[ SÊŞEM, 2024-03-19 ]   [ BIKE MALPERA DESTPÊKÊ ]   [ BÊXE NÊV BIJAREYAN ]   [ KONTAKT ]   [ INFO ]   [ LÊGERÎN & ARŞÎV ]  
DESTPÊK
Nûçe
Nivîsar
Kulturmagazîn
Hevpeyvîn
Kolumnîst
Ewrokurd
E-Pirtûk
Lîteratûr
Ziman
Muzîk
Foto
Lînk
E-POSTEYA TE
  Nav (Username)  
   
  Þîfre (Password)  
   
   
     
   »E-posteyeka nû
 bo xwe qeyd bike
 
REKLAM


KOLUMNÎST 
Neyariya di kirasê welatparêzîyê da
SWÊD, 23/2 2013 — Hinek caran dijmin dikeve nava me kurdan, yekî ji xwe ra hildibijêre ko bi destî wî miletê me rezîl bike û ji cihanê ra jî bêje: “va kurd bi xwe dibêjin ko ew ne tiştek in“. Û piranî kesekî wisa hildibijêrin ko nav û dengê wî di nav gel da wek ronakbîr û welatparêz bela bûye. Û bi destî wî kesî bi dehan salan miletê me li cihanê wek nezan, ne hêja, ne bi aqil nîşan didin. Hilbet, ne belaş.

Kesek heye ko di hevpeyvîn û nivîsên xwe da xwe wek welatparêzekî pir mezin dide xuyakirin, lê di esilê xwe da ji wî dijminayî û neyartî dibare. Di hevpeyvîna bi Salihê Kevirbirî da (“Rûdaw”, hejmar 43, 04.05. 2010) Emerîkê Serdar dibêje: “Rya teze ewledê min e, ez ewledê “Rya teze“ me. Ez 44 salan li wir xebitîme û min dixwest heta dawîya jîyana xwe li wir bixebitîyama“.

Lê xwendevan nizanin ko dema xebatkarên rojnameya “Rya teze“ sala 2006an civîn kirin û wî ji kar derxistin, ji wê rojê da carekê jî ne hatîye redaksyonê, ne ji karmendên rojnameyê ra têlêfon kirîye, ne jî xema wî ye ka rojname di çi rojê da ne. Ango, “eger ez ne berpirsyar im, hema bira rojnameya 80 salan bê girtin“. Salihê Kevirbirî jî nizane ko dema Emerîkê Serdar ji kar hate avêtin, şev kete redaksyona “Rya teze“, komputerên wê birin, redaktorê nû şikyatê wî ber polîsan kir, polîs hatin mala wî ew komputer dîtin, wê bigirtana, xwe avîte dest û pîyên redaktorê nû Grîşayê Memê ko şikyatê xwe paşda hilda. Wî jî gunehê xwe pê anî û paşda hilda. Baş bû ko çend welatparêzan ji bo redaksyonê komputerên nû kirîn, navenda êzdîyan li Oldênbûrgê û welatparêzekî kurd Gîno Lobaro û yên din alîkarîya aborî dane rojnameyê, da ko jîyana xwe berdewam bike.

Di gelek nivîsên Emerîkê Serdar da gelek îzbatî hatine feşkirinê û wisa xuya ye ko armanca nivîsên wî biçûkxistina ronakbîrên me ye. Ew di nivîseke xwe da dixweze bingehdarê edebîyeta kurdî Erebê Şemo û êtnogarfê kurd yê pêşin Emînê Evdal biçûk bixe. Ew herwiha hewil dide ji xwendevanan ra bêje ka ronakbîrên kurdên Ermenîstanê çiqasî ne li hev in û şerê hev dikin. Ew fikira wî di xetên wî yên jêrin da xuya dibin:

“…Sala 1960-î bû. Ez teze çûbûm radîoêda dixebitîm. Rojekê jî Xelîl Mûradov gote min, wekî wezîrê Ermenîstanêyî ronkayê gazî çend rewşenbîrêd me kirye bona pirsa pirtûkê dersê zimanê kurdî binihêrin. “Dixwazî, tu jî were bibihê”. Em çûn. Ereb Şamîlov, Hecîê Cindî, Emînê Evdal, Casimê Celîl, Mîkaêlê Reşîd, Xelîl Mûradov bûn. Wexta destbi enenekirina pirsê kirin, lawikê me qalmeqalmeke mezin pêşda anîn, hurmeta hev ketin. Tê bîra min, Emîn hilda ha Ereb Şamîlovra got: “Ereb, merî gerekê k’êrekê zikê terake!” Wezîr dît, wekî vî çûreyî pirs nikare bê safîkirinê, û got: “Herin, ezê careke mayîn gazî wekim”. Lê usa jî hetanî dawîê gazî nekir” (www.avestakurd.net).

