[ SÊŞEM, 2024-03-19 ]   [ BIKE MALPERA DESTPÊKÊ ]   [ BÊXE NÊV BIJAREYAN ]   [ KONTAKT ]   [ INFO ]   [ LÊGERÎN & ARŞÎV ]  
DESTPÊK
Nûçe
Nivîsar
Kulturmagazîn
Hevpeyvîn
Kolumnîst
Ewrokurd
E-Pirtûk
Lîteratûr
Ziman
Muzîk
Foto
Lînk
E-POSTEYA TE
  Nav (Username)  
   
  Þîfre (Password)  
   
   
     
   »E-posteyeka nû
 bo xwe qeyd bike
 
REKLAM


KOLUMNÎST 
Gêorgîyê Xudo serbilindîya Ermenistanê û kurdan bû
SWÊD, 27/5 2013 — Kurdên cihanê zêde wan kurdên Ermenistanê nas dikin, yên ko di hêla kurdîtîyê da karên mezin kirine, kedeke pir rêtine, arşîveke dewlemend hîştine. Haya kêm kurdan heye, ko di nav kurdên Ermenistanê da gelek kes hebûn ko nav û dengê wan li tevaya komarê, heta radeyekê li tevaya Sovyetê belav bûbû û ew bûbûn serbilndîya gelê xwe, welatê xwe.

Wek bizîşkê zaran yê sereke li komara Ermenistanê Sehîdê Îbo, serekê têatroya Yêrîvanê ya pantomîmayê Arsên Poladov, wezîrê komarê Nado Maxmûdov, Mêrxasê Yekîtîya Sovyet Semend Sîabendov û yên din. Yek ji wan jî bizîşkê zara yê travmatologîyê yê sereke li komarê Gêorgîyê Xudo bû, ko 14-ê gulana sala 1940-î li gundê kurdan – Elegezê ji diya xwe bû, li ûnîvêrsîtêtên bizîşkîyê yên Yêrîvanê û Moskvayê xwend, bû profêsor, akadêmîsyenê komarê, di karê naxweşîyên bi cebirandinê va girêdayî mêtodên nû hinart, bû bizîşkê di Sovyet da bi nav û deng û ew deng gihîşte tevaya cihanê.

Pir xebatên zanyarî yên Gêorgîyê Xudo hene, ko ji bo zehmetîyên wergerandina termînên bizîşkî ser zimanê kurdî ez naxwezim serê we zêde biêşînim, tenê bêjim ko hinek xebatên wî yên zanyarî berî wî li cihanê haya tu kesê zanyarê di hêla bizîşkîyê da jê tunebû û qîmetê wan xebatan ewqas mezin bû ko dewleta Sovyet hewce dît Gêorgîyê Xudo derheqa wan da li ûnîvêrsîtêtên welêt yên cuda-cuda dersê bide heta wan kesan jî ko di hêla bizîşkîyê da doktorên zanyarîyê bûn.

Lê ji bo Gêorgîyê Xudo jîyana here bextewar ne nav û deng û zanyarîyên wî bûn, lê daxwaza ko jîyaneke kurdewarîyê derbaz bike, kêrî miletê xwe bê. Ji bo wî meslekê wî her tenê jê ra rêyek bû, ko malbata xwe xwedî bike, lê jîyana here xweş û bextewar ya bi gelê xwe ra bû. Ji ber wê jî wî ji destpêka salên 60-î da bi Tosinê Reşîd, Hesenê Qeşeng, Porsora Sebrî û hevalên mayîn ra tevayî bingehê Komeleya xwendkarên kurd li Ermenistanê danî, hewil da wisa bike, ko gelê wî xwe di Kurdistaneke xeyalî ya biçûk da texmîn bike. Dû van kesan ra gelek welatparêzên kurd ev kar berdewam kirin, wek Kinyazê Îbrahîm, Svêtîka Bayloz, Moskovê Cemal, Ezîzê Gerdenzerî, Çerkezê Reş, Vanîkê Elîxan, Hesenê Ûso û yên din. Ez xwe bextewar dibînim, ko ez jî di nav wan da bûm, gelek salan endamê komîtêya karger ya vê komeleyê bûm.

