[ ÎNÊ, 2024-04-26 ]   [ BIKE MALPERA DESTPÊKÊ ]   [ BÊXE NÊV BIJAREYAN ]   [ KONTAKT ]   [ INFO ]   [ LÊGERÎN & ARŞÎV ]  
DESTPÊK
Nûçe
Nivîsar
Kulturmagazîn
Hevpeyvîn
Kolumnîst
Ewrokurd
E-Pirtûk
Lîteratûr
Ziman
Muzîk
Foto
Lînk
E-POSTEYA TE
  Nav (Username)  
   
  Þîfre (Password)  
   
   
     
   »E-posteyeka nû
 bo xwe qeyd bike
 
REKLAM


KOLUMNÎST 
Di siya Melekî Tawiz de
STOCKHOLM, 4/8 2012 — Min û du hevalên xwe ên swêdî; Magnus Bärtås û Fredrik Ekman di adara 2003an de haziriya çûna Kurdistana Iraqê dikir. Hema bêje me û hêzên yekbûyî bi hev re hazirî dikirin. Amerîka û hêzên yekbûyî dixwestin ji çend aliyan ve têkevin Iraqê, em jî li ser du riyan konsantre bûbûn.

Hingî Tirkiye destûr nedida ko biyanî di deriyê Xabûrê re derbasî Iraqê bibin, loma me dixwest em riya Îran û Sûriyê biceribînin. Gava em têgihîştin ko wê vîzeya Îranê jî pir dirêj bikişîne, loma me xwest em di ser Sûriyê re herin Kurdistana Iraqê. Me ji bo wê yekê bi Taha Berwarî ko li Swêdê berpirsiyarê Hikûmeta herêmê ya Kurdistanê bû re têkîlî danî û jê daxwaza çûna Kurdistana Iraqê kir. Taha Berwarî soza tiştên ko wê jê bê da, lê ji ber ko ew di proseseke hesas re dibuhurîn, ew pir mijûl bû û bi heyetên diplomatîk re rûdinişt û radibû. Min dixwest em di meha adarê de xwe bigihînin Kurdistanê da hevalên min ên swêdî hem bihara Kurdistanê bijîn, hem jî coşiya cejna Newrozê bibînin. Lê gava bû adar û hê me tu bersiv ji berpirsiyarê hihûmeta herêmê ya Kurdistanê wernegirtibû, min dizanîbû ko êdî dem dereng dibe û çûna me ya Kurdistanê jî bêîmkan dibe. Her ko çûna me zehmettir dibû, ketina Amerîka û ya hêzên yekbûyî nêzîktir dibû.

Herdu hevalên min ko bi hev re kitêbek li ser hin tarîqat û dînan dinivîsandin, dînê êzîdiyan jî hilbijartibûn û dixwestin di kitêba xwe de cihekî berfireh bidin dînê êzîdiyan. Wan bi xwe cara pêşî dinê êzîdiyan ji min bihîstin. Cara pêşî bihîstin ko dînekî wilo heye, ev dîn ji aliyê kurdan ve tê hebandin û li gora wan kurdan, ev dîn, dînê kurdan yê destpêkê bûye. Li Swêdê, li ser kurdên êzîdî û baweriya wan kêm tişt hatine nivîsandin. Raya Swêdê ya giştî ji vî dînî bêhay in. Cara pêşî misyonereke swêdî ya bi navê Maria Arnholm berî bi sedsalekî diçe Kafkasyayê, dikeve nav kurdên êzîdî û li ser wan û rewşa wan dinivîsîne. Arnholm nivîsên xwe di kovar û rojnameyên wê demê de diweşîne. Rohat Alakom bi lêkolînên xwe ên gêrikane ev misyonera swêdî keşif kir, nivîsên wê civandin ser hev û mîna kitêbekê di nav weşanên Apecê de derxist. Ji bilî van nivîsên Maria Arnholmê, di derheqê êzîdiyan de bêdengiyeke mezin çêdibe û heta teologên swêdiyan jî ji vî dînê ewçend kevin bêhay dimînin. Herî dawiyê dîplomatê swêdî Ingmar Karlsson di kitêba xwe ya bi navê Korset och Halvmånen de gotareke bi sînor li ser êzîdiyan dinivîsîne. Me ev gotara Ingmar Karlsson bi wergera Mihemed Dehsiwar di sala 1995an de di hejmara Nûdemê ya 15an de weşandibû. Jê pê ve, ji bilî beşek ji kitêba Rohat Alakom ya bi navê ”Svensk-kurdiska kontakter under tusen år”, tiştekî cidî li ser êzîdiyan nehatiye nivîsandin.

