[ SÊŞEM, 2024-05-21 ]   [ BIKE MALPERA DESTPÊKÊ ]   [ BÊXE NÊV BIJAREYAN ]   [ KONTAKT ]   [ INFO ]   [ LÊGERÎN & ARŞÎV ]  
DESTPÊK
Nûçe
Nivîsar
Kulturmagazîn
Hevpeyvîn
Kolumnîst
Ewrokurd
E-Pirtûk
Lîteratûr
Ziman
Muzîk
Foto
Lînk
E-POSTEYA TE
  Nav (Username)  
   
  Þîfre (Password)  
   
   
     
   »E-posteyeka nû
 bo xwe qeyd bike
 
REKLAM


KOLUMNÎST 
Xabûr û şikenca tirkan
STENBOL, 26/11 2005 — Gelo li dinyayê tu miletekî ko bi qasî tirkan ji kitêbê re dijmin e û ji kitêbê ditirse heye? Ez bawer nakim ko hebe. Baş e ev tirk çima evqas ji kitêbê ditirsin? Tirsa tirkan a ji kitêbê gotina Victor Hugo ya li ser wan tîne bîra min: "Ji bo hilweşandina dinya mîmarî pêwistî bi erdhejînekê an şorereşeke civakî heye. Ji bo hilweşandina dinya nivîskî, hewcedarî tenê bi tirkekî û bi çirayekê heye." Bi awayê ko Hugo dinivîse, gava ko tirk û piçeke agir hatin ba hev, êdî kitêb û nivîs namîne.

Qet şik tune ko dijminatiya ji kitêbê re dijminatiya medeniyet û ronahîdariyê ye. Min xwe dît û nedît, ev dewlet ji kitêbê re dijmin bû. Tucar bi nivîs û kitêbê re nebû dost, ji ber nivîsandina rêzekê gellek mirov li zîndanan da razandin û kuştin. Ne globalîzmê û ne jî guherîna dinê, tirsa tirkan a ji kitêbê ji navê ranekir.

Di sala 1999an de, gava ko ez ji Kurdistana Başûr derbasî Bakûr dibûm, min bi xwe re çend kitêb anîbûn. Çaxê ko li ser pira Xabûrê, ev kitêb di çentê min de derketin, Jîtemê ez dûr û dirêj kişandim ser pirsê û bi zorê ez ji nav dest û lepê wan xelas bûm. Ji wê gavê heta niha, di gel ko ez gellek caran çûm Başûr jî, min tucar kitêb bi xwe re neanîn. Belê vê carê, min hin weşanên Enstîtuya kurdî ya Parîsê, bi xwe re anîbûn. Di rojên 19 û 20 mehê de (çiriya paşîn), li Hewlêrê ji alî Wezareta Rewşebîrî ya Kurdistanê û Entstîtuya kurdî ya Parîsê ve konferansek bi navê "Demokratîzekirina Rojhita Navîn" hat dayin, ko ez jî wek gohdar beşdar bûm. Enstîtuya kurdî hin weşanên xwe anîbûn Hewlêrê û belav dikir. Du kitêbên îngilîzî yên ko li ser pirsa Kurdistanê bûn, min hildan û bi xwe re anîn.

Çaxê em gihîştin ser pira Xabûrê, wek hergav cendirma cardin çentên me vekirin. Piştî ko piçekê çentê min tevdan, tafilê rastî kitêban hatin. Pêşî bi baldarî li rûpelên pêşî, cih û navê weşanxanê nihartin. Hê di rûpelên pêşî de peyva "Enstituya kurdî" bala wan kişandibû, belê wek ko li gotineke din bigerin, rûpelên din bi ser hev de diqelaptin. Hingê ez nêzikî wan bûm û min got, "Ev kitêb ji konferanseke li ser tevkujiya Helebçê hatiye amadekirin." Li ser vê yekê li min hêrs bûn û ez bi paş ve kişandim. Di vê navê de sê-çar kes bi hev re li ser kitêbê xwar bûbûn û dixwestin hin tiştan fêm bikin, belê îngilîziya wan têrê nedikir. Ez cardin nêzîkî wan bûm û min got, "Hûn kuderê dixwazin ez ji we re tercûme bikim." Belê wan dîsa ez paşve kişandim. Demekê bi şûn de yekî wan ê rutbebilindtir hat.

