SWÊD, 25/11 2011 — Ev têgehên abstrakt ko em bi kar tînin (sentez, komparatîv) bêguman ji bo xwênerên dema me ne biyanî ne. Lewra, dîsan divê li gor hevahengîya mijarê manedarîya wan were qebûlkirin, an dê mirov ji naverokê bi dûr bikeve û mijar jî ê têk here.
Ji ber vê jî em dê hewl bidin şiroveyên xwe li pêş deynin. Sentez: metodekî zanistîyê ye. Her tim bi têgeha “analîz” ê re, tê bikaranîn. Her du gotin jî ji Grekîya klasîk derbasî literaturê bûne. Weko gotin, analîz, perçekirin e; mirov tiştekî digre û hêmanên (element) wê ji hev derdixe, cuda dike. Sentez jî prosedura beravajî wê ye, ango bi hev girêdide, perçeyan tîne ba hev. Ji vî metodê zanistê re ê sentetîk jî tê gotin. Evîya ji bo perspektîfeke giştî ye. Ji xwe li vir jî qesta me jê, dîrokek giştî ye. Dîrokek giştî incex bi rê û metodê sentezê ve dikane were dayin.
Komparatîv: bêjeyek giramatîkî ye û ji bo rengdêran tê bikaranîn. Li vir em tenê bi maneya ”bi miqayese” dê bi kar bînin û şiroveya Peter Burke di pirtûka (Annales Skolan) de, esas bigrin. Metodekî dîroknasîyê ye ko miqayesê bi çandên cuda û zanistên cuda (antropologî, psîkologî, lingivîstîk ûhw) re dike. Miqayesê di nawbêna çand û civakan de dike:
a) Wekhevîyên nawbêna civakan
b) Cudayîyên nawbêna civakan
c) Cografya, civakên ko nêzîkî hev in
d) Civakên ko dûrî hev in
e) Mefhûmê wext, ên ko di heyamekî de jîyane.
Ji dîrokek komparatîv, mebest ev e ko van hûrgulîyên jorîn teva bihundurîne. Çend taybetmendîyên din î şirovekirina dîrokê ya vê dibistanê wusa ne:
a) ji dêlva ravekirina bûyeran, problem û sedeman bi babetekî analîzkar şirove dike.
b) Berovajî dîroknasîya kevn ko dîroka siyasî weko mijara sereke digirt, annales hewl dide ko dîrokek giştî bide. Li gor vê têgihiştina Annalesê divê dîrok hemû kirinên mirovatîyê bihundurîne û evîya divê mijara sereke û bingehîn be.
c) Ji bo ko bigihêje vê armanca jorîn jî, hevkarîyê bi disiplînên din re dike; weko sosiyologî, psîkologî, aborî, lingivîstîk, sosîyalantropologî ûhw.
Avakarên ANNALESê:
Lucien Febvre û Marc Bloch
Nifşê pêşin yê dibistana Annalesê ji van herdu camêran pêk dihat. Ên ko rêbertî kirin û cara pêşin kovarek(Annales d'histoire économique et sociale ) bi vî navî weşandin ew bûn. Lucien Febvre (1878-1956) bi heyşt salan ji hevalê xwe Marc Boch mezintir bû. Febvre weko mirovekî pêşbîn, intensîv, belager, (dikanî erza hevalê xwe bişkanda, dema ko bi ya wî ne dikirin) bû. Weko pîsporê sedsala 1600 an xwendina xwe xelas kiriye lê bi dehan berhemên hêja ên dîrokî bi mijarên cuda afirandine. Marc Bloch (1886-1944) weko mirovekî aram, qerfok û hazircewab tê nasîn. Bloch weko pisporê serdema navîn xwendina xwe diqedîne. Alîkarîya wî ya mezin jî di derbarê serdema navîn û feodalîzmê de bûye. Di nav xebatên wî de, du berhemên wî yê navdar ko bûne malê dîrokê, (Les rois thaumaturges û Apologie pour l'Histoire) hene. Marc Bloch di sala 1944 an de ji ber ko hevkarîya tevgera beravanîyê ya Fransî dikir ji teref Gestapo ve tê girtin û bi gulebarankirinê tê kuştin.
