[ ÇARŞEM, 2024-05-22 ]   [ BIKE MALPERA DESTPÊKÊ ]   [ BÊXE NÊV BIJAREYAN ]   [ KONTAKT ]   [ INFO ]   [ LÊGERÎN & ARŞÎV ]  
DESTPÊK
Nûçe
Nivîsar
Kulturmagazîn
Hevpeyvîn
Kolumnîst
Ewrokurd
E-Pirtûk
Lîteratûr
Ziman
Muzîk
Foto
Lînk
E-POSTEYA TE
  Nav (Username)  
   
  Þîfre (Password)  
   
   
     
   »E-posteyeka nû
 bo xwe qeyd bike
 
REKLAM


KOLUMNÎST 

amoxil

amoxil
Nivîseke ji armanca xwe dûrketî
STENBOL, 4/10 2005 — Nivîskar, ji her peyva ko ji devê wî dertê, ji her gotina ko dibêje û ji her peyva ko dinivîse berpisiyar e. Bi taybetî ya nivîsandî gelek girîng e, çimkî peyv diçe, belê nivîs dimîne. Zilamê ko qelem di dest de ye, gava ko vê qelema xwe ji bo berjewendiyên xwe yên şexsî, an reşkirin û pesindana hinekên din bi kar anî, ew bi xwe mala xwe bi destê xwe xera dike. Êdî ew ne ronakbîr û ne jî ûjdana civatê ye û karê ko ew dike jî vala, pûç û beredayî ye.

Ji roja ko min qelem hildaye destê xwe heta niha, min bi sedan nivîs nivîsîn û destnîşana min li bin hin kitêb û wergeran heye. Heta îro, bi başî an nebaşî min gelek rexne sitandin. Ya rast min bi piranî rexneyên erênî sitand û belkî vê yekê hêz û karîna min a nivîsandinê bêtir seqand (tûj kir). Wek gelek nivîskarî, bi hin nivîsên min kêfa min jî hat, ez ber hin nivîsên xwe jî ketim. Lê ya rast, nivîsa ko çend roj berê di vê stûnê de derket, ez gellek êşandim.

Sedemê berketina min ev e: Edîtorê Nefelê, belkî bi hêvî û armanca ko mesaj hin bêtir aşkere were fêmkirin, peyveke ko qet di nivîsa min de tune û derbas nabe li sernivîsê zêde kiriye. Bi vî awayî nivîs bi tevahî ji armanca xwe dûr ketiye û formê tawanbarkirina Festîvala Duhokê û amadekarên wê sitandiye. Sernivîsa gotara min bi awayê "Festîvala Duhokê û Bûyerek" bû, belê edîtorê Nefelê bi awayê "Festîvala Duhokê û bûyereke kirêt" çap kiriye. Bi vî awayî ew karê hêja yê ko bi Festîvala Duhokê hatiye kirin û serokê Kurdistanê bi xwe beşdarî lê kiriye, raste rast bi "bûyerek kirêt" ve hatiye girêdan û hê ji sernivêsî, Festîvala Duhokê hatiye tawanbarkirin. Helbet gava ko metnê nivîsê tê xwendin, xwendevanê şehreza tafilê dikare fêm bike ko têkiliya "bûyereke kirêt" bi karê Festîvalê re tune, belê sernivîs wusa dikeve nav çavê mirov ko êdî dilê mirov naxwaze ko dumahika nivîsê bixwîne. Herçiqas edîtor, pişt re peyva "kirêt" ji sernivîsê avêt jî, êdî kar derbas bûbû.

