STENBOL, 15/11 2005 — Sûryaniyên Kurdistanê bi hezaran salan e ko cîranên me ne. Di dîrokê de rojên me yên baş û xerab bi hev re derbas bûn. Wek du miletên cîran ên ko li ser axekê dijiyan, em hergav ji şîn û şahiyên hev re bûn şirîk. Dîrok şahid e, heta ko hinek ji derve ve nehatin û berê me dan hev, em ji siyasetên xwe yên qirêjî û niyetxerab re nekirin armanc, me tu car dilê hev neşikand.
Mixabin, wek du miletên bindest û mezlûm, çi ji nezanî û çi jî neçarî be, bi destê hinekên din, carna berê me jî ket hev û me hev êşand. Belê bi awayekî giştî û bi pirranî, em bi hev re di nav aştiyê de, bi biratî jiyan, me ji hev hes kir; adetên me, awayên jiyana me, şîn û şahiyên me ewqas diçûn ser hev, ko ji hev nedihatin qetandin.
Eger ne ji cihêtiya dînî bûya, mirov nikaribû kurd û sûryaniyan ji hev biqetîne. Xusûsiyetên wek mêvanhezî û comerdiyê, li ba kurd û sûryaniyan yek e. Hûn nikarin malake sûryanî ji maleke kurd cihê bikin, çimkî jiyana wan a malê pirr dimîne hev. Bi ser de sûryaniyên Kurdistanê, bi qasî me kurdan bi kurdî dizanin. Heta hin gund û malbatên sûryaniyan ên li der û dora Şirnexê, tenê bi kurmancî diaxivin, ji kurdî zêdetir bi zimanekî din nizanin. Belê çi kurdiyek zelal, delal, xweş û şêrîn! Bi kurtî, kurd û sûryanî wek du birayên cêwî, wek du şeqên sêvekê ne.
Belê sûryaniyên Kurdistanê ji me kurdan bêtir zilim û eziyet dîtine. Me kurdan, tenê ji ber kurdbûna xwe kişandibe, wan hem ji ber xirîstiyanbûna xwe û hem jî ji ber sûryanîbûna xwe kişandine. Ango zilma li ser wan, duqat li ya li ser me bûye, birayên me yên sûryanî, wek birayên me yên êzidî ji ber dînê xwe wusa kişandine ko neçar mane ji ser axa xwe ya ko bi hezaran salan bû li ser dijiyan terk bikin û herin li derên wek Ewropa û Emerîkayê bijîn.
Bi taybetî piştî avakirina Komara Tirkiyê, sûryaniyên Kurdistanê jî wek me kurdan tu rihetiyek nedîtin. Li gor peymana Lozanê ya ko xwedênegiravî civatên dînî, wek hindikanî (eqaliyet) qebûl dikir û mafên wan ên hindikanîbûnê dinasî, diviya ko sûryanî jî wek ermenî, rûm û cihûyan hindikanî bihatana hesibandin. Lê ji ber ko tu dewletek li pişta wan tunebû, dewleta tirk ev mafê ha jî ji wan re nas nekir. Hûn naskirina vî mafî deynin aliyekî, dewletê riya jiyanê li ber wan girt. Loma sûryanî, ew mirovên xweşik, delal û hunermend, hêdî hêdî ji axa bav û kalan reviyan, li kuçe û kolanên Ewropa bûn penaber û man. Di demeke kurt de hejmara sûryaniyên Ewropayê bi ser ya li welat ket. Îro hejmara wan a li Ewropayê bi sed hezaran tê îfadekirin, belê li welat tev tevî hev, belkî pênc hezar jî nemane. Ev çend pirkitên mayî jî, bi pirranî pîr û extiyarên çavên wan li gorê ne.