Hilbet, tiştên ha tu caran nebûne, ew pêkanîna daxwezên dijmin û xewnerojkên Emerîkê yên jiberxwederxistî ne. Xuya ye ew jî nîşanên emirê dirêj e. Paşê Emerîk dinivîse:

“Gava E.Şamîlov ji girtîgehê derket, çû Lênîngradê û wêderê romanoka xweye “Şivanê kurmanc” bi zimanê ûrisî nivîsî û ew pirtûk sala 1931-ê Moskvaêda hate çapkirinê. Kurdzan V. Nîkîtîn ew tercmeyî fransî kir û Bêyrûtêda çap bû. Paşê kurda ew ji fransî tercmeyî kurdî kirin û çawa pirtûkeke başqe dane çapkirinê. A ser hîmê evê romanokê kurdê welatê dereke hetanî roja îroyîn jî Ereb Şamîlovra dibêjin “bavê romana kurdî”.

Li vir şaşîyeke mezin heye: ya pêşin, kurd ne ser hîmê vê romanokê ko ser hev 64 rûpel bû û bi rûsî bû, ji Erebê Şemo ra dibêjin “bavê romana kurdî“, lê li ser hîmê romana wî ya bi zimanê kurdî ya bi navê “Şivanê kurmanca“ ko 155 rûpel e û sala 1935an bi latînîya kurdên Ermenîstanê çap bûye (sala 2009an ew pirtûk him bi orîgînala wê ya bi herfên latînî ya kurdên Ermenîstanê, him jî bi herfên latînîya niha, ya Celadet Bedirxan, bi amadekarîya nivîskar Mistefa Aydogan û bi alîkarîya min, Celîlê Celîl, Grîşayê Memê û yên din li weşanxaneya “Lîs“ê li Diyarbekirê, serhev bi weke 350 rûpelan va çap bû). Di nav xetên Emerîkê Serdar da dijîtîyeke sergirtî di hindava Erebê Şemo da heye, ka çima “kurdê welatê dereke hetanî roja îroyîn jî Ereb Şamîlovra dibêjin “bavê romana kurdî”.

Dû ra Emerîk dinivîse: “Dawya salêd 20-î Ereb Şamîlov û Îsahak Marogûlov tevayî elîfba kurdîye latînî hazir kirin…. Paşî girtina wî elîfba latînîye teze bi navê “Xo-xo hînbûna xandina nvîsara kurmancî” sala 1929-a Yêrêvanêda hate çapkirinê. Çawa xudanê wê pirtûkê navê Î. Marogûlov û E.Ş. hatibû nivîsarê…..“.

Li vir jî şaşîtîyake mezin heye: navê alfabeya latînî ya nû ne “Xo-xo hînbûna xandina nvîsara kurmancî” ye. Ew pirtûkeke bi serê xwe ye ko bona wan kesan bû, yên ko dixwestin fêrî xwendin û nivîsara kurmancî bibin. Alfabe di sala 1928an da hate amadekirin, lê ew pirtûk sala 1929an çap bû.

Li cîyekî din Emerîkê Serdar maqûlekî kurdan Baylozê Çaçan bêhurmet dike ko serhingê dewletê bû, berhemeke wî bi dehan salan di pirtûka edebîyeta kurdî ya dersan ya ji bo dersxaneyên 7-8an da cî girtibû û zarokên kurd bi wê perwerde dibûn. Emerîk dinivîse (http://kd-amarikesardar.aidonor.com/?p=1304):

“Rind tê bîra min xebatçîkî KGB-êyî berêyî kurd B.R. ko wextêda gele kurd dabûne girtinê, çûbû pênsîaê û xwedêgiravî şuxulê bedewetîê dinivîsî. Di civînekê da B.R. nêzîkî min bû, destê xwe milê min xist û giva bi laqirdî minra got: - Ezê te bişînim Pambê (Pamba Kurda gundê mine). Min gotê: - Tu min neşîne Sîbîrê, Pamb nelazime, ez xwexwa dikarim herim“.

Li vir qesta Emerîkê Serdar Bayloz Razgoêv e. Li vir dibêjin: “Derewên xelkê peya diçin, yên Emerîkê direvin“. Emerîk, wek dibêjin, şerê neşûştî avîtîye wî camêrî. Ya pêşin, ew nabêje û nikare bêje ka Baylozê Çaçan Razgoêv kî daye girtin. Ya duduyan, bi fikira wî, xebatkarên KGBê her tenê xelkê sirgûnî Sîbîryayê dikirin. Eger bi rastî wisa be, ez dixwezim xwendevan hayadar bikim ko di van 10-15 salên dawî da li KGBya Ermenîstanê kurdek tenê kar kirîye, ew jî keça Emerîkê Serdar - Nûrê Sardaryan e (Nûra Emerîk).

Ji bo xwendevan bizanibin ka Baylozê Çaçan ji kîjan binemalê ye, ezê hinek malûmatîyan bînim: birayekî Baylozê Çaçan – Celîlê Çaçan wek serhingê dewleta Sovyet sala 1945an bi ordîya Sovyetê ra çû Îranê û di karê damezirandina Komara Mehabadê (Kurdistana Îranê) da roleke sereke lîst. Ewî bîranînên xwe derheqa wan rojan da nivîsîye û ezê di demeke kurt da ji rûsî wergerînim û çap bikim. Birayekî din – Xelîlê Çaçan 24 salan serokê radyoya kurdî ya Rewanê bûye û hemû karên radyoyê bi navê wî va girêdayîne. Ango, wek kurd dibêjin: “Kuro lawo, hêdî bajo…“.

