[ SÊŞEM, 2024-03-19 ]   [ BIKE MALPERA DESTPÊKÊ ]   [ BÊXE NÊV BIJAREYAN ]   [ KONTAKT ]   [ INFO ]   [ LÊGERÎN & ARŞÎV ]  
DESTPÊK
Nûçe
Nivîsar
Kulturmagazîn
Hevpeyvîn
Kolumnîst
Ewrokurd
E-Pirtûk
Lîteratûr
Ziman
Muzîk
Foto
Lînk
E-POSTEYA TE
  Nav (Username)  
   
  Þîfre (Password)  
   
   
     
   »E-posteyeka nû
 bo xwe qeyd bike
 
REKLAM


KOLUMNÎST 
Ew ji xizmetkirina bo gelê xwe lezetê dibîne
SWÊD, 6/2 2014 — Cûrê jîyana rojane ya her nivîskarekî tesîreke mezin li ser berhemên wî dike. Nivîskarê me Wezîrê Eşo xwedî dilê pir nazik bû. Dikaribû li wêneyê gundîyekî xwe yê mirî mêze bikira û bi sehetan ji mukurîyan bigirîya.

Dema min cara pêşin sitiranên Eyşê Şanê anî da radyoya Rewanê ya kurdî, Wezîrê Eşo dengê Eyşê Şanê çend caran bihîst û çend caran ji şabûnê, ji hisretê, ji bêrîkirina welêt mînanî zarokan dikire îske-îsk. Hîç caran ji şîn û şahîyên miletê xwe paş nemaye û ew yek alî wî kirîye ko ji nêzîk va derd û kul û hêvî û daxwezên miletê xwe bihese. Wezîrê Eşo, wek gelê me dibêje: “Mêrê hewar û gazîyan bû“. Lê dema neyarekî bi xirabî behsa miletê me, dînê me, welatê me bikira, te digot qey ew Wezîrê nazik diçû, Wezîrekî bi kîn û hêrs dihat, ew neyar hezar carî ji gotina xwe poşman dibû.

Wezîrê Eşo bi gelek karan va xizmetî gelê xwe kirîye. Ewî çend pirtûkên çîrok û kurteromanan nivîsîye: “Mizgînî”, “Dengbêj kal bûbû”, “Pamp-Sîpan”, bi hezaran rûpel ji zmanên rûsî û ermenî wergerandîye, pirtûkeke wergera jî çap kirîye, ya bingehvanê edebîyeta ermenîya Xaçatûr Abovyan “Kurd-êzdî”, gelek salan di rêdaksyona radyoya kurdî li Yêrêvanê karê wergerîyê kirîye, gelek salan bûye rêdaktorê polîtîkî li weşanên Ermenîstanê da. Sala 2007an ji alîyê Weşanên Êketiya Nivîskarên Kurd li Dihokê pirtûka wî ya dîrokî ya bi sernavê ”Dosiya ser Barzanî di sandoqa Stalîn ya polayî da” çap bû ko ber dilê wî sertaca hemû karên wî ye. Ew ji bo nivîsara wê pirtûka xwe ya dîrokî, bi taybetî ser demeke dirêj çû Kurdistana Başûr bona diha nêzîkî serdarê miletê kurd Mistefa Barzanî be, bona ”hilm û bîna wî hilde”, paşê hesînên xwe ser kaxezan ro bike. Ji bo wê jî ew pirtûka wî, wek dibêjin, bi hilmekê tê xwendin.

Karê ko Wezîrê Eşo ne kirîye, ew jî ew bûye ko tu caran helbest nenîvîsîye. Ev jî ne kêmasî ye, lê belkî serdestî ye. Li welatê me, gava gelek kesan helbest dinivîsandin, ji ber ko dewletê bona helbestan perekî baş dida. Wî ew kar ji xwe ra ne kir pêşe.

Wezîrê Eşo ji bo karê bona miletê xwe ji xwe lezetê dibîne, mîna zarekî şa dibe. Gava dijmin davîte ser Kurdistanê, xewa wî ne dihat, ji hemûyan ra têlê dixist, digot: “Ka em berev bin, çika em çi dikarin bikin”. Ew yek ji wan kurdan e ko ji jîyana kurdewarîyê bi dûr neketîye û pê ra jî bi jîyana ronakbîrîyê dijî. Ew ne tenê di nav kurdan da, lê herwiha di nav ermenîyan da jî mirovekî xwendî û zane dihate naskirin. Dema ji kovar û rojnameyên ermenîyan ra gotarên ser kurdan lazim bûn, berî gişkî berê xwe didane Wezîrê Eşo.

Wezîrê Eşo îsal dibe 80 salî û ez bi vê gotarê dixwezim rojbûna wî pîroz bikim, bi hêvîya ko keda wî bê naskirin, şêkirandin û qîmetkirin.

Pêşîyên Wezîrê Eşo ji welêt, ji gundê Zêtka, herêma Agirîyê bûne, ew bi xwe li paytextê Tbîlîsîyê ji diya xwe bûye, paşê cîguhastî gundê kurdan Pamba Kurdan (niha navê gund Sîpan e) li Ermenîstanê bûye, li wir gelek salan bûye serwêrê dibistana gund, li wî gundî ko min û helbestvanê mezin Fêrîkê Ûsiv çend salan ders dane zarokên kurdan. Ewî li wê dibistanê bingeheke wisa xurt danî ko yên piştî wî hatin, ew bingeh xurttir kirin, wek mamostayê komara Ermenîstanê yê emekdar Cewoyê Mamo, Têmûrê Mîro, Ezîzê Cewo û yên din. Di wan salên ez li wê dibistanê dixebitîm, 7 mamostayên bi xwendina bilind ders didane zarokên kurd. Ewqas mamostayên bi dîplomayên dereceya bilind li tu gundekî navçeyê da tunebû.

Dû ra felekê wisa anî serê wî ko ew eva gelek sal in li Bêlçîkayê dimîne û li wir jî diefirîne, alîkarîya Buroya Kurdî ya pêwendîyan û agahdarîyan dike ko xanima delal Perwîna Cemîl Paşa ev gelek sal in bi rê va dibe. Wezîr li wir gelek caran sêmînarên zanyarî û edebî dane. Ew nha bîranînên xwe dinivîse, bi aktîvî alîkarîya çand û edebîyeta me dike, rêportajên bi wî ra yên li têlêvîzyonên kurdî da xort û keçên me şîyar dikin ko çiqas xweş e mirov zimanê dayka xwe wek wî zanibe.

