[ ÎNÊ, 2024-04-26 ]   [ BIKE MALPERA DESTPÊKÊ ]   [ BÊXE NÊV BIJAREYAN ]   [ KONTAKT ]   [ INFO ]   [ LÊGERÎN & ARŞÎV ]  
DESTPÊK
Nûçe
Nivîsar
Kulturmagazîn
Hevpeyvîn
Kolumnîst
Ewrokurd
E-Pirtûk
Lîteratûr
Ziman
Muzîk
Foto
Lînk
E-POSTEYA TE
  Nav (Username)  
   
  Þîfre (Password)  
   
   
     
   »E-posteyeka nû
 bo xwe qeyd bike
 
REKLAM


KOLUMNÎST 
Ka cihûyên Kurdistanê?
STOCKHOLM, 6/9 2012 — Piştî tatîla havînê û gava êdî bêhna payizê tê hiskirin, bajarê Stockholmê dibe bajarê aktîvîteyên kulturî, hunerî û edebî. Ji bilî ko îsal sedsaliya mirina nivîskarê îkonî August Strindberg e, îsal sedsaliya bûyîna Raoul Gustaf Wallenberg e jî.

Wallenberg bi xwe ne cihû bû, lê di dema şerê cîhanê ê duduyan de, gava ko nazîst li Ewrûpayê derketibûn nêçîra cihûyan, wî, wek dîplomatekî swêdî, jiyana xwe xist talûkê û bi hezaran cihûyên Macaristanê xelas kirin. Loma, îsal bi aktîvîteyên cihê ev herdu şexsiyetên swêdî hatin bi bîranîn. Herweha vê payizê, ji bo bajarê Stockholmê minaqeşeya avakirina avahiyeke edebiyatê tê jî li dar e. Avahiyên edebiyatê li Berlîn û Osloyê hene, lê hê jî Stockholma ko mazûbana xelata Nobel ya edebiyatê ye ji avahiya edebiyatê bêpar e. Bêyî avahiyeke welê jî, di demsalên payizan de ev bajar ji aktîvîteyan dikele. Ji aliyekî ve pêşangehên hunerê, ji aliyekî ve semînerên li ser mijarên cihê, ji aliyekî ve êvarên edebiyatê û sohbetên bi nivîskaran re û ji aliyekî ve jî aktîvîteyên grûbên etnîk û cemaetan…

Yek ji van aktîvîteyan jî, duduyê îlonê, aktîvîteya cemaeta Cihûyan “Judiska församlingen” ya Stockholmê bû. Bi navê “Judiska kulturdagen”, yanî roja kulturî ya cihûyan bû. Di çarçoveya vê rojê de, pêşangeha kitêban, semînerên li ser alim û entelektuelên cihû, gerek di şopa cihûyên Stockholmê de û konserek hebû. Min û dostê xwe Hesenê Metê jî me gotina xwe kir yek û em beşdarî gera bajêr bûn û bi dû şopa cihûyên ko di sedsala huvdeh û hîjdehan de li vî bajarî bi cih bûbûn, ketin. Piştî gereke du saetan me fêhm kir ko cihûyan li vî bajarî di warê mîmarî, ekonomî, kulturî û edebî de roleke mezin lîstine. Ya girîngitir jî, bi xebata cihûyên ko xwe bi zehmetî gihandine vî bajarî û di dema xwe de li vî bajarî jî pêrgî zehmetiyên mezin hatine, edebiyata vî welatî geş kirine, nivîskarên gerdûnî derxistine û di çapemenî û weşangeriya Swêdê de guhertineke bingehîn kirine.

Gava em li nav bajarê Stockholmê digerin û em xwe digihînin bajarê kevin, guhên min li rêberê ne, lê hişê min diçe Mêrdînê. Ev taxa Stockholmê ko bi navê ”Gamla stan” yanî bajarê kevin tê bi nav kirin, pir dişibe Mêrdîna kevin. Ez gelek caran riya xwe bi vî aliyê bajêr dixim û li kafêyên wê dibim mêvan. Lê niha, ez ji vir bi dûr dikevim û li cihûyên Kurdistanê difikirim. Gava ez rola wan ya di avakirina huner, edebiyat û ekonomiya Swêdê de difirim, ez cihûyên Kurdistanê bi bîr tînim. Gelo wan li Kurdistanê çi ava kirin, ka şopa wan, çi bi wan hat? Heke dîroka cihûyên Swêdê çendsed salek be, dîroka cihûyên Kurdistanê bi hezar salan e.