Emerîkê Serdar buxdanan davêje bavê min jî. Li gotareke dijî min da dinivîse (http://kd-amarikesardar.aidonor.com/?p=475): “Tu hela biç’ûk bûyî, diçûy mektebê, gava bavê teyî rehmetî Xelîl Mûradov ser xelqê şikyatê nerast dikir, e’rze dinivîsîn, lê bona destnivîsara wî nas nekin, dida te û te ber digirt, dinivîsî. A wî çaxîda bux’danbêjî ketye nava xûna te“.

Kes tune ji Emerîkê pirs bike: “Wextê nivîsara wan şikyatan te li wir mûm girtibû destê xwe?“. Bêwijdanî û bêbextîya Emerîkê bê sînor e. Emerîkê Serdar bi xwe ji min ra digot: “Piştî xwendinê ez çûbûm gundê xwe, çend salan hema bêje bê kar mabûm. Rojekê jî Xelîlê Çaçanê bavê te nameyek ji min ra nivîsî, got were, ez dixwezim te bal xwe hildim ser kar, ango, di radyoyê da bixebite. Ez çûm û heta niha jî nanê ko dixwim, nanê Xelîlê Çaçan e“.

Merivê ha bê nan û xwê dikarin bêbextîyê ne tenê ji gelê xwe ra, heta ji dê û bavê xwe ra jî bikin. Emerîkê Serdar bi dehan gotar û serpêhatî ser bavê xwe nivîsîn ko çûbû şêr û bê ser û berate winda bûbû. Di nivîsên xwe da daxweza wî ya here mezin ew bûye ko bavê xweyî windabûyî bibîne, çal bike û hertim here ser mezelê wî. Lê, wek merivên wî dibêjin, Emerîk cîyê mezelê diya xwe zane, çima ji roja mirinê vir da qet carekê jî neçû ser mezelê diya xwe? Eynî merivên wî digotin ko nivîsên ser bavê xwe bona wê bûn ko ji bo wan pere distend. Hema bira ji wan pereyan kulîlkek bikirîya, biçûya ser gora diya xwe…

Emerîkê Serdar ber ermenîyan xwe wek dostekî wan nîşan dide, lê bi pişt wan va ew bêhurmet dike, qerfê xwe bi wan dike, bi wan dikene. Di nivîseke xwe ya bi zimanê rûsî da, di serpêhatîyekê da dinivîse: “Sê berxên mala me hebûn. Min navê yekê danîbû Şamîramyan (ew paşnavê sêkrêtarê yekê yê komîtêya partîyayê yê navçeya Elegezê bû), yê duduyan – Avêtîsyan (ew paşnavê serekê hukumeta navçeyê bû), yê sisîyan – Katvalyan (ew jî serekê polîsên navçeyê bû) [http://kurdistan.ru/].

Ez fêm dikim ko Emerîkê Serdar mezin bûye û dikare şaşîyên ha mezin bike. Lê çima qîza wî Nûra Emerîk, dema ev “berhem“ ji kurdî wergerandîye rûsî (wek dibêjin, wey li wê wergerê) fêm ne kirîye ko ew fikirên bavê wî dikarin zirareke mezin bidine kurdên Ermenîstanê. Gelo Emerîk û qîza wî nizanin ko piştî vê nivîsê dikare di navbera ermenîyan û kurdan xirab bibe? Dibe jî zanin.

Emerîkê Serdar di dema sêkrêtarê rojnameya “Rya teze“ û cîgirê berpirsyar bû bi her awahî hewil dida gotarên kurdî û yên ser kurdan kêm çap bibin, an jî çap nebin. Dewletê gelek caran nivîsên fermî dişand bona em wergerînin û di rojnameyê da çap bikin, lê herwiha digot ji ber ko rojnameya we ne ya herrojî ye û bi formata xwe va biçûk e, hûn dikarin wan nivîsan an kurt bikin, an çap nekin. Di redaksyonê da du wergervanên bi maeş hebûn jî, lê Emerîk ew hemû nivîs ji dest wan digirt, bêy ko kurt bike, werdigerand û çap dikir bona xên ji maeşê xwe çend qirûşan zêde bistîne (xuya ye ji bo wê ko kadroyên kurd negihîjin). Bi awayên din jî rê li ber gotarên kurdî digirt. Ezê behsa du gotaran bikim ko bi min va girêdayîne: carekê min nameyeke şexsî ji profêsorê kurd, serokê beşekê ya Înstîtuya Zimanzanîyê ya Akademîya Zanyarîyê ya Sovyetê, kurdzan Çerkezê Xudo Bakayêv ra nivîsî û xwest bersîva çend pirsên bi zimanê kurdî va girêdayî bistînim. Wî jî gotarek nivîsî û bi nameyekê ji rojnameya “Rya teze“ ra şand ko tê da hatibû nivîsar: “Têmûrê Xelîl çend pirsên bi zimanê kurdî va girêdayî ji min kirine. Ji ber ko ew pirs ji bo gelek kurdan giring in, min biryar kir ez gotarekê binivîsim û ji bo çapkirinê ji we ra bişînim“.