Gava em têdigihîjin ko wê di pêvajoya şer de çûna me ya Kurdistana Iraqê bêîmkan be, ez pêşniyaza ko em herin Ermenistanê ji hevalên xwe re dibim. Ez ji wan re behs dikim ko li Ermenistanê gelek gundên kurdan hene, kurdên Ermenistanê di warê folklor û edebiyata kurdî de roleke mezin lîstine û herweha piraniya kurdên Ermenistanê jî êzîdî ne. Em hersê fikra xwe dikin yek û em amadehiya xwe û çûna Ermenistanê dikin. Ez dizanim ko piştî hilweşandina sîstema Sovyetê û herweha piştî şerê Ermensitan û Azerbaycanê gelek kurdên êzîdî ji Ermenistanê koçber bûne û bi taybetî jî kurdên rewşenbîr derketina û hejmara rewşenbîrên ko li wir mane pir kêm in.

Têkiliyên min ên bi kurdên Sovyeta berê re digihîje destpêka salên 1980. Ew têkilî her dewam dike û heta niha jî gelek ji wan dost û hevalên min in. Lê gava rojên me nêzîk dibin, ez pê dihesim ko kêm kes ji rewşenbîrên kurdên êzîdî li Ermenistanê mane. Qet nebe ên ko ez nas dikim jê bar kirine. Loma, ji bo têkiliyan ez pêşî xwe digihînim Têmûrê Xelîl û dûre jî xwe digihînim Celîlê Celîl, Tosinê Reşît, Eskerê Boyîk û Wezîrê Eşo. Her yek ji van nivîskar û rewşînbîrên ko roleke wan ya mezin di pêşdexistina edebiyata kurdî de heye, li welatên cihê belav bûne. Têmûrê Xelîl li Swêdê bi cih bûye, Tosinê Reşît digel xanima xwe muzîknas Nûra Cewarî li Australyayê bi cih bûne, Wezîrê Eşo li Belçîkayê ye, Eskerê Boyîk li Almanyayê û Celîlê Celîl jî li Viyanayê niştecî bûye.

Gava em bilêtên xwe ên Yerevanê dibirin û em dibînin ko em ê pênc saetan li Viyanayê bimînin, ji min re dibe firsetek ko ez li Celîlê Celîl bigerim û haya wî bigihînimê. Min berê telefonî Celîlê Celîl kiribû, pê şêwirîbûm û hin nav û adresên Erminstanê jê standibûn. Gava ez jê re dibêjim demeke me ya ewqasî dirêj heye û em dixwazin berî çûnê wî jî bibînin, ew kêfxweşiya xwe tîne zimên û dixwaze em di wê navberê de herin mala wî, bi hev re firavîneke dereng bixwin û paşê bi hewa bikevin.

