[ ÇARŞEM, 2024-05-22 ]   [ BIKE MALPERA DESTPÊKÊ ]   [ BÊXE NÊV BIJAREYAN ]   [ KONTAKT ]   [ INFO ]   [ LÊGERÎN & ARŞÎV ]  
DESTPÊK
Nûçe
Nivîsar
Kulturmagazîn
Hevpeyvîn
Kolumnîst
Ewrokurd
E-Pirtûk
Lîteratûr
Ziman
Muzîk
Foto
Lînk
E-POSTEYA TE
  Nav (Username)  
   
  Þîfre (Password)  
   
   
     
   »E-posteyeka nû
 bo xwe qeyd bike
 
REKLAM


KOLUMNÎST 

buy generic naltrexone online

low dose naltrexone buy read
Mehmed Uzun û perrûya Nobelê*
STENBOL, 31/7 2006 — Adeteke me kurdan ê nebaş heye: Em rûmetê nadin hev, em serê hev bilind nakin, em siyaneta hev nagirin, em hezkirina xwe ji hev re nîşan nadin. Ez nizanim ser û sedemê vê nexweşînê çi ye! Em dikarin, yekî ko ne ji me ye, xerîb e û pirrê caran jî mensûbê civata serdest e derxin ezmanan û xwe li ber wî bikin ax û xwelî, belê devê me nagere, dilê me bar nabe ko em camêrekî kurd ê ko tiştên baş kirine bihesibînin û rûmeta ko heq kiriye bidinê?

Nefis, quretî û pozbilindiyek wusa bi me kurdan re heye ko em dikarin di bin serokatiya dijminekî gelê kurd de werin ba hev, ko pêwist be jê re xulamtî bikin, belê em li ser banga mîr û serokekî kurd nayin ba hev. Axa û mîrê me yê herî biçûk, bi tu awayî qebûl nekiriye ko serî li ber mîrê Kurdistanê yê herî mezin deyne, belê ji îranî û osmaniyan re serî daniye. Mîrên Botan, mîrên Bedlîsê, mîrên Hesenkêfê, bi qasî ko bi tena serê xwe dewleta Sewafî têk bibin şervan û jêhatî û rêkxistî ne, belê ji ber ko yek naxwaze serî li ber yê din deyne, serweriya yê din li ser xwe qebûl ke û bi vî awayî li tevahiya welat otorîteyek netewî û navendî ava bikin, rabidin osmaniyan dikin Kurdistanê, di bin serokatiya wan de, li ser navê wan xwîna xwe dirêjin, hem welatê xwe teslîmî wan dikin û hem jî li ser navê wan welatên din dagir dikin.

Gelo çima? Çimkî em rûmetê nadin hev, em siyaneta hev nagirin, em hev qebûl nakin, em ji hev hez nakin, em şerefê nadin hev. Em dikarin bêbav û talankarekî li ser serê xwe bikin mîr û padîşah, lê em naxwazin ko birayekî me yê kurd ji me re bibe rêber û serok, mîr û padîşah. Aliyek me, li hember bindestî û kolederiyê, Bedirxan Begê Botî ye; aliyê me yê din bi dijmin re hevkarî, bêbextî û Yezdanşêrî ye. Heçî dijmin e, ji roja rojîn ve ev nexweşîya me dîtiye, loma çawa ko dilê wî xwestiye, wusa jî bi me leyistî ye.

Ji bo ko me ji hev hez nekiriye, ji bo ko me li ber hev serî dananiye, me welatek qirase, gelekî mezin, dîrokek kevin, dewlemendiyek bêserî û bêbînî sipartiya dijminên xwe. Xweşî, geşî û dewlemendiya welatê me, bûye bela serê me.

Bi qasî ko em serî ji hev re danaynin, em li ser azadî û serxwebûna xwe ketî bûne, belê me kirî ko her tiştê me ji me were sitand.

