[ SÊŞEM, 2024-03-19 ]   [ BIKE MALPERA DESTPÊKÊ ]   [ BÊXE NÊV BIJAREYAN ]   [ KONTAKT ]   [ INFO ]   [ LÊGERÎN & ARŞÎV ]  
DESTPÊK
Nûçe
Nivîsar
Kulturmagazîn
Hevpeyvîn
Kolumnîst
Ewrokurd
E-Pirtûk
Lîteratûr
Ziman
Muzîk
Foto
Lînk
E-POSTEYA TE
  Nav (Username)  
   
  Þîfre (Password)  
   
   
     
   »E-posteyeka nû
 bo xwe qeyd bike
 
REKLAM


KOLUMNÎST 
Kurdistana Sor
» Kurdistana Sor kû ve çû?
 
SWÊD, 22/11 2012 — Di meha tîrmehê sala 1923an bi biryara hukumeta Sovyetê li Azirbêcanê ”Herêma Kurdistanê ya otonom” bi navenda bajarê Laçînê va hate damezirandin, ko navçeyên Qubetli, Kelbecar, Cebraîl, Zengîlan û yên din diketine navê. Ji wê ra herwiha ”Kurdistana Sor” jî dihate gotin.

Di bin destê me da îzbatî tunene derheqa statuya Herêma Kurdistanê da wek yekîtîyeke miletî-dewletî ya otonom. Lê dîsa jî ew yek giringîya pirsa qedera kurdên Azirbêcanê kêmtir nake. Ya giring ew bû, ko ew herêma ko dihate binavkirinê wek Herêma Kurdistanê, cîyê bi kompakt jîyana kurdan bû, ya duduyan, di salên dîwana Sovêtîyê yên pêşin da sîyaseta dewletê ya derbarê hesabkirin jimara miletên Yekîtîya Sovyet yên kêmjimar da bona pêşxistina çand û edebîyeta wan, li ser kurdên Azirbêcanê jî derbaz dibû.

Piştî demekê derkete holê, ko sîyaseta "piştgirîya gelên bindest", ko dewleta Sovyet îlan kiribû, ser kurdan zêde derbaz nedibû, ji ber ko pêwendîyên dostanîyê bi Tirkîya kemalîstîyê ra û daxaza, ko seba xatirê çend hezar kurdan pêwendîyên xwe bi Îranê ra xirab nekin, bûne faktorên sereke di sîyaseta Sovyetê ya di hindava kurdan da. Di wî karî da Azirbêcanê jî çav dabû Sovyetê û xwe li riya helandina kurdan girtibû.

Sala 1931ê rohilatzan-kurdzanên Azirbêcana Sovyet li herêma Kurdistanê û warên komara Azirbêcanê yên mayîn da, ko kurd lê diman, êkspêdîsyoneke dîrokî-êtnografî pêk anîn. Armanc û pirsdanînên ewê êkspêdîsyonê di pêşgotina pirtûka A.Bûkşpan ya bi sernivîsa "Kurdên Azirbêcanê" da (Weşanxana Înstîtûta Azirbêcanê ya Zanyarî-lêkolînê, Bekû, 1932, bi zimanê rûsî) cî girtine. Meriv dibê qey ev tiştekî xêrxazîyê ye û ev kar gorî wê sîyasetê hatîye kirinê, ko dîwana Sovyetê di hindava gelên kêmjimar da, di nav wan da kurdan jî, derbaz dikir.

Di çarçoveya wê sîyasetê da, ko dewleta Sovyetê îlan kiribû bona pê bihese çika miletên kêmjimar di çi rewşê da nin û bona qedirgirtina mafên wan yên êtno-kûltûrî, li herêma Kurdistanê çend êkspêdîsyonên êtnografî hatine derbazkirinê. Gorî malûmatîyên, ko ketine destê min, wan çaxan du êkspêdîsyonên usa hatine derbazkirinê. Ya pêşin sala 1929an bi serokatîya profêsor V.A.Gûrko-Kryajîn, ko bi gotarên xwe yên derheqa tevgera kurdan û pirsa kurdan da, ko tê da gelek nerastî hebûn û bi ruhê wan deman hatibûne nivîsarê, "deng dabû". Serokê êkspêdîsyona duduyan xudanê pirtûkê A.Bûkşpan bû. Endamên vê êkspêdîsyonê ev kes bûn: dilxwazê kurdan yê mezin Î.Marogûlovê aşûrî, ko ji Ermenîstanê bû, mamostayê zimanê kurdî Samed Şahsûvarovê ji gundê Mînkendê, navçeya Laçînê û yên mayîn.