Wextê li Yêrêvanê bû jî, di wan deman da ko hinek ronakbîrên kurd yên bizdîyayî pir caran ditirsîyan ko pêwendîyan bi kurdên dervayî welêt ra daynin, ewî alîkarîya her kurdekî Kurdistanê dikir, piştigîya Komela xwendkarên kurd li Ermenîstanê dikir, tevî civînên wê dibû û helan dida xort û keçên kurd ko ne tenê ji bo welatê xwe – Ermenîstanê û Yekîtîya Sovyet kar bikin, lê herwiha keda xwe bikine nava karê ji bo rizgarbûn û serxwebûna Kurdistanê. Ew endamê Yekîtîya Komela Nivîskarên Ermenîstanê û Yekîtîya Sovyet bû, ew yê pêşin û yekemîn bû ko bona karkirina berhemdar di karê pêşketina edebîyeta kurdî da hêjayî xelata ser navê Erebê Şemo bû.

Di wan salên ko min gelek mêvanên ji Kurdistanê dibir mala Erebê Şemo (ewî ji xanima xwe ra gotibû: “Têmûr nûnerê min e, çi mêvan bi xwe ra tîne, ez ne li mal bim, derî veke, wana qebûl bike, heta ez têm“), carekê min jê pirsî: “ka tu ji kurdên Sovyet kî wek nivîskarê navdar dibînî“, ewî di nav çend navan da navê Wezîrê Eşo jî hilanî.

Dema Wezîrê Eşo bi serokatîya bavê min di radyoya kurdî ya Rewanê da kar dikir, bavê min digote min: ”Wezîr nîvê rêdaksyonê ye”. Paşê di ser da zêde dikir: ”Çend xebatkarên radyoyê hene, dema nayêne ser kar, karê radyoyê baştir dimeşe”.

Wezîrê Eşo di radyoya kurdî da herwiha di gelek radyokompozîsyonan da (pîês, şano) wek di dilqên cuda da wek artîst lîstîye. Rêjîsorê radyoya Ermenîstanê ya dewletê Tsolak Nîkoxosyan di civîneke radyoyê da got: ”Eger ji destê min bihata, minê navê artîstê Ermenîstanê yê emekdar bida Wezîrê Eşo ”.

Ez niha vê nivîsê dinivîsim û bawer im ko ew jî niha nivîsekê dinivîse bona çilkeke keda xwe bike di nav wî heykelî ko navê wî “Gulvedana edebîyet û çanda kurdî” ye.

Niha jî ji vê serpêhatîya Wezîrê Eşo ya bi navê “Kulîlkên Dîlberê” lezetê bibînin ko yek ji novêlên kurdên Sovyeta berê ya herî baş e:

Kulîlkên Dîlberê

Temo jî Temok bû hatibû dinê: bi govdê xweyî ejdeha, bi hêza xwe ya pelewanî, bi xurtî, mêrxasîya xwe va. Eger li rêza wan gundên kurda bi kêmanî du kes diçûne ber garanê, lê Temo ji roja ko darê gavantîyê girte destê xwe, bi tenê diçû ber dêwêr. Ne minet ji gurên serê çiya digirt, ne jî ji cerd û çeta. Çeka di destê wî da jî her tenê comax bû, lê çomax dibêjim; xortê gundî herî qewat bi du desta nikaribû qevza wî çomaxî bigirta û serê wî yê weke gogekê û bizmarkirî ji erdê biqetanda. Gûza here kor û here hûr çi ye, Temo ew gûz dikire di navbera tilîyên beranî û feraroj û gava diguvaşt, bizir ber pêçîyên wî ra dirijîyan. Çimkî gurên birçî ji hêz û xurtbûna Temo fam ne dikirin, xwe davîtin nav garana wî, yek ji wana ese ser bela xwe va vedihat. Ew di demên wa da ne dibû hewcê çomax jî. Kes nizane çawa dikire fesalê, bi destekî tepa serê wî digirt, lê bi yê dinê ew dixeniqand. Lê cerda nav û dengê Temo bihîstibûn û, wek dibêjin, ser sîya wî nediketin. Bi tiving û qirma jî ne diçûn pêşîya wî, qesta talanê wî nedikirin, çimkî heyfa wan bi wî mêrê çê dihat. Wey li wî mêrî ko haj ji hunurê Temo tunebûya û biketa pêsîra wî. Ka mêrê her tenê Temo ser da bixurîya, yanê jî avireke tûj bidayê – bin xwe da nemîsta.

Temo bi tiştekî din va jî navdar bû, lê vê carê her tenê di nava neferên xwe da. Ewî di jîyana xwe da nizanibû hilgirtin, hemêzkirin yanê jî maçkirina zarê çi teva ye. Heft kur û du qîz pey wî ketin, lê hizkirina zara here şîrin ew bû ko Temo destê xwe li porê serê wî dibir-dianî û digot: “berxê min”, yanê jî “berxa min”. Ev fêl û xeyset jî qey ji kal-bava da dihat, çimkî mêrê kurd, xwesma ber dê û bava degme bi zara xwe şa dibû yanê jî qet ne hildigirt. Ya nebî û nebîçirka cuda bû. Gorî qanûnên eşîrtîyê asax (qedexe) li ser hizkirina wan tunebû. Lê nebî jî pey hev rêz bûn û Temo dîsa ew Temoyê berê ma: “Kerro mîna her ro”. Û nebî jî weke kur û qîza ser Temo da ne diçûn. Hela di ser da jî, eger riya wan pê diket, riya xwe diguhastin.