Gava em li balafirgeha Vîyanayê dadikevin û li salonê çavên xwe li Celîlî Celîl digerînin, ez dibînim wa ye Celîlê Celîl bi bejna xwe ya bilind, serê xwe hildaye û ew jî çavê xwe li me digerîne. Em çav li hev dikevin, bi ken destên xwe ji hev re li ba dikin, dûre em hevdu hemêz û maçî dikin, em derdikevin derve û di bin barana hûr de bi otomobîla wî xwe digihînin mala wî. Gava em diçin malê, xanima wî Gulîzerê bixêrhatiniyê dide me û me keremî hundir dike. Diyar e ko Gulîzer Xanê ji sibehê de rabûye û haziriya mêvanên xwe kiriye. Ez dizanim ko kurd mêvanperwer in, lê ez ê dûre pê bihesim ko mêvanperweriya kurdên êzîdî, bi taybetî mêvanperweriya êzîdiyên Sovyeta berê bêpîvan e. Ji ber ko mazûbanên me dizanin em rêwî ne û zêde wextê me tuneye, ew zûka ser masê radixin. Gulîzar Xan xwarinên xwe ji mitfaxê dikişîne ser masê, Celîlê Celîl şûşeyeke vodka vedike û qedeha xwe ji bo me hildide. Ew bi hildana qedehê re ji bo bixêrhatiniya me çend gotinan dibêje, lê ez dizanim ko adeta kurdên Sovyeta berê çawa ye, ew çawa qedehan bilind dikin û bi çi celebî dipeyivin. Ez di dilê xwe de dibêjim ko ji aliyê noşkirinê ve Celîl Celîlê asîmîle bûye. Lê Celîlê Celîl û malbata xwe (Bavê wî Casim, birayê wî Ordîxan û xwişka wî Cemîle) ji bo ko kurd asîmîle nebin, wan hemû jiyana xwe li ser berhevkirin folklora kurdî kirine, ew daketine kûraniya dîrokê û lê li bermayên kurdan geriyane û berhema xebata wan bûye bi dehan cildên kitêban.

Di ser xwarinê re Celîl ji me re behsa rewşa kurdên Ermenistanê dike, dema berê û niha dide ber hev, ji nebûna dewleteke kurdan gazinan dike û erê sîstema Sovyetê rexne dike, lê dibêje piştî hilweşandina Sovyetê ên herî pir zerar dîtine, kurd in. Ew dûre ji me re behsa xebatên xwe dike, behs dike bê wî çiqas qewl û beytên êzîdiyan dane hev û aniha di destên wî de bîst û pênc cild ji folklora kurdî neweşandî hene, lê dike û nake nikare xewna xwe bi cih bîne û wê dewlemendiya folklor û edebiyata kurdî bigihîne kurdan.

Gava ez jî behsa dewlemendiya edebiyata kurdî ya devkî dikim û carê di nav re gotinên hevalên xwe ji Celîlê Celîl re werdigerînim û gotinên Celîl werdigerîn swêdî, Celîl carina di nav re bi enerjiya xortekî bîst salî ji cihê xwe dipengize, diçe ji odeya xwe ya xebatê hemêza xwe tije dosya dike û tîne nîşanî me dide. Ez dosyayên wî ji dest digirim, rûpelên wan di ser hev re diqulipînim, hin qewl û beytên kurt dixwînim, heyfa xwe tînim ko ev xebatên ewçend bi qîmet ko ji bo kulturekê xezîneyek e, tenê di dosyayên Celîlî Celîl de ne û li odeya wî ya xebatê hepiskirî ne. Ez hin qewl û beytan ji hevalên xwe re werdigerînim swêdî. Ew jî ji xebatên Celîl ecêbmayî dimînin û meraq dikin ka bê êzîdî duayên xwe bi kîjan zimanî dikin. Digel ko ez dizanim ew bi kurdî dikin, lê ez bersivê ji Celîl re dihêlim û ew jî ji me re kurtsemînerekê li ser êzîdiyan dide.

Em di ahengeke dostane de hem hêdî hêdî firavîna xwe dixwin, carina di nav re qedehên xwe ên vodkayê hildidin û li ser êzîdî û baweriya êzîdiyan dipeyivin. Hevalên min gotinên Celîl di deftera xwe de not digirin. Tiştên ko meraq dikin, dîsa dipirsin, ji pirsê pirsan derdixin, lê nagihîjin encamekê. Digel ko wan hin kitêbên girîng ên li ser êzîdiyan xwendine û ji min jî, li gora zanebûna min ya bi sînor, li ser êzîdiyan bihîstine, dîsa gelek tiştan meraq dikin û dixwazin ji devê profesorekî kurd yê êzîdî bibihîzin. Digel ko ew dizanin Melekî Tawiz Melekekî esmanî bûye, dîsa jî meraq dikin û dixwazin li ser berberiya Melekî Tawiz û Xwedê rawestin.

