SWÊD, 7/4 2014 — Carna mirov gotarekê dixwîne an jî bernameyekê mêze dike, dibêje qey ew bêqisûr e, lê gelek caran ew tenê bi rû va wisan e, ji ber ko haya xwendevan û temaşevanan ji hûrgilîyên wî şexsî an wê bûyerê tune.
Yek ji wan bernameyan ya Şahînê Bekir Soreklî ya bi navê ”Gerabêtê Xaço: Stêrkeke xemla çanda kurdî” ye (http://www.youtube.com/watch?v=xiAM-lkMIEc&feature=share) ko bi radyoya kurdî ya Australîyayê hatîye belavkirin û di van rojan da li ser rûpelên Facebookê belav bûye. Min guhdarîya wê bernameyê kir û bi kêfxweşîyê ra tevayî, ez pir xemgîn bûm ko di wê da gelek kêmanî, têberdan û nerastî hebûn. Hinek ji wan ji nezanebûn û nehayadarîyê ye, lê ji hinekan ji wana bîna ”bi zanebûn xwe bêdengkirin”ê tê û karê yekî kirî dikine malê yekî din.
Di vê bernameyê da tiştê herî xirab ew e ko dîroka qeydkirina sitiranên Karapêtê Xaço (herwiha xudêgiravî qeydnekirina wan) ji serî heta binî hatîye feşkirin. Di bernameyê da doktora hunermendzanîyê Nûra Cewarî jî gotarek derheqa Karapêtê Xaço da amade kirîye û bi xwe jî wê dixwîne. Ew dibêje:
— Egîtê Cimo çûye Karapêtê Xaço dîtîye û anîye radyoyê, dengê wî qeyd kirine.
Ango, bi saya serê Egîtê Cimo sitiranên Karapêtê Xaço hatine qeydkirin. Lê her kes zane ko wan salan, wek bi kurdî dibêjin: -çend serê zirneçîyekî hebû ko bêy hayadarî û destûra serokê radyoyê di karê biryardan û qeydkirina sitiranên dengbêjan da rola sereke bilîze?
Ya rast ha bûye:
Ev seredana Karapêtê Xaço ya duduyan bû li radyoyê. Sal 1957 bû. Karapêt berî du salan jî hatibû radyoyê dengê xwe qeyd bike, lê ew nehatibû qebûlkirin. Sala 1955an (sala vekirina radyoya kurdî ya Rewanê ko heta sala 1957an test bû û di heftêyê da çar roj bûn, bi 10 deqeyan) Karapêtê Xaço tê radyoyê bona sitiranên xwe bêje. Wan salan serokê radyoyê Casim Celîl bû. Casimê Celîl guh dide sitiranên Karapêt û jê ra dibêje: -Sitiranên te ser şer, heyfhildanê, jinrevandinê ne. Ev hemû li welatê me qedexe ne, ji ber wê jî em sitiranên te nikarin qeyd bikin. (Derheqa vê yekê da Karapêtê Xaço di bernameya Med TV da ji bernameçêkir Mehmed Aktaş ra dibêje. Paşê, nizanî bo çi, Mehmed Aktaş dema wê bernameya xwe dike gotar û di kovareke apoçîyan da çap dike, wijdana xwe dişewitîne û dinivîse ko dema sitiranên Karapêtê Xaço nayêne qeyd kirin, serokê radyoyê Xelîlê Çaçan bû).
Karapêtê Xaço por-poşman vedigere gundê xwe – Sovxoza 4an ko nêzîkî Rewanê bû.
Lê ji bo rêyek vebûya bona hemû sitiranên Karapêtê Xaço bihatana qeydkirin û bibûyana milkê gelê me, gerekê an serokê radyoyê bihata guhartin, an jî gerekê qanûnên Sovyeta berê bihatana guhartin. Şnasê kurdan baş bû, serokê radyoyê hate guhartin. Casimê Celîl sala 1957an ji karê serokatîya radyoya kurdî ya Rewanê derxistin (derheqa derxistina wî da hevpeyvîna bi serekê radyoya kurdî yê niha Keremê Seyad bixwînin: http://ku.ajansafirat.net/gallery/gava-dewleta-rome-li-ezidiyan-hate-xezebe ) û Xelîlê Çaçan Mûradov kirine serok (Casimê Celîl ji sala 1957an heta 1963an di bin serokatîya Xelîlê Çaçan da di rêdaksyona radyoya kurdî da bersîvdarê beşa sazbendîyê bû. Hema roja pêşin ya serokatîya xwe da Xelîlê Çaçan ji karmendan ra dibêje: -Min bihîstîye ko berî du salan dengbêjekî bi esilê xwe ermenî, bi navê Karapêt hatîye sitiranên kurdî bêje, ew qebûl nekirine û destevala verê kirine. Em gerekê wî bibînin û careke din bînin radyoyê. Û karmendekî xwe dişîne dû Karapêtê Xaço, ew tîne.). Û wek ko Wezîrê Eşo di gotareke xwe ya li ser Xelîlê Çaçan da dinivîse: - ”Xelîlê Çaçan wek welatparêzekî dilşewat rê dida propagandakirina bîr-bawerîyên rizgarkirina gelê kurd. Û di wê derecê da ewî carna şexsê xwe û posta xwe dikire bin qezîyayê, ji ber ko gelek caran sînorên sîyaseta dewleta Sovyet têk dibir. Kê nizane ko dewleta Sovyet herdem dilê wan dewletên Rohilata Nêzîk û Navîn dikirî ko Kurdistan di navbera wan da hatîye perçekirinê. Û hedê tu kesekî tunebû tixûbê vê sîyaseta resmî serobin bike. Lê car-carna bi saya Xelîlê Çaçan ew tixûb bi fesal dihate hilanînê boy kara gelê kurd”.
