[ SÊŞEM, 2024-03-19 ]   [ BIKE MALPERA DESTPÊKÊ ]   [ BÊXE NÊV BIJAREYAN ]   [ KONTAKT ]   [ INFO ]   [ LÊGERÎN & ARŞÎV ]  
DESTPÊK
Nûçe
Nivîsar
Kulturmagazîn
Hevpeyvîn
Kolumnîst
Ewrokurd
E-Pirtûk
Lîteratûr
Ziman
Muzîk
Foto
Lînk
E-POSTEYA TE
  Nav (Username)  
   
  Þîfre (Password)  
   
   
     
   »E-posteyeka nû
 bo xwe qeyd bike
 
REKLAM


KOLUMNÎST 
Çima tirkî li ber dilê hinek kurdan ezîz e
STOCKHOLM, 15/6 2014 — Baldarîyên min yên gelek salan ez anîme ser wê bawerîyê ko li Kurdistana Bakur ew kurd bi tirkî dipeyivin ko tirkîya wan zêde ne baş e, an jî xirab e. Û ew kes bi kurdî dipeyîvin ko tirkîya wan gelekî xweş e.

Gelek kurd dema bi tirkî dipeyîvin, difikirin ko ew medenî ne. Eger wisa be, wê demê kurdên Ermenîstanê gerekê zêdetir bi rûsî û ermenî bipeyivîyana, ji ber ko rûs jî, ermenî jî ji tirkan gelekî medenîtir in. Lê ne kirin, ji ber ko ji bo me zimanê dayîkê zimanê herî şîrin e li cihanê, wek ko dayîka mirovan dayka here şîrin, here hizkirî, here ciwan û here bi aqil e. Gelo we dîtîye û bihîstîye ko meriv jinekê bibîne û bêje? - Xwezî ev jin dayka min bûya!

Hinek kurd jî gotina ”zimanê dayîkê” wek ”zimanê dayka min”, ne ”zimanê min” fêm kirine.

Û di vî karî da gelek sîyasetmedarên me roleke sereke dilîzin. Ezê nimûneyekê bînim: Ez berî du salan li şaredarîya Diyarbekirê bûm mêvanê birêz Osman Baydemîr. Tevaya sohbeta me bi kurdî bû. Dû ra çend xebatkarên şaredarîyê jî hatin, ew jî bi kurdî xweş dipeyivîn. Birêz Osman Baydemîr rojtira din ez ezimandim, gelek kes berev kirin, em li cîyekî xweş rûniştin, bi kurdîyeke xweş bi hev ra axivîn. Lê niha şaredar kesek e ko bi tirkî diaxive. Wek şexs ew karê wê ye ko bi çi zimanî diaxive, bîr û bawerîyên wê yên sîyasî çi ne, bi şertê ko wek sîyasetmedar bi axavtina xwe va zirarê nede pêşketina kurdîyê, kurdan mecbûr neke bi tirkî biaxivin.

Lê wisa dertê ko ”bi saya serê” şaredara tirkîaxêv hemû karmendên şaredarîyê jî wê ji bo xatirê wê bi tirkî bipeyivin, wê axavtina li şaredarîyê tam bibe tirkî, kîjan gundî û bajarî bo pirsekê serî li şarederîyê xe, axavtin wê bi tirkî be, an jî wê bi wergeravan be. De îcar mêze bikin ka axavtina şaredarekê a bi tirkî çiqas zirarê dide kurdîyê, kurdîtîyê û kurdmayînê. An jî, şaredar ”kedeke” çawa dike nava pêşketina tirkîaxivîna kurdan. Lê bajar bajarê kurdan e, welat welatê kurdan e, kesên deng dane wê û ew hilbijartine jî kurd in.

Şaredarîyên Cizîrê û Mêrdînê ne tê da, hema bêje hemû şaredarîyên Kurdistana Bakur ko ketine destê kurdan, di vê rewşê da nin. Belê, BDP bi ser ket û gelek şaredarî ketine destê kurdan, lê gelo em dikarin ji vê ra bêjin ”serketin”?

Sîyaseta bi mejûyê tirkan va nixamtî kurdên bakur gîhande wê dereceyê ko berê kurdan navên tirkî li zarokên xwe dikirin û ew zarok bi kurdî dipeyivîn, niha navên kurdî li zarokên xwe dikin, lê zarok bi tirkî dipeyivin.

