[ PÊNCŞEM, 2024-03-28 ]   [ BIKE MALPERA DESTPÊKÊ ]   [ BÊXE NÊV BIJAREYAN ]   [ KONTAKT ]   [ INFO ]   [ LÊGERÎN & ARŞÎV ]  
DESTPÊK
Nûçe
Nivîsar
Kulturmagazîn
Hevpeyvîn
Kolumnîst
Ewrokurd
E-Pirtûk
Lîteratûr
Ziman
Muzîk
Foto
Lînk
E-POSTEYA TE
  Nav (Username)  
   
  Þîfre (Password)  
   
   
     
   »E-posteyeka nû
 bo xwe qeyd bike
 
REKLAM


KOLUMNÎST 
Zilamê ko herî pir xelata Nobel ya edebiyatê girtiye
STOCKHOLM, 20/5 2012 — Yek ji rewşenbîrên tirkan, yê ko berî her kesî li Swêdê bi cih bûye û li welatê xwe venegeriya ye jî Lütfi Özkök e. Lütfi Özkökê ko li gora nifûsa wî di sala 1923an de hatiye dinyayê, di xortaniya xwe de, di salên pêncî de ji bo xwendinê berê xwe daye Parîsê.

Parîs wê demê li gora lîteratura ewrûpî Mekeya nivîskar, resam û rewşenbîran bûye. Piraniya şaîr, nivîskar û rewşenbîran xwe li bajarê Balzac û Hugo digirtin, vê dawiyê jî li yê Sartre û Camus. An ew di kuçe û kolanan de pêrgî wan dihatin, an jî li kuçe û kolanên wan dimeşiyan û bêhna xwe li restorant û kafeyên wan vedidan.

Ji bo hin nivîskarên dinyayê, welatê wan û zimanê wan têra wan nedikir û bawer dikirin ko ew dikarin bi riya Parîsê li dinyayê vebin û ancax bi riya zimanê firansizî kapasîteya xwe ya enetelektuelî bilind bikin û gerdûnî bibin. August Strindbergê nivîskarê swêdî ko îsal sedsaliya wefata wî ye, gelek salên xwe li Parîsê bihurandine. Her ko ew ji welatê xwe aciz dibû, an ew û nivîskarin din diketin qirika hev, wî berê xwe dida Parîsê. Heta wî demekê zimanê xwe jî guhert û derbasî firansiziyê bû.

Hêza zimanê firansizî ê edebî hin nivîskarên din jî ber bi xwe ve kişandine. Yek ji nimûneyên naskirî “Li bende Godot” ya Samuell Beckett e. Samuel Beckett jî wek Lütfi Özkök bi ciwanî berê xwe dabû Parîsê da ko li Parîsê bi riya edebiyatê cîhanine nû li cîhana heyî zêde bike û ew cîhan jî bi fransizî lê zêde kir. Bi wê cîhanê kir ko em hemû li benda Godot rawestin. Ji xwe hûn bi serpêhatiya Milan Kundera jî dizanin.

Lê dibe ko haya we zêde ji serpêhatiya Lütfi Özkök tunebe. Lütfi Özkökê ko di sala 1950î de bi niyeta çend salekî ji Stenbolê ji bo xwendinê berê xwe dabû Parîsê, li unîversîteyeke Parîsê ket xefka evînê û dil da keçeke swêdî ya bi navê Anne-Marie. Jê û pê ve Anne-Marie bû her tiştê Lütfi Özkök; bû hezkira wî, hevala wî, welatê wî û heta zimanê wî. Ew li wê hêlînê lûsiya û di wê hêlînê de ma. Piştî xwendina xwe ya li Parîsê ew li welatê xwe venegeriya, wî bi evîna xwe re berê xwe da welatê wê.

Wî bi du zimanan berê xwe da Swêdê; bi tirkî û firansizî. Ew hingî di du cîhanan diliviya, di ya tirkî û ya firansizî de. Lê deriyê cîhaneke nû li ber vedibû, wî ê li vê cîhana nû, cîhan dagir bikira. Ew hatibû welatê Nobel; li vî welatî bi navê Nobel xelata edebiyatê ya herî bi prestîj dihat belavkirin. Wê akademiya Swêdê jî hingî di bin tesîra pîvana entelektueliya firansizî de mabe, loma wan xelata Nobel ya pêşî di sala 1901ê de da nivîskarê firansiz Sully Prudhomme.

