STENBOL, 13/4 2006 — Wek milet hin xusûsiyetên me yên ecêb hene. Em kurd, zû bi zû hev nahesibînin, qedrê hev nagirin, bi rûmeta hev nizanin; di siyasetê de li pey hev naçin. Em dikarin bidin pey yekî ko ne kurd e û bi zanabûna xwe, nikare avê li destê kurdekî zana û şehreza bike, belê em nikarin bidin pey kurdekî. Me şitrê (ji ya me ve), gava ko em bidin pey kurdekî zana û welatperwerekî kurd ji xwe re wek rêber bihesibînin, emê pê biçûk bibin. Em dikarin bidin pey "kurdekî" ko ziman û xusûsiyetên xwe yên netewî jibîr kiriye û nahesibîne, belê em nikarin bidin pey kurdekî ko bi ziman rastiya xwe ve girêdayî ye. Li ba me, "giyayê hewşê hergav tehl" e. Çawa ko Îsa Pêxember di ayeteke Încîlê de dibêje, "Tu pêxemberek di nav mala xwe de ne bi rûmet e."
Piştî van çend gotinan, ez dixwazim werim ser rewşa Kurdistana Bakur. Em tev dizanin ko li vir, ji serê çend salan ve ye ko siyaset xitimî ye. Weletperwerên kurd ên siyasî, ne xwedanê wê hêz û taqetê ne ko di kifşkirina rojevê de, rolekî bileyizin. Bi giştî rojeva siyasî ji aliyê deweleta tirk ve tê kifş kirin. Li vir belkî, hergav navê PKKê tê bi lêv kirin, belê gava ko mirov li dûrî û kûrahiya bûyeran dinêre, hingê mirov fêm dike ko PKK ne aktora bingehîn e. Di şûna ko rojevê kifş bike de, ew, wek rêxistin, perçeyeke temamkirina rojevê tê dîtin. Li ser navê wê toz û dûmanek tê rakirin, bager û firtoneyek dertê, belê bi awayê siyasî, kurd tenê xesarê dibînin.
Van salên dawîyê, êdî her kes dizane tu çareseriyeke siyasî ya PKKê tune. PKKê dewleta unîter, ala tirk û zimanê tirkî ji zû ve qebûl kiriye û dixwaze ko vî kirasê asîmilasyon û teslîmiyetê li tevahiya gelê kurd bike. Bala xwe bidinê, di tu civîn, meşîn, xwepêşandan û tevgerê de, PKK sembolên neteweya kurd bi kar nayne. Ji bo PKKê ala Kurdistanê tune, marşa netewî ya gelê kurd ”Ey Reqîb” nayê tu maneyekê, yekîtiya axa Kurdistanê ne xem e; (bi nêrîna dewleta unîter dev ji vê rastiyê tê berdan), dîroka Kurdistanê, nirxên netewî, zimanê kurdî pere nakin. Hebe tune be, "serok Apo" heye.
Bi kurtî PKK, "bijî serok Apo, bi xatirê te Kurdistan" e. Ji roja ko Apo, hatiye girtin heta niha, PKKê bi daxwazeke neteweyî tu lebatek li dar nexistiye. Şerê wê, pevçûna wê, hemû çalakiyên wê bi şexsê Apo ve girêdayî bûye. Doza kurd, dawxazên gelê kurd, bedelên ko ji bo vê dozê hatine dayin, ji siheta Ocalan re hatine qurban kirin. PKKê, li ser daxwaza Ocalanê ko dilê destê tirkan e, doza neteweyî ya gelê kurd bi tevahî ji rojeva xwe deranîye û niha jî dixwaze ko kemalîzmê bi kurdan şîrîn bide nîşan dan û bide xurt kirin.
Helbet Ocalan jî mirovek e; dikare ji mirinê bitirse û ev tirsa wî pirr jî zêde be. Şertên Ocalan û psîkolojiya wî, bibê nebê vê tirs û sawa wî kûrtir dikin. Diyar e ko ew bi vê psîkolojiya xwe û şertên ko tê de dijî, ne di rewşeke wusa de ye ko rêberî û seroktiya dozekê bike. Eger Ocalan, roja ko hat girtin wek dîlekî siyasî tevbigeriya û di dadgehê de jî, helwêsteke ko bi serokekî dikeve bigirta, îro tevgera kurd li Bakur di merheleyeke pirr cihê de bû. Belê Ocalan, ya ko jê dihat payin nekir. PKKê, xortekî 16-17 salî yê ko di şikencê de navê hevalên xwe digot, wek îtirafkar mehkûm dikir û pirrê caran ji kesên weha re mafê jiyanê nedinasî, belê Ocalan gotina navan li aliyekî, analîzên şexsî yên fermandar û rêvebirên PKKê dikir. De nizanim filankes weha ye, bêvankes weha qels e...
Tiştên ko Ocalan li ser alîkarên xwe digotin li aliyekî, beyanên Ocalan ên di derbarê hin dewletên ewropî de, di qada navneteweyî de derbeyeke mezin li doza gelê kurd dixist. Dewleta tirk bi devê Ocalan ji ewropiyan re weha digot, "nebe ko hûn rojekê qenciyekê bi krdan bikin. Ew bi qedrê tiştekî nizanin û roja ko ketin tengahiyê wek peyayê dewleta trk tevdigerin. Ji dewleta trk re giliyê we dikin û dibêjin ko ew me li hember we dizixtikînin”
Bi ya min, di encamê de tu qebahetek Ocalan tune ye. Qet nebe, ji roja ko ew hatiye girtin û bi dîlîtî ketiye destê tirkan de tu gunehek wî nîne. Yên bi qebahet û xwedanguneh ew kes in ko qedera xwe bi Ocalan ve girêdane û wek hêvî ew derxistine pêş. Yên gunehkar ew in ko doza gelê kurd ji rê û armanca wê averê kirine û daxwazên gelê kurd daxistine slogana "bîjî serok Apo!"
Divê em qebûl bikin ko îro "bijî serok Apo!" bi her awayî "bi xatirê te Kurdistan" e. Li vir êdî dewleta unîter, alaya tirk û zimanê tirkî heye; li vir kurd û Kurdistan tune ye.
Di destpêkê de min got ko em rûmetê nadin hev. Gelo tevgera PKKê bi nasnama kurdî, bi zimanê kurdî, bi daxwazên kurdî derketa qada siyasî û Ocalan jî wek serokekî kurd ê rastîn tevbigeriya, ewê cardin helwesta gelê kurd weha bûya? |