Gelo bo çi hinek kurd heyranê zimanê tirkî ne? Sebeb pir in. Yek ji wan dîn e. Kurd û tirk piranî musulman in, gorî musulmanîyê jî ew ji malbetekê ne, dikarin bi hev ra bizewicin. Wê demê zimanê malê pir caran dibe tirkî, ango zimanê serdestan. Eger bav tirk be û dê kurd be û eger dê tirk be û bav kurd be, ferq nake. Û ev yek dibe yek ji bingehên helandina kurdan. Di nav kurdên êzdî da ev yek tune. Ango dê û bav jî gerekê kurdên êzdî bin. Jinên me kurd in jî, zarok nîv kurd dertên, îcar eger ne kurd bin, wê demê wek dibêjin, ”delîl li halê me”.

Sebebeke din ew e ko dînê musulmanîyê hewil dide kesên ji dînên din bîne ser dînê xwe, hewil dide miletan di nav xwe da bihelîne. Lê dînê xaçparêzîyê vê zordestîyê li gelan nake: ne dibêje were ser dînê min, ne jî dibêje dest ji miletîya xwe bikişîne, bibe ermenî, gurc, rûs an jî miletekî din. Ji ber wê jî kurdên êzdî ko piranîya wan di nav xaçparêzan da nin, nahelin.

Sebebê sisîyan jî ew e ko kurd xwe baş nas nakin, gelên din ser gelê xwe ra dibînin û piranîya wan nizane ko zimanê kurdî berî zimanê rûsî, û herwiha yên silavî bi giştî, bûye zimanekî edebî û hê di sedsalên XII-XVIan da bi wî zmanî gelek berhemên giranbuha hatine nivîsarê. Bi navê pez û dewaran, hasileta gund ew ji zimanên fransî û îngilîsî jî dewlemendtir e.

Min ji gelek kurdan bihîstîye ko sebebê bi tirkî axivîna kurdan sîyaseta tirkan ya bi dehan salan ya helandina kurdan e. Ez zêde nikarim bawerîya xwe bi vê sebebê bînim, ji ber ko li min pir ecêb tê ko eger di gundekî kurdan da, li malê kurdî bihata axavtin, ma qey li ber derê mala her kurdekî polîsên tirkan rojê 24 sietan nobedarî dikirin? Di rastîyê da gerekê kurd bi tirkî nizanibûna, ji ber ko gundî hemû kurd in, piranîya kurdên navsere jî neçûne dibistanên tirkan ko tirkî fêr bibin. Ji bo xwendevan rind min fêm bikin, ezê nimûneya malbeta xwe bînim:

Ez li paytextê Ermenîstanê - Rewanê ji diya xwe bûme û mezin bûme. Li Rewanê jî zêde kurd tunene, piranîya wan li gund û navçeyên Ermenîstanê dimînin. Li dibistanê xwendin bi ermenî û rûsî bû. Dervayî dibistanê jî her kes bi ermenî diaxivî, ji ber ko ji sedî 97 % niştecîyên Ermenîstanê ermenî ne. Ez neçûme dibistana kurdî, tu kesî jî ez hînî xwendin û nivîsara kurdî nekirime. Kurdîya ez zanim bes tenê ji malê hîn bûme. Ew jî dê û bavê min ez hîn nekirime. Tenê tiştek kirine: dema min pirsek bi rûsî, an jî bi ermenî ji dê û bavê xwe dikir, bersîva min ne didan, bi zanebûn ji min ra digotin: - em fêm nakin tu çi dibêjî. Min jî bi mecbûrî bi kurdî dipirsî. Eger wana pirsek li min bikira û min bi ermenî an rûsî bersîv bida, dîsa digotin em ji te fêm nakin. Min jî bi mecbûrî bersîva xwe bi kurdî dida.

