KULTURMAGAZÎN |
 |
 |
 |
» Kitêba nû ya Seîd Veroj |
|
DIYARBEKIR, 7/6 2017 — Mewlanzade Rifat; xwedîyê îmtiyaz û midurmesûlê rojnameya Serbestî bû. Ew kesayetekî namdar û têkoşerekî aktîf ê milletê kurd bû; bi xebat û nasnameya xwe ya rojnamevanî, nivîskarî, sîyasetmedarî û dîplomatî tête nasîn. Mewlanzade Rifat, kurê Abdurrehman Nacîm e û di sala 1869an de li Stenbolê ji dayik bûye. »Bixwîne |
 |  |  |
 |
 |
» Nobela Bob Dylan şêniyê qaxizmanê di nav dilşahiyê de hîşt / (Bob Dylan'ın Nobel'i Kağızman'ı Sevince Boğdu, Birgün,14/10 2016) |
|
SWÊD, 2/12 2016 — Akademiya Swêdê di roja 13/10 2016an de biryara xwe eşkere kir û xelata Nobelê ya edebîyatê ya sala 2016an da muzîsyen, dengbêj û nivîskarê tekstên stranan Bob Dylan. Piştî ko Bob Dylan îsal xelata Nobelê ya edebîyayê wergirt, li Tirkiyê di hin rojnameyan û medyaya civakî de bi xeletî hat nivîsîn ko Bob Dylan “ji aliyê bavê de” ji malbateke cihûyên Qaxizmanê ye.[1]
Bob Dylan berî deh salan di bîranînên xwe de gotibû ko aliyê pîrka wî (dayîka dayîka wî) ji bajarokê Qaxizmanê tê, ew bajarokê ko sala 1955an ez lê hatime dinyayê. Dema Bob Dylan di sala 2004an de dîyar kir ko koka pîrka wî ji aliyê Qaxizmanê tê, wek kesekî qaxizmanî bi rastî ez gelek kêfxweş bûm. Min ew wek hemwelatiyê xwe hisiband. Ser vê mijarê berî deh salan nivîseke min bi kurdî hat weşandin.[2]
Eynî nivîs bi formekî firehkirî vê carê di kovareke tirkî de derket.[3] Kurdîya nivîsê di sala 2008an de beşeke pirtûka min a bi navê Ronahîya Dîrokê jî pêk anî.[4] Danasîneke vê pirtûkê bala xwendevanan kişande ser Bob Dylan.[5] Navê Bob Dylan sala 2012an dîroka bajarokê Qaxizmanê xemiland. [6] Herwiha di eynî salê de bû mijara gotareke ko di sempozyoma Qaxizmanê de hate pêşkêş kirin.[7]
Belê Bob Dylan ji sala 2004 heta sala 2016an her bala min kişand. Min ew wek cihuyekî ji Kurdistanê ko aliyê pîrika xwe de digihêje Qaxizmanê da nasandin. Îsal (2016) dema min bîhist ko Bob Dylan xelata Noberê ya edebîyatê wergirt ez vê carê zêdetir kêfxweş bûm.
Dayîna xelata Nobelê ya edebîyatê di çapemeniya cîhanê de bû mijara minaqeşeyan, di derbarê vê mijarê gelek dîtin, raman û nivîs hatin belav kirin.[8] Bob Dylan zêdetir bi muzîkê û dengê xwe hatiye nasîn. Deng û tekst wek du peyvên hevalcêwî dikarin bên hesibandin. Peyv dibin nivîs û tekst, dengbêj jî dikarin bibin nivîskar yan jî, “stran-nivîskar”.
Akademîya Swêdê bi dayîna vê xelatê mirov dikare bêje ko wate û warê edebîyatê fireh kir û ev babet kir mijara minaqeşeyê. Rexnevan û edebîyatnasan dest bi bikaranîna têgihên nû kir: “helbestvanê stranan” (vislyriker) û “helbestvanê guh” (örats poet) û “sjungande ordet” (peyva ko distrê). Êdî em zanin ko ne tenê çav, guh jî dikarin bixwînin!
Sekretera Akademiya Swêdê ya daîmî Sara Daniusê di gotareke xwe de bala çapemeniyê kişand ser helbestvana jin Sappoyê ko berî du hezar salan jîyaye, helbest gotine bi armanca em wan guhdar bikin. Helbestên wê heta rojên me hatine, derbasî ser kaxezan bûne. Berhemên kevn bi navê Edda/Eddan li welatên bakur roleke wiha edebî lîstine. Peyva Edda li Îslandê navê jinan û navê kovareke edebîyatê ya welatên bakur e. Em dibînin edebîyat qalibê xwe diqelêşe, diguhirîne! Akademîya Swêdê ev xelat da wan tekstên bi hezaran stranên ko Bob Dylan di nav van 50 salên dawî de gotine/nivîsîne. Angorî Akademiya Swêdê mûzîkvan Dylan îfadeyên nû yên helbestane di kevneşopiya stranan de peyde kiriye, bûye efsaneyeke zêndî û jîndar. Em îro wî êdî wek nivîskarê textên stranan nas dikin.
» Nivîseke bi navê ”Bob Dylan-Dengbêjê emerîkayî” (Dagen Nyheter, 26/ 1 1965)
Beşa kurdî ya Radyoya Swêdê bi minasebeta xelata Nobelê ya edebîyatê di derbarê Bob Dylan û Qaxizmana ko dapîrên Bob Dylan berî sedsalan jê hatibûn digel min hevpeyvînek kir.[9] Di vê hevpeyvînê de min bi kurtî qala pirçandî, pirzimanî û piroldariya Serhedê û rewşa cihûyên vê herêmê kir. Min hinekî jî qala Bob Dylan çima hêjayî vê xelatê bû kir. Min Bob Dyan şibande dengbêj û nivîskarên kurd ên wek Evdalê Zeynikê û Feqiyê Teyran ko zêdetir wek du temsîlkarên edebîyata devkî (zargotin) hatine nasîn.
Gotina stranan bêyî enstruman (a cappella) yanî dengbêjî kevneşopiyeke gelek kevn e ko koka wê diçe û digihêje berî sed salan. Dema mirov van herdu warên edebîyatê dide ber hev û bi çavekî dîrokî analîz dike mirov dibîne ko di koka edebîyatê de hertim peyv, gotin heye, deng, ses û seda heye! Sînorên mûzîk û edebîyatê her diçin zirav û tenik dibin. Bi kurtî mirov nikare herdu warên hunerê ji hev cida bike. Her stranek di eslê xwe de helbestek e! Dema mirov dêvla helbestvaniyê lîrîkê bi kar tîne gelek caran mirov ji bîr dike yan jî nizane ko koka peyva lîrîkê ji gotina lîr (hacet, înstrumenteke muzîkê) tê.
Rojnameya Swêdê ya here mezin Dagens Nyheterê hê sala 1965an, berî 50 salan dema Dylan hatibû Swêdê, ew wek “Dengbêjê Emerîkayê” (Den amerikanske trubaduren) bi nav kiriye.[10] Piştî 50 salan rojnamevana swêdî Bitte Hammargren di nivîseke xwe de dema Bob Dylan û dengbêjên kurd dide ber hev wan wek hev dibîne.[11] Eynî xanimê berî salekê jî bala xwendevanên swêdî bi nivîseke dirêj kişand ser hunera dengbêjiya kurd. Di vê nivîsê de Bitte Hammargren dîyar dike ko dengbêjên kurd ziman û çanda kurdî jîndar hîştine/kirine, heta niha wan hebûna van stûnên neteweyî bi deng, nefes, bîn û qirika her parastine.[12]
» Ji malpera Radyoya Swêdê: “Rohat Alakom hunermend Bob Dylan dişibîne dengbêjên Kurdistanê” (Wêne: Rogelio Solis)
Piştî wergirtina xelata Nobelê ya edebîyatê ya sala 2016an, Bob Dylan di ber dilê min de her ko çû şirîntir bû. Paşnavê Bob Dylan tavilê gotina kurdî dîlanê (eşq, şahî, dilşahî, dewet) tîne bîra min, peyva dîlan û paşnava Dylan gazî hev dikin. Di hunera Bob Dylan de mijara ko derketiye pêş mirov dikare bêje ko dîlan û govenda peyvan, gotinan e.