Lê demek hat, gava te qey digot ew cemeda ser dilê Temo vehelîya û dilkê wî ra xûn bezîya. Çawa bû ko di jîyana xwe da cara pêşin Temo nav li nebîke xwe kir, ew jî nebîya qîzîn. Navê dayka xwe ya remetî, navê Dîlber lê kir. Ji bextê Temo ra eva hanê ji hemû kur û qîza, ji hemû nebîya şerezatir û zîrektir derket. Hemîn husnê dinê da tu kes tayê wê dernediket; weke dibêjin, digot: “Royê tu dernekeve, ezê derêm”. Xwedê, wek dibêjin, zar-zmanê har û mara dabûyê. Gava digot “kalko”, Temo dibû av, nedirijîya. Û kêf-kêfa Dîlberê bû. Parîyê herî xweş, wek delalîya kalikê, para wê bû. Eva payîza derengî û zivistana, gava dewar tewla da, ber afira dihate girtin, kalikê boy xatirê Dîlberê terka oda jî dabû. Lê bihara û havîna him bona Dîlberê zehmet bû, him jî bona kalikê. Gava dibû êvar, çavên Dîlberê li riya kalikê diqerimîn. Û gava pîrikê yanê jî bûkeke malê ew di wî halê çavnihêrîyê da didîtin, wa pê şa dibûn û wa ber xwe da digotin:

— Canikê benda kalikê ye.

Kalikê jî hisret û kovana dilê xwe bi wê yekê sivik dikir ko ji mêrga gund ya here dûr, piş çiyayê herî bilind, kulîlkên here xweşik yên sor, zer û kesk jê ra dianîn, û tu wexta aciz ne dibû ko bi destekî baqên kulîlkên Dîlberê û çomaxê xwe digirtin, bi destê dinê “nanê gavîn” ji nav mala berev dikir. Haya gundîya bi vê yekê hebû: gava piştî gazîkirina Temo: “Malê, kanê nanê gavîn”, nan dianîn û didîtin ko destekî Temo ne vala ye, vedibeşirîn, nan bi destê xwe dikirin binçenga wî û digotin: “Kulîlkên Dîlberê ne!”. Temo ji vê gotinê pir zarî dima û vedibeşirî. Hetanî gavîn ji hemû mala nan top dikir, tarîyê jî erd hildiçinî. Hetanî wê hingê Dîlber li ber dêrî çavnihêrîya kalikê bû. Lê çimkî tirsonek bû, ji ber şêmîkê dûr nediket. Gava qeretûyê kalikê ji nava tarîstanê wek yê “Reşê şevê” kivş dibû, sawê li Dîlberê digirt û loma jî ewê hela hê ji dûr va dey li kalikê dikir:

— Kaliko, ew tu yî?

— Lê kê ye, qîza mine şîrin!

Û hêja Dîlberê qursax dikir, wek kareke xezala ji cî banzde, çing bike, dêrê xwe bide bê û êmekî kin şûnda di hemêza kalikê da unda bibe û bîna nan û kulîlka ya xweş ji paşila wî hilde. Binçengekê da nan, ser milekî Dîlber û di desta da çomax, Temo bi wî barî hêdî, bê lezketin berbi malê gav dida ko pê ra bigihîne lezetê û xeberdana nebîyê bibîne, hemû gilî-gazinên wê bibhê. Ji gazina destpê dikir:

— Pîrkê çengek tije mewîj ji sandoqa xwe derxistin û dane Mîrze. Min dît û min jî jê xwest, lê pîrkê ji min ra got: “Tu her ro mewîja dixwî, bira îro jî Mîrze bixwe, ew ji te çûktir e”.

— Baş, ezê niha “dewata” pîrka te bikim.

Dîlber ji vê gotina kalikê şa dibû û destxweda ser wê gazinê ra dixarand û digot:

— Pîrkê îro xaşîla serbidew çê kirîye, para te jî xilikê da dahiştîye tendûrê ko sar nebe.

— Na, kalko, min xaşîl xwerîye ko tu karibî mewîja ji pîrkê bistînî, ezê bixum.

— Çawa nikarim,- Temo caba nebîyê dida,- eger nede, ezê wê bi xwe bikim mewîj.

Dîlberê nêta gotina “çawa nikarim” fêm kir, lê ya “ezê wê bi xwe bikime mewîj” – na. Lê çimkî ewana ranêzîkayî malê ra dikirin û gotinên Dîlberê jî hê hebûn, ewê lezand wî gilîyî jî ber kalikê bike û lezo-bezo got:

— Pîrkê îro li amojina mine Seyran hêrs bû, gotê:

— Selexane (jinên tembel, tiral), porê te kur bûyê, te ew hirî şe nekirîye, lê emê Temo ra pê çi gora çê bikin, gorên wî qetîyane.

— Baş kirîye lê hêrs bûye, heqê wê ye,- Temo gote nebîyê,- usa nîne, qîza min.

— Usan e, qenc kir, lê xwe kalko pê gorên qetyayî naçe ber garanê, kalko gune ye,- Dîlberê jî alîyê xwe da gotina pîrkê begem kir.

— Ew çi xile-xila Dîlbera te bû, vê carê xeyba kê ji te ra kir?- gava kalik û nebî hatin hundurê xênî, pîrikê ji kalik pirsî.

— Qîza min xeybê nake,- Temo hinekî bi hêrs û nerazî gote jinê,- qîza min gazinê xwe li te dike.

— Bona mewîja?- pîrik elbê ra ser gilîya vebû.

— Lê mewîj hindik in? De zû, bilezîne qîza min ra mewîja bîne, hê min tu bi xwe ne kirî mewîj!

Hilbet, pîrikê bi dilxweşî, lê pê ra jî bi cûrê gazina ji mêr ra got:

— Dîlberê qira mewîja, çereza anîye, teqîn ji binê sandoqê xistîye.

Got, lê destê xwe bire ber pişta xwe, miftên benê pişta xwe va ji wir derxistin û çû ber sandoqê kundevehat û dema vekirina kilîtê û derxistina çenge mewîj jî peyivî, gazin kirin:

— Ezê vê carê jî bidimê, îdî Dîlber hew mewîja dibîne. Mêrik, belkî sibê birre siyar ber derê me peya bûn, ez mehrûma Xwedê ezê çi bidime ber wan?

— Qîzê, mêvan mêvanên Xwedê ne, mêvan ko tên, risqê xwe jî bi xwe ra tînin. Ya çerez, mewîja jî ko tu dibêjî, ezê sibê pera bidim lawikekî, berbi şeher rê bikim, bira him bona Dîlbera min bîne, him jî bona mêvana,- Temo gotê.

— Bi gotina te xênji Dîlberê îdî zarên din di mal da tunene.

— Bide wan jî,- Temo rê û menî li jinê girtin.

— Erê, pîrkê, bide wan jî,- Dîlberê di zarê kalikê da gote pîrikê.