Û ev kurdîaxivîna me li her deran xuya dibe. Dema di şahîyên me da 20-30 ermenî jî hazir bûna, me şahîya xwe bi kurdî dikir û ji wana ra digot ji xwe ra wergervanekî bigirin. Gelo li bakur jî ha ye? Ez ne bawer im! Em duayên xwe jî bi kurdî dikin, nivatinên (sitiranên şînê) me jî bi kurdî ne. Dema du kurdên Ermenîstanê şerê hevdu bikirana, tiştê herî xirab ko yek ji yekî din ra bigota ev bû: -Here kurmancî hîn bibe, paşê were bi min ra bipeyive. Me heta li Komeleya xwendkarên kurd li Ermenîstanê jî kiribû edet ko civînên xwe bi kurdî derbaz bikin. Zimanekî din qedexe bû. Lê di nav piranîya kurdên Bakur da tu dibêjî qey kurdan bi xwe bi awayekî xewle axavtina kurdî li xwe qedexe kirine, wek ko alaya kurdî li gelekan qedexe kirine.

Bi bawerîya min derheqa van hemû tiştan da yê herî rast û xweş nivîsîye nivîskar Rojen Barnas e. Min ev fikirên wî yên jêrin ji pirtûka wî ya bi navê ”Bi kurmanciya gewr” hildane (ez wisa bawer im ko eger kurdên tirkîaxêv vê pirtûka delal peyda bikin, bixûnin û jê fêm bikin, piranîya wan wê li kurdîya xwe vegerin, ji ber ko tu rê wê li ber wan nemîne).

- Kurd kî ne? Kurd ew kes in ko bi hevûdu re bi kurmancî dipeyivin. Ji taybetiya ziman pêve ji aliyê reng û xetên fîzyonomîk ve tu cihêtiya wan û cînarên wan ji hevûdu tune. (…) Nîşana cudatiyê ya kurdan ji gelên cîran zimanê wan î axaftinê ye. Ew ziman ango kurmancî xwîna wî laşî ye ko jê re kurd tê gotin. Ko kurmancî nemîne, bibire ew laş jî namîne ko bimîne jî ewê wekî rawirekî nêçîrê ko bi sole an tiştekî dîtir tijekirî yê xemlê bimîne. Ko kurmancî nemîne ewê kurd jî nemînin ko kurd nemînin dê Kurdistan jî nemîne, ango ”Kurdistanê” tiştekî îfade neke. Kîlîkya, Kapadokya, Pontus, Karya îro ji bona me çi îfade bikin dê Kurdistan jî ji bona nifşên piştî sed salî wê îfade bike.

Gelek caran jî kurd bi kurdî zanin, lê ji bo hêsatîyê bi tirkî diaxivin. Ez nimûneyekê bînim:

Berî çend deh salan ronakbîr û şoreşgerekî kurd Îhsan Aksoy li Rewanê bû mêvanê min. Di wan rojan da ronakbîrekî din Huseyn Erdem bi kome hevalên alman ra hatibû Rewanê û li mêvanxaneyê dima. Ew jî ser çend sietan bû mêvanê mala me. Ez jî bi benga xortanîyê ”di xwe da werimîm” ko du ronakbîrên kurd yên navdar mêvanên min in. Dû ra Îhsan Aksoy û Huseyn Erdem bi hev ra her tenê bi tirkî peyivîn, ji ber ko kurmancîya kek Huseyn ne zêde baş bû. Piştî birêz Huseyn Erdem çû, min ji birêz Îhsan Aksoy ra got: ”We şeka min şikênand, xeyala min ko du kurdên navdar li mala min in û ew cîyê serbilindîyê ye, bi tirkîaxivîna we ez xeyalşikestî bûm”. Kekê Îhsan li min vegerand, got: ”Eger me bi kurdî bipeyivîya, ev axavtina me ya sietekê wê sê siet bikişanda û tuyê ji wê kurmancîya me zêde aciz bûyayî”.

