan (lêkolîn, 1998).
Wêneyên kurd ji arşîva kurdnasên ewrûpî (Lêkolîn, 1999).
Manîfestoya duwem î wêran spiyên nav reş–reşên nav spî (Şiîr, 1999).
Zêrê nav zibil (wergera nivîsên rojhilatnasan li ser kurdan, ji fransî werger, 1999).
Încîl di Dîroka Edebiyata Kurdî de (1857–1957).
Destpêkên serhildana pexşana kurdî (Lêkolîn, 1999).
Cudahî (Tevî neh şaîrên hewlêrî, 1999).
Petatxurekan (Çîrok, 2000).
FERHAD SHAKELY
Ferhad Shakely di sala 1951ê de li başûrê Kurdistanê, li bajarê Kerkûkê hatiye dinyayê. Ew li Kurdsitanê di salên 1973–74an de di rojnameya Birayetî de dixebite û li Swêdê jî di hundirê deh–panzdeh salan de bi kurdî û swêdî du kovaran ‘Svensk–Kurdisk Journal 1985–1989 û Mamostayê Kurd 1985–1996’ derdixe. Wî heta niha pênc kitêbên şiîran û kitêbeke kurteçîrokan bi kurdî weşandine û heft kitêbên zarokan jî ji swêdî wergerandine zimanê kurdî. Wî bi swêdî jî kitêbeke şiîran û du antolojî weşandine. Wekî din bi nave Kurdish Nationalism in Mem û Zîn of Ahmed–i Khani kitêbeke bi ingîlizî derxistiye.
Ferhad Shakly niha li Swêdê dimîne û li Unîversîteya Uppsalayê mamostetiya zimanê kurdî dike.
FEWAZ EBDÊ
Fewaz Ebdê di sala 1961ê de li gundekî nêzîkî Qamislo bi navê »Niqare« hatiye dinyayê.
Wî xwendina destpêkê li gund qedandiye, ya navîn û lîse jî li Qamişlo xwendiye.
Di sala 1980ê li zanîngeha Şamê zimanê erebî (tore û edebiyata erebî) xwend.
Di sala 1995an de li binxetê xelata Koma Xanî ya çîrokê wergirt. Bi navê »Xewaro« kitêbeke wî ya kurteçîrokan çap bûye.
Fewaz Ebdê digel çend hevalên xwe di sala 1986an de tiyatro bir gundan û di hizûra gundiyan de pêşkêş kir.
Fewaz Ebdê niha li Qamişlo dijî.
FEWZÎ BÎLGE
Fewzî Bîlge di sala 1962an de li Mêrdînê, li Dêrika Çiyayê Mazî hatiye dinyayê. Di heman salê de malbata wî koçî Qoserê kirine. Heya perwerdehiya xwe ya lîseyê qedandiye li wê derê maye. Di 1978an de li Unîversîta Stenbolê, beşa edebiyatê xwend. Heya ko dibistana xwe ya duyem, li Unîversîta Marmarayê beşa zanisteyên civakî, di sala 1987an de qedand di ajansên girafîkî de xebitî.
Ji edebiyatvanekî bêtir weke wênesaz tê naskirin û hezkirin. Wî li çar aliyên welêt bi dehan pêşengeh li dar xistine. Şeş–heft salan di navendên çand û hunerî de di gelek beşan de, bi taybetî jî li beşên hunerên şêwekariyê berpirsiyarî girt û gihaşt gelek xebatên serkeftî. Bi sedan nivîs û xebatên wî yên wêneyan di kovar û rojnameyên kurdan, weke Nûdem, Pelîn, Roj, Medya Güneşi, Jiyana Rewşen, Kevan, Tîroj de hatine weşandin.
Ev sêzdeh sal e bi keçikeke dêrikî, xweşik, arkeolog re zewiciye. Bi navên Sultan Stêra û Serhat Berzan du zarokên wan hene.
Ev çend salên dawiyê li Batmanê dijî, di kargeha xwe ya hunerên şêwekarî de gelek şagirt gihandine. Ev sê salên dawiyê weke çîroknivîsekî tevdigere û pirtûka xwe ya yekemîn ji dosyayên xwe yên çîrokan yek, bi navê »Jidilara« di 2002an de weşand. Di demeke kin de albumeke wî ya ko ji wêne û nivîsarên şîroveyên wêneyên wî pêk tê wê bigihêje xwendevanan.
FIRAT CEWERÎ
Firat Cewerî di sala 1959an de li gundekî Dêrika Çiyayê Mazî hatiye dinyayê, di salên heftêyî de digel malbata xwe li Nisêbînê bi cih bû, di 80ê de koçî Swêdê kir û heta niha jî li Swêdê dimîne. Wî berî 80ê dest bi nivîsandina kurdî kir, deh salan kovarek bi navê Nûdem derxist, di şaxên cihê de li dor deh kitêban nivîsandine û deh–donzdeh kitêb jî wergerandine zimanê kurdî.
FÛAD TEMO
Ev çîrok fûad Temo ji kovara Rojî Kurd, no:1 (Hezîran 1329=1913) r:25–26 û no:2 (Temmuz 1329=1913) r: 24–25 hatiye girtin ko bi herfên erebî ya alfaba osmanî hatiye nivîsîn.
Wek ji dawiya çîrokê jî tê famkirin ko çîrok hê jî xelas nebûye. Her çendî di hejmara 2an a kovara Rojî Kurd de dinivîse »dawî heye«, lê mixabin dawiya çîrokê ne di hejmara 3an û ne jî di hejmara 4an a kovarê de heye. Her weha navê çîrokê jî nehatiye nivîsîn. Tenê »çîrok« hatiye nivîsîn. Lê Mahmûd Lewendî di tîpguhêziya wê de navê »Şewêş« li çîrokê kir û me jî her »Şewêş« hişt.
Fûad Temo ronakbîrekî kurd e ko ji bajarê Wanê ye û kurê mebûsê Wanê Tewfîq Begê Wanî ye. Li Stenbolê digel ronakbîrên kurdan ew jî yek ji aktîftirîn kesan e ko beşdarî kar û barên siyasî û kulturî yên kurdan dibe. Di komele û kovarên kurdan de dixebite. Di 1912an de digel Qedrî Cemîl Paşa, Cerrahzade Zekî Beg û hin ronakbîrên din, li Stenbolê yekemîn komela xwendekarên Kurdan; Civata Telebeyên Kurdan–Hêvî’yê datînin.
HASAN KAYA
Hasan Kaya di sala 1964an de, li Navçeya Nisêbîna ko li ser Mêrdînê ye hatiye dinyayê. Heta bi lîseyê li wir xwendiye. Piştî ko du salan li »Anadolu Universitesi Ýktisat Fakultesi« xwend dev jê berda û çar salan »Dicle Universitesi Eðitim Fakültesi Türk Dili ve Edebiyatý« xelas kir û dîplomaya Lîsansê wergirt. Çar salan li lîseyê mamostetiya edebiyatê kir.
Di sala 1993yan de Li Edenê şaxê navenda Çanda Mezopotamya ava kir. Li wir sê salan serokatiya vê saziyê kir û dersên zimanê kurdî dan. Pişt re li Mêrsînê damezrêneriya şaxê Navenda Çanda Mezopotamya kir. Dawî, di sala 1996an de li Enstîtuya kurdî ya Stenbolê xebata xwe domand û şeş salan serokatiya Enstîtuya kurdî kir.
Bi navê Girnewas pirtûkeke kurteçîrokan nivîsî. Tevî Zana Farqînî û Samî Tan, bi kurdî, tirkî û ingilîzî ‘Em Zimanê Kurdî Binasin’ pirtûkek amade kir.
HELÎM YÛSIV
Helîm Yûsiv di sala 1967an de li Amûdê (binya xetê) hatiye dinyayê. Wî li Unîversîteya Helebê xwendina hiqûqê qedandiye û ji sala 2000î û vir ve li Almanyayê dijî.
Heta niha ev berhemên Helîm Yûsiv çap bûne: Mêrê avis, çîrok, 1991 bi erebî, 1997 bi kurdî. / Jinên qatê bilind, çîrok, 1995 bi erebî, 1998 bi kurdî. / Mirî ranazin, çîrok, 1996 bi kurdî, 1998 bi tirkî. / Sobarto, roman, 1999 bi kurdî û erebî.
Wekî din çend çîrokên Helîm Yûsiv bûne tiyatro û wî herweha li Sûriyê di antolojiyeke çîrokên Sûriyê de jî cih girtiye.
HESENÊ METÊ
Hesenê Metê di sala 1957an de li Erxeniya Diyarbekirê hatiye dinyayê. Ev zêdeyî bîst salî ye jî ew li Swêdê dijî. Kitêbên Hesenê Metê yên ko heta niha çap bûne ev in:
Smîrnoff, çîrok, 1991. / Labîrenta cinan, roman, 1994. / Epîlog, çîrok, 1998. / Ardû, çîrokên gelêrî, 1991. / Tofan, çîrok, 2000. / Keça Kapîtan, Pûşkîn (werger) 1998. / Merivên reben, Dostoyovskî (werger) 1991.
HESENÊ QIZILCÎ
Hesenê Qizilcî di sala 1914an de li gundekî di navbera Bokan û Mehabadê de hatiye dinyayê. Di nav malbatek zana de mezin bû. Li ber detsê mamê xwe hînî farisî û erebî bû, lê meletî nekir. Piştî avakirina PDKê bû endamê partiyê. Di dema avakirina komara Mehabadê (1946) Qizilcî sernivîskariya kovara Helale kir û di kovara Kurdistanê de nivîsî. Piştî hilweşandina komarê, derbasî Kurdistana Iraqê bû, paşê derket derveyî Kurdistanê. Bi ketina rejîma Şah re, di 1979an de vegeriya Îranê. Ew endamê Tudeh û berpirsiyarê rojnameya Namêyê Mardom bû. Di sibata 1984an de hat girtin. Ji hingî heta niha kesî tu xeber jê nestand, kes nizane çi pê hat û li ko ye.
HESENÊ SILÊVANÎ
Hesenê Silêvanî di sala 1957an de, li gundê Tirkija, devera Silêvaneya, nêzîk bajarê Zaxoyê, hatiye dinyayê. Piştî şikestina şoreşa kurdî di sala 1975an de, li başûrê Kurdistanê, hukumeta Îraqê gundên wan şewitandin û ereb anîne şûnê. Lewra ew ji neçarî ber bi bajarê Mûsilê çûn. Di sala 1975an de dest bi nivîsîna helbest û kurteçîrokan kiriye û di rojname û kovarên kurdî de belv kirine. Heta niha ev berhem çap kirine:
Hozanên Sava. Helbest 1991, Kurdistana başûr.
Balûlka Şekrê. Kurteçîrok 1994, Swêd. / Çîrok û helbest, ji welatê Nêrgiza. Bi zimanê erebî. / Gulistan û şev, roman.
Hesenê Silêvaniyê niha li Kurdistana başûr dijî.
HÊVÎDAR ZANA
Hêvîdar Zana di 29.12.1976an de li bakurê Kurdistanê li bajarê Nisêbînê hatiye dinyayê. Piştî kuştina birayê xwe Zana di 14 saliya xwe de tevlî gerîla dibe û derdikeve çiyê.
Di sala 1993an de di redaksiyona radyoya Dengê Kurdistana Serbixwe de cihê xwe digire û nûçe û programan pêşkêş dike.
Di sala 1996an de di televîzyona MEDê de nûçeyên kurdî pêşkêş dike û moderatoriya programan dike.
Gelek çîrok, gotar û serpêhatiyên wê di gelek kovar û rojnameyên kurdî de hatine weşandin.
HUSEIN MUHAMMED
Husein Muhammed sala 1980ê li gundekî nêzî Zaxoyê li başûrê Kurdistanê hatiye dinyayê. Ew ji sala 1994an şûnde li Fînlandayê dimîne û niha li zankoyê dadweriyê (hiqûqnasiyê) dixwîne û ji daîreyên cor–bi–cor ên kargêrî (îdarî) yên Fînlandayê re tercumaniya zimanê kurdî (kurmancî û soranî) û zimanê tirkî dike.
Husein sala 1995an dest bi nivîsîna bi kurdî kiriye. Ta niha berhemên wî di çendîn kovar û rojnameyan de belav bûne. Ew ji 1999an ve yekemîn kovara kurdî ya xwerû–elektronîkî, Mehnameyê, bi rêya Internetê diweşîne. Tevî ko Husein hem helbest, hem kurteçîrok û hem jî gelek gotar nivîsîne jî, ew herî zêde wek wergêr tê nasîn. Wî berhemine Xelîl Cibran, Anton Çexov, Shakespeare û gelek ji nivîskarên din ên li hemî cîhanê navdar bi zimanê kurdî arasteyî xwendevanan kirine. Husein herwiha ferhengokek peyvên dadwerî ya kurdî–îngilîzî amade kiriye. Niha ew li ser ferhengokek soranî–kurmancî dixebite.
HUSÊN ARIF
Husên Arif di sala 1926an de li başûrê Kurdistanê, li bajarê Silêmaniyê hatiye dinyayê. Wî li Bexdayê hiqûq xwend û bû avûkat. Ew îro yek ji çîroknivîsên başûr yê bijarte tê hesêb. Digel nivîskariya xwe ew di kovar û rojnameyên bi navê Roşinbîrî nû, Nûserî kurd, Hawkarî û Karwan de jî xebitî ye.
Husên Arif di sala 1957an de bi çîroka xwe »Çaya şêrîn« xelata kovara Şafaq ya çîrokê wergirt.
Heta niha bi çendan kitêbên Husên Arif yên kurteçîrokan û romanên wî hatine weşandin. Wekî din wî li ser prosaya kurdî xebateke girîng û bingehîn kiriye.
Husên Arifê ko kitêba Machiavelli »Mîr« jî wergerandiye kurdî, niha li Kurdistana Iraqê dijî.
ÎBRAHÎM SEYDO AYDOGAN
Îbrahîm Seydo Aydogan di sal 1976an de li Qiziltepeyê hatiye dinyayê.
Heta niha ev berhem nivîsandine: Wechê te Diyarbekirê tîne bîra min (helbest, 1996–2002, neçapbûyî). / Reş û spî (roman, 1999, weşanên Dozê). / Hezkiriya Xwedê (çîrok, neçapbûyî). / Leyla Fîgaro (roman, 2003).
JAN DOST
Jan Dost di sala 1965an de li bajarê Kobanî hatiye dinyayê. Xwendina xwe heta lîseyê li Kobanî qedandiye. Ji sala 1985an heta 1988an li zanîngeha Helebê fakulta zanistê beşê Biyolojiyê xwendiye, lê temam nekiriye.
Ji berhemên Jan Dost: Kela Dimdim 1991 Bonn- Istenbol. / Sazek ji çavên Kurdistan re – helbest 1994./ Wergerandina Mem û Zînê bi erebî 1995. / Mehabad ber bi olimpiyada xwedê- Istenbol 1996 helbesta Selîm Berekat wergerandin bi kurdî.
Bedayiulluxe ferheng Kurdî-Erebî wergerandin ji Farisî, 1997.
Elhedîqe el Nasiriyye, wergerandin ji farsî, bi erebî Hewlêr 2002.
Û niha romaneke wî li ber çapê ye.
Her weha gelek helbest û lêkolîn bi erebî û kurdî di rojname û kovarên cihê de weşandine.
Çîroka wî ya yekem Xewna Şewitî sala 1993an di pêşbirka kurteçîroka Kurdî de li Sûriyê xelata yekem stand.
Jan Dost ji sala 2000î de li Almanyayê dijî.
KAMRAN BEDIR-XAN
Kamran Bedir-Xan di 21ê tebaxa 1895an de li Stenbolê hatiye dinyayê. Wî li Almanyayê doktoraya xwe ya hiqûqê da. Paşê li Bêrûdê bi cih bû û li wir avûkatî kir. Ji bilî ko gelek nivîs û wergerên wî di kovara Hawarê de hatine weşandin, wî di sala 1943an de li Bêrûdê rojnameyên Roja Nû û Stêr derxistin.
Kamran Bedir-Xan di sala 1947an de çû Firansayê û li wir sazgeha lêkolînerî ya kurdî ava kir. Di wan deman de jî li Unîversîteya Parîsê dest bi hînkirina zimanê kurdî kir.
Wî di mijarên cihê de, bi zimanên cihê zêdeyî sih kitêbî nivîsandin. Herçiqas kitêbên wî ên kurteçîrokan tunebin jî, wî kurteçîrok jî nivîsandine.
Kamran Bedir-Xanê ko hemû jiyana xwe dabû kultur, ziman û edebiyata kurdî, di sala 1978an de li Parîsê wefat kir.
KAMÎRAN HACO
Kamiran Haco di sala 1959an de, li Tirbespiya binxetê hatiye dinyayê. Xwendina seretayî, navendî û amadeyî li Tirbespiyê û Qamişlo temam kir... Sala 1983an xwendina endezyariyê beşê Mekanîk li zanîngeha Helebê qedand...
Ji destpêka salên 90î ve, wî dest bi nivîsandinê kiriye. Di kovar û rojnameyên wek: Gelawêj, Gurzek Gul, Stêr, Xunav, Metîn, Armanc, Pirs, Deng, Medya Güneşi, Çira û Nûdemê de nivîsî ye.
Ji dawiya sala 1997an ve li Swêd dijî û niha di redaksiyona kovara Rastî de dixebite.
Di sala 1977an de pirtûkeke wî ya kurteçîrokan bi navê Kelevajî di nav weşanên Avestayê de derketiye.
KEÇA KURD
Keça Kurd li binya xetê di maleke welatperwer de hatiye dinyayê.
Wê di navbera salên 72, 73, 74an de li zanîngeha Silêmaniyê beşê kurdî xwend.
Heta niha Keça Kurd ev berhemên li jêr weşandine:
Çîrokine helbijartî, Azîz Nesîn; ji erebî bo kurdî, sala 1990.
Xoybûn, Mihemedê Mele Ehmed, sala 1993.
Zayenda mê û nêr.
Lêkolînek li ser giramera zimanê kurdî, Kurmanciya bakur, sala 2001.
Helbest, heta niha dîwanek belav bûye, bi navê "Pela dawî" sala 2002.
Keça Kurd niha li Almanyayê dijî û di karê xwe yê nivîskariyê de berdewam e.
LOKMAN POLAT
Lokman Polat di sala 1956an de li Licê – qeza Diyarbekirê– hatiye dinyayê. Ew çend caran hatiye girtin û berdan. Di dawiyê de di giyabê wî de deh sal û nîv ceza danê. Wî beriya sala 1980yî li welêt belavokên siyasî û nûçeyên siyasî dinivîsand. Di sala 1984an de li Swêdê bi cih bû. Li Swêdê dest bi nivîsandina kurteçîrokan kir. Gelek kurteçîrokên wî di rojname û kovarên cihê yên kurdan de hatin weşandin.
Heta niha 14 pirtûkên wî derketine. Ji wan çar heb bi tirkî, neh jî xwerû bi kurdî ne. Pirtûkên bi kurdî ne sê roman û heft kurteçîrokan in. Lokman Polat ji bo zarokan jî 4 pirtûk wergerandine kurdî û kovarek bi navê Helwestê weşandiye.
Lokman Polat di destpêka damezrandina Komela Nivîskarên Kurd de cîh girtiye û bûye endam û endametiya wî ya komelê hê jî dewam dike. Ew endamê PENa navnetewî û endamê Yekîtiya Nivîskarên Swêdê ye.
MAHABAD QEREDAXÎ
Mahabad Qeredaxî di 1966an de li bajarokê Kifrî yê girêdayî Kerkûkê li Başûrê Kurdistanê hatiye dinyayê. Di sala 1980ê yekem berhema wê ya helbestan hatiye belavkirin. Ji 1980 ta 1981ê ji ber nivîsîna helbestan ji alî be'siyan ve hatiye girtin û zindankirin.
Qeredaxî ji sala 1993anû vir ve li Swêdê dijî.
Pirtûkên wê yên çapkirî:
Helbest: 1. Nexşey diwarojî kirêkar / 2. Panorama / 3. Saxêlkey genmesamiye / 4. Mîdalya / 5. Hajey roh / 6. Snöfåglar.
Çîrok: 7. Fentazya / 8. Koç.
Lêkolîn: 9. Le pênawî jiyanewey afret da / 10. Azadkirdinî mêjû / 11. Ziman, raman û nasname / 12. Jin û komelge le qonaxî balindeyî Şêrko Bêkes da.
Wergerandin: 13. Şî'r henasey gerdûn e (helbijardeyek le şi'rî hawçerxî cîhan) / 14. Danpêdanêkî piyawane (komeleçîrokî Newal Se'dawî) / 15. Nanî jehrawî (şanonameyekî Vesselin Hanchev).
Pirtûkên perwerdeyî bi hevkariya hin nivîskarên dî: 16. Germiyan / 17. Bawegurrgurr / 18. Dîlan.
MAHMÛD BAKSÎ
Mahmûd Baksî, di sala 1944an de li gundê Suphiyê ko bi ser Hezoya (Kozluk) Batmanê ve ye, hatiye dinyayê. Berî ko xwendina xwe ya li »Dicle Öðretmen Okulu« xelas bike, wî dev ji karê xwendinê berda. Di sala 1967an de cara pêşî li Batmanê di rojnameya Batman Gazetesi de dest bi karê rojnamegeriyê kir. Di sala 1968an de bû serokê TÝPê (Partiya Karkeran a Tirkiyeyê) ya Batmanê. Di sala 1969an de bi navê Mezra Botan romana wî ya yekem li Stenbolê derket. Paşê di sala 1970yî de pirtûka xwe ya bi navê Sadi Akkiliç Davasý derxist. Sadi Akkiliç komunîstekî tirk bû û ji ber gotareke wî heft sal û nîv cezayê hepsê lê birîbûn.
Mahmûd Baksî di wan salan de sendîkavan bû û wî karê xwe yê sendîkavaniyê li DÝSKê didomand. Karê wî ê sendîkavaniyê ji sala 1968an heta sala 1970yî dewam kir. Paşê bi hinceta ko ew kurdîtiyê dike û ji ber herdu pirtûkên wî ên ko hatin çapkirin, 15 sal cezayê hepsê lê hate birîn. Loma di 1970yî de ji bêmecaliyê mecbûr ma ko derbasî Almanyayê bibe. Ew di sala 1971ê de jî li Swêdê bi cih bû.
Mahmûd Baksî li Swêdê jî vala nesekinî û heta dawiya jiyana xwe nivîsand. Wî heta niha 22 pirtûk nivîsandine û pirtûkên wî wergeriyane gelek zimanan. Lê Baksî bi xwe bi sê zimanan; bi kurdî, tirkî û swêdî dinivîsand. Hin ji kitêbên Baksî ên bi kurdî ev in; Zarokên Îhsan (1978), Hêlîn (1984), Gundikê Dono (1988).
Mahmûd Baksî di 19ê meha 12an ya 2000î de li Stockholmê wefat kir û niha li Diyarbekirê veşartiye.
M. ALÎ. KUT
M. Alî. K. di sala 1964an de li Zoravaya Nisêbînê hatiye dinyayê, di sala 1983an de hatiye Swêdê û niha jî li Swêdê dijî. Bi navê Mehkûm kitêbeke wî ya kurteçîrokan heye.
MEHEMED DEHSIWAR
M. Dehsiwar di sala 1959an de li Batmanê hatiye dinyayê. Wî xwendegeha pêşî, navî û lîse li wir xwendiye. Hê di xortaniya xwe de ketiya nav sefên welatperwerî û şoreşgeriyê. Piştî cûntayê ew mecbûrî derketina dervayî welêt bû û niha li Swêdê, li Stockholmê dijî. Piştî bicîbûna li Stockholmê û îmkanên xwendin û nivîsandina bi zimanê kurdî, hewil da ko di vî warî de kar û xebatê bike. Wî digel vê, pêşî xwendegeha grafîkê ko di warê amadekirin û çapemeniyê de mirov digihîne û du sal bû, kuta kiriye. Paşê wî li Unîversîteya Stockholmê »pêwendiyên navneteweyî« (international relations) xelas kir û beşek jî ji »siyasalê« (politcal sience) xwend. Niha jî bi teza xwe ya di vî warî de mijûl e. Ew di nav cîhana pirtûkan de, li Pirtûkxaneya Navneteweyî kar dike û di wir de berpirsiyarê beşa pirtûkên kurmancî û tirkî ye.
Ji bilî romana bi navê »Çirîskên rizgariyê« ferhengeke zarokan jî amade kiriye û di kovarên kurdî de çîrok û nivîsên wî jî derçûne. Ew her wiha wergeriyê jî dike û ta niha sê pirtûk ji swêdî (ji nivîskarê swêdî yê bi nav û deng Henning Mankell) wergerandine kurdî.
MEM
Mehemmed Mewlûd (Mem) di sala 1927an de li Şeqlewê, li Kurdistana Iraqê hatiye dinyayê. Wî di salên xwe yên xortaniyê de çîrokên xwe di kovar û rojnameyan de dane weşandin. Heta niha du cild çîrokên Mem hatine weşandin. Cildê yekê di sala 1970ê de û cildê dudan jî di sala 1984an de hatiye weşandin.
Mem di sala 1987an de wefat kir.
MEŞAL TEMO
Meşal Temo di sala 1957an de li gundekî biçûk ji herêma Dirbêsiyê (rojavayê Kurdistanê) hatiye dinyayê.
Wî di sala 1980ê de li zanîngeha Helebê xwendina endezyariya çandiniyê qedandiye. Ji sala 1972an û vir ve tevlî çalakiyên tevgera kurdî bûye. Ew yek ji wan kesan e ko »Navenda Celadet Bedir-Xan a rewşenbîrî« li Qamişlo di 10-12-2000î de ava kiriye.
Pirtûkên wî ên çapkirî: Gotina dawî (bi erebî). / Nerîn û helwest (bi erebî).
Pirtûkên wî ên ko li ber çapê ne:
Rûpelên zemîna welatekî bê welat (bi kurdî). / Gopalê sor, çîrok (bi kurdî). Meşal Temo niha li Qamişlo dijî.
MEHEMED FERÎQ HESEN
Mihemed Ferîq Hesen di sala 1941ê de li gundê Qazanqayê girêdayî bi Qeredaxê ye hatiye dinyayê. Xwendina destpêkê li Qeredax û navendî li Helebce û xwendina Akademî ya Mamostayan li Silêmaniyê bi dawî aniye. Salên 1979–82an endamê Desteya Birêvebir ya Yekîtiya Nivîskarên Kurd/tayê Silêmaniyê bû. Sala 1989 çîroka »Nêrgiz bûka Kurdistan« ko ji derhênana Ce'fer Elî ye û yekemîn fîlmê sînemayî yê kurdî (35 mlm) e, nivîsîye? Sala 1991ê (piştî serhildanê) serokê tayê Silêmaniyê yê Yekêtiya Nivîskarên Kurd bû. Ji sala 1998an û vir de li Danîmarkayê dijî. Kitêbên çêrokan ko weşandine Sêberî Espeşê 1978 Silêmanî, Ristêk Zengîyaneî Awî 1979 Bexda, Perîxan 1991 Swêd, Dûrbîn 1992 Swêd, Bapîrê Kurdo 1992 (çîrokên zarokan) Swêd.
Kitêbên din yên çêroknivîsî: Huner û Meselekanî Serdem 1985 Silêmanî, Memleketî Masî 1997 Hewlêr, Deselatî çwarem 1998 Hewlêr, Dujminî Gel (werger) 1986 Bexda, Melî Awat (werger) 2002 Hewlêr.
MEHMET SANRI yan MIHEMED EVDILA
Mehmet Sanri di sala 1967an de li gundê bi navê Gundikê Melî ko girêdayî Şirnexê ye hatiye dinyayê.
Di sala 1988an de dest bi karên nivîsandin û rojnamevaniyê kiriye. Niha jî gerînendeyê giştî (yayin yonenmeni) yê kovara Serbestî ye ko li Stenbolê bi zimanê tirkî derdikeve.
MELE MEHMÛDÊ BEYAZÎDÎ
Mele Mehmûdê Beyazîdî di sala 1797an de li bakurê Kurdistanê hatiye dinyayê. Beyazîdî yek ji wan kesan e ko di sedsala hîjdehan de dest bi nivîsandina nesra kurdî kiriye. Wî kitêbek bi navê Adetên kurdan nivîsandiye û Şerefnameya Şerefxanê Bedlîsî wergerandiye kurmancî. Mele Mehmûdê Beyazîdî herweha gelek çîrokên gelêrî jî nivîsandine.
MIHEMED MUKRÎ
Mihemed Mukrî di sala 1949? de li Kurkûkê hatiye dinyayê. Ew edebiyatvanekî piralî ye. Ew helbest, çîrok û romanan dinivîsîne. Digel du romanên bi navên »Segwir« û »Heres« wî çend kitêbên din jî nivîsandine.
Mihemed Mukrî niha li bajarê Silêmaniyê dimîne
MUSTAFA AYDOGAN
Mustafa Aydogan di sala 1957an de li Qiziltepeya Mêrdînê hatiye dinyayê. Ew di sala 1985an de li Swêdê bi cih bû û heta niha jî her li Swêdê dimîne.
M. Aydogan li Swêdê ket nav tevgera kulturî û heta niha ji Jack London, Yeşar Kemal, Aziz Nesin, Edîp Karahan, Ann Eriksson û Orhan Pamuk kitêb wergerandine û bi xwe jî bi navê Pêlên Bêrîkirinê û Berê gotin hebû du kitêb nivîsandine. Wekî din Aydogan di kovar û rojnameyên cihê de li ser mijarên cihê gotar nivîsandine.
NECÎBE EHMED
Necîbe Ehmed di sala 1954an de li bajarê Kerkûkê hatiye dinyayê. Wê li zankoya Silêmaniyê ziman û edebiyata kurdî xwendiye. Ew ji sala 1975an û vir ve dinivîsîne û di nivîsandinê de yek ji jinên pêşeng û xwediyê dengekî taybetî ye.
Necîbe Ehmed heta niha çend kitêbên helbestan, kitêbeke çîrokan û hin kitêbên wergerê weşandine.
Ew niha jî li Kurdistana Îranê, li bajarê Seqizê dimîne.
NIZAR MEHEMED SEÎD
Nizar Mehemed Seîd di sala 1952an de li Duhokê hatiye dinyayê. Serî, navî û berhevî li Duhokê xwendiye û peymangeha mamostatiyê li bajarê Mûsilê bi dawî aniye. Ji sala 1973an û vir de dinivîsîne. Di sala 1978an de çîrokên xwe belav kirîne. Sala 1985an, kitêbeke kurteçîrokan bi navê »Aş« çap kiriye. Di piraniya rojname û kovarên kurdî de, lêkolîn û gotar belav kirine. Hinek berhemên edebî, ji zimanê ingilîzî wergerandine kurdî. Ew niha li Hollandayê dijî.
NÛREDÎN ZAZA
Nûredîn Zaza di sala 1919an de li Madenê hatiye dinyayê û hê di zaroktiya xwe de ji cih û warê xwe koç dike û li Sûriyê bi cih dibe. Ew li Sûriyê xwe digihîne Celadet Bedir–Xan û di kovara Hawarê de dest bi nivîsandina kurteçîrokan dike.
Nûredîn Zazayê ko ji ber xebatên xwe yên siyasî gelek caran hatiye girtin, piraniya jiyana xwe li derveyî Kurdistanê bihurandiye. Wî bi navê Şerê Azadî, Ma vie de kurde, Memê Alan û Keskesor (di nav weşanên Nûdemê de derket û weşanxanê ev nav li kitêba wî a kurteçîrokan kiriye) çar kitêb nivîsandine û hinek nivîsên wî ên ko nehatine weşandin jî hene.
Nûredîn Zaza li Swîsreyê bi cih bûbû, li wir zewicî bû, doktoraya xwe ya li ser fîlozofê fransiz Emanuel Monnier li wir kiribû û di sala 1988an de li wir wefat kir.
OSMAN SEBRÎ
Osman Sebrî di sala 1905an li gundê Narincê yê Kolîka Semsûrê hatiye dinyayê. Bavê wî serokê êla Mêrdêsiyan bû. Dema ko Osman Sebrî hê zarok bû, bavê wî di sala 1915an de çû ser dilovaniya xwe û ew li ba apê xwe yê ko bû serokê êlê, mezin bû.
Piştî Serhildana Şêx Seîd, Osman Sebrî jî digel herdu apên xwe Şukrî û Nûrî di sala 1926an de tê girtin. Herdu apên Osman Sebrî di zîndana Amedê de hatin darvekirin. Lê Osman Sebrî du salan di zindana Denizliyê de dimîne û piştî efûyeke giştî, di sala 1928an de tê berdan.
Di sala 1929an de careke din Osman Sebrî digel 26 serokên kurd, hat girtin lê dîsa zû hat berdan. Ew di 24. 12. 1929an de direve Sûriyeyê, du salan dibe endamê Partiya Xoybûnê û di kovara Hawarê de li ser mijarên cihê dest bi nivîsandinê dike.
Di sala 1954an de Osman Sebrî alfabeya kurdî ya latînî weşand û hin pirtûkên mîna; Bahoz, Derdên Min û çar Leheng nivîsandine. Dîsa pir helbestên wî yên ne çapkirî jî hene.
Di sala 1957an de Osman Sebrî digel hin welatparêzên kurd, di xebata damezirandina »Partiya Demokrat a Kurdî li Sûriyeyê« de cih digire û wek sekreterê partiyê tê hilbijartin.
Osman Sebrî roja 11-01-1993an wefat kir. Ew li gundê Berkevirê, li binxetê veşartî ye.
PERWÎZ CÎHANÎ
Perwîz Cîhanî yek ji kurmancên Kurdistana Îranê ye ko ji mêj ve di nav çalakiyên ziman û edebiyata kurdî de ye. Bi qasî xebatên li ser klasîkan û bi taybetî jî Mem û Zîna Ehmedê Xanî, ew bi edebiyata nûjen jî mijûl e. Wî heta niha kitêbên helbest, çîrok û romanan weşandine û di gelek kovar û rojnameyan li ser mijarên cihê nivîs nivîsandine. Perwîz Cîhanî niha li Swîsreyê dijî.
PÎR RUSTEM
Pîr Rustem di sala 1963an de li gundê Çeqela (Efrînê) hatiye dinyayê.
Xwendina endezyariyê di zanîngeha Helebê de kir, lê temam nekir.
Wî gelek çîrok û gotar di rojname û kovarên kurdî de belav kirine wek: Stêr, Pirs, Zanîn, Aso, Azadiya Welat, Jiyana Rewşen, Armanc, Newroz... hwd.
Berhemên wî yên çapkirî: Çivîkên Beravêtî, Çîrok , ji weşanên kovara Aso, Beyrût, 1992. / Pilindir, Çîrok , ji weşanên kovara Aso, Beyrût, 1993. / Pûtvan, Çîrok , ji weşanên Merxê, Beyrût, 1998.
QADO ŞÊRÎN
Qado Şêrîn di sala 1967an de, li gundê Nehrozî ko dikeve herêma Qamişlo hatiye dinyayê. Wî li wir xwendina destpêkê xwend û di dû re û digel malbata xwe çû Qamislo da ko xwendina xwe berdewam bike. Paşê jî çû bajarê Dêra Zorê da ko Enstîtuya Matemetîkê bixwîne. Wî çend salan karê mamostetiyê kir. Di sala 1995an de penaber bû û niha li Holandayê dijî.
Ew kurteçîrokan dinivîsîne û pirtûkek ji stranên hunermend Mihemed Şêxo (digel birayê wî Beha Şêxo) çap kiriye .
Wî gelek çîrok di rojname û kovaran de belav kirine, ji xwe gelek di malperên Internetê de jî.
Wî di sala 1982an de dest bi nivîsandinê kiriye.
Çîroka wî ya pêşî di dawiya salên heştêyî de di kovara Gurzek gul de belav bû.
Di van salên dawî de ew bêtir Qilçixan dinivisîne, ew jî rexne ne.
QEDRÎ CAN
Qedrî Can di sala 1911an de li Dêrikê Çiyayê Mazî hatiye dinyayê, di sala 1931ê koçberî binya xetê bû û li Amûd û Qamişloyê bi cih bû. Di sala 1934an de li Sûriyê dest bi mamostetiyê kir, lê ji ber ramanên xwe yên netewî, pêşverû û piştgiriya doza gelê kurd, di navbera salên 1959–1961ê de hat hatgirtin. Di tîrmeha 1957an de li Moskovayê beşdarî mihrîcana ciwanên cîhanê bû. Di dema yekbûna Sûriyê û Misirê de, ji Şamê rêvebiriya çalakiyên radyoya kurdî li Qahîrê kir. Qedrî Can di 9–8–1972an de wefat kir û li goristana Şêx Xalid Neqşebendî ya li Taxa Kurdan li Şamê hate veşartin.
Qedrî Can yek ji hîmavêjê çîrok û helbesta kurdî ya modern bû, lê giringiya wergerê jî di bal û karên wî de diyar bû. Piraniya berhemên Qedrî Can di kovar û rojnamên kurdî, wek; Hawar, Ronahî û Roja nû de hatine weşandin.
RAÛF BÊGERD
Raûf Bêgard di sala 1942an de li bajarê Kerkûkê hatiye dinyayê. Wî bi salên biçûk dest bi nivîsandinê kiriye û di dawiya salên pêncî de çîrokên wî di kovaran de hatin weşandin. Bi navê Buwar û Hawar du kitêbên wî ên kurteçîrokan hene.
Rauf Bêgard gelek çîrokên Çexov jî wergerandine kurdî.
RIDWANÊ ALÎ
Ridwanê Alî di sala 1959an de li Cizîra binxetê hatiye dinyayê. Li Unîversîta Şamê sê salan beşê hiqûqê dixwîne, ji 1977an heta 1983an li Moskovayê Fakulta rojnamevaniyê dixwîne û ji 1987an û vir ve li Firansayê dijî. Ji kar û xebatên Ridwanê Alî yên berbiçav yek e ko kitêba Zinar Silopî (Qedrî Cemîl Paşa) »Fî sebîl Kurdistan« ji zimanê rûsî wergerandiye erebî û bi navêTilûrê Bêgane kitêbek ji kurteçîrokên xwe dane çapê. Tilûrê Bêgane di sala 1991ê de di nav weşanên Welat de belav bûye.
RIZALIYÊ REŞÎD
Rizaliyê Reşîd di sala 1929an de li paytextê Gurcistanê Tiblîsê hatiye dinyayê. Dema çar salî bû bi diya xwe re çûye Ermenistanê, gundê Kurekendê (niha Fêrîk) cem apê xwe Ehmê û pîrka xwe Xezalê. Rizaliyê biçûk li gundê xwe yê teze dest bi dibistanê dike. Du salên pêşin xwendin bi zimanê kurdî bû. Dû re di sala 1938/39an de xwendina kurdî ji mekteban tê hildan. Di dibistanên gundê kurdan de xwendin dibe bi zimanê ermenî. Loma careke din ji koma yekê dest pê dike. Piştî xwendina pêşin û navîn dest bi koleja mamostetiyê dike. Piştî xwendina kolejê dikeve Enstîtuya pedegojiyê, beşê dîrokê dixwîne û dibe mamoste. Di navbera salên 1956–93an de her li gundê xwe mamostetiya zimanê kurdî dike. Ji sala 1962an heta 1993an midurê mektebê bûye.
Pedagog, dersdar Rizaliyê Reşîd di eynî wextê da şair û nivîskarekî berhemdar bû. Kitêba wî ya yekem »Ber bi tavê« di sala 1964a de li Rewanê çap bû. Du berhemên wî yên din jî »Xem û xeyal« (1982) û »Heyr û guman« (1989) wek pirtûk ronahî dîtine. Ji bilî van kitêban gelek berhemên wî wek helbest û çîrok di gelek rojname û kovaran de ronahî dîtine. Herweha ji sala 1955an heta vê dema dawî bi sedan gotar û helbestên wî di rojnameya »Rya teze« de çap bûne. Niha gelek helbest û kurteçîrokên wî yên neçapkirî ji bo çapê amade ne.
ROJAN HAZIM
Rojan Hazim ji Hekariya ye nêzîkî 25 salan e ko dem bi dem, di rojname û kovarên cuda yên kurdî de dinivîse. Baskê nivîskariya wî fireh e: Hem li ser pirs û pirsgirêkên rewşa welat ya polîtîk bi giştî, hem jî li ser dîsa bi giştî ziman, edebiyat, folklor û kultura kurdî lêkolîn, analîz û komentaran dinivîse. Li milê dî çîrok û novelan jî dinivîse. Helbet carna ji edebiyata cîhanê jî wergeran dike.
Endamê grûba KURMANCÎ ya Enstîtûya Kurdî ya Parîsê ye. Paralelî nivîskariya xwe, rojnamevaniyê jî dike.
Sala 1989an Weşanxaneya Xanî & Bateyî damezrandiye û heta niha jî edîtoriya wê dike. Ji beriya 1980ê heta niha gelek nivîs, nûçe û wergêrên wî bi navên cuda, di kovar û rojnameyên mîna Nûdem, Huner, Özgür Politika, Ek Politika, 2000´de Yeni Gündem û Hîwa de hatine weşandin. Ji 1980ê heta 1991ê jî redaktoriya rojname û kovarên Roja Gel, Bingeh û Hêza Welatparêz kiriye. Herweha ji 1989an heta niha jî, lêkolîneriya rojnameya KURMANCÎ dike. Xebatên wî yên ko heta niha di nav weşanên »Weşanxaneya Xanî & Bateyî« û weşanxaneyên dî de hatine weşandin jî ev in:
Masîvanê Kal û Masiyê Sor, A. Puşkîn, (Wergêr), Bilbil, H.C. Andersen, (Wergêr), (Weşanên Hans Reitzels, Danmark), Zimanê Çiya, Harold Pinter, (Wergêra M. Uzun, bi redaksiyona R. H.), Li ser Evdirehîm Rehmiyê Hekarî, Stêr, rojnameya Mîr Kamiran Bedir Xan, Stran & Sang, 6name, Pelatînk, H.C. Andersen, (Wergêr), Bîranîna Elî Kaşifpûr, Zimanê Wêneya, Kürdistan'a Sevgiler (tirkî), (Weşanên Enstîtuta Kurdî ya Brukselê), Bîr û Raman, (W. E. K. ya Brukselê), Krîterên Kopenhagê, (W. E. K. ya Brukselê, Kovara Koerden, îlon 2002), Paşeroj, (W. E. K. ya Brukselê) û Devokê Hekarîya.
ROJEN BARNAS
Rojen Barnas ji Farqînê ye û di salên 60î de dest bi nivîsandina kurdî kiriye. Di dawiya heftêyan de bi hin hevalên xwe re kovara Tîrêj derxist, her di wan salan de kitêbeke şiîran bi navê Li bandeva spêde weşand. Barnas bi wê kitêba xwe riyeke nû di şiîra kurmancî de vekir û tesîr li gelek şaîrên nû kir. Rojen Barnas mîna gelek rewşenbîrên kurd mecbûr ma ko welatê xwe terk bike û piştî 80yî li Swêdê bi cih bû. Wî bi gelek navên cihê di mijarên cihê de nivîs nivîsandine. Barnas heta niha ev kitêb weşandine; Li bandeva spêde, Heyv li esmanê Diyarbekirê, Hingê, Milkê Evînê û Şiîr –1– (berhevoka du kitêbên wî ne) weşandine. Wekî din Rojen Barnas di kovarên mîna Tîrêj, Hêvî û Nûdemê de gelek nivîs nivîsandine.
RONÎ WAR
Ronî War di sala 1969an de li gundekî Dêrika Çiyayê Mazî hatiye dinyayê. Du caran ketiye hefsa Diyarbekirê. Çar salan nûneriya Sendîkaya karkeran kiriye û niha jî di karekî fermî de dixebite. Çîrokên Ronî War di kovarên mîna Nûdem û Kevanê de hatine weşandin û kitêbeke wî ya kurteçîrokan li ber çapê ye.
ROŞAN LEZGÎN
Roşan Lezgîn di sala 1964an de li gundê Dingilhawa ya bi ser Licê ya Amedê ye, hatiye dinyayê. Ta niha gelek nivîsên wî; helbest, gotar, berhevkirinên folklorîk, werger, hevpeyvîn û çîrokên wî yên bi zaravên kurmancî û zazakî di rojname û kovarên mîna A.Welat, Jiyana Rewşen, Zend, Nûdem, Hîwa, Nûbihar, Vate, Gulistan û Ö.Politika de weşiyane. Kitêbeke çîrokan (Suskunun Gölgesinde – S. Samacý) ji tirkî û kitêbeke çîrokan a (Se Qetre Xun–S. Hîdayet) ji farisî bo kurmancî wergerandine. Kitêbeke wî a çîrokan ‘Adir Kewto Sêncê Rezan’ bi zaravê zazakî ko ji duwanzdeh çîrokan pêk tê niha ji çapê re tê amadekirin. Dîsa xebatên amadekariya Ferhenga Îdyomên zazakî dike ko ta niha ji 1500î zêdetir îdyom civandine û şerha wan jî kirine.
Roşan Lezgîn li Amedê dimîne û bi zazakî, kurmancî, tirkî û farisî dizane.
SEBRÎ BOTANÎ
Sebrî Botanî di sala 1925an de hatiye dinyayê. Wî hemû jiyana xwe xistibû xizmeta ziman, edebiyat û çanda kurdî. Di gelek kovar û rojnameyên kurdî de li ser mijarên cihê dinivîsand û yek ji çalaktirîn kesayetiyên kurd bû. Ew di salmeziniya xwe de sirgûn bû û heta dawiya jiyana xwe li Norwecê dijiya.
Hin ji kitêbên Sebrî Botanî yên çapkirî ev in:
Şîn û Şadî, dîwan -1-
Dilistan, dîwan -2-
Dengê Metîn û Cûdî, dîwan -3-
Dibêjin, çîrok û çîvanok
Herweha nêzîkî deh kitêbên Botanî yên neweşandî jî hene.
SEDAT YURTDAŞ
Sedat Yurtdaş di sala 1961ê de li Amedê hatiye dinyayê. Dibistana sereta, navîn û lîse li Amedê xwend. Di ber xwendina xwe re demeke dirêj di gelek karên giran ên cûr bi cûr de xebitî.
Dû re »Istanbul Üniversitesi Hukuk Fakültesi« qedand û li bajarê Amedê dest bi karê abûkatiyê kir. Di hilbijartina giştî ya sala 1991ê de, di îtifaqa HEP û SHPê de mîna parlamenterê Amedê hat hilbijartin. Lê, piştî ko di 1994an de DEP ji aliyê Dadgeha Bingehîn a Dewletê ve hate girtin, bi tevî S. Yurtdaş ve parlemteriya 13 hevalên wî jî betal bû û hate girtin. Piştî ko 16 mehan di zîndana Ulucanlar ya Ankarayê de girtî ma, cezayê 14 mehan lê hat birrîn.
Berhemên Sedat Yurtdaş yên ko heta niha çap bûne, ev in:
Orkestra Yeni Ezgiler Çalacak (Şiir – Belge yay. 1992).
Bir Gensoruda Parlemento Gerçegi (Anilar – Yurt yay. 1993).
Insanlar Düşünceler Kavgalar (Anilar– Öteki yay.1996).
Remo »Bitmeyen Sorgu« (Roman – Çiviyazilari yay. 1998).
»Xelat« (Çîrok–Weşanên Siyê, 2002).
SERDAR ROŞAN
Serdar Roşan li gundekî (Hezan) li ser qezaya Licê di sala 1958an de hatiye dinyayê.
Li Diyarbekirê, Enstutuya Perwedekirinê xwend û bû mamosteyê Tarîx û Cografyayê; Li Swêdê jî du salan li Zanîngeha Bilind ya Mamostetiyê xwend.
Heta sala 1982an li Kurdistanê ma û di dawiya wê salê de hat Swêdê. Ji wê sala vir de li Stockholmê dijî.
