[ SÊŞEM, 2024-03-19 ]   [ BIKE MALPERA DESTPÊKÊ ]   [ BÊXE NÊV BIJAREYAN ]   [ KONTAKT ]   [ INFO ]   [ LÊGERÎN & ARŞÎV ]  
DESTPÊK
Nûçe
Nivîsar
Kulturmagazîn
Hevpeyvîn
Kolumnîst
Ewrokurd
E-Pirtûk
Lîteratûr
Ziman
Muzîk
Foto
Lînk
E-POSTEYA TE
  Nav (Username)  
   
  Þîfre (Password)  
   
   
     
   »E-posteyeka nû
 bo xwe qeyd bike
 
REKLAM


KOLUMNÎST 
Kurdên resen bûn kurdên reben
SWÊD, 16/10 2014 — Demek dirêj bû min dixwest rind fêm bikira ka sebebên bûyerên li Şengalê qewimîn çi bûn û piştî bûyeran jî ji bo çi rêyên çareserîya bi aqilane ne hatin dîtin? Min heta niha jî fêm ne kirîye.

Ez hatime ser wê bawerîyê, ko nezelalî di rûyê wê yekê da ye, ko em gelek rastîyan nabêjin, vedişêrin, an jî nîvê rastîyan dibêjin, nîvê din nabêjin. Gelek kes jî naxwezin rastî derkeve meydanê, ko dilê kurdên ji perçêyên din, ji dînên cuda-cuda ji hev nemîne, hinek sîyasetmedar jî ji bo xatirê hevgirtina gel dîplomasîyê bi kar tînin, bêy ko bidine ber çavan, ko heta tevaya rastîyê nebêjî, pirsgirêk çareser nabin.

Rastîya here mezin ew e, ko her 74 fermanên hatine serê êzdîyan, bi destî misilmanan bûne û li ser axa Kurdistanê bûne. Gelo sûcê kurdên misilman û Kurdistanê jî di vî karî da hebûye? Belê, hebûye û heye! Sûcê herî mezin ew e, ko li welatê te miletê te qir dikin, tu naparêzî, an jî nikarî biparêzî. Hela di ser da jî, hinek kurd jî tevî wan qirkirinan bûne. Ji Mîrê Koran yê Rewandûzê bigire (bi fermana wî bi sedan hezaran êzdî hatine qirkirin) hetanî Teyar begê ji Serhedê, ko bi qirkirina êzdîyan ya li ser axa kal û bavan têr nebû, da dû êzdîyên ko di dema gelkujîya ermenîyan ya di sala 1915an da ji dest desthilata Tirkîyê û misilmanîyê revîbûn û li Ermenîstanê hêwirîbûn, hat li wir jî êzdî qir kirin.

Ev yek jî rastîyek e û bira haya her kurdekî hebe ko êzdî û kurdên misilman yên dîndar (ez behsa hemû kurdên misilman nakim, tenê behsa wan misilmanên dîndar dikim, ko hemû ayetên quranê rast dibînin û gorî wan hereket dikin, wek nimûne ayeta, ko dibêje ”kafiran bi destî zorê bikin misilman, eger nebûn, bikujin”. Wê şûnda jî quran dibêje: ”Piştî we ew kuştin, jin û zarên wan bi xwe ra bibin û xwe helal bikin”) vir şûnda wê nikaribin wek berê bi cînartîyeke qenc li rex hev bijîn, xwesma bi wan kurdên misilman yên dîndar ra, ko dînê xwe li ser miletê xwe, welatê xwe ra digirin. Eger ez vekirî bêjim, kurdên misilman yên dîndar û kurdên êzdî di hêla dîn da heta dijminên hev in jî. Û di wê pirsê da jî sûc ji sedî sed yê îslamê ye, ji ber ko di dînê êzdîtîyê da tu gotinek tune, ko behsa dijminatîya milet û dînên din bike, kuştin û serjêkirin tune, hela di ser da jî duaya serê sibê ya êzdîyan ha ye: ”Xwedê, tu pêşî bidî 72 miletan, paşê bidî me”. Hilbet, miletên misilman jî di nav wan 72 miletan da nin.

Gelo ev yek li Şengalê jî xuya bû? Belê, xuya bû. Ezê gotinên keçeke êzdî ya 16 salî ya bi navê Niştiman bînim, ko min berî bûyerên Şengalê bi riya Facebookê ew nas dikir, ew jî mîna gelek şengalîyan revîbû çiyê, heftêyekê li wir bê nan û av mabû û niha li Silêmanîyê ye. Niha jî ez hewil didim ji wê pê bihesim ka li Şengalê di rastîyê da çi qewimî. Ez gotinên wê li jêr tînim:

— Ez, malbeta min, piranîya êzdîyên me berî bûyerên Şengalê heyranê pêşmergeyan, Mesûd Barzanî, PDKê, hemû kurdan û Kurdistanê bûn. Lê gava me dît dema DAÎŞ avîte ser me, pêşmerge revîn, gelek kurdên misilman yên Şengalê alayên DAÎŞê li ser derîyê xwe nikandin, ko têrorîst zirarê nedine wan, hinek kurdan jî dan pêşîya têrorîstan û rêberîya wan kirin, malên êzdîyan nîşanî wan dikirin, ji têrorîstan jî gelek kes kurd bûn, ji ber ko bi kurdî dipeyivîn (sosîologê kurd Mufid Yuksel di bernameya ”Yek û yek sîyaset” ya Mehmet Baki di TRT 6 da got, ko di nav DAÎŞê da 5 hezar kurd hene), êdî bawerî û hêvî nema. Emê hemû bihatana qirê, eger hevalên PKK û PYD nehatana hewara me. Wana him em parastin, him jî rê vekirin, ko em ji mirinê xilaz bin. Anaha, dema ez sax im, ew bi saya serê wan e. Gelek ji wan ji bo rizgarkirina me şehîd bûn. Lê ji pêşmergeyan tu kes şehîd nebû.

Belê, wan rojan min bi xwe jî ew apoçî dîtin, ko hatibûn hewara birayên xwe yên êzdî. Min bi rastî di çavên wan da welatparêzî, paqijî û dilsozî dît. Bira tu kes van dilsozên apoçî biçûk nebîne, jimara wan yên hatibûn hewara êzdîyan, rola wan di parastina Şengalê da kêm neke û apoçî jî bira jimar û rola xwe zêde nekin. Gava min li wan apoçîyan mêze dikir, ji parastina Şengalê zêdetir kêfa min ji wê yekê dihat, ko ev law û keçên gelê min bêy ko destûrê ji serokatîya xwe bixwezin, bi dil û can hatine birayên xwe biparêzin, amade ne bo wan şehîd bin û fikira herî pêşin, ko hate hişê min ev bû: ”em çawa van xort û keçên delal ji serokatîya wan bi dûr bixin, ko eva zêdeyî 35 salan e zarên gelê min ji bo armancên xwe yên dûrî kurdeyatîyê bi kar tînin, dikine xizmeta dijmin. Gelo bo çi daxwezên serokatîya apoçîyan yên dijî kurdbûnê û dijî avabûna Kurdistanê zora welatparêzîya wan dibe? Gelo bo çi ev mêrxasên gelê min bi pêşmergeyan ra nabine yek bona sazkirina artêşeke hevbaş ya Kurdistanê?”.

Min hewil da Niştimana êzdî bidime bawerkirinê, ko ne her tişt wisan e, ko tu difikirî. Lê du argûmênt dijî min bûn. Yek, ko ew li wir bûye, ez ne li wir bûme, ya din jî di demên hewar û gazîyê da tiştên xirab zêde di bîra mirovan da dimînin. Lê ka sibê-dusibe dibe derkeve holê, ko yên îro bi sebebên cuda-cuda alîkarî ne kirin, sibê wê xwedî li her tiştê te derkevin, lê yên îro alîkarî kirin, dibe heq-hesabekî serokên wan hebe û sibê dikarin wana bi kar bînin û zirarê bidine te, ji bo wê ne xem bû.

Min têra zanebûnên xwe jê ra got:

— DAÎŞ berî êrîşî ser Şengalê bike û êzdîyan bikuje, gelek misilman kuştine, niha jî 60 gundên Kobanê zevt kirîye û bi dehan hezaran kurdên wira, ko ji sedî sed misilman in, malên xwe hîştine û xwe li sînorê Tirkîyê xistine. Dema DAÎŞ Şengal zevt kir, pêşî liqa PDK ya Şengalê xiste bin destê xwe û zevtkar jî kurdên di nav DAÎŞê da bûn. Pêşmergeyên ew liqa diparastin jî, bê hêz bûn û ew jî revîn. Berî ko DAÎŞ Şengalê zevt bike, ewê bajarê Îraqê yê duduyan Mûsil zevt kir û ordîya dewletê ya Îraqê nikaribû ber xwe bide. Di ser da jî çekên ordîyê hemû ketine destê wan. Vêca pêşmerge wê çawa ber xwe bidana? Di rastîyê da, li rûyê dinyayê hîç pêşmergeyek tune, ko ji şer bireve, ew yek di xwîna wan da tune. Ji serokatîya pêşmergeyan hinek kesan şaşîtî û xayîntî kirin, ji pêşmergeyan ra gotin, ber xwe nedin, hûnê bişkên, emê hewil bidin rêyên parastinê yên din bibînin. Wek ko parlamêntara êzdî ya Parlamêntoya Îraqê Vîyan Dexîl dibêje, ”reva pêşmergeyan xayîntî bû ne tenê di hindava êzdîyan da, herwiha di hindava Kurdistanê, PDK û birêz Mesûd Barzanî da jî”. Ew kesên ji serokatîya Asayîşa Kurdistanê wê yek bi yek bersivê bidin û bêne cezakirin. Vêrsyonek dinê jî heye, dibêjin, ko Amêrîkayê ji serokatîya Kurdistanê ra gotîye, bira pêşmerge ji Şengalê derkevin, emê bi balafiran li wargehên DAÎŞê xin. Lema pêşmerge derketin.