Li ba me, di kitêba me de, rexne û xwerexnekrin jî tune, tenê reşkirin û beşkirin heye. Tiştek an reş an spî ye; pirrê caran rengên navê bala me nakşînin. Kî ji me di ber miletê kurd de çi kiribe, çi cefa kişandibe, çi ked dabe, çi anîbe pê; dixwazî hunermend, dixwazî nivîskar; dixwazî ronakbîr, dixwazî siyasetmedar; heta ko sax be û li nav me be, zû bi zû kes ne bi devkî û ne jî bi nivîskî rûmetekê nade wî camêrî, an wê stiyê. Apê Mûsa, piştî ko hat kuştin bû Apê me hemû kurdan; Cîgerxwîn, piştî ko çû ser dilovaniya xwe, bû şaîrê me yê netewî. Celadet Bedirxan îro sax û li nav me bûya, belkî me alfaba ko wî danîbû jî qebûl nekira. Barzaniyê ko axa mirinê ji ser gelê kurd hilda û ruhê netewî bi şûn de anî, piştî mirina xwe hat fêmkirin. Şivan Perwer heta ko hebe û li nav me be, ne hozanê me yê netewî ye, belê piştî ko çû emê rûmeta wî lê vegerînin.

Baş e, ev Mehmed Uzun kî ye, çi dike, bi çi re bilî ye? Mehmede Uzun nivîskarê kurd e. Rast e, ew nivîskarê kurd e. Yên ko wî dizanin, yên ko wî dinasin, bi hezaran mirov, li welat û li dervayê welat, wê vê bersîvê bidin: "Mehmed Uzun nivîskarê kurd e." Bawer bin ev hevoka kurt bi serê xwe ji bo min serbilindiyek e. Mehmed Uzun ev wesfê ha, wusa bi rihetî nesitand, ev rengdêr, ev bernav li kuçê, li erdê nehat dîtin.

Mehmed Uzun ji bo ko vî wesfê ha bistîne, bi salan bi neynokên xwe kola, bi salan keda xwe rêt, bi roj û bi şevan çavên xwe li ser herf û xetên nivîsînê, rêzên kitêban kor kir; ji bo ko rûmetekê bide zimanê me û me ber bi ronahiyê ve bibe, ronahiya çavên xwe kêm kir. Ew ji riyeke bi fetlo metlo, ji riyeke dûr û dirêj, ji riyeke bi gaz û hervaz hat. Ew wusa tafilê nebû nivîskar û ne jî wî xwe hazir nivîskar dît. Hê di destpêka vê riyê de wî zilim, zor û zîndan dît.

Vîktor Hugo, di romana xwe ya bi nav û deng, Yên Belengaz de weha dibêje: "Ji bo xerakirina dinya mîmarî, erdhejîn û şoreşeka civakî pêwist e, ji bo hilweşandina dinya nivîskî, tenê tirk û çirayek pêwist e." Ango li dinê tu miletekî bi qasî tirkan ji nivîs û kitêbê re dijminatî nekiriye. Li tevahiya dinê tu milet bi qasî tirkan ji karê nivîsînê û kitêban netirsiyaye. Li dinê tu dewletekê bi qasî dewleta tirk nivîs û kitêb wek sûc nehesibandiye. Li dinê tu dewletekê bi qasî dewleta tirk ziman nekuştine û ji navê ranekirine. Li dinê tu dewletekê bi qasî dewleta tirk dijminatiya ziman û kulturên cihê nekriye. Enedola ko dergûş û mozayiqa ziman û kulturên cihê bû, bi saya serê tirkan, îro bûye goristana gelan û maye.

Mehmed Uzun nivîskarek vê axa ko ji alî tirkan ve hatiye hişkkirin, zûwakirin û beyarkirin e. Mehmed Uzun nivîskarê wî zimanî ye ko tirkan li dinê ji her tiştî zêdetir xwestiye wî ji navê rakin. Gava ko qala romana kurdî bê kirin, belkî navê pêşîn ê ko tê bîra mirov ew e. Memed di salên 1970an de dest bi karê ronakbîrî û nivîskariyê kiriye û heta îro di dora bîstî de kitêb nivîsîne.