Bi edebiyatê ve mijûl dibe, heta niha sê werger Çîrokên Hezar û şevekê, Mircana Qelew, Bi Xatirê Sîlehan û pitûkeke wî e çîrokan hatiye weşandin.
SERFIRAZ NEQŞEBENDÎ
Serfraz Alî Neqşebendî di sala 1952an de li Nehiya Bamernê –parêzgeha Dihok– devera Behdîna hatiye dinyayê û ji binemaleke dîndar, ji Şêxên terîqata Neqşî ye.
Serfraz di nav pirtûk û peyamên welatparêziyê de mezin bû.
Xwendina xwe ya seretayî û navincî li devera Behdîna bi dawî anî, paşê di sala 1981ê de ket Zankoya Silêmaniyê, Bekeluryus–Lîsans–li beşê–ekonomî û rêveberiya îdarî bi dest anî. Di sala 1996an de Lîsans ji rojnamevaniyê wergrit.
Di sala 1972an de li rojnama Birayetî dest bi nivîsandina bi zimanê kurdî û erebî kir, her weha li rojnama Hewkarî babetên edebî belav kirin. Di navbera salen 1986–89an de di kovara Karwan û kovara Tenduristî de komelendama destê rêveberiye bû.
Di sala 1992an de rojnama Welat derxst.
Piştî ko ket mişextiyê li Almanyayê bi cih bû û di sala 1997an de li Bêrlînê bû sernivîsera rojnama Kurdistan.
Di sala 1997an de ket xebata PENa kurd û di 1998an de bû sekretera PENê.
Serfiraz Neqşebendî di mijarên cihê de li dor deh kitêb nivîsandine.
SERKAN BIRÛSK
Serkan Birûsk li gundê Serêkaniya Omeriya hatiye dinyayê. Zaroktiya wî li Omeriya, deşta Mûşê û Nisêbînê derbas bûye. Piştî lîseyê, wî dest bi xwendina mîmariya peyzajê kir, lê ji ber sedemên siyasî wî zanîngeh nîvcî hişt.
Pêşî çû Almanyayê dû re jî li Swêdê bi cih bû. Wî li Swêdê dest bi nivîsandinê kir. Heta niha gelek berhemên wî wek helbest, çîrok û gotar di nava rûpelên kovarên mîna Avaşîn, Nûdem, Azadiya Welat, Jiyana Rewşen û pêvekên Özgür Politikayê de derketine.
Wek pirtûkên helbestan; Awirên Bi Hêvî, Xem Vedixwim Bi Tasa Sor Ji Demê hene. Wekî din jî, wî sê pirtûk; Moa û Pelle, Ciwanên Îro û Madîken ji swêdî wergerandine kurdî û di nava weşanên Nûdemê de dane weşandin.
Serkan Birûsk niha li Swêdê dimîne.
SIDQIYÊ HIRORÎ
Sidqiyê Hirorî di sala 1956an de li gundê Hirorê li Kurdistana Îraqê hatiye dinyayê. Li bajarê Mûsilê mezin bûye û her li wê derê xwendina xwe ya destpêkê, navincî û amadeyî bi dawî anîne. Di sala 1978an de bû karmendê çandinê li deverine ser bi Duhokê. Di sala 1984an de bû endamê desteka nivîskarên Radyoya Dengê Kurdistana Îraqê. Di sala 1986an de bo xwendinê çû Polonyayê. Di sala 1992an de xwendina xwe ya rojnamevaniyê li Unîversîteya Warşovayê bi dawî anî û pileya Magisterê wergirt. Ji sala 1992an vir ve li Swêdê dijî.
Destpêka nivîskariya wî bi helbestê bûye û paşê çîrok û roman. Çîroka wî ya yekê bi navê Xwekuştin di sala 1977an de di rojnameya Hawkarî de hat belavkirin.
Berhemên wî yên weşandî:
Dîmenek ji çîroka jiyana min, çîrok, 1985, çapxaneya Xebat.
Çend hozanekêt ne navkirî, helbest, 1986, çapxaneya YLDK li Îranê.
Momkeka ne vemirî, çîrok, 1986, çapxaneya YLDK li Îranê.
Qreç û dilber, helbest, 1989, Polonya.
Rewşenbîrê Kurd, kovar, hejmara 1, sal 1990.
Kurê zinarê serbilind, roman, 1996, weşanxaneya Nûdemê, Swêd.
Evîn û şewat, roman, 1998, weşanxaneya Nûdemê, Swêd.
Çend nivîs û werger di Nûdem, Kurdistan press, Armanc, Berbang, Roja Nû û Nûdem Wergerê de weşandine.
SILÊMAN ALÎ
Silêman Alî di sala 1963an de li Serê Kaniyê (başûrê rojavayê Kurdistanê) hatiye dinyayê.
Li Rûsyayê, li unîversîteya Moskovayê dîploma magîstra di rojnamevaniyê de stendiye. Babetê dîploma wî »pirsa kurdî di rojnamevaniya rûsî de« bû.
Beşdarî di damezrandina »Navenda lêkolînên Kurdî li Moskoyê« de kiriye û heya sala 1995an tê de kar kiriye.
Ji sala 1995an û vir de li Almanyayê dijî. Sala 1980yî dest bi nivîsandina helbestan kiriye. Pişt re gotar, lêkolîn û çîrok nivîsandine û bi wergerê re jî mijûl bûye. Ji destpêka salên 90î û vir de babeta wî ya bingehîn bûye çîroka kurt. Babeta çîroka wî heya niha jiyan û rojana mirovê kurd e.
Çîrokan bi zimanê almanî jî dinivîsîne.
Sala 1999an pirtûkeke çîrokan bi kurdî bi sernavê »Derdo« li welêt belav kiriye.
Bi almanî di sala 2002an de pirtîkek tevî çend nivîskarên biyanî bi sernavê »Rêkên jiyanê« çap kiriye.
SILÊMAN DEMIR
Silêman Demir di sala 1956an de li gundê Hebîsê li bakurê Nisêbînê hatiye dinyayê û heta dehsaliya xwe li wir jiya ye. Lê malbata wî bi esil ji gundê Çalê ye.
Malbata wî di dehsaliya wî de bar kir Nisêbînê. Xortaniya wî li wir dest pê kir. Wî xwendina xwe ya heta lîse (sala dawî ne tê de) li wir kir. Piştî lîseyê, ji berdêla du salan ve, salekê dibistana mamostetiyê li Mêrdînê xwend. Lê wî qet mamosteyî nekir.
Demir di sala 1985an de ji Nisêbînê koçî Swêdê kir û hê jî li Swêdê dijî.
Heta niha du romanên wî derketine:
Sorê Gulê, 1997. / Koç, 1998.
Her wilo wî hin werger jî kirine. Hinek wek perçe di kovaran de derketine, hinek jî wek kitêb derketine. Kitêb ev in:
Şiîrên Bijarte– Mayakovskî–1997 (werger). / Keça Kurd Zengê– Cemşîd Bender –1997 (Kitêbeke çîrokan e, digel F. C. wergerandiye).
SÎMA SEMEND
Sîma Semend di sala 1933an de li navça Axbaranê (Sovyeta kevin) hatiye dinyayê, di sala 1958an de fakulteya fîlolojiyê li Unîversîteya Êrîvanê xelas kiriye û paşê bûye redaktora beşa kurdî ya radyoya Êrîvanê.
Sîma Semend bi prosayê dest bi nivîskariyê kiriye û nivîskariya xwe bi prosayê jî dewam dike. Wê heta niha du pirtûkên çîrokan nivîsandine û di antolojiyan de cih girtiye.
SUUT KILIÇ
Suud Kiliç di sala 1967an de li gundekî Qosera Mêrdînê bi navê Tiltiemkê hatiye dinyayê.
Di sala 1987an de li Stenbolê dest bi Unîversîteya Mimar Sinanê, Fakulteya Edebiyatê beşê Ziman û Edebiyata Tirkî kir û di sala 1994an de ev dibistan qedand. Ji sala 1991ê heta salên 2000î ew di Weşanxaneya Dozê û gelek saziyên ko bi zimanê kurdî weşan dikirin de xebitî. Ew niha jî mamostetiya zimanê tirkî dike.
SUZAN SAMANCI
Suzan Samanci di sala 1962an de li Diyarbekirê hatiye dinyayê û hê jî li wir dijî. Wê bi nivîsandina helbestan dest bi edebiyatê kiriye û helbestên wê di kovara tirkî »Sanat Olayý« de weşiyane. Dû re Samanci derbasî nivîsandina çîrokan bû. Pirtûka wê ya çîrokan »Reçine Kokuyordu Helin« di sala 1996an de derket. Di sala 1996an de jî kitêba wê ya çîrokan »Kýraç Daðlar Kar Tuttu« weşiya.
Kitêb û çîrokên Suzan Samanci, kurdî jî tê de wergeriyane gelek zimanan.
TÊMÛRÊ XELÎL
Têmûrê Xelîl di sala 1949a de li Yêrêvanê hatiye dinyayê. Piştî temamkirina fakulta fîzîk–matematîk ya Unîversîteyê, 3 salan (1974–1977) li gundê kurdan – Sîpanê, dersên matematîkê dane zarokên kurdan. Di sala 1977–1981 û 1984–1992an di redaksyona rojnama kurdî »Rya teze« de xebitiye: pêşî wek nûçegihan, paşê jî wek serokê beşa çandê. Di salên 1981–1984an de redaktorê radyoya kurdî ya Yêrêvanê bûye. Di salên 1992–1997an de cîgirê rojnama kurdî ya »Golos kurda« bûye, ko li Moskovayê bi zimanê rûsî çap dibû.
T. Xelîl 8 pirtûk ji rûsî wergerandine kurdî û 9 pirtûk jî bi herdu keçên xwe – Mîdîayê û Dîdarê re – ji tîpên kîrîlî û Ermenistanê wergerandine ser tîpên kurdiya latînî ya niha:
Pirtûkeke Têmûrê Xelîl ya çîrokan ya bi sernavê »Dengê xûnê« li ber çapê ye. Têmûrê Xelîl niha li Swêdê dimîne.
ŞAHÎNÊ BEKIRÊ SOREKLÎ
Ş. B. Soreklî ji sala 1968an û vir de li Sydney dijî. Berî wê demê bi 3 salan ew wek xwendekarekî 19 salî ji devera Kobanî ya binxetê gihîştibû Viyanayê… Ji sala 1978an û vir de ew wek mamoste li nik wezareta perwerdeyê ya devera NSW di kar de ye. Şahîn her weha berpirsiyar û birêvebirê Beşê Kurdî ye di SBS RADIO de.
Heft berhemên wî, wergerandina romana Namûsa Wendabûyî ya Katharîna Blum ya nivîskarê almanî Heinrich Böll jî di nav de, wek pirtûk hatine weşandin. Li milê din bi sedan gotar, helbest, pexşan û kurteçîrokên wî di rojname, kovar û pirtûkan de hatine weşandin, hinekên bi zimanên înglizî, erebî û almanî jî di nav de.
Berhemên wî yên destpêkê di kovarên kurdî yên di salên 80yan de li Ewrûpa, bi taybetî Swêd, dihatin weşandin de derketin. Du ji kurteçîrokên wî yên destpêkê, Roja Dawîn ji Jiyana Mistê Kurê Salha Temo (1982) û Civata Pêxemberan (1983) di kovara HÊVÎ ya Enstîtuya Kurdî de li Parîsê hatin weşandin.
ŞEMSÎ
Şaîrê kurd ê bi nav û deng Egîtê Hesenê Şemo (1933–2002), ko weke şaîr deng daye bi navê lîteratûrî yê Şemsî, di sala 1933an de li zozanekî çiyayê Elegezê (Ermenistanê) di bin konê kurmancî de hatiye dinyayê. Ji sala 1955an heta sala 1959an ew di xwendegeha kurdî ya pedagojiyê de li paytextê Ermenistanê – Êrîvanê fêr dibe, ko ji bo amadekirina mamostayên ziman û edebiyeta kurdî hatibû vekirin. Piştî çend salên dersdariyê li gundên navça Hoktêmbêryanê ew dibe berpirsiyarê beşeke rojnama eynî navçê ya bi navê »Komûnîzmî hamar« (Ji boy komunîzmê), ko bi zimanê ermenî dihate weşandin. Di sala 1969an de Şemsî fakulteya ziman û edebiyetê ya Zanîngeha Êrîvanê xelas dike û xwendina bilind bi dest tîne. Pişt re dîsa ew karê xwe heta destpêka salên 90î dewam dike. Sala 2000î diçe bajarekî Rûsyayê, Vladîmîrê, û li wira havîna sala 2002an wefat dike.
Şemsî xwediyê 6 kitêbên helbest û destanan e: »Şemdan«, »Hîveron«, »Hêsirê baharê«, »Simil«. Berevoka berhemên wî ya dawî bi sernavê »Aşiqê buhurtî« di sala 1992an de dîsa li Êrîvanê hat weşandin.
Ji bilî rojnamên kurdî û ermenî gelek berhemên wî di berhevoka bi navê »Bihar« de hatine çapkirin, ko wek antolojiyeke afirandinên şaîr û prosaîstên kurd hersal li Êrîvanê dihat weşandin.
ŞÊRZAD HESEN
Şêrzad Hesen li bajarê Hewlêrê hatiye dinyayê. Di sala 1978an de zankoya Bexdayê ya ziman û edebiyata ingîlîzî qedandiye. Demekê li bajarê Silêmaniyê mamostetiya zimanê ingîlîzî kir. Şêrzad Hesen nivîsên xwe yên pêşî di navbera salên 1975–78an de di kovara Roşinbîryî Nwê ko li Bexdayê derdiket, belav kir. Di navbera salên 1978–82an de kurteçîrokên xwe di kovarên Beyan û Hewkarî de belav kirin û wek çîroknivîs bal kişand ser xwe û rexneyên baş wergirtin.
Di sala 1983an de bi navê Teniyaiy û di sala 1989an de jî bi navê Gul î reş du kitêbên wî ên kurteçîrokan derketin. Wekî din wî gelek berhem ji ingîlîzî wergerandine kurdî.
Şêrzad Hesen hê jî li Kurdistana Iraqê dijî.
TORÎ
Torî, li herêma Torê, li bajarê Midyadê, ji dayikeke diyarbekirî û bavekî midyadî di sala 1931ê de hatiye dinyayê. Li dibistana 'Dicle Köy Enstitüsü' (Erganî) mamosteyî xwend.
Di sala 1985an de kitêba wî ya kurteçîrokan bi navê »Qolinc« li Stockholmê hate weşandin.
Paşê bi navê »Şîlan« kitêbeke din ya kurteçîrokan û bi navê »Mendik« romanek nivîsand û da weşandin.
Torî demekê navbir da nivîsandina kurteçîrokan û bi nivîsandina kitêbên dîrokî re mijûl bû. Wî di vî warî de 18 kitêb nivîsandin.
Toriyê ko hê jî di nav çalakiya nivîsandina kitêbên dîrokî de ye, niha li Stembolê dijî.
TOSINÊ REŞÎT
Tosinê Reşît di sala 1941ê de li gundê Kûrekend, li Ermenistanê hatiye dinyayê. Wî Enstîtuya Pedagojiyê, beşa fîzîk û kîmiyayê di sala 1964an de temam kir. Piştî saleke eskeriyê û çend salên mamostetiyê di sala 1970ê de dest bi karê zaniyariyê kir û sala 1975an bû doktorê kîmyayê. Wî ji salên xwendina dibistanê dest bi nivîsandina şiîran kir, salên xwendkariyê şiîrên wî bi riya radyoyê dihatin weşandin.
Di sala 1975an de bi navê »Kilamê rê« kitêbek weşand. Sala 1983an dîwana wî a duyem bi navê »Zozan« çap bû, sala 1987an dîwana sêyem; »Nîvro« çap bû.
Sala 1988an weşanxana »Roja Nû« piyesa wî »Siyabend û Xecê« çap kir.
Sala 2000î weşanxana APECê li Swed berhevoka çîrokên wî »Şeva bê xew« çap kir. Dîsa wê salê wî û Dr. Husên Hebeş pirtûkek ji bo bîranîna Qanatê Kurdo li Almanyayê çap kir.
Salên 60–70 dor 200 gotarên wî bi navê »Ensîklopêdiya Kurdî« bi radyoya Yêrêvanê hatine weşandin.
Sala 1993an ew derket derveyî welêt û li Melbournea Australyayê bi cih bû.
WEZÎRÊ EŞO
Wezîrê Eşo di 1ê mijdara 1934an de li paytextê Gurcistanê – Tiblîsê hatiye dinyayê.
Ew di sala 1953an de li fakulteya tarîxê ya Zanîngeha paytextê Ermenistanê – Êrîvanê tê qebûlkirin û gava ew xelas dike, di navbera salên 1958–1961ê de li gundê Pampê wek serokê dibistanê kar dike. Salên 1961–1963an wek berendamê doktorayê beşa kurdzaniyê ya Enstîtuya Rohilatzaniyê de li Lenîngradê (niha Sankt–Pêtêrsbûrg) di nava tarîxa Kurdistanê de kûr dibe. Salên 1964–1983an weke redaktor û redaktorê sereke yê polîtîkî di radyo, televîzyon û weşanên Ermenistanê de kar dike. Salên 1983–1994an karê redaktorîkirinê û wergeriyê di beşa weşanên kurdî ya Radyoya Êrîvanê de bi cî tîne.
Wezîrê Eşo xwediyê çend kitêbên çîrok, kurteroman û wergerê ye: »Mizgînî«, »Dengbêj kal bûbû«, »Pamp–Sîpan«, »Xaçatûr Abovyan« û lêkolînên wî yên »Kurd«, »Êzdî«, »Xebera dosta«.
Weke rojnamevan zêdeyî hezar gotar û şiroveyên wî li ser rûpelên »Rya Teze« û hemû rojname û kovarên Ermenistanê û Moskovayê yên navendî de hatine weşandin, lê welê jî di radyoyê de hatine weşandin.
Ji ber vê kedê ew kirine endamê Yekîtiyên nivîskar û rojnamevanên Ermenistanê û yê Yekîtiya Sovyeta berê.
Wezîrê Eşo di sala 1991ê de hêjayî xelata Yekîtiya Nivîskarên Ermenî û Seksyona nivîskarên kurd ya bi navê Erebê Şemo bû.
Wezîrê Eşo niha li Belçîkayê dimîne. Ew li Belçîkayê jî di kar û mijûliyên nivîskariyê de berdewam e.
XELÎL DUHOKÎ
Xelîl Duhokî di sala 1951ê de li bajarê Duhokê hatiye dinyayê. Di sala 1970ê de dest bi nivîsandina helbestan kiriye. Endamê redaksiyona çendîn kovarên kurdî bûye. Ji bo demekê li Swêdê sernivîskarê Kovara Berbangê û serokê Komela Nivîskarên Kurd bûye . Endamê Yeketiya Nivîskarên Swêdê ye.
Heta niha ev pirtûk çap kirine: Te çi viya û min neanî. Dîwana helbestan, Kurdistana başûr 1982.
Leheng. Li ser nivîsîn û wergerandina çîrokên kurdên bakur, ji tîpên latînî bo yên erebî. Kurdistana başûr, 1983.
Osman Sebrî, helbestvan û şoreşger. Kurdistana başûr, 1983.
Gaziyek ji cergê Asya. Dîwana helbestan, Swêd1989.
Min digot û te vedgêra. Dîwana helbestan, Swêd 1990.
Ragirtin. Dîwana helbestan, bi swêdî û kurdî, Swêd 1990.
Helbesta hevçerx ya kurdî. Bergê I, antolojî, Swêd 1992.
Helbesta hevçerx ya kurdî. Bergê II, antolojî, Swêd 1994.
Helbesta hevçerx ya kurdî. Bergê III, antolojî, Swêd 1995.
Antolojiya çîroka nû ya kurmancên başûr. Swêd 1995.
Mirov û welat di helbestên Refîq Sabirî de. Swêd 1996.
Peyv û tablo diaxivin. Swêd 1997.
Helbestvanê tepeser û hejaran, Letîf Helmet. Swêd 1998.
Herweha Xelîl Duhokî şeş kitêbên zarokan wergerandine zimanê kurdî.
XELÎLÊ ÇAÇAN
Nivîskarê kurd, berpirsyarê radyoya kurdî ya Rewanê (ji sala 1957an heta sala 1981ê) Xelîlê Çaçan 11ê çileya paşin sala 1924an hatiye dinyayê. Ji 58 salên jiyana xwe (ew di 13 çiriya paşin sala 1981ê de li Yerevanê çû ser heqiya xwe) wî 24 salan serokatiya radyoya kurdî kiribû.
Ew herweha nivîskarekî navdar bû. Heta niha ev pirtûkên Xelîlê Çaçan çap bûne: »Moriyê Nenê«, »Du destan«, »Qisên cmaetê« û »Klamêd kurda«.
YAQOB TILERMENÎ
Yaqob Tilermenî di sala 1972an de li Qoserê Mêrdînê hatiye dinyayê. Li Zanîngeha Dîcleyê, Fakulteya Perwerdehiyê, beşa fizîkê qedandiye. Nivîs û çîrokên wî di kovarên wek Jiyana Rewşen, Nûdem, Hîwa û Pelînê de hatine weşandin. Bi navê Êşbazî û Bermeqlûb du kitêbên wî ên kurteçîrokan hatine weşandin.
Yaqob Tilermenî niha li bakurê welêt dijî.
----------
Serkanî: Antolojiya çîrokên kurdî (1856-2003), weşanên Nûdemê 2003 »Bixwîne |
 |  |  |
 |
STOCKHOLM, 30/6 2005 — Portala Nefelê îro beşa “Lîteratûrê” li xwe zêde dike û di vê beşa nû de tu dê bikarî kurteçîrok, parçeroman, rexneyên kitêban, û helbestên kurdî bixwînî. Bi destûr û arîkariya nivîskarê kurd Firat Cewerî em deh çîrokên kurdî yên ji nivîskarên cida û parçeyên cida yên Kurdistanê belav dikin.
Di destpêka pehîzê de jî Nefel dê romana Miguel de Cervantesî ”Don Quijote” wekî silsile her hefte parçeyekê bi zimanê kurdî belav bike û bi vê beşa nû ya Nefelê em dixwazin bersiva daxwaza mêvan û xwendevanên xwe yên ko bêhna wan fireh e û ne birçiyên nûçeyên kurt-kurt yên rojane ne bidin.
Heger tu niho li berava deryayekê bî yan jî tu li ser rêya çûna semesterê bî hema yekser li beşa lîteratûrê ya Nefelê binêre û çîroka “Hecî Mihemed Eliyê Qelşo” ya nivîskarê kurd Rojen Barnasî li ser kaxezê prînt bike û bêxe berîka çenteyê xwe de. Li ber tava germ, di bin siha sîwanê de serpêhatiya Hecî Mihemed Eliyê Qelşoyî bixwîne û pê re here dinyaya berê.
Deriyê vê beşa nû ya Nefelê ji kurteçîrok, parçeroman, rexne û helbestên te re vekiriye û tu jî bibe şirîkê bedewî û xweşiya lîteratûra kurdî.
Her şad û bextewer be û bila hemî havîn û semesterên te jî bi xêr û xweşî û tava rojê ya germ derbas bibin.
»Vê derê bitikîne »Bixwîne |
 |  |  |
 |
Fikra amadekirina antolojiyê
Deh salên Nûdemê ez westandibûm. Ez welê westiyabûm ko min bawer nedikir ez ê zû bi zû bi ser xwe ve werim. Bi gotineke din, ez kerixî bûm, ji hal de ketibûm û bêtaqet bûbûm. Lê piştî rawestandina Nûdemê, piştgirî û jidiliya ko ji nivîskar û xwendevanên kurd hatin, kir ko dîsa xwîneke nû di laşê min de bigere, enerjiyeke nû hat min û wê enerjiyê ez ajotim ser amadekirin û derxistina vê berhema di destê we de.
Hê dema ko min Nûdem derdixist, bi Nûdemê re dest bi weşandina kitêbên kurdî kiribû û meyla xwe berdabû ser wergera ji edebiyata dinyayê, min hingî dixwest ez ji her zimanekî, an jî ji zimanên ko em dikarin jê wergerînin, antolojiya edebiyata wan zimanan amade bikin û bi vê yekê zimanê kurdî û xwendevanên kurd bikin şirîkên edebiyat û zimanên dinyayê. Lê min dixwest ez pêşî ji edebiyata kurdî dest pê bikim û antolojiyeke çîrokên kurdî amade bikim. Yek jê ez bi xwe çîroknivîs im û ji hunera çîrokê hez dikim, ya din jî min hewcedarî û valahiyeke mezin di warê çîrok û çîroknivîskariya kurdî de didît. Gava piştî heft-heyşt salên weşana Nûdemê, min çavek li çîrokên Nûdemê gerand, min dît ko tibabek çîrok hatine weşandin. Çîrokên her demê, her beş û zaravayî, lê bi kurmanciya latînî. Min hingî biryar da ko ez antolojiyeke çîrokên kurdî amade bikim. Lê, min digot ez ê antolojiya çîrokên Nûdemê, di pîrozbahiya dehsaliya Nûdemê de derxim. Ew ê antolojiya çîrokên kurdî bûya, lê wê çîroknivîsên hemû beşên Kurdistanê û çîroka kurdî bi giştî temsîl nekira. Wê tenê bi Nûdemê sînorkirî bimaya. Ew jî ne hindik bûn, piraniya çîroknivîsên kurd tê de hebûn, lê beşê soranî jê kêm bû. Amadekirina antolojiyeke welê wê ji bo min pir hêsan bûya. Min ê bi tenê çîrokên Nûdemê bicivandina, ew ji nû ve di ber çavan re derbas bikirana û bida çapê. Wê ji bo min hêsan bûya, lê wê antolojiyê çîroka kurdî bi giştî temsîl nekira. Wê bi tenê bibûya »Antolojiya çîrokên Nûdemê«.
Ne ko hewcedarî bi tiştekî welê jî tunebû, hê jî heye. Gelek kovarên dinyayê, antolojiyên çîrok û helbestên pêncsalî, an jî dehsaliya kovarên xwe derdixin. Ne bi tenê antolojiyên çîrok û helbestan, ew antolojiyên gotar, rexne, nivîsên felsefî û hevpeyvînên bijarte jî derdixin. Xebatên welê encama berhema xizmetên kovarê diyar dikin. Ev yek li ba me nebûye adetek. Ji ber ko kovarên me ên temendirêj kêm bûne, bi qasî ko di beşên cihê de antolojiyan amade bikin berhem tunebûne, an jî heke yek liban kovarên temendirêj derketibin jî, bêimkanî li pêşberî amadekirin û weşandina antolojiyan bûye asteng.
Gava piştî amadekirina vê antolojiyê min dîsa çavek li her çil hejmarên Nûdemê gerand, min mijarên gelek antolojiyan tê de dîtin. Lê, em ê vê yekê ji pêşerojê û ji nivşê nû re bihêlin.
Herçiqas ez li ser amadekirina antolojiyeke çîrokên kurdî ya berfireh rawestiyabim û fikirîbim jî, fikra amadekirina antolojiyeke çîrokên kurdî ya giştî, ko hemû çîrokên Kurdistanê û çîroknivîsên Kurdistanê yên hemû dem û zaravayan temsîl bike, vê dawiyê, yanî berî derketina vê antolojiyê bi salekê-du salan bi min re çêbû.
Min ji xwe hemû çîrokên ko di Nûdemê de hatibûn weşandin civandibûn, di nav wan de hilbijartinek çêkiribû, ew bi qasî antolojiyeke li dor 800 rûpelî amade kiribû, lê, dîsa jî min dipirsî, min li fikir û nêrînên hevalan guhdarî dikir, min dixwest ew li ser antolojiyeke bi vî babetî fikrên xwe bibêjin, pêşniyazan bînin, da ez jî di bin ronahiya fikir û ramanên wan de antolojiyeke ko temsîla çîrokên kurdî bi giştî dike, amade bikim. Hinan gotin, tu dikarî bi tenê antolojiya çîrokên Kurdistana Tirkiyê amade bikî, hinan gotin, na, bi tenê çîrokên kurmancî, hinan gotin, heke tu ê navê »Antolojiya çîrokên kurdî« lê bikî, divê çîrokên hemû beşên Kurdistanê tê de hebin.
Ez jî bi vê pêşniyaza dawî ve hatim girêdan, min çîrokên hemû beşên Kurdistanê, çîrokên kurdî yên hemû deman xistinê.
Lê vê yekê karê min zehmettir kir. Herçiqas ji tecrubeyên Nûdemê haya min ji çîroka kurdî bi giştî hebû jî, ji ber ko ez ne şarezayê zaravayên kurdî ên din im û ji ber ko ez xamê alfabeyên ko zimanê kurdî pê dihat û tê nivîsandin im, loma, ew karê ko min bawer dikir li ber qedandinê ye, du salên din jî lê zêde bûn.
Min jî bêhna xwe fireh kir. Min xwest ev antolojî bi rastî jî bibe antolojiya çîrokên kurdî bi giştî û bi giştî çîroka kurdî temsîl bike. Loma, ez bi hilbijartina çîrokên soranî û çîrokên kurdên Sovyeta berê ketim. Ji bo çîrokên kurmanciya jêr (soranî) bi alîkariya Ferhad Shakely û ji bo çîrokên kurdî yên Sovyeta berê jî bi alîkariya Têmûrê Xelîl min hilbijartinek çêkir û ev kar bir serî.
Lê min ev antolojî li ser bingehê mijareke taybetî ava nekiriye. Mîna tê zanîn, gelek antolojiyên çîrok û helbestan li gora demên dîrokê ên cihê, an jî li gora mijar û temayên cihê tên amadekirin. Ez dibêjim hewcedariya me ji niha ve bi antolojiyên ko li ser mijar û babetên cihê radiwestin heye. Lê, armanca min bi vê antolojiyê derxistina kapasîteya çîroknivîskariya kurdî ye û bi riya biyografiya nivîskaran jî di eynî demê de amadekirina ansîklopediyeke çîroknivîskarên kurd e.
Min di vê antolojiyê de çîrokên ko bi hersê zaravayên kurdî yên sereke; kurmancî, soranî û zazakî hatine nivîsandin û bi alfabeyên latînî, erebî û kirîlî hatine nivîsîndin bingeh girtiye. Mîna tê zanîn, zimanê kurdî bi sê zaravayên sereke tê nivîsandin. Ev jî rastiyeke me ye, bikaranîna alfabeyên cihê û ferqiyeta zaravayan ji hev têgihiştina me zehmettir dike. Loma, min zarê kurmanciya jor ji bo vê antolojiyê bingeh girt. Ji ber ko ez kurmancî ji zaravayên din çêtir zanim, ez bi karekî welê rabûm, lê, bêguman hebûna vê antolojiyê ya bi zaravayên din jî wê ronahiyekê bide dîroka edebiyata kurdî û wê bibe bingeha hevnasîn û hevtêgihiştina edebiyatvanên kurd.
Min di vê antolojiyê de alfabeya latînî bingeh girt. Em zanin ko heta demeke nêzîk jî zimanê kurdî bi alfabeya erebî dihat nivîsandin û hema bêje hemû klasîkên me bi alfabeya erebî hatine nivîsandin. Lê piştî avakirina komara Tirkiyê û bi derxistina kovara Hawarê (1932-1943) re, bi serkêşiya Celadet Alî Bedir-Xan, kurdên Kurdistana Tirkiyê û Sûriyê jî derbasî alfabeya latînî bûne. Digel wê jî, îro, piraniya kovar, rojname û weşanên ko derdikevin bi alfabeya erebî ne. Herçiqas em ji salên sihî û vir ve bi kurmanciya latînî dinivîsînin jî, dîsa piraniya berhemên kurdî bi alfabeyên erebî û kirîlî hatine nivîsandin. Piraniya çîrokên vê antolojiyê jî dîsa bi alfabeyên erebî û kirîlî hatibûn nivîsandin. Me ew hemû transkrîbeyî latînî kirin û me çîrokên soranî jî rasterast wergerandin kurmancî. Herçiqas ev »xwarina nan bi nan be« jî, lê ev rastiyek me ye. Niha, bi riya ko hemû çîrok bi kurmancî ne, qet nebe wê xwendevanên kurmanc di derheqê dîroka edebiyata kurdî de û di derheqê dîroka çîroka kurdî de bibin xwediyê fikrekê.
Fikra min jî ew bû ko ez bi vê riyê û bi vê antolojiyê sînorên asê yên di nava kurdan de rakim û pireke hevnasînê di navbera wan de ava bikim.
Rêzkirina çîrokan
Min pêşî çîrok li gora paşnavê çîroknivîsan bi rêz kiribûn, lê min paşê guhert û ew li gora pêşnavên nivîskaran bi rêz kirin. Min dû re dev ji wê fikrê jî berda. Min bi şêwrê anolojî li gora dîroka çîroknivîskariya çîroknivîs bi rêz kir. Yek jê, bi vî awayî hem mirov karê lêkolîneran hêsan dike, hem jî mirov dikare di derbarê proses, pêşketin an jî guhertinên ko di hunera kurteçîroka kurdî de bûye bibe xwediyê fikrekê. Lê ev metod jî ji bo min ne hêsan bû. Dîrokeke edebiyata kurdî ya nivîskî, an jî bîbliyografiyeke çîroknivîsên kurd bi kurmancî li ber destên min tunebû. Loma, ez ketim nêçîra çîroknivîsan û li dû dîroka weşandina çîroka wan a pêşî geriyam. Min çîrok ne li gora dîroka nivîskariya çîroknivîs, lê li gora dîroka weşana çîroka çîroknivîs ya pêşî girtiye. Bi vê riyê, bi vê metodê mirov ê bikaribe bi hêsanî kronolojiya çîroka kurdî derxe û ji prosesa çîroka kurdî têbigihîje. Bi gotineke din, mirov ê di derheqê çîroka kurdî ya doh û îro de bibe xwediyê fikrekê û guhertin û pêşketinên çîroka kurdî bibîne.
Avakirina komara Tirkiyê (1923) û rewşa ziman û edebiyat kurdî
Edebiyat bi zimên tê pê, ziman bingehê edebiyatê ye. Herçiqas di serdema Osmaniyan de rewşa zimanê kurdî ne mîna piştî komarê be jî, dîsa ew bi awayekî giştî ne zimanê perwerdê, ne zimanê ilm û zanînê, ne zimanê ticaret û birêvebirinê bû. Rast e ko di serdema osmanî de zimanê kurdî ne di hêsîriya îro de bû, ew mîna îro li qeyd û merbendan nehatibû xistin, cih bi cih bi vî zimanî perwerde hebû, di medreseyan de bi vî zimanî dihat xwendin. Wek encama medreseyan jî îro klasîkên kurdî di destên me de hene. Lê piştî şerê cîhanê ê yekê û avakirina komara Tirkiyê, ne bi carekê be jî, desthilatdariya yekpartî ya Kemalîzmê, dixwaze mederseyan bigire û bi wê yekê dawiyê li bermayên osmaniyan bîne. Şoreşa kinc û alfabeyê jî wê demê li dar dikeve. Slogana yek netewe, yek al, yek ziman wê çaxê dibe bingehê komarê. Kemal Atatürk bi şoreşa kinc û alfabeyê dixwaze ji şerqê bi dûr bikeve û xwe nêzîkî Ewrûpayê bike. Ew dixwaze komara wî bi şikil û celebê jiyana ewrûpiyan be. Ew vê yekê ne li ser tiştên kevin ava dike, lê tiştên kevin, kultur û awayê kevin ji bin ve hildiweşîne û dixwaze li gora xwe tiştekî nû ava bike. Li gora xwe sekularîzmê dide pêş û dixwaze xwe nêzîkî medeniyeta Ewrûpayê bike.
Di îdeolojiyeke weha teng de cih ji fikrên cihê, ji netewe û zimanên cihê re nedima. Loma, zimanê tirkî bû bingehê komarê û yê kurdî jî hate qedexekirin. Ew klasîkên ko bi zimanê kurdî lê bi alfabeya erebî hatibûn nivîsandin, qedexe nebûbin jî, êdî xwendin û têgihîştina wan ji bo nivşê nû zehmet bû û di dema nû de jî, yanî bi kurdiya latînî tiştek nehat nivîsandin. Ji bo helandina kurdan qedexekirina zimanê wan nixteya herî girîng û heyatî bû. Ji aliyê din ve ji bo nûkirin û pêşdexistina zimanê tirkî desthilatdariya Kemalîzê gelekî dixebitî, bi xurtî dest bi wergerandina berhemên edebî kirin. Di wê demê de gelek berhemên fransiz û rûsan hatin wergerandin û bi riya wergerandina berhemên van zimanan êdî şêwe û awayên nû yên edebiyatê jî bi riya wergerê diketin zimanê tirkî. Ji xwe hunera çîroka tirkî jî wê demê dest pê dike. Piştî komarê (1923) di zimanê tirkî de gelek çîroknivîs derdikevin û bêtir di vê demê de hunera çîrokê li ba tirkan dikemile. Yên mîna Ömer Seyfettin, Sabahattin Ali, Sait Faik ko hê jî cihekî wan ê taybetî di edebiyata tirkî de heye, piştî komarê hunera kurteçîrokê li ba tirkan gihandine dereceyeke bilind. Di demeke ko jinûvevejînek di edebiyata tirkî de çêdibû, kaniya edebiyata kurdî jî dimiçiqî, dawî li klasîkan dihat û bi her awayî rê li ber avakirina edebiyateke kurdî ya nûjen hatibû girtin. Êdî derxistin û weşandina kovarên mîna Kurdistan (1898), Rojî Kurd (1913) û Jîn (1918-1919) ne mimkin bû. Herçiqas ev kovar û rojnameyên kurdan bi du zimanî, bi tirkî-kurdî bûn û giraniya wan siyasî bûn jî, dîsa li ser kultur û edebiyata kurdî, li ser rabûn û rûniştina kurdan gelek nivîsên balkêş diweşandin.
Heke ew bêdengî welê dewam bikira û bêbersiv bimaya, bi texmîniyeke mezin me ê îro nikarîba behsa çîroka kurdî ya nûjen bikira. Di warê kurmancî de ev bersiv ji du aliyan hat. Yek jê ji kurdên Sovyeta berê, bi riya radyo û weşanê hat, ya din jî ji aliyê ekola Hawarê ve hat.
Kovarên Hawar (1932-1943), Ronahî (1942-1945), Roja nû (1943-1946) û çîroka kurdî
Ez dikarim bi hêsanî bibêjim ko ji bo edebiyata tirkî, ji bo ji nû ve vejîna edebiyata tirkî û avêtina bingehê edebiyata tirkî ya modern rola komara Tirkiyê çi bû, ji bo edebiyata kurdî jî rola kovarên Hawar, Ronahî û Roja Nû her ew bû.
Ev kovarên kurdî yên ko ji aliyê herdu birayan Celadet û Kamran Alî Bedir-Xan li Şam û Bêrûdê derdiketin, hem ji bo edebiyata kurdî ya nûjen bûn bingeh û dibistanek, hem jî di navbera edebiyata kurdî ya klasîk û nûjen de rola pirekê lîstin. Cara pêşî bi riya van kovaran û bi taybetî jî bi riya Hawarê, bi alfabeya latînî nimûneyên ji edebiyata klasîk gihîştin nivşê me. Ferqa di navbera komara Tirkiyê û ekola Hawarê de ew bû, ko tirkan dixwestin her tiştî ji nû ve dest pê bikin, pehînekê li tiştên kevin bixin, lê ekola Hawarê edebiyata kurdî ya klasîk dikir bingehek û dixwest li ser wî bingehê qewîn asasê edebiyata nûjen biavêje. Li gora hewcedarî û pêwîstiya edebiyata nûjen û pêşketina civakê, di serî de Celadet dest bi nûkirina zimanê kurdî kir, dest bi bikaranîna hin termên kurdî yên nû kir û termên gramerî bi kurdî bi kar anîn. Kovara Hawarê ya ko ne li ser erda xwe û piştî hemû serîhildan û têkçûnên kurdan derdiket, rola dewletekê, di dewleteke demokratîk de rola wezareteke çandî, rola akademiyeke zanistî dilîst. Loma, karê wê pir bû û karekî pir zehmet bû. Diviya bû zimanê kurdî bi tenê di klasîkan de nemaya, tenê ne zimanê folklorê bûya; pê edebiyateke modern bihata nivîsandin, pê her beşên edebiyatê û her awayên nivîsê bihata ceribandin.
Bi rastî jî welê kirin. Gava mirov niha çavekî li Hawarê digerîne, mirov pêrgî her beşê edebiyatê tê. Lê ji nav beşên edebiyatê, hunera çîrokê jî pir derdikeve pêş. Di kovarên Hawar, Ronahî û Roja Nû de bi dehan kesan çîrok nivîsandine. Hin kesan bi tenê çîrokek nivîsandine, hinan du çîrok û hinan jî çend çîrok nivîsandine. Lê belê hinan heta heft-heşt çîrokan jî nivîsandine. Digel wê jî dîsa navên wan wek çîroknivîs nayên bi bîranîn. Yên hinan ji ber piralîbûna xwe wek çîroknivîs derneketin pêş û deng nedan. Ew ji şaxekî bêtir bi karên nivîsê daketine; helbest, nivîsên civakî û siyasî û li ser dîrokê nivîsandine, bi xwe endamên partiyên siyasî bûne, birêvebir bûne; yanî wan xwe tenê bi warekî ve girê nedabûn. Loma, navên wan di dîrokê de carina wek kesên siyasî derdikevin hemberî me, carina wek helbestvan, carina wek zimanzan, carinan wek dîrokvan, carina jî wek çîroknivîs derdikevin pêşberî me.
Li gora bendeke Ferhad Pîrbal ko di Nûdem, hejmar 11, 1994an de hatiye weşandin, Celadet Bedir-Xan di Hawarê de 12 çîrok, Osman Sebrî 7 çîrok, Mistefa Ehmed Botî 6 çîrok, Bişarê Segman 4 çîrok weşandine. Pîrbal di nivîsa xwe de hejmara çîrokên ko di Hawarê de hatine weşandin digihîne 69an. Herweha şeş çîrok jî werger û adaptasiyon in.
Di kovara Ronahiyê de jî 41 çîrokên hunerî, 29 çîrokên kurmancî, 3 çîrçîrok û 10 çîrokên werger hatine weşandin. Di kovara Roja Nû ya ko di bin berpirsiyariya Kamran Bedir-Xan de derdiket, 19 çîrokên hunerî û 10 jî çîrokên kurmancî hatine weşandin.
Gava em çîrokên van hersê kovaran didin ser hev, em dibînin ko hejmara wan bi ser sedî dikeve. Ji van çîrokan hejmareke mezin çîrokên hunerî ne, ji aliyê navên cihê ve hatine nivîsandin, lê piraniya nivîskarên wan anonîm in, li ser wan û jiana wan tiştek di destên me tuneye, em nizanin ew kî ne, ji ko ne, çi kirine. Loma, gava mirov ji van çîrokan dixwîne, ji bilî navên nas, mirov ji Celadet Bedir-Xan şikê dike. Wê welê be jî, gelek ji wan navên nenas wê naznavê Celadet Bedir-Xan bin.
Di van hersê kovarên herdu birayan de, ji bilî çîrokên hunerî, gelek çîrokên kurmancî, çîrçîrok û çîrokên wergerê hene. Çîrokênwerger piranî ji edebiyata fransî ne, çîrçîrok û çîrokên kurmancî jî bi giranî ji herêma Mêrdînê ne.
Lê digel vê hejmara mezin ya çîrokan, dîsa gava behsa dema Hawarê an jî behsa çîroknivîsên Hawarê dibe, tavilê du nav têne bîra mirov. Ew jî Qedrî Can û Nûredîn Zaza ye...
Qedrî Can ((1911-1972) û Nûredîn Zaza (1919-1988)
Qedrî Can û Nûredîn Zaza hem du çîroknivîsên Hawarê yên li pêş bûn, hem jî du pêşengên çîroknivîskariya kurdî yên nûjen in. Digel ko ew jî piralî bûn, ew jî bi gelek tiştan ve mijûl dibûn, lê dîsa di mijûliya wan ya sereke de çîrok li pêş bûn. Ev herdu çîroknivîsên kurd jî ji ber sebebên siyasî ji bakurê welêt daketibûn Sûriyê. Qedrî Can ji Dêrika Çiyayê Mazî û Nûredîn Zaza jî Madenê bû.
Hejmara çîrokên Qedrî Can ji yên Nûredîn Zaza bêtir in û mijarên wan jî cihêtir in. Digel ko Qedrî Can di navenda siyasetê de bû û di piraniya helbestên xwe de jî mijara siyasî kiriye navend, û digel ko piraniya berhemên edebî yên Hawar, Ronahî û Roja Nû bi naverokeke siyasî dagirtî bûn û piranî li ser bûyerên rojane ên siyasî bûn, mijarên çîrokên Qedrî Can ne welê ne. Heta ji Qedrî Can hatiye wî xwestiye ew kirasekî edebî yê herheyî li çîrokên xwe bike, edebiyatê neke qurbana bûyerên rojane, lê di eynî demê de, motîvên bijarte yên civata kurdî hilbijêre û bi pîvanên edebiyatê yên gerdûnî bihûne. Qedrî Can ji bilî tibabek helbest û wergera kitêba Grigori Petrof ya bi navê »Di welatê zembeqê gewir de« ko beş bi beş di kovara Roja Nû (1943) de weşandibû, li ser hev di hersê kovarên navborî de ev her donzdeh çîrok weşandine; Hawar hebe gazî li dû ye, Gundê nûava, Besreka zêrîn, Hêva çardeşevî, Sond, Guneh, Sehên zozanan, Gulçîn, Nêçîra berazan, Serencam, Muhra Silêman û Roviyê xapînok.
Hin ji çîrokên destpêkê pir kurt bûn, digel ko zêde dirûvê çîrokan bi wan nediketin jî, dîsa ew bi zimanekî edebî û hunerî hatibûn nivîsandin. Lê piraniya çîrokên Qedrî Can çîrokên hunerî ne, bi zimanekî hunerî û edebî hatine hûnandin, ew serdestê mijarên xwe ye, bi bêhnfirehî pê de diçe, karakteran û bûyerên ko li der û dora karakteran diqewimin baş salix dide, îro dijî, li doh difikire, doh bi sibehê ve girê dide. Ji ber ko Qedrî Can nivîskarê surgunê ye mirov tesîr û psîkolojiya surgunê di çîrokên wî de baş dibîne. Ew metoda flash-back bi kar tîne, gelek caran ji dema niha diçe salên zaroktiyê, mijarê li ser bûyerekê an jî bîranînekê ava dike û dîsa ji nişka ve li xwe vedigere. Her çîrokek perçeyek ji jiyana Qedrî Can e, pelek ji kitêba jiyana wî ya qetyayî ne. Qedrî Canê perçebûyî dixwaze bi riya nivîsandina van perçeyên jiyana xwe, yekparetiya xwe bi dest bixe, rûpelên rengîn ko ji kitêba jiyana wî hatine qetandin bi ser hev de bîne. Ew di çîroka bi navê »Ser encam« (Roja Nû, 14-4-1943) de weha dest pê dike: »Gava mirov ji halê xwe ne razî, û ji pêşiya xwe bigûman be, dizîvire, li rojên xwe ên derbasbûyî dinere… mîna pîrên riziyayî ko ne ji dixwazin bimirin…tenê û tenê li rojên xwe yên çûyî bifikirin; xortaniya xwe, zarotiya xwe bînin bîra xwe û bi vî awayî bîna xwe biderxin…
Ez jî wisan bûme; ez jî bûme xortekî pîr. Li pêşiya xwe dinêrim: leylan û gûman… Li dora xwe mêze dikim: mij û dûman!...