Koçberî, an jî bi gotina eslî ko ji bo sirgûnkirina cihûyan hatiye bikaranîn, diaspora cihûyan, cara pêşî di dema Babîlonan de, cara duduyan jî di dema Romayiyan de dest pê kiriye, lê di prosesa dîrokê de, gelek caran, ji gelek welat an hatine derxistin an jî rastî zilmeke mezin hatine. Loma, ew li seranserî dinyayê belav bûne. Herçiqasî li hemberî wan hertim kirin û tevgerên nijadperestî hebûne û hene jî, ew dîsa adapteyî welatên ko lê ne bûne û roleke mezin di vejandin û geşkirina ziman, edebiyat, felsefe, huner, ekonomî, ilm û marîfeta wan welatan de lîstine. Gava mirov îro berhemên alim û zanayên cihû ji kitêbxaneyên dinyayê derxe, wê kitêbxane bi carekê ve jar bibin, ji rengîniya xwe beşekî mezin wenda bikin û wê dinya tavilê bi feqîriya xwe bihese. Hin kes, hin fikir û îdeolojî, vê jîrî û dewlemendiya cihûyan bi awayekî neyênî şirove dikin, ji xwe re dikin tîr û davêjin cihûyên bêmertal. Loma, di gelek ziman û kulturan de, ev pêşhukma ha hakim e û rengekî neyartiya hov, bi navê antîsemîtîzmê girtiye. Heke em bobelatên mezin ên ko di prosesa dîrokê de hatine serê cihûyan nehesibînin, bobelata mezintir di sedsala bihurî de, di nîvê medeniyeta Ewrûpayê de, bi navê Nazismê derketiye holê û wê fikrê xwestiye hemû cihûyên li ser rûyê dinyayê qir bikin û bi wê yekê xwe ji cihûyan û cihûtiyê rizgar bikin. Loma, bi milyonan cihû bûne qurbana wê îdeolojiyê, bi milyonan jî bi nexweşiyên cihê û bi traumayan jiyana xwe dewam kirine û hê jî dikin.

Ji roja ko cihû ji cih û warên xwe hatine derxistin û li dinyayê belav bûne, beşek ji wan jî li cografyaya Kurdistanê bi cih û war bûne. Min di deverekê de xwendibû ko bi tenê cihûyên Hindistan û Kurdistanê ji zilma nişteciyên welêt rizgar bûne û pêrgî sirgûn û komkujiyan nehatine. Heke ev îdîa rast be, mervantî û dilsoziya kurdan careke din jî eşkere dibe. Îro jî, ji bilî kurdên ko di bin tesîrên îdeolojî û teolojiyên hişk de ne, piraniya kurdan li hemberî cihûyan ne bi gir û nefret in, ew cihûyan şêniyên wê erda pîroz dibînin û li hemberî wan dost û mervan in; heta, wek zarokên Abraham, xwe meriv jî dibînin. Ji xwe, gava mirov dadikeve kûraniya ahîdeya kevin, mirov tê de pêrgî gelek aliyên hevbeş ên kurd û cihûyan tê.

Lê ev cihûyên ko bi hezar salan li Kurdistanê jiyane, rehên xwe li wir berdane, bi wê erdê ve bûne yek, ka îro li ko ne? Gava riya min bi Kurdistanê dikeve û ez li dû şopa wan digerim, ez wan nabînim, pêrgî wan nayêm. Ez diçim taxên wan ên berê, di ber kinîşteyên wan ên herifî re dibuhurim, li sûkên wan radiwestim, ez siya wan dibînim, lê wan nabînim. Wan bêdeng xwe ji Kurdistanê vekişandine û ber bi Îsraîlê ve ketine rê. Îro, hejmara kurdên cihû ên li Îsraîlê di navbera sed û pêncî û dused hezarî de ne. Ew wek kurdên din (misilman, êzîdî, file) ên ko ji welêt koç kirine, bi kultur û adetên kurdayetiyê ve girêdayî ne. Ew dawet û dîlanên xwe bi kurdî digerînin, şev û şahiyên xwe bi kurdî li dar dixin, agirên Newrozên xwe bi kurdî gur dikin. Heta yekî ji wan, Yitzhak Mordechai, wezîrtiya prastinê ya Îsraîlê jî kiriye.