Bi kurtî mînaka Bob Dylan ji me re pencereyeke nû vekir, pencere û neynikeke ko her folklorhez, stranhez û dengbêjên kurd dikarin xwe tê de bibînin. Piştî dîyarkirina xelata Nobelê ya edebîyatê demekê deng ji Bob Dylan derneket. Dylan çapemenî û medya cîhanê matmayî û ecêbmayî hîşt. Gelek tişt hatin gotin. Tiştekî ew zane sedî sed heye, lê belê em nizanin! Ji ber vê rastiyê heqê me tune ye ko gazin û loman li Bob Dylan bikin. Paşê deng jê derket. Ji ber dayîna xelata Nobelê ya edebîyatê şabûna xwe dîyar kir û got ko ew dê hewl bide bê Stockholmê û xelata xwe werbigre. Hatiye hatiye, nehatiye jî kurdan negotî bila canê wî sax be.
Bêguman Bob Dylan ji xelata Nobelê jî mezintir e. Dema min roja 15/11 2016an xwest bi saya motora lêgerînê, motora navdar google de fêr bibim ka Bob Dylan çiqaş li cîhanê navdar e, di nav sanîyekê de li ser ekrana komputura min nêzî 53 600 000 encaman xuya kir. Belkî hin xwendevan reqeman tevlihev bikin, ez vê reqema dirêj divê bi gotin jî lir vir binivîsim: Pêncîûsê mîlyon. Min bi çavên xwe bawer nekir, careke din dîsa min gogiland, min nihêrî dîsa eynî encam derkete pêşberî min. Belê encam gîhiştibûn bilindahiyeke ber teqînê!
Wisa xuya dibe ko navê Bob Dylan wê ji vir şunda zêdetir bên gogilandin. Hêvî dikim ko bi saya vê nivîsê zimanê kurdî peyva gogilandin jî têxe nav tûrik û xezîna peyvên xwe. Çima na? Wek mînak peyva gogilandin wek lêker (verb) ji zû de bi forma "googla" ketiye zimanê swêdî û di dawiyê de Desteya Zimên (Språknämnden) ev peyv di sala 2003an de xist nav ferhenga peyvên nû.
***
Têbînî:
[1] Muammer Elveren, Edebiyat Nobel’i Müzisyen Dylan’a, Hürriyet, 13/10 2016.
[2] Rohat Alakom, Dapîra Bob Dylan ji cihûyên Kurdistanê ye,
http://www.nefel.com/articles/article_detail.asp?RubricNr=2&ArticleNr=30 (4/7 2005)
[3] Rohat Alakom, Kağızman ve Bob Dylan’ın Öyküsü, Toplumsal Tarih, nr 142/2005.
[4] Rohat Alakom, Ronahîya Dîrokê, Aran, 2008, rûp.311-315.
[5] Mîrhem Yîgît, Rohat Alakom û Bob Dylan, Özgür Politika,7/8 2010.
[6] Rohat Alakom, Kağızman: Kars’ın Tadı Tuzu, 2012, Weşana Şaredariya Qaxizmanê, rûp.225.
[7] Kağızman Sempozyumu, 2012, rûp. 295-297.
[8] Jeper Olsson, Visor som ger röst åt det litterära Amerika, Svenska Dagbladet, 14/10 2016.
[9] “Damareke Bob Dylan a Kurdistanî heye!”, Radyoya Swêdê (13/10 2016)
http://sverigesradio.se/sida/artikel.aspx?programid=2200&artikel=6540991
[10] Bob Dylan-Den Amerikaske Trubaduren, Dagen Nyheter, 26/ 1 1965.
[11] Bitte Hammmargren, Om Bob Dylan, barderna och Nobelpriset
http://bittehammargren.com/news-bedford/2016/10/14/bob-dylan-och-kurdiska-barder (1/10 2016)
[12] Bitte Hammmargren, Kurdiska barder höll språket vid liv, Svenska Dagbladet, 28/ 2015. »Bixwîne |
 |  |  |
 |
HEWLÊR, 28/10 2015 — Sihûyekê vê mehê roja şemiyê kanaleka nû li kanalên televîzyonên Kurdistanê zêde dibe. Kurdistan24 yan jî bi kurteka xwe K24 dê wekî kanaleka xeberî, siyasî û kulturî rengê xwe bide medyaya dîtbar û bihîstbar ya kurdî.
Ev zêdetirî salekê ye ko xebat ji bo avakirina K24-ê têt kirin û mîkrofonên wê di pereskonferansan de diyar dibin. Ji 31-ê vê mehê û pê ve temaşevanên kurd dê li ser ekranên televîzyonên xwe jî K24-ê bibînin.
Ji aliyê pîşeyî ve hemî kanalên televîzyonan bivêt û nevêt rikeberên hevdu ne û ev rikeberî jî bi xwe re pêşketinê tîne. Ji aliyê siyasî ve K24 û Rûdaw hevdu-temamkerên heman rêbaza kurdî ya neteweyî ne. Divêt temaşevanên kurd guhê xwe nedin gotgotên li kolaneyan û van herdu kanalan ji aliyê siyasî ve bi ti rengî wekî rikeberên hevdu nebînin.
Studyoya merkezî ya K24-ê li Hewlêrê ye û bûroyên wê li Diyarbekir, Stenbol, Enqere, Silêmanî, Elmanya, Washington û cihên dî hene. Slogana esasî ya kanalê "me bibîne, xwe bibîne" ye.
K24 dê weşana xwe ya HD û SD li ser Nilesat û Turksatê bike. Weşana SD jî dê li ser Hotbirdê, Eutelsat, Galaxy û hinek satelîtên dî hebe. »Bixwîne |
 |  |  |
 |  |
 | » Sûrha Diyarbekirê bû mîrasê cîhanê |
BON, 5/7 2015 — Unsecoyê di civîna xwe ya sihûnehê de li Elmanyayê biryar da ko sûrha Diyarbekirê û baxçeyên Hewselê bikevin nêv lîsteya "Mîrasê Kulturî yê Cîhanê" de.
Nûnerê Tirkiyeyê yê li Unsecoyê ambasador H. Avni Botsali di civînê de behsa qîmetê tarîxî yê bajarê Diyarbekirê û sûrha wê kir û got ew dê bi çavdêriyeka sexbîr sûrha Diyarbekirê û baxçeyên Hewselê biparêzin.
Seroka belediyeya Diyarbekirê Gultan Kişanak û hevserokê wê Firat Anli jî beşdarî civîna Unescoyê ya ko 28-ê hezîranê destpê kir bûn.
Dirêjahiya sûrha Diyarbekirê 5 700 metre ye û bilindahiya wê jî 12 metre ne. Baxçeyên Hewselê 700 hektar in. »Bixwîne |
 |  |  |
 |
» Biyanî ji serdestiya jinên kurd hez dikin |
|
STOCKHOLM, 13/5 2015 — Weşanxaneyeka farisî îsal kitêba Rohat Alakom "Di folklora kurdî de serdestiyeke jinan" bi wergera farisî li Îranê çap kir. Ev kitêb berê jî bi wergera erebî li Abu Dabiyê derketiye.
Weşanxaneya Emû Elewî îsal bi wergera Ebdullah Arxa kitêba lêkolînerê kurd Rohat Alakom "Di folklora kurdî de serdestiyeke jinan" bi zimanê farişî weşand.
Sala 2011-ê weşanxaneya Kelîme ya erebî heman kitêb bi wergera Xelat Ehmedê û bi zimanê erebî li Abu Dabiyê weşand.
Ev kitêba Rohat Alakom cara pêşiyê ji aliyê weşanxaneya Nûdemê ve li Swêdê hat çap kirin û paşê weşanxaneya Avestayê li Stenbolê çap kir. Heman kitêb di sîteya Nefelê de jî wekî ePirtûk hatiye weşandin. »Bixwîne |
 |  |  |
 |
 |
» Nûra Şane bi mîzaha xwe ya şahane |
|
STENBOLISTAN, 13/3 2015 — Serdozgerê dewleta Tirkistanê ji bo nav û bernameya PAKê îxtarname da mîr û gizîrên wê, ji ber ko "kurd", "Kurdistan" û "kurdî" nîşanên "nijadperestiyê" ango"irkçiligê" ne. Di sedsala 21an de ji aliyê demokratîka cîhanê de Tirkistan wekî nimûneyeke xudayî ye.
Di nav sînorê wê dewletê de ne tenê mafên mirovan yên hemû ajal, mêş û mor û heywanetên hûrik tên parastin, li wê dewletê ticaran misqalek jî heq nayên îhmal kirin.