Emerîkê Serdar jî hilda gotara Çerkez Bakayêv ya 12 rûpelî kir 3 rûpel, bêy ko navê min bide, çap kir. Ango, zaneyê zimanê kurdî yê herî bi nav û deng li Sovyetê gotarek nivîsîye û nezanê zimanê kurdî jî ew daye ber meqesan. Carekê jî min bi radyoya rûsî bihîst ko li gundê Baxişê li Turkmenistanê milet roja 21ê adarê cejinek pîroz dike. Min ji wezarata çandî ya Turkmenistanê ra nameyek nivîsî û got, ka ew cejina kê ye û li wî gundî çi milet dijîn. Wezaratê jî bersîva min da ko ew gundê kurdan e û cejin jî ya kurdan e ko di dema xwe da ji Xorasanê hatinê û li wir bi cî bûne. Wezaretê herwiha got ko bal wan kurdek kar dike û wê van rojan wî bişînin wî gundî, da ko reportajekê çêke û ji me ra bişîne. Piştî çend rojan rojnameya “Rya teze“ gotareke mezin ya 17 rûpelî ji Turkmenistanê sitend derheqa jîyana tevaya kurdên wê komarê da û pê ra jî gelek wêne şandibûn. Emerîkê Serdar jî ji wê gotarê tenê 3 rûpel hîştin û ji gelek wêneyan jî yek tenê çap kir. Ji xwe eger ez ne xebatkarê rojnameyê bûme, ew herdu gotar jî wê nehatana çapkirin.

Lê nivîseke Emerîkê Serdar ya dijî min di kar û barên wî yên neyartîyê da, wek dibêjin, serê lodê digire. Ez bi hûrgilî derheqa wê nivîsê da nanivîsim, ji ber ko hûn bi xwe dikarin wê bixûnin. Ew li vir e: (http://kd-amarikesardar.aidonor.com/?page_id=11 )

Bi kurtî, ewî di wê nivîsê da bi alîkarîya “komîsyoneke ronakbîran“ hewil daye îzbat bike ko pirtûka kurdzan M. Lazarev ya bi sernavê “Pirsa kurdan“ ne min, lê wî ji rûsî wergerandîye kurdî. Berî wê komîsyonê, wî xwestibû yeke ji kesên pir navdar saz bike, bangî serokê beşa kurdzanîyê li Akademîya Ermenîstanê Maksîmê Xemo, sêkrêtarê rojnameya “Rya teze“ Rizganê Recevî, nivîskar, doktorê zanyarîyê Ezîzê Gerdenzerî û yên din kirîye, lê wana daxweza wî înkar kirine û piştgirîya min kirine. Emerîkê Serdar çarneçar berê xwe daye 5 kesên din ko ji wana du kes apoçî ne, du kes jî nexwendî ne û eleqê wan bi ronakbîrîyê va tune. Ew kes ev bûne: Karlênê Çaçanî ko demeke dirêj berpirsyarê kovara apoçîyan ya bi navê “Dostî“ bû, Elîxanê Memê ko niha jî berpirsyarê rojnameya apoçîyan ya bi navê “Zargos“ e ko bi zimanê ermenî li Yêrêvanê derdikeve.

Emerîk bi xwe jî di dema berpirsyarîya rojnameyê da çend salan bi sponsorîya apoçîyan rojnameya “Rya teze“ derdixist û di rûyê wê yekê da jî gelek xwendevan berê xwe ji rojnameya 80 salan guhart. Endamekî komsîyonê jî Grîşayê Memê bû ko dû ra bal Rizganê Recevî û ronakbîrê kurd Cemalê Huseyn gelek caran uzra xwe ji min xwest û got ko ji endamên komîsyonê tu kesî jî wergera te û Emerîkê nedaye ber hev û ne xwendîye. Ewî herwiha got ko hevalên di komîsyonê da ji provokasyonên Emerîkê tirsîyane, lema îmze kirine. Grîşayê Memê herwiha nameyek ji rojnameya “Kurdistana Nwê“ ra nivîsî ko ew îmzeya xwe paşda hildide. (Kes tune ji Emerîkê pirs bike: “eger ew pirtûk te berî 25 salan wergerandîye, te çima çap ne kirîye an jî çap nakî? Ji xwe ewê îzbata here baş bûya, ji ber ko xwendevan wê wergera te jî bixwendana, ya min jî û bidana ber hev. Çima te hîç pirtûkeke din ji rûsî wernegerand?“).

