[ SÊŞEM, 2024-03-19 ]   [ BIKE MALPERA DESTPÊKÊ ]   [ BÊXE NÊV BIJAREYAN ]   [ KONTAKT ]   [ INFO ]   [ LÊGERÎN & ARŞÎV ]  
DESTPÊK
Nûçe
Nivîsar
Kulturmagazîn
Hevpeyvîn
Kolumnîst
Ewrokurd
E-Pirtûk
Lîteratûr
Ziman
Muzîk
Foto
Lînk
E-POSTEYA TE
  Nav (Username)  
   
  Þîfre (Password)  
   
   
     
   »E-posteyeka nû
 bo xwe qeyd bike
 
REKLAM


KOLUMNÎST 
Kadroyên têlêvîzyonên kurdî li ser çi bingehî tên hilbijartin
SWÊD, 15/8 2013 — Van dawîyan têlêvîzyoneke kurdî ya bi nav û deng dest bi weşanê kir. Kêfa min gelek ji karê wan yê profêsyonal tê, meriv texmîn dike ko bi tevayî ji rêportaj û hevpeyvînên wan, ji deng û bas û weşanên wan yên din bêhna profêsyonalîzmê û daxwezên îroyîn tên, meriv lezetekê ji wan dibîne.

Lê tiştê min texmîn kir û ew bû sebebê nivîsara vê gotarê, ew e ko ez piştî weşanên çend têlêvîzyonên rûsî û yên biyanî yên din demeke dirêj di bin tesîra wan bernameyan da dimînim, lê ya vê têlêvîzyona kurdî her tenê di dema lê mêzekirinê da lezetê dibînim, dû ra tu daxwezeke ko ez careke din eynî rêportaj û hevpeyvînan mêze bikim an guhdarî bikim, namîne. Min xwest sebebê vê yekê bizanibim û ka binihêrin min çi sebeb dîtin.

Berî ev têlêvîzyona kurdî dest bi weşanê bike, di malpera xwe ya Întêrnêtê da bangî wan kesan kiribû, ko karê rojnamevanîyê kirine, xwendina wan ya bilind heye, kurdîya wan baş e bona bikaribin piştî bi fermî vekirina têlêvîzyonê da alîkarîya wan bikin, bi wan ra kar bikin û h.w.d. Min jî ji wan ra nivîsî, ko ez filankes im, min ewqas salan karê rojnamevanîyê bi profêsyonalî kirîye, di radyo, rojname û kovarên kurdî da kar kirîye, ewqas pirtûk wergerandine û nivîsîne. Ez bi xwe jî fikirîm: ”Ma gelo di nav kurdan da çend kes hene, ko zêdeyî 30 salan, her ro, rojê 8 sehetan derê karê xwe vekirîye û karê rojnamevanîya kurdî kirîye?” Piştî çend rojan rêvebirê kar û barên wê malperê û têlêvîzyonê ji min ra têlêfon kir, got ko ew bi karê min va kêfxweş in ko ezê gelek kêrî wan bêm, dimîne ko ez li bendê bim heta ew têlêvîzyon dest bi karê xwe bike.

Ez bi van xeyalan û hêvîyan va çend mehan li bendê mam. Paşê min dît ko têlêvîzyon vebû, gelek kes tê da kar dikin û tu kes jî li min ne gerîya. Rojên pêşin ez hinekî ber xwe ketim, paşê min texmîn kir, ko serokatîya wê têlêvîzyonê rast kirîye ko wan camêran hildaye ser kar û ez dervayî wî karî hîştime. Û min ev fikira xwe bi nimûneyekê va îzbat kir, ko ezê li jêr behsa wê bikim.

Rojekê çend helbestvanên kurd li Ermenistanê berhemên xwe dixwendin. Pêşî yên herî bi nav û deng xwendin – Fêrîkê Ûsiv û Şikoyê Hesen. Piranîya milet zêde tişt ji helbestên wan fêm ne kir û qîmetek nedayê, ji ber ko pir dagirtî bûn. Paşê helbestvanên ne zêde navdar û yên qaşo helbestvan berhemên xwe xwendin. Piranîya milet ji wan helbestan fêm kirin, lezet dîtin û qîmet dane helbestvanan.

