[ SÊŞEM, 2024-03-19 ]   [ BIKE MALPERA DESTPÊKÊ ]   [ BÊXE NÊV BIJAREYAN ]   [ KONTAKT ]   [ INFO ]   [ LÊGERÎN & ARŞÎV ]  
DESTPÊK
Nûçe
Nivîsar
Kulturmagazîn
Hevpeyvîn
Kolumnîst
Ewrokurd
E-Pirtûk
Lîteratûr
Ziman
Muzîk
Foto
Lînk
E-POSTEYA TE
  Nav (Username)  
   
  Þîfre (Password)  
   
   
     
   »E-posteyeka nû
 bo xwe qeyd bike
 
REKLAM


KOLUMNÎST 
”Tu ne yar î, tu neyar î”
SWÊD, 4/10 2012 — Min sernivîsara gotara xwe ji pirtûka bavê xwe Xelîlê Çaçan Mûradov ya bi sernivîsara ”Gotinên pêşîyan” hildaye. Sala 1968an Komeleya Nivîskarên Kurd ya Yekîtîya Nivîskarên Ermenîstanê biryar dabû vê pirtûkê çap bike, dewletê jî mesrefên çapkirinê û honorara xudanê pirtûkê (herwiha hemû pirtûkên kurdî yên din jî) hildabû ser xwe, lê ew heta niha jî çap nebûye.

Li jêr ez biryara civîna Komeleya Nivîskarên Kurd li Ermenîstanê raberî we dikim:

Jêdera ji protokola hejmara 6an ya sala 1967an ya Komeleya Nivîskarên Kurdan ya li rex Yekîtîya Nivîskarên Ermenîstanê

Evan kesan peyivîn:

a) Erebê Şemo Şamîlov: Nimûneyên folklora me yên here baş, ko Xelîl Mûradov ji gel berev kirine, di hêla perwerdeyê, welatparêzîyê, hûmanîstîyê da xwedî qîmetê bilind in. Bi bawerîya min ew hêja ne, ko bêne çapkirin.

b) Casimê Celîl: Ez wisa bawer im, ko Komeleya nivîskarên kurdan gerekê ser pirsa çapkirin an jî çapnekirina nimûneyên folklora me biryarê nede. Em gerekê bi wan berhemên efirandî va gîro bibin û hindava wan da biryarê bidin, ko nivîskaran bi xwe nivîsîne. Ev karê beşa rohilatzanîyê ya Akadêmîya Ermenîstanê ye.

c) Karlênê Çaçanî: Hevalê Xelîl Mûradov demeke dirêj e, ko nimûneyên folklorê berev dike. Û îro ewî pirtûka xwe ya bi sernavê ”Gotinên pêşîyan” raberî me kirîye, ko xebateke dagirtî ye û ji bo xwendkarên kurd pir giring e. Ew pirtûk wê bibe xemila edebîyeta me. Belê, ew hêja ye bê çapkirin.

Paşê van kesan xeberdan: Qaçaxê Mirad, Tîtal Mûradov, Sehîdê Îbo, Simoyê Şemo, Elîyê Ebdilrehman û yên mayîn, yên ko gotin, ko ew berhem hêjayî çapkirinê ye.

Li ser bingehê van fikiran, civîna Komeleya nivîskaran biryar kir:

– Pêşnîyarî weşanxaneya ”Hayastan” bikin, ko nimûneyên ji folklora kurdan ya Xelîl Mûradov ya bi sernavê ”Gotinên pêşîyan” sala 1968an çap bikin.

Serokê Komeleya nivîskarên kurd (îmze) Karlênê Çaçanî
Sêkrêtar (îmze) Sehîdê Îbo


Ez niha wê pirtûkê ji bo çapkirinê amade dikim.

Ez bi xwe zanim, ko ev pirtûka folklorî ji bo çi di dema xwe da çap nebû. Lê ez dixwazim, ko xwendevanên me jî zanibin.

Dewleta Ermenîstanê destûr dabû kurdan, ko di salê da weke 5-6 pirtûkên şayîr û nivîskarên kurdên Ermenîstanê, herwiha yên komareyên Yekîtîya Sovyet yên din çap bike. Em binêrin ka me ew firsenda ketibû destê me çawa bi kar anî.