Hingê dest bi pirsan kirin û li sedemê çûna min a Kurdistanê pirsîn. Min got, "Ez bi turîstî çûme." Vê bersîvê yekcar ew aciz kiribûn. Êdî ez jî hêrs bûbûm û min bi nîv tinaz ew dibersîvandin. Min xwe ranegirt û got, "Yên ko vî emrê ha didin we, beredayî we û me diwestînin. Ma ne şerm e ko hûn bi kitêbekê re ewqas bilî dibin?" Di vê navê de, hersê leşkerên ko rûpelên kitêbê bi ser hev ve diqelaptin, rastî wê peyva efsûnkar a ko lê digeriyan hatibûn. Bêguman ew peyv "Kurdistan" bû. Niha êdî kar ciddî bû û dor hatibû ser Jîtemê. Qumandar haya Jîtemê pêxistibû. Me dît va ye yekî bi kincên sivîl ê bi simbêl hat. Pêşî ew û qumandar ketin hundir û bi hev şêwirîn. Dû re qumandar hat derve û ez şandim hundir. Mensûbê Jîtemê dest bi pirsan kir û raste rast hat ser Kurdistana Başûr û weha got, "Hin ji bo wê derê dibêjin Kurdistan. Belê rastî ew e ko Kurdistan tune. Rastî yek e û li her derê rast e!"

Min got, "Rastî ne yek e û li her derê jî ne rastî ye. Ya ko ji bo te rast e, dikare ji bo dê û bavê te şaş be. Ji bo we dikare Kurdistan tune be, belê li wî alî din ê pirê bi herfên mezin, 'Hûn bi xêr hatin Kurdistanê dinivîse.' Di vê dema ko internetê sînor rakirine de, hûn di nav rûpelên kitêban de li peyva Kurdistanê digerin. Baş e, rojê hezar caran gotina Kurdistanê di televizyon û rojnameyên we de derbas dibin. Ma ev hal e? Ji xwe ve ez nivîskar û profesor im. Ez nikarim kitêbekê bi xwe re bigerînim û ji bo kitêbekê serê du saetan e ko hûn min li vir digirin!"

Piştî ko me çend deqên din jî hev û bir û anî, hemû agahiyên pasaporata min yek bi yek qeyd kirin û ji min re gotin niha tu dikarî herî. Belê dest danîn ser kitêba min. Çimkî peyva "Kurdistanê" tê de derbas dibû. Di wê serma û seqemê de, bi qasî du saetan em li ser pirê hiştibûn û destûr nedabûn ko wesayitên din jî derbas bibin. Li aliyê Kurdistanê, bi sedan wesayit rêzkirî bûn û li benda derbasbûnê bûn. Belê leşkerên tirk, sirf ji bo cezakirina mirovên ko çûne Başûrê Kurdistanê, ne digotin havîn e û ne jî digotin zivistan e, bi saetan xelq li ser pirê dikirin kevir û dihêştin.

Ev şikenca Xabûrê bi salan e ko dajo. Bi salan ko dewleta tirk, li ser pira Xabûrê gelê me di şikenceyeke nemirovî re derbas dike. Bi ser de carina pirê digire û nahêle ko ne mirov û ne jî benzîn bikeve hundir. Herê ewê şikenca me ya Xabûrê bajo, belê ma hikûmeta Kurdistanê nikare rafîneriyekê çêke û qet nebe gelê xwe ji zilm û qaprîsa tirkan xelas bike?

-----------------------------------
Nivîskar: FELAT DILGEŞ
Weşandin: 2005-11-26
Xwendin: 2258
 

KOLUMNÊN BERÊ   
Mehmed Uzun û perrûya Nobelê* (2006-07-31)
Li başûr dev ji kurmancî berdan (2006-07-11)
Ne "xelat" e "perrû" ye! (2006-06-17)
Barzaniyek û polîsê trafîkê (2006-06-07)
Ferekê jî ez boyax kim! (2006-05-23)
Niyeta ordiya tirk çi ye? (2006-04-28)
"Bijî serok Apo, bi xatirê te Kurdistan!" (2006-04-13)
Ax Diyarbekir axx! (2006-04-01)
Sê dînamîkên tevgera Bakur (2006-03-22)

ilosone

ilosone pspdobre.pl
Doznama dozgerê Wanê
(2006-03-10)
Kuştina Kanî Yilmaz û ûjdana ronakbîrî (2006-02-23)
Dawiya dewletên pîne (2006-02-06)
Semînera profesor Ebas Welî (2006-01-25)
Hawara zimanê kurdî (2006-01-08)
Belediyên Kurdistanê çi dikin? (2005-12-24)
Şêx Mehdî (2005-12-07)
Şîna birayên me yên sûryanî (2005-11-15)
Cenabê Ehmedînejad (2005-11-01)
Bedirxanî û barzanî (2005-10-16)
Nivîseke ji armanca xwe dûrketî (2005-10-04)
NERÎNGEH
 