Gelo sûc tenê yê dijmin e ko kurd bi kurdî napeyivin? Gelo em bi xwe jî ji ronakbîrên kurd yên rast zêde qîmetê nadine kesên ko xizmetî ziman, çand û hunermendîya tirkan dikin? Ez tenê nimûneyekê bînim: Karapêtê Xaço, Davîtê Xilo û Aramê Tîgran ko esilê xwe va ermenî ne, bi bawerîya min wek dengbêj kurd in. Ew dengbêjên gelê kurd in, xizmetî kurdan kirine. Lê Ahmet Kaya û Îbrahîm Tatlises ko bi esilê xwe va kurd in, bi bawerîya min wek dengbêj tirk in. Ew dengbêjên gelê tirk in, xizmetî tirkan kirine. Ferqa wan tenê ew e ko Karapêtê Xaço, Davîtê Xilo û Aramê Tîgran zirar nedane gelê xwe yê ermenî, lê Ahmet Kaya û Îbrahîm Tatlises zirar dane gelê xwe yê kurd: awazên kurdî wek yên tirkî distirên. Îcar ka kê dikare bersiva vê pirsê bide, ka bo çi li Kurdistanê parka ser navê Ahmet Kaya heye, lê yê bingehdarê edebîyeta kurdî Erebê Şemo, dengbêjên navdar Şeroyê Biro, Karapêtê Xaço, bavê zargotina kurdî Hecîyê Cindî û nivîskar Xelîlê Çaçan tune ko bi karê xwe yê serokatîya radyoyê (24 salan) va bi mîlyonan kurd şîyar kir?

Ez nizanim ev gotara min wê çiqasî bi dilê we be, an ne bi dilê we be. Hûnê biryarê bidin. Ev bawerîyên min bûn û ez wisa bawer im ko ew rast in. Lê tiştek heye ko ez ne bawer im û bersîva pirsekê nizanim. Ezê wê pirsê raberî we bikim, belkî hûn bersîvekê bibînin û min jî jê agahdar bikin. Pirsa min ev e:

- Li her çar perçeyên Kurdistanê kurdên ko herî kêm bi kurdî dipeyivin, kurdên Kurdistana Bakur in ko beşa kurdan ya here mezin li wir dimîne û zimanê piranîya kurdan li wir tirkî ye. Li Sovyeta berê jî kurd piranî di çar dewletan da dimînin – li Ermenîstanê, Gurcistanê, Qazaxistanê û Azirbêcanê û kurdên ko herî kêm bi kurdî dipeyivin, kurdên Azirbêcanê ne ko ew jî bi jimara xwe va ji kurdên sê komareyên din pirtir in û zimanê piranîya kurdan li wir azirî ye.

Ez wisa bawer im ko bersîva vê pirsê dikare komîsyoneke ji dîrokzanan, êtnografan, psîkologan, mejûzanan û antropologan sazkirî bide.

-----------------------------------
Nivîskar: TÊMÛRÊ XELÎL temur_xelil@hotmail.com
Weşandin: 2014-06-15
Xwendin: 14182
 

KOLUMNÊN BERÊ   
Şebabê Egît nabe Şeroyê Biro û ez jî nabim ”heval” (2016-08-17)
Careke din ser alfabeya kurdî-latînî (2016-04-24)
Xwedêyo, tu me ji dewletnexwezan biparêzî! (2016-01-27)
Êzdîbûna kurdan ji Kurdistanê zêdetir zirarê dide Ermenistanê (2015-06-29)
Xwezî kurd di hindava dijminên xwe de wek ermenîyan bûna (2015-04-18)
Kovara ”Wêje û rexne” ji rexneyan hiz nake (2014-12-14)
Kurdên resen bûn kurdên reben (2014-10-16)
Xwedîyê kurmancîya dewlemend (2014-09-17)
Bira haya we ji zaneyên nezan hebe (2014-08-12)
Stranên Karapêtê Xaço dikaribûn nebûna milkê gelê kurd (2014-04-07)
Ew ji xizmetkirina bo gelê xwe lezetê dibîne (2014-02-06)
Pirtûkeke Kemal Tolan li ser êzdayetîyê (2013-12-29)
Kadroyên têlêvîzyonên kurdî li ser çi bingehî tên hilbijartin (2013-08-15)
Gêorgîyê Xudo serbilindîya Ermenistanê û kurdan bû (2013-05-27)
Em û ermenî bi şûrekî hatine birîndar kirin – ji bo bîranîna gelkujîya ermenîyan (2013-04-24)
Neyariya di kirasê welatparêzîyê da (2013-02-23)
Îvanê Omer Farîzov – mêrxasê binavûdeng lê bê nav û bê deng (2013-01-18)
Kurdistana Sor (2012-11-22)
Cegerxwîn derheqa êzîdîyan û dînê êzîdîtîyê da (2012-10-28)
”Tu ne yar î, tu neyar î” (2012-10-04)
NERÎNGEH
 