Niha min gotibû "Festîvala Duhokê û bûyerek". Min tu rengdêr (sifat) li peyva "bûyerê" zêde nekiribû. Çîmkî "bûyer" dikare balkêş, erênî (pozîtîf), neyênî (negatîf) ecêb, pêkenî (komîk), trajîkkomîk.... û bi sedan awayên din be. Bûyera ko min di nivîsa xwe de anîbû ziman, wek ko min di metnê nivîsê de jî nivîsîbû, bi giranî dikare wek bûyereke seyr û ecêb bê salixdan. Bi ya min, ji xwe ne tiştek wusa bû ko mirov zêde mezin bike, ji wê bikeve rê û pê hinekan tawanbar bike. Niha eger "xanimek", bi qasî ko gulekê daneyne ser gora Mistefa Barzanî û serê xwe li ber wî netewîne, ji rastiya kurd û Kurdistanê dûr ketibe, ev tiştê ha trajediyek civata kurd e û di vê trajediyê de para me jî heye. Bi nivîsandina vê bûyerê, armanca min ji tawanbarkirina kesekî an kesan zêdetir, di ber çav re derbaskirina zîhniyeteke şaş û çewt bû. Min xwest ko ez balê bikişînim ser wê zîhniyeta şaş a ko mirovê kurd ji rastiya wî ya dîrokî dûr xistiye û ji îdeolojiyek şaş a ko li ser dijminatiya kurd û Kurdistanê hatiye danîn re, kiriye xulam. Heke na, derdê min ne kirinek ferdî ya şaş û ne li cih e.

Min di nivîsa xwe de navê peyayê dewleta kemalîst jî bi kar neanî bû. Min tenê gotibû "neo-kemalîstê dijminê dewleta kurd". Çimkî "camêr" di her fersendê de dijminatiya xwe ya li hember Başûrê Kurdistanê û dewleta kurd tîne ziman û ez wek navê xwe dizanim, eger ne ji Emerîkayê bûya, niha wî û dewleta Tirk, ji zû ve gerîlayên feqîr bi ser pêşmergeyên kurd re şandibûn. Dilê min bar nabe ko ez navê wî di nivîsa xwe de binivîsim û ne bi dilê min bû ko edîtorê Nefelê navê wî di nav rêzikên min de bi cih bike.

Herweha, divê ez cardin bêjim ko tu car ne bi dilê min bû ko di Nefelê de, di nûçeyeke ko li ser amadekarên festîvalê hatiye nivîsandin de, gotara min wek delîlekî bê xebitandin û wek ko ez amadekerên festîvalê tawanbar dikim bê fêmkirin. Min rexneyên xwe bi awayekî maqûl li ser festîvalê nivîsîbûn û bêguman ez hergav li pey gotina xwe me. Di hevpeyvîna ko di Kurdistan TVê de jî bi min re hat çêkirin, temaşevanekî pirsek li ser alîgiriya hin beşdarên festîvalê ji min kir, belê li vir jî min got ko divê ev pirs ne ji min, belê ji berpirsiyarên Yekitya Nivîskaran were kirin. Çimkî ez bi xwe jî li festîvalê mêvan bûm û îro jî ji min re ehlaqî nayê ko ez bersîva pirseke wusa bidim.

Hin dost û heval û hin xwendevan, bi nameyên ko ji min re şandine, ji min dixwazin ko ez navê wê kesa ko nexwestiye gul deyne ser gora Mistefa Barzanî ji wan re bêjim. Wek ko min got, mesele filan û bêvan nîne, mesele zîhniyetek û sefaletek e. Divê şerê me bi vê zîhniyet û bi vê belengaziyê re be.

Di encamê de ez dikarim bêjim ko nivîsa min a li ser Festîvala Duhokê, ji ber zêdekirina peyvekê bi ser ve, ji armanca xwe dûr ketiye û hatiye mirandin. Ez hêvîdar im ko ewê edîtorên me, di pirsên weha jiyanî de hê bêtir hesasiyetê nîşan bidin û ne xwe û ne jî me li pêş xwendevan bixin rewşeke nebaş.

***

Têbînî: Ji aliyê meslekî ve ne tenê mafê edîtorî ye herwiha berpirsiyariya edîtorî ye ko sernivîseka baş ji nûçeyekê yan nivîsarekê re peyda bike û heta niho me sernivîsên gelek kolumnîstan kurt kirine û zêde kirine û bi qenaeta min sernivîsa ”Festîvala Duhokê û bûyereke kirêt” ji sernivîsa ”Festîvala Duhokê û bûyerek” gelekê minasibtir bû ji ber di nivîsarê de behsa bûyereka bêhempa kirêt têt kirin.

