[ SÊŞEM, 2024-03-19 ]   [ BIKE MALPERA DESTPÊKÊ ]   [ BÊXE NÊV BIJAREYAN ]   [ KONTAKT ]   [ INFO ]   [ LÊGERÎN & ARŞÎV ]  
DESTPÊK
Nûçe
Nivîsar
Kulturmagazîn
Hevpeyvîn
Kolumnîst
Ewrokurd
E-Pirtûk
Lîteratûr
Ziman
Muzîk
Foto
Lînk
E-POSTEYA TE
  Nav (Username)  
   
  Þîfre (Password)  
   
   
     
   »E-posteyeka nû
 bo xwe qeyd bike
 
REKLAM


KOLUMNÎST 
Cegerxwîn derheqa êzîdîyan û dînê êzîdîtîyê da
SWÊD, 28/10 2012 — Di nava dîroka tevgera kurdî ya sedsala bîstî da Cegerxwîn (1903-1984) ronakbîrekî berbiçav e. Ew bi rastî şervanekî azadîya neteweyî ya kurdan e. Di nava temamîya poesîya wî ya romantîkîyê da agir-alava hişyarbûna kurd û Kurdistanê pêl dide.

Helbestvanê welatparêz hey ji kula dilan ra dizare, hey bi teqilên zerp gefa li neyarên kurdan dixwe, hey bi kel-bîn di ruh û çavên gelê xwe yê mêrxas da xewn-xeyalên azadî û serbestîya pîroz vêdixe... Ew herwiha nakokî, dutîretîyên malxirab yên di nav gelê xwe da rexne dike. Bi vê armancê wî bilî 8 dîwanên helbestan, gelek gotar û lêgerînên zanyarî jî nivîsîne.

Helbestvanê bi nav û deng bi her awayî xwestîye bide kivşê, ko gelê kurd bi kok û binyata xwe ya êtnîkîyê va yek e, yekîtîke dîrokî-çandî ye. Bi vê aspêktê va xebata wî ya "Tarîxa Kurdistan" (cild 1, Stockholm, 1985, weşanên "Roja Nû") pir hewaskar e. Lê li Cegerxwîn keder tê, ko di nav gelê kurd da cudatîyên dîndarîyê-olî carina dibine sebebê ji hev dûrketinê, parçebûnê. Bi raya wî, ew yek ji nezanîyê û nexwendîtîyê tê. Di nav hîç miletekî da û tu deman dîn bi tenê ne bûye bingehê miletkivşkirinê. Cegerxwîn bi xwe jî dînê kurd û Kurdistanê yê kevnare-êzîdîtîyê va kubar û firnax bûye. Lema dîwana helbestên xwe ya 5an (sala 1981ê) bi nav kirîye "Zend-Avista". Dîyar e, ko pirtûka dînê zerdeştîyê (herwaha-êzîdîtîyê) "Avista" li ber dilê şairê mezin gelekî bi qîmet û pîroz e. Di hêna şahên Îranê yên Sasanîyan da hinek şirovekirinên "Avista"yê hatine amadekirinê û ev beş bi tevayî hate navkirinê "Zend". "Avista" û "Zend" tevayî bûne "Zend-Avista". Ango, Cegerxwîn bi vê yekê berê xwe daye çavkanîyên miletîyê yên ruhanîyê-êtnîkîyê û berbi êzîdîtîyê "dilive".

Sala 1982an bû. Wan deman Cegerxwîn li Stockholmê li mala welatparêzekî kurdî hêja Henefî Çeleplî dima. Min kek Henefî di zû da nas dikir, dema ew hatibû Yêrêvanê û bûbû mêvanê me. Min herwiha Azadê kurê Cegerxwîn jî nas dikir, dema ewî li Kîêva paytextê Ûkraînayê li ûnîvêrsîtêtê dixwend û havînekê hatibû Yêrêvanê, bûbû mêvanê me. Û payîza sala 1982an Henefî û Azad ji min ra têlêfon kirin, gotin emê filan rojê bi Cegerxwîn ra herin Lênîngradê (Sankt Pêtêrbûrga niha), bibine mêvanê Qanatê Kurdo, eger wextê te heye û tu dixwezî, were em li wir hev bibînin. Min ev firsend ji destê xwe berneda, çûme Lênîngradê û bi Cegerxwîn ra hevpeyvîneke dûr û dirêj kir. Beşek ji wê hevpeyvînê ser dînê êzdîtîyê bû, ko ez li jêr raberî xwendevanan dikim.