Wek di kulîsan de tê gotin komeleya DDKD ko di salên 70î de mohra xwe li dîroka kurdan xistibû piştî belavbûnê her endamekî wê ko her ro li qehwexaneyên deverên cîhanê pişt guh dihekandin, rojekê ji rojan berev bûn û gotin: ''Heta kengê çaya qaçax û listîkên kaxizan!''
Jixwe xalê xecî jî xwe berdaye, hema fehş bûye, ji welat belaş çayê tîne û li vir nav serê me dixe! Ligel dendikên gulan û ava sûsê heytûhot û heysûbeysa civatê destpê kiriye û her ko çûye gurr û kûr bûye. Piştî wê xirûcirrê jî partiyek topikî ya liserxwe çêbûye. Ji bo ko li ser navê xwe jî mezin bibe sê caran pif kirine guhan: PAK, PAK, PAK!
Li ser wê biryara dahiyane (!) me sewciyê dewleta tirk Hesen qefalt û bi hûrgilî çend pirs jê kirin. Hesen dibêje:
— Ji min re dibên Hesoyê Gomê, bi eslê xwe yê dûr ji eşîra kurdên tirşikçî me, ez di hêla xwe de birîncî me loma çar salan berê bi destê serokkomar Evdila Gul hatim ser wê wezîfê, dinya alem bi min zane, ez ticaran biryareke şaş nadim. Ez nimûneyekî bêjim mesela di dehwa Xirant Dînk de herkesî got Dînk mesûm e, guneh e û filan û bêvan lê ez kurê bavê xwe me, qey guh didim wan, vêca filleyek çawa dikare bêsûc be, ew tişteke nebereqil e. Ko min wekî wan bikira dê hestiyên kalikên min biriziyana, ser de bi wan hestiyên rizî re lotikên kerbê bavêtina hundirê gorê de. Min çi kir? Ma înyad, înyad e! û tenê ênta filleyan tuneye, jixwe hûn zanin yasayên me wek seradê ne, ma qey qulik tune ko valahiyekê bibînim torê li ser bigerînim.
Wek min got ez kurê felekê me, ew madeyên yasayê min di devê xwe de birin û anîn û di wê dehwê de Dînkê rehmetî sucdar derxist. Bi vê serketina xwe ve qey bala beraz Erdoxan kişandime loma ez liyaqê wî meqamî dîtim.
Ez di her karê xwe da pê dişêwirim. Wexta dosyaya ''PAK'' ket destê min de, bi lez çûm ba wî, bi dîtina dosyayê re çav lê reqisîn, serxoş bû. Xwedê şahîd e te digot qey surehîkî dewê cemidî fondîp kiriye, wellehî ji xwe ve çû, destê xwe li masê xist di nav wê gurmîniyê da qêrî:
— Heyttttt! Edî zirtewezîrê dinyayê ez im oxlim, ez! Ûlan Obama ka were mêro bibîne!
Dû ra wek dînan di ber xwe de gotin li ser gotinan got û hew mabû min jî bi cinan bêxe. Min got:
— Ez heyran, ez bextê te me! wer neke, çi bi te hat? Ji nişkave xwe avêt stoyê min û di nav milçe milçê de got: "Efferim ji te re kurê kerê, Efferim ji te re." Heta ji min hat min ew ji ser xwe dehfand, bi Xwedê wekî min namûsa xwe ji nav lepên dujmin filitandibû wisa bêhna min derket û wisa xoşhal bûm.
Lê na welle carekî eyarên wî sist bibûn û bêrawestiyan fort dikirin û digot:
— Qaşo êdî ev hilbijartinên li vir hewiya min naynin û gereke êdî partiya ''AKê'' wek agir berdim dinyayê, pêşiyê li pakîstanê ''PAK'' dû ra li Iraqê ''IAK'', li Sûrî ''SAK'', li Fasê ''FAK''. Qederekî sekînî, li pozê qondera xwe nihêrî, serî xwe hejand û dîsa ber xwe de xeber da û got na loo! Xweliya wan deran pirr e, baştir e ez beraliyî xwe bidim Ewropa, qe nebe qondere min ê toz negire! Dû re dom kir bila ''SAK'' a li Swêdê be, ''IAK'' a li Ingiltere, ''FAK'' a li Frensa û bira ''PAK'' jî li portekîzê be!
Baş e, di vê navberê da xatûnika Emîne ket hundir, wexta peyayê xwe wisa sermest dît madê xwe tirş kir û bi dengekî xeydokî got:
— Hesocim, ka bêje berî min canîka meymûnok Merkel li vir odeyê bû?
Bi awayeke metelmayî min lê zivirand:
— Na xanimokê, min ew dosya anî lê wexta çavê zirtewezîrê me pê ket wek êmîşê kal ma!
Gotina min bi qêrîniya xanimokê hat birrîn, ji nişkave dosya ji destê min girt bi awayekî nazdarkî ji min pirsî:
— Ayy!! Hesocim ew çi amblemek xweş e, mêze çiqas bi rengê şalpa min hat, pembeya pîvazî, ew çi ye? Eman çi be jî êdî ew a min e.
Min got ew partiyek e xanimokê!
Wê got:
— Oxx, de bila vêca Hayrûnnîsa bihese, biheside û di xwe de biteqe!
Dengek hat – Dayîşko, kê biteqe? – Li paş xwe nihêrtim, min dît ko canîka Sûmeyye, li dosyaya destê min dinêre, got:
— Ohh aman, ew çi ye? Kî komployan li dijî bavê min çêdike?
— Komploya çi, halê çi canîkê ew partiyeke nû ye!
— Hey Heso! Ma min belesebeb li Îngiltere xwend? Ez di cîda komployan fêmdikim, ez di dersa krîmînal de bîrîncî bûm, a rastî dêlika Ashley bîrîncî bû, neyse ji min xweşiktir bû loma zêde puan didanê an na tu jî zanî ez cewrika bavê xwe me!
— Wisa ye xwişkokê, lê te komplo ji kû derxist?
— Heso ma tu çi saf î gidî, navê partiyê nabînî?
— Dibînim canîkom.
— Ma tu derc nakî ew çi komployeke mezin e, yên ev partî derxistine profîla voter yanî hilbijêrên me têra xwe nas dikim.
— Ango çi canîkê?
— Ahh!! Min ewqa li ber xwe da, ji babîşkoyê xwe re got dewsa Hesoyê bomik min bike serdozger, lê ka aqil? Ango Mr. Heso navê partiyê çi ye? ''PAK''. Navê împaratoriya me çi ye? ''AK''. Wexta tebayiya me di pusulaya dengan de wan herdu partiyan bibînin dê çawa wan ji hev derxin? Ma ev mumkin e? Yanî ko bêje herfek jê zêde ye ka em mohra xwe li vir xin, belkî êdî kîloyek zêde komir bidin me! Vê çaxê emê çi xweliyê li serê xwe kin?
"Qurbana aqilê keça xwe bim" xanimoka Emîneyê got. Serûçav lê ricîfî bûn, bi kelacanê ji min pirsî:
— Heso, Hesocim! Gelo bi zîncîra seadetê em nikarin PAKê bikin AK?
Û serdozger Hesen dibêje ji ber wan pirsigirêkan encama biryarê bi bîst û çar rojan derengî hat diyar kirin lê dîsa nakokî çêbû, zirtewezîrê me poşman bû, êdî min biryara xwe dabû lê wek min got carekî çav berda partiyê loma piştî biryarê ji bo ko yasa bêt guhertin emir da serokwezîr Davutoxlu ko bi lez û bez pêşniyarekê bide meclîsî da êdî bi ti sedemekî ti partiyek jî neyêt girtin.
Xwendavanên hêja me got partiyek bi navê "Kurdistanê" bêt avakirin û em, li ser nêrînên serok Berzanî nesekinin? Erê lê! Me jî, ji birêz Barzanî pirsî ka fikra wî çi ye. Bersivek gelek balkêş da! Got:
— Li ser xêrê be! Ezê niha bipirsim û heger yek ji endamên wê partiyê di nav serlêdanekê de ji bo ko em piştgiriya wê bikin behsa alîkariyê nekiribe, ezê bawer bikim ko paşeroja partiyê bo Kurdistanê ronak e. »Bixwîne |
 |  |  |
 |
 |
» Alakom digel cildê yekê û 35ê li Pirtûkxaneya Nobelê |
|
SWÊD, 6/3 2015 — Ferhenga Akademiya Swêdî (Svenska Akademiens ordbok) ko bi kurtî wekî SAOB tên nas kirin ev 117 sal in hê jî neqediyaye. Cildê yekem ê vê projeya mezin di sala 1898an de derketiye û heta niha amadekirina projeyê her berdewam e.