Gelo ev êkspêdîsyon çi dan, ew rewşa civakî-kûltûrî ya kurdên Azirbêcanê, ko piştî wan êkspêdîsyonan endamên wê raxistine ber çevan, çawa bû? Derheqa êkspêdîsyona pêşin da em vê yekê dikarin bêjin: merî dikare xebatên Gûrko-Kryajîn yên salên 20-30î rexne bike, ji ber ko kil û kêmasî tê da hene, lê tu kes nikare înkar bike, ko ew bi profêsyonalî hatine nivîsarê û ew derheqa kurdan da xwedî zanebûnên pir e. Bi vê yekê ra girêdayî merî dikare texmîn bike, ko berhem û lêkolînên wî gerekê balkêş bûna. Wek xuya ye, ew balkêşî bûye sebeb, ko nivîsên wî "betavebûne" ("unda bûne"), ji ber ko ew nivîs, wek yên piştî derbazkirina êkspêdîsyona duduyan ya bi serokatîya A.Bûkşpan hatine nivîsarê, dikaribûn rewşa kurdan û çanda wan bi awakî zelal banîyana ber çavan û li ser wê bingehê jî gerekê pirsgirêkên pêşdabirina çanda wan çareser bikirana û rewşa wî miletî bidana xweşkirinê. Lê di wan deman da ev hemû îdî nedihate hesabê azirîyan. Çima? Ji ber ko êdî dem ne ew dem bû, sîyaseta nû berê xwe ji kurdên Azirbêcanê guhartibû.

Rast e, pirtûka Bûkşpan "Kurdên Azirbêcanê" bi gelek şaşî û kêmasîyan va dagirtîye, lê ew bi wê yekê va balkêş e, ko pirî-hindikî dêmê (rûyê) herêma Kurdistanê tîne ber çevan, tê da malûmatîyên hewaskar hene derheqa jimara kurdan, rewşa wan ya civakî-aborî da. Giringî û qîmetê pirtûka Bûkşpan herwiha di wê yekê da ne jî, ko ew bi îzbatî, malûmatîyên statîstîkîyê û lêkolînên xwe va, ko endamên êkspêdîsyonê di dema karkirina xwe ya li navçeyên kurdan yên li Azirbêcanê berev kirine û amade kirine, alî me dikin, ko em pê bihesin çika berî pêkanîna sîyaseta helandinê di hindava kurdên Azirbêcanê da rewşa kurdan li wira çawa bûye.

Bona zelalkirina vê pirsa ko em li ser disekinin, em berê xwe bidine çend îzbatî û malûmatîyên azirîyan. Anegorî hesabkirina binecîyan ya sala 1921ê tenê li gundên KSS Azirbêcanê jimara kurdan 32.780 merî bûn. (Binhêre: Şirovekirina karkirina Komîsarîyata Sovyet ya Gel ya KPSSF (Komarên Pişkavkazê yên Sovyetîye Sosîyalîstîye Fêdêratîv), Tîflîs, s. 1923, rûpel 16, bi zimanê rûsî). Sala 1926an jimara kurdan li Azirbêcanê weke 41 hezaran bû (1,8% binecîyên komarê). (Binhêre: K. M. Mamêdov, Jimara binecîyên KSS Azirbêcanê di nav 60 salan da, Bekû, s. 1982, rûpel 55, bi zimanê rûsî). Giring e bidine kivşkirinê, ko kurdên KSS Ermenîstanê û KSS Gurcistanê (xwesma êzdî) di sedsalên 19an û 20î ji dest zordestîya Tirkîyê mihacirî wira bûne, lê kurdên Azirbêcanê ji demên buhurî li ser axa kal û bavan dijîtin, ji sedsalên 10 û 11an, dema hukumdarîya mîrîtîya kurdan ya Şeddadîyan li ser temamîya wê herêmê hebû.