Belê, ez jî mîna wan kal û pîrên xurde, rojên xwe ên derbas bûyî, nemaze rojên zarotiyê tînim bîra xwe, bi hezar û yek hesretî dilê xwe tije dikim û ji wan lezeteke derûnî distînim… Ew pelên ko ji kitêba jiyîna min hatine çirandin, îro perçên wan î rizyayî berev dikim, bi hev dizeliqînim… Dixwazim ji wan kitêba bextiyariyê çêbikim. Sond… Guneh… Rojên derbasbûyî… Serencam… her yek ji van, ji kitêba jiyana min a hezîn rûpelekî rengîn in. Lê rengîn dibin, zengîn dibin… dîsa pelinin çiriyayî û riziyayî ne… Serencam jî rûpelek ji wan pelan e…
Berî bîst û pênc salan bû…»
Qedrî Can di çîrokên bi navê «Sond«, »Guneh« û »Rojên derbasbûyî« de, mîna çîroka »Serencam« destpêkeke şiroveyê tîne û li doh, li salên zaroktiya xwe vedigere û tîne bi roja îro ve girê dide. Gava mirov van herçar çîrokan li dû hev dixwîne, mirov dibîne ko Qedrî Can mijarên xwe bi zanebûn hilbijartine, li ser wan hûr bûye, pevgirêdanek di navbera wan de ava kiriye û hewl daye ko yekparetiyê pêk bîne.
Nûredîn Zazayê ko ji aliyê Celadet Bedir-Xan ve wek Çexovê kurd dihat bi nav kirin, di warê nivîsandina çîrokê û hunera çîrokê de şareza bû. Hemû çîrokên Nûredîn Zaza yên ko li ber destên me hene û yên ko me di nav weşanên Nûdemê de bi navê »Keskesor« wek kitêb weşandiye, ev in: Xurşîd, Derketî, Gulê, Keskesor, Stêrk, Perîşanî, Hevîna Perîxanê û Şerê Mêşan.
Di mijarên çîrokên Nûredîn Zaza de şopên nostaljiyê, hisa dûrbûna ji welêt û agirê xerîbiyê serdest e. Heke em adaptasiyonên Nûredîn Zaza yên romantîk nehesibînin, hemû çîrokên wî bi rewşa welêt ya siyasî ve girêdayî ne, bi motîvên welatparêziyê ve mişt in, bi têkoşerî, şîret û perwerdeya kurdan ve dagirtî ne, lê zimanê wî xweş û herihbar e, taswîrên wî xurt û zindî ne.
Kurdên Sovyeta berê
Kurdên Sovyeta berê, kurdên Qafqasyayê, an jî kurdên ko ji ber zilma, bi gotina wan »Roma reş« baz dane û li kujekî Ermenistanê, li bin pala çiyayê Agiriyê bi cih bûne, piştî şerê cîhanê ê yekem û piştî şoreşa Bolşevîkan ew di nav tixûbên Sovyetê de man. Herçiqas kurdên misilman di nav wan de hebûn jî, piraniya wan kurdên êzîdî bûn, ew jî bi qirkirina ermeniyan re dihatin qirkirin. Lê, piştî şoreşê, piştî ko gelek komar û gelên Sovyetê gihîştin mafên xwe yên gelî, ew imkan kete destên kurdên Sovyetê jî, wan dest bi weşandina rojnameya »Rya Teze« kirin, li Yerîvanê radyo avakirin û dest bi nivîsandina helbest, çîrok, roman û piyesan kirin. Digel ko ew ji Kurdistana mezin qutbûyî bûn û bi tu awayî têkilî di navbera wan û kurdên Kurdistanê de nemabû, dîsa wan di nav xwe de zimanekî standart ava kiribûn û gava li Tirkiyê kurd ketibûn ber pêla asîmîlasiyonê, wan bingehê jiyaneke edebî diavêtin.
Kurdên Sovyeta berê hema bêje hemû şaxên edebiyatê ceribandine. Berhevkirin û weşandina berhemên folklorî jî li ba kurdên Sovyetê cihekî girîng digirt. Lê wek şaxekî edebî kurteçîroka hunerî jî li Sovyeta berê hatiye nivîsandin. Wê ji bilî van nivîskar û çîroknivîsên ko me di vê antolojiyê de civandine jî çîroknivîs hebin, lê mixabin, me nikarîbû em xwe bigihînin berhemên wan, an jî li gora lîsteya ko me ji şarezayên edebiyata kurdên Sovyeta berê Tosinê Reşît, Têmûrê Xelîl û Wezîrê Eşo wergirtiye, çîroknivîs bi giştî ev in. Lê heke ne bi tenê ev bin jî, ev resimekî çîroka kurdên Sovyeta berê bi giştî didin.
Ji xwe gava behsa edebiyata kurdên Sovyeta berê dibe tavilê navê Erebê Şemo û roman wî »Şivanê kurd« tê bîra mirov. Ji bilî Erebê Şemo bi dehan kurdên Sovyeta berê xwe li nivîsandina edebiyatê, xwe li nivîsandina şaxên edebiyatê yên cihê ceribandine, di nav xwe de zimanekî kurdî ê standart ava kirine û bûne perçeyek ji edebiyata Sovyetê. Temayên ko nivîskarên kurdên Sovyeta berê di berhemên xwe de bi kar anîne, jiyana gundîtiyê, adetên kevin, jiyana bi xelkên din re û nostaljiya welatê bav û kalan e. Di çîrokên ko me ji bo vê antolojiyê jî hilbijartine kêm zêde ev tema serdest in. Bi alfabetîk ev çîroknivîs in: Babayê Keleş (1947), Eliyê Ebdilrehman (1920), Emerîkê Serdar (1935), Erebê Şemo (1897-1978), Eskerê Boyîk (1941), Rizaliyê Reşîd (1929), Sîma Semend (1933), Têmûrê Xelîl (1949), Şemsî (1933-2002), Tosinê Reşît (1941), Wezîrê Eşo (1934) û Xelîlê Çaçan (1924).
Başûrê Kurdistanê
Li gora Ferhad Shakely ko çavkaniya xwe ji Husên Arif girtiye, çîroka soranî ya pêşî di sala 1925an de hatiye weşandin. Ev çîroka bi navê »Le xewma« ji aliyê Cemîl Saîb (1887-1951) ve hatiye nivîsandin. Ev çîroka Cemîl Saîb mîna 23 beşan di kovarên bi navê Jiyanawa û Jiyan de hatiye weşandin.
Lê çîroka kurdî ya başûrê welêt jî bi riya kovaran û bi taybetî jî bi derketina kovara Gelawêjê (1939-1949) ber bi dema xwe ya kemilandinê ve diçe. Di Gelawêjê de digel çîrokên nivîskarên kurd gelek çîrokên werger jî hatine weşandin.
Bi gotineke din rola kovarên Hawar, Ronahî û Roja Nû di pêşdexistina edebiyata kurdî û bi taybetî jî di pêşdexistina çîroka kurmancî de çi be, rola kovara Gelawêjê jî ji bo kurmanciya jêr (soranî) ew e. Kovara Gelawêjê di sala 1939an de dest bi weşanê kir û heta sala 1949an dewam kir. Ev kovara ko pêşî di bin berpirsiyariya Îbrahîm Ehmed de û dû re di bin berpirsiyariya Elaeddîn Secadî de derdiket, çîrokên Îbrahîm Ehmed û Elaeddîn Secadî jî tê de, li gora çavkaniya ko Ferhad Shakely di kitêba xwe ya bi navê »hunera çîroka kurdî ya nûjen« de daye û eynî çavkanî ji Husên Arif girtiye, di pêvajoya deh salên Gelawajê de 114 çîrok hatine weşandin. Ji van 114 çîrokan 82 werger in û 32 çîrok jî ji aliyê çîroknivîsên kurd ve hatine nivîsandin. Çawa ko gava navên çîroknivîsên Hawarê tê ser zimên tavilê Qedrî Can û Nûredîn Zaza tên bîra mirov, çîroknivîsên Gelawêjê jî di serî de Îbrahîm Ehmed, Elaeddîn Secadî ((1915-1948) û Şakir Fetah (1914-1988) tên bîra mirov.
Me ji ekola Gelawêjê wek nimûne bi tenê Elaeddîn Secadî hilbijart û çîroka wî »Bo xatirê jinê« ji kurmanciya jêr wergerand kurmanciya jor.
Lê ferqa Hawar û Gelawêjê ev e; gava Hawarê dawî li jiyana xwe anî, di warê ziman û edebiyata kurdî de jî qutbûn û bêdengiyek çêbû û hema bêje vê qutbûn û bêdengiyê heta salên 80yî dewam kir. Lê gava Gelawêjê di sala 1949an de dawî li jiyana xwe anî, dîsa di edebiyata kurdî de berdewamiyek hebû. Ji ber ko zimanê kurdî ne qedexe bû û ew zilma nedîtî ya ko li Tirkiyê li ser zimanê kurdî hebû, li Iraqê û Kurdistana Iraqê tunebû. Erê Sedam kurd qir dikirin, lê zimanê wan qedexe nekiribû û di bin desthilatdariya Sedam de li Bexdayê Akademiya kurdî hebû. Loma, piştî rawestandina kovara Gelawêjê, demeke zêde neket navê ko hêdî hêdî di warê çîroknivîskariya kurdî de navên nû derketin. Ev navên ko derketin herçiqas bi stîl û awayên cihê derketibin jî, lê dîsa li ser mîraseke heyî edebiyata xwe ava kirin. Me ji bo vê antolojiyê jî nimûneyên berbiçav ji vî nivşî hilbijartin û çîrokên wan ji kurmanciya jêr wergerandin ya jor. Lê, ji ber ko ez bi xwe ne şarezayê vî zaravayê kurdî me û bi qasî ko haya min ji edebiyata kurmanciya jor û prosesa wê heye, ez ew çend ji edebiyata ko bi zaravê kurmanciya jêr tê nivîsandin ne haydar im, min ji bo hilbijartina çîrokên wan, ji hin hevalan daxwza alîkariyê kir. Min ji Ferhad Shakely, Enwer Qadir, Heme Seîd Hesen û Mahabad Qeredaxî ev daxwaz kir. Lê ji bilî çîrokek du çîrokên ko Heme Seîd Hesen ji min re şandin, piraniya çîrokên kurmanciya jêr, yên ko me xistine vê antolojiyê min ji ba Ferhad Shakely peyda kirine û bi hilbijartina wî bûne.
Piştî ko min kurmanciya van çîrokan xwend, ez têgihîştim ko bi rastî jî hunera kurteçîrokê di vî zaravî de bi pêş ketiye, nivîskaran xwe li stîlên cihê rakişandine û hewl dane ko pîvaneke çîroknivîsiya gerdûnî bi dest bixin. Ez bawer dikim, piştî ko hûn jî van çîrokan bixwînin hûn ê hewldayîna wan baş bibînin.
Bo nimûne, çîroka Husên Arif »Rêwîtiyeke efsûnî« li dû teknîkeke nû ye, di eynî çîrokê de demên cihê bi kar anîne, ew dem di hundirê hev de hûnane, carina serê xwendevên tevlihev dike, têgihîştina mijarê an jî mesajê zehmettir dike, hewayeke Joycewarî ava dike. Ev awayê nivîsandinê li ba çend çîroknivîsên din jî hene.
Ji bilî Elaeddîn Secadî û Husên Arif me çîrokên van çîroknivîsan ji bo vê antolojiyê hilbijartine: Ehmed Mehemed Îsmaîl (1943), Ferhad Pîrbal (1961), Ferhad Shakely (1951), Mahabad Qeredaxî (1966), Mehemed Mewlûd ‘Mem’ (1927-1987), Necîbe Ehmed (1954), Raûf Bêgerd (1942), Şêrzad Hesen (1951), Mehemed Mukrî (1949?) û Mehemed Ferîq Hesen (1941).
Me ji bilî van navan çîrokên çend çîroknivîsên din jî amade kiribûn, lê mixabin pirsgirêka wergerê derket û loma ew çîrok negihîştin ser vê antolojiyê.
Behdîna
Gava mirov edebiyata kurmancên Behdîna dide ber ya soranî, mirov dibîne ko ew bi qasî ya soranî bi pêş neketiye. Ji xwe di salên ko edebiyata kurmanciya jêr (soranî) di dema xwe ya gulvedanê de bû, li ba kurdên Behdîna nesir an nedihat nivîsandin an jî pir kêm dihat nivîsandin. Ji ber ko di salên 1970-74an de li başûrê Kurdistanê zaravayê soranî di dibistanan de dihat xwendin, behdîniyan jî di dibistanan de kurdiya soranî dixwendin. Zimanê kurdî yê fermî soranî bû û behdîniyan jî di dibistanan de soranî dixwendin. Faktoreke din jî ew bû ko hem ji aliyê nifûsê ve behdînî (kurmanc) kêm bûn, hem jî edebiyat bêtir li bajarên mezin mîna Kerkûk, Silêmanî û Hewlêrê geş dibû. Lê dîsa jî, kurmancên başûr di warê nivîsê de kêm nemane, gelek kesan helbest û çîrok nivîsandine. Tevgera edebî ya Behdînan, an jî ya kurmancên başûr piştî ya soranî tê, lê dû re wê temam dike.
Kurmancên başûr, digel helbesê, di warê çîrokê de jî gelek berhem dane. »Antolojiya çîroka nû ya kurmancên başûr« ko Xelîl Duhokî amade kiribû û me ew di sala 1995an de di nav weşanên Nûdemê de derxistibû, nimûneyeke berbiçav ya çîrokên wê herêma Kurdistanê ye. Di vê antolojiyê de Xelîl Duhokî 25 çîroknivîs civandine. Gelek ji van xwediyên kitêbên çîrokan in, hinan jî bi tenê çîrokên xwe di kovar û rojnameyan de weşandine. Li gora çavkaniya ko Xelîl Duhokî di pêşgotina antolojiya xwe de dide, çîroka pêşî li devera Behdînan ji aliyê Salih Rişdî de di sala 1960î de hatiye weşandin. Ev çîrok di kovara Ronahî de (Hafiz Qazî derdixist) hatiye weşandin. Li gora ko Xelîl Duhokî di pêşgotina antolojiya xwe de salix daye, kitêba kurteçîrokan ya pêşî ko li Behdîna derketiye, kitêba Elî Neqşenbendî ye ko di sala 1972an de derketiye. Di sala 1979an de jî kitêba Îbrahîm Selman hatiye weşandin.
Mixabin, me nikarîbû ko em hemû çîroknivîsên kurmancên başûrê welêt têxin vê antolojiyê, lê me bi tenê çend nimûne hilbijartin. Ew nimûneyên ko me ji kurmancên başûr hilbijartine û xistine antolojiyê, ev in: Enwer Mehemed Tahir (1949), Fazil Umer (1962), Hesenê Silêvanî (1957), Husein Muhammed (1980), Nizar Mehemed Seîd (1952), Serfiraz Neqşebendî (1952), Sidqiyê Hirorî (1956) û Xelîl Duhokî (1951).
Çîroknivîsên ko di vê antolojiyê cih negirtine, ne ji ber qelsiya çîrokên xwe cih negirtine; yek jê ji ber nebûna cih, ya din jî ji ber ko hema bêje hemû çîrokên Behdînan bi devoka behdînî hatine nivîsandin û ji bo xwendevanên zimanê kurdî bi giştî têgihîştina wan ne hêsan e. Herçiqas min xwest ez bi riya serastkirina zimanê wan, wan nêzîkî kurmanciya standart bikim jî, lê ji ber rîska xerabkirina form û teknîka çîrokê min cesaret nekir.
Kurdistana Îranê
Ji ber ko min navên zêde çîroknivîsên Kurdistana Îranê bi dest nexistin, loma ez ê nikaribim zêde tiştekî li ser edebiyat an jî çîroka vî beşê welêt bibêjim. Lê em zanin ko di dema avakirina komara kurdî ya Mahamadê (1946) de gelek kovar û rojname derketin, lê mixabin ew jî mîna komarê temenkurt bûn. Lî vî beşê welêt, di warê prosayê de du navên naskirî; Hesenê Qizilcî (1914-...?) û Rehîmê Qazî (1925-1991) hene. Me di sala 1977an de romana Rehîmê Qazî ya bi navê »Pêşmerge« bi kurmanciya Elîşêr weşand û kitêba kurteçîrokan ya Hesenê Qizilcî jî bi navê »Kenê Parsek« bi kurmanciya Şikriya Salih û Firat Kelehkî di sala 2001ê de li Stenbolê di nav weşanên Avestayê de derket.
Ev herdu nivîskarên kurd di warê prosayê de zîrek bûn û ji bo nivşê li dû xwe jî bûne çavkaniya îlham û bixwebawerî yê. Hêmin Mukriyanî piştî ko Hesenê Qizilcî hem wek insan û malbat, hem jî wek nivîskar dipesinîne, li ser çîrokên wî jî van gotinan dibêje: »Pêlewanên çîrokên Qizilcî, qet yek ji wan jî ji xwendevanên kurd re xerîb nayên. Hemû ji çîn û tebeqeyên civaka kurd hilbijartine, karesatên jiyana wan bi kurdiyeke sade (zelal, petî) û bi zimanekî wisa nivîsiye û şirove kiriye ko kurdekî ne xwendevan, cahil jî têbigihê.
Xwendeven bi ciwanî têdigihe, Mamoste Qizilcî heya bi çi radeyê şarezayî, zanistî, psîkolojî ye û çawa giyanê pêlewanan nas kiriye û çûye kûriya dil û hinavên wan.
...Xwendevan di van çîrokên kurt de nimûneya jiyana derebegekî zalim (çekmereq), kevnebegekî barkêş î kewitî, şêxekî destbir, derwêşekî zergweşên, cotkarekî zilm lê hatî kirin, zirnokerekî zimandirêj, karbidestekî bertîlxwer û biyanî, bazirganekî sûtxwer (faîzxwer) û temakar, casûsekî niştimanfiroş, jineke tenê ya bedbext û bêbeş a kurd...«
Romana Rehîmî Qazî »Pêşmerge« di warê romanê de li Kurdistana Îranê nimûneya pêşî ye. Ev romana ha cara pêşî di sala 1960î de li Êrîvanê, di sala 1962an de li Bexdayê û di sala 1977an de li Swêdê di nav weşanên Nûdemê de derket. Îzeddîn Mistefa Resûl bi kurtî li ser romana Pêşmerge weha dibêje: »Pêşmerge çîrokeke dirêj e, diçe dikeve nav wî baxê gulan yê bêhnxweş yê ko di baxçeyê edebiyata kurdî de vedane, yan jî destaneke taze ye bi kincekî nû yê hunerî ve, awayekî nû yê romannivîsiya bi çend qehremanan a mêrxasî û dilêriya gelê kurd dide xuyakirin.«
Em zanin ko li Kurdistana Îranê ji bilî van herdu navan, di warê prosayê de navên din jî hene, lê ew êdî mijara lêkolîneke taybetî ye û di çarçoveya pêşgotina vê antolojiyê de hilnayê.
Em dibînin ko hem li Kurdistana Iraqê hem jî li ya Îranê nesra kurdî bêtir bi kurmanciya jêr dest pê bûye û hatiye nivîsandin, lê dû re bi kurmanciya jor dest bi nivîsandina nesrê hatiye kirin. Ji wan yek jê Perwîz Cîhanî ye ko em wî ji kovara Sîrwe nas dikin. Perwîz Cîhanî gelek nivîsên bi kurmancî di Sîrweyê de weşandin, lê piştî ko derket Ewrûpayê, êdî bi çîrok û romanên xwe navê xwe da bihîstin.
Tevgera salên heftêyî û weşanên wan
Heke em kovar û rojnameyên Musa Anter, Canîp Yildirim, Edîp Karahan; yanî Şark Postasi, Ileri Yurt (1958) û Dicle-Firat (1962-63) nehesibînin, piştî avakirina komarê bêdengiyeke mezin li Kurdistanê hukum dikir û zimanê kurdî li qeyd û merbendan ketibû. Herçiqas ev kovar jî bi armancên siyasî derdiketin û zimanê wan bi tirkî bû, dîsa carina di nav re cih didan kurdî û heta Edîp Karahan di kovara xwe (Dicle-Firat) de gelek çîrok jî nivîsandin. Çîrokên ko Karahan dinvîsandin bi tirkî bûn, lê wî her tim bi zanebûn an gotinên kurdî tevlî çîrokên xwe dikirin an jî di nav çîrokan de cih dida stranên kurdî. Karahan jî wek gelek kesên wê demê, ji ber nebûna nivîskaran navên cihê bi kar dianî û di bin navên cihê de dinivîsand. Di nav hemû çîrokan de wî bi tenê çîrokeke xwe (Heydo û Ferho) xwerû bi kurmancî nivîsandiye. Me ew çîroka wî ya bi kurdî û çîrokên wî yên tirkî jî dan hev û bi wergera Mustafa Aydogan weke kitêb di sala 2001ê weşand.
Ji ber sebebên siyasî, sînorên qewîn yên ko di navbera kurdan de hatibûn kişandin û zarava û alfabyên cihê, ne haya tevgera kurdên bakurdê Kurdistanê yên pêncî û şêstî, ne jî haya tevgera kurdî ya salên heftêyan ji tevgera kurdî û entelektuelî ya kurdên Sovyeta berê, dema Hawarê û başûr û rojhilatê welêt hebû.
Tevgera kurdî ya salên heftêyî ya bakurê welêt ji tevgereke kulturî û edebî wêdetir wek tevgereke siyasî derket. Ew li dijî sîstem û desthilatdariya Tirkiyê dengekî protestoyê bû û bi nêrîn û îdeolojiya çepîtiyê ve rapêçayî bû. Piştî avakirina komara Tirkiyê, cara pêşî bû ko kurd dibûn xwediyê evqas kovar û rojname. Armanca hemû kovar û rojnameyên salên heftêyî, mîna yên salên pêncî û şêstî siyaset bû û ew siyaset jî bi tirkî dihat meşandin. Ji xwe imkanê kirina siyasetê ya bi kurdî qet tunebû û zimanê kurdî qaçax bû. Qaçax bû û cezayê wê qaçaxê jî giran bû. Kovar û rojnameyên ko bi tirkî dest bi weşana xwe kiribûn, gava nêzîkî li salên heşytêyî dikir, êdî cih didan nivîsên bi kurdî jî û piraniya tiştên ko bi kurdî dihatin weşandin jî helbest bûn.
Gava di sala 1979an de kovara Tîrêjê dest bi weşana xwe kir, di kovarê de dîsa bi giranî helbest dihatin weşandin, lê kovarê cih dida şaxên edebiyatê yên din jî. Di kovarê de bi herdu zaravayên kurdî; kurmancî û zazakî nivîs hebûn û di nav van nivîsan de mirov êdî pêrgî çîrokan jî dihat. Çîrokên Rojen Barnas ko di bin naznavê Flît Totanî de diweşand çawa di warê helbestê de Rojen Barnas bêdengiyek dişikand, di warê çîrokê de jî ew bêdengî dişikand. Barnas dabû dû şopa Hawarê. Rojen Barnas bi zimanekî mîzahî rewşa welêt ya civakî, siyasî û psîkolojî radixist ber çavan. Ew bêtir çîroknivîsekî bajarî bû. Lê di eynî salê de kitêba Mehmed Emîn Bozarslan ya bi navê Meyro (1979) jî derket. Bozarslan bêtir motîvên xwe ji jiyana gundiyan distand, di siya jiyana gundiyan de hem rabûn û rûniştina kurdan, urf û adetên wan, hem jî tirs û tesîra leşkerên tirkan dianî zimên.
Ji xwe hê kovara Tîrêjê û kitêba Bozarslan firsend nedîtibûn ko di nav xwendevanan de belav bibin, cûntaya leşkerî dest danî ser hukum û bi desthilatdariya leşkerî re ev berhem jî hatin qedexkirin û bi carekê ve ji navê rabûn.
Hatina cûntayê û derketina kurdan ya derveyî welêt
Dibe ko trajediyek be, lê min gelek caran gotiye ko hatine cûntaya leşkerî ji bo pêşdexistina zimanê kurdî û avakirina edebiyata kurdî ya modern bûye bingehek, bûye alîkariyek. Gava leşkeran dest danîn ser desthilatdariyê, hemû partiyên siyasê qedexe kirin, bi hezaran kurd û tirk girtin û ew di îşkenceyên nedîtî re derbas kirin. Yên hatin girtin, hatin girtin, lê yên ko xwe ji nav lepên leşkeran filitandin û firsenda derketina derveyî welêt dîtin, li derveyî welêt karên ko nêvcî hiştibûn birin serî û di vî karê nû de jî ziman, çand û edebiyat cihekî mezin û taybetî digirt. Bi avakirina komele, federasyon û enstîtuyan û bi riya weşanên wan mîna Berbang, Hêvî, Kurdistan Press, Roja nû, Armanc, Rewşen û hin kovar û rojnameyên din êdî çîrokên kurdî di nav rûpelên wan de hatin xuyakirin. Digel ko çîrokên kurdî dihatin nivîsandin jî, dîsa mirov nikare bibêje ko çîroknivîsandin wek huner li ba kurdan rûniştibû, an jî çîroknivîskarî wek karekî profesyonel di nav me de bi cih bûbû. Di wan salan de bi taybetî jî di kovar û rojnameyên ko me navên wan li jor hejmartin de gelek çîrok hatin weşandin. Bi weşandina çîrokan re hêdî hêdî hezkirên çîrokan jî peyda bûn û herçiqas heta salên 1985an hê kitêbên çîrokan nehatibûn weşandin jî, lê dîsa navin derketin ko li ser nivîsandina çîrokê konsantre bûn û di nivîsandina çîrokê de jî berdewam bûn. Gava ez navên hin çîroknivîsên wan salan bi bîr bînim divê ez behsa Şahînê Bekirê Soreklî, Hesenê Metê, M. Alî K, Lokman Polat, Fewaz Husên û Ridwanê Alî bikim. Lê heta sala 1985an jî ev çîroknivîsên me ne xwedîkitêb bûn. Di sala 1985an de kitêbeke Torî ya bi navê »Qolinc« li Stockholmê derket, di sala 1986an de kitêbeke min bi navê »Girtî« derket û piştî avakirina weşanxaneya Welat (1988-1995) kitêbên Hesenê Metê, M. Alî K., Ridwanê Alî û Fawaz Husên derketin. Ji aliyê din ve kitêbên Şahînê Bekirê Soreklî û Lokman Polat jî derketin. Di dîroka edebiyata kurmancî de, an jî ya rastî di dîroka edebiyata kurmancî ya serxet û binxetê de êdî çîroknivîsên kurd berî mirina xwe kitêbên xwe yên çîrokan didîtin. Ev yek jî nîşana bingehekî qewîn yê çîroknivîskariya kurdî bû. Êdî ev nivîskarên me bi çîroknivîs dihatin bi nav kirin û wan jî xwe di hunera kurteçîrokê de kûr dikirin. Hin ji van navan hê jî berdewam in, hejmara kitêbên hinan ji yekê zêdetir bûne, lê hin jî di kitêbekê de mane.
Piştî salên 1990î
Piştî sala 1990î hem li Ewrûpayê, hem li Sûriyê û hem jî li Tirkiyeyê liv û tevgereke baş di warê çapemenî û edebiyata kurdî de çêbû. Min di sala 1991ê de bingehê kovara Nûdemê avêt û di bihara 1992an de hejmara Nûdemê ya yekê derket. Di eynî salê de li Stenbolê kovara Nûbihar û rojnameya Welat jî dest bi weşanê kirin. Paşê jî Jiyana Rewşen derket. Ev hersê weşan jî xwerû bi kurmanciya jor bûn. Nûdem kovareke bi temamî çandî, edebî û hunerî bû, Nûbihar kovareke çandî, lê bi ser bawermendên musilman ve bû û rojnameya Welat jî rojnameyeke siyasî bû. Lê ji bilî Nûdemê di van weşanên din de jî tibabek nivîsên edebî, şiroveyên kulturî û çîrok hatin weşandin. Çîrokên herî pir di Nûdemê de hatin weşandin. Min bi zanebûn dixwest ez cih bidim hunera çîrokê, bikim ko bala xwendevan û nivîskarên kurd ji helbestê hebekî jî dagere ser çîrokê, loma min di her hejmareke Nûdemê de çîrokek, carina du çîrok, carina jî sê çîrok dihatin weşandin. Lê van kovarên piştî salên 1990î hem bal dikişandin ser zimanê kurdî hem jî di aktuelhiştina edebiyatê de roleke berbiçav dilîstin. Gelek roman û kitêbên çîrokan yên ko piştî 92an derketin, pêşî di Nûdemê de hatibûn weşandin. Di navbera salên 1992-2000î de Nûdemê gelek kitêbên çîrokan weşandin. Kitêbên çîrokan yên Nûredîn Zaza, Rojen Barnas, Hesenê Metê, F. Cewerî...
Di wan salan de weşanxaneya Dozê jî hat sazkirin, digel ko weşanxaneya Dozê kitêbên kurdî jî diweşandin, lê wê giraniya xwe dabû weşandina kitêbên bi tirkî.
Weşanxaneyên ko piştî 1995an û ji salên 2000î û vir ve ava bûn, bêtir weşanxaneyên meyildarên kitêbên kurdî bûn. Deng, Avesta, Doz, Pêrî, Nûbihar, Weşanên Enstîtuya kurdî ya Stenbolê, Aram, Sî, Mîr... Hinan ji van weşanxaneyan bi tenê kitêbên kurdî weşandin, hinan jî hem yên kurdî hem jî yên tirkî weşandin. Weşanxaneyên herî pir kitêbên çîrokan weşandin, weşanxaneyên Avesta û Sîyê ne. Weşanxaneya Avesta bêtir nivîskarên berê; yên li Ewrûpa, Kurdistana Sûrî, Iraq û Îranê gihandin xwendevanên kurmanc. Kitêbên Avesta yên çîrokan ko di destên me de hene, ev in; Hesenê Qizilcî, Kenê Parsek; Ferhad Pîrbal, Çolistan; Helîm Yûsiv, Jinên Qatê Bilind, Mirî ranazin, Mêrê Avis, Memê bê Zîn; Hesenê Metê, Epîlog, Smîrnoff; Fawaz Husên, Amîdabad; M. Alî. K., Mehkûm; Kamîran Haco, Kelevajî... Di vê navê de weşanxaneya Avestayê kitêbin çîrokan jî ji tirkî wergerandin kurmancî. Kitêba Suzan Samanci, Bajarê Mirinê; ya Migirdîç Magrosyan, Li ba me li wan deran derxist.
Weşanxaneya Sîyê jî piranî meyla xwe berda ser nivîskarên ciwan an jî nivîskarên nû û wê jî di hundirê kurtedemekê de gelek kitêbên kurteçîrokan gihandin ber destên xwendevanên kurd. Çîroknivîsên ko Siyê kitêbên wan ên çîrokan derxistin ev in: Yaqob Tilermenî, Êşbazî, Bermeqlûb; Dilawer Zeraq, Kakil; Sedat Yurtdaş, Xelat, Enwer Karahan, Şevbuhêrkên şevên xalî; Çiya Mazî, Mistek jiyan; Fewzî Bîlge, Jidilara; Roşan Lezgîn, li bin dara Bîşengê...
Hin weşanxaneyên din jî yek libin kitêbên çîrokan weşandine.
Piştî salên 1980 li derveyî welêt û piştî 1990î jî li hundirê welêt (bakurê Kurdistanê), di warê hunera kurteçîrokê de gavên pir baş hatin avêtin û navên balkêş derketin qada edebiyatê.
Li gora rêza alfabê çîroknivîsên bakurê welêt yên ko di vê antolojiyê de cih girtine, ev in: Abidin Parilti (1977), Adar Jiyan (1962), Bûbê Eser (1955), Çiya Mazî (1960), Dilawer Zeraq (1965), Dr. Cuwan Batû, Edîp Karahan (1930), Edîb Polat, Enwer Karahan (1962), Felat Dilgeş (1965), Fewzî Bîlge (1962), Firat Cewerî (1959), Fûad Temo, Hasan Kaya (1964), Hesenê Metê (1957), Hêvîdar Zana (1976), Îbrahîm Seydo Aydogan (1976), Lokman Polat (1956), Mahmûd Baksî (1944), M. Alî K. (1964), Mehemed Dehsiwar (1959), Mehmet Sanri (1967), Mustafa Aydogan (1957), Rojan Hazim, Rojen Barnas, Roşan Lezgîn (1964), Sedat Yurtdaş (1961), Serdar Roşan (1958), Serkan Birûsk (1969, Silêman Demir (1956), Suut Kiliç (1967), Suzan Samanci (1962), Evdile Koçer (1977), Torî, û Yaqob Tilermenî (1972).
Çîroknivîsên ekola Hawarê; Celadet Alî Bedir-Xan (1893), Kamran Bedir-Xan (1895), Nûredîn Zaza (1919), Osman Sebrî (1905) û Qedrî Can (1911) herçiqas ji Tirkiyê û û bakurê Kurdistanê bin jî, lê wan çalakiyên xwe yên edebî li Şamê û biyanistanê dikirin. Loma, mirov dikare wan ne ji perçeyekî welêt, lê Kurdistanî bihesibîne. Ev yek ji bo Mele Mehmûdê Beyazîdî (1797–1858) jî derbas dibe.
Çîroka kurdî ya binxetê
Rewşa çîroka kurdî ya li Sûriyê jî çi bigire di rewşa çîroka kurdî ya Tirkiyê de ye. Piştî salên 1990î di çîroknivîskariya kurdên binxetê de jî livek çêbû. Ev liv û tevgera ha pêşî bi riya kovarên kurdî mîna Gurzek Gul (1989-1991), Zanîn (1991-1997), Aso (1992-...?) û hin kovarên din û dû re çîroknivîsan çîrokên xwe ji kovar û rojnameyên ko li Stenbolê û Ewrûpayê derdiketin re şandin. Ji ber ko kurdên binxetê jî alfabeya latînî bi kar tînin, di bin tesîra Hawarê de û nêzîkî zimanê Hawarê dinivîsînin, di navbera wan û weşanên din ên ko bi kurmanciya latînî derdikevin de tu pirsgirêk dernakevin. Lê kurdên binxetê ji bilî ko wan çîrokên xwe di kovaran de didan weşandin, dest pê kirin çîrokên xwe gihandin hev û mîna kitêb weşandin. Hinan ji wan kitêbên xwe bi xwe derxistin, hinan jî kitêbên xwe di nav weşanên kurdî ên din derxistin.
Mîna nivîskarên kurd yên beşên din, gelek nivîskarên kurdên binxetê jî ji welatê xwe derketibûn û li derveyî welêt dijiyan. Çîroknivîsên ko ji refê pêşîn yên ko li derveyî welêt dijiyan mirov dikare navên Şahînê Bekirê Soreklî, Bavê Nazê, Fawaz Husên û Ridwanê Alî bide. Lê vê dawiyê hejmara wan zêdetir bû. Hejmara çîroknivîsên kurd ên binxetê jî zêdetir bûne. Çîroknivîsên vê antolojiyê bi alfabetîk, ev in; Cankurd (1948), Ebdilbaqî Huseynî (1961), Fawaz Husên (1953), Fewaz Ebdê (1961), Helîm Yûsiv (1967), Jan Dost (1965), Kamîran Haco (1959), Pîr Rustem (1963), Qado Şêrîn (1967), Ridwanê Alî (1959), Silêman Alî (1963) û Şahîn Bekirê Soreklî.
Çîroknivîskariya kurdî ya ko berê tenê di çarçoveya rûpelên kovar û rojnameyan de bi sînorkirî bû, di hundirê bîst salên dawî de hêdî hêdî gihîşt karaktereke xwe ya taybetî. Îro ne bi sedan be jî, bi dehan kitêbên kurdî yên çîrokan li ber destên me hene. Ji aliyekî ve gava ji edebiyata dinyayê çîrok werdigerin kurdî, êdî deriyê çîroka kurdî jî li zimanên dinyayê vebûye û çi bi celebê yek û yek çîrokan be, çi bi wergera kitêban sihê be, çi jî bi celebê antolojiyan be êdî çîroka kurdî werdigere zimanên biyanî û rexneyên baş jî werdigirin. Ev beşa hunerî, ya ko hê berî zêdeyî sed û pêncî salî di zimanê kurdî de dest pê bûye, lê pir hêdî meşiyaye, gelek caran hilkimiye û ketiya, ez karim bê dudilî bibêjim ko êdî bi ser xwe ve tê û hêviyeke baş jî dide mirov..
Çîrok
Me navê vê antolojiyê kir »Antolojiya çîrokên kurdî«. Tê wê manê ko ez niha, di dema îro de, ji bo vî şêweyê hunerê gotina »çîrok" an jî mîna kurmancên jêr dibêjin »kurteçîrok« dipejirînim û loma min ev nav bi kar aniye. Di kovar û rojnameyên mîna Hawar (1932-1943), Ronahî (1942-1945), Roja Nû (1943-1946), Hêviya Welêt (1963-1965), Çiya (1965-1970), Hêvî (1983-1992) û gelek kovarên kevin û nû de navê »çîrokê« hatiye bikaranîn. Heta di kovara Rojî Kurd (1913) de çîroka Fûad Temo ko heta niha mîna çîroka kurdî ya pêşî dihat qebûlkirin, di bin sernava »çîrok« de hatibû weşandin. Herçî kurdên Sovyeta berê ne, wan ji »çîrokê« wêdetir, gotina »serhatî« bi kar anîne. Gotina serhatî, çîrok, kurteçîrok, serpêhatî, serbûrî her maneya »story« an jî »short story«a îngilîzî dide ko tê maneya çîroka me.
Digel vê jî, bi taybetî piştî salên 1990î, li ser hin kitêbên çîrokan, an jî di hin kovar û rojnameyan de ji berdêla »çîrok« gotina »novel« hat bi kar anîn û li ser vê gotinê carina devjengî çêdibin, ji bo vî şêweyê hunerê, an jî ji bo zimanê kurdî rastî û nerastiyê wê tê minaqeşekirin.
Hunera çîrokê, bi qasî navê xwe, di warê naveroka xwe de jî her tim cih ji minaqeşeyê re hiştiye. Di gelek zimanan de ji bo navê vî şêweyê nivîsê ne zelalî çêbûye, lê paşê, bi riya akademî û lingivîstan ev problem hatiye çareserkirin. Tirk berî komarê, demekê piştî komarê û heta niha jî gotina »hikaye« bi kar tînin. Lê piştî kampanyaya pakkirina zimanê tirkî, bi giştî meyildarên Kemalîzmê, ji berdêla gotina »hikaye«, gotina »öykü« bi kar anîn. Ev gotina dawî, ji bilî konservatîvên Tirkiyê îro ji aliyê piraniya tirkan ve tê bikaranîn.
Di zimanê swêdî de jî ev serêşî û gengaşî heta demekê hebû. Di swêdî de ji çîrokê re »novell« tê gotin. Nêzîkî naveroka »novell«ê »berättelse« û »historia« tê bi kar anîn. Lê »novel« bi îngilîzî »roman« e. Novela îngilîzî, yanî ya ko roman e bi 'l'yekê û ya swêdî ko »çîrok« e bi du 'll'eyan e. Li gora zimanên swêdî û îngilîzî bi lêvkirina wan jî cihê ye. Lê kurd bêtir bi celebê îngilîzî bi kar tînin, bi vî awayî çîrok ji maneya xwe derdikeve û maneya romanê werdigire. Ya din, ev gotin, ji bilî kesên ko li Swêdê dijîn, bi awayekî giştî ji aliyê xwendevanên kurd ve nayê zanîn. Loma, min maqûltir dît ko ez ji berdêla navê »Antolojiya novelên kurdî« navê »Antolojiya çîrokên kurdî« li vê antolojiyê bikim û hêvîdar im hûn ê jî vê kirina min maqûl bibînin.
Lê ev jî rastiyek e ko gotina »çîrok« ji aliyê gelek kesan mîna »masal«a tirkî, an jî »saga«ya swêdî tê fêhmkirin. Li gelek deverên Kurdistanê kurd ji »masal«ê re jî dibêjin »çîrok«. Lê, li hin deveran jî gotina »çîrçîrok« heye ko ev gotin di kovara Hawarê de jî hatiye bi kar anîn. Herçiqas »çîrok« û »çîrçîrok« li hin deveran werin eynî maneyê, an jî mirov tu ferqê nexe navbera van herdu terman, lê di jiyana rastî de ev bi awayekî zelal ji hev vediqetin. Di jiyana rojane de, di danûstandinên civakî de gotina »çîrok« di zimanê gel de pir tê bi kar anîn. Gava yek ji yekî re behsa jiyana xwe an jî behsa jiyana hinin din bike û yê ko jê re tê behs kirin hê jî bipirse, yê ko behs dike dibêje »çîroka wan dûr û dirêj e«, an jî »ev çîrok dirêj e«, an jî »ev çîrokeke dûdirêj e«.
Di vir de em dibînin ko gotina çîrok dibe serpêhatî, dibe serpêhatiya kesekî, du kesan, evînekê, xayîntiyekê, diziyekê, mêrxasiyekê, bûyerekê...
Ji xwe çîrok jî ev e; li ser van e, van tîne zimên. Lê van çawa tîne zimên, bi çi awayî bi lêv dike, çawa şirove û taswîr dike, kurtî û dirêjiya wê çawa ye, ev jî kêm zêde bi qasî navê wê li ser hatiye peyivandin. Çîrokên nîv rûpel jî hene, yên heta dused rûpelî jî hene. Hin zanayên edebiyatê gotine, çîrok divê li dor deh rûpelan bin, hinan jî guh nedane kurtî û dirêjiya çîrokê. Ji xwe, me bi xwe jî di amadekirina vê antolojiyê de guh neda kurtî û dirêjiya çîrokan. Hin ji çîrokên vê antolojiyê zehf dirêj in, hin jî kurt in.
Edgar Allan Poeyê emerîkî (1809-1849) kurtbûn û dirêjbûna çîrokê bi dirêjiya dema xwendina wê ve girê dide. Li gora pîvana Poe divê dema xwendina çîrokekê ji nîvsaetê, heta saetekê an du saetan be. Lê ew di çîrokê de gotinên zêde red dike, konsentrasyonê dixwaze, gotineke ko di çîrokê de hatibe bi kar anîn lê dîrek an jî îndîrek têkiliya wê bi temaya çîrokê re tunebe, wê ji bo çîrokê qelsiyeke mezin dibîne.
Bi vê tarîfa Poe ve girêdayî Çexovê (1860-1904) ko li dor 600 çîrokî nivîsandine û bi taswîreke psîkolojiyeke realîst mirovên ji sinif û kategoriyên cihê salix dide, weha dibêje: »Heke di çîrokekê de tivingek bi dardekirî be, berî ko çîrok xelas bibe divê ew tiving biteqe.«
Li ser naveroka çîrokê, li ser forma wê, li ser konsentrasyon û kompozisyona wê gelek tişt hatine gotin û nivîsandin.
Lê di derheqê hunera çîrokê de tarîfeke Çexov ya meşhûr heye, dibêje: »Çîrok nivîsek e, tu hinekî ji serî hinekî jî ji dawiya jê bikî wê bibe çîrok.« Di eslê xwe de Çexov dixwaze bi vê kurtetarîfa xwe ya di derheqê çîrokê de cih ji fantaziya xwendevanan re jî bihêle. Bi gotineke kurmancî, ew naxwaze ko nivîskar xwendevanê xwe ehmaq bihesibîne û jê re ta bi derziyê vebike
Yek ji bavên çîrokê, yê ko li gora gotina Gorkî edebiyata Rûsyayê ji bin »palto«yê wî derketiye, Gogol, li ser çîrokê welê dibêje: »Te divê bila dewlemed an feqîr be, bîrfireh an bîrteng be, çê an xerab e, alavê sereke yê ko divê nivîskar li ser hûr bibe, jiyana mirovên ji rêzê ne».
Çîrok mîna şaxekî edebiyatê pir ciwan e, ji romanê ciwantir e. Lê li gora hin fikiran jî, çîroka nenivîsandî xwediyê dîrokeke pir kevin e, dîroka çîroka devkî digihîje hezar salan. Gelek çîrokên kurdan ên devkî, çîrokên orientê, çîrokên hezar û şevekê nimûneyên destpêkê yên çîroka hunerî ne. Lê cara pêşî, florensiyekî nenas di salên 1300î de, berhevokek bi navê «Conto novelle», yanî «Sed çîrok», an jî «Sed nûçe» ko ji çîrok û serpêhatiyan pêk hatibû weşand. Paşê Boccaccio derket û bi «Decameron» terma çîrokê bêtir bi cih kir. Herçiqas di sedsala 17an de jî nivîsên bi forma çîrokê ji pênûsa fîlozofê fransiz Voltaire derketibin û li Îngîltereyê çîrokên tirsê û pîrebokan hatibin nivîsandin jî, dîsa mirov dikare bi hêsanî bibêje, ko temenê vê forma nivîsê kêmî 200 salî ye û ji nav şaxên edebiyatê şaxa herî ciwan e.
Di pêvajoya dîrokê de gelek nivîskarên mîna Balzac, Tolstoy, Hugo û Hemingway çîrok nivîsandine, lê mîna çîroknivîs heta niha kesî cihên E. Allan Poe, A. Çexov û Guy de Maupassant negirtine.
Çîroka kurdî ya pêşî
Gava mirov dîroka hunera çîrokê li ber çavan digire û çîroka vê antolojiyê ya pêşî digihîne sala 1856an, rehetî û aramiyek bi mirov re çêdibe. Lê ez nikarim bibêjim ko hemû çîrokên vê antolojiyê li gora pîvanên çîroka hunerî ne. Di vê antolojiyê de çîrokên pir xurt, yên kêm xurt û yên lawaz hene. Ev antolojî ne antolojiyeke çîrokên bijarte, lê antolojiya çîrokên kurdî bi giştî ye.
Li gora rêza kurteçîrokên vê antolojiyê dîroka çîroka kurdî zêdeyî sed û şêst salî ye. Berî bi sed û şêst salî çîroka kurdî ya hunerî hatiye nivîsandin. Heta niha dîroka çîroka kurdî di sala 1913an de û di çîroka Fûad Temo de asê dima. Li gora lêkolîneke Ferhad Pîrbal (Xelîl Duhokî gihand kurmanciya jor) dîroka çîroka kurdî ji ya Fûad Temo kevintir e û digihîje nîveka sedsala hijdehan. Ev çîrok jî ji aliyê Mele Mehmûdê Beyazîdî (1799-1867) ve hatiye nivîsandin. Mele Mehmûdê Beyazîdî di warê nesrê de gelek berhem li dû xwe hiştine. Hin ji berhemên Mele Mehmûdê Beyazîdî bi alîkariya A. Jaba ji windabûnê xelas bûne û gihîştine roja me. Yek ji berhemên M. M. Beyazîdî ko îro di destên me de ye, bi navê «Adetên kurdan« e. Ji bilî wê jî Beyazîdî Şerefnameya Şerefxanê Bedlîsî wergerandiye kurmancî û gelek çîrokên devkî derbasî nivîsê kirine.
Wek Beyazîdî bi xwe jî diyar dike, ew çîroka xwe li ser Mem û Zîna Ehmedê Xanî dihûne. Ehmedê Xanî jî şahesera xwe li ser bingehê çîroka folklorî »Memê Alan« ava kiribû. Belê, ew bûyera Mem û Zînê ji xwe re bingeh digire, lê bi uslûb û awayê xwe, bi wesf, pesin û taswîrên xwe çîroka xwe dihûne, bajarê Cizîrî, evîna Stî û Tacdîn û evîna Mem û Zînê salix dide. Herçiqas hin kêmasiyên hûnandina çîroka hunerî di çîroka «Çîroka Mem û Zîn«a Mele Mehmûdê Beyazîdî de diyar bibe jî, gava mirov dîroka nivîsandina çîrokê, rewşa zimanê kurdî û wek beşekî hunerî bi nêrîneke dîrokî lê dinere, mirov dikare bi hêsanî çîroka Beyazîdî wek destpêka çîroka kurdî ya hunerî bihesibîne, heftê salên din li temenê çîroka kurdî zêde bike û xwe bi vê yekî jî serbilind bihesibîne.