Gava pîrikê çenga xwe tije mewîj kirin, Dîlber ser kalikê rûniştî da daçivîya û guhê wî da got:

— Pîrkê digot tune, lê çawa anîn?

— Çima xêra bavê wê ye ko neyne,- Temo jî hêdî guhê nebîya xwe da got.

Dîlberê çend lib mewîj di nava tilîyên xwe da ji pêşa xwe derxist, bir ber devê kalikê û gotê:

— Kalko, bixwe.

— Ez naxum, qîza min, madê min naçe mewîja.

Lê Dîlber, weke dibêjin, bû qîr-sîr û heta ew mewîj bi kalikê ne dan xwerinê, jê venegerîya.

Dîlber usa bû: him çillek bû, him jî dilovan, mêwe û çerezên xwe li kalikê û zarên din ra par dikir.

Gava Temo mewîjên destê Dîlberê xwerin, jinê ra got:

— Qîzê, şikir ji mala Xwedê ra. Loma dibêjin: “Xwedê alîkî distîne, alîkî dide”. Dayka min çû remetê, gunehê Xwedê bi min gavanê feqîr hat û dayîkeke teze da min.

Ji şabûna çavên Dîlberê çûrisîn.

Temo, jinê û nebîyê va bi xeberdan bûn, gava bûka çûk teşt bi avê va anî, çarix û gorên xezûr êxistin û lingên wî şûştin. Pişt ra jinê xwerina mêr ji binê tendûrê derxist, rûn û dewê kil ser kirin û da ber.

Piştî xwerina şîvê demeke dirêj Temo û nebîyê va dîsa bi hev ra xweş peyivîn. Jin ji xeberdana wan aciz bû, lê bi mana hêsabûna mêr gotê.

— Mêrik, hetanî bûyîna Dîlberê te şîr dixwer û xwe ancax nivînê ra digîhand, radizayî, niha çi hewalê te ye? Ne axir sibe ron dibe hetanî tarî dikeve erdê tu van çol û çolistana gişkî digerî, lingên te bi hezara kevir û kuçika dikeve.

— Qîzê,- Temo vê carê bê henek ji jinê ra got,- ez jî nizanim çi hewal e, çi li min dest daye. Gava ez Dîlbera xwe dibînim, westandin ji min direve, tu qey dibêjî şûna min yekî dinê li van çiya û banîya gerîyaye.

Gilîyên muhbeta Temo û nebîya wî li gund bela bû. Mêrên gund pê hesîyan ko tu kesî dinê na, lê yekî weke Temo “dilkevirî” gotîye: “Ez Dîlbera xwe bi heft kura nadim”. Û sibekê, gava dewarên xwe anîn bikin ber Temo, pêsîra wî girtin û bernedan:

— Temo,- yekî ji wana gotê,- dibên tu xerifîyî, dibêjî: “Nebîya min ser her heft kurên min ra ne...”. Ev çi hewal e? Eva ne gotina mêrê kurmanc, mêrê eşîr e.

— Çima?- Temo metelmayî got.

— Te hetanî duh na pêr digot: “Qîz warê xelqê ne, jin jî parsûya xwar in”, lê niha çi li te dest daye.

— Niha min fikra xwe guhastîye,- Temo caba wî da.

— Bira, tu çawa pitikekê tînî beramberî mêra derdixî, dikî tayê mêrê mêrxas, mêrê pelewan, mêrê leheng, mêrê bi bext û îtbar. Çima te ev gotina kal û bavan ne bihîstîye?: “Heynî jin, dîsa jin”.

— Lê çima ew mêr ji ko hatine, çima ew ji ber dawa wan “parsûyên xwar” neketine û çima dîsa wan kal û bavên me negotine: “Şêr şêr e, çi jin, çi mêr e”,- Temo got, çomaxê xwe di hewê da hejand û garana xwe ajote çêrê.

Êvarekê, weke her car, Temo teselîya kulîlkên Dîlberê kir ko kiribûne derdaneke kûr û tije av û got:

— Kulîlkên qîza min çilmisîne, ezê sibê garanê bajom mêrga here dûr û ji te ra baqek kulîlkên xweşik yên teze bînim.

— Yên sor, zer û kesk,- Dîlberê gotina kalikê xwe tam kir.

— Erê, qîza min, yên sor, zer û kesk. Evana rengên ala kurdî ne, bin wê alê da niha du apên te şer dikin, lê ji kesî ra nebêje.

— Na, kalko, gava tu dixwezî - ez ji tu kesî ra nebêjim,- Dîlberê caba kalikê da, lê fem ne kir, ka ala kurdî çi ye û çima bin wê da apên wê şer dikin. Xema wê ne al bû û ne jî şer, ewê kulîlkên sor, zer û kesk dixwestin û kalikê jî ew kulîlk sibê wê jê ra banîyana. Bi vê hêvîya xweş û şîrin Dîlber xew ra çû.

Sibetirê, weke her gav, Temo Dîlbera xwe ji bîr ne kir û berê garanê da mêrga bi navê “Mêrga Jorîn” ko nebîya xwe ra kulîlkên here xweşik bîne ko di wê mêrgê da pir hebûn.

Lê gava êvarê kulîlkên Dîlberê di dêst da ranêzîkayî li gund kir, ecêbeke reşe giran dît: tu kes, tu mêrek, tu jinek û hetanî tu zarek jî di nava gund da ne dîtin. “Ev çi hesab e,- Temo di dilê xwe da got û qudûmên wî şikestin,- her gav van çaxa di nava gund da tije meriv bûn: mêr li cîkî dicivîyan û sohbet dikirin, zar û zilam jî şivikên wan di destan da li benda hatina garanê disekinîn ko her yek ji wana dewarê xwe bijmêre û bibe tewlê da bihewîne”. Temo hew tirê ronaya çavên wî kêm bûye, loma jî çavên xwe miz dan ko ew rind biqeşirînin. Lê dîsa kesek ne dî: gundekî xikî-xalî, te qey digot tu zemana însan li vir nemane. Pişt ra fikirî û vê carê ne ko di dilê xwe da, lê eşkere û bi dengekî bilind xwe ji xwe pirsî: “Dibek ezî di xewnê da me, ev çûyîna min ya îro ber garanê, çinîn û anîna kulîlkên Dîlberê gişk xewn bû?”.