Axaftina helbestvanê mezin

Dînê kurdan yê kevnar gelek bûne. Ji bo nimûne, ew dînê somerîyan (1) û yê mîtanîyan (2) va tê girêdanê. Ola kurdan ya kevnare perçekî dînê zerdeştîyê ye (3), ko yê pêşin bû, ko got - Xwedê qiwatek e, lê kes nabîne (4). Ew ne dîyarî çavan e, veşartî ye. Li wir tê gotinê, ko li cihanê destê wî dirêj e, yanî ew hemî karî dikare bike. Piştî wî Îsa, Mûsa û Mehemed jî di çaxê xwe da gotine, ko Xwedê yek e (5) û hemû karên dinyayê, xêr û şer tevda Xwedê çê dike. Her yek ji wan dibêje, ko Xwedê ji wî însanî xweş e, yê ko alîkarîya xêrê dike û ji wî mirovî ne xweş e, yê ko alîkarîya şerî dike. Di ola Zerdeştî da jî Xwedê yek e, lê çend alîkarên wî, berdestên wî hene. Meselen, Zerdeşt dibêje, ko hevt berdestên Xudayê xêrê hebûn. Navê wan jî hene, lê ji bîra min çûne (di pirtûkekê da hene) (6). Berdestîyên Xudayê qencîyê xêrê di nav dinyayê da dixwezin û belav dikin, lê berdestîyên xudayê şerî (xirabîyê) şer di dinyayê da dixwezin vêxin û pevçûnan, dijwarîyan û neqencîyan dikin (7). Û Xwedê ser hemûyan ra ne.

Lê piştî êrîşkirina ereban ra dînê îslamê kete welatê me. Pareke gelê kurd-yezîdî ser dînê xwe man. Lê ne bi doz û daxwaza dilxwezê Yezîdê kurê Muawî-Amawî (8), wek ko hinek dibêjin. Yezîdî yazdanî ne, yanî xwedêparêz, yên ko xwedayê Şems diparêzin (9). Ewana ser mezhebê zerdeştî bûn. Paşê hinek ji ola mesîhî (dînê xaçparêzîyê) û ola îslamî xistine nava bîr-bawerî û awira xwe (10), lê koka ola yezîdîyan ola zerdeştî ye. Berê kurd hemû zerdeştî bûn. Di hatina dînê musulmanîyê da leşkerên îslamê ketine welatê me. Ewên, ko li gundan bûn, cîyên wan deşt bûn, bi mecbûrî bûne musulman. Ewên li serê çiyan bi gernasî şerê xwe kirin û ber xwe dan, ser ola yezîdî man (11).

Çar-pênc îmaretên yezîdîyan pêşîyê zor şer kirine. Ceferê kurê Mîr Hesen, ko di çiyayê Dasinê da padîşahekî mezin bû, ereban ra şerekî mezin kirîye. Dawî wî xwe kuştîye, ji ber ko ne xwestîye têkeve destê dijmin. Îmareta Mehmûdî yezîdî bûn, lê paşê, piştî şerekî giran bûn musulman. Îmareta Bextîyan li Botan dîsa yezîdî bûn, ew jî pey cengan ra bûn musulman. Eşîra Xaldî, ko dora Bitlîsê dima, eşîreke mezin û nav û deng bû. Îmareta Becnewî yezîdî bûn, lê vê dawîyê bûn musulman. Heta Dimbilî jî yezîdî bûn, lê paşê bûne elewî (12). Evana hemî di kûraya Kurdistanê da, di bin ola zerdeştî da mabûn. Lê hêdî-hêdî dîtin, ko ser wan zor û setem tê kirin û nikarin berepêş herin, mecbûrî bûne musulman. Hinek dibêjin, ko 200 hezar yezîdî mane. Lê bi bawerîya min, belkî zêdeyî mîlyonekê yezîdî hê di Kurdistanê da û ji wê der hene. Ew ne li ser hev in. Hinek li Sovyetistanê ne, hinek li nav Xerza ne, hinek li çiyayê Hevêrka ne, hinek li Şengalê ne. Hukumeta Îraqê 500 mal niha ji Şengalê derêxistine. Di nava êla Millan da gelek eşîrên yezîdîyan hene, meselen, di nava êla Xidir axa da Şerqîya, Dina, Sohana hene. Çend eşîrên yezîdîyan yên mezin jî hene, lê navê wan gişkan ne di bîra min da nin. Belkî yezîdîyên Şerqî jî hebin, ji ber ko Dewrêşê Evdî, yê ko gernasê sitirana bi nav û deng e, mezinekî yezîdîyan bû. Wî dixwest paşayê Millan keça xwe bidayê, lê paşayê Millan bi fen û xapan ew da kuştin. Li deşta Dîyarbekir jî ez rastî çend gundên yezîdîyan hatime.