Lê ya rast ha bûye: endamekî berbiçav yê rêxistineke kurdan Xidir Kurun sala 1978an hîvî ji min kir wê pirtûkê bidime wergerandin û ewê heqê wergêr bide. Ez jî wî çaxî teze hatibûm min di rojnameyê da kar dikir û haya min ji zanebûnên Emerîkê zêde tunebû, min pêşnîyar kir ew wê pirtûkê wergerîne. Wî jî bi herfên kirîlî werdigerand (bi latînî nizanibû), min ew dikire ser kurdîya latînî û ji wî camêrî ra dişand. Paşê hevalên wê rêxistinê ji min ra gotin ko kurmancîya E. Serdar nayê femkirinê, ew nikarin wê pirtûkê çap bikin. Ez mecbûr mam, min heqê Emerîkê ji berîka xwe da. Paşê min hewil da wê pirtûkê li cîyekî bidime çapkirin, lê tu weşanxaneyekê ji bo kurdîya qels xwe neda ber wî karî (kurdîya Emerîkê heta ne kurdîya kurdên Ermenîstanê ye jî. Ew kurdîyek e ko tenê ew jê fêm dike). Dawî kete destê hevalên “Komkar“a merkezî li Kölnê ko weşanxaneyeke wan ya bi nave “Roja Nu“ hebû. Wana jî bi eynî sebebê çap ne kir. Emerîkê Serdar dikaribû kurdîya xwe ya pir qels hinekî baş bikira, eger wî û berpirsyarê wî ew hemû kovar, rojname û pirtûkên kurdî, bêy ko ji zerfê derxin, nedana destê Jorayê şofêrê redaksyonê, ew neşewitandana ko kurdên Kurdistanê û Ewropayê bi salan, bi dehan û sedan heban ser navê redaksyona rojnameya “Rya teze“ ra dişandin. Heta serekê beşa kurdzanîyê ya Akademîya Ermenîstanê profêsor Şekroyê Xudo Mihoyî çend caran ji wan hîvî kir, got: “Heyran, eger ew kovar, rojname û pirtûkên kurdî ji we ra ne lazim in, bidine me“, lê ne didan.

Sal buhurîn, ez hatime Swêd, min biryar kir du cildeyên din yên kurdzanê mezin M. Lazarev ji rûsî bikime kurdî. Min pêşî ya duduyan wergerand, da hevalên “Roja Nu“. Hevalekî wan Haluk ji min ra got ko em gerekê pêşî cildeya pêşin çap bikin. Min jî jê ra got ko Emerîkê wergerandîye û bal hevalên “Komkara Merkezî“ ye. Dawî, gotine min ko wergera Emerîkê ne kurdî ye û xwestin ko ez kurmancîya wî wergerînim ser kurmancîya ko tê femkirin û bi navê Emerîkê çap bikin. Min jî got ko ji bo min hêsantir e ez bi xwe ji rûsî wergerînim, ne ko wergera wî rast bikim. Me wisa jî kir û pirtûk bi wergera min çap bû. Dû ra dema Emerîk pê dihese, ji Haluk ra nameyekê dinivîse û hîvî dike wê pirtûkê jê ra bişînin. Haluk jî dişîne… û Emerîk “biryar dike“ ko ew wergera wî ye, Têmûrê Xelîl jê dizîye. Haluk jî jê ra nameyek dinivîse, dibêje ko Têmûr ber çavên me, li lokala kovara “Roja Nu“, rojê çend seheta, ji berbangê heta êvarê ew werdigerande kurdî. Dû ra hevalên weşanxaneya “Roja Nu“ wergera min ya cildeya duduyan ya pirtûka M. Lazarev ya bi sernavê “Împêrîyalîzm û kurd“ jî çap kirin, ya sisîyan jî “Kurdistan û pirsa kurdan“ wê zûtirekê di nav weşanên “Deng“ê da çap bibe.

Di bloga Emerîkê Serdar da gelek nivîsên wî û navê çend pirtûkên wî derketine ko keça wî ji kurdî wergerandine rûsî û navê xwe wek werger nivîsîye, ji ber ko bavê wê rûsî qet nizane. Îcar xwendevan bira bi xwe bifikirin: ew kesê ko kurdîya bi herfên latînî nizane, kurmancîya wî gelek qels e, rûsî jî qet nizane, îcar ewê çawa pirtûkê ji rûsî wergerîne kurdî? Piştî van wergeran gelek rêxistin, komele û Înstîtûsyonên kurdî ji min xwestin ko ez ji wan ra pirtûkên rûsî yên ser kurd û Kurdistanê wergerînim kurdî. Eva gelek sal in ez wî karî bi daxweza Înstîtûya Kurdî ya Parîsê, Înstîtûya Kurdî ya Brûksêlê, weşanxaneyên “Roja Nu“, “Deng“,“Nubihar“ê, “Apec“ê, “Lîs“ê, “Na“yê û yên din dikim. Ji wergerên min 7 pirtûk çap bûne, 9 heb jî ber çapê ne.

Di fîlmeke dokumental ya derheqa zevtkirina paytextê Kurdistana Sor - Laçînê da ko weke 30 deqe ye, em dîdemên ha dibînin: kurdan Laçîn zevt kirine, leşkerên kurd yên di wî şerî da serketî di bin dengê marşa kurdî “Ey Reqîb“ da, bi alayên kurdî tên li cîyê ko wê Kurdistana Sor bê îlankirin. Yên îlan dikirin jî Karlênê Çaçan, Emerîkê Serdar, Elîxanê Memê û yên din bûn (hema ev kesên apoçî bûn ko ketibûne nava komîsyona dijî min ko Emerîk bi xwe teşkîl kiribû). Ev hersê kes gerekê xudêgiravî li otonomîya kurdan ya Laçînê da bûbûna wezîr (http://en.wikipedia.org/wiki/Wek%C3%AEl_Mustafayev ). Emerîkê Serdar wek wezîrê çapemenîyê, Karlênê Çaçan wek wezîrê çande, Elîxanê Memê wek wezîrê perwerdeyê. Ev hemû ji alîyê çend kompanîyayên têlêvîzyonên cihanê hatine weşandin. Piştî çend salan Emerîk di hevpeyvîneke xwe da (http://www.kurdmedia.com/article.aspx?id=7857) ha dibêje: “Me hemûyan baş zanibû ko ermenî wê tu caran wî erdî nedine me û emê tu caran nikaribin kurdan bidine qanekirinê ko bên li wê axa ji dest şêr da xalîbûyî bi cî bibin. Lê em çûne Laçînê, bona rêça xwe di dîrokê da bihêlin“.

