STENBOL, 8/1 2006 — Avakarê dewleta Sirp, St. Sava Nemancij, di nivîseke xwe ya ko di dawiya sedasla 12an de nivîsîbû, li ser ziman weha digot: "Eger tu dixwazî bizanibî ka gelo dijmin welatê te çiqas dagir kiriye û gelê te çiqas kiriye bin esaretê, hingê tu wan peyvan bijmêre, ko ji zimanê te derxistiye û di şûna wan de peyvên xwe daniye. Divê tu bizanibî, di şûna ko tê ji zimanê xwe peyva herî biçûk, gotina herî sivik hunda bikî, di padişahiya te de hundakirina birca herî mezin û herî saxlem çêtir e. Mirov welatekî ne tenê bi şûr, belê bi zimanê xwe jî digire. Ziman ji hemû birc û kelehan hêzdartir e. Eger dijmin keleh û bircên welatê te hilweşand bêhêvî mebe, tu tenê bala xwe bide ziman, bibîne ka ziman di çi rewşê de ye. Eger dest nedabin ziman, netirse. Dera ko zimanê me lê tê peyivîn, cihên ko peyvên me yên zêrîn tê de dikin şingîn, divê tu bizanibî ko kurê min, ew der welatê me tê hesibîn; desthilatî di destê kê de be jî..."
Mesela ziman ev e! Ne em xwe bixapînin û ne jî kêfa xwe bînin. Ji bo zimanê kurdî, îro roja şînê, roja girînê, roja li çokên xwe xistin, roja por û gijikên xwe qusandinê ye. Îro li ser axa welatê me, ala zimanê dijmin berbiba dibe. Gotina me, peyva me, çîroka me, strana me pere nake. Ji qewlê Ehmedê Xanî ve, hê jî "Qewî kesad e bazar, nînin ji qumaşî re xerîdar (kiryar)." Zimanê me, li ber çavê me diçe û em li mirina wî temaşe dikin.
Zanayê me, ronakbîrê me, siyasetmedarê me hê jî fêm nekiriye ko siyaseta dewleta Tirk a bingehîn û neguhêrbar, jinavêrakirina zimanê kurdî û asîmilekirina kurdan e. Dewleta Tirk, baş dizane ko di vê dem û sedsalê de, bi awayê fizîkî nikare kurdan biqedîne; belê dikare ruhê kurdbûnê ji navê rake. Çimkî ziman, ruhê netewî di hebûna xwe de diparêze. Gava ko ziman çû, çawa ko St. Sava Nemancij jî dibêje, ruhê me diçe, welat diçe, milet diçe û tu tiştek namîne. Eger peyvek ji ziman, bergîdana birc û kelehek welat be, bi hezaran birc û kelhên me hunda bûne.
Bi vî awayî em nikarin li zimanê xwe xwedî derkevin. Ew yên ko hinekan ji me, ji bo parastina zimanê kurdî û namûsa kurdîtiyê hêvî didîtin, li paytexta Kurdistanê qursên zimanê tirkî vedikin. Bes e, divê em hişyar bin û serê xwe bi destê xwe bixurînin. Divê em kesên ko xwe xwediyê vî zimanî dibînin, xîret bikin, destê xwe bidin hev, dengê xwe bikin yek û ji vê birîna xwe ya ko xwîn jê dihereke re dermanekî peyder bikin. Zimanê me ji destê me diçe, çimkî ew nabe zimanê zarûkên me. Zarûkên me bi zimanê dijminên me dipeyivin. Zimanê me ji zarûkên me re xerîb e. Çima em vê trajediya xwe ji dinyayê re nakin mal? Çima em, ji bo ko peymanên navnetewî yên li ser xebitandin û jiyandina zimanê dê bikevin jiyanê, dengê xwe nagihînin dinyayê? Çima em vê jenosîda zimanê kurdî, li çar aliyên dinê naqîrîn û li defa hawarê naxin?
Îro ji bo zimanê me hawar e. Ji vê hawarê mezintir hawar tune. Bi milyonan zarûkên kurd, bi sîstema perwerdehî ya Tirkiyê hersal di çerxa asîmilasyonê re tên derbaskirin. Tenê ev yek bi serê xwe jenosîd e. Peymana jenosîdê ya ko di sala 1951an de ji alî Netewên Yekbûyî ve hatiye teyîdkirin û dewleta Tirk bi xwe îmze avêtiye binî bixwînin. Li gor vê peymanê, bi zimanê tirkî perwerdekirina zarûkên kurdan jenosîd e, qetlîam e, tevkujî ye. Bes e, em serê xwe bilind bikin. Gef û tehdîta herî mezin a li ser miletê kurd, asîmilekirina kurdan e.
Ev birîn, bi vekirina qursên kurdî, bi weşana televizyonên mehelî, bi dayina mesajek sersalê derman nabe. Riya dermankirina vê birînê ev e: Divê zimanê kurdî, pêşî li ser axa Kurdistanê, zimanê resmî û perwerdehî be. Eger ko tirk me wek "bira" dibînin û dixwazin bi me re bijîn, statuya tirkî li Kurdistanê çi be, divê li Enedol û Tirkiyê jî statûya kurdî wusa be. Yanê li Kurdistanê zimanê resmî û pewerdehî yê pêşîn kurdî, dû re tirkî; li Enedol û Tirkiyê jî zimanê resmî û perwerdehî yê pêşî tirkî, dû re kurdî. Li Tirkiyê çiqas azadî ji kurdî re hebe, li Kurdistanê jî ewqas azadî ji tirkî re hebe.
Eger perspektîfa me ya ziman rast nebe û serê me di pirsa ziman de zelal nebe, eger em di pirsa ziman de biçivçivînin, me jî serî ve koletî û têkçûn qebûl kiriye. Kurdek bi namûs û bi xîret, çawa dikare li Kurdistanê zimanê tirkî wek zimanê resmî û perwerdehî qebûl ke û ji bo kurdî qîma xwe bi qursên bi pere bîne? Divê em ji bîr nekin, ne rizgarî û ne jî ronahîdarî (enlightenment-aydinlanma) bi zimanê dijmin çênabe. St. Sava Nemancij neh sedsal berê çi digot? Ji ketina destê dijmin a birc û kelehên welat netirsin, ji hundabûna gotin û peyvên ziman bitirsin. Loma hawar e, hawara zimanê kurdî ye. |