Hinek kurdên berpirsên van karan bona pirtûkên xwe û neferên nêzîkî xwe çap bikin, yên nivîskarên navdar çap ne dikirin. Ji bo gotinên min bê bingeh nebin, ezê çend nimûneyan bînim:

Du helbestvanên me yên here bi nav û deng Fêrîkê Ûsiv û Şikoyê Hesen bûne. Piranîya berhemên wan di saxîya wan da gerekê çap bibûna, lê çap nebûn. Eger ne xanima Fêrîkê Ûsiv – Frîdeya Cewarî bûya, ko van salên dawî hemû berhemên mêrê xwe yê rehmetlêbûyî amade kir û da çapkirinê, gelê me wê tam bi hunurê wî nehesîya. Pirtûkeke Şikoyê Hesen jî piştî mirina wî bi saya hereketê ronakbîrekî welatparêz Tosinê Reşîd hate çapkirinê.

Lê çiqas nivîskarên me hene, ko di saxîya wan da pirtûkên wan çap nebûn, piştî mirina wan jî çap nebûn, ji ber ko kesên ew amade bikirana, fînanse bikirana tunebûn. Yek ji wan Etarê Şero ye. Emerîkê Serdar di gotara xwe ya bi sernivîsara ”Ji bo bîranîna Etarê Şeroyê rehmetî” da (http://www.kurdist.ru/index.php?
option=com_content&task=view&id=1019 ) dinivîse: ”Berevoka 4an ya Etarê Şero piştî mirina wî li weşanxaneyê winda bû û ronahî nedît”.

Em bêjin, ko li weşanxaneyê berpirsê pirtûkên kurdî herdem jî yek kes bûye û hemû pirtûkên kurdî bal wî bûne. Îcar gotina ”winda bû” çiqasî li vê meseleyê tê, ew jî hûn biryarê bidin.

Bal me helbestvanekî din yê bi nav û deng hebû – Qaçaxê Mirad, ko ji sala 1958an bûye cîgirê serokê radyoya Yêrêvanê Xelîlê Çaçan, dû ra jî, heta roja mirina xwe – cîgirê berpirsyarê rojnameya ”Rya teze” Mîroyê Esed. Ew helbestvanê me yê pêşin bû, ko têma ”Kurdistan”ê di nav helbestên xwe da bi kar anî û yek ji 3 helbestvanên me yê herî bi nav û deng bû.

Emerîkê Serdar di gotara xwe ya bi sernivîsara ”Bîranînên derheqa Qaçaxê Mirad da”, ko bi zimanê rûsî çap bûye, dinivîse: ”Di dawîya sala 1959an ez bêjerê radyoya kurdî bûm. Li radyoyê 6 kes kar dikirin. Xelîl Mûradov serekê radyoyê bû, Qaçaxê Mirad cîgirê wî bû, Casimê Celîl berpirsê sazbendîyê bû, Şikoyê Hesen wergervan bû, ez û Eznîva Reşîd jî bêjer bûn”.

Dû ra Emerîkê Serdar û Qaçaxê Mirad gelek salan bi hev ra di rojnameya ”Rya teze” da kar kirin. Di eynî gotarê da Emerîkê Serdar dinivîse: ”Rojekê Qaçaxê Mirad ha gote min: – Emerîk, tu zanî, kurên min bi kurdî nizanin. Ji ber wê jî ez dixwazim dû mirina min ra tu çareserkirina hemû pirsên bi mîrata min ya edebî va girêdayî hildî ser xwe”.

Emerîkê Serdar dû ra dinivîse: ”Min piştî mirina wî hemû berhemên wî yên çapnekirî berev kir, pirtûka wî amade kir, pêşgotina wê nivîsî û sala 1981ê bi navê ”Min çi dît” çap kir. Lê ez dixwezim destnîşan bikim ka bi çi dijwarîyê min ew pirtûk çap kir. Wan deman Casimê Celîl li weşanxaneya ”Sovêtakan grox” da kar dikir û ewî her tişt dikir, ko pirtûka rehmetîyê Qaçaxê Mirad çap nebe. Di navbera min û wî da şerekî rasteqîn derket; dawî bi saya hereketê min û heqîyê, herwiha bi saya helwêsta heq ya serokatîya weşanxaneyê, pirtûka dawî ya Qaçaxê Mirad hate çapkirinê” ( http://amarikesardar.aidonor.com/?p=1138 ).