Her xelatgirekî Nobel yê edebiyatê bi tenê dikarin carekê vê xelatê wergirin, lê bi dehan fîgurên portreyên Lütfi Özkök ev xelat wergirtine. Ji xwe piştî ew bi hezkira xwe Anne-Marie re li Swêdê bi cih bû, ew êdî bi dû nêçîra portreyên şaîr û nivîskarên dinyayê ket. Rast e ko wî bi xwe jî şiîr dinivîsandin; ji firansizî û vê dawiyê jî ji swêdî şaîrên bijarte wergerandine tirkî, lê ew li dû avakirina nasnaveke hostetiya portreyên nivîskaran bû.

Ew welat bi welat, bajar bi bajar li dû nivîskarên xort ên hoste digeriya, pêşeroja wan di edebiyata wan de didît, loma ew didan ber objektîva xwe, hemû nivîskarî û jiyana wan ya şêrîn û tehl di portreyê wan de dicivand û bi riya çapemenî û navgînên edebiyatê radigihandin me. Te digot qey Lütfi Özkök bi wan portreyan ew nivîskar ji bo xelata Nobel ya edebiyatê pêşniyazî akademiya Swêdê dikirin. Ew portre ji akademiyê re dibûn çavkanî û piştî bi salên dirêj xwediyên portreyên Lütfi Özkök dibûn xelatgirên Nobel yê edebiyatê.

Îro, gava mirov li lîsteya xelatgirên Nobel ên edebiyatê dinêre, mirov dibîne ko portreyên bi dehan xelatgiran ji objektîva Lütfi Özkök e. Ji Jean-Paul Sartre bigire heta Samuel Beckett; ji Pablo Neruda bigire heta Gabriel García Márquez; ji Eyvind Johnson bigire heta Tomas Tranströmer ji destên Lütfi Özkök derketine. Ji bilî xelatgirên Nobelê, wî portreyên bi sedan nivîskarên din jî girtine û ew bi objektîva xwe nemir kirine.

Bêguman ew ji bo van xebatên xwe li Swêdê bi çendan car hatiye xelatkirin. Herî dawiyê, ew di sala 2009an de, wek ewrûpiyê salê hat xelatkirin. Hingî ez û nivîskar û wergêr Turhan Kayaoğlu li mala wî bûn. Gava telefona wî ya malê lêket û wî bersiv da, dengê ji xetê nûçeya ko ew wek ewrûpiyê salê hatiye hilbijartin gihandê. Hingî Lütfi Özkök li me zîvirî, keniya û bi henek ji yê/ya di telefonê de, “Çi ewrûpiyê salê, ez tatarek im” got. Ez nizanim ka bi rastî ew tatar e an na, min qet jê nepirsiye, lê bi qasî ko min ew nas kiriye, ew mirov û hunermendekî human û gerdûnî ye.

Aniha, wek piraniya sirgûniyan lê hatiye. Nexweşiya nostaljiyê dev jê bernade, ew bi xeyalên zaroktiyê û vegera cih û warên xwe dijî. Lê zaroktî û xortaniya wî di ber wî re bihurine û çûne, nema tên zeftê. Hevalên wî hemû mirine. Hezkira wî Anne-Marie jî xatirê ebedî jê xwestiye; herçiqas sê zarokên wî hebin jî ew li vê dinyayê tikûtenê maye. Ew êdî nema dikare namzetên xelatgirên Nobel ên edebiyatê jî bigihîne. Ew di nav hesabekî de vedigevize, lingekî wî li vê dinyayê, yê din li dinyaya din e. Eynî wek karakterê Vilhelm Moberg, Albert Carlsson lê hatiye; ew bi rastiya jiyanê derdikeve rêwîtiyên xeyalî û li zaroktî û xortaniya xwe digere.


» Firat Cewerî û Lütfi Özkök sohbet germ kirine

-----------------------------------
Nivîskar: FIRAT CEWERÎ firat.ceweri@comhem.se
Weşandin: 2012-05-20
Xwendin: 3864
 