Li Ewropayê sûryaniyan dest pê kir ji xwe re jiyaneke nû ava kirin. Di avakirina vê jiyana nû de, rolê camerekî, pêşewayekî wan ê dînî, Metropolîtê Ewropa Navîn Yeşû (Îsa) Çîçek gellek mezin bû. Mor Julîus Îsa Çîçek, di sala 1942an de, li Bakûrê Kurdistanê Tûr Abidînê hatibû dinyayê. Wî li Dêrûl Zafaranê dest bi perwerdehiya xwe ya dînî kir û di sala 1969an de bû serokkeşeyê dêra Mor Gabrîel. Wî li dêrê bingehên perwerdehiya teolojîk danî, riya dêrê ji nû ve çêkir, milkên dêrê qeyd kirin û tadîalata dêrê çêkir. Pişt re ji bo xizmeta dînî derbasî Sûriyeyê bû, demekê li Sûriye û Libnanê ma û çû Ewropayê. Îsa Çîçek di sala 1979an de bû metropolîtê sûryanîyan ê Ewropa Navîn û welatên Beneluksê.
Li Ewropayê, Îsa Çîçek xizmetên gellek mezin ji bo gelê xwe kir. Wî dest pê kir, sûryaniyên ko ji hev belawela bûna û hemû di bin tehdîta asîmilebûnê de ne, bi saya dêrê anîn ser hev. Bi vî awayî di bin serokatiya wî de, li Ewropayê 51 dêr û sê manastirên sûryaniyan hatin avakirin. Civata sûryanî bi saya van dêran, li welatê xerîbiyê cardin karibû ziman û kultura xwe bide jiyandin û yekîtiya xwe biparêze. Sûryaniyên Ewropayê, li dora van dêrên ko bi saya Îsa Çîçek hatin avakirin civiyan, ji nû ve hev nas kirin, li adetên bav û kalên xwe xwedî derketin, grûbên muzîk û tiyatroyan, desteyên fotbolê ava kirin, xebatên weşanî li dar û xistin û heta ji xwe re televizyoneke ezmanî ya ko dikare li çaraliyên dinê bê temaşekirn jî çêkirin. Bi vî awayî, êdî keç û xortên sûryaniyan bi hev re dizewicîn û zimanê Sûryanî derbasî nifşên nû dibû. Gellek zarûk û xortên ko bi sûryanî nizanibin, li qursên ko li van dêran hatin vekirin, zimanê bav û kalên xwe hîn bûn. Bi saya dêrê, civata sûryanî hem medeniyeta Ewropayê himêz kir û hem jî ji tunebûn û asîmilasyonê xelas bû.
Îsa Çîçek zanayek mezin ê sûryaniyan bû. Di nivîsa bi dest de jî ew xettatek bi nav û deng bû. Li gel sûryanî, wî bi kurdî, tirkî, erebî, îngilîzî, elmanî û hollandî dizanibû. Îsa Çîçek, pirraniya wan bi zimanê sûryanî, 120 kitêb nivîsîn. Di kitêba xwe ya bi navê Kafo Dehabûbo (Destegul - 1981) de, Îsa Çîçek cih dabû lavija Mor Bessellîos Şimûn a ko di sala 1740an de bi kurdî hatibû nivîsîn. Min par ev lavija bêhempa, wek metnek hêja yî kurdolojiyê transkrîbe kir ser alfaba latînî û di kovara Bîrê de weşand.
Erê, vî camêrê ko ev hemû karên mezin ji bo civata xwe kir, ev Celadetê civata sûryanî çend roj berê, di 29ê meha çûyî de, di 63 saliya xwe de li Holandayê mir. Ji çaraliyên dinê bi hezaran sûryanî û hezkirên wî yên ji miletên din, di merasîma cenazê wî de amade bûn. Ji niha ve ew ji alî sûryaniyên Hîndistanê ve ezîz (pîroz) hat îlankirin. Niha li mala birayên me, cîranên me gelê sûryanî şîna wî heye. Ev şîn ne tenê ya wan e, şîna me kurdan e jî. Çimkî, çawa ko do şîn û şahiya me yek bû, îro jî şîn û şahiya me yek e; em bira ne, em ji axekê, ji malekê ne. Di serî de gelê sûryanî, bila serê me hemûyan sax be. |