Lê her çiqas çîroka Mele Mehmûdê Beyazîdî »Çîroka Mem û Zînê« û ya Fûad Temo »Çîrok« an jî wek ko Mahmûd Lewendî navê »Şewêş« lê kiriye, wek çîrokên destpêkê werin hesibandin û dîroka çîroka miletekî bi çîrokên wan dest pê bibe jî, em dibînin ne Beyazîdî, ne jî Temo ji bilî her yekî çîrokekê, tu çîrokên wan di destên me de nînin. Ez bi xwe bawer dikim hem wê Mele Mehmûdê Beyazîdî hem jî Fûad Temo ji çîrokekê bêtir çîrok nivîsanibin. Ji ber ko di kovara Rojî Kurd de li dû çîroka Fûad Temo, dûmahika vê çîrokê heye, hatiye nivîsandin. Lê em dûmahika çîrokê nabînin, Mele Mehmûdê Beyazîdî û Fûad Temo her yekê bi çîrokekê xwe digihînin dema me û bi vê yekê navê xwe di dîroka edebiyata kurdî de nemir dikin.
Dawî
Ez zanim ko ez bi amadekirina vê antolojiyê bi karekî cidî û karekî ko berpirsiyariyeke mezin jê re divê rabûme. Ez pê re pir westiyam jî; min xwest ev antolojî hem bibe temsîlkara çîroka kurdî, hem jî tu çîroknûsên kurd neyên jibîrkirin. Hêvîdar im min tu çîroknûsên kurd ji bîr nekirine û wê ev antolojî jî bibe temsîlkara çîroka kurdî.
Min nexwest ez li ser her çîrokeke di antolojiyê de rawestim, behsa naveroka wan bikim û têkevim şiroveya stîl û temayên wan. Ez wê ji we re dihêlim. Piştî ko hûn bixwînin, hûn ê ji hinan hez bikin, wê kêfa we jî ji hinan re neyê. Edebiyata bedew welê ye, xwendina wê hilbijartinek e; hezkirina wê jî karekî îndîvîduel e. Bêguman, nivîsandin û afirandina edebiyata bedew jî karekî îndîvîduel e.
Heke min bixwesta ez bi tena serê xwe vî karî bikim û vê antolojiyê bi vî awayê berfireh amade bikim, min ê nikarîba û ez ê bi ser jî neketama. Loma, ez dixwazim spasiyên xwe ji wan kesan re bikim ko di amadekirina vê antolojiyê de ji min re bûn piştgir û alîkar.
Ez ji bo hilbijartin û peydakirina çîrokên bi kurmanciya jêr spasî Ferhad Shakely dikim; ji bo wergerandina çîrokên soranî bo kurmancî spasî Husein Muhhamed, Elîşêr, Mûrad Ciwan, Emîn Narozî, Elend Darvîn, Şikriya Salih û Firat Kelehkî dikim; ji bo nivîsandin û tîpguhêziya çîrokên kurdên Sovyeta berê spasî Têmûrê Xelîl dikim; ji bo tîpguhêziya ji alfabeya erebî jî spasî Xelîl Duhokî, Mahmûd Lewendî û Emîn Narozî dikim.
Firat Cewerî
Stockholm, 2003 »Bixwîne |
 |  |  |
 |
»Xwezî anuha ev gotinên min bihatana nivisandin!
Xwezî di pirtûkekê de berhev bibûyana!
Bi pênûseke hesinî, bi qurşûnê
Li zinaran bihatana kolanê ko her û her bimana.«
(»Tewrat«, Hz. Eyûb, XIX: 23–24)
Prolog
Ji bo ko ev çîroka ha were nivisandin, wî bi bêjingan titûn ne kişand, bi kûpan şerabên kevnesalan venexwar, gund bi gund ne geriya û mijar berhev ne kirin, bi dehsalan li ser ne sekinî û lê hûr ne bû, wekî mirîdan çavên xwe ne girtin û guhdariya aliman ne kir, li civatên eşîran rûnenişt tizbî di nava tiliyên xwe de li ba ne kir û mîna dengbêjan ne lorand. Bi gotineke din, Darînê Daryo, Darîn î lehengê vê serpêhatiyê ev çîroka ha ne nivisand. (Wêne: Hesenê Metê)
Û wê şevê, dema ko wî qelûna pêşîn ji titûnê dagirt, dema ko agir berdayê û dûman bi ser xist, ko ez ne li ba wî bûyama, a di wê gavê de ko ez ne bi wî re bûyama, bi du hezar û du caran ez sond dixwim ko anuha ev çîroka ê ne di destê we de bûya.
Lê dîsa jî, dîsa jî ez dizanim ko kesek ê bi van gotinan bawer neke lê... wek ko min got, di wê gavê de li ba wî deng tune bû, ronahî tune bû, wext tune bû, Xwedê tune bû, dunya li dora xwe çerx ne dibû.
Û ev hat malê.
Monolog
M aleke weke gelek malên bêyî jin û zarok e. Ji ode û aşxaneyeke piçûk pêk hatiye.Ji dîwarên vê odê, dîwarê hember bi çend refikên pirtûkxanê hatiye nixumandin û di ser pirtûkxanê re jî portrekî Ahmedê Xanî dardakirî ye. Li dîwarê hêla rastê jî portrekî mîr Celadet Alî Bedirxan ji profîlekî çepê ve hatiye dardakirin ko çav û awurên wî li pirtûkên refikan e. Li rasta odê, di navîna du sandaliyan de maseyeke piçûk heye. Çend name û rojnamên ko diyar e hîn venebûne, qelûneke xwar û kevnar tev lepek titûna raxistî li ber kîsekî dermanan li ser vê masa rasta odê ne. Li quncikekî jî maseyeke karê nivisandinê bi pênûs, bi defter, bi makîne û bi gelek tiştên weke van tiştan dixuye.
Darînê Daryo, Darîn î lehengê vê çîrokê tev salên xwe î çelî, tev potîn û qapûtê xwe î payizî anuha li ber vê masê rûniştiye. Ji vê tevgirêdana wî jî baş diyar dibe ko hîn nû ji derve hatiye. Bi hêrseke vekirî, bi daxwazeke wusa veşartî makînê tilî dike û dikute ko meriv dibêje qeyê li ber berhemeke giran rûniştiye, meriv dibêje ji bo hemû dewr û dewranan dinivisîne, meriv dibêje herkes ê rabe ji xwe re lezet û maneyekê jê derxe. Lê na, piştî rêzekê duduyan kaxizê ji ber devê makînê derdixe, lê dinêre, bi hêrseke bilindtir di nava destê xwe de diguvişîne û wê jî davêje selika kêleka xwe. Piştî çend carên weha çeqîn û çilpîna makînê hêdî hêdî giran dibe, tenik dibe û deng jê tê birîn. Selika li kêleka wî ji kaxizên guvişandî tije dibe û di dawiya dawîn de wan tiliyên xwe yên bi huner dide ber eniya xwe, di ser makînê de xwar dibe û diponije.
Bi qasî çend hilman bi vê rewşê dimîne, dû re ji nişka ve serê xwe radike, pêşiyê bi tirs û paşê jî bi hêrs ji ser sandaliyê radibe, makîna xwe radike û li erdê dixe. Mîna yekî har û çavsor vê carê bi nefrîn li dora xwe dinêre û di wê gavê de ew çavên sor li portrê mîr asê dibin. Bi wê hêrsê, bi wê tirsê ji nişka ve xwe radikêşe portre, ji dîwêr dadixe, di destxwe de lê dinêre, mîna ko pê henekan bike devê xwe jî lê xwaromaro dike ”Zilamek û zimanek”(*) dibêje, dengê xwe berztir dike û di ser de diqîre:
— Ev çi rê bû te da ber xelkê, mîrê min, ev çi ilm û îrfan bû! Xwendin û nivisandina bavê min tune bû... di dema wan de dunya ne gilover bû, di dema wan de dunya li dora xwe ne dizivirî lê... lê dîsa jî bextiyar bûn!
Bi van gotinên xwe re dest û lêv lê dilerizin, çavên wî di kortalên xwe de dilîzikin, portrê mîrê xwe li erdê xweş dike û dike ko wî jî weke makîna xwe li erdê bide. Lê tavilê poşmaniyekê digire ser, hêrsa wî dibe diltenikiyek û li ruhê wî belav dibe. Mîna ko doza lêborînê jê bike vê carê jî portrê mîr dide ber ruyê xwe, bi xemgînî û çavên avî bi ciyê berê ve dizeliqîne, bi rewşeke jihevketî sandaliyê li xwe diguhere û tê li ber masa rasta odê cî dide xwe.
— Nabe, mîrê min, nabe... ne bi sitran û ne jî bi gotinan, dibêje, herdu destên xwe ber bi perçên makîna xwe dike û bi bêhneke feretir û bi dengekî nermtir dîsa didomîne: Her cara ko ez li ber vê kambaxê rûdinim, tu dibêjî qeyê ez li ber kewara mozan rûniştime, mîrê min, ez dibêm qeyê ez bi dengekî bilind derewan dikim û herkes jî dibîne, herkes dibîne û guhdariya min dike. A wê çaxê jî... wê çaxê jî bêhna min teng dibe, mejî li min ditevize, dest li min giran dibe, şerm, tirs û hêrs li min peyda dibe û ez nikanim. De ka ji bona Xwedê tu riyekê bide ber min, mîrê min... xelk çawa dinivisînin, çima ew hîkmet û ew cesaret li ba min tuneye?
Darînê Daryo, Darîn î lehengê vê çîrokê qelûna xwe ji titûna raxistî dadigire, agir dike, dûmanê bi ser xwe dixe û giran giran dibêje:
— Ez dizanim, mîrê min... ez dizanim anuha tu ê mereq bikî û bibêjî: tu çima dixwazî binivisînî, te çima dest bi vî karî kiriye? Pirseke weha, rasterast pirseke weke vê pirsa cenabê te min jî ji yekî wekî xwe kir. De îcar tu dizanî ka bê bersiv çi bû, mîrê min? Digot:
«— Min dest bi pirtûkekê kir ko ez bixwînim. Piştî ko min pêşgotina pirtûkê xwend, hîs û baweriyeke wusa li min peyda bû ko ez binivisînim, min jî êdî dest pê kir.» De îcar ji kerema xwe re destûrê bide min, ez ê anuha ji te re wan gotinên pêşîn bixwînim, mîrê min, gotinên ko tavilê merivan dike niviskar, dibêje, radibe ji refikekê pirtûkekê derdixe û li ser lingan dixwîne:
»Binivisîne! Îllam binivisîne! Şerm neke, netirse. Edebiyat xweş e, binivisîne!... Divê tu binivisînî. Nivisandin baş e. Çi dinivisînî binivisîne. Hemû tiştên nivisandî baş in. Li ser çi dinivisînî binivisîne. Ji ber ko hemû tişt ji bo nivisandinê hatine afirandin. Li ser nivisandina hevalê xwe binivisîne, pesinê dostê xwe bide, pesinê niviskariya wî bide. Divê em pesinê hev bidin, divê em pesinê hev bidin ko em bilind bibin. Pesin xemla mêran e...«
Li vir destê xwe li ba dike û bi tinaz, bi enirîn di ber xwe de: Bi qurbana mêrê xwe bim, dibêje, bi hêrs û dilverişîn tev wan gotinên pêşîn pirtûkê ber bi quncikekî odê davêje, hêdî hêdî qapût ji navmilên xwe dike, li aliyekî sandaliya xwe datîne, di rûniştinê de li portrê mîr jî dinêre û dibê:
— Ev tiştên weha rasterast şîretên Ptahhoteps(*) in, mîrê min, te got çi? Çar hezar salan beriya nuha ciwamêr li ser çerm û keviran lîteratureke weha ava kir û xuyaye di wan deman de maneyeke xwe jî hebûye. Lê ko tu ji min bipirsî, piştî evqas salan meriv rabe û di roja îroyîn de jî ji bo pêş û paşiya pitûkan gotinên bi vî rengî bibêje, meriv ê edebiyateke zorgayî peyda bike. Tenê edebiyateke zorgayî û ne tiştekî din. Zorga dibêjim.... ilmê te fere, zimanê te xurt e, mîrê min. Li ba me dema ko nogin ji wexta xwe dereng dikevin, em ji elêta mangeyeke biga tînin di dawa noginê re didin û paşê em conegan lê dicivînin. Li vir em wan conegan dixapînin û navê vî kerametî jî bi zimanê me gundiyan zorgayî ye, te got erê? De îcar anuha em vegerin ser pirsa te û nivisandina min. Ev çîrokek dirêj e, mîrê min, çawa bibêjim. Dibêjin ko tu keran li ba keran girêdî ji hev hînî tir û fisan dibin. Lê ez bi xwe ne li ba wan bûm, mîrê min, ez ne di nav wan de bûm. Û hîn jî ez û vî karê nivisandinê ji hev dûr in. Beriya ko daxwazeke weha li min çêbe... û ez ji mîrê xwe re bibêjim, daxwazeke weha jî tucarî li min çênebûye ko ez jî navekî niviskariyê bi pey xwe bixînim, pê bifirim û xwe bilind bikim. Bi gotineke rastir, beriya ko ji naçarî dest pê bikim û bixwazim binivisînim... (destê xwe ber bi wê selika kaxizên xwe dirêj dike) beriya ko ez bixwazim tiştekî weha bikim, ez çel carî bi bapêşê ketim, ez çel carî bi zikêşê ketim, bi ewqas carên din lingên min şemitîn û ez li erdê ketim.
Li vir xwarî benê potînên xwe dibe, vedike, ji lingên xwe derdixe, li kêleka xwe datîne û di ber xwe de didomîne:
— Vêca... çima min xwe daye karekî weha, çima ez dixwazim binivisînim, ez ê anuha ji te re çîroka vê çîrokê bibêjim, mîrê min.
Dûmaneke tîr û tarî di dev û pozê xwe re dike der, bi awurên hişk li mîrê xwe dinêre û:
— Wê çaxê... di wan deman de cenabê te tune bû, dibêje, destê xwe ber bi hêla portrê Ahmedê Xanî bilind dike û didomîne:
— Cenabê seyda jî li vir tune bû.
Mîna yekî ko radest bibe vê carê herdu destên xwe bilind dike, serê xwe li rast û çepê xwe dizivirîne:
— Lê wekîdin hertişt, hertiştê vê malê wê çaxê jî... sê sal berê jî wekî xwe î anuha bû, dibêje, wan destên xwe li hev siwar dike, dide binê argûşa xwe, hinekî difikire, kesereke bêwext vedide û li gotinên xwe zêde dike: Cenabê te jî dizane ko dûrketina ji mal û warekî bav û kalan çawa ye. Piştî êşa dûrketineke bi qasî şanzdeh salan ez û birayê xwe î mezin, em digêhîjin hev. Roj û êvar... dîsa roj û êvareke weke anuha ye, mîrê min.
Darînê Daryo, Darîn î lehengê vê bûyerê xwe li êşa hundurê xwe germ dike, hêdî hêdî dikeve ber û ji mîrê xwe re vedibêje:
— Piştî ewqas salên dûrûdirêj, bi qasî saetekê heye ko min birayê xwe î mezin dîtiye û min ew ji balafirgehê haniye mala xwe. Wek ko min got, mîrê min, mala min jî dîsa ev mala ye, ev ode û ev aşxana piçûk e. Di vê saeta ko ez û birayê xwe bi hev re ne, min jî weke herkesî li ser lingan tenê tiştên sivik û berborî jê pirsîne. Bi gotineke din wek çîrokbêjekî çikos ez dixwazim hindik hindik jê bipirsim û bi qasî bîst û yek rojan guhdariya wî bikim. Her cara ko ez li ser van tiştan difikirim, tiştên ko ez ê jê bipirsim û ew ê jî bibersivîne, pêjnên dûr û nêzîkî aqilan li min peyda dibin, wan bergehên beriya ewqas salan tînime pêş çavên xwe, bi dilekî tenik, bi bêrî û bi hezkirin ji hêla aşxanê dizivirim ser aliyê odê ko li birayê xwe î mezin binêrim û gotinekê jê bibîhisim. Birayê min li ber vê pirtûkxana oda min sekinîye, herdu destên xwe çeperast li ser sîngê xwe girêdane, bi kêf û mereqdarî li pirtûkên van refikan dinêre û dema ko hay ji min dibe, serê xwe jî bilind dike û bi qedir û qîmeteke bilind dibêje:
— Te pirtûxaneyeke dewlemend heye.
— Erê, dibêjim, ez jî yekî wusa me ko... çi pirtûk bi dest min bikeve ez ê bixwînim û dû re jî ez ê di dereke vê pirtûkxanê de bi cî bikim.
— Ev xwiyekî te î berê ye, Darîn. Wê çaxê jî te ji defter û pirtûkan hez dikir, hîn di wan deman de jî min têderdixist ko tiştek ê ji te derkeve.
Em herdu jî bi qedrê hev dizanin. Ez qedrê wî dizanim ji bo ko ew birayê min î mezin e û ew jî... êdî Xwedê dizane bê ji ber çi rûmetê dide min. Birayê min destên xwe ji ber hev derdixe, destekî xwe ber bi hêleke pirtûkxanê dirêj dike û didomîne:
— Ev hêla bi tirkî ye, xuyaye ev hêla jî bi zimanê vir e...
Ji pirtûkxana xwe wan refik û aliyên mayî jî ez bi wî didime zanîn û dibêjimê:
— Ev aliya jî bi zimanê malê... bi kurdî ye, keko.
De îcar te ne dît lê di wê gavê de ez dibînim, mîrê min. Bi wê peyva kurdî re ez dibînim bê çawa çavên birayê min dibiriqin, çawa ken û kêf jê difûre û xwe bêtir ber bi wan refikên hêla kurdî dike. Yekê jê derdixe û bi dilpekîn çavên xwe di ser de mezin dike. Bi min wusa tê ko di wê gavê de lêdanên dilê wî xurt û zêdetir dibin û ez jî dibîhîsim, mîrê min.
— De kerem bike, keko, dibêjim... min nan û penîr daniye, tu kerem bike em tiştekî bixwin û hêdî hêdî ji min re behsa wan deran bike.
Lê tiştên ko ez dibêjim kekê min nabihîse. Mîna yekî kwîr destê xwe jî di berga wê pirtûkê re dide û ez dibînim bê çawa pê şa dibe.
— Erê, dibêjim û didomînim, tu ê dû re ji xwe re yek bi yek lê mêze bikî û bixwînî... û ko te bivê hinekan jî bi xwe re bibe. Ma te xwe hînî xwendina kurdî kiriye, keko?
Birayê min leztir dike. Ji refikên pitûkxanê yekê derdixe, yekê dikiyê û bêyî ko li min binêre di ber xwe de dibêje:
— Na, ez hinek tîpan ji hev dernaxim... lê ne pêwîst e ko meriv bixwîne. Bi rastî jî hûn li van deran karên hêja dikin û ev têra me dike.
Bi serbilindiyeke veşartî di dilê xwe de dibêjim: «Çi maqûlên têgêhîştî û hêja ji mala me derketine.» Dû re ez wan gotinên xwe ducar dikim û dîsa dibêjim:
— De kerem bike, keko... kerem bike bila çaya me sar nebe.
Lê kekê min dîsa kerem nake, mîrê min. Ew her meşqûlî pirtûkan e û karê xwe dike. Yekê ji derekê dikişîne, lê dinêre û dîsa dixe şûna wê, yeke din derdixe dîsa wusa dike, yeke din û yeke din. Mîna ko li tiştekî bigere li berg û rengên van pirtûkan dinêre. Ji kêfxweşiyekê lêvên wî dilerizin û li ser hev direqisin, lê ez nizanim bê ji ber çi ye. Dû re bi pişirîn, bi hêvî, bi bextiyarî berê xwe bi min de dike û dibêje:
— Navê te î li vir çi ye, Darîn?
— Navê min, dibêjim, navê min î li vir jî Darîn e, keko.
Birayê min bi rûkenî, bi dilpekî vê carê herdu destên xwe jî ber bi refikên pirtûkxanê vedigire û dibêje:
— De ka tu bi xwe tiştekî xwe derxîne ez lê binêrim, lo!
— Tiştê çi, keko?
— Pirtûk, pirtûkên ko te nivisandine.
Li vir ez pêşiyê hinekî sar dibim, dû re şerm dikim û Xwedê dizane di jiyana xwe de ev dibe cara pêşîn ko ez dikevime rewşeke wusa teng, mîrê min. Lê bêyî ko ez vê sar û şermê li xwe bidime der tavilê dibêjimê:
— Pirtûkên çi? Min pirtûk ne nivisandine ko... Ez nanivisînim, keko.
Ez dibînim ko baweriya kekê min bi van gotinên min nayê, mîrê min, ez dibînim ko naxwaze pê bawer bike. Herdu çavên xwe ber bi min piçûk dike, dinêre û bi dengekî zuwa dibêje:
— De qeyê tu henekan dikî, lo!...
Lê ez bi awayekî bêguman pê didime zanîn ko ez henekan nakim, ev kara ji min nayê, dibêjim û dû re jê daxwaz dikim ko em li ber textê xwarinê rûnin, ez jê daxwaz dikim ko ew têkeve ber û hêdî hêdî ji min re behsa wan deveran, behsa dê û bavê min, behsa malbata me bike. Lê ez dibînim bê di wê gavê de çawa ew dilpekî û rûkeniya bi gavekê berê li ser ruyê birayê min wenda dibe, mîrê min. Ez dibînim bê ew lêvên wî yên ko bi gavekî berê dilerizîn anuha çawa daketine. Bêdil û bi rewşeke jihevketî ber bi aşxanê tê û di ber xwe de dibêje:
— Ez ne birçî me.
Li ba me, mîrê min... li ba me dema ko meriv li mala yekî nan nexwe, tê wê manê ko meriv sil bûye. Lê bêyî ko ez vê tevgera wî eşkere bikim jê re dibêjim:
— Tu çawa ne birçî yî, keko? Ez dizanim we tenê di balafirê de nan xwariye û ew jî ji nîvro de ye, ne wusa?
— Nizanim, dibêje, lê anuha mîna ko tew dilê min naçe xwarinê.
— De kerem bike, keko, dibêjim, kerem bike em bi hev re bixwin û ji min re jî behs bike, behsa malbatê, çêlî eşîrê bike û bibêje ka kî miriye û kî maye.
Birayê min bi wê rewşa kêfrevîn:
— Na, dibêje, şikir ji Xwedê re tiştekî wusa ne qewumiye ko tu pê xemgîn bikevî. Mala me jî û ez dikanim bibêjim hemû endamên eşîrê jî baş û silamet in. Lê çav û hêviya herkesî jî li te ye. Bavo... bavo digot, jê re bibêje bila me rûreş û şermesar dernexîne.
Bi van gotinên xwe re birayê min li ber textê xwarinê rûdine û bi mirûzekî tirş piyala çayê ber bi xwe dikêşe. Di wê gavê de gumanek li min jî çêdibe, mîrê min. Gumanek li min çêdibe ko hinek xêrnexwazan tiştina li hev hanîne û bi wan ragêhandine. An ne, ma bavê min ê çima bi min bide zanîn ko ez wan rûreş dernexînim. Bi mitûmatî li birayê xwe dinêrim û dibêjim:
– Ka raweste, keko, ev çi gotin e! Rûreşiya dê û bavê min gunehkariya herî dawîn e ko ez li vê dunyayê bikim. Û dema ko ew gava jî were, divê ez êdî bimirim û viya dê û bavê min bi xwe jî dizanin. De ka anuha ji min re bibêje... ma ez ê çi bikim ko pê dê û bavê xwe rûreş derxînim, keko?
Birayê min bêdil çaya xwe li hev dixe, bi min dide zanîn û dibêje:
— Dayê û bavo jî bi vê yekê dizanin. Loma... loma digotin hêviya me ji Darîn heye. Hêviya me heye ko ne tenê yek û dudu, ew ê gelekan binivisîne.
Ez bi pirs, bi tirs lê dinêrim û dibêjim:
— Çi binivisîne?
— Pirtûkan, pirtûkên qelew binivisîne ko me jî û... wusa bike ko me jî û tevayiyê eşîrê jî pê serbilind bike.
Ku ez li xwe mikûr werim û bibêjim, ji van tevger û gotinên birayê xwe ez tiştekî fam nakim û tiştek nakeve serê min, mîrê min. Birayê min ji bo min dibe kewareke devgirtî û nizanim bê çi tê de heye. Mitûmatiya min dikeve rengekî din û jê re dibêjim.
— Na xwe ji bo vê yekê ye ko bavo gotiye: bila me rûreş dernexîne?
— Belê, dibêje, ma ev hindik e... bi îsrar digot: Jê re bibêje, heta nuha jî me nav û dengekî wî ne bihîstiye, digot bila ji me re bişîne, bila binivisîne, bila werîne.
Bi van gotinên wî re bêhna min tê ber min, mîrê min. Ew tirs û gumana naxoşiyê ji ser min radibe, baweriya min li min xurtir dibe ko min tiştekî naxoş ne kiriye, min tiştekî naxoş ne kiriye û pê bavê xwe rûreş dernexistiye. Ji bo ko bêtir têbigêhîjim ka çîrok çi ye, ez bi mereqdarî jê re dibêjim:
— Birayê min î ezîz, ez tênagêhîjim çima pirtûkan binivisînim, çima serê eşîran di ber pirtûkan de bilind dibin. Eşîrên ko ez dizanim ji bilî pirtûkên pîrozwer navê pirtûkan ne bihîstine û em hemû jî pê dizanin ko xwendina wan jî tuneye.
Mîna ko bi serhişkekî re bipeyive birayê min li vir destê xwe jî li ba dike û:
— Erê erê... dibêje, lê ne pêwîst e ko xwendina meriv hebe. Ez ji te re dibêjim, îro li ba me nivisandina pirtûkekê ji bo malbatekê serbilindî ye. Kêmasiyeke pir mezin e ko êdî ji malbatekê yek ranebe û pirtûkekê lêneke.
— Ya sitar, dibêjim.
— Belê, dibêje, apê Gurgîn digot, em li bendî Darîn in, em li bendî ne ko pirtûkek qelew binivisîne.
Ez dîsa zîq li çavên vî birayê xwe î mezin dinêrim û dibêjimê:
— Bi rastî jî ez tênagêhîjim, keko.
— Çawa tênagêhîjî, malava! Apê Gurgîn digot, em li bendî wî ne ko pirtûkekê, yeke qelew binivisîne.
Xwezî te apê min î Gurgîn bidîta, mîrê min, ko te ev apê min bidîta te ê baştir bi vê kula dilê min bizani bûya. Ez li birayê xwe vedigerînim û dibêjim:
— Baş e, lê tu çi dibêjî?
— Ez jî wusa dibêjim, dibêjim binivisîne û bila em ji xelkê ne kêmtir bin. Ne ez... ne tenê ez, meta Xanê jî digot jê re bibêje em li bendî wî ne, digot bila tev pirtûkên xwe ew jî were û ji me re, ji xelkê re behs bike.
De îcar... ko ez ji te re çêlî vê meta xwe bikim, çîrok ê pir dirêj bibe, mîrê min. Lê ko ez ji mîrê xwe re bi kurtî bibêjim, ev meta min ji herdu çavan jî kwîr e. Loma ez hinekî jî bi enirîn li nava çavên birayê xwe dinêrim û:
— Binêre, keko, dibêjim, tu birayê min î mezin û roniya herdu çavên min î. Lê bi rastî jî ez tênagêhîjim bê çima we karûbarên xwe berdane û hûn bi pey tiştên vala, bi pey pirtûk û nivisandinê ketine. ko we pere, mal û milk ji min bixwesta, ko we bixwesta ez jî nola hinekan bibim xwediyê mal, jin û zarokan... ez ê wê çaxê têbigêhîştama. Lê ez dinêrim ko tu hîn jî dibêjî pirtûk û binivisîne.
— Belê belê... wek ko min ji te re got, li welêt êdî xelk behsa pirtûkan dikin. Amoja bavfile digot: Ji Darîn re bibêje, ma bi qasî lawê mala Garût jî nabe. Lawê mala Garût hatiye, çêlî pirtûkan kiriye, çêlî niviskariya xwe kiriye, pesinê rûpelên pirtûkên xwe daye û gotiye: «Meriv li wan deveran pir baqil dibe.» Dayê jî li wir bûye. Dayê jî bihîstiye ko lawê mala Garût serî her rûpel û her pirtûkek xwe çiqas pere girtiye.
Li vir ez êdî dibînim bê birayê min çawa daye nav û dibêje. Û ez serwextî tiştekî din jî dibim, mîrê min. Serwext dibim ko bi rastî jî pirtûk û nivisandin bûye mijar û ketiye nava xelkê, bûye benîşt û di wan geriyaye. Lê dîsa jî ji bo ko zêdetir serê xwe di ber van tiştan de neyêşîne, ez li birayê xwe vedigerînim û jê re bi kurtî dibêjim:
— Binêre, keko... kî hatiye, çi gotiye, ew bi min û we ne ketiye. Niviskarî ne karê min e û tiştekî weha jî ji min nexwazin. Wek ko min got, ko we pere ji min bixwesta, min ê biçûya deyn bikira... min ê biçûya bidiziya û ji we re bişanda. Lê nivisandin û pirtûk... meriv nikane van tiştan deyn bike, meriv nikane bidize jî. Ji min nayê, ez çi bikim...
Mîna ko ez bi van gotinên xwe gunehkariyekê dikim, birayê min zûzûka peyvê li min dibire û dibêje:
— Wusa mebêje, Darîn, çawa ji te nayê. Ji bona Xwedê me rûreş dernexîne. Bi Xwedê dayê digot jê re bibêje: ko ew pirtûkekê nenivisîne ez ê şîrê xwe lê helal nekim.
Ev cara pêşîn bû, mîrê min... cara pêşîn bû ko diya min şîrê xwe li min heram dikir. De îcar te diya min bidîta, mîrê min. Diya min a reben, diya min a şîrpak... dilovaniya diya duwanzdeh pêxemberan li ba diya min hebû, mîrê min... û wek ko tu dibînî anuha jî rabûye ji bo nivisandina pirtûkan şîrê xwe li min heram dike. Li ser van gotinên birayê xwe ez tiji dibim, sîng li min diwerime, dengê min bi hêrs bilind dibe û ez jê re dibêjim:
— Nivisandin çima dikeve navîna min û şîrê diya min! Ez û nivisandinê ji hev dûr in, tiştekî wusa ji min nayê û ez nikanim.
Birayê min jî bi hêrseke qasî hêrsa min li min vedigerîne û dibêje:
— Çawa ji te nayê, Darîn! Mebêje ez nikanim, wexta ko tu li wir bûy, me digot merivekî mezin ê ji te derkeve. Xalê Berot digot jê re bibêje: Bila ji bîr neke ko şeref û hêviya me di destê Xwedê, di destê wî de ye. Bila ji bîr neke dema ko dixwend, di her çûyîna bajêr de min li ber dîwarê dibistanê du panotên hesinî didayê... digot, bila ji bîr neke ko wê çaxê min ew panotên hesinî ji bo rojeke weha dida wî.
Mezinî... li ba me mezinî tiştekî pîrozwer e, mîrê min. Em bi simbêleke nûkurkirî dernakevin pêş mezinekî xwe, li pêş mezinekî xwe nabe ko em titûnê bikêşin... (hilmeke dawîn ji titûnê dikêşe hundurê xwe û qelûnê di ser xwelîdankê de derxûm ditepîne) nabe em bi deng bikenin. Lê bi van gotinên wî re bêyî ko bibêjim ev birayê min î mezin e... li vir kenekî wusa ehmeqane bi min digire ko heta nuha jî li pêş mezinekî malê ez bi vî rengî û bi vî dengî ne keniyame, mîrê min. Dû re li ruyê wî dinêrim:
— A ji te re, dibêjim, de were safî bike! Xuyaye tevayiya eşîra me gotinên xwe kirine yek û bi te re şandine vir.
Deng ji birayê min nayê. Ez bala xwe didimê ko di her hevok û gotineke min de gwînê wî bêtir divemire û rengê hêviyeke şikestî lê zelaltir dibe. Mîna ko ji xwîna bavê xwe vexwe, di her firek çayê de jî ez dibînim bê çiqasî bêdil e. Ez baş têdigêhîjim ko ev daxwaza wî û nivisandina min ji dilekî pak e. Û ne tenê ev, dema ko ez jî ji dilê xwe î pak û bêhenek pê didime zanîn ko tiştekî weha li dor min, li ber min tuneye, a wê çaxê... wê çaxê ez dibînim bê çawa parî di gewriya vî birayê min î mezin de dimîne, wek zarokekî ko ji gotinên bavê xwe bişikê pêşiyê çav lê şil dibin û dû re jî av jê tên. ko yekî din bergeheke weha ji min re bi du hezar û du sondan bigota, min ê dîsa jî bawer nekira, mîrê min. Di wê gavê de dilekî min pê dişewute, dilekî min jê hêrs dibe, dilekî min jî dibêje ka hûr hûr têkeve vê dunya wî û nas bike, nas bike ka bê çi dunyayeke seyr e. Ez jî wusa dikim, mîrê min. Ez bi gotina dilê xwe î dawîn dikim û vê carê bi bergerîn jê re dibêjim:
— Baş e, keko, ma ez ê bikanim çi binivisînim.
Bêyî ko kekê min li min binêre bi nermikên herdu zendên xwe ava çavên xwe paqij dike, ava pozê xwe dikişîne jor û di ber xwe de dibêje:
— Tu çi dikanî binivisîne, Darîn. Ez ketime bextê te û Xwedê! Tu çi dikî bike, çi dikanî binivisîne, lê min destvala neşîne malê.
Ez têderdixim ko li ba me, di nava eşîra me de babetê nivisandinê ne girîng e, lê dîsa jî ez xwe nadime ber vê yekê û dibêjimê:
— Ez nikanim tiştekî binivisînim ku.
Birayê min bi wan çavên şil wusa pûç û vala li min dinêre, mîna ko ez dîn bûme û loma nikanim binivisînim. Ez van gotinên xwe piçekî diguherînim û dibêjimê:
— Ez nikanim, nivisandin jî hunerek e, hewesek e... lê ev tiştana li ba min tunene, keko.
— Ma tiştên weha li ba xelkê hene, çima li ba te tunene, Darîn? Bejna te bi qasî du kesên mala Garût e!
Ez zorê didime xwe ko hêrsa xwe, nerihetiya xwe binixumînim û nedim der, mîrê min. Lê ez têdigêhîjim ko xeta xwar di lawê mala Garût an jî di lawê mangeyekê de ye. Dixwazim ji nêzîktir binasim û jê re dibêjim:
— Çima tu hertim lawê mala Garût didî ber pozê min, ka wî çi kiriye ko min ne kiriye.
Birayê min du tiliyên xwe jî ber bi min bilind dike û dibêje:
— Du pirtûk nivisandine.
Mîna ko min hay jê nîne, ez dibêjim:
— Pirtûkên çi nivisandine?
— Nizanim, dibêje, tu li vir î û tu baştir dizanî. Wusa digotin... digotin, du pirtûkên pir hêja ne. Digotin ji bo heryekî jî bêjingek pere girtiye. Xelkê digot ji wan peran pêncsed panotên vir jî daye Keldan î dengbêj ko pirtûka wî ya dawîn ji ber bike. Keldan î dengbêj bi minetdarî pê daye zanîn ko jiberkirina pirtûkê ji bo wî şerefeke mezin e. Keldan î dengbêj gotiye: «Ez ê ji ber bikim û bi tevgirêdaneke derwêşan gund bi gund bigerim, ez ê bigerim û mîna destana Memê Alan bibêjim.» Dayê digot ji ber van jîriyên lawê xwe, diya lawê Garût pir pozbilind bûye. Li ser kaniyê pozê xwe bilind kiriye û tew li dayê jî ne pirsiye. Dayê pir li ber xwe ketiye. Digot jê re bibêje... dayê digot ji Darîn re bibêje: ko ew du pirtûkan nenivisîne û nede ser hev, ez ê jî van herdu guliyên xwe ji binî ve jêkim... digot, ez ê jî porê xwe kur bikim û di nava xelkê de wusa bigerim. Digot diya lawê Garût ji capûnekî sipî tûrikek çêkiriye, bi rîsên rengîn neqişandiye, veçinîye, pirtûka lawê xwe tê de bi cî kiriye, weke pirtûka pîrozwer bi dîwarê oda mêvanan ve darda kiriye.
Li vir ez biryara xwe didim, mîrê min, biryara xwe didim ko ez jî êdî du gotinan ji birayê xwe re bikim.
— ko ji destê min bihata, dibêjim, min ê binivisanda. Min ê binivisanda û hinekan jî bixwenda. Lê wek ko min got, ev karê ha ji min nayê û min dil jî nîne ko ez ji bo xatir û pesinê dê û meta xwe rabim dest bi nivisandina pirtûkan bikim.
— Ne tenê ji bo xatirê dê û meta xwe, ji bo xwe, ji bo navûdengê xwe bike... bike ko bila xelk behsa te jî, behsa navê te jî bike û em jî pê serbilind bibin.
— Ji bo ko hinek behsa meriv bike, meriv karê nivisandinê nakin, keko. Ev yek. Ya duduyan jî, ma serketina karekî weha bi pesinê dost û nasiyê, bi hukmê pere û siparîşa mitribiyê nabe ku! Ev karê ha jî huner û hewesekê divê, pîvan û daxwazekê divê. De îcar ka ew tişt tuneye ku!
Mîna ko ev gotinên min nekevin serê birayê min, bi enirîn herdu destên xwe jî ber bi min vedigire dibêje:
— Pîvanên çi tunene?
— Ez çi dizanim, dibêjim... pîvanên ko ez binivisînim û yek jî bixwîne.
— Ew çi ne?
— Ma ez û tu ê çi bikin ko ew çi ne, keko? Pîvanên nivisandinê, pîvanên xwendinê ne... pêwîstî, hêjayî, xwendin û xwendevan e... û ji bo van hemû tiştan jî bal û hayeke pêwîst. De ka bibêje ma kî heye ko van tiştan...
Ev gotinên min dîsa nakevin serê birayê min, dîsa bi enirîn berê xwe li hêlekê çerx dike û dîsa dibêje:
— Çawa kes tunene! Lawê mala Garût gotiye, pirtûka min bûye xwê, bûye wek xwêya ko tu bavêjî ber bizinan. Herkes... gotiye, herkes lê digerin.
— Ya sitar, dibêjim û bi tinaz dipişirim, jê dipirsim û didomînim: Ka ne gotiye bê ev bizinên wusa bêxwê li kuderê bûne?
— Bi vî halê xwe tinazên xwe bi xelkê meke, Darîn. Qaşo tu jî li vir î. Çima herkes dizane, tu nizanî? Mêrik... lawê mala Garût ji herkesî re gotiye. Dibêjin diya wî jî derî bi derî geriyaye, bi pesin û pis behsa lawê xwe kiriye, behs kiriye û gotiye: «Ku meriv wî bibîne têra meriv û jiyanê dike. Tiştê ko nizane tuneye. Hertişt, hertiştê vê dunyayê li ba wî heye. ko meriv guhdariya wî bike, erd û asiman jî tê de mîna ko meriv her çar aliyê vê dunyayê bîbîne. Meriv pê baqil dibe. Xwediyê ruhekî dunyayî û yekî asimanî ye...»
A ji te re, mîrê min, de îcar te dît bê destan çawa li hev tên, mîtolojî çawa ava dibin, Xwedê çawa têne çêkirin! Li ser van gotinên wî, ez bi êş, bi tinaz û bi devê gundiyên dema me ji birayê xwe dipirsim û dibêjimê:
— Êêê... dêmax êle. De ka bibêje bê diya wî wekîdin çi gotiye?
— Ez çi dizanim, diya wî hîn gelek tiştên din jî gotiye û anuha êdî herkes jî bi vê yekê dizane... herkes pê dizane û li her deverî jî qala wî dibe. Xelk li bendî pirtûkên wî ne. Ji te re dibêjim navûdeng daye û ji îro û pê ve lawê mala Garût...
Nizanim bê çima, mîrê min, lê piştî van gotinan êdî ez nabêjim ev ezîza birayê min î mezin e, ez hurmet û qedrê biratiyeke mezin ji bîr dikim, bi hêrseke vekirî gotinên wî di devê wî de nîvçe dihêlim:
— Anuha tu dev ji lawê Garût û mangeyan berde, dibêjim, min hay ji van tiştan û rewşa wan heye. Bi kêmanî wek xwendevanekî û ji we bêtir, dibêjim, destê xwe jî ber bi van refikên pirtûkên kurdî dirêj dikim û didomînim: Tiştên ko hatine nivisandin ev in... û Xwedê dizane ew xwêya ko lawê mala Garût jî behs kiriye ev e. De fermo ev xwê û ez û tu jî bizin. Û ez dîsa ji birayê xwe re bibêjim: Min ne nivisandiye, ez nikanim û newêrim.
Mîna ko li nava çavên min bixe birayê min destê xwe jî ber bi min li ba dike û dibêje:
— Xelk çima dikanin, xelk çima diwêrin?
Ez xwe tûj dikim nabe. Ez xwe nerm dikim nabe. Ez dinêrim ko ez çi dikim nabe, mîrê min, nakeve serê birayê min ko karê nivisandinê ji min nayê. Di dawiya dawîn de radibim bi rewşeke narihet, bi rewşeke westiyayî pê didime zanîn û dibêjimê:
— Min û xelkê nede ber hev, keko, ji bona Xwedê bes min û xelkê têke qayîşekê. Dema ko ez dibêjim, ez newêrim, nayê wê manê ko ez teresek im. Mêrxasî di karê nivisandinê de tuneye. Ji min nayê û dilê min naxwaze. Dema ko dil nexwaze û çavê meriv ji tiştekî nebire... ew ê bibe nimûna tajiyê, tajiya ko tu bi zorê berdî nêçirê. Meriv bi ser nakevin, te got erê?
— Erê, erê... lê wa ye xelk bi ser jî ketine.
— Gelek lawê bavan bi ser ketine... lê ji bona Xwedê vê yekê ne ji min re û ne jî ji xwe re bikin serêş. Ev serêşa we nakeve serê min.
Heta derengî şevê birayê min ji min re behs dike û ez jî pê hêrs dibim, pê dêşim, pê digirîm, pê dikenim û dixwazim têkevime xewê. Lê serêşek bi min digire û xew nêzîkî min nabe, mîrê min. Ji tiştên dûr û nêzîkî aqilan serê min giran dibe û ez difikirim. Difikirim û ji nav dernakevim ko dê û bavê min çima serê xwe di ber min û vê nivisandinê de êşandine. Ji ber ko tu jî û ez jî, mîrê min, em hemû jî pê dizanin ko li ba me dengbêjek ji kîmyagerekî bêtir navûdeng dide, qedir û rûmeta sofiyekî ji peykertiraşekî zêdetir e û... û ka te got çi, mîrê min? Û di rewş û rastiyeke weha de meriv werin ji yekî mîna min daxwaza pirtûk û nivisandinê bikin. Ya sitar û ya sitar, mîrê min!
D arînê Daryo, Darîn î lehengê vê serpêhatiyê awurên xwe li portrê mîrê xwe xweş dike, ji kela dilekî tenik sîngê xwe dinepixîne û dibêje:
— Min xwendine, mîrê min. Yê me î malê jî tê de bi zimanên ciyê, bi babetên ciyê, ji niviskar û pênûsên ciyê min pirtûk xwendine û min lezeta wan hemûyan guvişandine nava ruh û hundurê serê xwe. Bi aheng û harmoniya helbestên wan ez bûme bayekî payizî û bi pêlên avên çeman re herikîme, her girangotineke wan di devê min de bûye şekirekî şerabî û ez pê sermest bûme, mîrê min. Bi romanên wan re ez derketime zozanên bilind, li binê kon û reşmalan rûniştime û ez li wir bûme bengiyê dîlberên koçerî, mîrê min. Bi trajediya lehengên çîrokên wan min çavên xwe tije av kirine û dilop bi dilop di ser balîvên şevên nîvê şevan de rijandiye, mîrê min. Heta ko zik li min hişk bibe ez bi komediyên wan, ji dêla xwe û gelek kesên din ve weke ehmeqan keniyame, mîrê min. Bi hukmê huner û afirandina fantaziya wan ez derketime bilindciyên ruhanî, li wir min destê xwe di navik û nermeciyên perîzadeyên asimanî re daye û min av ji xwe berdaye, lê anuha... anuha êdî dilê min ji pirtûkan li hev dikeve û ez dixwazim verişim, mîrê min. Wê şevê ne tenê pirtûk û pênûsên bi hunerên xweş, bawer bike ew hemû pirtûkên pîrozwer jî, ew pirtûkên bi gotinên Xwedê jî li ber çavên min reş û tarî bûn.
Û di tariya çendê wê şevê de ye ez nizanim, mîrê min, lê ez dengê bavê xwe dibîhisim. Dengê wî tê min ko li yekî hêrs dibe û dibêje:
«— De tu ê anuha bibînî!... Tu ê bibînî bê lawê kê mêr e!» Ez dibînim ko ez, bavê min, Kamîran î gundiyê me û kurê wî Zade, em li berwarê çiyayekî bilind in. Li gel ko em çiyayî ne jî, heta nuha min çiyayekî wusa kûvî bi çavên tazî ne dîtiye, mîrê min. Çawa bi lêv bikim... ji ber lingên me û berjor, heta ko çavên meriv dibîne, bilind û bilind hildikişe. Meriv dibêje qeyê ne ji vî çiyayî be, asiman ê hilweşe xwarê. Di wê gavê de ez têdigêhîjim ko Xwedê çiqasî mezin, an jî ez çiqasî piçûk im. Ez nizanim bê ji kuderê dest pê dike, lê bavê min û Kamîran î gundiyê me dikevine pêsîrên hev, yek dibê heft û yê din dibêje heyşt. Bavê min dibêje kurê min û ew jî dibêje yê min. Ji nişka ve ez dibînim ko em li ser zinarekî bilind û bilind in. Di binê zinêr de jî asêgeheke wusa kwîr, wusa kwîr... Ji xwe newêrekiya min û Zade, an jî mêraniya bavê min û Kamîran î gundiyê me ê jî di vir de diyar bibûya. Ya rastî ez naxwazim serê te jî bêşînim, mîrê min, lê peyv hatiye ser peyvê loma dixwazim ji te re bi lêv bikim. Bi kurtî bavê min dibêje lawê min mêr e û diwêre xwe ji zinêr de bavêje xwarê, Kamîran î gundiyê me jî dizivire ser lawê xwe û dêbêje:
«— De ez te bibînim, Zade! Bavê xwe rûreş dernexîne!» Lê Zade bi hîskîn û bi girî xwe ji ser keviya zinêr vedikişîne û bi tirs direve. Ji keviya zinêr, ji min, ji bavê min û ji bavê xwe direve. Bi vê reva wî re ba li tûlika wî dixe û ew porê wî yê zaroktiyê li nava hev dikeve. Ew bergeha hîn jî li ber çavê min e, mîrê min. Heta ko jê tê devê xwe î piçûk jî ji hev dike û diqîre:
«— Hewar û hewar!...» Dengê vê hewara wî li zinarên çiyayên hember olan dide û bi du sê dengan dîsa li me vedigere. Ew deng hîn jî di guhên min de diçinge, mîrê min. Di wê gavê de ji nêzîkî me şîrqîna tivingekê radibe û pêl bi pêl belav dibe. Tev dar û kevirên çiyayî, ez û bavê xwe jî li hawurdora xwe dizivirin û em li ciyê şîrqîniya deng digerin. Dû re em dibînin ko dûman ji devê lûla tivinga Kamîran î gundiyê me bilind dibe. Ez dergûşê heftsale di ciyê xwe de sipûsar diricifim. Wê şevê min zaroktiya xwe jî dît û ez dîsa pê jiyam, mîrê min. Paşê em ber bi laşê Zade dibezin. Bi zikê xwe î piçûk girtiye û li ser kêlekê ketiye. Hîn ne miriye, lê bimira çêtir bû, mîrê min. Bi çavekî tirsonek û ruyekî xemgîn mîna ko daxwaza dilovaniyekê bike, destê xwe î bi xwîn û piçûk dirêjî bavê xwe dike:
«— Ez tirsiyam bavo...» dibêje û bêdeng, bêguneh çavên xwe dide hev. Di wê gavê de te bidîta bê wî bavê min çawa li min dinêrî, mîrê min. Ji awur û mirûzên wî, ez têdigêhîjim ko ji min re dibêje: «Li gor peymana min û Kamîran, û li gor berbora çiyayên me, divê tu xwe ji zinêr bavêjî, an ne...» Ez jî bi ya bavê xwe dikim. Li gor peymana wî û Kamîran î gundiyê me, li gor berbora çiyayên me, ez jî bi tirs û şerm ber bi kendalê asêgehê diçim, lingên xwe ji erdê hiltînim û xwe ji zinêr davêjim. Lê beriya ko ez li erdê, li zaga asêgehê bikevim... ez ji nava nivînan diveniciqim, mîrê min. Û ez bi xwe dihesim ko ez li vir, a li vê derê di nava lihêfên xwe de û birayê min jî li kêleka min e. Li saetê dênêrim, deh kêm çarê şevê ye. Ew serxewiya ko piçekî di çavên min de maye, ez bi nermikên zenda xwe wê jî ji xwe dûrdixim, radibim ser xwe, hêdîka di ber nivînên birayê xwe re diçim aliyê vê aşxanê, derî li ser xwe digirim û li wir bi axîn, bi titûn, bi qahwe dikevime ramanan. Di dawiya dawîn de ez biryara xwe didim û dixwazim li ser gotina bav û birayê xwe, li ser daxwaza mal û eşîra xwe ez jî dest pê bikim û binivisînim, mîrê min.
