STENBOL, 10/3 2006 — Piştî rûdana bûyerên Şemzînanê, di serî de serokwezîr, kesên ko li ser navê hukûmetê beyan dan weha gotin, "Em dev ji vî karî bernadin. Serê vî karê ha bigihîje kê û kuderê jî emê li pey herin. Emê destûr nedin ko kes li ser navê dewletê serî li riyên nehuqûqî bixe û bi vî awayî tev bigere... filan û bêvan"
Ka çi bû? Yên ko do ev beyanên weha dikirin, îro çima li hember helwesta leşkeran çivandin û tafilê bi şûn de gav avêtin? Ka serê vî karî bigihîşta kuderê, ewê heta wê derê biçûya? Ma ji roja rojîn ve ne kifş bû ko serê vî karî digihîje kê û kuderê? Camêr, fermandarê hêzên reşahiyê, ew kesê ko ewê çend meh bi şûn de, di meha tebaxê de fermandariya giştî ya ordiya tirk bikeve destê wî, ji bo qisasê esasî yê Şemzînanê çi gotibû? "Ez wî lawikî baş nas dikim. Ew leşkerekî baş e. Me bi hevre li Bakûrê Iraqê li hember terorîstan şer kiribû. Ew tiştekî wusa nake." Baş e, ev gotin dihatin çi manê? Ya din, li kudera dinê generalek, bi leşkerekî ji rêzê re weha samîmî bû û tafilê jê re dibû kefîl?
Qisasên Şemzînanê yên esasî çawa bûn, çi bi wan hat? Ew hatin girtin, bi qasî du mehan di hundir de hatin hêştin û dû re hatin berdan? Gelo ew ji bo çi hatin girtin? Ma ji ber ko tevlî karên nehuqûqî bûbûn? Ji ber ko bombe avêtibûn çend cihan û ji kuştina çend kesan re bûbûn sedem? Na, bi tu awayî! Gelo li Tirkiyê, heta niha kî, ji ber kuştina çend kesan li ser sûc hatiye girtin û di mehkema pêşî de hatiye berdan? Kesên ko qet têkiliya wan bi tişetekî re tune, sirf ji ber ko di cihê bûyerekê re derbas bûne, gava ko hatine girtin di mehkema pêşî de nehatine berdan. Rastî ev e ko ev kesên ha, bi sebebê parastina wan hatin girtin. Çimkî ew, ji alî gel ve li ser sûc hatibûn girtin, nasnameyên wan eşkere bûbûn û bi awayekî bûbûn hedef. Her tişt li aliyekî, ewê mirov û eqrebayên kesên kuştî destûr nedana ko ew bi serbestî li navê bigerin. Loma berpirsiyarên dewleta gewre, ji bo ko ewlehiya wan pêk bînin, bi qasî du mehan qisas di hundir de hêştin.
Dozgerê Wanê, di doznama xwe de rasterast wek serok û berpirsiyariya vê hêza tarî, dewleta kûr û fermandarê hêzên reşahiyê Yaşar Buyukanit îşaret dike. Dozger di doznamê de diyar dike ko li Şemzînanê 18 bombe hatine teqandin û ji vana 16 heb ji alî vê hêzê ve hatine kirin. Ji serê du-sê rojan ve ye, ji roja ko doznama dozger di çapameniyê de cih sitand heta niha jî ez li benda tiştekî bûm: Sûcdarkirina dozger û betalkirina doznamê. Axir di roja sisiyan de, ya ko ez li bendê bûm çêbû.
Hukûmetê, li ber zorkirina leşkeran û îqtidara rastîn cardin serî tewand û li pişt dozger nesekinî. Bala xwe bidinê, eger dozname li hember kurdan û dezgeheke wan a sivîl bûya, ewê hemû mesûlên dewletê, heta bigire serokên partiyên ko xwedênegiravî muxalefet in, herkesî bi hev re, bi awayê koroyê bigota, li Tirkiyê dadbarî (yargi- judge) serbest e. Ne hukûmet û ne jî kesî din nikare têkilî karê dadbariyê bibe. Belê gava ko dozger bi tiliya xwe sûcdarên rastîn îşaret kir, hukmê dadbarî û demokrasiyê betal bû.
Ji bo Xwedê, bala xwe bidin beyanên qeşmerê Baykal, ev zilamê ko xwedênegiravî serokê partiya hemberiyê (muxalefetê) ye û ji xwe ve sosyal-demokrat e, çi dibêje, "Li hember ordiyê derbe tê kirin?" Tê bêjî camêr evûqatê ordiyê ye. Eger piçek xîret di serê vî sosyal-demokratê pîne de hebûya, ewê azadiya dadbarî biparasta? Belê ew şeref û ûjdan li kû ye? Eger wî jî ji roja rojîn ve li defa leşkeran nexista û weha bêperwa êrîşî hukûmetê nekira, belkî mesûlên hukûmetê, li ser navê leyistika demokrasiyê be jî, çend rojên din jî li ber zora leşkeran di ber xwe bidana. Belê mixabin, demokrasiya tirkan a kullek û lawaz, bi vê doznamê jî nîşan da ko bi tu awayî hukmê wê ji bo dewleta kûr û derbekaran derbas nabe.
Bi ya min, dozgerê Wanê, di dîroka Tirkiyê de, di warê dadbarî de şoreşek kir û ev doznama wî gihîşt armanca xwe. Niha êdî dinya alem dizane ko qisasên cînayetên qisasnediyar kî ne. Diz û xwediyê malê, bi vê doznamê careke din derketin pêşberî hev; xwediyê malê ji kûr ve li nav çavê diz nêrî û bi awirên xwe jê re weha got, "Ez te baş nas dikim. Ez dizanim yê ko hergav dikeve mala min û her tiştî talan dike û bi ser de zarokêm min dikuje tu yî. Ez dizanim tu kî yî û tu çiqas zalim û bêbext î. Belê niha ez nikarim bi te. Ezê li benda roja xwe bim. Xwedê ji min û ji te re mezin e."
Di vê navê de, rûdaneke balkêş jî ev bû: Tam gava ko dinya û tevahiya Tirkiyê li bêhuqûqiya dewleta kûr zivirîbû û qisasên Şemzînanê û bi hezaran bûyerên din derketibûn ber tîrojên ronahiyê û li ser sûc hatibûn girtin, li Batmanê çar polîs hatin kuştin. Gelo ev bûyera Batmanê û bomba ko li Wanê teqiya, bi kêrî kê û çi hat, ji kîjan armancê re xizmet kir? Gelo kî bi çi armancê, li hawara kê hat? |