[kitêb] Sun Zî: Hunera şer (2016-04-21)
Ismail Beşikçi ji kurdan re li ser ermeniyan semînerek da (2013-09-28)
Kurdistan berî serxwebûna siyasî ”serxwebûna petrolê” û ekonomîk îlan dike (2012-05-21)
Tewanga navdêrên zimanê kurdî (2009-02-08)
Umît Firat dibêje navnîşana çareserîya pirsa kurd ne PKK ye (2008-11-11)
Hêro Talebanî: Min nedixwest Mam Celal bibe serokkomarê Iraqê [foto] (2007-05-10)
Alfabeya kurdî-latînî ji bo zimanê kurdî ji alfabeya kurdî-erebî minasibtir e (2005-11-02)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
vv9v8v09fq:TabArticles:4;8;12;14;17;19;21;22;23;24;28;29;30;31;32;40;41;43;44;46;48;49;51;52;53;54;55;56;58;60;62;63;64;65;66;67;69;71;72;74;75;76;77;78;79;80;81;82;84;85;86;90;91;92;94;95;96;97;98;100;102;103;104;105;106;107;109;110;111;112;113;114;115;116;117;118;119;120;121;122;123;124;125;126;127;128;129;130;131;132;133;134;136;137;138;139;140;141;142;143;144;145;146;147;149;150;151;152;153;155;157;158;159;160;163;164;165;166;167;168;169;170;171;172;173;174;175;176;178;179;180;181;182;183;184;185;186;187;188;189;190;191;192;193;194;195;196;197;198;199;200;202;203;204;205;206;207;208;209;210;211;212;213;214;215;216;217;218;219;221;222;223;224;225;226;227;228;229;230;231;232;233;234;235;236;237;238;239;240;241;242;243;244;245;246;247;248;249;250;251;253;254;255;256;257;258;259;260;261;262;263;264;265;266;267;268;269;270;271;272;273;274;275;276;277;278;279;280;281;282;283;284;285;286;287;288;289;290;291;293;294;295;296;297;298;301;302;303;304;305;306;307;308;309;310;311;312;313;314;315;316;317;318;319;320;321;322;323;324;325;326;327;328;329;330;331;332;333;334;335;336;337;338;339;340;341;342;343;344;345;346;347;348;349;350;351;352;353;354;355;356;357;358;359;360;361;362;363;364;365;366;367;368;369;370;371;372;373;374;375;376;377;378;379;380;381;382;383;384;385;386;387;388;389;391;392;393;394;395;396;398;399;400;401;402;403;404;405;406;407;408;409;410;411;412;413;414;415;416;417;418;419;420;421;422;423;424;425;426;427;428;429;430;431;432;433;434;435;436;437;438;439;440;441;442;443;444;445;446;447;448;449;450;451;452;453;454;455;457;458;459;460;461;462;463;464;465;466;467;468;469;470;471;472;473;474;475;476;477;478;479;480;481;482;483;484;485;486;487;488;489;491;492;493;494;495;496;497;498;499;500;501;502;503;504;505;506;507;508;509;510;511;512;513;514;515;516;517;518;519;520;521;522;523;524;525;526;527;528;529;530;531;532;533;534;535;536;537;538;539;540;541;542;543;544;545;546;547;548;549;550;552;553;554;555;556;557;558;559;560;561;562;563;564;565;566;567;568;569;570;571;572;573;574;575;576;577;578;579;580;581;582;583;584;585;586;587;588;589;590;591;592;593;594;595;596;597;598;599;600;601;602;603;604;605;606;607;608;609;610;611;612;614;615;616;617;618;619;620;621;622;623;624;625;626;627;628;629;630;631;632;633;634;635;636;637;638;639;640;641;642;643;644;645;646;647;648;649;650;651;652;653;654;655;656;657;658;659;660;661;662;663;664;665;666;667;668;669;670;671;672;673;674;675;676;677;678;679;680;681;682;683;