Gêorgîyê Xudo bi vê yekê va jî tîbûna xwe ya di hindava miletê xwe da neşikênand û rojekê jî rabû, paytextê Ermenistanê, jîyana xweş hîşt, berê xwe da gundê xwe – Elegezê, li wir bû serwêrê nexweşxaneyê û bi karê xwe va xizmetî nexweşên heft gundên kurdan yên dor-berê çiyayê Elegezê kir.

Pişt ra ev welatparêzê mezin gihîşte wê derecê, ko bû serekê nexweşxaneya ortopêdîyayê û travmatologîyê li Yêrîvanê. Gelek karmendên wê nexweşxaneyê yên îro ber destê wî bûne bizîşkên zaran yên bi nav û deng.

Rojekê min xwerzîyê xwe bire cem wî, ko lingê wî derizî bû, gelek bizîşkan lê nihêrîbûn û her yekî hewil dabû bi cûrê xwe lingê wî qenc bike, lê qenc ne dibû û her diçû xirabtir dibû. Gêorgîyê Xudo piştî çend pirsan jê ra got: “Îro van pêçekên li dor lingên xwe alandî veke, bavêje. Sibê û dusibe, bêy wan pêçekan bigere, roja sisîyan û çaran wan darên seqetîyê jî bavêje û bigere, roja pêncan bêy xalê xwe were cem min”. Me wisa jî kir, lingê xwarzîyê min tam qenc bû, ew bû xortekî sipî-silamet.

Di nav kurdên me da gelek ronakbîr hebûn, ko bi helalî xizmeta gelê xwe kirine, lê nav û dengê wan ji hidûdên kurdan derneketibû, hinek ji wan jî nikaribûn palanê gundîtîyê ji ser xwe rakin. Beşek ronakbîr jî hebûn, ko bûbûne kubarîya gelê me û bi zanebûnên xwe va ji ermenîyan û rûsan danedixwerin, ji wan ne kêmtir bûn. Ango, ne tenê merivên xwendî bûn, lê herwiha întêlêktûal bûn jî (çi mixabin, ko di destpêka sedsala 20-î da, heta roja îro jî, gelek kurdên me ji van kesan zêdetir qîmetê didine şêx, beg û axayên derewîn, ko ne xwendina wan hebûye, ne welatparêz bûne.

Derheqa vê yekê da Erebê Şemo di romana kurdî ya pêşin “Şivanê kurmanca” da rûyê wan yê reş rind nitirandîye). Hemû neferên malbeta Xudoyê Miho wisa bûn. Di dema xwe da komarê bi serî wî gelê me nas dikir, gelek salan bûbû serwêrê malhebûnên gelek gundan, merivekî xwendî û ronakbîr bû. Ewî hemû neferên mala xwe da ber xwendinê. Yek ji wan Gêorgîyê Xudo bû. Yê din Şekroyê Xudo bû, ko kurdzan û akadêmîkekî bi qîyasa tevaya Sovyet e, serbilindîya hemû kurdan e.

Egîtê Xudo 30 salan serwêrî li beşa edebîyetê kirîye li rojnameya “Rya teze” (şansê min baş bû, ko min û wî zêdeyî 10 salan bi hev ra kar kir), Tîtalê Xudo li Elegezê bûye serwêrê dibistana gund, serokê gund. Sê keçên Xudoyê Miho jî wek kurên wî ûnîvêrsîtêt xilaz kirine, bûne mamoste. Ji wana Kubara Xudo yek ji dengbêja radyoya Rewanê ya navdar e. Di nav kurdan da gelek caran digotin “Gêorgîyê Xudo birayê Şekroyê Xodu ye”, lê di nav ermenîyan da, çiqasî jî navê Şekroyê Xudo wek zanyarekî mezin ji gelekan ra nas bû jî, digotin: “Şekroyê Xudo birayê Gêorgîyê Xudo ye”.