Ango, temaşevanên vê têlêvîzyona kurdî ya nû ji weşanên wê lezetê dibînin û ew têlêvîzyon jî ji bo temaşevanan e. Lê gelek kes texmîn nakin ko di wan rêportaj, hevpeyvînan da her tişt heye, xên ji rojnamevanîyê. Ez rêportajeke vê têlêvîzyonê wek nimûne bînim. Rêportaj derheqa dewlemendekî kurd da ye ko bi saya serê zanebûn, aqil û hereketên xwe gihîştîye dereceyeke bilind, zarokên wî xwendî ne, malbeta wî bextewar e. Rêportaj bi awayekî wisa hatîye amadekirin ko piranîya temaşevanan ha difikirin: ”Ev yek ji Xwedê ye, ango, Xwedê daye wî, ez nikarim ha bim”. Lê profêsyonalîzma rojnamevanîyê di wê yekê da ye ko rêportajê wisa amade bike ko her kes ji xwe ra bêje: ”Ez jî yekî wek wî me, du destên wî û serîyekî wî hene, yên min jî hene, bo çi ez nikarim bibim wek wî”. Û riyan digere ko wek wî be. Eger dereng mabe jî (wek nimûne, di wextê da ne xwendîye), wê wisa bike, ko law û keçên wî çav bidine wî dewlemendî, bigihîjine asoyên bilind.

Bi rastî, ev kêmanîyên ne zêde mezin in û bi demê ra dikarin bêne rastkirinê, gorî dereceya bilindbûna temaşevanan, wê dereceya weşanan jî bilind bibe.

Kêmanîya here mezin ew e ko hinek têlêvîzyonên kurdî bi salan, bi dehan salan xên ji dereceya nimiz ya rojnamevanîyê, kurmancîya qels, bi bernameyên xwe va zirareke mezin didine milet, gelek caran bi zanebûn temaşevanan dixapînin, malûmatîyên şaş û derew raber dikin û milet jî bawerîya xwe bi wan tîne. Ezê li jêr rêportajeke MED TV bînim ko him temaşevanan dixalifîne, xayîntîya gelek kurdan wek mêrxasî dide xuyakirin, bi wê yekê va zirareke mezin dide gel.

Ya pêşin, di rêportajeke MED TV ya 15 deqeyan da temaşevan hîç caran wêneyê kesê ko rêportaj dike, nabîne û nizane ka navê wî kesî çi ye, ew rêportaj kengê hatîye kirin. Rêportaj bi kurdekî ji Kurdistana Sor, Wekîlê Mistefayêv ra ye ko tê binavkirinê wek serokê hukumeta Kurdistana Sor di destpêka salên 1990î da. Temaşevan nizane ko tu caran Kurdistana Sor di salên 1990î da nehatîye sazkirin û Wekîl Mistefayêv jî tu caran nebûye serokê hukumeta wê.

Ya rast ha bûye: Bi destî hinek kesan li Ermenistanê hukumeta demkî ya Kurdistana Sor tê amadekirin, serekê wê Wekîl Mistefayêv e, ev kes jî wezîrên wê ne: Emerîkê Serdar wezîrê çapemenîyê, Karlênê Çaçan wezîrê çandê, Elîxanê Memê wezîrê perwerdeyê û yên din. Di rêportajê da dîdem hene ko 09.07.1992an çend sed kurdên Sovyet qaşo zora dewleta Azirbêcanê birine û Kurdistana Sor ji bin destê dewleta Azirbêcanê derxistine, ew kesên navbuhurî û herwiha Şerefê Eşir, Îşxanê Eslan, Mirazê Cemal û yên din dewleta xwe îlan dikin, di bin dengê sazbendîya ”Ey Reqîb” da ala Kurdistanê maç dikin, govendê digirin. Kes tune pirs bike: ”baş e, we ev ax ji bin destê Azirbêcanê derxist, binecîyên Kurdistana Sor bi navenda wê Laçînê va hemû warên xwe hîştin û derketin, tu kes li wir nema, eger eva ne lîstik bû, êdî weyê serokatî û wezîrîya kê bikira?”