Belê, Emerîk bi xwe me dide fêmkirin ko bi wî lîstine ko ew hemû têatro bû ko wî li Laçînê wek lêpok (maneken) bi kar anîne. Û bi wê yekê va ewî rêça xwe di dîrokê da hîşt. Ji wê têatroyê ji her tiştî zêdetir ew yek rind di bîra wî da mabû ko çawa çend berxên kurdên ji destê zevtkirina Laçînê da deroderbûyî xwerine.

-----------------------------------
Nivîskar: TÊMÛRÊ XELÎL temur_xelil@hotmail.com
Weşandin: 2013-02-23
Xwendin: 12174
 

KOLUMNÊN BERÊ   
Şebabê Egît nabe Şeroyê Biro û ez jî nabim ”heval” (2016-08-17)
Careke din ser alfabeya kurdî-latînî (2016-04-24)
Xwedêyo, tu me ji dewletnexwezan biparêzî! (2016-01-27)
Êzdîbûna kurdan ji Kurdistanê zêdetir zirarê dide Ermenistanê (2015-06-29)
Xwezî kurd di hindava dijminên xwe de wek ermenîyan bûna (2015-04-18)
Kovara ”Wêje û rexne” ji rexneyan hiz nake (2014-12-14)
Kurdên resen bûn kurdên reben (2014-10-16)
Xwedîyê kurmancîya dewlemend (2014-09-17)
Bira haya we ji zaneyên nezan hebe (2014-08-12)
Çima tirkî li ber dilê hinek kurdan ezîz e (2014-06-15)
Stranên Karapêtê Xaço dikaribûn nebûna milkê gelê kurd (2014-04-07)
Ew ji xizmetkirina bo gelê xwe lezetê dibîne (2014-02-06)
Pirtûkeke Kemal Tolan li ser êzdayetîyê (2013-12-29)
Kadroyên têlêvîzyonên kurdî li ser çi bingehî tên hilbijartin (2013-08-15)
Gêorgîyê Xudo serbilindîya Ermenistanê û kurdan bû (2013-05-27)
Em û ermenî bi şûrekî hatine birîndar kirin – ji bo bîranîna gelkujîya ermenîyan (2013-04-24)
Îvanê Omer Farîzov – mêrxasê binavûdeng lê bê nav û bê deng (2013-01-18)
Kurdistana Sor (2012-11-22)
Cegerxwîn derheqa êzîdîyan û dînê êzîdîtîyê da (2012-10-28)
”Tu ne yar î, tu neyar î” (2012-10-04)
NERÎNGEH
 