Sala 1996-an, meha tîrmehê bû, ez û xanima xwe bi dewatîya hevalekî xwe yê ermenî em çûne Los Angelesa Dewletên Amêrîkayê yên Yekgirtî. Min çend kurdên li wî welatî diman nas dikir, wek Necmeddîn Kerîm, ko wî çaxî serokê kongrêya netewî a gelê kurd bû li wî welatî û li Waşîngtonê dima (niha welîyê Kerkûkê ye), yek jî cîgirê wî Seyf Bedirxanê ji malbata kurdan ya bi nav û deng bû. Ez bi Necmedîn Kerîm ra bi têlêfonê peyivîm û ji ber ko ew li Waşîngtonê dima û ji warê em lê bûn, dûr bû, me hev ne dît.

Lê min Seyf Bedirxan dît, ko li bajarê San Diego dima, ko nêzîkî Los Angelesê bû. Em du rojan bûne mêvanê mala wî welatparêzê mezin. Wî ji bo me gelek kurdên wî welatî berevî ser hev kiribû, da ko em hev nas bikin. Ji min ra got, ko di nav wan da du keçên kurd yên ji Ermenistanê hene, ko dotên kurdekî bi nav û deng in. Ew Maya û Anna keçên Gêorgîyê Xudo bûn ko li wî welatî dixwendin.

Ez ji wan pê hesiyam, ko bavê wan, ko bi hezaran zaro ji nexweşîyan xilaz kirine, niha bi xwe nexweşekî giran e. Gotin, ko ewê bavê xwe û diya xwe, herwiha birayê xwe jî ji Rûsîyayê bînine bal xwe. Paşê ez pê hesiyam, ko wisa jî kirine; bavê wan sala 2001-ê bi xanima xwe - Lyûsya Cemal û kurekî xwe – Artûr va hatine San Diegoyê bal keçên xwe û wana Gêorgîyê Xudo, wek dibêjin, mîna ronaya çavên xwe xwey kirin, emirê wî bi 12 salan va zêde kirin, heta 13-ê gulanê sala 2013-an, dema wî çavên xwe ji vê cihanê, di xerîbîyê da heta-hetayê girtin.

-----------------------------------
Nivîskar: TÊMÛRÊ XELÎL temur_xelil@hotmail.com
Weşandin: 2013-05-27
Xwendin: 18731
 

KOLUMNÊN BERÊ   
Şebabê Egît nabe Şeroyê Biro û ez jî nabim ”heval” (2016-08-17)
Careke din ser alfabeya kurdî-latînî (2016-04-24)
Xwedêyo, tu me ji dewletnexwezan biparêzî! (2016-01-27)
Êzdîbûna kurdan ji Kurdistanê zêdetir zirarê dide Ermenistanê (2015-06-29)
Xwezî kurd di hindava dijminên xwe de wek ermenîyan bûna (2015-04-18)
Kovara ”Wêje û rexne” ji rexneyan hiz nake (2014-12-14)
Kurdên resen bûn kurdên reben (2014-10-16)
Xwedîyê kurmancîya dewlemend (2014-09-17)
Bira haya we ji zaneyên nezan hebe (2014-08-12)
Çima tirkî li ber dilê hinek kurdan ezîz e (2014-06-15)
Stranên Karapêtê Xaço dikaribûn nebûna milkê gelê kurd (2014-04-07)
Ew ji xizmetkirina bo gelê xwe lezetê dibîne (2014-02-06)
Pirtûkeke Kemal Tolan li ser êzdayetîyê (2013-12-29)
Kadroyên têlêvîzyonên kurdî li ser çi bingehî tên hilbijartin (2013-08-15)
Em û ermenî bi şûrekî hatine birîndar kirin – ji bo bîranîna gelkujîya ermenîyan (2013-04-24)
Neyariya di kirasê welatparêzîyê da (2013-02-23)
Îvanê Omer Farîzov – mêrxasê binavûdeng lê bê nav û bê deng (2013-01-18)
Kurdistana Sor (2012-11-22)
Cegerxwîn derheqa êzîdîyan û dînê êzîdîtîyê da (2012-10-28)
”Tu ne yar î, tu neyar î” (2012-10-04)
NERÎNGEH
 