Serokên Azirbêcanê bi rû va xwe li riya "prînsîpên întêrnasîyonalîzmê" girtibûn, lê di rastîyê da di pirsa kurdan da sîyaseta bi dilê Tirkîyê derbaz dikirin. Dîwana Azirbêcanê du pirsdanîn danîbûn pêşîya xwe bona di pirsa kurdan da biserkeve: a) seba xatirê Tirkîyê xwe ji otonomîya kurdan xilas bike û navê "Kurdistan" ji holê rake, ko li Tirkîyê hatîye qedexekirin; b) careke mayîn vegere li ser sîyaseta xwe ya di hindava kurdên kêmjimar da, usa, ko bere-bere wana asîmîle bike. Bona pêkanîna ewê pirsdanînê, faktora îslamê jî dihate bikaranînê, û di şertên kûltûra sîyasî ya nimiz û xwefemdarîya miletîyê ya nekamilbûyî da, dîn ser miletîyê ra bû (em bikine bîra we, ko kemalîstan li Lozanê bi saya serê "yekîtîya dînî ya tirkan û kurdan" kurdan ji nav lîsteya miletên Tirkîyê yên kêmjimar derxistin).

Serokatîya komara Azirbêcanê sala 1930î navê "Herêma Kurdistanê" guhart û kir "Navçeya Kurdistanê". Lê hema di wê salê da ew navçeya miletîyê jî ji holê rakirin û bi wê yekê va bingehê sîyaseta asîmîlekirina kurdan, pêpeskirina (binpêkirin) mafên wan yên miletîyê hate danînê.

Encamên wê sîyasetê bi awakî zelal di malûmatîyên statîstîkîyê yên derheqa kurdên Azirbêcanê da xuya dibin. Li Azirbêcanê jimara azirîyan zêde dibû, lê ya kurdan her kêm dibû. Ji bo nimûne, sala 1926an jimara kurdan 41 hezar bû, ko dikire 1,8 % hemû binecîyên komarê, sala 1939an jimara kurdan serhevdu bû 6 hezar (0,2%), sala 1959an - 1,5 hezar, sala 1970î - 5,5 hezar (0,1%). Piştî hesabkirina binecîyan ya sala 1979an hate elamkirinê, ko li Azirbêcanê kurd tunene. Bona himberîhevkirinê em bidine destnîşankirinê, ko jimara kurdan li komarên cînarên Azirbêcanê - Ermenîstanê û Gurcistanê ji nîveka salên 20î bi 3,5-4 caran va zêde bûye. Ev malûmatîyên statîstîkîyê yên fermî îzbatîyên here berbiçav in. Em wê jî bêjin, ko piranîya kurdên Azirbêcanê li gundan diman û gelek zaro dianîn. Eger em hesabeke sade bikin, em dikarin bêjin, ko niha li Azirbêcanê dikaribû weke 350-400 hezar kurd hebûna.

Pirsa derheqa mafên kurdan yên miletîyê da li vira bi cûrê xwe hel kirin: kurd tunene, tê wê manayê, ko mafên wan jî nikarin hebin. Karmend û zanyarên azirîyan gotin, ko kurd "bi rezadil, ango bi daxaza dilê xwe asîmîle bûne".

Li Azirbêcanê bona kurdan şertekî pêşketina di jîyanê da ew bû, ko bêje "ez azirî me". Bûbû qanûn, ko bona karekî baş bidine te, an jî bona sitendina navê doktorîyê û yên mayîn, kurd gelek caran mecbûr dibûn di nasnameyên xwe da ber navê "miletî" xwe "azirî" qeyd bikin. Ev sîyaseta di hindava kurdan da ya miletçîyên azirî tenê bi van îzbatîyan va kuta nabe. Ew sîyaset ya pirplan bû. Em çend îzbatî û nimûneyên mayîn bînin:

Di nîveka salên 60î beşa kurdzanîyê ya Înstîtuta Rohilatzanîyê ya Akadêmîya Zanyarî ya KSS Azirbêcanê hate dadanê, ew jî wê demê, gava problêmên lêgerîn û lêkolînan pir bûn. Ji wan deman destpêkirî hemû zanyarên kurd yên bi nav û deng, sîyasetmedar û şoreşger, Mêrxasên Yekîtîya Sovyet û Mêrxasên xebata sosîyalîstîyê kirin azirî. Em dikarin gelek nimûneyên feşkirina dîroka kurdan ya berê bînin. Nimûneyeke balkêş - Çîngîz Îldirim e. Ew şoreşgerê kurd yê bi nav û deng di dokûmêntên xwe yên partîyayê da û di nameyên ko ji serokên dewleta Sovyet S. Kîrov û S. Orconîkîdzê ra şandine, gelek caran bi sebebên cihê-cihê li kurdîtîya xwe xwedî derketîye. Lê dîsa jî azirî wî azirî dihesibînin. (Binhêre: Polonskî L., "Çîngîz Îldirim", Bekû, s. 1986, rûpel 233, 240, 247, 273 û yên mayîn, bi zimanê rûsî).

Şairê kurdan yê bi nav û deng di sedsala 17an da Ahmedê Xanî, ko berhemên xwe bi kurdî nivîsîne û tu xetek bi tirkî ne nivîsîye, azirîyekî bi paşnavê Huseynov wî bi nav kirîye wek "şairê kurdan-tirkan". (Binhêre: A. A. Guseynov, Jîyan û mêrxasî, Moskva, s. 1987, bi zimanê rûsî).

Di pirtûka akadêmîk Z. Bûnîyatov ya bi sernavê "Hukumdarên jin yên rohilata musulmanîyê" da malbetên kurdan yên Şikakî, Rûzakî (Rojkî) û yên mayîn, ko malbetên bi nav û deng in û şika tu zanyarekî tune, ko ew kurd in, ser azirîyan hatine hesibandinê. Tiştekî balkêş e, ko dîrokzan-tirkzanên azirî bi hemû pirsên dîrok û aborîya Tirkîya nû û kevin va mijûl dibin, xênji pirsekê - pirsa kurdan. Di pirsa kurdan da sîyaseta Tirkîyê û Azirbêcanê mîna kerê sêvekê bûn.

Dawîyê em dixwezin bala xwendevanan bikişînine ser ecêbeke giran: Herêma Kurdistanê (dû ra bû navçe) ji holê hate rakirinê, lê rojnameya ko organa wê bû -"Sovêtskîy Kûrdîstan" ("Kurdistana Sovyet"), heta dawîya salên 50î jî derdiket.

Kurdistana Sor çawa ser 2 sehetan li kurdan hate vegerandin

Lê ecêba here giran di salên 90î yên sedsala buhurî da hate serê "Kurdistana Sor". Piştî hilweşîna Sovyet her miletek hewil da axa xwe ya zevtkirî li xwe vegerîne. Hinek kurdên Sovyeta berê jî serî hildan. Rêvebirê wî karî kurdekî Azirbêcanê Wekîl Mustafaev bû, ko piranîya jîyana wî li Azirbêcanê derbaz bûye, lê di destpêka salên 90î da li Ermenîstanê bi cî bû. Wî nas dikirin wek serokkomarê Kurdistana Sor ya paşdemê. Tu şika min li ser welatparêzîya wî tune. Lê di pêkanînên daxwezên xwe da ewqas dilsax bû, ko digot: -emê hemû kurdên Sovyetê berev bikin, bibine Laçînê, şer bikin û Kurdistana Sor carake din ava bikin. Em bêjin, ko Kurdistana Sor ya berê dikeve di navbera Ermenîstanê û Qerebaxê da.