Lê kaxiz û pênûs di dest min de... dikim û nakim ez nikanim, mîrê min. Wê şevê ez nikanim tiştekî binivisînim, şeva li pey dîsa welê, şevtira din, yeke din û gelekên din, mîrê min. Û di van şevan de birayê min li ber min digere, bi min de dikeve û xwe davêje bextê min ko ez binivisînim. Ji min daxwaz dike ko bi kêmanî di van sê heftan de ez ji mala me re nameyeke dirêj lêkim, weke pirtûk bi hev xînim û bi wî re bişînim, bi gotina wî ez wî destvala neşînim. Çi serê te bêşînim, mîrê min, di van sê heftên serlêdana wî de ev mijara nivisandinê di navîna min û birayê min de... heşa ji te, dibe gû. Li ser vê yekê serhişkiya me di hev digere û em ji hev xirabtir dibin. Bi kurtebirî wê çaxê birayê min destvala vedigere û bi qasî sê mehan piştî wê vegera xwe û welêt ji min re nameyekê bi rê dike. Xwedê dizane li wir jî wî dîsa xwe havêtiye bextekî û ev nama xwe daye nivisandinê.
Darînê Daryo ji ser sandaliya xwe radibe, ber bi refikek pirtûkxana xwe diçe, radihêje dosîyerekê, dîsa tê li ciyê berê rûdine, rûpelên dosîyerê li hev diqulibîne û di ber xwe de dibêje:
— Ka raweste, mîrê min, ez ê anuha ji te re bi deng bixwînim, lê bila di navîna min û te de bîmîne. A va ye nama ciwamêr li vir e, guhdar bike, dibêje û ji mîrê xwe re bi deng dixwîne:
«Birayê min î hêja, Darîn, bi xemgînî dibêjime te ko xwezî me şanzdeh salên din jî hevdu nedîta û bila ez van rojên îro nejiyama. Dema ko ez ji ba te vegeriyam, te bi xwe jî dît bê ez di çi rewşê de bûm.» Rewşeke pir xirab bû, mîrê min. Lepek ma bû. Te digot qeyê meriv giloka dunyayê xistiye tûrekî û ew tûra di milên wî de kiriye. Mîna ko bi nexweşiyeke bênav bikeve, mîna ko tu hêviya wî û jiyanê nemîne, helisî bû, hişk û zuwa bû bû, hustuyê wî dirêj û ev herdu milên wî jî daketi bûn jêr. Çavên wî di kortalên xwe de çû bûn xwarê û ji te re sond dixwim, mîrê min... sond dixwim ko her kortalek jî mistek xwelî diketê. Ne dûrî rastiyê ye ko ez ji te re bibêjim di van sê heftan de gelek kîlo jê kêm bû bûn, mîrê min. Ne dipeyivî, li min mêze ne dikir, dema ko min ew bi rê kir, bi min wusa hat ko nizanî bû xatir jî ji min bixwesta. Bi ruhekî vala, bi serekî vala, bi awurên vala berê xwe da min û di deriyê balafirgehê de wenda bû. De ka tu raweste ez ji te re tevayiyê nama wî bixwînim, mîrê min. Belê... «Ez nikanim wê rewşa xwe û wê rojê bi gotinan vebêjim. Lê ew şop û birînên ko wê hevdîtina me li min hiştine, ew ê li darê dunyayê qet ji bîra min neçe. A bi wê rewşê, bi wî ruhî ez hatim malê. Pêşiyê min kir ko ez vê kêleka bi rêx veşêrim. Min xwest ko ez hinek tiştan li hev bînim û rastiyê ji kesekî re nebêjim... û nemaze ji bavo re. Lê bavo zana bû, tavilê ji vê rewşa min derxist û dunya li ber çavên wî reş bû. Piştî ko min rastiya xwe û te jê re vekir, ji min jî xirabtir bû û kete nivînan. Heta heyşt rojan beriya nuha jî di nava nivînan de bû. Anuha nivînên wî vala ne. Di ber sekratê de jî weke hemû kesan ji Xwedê ne tirsiya, ji mirinê ne tirsiya, destê xwe li ber pêxemberan venegirt û daxwaza şefaetê ji wan ne kir. Weke hemû kesên li ber mirinê av ne xwest. Gotinên ko digot ev bûn, digot: ”Ling bidin ser Darîn û jê re bibêjin... bibêjin bila pirtûkekê lêke.” Peyvên xwe yên dawîn û nîvçe jî ji bo pirtûkê bi kar hanî û got: ”Pirtûk, pirtûk... pirt...” Belê, got pirt û çavên xwe dan hev. Rebena dayê jî xwe li hev şaş kiri bû, wê jî digot: ”Bazdin mala seyda... bazdin û jê re kitêba miqedes bînin.” Lê anuha te jî fam kiriye ko mebesta bavo ne kitêba miqedes bûye. Dilê wî pêt bû û xuya bû hîn jî hêviya wî ji te û lêkirina pirtûkekê hebû. Ez naxwazim ev nama min, te xemgîn bike û ji xwe ji bo tiştekî wusa jî ez ji te re naşînim. Tenê min xwest ko ez weke wesiyeta bavo, van gotinên wî yên dawîn bi te ragêhînim û te hay jê hebe. Xwedê te salîh bike û bide ser riya rast.
Bi silavên biratiyê têm herdu çavên te.
Birayê te Sadûn
Bîstûpêncê payiza pêşîn
Not: Dayê silavan li te dike û dibêje: weke her dayikekê, weke diya lawê mala Garût... min jî Darînê xwe bi qasî neh mehan di zikê xwe de gerand, min jî dergûşê xwe bi dilovanî mijand û bi delalî mezin kir. Dayê dibêje: şîrê min jî weke şîrê dayikên xelkê sipî bû.»
Darînê Daryo, Darîn î lehengê vê çîrokê nama birayê xwe li hev radipêçe û li pêş xwe datîne ser masê. Mîna ko anuha nû dê û bavê wî ev gotinên xwe kirine namê û jê re şandine, di wê gavê de êşa dilekî tenik xwe li kirtika pozê wî dide der, li gewriya wî belav dibe, bi çavên tije av li portrê mîr dinêre û dibêje:
— Tu dizanî, mîrê min... tu dizanî ez ne merivekî wusa dilpêt im. Li ser vê yekê ez gelekî li ber mirina bavê xwe ketim. Herçiqas ev xwestina wî li ba min tiştekî pûç û vala, daxwazeke dûrî rastiya min bû, lê dîsa jî ez pê êşiyam ko min çima bavê xwe bi çavên vekirî, bi destên vala şande gornê. Heta demekê jî ez ji bandora mirina bavê xwe û van gotinên wî ne filitîm. Pirî caran bêyî daxwaza xwe ez diketim ramanan. Min xwe dûr berdida û ez dûr diçûm, mîrê min. Di her carên weha de min xwe di quncikên şikeftên reş û tarî de didît. Min didît ko ez dadidim nînoga vê tiliya xwe ya pêşanekê, dikêşim û bi qasî sê movikan dirêj dikim, dîsa bi wê tiliya xwe ez qulekê di defa sîngê xwe de vedikim, nînoga xwe ya dirêj di xwîna dilê xwe de dikim û li ser tiştekî tiştina lêdikim. Nizanim bê min çi lêdikir, mîrê min. Ez nizanim bê min bi kîjan ziman û kîjan elfabê jî dinivisand. Di wê gavê de tiştê ko ez li ser dinivisînim jî ez nizanim bê çi ye: ez nizanim bê dar e, kevir e, çerm e, kaxiz e. Lê min tiştekî wusa dinivisand ko... bi min wusa dihat ko heta nuha jî tiştekî wusa evda-î alemekî ne xwendiye û tucarî jî ew ê nexwîne. Piştî nivisandinê jî min lez dikir, min ew nivîsên xwe li hev berhev dikir û ez diketim riya goristanê. Hîn jî ez nizanim, mîrê min... ez nizanim bê ji herdu goristanên me bavê min di kîjanê de kirine erdê, ez nizanim bê gorna wî li kîjan aliyî dikeve û bi çend keviran bilind kirine, ez bi wê jî nizanim. Lê ez diçûm ser gorna bavê xwe, min kêla ber serê wî bilind dikir, min ew nivîsa xwe dadihanî ber serê wî û min bi sê dengan banî wî dikir, mîrê min... min banî wî dikir û digotê:
«— Bavê min î maqûl, bavê min î delal, bavê min î dilovan!... ji bo wan gotinên te, ji bo wê hêvî û wê daxwaza te va ye ez bi bêhna tariyê re hatim ba te. De ka tu serê xwe rake, rabe li pêşberî min rûne û ruyê min bibîne... ruyê min bibîne bê ez di çi rewşê de me, bavo.» Min li bavê xwe dinêrî wekî xwe î berê ye: bi kincên berê ye, bi şekalên berê ye, bi koloz û simbêla berê ye, bi salên berê ye. Û ya sitar, mîrê min!
«— Ez hîn li vir im,» digot, «ez hîn bi rê ne ketime, ez li bendî te û pirtûka te me.» Di wê gavê de bi van gotinên bavê xwe re ez ji wir bi qasî sê hezar û pêncsed salên beriya îro dûr diçim û li wir ez xwe di nava xelkekî wê demê de dibînim. Dibînim ko xetên nivisê di nava wan de jî pir pîroz e. Ew kesên li ber mirinê teşt û beroşên xwe derdixine firotanê, rez û pezên xwe hûr dikin û dikine zêr, jin û keçên xwe davêjine mezatan, pêşkêşî aliman dikin, xwe davêjine bextên wan û wan bertîl dikin ko ew ji wan re çend rêzan lêbikin. Ez dibînim alimên nivîsmend li ber dîwarê goristanekê rûniştine, li ber her yekî jî gurzeke pênûsên zîlîn, girozên papîrus û çermên gamêşan li ser hev in. Çawa bibêjim, mîrê min, rasterast weke van arzûhalciyên dema me ne. Li pêşberî wan jî meriv ketine rêzê û tiştina didine nivisandinê: ji diya xwe re, ji kalê xwe re, ji xwe re... De îcar bi tirs û streseke çawa, bi hêvî û daxwazeke çawa, mîrê min! Ji wan mişteriyan yek gelekî bala min dikişîne, ne mişterî bi xwe lê keça li ba wî, a ew pir bala min dikişîne. Ez nizanim bê keça wî ye an destirmana wî. Lê ez baş pê dizanim ko... ji bo ko tiştekî bide nivisandinê mêrik ew keçika bi xwe re haniye û pêşkêşî nivismendekî dike. Keçik jî... çawa bibêjim, mîrê min... berzewaceke li ber kewna xwe ye. Xeftanekî mîna çerm li navmilên wê ye. Laşê di binê xeftan de ez nabînim lê ruyê wê gelekî lihevhatî ye. Alim î nivismend ji ciyê xwe radibe, wî xeftanî ji nav milên wê dide alî û keçik şilf tazî li pêş wî ye. Ne tenê li pêş wî, li pêş herkesî ye, mîrê min... herkes dibîne û bi min wusa tê ko herkes jî dikane bibîne. Û ez jî dibînim. Ez dibînim ko du pêsîrên nîvgilover li ser sîng û gerdeneke genimî wek du felqên hinaran hişk dixuyin. Li jêra wan jî navikek... û li jêra wê navika gunehkar jî pirçeke firk, pirçeke heram nû girtiye dora ranên wê. Hêdî hêdî li dor keçikê difitile... ew î alim hêdî hêdî li dor laşê keçikê difitile, ji jêr û jor ve li bejnûbala wê dinêre, bi zimanekî tiştina jê re dibêje, bi du tiliyan devê wê ji hev dike, li hundurê çavên wê mêze dike, destê xwe di ser pirça berzika wê re dibe û tîne, kulêmeka wê saxî dike û ditepîne, paşê jî destê xwe li pêsîrên keçikê dipelîne û di mista xwe de diguvişîne. Pêşiyê bi mana erê serê xwe dihejîne, dû re li ber çermekî gamêşan rûdine û tiştina lêdike. Heta ko ew î alim vî karê xwe diqedîne, ez jî bi mereq temaşa vê rewşê dikim. Ew mişteriyê ko êdî tu jî pê dizanî, a ew jî wî çermê nivisandî dide bincengê xwe, tev wî laşê ter û ciwan keçikê li wir dihêle û bi gavên bextiyar, bi gavên ewle, bi gavên bêşerm ji ber dîwarê goristanê dûrdikeve. Ez dibînim ko ew tirs û stresa bi qasekî berê bi mêrik re ne maye. Mereqdarî li min zêdetir dibe û ez bi pey mêrik dikevim. Ez dixwazim bixwînim û bizanim ka çi hatiye nivisandin, mîrê min. Ez dixwazim bibînim ka çawa hatiye nivisandin. Lê mêrik serê xwe li ba dike û ez wusa têdigêhîjim ko merivên vê dunyayê nikanin bixwînin. Xwe bi xwe, ew ji bo wan ruhên dunya aliyê din e, dibêjim. Û wek ko min got, mîrê min, a ji wê rojê û pê ve ev bergeh, ev raman car bi car li min bû mêvan û hîn jî em ji hev ne dûr in. Ez nizanim ka bê bavê min hîn jî li bendî min û pirtûkekê ye an ne, lê min ne xwest diya min jî bi hesreteke weha biçe û gotinên weke wan gotinên bavê min li pey xwe bihêle, mîrê min. Min ne xwest diya min şîrê xwe li min heram bike û biçe, loma... loma piştî vê namê, piştî van xeberên naxoş û piştî van hemû tiştên ko min ji te re gotin, êdî min jî biryara xwe da, mîrê min. Anuha tu jî bi kerem dizanî ko... li vir ev dibe cara duduyan ko ez biryareke welê didim. Belê, min biryara xwe da ko ez jî ji diya xwe re pirtûkek weke wan pirtûkan, pirtûkek mirinê(*) binivisînim, mîrê min.
Darînê Daryo, Darîn î lehengê vê çîrokê dest davêje darê qelûnê, sê tilî titûna nû didewusîne serika wê, agir pê dixe, tev gepeke dûman wê jî ber bi portrê Ahmedê Xanî radike û didomîne:
— Dîsa gotin hatiye ser gotinê, mîrê min... sêsed sal, bi qasî sêsed û çend salan beriya nuha dibêje: «Da xelk nebêjitin ku: ekrad bê marîfet in, bê esl û binyad; enwaî milel xwedankitêb in, kurmanc tenê di bê hesêb in.» û ez jî... ji mîrê xwe re bibêjim, anuha êdî cenabê te jî bi kerem têderxist bê min ji bo çi xwest ez dest pê bikim û binivisînim. Lê beriya ko ez dest pê bikim, min xwest ez rewşa lîteratura zimanê malê ji nêzîktir, pir ji nêzîktir ve bibînim, mîrê min. Ji ber vê yekê jî ez bêtir ketim nav pirtûkan, ez ketim nav pirtûk û niviskarên wan. Û ev dibe sê sal ko ez bi wan re digerim, bi wan re radibim, bi wan re rûdinim û ez guhdariya wan dikim. Heta vî danê sibê jî ez di nava wan de bûm, mîrê min.
Mîna ko anuha gotinên Darînê Daryo, gotinên Darîn î lehengê vê çîrokê biqedin û tiştên ko ew ji mîrê xwe re bibêje nemîne, bi qasî du hilmên qelûnê bêdengiyek çêdibe, dû re awurên wî li kîsê dermanên ser masê asê dibin û bi dengekî nizm:
— Nabe, mîrê min, nabe... dibêje, devê kîs lê vedike, yek bi yek wan dermanên tê de derdixe, lê dinêre, nivîsên li ser bi deng dixwîne û dîsa datîne ciyê berê. Dema ko pakêta dawîn derdixe, li portrê mîr dinêre, keserekê vedide, pakêtê jî ber bi wî bilind dike û didomîne:
— Antî depressiv. Ilmê te fere ye, têgêhîştî ne wusa, mîrê min... a îro jî... te dît ko ez bi gavekî berê hatim, min ji te re got ko heta vî danê sibê jî ez di nava wan de bûm, dibêje, wê pakêtê jî di kîsê vekirî de datîne ber wan dermanên din, bi keservedan xwe bi palgiya sandaliya xwe ve dizeliqîne û dibêje:
— Yê min jî... va ye êdî tu bi xwe jî dibînî bê çawa ye, mîrê min. Ez li nexweşxanê bûm, ez dibêjim nexweşxane lê tu bibêje tîmarxane. Îro... vî danê sibê li ser edebiyatê komcivîneke entellektuelan hebû. Ji xwe çi bû di wê komcivînê de bû, mîrê min. De îcar te bidîta û te bibîhisiya, mîrê min, ma çi ne digotin ku!
Li vir destekî xwe li ba dike, ji sandaliyê radibe ser xwe, ber bi aşxanê diçe û di ber xwe de bi pilepil dibêje:
— Bi destûra te, mîrê min, ez hinek av bînim... ez hinek av bînim û ji mîrê xwe re bibêjim. Tiştên seyr in!
Diçe piyaleke av tîne, datîne ser masê, li ser lingan ji wan pakêtan yekî vedike, du heban jê derdixe û di ber re jî her dipeyive û ji mîrê xwe re dibêje:
— Ya rastî doktor ev tiştên ha li min qedexe kirine. Ji min re got:
«— Ji mijar û ramanên weha dûrkeve û heta ko ji te tê li ser van tiştan nekeve heftûheyştê.» Ji xwe ez jî ne merivekî wusa me ko bi hinekan re têkevim heftûheyşta van tiştan. Ez dizanim, mîrê min... ez baş jî dizanim ko tiştên wusa pere nake.
Li ser lingan wan heban dide ser zimanê xwe, ji nîvê ava wê piyala ser masê devê xwe tije dike, di gewriya xwe de berdide, bi tiliyan devê xwe paqij dike, wek wan qumarçiyên ko bi hêrs qeremaçên xwe li erdê didin, ew jî binê piyala xwe li masê dide, wan gotinên xwe yên jorîn dubare dike:
— Pere nake, mîrê min, dibêje û rûdine. Piştî bêdengiya çend hilman destê xwe li ser wan name û kovarên ser masê digerîne, radihêje çendekan û lê dinêre, bêyî ko veke dîsa datîne û dîsa berepaş xwe bi palgiya sandaliya xwe ve dişidîne. Mîna ko anuha êdî piçekî rihet kiriye, bi pişirîn li portrê mîr dinêre û dibêje:
— De îcar min ji te re çîroka vî danê sibê ne got, mîrê min. Ji semînerdarên komcivînê, pêşiyê yek rabû... yekî çawa bibêjim... ez nas nakim, ji nêzîk ve nas nakim, lê ewqas tişt li ser vî ciwamêrî hatine gotin ko êdî herkes pê dizane. Herkes pê dizane û dibêjin xwediyê navûdengekî qelew e... dibêjin ji navê Xwedê bêtir ji vî navê xwe hez dike. Xêr û guneh li hustuyê wan be, lê dibêjin ko tu bi qasî bêhna cixarekê li ba wî rûnî, tu ê baş bibînî ko rasterast nexweşê nav û mezinbûna xwe ye. Ez newêrim bibêjim, mîrê min, lê ez bawer im rastiya van gotinan jî heye. Bi min jî wusa hat. Mêrik rabû û yekser weke bûkan behsa xwe kir û got:
«— Edebiyata me... binêrin dema ez ji bo konferansekê li Helsîngforsê bûm, ji min pirs kirin ka edebiyata me di çi rewşê de ye. Ew tiştên ko min li wir ji wan re gotin, ez dixwazim anuha li vir ji we re jî bibêjim. Edebiyata me di erdekî hişk de kulîlk e, giya ye, nîsk e, nok e û jê re av divê. Pêwîstî bi avdanê heye. A ez jî... heta ko ji min tê ez jî van nokan avdidim. Barê min giran e. Karê min giran e. Pir dijwar e. Ez bi tenê me. Ez dizanim. Lê dîsa jî bi her awayî, bi her celebî, bi her rê û metodê, bi şev û bi roj ez avê dikêşim ser vî erdê hişk ko ew nokên ter û şîn hişk nebin...» Bi van gotinên wî re ji guhdaran yek rabû û... Xwedê dizane ji deştê bû, mîrê min, rabû û gotê:
«— Ya maqûl, meriv nokan avnadin ko...» Nizanim çima, mîrê min, lê li ser van gotinên ew î deştî semînerdar kurt lê vegerand û bi enirîn gotê:
«— Tu nokan avnadî, lê ez avdidim!» Ew î deştî dîsa pê da zanîn û gotê:
«— Ne ko ez avnadim, ezbenî. Min ne got, ez avnadim. Min got, nok nayêne avdanê!» Semînerdar bêtir tengijî, destê xwe jî li ba kir û gotê:
«— Tu fam nakî. Wek ko min got, dema ko min ev gotinên xwe di konferansê de gotin, pencsed kesan ji min re li çepikan xistin, hezar dest li hev ketin û ji bo van gotinên min deng derxistin. Û anuha ev deng li her deverê belav bûye. Lê tu... tu tênagêhîjî.» Ew î deştî dîsa danexwar, mîrê min, gotinên xwe dubare kirin û dîsa gotê:
«— Kê ji te re dest û lingên xwe li hev xistine ew tiştekî din e. Ez dibêjim nok nayên avdanê û çima nayên avdanê ez ji te re bibêjim: Dema ko nok bi qasî bihustekê bilind dibe û baçil pê dikeve, bi gotina te, ter û şîn dibe... bi zimanê me gundiyan şoraviyek digire ser. Tiştê ko nokan dikin nok jî ev şoraviya wan e, te got erê? Û ko tu rabî nokan avbidî, tu ê bişewutînî, te dîsa got erê? De îcar tu rabûyî ji me re behsa destên helsîngforsiyan dikî... ma ew çi dizanin bê nok çi ne! Ew hêj nizanin ka bê nok bi dar an bi giyan ve tên...» Semînerdar vê carê destê xwe jî ber bi ew î deştî dirêj kir û gotê:
«— Tu jî hîn nizanî bê ez behsa çi dikim. Li vir ez bi zimanekî edebî dipeyivim. Ez dixwazim behsa edebiyatekê bikim... ne gundî û nokên wan!» Li ser van gotinên wî, ew î deştî rabû ser lingan û gotê:
«— Anuha tu behsa çi dikî bike, lê ez dibêjim dema ko tu nimûnên xwe didî, bila ne ji dunyayê der be, bila ne dûrî aqilan be. Bibêje, edebiyata me kundir e û ez jî avdidim. Wê çaxê... a wê çaxê gotinên te ê ciyê xwe bigirin.» Semînerdar enirîna xwe kir hêrs, hêrsa xwe bilind kir, dengê xwe bilind kir, destê xwe bilind kir û dîsa ji ew î deştî re got:
«— Tu nuha dev ji kundurê xwe berde, tu fam nakî. Binêre, ez hunermendek im. Ez niviskar im. Ez edebiyat û zimanekî çêdikim, zimanekî nû... ji vî zimanî re bi fransî dibêjin: une langue nouvelle. Îro di gelek kovar û rojnaman de li ser vî zimanê min, li ser kitêbên min, li ser niviskariya min, li ser huner û jîriya vî tiştî dinivisînin û ji min pirs dikin ka çima ez li ser gundiyan nanivisînim. Ez li ser maqûlên wusa dinivisînim ko... ez dibêjim dema lehengê min bimire bila xwendevan li pey bigirî. Ez naxwazim xwendevanê min li pey lehengê min bibêje: »De gundiyek bû û mir bila bimire!« Ez van tiştan bi zanîn dikim. Ev zanîna min jî berhema niviskariyeke bîst û pênc salan e. Ez lehengên xwe hildibijêrim. Ez gotinên xwe hildibijêrim. Ez hevokên xwe hildibijêrim. Ev hunerek e. Nokên ko ez behs dikim, nokên nû ne, nokên edebî ne. Biçe lê bigere û bi xwe bibîne bê çawa behsa meziniya vê hunera min dikin. Ma ez ê rabim piştî van hemû tiştan ji te hîn bibim ka ez ê çi bibêjim ko gotinên min ciyê xwe bigirin! Şerm e! Ez ne gundî me. Tu gundî yî, wê çaxê tu jî biçe karê xwe bike!» Gundî jî karê xwe kir, mîrê min. Bi hêrs rabû pênûsa di destê xwe de şikand, dîsa bi wê hêrsê li erdê xist, ji salona komcivînê derket û careke din jî venegeriya hundur. Dû re ji min re gotin ko ev herdu serî hevdu baş nas dikin. Dibêjin ev ne cara pêşîn bûye ko ev herdu zatên ha ketine pêsîrên hev. Careke din jî wusa bûye. Dîsa tiştekî wek vê noka bêyom di navîna wan de bûye sedem ko rabin hev. Dibêjin wê çaxê jî dîsa ev deştiyê ha ji ciyê xwe rabûye û li ruyê wî gotiye:
«— Tu gotinên pûç û vala li ber hev rêz dikî! Mîna ko ev jî marîfeteke mezin be, tu dixwazî meriv ji bo van gotinên te li çepikan bixin... lê ez newêrim tiştekî weha bikim. ko meriv bi çewtî ji te re bibêje: dirûvên Homerosekî bi te dikeve, ji bo ko xwe bişibînî Homeros tu ê rabî rahêjî kevçî û çavên xwe derxînî... tu dixwazî rengê xelîfekî edebiyatê bidî xwe û xutban li ser navê xwe bidî xwendinê. Mîna ko hukmê lîteraturê di destê te de be, tu ji xwe re li pey koloniyên edebiyatê digerî û hew.» Xwedê dizane bê çima, lê mêrik rabûye ji vî semînerdarî re gotiye: «Tu mytomanekî mezin î!» rasterast gotiye, «tu nanê bêxwê dixwî, tirên şor dikî.» De îcar em ji çîrokê... em ji komcivîna vê sibê dûrketin, mîrê min. Piştî ko ew î deştî derket û çû... semînerdarê helsîngforsiyan, bi gotina ew î deştî, vî mytomanê mezin behsa hinek tiştên din jî kir. Bi zimanê xwe î nû, bi gotina wî, bi une langue nouvelle behsa edebiyata me kir, behs kir û got:
«— Dar hildikişe. Dar qalind dibe. Dar bilind dibe. Dar mezin dibe û dibe darek siltanî.» De îcar Xwedê dizane bê wî dixwest bi van gotinên xwe çi bibêje. Lê ko ez li xwe mikûr werim û bibêjim, min tiştek ji vê dara wî dernexist, mîrê min. Ya rastî min xwest ez rabim vê tênegêhîştina xwe pê bidime zanîn û bibêjim: Bi van daran tu dixwazî çi bibêjî, lê ez ranebûm û min ne gotê. Min nexwest ez jî bibim deştiyekî duduyan, mîrê min. Û piştî van heftûheyştan dor hate yekî din. Şaîrekî kevin bû, mîrê min. Nizanim çima, lê bi hêrseke mezin bû. Dema ko dipeyivî kef bi devê wî diket û... digot:
«— Hûn behsa çi dikin bikin... hûn çi dibêjin bibêjin. Lê lezet di helbestên we û îro de tuneye. Weke wan firingiyên ko meriv di kayê de sor bikin, helbest li vir çênabin. Li van deran...» digot, «mijar tuneye ko meriv li ser binivisîne. Ez helbestên we dixwînim, dinêrim ko li ser êş û xaça Îsa ne, li ser şiv û fermanên Mûsa ne. De îcar werin li welêt binêrin. Şikir ji Xwedê re bi sedan Îsa û Mûsa derketine. ko em bixwazin em dikanin Xwedayan jî çêbikin. Îro li dunyayê, li ba me bi sedan gund dişewutin, bi hezaran meriv têne kuştin, bi mîlyonan meriv koç dikin. Divê meriv van mijaran bibînin, berhev bikin û binivisînin.» Min xwest ko ez rabim û jê re bibêjim: Ya seyda, edebiyat afirandin e, edebiyat nayê berhevkirin, lê min ne got, mîrê min. Min ne xwest ez jî têkevim heftûheyştekê. Lê ji guhdaran yek rabû... ciwamêrek rabû û gote wî:
«— Heyfa wan bajar û gundan e ko ji bo helbesteke xweş dişewutin.» Li ser van gotinên guhdêr, şaîrê kevin jî hêrsa xwe mezin kir, av û kef bi devê xwe xist, tiliya xwe jî li wî ciwamêrî bilind kir û gotê:
«— Binêre, Melayê Cizîrî bûyerên xelkê xwe, li ser tahtên welatê xwe dinivisand û weke helbest dîsa li ser wan tahtan dixwend. Dema ko xwendina helbestên xwe diqedand û radibû diçû, ew tahtên ha ji hukmê helbest û xwendina wî mîna sêlekê disincirîn û jin û bûkan jî diçûn hevîrê xwe pê ve didan. Lê tu tênagêhijî ku!» Li vir jî herdu seriyan ji hev gazin dikirin, mîrê min, gazin dikirin ko yê hember tênagêhîje. Dû re ji semînerdaran yekî xort rabû ser kursiyê. Yekî çawa bibêjim, Xwedêyo... yekî wusa ko nayê gotinê, mîrê min. Cil û bergên li ser wî ne tiştên şaîran bûn. Cotek potînên bêcir di lingan de, parkekî ji van rengên leşgerî li navmilên wî bû, ya sitar! Bi zincîr, bi xelek, bi bêrîk û bi gelek tiştên seyr bû. Meriv digot qeyê nû ji leşgeriyê reviyaye. Şêla şaîran pê ne diket. Rabû weke gamêşê ko bîna avê bike hustuyê xwe dirêj kir, serê xwe rakir, awurên xwe li jor li dereke zikê salonê asê kir, çavên xwe dan hev û dest pê kir. Bi min wusa hat ko... ne tenê bi min, ez bawer im ko hespan jî ev rewşa wî bidîta û guhdariya wî bikira, ew ê bigota ev maqûlê ha ji aqil û kîsên hinekan dipeyive. Belê, pêşiyê navê gelek çem û çiyan, navê gund û bajaran, navê deşt û çolan bi lêv kir û da zanîn ko wî ji wan deverina ji me re silavên germ û agirî hanîne. Dû re li gotara xwe zêde kir û da zanîn ko divê meriv ji bo tiştên mezin kar bikin, divê pênûsên niviskarên me mezin bin ko pê roman û dîwanên mezin werine nivisîn, bi pênûs û serên piçûk çîrokên kurt jî nayêne nivisandinê, divê meriv zimanê xwe mezin û fere bikin... digot:
«— Kê gotiye ko zimanê me têr nake û naşêrîn e! Zimanê me zimanekî wusa ye ko dema meriv guhdarî dike, meriv dixwaze bajo ser kozikên dijmin!...» Li vir jî min xwest ko ez rabim û bibêjimê: Wê çaxê ew hemû teresbavên ko li vê dunyayê najon ser kozikên dijminên xwe, divê pêşiyê zimanê me hîn bibin. Zimanê me hîn bibin ko biwêrin bajon ser kozikan... Lê dîsa min dengê xwe ne kir, mîrê min. De îcar ciwamêr ev gotinên xwe jî bi tirkî digot... digot û didomand:
«— Geniş düşünmeliyiz, büyük düşünmeliyiz, large düşünmeliyizki ölümsüz eserler yaratal›m. Bunun da tek yolu ordulaşmadan geçer: yazarlar ordusu, sanat alayalar›, kültür taburlar› yaratmak gerek. Kalemimiz silah, silah›m›z kalem olsun!»(*) Ez nizanim, mîrê min, lê piştî axaftina van ciwamêran baweriyek welê li min peyda bû ko... Ez dibêjim, ko meriv bixwaze yekî bixapîne divê meriv bi tirkî bipeyive û ko meriv bixwaze xwe bixapîne divê meriv bi kurdî bipeyive, te got çi? Li vir jî min kir ko ez rabim û jê re bibêjim: Ya maqûl, şêrîniya vî zimanê me î şêrîn çima tu bi zimanê me î şêrîn nabêjî... çima edebiyateke wusa eskerî û bi unîform! Lê weke hertim min ev gotinên xwe jî di hundurê xwe de nixumand û ne gote wî. A wê çaxê... ji xwe çi bû a wê çaxê bû, mîrê min. Di wê gavê de min generalên helbestan dîtin, min kapîtanên novel û romanan dîtin, min çawîş û onbaşiyên nivisên bi babetên ciyê dîtin... bi kurtî hemû qumandarên lîteraturê bi meşeke leşkerî di ber min re derbas bûn. Ji vê bergehê ken û girî di hundurê min de li hev ket, keliya, kef da û di kaniyên çavên min de dan der. Berê çavên min reş bûn, dilê min li hev ket û wekî din jî... wekî din jî tiştek nayê bîra min, mîrê min. Min çavên xwe li nexweşxanê vekir.
Darînê Daryo, Darîn î lehengê vê çîrokê bi qasî çend hilman serê xwe dixe ber xwe, mîna ko anuha bi raman li tiştekî asê bibe, bi awurên vikûvala li kîsê dermanên xwe dinêre, dû re bi nîvşerm û nîvxemgînî vedigere ser portrê mîr, bi herdu destan serçavê xwe mist dide û bi rewşeke bêxew dibêje:
— Doktor hat paş serê min, mîrê min, li paş serê min nav û paşnavê min pirsî...
Mîna ko hay ji çewtiyeke xwe bibe, li vir bi tevgereke bêçare herdu destên xwe jî ber bi portrê mîrê xwe vedigire û dibêje:
— Tu bi xwe jî dibînî, mîrê min, tu dibînî ko hiş di serê min de ne maye. Min ji bîr kir ko xwe bi te bidime naskirinê. Gerçî ne girîng e, lê weke edet... ez dibêjim edet lê tu bibêje weke nexweşî. Belê, tiştekî wusa jî derxistine ko divê meriv çêlî xwe bikin. Ne tenê çêlî xwe, di roja îroyîn de radibin behsa gelek tiştên din jî dikin. Behsa tiştên wusa dikin û tiştên wusa dibêjin ko anuha ez şerm dikim ji te re bi lêv bikim, mîrê min.
Ji nişka ve û bi hêrs radibe, ji ser masa nivisandinê radihêje pirtûkekê(*), dîsa bi wê hêrsê li ser lingan rûpelan lê diqulibîne, bi dengekî nizm ji dereke wê tiştina dixwîne, dû re li mîrê xwe vedigere û dibêje:
— Li gor gotinên mêrik... mêrik behsa jiyana xwe dike, mîrê min, xêr û guneh li hustuyê wî lê li gor gotinên wî: hîn di piçûktiya xwe de xwediyê kultureke kevnare bûye, bala wî li ser şexsiyetên mezin bûye, çavên wî hertim li ciyên bilind bûye. Ev tiştên ha jî di pêçekiya wî de dê û pîrika wî, bav û kalikê wî... her yekî ji alîkî ve di guhên wî de gotine û ew kultura me ya bi qasî pênc hezar salan kevin kurisandine hundurê serî wî. Li Diyarbekirê ew taxa ko di wextekê de mala Cemîl Paşayê bapîrê Qedrî û Ekrem Cemîl Paşa lê bûye, anuha mala wan jî li wir, li wê taxê bûye. De îcar di şeş saliya xwe de dest bi niviskariyê kiriye. Berhemên wî yên çapnebûyî gelek bûne... li gor ko mêrik dibêje, ji dusedî zêdetir berhemên wî hene û hemû jî anuha di serê wî de ne, mîrê min.
Pirtûkê davêje ciyê berê, rûdine, radihêje qelûna xwe pê dilîze, dikêşe û dibêje:
— De îcar em vegerin ser pirsa xwe û ez ji mîrê xwe re bi kurtî bibêjim: Ez ne xwediyê jiyaneke wusa rengîn im. Navê min Darîn e... Darînê Daryo dibêjine min. Ez ji gawestiyên malên Cemaldînên serhedî me û anuha ji wan deverina dûr ez jî li vir dijîm. Vir, dibêjim... nizanim bê te ji serma wê derxist an ne, mîrê min, pir sar e. Lê dîsa jî... yekî ko di çelê zivistanê de jî ji ba me were vir, ji te re sond dixwim beriya ko bi bapêşê bikeve ew ê bi bayê vê niviskariyê bikeve. Çiqas ji vê rengdêrê hez dikin! ko meriv ewqasî ji Xwedê hez bikira, meriv ê ji buhuştê ciyê herî xweş bi dest xwe bixista. Ne ko ez tiliya xwe di çavê xwe re dikim û dibêjim bila ji nava me dernekevin, lê streseke nivisandinê bûye nexweşiyeke têgerîn û li van deran digere, mîrê min. Li van deran baweriyeke wusa şîn bûye ko divê meriv pirtûkekê binivisîne... mîna ko yek pirtûkekê nenivisîne ew ehmeq e, mîrê min. De îcar mîna ko ji van pirtûkan (destê xwe ber bi dolabeke binê refikên pirtûkxana xwe dirêj dike) yek têr nake, mêrik radibe ya duduyan jî dinivisîne. Wusa dike ko meriv jî jê re bibêje, a îcar jî tu bûy yekî ehmeqtir. Û ne dûrî aqilan e ko ez ji mîrê xwe re bibêjim di van çend salan de ji hemû şaxên lîteraturê me pirtûk hene û zêdetir jî. Zêdetir dibêjim... bi gotineke din ji vê hingema ha şaxên seyr, tiştên ewqas seyr û nû derketine ko ez ne bawer im îro li ba îngilîzan jî navekî jê re peyda bikin. Na, ne gengaz e ko ev şaxên wusa di zimanekî din de hebin, mîrê min.
Bi van gotinên xwe re dîsa radibe ser xwe, destê xwe ber bi refikên pirtûkxana xwe dirêj dike û:
— Binêre, mîrê min... de îcar ne tenê evqas in jî, wek ko min got li vir jî hene, dibêje, diçe destê xwe davêje kersega dolabeke binê refikên pirtûkxanê û bi kenekî manedar didomîne: Ev yên ha... ya rastî min dixwest ez wan bişewutînim. Lê dû re min nêhirî ko bi şewatê nabe, mîrê min... min got ew ê rûmeta van û wan hemû pirtûkên ko di wexta xwe de bi şerefmendî şewutîn tevlihev bibe. Min ne xwest mikro û makro li nav hev bikeve, min ne xwest çê û xirab têkeve nav hev. Loma min ev yeka ha ne kir, mîrê min. Min ew agir ne kirin. Min got ew ê rojekê teresbavek rabe navê min û Amr ibn al-As(*) tevlihev bike. Ji ber vê yekê ye, mîrê min, a ji ber vê yekê ye ko min ew havêtine paş vê kilîtê. Anuha tu ê mereq bikî û bibêjî ka gunehkariya van pirtûkan çi ye?
Ber bi masa xwe diçe, ji çavikekê kilîtekê digire, li kersegê tîne, dolabê vedike, pirtûkekê jê derdixe, ber bi portrê mîr nêzîk bilind dike, du sê caran dihejîne, mîna şanogerekî hêdî hêdî li rasta odê digere û dibêje:
— Ko jinek ne bi dilê meriv be, meriv dikane çavên xwe bigire û dîsa jî wî karî bike. Lê... lê ko pirtûkek ne bi dilê meriv be, meriv nikane çavên xwe bigire û bixwîne. Û dibe ko mezintirîn hustuxwariya pirtûkekê jî ev be... te got çi, mîrê min, dibêje, wê pirtûkê davêje ser masa rasta odê, ji dolaba paş kersegê yeke din derdixe, bi mirûzekî tirş li pêş û paşê wê dinêre, li kefa destê xwe dide, her bi wê hunera şanogerekî di odê de diçe û tê, ji nişka ve li portrê mîr dizivire û dibêje:
— Ko ji niviskarekî re zarokek çêbe û ew zarok seqet be, bêyî dest û pê, bêyî poz û goh be... niviskar ê riyekê bibîne, ew ê kêmasiya zarok bavêje ser Xwedayekî û ji nav derkeve. Lê ko di pirtûkek wî de seqetiyek hebe... a wê çaxê divê hinekî li ser bihizire. Te got çi, mîrê min?
Li vir yeke din ji paş kilîtê derdixe, lêvên xwe bi hev ve dişidîne, bi hêrs û bêhêvî davêje ser masê dîsa li mîrê xwe dinêre û dîsa dibêje:
— Heta nuha pêwîstiya min ji Xwedê ne bûye ko ez destê xwe li ber vegirêm, mîrê min, lê anuha ez destê xwe li ber wî jî vedigirêm û dibêm: Xwedê, heta mirineke bi destê te bila haya ev yên ha ji hunera xwe nebin, lewra wê roja ko wan hay jê bibin, wê çaxê ne bi destê te, ew ê xwe bi destên xwe bikujin û têkevin ber xwîna xwe!
Piştî çend tiştên weha bi hêrs dadide wan pirtûkên li ser masa rasta odê, li ber dolaba binê refikan çog dide erdê, bi hêrs davêje ciyê berê û dîsa bi hêrs kilîtê li derê dolabê dixîne. Di rabûna xwe de destê xwe jî ber bi wê kersegê rep dike û dibêje:
— Ya rastî diviya bû meriv xwediyên wan bavêtana paş deriyan û ji wan re bigota... Na, mîrê min, ez gotina xwe nabêjim. Ez newêrim bibêjim. Ma tu ê ji kê re bibêjî ku! ko tu ji yekî re tiştekî bibêjî, ew ê tev hêrs û enirîna xwe tiştekî din jî li te vegerîne û ew ê ji te sil bibe. Ew ê di newrozan de jî di ber te re derbas bibe û silavan li te neke, mîrê min.
Ez şerm dikim, mîrê min, ez şerm dikim ko ez di dem û dunyayeke weha de dijîm. Dibêjin li dunyayê tenê du tişt hene ko meriv pê dikevin rewşên teng û naxoş: yek jin û yek jî zimanê meriv. Lê anuha ez tiştekî din jî lê zêde dikim û dibêjim, bêpîvaniya karê nivisandinê jî. Lê eva sisiyan... Di wexta xwe de ûris nîvê dunyayê bûne û ji wî nîvê dunyayê Trdeyakovskiyek(*) tenê derketiye, lê diyar e ko wusa bidome ji van Trdeyakovskiyan em ê gelekan derxin. De îcar tîpên wusa... tîpên ko tiştekî ji hev dernaxin, tîpên ko diya xwe di fîstanekî din de bibînin nas nakin... tîpên ko meriv di ber de bêşin, di ber de bişewutin, di ber de şerm bikin ne yek û ne dudu ne, mîrê min. Dema ko ez li ser van hemû tiştan dikevim ramanan û lê hûr dibim, a wusa... dilê min li hev dikeve û ez dixwazim verişim. Xwezila min bi wan deman, wan demên ko ez ji van tiştan dûr. Û hîn gelek tişt hene, mîrê min, gelek gotinên min hene ko ez ji te re bibêjim. Lê wek ko min got, ez naxwazim serê te jî pê bêşînim, mîrê min, ez naxwazim bêhna te pê deng bikim û... û doktor ji min re got bêhna xwe teng meke, got tu çawa rihet dikî wusa bike.
Diçe ji derekê radihêje perdeyeke reş, bi aliyekî pirtûkxana xwe ve dike, dixwaze bikêşe pêşiya tevayiya wê û di ber re jî bi pilepil dibêje:
— Ez ê jî êdî nekim ko tiştekî binivisînim, mîrê min.Bila diya min li min bibore. Min destê xwe ji şîrê diya xwe şûştiye. Min dixwest... min pir dixwest ko ev gotinên min... wek ko hezretî Eyub dibêje:
”Xwezî anuha ev gotinên min bihatana nivisandin!
Xwezî di pirtûkekê de berhev bibûyana!
Bi pênûseke hesinî, bi qurşûnê
Li zinaran bihatana kolanê ko her û her bimana.” Lê ez nikanim, mîrê min. Mîna ko tu jî êdî têderdixî, ez nikanim û nivisandin ji min nayê, ez ji te re sond dixwim ko êdî ez nikanim bixwînim jî. Ez ê nexwînim, dibêje, wê perda reş dikêşe berê pirtûkxana xwe, bi xemgînî û bi dengekî bilindtir didomîne:
— Bila li min biborin, bila ew hemû niviskarên ko vekişiyan şikeftên bêhntengîn, şevên nîvê şevan jiyan li xwe herimandin û jidil xwe sipartin hunerên xwe, ew niviskarên ko rûreşî ne kirin, ew niviskarên ko derew û bêbextî li lehengên xwe ne kirin, bi wan re jiyan, bi wan re êşiyan, bi wan re giriyan, bi wan re ketin û mirin... a bila ew hemû maqûlên erbabên karê xwe li min biborin, dibêje, bi rewşeke jihevketî tê li pêş portrê mîr dîsa di sandaliya xwe de rûdine, bêyî ko veke wan name û rojnamên li ser masê dide aliyekî, serê xwe dike nava herdu lepên xwe, di ser çogên xwe de xwar dibe, diponije... û anuha li ba wî dîsa deng tuneye, dîsa ronahî tuneye, dîsa wext tuneye, dîsa Xwedê tuneye û dîsa dunya li dora xwe çerx nabe.
Epîlog
Di wê gavê de, rasterast di wê gavê de ez çûm li pêş Darînê Daryo, li pêş Darîn î lehengê vê çîrokê rûniştim û min gotê:
— Baş e, ez ê binivisînim.
Bi mitûmatî li min mêze kir û got:
— Tu ê çi binivisînî?
Min got:
— Van gotinên te... ez ê van gotinên te binivisînim û bikim pirtûk. Ez ê yeke welê binivisînim ko bi hemû dewr û dewranan xweş be, herkes bi zimanê xwe î arizî şirove bike û li ba xwe rûmetekê bideyê.
Bi xemgînî, bi çavên tije av got:
— Tu ê çima binivisînî?
Min got:
— Te gotinên bavê xwe bi cî ne hanî, te daxwaza diya xwe bi cî ne hanî, lê ez ê vê êşa te bi lêv bikim.
Mîna ko ev behsa dê û bavê wî wan çavên wî biguvişîne av jê rijiya û got:
— Na, meke!