Cihûyên ko ji Kurdistanê koç kirine, ew li kîjan welatî dibin bila bibin, xwe wek kurdên cihû an jî cihûyên Kurdistanê dibînin. Rejîsorê fîlmê David and Layla, Jay Jonroy, xwe wek rejîsorekî kurd dibîne. David and Layla, “David û Layla” li ser evîna keçeke kurd û xortekî cihû ye ko li New Yorkê pêrgî hev tên.

Yona Sabarê ko di sala 1938an de li Zaxoyê hatiye dinyayê, di sala 1951ê de bi malbata xwe re koçî Îsraîlê kiriye, li ûnîversîteya Qudsê di warê ziman û edebiyatê de doktoraya xwe wergirtiye, paşê li Amerîkayê bi cih bûye, bi ferhenga xwe “A Jewish Neo-Aramaic Dictionery” navdar e. Ev ferhenga wî ji devokên aramî ên herêma Amediyê, Dihok, Nerwa û Zaxoyê pêk tê û di warê xwe de yek ji xebatên bingehîn û girîng e. Herweha wî li ser folklora cihûyên Kurdistanê jî “The Folk Literature of the Kurdistani Jews: An Anthology” kitêbek nivîsandiye. Kurê Yona Sabar, Ariel jî, bi navê “My Father’s Paradise” “Bihişta bavê min”, li ser Zaxoya bavê xwe kitêbek nivîsandiye û di hemû hevpeyvînên xwe ên rojname, kovar û televizyonan de behsa Kurdistanê û cihûyên wê dike. Ev kitêba Ariel Sabar bi navê “Babamın Cenneti’ wergeriyaye tirkî jî û hêvîdar ew ê di nêzîk de wergere kurdî jî. Li ser vê kitêba Ariel Sabar di çapemeniya kurdî de hin tişt derketin û herî dawiyê jî min hevpeyvîneke Özlem Galipê ya bi Ariel Sabar re ko di Yeni Özgür Politikayê de derketibû, xwend.

Bi sedan şexsiyetên kurdên cihû ên ko di warên cihê de bi ser ketine û stûnek ji dîroka welatê me ne, hene. Lê nifşê niha ji wan bêhay in. Ew sed û pêncî, du sed hezar kurdên cihû ên ko li Îsraîlê jî bi cih bûne, hêdî hêdî, wek piraniya kurdên sirgûnê, êdî ji kultura kurdî bi dûr dikevin û tenê salmezinên wan bi wê kulturê dijîn.

Divê em vê bizanibin û vê bigihînin zarokên xwe jî ko cihûyên Kurdistanê, wek kurdên êzîdî, elewî, file, birayên me ne. Divê şaşiyên siyaseta welatekî tu carî nebe gir û nefreta li hemberî cihûyan, divê em hertim holokosta cihûyan bi bîr bînin, tu carî firsetê nedin ko fikra antîsemîtîzmê li ba me, li welatê me, li nav welatiyên me ên mervan bi pêş bikeve. Herweha ez hêvîdar im ko ez ê rojekê, mîna gera li nav bajarê Stockholmê, li bajarê kurdan jî, bi rêberiya dîroknasekî/ dîroknaseke kurdên cihû li şopa bermayên cihûyên Kurdistanê bigerim.

-----------------------------------
Nivîskar: FIRAT CEWERÎ firat.ceweri@comhem.se
Weşandin: 2012-09-06
Xwendin: 3483
 

KOLUMNÊN BERÊ   
Li dilê min miqate be (2013-10-16)
Kitêbxaneya Îskenderyayê (2013-06-13)
Edebiyata cihûyan ya modern çi ye (2013-02-19)
Duzimanî (2013-01-09)
Ez bibêjim lê, wê deng bê te! (2012-11-01)
Jin û edebiyat (2012-10-05)
Meha tebaxê (2012-08-16)
Di siya Melekî Tawiz de (2012-08-04)
Sirgûn û edebiyata modern (2012-07-05)
Fotografê ko ji bîra min naçe (2012-06-16)
Zilamê ko herî pir xelata Nobel ya edebiyatê girtiye (2012-05-20)
Li ser nivîskariyê (2012-05-12)
Mimesis (2012-04-19)
Rastiya nivîskariyê (2012-04-05)
Divê newroz di roja xwe de were pîroz kirin (2012-03-21)
Şoreş zarokên xwe dixwin (2012-03-07)
Rewşenbîrên dema xortaniya min (2012-02-23)
Siyaset û edebiyat (2012-02-09)
Edebiyat ”edebiyat” e û ne wêje ye (2012-01-25)
Kurdên binxetê (2012-01-11)
NERÎNGEH
 