Lê îdî çi xewn bû, gava Temo li perrê gund cinyazê du kurika dîtin. Evê te di ser da daçivîya û çi bibîne: xûn di bin wan da gol bûye, gulle sîngê wan xişimandîye. Di emirê xwe da cara pêşin sawê li Temo girt. Evê te pêşda gav da û bala xwe dayê cinyazê mêrekî gundê wan jî ber cewikê ye. Ser wî da daçivîya: ew jî ji gulla li sêrî û gerdenê hatibû kuştin. Çiqas ranêzîkayî nava gund ra dikir, ewqas cinyaz zêde dibûn. Pişt ra li nava gund û ber derîya qîz, bûk û jinên kuştî dîtin: hine tezî, bê sitar. Mêrê dinêdîtî bû: fêm kir ko berî kuştinê şuhurandine û wan jî pê ra negîhandîye xwe sitar bikin. Ji nişkêva, weke ko hişê wî teze bê sêrî, Temo berbi mala xwe banzda. Li vir jî cinyazên neferên wî bûn, cinyazê jina wî û bûkên wî yên bênamûskirî. Û Temo bê hemdî xwe kire hewar û gazî: “Hewar, hewar, hewar, gidîno ev çi ecêb e, ev çi şipûk e, ev çi birûsk e, ev çi agir e di ser me da barîye. Birao, birao, sed car birao”. Bi dengekî bilind kire gazî, qarîya û carîya hetanî dengê wî jî ket. Car din hizî da xwe, li malê û dora malê gerîya, neferên xwe hemû dîtin, jimartin, lê her tenê cinyazê Dîlbera xwe ne dît. Weke merivekî surpêketî ha li vî alî, ha li wî alî revî û bi dengê ketî her wa kire gazî: “Dîlber lao, tu li ko yî, çavên kalikê te birijin, tu kuştî yî, yan zêndî yî. Eger zêndî yî, dengê xwe bike, bersîva kalikê xwe bide”. Dîsa kete malê gerîya, dîsa ne dît.

Tarî li Temo kete erdê. Ewî te qey digot derdê hemû neferên malê, derdê gundîyên xwe ji bîr kiribû û wê demê her tenê Dîlber û dîtina wê jê ra bûbûn xem, jê ra bûbû keser, jê ra bûbû derd, jê ra bûbû kula giran, jê ra bûbû keder. Temo bin giranîya wî derdê bê derman da teyax ne kir û çok da erdê, berê xwe ezmanê tije siteyr-peyr kir û vê carê li Xwedê kire gazî: “Xwedêo, eger tu heyî, tu çawa dihêlî dijmin vê zulma giran bike? Xwedêo, eger sûcê me mezina heye, lê gunê van zaroka çi ye ko tu dikujî û qe nakî xurê ax û berên sar jî. Xwedêo, lê ka Dîlbera mine ezîz ko her gav van çaxa hemêza kalikê xwe da bû. Ka Dîlbera min, ne axir min jê ra kulîlkên kaw û bînxweş anîne!?. Ezê wan kulîlkan bidim kê?...”.

Temo qarîya, carîya, bi kûçikên gund ra ko ew tenê zêndî mabûn, zûrîya hetanî sibe ron bû. Hêz jî tê da ne ma ko li Dîlbera xwe bigere, hiş jî di sêrî da ne ma ko vê zulmê roke û bipîve, deng jî ne ma ko gazî Dîlbera xwe bike. Ro bejinekê bilind bû û gava piştî serma şev pencên tavê ricafa bedena wî da birînê û ew hinekî germ kir, bê hemdî wî kopên çavên wî çûne ser hev û ew xew ra çû. Gava çavên xwe vekirin, ro îdî hatibû nîvro. Vê carê çêrî xwe kir, xwe bi sûc kir ko piştî vê zulma giran ketîye xewa şîrin. Hizî da xwe, rabû ser piya. Hestûyên wî dijenîn, êşeke zor ketibû sêrî. Dîsa li Dîlbera xwe kire gazî, dîsa li nebîya xwe gerîya. Û nişkêva berê wî kete qelaxa malê ya sala par ko hundur hatibû valakirinê û her tenê dîwarên wê mabûn, ewana jî zik dabûn, weke bûka hemle ya ser roj bi roja zik ber çûbû û, wek dibêjin, bi mena bûn: derbeke ne giran jî lê bigirta, wê di jor da hilweşîya, bihata rûxandinê. Weke zemanê birqvedaneke ewira di hişê wî da ev fikir çê bû: dibe ko Dîlberê xwe avîtibe hundurê qelaxê û ji kuştinê xilaz bûye. Temo westandin jî, êş û jan jî ji bîr kirin û berbi qelaxê şirxas kir. Serê xwe kire dergê qelaxê û bi dengê ketî kire gazî: “Dîlber, Dîlber, qîza min, tu ne li wir î, caba kalikê xwe bide?!”. Got û xwe da ser guhekî. Û ecêbeke giran: dengê Dîlberê lê tesele bû. Bawer ne kir û dîsa kire gazî: “Dîlber, qîza min, bi dengê bilind caba kalikê xwe bide, ez li vir im, metirse, ezê te xilazkim”. Dîsa dengê Dîlberê ber guhê wî ket, lê ecêbeke giran: Dîlberê bawer ne dikir ko ew kalikê wê ye.

Temo vê carê zelal ev gotinên han bihîstin. “Tu qest dibêjî ko tu kalikê min î ko ez derêm, tu min bikujî, dengê kalikê min usa nîne”. Temo dît na, Dîlber ne ya derketinê ye, kerba wê agir da serê wî û ewî xwe xurûşî hundurê qelaxê kir. Hew nişkê va li xwe hesîya ko girmîn hat, giranîke zor kete ser pişta wî, ber çavên wî reşevehat û bîn jê çikîya. Temo fêm kir ko qelax ser wî û Dîlberê da hedimî. Û fikra here pêşin ko di serê wî da çê bû, ev bû: “Min hêja malik li xwe xirab kir, bi destî xwe nebîya xwe kuşt”. Temo xwe begijgijand ko ji bin qelaxa hedimî derkeve, lê dît ko lipat pê nabe. Car din hizî da xwe û cendekê xwe paşopê defand. Texmîn kir ko ji binî dixişike, derdikeve û lingên wî jî derva nin. Dîsa qoş dane xwe û êmekî şûnda ber çevên wî bû ronî. Temo derket, lê di dilê xwe da fikirî: “Ez çima derketim, xwe ruhê min ji yê Dîlbera min şîrintir nîbû?”. Pişt ra fikirî: “Dibe ko Dîlbera min zêndî mabe, hela ezê dîsa lê bikim gazî”. Û kire gazî, kira qarîn û carîn, guhê xwe da ser loda sergîna, lê tu deng û his li ber guhê wî neketin. Bi tepa hate serê xwe, lê mil jî westîyan û pişta wî qelaxa hedimî da, serê wî ser gerdenê da leq bû. Hew wextekê li xwe hesiya, wê yek dey lê dike, dibêje: “Kalko, kalko!”. Temo çevên xwe vekirin û pêşberî xwe nihêrî. Weke xewnekê ewî nebîyê xwe siyarî dît: kurê qîza wî ko li gundekî dûr çûbû mêra.

