STENBOL, 16/10 2005 — Ji serê demekê ve ye ko ez li ser karê amadekirina belgenameyeke li ser bedirxaniyan dixebitim. Doza wan, tekoşîna wan, riya wan, rêça wan, jiyan û berxwedana wan, surgûn û şikestina wan, bi taybetî vê demê bi şev û bi roj di bîra min de ye. Tiştê herî balkêş ev e: Ji sedsala nozdehan bigire hate nîvê pir ê sedsala bîstan, hûn li binê kîjan kevirê ko li ser navê kurd û Kurdistanê hatiye danîn binêrin, hûnê rastî navên bedirxaniyan werin. Koka vê malbatê, wek rehên dareke mezin li seranserê Kurdistanê belav bûne û tevahiya welat himêz kirine, heta sînor derbas kirine. Navê wan bi Kurdistanê re tê bibîranîn, ha Bedirxan, ha Kurdistan!
Bedirxanî kurdistanperest in. Şev û roja wan Kurdistan e. Xewna wan, xeyala wan, doza wan, karê wan, şerê wan, pevçûna wan, sûrgûna wan li ser Kurdistanê ye. Tu seroktiya hemû dinyayê bidî wan, ewê cardin çavê wan li Kurdistanê be. Di pirsa welatperwerî û kurdistanîbûnê de, mirov dikare bedirxaniyan, bi barzaniyan re rûbirû bike. Di vê yekê de mentalîta herdû malbatan jî ev e: Ew seroktiya Kurdistaneke ko li ser gund an bajarekî Kurdistanê ava bûye, bi serokatiya împaratoriyekê nadin. Çimkî ruhê wan, bi seroktiya wî gundê Kurdistanê hê azad e, bêtir şad e. Ew bi axa xwe, bi gel û bi welatê xwe ve girêdayî ne. Qibla wan Kurdistan e. Felsefa wan, felefa Ehmedê Xanî ye.
Rast e, ew seroktiya gundekî Kurdistanê bi sultanî, çarîtî, melîktî, sezarî an keyseriya împaratoriyekê nadin, belê ew tu car dev ji tevahiya axa welatê xwe jî bernadin. Di sala 1919an de, Şerîf Paşa li ser navê Komela Pêşketina Kurdistanê (Kurdistan Tealî Cemiyetî-KTC) li Parîsê, di Konferansa Aştiyê de, seroktiya heyeta kurd dikir. Di her eynî demê de, Bogos Nubar Paşa jî seroktiya delegasyona ermeniyan dikir. Di konferansê de li ser nexşên Kurdistan û Ermenîstanê jî gengeşî hatibûn kirin û Şerîf Paşa, ji bo ko piştgiriya ermeniyan bistîne an jî qet nebe bi wan re nekeve dubendiyekê, bajarê Wanê ji nexşê Kurdistanê derxistibû. Hingê, cîgêrê serokê Kurdistan Tealî Cemiyetiyê Emîn Alî Bedirxan, ev yeka ha bi tu awayî qebûl nekir, çimkî di nexşê ko wî amade kiribû de Kurdistana Îranê jî hebû.
Di 27ê sibata 1920an de, gava ko serokê KTCê Seyid Evdilqadir, di beyaneke xwe ya ji rojnama Îkdamê re, Kurdistana serbixwe red kiribû û otonomiyeke di bin desthilatiya tirkan de parastibû, Emîn Alî tafilê ew ji seroktiya KTCê avêtibû û bi vî awayî KTC bûbû dû şeq. Tirkan, di sala 1919an de, hê gava ko Seyid Evdilqadir serokê KTCê bû, ew bi seroktiya Şûray-î Dewleta Osmanî (Daniştay) tayin kirin. Her di eynî salê de dixwestin ko Emîn Alî Badirxan jî bi walîtiya Diyarbekir tayin bikin, belê ji ber ko dizanibûn çi jî bikin, çavê Emîn Alî û bedirxaniyên din, îlla li avakirina Kurdistanê ye û ew dikare vê wezîfa xwe ji bo vê armanca xwe bikar bîne, wan dev jê berdan û tu car destûr nedanê ko bi mêvanî jî here Kurdistanê.