Cardî berpirsiyariya edîtorî ye ko zimanê nûçeyekê yan nivîsarekê serast bike û formûlsayonên kêm yan ne pir zelal aşkeratir binivîsîne da xwendevan bizane ka çi çi ye. Dibe ko xwendevanên bakurê Kurdistanê bizanin ka ”neo-kemalîst” kî ye lê belê kurdên rojhilatê, kurdên başûr û kurdên binxetê nizanin mebesta nivîskarî ji ”neo-kemalîst” kî ye û lewra me şerha ”yanî Abdullah Ocalan” lê zêde kir.

Û berpirsiyariya herî mezin ya edîtorekî ew e ko nivîsar û nûçeyan balkêş bike da xwendevan bixwînin. Bi nûçeyekê me nivîsara kek Felat Dilgeşî balkêş kir û hemî kolumnîstên me yên dî jî dua dikin ko em nivîsarên wan wiha balkêş bikin.

Me wekî Nefel hîç rexne li festîvala kulturî ya Dihokê negirtiye û me tenê rexne li du bûyeran û awayê vexwendina mêvanan girtiye.

Ji bo ko xwendevanên Nefelê bizanin ka orjînala nivîsa kek Felat Dilgeşî ya ko wî ji me re rêkiribû çawa ye em wê li jêrê belav dikin.

Arif Zêrevan
Birêvebirê giştî yê Nefelê

***

–– Orjînala nivîsa Felat Dilgeşî ––

Festîvala Duhokê û Bûyerek

Dr. Felat Dilgeş

Bi armanca beşdarbûna Festîvala Duhokê û hevpeyvînek bi Televizyona Kurdistanê re, ez ji bo hefteyekê cardin li axa azad û pîroz bûm. Ez dixwazim bi Festîvala Duhokê dest pê bikim û hin bîr rayên xwe bi xwendevanên vê stûnê re parî bikim. Bi ya min û bi qasî ko ez dizanim cara yekem bû ko ji seranserê dinê û ji her çar perçeyên Kurdistanê evqas nivîskar û rewşenbîr dihatin ba hev û bi qasî sê rojan fersanda hevnasîn û bîr û rayên xwe bi hevguhartinê didîtin. Loma divê ko em berî her tiştî ji amadekarên civînê, Yektiya Nivîskarên Kurd û Walîtiya Duhokê re sipasên xwe bînin ziman.

Di hemû kar û xebatan de gavên pêşî, yên her zor, herî zehmet û herî bi êş in. Mirov çi jî bike, wê hin kêmahî û qusûr hebin; belê ya grîng avêtina gava pêşî û encam e. Bi awayekî giştî, dikare bê gotin ko ev Festîval serketî bû. Hûkûmete Kurdistanê, hêzên ewlekarî, gelê Duhokê û rêvebiriya festîvalê çi ji destê wan dihat, dixwestin bikin. Mesela sê rojan li ser hev derxistina rojnameyeke taybet ya Festîvalê jî xuya dikir ko rêveberî dixwaze nîşan bide ko hay jê rê û usûlên karên weha hene. Êdî ew jî dixwazin wek xelqê karên xwe bi zanîn û bi profesyonelî bikin. Di Festîvalê de amadebûna hemû kanalên ezmanî û herêmî yên televizyonên Kurdistanê jî tiştek nîşan dide: Gelê Kurd hay ji xebatên weha rewşenbîrî heye û gohê wî li nivîskar û ronakbîrên wî ye. Di gel kanalên televizyonan, ji hemû rojname û radyoyên Kurdistanê jî nûçegihan û berpirsiyar amada bûn. Wusa ku, hema bêje di her navberê de, an rojname, an kovar, an radyo û an televizyonekê mîkrafona xwe dirêjî beşdarên Festîvalê dikir. Mesela, saetekê li ser hev û bê rawest bi min re hevpeyvîn çêkirina radyoya Duhokê, dengê min xist û ez tirsiyam ko ez di weşana zîndî ya bi Kurdistan TVyê re nikaribim bipeyivim.