Bûyera li Şengalê hevgirtinek di nav gelê me da li her çar perçeyên Kurdistanê çê kir, milet zêde ji hev hiz kir, yê îro li şengalîyan xwedî derdikeve, wana bi nan û av dike, gelê min e. Her kurdek bi dil ber xwe dikeve, wek dibêjin, nanê devê zarên xwe dibire, ji Şengalîyan ra dişîne, cîyê xwe teng dike, wana sitar dike. Şengal hêvîyek kire dilê gel, ko hêz û partîyên kurdî hewil bidin nêzîkî hev bin, sîyaseteke bi dilê gel ya Kurdistanî bi rê va bibin, li her deran ala Kurdistanê bi kar bînin û kurdî bipeyivin. Bi xêra êzdîyan cihan amade ye çekên giran bide Kurdistanê û cihan zêde hate bawerkirin, ko ev gelê 40 mîlyonê hêja ye li ser axa xwe bibe xwedî dewlet. Birîna me çiqas kûr be jî, ji wê birînê pêşketin dixuliqin. Pêşketineke din jî ew e, ko piştî fermana li ser êzdîyan gelek kurdên misilman gotin: eger îslam ev e, em dest ji dînê xwe dikişînin. Hinek jî hewil didin wî karî bi rêxistin bikin. Wek di vê nivîsê da: (http://rudaw.net/kurmanci/kurdistan/0709201412 ).

Kareseta vê carê, ko hate serê êzdîyan bû sebebê wê yekê, ko jimara wan kurdên êzdî, ko digotin em êzdî ne û ne kurd in, zêde bû. Heta ew êzdîyên, ko zanin ew kurd in jî, lê dema birayê te li te xwedî dernakeve, fikira xwe diguhêzin, dibêjin ew ne birayê me ne, em ne ji hev in. Wek ko çawa meriv bi sebebên cuda birayê xwe êdî bira nahesibîne. Tirsa min zêde ji van kesan tune, ji ber ko ew xwe êzdî bi nav bikin jî, bi kurdî dijîn, bi kurdî diaxivin, xewnên xwe bi kurdî dibînin û bi Xwedê ra bi kurdî dipeyivin. Îro di fikira gelek êzdîyên Şengalê da heye, ko warê xwe biterkînin, Şengalê vala bikin. Gelek ji wan dibêjin: ”em li Şengalê bimînin jî Şengalê vala be, ji ber ko wê me hemûyan bikujin, em derkevin jî wê vala be”. Ji bo pêşî vê yekê bigirin serokatîya Kurdistanê gerekê bawerîyeke wisa bixe dilê êzdîyan, ko ew ji wê daxweza xwe paşda vekişin. Gerekê Şengal wisa şên û ava bibe, ko xemên êzdîyan bide sivikkirinê. Gerekê alîkarîyeke mezin bidine wan malbetan, ko ezîzên ber dilê wan hatine kuştin, lê ew malbetên ko malxwêyê malê, bav û bira winda kirine, gerekê maeşekî her meh û ser gelek salan ji wan ra bê girêdan.

Îro êzdî pir xeyalşikestî bûne, neyar û dijmin jî vê firsendê bi kar tînin û dibêjin: -Piştî vegera ji çiyayên Şengalê jî gelek êzdî li bajarên Kurdistanê heta niha jî bê cî û sitar in. Lê kes nabêje, bo nimûne, li Dihokê jimara penaberên êzdîyên Şengalê û kurdên Rojavayê Kurdistanê ji jimara dihokîyan derbaztir bûye. Ev bela ji nişkêva bû û bona pêkanîna hemû pêdivîyên penaberan wext lazim e.

Lê xetera ko dikare bê serê êzdîyan, wê belaya pêşerojê be. Apoçî hewil didin li Şengalê bi cî bibin, xortên êzdîyan bi çek dikin û wana fêrî şer dikin, di nav êzdîyan da dijminatîya di hindava pêşmergeyan û serokatîya Kurdistanê gurr dikin, piranî wan êzdîyan dora xwe dicivînin, ko dibêjin em ne kurd in. Rojekê jî dikarin ji êzdîyan ra bêjin, madem hûn ne kurd in, Şengal axa we ye, de ka de`wa cudabûna ji Kurdistanê bikin. Femdarî ye, ko ev kar û barên apoçîyan wê ne bi dilê kurdên welatparêz û serokatîya Kurdistanê be û dikare demek bê partîyên apoçîyan û partîyên Kurdistana Başûr li ser axa Şengalê bi hev kevin û gelê Şengalê di nav dest û pîyên wan da here. Li vir êzdî gerekê şîyar bin, guh nedine sextekaran, nezanan, fesadan, lê guh bidine dîrokê, ko dibêje êzdî kurd in, Şengal Kurdistan e.