Min got:
— Çima na? Ma te ne got, xwezî anuha ev gotinên min bihata nivisandinê?
Bi girêkên tiliyên xwe çavên xwe zuwa kirin, li min mêze kir û got:
— Na, hezretî Eyub weha gotiye.
Min got:
— Te çima ev gotinên hezretî Eyub bi lêv kirin?
Hustuyê xwe xwar kir û got:
— Dilê min tenik bû û min jî ev gotinên wî bi lêv kirin.
Min got:
— Baş e, dilê min jî li van gotinên te rûnişt û ez dixwazim wan binivisînim.
Di dest de li min vegerand û got:
— ko tu bi gotina dilê xwe bikî û binivsînî, tiştê ko ez ji te re bibêjim tuneye. Lê tenê tiştekî... ji min nepirse û nebêje çima, lê ez tiştekî tenê ji te daxwaz dikim.
Darînê Daryo, Darîn î lehengê vê çîrokê daxwaza xwe ji min re bi lêv kir. Li ser vê daxwaza wî li pêş mîr Celadet Alî Bedirxan û li hafa seydayê erd û asiman Ahmedê Xanî min jî soz dayê ko ez li dawiya vê çîrokê van gotinan jî binivisînim û bibêjim: ”Ev çîroka ha divê bi zimanekî din neyê xwendinê, divê her û her bi zimanê xwe î malê bimîne.”
Herweha nîvê êşa lehengê xwe min jê girt, nîvê titûna qelûna wî ya dawîn min kişand, nîvê hêsirên wî min ji kaniyên çavên xwe rijandin, li nîvê textê wî yê razanê min cî da xwe, wê şevê nîvê balîva wî min serê xwe da ser û em bi hev re ketin xewê.
-------------------------
© Nivîskar, Nûdem û Nefel »Bixwîne |
 |  |  |
 |
Ji zindana tenêtiyê heta îşareta çav
Deşta rexê bêdengiyê
Berf girtiye.
Bi vê şevîniyê
Hawara wî weke loriyan deng dide
Hawara bendiyekî tik û tenê.
Ew çend rojên destpêkê baştir bû, lê ji serê vê sibehê pê ve termê bavê min bêhn girtiye. Gelek nexweş e, gelek zehmet e, ez bi vî awayî behsa bavê xwe bikim, behsa termê wî bikim, lê ez çi bikim, wiha ye. Niha ew termek e bêhn jî girtiye. Bêhna wî ne ji wan bêhnan e mirov xwe lê neban bike û guhê xwe nedê, bêhneke tûj û giran e, ez wisa his dikim genî bûye, di nav demar, rah û masûlkeyên min de jî belav dibe. Ez bawer dikim ji kesekî din re ev bêhna ha gelek girantir e, gelek nexweştir e. Ji bo ko termê bavê min e, ez nikarim, ez newêrim, ji dil bêjim, bêhna wî wiha ye. Ji bilî vê jî ez naçar im bi vê bêhnê re, bi vî termî re bijîm, lê kesekî din, dikare jê dûr bikeve û xwe jê rizgar bike. Kesek nayê xwe bi zorê bi bêhneke wiha gêj û har nake. (Wêne: Ferhad Shakely)
Di destpêkê de her tenê termek bû, termekî hişk û req, ko çiqas diçû girantir dibû û hilgirtina wî zehmet dibû. Wî ez gelek aciz kirim, mirina min hat ber çavê min, lê çi hal be min ew gihand vir, min ew gihand vî ciyê ha. ê ji niha şûn ve ez ê çi bikim. Çi li wî bikim û çi li xwe bikim!!
Ew êvara em ketin rê, bavê min spî û sax bû. Qet nîşana nexweşiyekê û aciziyekê pê ve diyar nebû. Bi xwe his bi tiştekî nedikir û min jî tiştek jê dernexist. Ez nizanim ji bo çi pê xweş bû ji êvarê ve bikeve rê. Min hez dikir em beyaneke zû derkevin û em roja xwe ya yekê dirêj bikin û em çend qonaxan bimeşin. Wî bi awakî din lê nêrîbû. Planê xwe bi awakî din çêkiribû. Wî dixwest em roja yekê zêde aciz nebin. Em êvarekê bikevin rê û piştî şeş–heft saetan bigihîjin şikevtê. Vê şeva xwe li wir derbas bikin. Wî ev roja yekê ji bo xwe lê xweş kirin, ji bo perwerdeyî danîbû, ji bo ko ling û piyên me nerm bin û di hemû warî de em xwe ji bo wê riya dûr û dirêj amade bikin. Vêca bi rastî baş jî hesab kiribû, heger me wiha nekiribûya, wekî min lê binêrîbû, me wisa kiribûya, em difewitîn. Hê roja yekê em ê bi temamî aciz bûbûna û wê riyê çavên me bitirsanda. Lê nêrîna wî ew bû, ko em roja yekê xwe bi tu awayî nêzîkî acizî û zehmetiyê nakin, em li dijî wê riya dirêj û zehmet ranebin, tenê em ê xwe perwerde bikin û çav, dest, pê û pişta xwe, hemû ruhê xwe hîn bikin û em ê xwe ji bo roja pişt re û ji bo rojên bên re amade bikin.
Ev jî, ev fikrên han jî feydê nedan me, em careke din têkçûn. Careke din jî hemû tiştên me xera bûn. Di rastiya xwe de ew bi xwe têkçû, ne ez. Ew yeka ko nediket û nehatibû bîra yekî ji me, qewimî. Min bîra hemû tiştan dibir, lê bîra mirinê, bîra mirina bavê xwe nedibir. Ez dibêjim ew tê de çû, lê bi rastî yê tê de çûyî ez im, ne ew e. Ew mir û rizgar bû, lê yê çiqas barê giran ê vê dinê heye li ser milan e, ez im. Ez ew kes im ko çiqas barê giran ê vê dinê heye li ser milan e. Ew ez im ko serê dinê lê hatiye hev û ez nizanim ez ê çi bikim. Cihêtiyeke şiklî ew e ko ew miriye û ez sax im, lê sed xwezî bi wî, sed xwezî bi hemû miriyan, qet nebe carekê dimirin û temam. Ez jî nebixêra ruhê xwe sax im û dijîm, lê çi heye hêviyek di dilê me de tune, ez tu ronahî ji tu milekî ve nabînim û nayê dîtin.
Bavê min pir zû mir. Min bawer nedikir ko wê mirina zû bêhnê lê biçikîne û wî têxe tengiyê. Ez behsa temenê wî nakim. Ez behsa wê dikim ko gelek zû ji taqet û qudûm ket û temam bû. Ji temen têra xwe xwedî temen bû. Di ser şêstî re bû. Germî û sermiya jiyanê gelek dîtibû. Vê carê gelek li ber xwe neda. Roja me ya pêncan bû. Bi şev bavê min mir. Eger ew wê şevê bimaya û bigihîşta sibehê, em ê têketana roja şeşan, lê ew wê şevê temam bû. Mirina wî ji nişka ve bû. Rojên destpêkê pir baş bû, pir jî gurr bû. Tenê roja dawiyê, roja pêncan, westiyayî dixuya. Min his kir ko ew wekî berê gavannavêje û pêş nakeve. Car caran radiwesta û bêhneke baş dida û vêca dikete rê. Ez jî ji ber dilê wî pêş nediketim, min nedixwest his pê bike ko ez pê hesiyame ew betiliye. Min jî xwe paş dixist û gavên xwe girantir dikir. vareke dereng bû me da newaleke kûr. Sorayî di asoyê rojavayê de nemabû. dî dibû em rawestin, dibû em çavên xwe li ciyekî wisa bigerînin ko em bikarin êvara xwe tê de bibin serî. Roja borî jî her me wisa kiribû. Wê êvarê bavê min ne wek carên din bû, rengê wî têk çûbû. Dema ko em li ber kendalekê rûniştin nefeseke kûr kêşa û tiştek negot, min dizanîbû jan û xemeke zêde û mezin di dil û hinavê wî de peng xwariye, lê ew ji wan nebû zebûnî û bêdesthilatî bi rûçikê xwe bide xuya kirin. Ez gelek pê ketim ko pariyek nan bixwe, qemçek av vexwe. Tiştek nexwest. Ji min re got, tu nanê xwe bixwe, ez niha tiştekî naxwim. Negihîşt sibê. Her eynê wê şevê û eynî li wî ciyî mir. Mirina wî jî gelek ecêb bû. Min kesek nedîtibû wiha bimre.
Ev çar roj in ko ez bi termê bavê xwe re dijîm. Îro, vê êvara ha, ev şeva ha çar rojên temam e. Lê her tenê Xwedê pê dizane ew çi çar roj bûn. Ya hatiye serê min ne ji wan e mirov bikare neqil bike û ne ji wan e behsa wê bê kirin.
Eger min bizanibûya dê ev yek bê serê me û ez ê van rojan bibînim, min ne ev rê dida ber xwe û min ne xwe û ne jî bavê xwe tûşî van hemû bedbextî û malwêraniyan nedikir. Ma min ê çawa zanîbûya, ez ne falavêj im û ne jî xeybzan im. Min dizanîbû ko dê deh–panzdeh roj bikişîne û em ê bi xweşî bigihîjin qonaxa xwe. Bi rastî bavê min ji min pir hez dikir. Wî bi xwe ev rê hilbijart. Ez bi fermanderiya bavê xwe perwerde bûbûm. Ez ji gotinên wî dernediketim, ji min re bigota here ser wê bilindahiyê xwe bavêje xwarê, min ê xwe biavêta. Eger min ji vê hatinê hez nekira, min dikarîbû ez wî bi awakî tê bigihînim, lê bi dilê min bû, loma ez bi tu awayî li dijberî bavê xwe derneketim.
Her şeva yekê dema ko me berê xwe da şikevtê, min his kir ko rewşa bavê min ne wek berê ye, dev û zimanê wî guherîne û bi awakî din bi min re diaxive. Hinek caran tenê em kur û bav bûn, kur û bavekî ko her çend em gelek nêzîkî hevûdu jî bûn, lê cardin sînorek di navbera me de dima, sînorek ko ne min dikarîbû ez jê derbas bibim û ne wî dixwest jê bibore. Niha, wekî mirov bêje bavê min îtaeta wî sînorî nedikir. Min ew wek dostekî dihesiband û pirs jê dikirin. Min yekser wisa hesiband ko dixwaze bi min bide fahm kirin ko niha êdî em du hevalên seferî ne. Em du rêwî ne û divê em xweşî û nexweşiyên xwe li hev parve bikin. Ay bavo can! Bila em ne pênc rojan, bila pênc salan bi hev re di rêwîtiyê de bûna. Bila hemû zehmetî û serêşî para min bikatana û bi tenê tu nemiribaya. Niha xemên min ne yek û didu ne, li milekî derdê herî giran ê mirina bavê min, li milekî din jî termê bavê min, bûye barekî giran û ketiye ser milê min. Rizgariya min jî jê tune. Ez ê çi lê bikim, ma qet dibe ez her wiha wî di vê çolê de di cîh de bihêlim, ez ê ji kê re di cîh de bihêlim û piştî çi?! dî ne di wî halî de ne ko bi poşmambûnê ji vî derdî re çareyek bê dîtin. Eger roja rêwîtiya me ya yekê, min bizanîbûya dê ev yek bê serê me, em ê gelek bi hêsanî vegeriyana, ji ber ko em hê nêzîk bûn û dûr neketibûn.
Lê niha vaye em neh roj in di rê de ne û em gelek dûr ketine. Em neh roj in di rê de ne! Belê rast e, neh roj in, lê ne riya neh qonax rê ye, çunkî tenê ew pênc rojên em bi hev re bûn, hemû rojê, em riya qonaxek rê dimeşiyan. Em ewqas rê dimeşiyan, ko mirovekî dikarîbû rojekê bimeşe. Lê ji wê roja bavê min miriye heta niha min nekarîbû ez ewqas bimeşim, dema ko em bi hev re bûn, em baş dimeşiyan û rê ji ber me dîçû, lê niha ew tenê bi min nabe, çunkî ez tenê me. Heger em bêjin ez ji ber tenêtiya xwe nikarim baş bimeşim, îhtîmal e ew ne rast be; li milekî, dema ko mirov bi tenê be, zilamekî tenê bi serê xwe be, siviktir e û divê baştir bimeşe û paş de nemîne, li milekî din jî ez ne tenê me. Niha jî ez û bavê xwe bi hev re ne, her wek roja yekê û ew pênc rojên em bi hev re dimeşiyan, lê niha êdî bavê min ne xwe bi xwe ye, belko termê wî ye, termekî ko bêhn girtiye û divê ez wî hilgirim heta em bigihîjin şûnewarekî, ciyekî. Vaye çar roj in ez û ev termê ha di rê de ne, lê ew riya em van çar rojan meşiyane, ne riya çar qonax rê ye. Îhtîmal e em tev bi ser hev riya qonaxek rê meşiyabin. Na. Yê ko dimeşe ez im, ne bavê min e. Ew termekî nû ye û nikare bimeşe. Termek e û bêhn jî girtiye. Lê divê ez bi xwe bimeşim, termê bavê xwe jî hilgirim û gav bi gav ji vî milî deynim milê din.
Roja yekê hindik mabû ko ez bêhêvî bim û teslîm bim, ez gelek westiyabûm, ez nizanim çawa bû ez bi ser ketim! Ez wa dizanim ko her evînî û siyaneta min a ji bavê min re hat hawara min, heke ne ez ketibûm, lê çi heye ez rojên pişt re baştir bûm. Ew şeva bavê min mir, serê sibê serê dinya min li min hat hev. Ez bi şev raneketibûm, saniyekê jî xew neketibû çavên min. Ez li hemberî termê bavê xwe bûbûm reben û pepûk. Ez nav û navan re digiriyam û hinek car jî min dixwest serê min rehet bibe ko ez bikaribim bifikirim. Ne dibû. Min nedikariya ez tiştekî bikim. Ez bê his û kerr bûbûm. Ez perîşan bûbûm. Min bîra razanê jî nedibir. Ma çawa li wê newalê, li wê çolê, li tenişta termekî, ew jî termê bavê min, xewa min bihata. Ez li benda derketina rojê bûm. Min dizanîbû ko eger roj derkeve, wê hemû tişt hêsantir be. Min wisa dizanibû her ew roj tenê ye û bes. Ez dikarim bi roj xwe bigihînim ciyekî, yan bavê xwe bigihînim ciyekî û bi awakî çareseriyekê ji term re bibînim.
Min wê şevê bi hezar halan derxist sibê, şeveke dûr û dirêj, şeveke tarî, şeveke tijî xem, rondik û girîn. Hinek car min wisa dizanî agir ketiye dilê min, hinavê min, qirika min. Car caran ez bi kul û dil digiriyam. Ez ji bavê xwe re digiriyam. Li ser termê wî digiriyam. Girîna min ne tenê ji ber ko ew bavê min bû, ji cih û awayê mirina wî re bû. Îhtîmal e eger ew li mal bimira, ew li ser ciyê xwe, li ser nivînê xwe bimira, bi vî awayî eziyet nedida min. Ko di wê çolê de û di wê şeva tarî de, min bavê xwe bibîr dianî, min termê wî bibîr dianî, min bêkesî û bedbextî bibîr dianî, kiziniya janeke germ û tûj ji hinavê min dihat xwarê. Hawar ji min bilind dibû û ez bi kul digiriyam. Ez demek baş digiriyam. Pişt re hêdî hêdî girîna min disekinî û ez hêmin dibûm. Wî wextî min dixwest ez bifikirim, min dixwest ez bifikirim ka ez ê sibê çi bikim, min nedikarî, nedibû. Sibe hat. Ew sibeya ez bêsebir li hêviyê bûm û min dizanîbû her bi hatina wê dê deriyek li min vebe, hat. Lê gelek dereng hat.
Taze şefeqê avêtibû, berê hilatina rojê, min li dev û çavên bavê xwe nêrî, min niha êdî baştir û zelaltir ew didît. Kizîn ji cergê min hat, careke din girînê serê dilê min girt, girîneke ji carên din kûrtir, ji carên din germtir, gelek germtir. Perîşaniyê xwe berda ser rû û çavên min, ji zebûniyê, ji bêpariyê û ji bêdesthilatiyê. Ji wê jî bêdesthilatir, ji wê jî zebûntir ez bi xwe bûm. Em herdu jî bêkes û bêdesthilat bûn. Her wisa ez nû têgihîştibûm ko mirina bavê min çi li min dike; li ser rojên min ên niha û li ser dahatiya min jî. Min ew şeva xwe ya dirêj li pêşberî term bir serî, bêyî ko ez lê bifikirim. Min dizanîbû bavê min miriye, lê cardin wisa dihat pêş çavên min, wekî bêjin tiştekî wisa neguherîbe. Ew her li ciyê xwe bû, ew ciyê êvarê ko me şeva xwe tê de derbas kir. Wê êvarê ji bo bîhvedanê li wir rûniştibû, ji bo şeva xwe bibe serî, niha jî her li wî ciyî, di şûna xwe de, raketibû. Lê niha bi awakî din bû. Min dizanî êdî bûye roj û dibê em biçin, dibê ez termê bavê xwe hilgirim, bibim û em biçin ciyekî din.
Dema ko êvarê me berê xwe da vî ciyê, min dizanî ew gelek westiyaye. Her bi zû ji bo raketinê ciyê xwe xweş kir. Ji raketinê re! Mimkun e ji bo mirinê ciyê xwe ji raketinê re xweş kiribû. Mimkun e pekiya bû dilê wî û wî jî xwe ji mirinê re amade kiribe. Min hez dikir ew biaxive, lê min dizanî ji ber westandinê lê xweş e bîhna xwe vede. Yek û dû caran serê xwe li vî milî û li wî milî zivirand. Gelek rehet nefes distand, gelek li ser xwe bû, gelek bêdeng bû. Carekê bangî min kir, bi navê min bangî min kir:
– Belê, bavo can.
– Tu çi dikî...?!
Min dikir ko ez bersîva wî bidim, min bala xwe dayê ew destê ko di dema pirsa xwe de hinek bilind kiribû, nizm bû û ket tenişta wî. Ez ber bi wî ve çûm. Min baş bala xwe da ser û çavên wî, min li singê wî nêrî ka gelo di dema nefes sitandinê de radibe û rûdine yan na?! Bavê min miribû. Bê his, bê deng û bê hereket. Mimkun e eger yekê din di ciyê min de bûya, bawer nedikir, nedixwest bawer bike, lê ez yekser tê gihîştim, her yekser min zanîbû ko ew miriye. Bi hemû tiştî ve diyar bû ko miriye. Ew ji wê nebû ko ez ber bi şaşiyê ve bibim, yan şikekê ji min re çêke.
Ji wê rojê, ji wê seetê şûn de tiştek di dilê min de bû girê; gotina wî ya dawiyê ko guhê min lê bû, ji pirsa dawiyê, mebesta wî çi bû? Gelo wî wextî pirs dikir, di dema pirsa xwe de, ez bi çi ve mijûl bûm û min çi dikir, an mebesta wî ew bû ji wir şûn de, ji bo dahatû û ji bo pêşerojê, ez çi bikim û niyeta min ew e ez çi bikim!!
Bavê min bi vî awayî bû. Berê jî wisa bû. Gelek caran gotinek digot, min nedizanî mebesta wî çî ye. Gotin bi awakî wisa digot ko mirov dikarî bi çend awayan tehlîl bike. Pişt re qasek şûn de, yan ez hêdî hêdî bi mebesta gotina wî digihîştim, an bi xwe careke din bi gotineke din û bi awakî din ez tê digihandim, lê vê carê êdî ne wisa ye. dî ew tune ko min têbigihîne. Ez jî heta roja bimirim, ez ê di dilê xwe de bibim û bînim û bi hemû awayî tehlîl bikim. Feydeya wê jî tune. Eger ez rast jî tehlîl bikim, êdî ew nemaye ko heta dilê min xweş bike ko ez baş tê gihiştime yan na.
Bêyî ez bifikirim, her eynî wê sibê, min biryar da ez bimeşim; termê bavê xwe hilgirim û bimeşim. Min dixwest herçî hê zû ye ez ji wê newal û kendalê derkevim û bikevim ser riya xwe û bimeşim. Min destê xwe avêt termê bavê xwe û ew hilgirt, min ew bi himbêzkî hilgirt. Ne gelek giran bû. Ez hêdî hêdî bi çêle û çepên newalekê ve derketim jorê. Li jorê deşteke fireh, hişk û rast û rewan hebû, riyeke pahn di rexê newalê re derbas dibû. Min bi yek bêhnê term hilgirt û heta ez negihiştim ser rê min ew danenî erdê. Lê nefes li min çikiyabû. Min termê bavê xwe li wir hêdî hêdî danî ser wê erda hişk û ez bi xwe jî li tenişta wî rûniştim. Ez di dilê xwe de ketim fikra hezar û yek bîran. Baş e ez ê niha berê xwe bidim ku, ez ber bi kîjan riyê ve biçim. Di destpêkê de em ber bi kîjan riyê ve diçûn, niha jî her cardin ez ber bi wê riyê ve bimeşim an ez bi paş de vegerim? Gelek ecêb bû ko beriya ez term hilgirim û ji kendalê derkevim çawa ez nefikirîbûm. Bêyî ez bizanim ez ber bi ko ve diçim, min ew term ji bo çi hilgirtibû.
Min nizanîbû ez ê berê xwe bidim kîjan milî, ez vegerim, ew riya ko em pê de hatine, ez bi paş de vegerim, an ez her dewam bikim û bimeşim. Di destpêkê de dema ko me dest bi meşa xwe kir, em ber bi vî milî ve diçûn. Lê wî wextî ez û bavê xwe bi hev re bûn. Wî ev rê hilbijartibû. Bi xwe gotibû em ê ber bi vî milî ve bimeşin. Niha bavê min miribû, wî ne dikarîbû riyek daniya ber min, ne jî dikarîbû bêje tu ê wiha bikî. Niha dibû ez bi xwe biryar bidim. Biryara yekê ya piştî mirina bavê xwe bidim û wê bi cih bikim. Ev ji min re ne hêsan bû, ez ko bi fermanên bavê xwe perwerde bûbûm, êdî kesek tunebû ez guhê xwe bidimê û bi gotina wî bikim. dî dibû ez bi xwe biryar bidim û bi xwe jî bi cih bikim. dî diviyabû ez bi xwe rê bibînim. Ez fikirîm ko bi paş de vegerim, her di eynî riya ko em tê de hatibûn de, bi wî awayî jî ez ê paş de vegerim, em vegerin; ez û bavê xwe em çawa hatibûn, em ê bi wî awayî jî vegeriyana, her eynî di wê riyê de, lê vê carê dibû tenê ez rê hilbijêrim, çunkî bavê min miribû, êdî niha termek bû, diviyabû bê hilgirtin û ciyê wî bê guhertin. Min dizanîbû eger ez di wê riyê de vegerim, pênc roj rê li pêşiya min in. Lê ew pênc rojên ko em herdu meşiyabûn, ez û bavê xwe, em meşiyabûn, niha diviyabû, ez termê bavê xwe jî hilgirim. Ne tenê pênc rojan, ez panzdeh rojan jî nedigihîştim ew ciyê ko em jê hatibûn. Vêca çima ez ê vegerim?! Bavê min bi xwe ev riya ha hilbijartibû, wî bi xwe dixwest em di vê riyê de bimeşin, niha jî divê ez li gor wî bikim. Ez ê her bimeşim. Ez nizanim divê ez çiqasî bimeşim, dê ji min re û ji me re çiqas bidomîne. Min nedizanî em ê bigihîjin ku, divê em bigihîjin ku; lê diviyabû em bimeşin, ji vir dûr bikevin, diviyabû ez bigihîjim ciyekî, bavê xwe, termê bavê xwe, bigihînim ciyekî.
Min termê xwe hilgirt û ez ketim rê. Cardin min himbêzkî hilgirtibû. Min herdu destên xwe li navtenga wî alandibû, ser û milê bavê min diket ser milê min ê rastê. Bi vî awayî meş nerehet bû. Gelek caran bêyî ez ber pê xwe bibînim ez dimeşiyam. Baş bû ko rê rast bû, tirsa min a ketinê tunebû. Min nikarîbû ez bi vî awayî bidomînim. Bavê min ne zêde giran bû, termê bavê min ne ewqas giran bû, lê cardin ez diwestiyam, diviyabû ez wî car caran daynim erdê û bêhneke baş bidim, pişt re ji nû ve hilgirim û bikevim rê. Heta nîvroyê û heta qasek piştî nîvroyê jî bi vî awayî ez di rê de bûm, ez qasek dimeşiyam û pişt re min termê bavê xwe datanî erdê û bêhneke baş dida. Min dixwest bi van bêhnvedanan hêz û taqetek bê ber min û cardin bikevim rê... Lê piştî nîvroyê, êdî taqeta min nemabû; bêxewiya şeva borî, birçîtî, girîn û xem û hilgirtina termekî, termê bavê xwe. Min dizanîbû ko ez dikim êdî ji çeng û baskan bikevim, ji herdu ejniyên çokên min ji ber arhanê jê tîr dibarîn. Ez gêj dibûm û car caran ko piştî bêhnvedanê min dixwest ez rabim piyan, çavên min reş dibûn. Di dema meşê de jî hinek caran ez nîvruhî dibûm. Min dizanîbû nabe ez bi vî awayî bidomînim, ez nikarim bi vî awayî bidomînim, divê ez li ciyekî rawestim û ji vê zêdetir neçim. Diyabû ez rakevim û bêhneke baş bidim, ji bo ko ez xwe ji rojên bên re amade bikim. Ne dibû ez hema bi yekcarî rawestim û term daynim erdê, diviyabû ez bigihîjim ciyekî, penayek, bikarim şeva xwe lê derbas bikim. Li wan nêzîkahiyan ne newal û ne jî kendalek hebû, tenê li dûr, girek, girekî biçûk dihat dîtin. Diviyabû ez bigihîjim wir, termê bavê xwe bigihînim wir û vê şeva xwe li wir derbas bikim. Lê heta ez gihîştim wir û heta ez hilatim jorê, ruhê min ji pozê min hat xwarê û min hezar caran daxwaz û xweziya mirinê kir. Min hizir dikir ko ez ê zû bigihîjim wir û pişt re ez ê baş bêhna xwe vedim; lê çi heye ez êvareke dereng gihîştim ber pêşkên wî girî, serkevtina wê ji tevan zêdetir ez westandim. Gir ne ewqasî bilind bû, lê min nikarîbû ez digel termekî pê ve rapelikim. Diviyabû ez bi awakî din term hilgirim. Ji beyana sibê ve bû ko ez ketibûm rê û min term bi himbêzkî hilgirtibû. Niha ko min dixwest ez derkevim jorê, giraniya term bi awakî wisa diket ser milê min ko ber bi jêr, ji jêr ve min pal dida ber. Eger min zêde hewil nedaya min dikaribû ez bikevim xwarê. Min vê carê ew pişt kir. Di temamê jiyana xwe de cara yekê bû ez bavê xwe pişt dikim. Pir nexweş bû, pir zehmet bû. Nayê bîra min ko bavê min di saxiya xwe de hatibe piştkirin. Ez dizanim mirovên mezin ên bi temen û zarokên biçûk, ji bo ko ji av û çeman bên derbas kirin, tên piştkirin. Ev li ba min ne ecêb û zehmet bû, lê çi heye niha hilgirtina termê bavê min bi min gelek giran dihat. Xwezî min bavê xwe bi salan bi zindî bidaya pişta xwe. Lê ez naçar nebûma di vê kurteriya han de termê wî bi vî awayî hilgirim.
Li serê gir, yek–du komên ji keviran hebûn, kevirên biçûk û mezin komî serhev kiribûn û tenişta wan çal bû, erd bi awayî goreke teng, wekî sengerek hatibû kûr kirin. Li gor min ew ji bo çeperan bi xwe hatibûn çêkirin, lê ne çeperên şer, çeperên nêçîrê, bi vî awayî ko nêçîrvan di wê çalê de xwe veşêre û lûleya tivinga xwe têke nav keviran, an deyne ser keviran, nêçîrê bike. Bêyî ez bifikirim min termê bavê xwe danî nav çalekê. Mimkin e ji ber ew çal wekî goran hatibû kolandin, gor dianî bîra mirov.
Min nikarîbû ez li rex termê bavê xwe rakevim. Pir xewa min dihat, ez pir westiyabûm. Min dizanîbû divê ez baş rakevim, toleya bêxewiya şeva borî û aciziya îro vekim. Ez rabûm û çûm û min xwe li rexê koma keviran berda erdê. Min his dikir ko min bavê xwe tenê hiştiye. Min wisa dizanî ko ew koma keviran sînorek e ketiye navbera min û bavê min. Li gor min wisa bû ko bi vê dûrketinê ew rêz û evîna min a li hemberî bavê min kêm bûye. Lê diviyabû ez rakevim, diviyabû ez baş rakevim, ji bo ko ez sibê baş bimeşim, ji bo ko rojekê zûtir termê bavê xwe bigihînim ciyekî.
Dema ko beyana sibê ez ji xew hişyar bûm, tirseke ecêb ez girtim, tirseke bê mîsal, temamê bedena min dileriziya. Min çawa karîbû, min çawa wêrîbû wî termî, termê bavê xwe, wisa bi tenê, di wê çolê de, di cih de bihêlim? Çawa dilê min razî bûbû?! Wisa dixuyê ji ber westandinê min melheza tiştekî nekiribû, baş e eger dirindek, cinawurek, termê wî xwaribûya, yan perçek jê vekiriya, dê niha min çi kiribûya! Wê çaxê diviyabû heta mirinê min li xwe loman kiribûya; lomên kêmhişiyê û kêmjîriya xwe bikim. Tiştek bi termê bavê min nehatibû, lê bi bîranîn, bibîranîna wê ko îhtîmal bû tiştek lê bihatiya, ji serî heta piyên min ez dilerizandim. Hinek mûrî (mûristang) li ser term bûn, li ser kincê bavê min diçûn û dihatin, ew gelek bi hişyarî diçûn, car caran jî disekinîn, wekî tu bêjî bêhna xwe vedidan û pişt re cardin diketin rê. Min bi nêrîneke bi rûmet li bavê xwe nêrî, min guherînekê tê de nedît. Li gor min hinek, gelek kêm, ji berî mortir dihat xuya kirin.
Wê rojê ez qederek meşiyam. Ez nizanim ez çend saet û çend qonax meşiyam. Lê ji bo ko ez newestiyabûm û şeva beriyê ez baş raketibûm û min bêhneke baş dabû, ez rehetir dimeşiyam û term hêsantir dihat hilgirtin. Diyar e ez seranserê wê rojê wisa nebûm; ez tenê danê sibê gurtir bûm û pêwistiya min zêde bi rûniştinê û bêhnvedanê tunebû. Piştî nîvroyê min his kir ko navmilên min û baskên destê min diêşin, pişta min, piştmaziya min eziyetê didin min. Lê cardin ez nesekinîm, heta dereng, heta êvareke dereng di rê de bûm. Diyar bû ko ez ji ciyê xwe yê do gelek dûr ketibûm, çunkî ev ciyê ha bi dar û av bû, hêşîntir bû. Giya, tewrî û deviyên biçûk li herdu milên rê hebûn û çiqas diçû zêdetir jî dibûn. Bi eksê do, îro qet bêhna min jî teng nebû. Do car caran min xwe bi xwe fikra bavê xwe dikir û li jiyana, li bêçaretî û bêkesiya bavê xwe dikir, kelên girînê dihatin min û rondik ji çavên min dihatin xwarê, lê çi heye wisa dixuya ko îro ew hemû ji bîra min çûbûn; ne girîna min dihat, ne gunehê min bi min û ne jî bi bavê min dihat û ne dilê min tijî dibû. Heta min his dikir ko ew tirs û sawa termê bavê min a do hebû, îro nemaye... Dema ko ez ji bo bêhnvedanê rûdiniştim min term bê xem datanî erdê, bêyî wekî do, gelekî lê hişyar bim û guh lê bim ez çawa wî didanim erdê.
Roja sisiyan min bêyî gotin, biryar da ko êdî ez wî hilnegirim. Şev sar bû. Ez çend caran ji ber sermayê hişyar bûm. Min xwe baş pêça bû, lê cardin jî ez dicemidîm. Serê sibê hemû bedena min diêşiya. Min dizanî ko êdî ez nikarim termê bavê xwe hilgirim. Diyabû ez riyeke din bibînim. Bi çi awayî dibe bila bibe gerek e ez wî bigihînim ciyekî, ciyekî dûr, ciyekî ko ji vir gelek dûr be. Yekser min melheze kir ko divê ez bi çi awayî be tiştekî peyda bikim, tiştekî durust bikim, vî termê daynim ser; darbestek, kaşedarek û bi vî awayî ez dikarim wî di pê xwe de kaş bikim. Min dizanî ko eger ez wiha nekim ez ê li ser destan bimînim û ez nagihim tu cî.
Li van nêzîkahiyan tiştek nedihat dîtin ko bi kêr bê ez tiştekî jê çêkim. Lê do serê êvarê, berê ez bigihîjim vir, ez li nava qamîş û daristanekê re derbas bûm. Ew tiştên ji min re lazim in li wir bi dest dikevin, dibê li wir bi dest bikevin. Min nedizanî ez ê çi ji termê bikim. Ji xwe nedibû ez wî ji nû ve hilgirim û riya du seetan paş de vegerim. Eger min bixwestiya jî min nedikarî ez wî li seranserî wê riyê hilgirim. Dibû ez wî di cih de bihêlim. Her eynî li wê çolê, heta ez vegerim di cih de bihêlim. Min nedizanî dê çiqas bikêşe. Qet nebe dê şeş–heft seet lê biçe. Dibû ez van şeş–heft seetan term li vê çolê di cih de bihêlim. Ez gelekî ditirsiyam tiştek bê serî. Çima divê tiştek bê serî? Ji xwe do êvarê jî ji bo raketinê ez gelek jê dûr ketibûm û min ew jî her di cih de hişti bû. Heta beyana sibê ne min serekî lê da û ne jî agahê min lê bû.
Min ew di cih de hişt û ez çûm. Ez danê nîvroyê vegeriyam û min darên darbestê bi xwe re anîn. Darên darbesta çi, du darên bi girê yên qahîm û hatibûn rastkirin, li herdu seran û naverasta wê, li çar–pênc ciyan meliyên qamîşan li ser hatibûn raxistin û bi şivên nerm pê ve hatibûn girêdan. Dima merdîwen. Merdîwenek ko lingên wê qasek ji hev dûr bin. Min piştiniya bavê xwe ji pişta wî vekir, feyda wê hebû. Min paltoyê wî derxist û termê xwe danî ser darbesta xwe. Min palto bi awakî wisa li ser raxist ko ser, çav û rûyê wî bigre, pişt re min bi piştîniyê baş bi darbestê ve girê da û îşk jî da. Min ewqas îşk dabû, term bi darê ve bûbû yek perçe. dî ez dilgerm bûm ko ez ê bikarim di pê xwe de kaş bikim. Min tenê dikarî ez serê darên darbestê bigrim, ji erdê bilind bikim û kaş bikim. Serê bavê min li aliyê serê merdîwenê bû, herdu piyên wî jî li aliyê herdu piyên merdîwenê bûn. Eger min bi vî awayî di pê xwe de kaş bikiriya, tenê herdu piyên darbestê bi erdê re kaş dibûn. Piştî bêhnvedaneke baş ez ketim rê û min term û darbest bi hev re di pê xwe de kaş kirin. Dema ko herdu lingên darbestê bi erdê re kaş dibûn dengekî gelek nexweş jê dihat. Lê çi dibe bila bibe ji term hilgirtinê gelek xweştir bû, ji ber ko siviktir bû, gelek siviktir jî bû. Hêdî hêdî ez hînî deng û xişiniya daran jî bûm. Car caran ew destê min ê diqerimî, min ew diguherand, bi destê din dikêşa.
Bi vî awayî ez du saetan meşiyam, lê min his kir ko nava lepên min digizgizînin. Min term danî erdê, li nava destê xwe nêrî, berboq dabûn. Berboqeke mezin. Min dizanî dê ew min aciz bike. Berê jî hatibû serê min. Dest ko berboq da, bi taybetî eger nava lepên te be, divê tu karekî pê nekî, hekene giranî dikeve ser û ew diteqe. Berboq eger beriya gihîştinê biteqe êşeke wisa dide dilê mirov te‘rîfa wê ne mimkun e, bi taybetî eger hewayê sar lê bide, êdî wekî dil û milakê te wekî bi kêrê bê rewatin bi wî awayî lê tê. Tu çareya min tunebû. Demekê tenê min bi destê çepê kêşa, lê çi heye ew gelek zû qerimî. Min dît ko ev wiha nabe, ez gelek betilîm. Min dest fikra çareseriyeke din kir. Dastmaleke min a mezin hebû. Min anî her serek wê bi serê darekî darbestê ve girê da. Vêca min serê xwe tê re kir. Niha ew destmal diket ser singê min. Vê carê di ciyê destan de min darbest bi singê xwe dikêşa. Ev baştir bû. Ji bi destkêşanê baştir bû, ger çend giraniyeke zêde dixist ser singê min û car caran serê daran jî li navmilê min diketin. Qasekê jî ez bi vî awayî meşiyam. Nefesa min çikiya bû. Min gelek zêde xwîdan dabû. Min êdî nedikarî ez ji vê zêdetir biçim. Nêzîkî avabûna rojê jî bû. Es sî–çil gavan ji rê dûr ketim û min li ber palekê darbest danî erdê û ez rûniştim. Ez ewqas betilî bûm, bi rûniştinê re xewê ez girtim. Min melheza termê kir, termê bavê min, ez ji darbestê vekim û deynim ser erdê?! Ez ji ber çi jê vekim, ew ne sax e heta ez bêjim dê şev rabe û bêhna xwe vede. Her bi darê ve bimîne baştir e, ji ber ko bi vî awayî ji sibê re hazir e, pêwîst nake ez careke din bi girêdan û qahîmkirina wî ve mijûl bim. Ez dikarim yekser wî rakêşim û bikevim rê. Min term li wir di cih de hişt û hinekî ji wir wê ve min xwe berda erdê û ez raketim. Min serê sibê hêdî hêdî xwe da hev û xwe hazir kir ko ez termê bavê xwe hilgirim û bikevim rê, lê ez bizdiyam. Du–sê gav mabûn ko ez bigihim ba termê, min bêhnek seh kir, bêhneke tûj û giran. Min wisa his kir ko sing û gewriya min genî bûye. Termê bavê min bêhn girtibû. Gelek nexweş bû, gelek giran bû, ko ez bawer bikim termê bavê min bêhn girtiye. Bêhneke wisa jê dihat min nekarî ez heta ew ciyê ko ez hatibûm pê ve pêş ve biçim, bêhneke wisa nebû ko mirov bikare xwe li ber ragire. Serê min gêj bûbû. Ev çi roj bû ez ketibûmê? Çima diviyabû ev hemû tişt bên serê min! Ji ber çi min di serî de fikra van tiştan nekiribû? Her eynî wê rojê, wê şeva ko bavê min mir, ji ber çi min fikra wê nekir ko ev term e îro be sibê be her dê bêhn bikevê? Term, nabe demeke dirêj ji derve bimîne, bi taybetî di vê çolê de û di vê riya dûr û dirêj de ko min dabû ber xwe. Min melheze kiribû, lê nedibû ez termê bavê xwe li vê deşt û çola xalî bihêlim, diviyabû ez bigihim ciyekî û bigihim avahiyekê. Niha jî li min xerab qewimî bû; beriya ez bigihim ciyekî, beriya ez bigihim avahiyekê, termê bavê min bêhn girtibû. Cardin nabe ez wî li vir di cih de bihêlim û biçim. Dê ez ê çi bikim, ez ê çi bi vî termî bikim! Çi bi vî termî bikim ko bêhn jî girtiye! Taze nabe ez wî wekî do û pêr hilgirim û bikişînim. Lê ji bo çi armancê? Ez ê bi ko ve biçim, bibim ku! Ez ê heta ko di pê xwe de bikişînim, ez ê heta ko bikarim di pê xwe de bikişînim!
Çiqas diçû bêhna term girantir dibû. Armanca min çi dibe bila bibe, divê carekê ez xwe li ber vê bêhna ha ragirim, ez xwe li hemberî vê bêhnê ragirim, hekene ez nikarim tu karî bikim. Divê ez bikarim xwe lê nêzîk bikim, heta ko ez bikarim çareyekê lê bikim. Min piştîniya xwe ji pişta xwe vekir û serekê wê bi darbestê ve girê da. Ev êdî çareseriya dawiyê bû. Min dest bi kişandinê kir, lê min çiqas dikarî ez jê dûr disekinim. Min dizanî ev bi ser nakeve, çunkî eger ez bi vî awayî bikişînim, dê hemû darbest di ser erdê re, di ser rê re kaş bibe. Îca ew dikare çiqas li ber xwe bide, ez nizanim. Lê ez bi kişandinê dilxweş im, dê darbest biderize, ji hev û du bikeve û xirduxaşî be. Çareke din jî tunebû, diyabû ez wiha bikim, heta ez bigihim ciyekî baştir, ciyekî ji vir baştir û musaîtir be.
Ez ketim rê û min term û darbest di pê xwe de kaş kir. Bi saya piştîniyê ez pênc–şeş gav jê dûr bûm, feyda vê jî hebû, bêhn her dihat, lê hinek kêmtir bû. Term, îro ji do girantir bû, îhtîmal e ko hemû bi erdê re kaş dibû ji ber wê ye. Deng jî guherî bû, do wextê min dikişand xişexiş jê dihat, dengê îro wekî teptepê bû.
Min nêzîkî du saetan bi vî awayî dewam kir, min his kir ko dengê kêşandinê jî guherî ye; xirexirek jê dihat. Min ji dûr ve li term nêrî, ji ber bêhnê min nedikarî ez nêzîk bibim. Min tiştekî fehm nekir. Cardin ez ketim rê. Ez qasekî çûm, ew deng hê jê dihat. Ez sekinîm. Min serê piştîniyê danî erdê û ez ji dûr ve li çarmedorê termê zivirîm; yek ji wan çewên xwarê ko min pê meliyên qamîşê bi darên darbestê ve girê dabû, qetiyabû. Niha herdu piyên bavê min, lib lib, bi erdê re kaş dibûn. Li ser erdê û bi ser rê re, hem şûna serê herdu daran û hem jî herdu piyên bavê min dixuyane. Ev herdu serên vî milî û wî milî yên darên darbestê bûn, yê ortê jî yê bavê min bû. Min li bavê xwe nêrî, min dît ko tenê ferek sol di piyan de bû, fera din ketibû. Gelo li ko ketibe! Mimkun e hê di destpêkî de, ko xişexişê dest pê kir, ew ketibe. Li ko dibe bila bibe, ez ê êdî taze çi lê bikim; nexwe ji vir şûn ve ez ê biçim li pê ferekî sol bigerim. Min di dilê xwe de his dikir ko ev li hemberî bavê min sivikiyeke, ko bi vî awayî piyên wî yên rût ji derve, bi erdê re kaş dibe. Cardin min serê piştîniyê girt destê xwe û milê riya xwe girt. Pişt re, dema ko ez ji bo bêhnvedanê sekinîm, min dît ko fera sola din jî ketiye. Niha herdu piyên bavê min li ser erdê rût wekî du hişkedaran bûn.
Ji avabûna rojê re gelek nemabû, roj nêzîkî çiyê bûbû, ko darbest ji hevûdu ket. Hemû şax, qamîş û giyayên li ser perçe perçe bûn. Piştînî, piştîniya bavê min ko min pê term bi daran ve girê dabû, sist bûbû. Termê bavê min ketibû erdê. Ev hemû bi carekê li ser hev qewimîn. dî ez bi temamî ji hêz û taqek ketim. Min êdî nedikarî ez ji vê zêde biçim, min êdî nedikarî ez term bikêşim, ji ber bêhna wî min nedikarî ez xwe nêzîk bikim. Li milekî ez gelek betilî bûm, min nedikarî ez bifikirim jî. Ez çûm, bîst gavan li milê din î rê rûniştim. Min nedizanî ez ê çi bikim, ez şeva xwe li vir derbas bikim an qasekî din jî biçim! Ez çawan biçim! Gelo term li ber xwe dide ez wî bê darbest bi pê xwe ve bikêşim! Ev ciyê ha ji bo derbaskirina şevê ne musaît bû. Diviyabû bi çi awayî be, ez qasekî din jî biçim û ji vir dûr bikevim. Qet nebe ez term bigihînim besteciyekî û ji naverasta vê riyê dûr bixim. Lê ya ez ji hemû tiştî zêdetir jê ditirsiyam ev bû; çawa, ez ê ciyê vî termê çawa biguherînim?! Ez wî çawa ji vir dûr bixim?! Ez wî çawa bikêşim?! Min dizanî tu çara wê tune, divê ez mil bidim ber, karekî giran bikim. Ez li hêviya çi bûm?! Ez hêdî hêdî ber bi termê ve çûm û nêzîkî wî bûm. Diviyabû ez bêhna xwe bigrim û pozê xwe hişk bişidînim. Eger ez hê ji dûr ve bêhna xwe bigirim ez pê re nagihim bi bêhnekê xwe bigihînim termê û dar û qamîşan jê vekim û cardin jê dûr bikevim. Diviyabû ez hewil bidim çend caran biçim û bêm. Pênc–şeş gav mabûn ez bigihimê, min hişk pozê xwe girt û ber bi wî ve çûm. Cara yekê min destê xwe gihand darekî. Ew gelek rehet hat ber destê min û min ew ji piştîniyê, qamîşê û şivên daran kêşa û ez dûr ketim. Dema ko min destê xwe ji pozê xwe da alîkî û nefes sitand, gewriya min tijî bêhn bû, bi bêhna termê. Gelek ecêb e. Bêhn ne tiştekî wisa e bê dîtin. Mimkun e dema ko mirov barek ar hilgire, ser û milên mirov di ar de bimîne û ar binîşe nav cil bergê mirov. Min wisa his dikir ko bêhn niştiye nav cil û bergên min û hemû ruhê min bêhn girtiye. Min liba darê din jî eynî bi wî awayî derxist. Tenê ma ko ez bikarim piştîniyê jî jê vekim. Qamîş û şaxên daran rehet bûn, bi xwe ji hevûdu ketibûn. Bi sê–çar caran çûn û hatinê min girêyên piştîniyê jî vekirin. Ez ji ber bêhnê gêj û şaş bûbûm, dilê min serûbinî bûbû. Min dikir ez vereşim. Diviyabû ez dûr bikevim û bêhna xwe bidim. Dema ko min ji dûr ve jî nefes distand, min dizanî ko ew hewayê paqij jî bêhn girtiye. Min di dema bêhnvedanê de melheze dikir, niha vê carê ez ê çi bikim; bi piştîniyê qahîm girê bidim û di pê xwe ve bikêşim, an dev jê berdim her di ciyê xwe de bimîne heta ez çarekê jê re bibînim?! Dema ko ez rabûm piyan min rast milê rê girt. Min got ka ez carekê herim van derûdoran biceribînim, ez bizanim ka ciyekî baştir bi dest nakeve. Ez demeke baş meşiyam. Nîv saet zêdetir bû. Ev meşa ha li min gelek xweş hat. Rê nerm bû. Niha ko min term jî nedikêşa, min his dikir ko ez virtî–vala dimeşim. Feyde tunebû; çunkî ciyekî baştir li ber çavên min neket. Diviyabû ez vegerim, biçim ba termê. Dunya bi temamî tarî bûbû, eger ez rê bi rê neçûbûma ez bawer nakim ko min bikaribûya ez bêm ba termê bavê xwe. Ez nizanim çiqas mabû ez bigihîjim balê, min his kir bêhna termê tê pozê min, ba ew dianî. Dema ko ez lê nêzîk bûm, êdî ko bi çav jî ferq dikir, min xwe ji ser rê da alîkî, sî–çil gav anji wê wêdetir ez rûniştim. Min nedizanî ez li hêviya çi me û ez ê çi bikim. Di vê tariya ha de tiştek jî nedihat kirin. varê min dixwest ez term qasekê ji rê dûr bixim, lê niha min dev ji wê jî berda. Bila her li wir be, heta bibe roj, wê çaxê divê ez zêdetir bikarim li ser tiştekî bifikirim. Xewa min nedihat, xewa min revî bû. Min dizanî şeveke dûr dirêj li pêşiya min e. Ez naçar bûm, dudil bûm, westiyayî bûm, rastî reşayiya vê tarîşevê jî bûbûm.