KOLUMNÊN BERÊ   
Li dilê min miqate be (2013-10-16)
Kitêbxaneya Îskenderyayê (2013-06-13)
Edebiyata cihûyan ya modern çi ye (2013-02-19)
Duzimanî (2013-01-09)
Ez bibêjim lê, wê deng bê te! (2012-11-01)
Jin û edebiyat (2012-10-05)
Ka cihûyên Kurdistanê? (2012-09-06)
Meha tebaxê (2012-08-16)
Di siya Melekî Tawiz de (2012-08-04)
Sirgûn û edebiyata modern (2012-07-05)
Fotografê ko ji bîra min naçe (2012-06-16)
Li ser nivîskariyê (2012-05-12)
Mimesis (2012-04-19)
Rastiya nivîskariyê (2012-04-05)
Divê newroz di roja xwe de were pîroz kirin (2012-03-21)
Şoreş zarokên xwe dixwin (2012-03-07)
Rewşenbîrên dema xortaniya min (2012-02-23)
Siyaset û edebiyat (2012-02-09)
Edebiyat ”edebiyat” e û ne wêje ye (2012-01-25)
Kurdên binxetê (2012-01-11)
NERÎNGEH
 
[kitêb] Sun Zî: Hunera şer (2016-04-21)
Ismail Beşikçi ji kurdan re li ser ermeniyan semînerek da (2013-09-28)
Kurdistan berî serxwebûna siyasî ”serxwebûna petrolê” û ekonomîk îlan dike (2012-05-21)
Tewanga navdêrên zimanê kurdî (2009-02-08)
Umît Firat dibêje navnîşana çareserîya pirsa kurd ne PKK ye (2008-11-11)
Hêro Talebanî: Min nedixwest Mam Celal bibe serokkomarê Iraqê [foto] (2007-05-10)
Alfabeya kurdî-latînî ji bo zimanê kurdî ji alfabeya kurdî-erebî minasibtir e (2005-11-02)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
vv9v8v09fq:TabArticles:4;8;12;14;17;19;21;22;23;24;28;29;30;31;32;40;41;43;44;46;48;49;51;52;53;54;55;56;58;60;62;63;64;65;66;67;69;71;72;74;75;76;77;78;79;80;81;82;84;85;86;90;91;92;94;95;96;97;98;100;102;103;104;105;106;107;109;110;111;112;113;114;115;116;117;118;119;120;121;122;123;124;125;126;127;128;129;130;131;132;133;134;136;137;138;139;140;141;142;143;144;145;146;147;149;150;151;152;153;155;157;158;159;160;163;164;165;166;167;168;169;170;171;172;173;174;175;176;178;179;180;181;182;183;184;185;186;187;188;189;190;191;192;193;194;195;196;197;198;199;200;202;203;204;205;206;207;208;209;210;211;212;213;214;215;216;217;218;219;221;222;223;224;225;226;227;228;229;230;231;232;233;234;235;236;237;238;239;240;241;242;243;244;245;246;247;248;249;250;251;253;254;255;256;257;258;259;260;261;262;263;264;265;266;267;268;269;270;271;272;273;274;275;276;277;278;279;280;281;282;283;284;285;286;287;288;289;290;291;293;294;295;296;297;298;301;302;303;304;305;306;307;308;309;310;311;312;313;314;315;316;317;318;319;320;321;322;323;324;325;326;327;328;329;330;331;332;333;334;335;336;337;338;339;340;341;342;343;344;345;346;347;348;349;350;351;352;353;354;355;356;357;358;359;360;361;362;363;364;365;366;367;368;369;370;371;372;373;374;375;376;377;378;379;380;381;382;383;384;385;386;387;388;389;391;392;393;394;395;396;398;399;400;401;402;403;404;405;406;407;408;409;410;411;412;413;414;415;416;417;418;419;420;421;422;423;424;425;426;427;428;429;430;431;432;433;434;435;436;437;438;439;440;441;442;443;444;445;446;447;448;449;450;451;452;453;454;455;457;458;459;460;461;462;463;464;465;466;467;468;469;470;471;472;473;474;475;476;477;478;479;480;481;482;483;484;485;486;487;488;489;491;492;493;494;495;496;497;498;499;500;501;502;503;504;505;506;507;508;509;510;511;512;513;514;515;516;517;518;519;520;521;522;523;524;525;526;527;528;529;530;531;532;533;534;535;536;537;538;539;540;541;542;543;544;545;546;547;548;549;550;552;553;554;555;556;557