[kitêb] Sun Zî: Hunera şer (2016-04-21)
Ismail Beşikçi ji kurdan re li ser ermeniyan semînerek da (2013-09-28)
Kurdistan berî serxwebûna siyasî ”serxwebûna petrolê” û ekonomîk îlan dike (2012-05-21)
Tewanga navdêrên zimanê kurdî (2009-02-08)
Umît Firat dibêje navnîşana çareserîya pirsa kurd ne PKK ye (2008-11-11)
Hêro Talebanî: Min nedixwest Mam Celal bibe serokkomarê Iraqê [foto] (2007-05-10)
Alfabeya kurdî-latînî ji bo zimanê kurdî ji alfabeya kurdî-erebî minasibtir e (2005-11-02)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
vv9v8v09fq:TabArticles:4;8;12;14;17;19;21;22;23;24;28;29;30;31;32;40;41;43;44;46;48;49;51;52;53;54;55;56;58;60;62;63;64;65;66;67;69;71;72;74;75;76;77;78;79;80;81;82;84;85;86;90;91;92;94;95;96;97;98;100;102;103;104;105;106;107;109;110;111;112;113;114;115;116;117;118;119;120;121;122;123;124;125;126;127;128;129;130;131;132;133;134;136;137;138;139;140;141;142;143;144;145;146;147;149;150;151;152;153;155;157;158;159;160;163;164;165;166;167;168;169;170;171;172;173;174;175;176;178;179;180;181;182;183;184;185;186;187;188;189;190;191;192;193;194;195;196;197;198;199;200;202;203;204;205;206;207;208;209;210;211;212;213;214;215;216;217;218;219;221;222;223;224;225;226;227;228;229;230;231;232;233;234;235;236;237;238;239;240;241;242;243;244;245;246;247;248;249;250;251;253;254;255;256;257;258;259;260;261;262;263;264;265;266;267;268;269;270;271;272;273;274;275;276;277;278;279;280;281;282;283;284;285;286;287;288;289;290;291;293;294;295;296;297;298;301;302;303;304;305;306;307;308;309;310;311;312;313;314;315;316;317;318;319;320;321;322;323;324;325;326;327;328;329;330;331;332;333;334;335;336;337;338;339;340;341;342;343;344;345;346;347;348;349;350;351;352;353;354;355;356;357;358;359;360;361;362;363;364;365;366;367;368;369;370;371;372;373;374;375;376;377;378;379;380;381;382;383;384;385;386;387;388;389;391;392;393;394;395;396;398;399;400;401;402;403;404;405;406;407;408;409;410;411;412;413;414;415;416;417;418;419;420;421;422;423;424;425;426;427;428;429;430;431;432;433;434;435;436;437;438;439;440;441;442;443;444;445;446;447;448;449;450;451;452;453;454;455;457;458;459;460;461;462;463;464;465;466;467;468;469;470;471;472;473;474;475;476;477;478;479;480;481;482;483;484;485;486;487;488;489;491;492;493;494;495;496;497;498;499;500;501;502;503;504;505;506;507;508;509;510;511;512;513;514;515;516;517;518;519;520;521;522;523;524;525;526;527;528;529;530;531;532;533;534;535;536;537;538;539;540;541;542;543;544;545;546;547;548;549;550;552;553;554;555;556;557;558;559;560;561;562;563;564;565;566;567;568;569;570;571;572;573;574;575;576;577;578;579;580;581;582;583;584;585;586;587;588;589;590;591;592;593;594;595;596;597;598;599;600;601;602;603;604;605;606;607;608;609;610;611;612;614;615;616;617;618;619;620;621;622;623;624;625;626;627;628;629;630;631;632;633;634;635;636;637;638;639;640;641;642;643;644;645;646;647;648;649;650;651;652;653;654;655;656;657;658;659;660;661;662;663;664;665;666;667;668;669;670;671;672;673;674;675;676;677;678;679;680;681;682;683;684;685;686;687;688;689;690;691;692;693;694;695;696;697;698;699;700;701;702;703;704;705;706;707;708;709;710;711;712;713;714;715;716;717;718;719;721;722;723;724;725;726;727;728;729;730;731;732;733;734;735;736;738;740;741;742;743;744;745;746;747;748;749;750;751;752;753;755;756;757;758;759;760;761;762;763;764;765;766;767;768;769;770;771;773;775;776;777;778;779;780;781;782;783;784;785;786;787;788;789;790;791;792;793;794;795;796;798;799;800;801;802;803;804;805;806;807;808;809;810;811;812;813;814;815;816;817;818;819;820;821;822;823;824;825;826;827;828;829;830;831;832;833;834;835;836;837;838;839;840;841;842;843;844;845;846;847;848;849;850;851;852;853;854;855;856;857;858;859;860;861;862;863;864;865;866;867;868;869;870;871;872;873;874;875;876;877;878;879;880;881;882;883;884;885;886;887;888;889;890;891;892;893;894;895;896;897;898;899;900;901;902;903;904;905;906;907;908;909;910;911;912;913;914;915;916;917;918;919;920;921;922;923;924;925;926;927;928;929;930;931;932;933;934;935;936;937;938;939;940;941;942;943;944;945;946;947;948;949;950;951;952;953;954;955;956;957;958;959;960;961;962;963;964;965;966;967;968;969;970;971;972;973;974;975;976;977;978;979;980;981;982;983;984;985;986;987;988;989;990;991;992;993;994;995;996;997;998;999;1000;1001;1002;1003;1004;1005;1006;1007;1009;1010;1011;1012;1013;1014;1015;1016;1017;1018;1019;1020;1021;1022;1023;1024;1025;1026;1027;1028;1029;1030;1031;1032;1033;1034;1035;1036;1037;1038;1039;1040;1041;1042;1043;1044;1045;1046;1047;1048;1049;1050;1051;1052