Belê, Xelîl Çaçan serokatîya radyoya Ermenîstanê û Moskvayê da bawerkirinê ko ev sitiranên Karapêtê Xaço yên folklorî û gelêrî ne û ew gerekê ji windabûnê bêne xilazkirin. Û di wî karî da bi ser ket, bi saya dostanîya xwe ya bi serokatîyê ra, bi saya welatparêzîya xwe, bi saya wê yekê ko berjewendîyên miletê xwe ser berjewendîyên xwe yê şexsî ra digirt, dibe ji xwe ra gotibe jî: ”Min ji kar derxin jî, ezê sitiranên Karapêtê Xaço belav bikim”. Gelo tirseke wisa hebû? Belê, hebû û pir bû. Ezê nimûneyekê bînim:
— Sala 1980î 50 salîya rojnameya ”Rya teze” bû. Radyoya kurdî ya bi serokatîya Xelîlê Çaçan biryar kiribû di tevaya bernameya radyoya kurdî ya sehetûnîvekê da behsa rojnameya kurdî ya here jîyandirêj bike. Heta sitiranên radyoyê yên wê rojê jî gerekê bi daxweza karmendên rojnameyê bûna. Berpirsyarê rojnameyê Mîroyê Esed gazî me kir, got: ”Ez we hayadar dikim ko tu kes ji we sitirana ”Welatê me Kurdistan e” nexweze”. Hemû karmendan, ez jî di nav da, me wek a wî kir. Me fem dikir ew bo çi dibêje (ditirsîya wî ji kar bavêjin, ji ber ko karmendên wî welatê xwe Kurdistanê dihesibînin). Lê tiştê min fem ne kir, ew bû ko bo çi welatê hemû ermenîyên cihanê Ermenîstan e û welatê hemû kurdên cihanê ne Kurdistan e.
Derheqa gelek tiştên min li jorê behs kir da di bernameya Şahînê Bekirê Soreklî da tu gotinek tune. Dû ra Nûra Cewarî dibêje:
— Gelek sitiranên Karapêtê Xaço nehatine qeydkirin. Tenê 30 heb hatine qeydkirin.
Lê navê tu sitiraneke ko ne hatîye qeydkirin nade. Çiqas ez zanim, tu sitiraneke Karapêtê Xaço tune ko nehatibe qeydkirin. Xwendevan, guhdarên radyoyên kurdî, temaşevanên têlêvîzyonên kurdî di van 20 salên dawî da gelek caran axavtin û sitiranên Karapêtê Xaço bihîstine. Di wan bernameyan da Karapêtê Xaço tu sitiraneke wisa nastirê ko di radyoya Rewanê da tunebin. Eger hebûna, wê bistira. Tê bîra min, bavê min rojekê ji min ra got: -Me tenê sitiraneke Karapêtê Xaço qebûl ne kir û jê ra got ko malikeke wê sitiranê gerekê bê guhastin, ji ber ko tê da kifir heye. Karapêt di sitiranê da ha digot:
— Nûfyê, Nûfyê, Nûfyayê,
La min kellê bavê g…yê,
Kanê sozê te dayê?
Biryar hate girtinê wê malikê derxin, lê sitiranê bikine fondê û belav kirin. Wisa jî kirin.
