SWÊD, 24/4 2013 — Di destpêka meha sibatê de siyasetmedarê kurd Ahmet Turk got ”kurdan ermenî qetil kirine û divêt ermenî kurdan efû bikin”. Paşê jî di 18-ê nîsanê de nivîskarê kurd Jan Dost bi sernivîsa ”Lêborîneke dereng ji ermenan” (Avestakurd) uzra xwe ji ermeniyan xwest.
Piştî gotinên Ahmet Turk û xwendina gotara Jan Dost ez fikirîm, ka ermenîyan an jî miletên din bi awayekî fermî hîç caran kurd di gelkujîya ermenîyan da sûcdar kirine an na, nekete bîra min. Ya rast, nivîsên wisa li tu cîyan çap nebûne, xên ji çend gotarên faşîstên tirkan û nasyonalîstên ermenîyan. Û niha jî nivîsên çend kurdan...
Xwedîyên van herdu gotaran hîç cîyan nanivîsin, ko kurdan çiqas ermenî ji xezakirin û kuştinê dane xilas kirin, ew di malên xwe da parastin. (Wek nimûne, Murtule begê Muksê, ko bi hezaran ermenî ji qirê xilas kir û nehîşt, wek dibêjin, zirar bigihîje serê poza sola wan jî). Nabêjin, ko ev gelkujî dewletê û desthilatê kir. Kurd jî ne dewlet bûn, ne jî desthilat.
Yek ji ermenîyên ji dest osmanîyan filitî, bavê Aramê Tîgran - Tîgranê Mêlîkyan e. Aramê Tîgran gotinên bavê xwe wa bi bîr dianî: ”Bavê min ji min ra hertim digot: ''Kurê min, qedir û qîmetê gelê kurdan bizane. Kurdan ji bîr neke. Emekê wan li ser me pir e. Zehmetî û xwêdana wan li ser me pir e. Ewan em xwedî kirin. Anha win 4 bira û 2 xwîşk dijîn, bi xêra kurdan e. Wan em ji komkujîya osmaniliyên tirkan parastin”.
Ne wana, ne jî tu kurdekî din rojek ji rojan ne got, ko em gerekê lêborînê ji êzdîyan bixwezin, ji ber ko mîrê Kora ji Rewandûzê bi sedan hezaran kurdên êzdî kuştin; ji ber ko van dawîyan melleyekî kurd got: ”kuştina êzdîyan helal e”.
Di wê gelkujîyê da ne tenê ermenî hatine qirkirin, lê hemû miletên nemusulman jî. Di nav wan da êzdî jî. Û tu kesekî jî hesab ne kirîye ka gorî jimara miletan û kuştîyan kîjan milet zêde hatîye qirkirin. Ji gotinên Ahmet Turk û nivîsara Jan Dost zelal xuya dibe, ko dilê wan ji êzdîyan zêdetir li ser ermenîyan diêşe. Ez tenê nimûneyekê bînim: ji malbeta Qanatê Kurdo ji 49 kesan tenê 3 kes ji ber şûrê Roma reş filitîn û xwe avîtine bextê Ermenîitanê. Der û dorên tevaya qezaya Dîgora Qersê piranî kurdên êzdî bûn û îro yek jî li wir nemaye.
Roma reş ji rev û beza me, ji mihacirîya me jî têr nebû, çend tejî û tûleyên xwe berdane Ermenistanê, li wir jî em qir kirin. Serkêşê wî karî jî Teyo begê kurd bû. (Piştî demekê Evdilmecîd begê di nav kurdan da pir navdar ji heqê wî hate der û gorî kirina wî ew ceza kir). Êzdîyan jî bona xwe biparêzin, çi kirin? Dîtin ko tu rê ber wan nemaye, alayên xwe saz kirin, bi serokatîya serekê êla Hesinîyan Cangîr axayê mêrxas bi piştgirîya ermenîyan şerê tirkan û kurdên xwefiroş kirin. Û heta îro jî tu êzdîyek nabêje, ko kurdên musulman şerê me kirin, em qir kirin. Her dibêjin ev karê destê Roma reş û musulmanan bû. Ango, çend begên kurdan yên xwefiroş, çend kurdên di alaya Hemîdîyê da - ew ne tevaya gelê kurd in. Îcar çima hinek kurd dibêjin ”kurdan ermenî qir kirin”, lê êzdî nabêjin ”kurdên musulman em qir kirin”?
Em bêjin, ko bi rastî jî xwedîyên van îdiayan heq in, ango kurdan ermenî qir kirine. Wê demê ew çawa bû, ko 10 salan piştî wê qirkirinê dewleta Ermenistanê ji bo kurdên Ermenistanê hemû dergeyên pêşketina çandî û edebî vekir? Hela di ser da jî, wan salan kadroyên kurdan tunebûn, ji ber wê jî ermenîyên xwendî, ko kurdî baş zanibûn, hatine hewara me û bi dilsozî û dilxweşî bûne karmendên rojnameya ”Rya teze”, dersbêjên dayîreyên bona amadekirina mamostayên kurdî, amadekarên kadroyên kurd, rêjîsorên teatroya kurdî û piyes-şanoyên radyoya kurdî ya Yêrêvanê.