;1053;1054;1055;1056;1057;1058;1059;1060;1061;1062;1063;1064;1065;1066;1067;1068;1069;1070;1071;1072;1073;1074;1075;1076;1077;1078;1079;1080;1081;1082;1083;1084;1085;1086;1087;1088;1089;1090;1091;1092;1093;1094;1095;1096;1097;1098;1099;1100;1101;1102;1103;1104;1105;1106;1107;1108;1109;1110;1111;1112;1113;1114;1115;1116;1117;1118;1119;1120;1121;1122;1123;1124;1125;1126;1127;1128;1129;1130;1131;1132;1133;1134;1135;1136;1137;1138;1139;1140;1141;1142;1143;1144;1145;1146;1147;1148;1149;1150;1151;1152;1153;1154;1155;1156;1157;1158;1159;1160;1161;1162;1163;1164;1165;1166;1167;1168;1169;1170;1171;1172;1173;1174;1175;1176;1177;1178;1179;1180;1181;1182;1183;1184;1185;1186;1187;1188;1189;1190;1191;1192;1193;1194;1195;1196;1197;1198;1199;1200;1201;1202;1203;1204;1205;1206;1207;1209;1210;1211;1212;1213;1214;1215;1216;1217;1218;1219;1220;1221;1222;1223;1224;1225;1226;1227;1228;1229;1230;1231;1232;1233;1234;1235;1236;1237;1238;1239;1240;1241;1242;1243;1244;1245;1246;1247;1248;1249;1250;1251;1252;1253;1254;1255;1256;1257;1258;1259;1260;1261;1262;1263;1264;1265;1266;1267;1268;1269;1270;1271;1272;1273;1274;1275;1276;1277;1278;1279;1280;1281;1282;1283;1284;1285;1286;1287;1288;1289;1290;1291;1292;1293;1294;1295;1296;1297;1298;1299;1300;1301;1302;1303;1304;1305;1306;1307;1308;1309;1310;1311;1312;1313;1314;1315;1316;1317;1318;1319;1320;1321;1322;1323;1324;1325;1326;1327;1328;1329;1330;1331;1332;1333;1334;1335;1336;1337;1338;1339;1340;1341;1342;1343;1344;1345;1346;1347;1348;1349;1350;1351;1352;1353;1354;1355;1356;1357;1358;1359;1360;1361;1362;1363;1364;1365;1366;1367;1368;1369;1370;1371;1372;1373;1374;1375;1376;1377;1378;1379;1380;1381;1382;1383;1384;1385;1386;1387;1388;1389;1390;1391;1392;1393;1394;1395;1396;1400;1401;1402;1403;1404;1405;1406;1407;1408;1409;1411;1412;1413;1414;1415;1416;1417;1418;1419;1420;1421;1422;1423;1424;1425;1426;1427;1428;1429;1430;1431;1432;1433;1434;1435;1436;1437;1438;1439;1440;1441;1442;1443;1444;1445;1446;1447;1448;1449;1450;1451;1452;1453;1454;1455;1456;1457;1458;1459;1460;1461;1462;1463;1464;1465;1466;1467;1468;1469;1470;1471;1472;1473;1474;1475;1476;1477;1478;1479;1480;1481;1482;1484;1485;1486;1487;1488;1489;1490;1491;1492;1493;1494;1495;1496;1497;1498;1499;1500;1502;1503;1504;1505;1506;1507;1508;1510;1511;1512;1513;1514;1515;1516;1517;1518;1519;1520;1521;1522;1523;1524;1525;1526;1527;1528;1529;1530;1531;1532;1533;1534;1535;1536;1537;1538;1539;1540;1541;1542;1543;1544;1545;1546;1547;1548;1549;1550;1551;1552;1553;1555;1556;1557;1558;1559;1560;1561;1562;1563;1564;1565;1566;1567;1568;1569;1570;1571;1572;1573;1574;1575;1576;1577;1578;1579;1580;1581;1582;1583;1584;1585;1586;1587;1588;1589;1590;1591;1592;1593;1594;1596;1597;1598;1599;1600;1601;1602;1605;1606;1607;1608;1609;1610;1611;1612;1613;1614;1615;1616;1617;1618;1619;1620;1621;1622;1623;1624;1625;1627;1628;1629;1630;1631;1632;1633;1634;1635;1636;1637;1638;1639;1640;1641;1642;1643;1644;1645;1646;1647;1648;1649;1650;1651;1652;1653;1654;1655;1656;1657;1658;1659;1660;1661;1662;1663;1664;1665;1666;1667;1668;1669;1670;1671;1672;1673;1674;1675;1676;1677;1678;1679;1680;1681;1682;1683;1684;1685;1686;1687;1688;1689;1690;1691;1692;1693;1694;1695;1696;1697;1698;1699;1700;1701;1702;1703;1704;1705;1706;1707;1708;1709;1710;1711;1712;1713;1714;1715;1716;1717;1718;1719;1720;1721;1722;1723;1724;1725;1726;1727;1728;1729;1730;1731;1732;1733;1734;1735;1736;1737;1738;1739;1740;1741;1742;1743;1744;1745;1746;1747;1748;1749;1750;1751;1752;1753;1754;1755;1756;1757;1758;1759;1760;1761;1762;1763;1764;1765;1766;1767;1768;1769;1770;1771;1772;1773;1774;1775;1776;1777;1778;1779;1780;1781;1782;1783;1784;1785;1786;1787;1788;1789;1790;1791;1792;1793;1794;1795;1796;1797;1798;1799;1800;1801;1802;1803;1804;1805;1806;1807;1808;1809;1810;1811;1812;1813;1814;1815;1816;1817;1818;1819;1820;1821;1822;1823;1824;1825;1826;1827;1828;1829;1830;1831;1832;1833;1834;1835;1836;1837;1838;1839;1840;1841;1842;1843;1844;1845;1846;1847;1848;1849;1850;1851;1852;1853;1854;1855;1856;1857;1858;1859;1860;1861;1862;1863;1864;1865;1866;1867;1868;1869;1870;187Ferqa di nêvbera »ko«, »ku« û »kû« de (2005-05-19)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
Xewna Mesûd Barzanî ji başûrê Kurdistanê mezintir e (2005-02-07)
 
REKLAM


KOLUMNÎST
Şebabê Egît nabe Şeroyê Biro û ez jî nabim ”heval”
Tolstoy û xelata Nobelê
Kurdistaneka serbixwe û [ne]cida
Heşt rojên şerê xendekê – I
Em û felsefe
Hilbijartinên Kurdistanê ez şok kirim
© 1997–2024 www.nefel.com  |  E-poste: info@nefel.com  |  Powered by Medesoft.org