Di nav êzdîyên cihanê bi xwe da jî hinek nezan bi nezanî, hinek jî bi zanebûn hewil didin ji vê bedbextîyê karê kevin, di nav milet da ji xwe ra navekî derxin, heta şik heye, ko ji alîyê dijmin va têne ruşetkirin û bêbextîyan li gelê xwe dikin. Bo nimûne, 11ê îlonê li paytextê Ermenîstanê – Rewanê da, gelek êzdîyên dilsoz ji gund û bajarên Ermenîstanê, gelek ermenîyên dost û xêrxwez bi dilekî şikestî tevî wê meşa mezin ya bi şemdanan ya dijî zulma DAÎŞê bûn, ko nûnerên rêxistinên civakî yên êzdîyên Ermenîstanê amade kiribûn. Di nûçeyeke rojnameyeke ermenî da (http://blog.mediamall.am/?id=41481) tê gotinê, ko rêvebirên wan rêxistinan dij derketin ko ala DAÎŞê bê şewitandin. Tiştê herî pêşin ko tê hişê mirov ew e, ko ne dûr e di nav rêvebirîya wan êzdîyan da yek an çend dijmin, xayîn hene. Ango, ew miletê maqûl û paqij bi sidqê qenc hatîye hêrs û kîna xwe ya di hindava dijminê êzdîyan yê herî mezin da birêje, belkî hinek kes jî ji sê bizinên xwe yek firotine bona bikaribin alîkarîyê ji Şengalîyan ra bişînin û haya wan tune, ko ew pere dikare negihîje Şengalê. Çend êzdîyên wisa nikarin zirarê bidine kurdan û Kurdistanê, lê dikarin bi kirinên wisa va zirareke mezin bidine gelê xwe yê Ermenîstanê, komarê û serokatîya Ermenîstanê bira bizanibe ka ”çi maran di paşila xwe da germ dike”.

Êzdîyên Şengalê gazinan ji tu kesî nakin. Min ne dît êzdîyek bêje ”nan bidine min”, min ne dît êzdîyek xên ji kurmancî, bi zimanekî din bipeyive, ji êzdîyan ra gotin ”an emê te bikujin, an tuyê bibî misilman”, wek ko eva 1400 sal e, niha jî tu êzdîyek nebû misilman û xîyanet ji gelê xwe ra ne kir. Jin û keçên êzdîyan, ko ketibûn destê DAÎŞê tenê tiştek ji kurdan dixwestin: ”ev warên em lê ne û di bin destê DAÎŞê da nin, bidine ber bomban, bira em jî bêne kuştin, tenê em nekevin destê van misilmanên pîs û gemarî”. Lê ji gazinan zêdetir çend pirsên êzdîyan hene, ko eger pirsên wan rast û di wextê da neyên dayîn, tu mesele wê çareser nebe. Pirsên wan ev in:

— bo çi dema bi hezaran zar û kal û pîrên êzdî bi meşê berê xwe dane çiyayên Şengalê û gelek rojan bê av û nan man, hîç kurdek nefikirî, hema piştî çend rojan jî ne got: -ez 2 şûşe av hildim, ez jî bi meşê xwe bigihînim birayên xwe?

— bo çi dema melleyê kurd Ebdul Letîf bi Rudaw Tv li ser êzdîyên Şengalê dibêje: — ew êzdîyên têne kuştin, wê herine dojehê, ji ber ko kafir in, serokatîya Kurdistanê wî ceza nake, an jî bo çi li tevaya Kurdistanê welatparêzek tune, ko di rê da wî melleyî û yên wek wî bigire, dest bavêje rîdana wî kaş ke, tûyî rûyê wî bênamûsî bike, ko dilê êzdîyan rehet be?

— bo çi tu melleyekî kurd êrîşa çeteyên DAÎŞê li ser Şengalê şermezar ne kir? (beşeke bersîva vê pirsê di vê vîdêoyê da heye: https://www.youtube.com/watch?v=i0gQzzuJTqU ).

— bo çi wezîrê karên der yê Almanîyayê F-W Steinmeier ji bo çend sed xaçparêzên xwe yên ji tirsa êrîşên DAÎŞê ji axa Îraqê revîbûn û xwe avêtibûn ber bexşa Kurdistanê, çend hezar kîlomêtr da ber xwe hate Hewlêrê bon seredana wan, lê yek ji serekên Kurdistanê heta îro jî neçûye Şengalê rewşa êzdîyên wira ne pirsîye?