Bedirxanî û barzanî hergav ji dostên xwe re dost, ji dijminên Kurdistanê re jî dijmin bûn. Wan hergav xwe xwediyên doza Kurdistanê dizanibûn û şerefa gelê xwe di ser her tiştî re digirtin. Di sala 1947an de, gava ko Barzaniyê nemir, bi pêşmergên xwe re berê xwe dabû riya Rûsyayê û çar dewletên dijmin li ser serê wî û pêşmergên wî hêwirîbûn, li Kurdistana Îranê riya wî bi gundê Hagenî ket. Li vir Mele Bedir û Mele Heyder hatibûn pêşiya serokê xwe û jê re heskirin û hûrmeteke mezin nîşan dabûn. Hingê Mele Heyder cotek gore pêşkişî serokê xwe kiribû. Di wê serma, seqem, berf û gêdûkê de ev gore gellek bi kêrî serok hatibû. Serokê dilsoz, qedirşînas û bîrawer ev qencî ji bîr nekiribû û vê mesela gorê çend caran ji kurê xwe Mesûd û yên nêzikî xwe re jî qal kiribû. Bi salan bi şûn de, Mesûd Barzanî, ev mesela ha di kitêba xwe de jî nivîsî.
Di sala 1993an de, gava ko birêz Celal Talebanî û birêz Mesûd Barzanî çûbûn Washingtonê, hingê Henry Kisinger xwestibû ko wan bibîne. Belê Mesûd Barzanî daxwaza hevdîtina Kisinger red kiribû û gotibû ko "ew dijminê min ê herî mezin e. Tu tiştekî ko ez bi wî re bipeyivim tune!" Çimkî Mesûd Barzanî, Kisinger wek mîmarê Peymana Cezayirê ya îxanetê didît. Ew jî wek bavê xwe, ji dostên xwe re dost, ji dijminên Kurdistanê re dijmin bû.
Di dema Mîr Bedirxan de li Kurdistanê aştî hebû, aramî hebû, firehî û dadperwerî (edalet) hebû. Li ser axa Mîr Bedirxan dizî, talan û şelandin tunebû. Ji roja ko barzaniyan di qada siyasî de hebûna xwe nîşan dane heta îro wan jî her eynî adet parastine û eynî rê şopandine. Heta li herêma Barzan, ji dema Şêx Evdilselam Barzanî vir ve nêçîra pezkûviyan qedexe ye. Belkî li tu dereke dinê tebîet bi vî awayî nehatiye parastin. Pezkûviyên ko li Bakûrê Kurdistanê tenê di çîrokên me de mane, li herêma Barzan bi keriyan digerin. Çimkî barzanî jî wek bedirxaniyan, ji roja rojîn ve bi zihniyeta dewletbûnê tev geriyane. Ew ne netenê li gelê xwe, li teyr û tilûr, li pezkûviyên welatê xwe jî xwedî derdiketin. Ya ko kurd û Kurdistan li ser lingan hêştiye û gihandiye vê rojê, ew helwest û ev welatevînî ye.
Çend roj berê, gava ko ez ji Başûrê Kurdistanê derbasî Bakûr bûm, li hêla Cizîrê tiştekî ecêb bala min kişand. Em di otobosê de derbas dibûn. Me bala xwe dayê ko sê polîsên tirk, kurdekî feqîr ê ko ji kincên wî kifş bû ko şoforê qamyonê ye, dabûn nav xwe û hersiyan bi hev re lê dixist. Belê çi lêxistin! Hersê bi hev re, bi kulman, bi pihênan, bi copan ketibûn ser vî belengazî û lê dixistin. Vî dîmenê hovîtiyê hemû rêwiyên otobosê rakiribû ser lingan. Eger şofêr rawesta, ez bawer im wê hin rêwiyan xwe ranegirta. Belê me çi kir, şofêr ranewet.
Hingê dema Mîr Bedirxan û azadiya gelê me yê li Başûrê Kurdistanê hat bîra min. Şikir, li ser axa ko niha Mesûd Barzanî seroktiya wê dikir, tiştên weha bi ber çavê mirov nakevin. |