Tu dibêjî ev tarîşeva ha firsetek bû li çarmedorê daristana mirinê hatiye kêşan; ciyekî li devê rê û rêbaran vekiriye, wekî çar çiqlên darê, wekî devê goreyê û wekî serê rimê, ji milê jor ve jî te digot qey gidîşên reş in xwe li giyayên reş û tarî rapêçane. Ez li kîjan milî dinêrim tarî ye, pêl li ser pêlê, ji serî heta biniya erdê ez di nav bêagahî û nezanînê de me. Min dixwest ez vê perdeya sitûr a şevîniyê hildim û serê wê bikêşim nav razxaneya renga reng a rojan. Min dixwest ez bi destê xwe li ser nexşeya dahatû ya ne diyar nîgara rêçeriyekê bikêşim ji serê tilyên piyên min dest pê bike heta jorê, wekê nîlûferê, xwe heta serê çima herî bilind a xeyalê bialîne. Ya min didît heykela bîranîna ezîzekî bû di tabûta bêdengiyê de çavên xwe kiribû pençeyê stêrkan ê pirr hişyar ên ko ji jiyana wan nazik a sirûştî re dilorandin. Xeyal rayeleke şîn a hevrîşm bû, herdû serên zemanê bi hev ve girê dida û li ber çavên me li dawîn kirasê şevê dialî. Xeyal termê pîremêrekî bû li rexê riyeke ax, di çolevaniya şevê de, bê naz, ketibû; termekî bêhngirtî, bi şînebayekî têkelî nava bêhna xweş a şevê dibû.
Termê bavê min hê di ciyê xwe de bû, ji vir ve wekî topeke reş û xumam dihat dîtin, lê car caran bêhna wî digihîşt pozê min. Hemû li ser hev neh roj beriya niha bû ko em ketibûn rê, em ji bo armanca sefereke dûr û dirêj ketibûn rê. Wê çaxê bavê min bi rêk û pêk bû, gelek gûrr û geş bû, gelek jî dilgerm bû, lê çi heye niha termekî hişk û req bû. Termekî bênhgirtî bû. Niha ya ji bavê min maye ew topa reş bû ko ketiye rexê rê û van deveran tije bêhn kiriye. Bêhneke tûj û giran, ez wisa his dikim ko qirika min xitimandiye û belavî nava demar û masûlgên min bûye. Ew kesê li ser wê riyê ye ne bavê min e, termê bavê min e, termekî bêhngirtî ye. Nabe ez bêjim ew bavê min e. Bavê min mirovekî bi rêk û pêk bû û zindî bû, lê ew niha termek e, termekî bêhngirtî. Ez niha naçar im biçim. Divê ez wî li vir li vê çola ha bihêlim. Divê ez biçim û bigihîjim ciyekî, bigihîjim avahiyekê. Axir heta dunya ava ye ez li muqabilê termê destê min li ber rûyê min rûnanim. Eger feyda wê hebûya dê min bikiriya, lê ez dizanim bêfeyde ye. Ez dizanim ez nikarim wî bigihînim tu ciyekî, divê ez biçim û wî di cih de bihêlim, qet nebe hawara mirina wî bigihînim ciyekî ko qet nebe ev ciyê han ê serê duriyê dikare di bîra min de bimîne. Ez dibînim ko agahê kesekî, ji tu milekî ve bi me tune, ne ji min û ne ji bavê min. Me nû wî serî terk kiriye, lê em hê negihîştine serê din, tenê riyek li ber min maye; divê ez biçim, divê ez bigihim ciyekî, bigihim avahiyekê. Gelo niha ferqa min û bavê min çi ye? Tu ferqek me tune. Rast e ew miriye û ez sax im, lê agahê kesekî ji me herdukan jî tune. Heta ez negihim ciyekî ne mirina wî û ne mayina min tiştekî îfade nakin. Niha tenê ez dizanim ko ew miriye, lê kî dizane ko ez sax im!
---------------------
Ji tîrmeha 1996an heta 06/01/1997an
Ji soranî: Elîşêr
-------------------------
© Nivîskar, Nûdem û Nefel »Bixwîne |
 |  |  |
 |
Di kerrîtî û tarîtiya şevê de, dengê fizîna bayê kurr, dengê fîkîna têlên dîregên telefonan, tirseke bêhawe bi ser bajêr de dibarand. Di wê saetê de ji bilî polîs û leşkerên nobedar û ji bilî segên bajêr yên bêxwedî ko li dora dikanên qesaban diçûn û dihatin, kes tune bû. Wan di şeveke wilo de li deriyê te xistibûn. Bi teqîna derî re tu ji nava nivînan pekiyabû, te destê xwe avêtibû qutikê li ber serê xwe û tu rabûbû. Ger ne ji dengê jina te yê bi tirs û lerzokî bûya, te ê hema bi bazdan biçûya derî vekira. »Derî vemeke Selman, em ê pêşî ji polîsan re telefonê bikin« wê gotibû. Mîna ko te zanîbû mêvanên te yên bêwext polîs in, te bi lez bişkokên qutikê xwe girtibûn û te ji hundir »hûn kî ne?« bang kiribû. »Em in Doktor, derî veke, nexweşekî me heye« dengên ji derve gotibûn. Herçiqas te gotibû, »destûra min tune ez nexweş û birîndarên nenas bi şev derzî û derman bikim« jî, peyayên ji derve bi celebekî deriyê te vekiribûn û ketibûn hundir. Bi dengên wan, zarokên we yên biçûk jî şiyar bûbûn, xwe li kirasê diya xwe yê şevê pêçabûn û geh li diya xwe, geh li te, geh jî li wê koma peyayên girs û nenas nerî bûn. Tu bi xwe şaş û ecêbmayî mabû, te çîrok fêhm nekiribû. Wan pêşî xwe mîna «hevalan» bi te dabûn naskirin. Ji ber ko tu zarokê herêmê bû û te panzdeh salan li wî bajarê xwe yê biçûk doktorî kiribû, te piraniya rûniştevanên bajêr nas dikirin. Gava ew têgihîştibûn ko te ew nas kirine, wan xwe mîna polîsan bi te dabûne naskirin. Te pêşî li kaxiza wan ya destûrê pirsî bû, paşê te sûcê xwe meraq kiribû. Yekî ji wan kaxizeke qermiçî ji bêrîka xwe derxistibû, ji dûr ve nîşanî te dabû, paşê dîsan bi lez ew kaxez xistibû bêrîka xwe. Yê herî li dawiyê î bejinkurt, ko ji bo nexweşiya xwe ya zerikê carekê hatibû ba te, mîna ko ji bo li hemberî doktorê xwe bêhurmetiyekê dike, şerm kiribû, loma serê xwe xistibû ber xwe, qet li çavên te nenerîbû.
Minaqeşeya we ya li ser lingan zêde neajotibû, wan destûr nedabûn, ko tu zêde bipeyivî, emir li te kiribûn û ji te xwestibûn ko tu bi lez kincên xwe li xwe bikî û bidî pêşiya wan. Te jî wilo kiribû. Berî ko hûn ji hundir derkevin, tu li ber derî di ser stuyê xwe re zîvirîbû, te bi awirên tijî mane li jina xwe nerîbû, te dabû pêşiya wan û li dolmîşa wan, ya li jêra hewşê sekinandîbû siwar bûbûn û ji malê bi dûr ketibûn.
Wan du caran tu li nava bajêr gerandibûn. Bajarê ko te piraniya emrê xwe lê buhurandibû, wê şevê bi te ecêb hatibû. Çavên te li serê her kuçeyekê li peyayên nenas û bi sîlah ketibûn. Gava wan tu ji bajêr derxistibûn û hûn ketibûn riya gundekî çiyê, tirseke mirinê li te peyda bûbû. Ji bo tu hebekî tirsa xwe bitemirînî û dilê xwe têxî cih, te dîsan ji wan pirsa sûcê xwe kiribû. Yê ko li herî dawiyê rûniştibû û wê şevê jî berçavkeke reş li ber çavan bû, ji paşiyê de hutikek bi hêz li paş stuyê te xistibû û bi te dabû xuyakirin ko tu bi sûcê xwe dizanî. Tu bi lêdana wî pir li ber xwe ketibû, lê te li ber xwe dabû û ji wan re gotibû ko tu bi sûcê xwe nizanî. Gava dolmîşa we tibabekî ji bajêr bi dûr ketibû û şewqa elektirîkên bajêr ji ber çavan winda bûbû, tu li bûyerên van mehên dawiyê fikirîbû, loma tirseke bêhawe bi te girtibû, gomlegê te bi carekê ve ji xwêdanê şil bûbû. »Ez dixwazim hînî sûcê xwe bibim, hûn dikin min bi ko de bibin?» mîna ko tu ne li ser hişê xwe bû, te pirsî bû. Minaqeşe û kurtûpistek bi nava polîsan ketibû, piştî çend deqîqeyan wan dîsan berê dolmîşa xwe bi bajêr ve kiribû. Þewqa elektirîkên bajarê te yê zaroktiyê dîsan hêviya jiyanê dabû te, dilê te yê jar şa kiribû. Lê ew dilşahiya te zêde neajotibû. Dolmîşa we li ber deriyê avahiyeke mezin sekinî bû. Gava wan tu ji dolmîşê daxistibûn û biribûn hundirê wê avahiya mezin ya ji keviran, yekî li ber derî tavilê çavên te girê dabûn û paşê tu dehf dabû hundir. Bi dehfa wî re tu deverû ketibû erdê, lê wan dîsan bi milên te girtibûn û tu ji erdê rakiribûn. »Ma Doktor ev e?« yekî ji yê din pirsî bû. Te ji berdêla wî bersiv dabû »Erê, ez im» te gotibû û te texmîn kiribû ko êdî ew ê li hemberî te bi hurmet tevbigerin. Te gotibû »çawa be ez doktorê bajêr im, zarokan şaşitiyek kirine, ez girtime, lê ew ê niha min berdin û di ser re jî ew ê uzra xwe ji min bixwazin». Hê tu wilo difikirî, yekî ji paşiyê de bi qemçika paş stuyê te girtibû, du caran serê te li dîwêr xistibû û gotibû: »Tu ê birîndarên wan derman bikî ha! Ka bila ew jî werin birînên te derman bikin!» Û birîna te ya pêşî di laşê te de vedibû, xwîneke germ ji serê te herikîbû ser paçikê ber çavên te. Te li ber xwe dabû û te gotibû »ez bêsûc im«. Lê te nikarîbû bêsûcbûna xwe bi wan bidaya qebûlkirin. Te di tariya çavên xwe de ronahî û pakiya hundirê xwe dîtibû. Û loma, ji bo ew guh bidin bêsûcbûna te, te bi dengekî bilind û bi hêrs »Hûn bêqanûniyê dikin, ez bêsûc im« gotibû. Hêrsbûna te ew hêrstir kiribûn, ji her hêlê ve hutuk û pehîn li laşê te ketibûn. Te xwestibû tu xwe ji ber lêdanên wan biparêzî, lê bi lêdana yekî ji wan tiliya te ya girdikê fikiya bû. Te guh nedabûyê, ji hêrs û qehra bêsûcbûna xwe te êşa laşê xwe ji bîra kiribû. Wan jî êdî dev ji te berdabûn, tu çavgirtî li ser kursiyekê dabûn rûniştandin û yekî ji wan cigarek jî pêxistibû û dabû te. Te wextî cigara wî qebûl nekira, lê te xwestibû kurtedemek be jî tu teseliya xwe di wê cigareyê de bibînî. Tu di wê navbera kurt de li derengiya şevê fikirîbû. Tu li zarokên xwe fikirî bû. Tu li diya wan fikirî bû. Lê dengên bang û xeberên wan tu veciniqandibû. Xuya bû hinin din jî anîbûn. Dengê girî û libergerînên yên nûhatî, yên zarokan bûn. Yekî ji wan digot »Wele haya min ji wan tuneye, ez çûbûm ser gora birayê xwe«. »Tu çûbûyî ser gora birayê xwe?« yê polîs jî digot û bi kulm û pehînan li lêwik dixist. »Hûn ê hemû wilo derewan bikin, hûn ê me bixapînin. Hûn ê hemû bidin dû hev û herin goristanê, herin ser gorên şehîdên xwe(!)».
Mîna ew cara pêşî bû tu pê dihesiya ko çûyina ser gorên miriyan li bajêr qedexe bû. Te tehemul nekiribû. Te xwestibû tu ji ser kursiya xwe bipekî û bi dengê bilind neheqiya wan bi wan bidî zanîn. Hîn tu wilo difikirî, du heban bi milên te girtibûn û tu ji ser kursiyê rakiribûn. Wan tu pênc–şeş gavan meşandibûn û tu dîsan sekinandibûn. Te di bin paçikê li ber çavên xwe maseyek dîtibû. Li ser masê saetek, pakêteke Marlboro û kibrîtekê xuya dikir. Peyayê ko li ber wê masê bû ji te xwestibû tu bêrîkên xwe vala bikî ser masê. Te bi ya wî kiribû, te tavilê bêrîkên xwe vala kiribûn. Wî jî alîkariya te kiribû, destê xwe avêtibû qayişa te û ew ji pantorê te kişandibû. Paşê jî wî saeta te û hungulîska te jî derxistibûn. Te xwestibû tu ji wî jî sûcê xwe bipirsî, lê te nepirsîbû, tu li bendî emrê wan rawestiyabû. Dîsan du heb, her yek ketibû bin milekî te û tu ber bi cihekî nenas ve biribû. Wê rewşa han herçiqas çavgirtînka zaroktiya te anîbû bîra te jî, lê yên di milên te de tu ji xeyala zaroktiya te jî bi dûr xistibûn. »Xwe deyne, wê serê te li zikê avahiyê bikeve, hêdî bimeşe tu ê di avê wer bî. Kuro tu ket!» wan gotibûn û tu çend deqîqeyan wilo meşandibûn, ta ko wan tu avêtibûn pişt deriyekî hesinî, hundirê hucreyeke biçûk. Gava wan tu avêtibûn hundir, bêî ko ew xwe nîşanî te bidin, wan paçikê li ber çavên te hilanîbûn. Di wê hucreya teng û gemarî de, mîna ko tu gihîştibû azadiya xwe, kêfa te hatibû. dî te dikarîbû bidîta. Çavên te vekirî bûn. Qîmeta ronahiyê li ba te bilind bûbû. Te xwe demekê di quncika hucreya xwe de kiribû qomik û ziq li deriyê hesinî nerî bû. Li ser deriyê zingargirtî hin nivîs hatibûn xeritandin. Te demekê xwest ko tu wan nivîsan bixwînî, lê ew nedihatin xwendin. Te çend axînên kûr li ser hev kişandibûn. Tu di wê hucreya teng de li dinyayeke fireh fikirîbû. Ji bo ko tu jî carekê bi hin hincetan ji hin hevalên xwe re behsa girtina xwe û hucreya xwe bikî, te hêdî xwe berdabû ser çokên xwe û te hucreya xwe pîva bû. Hucreya te sê bihust di sisê û nîvan de bû. Tu demeke dirêj, heta ko lingên te tevizîbûn, li ser tûtikan rûniştibû û fikirîbû. Te carina bawer nedikir, te çavên xwe digirtin û te dixwest ko ew xewnek bûya. Te dinyayek xeyalên pak di wê hucreya xwe ya teng de çêdikir. Tu geh li ser tûtikan rûdinişt, serê xwe dixist nava herdu çîmên xwe, geh te xwe berdida erdê, te herdu destên xwe li çîmên xwe digerandin, geh tu radibûyî ser xwe, te pişta xwe dispart dîwêr, te destên xwe dixistin bin çengên xwe û tu demekê wilo li ser lingan dimayî. Lê dengê barîn û qîrînên ko dihatin te, tirseke ko te heta wê demê his nekiribû, dixist dilê te. »Gelo ma ew ê li min jî wilo bikin« te di dilê xwe de gotibû. Û te xwe ji wê re jî amade kiribû. Bi niyeta ko belkî ew te têxin felaqê, te di wê hucreya xwe ya sar û cemidî de sol û goreyên xwe ji lingên xwe derxistibûn. »Ger lingên min ji serman bitevizin, ez ê zêde êşê nekişînim« te di dilê xwe de gotibû. Û ew ramana han jî ne ji ber şarezabûna te ya doktoriyê, lê belê ew li wir bi te re çêbûbû. Carinan di nav re dengên teperepa lingên mirovan, xeberên ne li rê, girî û libergerînan li korîdorê dihat. Carekê jî hema yek avêtibûn ber deriyê hucreya te. Ew ji serma dirikrikî, şingîniya diranên wî xweş dihatin te. Xuya bû wî gelek lêdan xwaribû. Gava te xuşîniya avê bihîstibû, te texmîn kiribû ko ew ava cemidî bi ser wî dadikin. Hingî bêhngirtin û bêhnberdana wî wilo bi lez bûbû ko te di dilê xwe de gotibû »Heger oksîjenê nedinê ew ê bimir«. Yê di wê rewşê de dixwest tiştinan bibêje, lê ji serma, lihevketina diranên wî destûr nedida. Di pişt wî deriyê hesinî û qalind de, ew mîna sehneyekê dihat ber çavên te. Weke ko tu fikirî bû, kirin. Bi teperepa lingên çend mirovên din, doktorek jî hat. Ji bo bi hêsanî bêhngirtin û bêhnberdana wî, doktor jî jê re dibû alîkar. Di wê navê de pêla alîkariyê di dilê te de jî rabûbû, lê tavilê tirsa mirinê ketibû dilê te. »Ev çi dinyayek binerdî ye, ev çi jiyaneke veşirtî ye« te di dilê xwe de gotibû. Ew celebjiyan zehf bi te ecêb hatibû. Mîna ko wê piştî kurtedemekê ruhstîn li deriyê te bixista û dawiya jiyana te bianiya, tu di hundirê hucreya xwe de bi aciziyeke bêtarîf geh rûdinişt, geh radibû. Piştî ko dengê yê li ber derî hatibû birîn û hatibûn ew biribûn, yekî bejinkurt, esmer û bi rih, deriyê te vekiribû, tepsiyeke tirşika fasûliyan û perçak nanê sominî avêtibû ber te. Tu li quncika hucreya xwe li ser tûtikan rûniştibû û te ziq li wê tepsîka xwarinê nerîbû. Kêfa wî ji wê tevgera te re nehatibû, »Te neeciband Doktor beg?« wî bi qerf û bi hêrs ji te re gotibû. Gava te bersiva wî nedabû û te bi xayizbûn li tepsika xwe nerîbû, ew hêrstir bûbû, lê zêde bi ser te de nehatibû. Ji ber ko te mereq kiribû, bê xwarina kîjan demê ye, te ji wî pirsa saetê kiribû. Ew dîsan bi ser te de qîriya bû »pirsa saetê qedexe ye« gotibû û ji ber ko wî nexwestibû dirêj bike, derî li ser te girtibû û çûbû. Te ew tepsika xwarinê ber bi xwe ve kişandibû û demeke dirêj lê nerîbû. Tu birçî bû, lê te kiribû nekiribû dilê te nebijiyabûyê. Ji xwe gava dîsan dengê wê jinika li hucreya jêrî hucreya te hatibû, xwarin hew di ber te de çûbû. Jinikê ji deh panzdeh deqîqeyan carekê bi herdu destan ji hundir de li deriyê hucreya xwe dixist û bi dengê bi qêrîn bangî nobedaran dikir û pirsa lawê xwe ji wan dikir. Carinan nobedaran pê ve baz didan, bi hêrs deriyê wê vedikirin û xeber û gotinên ne li rê jê re dikirin. Lê nobedarê ko deriyê wê vedikir zû bi zû ji nav lepên wê nedifilitî û wê her pirsa lawê xwe dikir digot: »We lawê min kuştiyeee, we Mîrzeyê min kuştiyeee«. »Lawê te sax e, pîrê, tiştek bi lawê te nehatiye« nobedaran jî bi tirkiyeke şaş û nexweş lê vedigerandin. Te hertim li axaftina pîrê û nobedaran guhdarî dikir. Gava carekê pîrê ji yê nobedar re gotibû »Yox Wele sen yalan soyliyorsin« û hin çêr û xeber ji wan re dabû, tu bêî hemdê xwe di ber xwe de keniyabû. Û gava çavên te ji nişka ve li kêzika mezin ya di tacika xwarinê de ketibû, di wê kêliyê de li rûyê dinyayê çi xwarin hebûya, li ber çavên te reş bûbûn. Tu hema ji quncika xwe ji ser tûtikan hol bûbû û te bi hemû hêza xwe li derî xistibû. Nobedarek ji dûr ve ji dê û jina te re xeber dabû û bi hêrs ber bi hucreya te ve hatibû. Lê te lêdana xwe ya li derî domandibû. Tu wextî ji ser hişê xwe biçûya, lê tu dîsan bi ser xwe ve hatibûyî. Nobedarê bejinkurt î bi rih deriyê te vekiribû û bi ser te de qîriya bû. »Çi ye, tu çi dixwazî?« wî gotibû. »Vê xwarinê ji vir bibe« te gotibû. Mêrik bi dengekî bilind bi te keniya bû, »Ha ha ha, dilê Doktor beg naçe xwarina me! Divê ji Doktor beg re xwarina taybetî çêbibe« wî gotibû û paşê bi carekê ve rûyê wî hatibû guhertin û bi hêrs bi ser te de qîriya bû. Te tu mane nedabû hêrsbûna wî, te hem jê nefret kiribû, hem jî gunehê te pê hatibû. »Dêmek tu bi şev birîndaran derman dikî, tu bi tirimpêla xwe diçî cih û deveran û birîndarên wan tînî li mala xwe derman dikî, ha!« wî dîsan gotibû, bi hêrs destê xwe yê rastê li sînga te xistibû û pişta te li dîwarê betonî xistibû. Gava pişta te li dîwêr ketibû, intîniyek ji te hatibû, mîna ko kezeba te ji devê te derketibe, te êşeke bêhawe his kiribû. Lê te li xwe dananîbû, te nexwestibû tu li hemberî yekî mîna wî xwe qels nîşan bidî, te peyva xwe birî bû, wî çi gotibû, te guh nedabûyê. Yê wî jî çi hatibû ber devê wî, wî gotibû. Gava wî rahiştibû firaxa te, derî li ser te girtibû û çûbû, yê di hucreya li kêleka te de li dîwêr xistibû û gotibû »Doktor, tu guh mede vî, ew li vir tenê firaxşo ye, ew ji vir e, lê ew xwe li ser serê me mezin dike, xwe bi tiştekî dihesibîne.« Te pêşî ji wî dengî şiphe kiribû, te ew weke lîstikeke polîsan dîtibû, lê paşê te hêdî hêdî baweriya xwe pê anîbû. Te li cih û warê wî, li kar û mijûliyên wî pirsî bû. Wî tu nas dikir, carekê zaroka xwe anîbû ba te, bi gotina wî te ji bo muayenê pere jê nestandibû. Lê nehatibû bîra te. Te di hucreyeke teng de, li pişt dîwarekî beton î qalind bi yekî ko te rûyê wî nedidît re, hevaltiyek, dostaniyek datanî. Sohbeta we bi deqîqeyan ajotibû. Wî di hundirê çend deqîqeyan de ji te re jiyana xwe ya bi salan gotibû. Dostanî û dilpakiya wî kiribû ko tu jî dilê xwe ji wî re vekî, jê re behsa çîroka jiyana xwe bikî. Te bi kurtî ji wî re behs kiribû û te bi wî dabû zanîn ko di çil û neh saliya xwe de ev cara yekê ye ko tu hatiyî girtin û tu ji sûcê xwe bêhay î. Mîna ko hebekî bi mêrik ecêb hatibû, »Çawa tu heta niha ji destên wan filitî yî?« wî gotibû û tavilê bi ser ve zêde kiribû ko ew heta niha bi kêmanî çar caran hatiye girtin, carekê du salan û çend caran jî demên kurt girtî maye. Gava we ji dûr ve dengê teperepa lingên nobedar bihîstibû, mêrik peyva xwe kurt birîbû û ji te re gotibû, ko li Þirnexê dikaneke wî ya wênekariyê bi navê »Foto Þîpşak« heye û heger tu bixwazî wî peyda bikî, tu dikarî wî li wê dikanê bibînî. Te gunehê xwe pê anîbû û rewşa dikaneke xwediyê wê bi salan jê dûr be anîbû ber çavên xwe. Lê dengê teperepa lingên nobedar bi xurtî nêzîk bûbû û bala te ya xeyala dikana cîranê te belav kiribû. Tu tirsiyabû, ko îcar ew ê te bibin û îcar tu ê serpêhatiya xwediyê wan dengên bi nalîn, bergerîn û bi feryat bijî. Lê wan vê carê bi şingînî deriyê hucreya kêleka te vekiribûn û xwediyê dikana »Foto Þîpşak« biribûn. Mêrik li ber xwe dabû, lê xuyabû yên ko hatibûn her yek ketibûn bin milekî wî û ew li dû xwe kişkişandibûn. An jî ji deng û tevgera wan wilo hatibû ber çavên te. Tu ji aliyekî ve gelekî li ber ketibû û te gunehê xwe pê anîbû, ji aliyê din ve jî ji bo ko wan tu nebiribûn, tu dilşa bûbûyî. Lê te tavilê ji ber wê hisa xwe şerm kiribû, tirsa êş û eziyetê egoîzma te xurt kiribû. Piştî ko wan yê di hucreya kêleka te de biribûn bi nîvsaetê, dengê borîna peyayekî di felekan re derketibû. »Hebe tune be ew e« te di dilê xwe de gotibû. Û te di wê kêlîkê de ji mirovatiyê şerm kiribû. Te jî nizanîbû bê çima, lê tam di wê navê de tu li çêbûna zaroka xwe ya pêşî fikirî bû. Ew hisên xweş yên ko pêlên hênik li dilê te xistibûn, te bi hemû bavan re parve kiribû. Tu li qîmeta insanekî fikirîbû û tam gava tu li qîmeta insanekî û insanetiyê difikirî, dengê teperepa lingên du peyan ji korîdorê hatibûn. Wan herdu peyan deriyê hucreya te vekiribûn, tu li qorziya rastê, destên te di bin çengên te de dîtibûn. Tu li bendî bû ko ew bi ser te de biqîrin û xeber û gotinên xerab ji te re bikin, lê wan bi tenê hêdîka her yekî bi milekî te girtibûn û xwestibûn te bi xwe re bibin. Tu jî qet li dij derneketibû, tenê te çavên xwe li ser wan gerandibûn û tu bi wan re çûbûyî. Te di bîra wan de anîbû ko divê ew çavên te bigirin, lê vê carê mîna ew hêrs bûbin, wan bi şidet milên te kişandibûn û tu biribûn odeya mezinekî xwe. Te ew mezinê wan yê bejindirêj, çavşîn û rûbiken nas dikir. Ew çend caran ji bo hin nexweşiyên xwe hatibû ba te; te jî, digel ko te bi karê wî dizanîbû, ji bo ew biyanî bû, te qîmet dabûyê û te ew berî xelkê bajêr girtibû hundir. Gava ew di nav destên wan herdu peyayên girs û bi rih de çav li te ketibû, mîna ji bo ko wan tu bi wî babetî anîbûn, ew bi wan re hêrs bûbû, ji ser qoltixa xwe ya çermînî rabûbû û bi dostanî ji ber te rabûbû. Wê devbikenî û dostaniya wî dilê te şa kiribû, bê hemdî te rûyê te jî keniyabû. Wî destê te guvaştibû, tu dabû rûniştandin, cigare îkramî te kiribû û ji bekçiyê ber derî du çayê xwestibûn. Te du hilmên kûr li ser hev li cigarê xistibûn û mîna ko te dixwest tu gazinên xwe ji mezinê wan re bikî, te geh li wî nerî bû, geh jî te awirên xwe bera erdê dabûn û ji ber xwe şerm kiribû. »Zarokan tu bi şaşî anîne, Doktor« mîna ko ew jî li ber te ketibe, wî gotibû. Û wî bi ser ve zêde kiribû, »Ji me re gilî hatiye ko te terorîstek derman kiriye, tu alîkariya wan dikî. Herçiqas min ji yên me re got, Doktor tiştekî wilo nake, Doktor li gorî qanûnan diçe jî, lê yekî birîndar dibêje ko te bi şev ew li mala xwe derman kiriye«.
Te nizanîbû te ê çi bigota. Rast bû, te birîndarek li mala xwe derman kiribû. Þev nîvê şevê hinan li deriyê te xistibûn, li ber te geriyabûn û xwestibûn tu birîndarê wan derman bikî. Herçiqas te gelekî bi dîqet û bi tirs ji wan derî vekiribû jî, bêî ko tu ji wan bipirsî bê ew kî ne, tu bi saetan li birîna xortekî çardeh–panzdeh salî mijûl bûbûyî, te du gulle jê derxistibûn û te ew derman kiribû. Ew ne cara yekê bû ko şev nîvê şevê li deriyê te diket û alîkarî ji te dihate xwestin. Hema bêje, ji roja tu bûbûyî doktor û te li bajarê xwe dest bi doktoriyê kiribû, ne her şev bûya jî, bi kêmanî heftê carekê nîvê şevê li deriyê te diket û tu bi derd û kulên xelkê re radibûyî. Lê tenê carekê birîndarekî li deriyê te xistibû, ew jî digel ko te bi rewşê dizanîbû, dîsan te deriyê xwe jê re vekiribû û te ew xortê nûgihiştî ji mirinê xelas kiribû. Û niha, gava wan ew xortê jihaldeketî anîbûn hemberî te, tu şaş û ecêbmayî mabû. Te xwestibû tu ji cihê xwe bipengizî, bi ser wan de biqîrî û bibêjî, vî xortî bibin nexweşxanê, lê tu bêdeng di cihê xwe de rûniştibûyî û te ji bêçaretiyê awirên xwe berdabûn serê pozikên solên xwe. Yên ko lawik anîbûn, bi ser wî de qîriyabûn: »Doktorê tu derman kir ev bû?« Te pêşî lawik nas nekiribû, ya Rebî, çi bi lêwikî hatibû? Ew bûbû mîna darikekî, gepên wî kort bûbûn, porê wî yê zerik li hev geriyabû, ji xwe mirov digot qey newqa wî bi pişta wî ve zeliqiye, qutikê wî mîna ebayekê jê re fireh bûbû. Lêwik bi stuxwarî li te nerîbû. Ew dihejiya, bi zorê li ser xwe disekinî. Ne bi alîkariya herdu polîsên bi rih û rûtirş bûya, lawikê biherikiya erdê. »Ez ji te re dibêjim, doktorê ko tu li mala xwe derman kir, ev bû?« yê milê rastê bi şidet lawik hejandibû û jê pirsî bû. »Erê, ev bû« lêwik gotibû û bi awirin melûl û westiyayî li te nerîbû. »Temam, temam, wî bibin« mezinê wan emir li wan kiribû. Wan lawik bi dû xwe de kişkişandibûn û biribûn. Tu sar mabûyî, te nizanîbû te ê çi bigota. Mîna yê ewqas sal xwendibû û dostanî bi ewqas kesên navdar re danîbû, ne tu be, tu di cihê xwe de mîna gundiyekî saf, ji dinyayê bêhay, bêdeng mabûyî. Mezinê wan cigareke din jî keremî te kiribû. Wextî te cigara wî negirta, lê te dîsan bêî hemdê xwe cigareyek ji pakêta wî kişandibû û bi hestê wî yê li ser masê pêxistibû. Te di nermî û dostaniya xav ya mezinê wan de derxistibû. »Lê Doktor, me ev ji te nedipa« mezinê wan gotibû û ji cihê xwe rabûbû. »Me ev ji te nedipa« wî dubare kiribû. »Tu dizanî bê tu çi dikî, Doktor?« wî bi dengekî hebekî sert gotibû, lê paşê mîna poşman bûbe, dîsan bi nermî bi ser ve zêde kiribû »Em dizanin mirovên nola te xwende û bîrbir tiştên wilo nakin«.
Te zanîbû bê ew di çi rewşê de bû û dixwest çi bibêje. Paşê ew li ser kursiyekê li ba te rûniştibû. Wî destê xwe dirêjî ser masê kiribû û rahiştibû wê albuma mezin ya qehweyî. Berî ew albumê veke »A ev e, Doktor, ev hemû hatine kuştin, dawiya vî karî ev e« wî gotibû û mîna ko bixwaze hîn bibe bê wan gotinên wî çi tesîr li te kirine, awirek avêtibû te, lê dîsan, mîna nexweze tu ji wê awirê haydar bibî, tavilê albuma di destê xwe de vekiribû. Te pêşî fêhm nekiribû, te mereq kiribû, bê ew dixwaze çi nîşanî te bide. Lê wî kursiya xwe hê bêtir ber bi te ve kişandibû û rûpelê pêşî yê albuma vekirî dabû ber çavên te. »A tu van dibînî, van li gundê N… du leşkerên me şehîd kirine, lê ma wê bi ko de xelas bibin, dawiya wan ev e«. Te kûr kûr li wî resimê bi reng, yê ko hema hema hemû rûpelê albumê girtibû, nerîbû û bêî ko di destê te de be, lerzekê laşê te girtibû. Wê yeka han bala mezinê wan kişandibû, lê mîna wî ferq nekiribe, ew tevgeriyabû, te jî tavilê di wê tevgera wî de derxistibû, lê dîsan jî te awirên xwe ji ser rêsim danegerandibû. Te di dilê xwe de mereq kiribû bê ew çawa û bi çi awayî hatibûn kuştin. Sê kes bûn, du keç û xortek. Yê xort mîna ko razayî be dixuya, tenê bin çavê wî yê çepê reş bûbû. Keçikek ji wan jî ji navê berjor tazî bû, hinek xwîn di nava pêsîrên wê yên nûgihiştî de herikî bû bin pişta wê, lê serê wê nexuya bû, bilûzê ko jê hatibû şeqitandin, pê rûyê wê nuxumandibûn. Te texmîn kiribû ko wê serê wê bi celebekî hatibe jêkirin. Lê serê keçika din ko li jêrî lingên keçika rûnuxumandî bû, xweş diyar bû, çavên wê yên mezin vekirîbûn. Gava te bi niyeta belkî tu wê nas bikî, xwe nêzîktirî albumê kiribû, weke ew bi te re bişirîbû, te kenek li ser lêvên wê yên ji hev ferq kiribû. Mêrik rûpelê albumê qulupandibû. Vê carê komek termên mirovan li ser hev û du leşkerên mîna ko poz dabin kamerayê, li ber çavên te ketibûn. Mezinê wan hem digot, hem jî rûpelên albumê di ser hev re duqulupandin. Tu pê re nedigihîşt, bi niyeta belkî tu hinan nas bikî, her çiqas te bi dîqet li wan dinerî, lê heta nîvê albumê xelas bû jî, te hê kes nas nekiribû. Tam album li ber qedandinê bû, çavên te li lawikekî ko hertim ji bo gurçikên xwe dihat ba te, ketibû. Gava mêrik xwest wî rûpelî jî biqulipîne, te bi destê wî girtibû û careke din lê nerîbû. Erê, ew lawik bi xwe bû, resimê wî ji navê berjor hatibû kişandin, digel ko hin ji rûyê wî şewitî bû jî, dîsan te ew baş nas kiribû. Wê yeka han bala mezinê wan kişandibû, »Tu vî nas dikî, Doktor?« wî pirsî bû. Tu di erê nayê de mabûyî. Gelo te bigota çi? Hê tu difikirî, wî careke din ji te pirsî bû, »Erê Doktor, tu vî nas dikî?« Te derew kiribû, te bersiva »na« dabûyê, lê mîna ko te ji ber derewa xwe şerm kiribû, te serê xwe bera ber xwe dabû. Wî texmîn kiribû te ew lawikê ko belkî hê neketibû çardehsaliya xwe, nas dikir. Lê wî zêde guh nedabûyê, devê albuma xwe girtibû û dîsan danîbû ser masê. »Ev hemû ji aliyê hêzên ewlekarî ve hatine kuştin, nîvê wan ermenî ne, nesunetkirî ne« wî gotibû û bi dengekî sert dîsan bi te dabû zanîn ko rabûna li hemberî dewletê ne hêsan e û wê dawiya hemûyan wilo bibe. Mîna kuliyan zimanê te xwaribû, peyv ji devê te derneketibû, te nizanîbû te ê çi bikira, te nizanîbû wan ê çi bikirana ji te, te nizanîbû tu ê bi çi celebî bi wî re bipeyiviya. Bêhna te teng bûbû. Tu bêçare bû. Te xwe di wê kêlîkê de şibandibû çûkekî baskokirî. Gava mezinê wan cigareyek pêxistibû, tu li bendî bû ko ew yekê bide te jî. Lê wî wilo nekiribû, pê li bişkokê kiribû û bi hêrs emir dabû hinan da werin te bibin. Gava du kesên bi navmil û bi rih hatibûn, çavên te girê dabûn, bi milên te girtibûn û tu biribûn, te ew kirinên mezinê wan yên li hemberî xwe tavilê ji bîr kiribûn û te meraq kiribû ko êdî ew ê çi bikin ji te. Ji her derê dengê nalîn û libergerînan dihat. Wan tu bi çavên girtî dehf dabûn hundirê odeyeke sar, tu deverû ketibû xwarê, te li erdê jî ji serê xwe çend pehîn xwaribûn. Yekî bi dengekî gurr û bi tirkiyeke xerab ji jina te re xeber dabû û bi te dabû zanîn ko ew ê çi bînin serê te. Ji xwe pir tê re neçûbû, tu şilfî tazî kiribûn, herdu destên te bi jor ve dabûn girêdan, çend satil av bi ser te dakiribûn û ji her hêlekê ve derbe li te ketibûn. Tenê te êşên pêşî his kiribûn, bêî hemdê xwe tu qîriyabû, tu li ber wan jî geriyabû. Lê paşê weke tu têkevî xeweke kûr, te nema tiştek his kiribû. Gava te çavên xwe vekiribûn, te xwe li ser textekî dirêjkirî dîtibû. Tu hê jî tazî bû, lê betaniyeke gemarî bi te hatibû dakirin. Tu êdî ji dengan vediciniqî. Wan tu dîsan biribûn, eynî tişt bi te kiribûn. Vê yeka han bi rojan ajotibû, ew tiştên ko te di pirtûk û rojnameyan de xwendibûn, hemû bi serê te de anîbûn. Tu hê jî dijiya. Te demekê ji wê jiyanê, ji mirovatiyê şerm kiribû, tu bêhawe li ber xwe ketibûyî. Hefteyek derbas bûbû, lê haya te jê tunebû, bi te mîna çend rojan hatibû. Te di wê hefteyê de ji bilî vexwarina avê tiştek nexwaribû. Riha te ya ko te her sibeh kur dikir, dirêj bûbû. Porê te li hev geriyabû, çavên te kort çûbûn û binê çavên te reş bûbûn. Ger neynikek hebûya û te bikarîba li xwe bineriya, te ê bidîta ko mîna wî lawikê ko wan anîbûn pêşberî te li te hatibû. Zikê te bi pişta te ve zeliqî bû, heger qayişa te li pişta te bûya, ji bo pantorê te ji te de nekeve, diviyabû te bi qulpuka herî dawî ve girê bidaya. Lê belê wan qayişa te jî ji te standibûn û niha pantorê te ji te de diket. Te carê bi zehmetî partorê xwe dikişand jor.
Gava sibehekê deriyê hucreya te bi hêdîka vebûbû û wan tu bi çavên girtî bi dû xwe de kişkişandibûn, te texmîn kiribû ko ew ê dîsan te bibin odeya îşkencê. Te xwestibû tu li ber wan bigerî, xwe biavêjî lingên wan, lê te nekiribû, tu bi înad di nava milên wan de meşiyabû. Gava wan tu xistibûn hundirê odeyekê û tu li ser kursiyekê dabûn rûniştandin, te ji dengên dektîloyan û di bin paçikê li ber çavên xwe de ji şewq û ronahiya hundir fêhm kiribû ko ew ne odeya îşkencê ye. Dengê ken û henekên wan yên fahş tu aciz kiribû, lê te nedabû xuyakirin, te destên xwe danîbûn ser hev û bi stuxwarî di cihê xwe de bêdeng mabûyî. Çend kesan gotinên ne li rê ji te re kiribûn, erza te şikandibûn, lê te dîsan tişt negotibû. Bi texmîna te yekî ko nuh ji derve hatibû, bi dengekî mîna yê pîrekan ziravokî ji yên li wir re gotibû: »Haa, Doktor beg jî li vir e.» Bi gotina »begîtî« te dizanîbû wî henekê xwe bi te kiribû, lê tavilê dektîlonivîsê ko li milê te yê çepê rûniştibû, ji te nav û paşnavê te pirsî bû. Bi şertê ko tu peyva »komutanim« bînî serê her gotineke xwe, te nav û paşnavê xwe jê re gotibû. Wî li navnîşana te jî pirsî bû. Te ew jî bi eynî zimanî bersivandibû.
Paşê wî li karê te, li navê dê û bavê te, li hejmara xwişk û birayên te, li malbatên xwişk û birayên te yên zewicî jî pirsîbû û bi bersivdayina te re bi şinge şing nivîsandibûn. Piştî wî pirsên xwe xelas kiribûn, wî ew kaxez bi te dabû îmzekirin û tu dîsan bi du kesan re çavgirêdayî şandibû hucreya te. Mîna ko tu hînî hucreya xwe bûbûyî. Te di wê hucreya xwe ya tengik de dinyayek xeyal çêkiribû. Te pir caran insan, insanetî bêmane dîtibû; gelek caran jî gunehê te bi insanan hatibû. Gunehê te bi te jî dihat. Carinan te his dikir ko hinek gunehê xwe bi te bînin tu ê bibêjî kûr û bigirî. Erê, mîna zarokekî bi îskîn bigirî. Ji ber her tiştî, ji bo her tiştî. Lê tam te belengaziya xwe bi bîr anîbû û girî ketibû qirika te, teperepa linginan hatibû te û xwediyê wan lingan, ko nobedarin nenas bûn, deriyê te vekiribûn û bi nermî ji te re gotibûn ko ew ê te berdin. Te nizanîbû te ê kêf bikira an jî li ber biketayî. Te dabû dû wan û hûn bi hev re çûbûn hêwaneke mezin û sar. Li hêwana sar, komek xortên nekurkirî, bi awirên melûl, reben, destên xwe danîbûn ser hev û li bendî tiştekî rawestiyabûn. Tu jî bû yek ji wan. Tiştê ecêb, gava tu li girtiyan û li rewşa wan difikirî, mîna ko tu ne yek ji wan bî, te bi awerike din ew bi bîr dianîn. »Xwedê bike wan tu neêşandibin, Doktor« dengek ji milê te yê çepê hatibû. Tu hema li ser milê xwe zîvirîbû û te ziq li xwediyê wî dengî nerîbû. Te ew şibandibû, lê te nas nekiribû. Lawik zeyif bûbû, gepên wî kort çûbûn, newqa wî bi pişta wî ve zeliqî bû, kujê gomlegê wî yê ko ji ber pantorê wî derketibû, dilopin xwînê lê hişk bûbûn. Gava lêwik fêhm kiribû ko te ew nas nekiriye, wî navê xwe gotibû û bi te dabû zanîn ko ew li qehwexaneya hemberî doktorxana te kar dike. Hema di wê navê de, mîna birûskekê li mêjiyê te dabû ko di nava we girtiyan de wekheviyek heye. Her kes ji azadiyê bêpar e, gotin û xeberên ne li rê li her kesî têne kirin. Lawik ji ber berdana xwe bi kêf bû, wî eziyeta xwe ji bîr kiribû, ew li te difikirî, heger bikarîba tiştek ji bo te bikira, wî ê bi kêfxweşî bikira. Ew ji awirên wî diyar bû. »Piştî kontrolkirina doktor wê me berdin«, wî bi heyecan gotibû. Gava di wê navê de yekî emir dabû we ko hûn ji bilî derpî hemû kincên xwe ji xwe bikin, diyaloga we jî hatibû birîn û lawikê çayger berî gişan kincên xwe ji xwe kiribûn. Çîmên wî yên lûlikî bêpirç bûn, mirov bi rehetî dikarîbû parsûyên wî bihejmartina. Gava çavên we li hev ketibûn, lawik bi te re bişirîbû. Pir tê re neçûbû we hemûyan kincên xwe ji xwe kiribûn. Her kesî ji hev fedî dikir. Ji serma hêwana mezin û fireh, hin ji we diricifîn. Gava doktorekî ciwan û çeleng bi aletên xwe yên doktoriyê hatibû kontrola we, te ji doktoriya xwe şerm kiribû. Ji ber ko tu li serî bû, wî pêşî tu kontrol kiribû. »Tu jî doktor î ne wilo?« wî bi tinazî gotibû û piştî ko tu kontrol kiribû, bi te dabû zanîn ko êdî tu dikarî kincên xwe li xwe bikî. Te hêdî hêdî kincên xwe li xwe kiribûn, alavên xwe yên ko wan roja pêşî ji te standibûn, bi paş ve standibûn, qayişa xwe bi qulpika herî dawiyê ve bi ser pantorê xwe ve girêdabû û tu derketibûyî derve. Li ber derî, mezinê wan destê xwe dabû te, bi xavî bi te re bişirî bû û hêdî di ber xwe de, »li ser wî tiştê em peyivîn, bifikire« gotibû.
Gava tu ji hewşa polîsxanê ya mezin, an jî bi gotina te, ya îşkencexanê derketibûyî û tev li pêla mirovên bêmane yên li bajêr bûbûyî, te serê deqîqeyekê li paş xwe nerîbû. Azadî bi te xweş hatibû; lê jiyan, tevgera mirovan, kenê wan, xeberên wan, hemû bi te pûç û bêmane hatibûn. Gava yekî ji nişka ve xwe avêtibû te, tu veciniqî bû. »Tu hatî berdan, Doktor?« wî gotibû. Çaxa te dîtibû ko cîranê te ye, hebekî bêhna te hatibû ber te. Cîranê te tavilê ji texsiyekê re fîkandibû, texsî bi bayê xwe re li ber we rawestiyabû, tu ketibû pêş, cîranê te ketibû paş û li gorî tarîfa cîranê te şifêrê texsiyê yê xort ber bi mala te ve ajotibû. Gava texsî ketibû kuçeya we ya fireh û herdu zarokên te ji nava wê qerebalixa li ber hewşa we bazdabûn pêşiya te, ji ber hisa bêrîkirin û hezkirineke bêsînor hêsir ji çavên te hatibûn…
-------------------------
© Nivîskar, Nûdem û Nefel »Bixwîne |
 |  |  |
 |
(Radiyellahû teala enhû)
“— Lê çawa, malava! Qey xortê niha jî bera xort in. Ferz e ew wisa dibêjin. Xortanî xortaniya heyama me bû.