Ev daxweza W. Mustefaev herwiha bi dilê ermenîyan bû jî, ji ber ko riya ji Ermenîstanê ber bi Qerebaxê ji Laçînê ra derbaz dibû. Û dema kurdan Laçîn zevt bikira, wek dostên ermenîyan, wê rê bidana wan wî warî wek sivder (korîdor) bi kar bînin. Di hêleke din va jî cihan wê pê bihesîya, ko azirîyan di dema xwe da ne tenê Qerebax zevt kirine, herwiha Kurdistana Sor jî. Berî ko Laçîn bê zevtkirin, hukumeta Kurdistana Sor ya demî hatibû avakirin, serokkomar û wezîrên wê hatibûn destnîşankirin. Piranîya "wezîran" ji Ermenîstanê bûn, ko wê kar û barên xwe li Kurdistana Sor ya nûsazbûyî da pêk banîyana. Wana tenê tiştek ne da ber çavan: ko warek tê zevtkirin, çi tê serê binecîyên wir? Diha rast, dabûne ber çavan, lê ji wan ra ne xem bû, ka kurdên Laçînê wê bikevine çi halî.

Û 18ê gulanê sala 1992an kurdan bi alîkarîya dostên xwe ew war rizgar kirin. Ala Kurdistanê li ser çiyakî daçikandin, dewleta xwe ya otonom îlan kirin, li def û zirneyê xistin, govend girtin, leşkerên kurd yên çekdar fitilek dane çiya û banîyan, ajansên cihanê yên medîyayê û têlêvîzyonê ev gişk qeyd kirin, ji cihanê ra gotin, ko kurdan herêma xwe ya gelek salan berê heyî careke din rizgar kirin.

Ev hemû weke du sehetan kişand. Paşê ji "serokkomarê Kurdistanê" û ji wan "wezîran" ra hate gotin: -mala we ava, we karê xwe kir, îcar serê xwe bikine ber xwe, bêy ko piş xwe va binihêrin, ji van deran herin.

Gelo navên van "wezîran" di dîrokê da wê bi herfên çi rengî va bêne nivîsar?

-----------------------------------
Nivîskar: TÊMÛRÊ XELÎL temur_xelil@hotmail.com
Weşandin: 2012-11-22
Xwendin: 11575
 

KOLUMNÊN BERÊ   
Şebabê Egît nabe Şeroyê Biro û ez jî nabim ”heval” (2016-08-17)
Careke din ser alfabeya kurdî-latînî (2016-04-24)
Xwedêyo, tu me ji dewletnexwezan biparêzî! (2016-01-27)
Êzdîbûna kurdan ji Kurdistanê zêdetir zirarê dide Ermenistanê (2015-06-29)
Xwezî kurd di hindava dijminên xwe de wek ermenîyan bûna (2015-04-18)
Kovara ”Wêje û rexne” ji rexneyan hiz nake (2014-12-14)
Kurdên resen bûn kurdên reben (2014-10-16)
Xwedîyê kurmancîya dewlemend (2014-09-17)
Bira haya we ji zaneyên nezan hebe (2014-08-12)
Çima tirkî li ber dilê hinek kurdan ezîz e (2014-06-15)
Stranên Karapêtê Xaço dikaribûn nebûna milkê gelê kurd (2014-04-07)
Ew ji xizmetkirina bo gelê xwe lezetê dibîne (2014-02-06)
Pirtûkeke Kemal Tolan li ser êzdayetîyê (2013-12-29)
Kadroyên têlêvîzyonên kurdî li ser çi bingehî tên hilbijartin (2013-08-15)
Gêorgîyê Xudo serbilindîya Ermenistanê û kurdan bû (2013-05-27)
Em û ermenî bi şûrekî hatine birîndar kirin – ji bo bîranîna gelkujîya ermenîyan (2013-04-24)
Neyariya di kirasê welatparêzîyê da (2013-02-23)
Îvanê Omer Farîzov – mêrxasê binavûdeng lê bê nav û bê deng (2013-01-18)
Cegerxwîn derheqa êzîdîyan û dînê êzîdîtîyê da (2012-10-28)
”Tu ne yar î, tu neyar î” (2012-10-04)
NERÎNGEH
 