Hinek dibêjin, ko yezîdî jî musulman in, lê derew e. Yezîdî kevnare ne, berî musulmanan hebûne. Belkî Mehemed hine gotin ji ola yezîdîyan derêxistibe (13).

(Piştî ev hevpeyvîna min bi radyoya kurdî ya Yêrêvanê hate elamkirin, zanyarê kurd yê navdar Çerkezê Reş pêşnîyar kir em ji bo vê hevpeyvînê bi hev ra nasî-şirovekirinekê (not) binivîsin, rojek ji rojan çap bikin, da ko ew wek dîrok bimîne. Me wisa jî kir. Ango, ew nasî-şirovekirina li jêr ya me herduyan e).

Nasî - şirovekirina me

(1). Somerî miletekî Rohilatê yê pir kevnare ye. Ewana hê di hezarsalîya 5an da (berî dewrana me) destpêkirî li Mêsopotamîyayê jîyîne (di navbera çemên Dicle û Feratê da). Di hindava danûsitandinên somerîyan û pêşîyên kurdan da lêgerînên zanyarî yên zor ne hatine kirinê. Lê bi logîkî jî ji şikberîyê der e, ko di navbera wan da tevgirêdanên cihê-cihê gerekê hebûna. Ewana bi temamî sînor-tixûbên xwe yên rohilatê û bakûr-rohilatê va tevî pêşîyên kurdan gerekê ji sedî sed têketana nava danûsitandinan. Herwaha îzbatîyeke dîrokî ya qebûlkirî ye, ko kudîya (pareke pêşîyên kurdan yên sereke, ko ji navê wê êtnonîma "kurd" çê bûye) di nîveka hezarsalîya 3an ya berî dewrana me da sed salî zêdetir padşatî li someran û akadan kirine. Xweber femdarî ye, ko di nav şertên awa da someran û pêşîyên kurdan gerekê gelek tişt ji hevdu hildana. Di hindava dînhebandinê da rastî jî pir mînanîhevtî dîyar dibin. Di navbera qewil-beyt, dua-dirozge û edetên êzîdîtîyê û heykelên somerîyan yên lîtêratûrîyê-dîndarîyê da nolahevtîyên berçav hene. Ew yek him di derecên navan da (Samas-Şemis, Dûmûz-Tamûz-Tawis), dinêfemkirina mîfologîyê da (ji bo nimûne, mîfa erş û erdxuliqandinê) û xebernasîyê da (sîarû-sîyar, tamûz-temiz) zelal xuya dibe. Hinek motîvên di destana somerîyan ya "Gilgamêş" da di nav zargotina gelê me da têne parastinê.

(2). Bi navê "mîtanîyan" Cegerxwîn "xurîyan" (horîyan) tîne ber çavan. Ew gel di nava dîrokzanîyê da herweha bi navkirina "xurî-mîtanî" navdar e. Dewleta Mîtanî (Xurî, Nexreyna, Xanîgelbet) di sedsalên 16-14-a da (berî dewrana me) li bakûrê Mêsopotamîyayê saz bûye. Piranîya binecîyên wê xurî bûn, yên ko hê di hezarsalîyên 4-3an da (berî dewrana me) li ser axên Asîya Pêş dijîtin. Tu şik tune, ko danûsitandinên pêşîyên kurdan û binecîyên Mîtanîyê six û pir awahî bûne. Hewaskar e, ko di "Încîl"ê da xurî û binecîyên dewleta Xêtan yên hêla bakûr-roavayê cînarên wan têne navkirinê "kud" (heleqetîya "kudî-kud-kurd" hewceyî lêgerînên taybetî ye). Di nav çavkanîyên tîrnivîsar da tê gotinê, ko xêt (kud) ji cîyekî mayîn hatine û dewleta wan jî tê navkirinê "Hatî" (raste-rast li xeber-femdarîya kurdî ya "hatî" digire). Di navbera çavkanîyên xurî-mîtanîyan û dînê xêtan mîfologîya êzîdîtîyê da heqzande pir tevgirêdan dîyar dibin. Ji bo nimûnê: birq-birûsk wek "obyêkt"-qewmandina hebandina dînî di nav xurîyan da (û xêtan da) hatîye qebûlkirin û qîmetkirinê û wek xwedêtî hatîye navkirin Teşûb (gelo gotina kurdî ya "teşî", ko mîna birqê zirav û dirêj e, ji vî navî nayê?). Hebandina birq-birûskê, tiştekî eyan e, heta roja îroyîn di nav gelê me da hatîye xwedîkirin-parastinê ("bimbarekî", "bimbarekîyê hingavt"). Jina Teşûb tê hesibandinê xwedêya "malkir"- Xebat (Xêbat). Bi bawerîya me, gotina kurdî ya "xebat", ko di zimanên sêmîtîyê da jî heye, hema xût ji wî navî tê. Dîyar e, ko gelek navên xwedêya dawî bûne gotinên sade. Di navbera naverok û stîlîstîkayên têkstên xurî-xêtan û yên êzîdîtîyê da jî nolahevtîyên "zexm" têne texmînkirinê.