Ew yek ji wan kesan e ko romanên wî, xebat û berhemên wî li zimanên din hatine wergerandin, li gel welat, li dervayî welat jî xwendevanên wî çêbûne. Bi saya xebatên xwe, wî rûmet daye zimanê kurdî, li pêş dost û neyran serê me bilind kiriye. Xwezî îro ne yek; bi dehan, bi sedan, bi hezaran kesên wek wî hebûna û li hember êrîşên li ser welat û zimanê me, bi xebat û berhemên xwe ala berxwedanê bilind bikirana.

Gotina Vîctor Hugo ya ko me li jor qal kir, rewşa ko em tê de ne û zehmetiya ko li ber me ye, radixe ber çavan. Em li hember miletekî wek tirkan, ko Vîctor Hugo bi xwe, wan wek dijminê dinya nivîskî nîşan dide, doza jiyandina zimanekî didin. Bawer bin ev doz, doza jiyandina zimanê kurdî ye û Mehmed şervanek vê dozê ye. Dîsa bawer bin ko tirk, bi qasî çend sal berê nebe jî, hê ji dijminatiya dinya nivîskî dikin. Hê çend roj berê, sirf ji ber nivîseke xwe, ez ji karê xwe yê unîversîtê bûm.

Gelo şaşî û kêmahiyên Mehmed Uzun tunin? Helbet hene. Li dera ko kar û xebat, li dera ko lebat lê hebe, wê şaşî û kêmasî jî hebin. Divê em li ser wan jî rawestin, divê em rexne bikin. Çimkî li dera ko rexne û xwerexnekirin lê tune, li wê derê pêşveçûnek baş û bi sihet jî tune. Belê berî her tiştî, divê rexna me çêkir û avakar be, ne bi armanca reşkirin û xerakirinê be. Gava ko me rexnekirinê ji sînorên reşkirin û beşkirinê deranî, hingê ewê rexne ji armanca xwe ya rastîn re xizmetê bike û ji bo nivîskar jî bibe rêber û rênîşandar. Bi kurtî divê rexne, pênûsa nivîskar hê tujtir bike, hêza biryardariya wî zêde ke û wî ji karê nivîsînê newestîne û nekerixîne.

Bi ya min Mehmed Uzun, bi kar û xebata xwe ya ko heta niha kiriye, bi berhemên xwe yên ko heta niha dane, bi xizmeta xwe ya ko ji edebiyata kurdî û edebiyata dinê re kiriye, hêja ye ko ji bo perrûya Nobelê ya edebiyatê namzet bê nîşandan. Di serî de PENa Kurd, divê hemû avahiyên kurd, ji bo ko Mehmed Uzun perrûya Nobelê bistîne, wî namzet nîşan bidin û di vê yekê de, ya ko ji destê wan tê texsîr nekin.

Îro di nav nivîskarên kurd de, kesê ko ewê bikaribe ji bo standina perrûya Nobelê namzet bê nîşandan, Mehmed Uzun e. Nexwe çima emê wî dernexin pêş û ji bo ko bi perrûya Nobelê bê perrûkirin nexebitin? Yên ko heta niha Nobel girtine, tu ji hîvê û ezmanan nehatine. Bi ser de, şertên zimanê kurdî û yên Mehmed Uzun jî li ber çav in. Helbet divê komîta Nobelê, vê yekê jî bide ber çavê xwe. Îcar gava ez qala şertên zimanê kurdî dikim, bila neyê fêmkirin ko ez xebatên Mehmed Uzun hêjayî standina Nobelê nabînim; bi ya min berhemên Mehmed Uzun bi ziman û naveroka xwe ya edebî hêjayî Nobelê ne. Belê divê rewşa zimanê kurdî û rastiya dewleta tirk a ko em binisandine jî bê dîtin.

Bi perrûya Nobelê perrûkirina Mehmed Uzun, perrûkirina zimanê kurdî, perrûkirina gelê kurd e. Bi vî awayî ewê zimanê me rûmeteke mezin bistîne û siyaseta dewleta tirk a zimankujî jî derbeke mezin bixwe. Madem di vî karî de Mehmed li pêş me hemûyan e, çima emê xwe jê re nekin pire? Eger em xwe ji hev re nekin pire û rê, wê kî xwe ji me re bike pire? Eger em ji hev hez nekin û ji hev re nebin destek, wê kî ji me hez bike? Eger em barê hev hilnegirin, wê kî barê me hilgire?