Û ev ecêb tê serê wê beşa gelê kurd, ko di hemû warên pêşketina çand û edebîyeta kurdî, parastina dînê kurdan da pêşengîya hemû kurdên din kirîye. Ji romana kurdî a pêşin, ji romannivîsê kurd yê pêşin, ji sitiranên radyoya Rewanê, ji rojnameya kurdî ya bi tîpên latînî ya pêşin û ya here jîyandirêj li cihanê bigire heta dua-dirozge, qewil-beytên me yên bi zimanê kurdî. Û ji ber ko êzdî quranê naxwînin, zimanê wan ji kurmancîyê zêde bi dûr ne ketîye, bi gotinên erebî va ne herimîye. Dema di salên 70î da kurdên Kurdistana Bakur nû dest pê kiribûn bi nîv kurdî, nîv tirkî kovar, rojname û pirtûk çap dikirin, me di wî alî da 40 sal dû xwe hîştibû. Gelo tu kesî ji xwe pirsîye ka bo çi ev kurdên êzdî di gelek waran da pêşengî kirine? Bersîva vê pirsê ya sereke yek e: ji ber ko êzdî bûne. Dema îslamê digot ”kilam heram in”, me di her qulçekî da kurdî distira. Di encamê da ji dengbêjên kurdan yên bi nav û deng yên cihanê ji sedî 90 êzdî ne, 5 jî ermenî ne. Di serê her kurdekî êzdî da çend ziman hebin jî, di mejûyê wî da her tenê zimanek heye – kurdî.

Daxweza min ya sereke ew e, ko xort û keçên kurd yên misilman kar û zirara dînê îslamê ji bo gelê me bidine ber hev, wî dînî baş nas bikin, quranê baş bixwînin, ji wê dersê hildin, dû ra biryara xwe bidin ka bibine misilman an na. Bidine ber çavan: -hûn wek kurd têne vê dinyayê, lê hûn wek misilman nayêne vê dinyayê, hûn paşê dibin misilman an nabin. Ez bawer im, ko quran xwendin tenê têr nake. Vê helbesta helbestvanê mezin Sebrî Botanî ya bi sernavê ”Eva hezar û çarsed sal e, li welatê min enfal e” guhdarî bikin (https://www.youtube.com/watch?v=oiMOFyRgCtQ), vê nivîsa delal ya ser dînê îslamê bixwînin: (http://www.rizgari.com/modules.php?name=News&file=article&sid=46840), ko li wir herwiha tê gotin, ko hemû miletên ne misilman, kurdên êzdî jî di nav da, kafir in, ango ”nebawermend” in, dijminê Xwedê ne, gerekê wana bi zorê bikin misilman, eger nebûn, gerekê wana bikujin. Bo çi ezê wî dînî qebûl bikim, ko dibêje: ”Ereb ji hemû kesên bisilman ên ne Ereb re dibêjin ”mewalî”. Wateya vê peyvê jî ”kole/evd” e” (gotara nivîskar-zaneyê dînê îslamê Zeynalabidîn Zinar http://www.rojevakurd.com/nivisar/16841-Rastiya-slam-netewey-kurd.html). Guh bidine axavtina Şêx Mûrşîd Xiznewî (https://www.facebook.com/video.php?v=352336168252997 ), ko dibêje: ”Wellehî, Bîllahî û Tillahî, hemû karên ko DAÎŞ dike, mixabin hemû jî di kitêbên me da hene, eger îslam ev be, ewil kafir ez im”. Guh bidine axavtina jineke ereb ya profêsor Wefa Sultan ka derheqa îslamê û Mihemmed pêxember da çi dibêje: (https://www.youtube.com/watch?feature=player_detailpage&v=svHBeVo7y6U) û (https://www.youtube.com/watch?v=UnZUBMo4_Mc).

Ango, gorî dînê îslamê, kurdên cihanê yên misilman û hemû miletên din yên misilman birayên hev in. Wisa dertê, ko Seddam Huseyn, Ataturk, Xumeynî û hemû bavkuştîyên me birayên me ne, lê Erebê Şemo, Şeroyê Biro û Vîyan Dexîla, ko ji bo êzdîyan, kurdan û Kurdistanê dinya hejand, kafir in û ne ji me ne. Xort û keçên gelê min! Gelo ev tiştana li we qebûl in? Gelo hûn dixwezin jîyana we ha berdewam bibe? Gelo çima hûnê bawerîyê bi mirovekî bînin, ko ji nav toz û xubara Erebistana Seûdîyê rabû, şûrê xwe hilda, kete axa me, ko navenda şaristanîyê ya dinyayê bû, bi wî şûrî dînê me ji destê me girt û dînê ereban li situyê me va kir, axa me ji destê me girt û em îro ne xwedî dînê xwe ne, ne jî xwedî welatê xwe ne?