Ez xortekî sivik î hê çardeh salî bûm. Ji efendiyê xwe re bêjim, min hê nû dil girtiye, bengî me, dûman ji nav serê min dikişe. Eyşê, de Xwedê jê razî be, keçikeke wisa delal û xweşik e ko winda bibe temamê keç û bûkê vê ebra me di mizgîna wê de dernakevin. Lê qîza kerê rû nade min. Tew li siya min jî nanihêre. Ez tînim har bibim. Çawa ez ko ez bim, Mihemed Eliyo bim û dilê xwe bikimê û ev kafirbava ha xwar nebe û li siya min nenihêre?… Ev efendiyên ha cahil in pê nizanin, Melê min î delal! Lê te ji bavûkalan bihîstiye. Zemanê me, wekî vî zemanî ne berdîberdan bû: Eyb û şerm hebû, fedî hebû, hîcab hebû. Êh… min jî ji kal û rûsipiya, ji der û cîranan şerm e. Lê di nav dilê xwe de diqaqijim. Çi bikim çi nekim? A ko min nedî, wele rabûm ji bona sosreta giran min porê xwe berda. Porê min dirêj bû, bû kezî. Du keziyên dirêj, ha bi qasî zendikê min stûr ji paş re dihatin li binê qorika min diketin. Mêr, jin, kal, pîr digotin: ‘Mihemed Eliyo lawo ev çi hal e li te qewimiye? Te em hetikandin, bes e, şerm e êdî porê xwe jêke. Tu zilam î, porê xwe wek yê zilaman bike.’ Min serê xwe dihejand û di ber xwe de dibişirîm, guh nedida wan û diçûm.
“Bihar e… Hê gundî gişt di hundiran de radizên, derneketine ser xaniyan, lê ji kerb û wehcan tebata min nayê; ji bona hema sirf bîhna wê qîza kerê were min derdikevim li serbanê xanî radizêm. Xwedê tu ew Xweda yî lê gavê tu ne ew gav î: Şevekê, du parê şevê çûye parek maye; carek bi deng û hêwirza gundiyan bi xwe şiyar bûm. Min guhê xwe dayê ko ji newala jêrîn a biniya gund deng û qîjîn û helahela gundiyan tê. Min ji xwe re got: Hela… hela… Xwedê xêr ke, ev hinekan avêtin ser gund talan kirin, ev çi bû? Wele hedin bi min neket hema sivik rabûm û min xwe di xaniyê du tebeqî de avêt xwarê û li êlama gundiyan, ber bi aliyê newalê bi bazdan çûm. Hê min riya xwe bi nîvî nekiribû , elhemdûlîlah hewar xêr bû, gundî zivirîn, em rastî hev hatin. Lê çi? Kî rastî min dibe kenek pê digire, dikene û dibêje “hela bala xwe bidinê, hela lê binêrin!’ Hingî ez dibêjim ‘kuro lawo çi biye, hûn çima dikenin?’ Ew bêtir bi min dikenin. Êh… damara hêrsê jî damareke pîs e, Melê min. Wele ez hatim hêrsê, min çavê xwe girt û devê xwe vekir ko tu avahiyek ji wan re nehêlim, rûsipîkî hema destê xwe danî ser devê min û gote min: ‘Mihemed Elî, berxikê min, çika li ser milê xwe bizivire û binêre!’ Ez li ser milê xwe paşve zivirîm û min bala xwe dayê; wey la malikê tu xera nebî! bangeranê (lox) qiraseyê giran ê ser xaniyê me, bi herdû keziyên min ve li ser pişta min hişk negirêdayî ye?.. Ez di ber xwe de bişirîm, himmm! Welahînê Xwedê ev, hunerê wê qîza kerê yê Eyşê ye. Gundî hatin ko vekin ji ser pişta min deynin, min got: ‘Na! Li ber destê Xwedê ehd û wehd be, ev fêhlên wê qîza kerê ne, wê çawa bi wan destê xwe yên nazik hatiye bi keziyên min ve girêdaye, herwisa jî hetanî ko ew neyê dîsa bi wan destê nazik veneke, ewê ev bangeran a wisa li ser pişta min bi van keziyan ve girêdayî bimîne. ‘
“Lê… Melê min î delal! Di zemanê me de xort hebûn, hikmê xorta hebû. Dûrî ji civatê xortê niha jî ji xwe re dibêjin ‘ em xort in û me xortanî dît ‘, te got qey bera ew jî xort in.”
Hecî Mihemed Eliyê Qelşo (radiyellahû teala enhû) vê serpêhatiya xwe ji me re di civata li dikana Mele Mehmûd de digot.
Rojekî ji rojên Payiza paşîn a 1966 an bû. Piştî ji xwendegehê derketinê, me serîkî li qehwexanê xistibû, di pey de ez û Fikrî Xoce hatibûn aliyê çarşiya jêrîn. Bawer dikim jê re tiştekî kirînê lazim bû. Lê li ber dikana Mele Sacid -ku Mele Mehmûd li nik dixebitî- Mele Mehmûd em vexwendin:
“— Mal avano! Ma dilê we di ber çaya me re nayê. Welleh hema ji min tirê keratî be jî ji bûna xatir divê hun min neşikênin.“
Mele Mehmûd hevalekî me yî hem dilovan û hem jî dilzîz bû. Ji bona neşikandina dilê wî em derbasî hundirê dikanê bûn. Em hê baş bi cih bûbûn-nebûbûn Mele Sacid jî hat.
Piştî bi cî kirina me, Mele Mehmûd derketibû ber derî û camêrekî dinê jî bi wî zarşîrînî û karoziya xwe anîbû hundir û bi me dabû nasîn. Ew camêr -himet û bereket hazir be- ew zat bû: Hecî Mihemed Eliyê Qelşo.
Di pey kêfxweşîdayina hevûdu, Mele Mehmûd; bi awakî taybetî ya xwe, gotin anîbû ser bikêrî an bêkêriya xortên îroyîn û ji cenabê wî halê xortên zemanê xortaniya wî pirsî bû. Li ser xwestina Mele Mehmûd Hecî Mihemed Elî dest pê kiribû û ev serbûriya xwe ji me re gotibû.
Piştî ko Hecî serpêhatiya xwe qedand, Mele Mehmûd got:
— Maşelah û subhan ji Xwedê re. Ew bangeranê qirase yê giran ko meriv pê xanî digerîne li ser pişta te û bi keziyên te ve girêdayî, bi wî halî te ji serbanê xanî xwe avêt û heta newalê bazdayî çûy, gelo qet pê nehisiyayî ko wayê giraniyek li ser pişta te ye, ya jî giraniyek bi serê te ve daleqandî ye? Te qet têdernexist ?
Hecî bişirî û got:
— Camêr tu merivên berê û yên niha dikî yek? Xortên zemanê me bi şipil bûn, jêhatî bûn, bi destekî bangeran radikirin. Yên niha sistopisto ne, zilhimokî ne. Serê sibê hetanî evarê di kuçe û poxangê qesebê de wek hevîrê tirş bi hev de tirş dibin. Di wextê me de ref û nêçîr hebû, kevirê qewetê hebû, topenanê hebû… Ka tebatî bi me diket?
Fikrî xoce bi teqilandin jê pirsî:
— Nêçîrvanekî çawa bûy Hecî?
Hecî pirsa wi li cî nehişt. Bêî dudiliyekê bike bersîv da:
— Elî axa - ev Elî axayê me- nêçîrvanekî bêhempa bû, di wextê xwe de. Em jî gundiyê wî bûn. Hema wextê ko nêçîr hebiya ewê ji bajêr bihata , tevî gundiyê ko bi nêçîrê emel dikirin biçûna nêçîrê. Êh… qoce Elî axa ye… Mêrikê mezin e, bi tena serê xwe diçe derekê? Himin ewê pê re ji maqûl û hakiman çend kes hebin. Dîsa bi wî awayî carekê hat gund. Bi xwe re jî uzbaşî û çend mamûr û efendî anîne. Êvarê li dîwanê gote me: “ Karûbarê me bikin emê sibê herin nêçîrê.” Wele serê sibê ji wî serî de ez jî rabûm, min hespê xwe hazir kir û çûm ber deriyê koşkê. Elî axa û mêvan jî rabûbûn. Piştî ko xurîniya xwe kirin, nêçîrvan bi rê ketin. Êh… nêçîrvan jî bera nêçîrvan bûn; bi tifingên desta herî baş, bi dûrebîn… Xulam tajî berdan û em ketin rê. Ez jî dûredûr li pey wan im. Te dî eyb e ko meriv şerefa mezin û maqûlan û nexasim a mêvanên wisa bişkêne. Wele ji serê siba Xwedê heta piştî esira dereng Elî axa û mêvan û qewta nêçîrvanan; ha ew newal li min ha ew gaz li te, ha ev mit li min ha ev mesîl li te bi gera li pey nêçîrê efter bûn, betilîn. Betilînê jî li wê derê bihêle, li ber xwe jî dikevin. Ewçend nêçîrvanên bi navûdeng ko bê nêçîr bizivirin ser kevaniyan, de dûrî ji Axê rûreşî ye, rûreşiya giran e. Êh… çi bikin? Rebena sihêtiya xwe kirin. Wele tam qewlê xwe dan ko bizivirin gund bi siwarî kişiyam pêş û çûm li ber Elî axa sekinim, min patekî dayê û got: “Ez xulam we dora xwe kir, vêca dora min e. Bi Rebê izetê kim herçî bê nêçîr em îşev nezivirîn bi ser kevaniyan de. “ Elî axa gote min: ‘Kuro lawo te ne tifing e, ne çek û sîlahekî ye, tu yê bi çi nêçîrê bikî?” Min gotê: “Ez xulamê haziran im, Mihemed Eliyê delûdîn im. Ev karê min e, îşê we pê neketiye.” Wele min berê serê hespê xwe li ba xist û da xarê. Di destê min de şivekî heye ko serî digihîje erdê. Wele min şiva xwe rakir û geh li rastê geh li çepê, geh li vê tûmikê geh li wê kemê dixim, bi her daweşandina şiva min re ya cotekî kew hema dibêjin pirr bi hewa dikevin û dikevin erdê ya jî kîroşkekî hildipetike û li ser piştê dikeve. Ko tajî pejn hilanîn dane dû min û nêçîrvan jî dan pey tajiyan. Wele di nava bîskekê de êdî xurcên serpiştê hespên siwaran ji nêçîra min a ji kew û kîroşk û rawiran nehat hilanîn. Êdî min got: “Axa! ji min ew qas, êdî îro ew çend bes e.” Wele em zivirîn gund, zariyan ew şev kêfa gurê pîr kirin.”
Çima ya jî çawa bû nizanim, Mele Hadî hat ber dikanê selav li me kir, me pirsa hevûdu kir. Di pey de ji me re got:
— Çi ye we guhê xwe daye vî Qelşo î kûra vira, ji we re çi virê dike?
Min ji Mele Hadî hez dikir, lê bi rastî ez ji vê gotina wî aciz bûm û min gotê:
— Haşa ew çi behs e? Em ji xwe re suhbet dikin.
Mele Hadî zivirî çû dikana xwe. Hecî Mihemed Elî di ber xwe de got: “Ji periya welî, ji weliya xwelî. Heyf e ko ji yekî mîna Seydayê Mele Huseyn bê îqadekî wekî viya ma.”
Wekî ko masî bi serê nîka masîvanî girtibe, herwisa firseta gotinê ket destê Mele Mehmûd, li me çav kir û jê re got:
— Bi Xwedê kî apê Hecî Mihemed Elî, te dî te û rehmetiyê Seydayê Mele Huseyn we bi hev re hevaltî kiriye. Heta dibêjin ko hûn bi hev re li şerê Qorayê dîtine.
Serî di ber de, Hecî Mihemed Elî li Mele Mehmûd vegerand:
— Ji xwe wayê pê dizanî, êdî ez çi bêjim. Wayê bisilman pê dizanin, Mele!
— Çi şik? Xwedê jê razî. Lê ev efendiyên ha - Mele Mehmûd ez, Ethem û Fikrî xoce nîşanî wî da - pê nizanin. Ko tu li ba wan jî bêjî, hêvî Xwedê belbî îmana wan jî xurt bibe, îqada wan bikeve cî. Tê jî pê xwedanxêr bibî.
Xwedê-jê-razî dilê Mele Mehmûd nehişt serpêhatiya xwe ji me re got:
— Şer bû, şerê bisilmanan û qoce kafirî bû. Zivistan e, sar e, serma ye, gêdûk e: Eskerên bisilman hînî sermaya wisa şedîd nebûne; qalind li xwe dikin nikarin bilibitin, tenik li xwe dikin dikarin bilibitin, lê vêca ji sermayê diqefilin. Eskerê wî kafirî tenik li xwe dike, lê di ber de jî araqê vedixwe pê germ dibe. Êh… ewê eskerê me çawa bi wî kafirî re şer bike? Fîzar-fîzara wan e, meazelah! Wele ez bûm, himet bereket hazir be Seydayê Mele Huseyn û Seydayê Mele Yehya yê Ferhendî bûn, Şêx Evdilqadirê Gêlanî, Şahê Nexşebend, Hezretî Elî, Hemze Pêlewan û li ber cemala navê wî selewat Hezretî Mihemed, wele hema me da pêşiya zariyan, şûr kişand û êrîş bir ser wî kafirî. Her carê ko em li milê rastê şûrê xwe dadiweşînîn bi êlama Xwedê şûrên me çil carî dirêj dibin û pê re çil serî wek kulî dikevin erdê, vêca em li çepê dadiweşînin dîsa şûrên me çil carî li xwe dirêj dibin û pê re çil serî dikevin.
Yekî jê re got:
— Ev yekcar çi bû? Çawa bû. Qey destê wan bi doxîna diya wan ve bû ko li ber we dest ranedikirin?
Mele Sacid nihiçik di teniştê de lê da û got:
— Hecî efendî û kesên dinê xeybane bûn qey ji kafiran ve dihatin xuyankirin Xwedê-jê-razî.
Hecî serê xwe hejand:
— Lê…lê… Lê çawa. Ji xwe eskerê kafir ji eskerê me re digot: “Wele hûn ne tiştek in, lêbelê ji nav we carina refek kevok radibin û bi ser me de tên, ew in ko qira me tînin.
Mele Sacid jê pirsî:
— Êh baş e, Hecî efendî, ev qet çek û sîleh, top û tifingên wî kafirî tunebûn? Ev qet derba wan li we nediketin?
Hecî bi destê rastê riyê xwe yê şînboz î pîroz mizda û bişirî.
— Çawa tunebûn? Wele wek taviya teyrokê berikê top û mîtralyozê wî kafirî dihatin me. Dihatin me lê çawa? Li me diketin, di cilê me de derbas dibûn diketin hundir, di navbera tazî û kirasê me de diman.
Yekî jê pirsî:
— Hûn pê birîndar nedibûn?
Wisa xuya bû ko dilê vî zatê muhterem bi nezaniya me dişewitî. Serê xwe bi bişirîneke nerm ve hejand û got:
— Himm?… Birîndar bûyin? Ciyê berikên top û mîtralyozên wî kafirî di canê me de dibûn wek pelqik. Piştî rojekê du rojan ji berê xwe ve winda dibûn. Lê yê dijwar ne top û mîtralyozên wî kafirî bû, serma û seqem bû. A di wî şerî de rehmetiyê Seydayê Mele Yehya yê Ferhendî serma girt, piştî ji şer vedigere gazî jina xwe dike. Dibêje: “Keçê ka were çend hecama bavêje navmilê min.”Jina wî ya xafil dibêjê: “- Êra li te xêr e, hecamê çi lo? Tu ji malê derneketî, ji ber tifikê neçûyî ber sefikê jî, te di ko de serma girt? Tu ji pesna xeber didî?” Mele Yehya lê îsrar dike. Jinik tê ko hecama lêxe. Çawa destê xwe davêje ko kirasê wî derxe, bi carekê xuşîn bi berikên di navbera kiras û canê wî de dikevin û dirijin erdê. Jinik ko çav bi van berik û çav bi wan pelqikên li ser canê mêrê xwe dikeve, hew xwe radigire, hema ji nav serê xwe dike qîrîn û dibêjê “ ber cemala Mihemed pêxember selewat! Keça min lawo were li hikm û kerametên bavê xwe binihêre.” Ji ber vê xafiliya jina xwe ko kerametên wî lê aşkere bûn Seydayê Mele Yehya negihîşte serê sibê, çû rehmeta Xwedê.”
Ethem jê pirsî:
— Çima qey jina wî nizanibû ko mêrê wê çûye şerê Qorayê?
Hecî Mihemed Elî lê nihêrî û got:
— Xwedê xêr pê kiro, qey karê qenc û weliyan karê zarûka ye? Tu dinihêrî li vê derê bi canûcesedê xwe li ba te ye, lê ew bi kerametê xwe li koşekî dinyayê li derekî dinê ye; ya gemîkî xerq dibe, wê xelas dike, ya tofan rabiye çiye destê xwe dide berê, ya agir bi derekê ketiye li hawarê çûye. Ji qenc û weliyan re ka sekn û sekan heye?
Mele Mehmûd bi wî awayê xwe yê taybetî ya nerm û bawerkir jê pirsî.
— Apê Hecî, gelo ev welî û qencê Xwedê ko hene ma ew jî di ser hev re û di bin hev re dest bi dest in, sinif bi sinif in? Te dî gere meriv ji hikmetê Xwedê xafil nebe. Lê meriv bala xwe didê gava kerametê hinan wek yê Mele Yehya azlû dibin, ew tafilê pê dimirin û yên hin weliyên Xwedê yên wek zatê te -ku tu şik tê tune- azlû dibin, tiştek bi wan nayê. Ev çawa dibe gelo?
— Lê çawa? Xwedê jê razî! Ehlê keramet gişt ne nola hev in. Hin jê hene; ne ew bi xwe zanin û ne ehlî bi wan dizane, lê îla her Xwedê bi wan dizane. Hin hene; ew bi xwe, bi xwe nizanin, lêbelê ehlê dora wan bi wan dizanin û Xwedê bi wan dizane. Desta sisiya; ew bi xwe bi xwe dizanin, Xwedê bi wan dizane, lê xelk bi wan nizane. Gava kerametên van hersê sinifan aşkera dibin, tafilê pê dimirin. Vêca destek dîtir heye ko hem ew bi xwe dizanin, hem xelk bi wan dizane û ji xwe Xwedê jî bi wan her dizane. Gava kerametên ehlê vê desta paşiyê aşkere dibin tiştek bi wan nayê, ji xwe herkes pê dizane.
Mele Mehmûd:
— Dibêm ewê van ên paşî ji merteba herî bilintir bin, ne wisa gelo?
Hecî Mihemed Elî:
— Lê çawa? Xwedê jê razî! Ma şik tê heye?
Mele Mehmûd:
— Ez dibêm tu jî ji van ê han î, ne wisa?
Hecî bi dilxweşî di maneya “erê wisa ye” de bişirî û got:
— Alimê xeybê her îlelah e.
Mele Mehmûd:
— Maşelah û elhemdûlilah! Lê ez li vê ecêbê şaş dimînim, apê Hecî. Zatên mîna te ko wisa ehlê keramet û marîfet in; gelo hikûmat çima ji bona selihandina karûbarê xwe û yê xelkê wezîfê nade we? Ya gelo pê nizane, çi behs e?
— Çawa? Dibe ko hikûmat pê nizanibe, Xwedê jê razî! Heryek ji wan bi wezîfekê wezîfedar e.
— Meqseda min ev bû ko gelo hikûmata me ka wezîfekê, ez çi bêjim mîna xefiyetî an casûsî da te neda te?
— Lê çawa…
— Ev efendî jî ne xerîb in, hevalên me ne. Tu ji kerema xwe re ji me re behsa wezîfa xwe bikî bira ew jî pê bizanin.
— Mele Mehmûdê min î delal, çend sal berê li Bismilê qeymeqam kî qetrehm î zalim hebû. Hikûmatê ew kiriye qeymeqam û şandiye Bismilê, lê hikûmata reben ji ko derê bizanibe ko di dilê wî de kudikên berazan hene. Merivê şîrê xav vexwarî, ew jî dibêje ‘ êdî ez bûme qeymeqam, ka di ser min re kî heye… Kî dikare çi ji min bike…’ Li xelkê bi kêfa dilê xwe tehde û neheqiyê dike. Ji jor de ji min re xeber hat, gotin “çika here binêre ev çi bela wî ye. Xelk çima jê gazin dikin?” Min hespê xwe derxist, teng û bertenga wî lê şidand, xurcika xwe avêt serpiştê û berê xwe da ber bi Bismilê ve. Ez ketim nav çarşiya Bismilê hê piştî nîvro ye, êdî mamûr ji firavînê dizivirin. Carekê min bala xwe dayê ko Qeymeqamê min û te li ber yekî gundiyê ko wî avêtiye erdê; bi dara lê dixe û jê re dibêje “êşekoxlî êşek! Kerê te çima li nav rê rêx kiriye?”. Di nav destûpiyê vî zalimê Qeymeqam de, zarebara vî merivê gundî ye ko rebeno bi tirkî jî nizane da cewaba xwe bide. Bismilî jî ji tirsa vî zalimî; yên ko ketine dikanên xwe, xwe melisandine, yên ko ketine ber riknên serê koşan û xwe veşartine. Wele ez çûm ber Qeymeqam, çik ji hespê peya bûm û bi qamçiyê xwe bi Qeymeqam ketim; ‘ goliko soro te çi xwariye! ‘ Gote min “Ûlan tu zanî ez kî me? Ez qeymeqam im.” Wele min guh nedayê, min ew li erdê di rêxa kerê de gevizand. Mêrikê gundî rabû li riya xwe çû û ez jî çûm hikûmat qûnaxiyê dayira qeymeqam. Bekçiyê ber deriyê oda qeymeqam gote: ”Tu kî yî, çi dixwazî? Qeymeqam efendî hê nehatiye.” Min tehnekê lêxist û ketim hundir û çûm li ser masê rûniştim. Qasek tê bihurî Qeymeqamê min û te sergirêdayî hat ket hundir û çav bi min ket, got: “Ûlan tê hem di nav çarşiya Bismilê de li min xî , irzê min bişkênî û hem jî werî di oda min de li ser masa min rûnêy? Binêre ezê çi bînim serê te.” Min bi hêrs got “parlo! “(*) Tafilê xwe da hev. Min gotê” Ji vê deqîqeyê pê de min tu ji qeymeqamiyê avêtî. Ji niha û pê de tu ne qeymeqam î û ne tiştek î. Siktir be ji ber çavê min here.” Xwe avêt ser destûpiyê min, giriya got: “Eman di bextê te û Xwedê de me, ez piçûk im min cahilî kir, tu mezin î efû bike. Tu min bidî xatirê zarûk û zêçê min.” Min got:”Kerê kurê wî kerî! Gava te li feqîr û hêsîran tehde dikir xweş bû? Zarûk û zêçên te çima wê gavê nedihatin bîra te? Haydê yelah baqalim…”
Wele çendê wî alî li Diyarbekirê bûm, ji min re hin mîx û hacet lazim bûn. Min got ka serîkî li çarşiya îspahiyê jî xim. Min bala xwe dida xerûper tiştûtebayên li ser erebokan, min dit yek gazî min dike: “Mihemed Elî efendî! Mihemed Elî efendî!” Ez lê zivirîm, min ew nenasî. Min gotê: “Xêr be min tu nenasî, tu kî yî?” Stûyê xwe li alîkî xwar kir û gote min: “Malava çawa te ez nenasîm? Ma nayê bîra te? Di filan salê de ez qeymeqamê Bismilê bûm, te ez jê avêtim. Ji bona rizqê zarû û zêçê xwe niha li ber vî desgehî me û bi van hesin û bizmarê zengarî nifqê wan derdixim.” Ez bişirîm û min gotê: “De bixo kero çawan e.… Xwedê dabû te, te nizanibû bixwara. Ma tu nizanî ko pêstûrî ji gayê cot re jî namîne?” Got: “Erê weleh Mihemed Elî efendî ez poşman bûm, lê êdî ji destê min filitî.”
Mele Mehmûd destên xwe di hev de miz dan û bi şîranî gotê:
— Maşelah! Subhan ji wî Xaliqî re! Xwezila çend kesên dîtir jî wekî te hebûna. Lê wayê çawa bûye ko te ji bîra nekiriye? Bi Xwedê kî apê Hecî bi casûsî masûsî qet neçûyî nav dewletên ecnebî?”
— Lê çawa. Hê zemanê rehmetiyê Menderes bû. Rojek Elahûalem çi roj bû nizanim, hatim malê xatiya we got: “ Polêsek hat malê li te pirsî. Got ko Mihemed Elî efendî çi gav were malê bira esehî nesekine bê Qeymeqam efendî bibîne.” Hela! hela! Xwedê xêr ke. Hema ji ber derî zivirîm, çûm qûnaxê, derketim hizûra Qeymeqam, min gotê: “Xêr e? Te ez xwestime?” Qeymeqam efendî rabû piya temena kir, got: “Haşa! Mihemed Elî efendî çi hedê min e. Wele Walî efendî têlefon kir û got: Ecele Mihemed Elî efendî bibînin û bêjinê bira were vê. Êdî çi ye çi nîne pê nizanim.” Êh ji xwe karûbarê riya min kiribûn. Siwar bûm çûm Diyarbekirê. Derketim hizûra Walî efendî, min pate lêxist û got: Kerem ke Walî efendî te xêr ê. Walî efendî rabû temena kir û got: “Mihemed Elî efendî ez nizanim çi ye, çi behs e, lê başwekîl (serekwezîr) Ednan Menderes têlefon kir û got ecele li erd be li esman be gere hun Mihemed Elî efendî bibînin û wî bişînin vê derê. Hertişt hazir e, hema em li hêviya te ne.”
“Min da hişê xwe ko karekî muhîm nîn be Menderes gazî min nake. Serê we neêşînim, ez çûm Enqerê, derketim qûnaxa Menderes, nobedar li ber derî bûn, gotin “dûr!”(**) Ez li wan fetilîm û min got: “parlo!”(*) Wele pate lêxistin. Min derî vekir û ketim hundir ko wayê Menderes li odê wek feqiyê ko dersa xwe mutale bike, berûberê odê diçe û tê. Min patekî jê re lêxist. Ko çav bi min ket, kêfa wî hat, beşera wî xweş bû û got: “Wey Mihemed Elî efendî bi xêr û bi ser çavan re hatî. Misêwa min rêpaniya te dikir.
“— Êh xêr be Başwekîl efendî, te ez heta vê derê anîm. Hêcrana vê çi ye. Ne bê sebeb e.” Rehmetî kûr kûr fikirî û li min vegerî, got: “ Na wele Mihemed Elî efendî ne bê sebeb e. Ji Îngîlistanê pîlanek ji me re lazim e, û ferz î ferz lazim e. Casûsên me yên ko çûn bînin, ya asê bûn nema derkevin ya hatin girtin. Vêca em fikirîn, me got hebe tunebe yê ko bikare me ji vê tengasiyê derxîne bi tenê ewê Mihemed Elî efendî be. ª wele niha em li te tifiqîne.”
“Çi bikim? Biye cil û ketiye mil. Wele rabûm çûm Îngîlistanê, pîlan û tiştinên ko lazim bûn min berhev kirin. Li kuçekî Îngilistanê digeriyam, bala min pêket ko du meriv li dû min in nêzenêz taqîbata min dikin. Ez sekinîm. Min guh dayê ko yek ji yê dinê re dibêje”van vîng vonk.” Yanî tu zanî, ev casûsê tirka ye. Wele min jî necamêrî nekir, li wan zivirîm, min jî got “fîn fan fonk fînk fank?” yanî qey ez nizanim hun jî casûsên ïngîlîz in?” Ew ji pey min vebûn.
“— Ez zivirîm hatim Tirkiyayê, Enqerê. Çûm qûnaxa Menderes, di derencan de hilkişîm hatim ber derî. Nobedar gotin “dûr ûlan!” Min got ûlan bavê we ye, êşekoxlîêşek! Parlo! Wele tafilê xwe dan hevûdu û pate lêxistin. Ez ketim hundir ko Menderes li ser masa xwe rûniştiye û mitale dike. Çawa çav bi min ket, çirçên eniya wî ketin hev û got: “Mihemed Elî efendî malava ka tu hê li van dera yî, hê neçûyî?” Min gotê: “Başwekîlê min ez çûm û hatim.” Wele min rakir ji bin çengê rastê lûlikeke kaxiz, ji bin çengê çepê yeka di, ji milê rastê yek, ji ber milê çepê yeka dîtir, ji ber gora rastê lûlikek, ji ber gora çepê yeka di, ji navrana şal yekê, ji berîkên saqo û şalwar yek bi yek lûlikên kaxiz derxistin, li ser masê li ber Menderes kire lod. Menderes li loda ber xwe û li min nihêrî, lêva xwe hilkir û gote min: “Malava ev çi hal e? Hema te gişt bikira destik û bikira derekê.” Min gotê: “ Ev karê casûsiyê ye, ne yê başwekîltiyê ye. Ne karê zarûka ye, efendî! Bi rê de oxilme moxilme dibin, te dît ko lûlikek qefaltin, qe nebe yên dinê xelas dibin.” Menderes serê xwe rast û çep hejand û got: “ Welahînê Xwedê sed sal bimana min vê fehmê nedikir. Helal be ko tu bera Mihemed Elî efendî yî.” Min gotê: “Baş e, emrê hikûmatê û xizmeta dewletê li ser ser û li ser çavê min. Lê qey timî ewê karê bi vî awayî di stuyê min de bimînin. Ev qeliyan? Ji casûsê dewleta Alî Osman kes nema? Lê sibêroj ko bimirim ewê çawa be?” Rehmetî got:” Qet behs meke. Îro çend roj in ez jî lê difikirim.”
— Qey ne wisa ye? Ka kî vê famê dike?” bi awayê pesindanê Mele Mehmûd got û jê pirsî:
— Gelo qet bi casûsî an wekî dinê, riya te bi nav Ûris neket?”
— Lê çawa… Xwedê jê razî!
— Halê wan çawa bû gelo, miamela wan bi çi awayî bû, tu bi çi karî çûbûy?
— Halê wan? De ka ewê halê wan çawa be? Genim tune, ceh kêm e. Hêsîr dar dihêrin, arê daran li nav arvan dixin, dikin peksîmat û dixwin. Ne ji vî awayî be halê wan baş e. Kafir te dî ji hevûdu re bi aqûbet in. Herwisa ji dînê xwe re jî pir şedîd in. Ez hêsîr bûm di destê wan de. Di herbê de em dîl ketibûn. Wan ez birim bajarekî, qulikek xanî dan min. Karê min ew bû ko rojê carekê herim qereqolê xwe nîşanî wan dim. Rojekî qomsêr gazî min kir, bi awirekî tûj li min nihêrî û gote min:”Tirko! Çavê xwe baş veke, baş guh bide min. Tu tirk î, bisilman î. Tu yê mîna tirkan li xwe ki û tevbigerî û wekî bisilmanan limêj û taeta xwe bikî. Em qebûl nakin ko tu wek erfûedetê me ûrisan bikî, herî dêrê an dev ji dînê xwe berdî werî ser dînê me. Tu li ser dînê xwe û em li ser dînê xwe.”
— Gelo çima nedixwestin ko haşa tu herî ser dînê wan û wek erfûedetê wan bikî?
— Bi fikra wan, hetanî meriv li ser dîn û erfûedetê xwe be, meriv ji wan bi ferqtir e. Meriv bisilman e, li ser dînê xwe ye û ew jî fileh in li ser dînê xwe ne. Meriv û ew tevîhev nabin. Ka pez û gur dikarin tevîhev bibin? Lê gava tu herî ser dînê wan, -ê hestiyê helal heram, yê heram jî helal nabe-, çawa be jî ewê damar bikişîne, tê tiştên wan hîn bibî û bi casûsî neqlî Tirkiyayê bikî. Ew jî vê qebûl nakin.
— Subhanelah çi kafirekî jîr e kur-ro? Tam bi îşê xwe zane. Lê em vê li alîkî bihêlin. Karê dinyayê te dît li dinyayê dimîne. Ji xwe Xwedê xêra te jê hasil dike, înşe-ellah. Lê wekî dinê hin tişt hene ko ne bi destê hikûmat û ehlî ne. Îla bi destê Xwedê, bi îcaza Xwedê jî bi destê we qenc û weliyên Xwedê diselihin. Herwekî em bêjin wek tofanê, agir û şewatê, lehiyê. Te dî Xwedê haşa bi zat û sifetê xwe nayê yan jî em bêjin ko agir bi derekê ketiye û taxek, gundek an bajarek daye ber xwe, ê Xwedê ezze-we-celle bi xwe nayê destê xwe nade berê. Emir dide qencekî xwe, welîkî xwe, ew weliyê Xwedê bi îzna Xwedê destê xwe dide ber wê qisûmatê û ew disekine. Gelo qet tiştekî wisa bi serê te de hat an ne.
Ev pirsa li ser mesela binê kundir bû ko Mele Mehmûd jê dipirsî.
— Mele Mehmûdê min, tiştên ji bona Xwedê di riya Xwedê de ne. Çend sal berê baraneke gurr bariya. Du-sê hefte bi şevûroj, bê çav vekirin, mîna devê meşkê misêwa ev bimbarek dibariya. Li kuça çokek lehî rabûbû, îbadulah nikaribûn ji malê xwe derkevin derva. Êh ji destê evdên xafil jî tiştekî nayê, ewê evdê reben çi bikin, çi di destê wan de heye?
“Şevekê piştî limêja eşayê dereng, xatiya we ket nav ciya û raza. Yê min jî hin mijûlahiyên min hebûn, ez pê bilî bûm. Min ew qedandin, êdî karûbarê nav ciya kir, min nihêrt deriyê me yê derva lêket. Hela! hela!… Vî wextê ha ewê kî be. Şev yek û xerab gelek! Te dî divê meriv hesabê xwe bike. Qotek tifinga min hebû, min ew ji pîncê dîwêr anî û ez çûm pişt derî, min lê deng kir: “kuro tu kî yî?” Dengekî hate min, got “ez im, derî veke.” Hela! hela… ev kî ye. Te dît qenc hene… xerab hene… meriv nizane. Min dengê xwe piçek bilintir kir: “Kuro lawo tu kî yî?” Dîsa got: “Ez im û ez im, derî veke!” Êh şire-şira baranê ya Îlahî wisa gurr e ku; meriv dengê nas jî ji hev dernaxe. Ez aciz bûm, wele min sirma tifingê qelabt û fişek da berê -te dî meriv nizane qenc hene xerab hene, vê şeva Xwedê vê saeta ha… çi zanim- û min gotê:” Kuro lawo ez ji te re dibêjim, tu kî yî? Çi kes î?” Deng vêca bilintir bû û got: “Mihemed Eliyê min lawo tu kor bûyî? Ez im, xerifiyo ez im!” Min derî lê vekir ko himet û bereket her timî hazir be. Xwedê celle-we-celallehû bi zat û sifetê xwe li ber derî ye. Ez kolî dest û piyên wî bûm. Min xwe da alîkî derî, rê dayê ko were hundir û pê re jî min gotê:” Ya Rebî vê şeva ha li te xêr e? Kerem ke were hundir.” Gote min: “Mihemed Eliyê min lawo! çi hundir e, çi hal e? Tu nabînî ko îro serê çend şev û çend rojan e ko esman qelişiye û tê de baran nasekine. Ev kar karê te ye, divê tu herî esman pîne bikî.” Min gotê: “Ya Rebî! Ez rebenê Xwedê û ev karê ha!” Gote min: “Na lawo! Îmkana wî tune ye divê tu bikî.” Min got: “ De ka ez herim şalê xwe li xwe kim, ez tazî me.” Gote min: “Lawo şalê te li te ye.” Min bala xwe dayê subhanellah bera jî şalê min li min e. Lê ez baş pê dizanim ko ez bi tena derpê û kiras hatibûm. Min gotê : “Baş e, herim çakûç û bizmarê xwe bînim.” Gote min:” lawo! Tu çi merivekî bêsebir û xafil î. Li berîkên şalê xwe binihêre.” Min berîkên xwe oxilme kirin, di ya rastê de çakûçê min û di ya çepê de jî mîxên zêrîn.” Min got: “Ez hazir im. Ka ezê çawa herim?” Got:”Tu çi evdekî min î bêsebir î.” Min ha bala xwe dayê ko erd bilind bû û esman nizim bû, erd bilind bû û esman nizim bû, erd bilind bû û esman nizim bû, erd bilind bû weleh hetanî ko esman hat ber fesala destê min. Min bala xwe dayê ko di nîvî de çi qelşekî lêketiye. Min destek avêt keviya qelşê ya rastê, yek jî avêt ya çepê û got: “Ya bi qewet û himeta Xwedê û Resûlê ekrem! Ya Şêx Evdilqadirê Gêlanî û Şahê Nexşebend!” bi hemî hêz û taqeta xwe min herdû kevî kişandin ser hev, bizmarê xwe danî ser, bi çakûçê xwe kuta. Piştî ko min ew baş bizmar û asê kir, karê min qediya. Êdî ji berê xwe ve bi hikmeta Rebê jorîn erd nizim bû û esman bilind bû, erd nizim bû û esman bilind bû, erd nizim bû û esman bilind bû, ha min dît ko ez li ber deriyê malê me. Ketim hundir, min derî çengel kir. Çûm odê, xwe şêlihand, lembê zenûn kir û ketim nav ciyan. Xatiya we ji xewê veciniqî û got:”Wîşşş! Meriv dibê qey tu ji nav teyrokê têy, ev çi halê te ye?” Min gotê: “Herê korê tu bizorê razê! Tê ji ko derê zanibî ko ez ji ko derê têm?”
”Hecî Mihemed Eliyê Qelşo”, ”Mihemed Eliyê Qelşo” weyaxud tikûtenê ”Qelşo”: Min navûdengê vî camêrî zû de, hê ji zemanê zarûtiya xwe bihîstibû. Lê ji min re mîna yekî efsanewî dihat: Wekî mala zalê, Betal Xazî, Herkul an hin kesên dinê. Min nizanibû ko Mihemed Eliyê Qelşo an Hecî Mihemed Eliyê Qelşo hê jî dijî û yek ji endamê civaka me ya wê rojê ye. Loma gava ko ew bi min dan nasîn wekî ko di xewnekê de bim, wisa şaş mam. Wisa şaş mam ku; heta bi bersîva cara pêşiyê îqna nebûm, du car sê car min ji Fikrî Xoce û Mele Mehmûd pirsî da ev camêr ew Qelşo ye.
Zilamekî bi bejna xwe ne kurt û ne jî dirêj bû. Di seriya şêst salî de bû. Bi canê xwe genimgûniyê girtî bû. Riyekî şînboz î fereh lê hebû. Destên wî fereh û gir bûn; xuya bû destên kar û xebatê ne. Şewqeke ji wanê Dawid Nêrgiz malê Diyarbekirê li serî, saqokî lacîwerdê bi ser xêzên spî yê qaçax û şalwarekî reş lêbû. Karê wî hostatî bû: Hostayê xanî lêkirinê, yê aş danîn û niqarkirinê, yê haletê cot û xeratiyê bû. Hostayên bi vî awayî li gundê xwe timî kar nabînin; seyar in, li ko derê kar hebe çendekî ji mala xwe bi dûr dikevin, li ciyê kar-lê-heyî dixebitin, di pey xelasiya karê xwe de dizivirin mala xwe.
Xêrnexwaz û çavnebar gelek in. Bebextî bi hecîtiya wî de jî anîbûn. Dibêjin ko du sê roj berî hecîkî ji gundê wî ji Hecê bizivire mala xwe, Hecî Mihemed Elî tesadufen li Diyarbekirê, li otêla Çelîk Palasê ye. Qeflekî hecî berî yê gundiyê wî ko hatine, ew jî li wê otêlê ne. Hecî Mihemed Elî pirsa wan dike, li halê rêwîtiya wan û yê tengasî û zehmetiyên wan ên li Hecê dike. Di pey de pirsa gundiyê xwe yê ko çiye Hecê dike. Ew jî dibêjin: “ Wele elhemdûlîlah ji aliyê sihetê ve baş e, li heyatê ye. Lê tiştê ko heye li ser Girê Erefayê cizdanê wî yê pera jê dizîn. Rebenê Xwedê yê bêçare kir qareqar û hawar. Êdî misilmanên dorhêlê xêra xwe jê re destmal vekirin pere berhev kirin.” Ew jî dotira rojê ji Diyarbekirê berê xwe dide malê, tê gundê xwe. Yên selavê lê dikin an pirsa wî dikin, bi wan de dixeyide, dibêje:”Heyla fasiq û zindîqno! Ez ji mala Xwedê, ji Heca şerîf têm û wek hecîkî hûn nayên seredana min.” Gundî êdî naçar bawer dikin, diçin seredanê. Ew jî teberikên mîna tizbî, xelek û hwd ko ji Diyarbekirê kiriye û bi xwe re aniye li wan belav dike. Du-sê roj şûn de, heciyê gundiyê wî tê. Gundî diçin seredana wî jî û dibêjin: “Wele elhemdûlîlah wayê tu jî û Hecî Mihemed Elî jî hûn bi saxî û bi selametî vegerîn, ji gundê me îsal du hecî derketin.” Heciyê dinê dipirse” Hecî Mihemed Elî kî ye, hûn behsa kîjan Mihemed Ellî yî dikin?” Jê re dibêjin: “ Hecî Mihemed Elî lo! Yanî Mihemed Eliyê Qelşo.” Mêrik hêrs dibe, xwe hiltîne li erdê dixe. Dibêje: “Hişk û ji binî derew e. Qelşo nehatiye Hecê.” Ev gotina wî tê bi guhê Hecî Mihemed Elî dikeve. Êvarê tam wextê ko gundî li mala heciyê dinê ne, Hecî Mihemed Elî radibe diçe seredana wî. Piştî kêfxweşî dana hev, Hecî Mihemed Elî di nav civatê de dibêjê: “ Heciyê delal! Hec ew e ko meriv diçe mala Xwedê li gunehê xwe poşman dibe, li ber destê Xwedê û pêxember tobe dike ko êdî derewan neke, bêbextiyê neke, heqê xelkê nexwe, neûzû bîllah tiştê heram neke û heqê camêran jî înkar neke. Newisa Hecî?” Hecîyê dinê dibêje:”Belê, sedeq amentûbilah! wisan e.” Hecî Mihemed Elî dibêje:”Ku wisa be, herê agir bi malê keto tu çima xwe ji Xwedê dikî û dibêjî ‘Mihemed Elî derewan dike, nehatiye Hecê?” Heciyê dinê dibêje; “Ez qet jî xwe ji Xwedê nakim, tu nehatî Hecê û li wan deran jî çavê min bi te neketiye.” Hecî Mihemed Elî li wî û gundiyên li civatê dizivire, dibêje:
— Li ser Girê Erefê, serê sibê berî ko birêkevin herin şeytan biricimînin, te ji nava serê xwe nekir qîrîn û negot “hawar e! gidyano hawar e perê min dizîn!” Gundî vediciniqin û Heciyê dinê jî li hevûdu soromoro dibe û dibêjê:
— Tu ji ko ve zanî?
Gundî şaş dibin li wan dinêrin. Lewra Heciyê dinê ji wan re behsa her tiştî kiriye, lê behsa vî tiştî qet nekiriye ko em bêjin Mihemed Elî ji wan bihîstibe.
Hecî Mihemed Elî:
— Êh Hecîko! Em herçî hecacên Silîva, Bismil, Hezro û Batmanê me xêra xwe destmal venekir -Xwedao tu ji xêrê dernexî!- û ji te re pere berhev nekir?
Heciyê me yê dinê bêtir şaş dibe û bi awakî şeqizî û berxweketî dipirse:
— Êra tu ji ko zanî û êra bi xatirê Xwedê tu ji ko pê dizanî?
Hecî Mihemed Elî bi ser gundiyê xwe yê bextreş de diçe:
— Ez hê jî bêjim?
Bersîv ji Hecî û deng jî ji gundiyan dernakeve. Rastî û heqiya çûna Hecî Mihemed Elî ya Hecê ji aliyê ometa Mihemed ve tê pejirandin.
Demek kurt di pey hevdîtina me ya wê rojê de ji Silîva çûm. Di dawiya tîrmeha 1967 an de zivirim. Mele Mehmûd êdî li ber dikanê nîn bû. Niha di karekî dîtir de bû. Me hevûdu dît, pirsa hevûdu kir û li hal û ehwalê dinyayê pirsî. Mele Mehmûd ji min re got:
— Lê! Malaminê! Hecî Mihemed Elî wefat kir.
— Kîjan Hecî Mihemed Elî, gidî?
— Hecî Mihemed Eliyê Qelşo.
— Na lo! Çawa? Bi çi awayî?
Mele Mehmûd:
— Di wan rojên nebixêr yên şerê Îsraîl û ereban de bû. Ez li ber Tekelê rastî wî hatim, min pirsa wî kir. Nexweş bû, bêkêf bû. Dinaliya. Min jê re got “Bi Xwedê kî apê Hecî ev cihuyê Îsraîl tovê Îslamê brand, erebên ometa Mihemed qelandin. Gelo hûn qenc û welî çima li hawara birayên me yên ereb naçin?” Gote min:” Em çawa naçin? Wele em diçin lê ji destê me hew tê. Şevtira dinê ez bûm, Hezretî Mihemed bû, Hezretî Elî şêrê Xwedê bû, Şêx Evdilqadirê Gêlanî bû, Şahê Nexşebend bû; em çûn ko herin li hawara ometê. Me gava ji dûrî ve bala xwe didayê; bisilman û kafir ji hevûdu kifş bûn, erê evên ha bisilman û yên dinê cihû ne. Lê gava me êrîş dikir û em diçûn bi ser de hema gişt mîna hev xuyan dikirin. Me serî dibirîñ, ji dil xwe ve ko neyarê ometa Mihemed in, cihû ne; piştî ko em ji şer fereh dikişîn û dinihêrt malikê tu xera bî ko kuştiyên ji destê me gişt ereb in. Êdî kafir û bisilman tevlîhev bûne, di navberê de ferqek nemaye. Me kir û nekir heta fecra sibê me tiştekî havil nekir û em vegerîn. A tu dibînî ji wê şevê de ye min serma girtiye, wê sermaya pîs a çola Erebistanê ye û bi Xwedê ez dizanim ko filitandina min jî jê tune.” Min gotê “Na û devê xwe li xêrê veke, apê Hecî!” Gote min “Na! na! Birîndar bi birîna xwe dizane.”
“Di pey de çendekî derbas bû, rojekê meleyê camiya Tekelê selatan da û di pey de wefata wî ragihand. Ez çûm hawariyê. Min li hal û hewalê mirina wî pirsî. Ew roja ko ewê tê de bimire, dibejê gazî mele bikin. Gazî melê taxê dikin. Rehmetî dibêjê: Dest pê ke bi ser min de Yasînê bixwîne.” Mele du dewr Yasîn pê de dixwîne. Di dewra sisiya de tê heta nivî, rehmetî jê re dibêje “ mele bes e!” û pê re ber bi esman dinêre û dibêje”de were! de were emanetê xwe bistîne! De haydê were li hêviya çi yî?” û pê re jî çavê xwe li ronahiya dinyayê digire. Ev bi xwe gotina maliyên wî ne.”
Ez berdiketim. Mele Mehmûd berdiket. Lê Niyazî hosta bêtir berdiket. Ji herkesî bêtir berdiket û digot:
“— Rehmetî weliyekî xas bû. Bi welîtî û van hikmet û kerametên xwe yên ko ji me re digot ji tu weliyekî ko em dinasin kêmtir nîn bû. Lê heyf û mixabin ko ne yekî ereb bû. Heyfa wî ko umî bû, bi erebî nexwendibû an bi erebî nizanibû. Ko ereb bûna; ewê van serpêhatiyên wî bi erebî binivisandina, bikirina kitêb û ko hema kitêb bigota: ‘Qale Mihemed Elî -qedeselahû sirrehul ezîm- ‘ û van tiştê wî vegotina, we dê bidîta êdî ji xwe re. Heyf! Heyf û mixabin!”
Hecîkî hebû. Hecî Mihemed Elîkî hebû. Hecî Mihemed Eliyê Qelşo (radiyelahû teala enhû).
(*) parlo: parola, parole
(**) dûr (dur: bi tirkî): raweste, bisekine.
-------------------------
© Nivîskar, Nûdem û Nefel »Bixwîne |
 |  |  |
 |  | |
 |