Lema dibêjin: ”Fileyekî xêr ji birayekî bêxêr çêtir e”.

Sebebeke din jî hebû, ko wan pirtûkên li ser wan biryara çapkirinê hatibû dayîn, çap nedibûn. Hinek berhemên ji wan pirtûkan piştî çend salan, an jî dehsalan bi navê hinek kesên din, bi cûrê xirabkirî, çap dibûn. Wek nimûne, Hecîyê Cindî di pirtûka ”Hecîyê Cindî û malbeta wî” da, ko keça wî – Frîdeya Cewarî amade kirîye û sala 2012an li Yêrêvanê di weşanxaneya ”Asoxîk” da daye çapkirin, ha dibêje: ”Welle, nava me da tîpên çawa hene!... ernûs, nexwez, diz… Şikyat kim? Na, nikarim! Bira teslîmî Xwedê bin. Hate bîra min, wekî yekî ro nava nîvro ”Kerr û Kulik”ê min kir ser navê xwe. Destana min ya ”Têlî Hemze” jî. Min tercima (wergera) poêmê (destanê) dabû şayîrê ermenî Soxomon Taronsî, wekî tercima wê serrast ke… û çend mehê dinê ”Têlî Hemzê” xwe di nava nivîsarên eynî kesî da dît. Em nava xelqê da dijîn, xerîbîyê da, ez îzinê nadim xwe herim şikyat kim… De bira dîsa teslîmî Xwedê be!”.

Bi destî van berpirsan pirtûkên me yên din jî winda bûne. Wek: kurdzana bi nav û deng Margarîta Rûdênkoyê, ko ”Mem û Zîn”a Ahmedê Xanî wergerandibû rûsî û bi pirtûkeke cuda dabû çapkirin, eynî berhem transkrîpeyî ser kurdîya kirîlî kiribû, ji Komeleya Nivîskarên kurd li Ermenîstanê ra şandibû bona çapkirinê û… li weşanxaneyê winda bû.

Şorişvanekî Sovyet yê bi nav û deng hebû bi navê Fêrîk Polatbêkov, ko naznavê Fyodor Lîtkîn li wî kiribûn. Ew kurdekî Ermenîstanê bû, ji malbeteke bi nav û deng – malbeta Egît begê. Ew herwiha helbestvanekî Sovyet yê bi nav û deng bû, li Sîbîrîyayê redaktorî li kovareke rûsî ya navdar dikir. Ewqas mezin bû, ko dewleta Sovyet pirtûk ser wî nivîsandine û çap kirine. Navê gundekî kurdan li Ermenîstanê kirine ser nave wî – Fêrîk (derheqa wî da li vir dikarin bixûnin: http://www.pro-podvigi.ru/lytkin/index.html). Xûşka wî – Nûrê Polatova li Yêrêvanê dima, jina kurd ya pêşin bû, ko ûnîvêrsîte xilaz kiribû. Ew xanima nivîskarê kurd yê navdar Wezîrê Nadirî bû. Dema Nûrê Polatova wefat bû, keça Fêrîk – Îrîna Lîtkîna ji Moskvayê hate Yêrêvanê ser şîna meta xwe. Tosinê Reşîd nêzîkî wê bû, xwest pê ra hevpeyvînê bike. Ewê bersîveke ha da birêz Tosin: ”Ez naxwezim bi kurdan ra bidim û bistînim, ji ber ko berî çend salan ronakbîrekî we hate mala me, arşîva bavê min bir, got ezê piştî çend rojan vegerînim, lê heta niha jî venegerandîye.”