— Têmûr lao, tu yî?- hemankî deng ji Temo hat.

— Ez im, kalko. Ev çi hewal e, kê neferên mala we, hemû gundî kuştine? Xên ji te kes zêndî maye?

— Na lao, kes zêndî ne maye, her tenê Dîlbera min ji destê dijmin filitî bû, ew jî min bi van desta kuşt.

Têmûrê çardehsalî ji wê gotina kalkê xwe ne fem kir, ne jî bawer kir, lê bê hemdî xwe pirsî:

— Çawa?

— Dîlbera min revîbû, xwe avîtibû hundurê qelaxê ko ruhê xwe xilazke. Gava min ew di qelaxê da dît, pê ra peyivîm, ewê dengê min nas ne kir, çimkî ji qarîn-carîna temamîya şevê dengê min ketibû. Ewê hew tirê ez jî ew dijmin im, yê ko neferên mala me kuştin û wê dixapînin ko gava derkeve, wê jî bikujim. Min jî seheta xwe reş kir, ji kerba xwe avîte hundurê qelaxê ko Dîlbera xwe ji wira derxim, lê min nizanibû ko ezê bikujim, qelaxa zikdayî di ser da bihedimînim.

— Kalko, were em qelaxê vedin, belkî Dîlber zêndî be.

— Na lao, Dîlbera min çû, bû kuştîya kalkê xwe. Xem nake, ezê jî herim bal wê. Tu wê bêje: tu çawa bi vê yekê hesîyayî û hatî û çima bi tenê hatî?

— Kalko, haya me bi vê yekê tunebû. Vê sibê dayka min ji xewê hişyar bû û weke xûniya xwe avîte min, got:

— Têmûr lao, zû bike li hespê siyar be û xwe bi mala kalkê xwe ra bigihîne: min xewneke xirab dîtîye.- Û ez destxweda siyar bûm û hatim.

Temo texmîn kir ko him dengê nebîyê wî diricife û him jî temamîya bedena wî û loma jî jê ra got:

— Lao, tu mêr î, metirse. Her tenê xwe zû bigihîne gundê we û li ser riya xwe hemû gundên kurda, hewarê li wan daxe ko bên van cinyaza binax bikin. Bêje, bê kalkê min digot: eskerên dewletê ketine gundê me û qira hemûşka anîne ko heyfa serhildana kurda hildin. Bê kalkê min digot: dijminê me pir xayîn û nemerd e, jin û zara jî dikuje. Bê dijmin bi namûsa me ra lîstîye, qîz û bûk, hetanî keçên zarok jî şuhurandîye. Bê kalkê min digot: eger simêl li ber pozê wan heye, xîret, namûs û şerefa kurmancîyê li bal wan heye, bira heyfa van şehîda, heyfa pêpeskirina namûsa me hildin. Lê berî hemûşkî bira bên van cinyaza binax bikin ko dijmin dane tavê.

— Tê li vir bimînî, kalko?- Têmûr pirsî.

— Na, lao, ez ê herim bal Dîlberê, kulîlkên wê bidimê.

Têmûr li ser van gilîyên kalikê xwe metel ma, tiştek jê fem ne kir, lê gava kalikê ew car din da lezandin, ewî canûyê bin xwe zengû kir, zikê va wî berda û weke teyrekî bi riya çiyayê pêşber ra hêl bû. Di rojê da hewarî ji hemû gundên cînar hatin. Lê gava Têmûr bi dayka xwe, bav û birên xwe, gundîyên xwe ra hat û li kalikê gerîya, cinyazê wî bin zinarê ber gund da dîtin: baqê kulîlkên Dîlberê di dêst da: kulîlkên SOR, ZER Û KESK.

-----------------------------------
Nivîskar: TÊMÛRÊ XELÎL temur_xelil@hotmail.com
Weşandin: 2014-02-06
Xwendin: 17605
 

KOLUMNÊN BERÊ   
Şebabê Egît nabe Şeroyê Biro û ez jî nabim ”heval” (2016-08-17)
Careke din ser alfabeya kurdî-latînî (2016-04-24)
Xwedêyo, tu me ji dewletnexwezan biparêzî! (2016-01-27)
Êzdîbûna kurdan ji Kurdistanê zêdetir zirarê dide Ermenistanê (2015-06-29)
Xwezî kurd di hindava dijminên xwe de wek ermenîyan bûna (2015-04-18)
Kovara ”Wêje û rexne” ji rexneyan hiz nake (2014-12-14)
Kurdên resen bûn kurdên reben (2014-10-16)
Xwedîyê kurmancîya dewlemend (2014-09-17)
Bira haya we ji zaneyên nezan hebe (2014-08-12)
Çima tirkî li ber dilê hinek kurdan ezîz e (2014-06-15)
Stranên Karapêtê Xaço dikaribûn nebûna milkê gelê kurd (2014-04-07)
Pirtûkeke Kemal Tolan li ser êzdayetîyê (2013-12-29)
Kadroyên têlêvîzyonên kurdî li ser çi bingehî tên hilbijartin (2013-08-15)
Gêorgîyê Xudo serbilindîya Ermenistanê û kurdan bû (2013-05-27)
Em û ermenî bi şûrekî hatine birîndar kirin – ji bo bîranîna gelkujîya ermenîyan (2013-04-24)
Neyariya di kirasê welatparêzîyê da (2013-02-23)
Îvanê Omer Farîzov – mêrxasê binavûdeng lê bê nav û bê deng (2013-01-18)
Kurdistana Sor (2012-11-22)
Cegerxwîn derheqa êzîdîyan û dînê êzîdîtîyê da (2012-10-28)
”Tu ne yar î, tu neyar î” (2012-10-04)
NERÎNGEH
 