Divê em, dev ji nexweşîna ji hev heznekirinê berdin, divê em dev ji hesûdî û dilreşiyê berdin. Bi qûretî û pozbilindiyê, bi siyaseta, "Hacana, ne dixwin û ne jî didin cîranan" em nagihîjin tu derekê. Me ji hev re nexwest, me ji birayê xwe re nexwest; me ji hevdû, me ji birayê xwe hez nekir, qîmet çi ye? Divê em dev ji hesabên biçûk berdin, di bergeheke fireh de li dinê û bûyeran binêrin û armanca me mezin be.

Di vê riya me ya dirêj, doza me ya pîroz a azadiyê de, kî ji me, di kîjan warî de li pêş be, ji bo ko ew hê bêtir bi ser keve û rûmeta gelê me mezintir bike, çi ji destê me tê, divê em bikin. Bawer bin, heta em rûmetê nedin hev û heta ko em bi xwe hevdu hêjayî hin tiştan nebînin, tu kes me nabîne û nahesibîne.

Îro an sibê, bila Mehmed Uzun namzetê me yê perrûya Nobelê ya edebitayatê be. Bila dost û dijmin bizanibin û bibînin, em jî di vî karî de hene.

* Not: Ev nivîs di payiza sala 2004an de hat nivîsîn. Bi derengî, di Adara 2005an de, di kovara Tîrojê de çap bû. Îro, gava ko ez ji ber nexweşîna Mehmed Uzun cardin vê nivîsa xwe pêşkişî xwendevanên kurd dikim, ez dixwazim sipasiyekê jî bînim ziman: Ez di şexsê serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî de, sipasiyên xwe ji desthilatiya Kurdsitana azad re tînim ziman, ji ber ko li wî kujê dinyayê, li Amerîka jî nivîskarê xwe bi tenê nehêştin û bi vî awayî, wê hesreta me ya dewletbûnê zivirandin şahiyê. Ez di şexsê serokê belediya Diyarbekir Osman Baydemîr de, sipasiya xwe ji bo hemû şarederiyên Kurdistanê û xebatkarên wan dikim, ji ber ku, bi awayê ko bi belediyên Kurdistanê, bi serweriyên kurd dikeve li Mehmet Uzun, li nivîskarê xwe xwedî derketin û rûmet danê. Divê em ji bîr nekin ko li pişt her nivîskarekî mezin, miletek mezin heye. Herweha ez cardin ji kek Mihemed re şîfayek bi lez û bez hêvî dikim.

-----------------------------------
Nivîskar: FELAT DILGEŞ
Weşandin: 2006-07-31
Xwendin: 2558
 

KOLUMNÊN BERÊ   
Li başûr dev ji kurmancî berdan (2006-07-11)
Ne "xelat" e "perrû" ye! (2006-06-17)
Barzaniyek û polîsê trafîkê (2006-06-07)
Ferekê jî ez boyax kim! (2006-05-23)
Niyeta ordiya tirk çi ye? (2006-04-28)
"Bijî serok Apo, bi xatirê te Kurdistan!" (2006-04-13)
Ax Diyarbekir axx! (2006-04-01)
Sê dînamîkên tevgera Bakur (2006-03-22)

ilosone

ilosone pspdobre.pl
Doznama dozgerê Wanê
(2006-03-10)
Kuştina Kanî Yilmaz û ûjdana ronakbîrî (2006-02-23)
Dawiya dewletên pîne (2006-02-06)
Semînera profesor Ebas Welî (2006-01-25)
Hawara zimanê kurdî (2006-01-08)
Belediyên Kurdistanê çi dikin? (2005-12-24)
Şêx Mehdî (2005-12-07)
Xabûr û şikenca tirkan (2005-11-26)
Şîna birayên me yên sûryanî (2005-11-15)
Cenabê Ehmedînejad (2005-11-01)
Bedirxanî û barzanî (2005-10-16)
Nivîseke ji armanca xwe dûrketî (2005-10-04)
NERÎNGEH
 