Ez gotineke pêşîyan jî ji wê pirtûkê raberî guhdarîya we bikim: ”Kurmê darê ne ji darê be, zewala darê wê tunebe”. Em gelek caran ji bo kêmanîyên xwe her kesî rexne dikin, xên ji xwe. Dewleta Ermenîstanê destûra çapkirina pirtûkan dabû, ew kar fînanse dikir, lê ji me hinek kes her tişt dikirin, ko pirtûkên baş çap nebin, yên xirab çap bibin. Û wan kesana di jîyana xwe da gelek pirtûkên helbestan çap kirin, lê di wan da tu helbesteke hêjayî qîmetkirinê tune. Û wana wê şevê dest ji nivîsandina helbestan kişandin, dema Yekîtîya Sovyet hilweşîya, fînansekirina berheman nema û mûsayê helbestnivîsarîyê yê di mejûyê wan da jî di eynî şevê da hilweşîya.

Îro li Tirkîyê jî bona pêşketinê rê li ber kurdan vekirî ne, lê hinek kurd dij derdikevin. Tirk dibêjin hûn dikarin navên gundên xwe biguhêrin bikine kurdî, an jî navên berê li xwe vegerînin, lê kurd nakin. Dibêjin hûn dikarin navên cedayan, dikanan biguhêrin, kurd an nakin, an pir hindik dikin. Dibêjin hûn dikarin navên kurdî li zarokên xwe bikin, dîsa navên biyanî li zarokan dikin.

Bextê me lê xist, ko di nav ronakbîrên me da kesên xêrnexwaz û ne welatparêz pir hindik bûn. Bi tevayî, ronakbîrên me karê pêşketina çand û edebîyeta kurdî bi serketî kirin.

Dibe ko ev gotara min ne bi dilê hinek kesan be û nerazîbûna xwe bi gotineke pêşîyan ”Piştî mirîyan an baş, an tiştek na” dîyar bikin. Lê gotineke pêşîyan ya din jî heye: ”Neheqî gerekê li erdê nemîne”.

-----------------------------------
Nivîskar: TÊMÛRÊ XELÎL temur_xelil@hotmail.com
Weşandin: 2012-10-04
Xwendin: 10347
 

KOLUMNÊN BERÊ   
Şebabê Egît nabe Şeroyê Biro û ez jî nabim ”heval” (2016-08-17)
Careke din ser alfabeya kurdî-latînî (2016-04-24)
Xwedêyo, tu me ji dewletnexwezan biparêzî! (2016-01-27)
Êzdîbûna kurdan ji Kurdistanê zêdetir zirarê dide Ermenistanê (2015-06-29)
Xwezî kurd di hindava dijminên xwe de wek ermenîyan bûna (2015-04-18)
Kovara ”Wêje û rexne” ji rexneyan hiz nake (2014-12-14)
Kurdên resen bûn kurdên reben (2014-10-16)
Xwedîyê kurmancîya dewlemend (2014-09-17)
Bira haya we ji zaneyên nezan hebe (2014-08-12)
Çima tirkî li ber dilê hinek kurdan ezîz e (2014-06-15)
Stranên Karapêtê Xaço dikaribûn nebûna milkê gelê kurd (2014-04-07)
Ew ji xizmetkirina bo gelê xwe lezetê dibîne (2014-02-06)
Pirtûkeke Kemal Tolan li ser êzdayetîyê (2013-12-29)
Kadroyên têlêvîzyonên kurdî li ser çi bingehî tên hilbijartin (2013-08-15)
Gêorgîyê Xudo serbilindîya Ermenistanê û kurdan bû (2013-05-27)
Em û ermenî bi şûrekî hatine birîndar kirin – ji bo bîranîna gelkujîya ermenîyan (2013-04-24)
Neyariya di kirasê welatparêzîyê da (2013-02-23)
Îvanê Omer Farîzov – mêrxasê binavûdeng lê bê nav û bê deng (2013-01-18)
Kurdistana Sor (2012-11-22)
Cegerxwîn derheqa êzîdîyan û dînê êzîdîtîyê da (2012-10-28)
NERÎNGEH
 