Beşdarbûna Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî ya Festîvala Duhokê, bi serê xwe mesajeke pirr mezin û manîdar bû. Mesûd Barzanî, ne tenê wek temaşevan, belê wek axaftvanekî civînê jî dilê me hemûyan xweş kir û bi wê axaftina xwe ya dîrokî cardin nîşan da Kurdistan di destên ewle, pêbawer û zana de ye. Bi taybetî, ev axaftina Mesûd Barzanî ya ko ji serî heta dawiyê bi zaravê Kurmancî bû, ji tevahiya gelê Kurdistanê re hat kirin. Ew, ne tenê wek Serokê Başûrê Kurdistanê, belê wek serokê hemû Kurdistanê yê ko hay ji rastiya tevahiya gelê xwe û welatê xwe heye peyivî û peyameke aşkera raberî dost û dijminên Kurdan kir. Em hemû ji axaftina wî têgihîştin ko Serokê Kurdistanê têr baş hay ji rola xwe ya dîrokî heye û di qada netewî û navnetewî de, ew herdem bi giraniya serokê 40 milyon Kurdî tevdigere, berjewendiyên gelê Kurd di ser her tiştî re dibîne û bi tu awayî rê nade dewlet û kesên niyetxerab, da ko ew cardin bi gelê wî bileyizin û ew serê miletê xwe her û her bilind dike.

Eger civîneke weha, li dereke wek Tirkiyê ya ko xwedênegiravî 40- 50 sal e demokrasî lê heye bihata kirin û naveroka wê tenê li ser ziman û edebiyata Tirkî jî bûya, wê polîs û hêzên asayîşî yên Tirkan bîhn li beşdaran biçikandina. Belê hêzên ewlehî û asayişî yên Kurdistanê wusa bi profesyonelî karên xwe dikirin ko haya tu kesî ji hebûna wan çênebû. Mudûrê Emniyata Duhokê yê ko li rû min rûniştibû, eger xwe bi min neda naskirin, min tucar nizanibû ko ew mesûlek asayişê ye. Mirov çawa dikare evqas nefsbiçûk, zana û mêvanperwer be? Lê mesûlên leşkerî? Ka haya kî jê çêbû ko pêşmergeyên ko hem şaîr û hem jî fermandarên leşkerî bûn, li kêleka me rûdiniştin?

Gelo kêmahiyên civînê tunebûn? Helbet hebûn. Di gazîkirina mêvanan de, xwezî hin bêtir hassas bûna. Dil dixwest ku, kesên bi rastî jî xizmet ji ziman, edebiyat û dîroka Kurdî re kirine û di ber vê yekê keda wan çêbûye, bedel dane bihatana gazîkirin. Bêguman kesên weha jî hatibûn gazîkirin, lê dîsa jî xwezî piçekê di bijartina mêvanan de bêtir hesasiyet bihata nîşandan. Ji hêla din ve, semînerên ko dihatin dayin bi awayekî sîstematîk û metodolojîk nehatibûn rêzkirin. Mesela di cîvînekê de, te didît yek qala ziman dike, yê din qala dîrokê dike. Bername jî baş bi rêk û pêk nebû. Mesela navê hin semînerpêşkişan di bernameyên belevkirî de tunebû.