Divê em li vir dîyar bikin ko karên amadekirina cildê yekem gelek sal berî vê terîxê dest pêkiriye. Akademiya Swêdê di sala 1786an de saz dibe û piştî salekê biryar tê girtin ko ferhengeke mezin a zimanê swêdî bê amade kirin. Ew hatina aborî ji weşandina rojnemeya swêdî ya yekemîn ji bo amadekirina ferhengê hatiye/tê xerc kirin. Rojnameya bi navê Stockholms Post-Tidningar di sala 1645an de derketiye û heta niha jî weşana xwe her berdewam dike.
Qralê Swêdê III. Gustav vê rojnameyê bi Akademiyê ve girêdide bona ko paşeroja amadekirina vê ferhenga mezin garantî bike. Di rêbaz û destûra Akademiya Swêdî de sadebûn, hêzdarî û bilindahîya zimanê swêdî (renhet, styrka, höghet) wek armanc hatiye nîşan dan. Ev proje li bakur wekî yek ji projeyên herî mezin tê hesibandin.[1]
Heta niha 35 cildên vê ferhengê derketine, angorî rêza alfabetîk heta tîpa "T" hatiye. Akademiyê plan kiriye ko cildê dawî di sala 2017an de biqede. Eger mirov hemû cildan bide ser hev mezinahiya ferhengê ji bejna kesekî normal dirêjtir dibe. Ked û xebateke mezin hatiye dan, wek mînak tenê beşa tîpa S qasî 35 salan ajotiye (1965-2002) û deh cild derketine. Dema her cildek derketiye ev yeka bûye sedemê şabûneke mezin. Berpirsên akademiyê van bûyeran wekî “şahiya cildê” nû bi kêfxweşiyekê pîroz dikin. Redaksîyona ferhengê niha li bajarê Lundê ye, qasî bîst zimanzan û kesên din li wir kar dikin.
» Şeş cildên ferhengê yên dawî
Ferhenga Akademiya Swêdî ferhengeke dîrokî ye. Ji sala 1521an vir de heta niha peyvên ko di zimanê swêdî yê nivîskî de hatine (tên) bi kar anîn bi pergaleke gelek zanistî û sîstematîk dide nas kirin. Armanc ew e ko hemû peyvên mirî û yên ko di zimanê îro de tên bi kar anîn digel jêgirtan di vê ferhengê de cîh bigrin. Xebata ferhengê ya bingehî li ser berhevkirin û qeydkirina peyvan pêk tê.
Materyalên nivîskî ko di nav van 500 salan de hatine weşandin bi baldariyeke mezin tên xwendin, tên şekirin û bêjing kirin û di dawiyê de ew peyv û cîhên ko lê derbas dibin wek jêgirt tên qeyd kirin. Di nav van materîyalan de pirtûk, rojname, kovar, dokumentên fermî, oldarî û gelek çavkaniyên dî hene.
Ji van çavkaniyan ew beşên ko peyvên balkêş tê de derbas dibin wek perçe-tekst tên parastin. Ji van jêgirtan re “språkprov” yan jî “excerpt” hatiye gotin. Her peyv angorî van jêgirtan bi gramatîkî tên nasandin. Hejmara van jêgirtan îro gihiştiye qasî 9 mîlyonan, li bajarê Lundê di arşîva redaksîyona ferhengê de tên parastin. Wek em ê li jêr jî bibînin ji van jêgirtan qasî 15 heban di derbarê peyvên kurd û kurdî de ne ko hê bi rêya ferhengê nehatine weşandin.
Niha ev ferheng ji sala 1997an û vir de bi rêya înternetê berdest e. Kesên ko dixwazin serpêhatiya peyvekê fêr bibin dikarin bi sîstema lêgerînê xwe bigihînin bersîv û encaman. Dema hemû cildên ferhengê di sala 2017an de bi temamî bên weşandin, êdî tijikirina valahî û jiholêrakirina xeletî û kêmasiyên ferhengê bi rêya vê şaxa dîjîtal gelek hêsantir dibe. Rojê qasî 5 000 kes serdana şaxa dîjîtal dikin.
Ev ferheng ferhengeke etîmolojîk e, dîrokî ye. Zêdetir koka peyvan nîşan dide, zimanan dide ber hev. Her peyvek bi dirêjahiya sedsalan çawa formên xwe guhorîne/mirine yan jî wateyên cihê wergirtine bi alîkariya jêgirtên çavkaniyên swêdî yek bi yek di ferhengê de xuya dike. Di ferhengê de ziman, edebîyat û dîrok gelek nêzîkî hev bûne. Mirov dikare bêje ko ev çavkanî wek xezîneyeke zimên zêdetir alîkariya lêkoleran û nivîskaran dike. Ji bo xwendevanên sade ko li pey wateya peyvekê ketine, ji bo wan kesan jî akademîyê ferhengên din amade kirine.
Ew peyvên ko di dema derketin û weşandina cildan de hêj nebûn, neketine nav tûrikê zimên, bi alîkarî û rêya cildên nû wê bên pêşkêş kirin. Peyvên ko ji ber çavan winda bûne, ji ber sedemên aborî û sedemên dî nekarîne di ferhengê de cîh bigrin dê di şaxa dîjîtal de bên nû kirin. Yek ji van kêmasiyan jî di ferhengê de tunebûna peyvên kurd, kurdî… Ev peyv çi wextî û bi rêya kîjan çavkaniyan ketine zimanê swêdî, avasaziya (konstruksîyon) van peyvan ên zimanî, zimannasiyê çawa nin, bi salan çawa hatine nivîsîn? Divê bersîvên van pirsan wek prensîp di cildê ferhengê yê 15an de cîh bigirta.
Dema di sala 1939an de cildê ko peyvên bi tîpa K dest pê dikin, hat weşandin, peyva "kurd" û "kurdî" cîh negirtine. Min ev yek ji redaksîyona ferhengê pirsî. Piştî ko yek ji wan redaktorên ferhengê Birgitta Hedbäck ev yek kontrol kir, wê dîyar kir ko ne tenê peyvên "kurd" û "kurdî" gelek peyvên dî jî di vî cildî de cîh negirtine. Birgitta Hedbäck sedemê vê yekê bi îmkanên aborî ve girêda. Lê belê wê got ko her çiqas ew nehatine weşandin jî redaksîyona ferhengê hin jêgirt (språkprov, excerpt) ji bo "kurd" û "kurdî" hê berî gelek salan berhev kirine û parastine.
Li ser daxwaza min wê kopîyên qasî 15 jêgirtan ji min re şandin. Bi saya van mînakan mirov fêr dibe ko kîjan çavkaniyên swêdî qala mijarên "kurd" û "kurdî" kirine. Di van jêgirtan de xuya dibe ko kesên ko ew berhev û qeyd kirine heta nîvê sedsala 19an (1850) çûne. Min ji redaksîyonê re çavkaniyeke swêdî ya hin jî kevintir şand ko li wir wek mînak qala kurdên Helebê tê kirin (Stockholms Post-Tidningar 18 April 1785). Hedbäck di mesaja xwe de dîyar kir ko ew ê vê jêgirtê jî tevî jêgirtên din bike. Di dawiya bersîva xwe de wê got ko ewê agahî û zaniyariyên xwe nû bikin û heta çend salan wan di şaxa dîjîtal û di cildê lêzêdekirî de belav bikin.
» Çend jêgirt di derbarê kurd û kurdî de (Arşîva Ferhenga Akademîya Swêdî, Lund)
Ev jêgirtên di derbarê "kurd" û "kurdî" de jî kûrahiya dîroka têkiliyên swêdî-kurdî baş sembolîze dikin. Çawa em dibînin sînorên ziman û dîrokê her diçin zirav dibin. Ev jêgirt tenê peyvên "kurd" û "kurdî" nîşan nadin, herwisa jî ev peyv li kîderê, ji aliyê kê de û çi demê hatine bi kar anîn bi tehrekî sîstematîk û kronolojîk pêşkêş dikin. Wek prensîp navên taybetî wek mînak navên welatan di vê ferhengê cîh wek peyvên bingehîn nayên nasandin. Lê belê di danasînên peyvan de navên welatan dikarin di nav jêgirtan de derbas bibin.