Rêportaj bi derewên bi zanebûn û bêhayadarî va dagirtî ye. Ji Wekîl Mistefayêv tê pirsîn: ”Gelo bo çi Kurdistana Sor di sala 1931ê da ji holê hate rakirin”. Bersîva W. Mistefayêv ev e: ”Dema sala 1930î dest bi serhildana Agirîyê ya bi serokatîya Îhsan Nûrî Paşa bû, hukumeta Sovyet pê hesiya, ko kurdên Kavkazîyayê dixwazin herin hewara kurdên birayên xwe yên bakur, ji ber wê jî ew Kurdistana Sor ji holê rakirin”. Pirseke din jê tê kirin: ”Gelo bo çi di sala 1937an da kurdên Kavkazîyayê sirgûnî Qazaxistanê û komarên Asîya Navîn kirin? ” Bersîva W. Mistefayêv ha ye: ”Me dixwest xwe li sînoran xista, biçûna Dêrsimê hewara Seyid Riza, dewleta Sovyet pê hesiya, em sirgûn kirin”. Li vir gotineke pêşîyan kete bîra min: ”Di virran da qelişî... ”.

Li cîyekî W. Mistefayêv dibêje ko di sala 1937an da li Azirbêcanê bi fermî 242 hezar kurd hebûne, lê di rastîyê da hîç caran ew reqem ji 42 hezaran derbaz nebûye. Li cîyekî din dibêje ko di salên 1990î da di nav kurdên êzdî yên Ermenistanê da 54 hezar fîdayên şervan hebûn, lê ya rast ew e ko wan salan jimara tevaya kurdên êzdî yên Ermenistanê ne digihîşte 50 hezarî. Li cîyekî jî dibêje ko di rûyê şerê Qerebaxê û Azirbêcanê da li Ermenistanê 600-700 hezar binecî mane, lê ya rast ew e ko jimara wan tu caran ji 3 mîlyonan kêmtir nebûye. Lê derewa here mezin ew e, dema W. Mistefayêv dibêje: ”Di salên 1990î da sê caran biryara hukumeta Rûsîyayê derket, ko gerekê erdê kurdan, ango Kurdistana Sor li kurdan bê vegerandin”. Di dema wan gotinan da di rêportajê da wêneyên kesên ji serokatîya Rûsîyayê, di nav wan da herwiha Mîxaîl Gorbaçov jî, tê nîşandan û temaşevan wisa difikirin ko ew ji bo çareserkirina pirsa Kurdistana Sor berev bûne, lê di rastîyê tu tiştekî wisa tune û tu caran biryara hukumeta Rûsîyayê ya derheqa careke din avakirina Kurdistana Sor da derneketîye.

Bi sedan rêportajên vî awahî bi salan gel xapandine ko çêbûna Kurdistanê pir nêzîk e, lê di esilê xwe da rola xirabkirina Kurdistanê lîstine.

-----------------------------------
Nivîskar: TÊMÛRÊ XELÎL temur_xelil@hotmail.com
Weşandin: 2013-08-15
Xwendin: 18564
 

KOLUMNÊN BERÊ   
Şebabê Egît nabe Şeroyê Biro û ez jî nabim ”heval” (2016-08-17)
Careke din ser alfabeya kurdî-latînî (2016-04-24)
Xwedêyo, tu me ji dewletnexwezan biparêzî! (2016-01-27)
Êzdîbûna kurdan ji Kurdistanê zêdetir zirarê dide Ermenistanê (2015-06-29)
Xwezî kurd di hindava dijminên xwe de wek ermenîyan bûna (2015-04-18)
Kovara ”Wêje û rexne” ji rexneyan hiz nake (2014-12-14)
Kurdên resen bûn kurdên reben (2014-10-16)
Xwedîyê kurmancîya dewlemend (2014-09-17)
Bira haya we ji zaneyên nezan hebe (2014-08-12)
Çima tirkî li ber dilê hinek kurdan ezîz e (2014-06-15)
Stranên Karapêtê Xaço dikaribûn nebûna milkê gelê kurd (2014-04-07)
Ew ji xizmetkirina bo gelê xwe lezetê dibîne (2014-02-06)
Pirtûkeke Kemal Tolan li ser êzdayetîyê (2013-12-29)
Gêorgîyê Xudo serbilindîya Ermenistanê û kurdan bû (2013-05-27)
Em û ermenî bi şûrekî hatine birîndar kirin – ji bo bîranîna gelkujîya ermenîyan (2013-04-24)
Neyariya di kirasê welatparêzîyê da (2013-02-23)
Îvanê Omer Farîzov – mêrxasê binavûdeng lê bê nav û bê deng (2013-01-18)
Kurdistana Sor (2012-11-22)
Cegerxwîn derheqa êzîdîyan û dînê êzîdîtîyê da (2012-10-28)
”Tu ne yar î, tu neyar î” (2012-10-04)
NERÎNGEH
 