[kitêb] Sun Zî: Hunera şer (2016-04-21)
Ismail Beşikçi ji kurdan re li ser ermeniyan semînerek da (2013-09-28)
Kurdistan berî serxwebûna siyasî ”serxwebûna petrolê” û ekonomîk îlan dike (2012-05-21)
Tewanga navdêrên zimanê kurdî (2009-02-08)
Umît Firat dibêje navnîşana çareserîya pirsa kurd ne PKK ye (2008-11-11)
Hêro Talebanî: Min nedixwest Mam Celal bibe serokkomarê Iraqê [foto] (2007-05-10)
Alfabeya kurdî-latînî ji bo zimanê kurdî ji alfabeya kurdî-erebî minasibtir e (2005-11-02)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
vv9v8v09fq:TabArticles:4;8;12;14;17;19;21;22;23;24;28;29;30;31;32;40;41;43;44;46;48;49;51;52;53;54;55;56;58;60;62;63;64;65;66;67;69;71;72;74;75;76;77;78;79;80;81;82;84;85;86;90;91;92;94;95;96;97;98;100;102;103;104;105;106;107;109;110;111;112;113;114;115;116;117;118;119;120;121;122;123;124;125;126;127;128;129;130;131;132;133;134;136;137;138;139;140;141;142;143;144;145;146;147;149;150;151;152;153;155;157;158;159;160;163;164;165;166;167;168;169;170;171;172;173;174;175;176;178;179;180;181;182;183;184;185;186;187;188;189;190;191;192;193;194;195;196;197;198;199;200;202;203;204;205;206;207;208;209;210;211;212;213;214;215;216;217;218;219;221;222;223;224;225;226;227;228;229;230;231;232;233;234;235;236;237;238;239;240;241;242;243;244;245;246;247;248;249;250;251;253;254;255;256;257;258;259;260;261;262;263;264;265;266;267;268;269;270;271;272;273;274;275;276;277;278;279;280;281;282;283;284;285;286;287;288;289;290;291;293;294;295;296;297;298;301;302;303;304;305;306;307;308;309;310;311;312;313;314;315;316;317;318;319;320;321;322;323;324;325;326;327;328;329;330;331;332;333;334;335;336;337;338;339;340;341;342;343;344;345;346;347;348;349;350;351;352;353;354;355;356;357;358;359;360;361;362;363;364;365;366;367;368;369;370;371;372;373;374;375;376;377;378;379;380;381;382;383;384;385;386;387;388;389;391;392;393;394;395;396;398;399;400;401;402;403;404;405;406;407;408;409;410;411;412;413;414;415;416;417;418;419;420;421;422;423;424;425;426;427;428;429;430;431;432;433;434;435;436;437;438;439;440;441;442;443;444;445;446;447;448;449;450;451;452;453;454;455;457;458;459;460;461;462;463;464;465;466;467;468;469;470;471;472;473;474;475;476;477;478;479;480;481;482;483;484;485;486;487;488;489;491;492;493;494;495;496;497;498;499;500;501;502;503;504;505;506;507;508;509;510;511;512;513;514;515;516;517;518;519;520;521;522;523;524;525;526;527;528;529;530;531;532;533;534;535;536;537;538;539;540;541;542;543;544;545;546;547;548;549;550;552;553;554;555;556;557;558;559;560;561;562;563;564;565;566;567;568;569;570;571;572;573;574;575;576;577;578;579;580;581;582;583;584;585;586;587;588;589;590;591;592;593;594;595;596;597;598;599;600;601;602;603;604;605;606;607;608;609;610;611;612;614;615;616;617;618;619;620;621;622;623;624;625;626;627;628;629;630;631;632;633;634;635;636;637;638;639;640;641;642;643;644;645;646;647;648;649;650;651;652;653;654;655;656;657;658;659;660;661;662;663;664;665;666;667;668;669;670;671;672;673;674;675;676;677;678;679;680;681;682;683;