[kitêb] Sun Zî: Hunera şer (2016-04-21)
Ismail Beşikçi ji kurdan re li ser ermeniyan semînerek da (2013-09-28)
Kurdistan berî serxwebûna siyasî ”serxwebûna petrolê” û ekonomîk îlan dike (2012-05-21)
Tewanga navdêrên zimanê kurdî (2009-02-08)
Umît Firat dibêje navnîşana çareserîya pirsa kurd ne PKK ye (2008-11-11)
Hêro Talebanî: Min nedixwest Mam Celal bibe serokkomarê Iraqê [foto] (2007-05-10)
Alfabeya kurdî-latînî ji bo zimanê kurdî ji alfabeya kurdî-erebî minasibtir e (2005-11-02)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
vv9v8v09fq:TabArticles:4;8;12;14;17;19;21;22;23;24;28;29;30;31;32;40;41;43;44;46;48;49;51;52;53;54;55;56;58;60;62;63;64;65;66;67;69;71;72;74;75;76;77;78;79;80;81;82;84;85;86;90;91;92;94;95;96;97;98;100;102;103;104;105;106;107;109;110;111;112;113;114;115;116;117;118;119;120;121;122;123;124;125;126;127;128;129;130;131;132;133;134;136;137;138;139;140;141;142;143;144;145;146;147;149;150;151;152;153;155;157;158;159;160;163;164;165;166;167;168;169;170;171;172;173;174;175;176;178;179;180;181;182;183;184;185;186;187;188;189;190;191;192;193;194;195;196;197;198;199;200;202;203;204;205;206;207;208;209;210;211;212;213;214;215;216;217;218;219;221;222;223;224;225;226;227;228;229;230;231;232;233;234;235;236;237;238;239;240;241;242;243;244;245;246;247;248;249;250;251;253;254;255;256;257;258;259;260;261;262;263;264;265;266;267;268;269;270;271;272;273;274;275;276;277;278;279;280;281;282;283;284;285;286;287;288;289;290;291;293;294;295;296;297;298;301;302;303;304;305;306;307;308;309;310;311;312;313;314;315;316;317;318;319;320;321;322;323;324;325;326;327;328;329;330;331;332;333;334;335;336;337;338;339;340;341;342;343;344;345;346;347;348;349;350;351;352;353;354;355;356;357;358;359;360;361;362;363;364;365;366;367;368;369;370;371;372;373;374;375;376;377;378;379;380;381;382;383;384;385;386;387;388;389;391;392;393;394;395;396;398;399;400;401;402;403;404;405;406;407;408;409;410;411;412;413;414;415;416;417;418;419;420;421;422;423;424;425;426;427;428;429;430;431;432;433;434;435;436;437;438;439;440;441;442;443;444;445;446;447;448;449;450;451;452;453;454;455;457;458;459;460;461;462;463;464;465;466;467;468;469;470;471;472;473;474;475;476;477;478;479;480;481;482;483;484;485;486;487;488;489;491;492;493;494;495;496;497;498;499;500;501;502;503;504;505;506;507;508;509;510;511;512;513;514;515;516;517;518;519;520;521;522;523;524;525;526;527;528;529;530;531;532;533;534;535;536;537;538;539;540;541;542;543;544;545;546;547;548;549;550;552;553;554;555;556;557;558;559;560;561;562;563;564;565;566;567;568;569;570;571;572;573;574;575;576;577;578;579;580;581;582;583;584;585;586;587;588;589;590;591;592;593;594;595;596;597;598;599;600;601;602;603;604;605;606;607;608;609;610;611;612;614;615;616;617;618;619;620;621;622;623;624;625;626;627;628;629;630;631;632;633;634;635;636;637;638;639;640;641;642;643;644;645;646;647;648;649;650;651;652;653;654;655;656;657;658;659;660;661;662;663;664;665;666;667;668;669;670;671;672;673;674;675;676;677;678;679;680;681;682;683;