[kitêb] Sun Zî: Hunera şer (2016-04-21)
Ismail Beşikçi ji kurdan re li ser ermeniyan semînerek da (2013-09-28)
Kurdistan berî serxwebûna siyasî ”serxwebûna petrolê” û ekonomîk îlan dike (2012-05-21)
Tewanga navdêrên zimanê kurdî (2009-02-08)
Umît Firat dibêje navnîşana çareserîya pirsa kurd ne PKK ye (2008-11-11)
Hêro Talebanî: Min nedixwest Mam Celal bibe serokkomarê Iraqê [foto] (2007-05-10)
Alfabeya kurdî-latînî ji bo zimanê kurdî ji alfabeya kurdî-erebî minasibtir e (2005-11-02)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
vv9v8v09fq:TabArticles:4;8;12;14;17;19;21;22;23;24;28;29;30;31;32;40;41;43;44;46;48;49;51;52;53;54;55;56;58;60;62;63;64;65;66;67;69;71;72;74;75;76;77;78;79;80;81;82;84;85;86;90;91;92;94;95;96;97;98;100;102;103;104;105;106;107;109;110;111;112;113;114;115;116;117;118;119;120;121;122;123;124;125;126;127;128;129;130;131;132;133;134;136;137;138;139;140;141;142;143;144;145;146;147;149;150;151;152;153;155;157;158;159;160;163;164;165;166;167;168;169;170;171;172;173;174;175;176;178;179;180;181;182;183;184;185;186;187;188;189;190;191;192;193;194;195;196;197;198;199;200;202;203;204;205;206;207;208;209;210;211;212;213;214;215;216;217;218;219;221;222;223;224;225;226;227;228;229;230;231;232;233;234;235;236;237;238;239;240;241;242;243;244;245;246;247;248;249;250;251;253;254;255;256;257;258;259;260;261;262;263;264;265;266;267;268;269;270;271;272;273;274;275;276;277;278;279;280;281;282;283;284;285;286;287;288;289;290;291;293;294;295;296;297;298;301;302;303;304;305;306;307;308;309;310;311;312;313;314;315;316;317;318;319;320;321;322;323;324;325;326;327;328;329;330;331;332;333;334;335;336;337;338;339;340;341;342;343;344;345;346;347;348;349;350;351;352;353;354;355;356;357;358;359;360;361;362;363;364;365;366;367;368;369;370;371;372;373;374;375;376;377;378;379;380;381;382;383;384;385;386;387;388;389;391;392;393;394;395;396;398;399;400;401;402;403;404;405;406;407;408;409;410;411;412;413;414;415;416;417;418;419;420;421;422;423;424;425;426;427;428;429;430;431;432;433;434;435;436;437;438;439;440;441;442;443;444;445;446;447;448;449;450;451;452;453;454;455;457;458;459;460;461;462;463;464;465;466;467;468;469;470;471;472;473;474;475;476;477;478;479;480;481;482;483;484;485;486;487;488;489;491;492;493;494;495;496;497;498;499;500;501;502;503;504;505;506;507;508;509;510;511;512;513;514;515;516;517;518;519;520;521;522;523;524;525;526;527;528;529;530;531;532;533;534;535;536;537;538;539;540;541;542;543;544;545;546;547;548;549;550;552;553;554;555;556;557;558;559;560;561;562;563;564;565;566;567;568;569;570;571;572;573;574;575;576;577;578;579;580;581;582;583;584;585;586;587;588;589;590;591;592;593;594;595;596;597;598;599;600;601;602;603;604;605;606;607;608;609;610;611;612;614;615;616;617;618;619;620;621;622;623;624;625;626;627;628;629;630;631;632;633;634;635;636;637;638;639;640;641;642;643;644;645;646;647;648;649;650;651;652;653;654;655;656;657;658;659;660;661;662;663;664;665;666;667;668;669;670;671;672;673;674;675;676;677;678;679;680;681;682;683;