Piştî civînê, roja 25ê mehê malxweyên malê beşdar birin ser gora Serokê Netewa Gelê Kurd Mele Mistefa Barzanî û kurê wî Îdrîs. Sozek min, bi xalê min ê rehmetî yê welatper re hebû. Minê çengek ax, ji ser gora Serok hilda û baniya li ser gora wî bireşanda. Loma ez, heta belavbûna hemû mêvanan jî li ser gorê mam. Di vê navê de, tiştekî seyr û ecêb bala min kişand. Çend jinên ji Başûrê Kurdistanê, qevdek gul dişidandin nav destê keçeke ko ji Bakûr beşdarî civînê bûye û di Festîvalê de jî li ser neo- Kemalîstê dijminê dewleta Kurd helbest xwendiye, da ko wan gulan deyne ser gora Serok Barzanî. Van jinên ji Başûr, kirin nekirin, vê xanima ha gul ji destê wan nesitand û dananî ser gora Serok Mistefa Barzanî. Vî tiştê ha, wek ko kêrek li dilê min bikeve li zora min çû. Xwedawo, vê nexweşîna Kemalîzmê bi çi awayî, hin mensûbên civata me sefîl, belengaz û kor kiribû.

Ez meraq dikim, gelo ne ji wî Mistefa Barazanîyî bûya, eger wî axa mirinê ji ser vî gelî ranekira, eger wî bîra netewî û welatperwerî di dilê me de nexiş nekira, eger wî bi xwîna pêşmergên xwe yên mêrxas axa Kurdistanê av neda, eger wî pozê dijmin neşikanda û serê me bilind nekira, ma îro navê Kurd û Kurdistanê li ser rûyê erdê mabû?

Eger em ji wî re hurmet nîşan nedin, eger em gul û çîçekan daneynin ser gora wî, eger em li ber wî serê xwe netewînin, qeda li zanîna me ya dîrokê bikeve, xwelî li serê me be. Bi ya min, yê ko Barzanî nas kiriye, ew bi bedena xwe kole bejî, bi ruhê xwe azad e. Çimkî Barzanî, ne tenê azadî ye, ew Kurdistana rastîn bi xwe ye. Bi saya serê wî û pêşmergên wî yên bê nav û nîşan e ko perçek dilê me îro azad e û em jî xwedan dewlet in.

-----------------------------------
Nivîskar: FELAT DILGEŞ
Weşandin: 2005-10-04
Xwendin: 2280
 

KOLUMNÊN BERÊ   
Mehmed Uzun û perrûya Nobelê* (2006-07-31)
Li başûr dev ji kurmancî berdan (2006-07-11)
Ne "xelat" e "perrû" ye! (2006-06-17)
Barzaniyek û polîsê trafîkê (2006-06-07)
Ferekê jî ez boyax kim! (2006-05-23)
Niyeta ordiya tirk çi ye? (2006-04-28)
"Bijî serok Apo, bi xatirê te Kurdistan!" (2006-04-13)
Ax Diyarbekir axx! (2006-04-01)
Sê dînamîkên tevgera Bakur (2006-03-22)

ilosone

ilosone pspdobre.pl
Doznama dozgerê Wanê
(2006-03-10)
Kuştina Kanî Yilmaz û ûjdana ronakbîrî (2006-02-23)
Dawiya dewletên pîne (2006-02-06)
Semînera profesor Ebas Welî (2006-01-25)
Hawara zimanê kurdî (2006-01-08)
Belediyên Kurdistanê çi dikin? (2005-12-24)
Şêx Mehdî (2005-12-07)
Xabûr û şikenca tirkan (2005-11-26)
Şîna birayên me yên sûryanî (2005-11-15)
Cenabê Ehmedînejad (2005-11-01)
Bedirxanî û barzanî (2005-10-16)
NERÎNGEH
 