Gelo sitiranên wisa hebûn ko di radyoya kurdî ya Rewanê da hatine qeydkirin, lê nehatine weşandin? Belê hene! Yek ji wana sitiraneke kurdî bû ko tê da pesinê ”giregirekî” kurdan tê dayînê ko çawa şeva pêşin ya bûkên ji miletên din ya wî bû. Biryara neweşandina wan sitiranan kê dida? Şêwra sazbendîzanên ji nûnerên kurdan û ermenîyan ya li rex redaksiyona radyoya kurdî. Ew şêwr ji alîyê berpirsyarê sazbendîyê ya radyoya kurdî dihate sazkirinê. Berpirsyarên sazbendîyê di salên cuda-cuda da ev kes bûne: Egîtê Cimo, Casimê Celîl, Nûra Cewarî û Tîtalê Efo. Di dema karkirina van hemû kesan da serokê radyoyê yek kes bûye: Xelîlê Çaçan Mûradov. Îcar bo çi xudêgiravî çend sitiranên Karapêtê Xaço nehatine qeydkirinê, bersîvdar berî gişkî ev kes bûn. Lê Xelîlê Çaçan dîsa jî hinek ji van sitiranên destûrnedayî carna bi radyoyê diweşand, wek sitirana ”Bişarê Çeto” ya dengbêjê navdar Mirazê Egît.
Di bernameya Şahînê Bekirê Soreklî da herwiha derheqa nivîs û gotinên çend kesan derheqa Karapêtê Xaço da tê gotinê, wek yên birêz Salihê Kevirbirî, Miço Kendeş, Birûsk Reşwan û yên din.
Lê bira xwendevan, guhdar û temaşevanên kurd van rastîyên jêrin bizanibin ko di wê bernameyê da nayêne gotinê, lê dikaribûn bihatana gotinê:
1.Yê ko cara pêşin di dîrokê da biryara qeydkirina hemû sitiranên Karapêtê Xaço (herwiha yên Şeroyê Biro, Şivanê Perwer û hemû dengbêjên radyoyê yên din jî) di radyoya kurdî ya Rewanê da daye û ew biryar pêk anîye, serekê radyoyê Xelîlê Çaçan Muradov bû.
2.Yê ko cara pêşin di dîrokê da têkstên sitiranên Karapêtê Xaço di pirtûka xwe ya ”Kilamêd Cimaeta Kurda” da (Weşanxaneya ”Haypethrat”, Yêrêvan, sal 1963) çap kirin, serekê radyoyê Xelîlê Çaçan Muradov bû. (Nûra Cewarî behsa wê yekê dike ko çawa wê û keça xwe Zozan Ozmanyan têkstên sitiranên Karapêtê Xaço di berevokeke xwe ya sitiranên kurdî da dane çapkirin).
3.Yê ko cara pêşin di dîrokê da gotarek ser Karapêtê Xaço nivîsî û di rojnameya ”Rya teze” da çap kir, serekê radyoyê Xelîlê Çaçan Muradov bû.
4.Yê ko biryar kir navên orîgînal yên hemû dengbêjên bi esilê xwe va ermenî bike qalibê kurdî (nav û paşnavê fermî yê Karapêtê Xaço Karapêt Xaçatryan e, nav û paşnavê Aramê Tîgran yê fermî Aram Mêlîkyan e), da ko guhê guhdarvanên kurd fêrî cûrê bikaranîna nav û paşnavê kurdî bibe, serekê radyoyê Xelîlê Çaçan Muradov bû.
Nûra Cewarî gelek salan bi serokatîya Xelîlê Çaçan Mûradov di radyoya kurdî ya Rewanê da wek berpirsyara sazbendîyê kar kirîye. Ew wek doktora hunurmendzanîyê ya di hêla sazbendîya kurdî da gerekê derheqa van yekan da bizanibûya û bigota.
Piranîya kesên ko derheqa Karapêtê Xaço da gotar nivîsîne, bernameyên radyoyê û têlêvîzyonê amade kirine, pê ra hevpeyvîn kirine, berhemên wî çap kirine, ji bo karê kirî kêm-zêde pere sitendine. Ji bo van hemûyan yê ko pere ne sitendîye Karapêtê Xaço bûye. Karapêtê Xaço tenê wê demê ji bo her sitiraneke xwe pere sitendîye, dema sitiranên wî di radyoya kurdî ya Rewanê da dihatine qeydkirinê. Ango, tenê Xelîlê Çaçan Mûradov heqê wî daye.
Min di vê gotarê da tenê behsa dîroka qeydkirina sitiranên Karapêtê Xaço kirin ko bi çi zehmetîyan va hatine pêkanînê. Nimûneyên ha gelek hene. Ezê yek ji wan tenê bêjim:
— Sitirnanên Şeroyê Biro jî dikaribûn nebûna milkê gelê kurd, ji ber ko ew li paytextê Gurcistanê Tbîlîsîyê dima û nedihat Rewanê bona dengê wî bê qeydkirinê. Xelîlê Çaçan çû Tbîlîsîyê, heft rojan li wir ma, studîyoya radyoya Gurcistanê ser çend rojan kirê kir, hemû sitiranên Şeroyê Biro qeyd kir û belav kir. |