Wek mînak dema peyvên dî tên nasandin, di nav van danasînan de em hin caran rastî gotinên "Kurd", "Kurdistan", "Selahadîn", "Ararat", "Dîcle" û "Firat" tên. Wek mînak dema ko Tempelorden (terîqeta parêzgehê) tê nasandin, li wir qala Selahadîn jî tê kirin. Ev çavkanî di sala 1635an de li Stockholmê hatiye weşandin. Navê vî navdarê kurd li vir bi forma latînî wek Saladinus derbas dibe.[2]
Dema di sala 2005an de peyva turkmen (tirkmen) tê nasandin piştî 370 salan vê carê em rastî jêgirteke gelek nû tên: ”Kurd dixwazin Kerkûk bi Kurdistana otonom re girêdayî bibe, ev yek li bal erebên sunnî û şêniyê tirkmen ên bajêr qehrê peyda dike”.[3] Çend jêgirt ji gernameyên gerokê navdar Sven Hedin hatine girtin. Yek ji wan ji bo danasîna peyva arsenal (depo) ye. Li vir tê gotin kemberên kurdan wek depoyan bi çek tijî ne: “… li dora nava xwe kemer alandine ko tê de depoke (arsenal) rêkûpêk ji debançe, kêr û şûran pêkhatî heye”. Li vir ferheng dîyar dike ko ev nêrîna di derbarê kurdan de li vir bi “mezinkirî” (mibalexe) hatiye pêşkêş kirin.[4]
Peyveke din jî peyva "löpa" (bezîn, revîn) e: “Hikûmetê cesaret nekir çend gavên enerjîk li hemberî kurdan bavêje û ji ber vê jî çavên xwe ji reviyana bikujan re girt”.[5] Di hin çavkaniyên swêdî yên dîrokî de mirov dibîne hê berî sed salan Kurdistan wek mînak hin caran "Curdistan" hatiye nivîsîn û rengdêrê ji peyva Kurdistan afirandî jî wek "kurdistanska" hatiye bi kar anîn.
Ev ferhenga swêdî ji bo heyran, dildar û birçiyên zanîna serpêhatiyên peyvan defîneke mezin pêk tîne. 500-saliya dîroka zimanê swêdî bi keda 120 salan di vê çavkaniya giranbiha de cîh girtiye. Mirov bi saya wan mînakan herwisa jî bedewî, dewlemendî û mîrateyeke çandî û hûnerî ya mezin dibîne.
Pişti sê salan ango di sala 2017an de dema ev projeya mezin qediya, şahiya mezin wê demê destpê dike. Niha redaksîyona ferhengê bi kêfxweşiyeke mezin ji bo vê sala giring xwe amade dike. Em jî bi çar çavan benda amadekirina peyvên "kurd" û "kurdî" ne. Ka em dê mêze bikin serboriya van peyvan ya 500 salan ji kîjan qonaxan re derbas bûye? Yek ji wan redaktorên ferhengê Birgitta Hedbäck ji ber hewldayîna amadekirina vê nivîsa min gelek şabû û ji min daxwaz kir: ”Kengê nivîs hate weşandin bi kêfxweşî kopiyekê ji me re bişîne, her çiqas em nikarin bixwînin jî xweş e li bal me bikaribe hebe. Bi silavên dostane”.[6]
Têbînî:
[1] Piştî Ferhenga Akademiya Swêdî yek ji projeyên mezin li bakur (Norden), amadekirina Ferhenga Bîyografîk a Swêdî ye (Svenskt Biyografiskt Lexikon) ko cildê wê yê yekem di sala 1917an de derketiye. Her du salan carekê cildek derdikeve û heta niha 34 cildên wê hatine weşandin (2013). Tê texmîn kirin ko cildê dawî, ango cildê 38an di sala 2021an de biqede. Yek ji wan saziyên swêdî Arşîva Fermî (Riksarkivet) vê projeya mezin dide meşandin. Di vê ferhengê de heta niha jîyan, çalakî û berhemên bi hezaran navdarên swêdî cîh girtine ko di dîroka swêdî de xizmetên mezin kirine. Heta niha nêzî 8 000 kesên ko mirine, ne li jîyanê ne di vê ferhengê de cîh girtine.
[2] Ericus Benedicti Schroderus & L. Osiander, Then christelige kyrkiones historia. Övers. 2, Stockholm, 1635, s.676 (Svenska Akademiens ordbok, 2003).
[3] Dagens Nyheter, 14 ⁄ 2 2005 (Svenska Akademiens ordbok, 2005).
[4] Sven Hedin, Genom Persien, 1887, s.314 (Svenska Akademiens Ordbok, 1902).
[5] Sven Hedin, Öfver land till Indien, 1910, s.166 (Svenska Akademiens Ordbok, 1942).
[6] Mesaja Birgitta Hedbäck a bi 29/1 2013 terîxî. »Bixwîne |
 |  |  |
 |
 |
» D ji rewşa xwe ne memnûn e, lê qîma xwe bi jiyanê tîne |
|
STOCKHOLM, 5/6 2014 — Berî vê çend mehan pirtûka M. Alî Kut "Dereweke Piçûk" ji aliyê weşanxana Apecê (Stockholm 2014) ve hat weşandin. Xwendevanên kurmancîaxêv yên ko dikarin bi herfên latînî bixwînin û edebîyata kurdî dişopînin M. Alî Kut bi pirtûka wî "Mehkûm" û nivîsên wî yên li malpera Nefelê nas dikin.
Ez jî, ji wan kesan im. Min pirtûka Mehkûm ya birêz M. Alî Kut wê demê (1994 Weşanên Welat) bi coş xwendibû û zewqeke bêhempê ji kurte çîrokên Mehkûmê girtibû. Lê mixabin kêm kesan li ser pirtûka Mehkumê di capemeniya kurdî de nivîsî. Yan jî ez lê rast nehatim.
Dema min dest bi xwendina kurte çîrokên pirtûka "Dereweke Piçûk" kir, ez dudil û bi endîşe bûm: tirsa min ew bû ko ez tama xweş ya min ji kurte çîrokên Mehkûmê girtibû ji kurte çîrokên Dereweke Piçûk wernegrim.
Ji ber ko niviskar M. Alî Kut pirtûka xwe ya duyemîn piştî 20 salan çap dikir, 20 sal jî di jiyana herkesî de demeke pir dirêj e , hewes, alaqe, angajeya yekî jî dikarin bên guhertin.
Pirtûka Dereweke Piçûk 144 rûpel e û ji 12 kurte çîrokan (novel) pêk tê. Mijara sereke 7 kurte çîrokên pirtûkê (Mirina Vîlle, Gorîya Baharê, Le Sacre Du Printemps, Belqiz, Semedyan, Dereweke Piçûk, Du Biskuvîtên Neqişandî) li ser bûyerên jiyana paneberîyê (exil), yek li ser kurte jiyana Şêx Evdurehmanê Garisî , Du çîrok li ser bûyerên dewrana zaroktîyê (Muxbîr-Solên Mamedo ên nuh) û du kurte çîrok jî, ji bûyerên ne li jiyana paneberîyê (Pepûk, Êzingvan) ”biyanîstanê” pêk tên.
Ez ê yek bi yek 12 çîrokan nenirxînim Ji bo ko ez bikaribim bi danasîn, û nirxandineke kurt pirtûka Dereweke Piçûk ji xwendevan re binasînim, ez ê bi tenê li ser kurte çîroka ko bûye navê pirtûkê Dereweke Piçûk dîtinên xwe binivisînim. Hêvîdarim bi vê kurte rexnê, fikrek, li ser hemû pirtûka Dereweke Piçûk li ba xwendevan çêbibe.
Ji ber ko piranîya mijarên kurte çîrokên pirtûkê li ser jîyana paneberîyê ye, dixwazim çend gotinan li ser jîyana paneberîyê, sirgûnê binivîsînim.