-----------------------------------
Nivîskar: TÊMÛRÊ XELÎL temur_xelil@hotmail.com
Weşandin: 2014-10-16
Xwendin: 15439
 

KOLUMNÊN BERÊ   
Şebabê Egît nabe Şeroyê Biro û ez jî nabim ”heval” (2016-08-17)
Careke din ser alfabeya kurdî-latînî (2016-04-24)
Xwedêyo, tu me ji dewletnexwezan biparêzî! (2016-01-27)
Êzdîbûna kurdan ji Kurdistanê zêdetir zirarê dide Ermenistanê (2015-06-29)
Xwezî kurd di hindava dijminên xwe de wek ermenîyan bûna (2015-04-18)
Kovara ”Wêje û rexne” ji rexneyan hiz nake (2014-12-14)
Xwedîyê kurmancîya dewlemend (2014-09-17)
Bira haya we ji zaneyên nezan hebe (2014-08-12)
Çima tirkî li ber dilê hinek kurdan ezîz e (2014-06-15)
Stranên Karapêtê Xaço dikaribûn nebûna milkê gelê kurd (2014-04-07)
Ew ji xizmetkirina bo gelê xwe lezetê dibîne (2014-02-06)
Pirtûkeke Kemal Tolan li ser êzdayetîyê (2013-12-29)
Kadroyên têlêvîzyonên kurdî li ser çi bingehî tên hilbijartin (2013-08-15)
Gêorgîyê Xudo serbilindîya Ermenistanê û kurdan bû (2013-05-27)
Em û ermenî bi şûrekî hatine birîndar kirin – ji bo bîranîna gelkujîya ermenîyan (2013-04-24)
Neyariya di kirasê welatparêzîyê da (2013-02-23)
Îvanê Omer Farîzov – mêrxasê binavûdeng lê bê nav û bê deng (2013-01-18)
Kurdistana Sor (2012-11-22)
Cegerxwîn derheqa êzîdîyan û dînê êzîdîtîyê da (2012-10-28)
”Tu ne yar î, tu neyar î” (2012-10-04)
NERÎNGEH
 