[kitêb] Sun Zî: Hunera şer (2016-04-21)
Ismail Beşikçi ji kurdan re li ser ermeniyan semînerek da (2013-09-28)
Kurdistan berî serxwebûna siyasî ”serxwebûna petrolê” û ekonomîk îlan dike (2012-05-21)
Tewanga navdêrên zimanê kurdî (2009-02-08)
Umît Firat dibêje navnîşana çareserîya pirsa kurd ne PKK ye (2008-11-11)
Hêro Talebanî: Min nedixwest Mam Celal bibe serokkomarê Iraqê [foto] (2007-05-10)
Alfabeya kurdî-latînî ji bo zimanê kurdî ji alfabeya kurdî-erebî minasibtir e (2005-11-02)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
vv9v8v09fq:TabArticles:4;8;12;14;17;19;21;22;23;24;28;29;30;31;32;40;41;43;44;46;48;49;51;52;53;54;55;56;58;60;62;63;64;65;66;67;69;71;72;74;75;76;77;78;79;80;81;82;84;85;86;90;91;92;94;95;96;97;98;100;102;103;104;105;106;107;109;110;111;112;113;114;115;116;117;118;119;120;121;122;123;124;125;126;127;128;129;130;131;132;133;134;136;137;138;139;140;141;142;143;144;145;146;147;149;150;151;152;153;155;157;158;159;160;163;164;165;166;167;168;169;170;171;172;173;174;175;176;178;179;180;181;182;183;184;185;186;187;188;189;190;191;192;193;194;195;196;197;198;199;200;202;203;204;205;206;207;208;209;210;211;212;213;214;215;216;217;218;219;221;222;223;224;225;226;227;228;229;230;231;232;233;234;235;236;237;238;239;240;241;242;243;244;245;246;247;248;249;250;251;253;254;255;256;257;258;259;260;261;262;263;264;265;266;267;268;269;270;271;272;273;274;275;276;277;278;279;280;281;282;283;284;285;286;287;288;289;290;291;293;294;295;296;297;298;301;302;303;304;305;306;307;308;309;310;311;312;313;314;315;316;317;318;319;320;321;322;323;324;325;326;327;328;329;330;331;332;333;334;335;336;337;338;339;340;341;342;343;344;345;346;347;348;349;350;351;352;353;354;355;356;357;358;359;360;361;362;363;364;365;366;367;368;369;370;371;372;373;374;375;376;377;378;379;380;381;382;383;384;385;386;387;388;389;391;392;393;394;395;396;398;399;400;401;402;403;404;405;406;407;408;409;410;411;412;413;414;415;416;417;418;419;420;421;422;423;424;425;426;427;428;429;430;431;432;433;434;435;436;437;438;439;440;441;442;443;444;445;446;447;448;449;450;451;452;453;454;455;457;458;459;460;461;462;463;464;465;466;467;468;469;470;471;472;473;474;475;476;477;478;479;480;481;482;483;484;485;486;487;488;489;491;492;493;494;495;496;497;498;499;500;501;502;503;504;505;506;507;508;509;510;511;512;513;514;515;516;517;518;519;520;521;522;523;524;525;526;527;528;529;530;531;532;533;534;535;536;537;538;539;540;541;542;543;544;545;546;547;548;549;550;552;553;554;555;556;557;558;559;560;561;562;563;564;565;566;567;568;569;570;571;572;573;574;575;576;577;578;579;580;581;582;583;584;585;586;587;588;589;590;591;592;593;594;595;596;597;598;599;600;601;602;603;604;605;606;607;608;609;610;611;612;614;615;616;617;618;619;620;621;622;623;624;625;626;627;628;629;630;631;632;633;634;635;636;637;638;639;640;641;642;643;644;645;646;647;648;649;650;651;652;653;654;655;656;657;658;659;660;661;662;663;664;665;666;667;668;669;670;671;672;673;674;675;676;677;678;679;680;681;682;683;