[kitêb] Sun Zî: Hunera şer (2016-04-21)
Ismail Beşikçi ji kurdan re li ser ermeniyan semînerek da (2013-09-28)
Kurdistan berî serxwebûna siyasî ”serxwebûna petrolê” û ekonomîk îlan dike (2012-05-21)
Tewanga navdêrên zimanê kurdî (2009-02-08)
Umît Firat dibêje navnîşana çareserîya pirsa kurd ne PKK ye (2008-11-11)
Hêro Talebanî: Min nedixwest Mam Celal bibe serokkomarê Iraqê [foto] (2007-05-10)
Alfabeya kurdî-latînî ji bo zimanê kurdî ji alfabeya kurdî-erebî minasibtir e (2005-11-02)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
vv9v8v09fq:TabArticles:4;8;12;14;17;19;21;22;23;24;28;29;30;31;32;40;41;43;44;46;48;49;51;52;53;54;55;56;58;60;62;63;64;65;66;67;69;71;72;74;75;76;77;78;79;80;81;82;84;85;86;90;91;92;94;95;96;97;98;100;102;103;104;105;106;107;109;110;111;112;113;114;115;116;117;118;119;120;121;122;123;124;125;126;127;128;129;130;131;132;133;134;136;137;138;139;140;141;142;143;144;145;146;147;149;150;151;152;153;155;157;158;159;160;163;164;165;166;167;168;169;170;171;172;173;174;175;176;178;179;180;181;182;183;184;185;186;187;188;189;190;191;192;193;194;195;196;197;198;199;200;202;203;204;205;206;207;208;209;210;211;212;213;214;215;216;217;218;219;221;222;223;224;225;226;227;228;229;230;231;232;233;234;235;236;237;238;239;240;241;242;243;244;245;246;247;248;249;250;251;253;254;255;256;257;258;259;260;261;262;263;264;265;266;267;268;269;270;271;272;273;274;275;276;277;278;279;280;281;282;283;284;285;286;287;288;289;290;291;293;294;295;296;297;298;301;302;303;304;305;306;307;308;309;310;311;312;313;314;315;316;317;318;319;320;321;322;323;324;325;326;327;328;329;330;331;332;333;334;335;336;337;338;339;340;341;342;343;344;345;346;347;348;349;350;351;352;353;354;355;356;357;358;359;360;361;362;363;364;365;366;367;368;369;370;371;372;373;374;375;376;377;378;379;380;381;382;383;384;385;386;387;388;389;391;392;393;394;395;396;398;399;400;401;402;403;404;405;406;407;408;409;410;411;412;413;414;415;416;417;418;419;420;421;422;423;424;425;426;427;428;429;430;431;432;433;434;435;436;437;438;439;440;441;442;443;444;445;446;447;448;449;450;451;452;453;454;455;457;458;459;460;461;462;463;464;465;466;467;468;469;470;471;472;473;474;475;476;477;478;479;480;481;482;483;484;485;486;487;488;489;491;492;493;494;495;496;497;498;499;500;501;502;503;504;505;506;507;508;509;510;511;512;513;514;515;516;517;518;519;520;521;522;523;524;525;526;527;528;529;530;531;532;533;534;535;536;537;538;539;540;541;542;543;544;545;546;547;548;549;550;552;553;554;555;556;557;558;559;560;561;562;563;564;565;566;567;568;569;570;571;572;573;574;575;576;577;578;579;580;581;582;583;584;585;586;587;588;589;590;591;592;593;594;595;596;597;598;599;600;601;602;603;604;605;606;607;608;609;610;611;612;614;615;616;617;618;619;620;621;622;623;624;625;626;627;628;629;630;631;632;633;634;635;636;637;638;639;640;641;642;643;644;645;646;647;648;649;650;651;652;653;654;655;656;657;658;659;660;661;662;663;664;665;666;667;668;669;670;671;672;673;674;675;676;677;678;679;680;681;682;683;