[kitêb] Sun Zî: Hunera şer (2016-04-21)
Ismail Beşikçi ji kurdan re li ser ermeniyan semînerek da (2013-09-28)
Kurdistan berî serxwebûna siyasî ”serxwebûna petrolê” û ekonomîk îlan dike (2012-05-21)
Tewanga navdêrên zimanê kurdî (2009-02-08)
Umît Firat dibêje navnîşana çareserîya pirsa kurd ne PKK ye (2008-11-11)
Hêro Talebanî: Min nedixwest Mam Celal bibe serokkomarê Iraqê [foto] (2007-05-10)
Alfabeya kurdî-latînî ji bo zimanê kurdî ji alfabeya kurdî-erebî minasibtir e (2005-11-02)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
vv9v8v09fq:TabArticles:4;8;12;14;17;19;21;22;23;24;28;29;30;31;32;40;41;43;44;46;48;49;51;52;53;54;55;56;58;60;62;63;64;65;66;67;69;71;72;74;75;76;77;78;79;80;81;82;84;85;86;90;91;92;94;95;96;97;98;100;102;103;104;105;106;107;109;110;111;112;113;114;115;116;117;118;119;120;121;122;123;124;125;126;127;128;129;130;131;132;133;134;136;137;138;139;140;141;142;143;144;145;146;147;149;150;151;152;153;155;157;158;159;160;163;164;165;166;167;168;169;170;171;172;173;174;175;176;178;179;180;181;182;183;184;185;186;187;188;189;190;191;192;193;194;195;196;197;198;199;200;202;203;204;205;206;207;208;209;210;211;212;213;214;215;216;217;218;219;221;222;223;224;225;226;227;228;229;230;231;232;233;234;235;236;237;238;239;240;241;242;243;244;245;246;247;248;249;250;251;253;254;255;256;257;258;259;260;261;262;263;264;265;266;267;268;269;270;271;272;273;274;275;276;277;278;279;280;281;282;283;284;285;286;287;288;289;290;291;293;294;295;296;297;298;301;302;303;304;305;306;307;308;309;310;311;312;313;314;315;316;317;318;319;320;321;322;323;324;325;326;327;328;329;330;331;332;333;334;335;336;337;338;339;340;341;342;343;344;345;346;347;348;349;350;351;352;353;354;355;356;357;358;359;360;361;362;363;364;365;366;367;368;369;370;371;372;373;374;375;376;377;378;379;380;381;382;383;384;385;386;387;388;389;391;392;393;394;395;396;398;399;400;401;402;403;404;405;406;407;408;409;410;411;412;413;414;415;416;417;418;419;420;421;422;423;424;425;426;427;428;429;430;431;432;433;434;435;436;437;438;439;440;441;442;443;444;445;446;447;448;449;450;451;452;453;454;455;457;458;459;460;461;462;463;464;465;466;467;468;469;470;471;472;473;474;475;476;477;478;479;480;481;482;483;484;485;486;487;488;489;491;492;493;494;495;496;497;498;499;500;501;502;503;504;505;506;507;508;509;510;511;512;513;514;515;516;517;518;519;520;521;522;523;524;525;526;527;528;529;530;531;532;533;534;535;536;537;538;539;540;541;542;543;544;545;546;547;548;549;550;552;553;554;555;556;557;558;559;560;561;562;563;564;565;566;567;568;569;570;571;572;573;574;575;576;577;578;579;580;581;582;583;584;585;586;587;588;589;590;591;592;593;594;595;596;597;598;599;600;601;602;603;604;605;606;607;608;609;610;611;612;614;615;616;617;618;619;620;621;622;623;624;625;626;627;628;629;630;631;632;633;634;635;636;637;638;639;640;641;642;643;644;645;646;647;648;649;650;651;652;653;654;655;656;657;658;659;660;661;662;663;664;665;666;667;668;669;670;671;672;673;674;675;676;677;678;679;680;681;682;683;