684;685;686;687;688;689;690;691;692;693;694;695;696;697;698;699;700;701;702;703;704;705;706;707;708;709;710;711;712;713;714;715;716;717;718;719;721;722;723;724;725;726;727;728;729;730;731;732;733;734;735;736;738;740;741;742;743;744;745;746;747;748;749;750;751;752;753;755;756;757;758;759;760;761;762;763;764;765;766;767;768;769;770;771;773;775;776;777;778;779;780;781;782;783;784;785;786;787;788;789;790;791;792;793;794;795;796;798;799;800;801;802;803;804;805;806;807;808;809;810;811;812;813;814;815;816;817;818;819;820;821;822;823;824;825;826;827;828;829;830;831;832;833;834;835;836;837;838;839;840;841;842;843;844;845;846;847;848;849;850;851;852;853;854;855;856;857;858;859;860;861;862;863;864;865;866;867;868;869;870;871;872;873;874;875;876;877;878;879;880;881;882;883;884;885;886;887;888;889;890;891;892;893;894;895;896;897;898;899;900;901;902;903;904;905;906;907;908;909;910;911;912;913;914;915;916;917;918;919;920;921;922;923;924;925;926;927;928;929;930;931;932;933;934;935;936;937;938;939;940;941;942;943;944;945;946;947;948;949;950;951;952;953;954;955;956;957;958;959;960;961;962;963;964;965;966;967;968;969;970;971;972;973;974;975;976;977;978;979;980;981;982;983;984;985;986;987;988;989;990;991;992;993;994;995;996;997;998;999;1000;1001;1002;1003;1004;1005;1006;1007;1009;1010;1011;1012;1013;1014;1015;1016;1017;1018;1019;1020;1021;1022;1023;1024;1025;1026;1027;1028;1029;1030;1031;1032;1033;1034;1035;1036;1037;1038;1039;1040;1041;1042;1043;1044;1045;1046;1047;1048;1049;1050;1051;1052;1053;1054;1055;1056;1057;1058;1059;1060;1061;1062;1063;1064;1065;1066;1067;1068;1069;1070;1071;1072;1073;1074;1075;1076;1077;1078;1079;1080;1081;1082;1083;1084;1085;1086;1087;1088;1089;1090;1091;1092;1093;1094;1095;1096;1097;1098;1099;1100;1101;1102;1103;1104;1105;1106;1107;1108;1109;1110;1111;1112;1113;1114;1115;1116;1117;1118;1119;1120;1121;1122;1123;1124;1125;1126;1127;1128;1129;1130;1131;1132;1133;1134;1135;1136;1137;1138;1139;1140;1141;1142;1143;1144;1145;1146;1147;1148;1149;1150;1151;1152;1153;1154;1155;1156;1157;1158;1159;1160;1161;1162;1163;1164;1165;1166;1167;1168;1169;1170;1171;1172;1173;1174;1175;1176;1177;1178;1179;1180;1181;1182;1183;1184;1185;1186;1187;1188;1189;1190;1191;1192;1193;1194;1195;1196;1197;1198;1199;1200;1201;1202;1203;1204;1205;1206;1207;1209;1210;1211;1212;1213;1214;1215;1216;1217;1218;1219;1220;1221;1222;1223;1224;1225;1226;1227;1228;1229;1230;1231;1232;1233;1234;1235;1236;1237;1238;1239;1240;1241;1242;1243;1244;1245;1246;1247;1248;1249;1250;1251;1252;1253;1254;1255;1256;1257;1258;1259;1260;1261;1262;1263;1264;1265;1266;1267;1268;1269;1270;1271;1272;1273;1274;1275;1276;1277;1278;1279;1280;1281;1282;1283;1284;1285;1286;1287;1288;1289;1290;1291;1292;1293;1294;1295;1296;1297;1298;1299;1300;1301;1302;1303;1304;1305;1306;1307;1308;1309;1310;1311;1312;1313;1314;1315;1316;1317;1318;1319;1320;1321;1322;1323;1324;1325;1326;1327;1328;1329;1330;1331;1332;1333;1334;1335;1336;1337;1338;1339;1340;1341;1342;1343;1344;1345;1346;1347;1348;1349;1350;1351;1352;