684;685;686;687;688;689;690;691;692;693;694;695;696;697;698;699;700;701;702;703;704;705;706;707;708;709;710;711;712;713;714;715;716;717;718;719;721;722;723;724;725;726;727;728;729;730;731;732;733;734;735;736;738;740;741;742;743;744;745;746;747;748;749;750;751;752;753;755;756;757;758;759;760;761;762;763;764;765;766;767;768;769;770;771;773;775;776;777;778;779;780;781;782;783;784;785;786;787;788;789;790;791;792;793;794;795;796;798;799;800;801;802;803;804;805;806;807;808;809;810;811;812;813;814;815;816;817;818;819;820;821;822;823;824;825;826;827;828;829;830;831;832;833;834;835;836;837;838;839;840;841;842;843;844;845;846;847;848;849;850;851;852;853;854;855;856;857;858;859;860;861;862;863;864;865;866;867;868;869;870;871;872;873;874;875;876;877;878;879;880;881;882;883;884;885;886;887;888;889;890;891;892;893;894;895;896;897;898;899;900;901;902;903;904;905;906;907;908;909;910;911;912;913;914;915;916;917;918;919;920;921;922;923;924;925;926;927;928;929;930;931;932;933;934;935;936;937;938;939;940;941;942;943;944;945;946;947;948;949;950;951;952;953;954;955;956;957;958;959;960;961;962;963;964;965;966;967;968;969;970;971;972;973;974;975;976;977;978;979;980;981;982;983;984;985;986;987;988;989;990;991;992;993;994;995;996;997;998;999;1000;1001;1002;1003;1004;1005;1006;1007;1009;1010;1011;1012;1013;1014;1015;1016;1017;1018;1019;1020;1021;1022;1023;1024;1025;1026;1027;1028;1029;1030;1031;1032;1033;1034;1035;1036;1037;1038;1039;1040;1041;1042;1043;1044;1045;1046;1047;1048;1049;1050;1051;1052;1053;1054;1055;1056;1057;1058;1059;1060;1061;1062;1063;1064;1065;1066;1067;1068;1069;1070;1071;1072;1073;1074;1075;1076;1077;1078;1079;1080;1081;1082;1083;1084;1085;1086;1087;1088;1089;1090;1091;1092;1093;1094;1095;1096;1097;1098;1099;1100;1101;1102;1103;1104;1105;1106;1107;1108;1109;1110;1111;1112;1113;1114;1115;1116;1117;1118;1119;1120;1121;1122;1123;1124;1125;1126;1127;1128;1129;1130;1131;1132;1133;1134;1135;1136;1137;1138;1139;1140;1141;1142;1143;1144;1145;1146;1147;1148;1149;1150;1151;1152;1153;1154;1155;1156;1157;1158;1159;1160;1161;1162;1163;1164;1165;1166;1167;1168;1169;1170;1171;1172;1173;1174;1175;1176;1177;1178;1179;1180;1181;1182;1183;1184;1185;1186;1187;1188;1189;1190;1191;1192;1193;1194;1195;1196;1197;1198;1199;1200;1201;1202;1203;1204;1205;1206;1207;1209;1210;1211;1212;1213;1214;1215;1216;1217;1218;1219;1220;1221;1222;1223;1224;1225;1226;1227;1228;1229;1230;1231;1232;1233;1234;1235;1236;1237;1238;1239;1240;1241;1242;1243;1244;1245;1246;1247;1248;1249;1250;1251;1252;1253;1254;1255;1256;1257;1258;1259;1260;1261;1262;1263;1264;1265;1266;1267;1268;1269;1270;1271;1272;1273;1274;1275;1276;1277;1278;1279;1280;1281;1282;1283;1284;1285;1286;1287;1288;1289;1290;1291;1292;1293;1294;1295;1296;1297;1298;1299;1300;1301;1302;1303;1304;1305;1306;1307;1308;1309;1310;1311;1312;1313;1314;1315;1316;1317;1318;1319;1320;1321;1322;1323;1324;1325;1326;1327;1328;1329;1330;1331;1332;1333;1334;1335;1336;1337;1338;1339;1340;1341;1342;1343;1344;1345;1346;1347;1348;1349;1350;1351;1352;