Paneber ew kes e yê/ya ko bêyî daxwaza dilê xwe ji welatê xwe sirgûn bûye û mecbûr maye ko li war, cîh û şûneke din bijî. Li sirgûnê ji welatê xwe dûr li welatekî nû jîyîn bivê nevê yekî/ê mecbûr dike ko ew dev ji hin edetên (wekî; li her derî cigarê kişandin, fîtik le xistin, gûpê (hinarik) zarokekî xweşik qurmiçandin ûwd) ko berê di jiyana wî/wê de tiştên normal û spontan bûn berde û hin tişt û edetên nû ( di dorê de rawestin, dest bi dibîstanê kirin, li metroyê bi dengê nizm peyivîn ûhw) fêr be, ev jî ne pir hêsan e. Adabteyê civatek, çandeke nû bûyin, zimanekî nû fêr bûyin him wext digre, him jî di vê pêvajoya dirêj de hin bûyerên trajîkomik diqewimin.
Kurte çîroka Dereweke Piçûk jî li ”Biyanîstanê” li ser bûyereke trajîkomîk hatiye vegotinê;
Nivîskar bi alîkarîya qehremanê çîrokê, -ku kurtenavê wî D ye-, serpêhatîyeke D yî bi vê kurte-çîrokê vedibêje. D wekî paneberekî li welatekî Awropayê dijî. D yî di dema xwe de şoreşgerî kiriye lê piştî demekî nivîskar bo D yî weha dibêje;
”Di demekê de ko li bende bûn, ha îro ê şoreş bibe, ha sibe şoreş dibe û ji nişka ve… hemû têk çûbûn, mîna noka ko li kevir bikeve, her yekî ji wan bi cihekî de pengizîbûn.”
D yî dev ji şoreşgeriyê berdaye ,ew bi Hurme re zewicîye û du zarokên wî hene. D li Beyanîstanê kar dike lê hal û wextê wî ne baş e, bi zorê debara xwe dike. Nivîskar vê rewşê jî bi vê awayî ji xwendevanan re vedibêje; ”Lingê xwe î rastê bilind kir li binê sola xwe nêrî, dît bi qul e, li ya çepê nerî ew jî bi qûl bû, ji xwe ji goreyên xwe î şil evîya dizanîbû. Heta nuha îmkanên wî nebûn ko ji xwe re cotek qunderên nuh bikere.”
D ji rewşa xwe ne memnûn e, lê dîsan ji qîma xwe bi jiyana rojane tîne, dixwaze bi qezenca keda xwe jiyana xwe bidomîne. Lê jina D zorê dide ko ew here ba polîs hin derewan bike, buxtanan li hin kesan bike ko wan telefona D yî jê dizîne û bi vê sextekarîyê ji sîgortayê peran werbigre. D naxwaze vê sextakarîyê bike lê jina wî Hurme dev jê bernade. D ji bo vê rewşê weha dibêje;
”Fikra ko biçe bi buxtanan pereyan ji sîgortayê bigre jê re zor dihat. Dema ko evîya difikirî, xwe kirêt hîs dikir.”
Dereweke Piçûk ji destpêkê heta dawîya kurte-çîrokê bi zimanekî nerm û di nav ahengeke lihevhatî de hatiye nivîsîn. Ka de em nûha binêrin nivîskar vê ahenga lihevhati ya kurte-çîrokê bi hostetî çawa hûnandiye;
Dereweke Piçûk bi vê gotûbêja (dialog) jêrîn ve dest pê dike.
”D hinekî bi hêrs got;
— Nabe, tiştekî welê, li dara dunyayê nabe; ne bi min dikeve û ne jî ez dikarim bêjim.”
Nivîskar hîn di destpêka çîrokê de xwendevana/ê xwe meraqdar dike, întreseyek li ba xwendevan peyda dibe , ew dixwaza bizanibe ka ew tiştê ko ”li darê dinyayê nabe” çî ye? Birêz M. Alî K sernivîsa çîroka xwe jî di berdewama dialoga navbera D yî û jina wî de ji xwendevan re bi vê awayî dide nasîn;
”Tu ê bi tenê Derewekê Piçûk bikî! Yeke wusan ko zerara wê li tu kesî nabe. Lewra fêda wê ê li me bibe.”
Meraqa xwendevan piştî vê dîyalogê zêdetir dibe, ew vê carê jî dixwaze bizanibe ka ew Derewekê Piçûk çî ye? Nivîskarên jêhatî hîn di destpêka berhemên xwe de xwendevanên xwe bi berhemê ve girê didin. M. Alî Kut vê yekê baş dizane û vê hûnerê bi şeweyekî edebî bi dîyalogên jorîn rind taswîr dike.
Ji bo pêşda xistina vegotinên edebî çend niqteyên bingehîn hene; ew him alîkariya nivîskar dikin ko ew bûyera berhema xwe pêşde bibe him jî alîkarîya xwendevan dikin ko ew di atmosfera bûyerê de bijîn.
De ka em binêrin birêz M. Alî Kut di berhema xwe ya Dereweke Piçûk de wan niqteyan bi kîjan awayî salox daye.
1. Taswîr kirina karekterên vegotinê (çand û adetên wan, halêruhîyata wan, taybetmendîyên wan ûwd.)
Kesayetên ko di kurte-çîroka Dereweke Piçûk de, hene ew kes in; qehremanê çîrokê D, xanima wî Hurme, du lawên wî yek pênc salî, yek jî şeş mehî û jinika karmend. Nivîskar bi hevokên dagirtî ji xwendevanan re hin taybetmendîyên kesayetên çîrokê bi awayekî xweş û şên dide nasîn; wekî nimûne nivîskar ji bo halûruhîyeta D yî weha dibêje;
”Hate bîra wî ko cara dawîn dema çûbû ba ê diranker, ewîya xwestibû çend qulên di diranên wî de tijî bike, lê wexta buhayê vî karî pirsî bû, dev jê berda bû. Xwe bi xwe ”her deverê min qul bûye”
Ji bo ko xwendevan bikaribe danûstandina di navbera kesayetên çîrokê û adet û çanda wan jî bizanibe nivîskar dîsan bi hevokên kurt bi metaforên di çîh de bala xwendevanan bi van hevokan dikêşîne li ser bûyerê , D dibêje;
”Ji xwe merivên jinikê, mîna çêlîyên hechecikan, hertim devên wan ji hev bûn, li bendê bûn ko zavayê wan î ezîz alîkarîya wan bike, li ber bayê wan rabe.”
Hurme dibêje;
”Aha meheke din daweta birayê min e, ma ez ê destvala bi ser de biçim? Ev serê heftiyekê ye ko apê te li nexweşxanê ye û alîkarî ji te xwestîye.”
Ji gotinên jorîn yên D û jina wî xwendevan bi hêsanî li ser çand û adetên kesayetên çîrokê xwedî hizrek dibe.
Jîngeha ko bûyer lê diqewime.
Çîrok li mala D yî, li daristaneke li dor mala D û li polîsgehê derbas dibe. Nivîskarê me di vê warî de kêmpeyiv e (zêde peyvan bikar nayne), jîngeha çîrokê bi çend hevokên kurt ji xwendevanan re dide nasîn wekî;
”Paşê ji metbexê derket, hat li salonê li ser dîwançê xwe ramedand, telewîzyon vêxist, lê temaşe kir.”
Nivîskar mala lehengê çîrokê xwe ji xwendevan re bi detayan nade nasîn, xwendevan tenê dizane ko di mala D yî de metbax, salon herweha li salonê jî dîwançe û telewîzyonek heye. Wekî din ji bo nasîna mala D yî xwendevan bi vê hevoka jêrîn;
”-Ka virde were, nêzîkî min bibe, tu ê ji ser textî bikeve, got.”
dizane ko li mala D yî oda razanê û li odê jî textekî razanê heye. Daristana li nêzî mala D yî û polîsgehê jî nivîskar tenê bi çend hevokên kurt ve ji xwendevanan re dide nasîn. Bi ya min ji bo ko bala xwendevan belav nebe û ew ji mijara vegotinê dûr nekevin, nivîskar bi vê saloxdanên kurt jîngeha çîrokê baş salox daye. Xwendevan dizane ko bûyer li ko diqewime yê giring jî ew e. Jixwe di navbera kurte çîrok û romanê de xeteke sor tunebe jî, yek ji xusûsîyetên kurte çîrokê ew e ku; nivîskar bikaribe lehengan, cîh û warê çîrokê bi kurtahî şirove bike. M.Alî Kut vî karî jî bêyî ko xwendavana/ê xwe eciz bike bi hostatî dike. Ew xwendevanê/a xwe bi peyv, gotin , hevok û şiroveyên zêde û nepewîst ji bûyerê dûr naxe.