1353;1354;1355;1356;1357;1358;1359;1360;1361;1362;1363;1364;1365;1366;1367;1368;1369;1370;1371;1372;1373;1374;1375;1376;1377;1378;1379;1380;1381;1382;1383;1384;1385;1386;1387;1388;1389;1390;1391;1392;1393;1394;1395;1396;1400;1401;1402;1403;1404;1405;1406;1407;1408;1409;1411;1412;1413;1414;1415;1416;1417;1418;1419;1420;1421;1422;1423;1424;1425;1426;1427;1428;1429;1430;1431;1432;1433;1434;1435;1436;1437;1438;1439;1440;1441;1442;1443;1444;1445;1446;1447;1448;1449;1450;1451;1452;1453;1454;1455;1456;1457;1458;1459;1460;1461;1462;1463;1464;1465;1466;1467;1468;1469;1470;1471;1472;1473;1474;1475;1476;1477;1478;1479;1480;1481;1482;1484;1485;1486;1487;1488;1489;1490;1491;1492;1493;1494;1495;1496;1497;1498;1499;1500;1502;1503;1504;1505;1506;1507;1508;1510;1511;1512;1513;1514;1515;1516;1517;1518;1519;1520;1521;1522;1523;1524;1525;1526;1527;1528;1529;1530;1531;1532;1533;1534;1535;1536;1537;1538;1539;1540;1541;1542;1543;1544;1545;1546;1547;1548;1549;1550;1551;1552;1553;1555;1556;1557;1558;1559;1560;1561;1562;1563;1564;1565;1566;1567;1568;1569;1570;1571;1572;1573;1574;1575;1576;1577;1578;1579;1580;1581;1582;1583;1584;1585;1586;1587;1588;1589;1590;1591;1592;1593;1594;1596;1597;1598;1599;1600;1601;1602;1605;1606;1607;1608;1609;1610;1611;1612;1613;1614;1615;1616;1617;1618;1619;1620;1621;1622;1623;1624;1625;1627;1628;1629;1630;1631;1632;1633;1634;1635;1636;1637;1638;1639;1640;1641;1642;1643;1644;1645;1646;1647;1648;1649;1650;1651;1652;1653;1654;1655;1656;1657;1658;1659;1660;1661;1662;1663;1664;1665;1666;1667;1668;1669;1670;1671;1672;1673;1674;1675;1676;1677;1678;1679;1680;1681;1682;1683;1684;1685;1686;1687;1688;1689;1690;1691;1692;1693;1694;1695;1696;1697;1698;1699;1700;1701;1702;1703;1704;1705;1706;1707;1708;1709;1710;1711;1712;1713;1714;1715;1716;1717;1718;1719;1720;1721;1722;1723;1724;1725;1726;1727;1728;1729;1730;1731;1732;1733;1734;1735;1736;1737;1738;1739;1740;1741;1742;1743;1744;1745;1746;1747;1748;1749;1750;1751;1752;1753;1754;1755;1756;1757;1758;1759;1760;1761;1762;1763;1764;1765;1766;1767;1768;1769;1770;1771;1772;1773;1774;1775;1776;1777;1778;1779;1780;1781;1782;1783;1784;1785;1786;1787;1788;1789;1790;1791;1792;1793;1794;1795;1796;1797;1798;1799;1800;1801;1802;1803;1804;1805;1806;1807;1808;1809;1810;1811;1812;1813;1814;1815;1816;1817;1818;1819;1820;1821;1822;1823;1824;1825;1826;1827;1828;1829;1830;1831;1832;1833;1834;1835;1836;1837;1838;1839;1840;1841;1842;1843;1844;1845;1846;1847;1848;1849;1850;1851;1852;1853;1854;1855;1856;1857;1858;1859;1860;1861;1862;1863;1864;1865;1866;1867;1868;1869;1870;187Ferqa di nêvbera »ko«, »ku« û »kû« de (2005-05-19)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
Xewna Mesûd Barzanî ji başûrê Kurdistanê mezintir e (2005-02-07)
 
REKLAM


KOLUMNÎST
Şebabê Egît nabe Şeroyê Biro û ez jî nabim ”heval”
Tolstoy û xelata Nobelê
Kurdistaneka serbixwe û [ne]cida
Heşt rojên şerê xendekê – I
Em û felsefe
Hilbijartinên Kurdistanê ez şok kirim
© 1997–2024 www.nefel.com  |  E-poste: info@nefel.com  |  Powered by Medesoft.org