684;685;686;687;688;689;690;691;692;693;694;695;696;697;698;699;700;701;702;703;704;705;706;707;708;709;710;711;712;713;714;715;716;717;718;719;721;722;723;724;725;726;727;728;729;730;731;732;733;734;735;736;738;740;741;742;743;744;745;746;747;748;749;750;751;752;753;755;756;757;758;759;760;761;762;763;764;765;766;767;768;769;770;771;773;775;776;777;778;779;780;781;782;783;784;785;786;787;788;789;790;791;792;793;794;795;796;798;799;800;801;802;803;804;805;806;807;808;809;810;811;812;813;814;815;816;817;818;819;820;821;822;823;824;825;826;827;828;829;830;831;832;833;834;835;836;837;838;839;840;841;842;843;844;845;846;847;848;849;850;851;852;853;854;855;856;857;858;859;860;861;862;863;864;865;866;867;868;869;870;871;872;873;874;875;876;877;878;879;880;881;882;883;884;885;886;887;888;889;890;891;892;893;894;895;896;897;898;899;900;901;902;903;904;905;906;907;908;909;910;911;912;913;914;915;916;917;918;919;920;921;922;923;924;925;926;927;928;929;930;931;932;933;934;935;936;937;938;939;940;941;942;943;944;945;946;947;948;949;950;951;952;953;954;955;956;957;958;959;960;961;962;963;964;965;966;967;968;969;970;971;972;973;974;975;976;977;978;979;980;981;982;983;984;985;986;987;988;989;990;991;992;993;994;995;996;997;998;999;1000;1001;1002;1003;1004;1005;1006;1007;1009;1010;1011;1012;1013;1014;1015;1016;1017;1018;1019;1020;1021;1022;1023;1024;1025;1026;1027;1028;1029;1030;1031;1032;1033;1034;1035;1036;1037;1038;1039;1040;1041;1042;1043;1044;1045;1046;1047;1048;1049;1050;1051;1052;1053;1054;1055;1056;1057;1058;1059;1060;1061;1062;1063;1064;1065;1066;1067;1068;1069;1070;1071;1072;1073;1074;1075;1076;1077;1078;1079;1080;1081;1082;1083;1084;1085;1086;1087;1088;1089;1090;1091;1092;1093;1094;1095;1096;1097;1098;1099;1100;1101;1102;1103;1104;1105;1106;1107;1108;1109;1110;1111;1112;1113;1114;1115;1116;1117;1118;1119;1120;1121;1122;1123;1124;1125;1126;1127;1128;1129;1130;1131;1132;1133;1134;1135;1136;1137;1138;1139;1140;1141;1142;1143;1144;1145;1146;1147;1148;1149;1150;1151;1152;1153;1154;1155;1156;1157;1158;1159;1160;1161;1162;1163;1164;1165;1166;1167;1168;1169;1170;1171;1172;1173;1174;1175;1176;1177;1178;1179;1180;1181;1182;1183;1184;1185;1186;1187;1188;1189;1190;1191;1192;1193;1194;1195;1196;1197;1198;1199;1200;1201;1202;1203;1204;1205;1206;1207;1209;1210;1211;1212;1213;1214;1215;1216;1217;1218;1219;1220;1221;1222;1223;1224;1225;1226;1227;1228;1229;1230;1231;1232;1233;1234;1235;1236;1237;1238;1239;1240;1241;1242;1243;1244;1245;1246;1247;1248;1249;1250;1251;1252;1253;1254;1255;1256;1257;1258;1259;1260;1261;1262;1263;1264;1265;1266;1267;1268;1269;1270;1271;1272;1273;1274;1275;1276;1277;1278;1279;1280;1281;1282;1283;1284;1285;1286;1287;1288;1289;1290;1291;1292;1293;1294;1295;1296;1297;1298;1299;1300;1301;1302;1303;1304;1305;1306;1307;1308;1309;1310;1311;1312;1313;1314;1315;1316;1317;1318;1319;1320;1321;1322;1323;1324;1325;1326;1327;1328;1329;1330;1331;1332;1333;1334;1335;1336;1337;1338;1339;1340;1341;1342;1343;1344;1345;1346;1347;1348;1349;1350;1351;1352;