Nivîskar di berdewama kurte-çîrokê de tim xwendevana/ê xwe di nav meraqê de dihêle, xwendevan bimeraq û kelecaneke mezin li bendê ye ko ka bûyera bingehîn ya esasî (zîrwe, klimax)dê kîngê biqewime.
Lê birêz M. Alî Kut hinek bi lez e, ecele dike û berê ko zîrwa vegotinê biqewime, ew xwendevan xwe bi carekê de bi hevokên jêrîn agahdar dike ko D dê çi bike;
”Zû zûka dev ji vê fikrê berda, ji ber hate bîra wî ko diva bû meqbûza wê hebûya.”
Di vegotinên edebî de dive xwendevan nizanibe yan jî texmîn neke ko ka bûyer ê çawa biqede. Nivîskar di vê beşê de çend pûanên vegotinê dixîne , meraq û kelecana xwendevan ya bo zîrweyê bûyerê kêm dike.
Zîrweya çîrokê li salona polîsgehê, bi dîyaloga navbera D û jineke karmend ko di polîsgehê kar dike de diqewime. Di vê beşê de nivîskar hûnera herî zehmet ya edebî , rewşa lehengê ya trajedî bi îronîyeke (tinazî) bedew ji xwendevanan re vedibêje. Bûyereke trajedîk, xirab, zehmet, bi tinazî vegotin di edebîyatê de karê herî zehmet e.
”Piştî dengê sisîyan berê xwe da (jinika karmend. M. U) D.
”-Ez bawerim têlefona we lêdikeve, bersiv bidin qey nake!
D. destê xwe avêt bêrîka xwe, telefon derxist, beriv da;
- Elo got.
Ji hêla din, dengê xanima wî dihat, dipirsî;
-Ka tu çû polîsxanê?
D.
-Erê got.
Û zû telefonê girt. Di vê nawbenê de ji awirên wî li ser ya karmend bûn. Dîtibû ko çawa madê wê hatibû guherîn, rengekî tinazî girtibû. Bi bişirîn jê re;
- Ez bawerim we telefonê xwe dît birêz! Got.”
Min dema di metroyê de diyaloga ko di navbera D û polîsa karmend de dibûhûrî dixwend, çend çaran pîqînî bi min ket, min zor xwe digirt ko bi dengekî bilind nekenim û rêwîyên din eciz nekim, lê çi feyde.
Nivîskar çîrokê bêyî ko ji mijara wê ya esasî dûr bixe, bêyî ko bala xwendevan ji belav bike, bi taswîrên dagirtî, bi sîtîleke edebî çîroka Dereweke Piçûk bi hev girê dide û çîrokê bi van gotinan diqedîne;
”D ber bi derîyê polîsgehê ê der ve lezandibû, mîna dizekî, xwe kirêt hîs dikir. Li ber derîyê derketinê, tîqe tîqê kenê karmend di guhên wî de olan dida.”
Nivîskar bi hevokên xwe yên dawîyê, xwendevana/ê xwe li ser çîrokê dide fikirandin û wê/wî bi çîrokê re girê dide.
Ji alîyê wext (tempus) de nivîskar dema bihurî bi kar anîye . Bi ya min di vegotina bûyereke qewimîye(çêbûye) de, bi dema bihurî salox dan, xwendina bûyere hêsantir dike.
Ji aliyê rastnivîsînê de, di vegotinê de çend tişt , bi ya min çewt hatine nivisîn;
1- ”Ez gavê nayêm,”
Şûna wê; Ez vê gavê nayêm yan Ez vêga nayêm,
2- Nivîskar peyva ”computer” ya îngilizî di vegotinê de bi çend babetên cuda nivisîye
”kompiyoturek, compuyoterê, compuyotirê ”
Di Ferhengên kurdî de dema navê ”computer” ya îngilîzî bi kurdî dinivîsînin wekî komputer dinivisînin. Bi ya min bi lêvkirina komputer ji kompuyoter hêsantir û rasttir e.
3- Nivîskar bêjeya “ teqnekî” du-sê caran di vegotinê de bi kar tîne.
Nivîskar di şûna peyva “teqnek” ko peyva hokera demê ye peyvên kurdî yên ko wekî; kêlîk, bîstik û bêhnek bi kar bihaniya dê çêtir bûya.
Ji bilî van kêmasîyan, zimanê çîrokê zelal, nerm , sivik û sade ye. Nivîskar di derbirînê de hevokên kurt bi kar tîne, gotinên wî dagirtî û kemilî ne wekî;
”D. nizanîbû çawa hatiye kar, kengî qedandîye û çi wextê vegerîya ye. Tenê dît ko li salona polîsgeha ya mezin e. Mîna gêja li salonê virde, wêde diçû û dihat, ta ko jineke karmend destê xwe danîbû ser milê wî û bi giramî jê pirsî bû,”
Li nimûna jorîn jî baş dixuyê ko nivîskar di çîrokê de cih nade bêje, hevokên zêde, bêje û hevokan ducar nake. Zimanê sivik û zelal yê çîrokê xwendina wê hêsan dike.
Herçiqas di edebîyata kurdî ya devkî de vegotinên îronî pir dewlemed be jî di edebîyata kurdî ya niviskî de ev babet ewqas dewlemend nîne. Di edebîyata kurdî de vegotinê bi sitîleke edebî û şêweya îronî (tinazî) nivisîn , ji bo dewlemendkirina edebîyata kurdî dergehekî nû ye. Nivîskarê Dereweke Piçûk birêz M. Alî Kut yek ji wan kesan e ko bi berhema xwe ya hêja ev dergeh ji xwendevanê kurdî re vekirîye.
Piştî xwendina Dereweke Piçûk berdêla ko ez ji xwendina wê, xeyalşikestî û poşman bim, ez kêyfxweş, memnun im.
Hêvî dikim xwendevan û hezkirên edebîyata kurdî, demeke zû pirtûka Dereweke Piçûk bi dest xin û vê berhema hêja bixwînin. »Bixwîne |
 |  |  |
 |
 |
» Qedrî Yildirim: Xanî digot divêt siltan mohra xwe li binê zimanê kurdî bidin |
|
WAN, 3/6 2014 — Arîkarê rektorê Zanînageha Artukluyê ya bajarê Mêrdînê û rêveberê Enstîtuya Zimanên Zindî Prof. Dr. Qadrî Yildirim duhî li Wanê di konferansekê de got: – Kurd piştî ko bûn misilman, xwe fedayê îslamê kirin. Ji Ebû Muslîmê Xorasanî, heta Selahaddînê Eyûbî, ji Mewlana Xalidê Şarezorî heta Seîdê Nûrsî bi sedan alim û fermander ji nav kurdan derketine û ketine xizmeta ummet û îslamê.
Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê duhî li Hêwana Tûşbayê ya Odeya Pîşesazî û Baziraganiyê ya Wanê panelek bi navê "Di Pêşketina Wêjeya kurdan de Rola Medreseyan" organîze kir.
Li gor Rûdawê, Prof. Dr. Qadrî Yildirim di panelê de got yekem sehabeyê kurd yê heyama Hz. Mihemmed (s.x.l), Caban û kurê wî Meymûn wekî "El-Kurdî" dihatin bi nav kirin û got ko peyva "kurd" ji heyamên ewil ên îslamê heta niha wekî heyama niha hatiye bi kar anîn.
Yildirim got di berhemên destpêkê ên erebî û îslamê de ji bo peyva kurd "kurd" an jî pirjimariya wê "ekrad" hatiye bi kar anîn û axaftina xwe wiha berdewam kir:
— Heta heyama Siltan Sencerê ko hikimdarê dawîyê yê selçûqiyan e, ji bo bajarên kurdan ên di navbera Îran û Iraqê de peyva "Cîbal" ya ko di erebî de tê wateya cihê çiyayî, bi farisî jî "Kuhistan" dihat gotin. Hemdullah Mûstewfiyê Qezwînî di pirtûka xwe ya farisî ya bi navê "Nuzhetu'l-Qulûb"' de dibêje ko bi awayekî fermî yekem car Siltan Sencer ev herêm wekî "Kurdistan" bi nav kiriye û 16 bajar tevî bergeha vê herêmê kiriye. Navê Kurdistanê piştî selçûqiyan ji aliyê osmaniyan ve jî hat bi kar anîn û sînorên wê her car kêm zêde hatin guherandin, di pêvajoyên curbicur de bi navê kurdistanê 15 eyalet hatine avakirin. Li gor van agahiyên ko me da, di dîroka îslamê de di nav teşekula unîter de "Kurdistanên ewilîn" ji aliyê tirkan ve hatin ava kirin.