(3). Dînê zerdeştîyê di sedsalên 7-6an da (berî dewrana me) li Mîdîyayê hatîye qeyde-qanûnkirinê. Sazkir-"teşkîldarê" wî dînî Zerdeştê kurê Porşev e (Puraşasta). Pirtûka dînê zerdeştîyê ya buhurtî "Avêsta" ye. Pir parên wê pirtûkê heta roja îroyîn hatine parastinê. Xwedîyê têkstên wê yên here kevnare , ko navê wan "gat", "gatha" ye (bi kurdîya niha-"gotin"), Zerdeşt bi xwe ye. Bingehê dînê zerdeştîyê yê sereke mazdêyî ye, ko hê ji sedsala 9an (berî dewrana me) hatîye hesabkirinê wek dînê Mîdîyayê yê resmî. Dînê êzîdîtîyê (ola kurdan ya kevnare) bi rastî pêl-"tamareke" dînê zerdeştîyê ye. Ev herdu dîn wek "kerên sêvekê" mînanî hevdu ne. Hemû komponêntên dinênasîyê, "îdêologîyê" û ebûbetîyê va ser hevdu "dikalin". Em di ser da zêde kin, ko di hêla lêksîkologîyê da "zexîra" "Avêsta"yê digihîje 4000 gotinan, û ji wan tu gotin tune, ko di zimanê kurdan yê îroyîn da jî bi vî an wî awahî ne hatibe parastinê. Aha ev îzbatî ya here zor û bingehîn e, ya ko mak dike, ko dînê êzîdîtîyê pir kevnare ye, dîroka Mîdîyayê jî dîroka kurd û Kurdistanê ye .

(4) û (5). Gilî derheqa katêgorîya dînê yekxwedêtîyê da ne (monotêîzm). Lê rastîya zanyarîyê ew e, ko di nav tu dînî da yekxwedêtî tune. Timê jî di hemû dînên hemcihanê da (îsayî, bûdayîzm, îslam) û ol-dînên cî da (yên lokal) rex xwedayên sereke usa jî hine xwedayên cihê-cihê û hebandinên wan dîhar dibin. Vêderê Îsa-Kirîstos e, Mehemed-bingehvanê dînê musulmanîyê ye, lê Mûsa (Movsês) rikindarê dînê yahûdîyan e .

(6). Navên wan xwedêtîyên dor Ahûra Mazda (xwedayê pêşin yê mezin) ev in: Vohû Manah (ruhê tarş), Aşa Vahîşta (heqîya baş), Xşatra Vaîyra (padşatîya qenc), Spenta Ermaîtî (milûkîya ziyaretî), Hewrwatat (tomerîtî), Emîrdat (enzelî). Evana gişk tevî Ahûra Mazda têne hesabkirinê hevt "Tiberkên nemirî". Û tiştekî text-bext nîne, ko di goveka dînê êzîdîtîyê da jî "hevt mêrên (siyarên) dîwanê" hene.

(7). Vêderê gilî derheqa "dijminê" Ahûra Mazda (xudayê qencîyê yê sereke) Angra Manyû (Ahrîman, xwedayê xirabîyê û neheqîyê) û her sê êmanasîyayên wî da ne (Mitala xerîb, Rik û Qelpî). Ahrîman yekser bi heyetîya Ahûra Mazda ra ketîye qal û cengê. Bi gotina "Avêsta"yê ev şer-dew wê bi serketina xwedayê qencîyê - Ahûra Mazda - ji dema Zerdeşt 3000 salan şûndatir xilaz be.