684;685;686;687;688;689;690;691;692;693;694;695;696;697;698;699;700;701;702;703;704;705;706;707;708;709;710;711;712;713;714;715;716;717;718;719;721;722;723;724;725;726;727;728;729;730;731;732;733;734;735;736;738;740;741;742;743;744;745;746;747;748;749;750;751;752;753;755;756;757;758;759;760;761;762;763;764;765;766;767;768;769;770;771;773;775;776;777;778;779;780;781;782;783;784;785;786;787;788;789;790;791;792;793;794;795;796;798;799;800;801;802;803;804;805;806;807;808;809;810;811;812;813;814;815;816;817;818;819;820;821;822;823;824;825;826;827;828;829;830;831;832;833;834;835;836;837;838;839;840;841;842;843;844;845;846;847;848;849;850;851;852;853;854;855;856;857;858;859;860;861;862;863;864;865;866;867;868;869;870;871;872;873;874;875;876;877;878;879;880;881;882;883;884;885;886;887;888;889;890;891;892;893;894;895;896;897;898;899;900;901;902;903;904;905;906;907;908;909;910;911;912;913;914;915;916;917;918;919;920;921;922;923;924;925;926;927;928;929;930;931;932;933;934;935;936;937;938;939;940;941;942;943;944;945;946;947;948;949;950;951;952;953;954;955;956;957;958;959;960;961;962;963;964;965;966;967;968;969;970;971;972;973;974;975;976;977;978;979;980;981;982;983;984;985;986;987;988;989;990;991;992;993;994;995;996;997;998;999;1000;1001;1002;1003;1004;1005;1006;1007;1009;1010;1011;1012;1013;1014;1015;1016;1017;1018;1019;1020;1021;1022;1023;1024;1025;1026;1027;1028;1029;1030;1031;1032;1033;1034;1035;1036;1037;1038;1039;1040;1041;1042;1043;1044;1045;1046;1047;1048;1049;1050;1051;1052;1053;1054;1055;1056;1057;1058;1059;1060;1061;1062;1063;1064;1065;1066;1067;1068;1069;1070;1071;1072;1073;1074;1075;1076;1077;1078;1079;1080;1081;1082;1083;1084;1085;1086;1087;1088;1089;1090;1091;1092;1093;1094;1095;1096;1097;1098;1099;1100;1101;1102;1103;1104;1105;1106;1107;1108;1109;1110;1111;1112;1113;1114;1115;1116;1117;1118;1119;1120;1121;1122;1123;1124;1125;1126;1127;1128;1129;1130;1131;1132;1133;1134;1135;1136;1137;1138;1139;1140;1141;1142;1143;1144;1145;1146;1147;1148;1149;1150;1151;1152;1153;1154;1155;1156;1157;1158;1159;1160;1161;1162;1163;1164;1165;1166;1167;1168;1169;1170;1171;1172;1173;1174;1175;1176;1177;1178;1179;1180;1181;1182;1183;1184;1185;1186;1187;1188;1189;1190;1191;1192;1193;1194;1195;1196;1197;1198;1199;1200;1201;1202;1203;1204;1205;1206;1207;1209;1210;1211;1212;1213;1214;1215;1216;1217;1218;1219;1220;1221;1222;1223;1224;1225;1226;1227;1228;1229;1230;1231;1232;1233;1234;1235;1236;1237;1238;1239;1240;1241;1242;1243;1244;1245;1246;1247;1248;1249;1250;1251;1252;1253;1254;1255;1256;1257;1258;1259;1260;1261;1262;1263;1264;1265;1266;1267;1268;1269;1270;1271;1272;1273;1274;1275;1276;1277;1278;1279;1280;1281;1282;1283;1284;1285;1286;1287;1288;1289;1290;1291;1292;1293;1294;1295;1296;1297;1298;1299;1300;1301;1302;1303;1304;1305;1306;1307;1308;1309;1310;1311;1312;1313;1314;1315;1316;1317;1318;1319;1320;1321;1322;1323;1324;1325;1326;1327;1328;1329;1330;1331;1332;1333;1334;1335;1336;1337;1338;1339;1340;1341;1342;1343;1344;1345;1346;1347;1348;1349;1350;1351;1352;