684;685;686;687;688;689;690;691;692;693;694;695;696;697;698;699;700;701;702;703;704;705;706;707;708;709;710;711;712;713;714;715;716;717;718;719;721;722;723;724;725;726;727;728;729;730;731;732;733;734;735;736;738;740;741;742;743;744;745;746;747;748;749;750;751;752;753;755;756;757;758;759;760;761;762;763;764;765;766;767;768;769;770;771;773;775;776;777;778;779;780;781;782;783;784;785;786;787;788;789;790;791;792;793;794;795;796;798;799;800;801;802;803;804;805;806;807;808;809;810;811;812;813;814;815;816;817;818;819;820;821;822;823;824;825;826;827;828;829;830;831;832;833;834;835;836;837;838;839;840;841;842;843;844;845;846;847;848;849;850;851;852;853;854;855;856;857;858;859;860;861;862;863;864;865;866;867;868;869;870;871;872;873;874;875;876;877;878;879;880;881;882;883;884;885;886;887;888;889;890;891;892;893;894;895;896;897;898;899;900;901;902;903;904;905;906;907;908;909;910;911;912;913;914;915;916;917;918;919;920;921;922;923;924;925;926;927;928;929;930;931;932;933;934;935;936;937;938;939;940;941;942;943;944;945;946;947;948;949;950;951;952;953;954;955;956;957;958;959;960;961;962;963;964;965;966;967;968;969;970;971;972;973;974;975;976;977;978;979;980;981;982;983;984;985;986;987;988;989;990;991;992;993;994;995;996;997;998;999;1000;1001;1002;1003;1004;1005;1006;1007;1009;1010;1011;1012;1013;1014;1015;1016;1017;1018;1019;1020;1021;1022;1023;1024;1025;1026;1027;1028;1029;1030;1031;1032;1033;1034;1035;1036;1037;1038;1039;1040;1041;1042;1043;1044;1045;1046;1047;1048;1049;1050;1051;1052;1053;1054;1055;1056;1057;1058;1059;1060;1061;1062;1063;1064;1065;1066;1067;1068;1069;1070;1071;1072;1073;1074;1075;1076;1077;1078;1079;1080;1081;1082;1083;1084;1085;1086;1087;1088;1089;1090;1091;1092;1093;1094;1095;1096;1097;1098;1099;1100;1101;1102;1103;1104;1105;1106;1107;1108;1109;1110;1111;1112;1113;1114;1115;1116;1117;1118;1119;1120;1121;1122;1123;1124;1125;1126;1127;1128;1129;1130;1131;1132;1133;1134;1135;1136;1137;1138;1139;1140;1141;1142;1143;1144;1145;1146;1147;1148;1149;1150;1151;1152;1153;1154;1155;1156;1157;1158;1159;1160;1161;1162;1163;1164;1165;1166;1167;1168;1169;1170;1171;1172;1173;1174;1175;1176;1177;1178;1179;1180;1181;1182;1183;1184;1185;1186;1187;1188;1189;1190;1191;1192;1193;1194;1195;1196;1197;1198;1199;1200;1201;1202;1203;1204;1205;1206;1207;1209;1210;1211;1212;1213;1214;1215;1216;1217;1218;1219;1220;1221;1222;1223;1224;1225;1226;1227;1228;1229;1230;1231;1232;1233;1234;1235;1236;1237;1238;1239;1240;1241;1242;1243;1244;1245;1246;1247;1248;1249;1250;1251;1252;1253;1254;1255;1256;1257;1258;1259;1260;1261;1262;1263;1264;1265;1266;1267;1268;1269;1270;1271;1272;1273;1274;1275;1276;1277;1278;1279;1280;1281;1282;1283;1284;1285;1286;1287;1288;1289;1290;1291;1292;1293;1294;1295;1296;1297;1298;1299;1300;1301;1302;1303;1304;1305;1306;1307;1308;1309;1310;1311;1312;1313;1314;1315;1316;1317;1318;1319;1320;1321;1322;1323;1324;1325;1326;1327;1328;1329;1330;1331;1332;1333;1334;1335;1336;1337;1338;1339;1340;1341;1342;1343;1344;1345;1346;1347;1348;1349;1350;1351;1352;