KURDISTAN, 23/5 2006 — Di navbera Silopî û Zaxoyê de çend kîlometre heye? Belkî deh-panzdeh kîlometre, belê tu ji keviyên Xabûrê kevir bavêjî ewê li aliyê Zaxoyê bikeve. Sînorek qirase herdû lêvên Xabûrê ji hevdu diqetîne. Li aliyekî Kurdistan, li aliyê din birçîstan heye. Li Kurdistana azad, zarok li dibistanên xwe, di nav kuçe û sikakan de dileyizin. Şikir êdî şopên zilmê di kûrahiya rûyê wan de nayê dîtin. Bi giştî şa xuya dikin.
Lê gelo li Birçîstanê rewş çawa ye? Zarokên Birçîstanê çi dikin, çi dixwin, çawa dileyizin û rojên xwe çawa derbas dikin? Li Birçîstanê zarok li kuçê parsê dikin. Zarokên 5-6 salî, zarokên 7-8 salî, li kuçê parsê dikin. Ya rast hemû ne parsek in, hin ji wan dixebitin û li gor hêz û taqeta xwe, ji bo ko êvarê nanekî têxin bin çengên xwe û rûyê dayikên xwe bibişirînin, karê boyaxkirina (hibirkirina) pêlavan dikin. Ji bo wan derxistina heqê nan, tiştê herî mezin e.
Li Silopî, zarok li ser riya rêwiyên Kurdistana Başûr dicivin. Ew rêwiyan ji çavê wan dinasin. Her rêwiyek ji bo wan hêviyek e. Her rêwiyek bi serê xwe hêviya heqê nanekî ye. Doz ko doza nan be, kar giran û ji dil e. Loma divê di dema herî kurt de, hê ko rêwî çaya ber xwe neqedandiye û bi riya xwe neketiye, an sola wî were boyax kirin an jî bi riyekê, ya rast bi riya lavakirin û parskirinê heqê nan jê were derxistin. Bi salan e ko ev kar weha dimeşe û ev çerx weha digere.
Du-sê roj berê dîsa riya min bi Silopî ket û cardin berê min li Kurdistana Başûr bû. Hê ez û hevalê xwe ji taksiyê peya nebûbûn, wek pezê ko li ser xweyê dihêwire, zarok li ser serê me civiyan. Hevalê min zû pêsîra xwe ji destê wan xelas kir û ez di nav wan de mam. Tafilê ji çend seriyan bi hev re ev deng bilind bû:
— Xalo ez sola te boyax bikim, xalo ez sola te boyax bikim, xalo...
Ez dizanim xelasî tune û ez nikarim li ber daxwaza zarokan di ber xwe bidim. Emê hey solê boyax bikin, belê bi kîjanî? Neçar me sola xwe da destê yekî ji wan, belê cardin ez nikarim pêsîra xwe ji wan xelas bikim. Hin ji wan, bêyî ko karê boyaxê bikin doza peran dikin. Di vê hengamê de, ji nişka ve zarokekê şeş–heft salî weha got:
— Xalo, bila hevalê min ferekê boyax bike, ez jî ferekê boyax bikim! Bi van gotinên wî zarokî re, wek ko ez ji xeweke giran hişyar bibim, ez bi ser hişê xwe ve hatim. Lawikê bi zimanekî wusa bi lavakirin ev pêşniyarî ji min re anîbû ko min nikaribû ez bi şûnda vegerînim. Bi ser de, di vê pêşniyariyê de îsyanek li hember parskirinê hebû. Belê ev pêşniyarî li xweşa yê ko sol boyax dikir neçû û ew bêtir hişk bi pêlavê ve zeliqî. Axir min heqê boyaxkirina pêlavekê jî da zarokê ko ew pêşniyarî aniye û ji yên din re got ko ewê pêlava hevalê min boyax bike. Neçar me çend quriş jî li zarokên din belav kir, belê çiqas diçû hejmara zarokan zêde dibû.
Dilşikestî me zarok li pey xwe hêştin û berê xwe da riya Xabûrê. Demekê bi şûnda em li axa azad û pîroz bûn. Şikir li vî milî, zarok ji bo parskirinê ne li ser riyan in. Tenê li Duhokê, min li ber derê aşxaneyekê zarokekî ko destê xwe vekiriye dît. Min tafilê ji hevalên li rû xwe pirsî, ka gelo ji ber çi ev zarok parsê dike? Hemûyan bi hev re got ko ev Qereçî ne, ya wan ne ji ber hewcebûnê ye, belê ew ji ber adetî vî karê ha dikin. Ez li Hewlêrê jî rastî çend kesên weha hatim û min ev ji hevalên wê derê jî pirsî, bersîva wan jî wek ya hevalên Duhokê bû. Ya rast min ev pirs di hatinên xwe yên berê de jî kiribû û hema bêje hergav eynî bersîv sitandibû.
Dîsa jî bi tu awayî dilê min bar nedibû ko ez zarokan li kuçê parskirî bibînim. Xwezî li Kurdistana Başûr, dixwazî qereçî dixwazî mirtiv, tu zarokek ji bo parskirinê derneketa kuçê. Bi ya min, li dera ko dizî û şêlandin lê tunebe, divê parsekî jî nebe. Şikir li Kurdistanê dizî û şêlandin tune. Belê li Birçîstanê, bi taybetî jî li Diyarbekir, ji dizî û parsekiyê mirov nikare xwe tev bide.
Li welatekî ko zarok ji serê sibê heta êvarê li kuçeyên wî parsê dikin, ne huzûr û ne jî aştî heye. Di eslê xwe de kurd ji parsekirinê gelek acis in. Ez dizanim, bi mirina dê û bavan e, belê ji neçarî li Bakûr, ango li Birçîstanê zarokên kurd bûne parsek û dizek. Daxwaza boyaxkirina fereke solê, ji rika parsekirinê tê.
— Xalo, ferekê jî ez boyax kim! |