[kitêb] Sun Zî: Hunera şer (2016-04-21)
Ismail Beşikçi ji kurdan re li ser ermeniyan semînerek da (2013-09-28)
Kurdistan berî serxwebûna siyasî ”serxwebûna petrolê” û ekonomîk îlan dike (2012-05-21)
Tewanga navdêrên zimanê kurdî (2009-02-08)
Umît Firat dibêje navnîşana çareserîya pirsa kurd ne PKK ye (2008-11-11)
Hêro Talebanî: Min nedixwest Mam Celal bibe serokkomarê Iraqê [foto] (2007-05-10)
Alfabeya kurdî-latînî ji bo zimanê kurdî ji alfabeya kurdî-erebî minasibtir e (2005-11-02)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
vv9v8v09fq:TabArticles:4;8;12;14;17;19;21;22;23;24;28;29;30;31;32;40;41;43;44;46;48;49;51;52;53;54;55;56;58;60;62;63;64;65;66;67;69;71;72;74;75;76;77;78;79;80;81;82;84;85;86;90;91;92;94;95;96;97;98;100;102;103;104;105;106;107;109;110;111;112;113;114;115;116;117;118;119;120;121;122;123;124;125;126;127;128;129;130;131;132;133;134;136;137;138;139;140;141;142;143;144;145;146;147;149;150;151;152;153;155;157;158;159;160;163;164;165;166;167;168;169;170;171;172;173;174;175;176;178;179;180;181;182;183;184;185;186;187;188;189;190;191;192;193;194;195;196;197;198;199;200;202;203;204;205;206;207;208;209;210;211;212;213;214;215;216;217;218;219;221;222;223;224;225;226;227;228;229;230;231;232;233;234;235;236;237;238;239;240;241;242;243;244;245;246;247;248;249;250;251;253;254;255;256;257;258;259;260;261;262;263;264;265;266;267;268;269;270;271;272;273;274;275;276;277;278;279;280;281;282;283;284;285;286;287;288;289;290;291;293;294;295;296;297;298;301;302;303;304;305;306;307;308;309;310;311;312;313;314;315;316;317;318;319;320;321;322;323;324;325;326;327;328;329;330;331;332;333;334;335;336;337;338;339;340;341;342;343;344;345;346;347;348;349;350;351;352;353;354;355;356;357;358;359;360;361;362;363;364;365;366;367;368;369;370;371;372;373;374;375;376;377;378;379;380;381;382;383;384;385;386;387;388;389;391;392;393;394;395;396;398;399;400;401;402;403;404;405;406;407;408;409;410;411;412;413;414;415;416;417;418;419;420;421;422;423;424;425;426;427;428;429;430;431;432;433;434;435;436;437;438;439;440;441;442;443;444;445;446;447;448;449;450;451;452;453;454;455;457;458;459;460;461;462;463;464;465;466;467;468;469;470;471;472;473;474;475;476;477;478;479;480;481;482;483;484;485;486;487;488;489;491;492;493;494;495;496;497;498;499;500;501;502;503;504;505;506;507;508;509;510;511;512;513;514;515;516;517;518;519;520;521;522;523;524;525;526;527;528;529;530;531;532;533;534;535;536;537;538;539;540;541;542;543;544;545;546;547;548;549;550;552;553;554;555;556;557;558;559;560;561;562;563;564;565;566;567;568;569;570;571;572;573;574;575;576;577;578;579;580;581;582;583;584;585;586;587;588;589;590;591;592;593;594;595;596;597;598;599;600;601;602;603;604;605;606;607;608;609;610;611;612;614;615;616;617;618;619;620;621;622;623;624;625;626;627;628;629;630;631;632;633;634;635;636;637;638;639;640;641;642;643;644;645;646;647;648;649;650;651;652;653;654;655;656;657;658;659;660;661;662;663;664;665;666;667;668;669;670;671;672;673;674;675;676;677;678;679;680;681;682;683;