[kitêb] Sun Zî: Hunera şer (2016-04-21)
Ismail Beşikçi ji kurdan re li ser ermeniyan semînerek da (2013-09-28)
Kurdistan berî serxwebûna siyasî ”serxwebûna petrolê” û ekonomîk îlan dike (2012-05-21)
Tewanga navdêrên zimanê kurdî (2009-02-08)
Umît Firat dibêje navnîşana çareserîya pirsa kurd ne PKK ye (2008-11-11)
Hêro Talebanî: Min nedixwest Mam Celal bibe serokkomarê Iraqê [foto] (2007-05-10)
Alfabeya kurdî-latînî ji bo zimanê kurdî ji alfabeya kurdî-erebî minasibtir e (2005-11-02)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
vv9v8v09fq:TabArticles:4;8;12;14;17;19;21;22;23;24;28;29;30;31;32;40;41;43;44;46;48;49;51;52;53;54;55;56;58;60;62;63;64;65;66;67;69;71;72;74;75;76;77;78;79;80;81;82;84;85;86;90;91;92;94;95;96;97;98;100;102;103;104;105;106;107;109;110;111;112;113;114;115;116;117;118;119;120;121;122;123;124;125;126;127;128;129;130;131;132;133;134;136;137;138;139;140;141;142;143;144;145;146;147;149;150;151;152;153;155;157;158;159;160;163;164;165;166;167;168;169;170;171;172;173;174;175;176;178;179;180;181;182;183;184;185;186;187;188;189;190;191;192;193;194;195;196;197;198;199;200;202;203;204;205;206;207;208;209;210;211;212;213;214;215;216;217;218;219;221;222;223;224;225;226;227;228;229;230;231;232;233;234;235;236;237;238;239;240;241;242;243;244;245;246;247;248;249;250;251;253;254;255;256;257;258;259;260;261;262;263;264;265;266;267;268;269;270;271;272;273;274;275;276;277;278;279;280;281;282;283;284;285;286;287;288;289;290;291;293;294;295;296;297;298;301;302;303;304;305;306;307;308;309;310;311;312;313;314;315;316;317;318;319;320;321;322;323;324;325;326;327;328;329;330;331;332;333;334;335;336;337;338;339;340;341;342;343;344;345;346;347;348;349;350;351;352;353;354;355;356;357;358;359;360;361;362;363;364;365;366;367;368;369;370;371;372;373;374;375;376;377;378;379;380;381;382;383;384;385;386;387;388;389;391;392;393;394;395;396;398;399;400;401;402;403;404;405;406;407;408;409;410;411;412;413;414;415;416;417;418;419;420;421;422;423;424;425;426;427;428;429;430;431;432;433;434;435;436;437;438;439;440;441;442;443;444;445;446;447;448;449;450;451;452;453;454;455;457;458;459;460;461;462;463;464;465;466;467;468;469;470;471;472;473;474;475;476;477;478;479;480;481;482;483;484;485;486;487;488;489;491;492;493;494;495;496;497;498;499;500;501;502;503;504;505;506;507;508;509;510;511;512;513;514;515;516;517;518;519;520;521;522;523;524;525;526;527;528;529;530;531;532;533;534;535;536;537;538;539;540;541;542;543;544;545;546;547;548;549;550;552;553;554;555;556;557;558;559;560;561;562;563;564;565;566;567;568;569;570;571;572;573;574;575;576;577;578;579;580;581;582;583;584;585;586;587;588;589;590;591;592;593;594;595;596;597;598;599;600;601;602;603;604;605;606;607;608;609;610;611;612;614;615;616;617;618;619;620;621;622;623;624;625;626;627;628;629;630;631;632;633;634;635;636;637;638;639;640;641;642;643;644;645;646;647;648;649;650;651;652;653;654;655;656;657;658;659;660;661;662;663;664;665;666;667;668;669;670;671;672;673;674;675;676;677;678;679;680;681;682;683;684;685;686;687;688;689;690;691;692;693;694;695;696;697;698;699;700;701;702;703;704;705;706;707;708;709;710;711;712;713;714;715;716;717;718;719;721;722;723;724;725;726;727;728;729;730;731;732;733;734;735;736;738;740;741;742;743;744;745;746;747;748;749;750;751;752;753;755;756;757;758;759;760;761;762;763;764;765;766;767;768;769;770;771;773;775;776;777;778;779;780;781;782;783;784;785;786;787;788;789;790;791;792;793;794;795;796;798;799;800;801;802;803;804;805;806;807;808;809;810;811;812;813;814;815;816;817;818;819;820;821;822;823;824;825;826;827;828;829;830;831;832;833;834;835;836;837;838;839;840;841;842;843;844;845;846;847;848;849;850;851;852;853;854;855;856;857;858;859;860;861;862;863;864;865;866;867;868;869;870;871;872;873;874;875;876;877;878;879;880;881;882;883;884;885;886;887;888;889;890;891;892;893;894;895;896;897;898;899;900;901;902;903;904;905;906;907;908;909;910;911;912;913;914;915;916;917;918;919;920;921;922;923;924;925;926;927;928;929;930;931;932;933;934;935;936;937;938;939;940;941;942;943;944;945;946;947;948;949;950;951;952;953;954;955;956;957;958;959;960;961;962;963;964;965;966;967;968;969;970;971;972;973;974;975;976;977;978;979;980;981;982;983;984;985;986;987;988;989;990;991;992;993;994;995;996;997;998;999;1000;1001;1002;1003;1004;1005;1006;1007;1009;1010;1011;1012;1013;1014;1015;1016;1017;1018;1019;1020;1021;1022;1023;1024;1025;1026;1027;1028;1029;1030;1031;1032;1033;1034;1035;1036;1037;1038;1039;1040;1041;1042;1043;1044;1045;1046;1047;1048;1049;1050;1051;1052