Li gora hin çavkaniyên devkî û nivîskî, Xwedê pasîv, lê Tawiz aktîf bûye û hemû fermanên Xwedê bi riya Melekî Tawiz hatine bi cih anîn. Yanî ji nav Melekan, Melekê herî nêzîkî Xwedê, Melekî Tawiz bûye û miletê Tawiz, êzîdî jî, miletê Xwedê ê qedirbilind bûye...

-----------


» Firat Cewerî, Fredrik Ekman û Magnus Bärtås li Lalişê.

Di sala 2003an de, min du hevalên xwe ên swêdî; Magnus Bärtås û Fredrik Ekman ji bo nivîsandina kitêbeke li ser êzîdiyan qanih kiribû û me di wê salê de haziriya çûna Kurdistana Iraqê dikir. Lê Amerîka berî me ket Iraqê, loma me pêşî berê xwe da Ermenistanê û piştî ketina Saddam jî em çûn Kurdistanê. Ji encama vê xebatê kitêbeke rind bi navê ”Innanför cirkeln”-”Di hundirê xelekê de” derket holê. Ev kitêba ha di warê xwe de kitêbeke yekane ye. Hem bi awayekî berfireh êzîdiyan û dînê wan dide naskirin, hem jî panoramayeke giştî ya kurdan radixe ber çavan. Ji ber ko herdu hevalên min bi kurdî nizanîbûn û êzîdiyên ko em çûn seredana wan jî bi îngilîzî nizanîbûn, ev kitêb ji kurdiya min adapteyî swêdî bûye. Lê armanca min bi xwe ew bû ko ez prosesa avakirina vê kitêbê mîna gernameyekê bi kurdî binivîsînim. Min hin not girtin jî, lê ez aniha wan notan nabînim. Tiştê min dît, destpêka gernameyê bû û ew jî ev çend rêzên li jor in. Heke ez notên xwe bibînim dibe ko ez dewama vê gernamê binivîsînim.

-----------------------------------
Nivîskar: FIRAT CEWERÎ firat.ceweri@comhem.se
Weşandin: 2012-08-04
Xwendin: 3490
 

KOLUMNÊN BERÊ   
Li dilê min miqate be (2013-10-16)
Kitêbxaneya Îskenderyayê (2013-06-13)
Edebiyata cihûyan ya modern çi ye (2013-02-19)
Duzimanî (2013-01-09)
Ez bibêjim lê, wê deng bê te! (2012-11-01)
Jin û edebiyat (2012-10-05)
Ka cihûyên Kurdistanê? (2012-09-06)
Meha tebaxê (2012-08-16)
Sirgûn û edebiyata modern (2012-07-05)
Fotografê ko ji bîra min naçe (2012-06-16)
Zilamê ko herî pir xelata Nobel ya edebiyatê girtiye (2012-05-20)
Li ser nivîskariyê (2012-05-12)
Mimesis (2012-04-19)
Rastiya nivîskariyê (2012-04-05)
Divê newroz di roja xwe de were pîroz kirin (2012-03-21)
Şoreş zarokên xwe dixwin (2012-03-07)
Rewşenbîrên dema xortaniya min (2012-02-23)
Siyaset û edebiyat (2012-02-09)
Edebiyat ”edebiyat” e û ne wêje ye (2012-01-25)
Kurdên binxetê (2012-01-11)
NERÎNGEH
 