1353;1354;1355;1356;1357;1358;1359;1360;1361;1362;1363;1364;1365;1366;1367;1368;1369;1370;1371;1372;1373;1374;1375;1376;1377;1378;1379;1380;1381;1382;1383;1384;1385;1386;1387;1388;1389;1390;1391;1392;1393;1394;1395;1396;1400;1401;1402;1403;1404;1405;1406;1407;1408;1409;1411;1412;1413;1414;1415;1416;1417;1418;1419;1420;1421;1422;1423;1424;1425;1426;1427;1428;1429;1430;1431;1432;1433;1434;1435;1436;1437;1438;1439;1440;1441;1442;1443;1444;1445;1446;1447;1448;1449;1450;1451;1452;1453;1454;1455;1456;1457;1458;1459;1460;1461;1462;1463;1464;1465;1466;1467;1468;1469;1470;1471;1472;1473;1474;1475;1476;1477;1478;1479;1480;1481;1482;1484;1485;1486;1487;1488;1489;1490;1491;1492;1493;1494;1495;1496;1497;1498;1499;1500;1502;1503;1504;1505;1506;1507;1508;1510;1511;1512;1513;1514;1515;1516;1517;1518;1519;1520;1521;1522;1523;1524;1525;1526;1527;1528;1529;1530;1531;1532;1533;1534;1535;1536;1537;1538;1539;1540;1541;1542;1543;1544;1545;1546;1547;1548;1549;1550;1551;1552;1553;1555;1556;1557;1558;1559;1560;1561;1562;1563;1564;1565;1566;1567;1568;1569;1570;1571;1572;1573;1574;1575;1576;1577;1578;1579;1580;1581;1582;1583;1584;1585;1586;1587;1588;1589;1590;1591;1592;1593;1594;1596;1597;1598;1599;1600;1601;1602;1605;1606;1607;1608;1609;1610;1611;1612;1613;1614;1615;1616;1617;1618;1619;1620;1621;1622;1623;1624;1625;1627;1628;1629;1630;1631;1632;1633;1634;1635;1636;1637;1638;1639;1640;1641;1642;1643;1644;1645;1646;1647;1648;1649;1650;1651;1652;1653;1654;1655;1656;1657;1658;1659;1660;1661;1662;1663;1664;1665;1666;1667;1668;1669;1670;1671;1672;1673;1674;1675;1676;1677;1678;1679;1680;1681;1682;1683;1684;1685;1686;1687;1688;1689;1690;1691;1692;1693;1694;1695;1696;1697;1698;1699;1700;1701;1702;1703;1704;1705;1706;1707;1708;1709;1710;1711;1712;1713;1714;1715;1716;1717;1718;1719;1720;1721;1722;1723;1724;1725;1726;1727;1728;1729;1730;1731;1732;1733;1734;1735;1736;1737;1738;1739;1740;1741;1742;1743;1744;1745;1746;1747;1748;1749;1750;1751;1752;1753;1754;1755;1756;1757;1758;1759;1760;1761;1762;1763;1764;1765;1766;1767;1768;1769;1770;1771;1772;1773;1774;1775;1776;1777;1778;1779;1780;1781;1782;1783;1784;1785;1786;1787;1788;1789;1790;1791;1792;1793;1794;1795;1796;1797;1798;1799;1800;1801;1802;1803;1804;1805;1806;1807;1808;1809;1810;1811;1812;1813;1814;1815;1816;1817;1818;1819;1820;1821;1822;1823;1824;1825;1826;1827;1828;1829;1830;1831;1832;1833;1834;1835;1836;1837;1838;1839;1840;1841;1842;1843;1844;1845;1846;1847;1848;1849;1850;1851;1852;1853;1854;1855;1856;1857;1858;1859;1860;1861;1862;1863;1864;1865;1866;1867;1868;1869;1870;187Ferqa di nêvbera »ko«, »ku« û »kû« de (2005-05-19)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
Xewna Mesûd Barzanî ji başûrê Kurdistanê mezintir e (2005-02-07)
 
REKLAM


KOLUMNÎST
Şebabê Egît nabe Şeroyê Biro û ez jî nabim ”heval”
Tolstoy û xelata Nobelê
Kurdistaneka serbixwe û [ne]cida
Heşt rojên şerê xendekê – I
Em û felsefe
Hilbijartinên Kurdistanê ez şok kirim
© 1997–2024 www.nefel.com  |  E-poste: info@nefel.com  |  Powered by Medesoft.org