(8) û (9). Cegerxwîn zef rast texmîn kirîye, ko di navbera navê Yêzîd (Yazîd) û êtnonîma (xwenavkirina) Êzdî da (Yezîdî da) hîç pêwendîyeke dîrokîyê-gênêalogîyê tune. Nolehevtîya wan tiştekî text-bext, tewekelî ye, ko berê-paşê da ji alîyê şexsên dîndar yên xwedî desthilat da hatîye karanînê wek firsenda, ko esil-esasê êzîdîyê bi erebîyê va girêdin. Lê ev yek feşkirina îzbatîyan e. Ereb dikevine nava mala zimanan ya sêmîtîyê, lê kurdên êzîdî û yên musulman ji mala zimanan ya hindawropî ne. Tîpologîyayên ereban û kurdan yên antropologîyê (merivzanîyê), miletzanîyê-êtnîkîyê jî yekser ji hevdu têne cihêkirinê. Navkirina "êzîdî" ji navê xwedêtîyên zerdeştîyê yê rehm "yazad" çê bûye (yazad-yazd-yazdî-êzîdî). Belê, "êzîdî yazdanî ne". Yazdan navekî xwedayê zerdeştîyêyî sereke-Ahûra-Mazda ye, ew jî bi îlankirina "Avêsta"yê Yazad sêwirandîye. Navê dîn-hebandinê yê "êzîdî" di sedsalên navîn da derkete meydanê wek êtnonîma êtnîkîyê, ji ber ko di wan deman da şerê dîn diçû. Bi vî awahî dînê xwexwetîyê (êzdîtî) derdikete dijî dînê ereban (musulmanî). Wakî mayîn gotî-peydabûna têrmîna "musulman" bi adêkvatîya moralî-psîkologî va têrmîna "êzîdî" rakire himberî xwe.

(10). Cînartîya kurdên êzîdî ya dewr û zemanan tevî xaçparêzan û musulmanan xweber hine êlêmênt-taqên dînên wan nav dînê êzîdîtîyê "xistine". Em wê jî bêjin, ko hê di sedsala 3an da di nav gelê kurd da xaçparêzî belabûyî bûye. Bi gotina dîrokzanan heta sedsalên navîn jî li Kurdistanê dêrên kurdan yên xaçparêzîyê hebûn.

(11). Vêderê Cegerxwîn pirseke dîrokî ya sext bi awayê sade şirove dike. Rastî gotî, ev pirsa hewcê lêgerîna zanyarî ya hêja ye.

(12). Van malûmatîyan Cegerxwîn ji pirtûka dîroknivîsê kurdî sedsala 16an Şerefxan Bîtlîsî ya "Şeref-Namê" tîne (binhêr Şarafxan îbin Şamsaddîn Bîdlîsî. Şaraf-Namê, cild 1. Moskva, 1967, bi zimanê rûsî, rûpelên 206, 327, 350, 406 û yên mayîn). Kurdên dumbulî yên hêla Dêrsimê xwe nav dikin zaza, an jî dimilî.

(13). Hine kurdzanên bi nav û deng (N. Mar, V. Mînorskî û yên mayîn) destnîşan dikin, ko rastî jî dînê êzîdîtîyê berê paşê da li Rohilatê tesîreke hêle ser hejên sêktantîyê û sîstêmên dîn-olî hîştîye. Belê, di komplêksa dinênasîya musulmanîyê da êlêmêntên êzîdîtîyê jî dikarin bêne cihêkirin-lênihêrandinê.

¤¤¤

Piştî mirina Cegerxwînê mezin Henefî Çeleplî û Azadê Cegerxwîn dîwana wî ya 8an ya bi sernivîsa "Aştî" amade kirin bona çapê û ji min ra nameyeke ha nivîsîn (ez wî çaxî li Yêrêvanê dimam): "Me dîwana Cegerxwîn ya 8an amade kirîye bona çapê û em dixwezin, ko tu pêşgotinekê jê ra binivîsî. Em wisa bawer in, ko ev daxwaza Cegerxwîn bû jî". Min ji wê nameyê xwe merivê herî bextewar dît li cihanê û ew daxwez bi dilxweşî û serbilindî pêk anî.

-----------------------------------
Nivîskar: TÊMÛRÊ XELÎL temur_xelil@hotmail.com
Weşandin: 2012-10-28
Xwendin: 9963
 