[kitêb] Sun Zî: Hunera şer (2016-04-21)
Ismail Beşikçi ji kurdan re li ser ermeniyan semînerek da (2013-09-28)
Kurdistan berî serxwebûna siyasî ”serxwebûna petrolê” û ekonomîk îlan dike (2012-05-21)
Tewanga navdêrên zimanê kurdî (2009-02-08)
Umît Firat dibêje navnîşana çareserîya pirsa kurd ne PKK ye (2008-11-11)
Hêro Talebanî: Min nedixwest Mam Celal bibe serokkomarê Iraqê [foto] (2007-05-10)
Alfabeya kurdî-latînî ji bo zimanê kurdî ji alfabeya kurdî-erebî minasibtir e (2005-11-02)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
vv9v8v09fq:TabArticles:4;8;12;14;17;19;21;22;23;24;28;29;30;31;32;40;41;43;44;46;48;49;51;52;53;54;55;56;58;60;62;63;64;65;66;67;69;71;72;74;75;76;77;78;79;80;81;82;84;85;86;90;91;92;94;95;96;97;98;100;102;103;104;105;106;107;109;110;111;112;113;114;115;116;117;118;119;120;121;122;123;124;125;126;127;128;129;130;131;132;133;134;136;137;138;139;140;141;142;143;144;145;146;147;149;150;151;152;153;155;157;158;159;160;163;164;165;166;167;168;169;170;171;172;173;174;175;176;178;179;180;181;182;183;184;185;186;187;188;189;190;191;192;193;194;195;196;197;198;199;200;202;203;204;205;206;207;208;209;210;211;212;213;214;215;216;217;218;219;221;222;223;224;225;226;227;228;229;230;231;232;233;234;235;236;237;238;239;240;241;242;243;244;245;246;247;248;249;250;251;253;254;255;256;257;258;259;260;261;262;263;264;265;266;267;268;269;270;271;272;273;274;275;276;277;278;279;280;281;282;283;284;285;286;287;288;289;290;291;293;294;295;296;297;298;301;302;303;304;305;306;307;308;309;310;311;312;313;314;315;316;317;318;319;320;321;322;323;324;325;326;327;328;329;330;331;332;333;334;335;336;337;338;339;340;341;342;343;344;345;346;347;348;349;350;351;352;353;354;355;356;357;358;359;360;361;362;363;364;365;366;367;368;369;370;371;372;373;374;375;376;377;378;379;380;381;382;383;384;385;386;387;388;389;391;392;393;394;395;396;398;399;400;401;402;403;404;405;406;407;408;409;410;411;412;413;414;415;416;417;418;419;420;421;422;423;424;425;426;427;428;429;430;431;432;433;434;435;436;437;438;439;440;441;442;443;444;445;446;447;448;449;450;451;452;453;454;455;457;458;459;460;461;462;463;464;465;466;467;468;469;470;471;472;473;474;475;476;477;478;479;480;481;482;483;484;485;486;487;488;489;491;492;493;494;495;496;497;498;499;500;501;502;503;504;505;506;507;508;509;510;511;512;513;514;515;516;517;518;519;520;521;522;523;524;525;526;527;528;529;530;531;532;533;534;535;536;537;538;539;540;541;542;543;544;545;546;547;548;549;550;552;553;554;555;556;557;558;559;560;561;562;563;564;565;566;567;568;569;570;571;572;573;574;575;576;577;578;579;580;581;582;583;584;585;586;587;588;589;590;591;592;593;594;595;596;597;598;599;600;601;602;603;604;605;606;607;608;609;610;611;612;614;615;616;617;618;619;620;621;622;623;624;625;626;627;628;629;630;631;632;633;634;635;636;637;638;639;640;641;642;643;644;645;646;647;648;649;650;651;652;653;654;655;656;657;658;659;660;661;662;663;664;665;666;667;668;669;670;671;672;673;674;675;676;677;678;679;680;681;682;683;