SWÊD, 21/3 2012 — Newroz û awayê pîrozkirina newrozê di çavkaniyên nivîskî de hebin jî, demeke dirêj newroz li ba kurdan mîna cejin nedihat pîroz kirin û li ba nivşê nû hatibû ji bîr kirin. Ev cejna mîtolojîk, ko ji aliyê gelek miletên cihê ve tê pîroz kirin, wek navê xwe, yanî wek cejnekê tê pîroz kirin.
Lê ji ber sebebên diyar, kurd ji vê cejna xwe bêpar hatibûn hiştin. Bi gotineke din ev cejna dîrokî û mîtolojîk li kurdan hatibû qedexe kirin. Loma, gava di salên şêstan de û paşê jî di salên heftêyan de xortên kurdan bi rastiya xwe hesiyan û li dîroka xwe kolan, ew pêrgî newrozê jî hatin û xwestin vê cejna ko hatiye ji bîr kirin dîsa ji nû ve vejînin û bigihînin nifşê nû. Ji ber ko pîrozkirina vê cejnê qedexe bû wan kirasekî siyasî lê kir û bi wî kirasî pîroz kirin. Lê di salên şêstan û heftêyan de, herçiqas ev cejna mîtolojîk bi rengekî siyasî dihat bi bîr anîn jî, dîsa ew di roja xwe de, yanî di 21-ê adarê de dihat pîroz kirin.
Bîstûyekê adarê li welêt destpêka biharê ye. Êdî zivistan li dû dimîne, bihar xwe dide pêş, xweza xwe ji nû ve vedijîne, mêrg û zevî bi kulîlkên rengîn dixemilin û keç û xortên kurdan ji bo pîrozkirina newrozê – bi tarîfa Xanî – derdikevin seyrangehan. Herçiqas em li Swêdê hê jî hinekî di binê berfê de bin, ew germahiya welêt dilê me şa dike, zivistanê li me dike bihar û tîna agirê newroza welêt me germ dike.
Ez ê di vê kurtenivîsê de, zêde bi kûraniya dîrokê de neçim û nekevim nav cîhana mîtolojiyê. Li ser newrozê bi kurdî û tirkî gelek nivîs hatine nivîsandin, gelek helbest û stiran hatine hûnandin û nihurandin, gelek wêne û hêkelên bi mijara newrozê ve girêdayî hatine çêkirin. Kêm zêde em hemû li ser dîrok û naveroka newrozê hemfikir in.
Herçiqas em newroza xwe ji ya efxan, belûcî û îraniyan vediqetînin û herçiqas naveroka newroza me, celebê pîrozkirina newroza me ji ya wan cida be jî, dîsa em eynî navî lê dikin û di eynî rojê de pîroz dikin. An jî divê em di eynî rojê de pîroz bikin. Lê na, em di eynî rojê de pîroz nakin. Qet nebe, ev bîstûpênc–sih sal in ko kurdên li derveyî welêt, newrozê ne bi tenê di 21-ê adarê de pîroz dikin, lê ew, hema bêje ji destpêka adarê ve dest pê dikin û heta meha nîsanê, carinan heta destpêka gulanê jî cejna newrozê pîroz dikin.
Cejna newrozê li ba kurdên derveyî welêt carinan di 15-ê adarê de, carinan di sêyê nîsanê de, nizanim carinan di çendê gulanê de tê pîroz kirin. Ez dibînim ev şaşiya ko kurdên derveyî welêt bi salan e dubare dikin, kurdên bakur jî ketine eynî şaşiyê. Ew jî êdî ne bi tenê di 21-ê adarê de, lê di meha adarê de, di rojên cihê cihê de newrozê pîroz dikin.
Ev celebê pîrozkirinê li bejna cejnên dînî, dîrokî û mîtolojîk nayên. Çawa ko mirov nikare cejna remezan û qurbanê di dîrokin din de pîroz bike, çawa ko mirov nikare cejna noelê, an jî cejna êzîdiyan û dîn û baweriyên din di roj û demên din de pîroz bike, divê mirov sadiqî dîroka cejna newrozê be jî, pê nelîze, wê di roja wê de bihêle û di roja wê de pîroz bike.
Cejin xweş in, bi taybetî ji bo kurdan ko ewqasî êş û azar kişandine, xweştir in. Lê gava her roj cejin bin, ew cejin êdî balkêşî û kelecana xwe wenda dikin, ji mahneya xwe ya dîrokî û mîtolojîk derdikevin û dibin qalikên vala.
Loma, divê em newrozê ji pîroziya wê ya dîrokî û mîtolojîk bi dûr nexin, naveroka wê vala nekin, siyê nexin ser semboltiya wê, wê di 21-ê adarê de bihêlin û di 21-ê adarê de pîroz bikin.
Newroza we pîroz be, lê di 21-ê adarê de… |