684;685;686;687;688;689;690;691;692;693;694;695;696;697;698;699;700;701;702;703;704;705;706;707;708;709;710;711;712;713;714;715;716;717;718;719;721;722;723;724;725;726;727;728;729;730;731;732;733;734;735;736;738;740;741;742;743;744;745;746;747;748;749;750;751;752;753;755;756;757;758;759;760;761;762;763;764;765;766;767;768;769;770;771;773;775;776;777;778;779;780;781;782;783;784;785;786;787;788;789;790;791;792;793;794;795;796;798;799;800;801;802;803;804;805;806;807;808;809;810;811;812;813;814;815;816;817;818;819;820;821;822;823;824;825;826;827;828;829;830;831;832;833;834;835;836;837;838;839;840;841;842;843;844;845;846;847;848;849;850;851;852;853;854;855;856;857;858;859;860;861;862;863;864;865;866;867;868;869;870;871;872;873;874;875;876;877;878;879;880;881;882;883;884;885;886;887;888;889;890;891;892;893;894;895;896;897;898;899;900;901;902;903;904;905;906;907;908;909;910;911;912;913;914;915;916;917;918;919;920;921;922;923;924;925;926;927;928;929;930;931;932;933;934;935;936;937;938;939;940;941;942;943;944;945;946;947;948;949;950;951;952;953;954;955;956;957;958;959;960;961;962;963;964;965;966;967;968;969;970;971;972;973;974;975;976;977;978;979;980;981;982;983;984;985;986;987;988;989;990;991;992;993;994;995;996;997;998;999;1000;1001;1002;1003;1004;1005;1006;1007;1009;1010;1011;1012;1013;1014;1015;1016;1017;1018;1019;1020;1021;1022;1023;1024;1025;1026;1027;1028;1029;1030;1031;1032;1033;1034;1035;1036;1037;1038;1039;1040;1041;1042;1043;1044;1045;1046;1047;1048;1049;1050;1051;1052;1053;1054;1055;1056;1057;1058;1059;1060;1061;1062;1063;1064;1065;1066;1067;1068;1069;1070;1071;1072;1073;1074;1075;1076;1077;1078;1079;1080;1081;1082;1083;1084;1085;1086;1087;1088;1089;1090;1091;1092;1093;1094;1095;1096;1097;1098;1099;1100;1101;1102;1103;1104;1105;1106;1107;1108;1109;1110;1111;1112;1113;1114;1115;1116;1117;1118;1119;1120;1121;1122;1123;1124;1125;1126;1127;1128;1129;1130;1131;1132;1133;1134;1135;1136;1137;1138;1139;1140;1141;1142;1143;1144;1145;1146;1147;1148;1149;1150;1151;1152;1153;1154;1155;1156;1157;1158;1159;1160;1161;1162;1163;1164;1165;1166;1167;1168;1169;1170;1171;1172;1173;1174;1175;1176;1177;1178;1179;1180;1181;1182;1183;1184;1185;1186;1187;1188;1189;1190;1191;1192;1193;1194;1195;1196;1197;1198;1199;1200;1201;1202;1203;1204;1205;1206;1207;1209;1210;1211;1212;1213;1214;1215;1216;1217;1218;1219;1220;1221;1222;1223;1224;1225;1226;1227;1228;1229;1230;1231;1232;1233;1234;1235;1236;1237;1238;1239;1240;1241;1242;1243;1244;1245;1246;1247;1248;1249;1250;1251;1252;1253;1254;1255;1256;1257;1258;1259;1260;1261;1262;1263;1264;1265;1266;1267;1268;1269;1270;1271;1272;1273;1274;1275;1276;1277;1278;1279;1280;1281;1282;1283;1284;1285;1286;1287;1288;1289;1290;1291;1292;1293;1294;1295;1296;1297;1298;1299;1300;1301;1302;1303;1304;1305;1306;1307;1308;1309;1310;1311;1312;1313;1314;1315;1316;1317;1318;1319;1320;1321;1322;1323;1324;1325;1326;1327;1328;1329;1330;1331;1332;1333;1334;1335;1336;1337;1338;1339;1340;1341;1342;1343;1344;1345;1346;1347;1348;1349;1350;1351;1352;