684;685;686;687;688;689;690;691;692;693;694;695;696;697;698;699;700;701;702;703;704;705;706;707;708;709;710;711;712;713;714;715;716;717;718;719;721;722;723;724;725;726;727;728;729;730;731;732;733;734;735;736;738;740;741;742;743;744;745;746;747;748;749;750;751;752;753;755;756;757;758;759;760;761;762;763;764;765;766;767;768;769;770;771;773;775;776;777;778;779;780;781;782;783;784;785;786;787;788;789;790;791;792;793;794;795;796;798;799;800;801;802;803;804;805;806;807;808;809;810;811;812;813;814;815;816;817;818;819;820;821;822;823;824;825;826;827;828;829;830;831;832;833;834;835;836;837;838;839;840;841;842;843;844;845;846;847;848;849;850;851;852;853;854;855;856;857;858;859;860;861;862;863;864;865;866;867;868;869;870;871;872;873;874;875;876;877;878;879;880;881;882;883;884;885;886;887;888;889;890;891;892;893;894;895;896;897;898;899;900;901;902;903;904;905;906;907;908;909;910;911;912;913;914;915;916;917;918;919;920;921;922;923;924;925;926;927;928;929;930;931;932;933;934;935;936;937;938;939;940;941;942;943;944;945;946;947;948;949;950;951;952;953;954;955;956;957;958;959;960;961;962;963;964;965;966;967;968;969;970;971;972;973;974;975;976;977;978;979;980;981;982;983;984;985;986;987;988;989;990;991;992;993;994;995;996;997;998;999;1000;1001;1002;1003;1004;1005;1006;1007;1009;1010;1011;1012;1013;1014;1015;1016;1017;1018;1019;1020;1021;1022;1023;1024;1025;1026;1027;1028;1029;1030;1031;1032;1033;1034;1035;1036;1037;1038;1039;1040;1041;1042;1043;1044;1045;1046;1047;1048;1049;1050;1051;1052;1053;1054;1055;1056;1057;1058;1059;1060;1061;1062;1063;1064;1065;1066;1067;1068;1069;1070;1071;1072;1073;1074;1075;1076;1077;1078;1079;1080;1081;1082;1083;1084;1085;1086;1087;1088;1089;1090;1091;1092;1093;1094;1095;1096;1097;1098;1099;1100;1101;1102;1103;1104;1105;1106;1107;1108;1109;1110;1111;1112;1113;1114;1115;1116;1117;1118;1119;1120;1121;1122;1123;1124;1125;1126;1127;1128;1129;1130;1131;1132;1133;1134;1135;1136;1137;1138;1139;1140;1141;1142;1143;1144;1145;1146;1147;1148;1149;1150;1151;1152;1153;1154;1155;1156;1157;1158;1159;1160;1161;1162;1163;1164;1165;1166;1167;1168;1169;1170;1171;1172;1173;1174;1175;1176;1177;1178;1179;1180;1181;1182;1183;1184;1185;1186;1187;1188;1189;1190;1191;1192;1193;1194;1195;1196;1197;1198;1199;1200;1201;1202;1203;1204;1205;1206;1207;1209;1210;1211;1212;1213;1214;1215;1216;1217;1218;1219;1220;1221;1222;1223;1224;1225;1226;1227;1228;1229;1230;1231;1232;1233;1234;1235;1236;1237;1238;1239;1240;1241;1242;1243;1244;1245;1246;1247;1248;1249;1250;1251;1252;1253;1254;1255;1256;1257;1258;1259;1260;1261;1262;1263;1264;1265;1266;1267;1268;1269;1270;1271;1272;1273;1274;1275;1276;1277;1278;1279;1280;1281;1282;1283;1284;1285;1286;1287;1288;1289;1290;1291;1292;1293;1294;1295;1296;1297;1298;1299;1300;1301;1302;1303;1304;1305;1306;1307;1308;1309;1310;1311;1312;1313;1314;1315;1316;1317;1318;1319;1320;1321;1322;1323;1324;1325;1326;1327;1328;1329;1330;1331;1332;1333;1334;1335;1336;1337;1338;1339;1340;1341;1342;1343;1344;1345;1346;1347;1348;1349;1350;1351;1352;