1353;1354;1355;1356;1357;1358;1359;1360;1361;1362;1363;1364;1365;1366;1367;1368;1369;1370;1371;1372;1373;1374;1375;1376;1377;1378;1379;1380;1381;1382;1383;1384;1385;1386;1387;1388;1389;1390;1391;1392;1393;1394;1395;1396;1400;1401;1402;1403;1404;1405;1406;1407;1408;1409;1411;1412;1413;1414;1415;1416;1417;1418;1419;1420;1421;1422;1423;1424;1425;1426;1427;1428;1429;1430;1431;1432;1433;1434;1435;1436;1437;1438;1439;1440;1441;1442;1443;1444;1445;1446;1447;1448;1449;1450;1451;1452;1453;1454;1455;1456;1457;1458;1459;1460;1461;1462;1463;1464;1465;1466;1467;1468;1469;1470;1471;1472;1473;1474;1475;1476;1477;1478;1479;1480;1481;1482;1484;1485;1486;1487;1488;1489;1490;1491;1492;1493;1494;1495;1496;1497;1498;1499;1500;1502;1503;1504;1505;1506;1507;1508;1510;1511;1512;1513;1514;1515;1516;1517;1518;1519;1520;1521;1522;1523;1524;1525;1526;1527;1528;1529;1530;1531;1532;1533;1534;1535;1536;1537;1538;1539;1540;1541;1542;1543;1544;1545;1546;1547;1548;1549;1550;1551;1552;1553;1555;1556;1557;1558;1559;1560;1561;1562;1563;1564;1565;1566;1567;1568;1569;1570;1571;1572;1573;1574;1575;1576;1577;1578;1579;1580;1581;1582;1583;1584;1585;1586;1587;1588;1589;1590;1591;1592;1593;1594;1596;1597;1598;1599;1600;1601;1602;1605;1606;1607;1608;1609;1610;1611;1612;1613;1614;1615;1616;1617;1618;1619;1620;1621;1622;1623;1624;1625;1627;1628;1629;1630;1631;1632;1633;1634;1635;1636;1637;1638;1639;1640;1641;1642;1643;1644;1645;1646;1647;1648;1649;1650;1651;1652;1653;1654;1655;1656;1657;1658;1659;1660;1661;1662;1663;1664;1665;1666;1667;1668;1669;1670;1671;1672;1673;1674;1675;1676;1677;1678;1679;1680;1681;1682;1683;1684;1685;1686;1687;1688;1689;1690;1691;1692;1693;1694;1695;1696;1697;1698;1699;1700;1701;1702;1703;1704;1705;1706;1707;1708;1709;1710;1711;1712;1713;1714;1715;1716;1717;1718;1719;1720;1721;1722;1723;1724;1725;1726;1727;1728;1729;1730;1731;1732;1733;1734;1735;1736;1737;1738;1739;1740;1741;1742;1743;1744;1745;1746;1747;1748;1749;1750;1751;1752;1753;1754;1755;1756;1757;1758;1759;1760;1761;1762;1763;1764;1765;1766;1767;1768;1769;1770;1771;1772;1773;1774;1775;1776;1777;1778;1779;1780;1781;1782;1783;1784;1785;1786;1787;1788;1789;1790;1791;1792;1793;1794;1795;1796;1797;1798;1799;1800;1801;1802;1803;1804;1805;1806;1807;1808;1809;1810;1811;1812;1813;1814;1815;1816;1817;1818;1819;1820;1821;1822;1823;1824;1825;1826;1827;1828;1829;1830;1831;1832;1833;1834;1835;1836;1837;1838;1839;1840;1841;1842;1843;1844;1845;1846;1847;1848;1849;1850;1851;1852;1853;1854;1855;1856;1857;1858;1859;1860;1861;1862;1863;1864;1865;1866;1867;1868;1869;1870;187Ferqa di nêvbera »ko«, »ku« û »kû« de (2005-05-19)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
Xewna Mesûd Barzanî ji başûrê Kurdistanê mezintir e (2005-02-07)
 
REKLAM


KOLUMNÎST
Şebabê Egît nabe Şeroyê Biro û ez jî nabim ”heval”
Tolstoy û xelata Nobelê
Kurdistaneka serbixwe û [ne]cida
Heşt rojên şerê xendekê – I
Em û felsefe
Hilbijartinên Kurdistanê ez şok kirim
© 1997–2024 www.nefel.com  |  E-poste: info@nefel.com  |  Powered by Medesoft.org