Amadekarê elfabaya kurdî ya pêşin ya ser bingehê herfên ermenî û xwedîyê pirtûka kurdî ya bi wê elfabayê ya bi navê ”Şems” Hakob Xazaryan (Lazo) ji sala 1925an destpêkirî dersên kurdî dida kurdên Gurcistanê û bi wê pirtûkê gelek kurd fêrî xwendin û nivîsîna bi zimanê xwe bûn. Û bi saya wan alîkarîyan Ermenistan gelek deh salan bûbû navenda pêşketina çand û edebîyeta kurdî li tevaya cihanê.
Dibe hinek kurd bifikirin, ko: ”ermenîyan ewqas alîkarîya kurdên Ermenistanê kirin, ji ber ko ew bi dînê xwe va êzdî bûn û di dema gelkujîyê da piştgirên ermenîyan bûn”. Lê bira xwendevan baş bizanibin, ko ji kurdên Ermenistanê ji sedî weke 70 êzdî bûn, ji sedî weke 30 jî musulman bûn. Piranîya wan kurdên musulman ji der û dorên Wanê bûn, ji êlên Celalî û Brûkan. Û ew kurdên musulman jî di dema gelkujîya ermenîyan ya sala 1915an ji destê Roma reş revîyabûn û li vî welatê dost bi cî bûbûn.
Îcar ez ji xwedîyên van îdiayan dipirsim: ”Ma ev kurdên musulman jî ji dest kurdên musulman yên li Romê dihatin kuştin, ko revîne Ermenistanê?” Û ji wan kurdên musulman yên li Ermenistanê (bi gotina xwedîyên wan îdiayan ”bavkuştîyên ermenîyan bûn”) Nadoyê Xudo Maxmûdov piştî çend salan bû wezîrê dewletê, Wezîrê Nadirî bû mamostayê Ûnîvêrsîtêya Yêrêvanê. Piştî çend deh salan jî Elîyê Ebdilrehman Mamêdov bû nivîskarekî di komarê da navdar, Kinyazê Îbrahîm bû serwêrê kafêdraya Înstîtûta Ermenistanê ya pêdagogîyê. Îro jî Kinyazê Hemîd li Ermenistanê kurdekî di komarê da navdar e.
Gelek nivîskarên ermenîyan, ko ew jî bûne xurê gelkujîyê, wek Dêrênîk Dêmîrçyan, Hraçya Koçar, Avêtîk Îsahakyan, Xaçîk Daştêns, Stêpan Zoryan, Yexîşê Çarens û yên din ser dostanîya ermenîyan û kurdan berhem nivîsîne û piranîya wan berheman piştî gelkujîya ermenîyan ronahî dîtine. Yek ji wan, Dêrênîk Dêmîrçyan gotîye: ”Çi tiştê baş di navbera me û kurdan da bûye, bi destê me herdu miletan hatîye kirin. Çi tiştên xirab di navbera me û kurdan da bûye, bi destê dijmin hatîye kirin”.
Rojekê komeleya me ya xwendkarên kurd li Ermenistanê civîneke ser dostanîya ermenîyan û kurdan çêkir. Di wê civînê da nivîskarê ermenîyan yê wê demê herî meşûr Hraçya Koçar rabû ser dikê û got: ”Bizîşk li min qedexe kirine ez di civînên fermî da bipeyivim ji ber jana dilê min. Lê dema derheqa dostanîya kurdan û ermenîyan da dibihêm, gotinên bizîşkan ji bîr dikim”. Ev fikir tenê têr dikin, ko em bersîva wan herdu kesayetîyên kurd yên îdia dikin ko kurdan ermenî kuştine bidin.
Zirara îdiayên wiha, ango yên lixwemukurhatina gelkujîya ermenîyan, ko ji serî heta binî bê bingeh in, pir e. Gelo xwedîyê van îdiayan fikirîne, ko piştî van gotinên wan hinek ermeniyên sergerm dikarin bawerîya xwe bi wan gotinan bînin û zirarê bigihînine kurdên der û dorên xwe?
Ez hêvî dikim eger ermenîyên sergerm hebin jî, bira bawerîya xwe bi wan îdiayan neynin, bila bi van gotinên min bînin:
— Ji bo kurdên dervayî Kurdistanê cîyê ji bo jîyanê yê herî aram Ermenistan e. Gelê ji bo kurdan herî dost ermenî ne û gelê ji bo ermenîyan herî dost jî kurd in. Ji ber wê jî her sal, roja 24ê nîsanê, roja destpêka gelkujîya ermenîyan, ji bo min jî roja şînê ye. Ez li her deran bêrîya ermenîyan û Ermenistanê dikim, heta li Kurdistanê jî, heta li Lalişê jî. Herwiha ji ber wê yekê jî, ko ez û ermenî em bi şûrekî hatine birîndar kirin. |