[kitêb] Sun Zî: Hunera şer (2016-04-21)
Ismail Beşikçi ji kurdan re li ser ermeniyan semînerek da (2013-09-28)
Kurdistan berî serxwebûna siyasî ”serxwebûna petrolê” û ekonomîk îlan dike (2012-05-21)
Tewanga navdêrên zimanê kurdî (2009-02-08)
Umît Firat dibêje navnîşana çareserîya pirsa kurd ne PKK ye (2008-11-11)
Hêro Talebanî: Min nedixwest Mam Celal bibe serokkomarê Iraqê [foto] (2007-05-10)
Alfabeya kurdî-latînî ji bo zimanê kurdî ji alfabeya kurdî-erebî minasibtir e (2005-11-02)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
vv9v8v09fq:TabArticles:4;8;12;14;17;19;21;22;23;24;28;29;30;31;32;40;41;43;44;46;48;49;51;52;53;54;55;56;58;60;62;63;64;65;66;67;69;71;72;74;75;76;77;78;79;80;81;82;84;85;86;90;91;92;94;95;96;97;98;100;102;103;104;105;106;107;109;110;111;112;113;114;115;116;117;118;119;120;121;122;123;124;125;126;127;128;129;130;131;132;133;134;136;137;138;139;140;141;142;143;144;145;146;147;149;150;151;152;153;155;157;158;159;160;163;164;165;166;167;168;169;170;171;172;173;174;175;176;178;179;180;181;182;183;184;185;186;187;188;189;190;191;192;193;194;195;196;197;198;199;200;202;203;204;205;206;207;208;209;210;211;212;213;214;215;216;217;218;219;221;222;223;224;225;226;227;228;229;230;231;232;233;234;235;236;237;238;239;240;241;242;243;244;245;246;247;248;249;250;251;253;254;255;256;257;258;259;260;261;262;263;264;265;266;267;268;269;270;271;272;273;274;275;276;277;278;279;280;281;282;283;284;285;286;287;288;289;290;291;293;294;295;296;297;298;301;302;303;304;305;306;307;308;309;310;311;312;313;314;315;316;317;318;319;320;321;322;323;324;325;326;327;328;329;330;331;332;333;334;335;336;337;338;339;340;341;342;343;344;345;346;347;348;349;350;351;352;353;354;355;356;357;358;359;360;361;362;363;364;365;366;367;368;369;370;371;372;373;374;375;376;377;378;379;380;381;382;383;384;385;386;387;388;389;391;392;393;394;395;396;398;399;400;401;402;403;404;405;406;407;408;409;410;411;412;413;414;415;416;417;418;419;420;421;422;423;424;425;426;427;428;429;430;431;432;433;434;435;436;437;438;439;440;441;442;443;444;445;446;447;448;449;450;451;452;453;454;455;457;458;459;460;461;462;463;464;465;466;467;468;469;470;471;472;473;474;475;476;477;478;479;480;481;482;483;484;485;486;487;488;489;491;492;493;494;495;496;497;498;499;500;501;502;503;504;505;506;507;508;509;510;511;512;513;514;515;516;517;518;519;520;521;522;523;524;525;526;527;528;529;530;531;532;533;534;535;536;537;538;539;540;541;542;543;544;545;546;547;548;549;550;552;553;554;555;556;557;558;559;560;561;562;563;564;565;566;567;568;569;570;571;572;573;574;575;576;577;578;579;580;581;582;583;584;585;586;587;588;589;590;591;592;593;594;595;596;597;598;599;600;601;602;603;604;605;606;607;608;609;610;611;612;614;615;616;617;618;619;620;621;622;623;624;625;626;627;628;629;630;631;632;633;634;635;636;637;638;639;640;641;642;643;644;645;646;647;648;649;650;651;652;653;654;655;656;657;658;659;660;661;662;663;664;665;666;667;668;669;670;671;672;673;674;675;676;677;678;679;680;681;682;683;684;685;686;687;688;689;690;691;692;693;694;695;696;697;698;699;700;701;702;703;704;705;706;707;708;709;710;711;712;713;714;715;716;717;718;719;721;722;723;724;725;726;727;728;729;730;731;732;733;734;735;736;738;740;741;742;743;744;745;746;747;748;749;750;751;752;753;755;756;757;758;759;760;761;762;763;764;765;766;767;768;769;770;771;773;775;776;777;778;779;780;781;782;783;784;785;786;787;788;789;790;791;792;793;794;795;796;798;799;800;801;802;803;804;805;806;807;808;809;810;811;812;813;814;815;816;817;818;819;820;821;822;823;824;825;826;827;828;829;830;831;832;833;834;835;836;837;838;839;840;841;842;843;844;845;846;847;848;849;850;851;852;853;854;855;856;857;858;859;860;861;862;863;864;865;866;867;868;869;870;871;872;873;874;875;876;877;878;879;880;881;882;883;884;885;886;887;888;889;890;891;892;893;894;895;896;897;898;899;900;901;902;903;904;905;906;907;908;909;910;911;912;913;914;915;916;917;918;919;920;921;922;923;924;925;926;927;928;929;930;931;932;933;934;935;936;937;938;939;940;941;942;943;944;945;946;947;948;949;950;951;952;953;954;955;956;957;958;959;960;961;962;963;964;965;966;967;968;969;970;971;972;973;974;975;976;977;978;979;980;981;982;983;984;985;986;987;988;989;990;991;992;993;994;995;996;997;998;999;1000;1001;1002;1003;1004;1005;1006;1007;1009;1010;1011;1012;1013;1014;1015;1016;1017;1018;1019;1020;1021;1022;1023;1024;1025;1026;1027;1028;1029;1030;1031;1032;1033;1034;1035;1036;1037;1038;1039;1040;1041;1042;1043;1044;1045;1046;1047;1048;1049;1050;1051;1052