[kitêb] Sun Zî: Hunera şer (2016-04-21)
Ismail Beşikçi ji kurdan re li ser ermeniyan semînerek da (2013-09-28)
Kurdistan berî serxwebûna siyasî ”serxwebûna petrolê” û ekonomîk îlan dike (2012-05-21)
Tewanga navdêrên zimanê kurdî (2009-02-08)
Umît Firat dibêje navnîşana çareserîya pirsa kurd ne PKK ye (2008-11-11)
Hêro Talebanî: Min nedixwest Mam Celal bibe serokkomarê Iraqê [foto] (2007-05-10)
Alfabeya kurdî-latînî ji bo zimanê kurdî ji alfabeya kurdî-erebî minasibtir e (2005-11-02)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
vv9v8v09fq:TabArticles:4;8;12;14;17;19;21;22;23;24;28;29;30;31;32;40;41;43;44;46;48;49;51;52;53;54;55;56;58;60;62;63;64;65;66;67;69;71;72;74;75;76;77;78;79;80;81;82;84;85;86;90;91;92;94;95;96;97;98;100;102;103;104;105;106;107;109;110;111;112;113;114;115;116;117;118;119;120;121;122;123;124;125;126;127;128;129;130;131;132;133;134;136;137;138;139;140;141;142;143;144;145;146;147;149;150;151;152;153;155;157;158;159;160;163;164;165;166;167;168;169;170;171;172;173;174;175;176;178;179;180;181;182;183;184;185;186;187;188;189;190;191;192;193;194;195;196;197;198;199;200;202;203;204;205;206;207;208;209;210;211;212;213;214;215;216;217;218;219;221;222;223;224;225;226;227;228;229;230;231;232;233;234;235;236;237;238;239;240;241;242;243;244;245;246;247;248;249;250;251;253;254;255;256;257;258;259;260;261;262;263;264;265;266;267;268;269;270;271;272;273;274;275;276;277;278;279;280;281;282;283;284;285;286;287;288;289;290;291;293;294;295;296;297;298;301;302;303;304;305;306;307;308;309;310;311;312;313;314;315;316;317;318;319;320;321;322;323;324;325;326;327;328;329;330;331;332;333;334;335;336;337;338;339;340;341;342;343;344;345;346;347;348;349;350;351;352;353;354;355;356;357;358;359;360;361;362;363;364;365;366;367;368;369;370;371;372;373;374;375;376;377;378;379;380;381;382;383;384;385;386;387;388;389;391;392;393;394;395;396;398;399;400;401;402;403;404;405;406;407;408;409;410;411;412;413;414;415;416;417;418;419;420;421;422;423;424;425;426;427;428;429;430;431;432;433;434;435;436;437;438;439;440;441;442;443;444;445;446;447;448;449;450;451;452;453;454;455;457;458;459;460;461;462;463;464;465;466;467;468;469;470;471;472;473;474;475;476;477;478;479;480;481;482;483;484;485;486;487;488;489;491;492;493;494;495;496;497;498;499;500;501;502;503;504;505;506;507;508;509;510;511;512;513;514;515;516;517;518;519;520;521;522;523;524;525;526;527;528;529;530;531;532;533;534;535;536;537;538;539;540;541;542;543;544;545;546;547;548;549;550;552;553;554;555;556;557;558;559;560;561;562;563;564;565;566;567;568;569;570;571;572;573;574;575;576;577;578;579;580;581;582;583;584;585;586;587;588;589;590;591;592;593;594;595;596;597;598;599;600;601;602;603;604;605;606;607;608;609;610;611;612;614;615;616;617;618;619;620;621;622;623;624;625;626;627;628;629;630;631;632;633;634;635;636;637;638;639;640;641;642;643;644;645;646;647;648;649;650;651;652;653;654;655;656;657;658;659;660;661;662;663;664;665;666;667;668;669;670;671;672;673;674;675;676;677;678;679;680;681;682;683;