KOLUMNÊN BERÊ   
Şebabê Egît nabe Şeroyê Biro û ez jî nabim ”heval” (2016-08-17)
Careke din ser alfabeya kurdî-latînî (2016-04-24)
Xwedêyo, tu me ji dewletnexwezan biparêzî! (2016-01-27)
Êzdîbûna kurdan ji Kurdistanê zêdetir zirarê dide Ermenistanê (2015-06-29)
Xwezî kurd di hindava dijminên xwe de wek ermenîyan bûna (2015-04-18)
Kovara ”Wêje û rexne” ji rexneyan hiz nake (2014-12-14)
Kurdên resen bûn kurdên reben (2014-10-16)
Xwedîyê kurmancîya dewlemend (2014-09-17)
Bira haya we ji zaneyên nezan hebe (2014-08-12)
Çima tirkî li ber dilê hinek kurdan ezîz e (2014-06-15)
Stranên Karapêtê Xaço dikaribûn nebûna milkê gelê kurd (2014-04-07)
Ew ji xizmetkirina bo gelê xwe lezetê dibîne (2014-02-06)
Pirtûkeke Kemal Tolan li ser êzdayetîyê (2013-12-29)
Kadroyên têlêvîzyonên kurdî li ser çi bingehî tên hilbijartin (2013-08-15)
Gêorgîyê Xudo serbilindîya Ermenistanê û kurdan bû (2013-05-27)
Em û ermenî bi şûrekî hatine birîndar kirin – ji bo bîranîna gelkujîya ermenîyan (2013-04-24)
Neyariya di kirasê welatparêzîyê da (2013-02-23)
Îvanê Omer Farîzov – mêrxasê binavûdeng lê bê nav û bê deng (2013-01-18)
Kurdistana Sor (2012-11-22)
”Tu ne yar î, tu neyar î” (2012-10-04)
NERÎNGEH
 