684;685;686;687;688;689;690;691;692;693;694;695;696;697;698;699;700;701;702;703;704;705;706;707;708;709;710;711;712;713;714;715;716;717;718;719;721;722;723;724;725;726;727;728;729;730;731;732;733;734;735;736;738;740;741;742;743;744;745;746;747;748;749;750;751;752;753;755;756;757;758;759;760;761;762;763;764;765;766;767;768;769;770;771;773;775;776;777;778;779;780;781;782;783;784;785;786;787;788;789;790;791;792;793;794;795;796;798;799;800;801;802;803;804;805;806;807;808;809;810;811;812;813;814;815;816;817;818;819;820;821;822;823;824;825;826;827;828;829;830;831;832;833;834;835;836;837;838;839;840;841;842;843;844;845;846;847;848;849;850;851;852;853;854;855;856;857;858;859;860;861;862;863;864;865;866;867;868;869;870;871;872;873;874;875;876;877;878;879;880;881;882;883;884;885;886;887;888;889;890;891;892;893;894;895;896;897;898;899;900;901;902;903;904;905;906;907;908;909;910;911;912;913;914;915;916;917;918;919;920;921;922;923;924;925;926;927;928;929;930;931;932;933;934;935;936;937;938;939;940;941;942;943;944;945;946;947;948;949;950;951;952;953;954;955;956;957;958;959;960;961;962;963;964;965;966;967;968;969;970;971;972;973;974;975;976;977;978;979;980;981;982;983;984;985;986;987;988;989;990;991;992;993;994;995;996;997;998;999;1000;1001;1002;1003;1004;1005;1006;1007;1009;1010;1011;1012;1013;1014;1015;1016;1017;1018;1019;1020;1021;1022;1023;1024;1025;1026;1027;1028;1029;1030;1031;1032;1033;1034;1035;1036;1037;1038;1039;1040;1041;1042;1043;1044;1045;1046;1047;1048;1049;1050;1051;1052;1053;1054;1055;1056;1057;1058;1059;1060;1061;1062;1063;1064;1065;1066;1067;1068;1069;1070;1071;1072;1073;1074;1075;1076;1077;1078;1079;1080;1081;1082;1083;1084;1085;1086;1087;1088;1089;1090;1091;1092;1093;1094;1095;1096;1097;1098;1099;1100;1101;1102;1103;1104;1105;1106;1107;1108;1109;1110;1111;1112;1113;1114;1115;1116;1117;1118;1119;1120;1121;1122;1123;1124;1125;1126;1127;1128;1129;1130;1131;1132;1133;1134;1135;1136;1137;1138;1139;1140;1141;1142;1143;1144;1145;1146;1147;1148;1149;1150;1151;1152;1153;1154;1155;1156;1157;1158;1159;1160;1161;1162;1163;1164;1165;1166;1167;1168;1169;1170;1171;1172;1173;1174;1175;1176;1177;1178;1179;1180;1181;1182;1183;1184;1185;1186;1187;1188;1189;1190;1191;1192;1193;1194;1195;1196;1197;1198;1199;1200;1201;1202;1203;1204;1205;1206;1207;1209;1210;1211;1212;1213;1214;1215;1216;1217;1218;1219;1220;1221;1222;1223;1224;1225;1226;1227;1228;1229;1230;1231;1232;1233;1234;1235;1236;1237;1238;1239;1240;1241;1242;1243;1244;1245;1246;1247;1248;1249;1250;1251;1252;1253;1254;1255;1256;1257;1258;1259;1260;1261;1262;1263;1264;1265;1266;1267;1268;1269;1270;1271;1272;1273;1274;1275;1276;1277;1278;1279;1280;1281;1282;1283;1284;1285;1286;1287;1288;1289;1290;1291;1292;1293;1294;1295;1296;1297;1298;1299;1300;1301;1302;1303;1304;1305;1306;1307;1308;1309;1310;1311;1312;1313;1314;1315;1316;1317;1318;1319;1320;1321;1322;1323;1324;1325;1326;1327;1328;1329;1330;1331;1332;1333;1334;1335;1336;1337;1338;1339;1340;1341;1342;1343;1344;1345;1346;1347;1348;1349;1350;1351;1352;