;1053;1054;1055;1056;1057;1058;1059;1060;1061;1062;1063;1064;1065;1066;1067;1068;1069;1070;1071;1072;1073;1074;1075;1076;1077;1078;1079;1080;1081;1082;1083;1084;1085;1086;1087;1088;1089;1090;1091;1092;1093;1094;1095;1096;1097;1098;1099;1100;1101;1102;1103;1104;1105;1106;1107;1108;1109;1110;1111;1112;1113;1114;1115;1116;1117;1118;1119;1120;1121;1122;1123;1124;1125;1126;1127;1128;1129;1130;1131;1132;1133;1134;1135;1136;1137;1138;1139;1140;1141;1142;1143;1144;1145;1146;1147;1148;1149;1150;1151;1152;1153;1154;1155;1156;1157;1158;1159;1160;1161;1162;1163;1164;1165;1166;1167;1168;1169;1170;1171;1172;1173;1174;1175;1176;1177;1178;1179;1180;1181;1182;1183;1184;1185;1186;1187;1188;1189;1190;1191;1192;1193;1194;1195;1196;1197;1198;1199;1200;1201;1202;1203;1204;1205;1206;1207;1209;1210;1211;1212;1213;1214;1215;1216;1217;1218;1219;1220;1221;1222;1223;1224;1225;1226;1227;1228;1229;1230;1231;1232;1233;1234;1235;1236;1237;1238;1239;1240;1241;1242;1243;1244;1245;1246;1247;1248;1249;1250;1251;1252;1253;1254;1255;1256;1257;1258;1259;1260;1261;1262;1263;1264;1265;1266;1267;1268;1269;1270;1271;1272;1273;1274;1275;1276;1277;1278;1279;1280;1281;1282;1283;1284;1285;1286;1287;1288;1289;1290;1291;1292;1293;1294;1295;1296;1297;1298;1299;1300;1301;1302;1303;1304;1305;1306;1307;1308;1309;1310;1311;1312;1313;1314;1315;1316;1317;1318;1319;1320;1321;1322;1323;1324;1325;1326;1327;1328;1329;1330;1331;1332;1333;1334;1335;1336;1337;1338;1339;1340;1341;1342;1343;1344;1345;1346;1347;1348;1349;1350;1351;1352;1353;1354;1355;1356;1357;1358;1359;1360;1361;1362;1363;1364;1365;1366;1367;1368;1369;1370;1371;1372;1373;1374;1375;1376;1377;1378;1379;1380;1381;1382;1383;1384;1385;1386;1387;1388;1389;1390;1391;1392;1393;1394;1395;1396;1400;1401;1402;1403;1404;1405;1406;1407;1408;1409;1411;1412;1413;1414;1415;1416;1417;1418;1419;1420;1421;1422;1423;1424;1425;1426;1427;1428;1429;1430;1431;1432;1433;1434;1435;1436;1437;1438;1439;1440;1441;1442;1443;1444;1445;1446;1447;1448;1449;1450;1451;1452;1453;1454;1455;1456;1457;1458;1459;1460;1461;1462;1463;1464;1465;1466;1467;1468;1469;1470;1471;1472;1473;1474;1475;1476;1477;1478;1479;1480;1481;1482;1484;1485;1486;1487;1488;1489;1490;1491;1492;1493;1494;1495;1496;1497;1498;1499;1500;1502;1503;1504;1505;1506;1507;1508;1510;1511;1512;1513;1514;1515;1516;1517;1518;1519;1520;1521;1522;1523;1524;1525;1526;1527;1528;1529;1530;1531;1532;1533;1534;1535;1536;1537;1538;1539;1540;1541;1542;1543;1544;1545;1546;1547;1548;1549;1550;1551;1552;1553;1555;1556;1557;1558;1559;1560;1561;1562;1563;1564;1565;1566;1567;1568;1569;1570;1571;1572;1573;1574;1575;1576;1577;1578;1579;1580;1581;1582;1583;1584;1585;1586;1587;1588;1589;1590;1591;1592;1593;1594;1596;1597;1598;1599;1600;1601;1602;1605;1606;1607;1608;1609;1610;1611;1612;1613;1614;1615;1616;1617;1618;1619;1620;1621;1622;1623;1624;1625;1627;1628;1629;1630;1631;1632;1633;1634;1635;1636;1637;1638;1639;1640;1641;1642;1643;1644;1645;1646;1647;1648;1649;1650;1651;1652;1653;1654;1655;1656;1657;1658;1659;1660;1661;1662;1663;1664;1665;1666;1667;1668;1669;1670;1671;1672;1673;1674;1675;1676;1677;1678;1679;1680;1681;1682;1683;1684;1685;1686;1687;1688;1689;1690;1691;1692;1693;1694;1695;1696;1697;1698;1699;1700;1701;1702;1703;1704;1705;1706;1707;1708;1709;1710;1711;1712;1713;1714;1715;1716;1717;1718;1719;1720;1721;1722;1723;1724;1725;1726;1727;1728;1729;1730;1731;1732;1733;1734;1735;1736;1737;1738;1739;1740;1741;1742;1743;1744;1745;1746;1747;1748;1749;1750;1751;1752;1753;1754;1755;1756;1757;1758;1759;1760;1761;1762;1763;1764;1765;1766;1767;1768;1769;1770;1771;1772;1773;1774;1775;1776;1777;1778;1779;1780;1781;1782;1783;1784;1785;1786;1787;1788;1789;1790;1791;1792;1793;1794;1795;1796;1797;1798;1799;1800;1801;1802;1803;1804;1805;1806;1807;1808;1809;1810;1811;1812;1813;1814;1815;1816;1817;1818;1819;1820;1821;1822;1823;1824;1825;1826;1827;1828;1829;1830;1831;1832;1833;1834;1835;1836;1837;1838;1839;1840;1841;1842;1843;1844;1845;1846;1847;1848;1849;1850;1851;1852;1853;1854;1855;1856;1857;1858;1859;1860;1861;1862;1863;1864;1865;1866;1867;1868;1869;1870;187Ferqa di nêvbera »ko«, »ku« û »kû« de (2005-05-19)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
Xewna Mesûd Barzanî ji başûrê Kurdistanê mezintir e (2005-02-07)
 
REKLAM


KOLUMNÎST
Şebabê Egît nabe Şeroyê Biro û ez jî nabim ”heval”
Tolstoy û xelata Nobelê
Kurdistaneka serbixwe û [ne]cida
Heşt rojên şerê xendekê – I
Em û felsefe
Hilbijartinên Kurdistanê ez şok kirim
© 1997–2024 www.nefel.com  |  E-poste: info@nefel.com  |  Powered by Medesoft.org