[kitêb] Sun Zî: Hunera şer (2016-04-21)
Ismail Beşikçi ji kurdan re li ser ermeniyan semînerek da (2013-09-28)
Kurdistan berî serxwebûna siyasî ”serxwebûna petrolê” û ekonomîk îlan dike (2012-05-21)
Tewanga navdêrên zimanê kurdî (2009-02-08)
Umît Firat dibêje navnîşana çareserîya pirsa kurd ne PKK ye (2008-11-11)
Hêro Talebanî: Min nedixwest Mam Celal bibe serokkomarê Iraqê [foto] (2007-05-10)
Alfabeya kurdî-latînî ji bo zimanê kurdî ji alfabeya kurdî-erebî minasibtir e (2005-11-02)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
vv9v8v09fq:TabArticles:4;8;12;14;17;19;21;22;23;24;28;29;30;31;32;40;41;43;44;46;48;49;51;52;53;54;55;56;58;60;62;63;64;65;66;67;69;71;72;74;75;76;77;78;79;80;81;82;84;85;86;90;91;92;94;95;96;97;98;100;102;103;104;105;106;107;109;110;111;112;113;114;115;116;117;118;119;120;121;122;123;124;125;126;127;128;129;130;131;132;133;134;136;137;138;139;140;141;142;143;144;145;146;147;149;150;151;152;153;155;157;158;159;160;163;164;165;166;167;168;169;170;171;172;173;174;175;176;178;179;180;181;182;183;184;185;186;187;188;189;190;191;192;193;194;195;196;197;198;199;200;202;203;204;205;206;207;208;209;210;211;212;213;214;215;216;217;218;219;221;222;223;224;225;226;227;228;229;230;231;232;233;234;235;236;237;238;239;240;241;242;243;244;245;246;247;248;249;250;251;253;254;255;256;257;258;259;260;261;262;263;264;265;266;267;268;269;270;271;272;273;274;275;276;277;278;279;280;281;282;283;284;285;286;287;288;289;290;291;293;294;295;296;297;298;301;302;303;304;305;306;307;308;309;310;311;312;313;314;315;316;317;318;319;320;321;322;323;324;325;326;327;328;329;330;331;332;333;334;335;336;337;338;339;340;341;342;343;344;345;346;347;348;349;350;351;352;353;354;355;356;357;358;359;360;361;362;363;364;365;366;367;368;369;370;371;372;373;374;375;376;377;378;379;380;381;382;383;384;385;386;387;388;389;391;392;393;394;395;396;398;399;400;401;402;403;404;405;406;407;408;409;410;411;412;413;414;415;416;417;418;419;420;421;422;423;424;425;426;427;428;429;430;431;432;433;434;435;436;437;438;439;440;441;442;443;444;445;446;447;448;449;450;451;452;453;454;455;457;458;459;460;461;462;463;464;465;466;467;468;469;470;471;472;473;474;475;476;477;478;479;480;481;482;483;484;485;486;487;488;489;491;492;493;494;495;496;497;498;499;500;501;502;503;504;505;506;507;508;509;510;511;512;513;514;515;516;517;518;519;520;521;522;523;524;525;526;527;528;529;530;531;532;533;534;535;536;537;538;539;540;541;542;543;544;545;546;547;548;549;550;552;553;554;555;556;557;558;559;560;561;562;563;564;565;566;567;568;569;570;571;572;573;574;575;576;577;578;579;580;581;582;583;584;585;586;587;588;589;590;591;592;593;594;595;596;597;598;599;600;601;602;603;604;605;606;607;608;609;610;611;612;614;615;616;617;618;619;620;621;622;623;624;625;626;627;628;629;630;631;632;633;634;635;636;637;638;639;640;641;642;643;644;645;646;647;648;649;650;651;652;653;654;655;656;657;658;659;660;661;662;663;664;665;666;667;668;669;670;671;672;673;674;675;676;677;678;679;680;681;682;683;684;685;686;687;688;689;690;691;692;693;694;695;696;697;698;699;700;701;702;703;704;705;706;707;708;709;710;711;712;713;714;715;716;717;718;719;721;722;723;724;725;726;727;728;729;730;731;732;733;734;735;736;738;740;741;742;743;744;745;746;747;748;749;750;751;752;753;755;756;757;758;759;760;761;762;763;764;765;766;767;768;769;770;771;773;775;776;777;778;779;780;781;782;783;784;785;786;787;788;789;790;791;792;793;794;795;796;798;799;800;801;802;803;804;805;806;807;808;809;810;811;812;813;814;815;816;817;818;819;820;821;822;823;824;825;826;827;828;829;830;831;832;833;834;835;836;837;838;839;840;841;842;843;844;845;846;847;848;849;850;851;852;853;854;855;856;857;858;859;860;861;862;863;864;865;866;867;868;869;870;871;872;873;874;875;876;877;878;879;880;881;882;883;884;885;886;887;888;889;890;891;892;893;894;895;896;897;898;899;900;901;902;903;904;905;906;907;908;909;910;911;912;913;914;915;916;917;918;919;920;921;922;923;924;925;926;927;928;929;930;931;932;933;934;935;936;937;938;939;940;941;942;943;944;945;946;947;948;949;950;951;952;953;954;955;956;957;958;959;960;961;962;963;964;965;966;967;968;969;970;971;972;973;974;975;976;977;978;979;980;981;982;983;984;985;986;987;988;989;990;991;992;993;994;995;996;997;998;999;1000;1001;1002;1003;1004;1005;1006;1007;1009;1010;1011;1012;1013;1014;1015;1016;1017;1018;1019;1020;1021;1022;1023;1024;1025;1026;1027;1028;1029;1030;1031;1032;1033;1034;1035;1036;1037;1038;1039;1040;1041;1042;1043;1044;1045;1046;1047;1048;1049;1050;1051;1052