684;685;686;687;688;689;690;691;692;693;694;695;696;697;698;699;700;701;702;703;704;705;706;707;708;709;710;711;712;713;714;715;716;717;718;719;721;722;723;724;725;726;727;728;729;730;731;732;733;734;735;736;738;740;741;742;743;744;745;746;747;748;749;750;751;752;753;755;756;757;758;759;760;761;762;763;764;765;766;767;768;769;770;771;773;775;776;777;778;779;780;781;782;783;784;785;786;787;788;789;790;791;792;793;794;795;796;798;799;800;801;802;803;804;805;806;807;808;809;810;811;812;813;814;815;816;817;818;819;820;821;822;823;824;825;826;827;828;829;830;831;832;833;834;835;836;837;838;839;840;841;842;843;844;845;846;847;848;849;850;851;852;853;854;855;856;857;858;859;860;861;862;863;864;865;866;867;868;869;870;871;872;873;874;875;876;877;878;879;880;881;882;883;884;885;886;887;888;889;890;891;892;893;894;895;896;897;898;899;900;901;902;903;904;905;906;907;908;909;910;911;912;913;914;915;916;917;918;919;920;921;922;923;924;925;926;927;928;929;930;931;932;933;934;935;936;937;938;939;940;941;942;943;944;945;946;947;948;949;950;951;952;953;954;955;956;957;958;959;960;961;962;963;964;965;966;967;968;969;970;971;972;973;974;975;976;977;978;979;980;981;982;983;984;985;986;987;988;989;990;991;992;993;994;995;996;997;998;999;1000;1001;1002;1003;1004;1005;1006;1007;1009;1010;1011;1012;1013;1014;1015;1016;1017;1018;1019;1020;1021;1022;1023;1024;1025;1026;1027;1028;1029;1030;1031;1032;1033;1034;1035;1036;1037;1038;1039;1040;1041;1042;1043;1044;1045;1046;1047;1048;1049;1050;1051;1052;1053;1054;1055;1056;1057;1058;1059;1060;1061;1062;1063;1064;1065;1066;1067;1068;1069;1070;1071;1072;1073;1074;1075;1076;1077;1078;1079;1080;1081;1082;1083;1084;1085;1086;1087;1088;1089;1090;1091;1092;1093;1094;1095;1096;1097;1098;1099;1100;1101;1102;1103;1104;1105;1106;1107;1108;1109;1110;1111;1112;1113;1114;1115;1116;1117;1118;1119;1120;1121;1122;1123;1124;1125;1126;1127;1128;1129;1130;1131;1132;1133;1134;1135;1136;1137;1138;1139;1140;1141;1142;1143;1144;1145;1146;1147;1148;1149;1150;1151;1152;1153;1154;1155;1156;1157;1158;1159;1160;1161;1162;1163;1164;1165;1166;1167;1168;1169;1170;1171;1172;1173;1174;1175;1176;1177;1178;1179;1180;1181;1182;1183;1184;1185;1186;1187;1188;1189;1190;1191;1192;1193;1194;1195;1196;1197;1198;1199;1200;1201;1202;1203;1204;1205;1206;1207;1209;1210;1211;1212;1213;1214;1215;1216;1217;1218;1219;1220;1221;1222;1223;1224;1225;1226;1227;1228;1229;1230;1231;1232;1233;1234;1235;1236;1237;1238;1239;1240;1241;1242;1243;1244;1245;1246;1247;1248;1249;1250;1251;1252;1253;1254;1255;1256;1257;1258;1259;1260;1261;1262;1263;1264;1265;1266;1267;1268;1269;1270;1271;1272;1273;1274;1275;1276;1277;1278;1279;1280;1281;1282;1283;1284;1285;1286;1287;1288;1289;1290;1291;1292;1293;1294;1295;1296;1297;1298;1299;1300;1301;1302;1303;1304;1305;1306;1307;1308;1309;1310;1311;1312;1313;1314;1315;1316;1317;1318;1319;1320;1321;1322;1323;1324;1325;1326;1327;1328;1329;1330;1331;1332;1333;1334;1335;1336;1337;1338;1339;1340;1341;1342;1343;1344;1345;1346;1347;1348;1349;1350;1351;1352;