;1053;1054;1055;1056;1057;1058;1059;1060;1061;1062;1063;1064;1065;1066;1067;1068;1069;1070;1071;1072;1073;1074;1075;1076;1077;1078;1079;1080;1081;1082;1083;1084;1085;1086;1087;1088;1089;1090;1091;1092;1093;1094;1095;1096;1097;1098;1099;1100;1101;1102;1103;1104;1105;1106;1107;1108;1109;1110;1111;1112;1113;1114;1115;1116;1117;1118;1119;1120;1121;1122;1123;1124;1125;1126;1127;1128;1129;1130;1131;1132;1133;1134;1135;1136;1137;1138;1139;1140;1141;1142;1143;1144;1145;1146;1147;1148;1149;1150;1151;1152;1153;1154;1155;1156;1157;1158;1159;1160;1161;1162;1163;1164;1165;1166;1167;1168;1169;1170;1171;1172;1173;1174;1175;1176;1177;1178;1179;1180;1181;1182;1183;1184;1185;1186;1187;1188;1189;1190;1191;1192;1193;1194;1195;1196;1197;1198;1199;1200;1201;1202;1203;1204;1205;1206;1207;1209;1210;1211;1212;1213;1214;1215;1216;1217;1218;1219;1220;1221;1222;1223;1224;1225;1226;1227;1228;1229;1230;1231;1232;1233;1234;1235;1236;1237;1238;1239;1240;1241;1242;1243;1244;1245;1246;1247;1248;1249;1250;1251;1252;1253;1254;1255;1256;1257;1258;1259;1260;1261;1262;1263;1264;1265;1266;1267;1268;1269;1270;1271;1272;1273;1274;1275;1276;1277;1278;1279;1280;1281;1282;1283;1284;1285;1286;1287;1288;1289;1290;1291;1292;1293;1294;1295;1296;1297;1298;1299;1300;1301;1302;1303;1304;1305;1306;1307;1308;1309;1310;1311;1312;1313;1314;1315;1316;1317;1318;1319;1320;1321;1322;1323;1324;1325;1326;1327;1328;1329;1330;1331;1332;1333;1334;1335;1336;1337;1338;1339;1340;1341;1342;1343;1344;1345;1346;1347;1348;1349;1350;1351;1352;1353;1354;1355;1356;1357;1358;1359;1360;1361;1362;1363;1364;1365;1366;1367;1368;1369;1370;1371;1372;1373;1374;1375;1376;1377;1378;1379;1380;1381;1382;1383;1384;1385;1386;1387;1388;1389;1390;1391;1392;1393;1394;1395;1396;1400;1401;1402;1403;1404;1405;1406;1407;1408;1409;1411;1412;1413;1414;1415;1416;1417;1418;1419;1420;1421;1422;1423;1424;1425;1426;1427;1428;1429;1430;1431;1432;1433;1434;1435;1436;1437;1438;1439;1440;1441;1442;1443;1444;1445;1446;1447;1448;1449;1450;1451;1452;1453;1454;1455;1456;1457;1458;1459;1460;1461;1462;1463;1464;1465;1466;1467;1468;1469;1470;1471;1472;1473;1474;1475;1476;1477;1478;1479;1480;1481;1482;1484;1485;1486;1487;1488;1489;1490;1491;1492;1493;1494;1495;1496;1497;1498;1499;1500;1502;1503;1504;1505;1506;1507;1508;1510;1511;1512;1513;1514;1515;1516;1517;1518;1519;1520;1521;1522;1523;1524;1525;1526;1527;1528;1529;1530;1531;1532;1533;1534;1535;1536;1537;1538;1539;1540;1541;1542;1543;1544;1545;1546;1547;1548;1549;1550;1551;1552;1553;1555;1556;1557;1558;1559;1560;1561;1562;1563;1564;1565;1566;1567;1568;1569;1570;1571;1572;1573;1574;1575;1576;1577;1578;1579;1580;1581;1582;1583;1584;1585;1586;1587;1588;1589;1590;1591;1592;1593;1594;1596;1597;1598;1599;1600;1601;1602;1605;1606;1607;1608;1609;1610;1611;1612;1613;1614;1615;1616;1617;1618;1619;1620;1621;1622;1623;1624;1625;1627;1628;1629;1630;1631;1632;1633;1634;1635;1636;1637;1638;1639;1640;1641;1642;1643;1644;1645;1646;1647;1648;1649;1650;1651;1652;1653;1654;1655;1656;1657;1658;1659;1660;1661;1662;1663;1664;1665;1666;1667;1668;1669;1670;1671;1672;1673;1674;1675;1676;1677;1678;1679;1680;1681;1682;1683;1684;1685;1686;1687;1688;1689;1690;1691;1692;1693;1694;1695;1696;1697;1698;1699;1700;1701;1702;1703;1704;1705;1706;1707;1708;1709;1710;1711;1712;1713;1714;1715;1716;1717;1718;1719;1720;1721;1722;1723;1724;1725;1726;1727;1728;1729;1730;1731;1732;1733;1734;1735;1736;1737;1738;1739;1740;1741;1742;1743;1744;1745;1746;1747;1748;1749;1750;1751;1752;1753;1754;1755;1756;1757;1758;1759;1760;1761;1762;1763;1764;1765;1766;1767;1768;1769;1770;1771;1772;1773;1774;1775;1776;1777;1778;1779;1780;1781;1782;1783;1784;1785;1786;1787;1788;1789;1790;1791;1792;1793;1794;1795;1796;1797;1798;1799;1800;1801;1802;1803;1804;1805;1806;1807;1808;1809;1810;1811;1812;1813;1814;1815;1816;1817;1818;1819;1820;1821;1822;1823;1824;1825;1826;1827;1828;1829;1830;1831;1832;1833;1834;1835;1836;1837;1838;1839;1840;1841;1842;1843;1844;1845;1846;1847;1848;1849;1850;1851;1852;1853;1854;1855;1856;1857;1858;1859;1860;1861;1862;1863;1864;1865;1866;1867;1868;1869;1870;187Ferqa di nêvbera »ko«, »ku« û »kû« de (2005-05-19)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
Xewna Mesûd Barzanî ji başûrê Kurdistanê mezintir e (2005-02-07)
 
REKLAM


KOLUMNÎST
Şebabê Egît nabe Şeroyê Biro û ez jî nabim ”heval”
Tolstoy û xelata Nobelê
Kurdistaneka serbixwe û [ne]cida
Heşt rojên şerê xendekê – I
Em û felsefe
Hilbijartinên Kurdistanê ez şok kirim
© 1997–2024 www.nefel.com  |  E-poste: info@nefel.com  |  Powered by Medesoft.org