Rêveberê Enstîtuya Zimanên Zindî ya Zanîngeha Artukluyê got pêvajoya îslambûna kurdan di heyama Hz. Omer de bi fethan bû girseyî û di heyama çaryaran de ev pêvajo temam bû û got piştî ko kurd bûn misilman, bûn canfedayên îslamê û got:
— Piştî ko Siltan Selahaddîn bajarê Qudsê fetih kir, miftiyê wê demê yê bajêr Fadil di ewilîn nimêja înê de bi vê hevokê dest bi xutbeya xwe kir: "Hemd ji wî Xwedayî re ko dînê îslamê bi egîdekî kurd ezîz kir." Kurdan ji roja ewil heta niha tirk, ereb û fars wek birayên xwe dîtin, demeke dirêj dev ji zimanê xwe berdan û bi zimanê van gelan axivîn. Piraniya berhemên xwe bi zimanê van gelan nivîsandin. Li hember dijminên xwe yên hevpar bi hev re şer kirin û bi hezaran şehîd dan.
Yildirim diyar kir Ehmedê Xanî ko hemû berhemên xwe bi kurdî nivîsandine di mulemmeyeke xwe de her bendekê de di risteya ewil de erebî, ya duyemîn de farisî, ya sêyemîn de tirkî û ya çaremîn de kurdî nivîsandiye û zimanê van çar gelên misilman ên ko li Rojhilata Navîn dijîn, wek bira îlan kiriye û got:
— Xanî 300 salan berî niha di berhema xwe ya bi navê "Mem û Zîn" de bi israr wiha digot: "Ey Siltan! Divê hûn mohra xwe li zimanê kurdî bidin û wî tesdîq bikin, heke nebe ev ziman nayê rewacê û dê bazara wî kesat be". Mixabin ko Xanî nedît ko ev mohr li zimanê kurdî hat xistin û bi çavvekirî çû ber rehma Xwedê. Şêx Ebdulselam Barzanî ji bo ko kurdî di perwerdeyê de bê bi kar anîn bi navê "Wesîqaya Dihokê" wesîqayekê pêşkeşî Îttihad û Teraqiyê kir. Mixabin ko ew ji ber vê wesîqayê hat îdam kirin û ew jî bi awayekî çavvekirî çû ba Ehmedê Xanî. Seîdê Kurdî xwest ko bi navê Medresetû'z Zehra zanîngehekê ava bike. Lê belê dema qala vê projeya girîng kir, bi "dînîtiyê" hat sûcdar kirin û ew şandin zindanê. Ji bo ko rapora dînîtiyê bidin wî bijîşkek jî şandin bal wî. Bijîşkê ko bi Seîdê Kurdî re axivî fehm dike ko ev deq û dolabek e û wiha diaxive; "heke Seîd jî dîn be li welêt kesekî biaqil tine ye". Mixabin Seîdê Kurdî jî nekarî ko projeya xwe bi cî bîne. Lê heke guh bidana gotinên wî dibe ko gellek pirsigirêkên me yên ko niha hene qet tunebûna »Bixwîne |
 |  |  |
 |
SWÊD, 23/4 2104 — Gabriel García Márquez di hevpeyvînekê de dibêje “temenê mirovî yê rastî ne hejmara salên jiyanê ye, lê belê ew bêhnikên ko qet ji bîra mirovî naçin, ew bêhnikên ko mirov her tîne ber çavên xwe û ji derdora xwe re behsê bike ye”. Mehekê piştî hingê, roja pênşemba borî, hevdehê meha çarê mir.
Sê rojên şîniyê li Kolombiyayê hatin ragihandin, serokê Kolombiyayê Juan Manuel dibêje Márquez ji nav me bar kir, lê cihê wî di ruh û dilê me de ye û ew dê qet neyêt ji bîr kirin. Manuel dibêje Gabriel García Márquez keseyetiyê kolombyayî ya herî navdar e.
Meksîk, welatê ko Márquez lê jiya, roja duşembê bi merasîmên resmî xatir ji nivîskarê xwe yê hêja xwest. Mirina xelatdarê Nobelê, xwediyê “Sedsalên tenêtiyê” berfereh dengveda, qiral û serokên welatan ji hemî derên dinyayê tevlî merasîma şîniya wî bûn.
Serokê Komîsyona Ewropayê Manuel Barosso got Gabriel García Márquez dengê Latînemerîkayê bû, û niho jî dengê me hemiyan e. Manuel Barosso got Márquez jiyana me bi berhemên xwe dewlemend kir, mirina wî xusareke mezin e.
Serokê Kubayê Raúl Castro got bi mirina Gabriel García Márquez re kubayîyan dostekî nêzîk û wefadar wenda kir. Serokkomarê Fransayê Français Holland jî xemgîniya xwe nîşan da û got ko berhemên Márquez spehîtirîn diyarî bû jibo lîteratura spanî. Serokê Emerîkayê yê berê Bill Clinton got jê re serbilindayî ye ko ew yek ji dostên Gabriel García Márquez bû. Obama jî got ko wî di gencînîya xwe de pirtûkên Márquez xwendine û bi mirina wî xemgîn bûye.
Serokê Şîlî yê berê Rafael Correa got Gabo çû lê berhemên wî dê her bimînin. Serokê Meksîkê Enrique Peña Nieto got Gabriel García Márquez dostê hemî azadîxwazan bû.
Hûnermendên Latînemerîkayê di merasîma nivîskarê xwe de got Márquez ne tenê bi nivîskariye xwe lê belê bi kesayetiya xwe ya mirovane jî bê hempa ye lewra her kes jê hez dike û rêzê jê re digre.
Hevalê Márquez yê nêzîk nivîskar û rojnamevan Héctor Aguilar Camín bi dengekî lerizî got ew bawer nake ko ew dê êdî Gabo nebîne. Gabo kurtahiya navê Gabriel e, Márquez di nav nas û dostên xwe yên nêzîk de pê dihat nasîn.
Camín got dema ko nûçeya mirina wî bihîst di cih de berê xwe da mala wî û ji zarokên wî re got îro dinya hemî şirîkê şînîya we ye. Nivîskara şîlî Isabel Allendeyê jî got xatirxwestin zehmet e, mirina Márquez ew xembar kirin.
Romannivîs û xelatdarê Nobelê yê peruyî Mario Vargas Llosa got dahênerekî ji nêv me bar kir. Llosa got berhemên Gabriel García Márquez qîmeteke mezin da lîteratura Latînemerîkayê û giringiya zimanê spanî ji dinyayê re diyar kir.
Gabriel García Márquez li Aracataca li Kolombiyayê ji dayik bûye, şeşê adara buhirî şahiya heştîûheftsaliya wî bû. Jiyana wî jî wekî berhemên wî guhertî û têrbûyer bû, an jî wekî ko ew bi xwe dibêje xewn û rastî tê de liqayî hev dibûn.
Gabriel García Márquez dibêje dema ew zarok bû, dêûbavên wî texmîn dikir ko ew dê bibe şêwekar, muzîsyen an jî dengbêj lê qet kesî bawer nedikir ko ew dê bibe nivîskar. Márquez hejdesalî bû dema ji diya xwe re got ko ew dê bibe nivîskarekî qedirbilind. Márquez dibêje hingê diya wî lê nêrî û gelekî giriya, wî nezanî ka diya wî ji kêfan an jî ji xembariyê digirî.
Berhemên Márquez hatin wergirandin bo gelek zimanan û li seranserê dinyayê bi milyonan nisxe jê hatin firotin. Zêdetirî sih milyon nisxe ji ”Sedsalên tenêtiyê” hatin frotin.
Gabriel García Márquez hejmareke mezin ji gotaran, kurteçirokan wekî “bahoza kaxezan” û mîrateyeke edebî ya bihagiran ji romanan wekî "Dîkekî sor", "Jineke razayî", "Mistek pelîtank", "Hinek xemgînî", "Evîndariya di dema kûlêrayê de" û "Sedsalên tenêtiyê" li pey xwe hiştin û çû. »Bixwîne |
 |  |  |
|
 |