1353;1354;1355;1356;1357;1358;1359;1360;1361;1362;1363;1364;1365;1366;1367;1368;1369;1370;1371;1372;1373;1374;1375;1376;1377;1378;1379;1380;1381;1382;1383;1384;1385;1386;1387;1388;1389;1390;1391;1392;1393;1394;1395;1396;1400;1401;1402;1403;1404;1405;1406;1407;1408;1409;1411;1412;1413;1414;1415;1416;1417;1418;1419;1420;1421;1422;1423;1424;1425;1426;1427;1428;1429;1430;1431;1432;1433;1434;1435;1436;1437;1438;1439;1440;1441;1442;1443;1444;1445;1446;1447;1448;1449;1450;1451;1452;1453;1454;1455;1456;1457;1458;1459;1460;1461;1462;1463;1464;1465;1466;1467;1468;1469;1470;1471;1472;1473;1474;1475;1476;1477;1478;1479;1480;1481;1482;1484;1485;1486;1487;1488;1489;1490;1491;1492;1493;1494;1495;1496;1497;1498;1499;1500;1502;1503;1504;1505;1506;1507;1508;1510;1511;1512;1513;1514;1515;1516;1517;1518;1519;1520;1521;1522;1523;1524;1525;1526;1527;1528;1529;1530;1531;1532;1533;1534;1535;1536;1537;1538;1539;1540;1541;1542;1543;1544;1545;1546;1547;1548;1549;1550;1551;1552;1553;1555;1556;1557;1558;1559;1560;1561;1562;1563;1564;1565;1566;1567;1568;1569;1570;1571;1572;1573;1574;1575;1576;1577;1578;1579;1580;1581;1582;1583;1584;1585;1586;1587;1588;1589;1590;1591;1592;1593;1594;1596;1597;1598;1599;1600;1601;1602;1605;1606;1607;1608;1609;1610;1611;1612;1613;1614;1615;1616;1617;1618;1619;1620;1621;1622;1623;1624;1625;1627;1628;1629;1630;1631;1632;1633;1634;1635;1636;1637;1638;1639;1640;1641;1642;1643;1644;1645;1646;1647;1648;1649;1650;1651;1652;1653;1654;1655;1656;1657;1658;1659;1660;1661;1662;1663;1664;1665;1666;1667;1668;1669;1670;1671;1672;1673;1674;1675;1676;1677;1678;1679;1680;1681;1682;1683;1684;1685;1686;1687;1688;1689;1690;1691;1692;1693;1694;1695;1696;1697;1698;1699;1700;1701;1702;1703;1704;1705;1706;1707;1708;1709;1710;1711;1712;1713;1714;1715;1716;1717;1718;1719;1720;1721;1722;1723;1724;1725;1726;1727;1728;1729;1730;1731;1732;1733;1734;1735;1736;1737;1738;1739;1740;1741;1742;1743;1744;1745;1746;1747;1748;1749;1750;1751;1752;1753;1754;1755;1756;1757;1758;1759;1760;1761;1762;1763;1764;1765;1766;1767;1768;1769;1770;1771;1772;1773;1774;1775;1776;1777;1778;1779;1780;1781;1782;1783;1784;1785;1786;1787;1788;1789;1790;1791;1792;1793;1794;1795;1796;1797;1798;1799;1800;1801;1802;1803;1804;1805;1806;1807;1808;1809;1810;1811;1812;1813;1814;1815;1816;1817;1818;1819;1820;1821;1822;1823;1824;1825;1826;1827;1828;1829;1830;1831;1832;1833;1834;1835;1836;1837;1838;1839;1840;1841;1842;1843;1844;1845;1846;1847;1848;1849;1850;1851;1852;1853;1854;1855;1856;1857;1858;1859;1860;1861;1862;1863;1864;1865;1866;1867;1868;1869;1870;187Ferqa di nêvbera »ko«, »ku« û »kû« de (2005-05-19)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
Xewna Mesûd Barzanî ji başûrê Kurdistanê mezintir e (2005-02-07)
 
REKLAM


KOLUMNÎST
Şebabê Egît nabe Şeroyê Biro û ez jî nabim ”heval”
Tolstoy û xelata Nobelê
Kurdistaneka serbixwe û [ne]cida
Heşt rojên şerê xendekê – I
Em û felsefe
Hilbijartinên Kurdistanê ez şok kirim
© 1997–2024 www.nefel.com  |  E-poste: info@nefel.com  |  Powered by Medesoft.org