1353;1354;1355;1356;1357;1358;1359;1360;1361;1362;1363;1364;1365;1366;1367;1368;1369;1370;1371;1372;1373;1374;1375;1376;1377;1378;1379;1380;1381;1382;1383;1384;1385;1386;1387;1388;1389;1390;1391;1392;1393;1394;1395;1396;1400;1401;1402;1403;1404;1405;1406;1407;1408;1409;1411;1412;1413;1414;1415;1416;1417;1418;1419;1420;1421;1422;1423;1424;1425;1426;1427;1428;1429;1430;1431;1432;1433;1434;1435;1436;1437;1438;1439;1440;1441;1442;1443;1444;1445;1446;1447;1448;1449;1450;1451;1452;1453;1454;1455;1456;1457;1458;1459;1460;1461;1462;1463;1464;1465;1466;1467;1468;1469;1470;1471;1472;1473;1474;1475;1476;1477;1478;1479;1480;1481;1482;1484;1485;1486;1487;1488;1489;1490;1491;1492;1493;1494;1495;1496;1497;1498;1499;1500;1502;1503;1504;1505;1506;1507;1508;1510;1511;1512;1513;1514;1515;1516;1517;1518;1519;1520;1521;1522;1523;1524;1525;1526;1527;1528;1529;1530;1531;1532;1533;1534;1535;1536;1537;1538;1539;1540;1541;1542;1543;1544;1545;1546;1547;1548;1549;1550;1551;1552;1553;1555;1556;1557;1558;1559;1560;1561;1562;1563;1564;1565;1566;1567;1568;1569;1570;1571;1572;1573;1574;1575;1576;1577;1578;1579;1580;1581;1582;1583;1584;1585;1586;1587;1588;1589;1590;1591;1592;1593;1594;1596;1597;1598;1599;1600;1601;1602;1605;1606;1607;1608;1609;1610;1611;1612;1613;1614;1615;1616;1617;1618;1619;1620;1621;1622;1623;1624;1625;1627;1628;1629;1630;1631;1632;1633;1634;1635;1636;1637;1638;1639;1640;1641;1642;1643;1644;1645;1646;1647;1648;1649;1650;1651;1652;1653;1654;1655;1656;1657;1658;1659;1660;1661;1662;1663;1664;1665;1666;1667;1668;1669;1670;1671;1672;1673;1674;1675;1676;1677;1678;1679;1680;1681;1682;1683;1684;1685;1686;1687;1688;1689;1690;1691;1692;1693;1694;1695;1696;1697;1698;1699;1700;1701;1702;1703;1704;1705;1706;1707;1708;1709;1710;1711;1712;1713;1714;1715;1716;1717;1718;1719;1720;1721;1722;1723;1724;1725;1726;1727;1728;1729;1730;1731;1732;1733;1734;1735;1736;1737;1738;1739;1740;1741;1742;1743;1744;1745;1746;1747;1748;1749;1750;1751;1752;1753;1754;1755;1756;1757;1758;1759;1760;1761;1762;1763;1764;1765;1766;1767;1768;1769;1770;1771;1772;1773;1774;1775;1776;1777;1778;1779;1780;1781;1782;1783;1784;1785;1786;1787;1788;1789;1790;1791;1792;1793;1794;1795;1796;1797;1798;1799;1800;1801;1802;1803;1804;1805;1806;1807;1808;1809;1810;1811;1812;1813;1814;1815;1816;1817;1818;1819;1820;1821;1822;1823;1824;1825;1826;1827;1828;1829;1830;1831;1832;1833;1834;1835;1836;1837;1838;1839;1840;1841;1842;1843;1844;1845;1846;1847;1848;1849;1850;1851;1852;1853;1854;1855;1856;1857;1858;1859;1860;1861;1862;1863;1864;1865;1866;1867;1868;1869;1870;187Ferqa di nêvbera »ko«, »ku« û »kû« de (2005-05-19)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
Xewna Mesûd Barzanî ji başûrê Kurdistanê mezintir e (2005-02-07)
 
REKLAM


KOLUMNÎST
Şebabê Egît nabe Şeroyê Biro û ez jî nabim ”heval”
Tolstoy û xelata Nobelê
Kurdistaneka serbixwe û [ne]cida
Heşt rojên şerê xendekê – I
Em û felsefe
Hilbijartinên Kurdistanê ez şok kirim
© 1997–2024 www.nefel.com  |  E-poste: info@nefel.com  |  Powered by Medesoft.org