STENBOL, 7/6 2006 — Min gellek carên din jî got: Divê em nehêlin ko Kurdistan ji alî ewlehî û emniyetê ve bibe Îraq û Erebistan. Îro, ya ko Kurdistanê ji Îraqê vediqetîne û bi taybetî jî di hiş û mêjiyên xerîban de cihekî baş jê re peyda dike, ewlehî û emniyeta Kurdistanê ye. Ez dikarim bi dilekî şad û rihet bêjim ko Kurdistana Başûr, niha ji alî ewlehî û emniyetê ve, yek ji derên dinyayê yên herî baş e. Li Kurdistanê hûn dikarin bi şev û bi roj, deriyê mala xwe li ser piştê bihêlin û razin. Dixwazî bi şev û dixwazî bi roj, hûn dikarin li her derê bi tena serê xwe bigerin; ne yek we aciz dike, ne jî yek ji we re dibêje serê pozê sola we xwar e. Li axa azad û pîroz, şikir ne diz hene û ne jî rêbir.
Ji alî ewlehî û emniyetê ve, welatê ko me xeyal dikir çêbû, xewna me bû rastî. Belê ji bo parastina vê ewlehî û emniyetê, di serî de kurdên Başûr, divê em hemû hewl bidin. Qanûn û nîzama dewletê ji bo her kesî ye. Divê gava ko lemba sor pê ket em bisekinin, çaxê ko polîsê kurd li nasname, ehliyet û ruxseta me pirsî, bêyî ko em eniya xwe biqermiçînin, em derxin û nîşan bidin, ji bo parastina aştî û emniyetê, em ji polîs û hêzên asayişê re bibin alîkar. Çimkî ev welat welatê me ye, ev desthilatî desthiyatiya gelê kurd e. Di serî de dijminên der û dorê, çavê hemû dinyayê li ser me ye. Eger em, di îdarekirina welatê xwe de bi ser nekevin û li axa azad û pîroz aştî û emniyetê pêk neynin, ewê hemû dinya bêje ko kurd nikarin xwe îdare bikin; çêtir e ko ew ji alî dewletên dagirker ve bên îdarekirin.
Ji bo parastina aştî û emniyeta Kurdistanê, danîna serî li ber qanûnan, hesibandina polîs û hêzên asayîşî girîng e. Divê qanûn ji bo her kesî derbas bibin û herkes li pêş qanûnan wekhev be. Madem me ji ewlehî û emniyetê dest pê kir, ez dixwazim bi nimûneyekê vê pirsê hê bêtir zelal bikim.
Çend roj berê li Hewlêrê, polîs şofêrê erebeyekê radiwestîne û jê ruxseta wî dixwaze. Ji kincên li ser şofêrê erebê kifş e ko ew ji Barzaniyan e. Çimkî Barzanî, li gel şal û şepik, şaşikeke (kefîyek) sor li dora serê xwe dipêçên. Bêguman her kesê ko ji herêma Barzan e, ne merivê serok û serokwezîrê Kurdistanê ye, belê kincên wan yek in û ji van kincên ser wan tê fêmkirin ko ji herêma Barzan in. Îcar ev camêrê ko polîs wî dide rawestandin, bi rastî jî yek ji merivên (eqrebayên) Mesûd Barzanî ye.
Polîs ruxseta erebê (seyarê) ji vî camêrê Barzanî dipirse. Belê wî ruxseta xwe li mal jibîr kiriye. Hingê polîs dibêje, "Ezbenî ezê ereba we ji we bistînin û girê bidim." Hingê ew jî li polîs dizivire û dibêje, "Heyran min ruxseta xwe li malê jibîr kiriye. Eger tu destûr bidî, ezê niha telefon bikim û bidim anîn." Belê polîs vê pêşniyariyê qebûl nake. Ev xortê ko ji malbata Barzanî ye, dike nake, nikare polîs bide yeqînkirin. Ew çiqas jî di ber dide, polîs ji ya xwe nayê xwarê. Bi ser de, ew dizane, eger îro ereba wî were girêdan, ji ber ko sibê û du sibe jî tatîla resmî ye, ewê du rojan ereba wî girêdayî bimîne.
Hingê xortê ji malbata Barzanî, neçar ereba xwe di destê polîs de dihêle û diçe. Du roj bi şûn de, ew ruxseta xwe hiltîne û diçe qereqolê. Li wir qomîserê polîsan wî dinase, xêrhatinê didê û li rewşa wî dipirse. Ew jî giliyê xwe û polîs jê re dike. Qomîser dibêje, "Welahî neheqî li te hatiye kirin. Te çima wê gavê ev qebûl kir û xwe bi polîs neda naskirin?"
Xortê ji malbata Barzanî weha li qomîserê polîs vedigerîne: "Rast e, neheqî li min hat kirin. Bi ser de karê min jî bi lez bû û ez ji karê xwe jî mam. Belê li vî welatî qanûn hene. Eger ez, wek yekî ji malabata Barzanî serî li ber van qanûnên ha daneynim, ewê ji min re nebêjin, 'hûn Barzanî qanûnan datînin, belê hûn bi xwe wan qanûnan nahesibinîn.' Eger ez gotineke nebaş ji polîsê Kurdistanê re bikim û ev yek were bihîstin, ezê çawa derêm pêşberî serok. Xem nîne, bila neheqî li me Barzaniyan bê kirin, belê bila herkes serî li ber qanûnan deyne."
Ev Barzaniyê ko heta wê rojê bi şal û şepik, bi şaşika Barzaniyan a sor digere, ji wê rojê bi şûn de destek cil xwe dike û bi henek ji hevalên der û dora xwe re weha dibêje, "Bavo bila kes nezanibe ko em Barzanî ne û neheqiyê jî li me neke. Qene gava neheqî li me bû, em jî karibin xwe biparêzin." |