;558;559;560;561;562;563;564;565;566;567;568;569;570;571;572;573;574;575;576;577;578;579;580;581;582;583;584;585;586;587;588;589;590;591;592;593;594;595;596;597;598;599;600;601;602;603;604;605;606;607;608;609;610;611;612;614;615;616;617;618;619;620;621;622;623;624;625;626;627;628;629;630;631;632;633;634;635;636;637;638;639;640;641;642;643;644;645;646;647;648;649;650;651;652;653;654;655;656;657;658;659;660;661;662;663;664;665;666;667;668;669;670;671;672;673;674;675;676;677;678;679;680;681;682;683;684;685;686;687;688;689;690;691;692;693;694;695;696;697;698;699;700;701;702;703;704;705;706;707;708;709;710;711;712;713;714;715;716;717;718;719;721;722;723;724;725;726;727;728;729;730;731;732;733;734;735;736;738;740;741;742;743;744;745;746;747;748;749;750;751;752;753;755;756;757;758;759;760;761;762;763;764;765;766;767;768;769;770;771;773;775;776;777;778;779;780;781;782;783;784;785;786;787;788;789;790;791;792;793;794;795;796;798;799;800;801;802;803;804;805;806;807;808;809;810;811;812;813;814;815;816;817;818;819;820;821;822;823;824;825;826;827;828;829;830;831;832;833;834;835;836;837;838;839;840;841;842;843;844;845;846;847;848;849;850;851;852;853;854;855;856;857;858;859;860;861;862;863;864;865;866;867;868;869;870;871;872;873;874;875;876;877;878;879;880;881;882;883;884;885;886;887;888;889;890;891;892;893;894;895;896;897;898;899;900;901;902;903;904;905;906;907;908;909;910;911;912;913;914;915;916;917;918;919;920;921;922;923;924;925;926;927;928;929;930;931;932;933;934;935;936;937;938;939;940;941;942;943;944;945;946;947;948;949;950;951;952;953;954;955;956;957;958;959;960;961;962;963;964;965;966;967;968;969;970;971;972;973;974;975;976;977;978;979;980;981;982;983;984;985;986;987;988;989;990;991;992;993;994;995;996;997;998;999;1000;1001;1002;1003;1004;1005;1006;1007;1009;1010;1011;1012;1013;1014;1015;1016;1017;1018;1019;1020;1021;1022;1023;1024;1025;1026;1027;1028;1029;1030;1031;1032;1033;1034;1035;1036;1037;1038;1039;1040;1041;1042;1043;1044;1045;1046;1047;1048;1049;1050;1051;1052;1053;1054;1055;1056;1057;1058;1059;1060;1061;1062;1063;1064;1065;1066;1067;1068;1069;1070;1071;1072;1073;1074;1075;1076;1077;1078;1079;1080;1081;1082;1083;1084;1085;1086;1087;1088;1089;1090;1091;1092;1093;1094;1095;1096;1097;1098;1099;1100;1101;1102;1103;1104;1105;1106;1107;1108;1109;1110;1111;1112;1113;1114;1115;1116;1117;1118;1119;1120;1121;1122;1123;1124;1125;1126;1127;1128;1129;1130;1131;1132;1133;1134;1135;1136;1137;1138;1139;1140;1141;1142;1143;1144;1145;1146;1147;1148;1149;1150;1151;1152;1153;1154;1155;1156;1157;1158;1159;1160;1161;1162;1163;1164;1165;1166;1167;1168;1169;1170;1171;1172;1173;1174;1175;1176;1177;1178;1179;1180;1181;1182;1183;1184;1185;1186;1187;1188;1189;1190;1191;1192;1193;1194;1195;1196;1197;1198;1199;1200;1201;1202;1203;1204;1205;1206;1207;1209;1210;1211;1212;1213;1214;1215;1216;1217;1218;1219;1220;1221;1222;1223;1224;1225;1226;1227;1228;1229;1230;1231;1232;1233;1234;1235;1236;1237;1238;1239;1240;1241;1242;1243;1244;1245;1246;1247;1248;1249;1250;1251;1252;1253;1254;1255;1256;1257;1258;1259;1260;1261;1262;1263;1264;1265;1266;1267;1268;1269;1270;1271;1272;1273;1274;1275;1276;1277;1278;1279;1280;1281;1282;1283;1284;1285;1286;1287;1288;1289;1290;1291;1292;1293;1294;1295;1296;1297;1298;1299;1300;1301;1302