1353;1354;1355;1356;1357;1358;1359;1360;1361;1362;1363;1364;1365;1366;1367;1368;1369;1370;1371;1372;1373;1374;1375;1376;1377;1378;1379;1380;1381;1382;1383;1384;1385;1386;1387;1388;1389;1390;1391;1392;1393;1394;1395;1396;1400;1401;1402;1403;1404;1405;1406;1407;1408;1409;1411;1412;1413;1414;1415;1416;1417;1418;1419;1420;1421;1422;1423;1424;1425;1426;1427;1428;1429;1430;1431;1432;1433;1434;1435;1436;1437;1438;1439;1440;1441;1442;1443;1444;1445;1446;1447;1448;1449;1450;1451;1452;1453;1454;1455;1456;1457;1458;1459;1460;1461;1462;1463;1464;1465;1466;1467;1468;1469;1470;1471;1472;1473;1474;1475;1476;1477;1478;1479;1480;1481;1482;1484;1485;1486;1487;1488;1489;1490;1491;1492;1493;1494;1495;1496;1497;1498;1499;1500;1502;1503;1504;1505;1506;1507;1508;1510;1511;1512;1513;1514;1515;1516;1517;1518;1519;1520;1521;1522;1523;1524;1525;1526;1527;1528;1529;1530;1531;1532;1533;1534;1535;1536;1537;1538;1539;1540;1541;1542;1543;1544;1545;1546;1547;1548;1549;1550;1551;1552;1553;1555;1556;1557;1558;1559;1560;1561;1562;1563;1564;1565;1566;1567;1568;1569;1570;1571;1572;1573;1574;1575;1576;1577;1578;1579;1580;1581;1582;1583;1584;1585;1586;1587;1588;1589;1590;1591;1592;1593;1594;1596;1597;1598;1599;1600;1601;1602;1605;1606;1607;1608;1609;1610;1611;1612;1613;1614;1615;1616;1617;1618;1619;1620;1621;1622;1623;1624;1625;1627;1628;1629;1630;1631;1632;1633;1634;1635;1636;1637;1638;1639;1640;1641;1642;1643;1644;1645;1646;1647;1648;1649;1650;1651;1652;1653;1654;1655;1656;1657;1658;1659;1660;1661;1662;1663;1664;1665;1666;1667;1668;1669;1670;1671;1672;1673;1674;1675;1676;1677;1678;1679;1680;1681;1682;1683;1684;1685;1686;1687;1688;1689;1690;1691;1692;1693;1694;1695;1696;1697;1698;1699;1700;1701;1702;1703;1704;1705;1706;1707;1708;1709;1710;1711;1712;1713;1714;1715;1716;1717;1718;1719;1720;1721;1722;1723;1724;1725;1726;1727;1728;1729;1730;1731;1732;1733;1734;1735;1736;1737;1738;1739;1740;1741;1742;1743;1744;1745;1746;1747;1748;1749;1750;1751;1752;1753;1754;1755;1756;1757;1758;1759;1760;1761;1762;1763;1764;1765;1766;1767;1768;1769;1770;1771;1772;1773;1774;1775;1776;1777;1778;1779;1780;1781;1782;1783;1784;1785;1786;1787;1788;1789;1790;1791;1792;1793;1794;1795;1796;1797;1798;1799;1800;1801;1802;1803;1804;1805;1806;1807;1808;1809;1810;1811;1812;1813;1814;1815;1816;1817;1818;1819;1820;1821;1822;1823;1824;1825;1826;1827;1828;1829;1830;1831;1832;1833;1834;1835;1836;1837;1838;1839;1840;1841;1842;1843;1844;1845;1846;1847;1848;1849;1850;1851;1852;1853;1854;1855;1856;1857;1858;1859;1860;1861;1862;1863;1864;1865;1866;1867;1868;1869;1870;187Ferqa di nêvbera »ko«, »ku« û »kû« de (2005-05-19)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
Xewna Mesûd Barzanî ji başûrê Kurdistanê mezintir e (2005-02-07)
 
REKLAM


KOLUMNÎST
Şebabê Egît nabe Şeroyê Biro û ez jî nabim ”heval”
Tolstoy û xelata Nobelê
Kurdistaneka serbixwe û [ne]cida
Heşt rojên şerê xendekê – I
Em û felsefe
Hilbijartinên Kurdistanê ez şok kirim
© 1997–2024 www.nefel.com  |  E-poste: info@nefel.com  |  Powered by Medesoft.org