1353;1354;1355;1356;1357;1358;1359;1360;1361;1362;1363;1364;1365;1366;1367;1368;1369;1370;1371;1372;1373;1374;1375;1376;1377;1378;1379;1380;1381;1382;1383;1384;1385;1386;1387;1388;1389;1390;1391;1392;1393;1394;1395;1396;1400;1401;1402;1403;1404;1405;1406;1407;1408;1409;1411;1412;1413;1414;1415;1416;1417;1418;1419;1420;1421;1422;1423;1424;1425;1426;1427;1428;1429;1430;1431;1432;1433;1434;1435;1436;1437;1438;1439;1440;1441;1442;1443;1444;1445;1446;1447;1448;1449;1450;1451;1452;1453;1454;1455;1456;1457;1458;1459;1460;1461;1462;1463;1464;1465;1466;1467;1468;1469;1470;1471;1472;1473;1474;1475;1476;1477;1478;1479;1480;1481;1482;1484;1485;1486;1487;1488;1489;1490;1491;1492;1493;1494;1495;1496;1497;1498;1499;1500;1502;1503;1504;1505;1506;1507;1508;1510;1511;1512;1513;1514;1515;1516;1517;1518;1519;1520;1521;1522;1523;1524;1525;1526;1527;1528;1529;1530;1531;1532;1533;1534;1535;1536;1537;1538;1539;1540;1541;1542;1543;1544;1545;1546;1547;1548;1549;1550;1551;1552;1553;1555;1556;1557;1558;1559;1560;1561;1562;1563;1564;1565;1566;1567;1568;1569;1570;1571;1572;1573;1574;1575;1576;1577;1578;1579;1580;1581;1582;1583;1584;1585;1586;1587;1588;1589;1590;1591;1592;1593;1594;1596;1597;1598;1599;1600;1601;1602;1605;1606;1607;1608;1609;1610;1611;1612;1613;1614;1615;1616;1617;1618;1619;1620;1621;1622;1623;1624;1625;1627;1628;1629;1630;1631;1632;1633;1634;1635;1636;1637;1638;1639;1640;1641;1642;1643;1644;1645;1646;1647;1648;1649;1650;1651;1652;1653;1654;1655;1656;1657;1658;1659;1660;1661;1662;1663;1664;1665;1666;1667;1668;1669;1670;1671;1672;1673;1674;1675;1676;1677;1678;1679;1680;1681;1682;1683;1684;1685;1686;1687;1688;1689;1690;1691;1692;1693;1694;1695;1696;1697;1698;1699;1700;1701;1702;1703;1704;1705;1706;1707;1708;1709;1710;1711;1712;1713;1714;1715;1716;1717;1718;1719;1720;1721;1722;1723;1724;1725;1726;1727;1728;1729;1730;1731;1732;1733;1734;1735;1736;1737;1738;1739;1740;1741;1742;1743;1744;1745;1746;1747;1748;1749;1750;1751;1752;1753;1754;1755;1756;1757;1758;1759;1760;1761;1762;1763;1764;1765;1766;1767;1768;1769;1770;1771;1772;1773;1774;1775;1776;1777;1778;1779;1780;1781;1782;1783;1784;1785;1786;1787;1788;1789;1790;1791;1792;1793;1794;1795;1796;1797;1798;1799;1800;1801;1802;1803;1804;1805;1806;1807;1808;1809;1810;1811;1812;1813;1814;1815;1816;1817;1818;1819;1820;1821;1822;1823;1824;1825;1826;1827;1828;1829;1830;1831;1832;1833;1834;1835;1836;1837;1838;1839;1840;1841;1842;1843;1844;1845;1846;1847;1848;1849;1850;1851;1852;1853;1854;1855;1856;1857;1858;1859;1860;1861;1862;1863;1864;1865;1866;1867;1868;1869;1870;187Ferqa di nêvbera »ko«, »ku« û »kû« de (2005-05-19)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
Xewna Mesûd Barzanî ji başûrê Kurdistanê mezintir e (2005-02-07)
 
REKLAM


KOLUMNÎST
Şebabê Egît nabe Şeroyê Biro û ez jî nabim ”heval”
Tolstoy û xelata Nobelê
Kurdistaneka serbixwe û [ne]cida
Heşt rojên şerê xendekê – I
Em û felsefe
Hilbijartinên Kurdistanê ez şok kirim
© 1997–2024 www.nefel.com  |  E-poste: info@nefel.com  |  Powered by Medesoft.org