1353;1354;1355;1356;1357;1358;1359;1360;1361;1362;1363;1364;1365;1366;1367;1368;1369;1370;1371;1372;1373;1374;1375;1376;1377;1378;1379;1380;1381;1382;1383;1384;1385;1386;1387;1388;1389;1390;1391;1392;1393;1394;1395;1396;1400;1401;1402;1403;1404;1405;1406;1407;1408;1409;1411;1412;1413;1414;1415;1416;1417;1418;1419;1420;1421;1422;1423;1424;1425;1426;1427;1428;1429;1430;1431;1432;1433;1434;1435;1436;1437;1438;1439;1440;1441;1442;1443;1444;1445;1446;1447;1448;1449;1450;1451;1452;1453;1454;1455;1456;1457;1458;1459;1460;1461;1462;1463;1464;1465;1466;1467;1468;1469;1470;1471;1472;1473;1474;1475;1476;1477;1478;1479;1480;1481;1482;1484;1485;1486;1487;1488;1489;1490;1491;1492;1493;1494;1495;1496;1497;1498;1499;1500;1502;1503;1504;1505;1506;1507;1508;1510;1511;1512;1513;1514;1515;1516;1517;1518;1519;1520;1521;1522;1523;1524;1525;1526;1527;1528;1529;1530;1531;1532;1533;1534;1535;1536;1537;1538;1539;1540;1541;1542;1543;1544;1545;1546;1547;1548;1549;1550;1551;1552;1553;1555;1556;1557;1558;1559;1560;1561;1562;1563;1564;1565;1566;1567;1568;1569;1570;1571;1572;1573;1574;1575;1576;1577;1578;1579;1580;1581;1582;1583;1584;1585;1586;1587;1588;1589;1590;1591;1592;1593;1594;1596;1597;1598;1599;1600;1601;1602;1605;1606;1607;1608;1609;1610;1611;1612;1613;1614;1615;1616;1617;1618;1619;1620;1621;1622;1623;1624;1625;1627;1628;1629;1630;1631;1632;1633;1634;1635;1636;1637;1638;1639;1640;1641;1642;1643;1644;1645;1646;1647;1648;1649;1650;1651;1652;1653;1654;1655;1656;1657;1658;1659;1660;1661;1662;1663;1664;1665;1666;1667;1668;1669;1670;1671;1672;1673;1674;1675;1676;1677;1678;1679;1680;1681;1682;1683;1684;1685;1686;1687;1688;1689;1690;1691;1692;1693;1694;1695;1696;1697;1698;1699;1700;1701;1702;1703;1704;1705;1706;1707;1708;1709;1710;1711;1712;1713;1714;1715;1716;1717;1718;1719;1720;1721;1722;1723;1724;1725;1726;1727;1728;1729;1730;1731;1732;1733;1734;1735;1736;1737;1738;1739;1740;1741;1742;1743;1744;1745;1746;1747;1748;1749;1750;1751;1752;1753;1754;1755;1756;1757;1758;1759;1760;1761;1762;1763;1764;1765;1766;1767;1768;1769;1770;1771;1772;1773;1774;1775;1776;1777;1778;1779;1780;1781;1782;1783;1784;1785;1786;1787;1788;1789;1790;1791;1792;1793;1794;1795;1796;1797;1798;1799;1800;1801;1802;1803;1804;1805;1806;1807;1808;1809;1810;1811;1812;1813;1814;1815;1816;1817;1818;1819;1820;1821;1822;1823;1824;1825;1826;1827;1828;1829;1830;1831;1832;1833;1834;1835;1836;1837;1838;1839;1840;1841;1842;1843;1844;1845;1846;1847;1848;1849;1850;1851;1852;1853;1854;1855;1856;1857;1858;1859;1860;1861;1862;1863;1864;1865;1866;1867;1868;1869;1870;187Ferqa di nêvbera »ko«, »ku« û »kû« de (2005-05-19)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
Xewna Mesûd Barzanî ji başûrê Kurdistanê mezintir e (2005-02-07)
 
REKLAM


KOLUMNÎST
Şebabê Egît nabe Şeroyê Biro û ez jî nabim ”heval”
Tolstoy û xelata Nobelê
Kurdistaneka serbixwe û [ne]cida
Heşt rojên şerê xendekê – I
Em û felsefe
Hilbijartinên Kurdistanê ez şok kirim
© 1997–2024 www.nefel.com  |  E-poste: info@nefel.com  |  Powered by Medesoft.org