684;685;686;687;688;689;690;691;692;693;694;695;696;697;698;699;700;701;702;703;704;705;706;707;708;709;710;711;712;713;714;715;716;717;718;719;721;722;723;724;725;726;727;728;729;730;731;732;733;734;735;736;738;740;741;742;743;744;745;746;747;748;749;750;751;752;753;755;756;757;758;759;760;761;762;763;764;765;766;767;768;769;770;771;773;775;776;777;778;779;780;781;782;783;784;785;786;787;788;789;790;791;792;793;794;795;796;798;799;800;801;802;803;804;805;806;807;808;809;810;811;812;813;814;815;816;817;818;819;820;821;822;823;824;825;826;827;828;829;830;831;832;833;834;835;836;837;838;839;840;841;842;843;844;845;846;847;848;849;850;851;852;853;854;855;856;857;858;859;860;861;862;863;864;865;866;867;868;869;870;871;872;873;874;875;876;877;878;879;880;881;882;883;884;885;886;887;888;889;890;891;892;893;894;895;896;897;898;899;900;901;902;903;904;905;906;907;908;909;910;911;912;913;914;915;916;917;918;919;920;921;922;923;924;925;926;927;928;929;930;931;932;933;934;935;936;937;938;939;940;941;942;943;944;945;946;947;948;949;950;951;952;953;954;955;956;957;958;959;960;961;962;963;964;965;966;967;968;969;970;971;972;973;974;975;976;977;978;979;980;981;982;983;984;985;986;987;988;989;990;991;992;993;994;995;996;997;998;999;1000;1001;1002;1003;1004;1005;1006;1007;1009;1010;1011;1012;1013;1014;1015;1016;1017;1018;1019;1020;1021;1022;1023;1024;1025;1026;1027;1028;1029;1030;1031;1032;1033;1034;1035;1036;1037;1038;1039;1040;1041;1042;1043;1044;1045;1046;1047;1048;1049;1050;1051;1052;1053;1054;1055;1056;1057;1058;1059;1060;1061;1062;1063;1064;1065;1066;1067;1068;1069;1070;1071;1072;1073;1074;1075;1076;1077;1078;1079;1080;1081;1082;1083;1084;1085;1086;1087;1088;1089;1090;1091;1092;1093;1094;1095;1096;1097;1098;1099;1100;1101;1102;1103;1104;1105;1106;1107;1108;1109;1110;1111;1112;1113;1114;1115;1116;1117;1118;1119;1120;1121;1122;1123;1124;1125;1126;1127;1128;1129;1130;1131;1132;1133;1134;1135;1136;1137;1138;1139;1140;1141;1142;1143;1144;1145;1146;1147;1148;1149;1150;1151;1152;1153;1154;1155;1156;1157;1158;1159;1160;1161;1162;1163;1164;1165;1166;1167;1168;1169;1170;1171;1172;1173;1174;1175;1176;1177;1178;1179;1180;1181;1182;1183;1184;1185;1186;1187;1188;1189;1190;1191;1192;1193;1194;1195;1196;1197;1198;1199;1200;1201;1202;1203;1204;1205;1206;1207;1209;1210;1211;1212;1213;1214;1215;1216;1217;1218;1219;1220;1221;1222;1223;1224;1225;1226;1227;1228;1229;1230;1231;1232;1233;1234;1235;1236;1237;1238;1239;1240;1241;1242;1243;1244;1245;1246;1247;1248;1249;1250;1251;1252;1253;1254;1255;1256;1257;1258;1259;1260;1261;1262;1263;1264;1265;1266;1267;1268;1269;1270;1271;1272;1273;1274;1275;1276;1277;1278;1279;1280;1281;1282;1283;1284;1285;1286;1287;1288;1289;1290;1291;1292;1293;1294;1295;1296;1297;1298;1299;1300;1301;1302;1303;1304;1305;1306;1307;1308;1309;1310;1311;1312;1313;1314;1315;1316;1317;1318;1319;1320;1321;1322;1323;1324;1325;1326;1327;1328;1329;1330;1331;1332;1333;1334;1335;1336;1337;1338;1339;1340;1341;1342;1343;1344;1345;1346;1347;1348;1349;1350;1351;1352;