;1053;1054;1055;1056;1057;1058;1059;1060;1061;1062;1063;1064;1065;1066;1067;1068;1069;1070;1071;1072;1073;1074;1075;1076;1077;1078;1079;1080;1081;1082;1083;1084;1085;1086;1087;1088;1089;1090;1091;1092;1093;1094;1095;1096;1097;1098;1099;1100;1101;1102;1103;1104;1105;1106;1107;1108;1109;1110;1111;1112;1113;1114;1115;1116;1117;1118;1119;1120;1121;1122;1123;1124;1125;1126;1127;1128;1129;1130;1131;1132;1133;1134;1135;1136;1137;1138;1139;1140;1141;1142;1143;1144;1145;1146;1147;1148;1149;1150;1151;1152;1153;1154;1155;1156;1157;1158;1159;1160;1161;1162;1163;1164;1165;1166;1167;1168;1169;1170;1171;1172;1173;1174;1175;1176;1177;1178;1179;1180;1181;1182;1183;1184;1185;1186;1187;1188;1189;1190;1191;1192;1193;1194;1195;1196;1197;1198;1199;1200;1201;1202;1203;1204;1205;1206;1207;1209;1210;1211;1212;1213;1214;1215;1216;1217;1218;1219;1220;1221;1222;1223;1224;1225;1226;1227;1228;1229;1230;1231;1232;1233;1234;1235;1236;1237;1238;1239;1240;1241;1242;1243;1244;1245;1246;1247;1248;1249;1250;1251;1252;1253;1254;1255;1256;1257;1258;1259;1260;1261;1262;1263;1264;1265;1266;1267;1268;1269;1270;1271;1272;1273;1274;1275;1276;1277;1278;1279;1280;1281;1282;1283;1284;1285;1286;1287;1288;1289;1290;1291;1292;1293;1294;1295;1296;1297;1298;1299;1300;1301;1302;1303;1304;1305;1306;1307;1308;1309;1310;1311;1312;1313;1314;1315;1316;1317;1318;1319;1320;1321;1322;1323;1324;1325;1326;1327;1328;1329;1330;1331;1332;1333;1334;1335;1336;1337;1338;1339;1340;1341;1342;1343;1344;1345;1346;1347;1348;1349;1350;1351;1352;1353;1354;1355;1356;1357;1358;1359;1360;1361;1362;1363;1364;1365;1366;1367;1368;1369;1370;1371;1372;1373;1374;1375;1376;1377;1378;1379;1380;1381;1382;1383;1384;1385;1386;1387;1388;1389;1390;1391;1392;1393;1394;1395;1396;1400;1401;1402;1403;1404;1405;1406;1407;1408;1409;1411;1412;1413;1414;1415;1416;1417;1418;1419;1420;1421;1422;1423;1424;1425;1426;1427;1428;1429;1430;1431;1432;1433;1434;1435;1436;1437;1438;1439;1440;1441;1442;1443;1444;1445;1446;1447;1448;1449;1450;1451;1452;1453;1454;1455;1456;1457;1458;1459;1460;1461;1462;1463;1464;1465;1466;1467;1468;1469;1470;1471;1472;1473;1474;1475;1476;1477;1478;1479;1480;1481;1482;1484;1485;1486;1487;1488;1489;1490;1491;1492;1493;1494;1495;1496;1497;1498;1499;1500;1502;1503;1504;1505;1506;1507;1508;1510;1511;1512;1513;1514;1515;1516;1517;1518;1519;1520;1521;1522;1523;1524;1525;1526;1527;1528;1529;1530;1531;1532;1533;1534;1535;1536;1537;1538;1539;1540;1541;1542;1543;1544;1545;1546;1547;1548;1549;1550;1551;1552;1553;1555;1556;1557;1558;1559;1560;1561;1562;1563;1564;1565;1566;1567;1568;1569;1570;1571;1572;1573;1574;1575;1576;1577;1578;1579;1580;1581;1582;1583;1584;1585;1586;1587;1588;1589;1590;1591;1592;1593;1594;1596;1597;1598;1599;1600;1601;1602;1605;1606;1607;1608;1609;1610;1611;1612;1613;1614;1615;1616;1617;1618;1619;1620;1621;1622;1623;1624;1625;1627;1628;1629;1630;1631;1632;1633;1634;1635;1636;1637;1638;1639;1640;1641;1642;1643;1644;1645;1646;1647;1648;1649;1650;1651;1652;1653;1654;1655;1656;1657;1658;1659;1660;1661;1662;1663;1664;1665;1666;1667;1668;1669;1670;1671;1672;1673;1674;1675;1676;1677;1678;1679;1680;1681;1682;1683;1684;1685;1686;1687;1688;1689;1690;1691;1692;1693;1694;1695;1696;1697;1698;1699;1700;1701;1702;1703;1704;1705;1706;1707;1708;1709;1710;1711;1712;1713;1714;1715;1716;1717;1718;1719;1720;1721;1722;1723;1724;1725;1726;1727;1728;1729;1730;1731;1732;1733;1734;1735;1736;1737;1738;1739;1740;1741;1742;1743;1744;1745;1746;1747;1748;1749;1750;1751;1752;1753;1754;1755;1756;1757;1758;1759;1760;1761;1762;1763;1764;1765;1766;1767;1768;1769;1770;1771;1772;1773;1774;1775;1776;1777;1778;1779;1780;1781;1782;1783;1784;1785;1786;1787;1788;1789;1790;1791;1792;1793;1794;1795;1796;1797;1798;1799;1800;1801;1802;1803;1804;1805;1806;1807;1808;1809;1810;1811;1812;1813;1814;1815;1816;1817;1818;1819;1820;1821;1822;1823;1824;1825;1826;1827;1828;1829;1830;1831;1832;1833;1834;1835;1836;1837;1838;1839;1840;1841;1842;1843;1844;1845;1846;1847;1848;1849;1850;1851;1852;1853;1854;1855;1856;1857;1858;1859;1860;1861;1862;1863;1864;1865;1866;1867;1868;1869;1870;187Ferqa di nêvbera »ko«, »ku« û »kû« de (2005-05-19)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
Xewna Mesûd Barzanî ji başûrê Kurdistanê mezintir e (2005-02-07)
 
REKLAM


KOLUMNÎST
Şebabê Egît nabe Şeroyê Biro û ez jî nabim ”heval”
Tolstoy û xelata Nobelê
Kurdistaneka serbixwe û [ne]cida
Heşt rojên şerê xendekê – I
Em û felsefe
Hilbijartinên Kurdistanê ez şok kirim
© 1997–2024 www.nefel.com  |  E-poste: info@nefel.com  |  Powered by Medesoft.org