;1303;1304;1305;1306;1307;1308;1309;1310;1311;1312;1313;1314;1315;1316;1317;1318;1319;1320;1321;1322;1323;1324;1325;1326;1327;1328;1329;1330;1331;1332;1333;1334;1335;1336;1337;1338;1339;1340;1341;1342;1343;1344;1345;1346;1347;1348;1349;1350;1351;1352;1353;1354;1355;1356;1357;1358;1359;1360;1361;1362;1363;1364;1365;1366;1367;1368;1369;1370;1371;1372;1373;1374;1375;1376;1377;1378;1379;1380;1381;1382;1383;1384;1385;1386;1387;1388;1389;1390;1391;1392;1393;1394;1395;1396;1400;1401;1402;1403;1404;1405;1406;1407;1408;1409;1411;1412;1413;1414;1415;1416;1417;1418;1419;1420;1421;1422;1423;1424;1425;1426;1427;1428;1429;1430;1431;1432;1433;1434;1435;1436;1437;1438;1439;1440;1441;1442;1443;1444;1445;1446;1447;1448;1449;1450;1451;1452;1453;1454;1455;1456;1457;1458;1459;1460;1461;1462;1463;1464;1465;1466;1467;1468;1469;1470;1471;1472;1473;1474;1475;1476;1477;1478;1479;1480;1481;1482;1484;1485;1486;1487;1488;1489;1490;1491;1492;1493;1494;1495;1496;1497;1498;1499;1500;1502;1503;1504;1505;1506;1507;1508;1510;1511;1512;1513;1514;1515;1516;1517;1518;1519;1520;1521;1522;1523;1524;1525;1526;1527;1528;1529;1530;1531;1532;1533;1534;1535;1536;1537;1538;1539;1540;1541;1542;1543;1544;1545;1546;1547;1548;1549;1550;1551;1552;1553;1555;1556;1557;1558;1559;1560;1561;1562;1563;1564;1565;1566;1567;1568;1569;1570;1571;1572;1573;1574;1575;1576;1577;1578;1579;1580;1581;1582;1583;1584;1585;1586;1587;1588;1589;1590;1591;1592;1593;1594;1596;1597;1598;1599;1600;1601;1602;1605;1606;1607;1608;1609;1610;1611;1612;1613;1614;1615;1616;1617;1618;1619;1620;1621;1622;1623;1624;1625;1627;1628;1629;1630;1631;1632;1633;1634;1635;1636;1637;1638;1639;1640;1641;1642;1643;1644;1645;1646;1647;1648;1649;1650;1651;1652;1653;1654;1655;1656;1657;1658;1659;1660;1661;1662;1663;1664;1665;1666;1667;1668;1669;1670;1671;1672;1673;1674;1675;1676;1677;1678;1679;1680;1681;1682;1683;1684;1685;1686;1687;1688;1689;1690;1691;1692;1693;1694;1695;1696;1697;1698;1699;1700;1701;1702;1703;1704;1705;1706;1707;1708;1709;1710;1711;1712;1713;1714;1715;1716;1717;1718;1719;1720;1721;1722;1723;1724;1725;1726;1727;1728;1729;1730;1731;1732;1733;1734;1735;1736;1737;1738;1739;1740;1741;1742;1743;1744;1745;1746;1747;1748;1749;1750;1751;1752;1753;1754;1755;1756;1757;1758;1759;1760;1761;1762;1763;1764;1765;1766;1767;1768;1769;1770;1771;1772;1773;1774;1775;1776;1777;1778;1779;1780;1781;1782;1783;1784;1785;1786;1787;1788;1789;1790;1791;1792;1793;1794;1795;1796;1797;1798;1799;1800;1801;1802;1803;1804;1805;1806;1807;1808;1809;1810;1811;1812;1813;1814;1815;1816;1817;1818;1819;1820;1821;1822;1823;1824;1825;1826;1827;1828;1829;1830;1831;1832;1833;1834;1835;1836;1837;1838;1839;1840;1841;1842;1843;1844;1845;1846;1847;1848;1849;1850;1851;1852;1853;1854;1855;1856;1857;1858;1859;1860;1861;1862;1863;1864;1865;1866;1867;1868;1869;1870;187Ferqa di nêvbera »ko«, »ku« û »kû« de (2005-05-19)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
Xewna Mesûd Barzanî ji başûrê Kurdistanê mezintir e (2005-02-07)
 
REKLAM


KOLUMNÎST
Şebabê Egît nabe Şeroyê Biro û ez jî nabim ”heval”
Tolstoy û xelata Nobelê
Kurdistaneka serbixwe û [ne]cida
Heşt rojên şerê xendekê – I
Em û felsefe
Hilbijartinên Kurdistanê ez şok kirim
© 1997–2024 www.nefel.com  |  E-poste: info@nefel.com  |  Powered by Medesoft.org