1353;1354;1355;1356;1357;1358;1359;1360;1361;1362;1363;1364;1365;1366;1367;1368;1369;1370;1371;1372;1373;1374;1375;1376;1377;1378;1379;1380;1381;1382;1383;1384;1385;1386;1387;1388;1389;1390;1391;1392;1393;1394;1395;1396;1400;1401;1402;1403;1404;1405;1406;1407;1408;1409;1411;1412;1413;1414;1415;1416;1417;1418;1419;1420;1421;1422;1423;1424;1425;1426;1427;1428;1429;1430;1431;1432;1433;1434;1435;1436;1437;1438;1439;1440;1441;1442;1443;1444;1445;1446;1447;1448;1449;1450;1451;1452;1453;1454;1455;1456;1457;1458;1459;1460;1461;1462;1463;1464;1465;1466;1467;1468;1469;1470;1471;1472;1473;1474;1475;1476;1477;1478;1479;1480;1481;1482;1484;1485;1486;1487;1488;1489;1490;1491;1492;1493;1494;1495;1496;1497;1498;1499;1500;1502;1503;1504;1505;1506;1507;1508;1510;1511;1512;1513;1514;1515;1516;1517;1518;1519;1520;1521;1522;1523;1524;1525;1526;1527;1528;1529;1530;1531;1532;1533;1534;1535;1536;1537;1538;1539;1540;1541;1542;1543;1544;1545;1546;1547;1548;1549;1550;1551;1552;1553;1555;1556;1557;1558;1559;1560;1561;1562;1563;1564;1565;1566;1567;1568;1569;1570;1571;1572;1573;1574;1575;1576;1577;1578;1579;1580;1581;1582;1583;1584;1585;1586;1587;1588;1589;1590;1591;1592;1593;1594;1596;1597;1598;1599;1600;1601;1602;1605;1606;1607;1608;1609;1610;1611;1612;1613;1614;1615;1616;1617;1618;1619;1620;1621;1622;1623;1624;1625;1627;1628;1629;1630;1631;1632;1633;1634;1635;1636;1637;1638;1639;1640;1641;1642;1643;1644;1645;1646;1647;1648;1649;1650;1651;1652;1653;1654;1655;1656;1657;1658;1659;1660;1661;1662;1663;1664;1665;1666;1667;1668;1669;1670;1671;1672;1673;1674;1675;1676;1677;1678;1679;1680;1681;1682;1683;1684;1685;1686;1687;1688;1689;1690;1691;1692;1693;1694;1695;1696;1697;1698;1699;1700;1701;1702;1703;1704;1705;1706;1707;1708;1709;1710;1711;1712;1713;1714;1715;1716;1717;1718;1719;1720;1721;1722;1723;1724;1725;1726;1727;1728;1729;1730;1731;1732;1733;1734;1735;1736;1737;1738;1739;1740;1741;1742;1743;1744;1745;1746;1747;1748;1749;1750;1751;1752;1753;1754;1755;1756;1757;1758;1759;1760;1761;1762;1763;1764;1765;1766;1767;1768;1769;1770;1771;1772;1773;1774;1775;1776;1777;1778;1779;1780;1781;1782;1783;1784;1785;1786;1787;1788;1789;1790;1791;1792;1793;1794;1795;1796;1797;1798;1799;1800;1801;1802;1803;1804;1805;1806;1807;1808;1809;1810;1811;1812;1813;1814;1815;1816;1817;1818;1819;1820;1821;1822;1823;1824;1825;1826;1827;1828;1829;1830;1831;1832;1833;1834;1835;1836;1837;1838;1839;1840;1841;1842;1843;1844;1845;1846;1847;1848;1849;1850;1851;1852;1853;1854;1855;1856;1857;1858;1859;1860;1861;1862;1863;1864;1865;1866;1867;1868;1869;1870;187Ferqa di nêvbera »ko«, »ku« û »kû« de (2005-05-19)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
Xewna Mesûd Barzanî ji başûrê Kurdistanê mezintir e (2005-02-07)
 
REKLAM


KOLUMNÎST
Şebabê Egît nabe Şeroyê Biro û ez jî nabim ”heval”
Tolstoy û xelata Nobelê
Kurdistaneka serbixwe û [ne]cida
Heşt rojên şerê xendekê – I
Em û felsefe
Hilbijartinên Kurdistanê ez şok kirim
© 1997–2024 www.nefel.com  |  E-poste: info@nefel.com  |  Powered by Medesoft.org