1353;1354;1355;1356;1357;1358;1359;1360;1361;1362;1363;1364;1365;1366;1367;1368;1369;1370;1371;1372;1373;1374;1375;1376;1377;1378;1379;1380;1381;1382;1383;1384;1385;1386;1387;1388;1389;1390;1391;1392;1393;1394;1395;1396;1400;1401;1402;1403;1404;1405;1406;1407;1408;1409;1411;1412;1413;1414;1415;1416;1417;1418;1419;1420;1421;1422;1423;1424;1425;1426;1427;1428;1429;1430;1431;1432;1433;1434;1435;1436;1437;1438;1439;1440;1441;1442;1443;1444;1445;1446;1447;1448;1449;1450;1451;1452;1453;1454;1455;1456;1457;1458;1459;1460;1461;1462;1463;1464;1465;1466;1467;1468;1469;1470;1471;1472;1473;1474;1475;1476;1477;1478;1479;1480;1481;1482;1484;1485;1486;1487;1488;1489;1490;1491;1492;1493;1494;1495;1496;1497;1498;1499;1500;1502;1503;1504;1505;1506;1507;1508;1510;1511;1512;1513;1514;1515;1516;1517;1518;1519;1520;1521;1522;1523;1524;1525;1526;1527;1528;1529;1530;1531;1532;1533;1534;1535;1536;1537;1538;1539;1540;1541;1542;1543;1544;1545;1546;1547;1548;1549;1550;1551;1552;1553;1555;1556;1557;1558;1559;1560;1561;1562;1563;1564;1565;1566;1567;1568;1569;1570;1571;1572;1573;1574;1575;1576;1577;1578;1579;1580;1581;1582;1583;1584;1585;1586;1587;1588;1589;1590;1591;1592;1593;1594;1596;1597;1598;1599;1600;1601;1602;1605;1606;1607;1608;1609;1610;1611;1612;1613;1614;1615;1616;1617;1618;1619;1620;1621;1622;1623;1624;1625;1627;1628;1629;1630;1631;1632;1633;1634;1635;1636;1637;1638;1639;1640;1641;1642;1643;1644;1645;1646;1647;1648;1649;1650;1651;1652;1653;1654;1655;1656;1657;1658;1659;1660;1661;1662;1663;1664;1665;1666;1667;1668;1669;1670;1671;1672;1673;1674;1675;1676;1677;1678;1679;1680;1681;1682;1683;1684;1685;1686;1687;1688;1689;1690;1691;1692;1693;1694;1695;1696;1697;1698;1699;1700;1701;1702;1703;1704;1705;1706;1707;1708;1709;1710;1711;1712;1713;1714;1715;1716;1717;1718;1719;1720;1721;1722;1723;1724;1725;1726;1727;1728;1729;1730;1731;1732;1733;1734;1735;1736;1737;1738;1739;1740;1741;1742;1743;1744;1745;1746;1747;1748;1749;1750;1751;1752;1753;1754;1755;1756;1757;1758;1759;1760;1761;1762;1763;1764;1765;1766;1767;1768;1769;1770;1771;1772;1773;1774;1775;1776;1777;1778;1779;1780;1781;1782;1783;1784;1785;1786;1787;1788;1789;1790;1791;1792;1793;1794;1795;1796;1797;1798;1799;1800;1801;1802;1803;1804;1805;1806;1807;1808;1809;1810;1811;1812;1813;1814;1815;1816;1817;1818;1819;1820;1821;1822;1823;1824;1825;1826;1827;1828;1829;1830;1831;1832;1833;1834;1835;1836;1837;1838;1839;1840;1841;1842;1843;1844;1845;1846;1847;1848;1849;1850;1851;1852;1853;1854;1855;1856;1857;1858;1859;1860;1861;1862;1863;1864;1865;1866;1867;1868;1869;1870;187Ferqa di nêvbera »ko«, »ku« û »kû« de (2005-05-19)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
Xewna Mesûd Barzanî ji başûrê Kurdistanê mezintir e (2005-02-07)
 
REKLAM


KOLUMNÎST
Şebabê Egît nabe Şeroyê Biro û ez jî nabim ”heval”
Tolstoy û xelata Nobelê
Kurdistaneka serbixwe û [ne]cida
Heşt rojên şerê xendekê – I
Em û felsefe
Hilbijartinên Kurdistanê ez şok kirim
© 1997–2024 www.nefel.com  |  E-poste: info@nefel.com  |  Powered by Medesoft.org