Bi demeke kurt, piştî şerê cîhanê ê yekemîn, Febvre amadekarîya kovareke navnetewî (ji bo dîroka aborî) kiribû. Ji bo ko serokatîya vê bike ji dîroknasekî Belçîkî î navdar Henrî Pîrenne re daxwazî dike, lê alozî derdikevin û ev proje bi ser nakeve. Di sala 1928 an de Bloch vê insîyatîfê digre, lê vê carê kovareke tenê bi Frensî ye. Dîsan ji heman dîroknasî tika dikin û ew qebûl nake. Kovar bi redaktorîya Bloch û Febvre cara pêşin 15 Çilê 1929 an de dest bi weşana xwe dike. Lewra di komîteya redaksîyonê de ne tenê dîroknas hebûn, ên weko pisporê erdnîgarîyê (Albert Demangeon), sosîyolog (Maurice Halbwachs), ekonom (Charles Rist), dewletzan (Andre Siegfried) ji disiplînên din jî hebûn. Armanca vê komê ne tenê ew bû ko kovarreke dîrokî ji rêzê biweşînin, lewra wan xwest ko di warê dîroka aborî û civakî de serkêşîya vê disiplînê bikin û vê zanistê bikemilînin. Dîrokê ev camêr derewîn dernexistin, îro li gellek alîyê dunyayê şopa keda wan li ser dîroknivisîna modern heye û bi bandor e.
Lê çi bû, ya ko ev camêr razî ne kiribûn û berê wan ber bi dîroknasîyeke cudatir dabû? Bêşik ev pêvajoyeke kevntir bû, ya hemû hişmendîya awropî bi xwe bû. Bi alîkarîya Richard J. Evans (Till historiens försvar-In Defence of History) û Peter Burke (Annales Skolan-The French Historical Revolution) em dê hewl bidin, şirove bikin.
»Di serdema navîn û destpêka dema modern de, axilbeyê dîrokzanan weko erka xwe dizanîn ko tiştê Xwedê gotiye û daxwazên wî î li ser ruwê erdê, şirove bikin. Di dawîya dawîn de ew tişt û bûyerên ko li ser ruwê parzemînê diqewumîn, hemû ji ber sedemeke pîroz bûn, ango daxwazîyên Xwedayî bûn. Heta vê demê, dîroka mirovatîyê qada şerekî di nawbêna qewetên sersiruştî, weko, başî û xirabîyê de, bû. Dîroknasên dema ronkayê, ên rasîyonalist ev model guhertin, li şûna qewetên serxwezayî ên mirovatî, ji şirovekirina dîrokê re esas girtin. Lê ev nerîn bi xwe jî hêj ravekirineke dîrokê î rewiştî (exlaqî) bû. Berhema dîrokzanê vê demê ê navdar Edward Gibbon (1737-1794) Bilindbûna Împeratorîya Romê û Ketina wê, aktorên di vir de ji mirovan zêdetir çawanîyên rewiştî ne. Aqilmendiya ko di berhemê de dide ev e, da ko mirov divê xwe ji xirafeperestî, fanatîzmê û bawermendiyên oldarî biparêze. Evana qewetin xeternak in û dikanin dawî li Împaratorîyeke wusan mezin û çê jî bînin û di paşerojê de jî dikanin bibin sedemên kavilbûnan, ger ko neyên birandin.»
Di vê demê de dîrok perwerdeyek feylesofîyê bi mînak bû. Xwezaya mirovatîyê prensîbeke gerdûnî û ne guherbar bû. Di dema ronkayê de, ji rojên Descartes û vir ve, aqil pîvana her tiştî bû.
Di dawîya sedsala 1700 an de ev dîtin tê guhertin, ji vê demê re dema romantîk an jî berya romantîk tê gotin. Dîroknas û feylesofên vê demê li hember bawerîya ko aqil pîvana her tiştî ye û ko xwezayeke mirovî gerdûnî heye radiwestin. Teorisyenên siyasî ên weko Edmund Burke, kevneşopîya ko ji teref şoreşa Frensî ya 1789 an, bi hemû dezgehên xwe ve hatibû hilweşandin, mîna bingehê ewlehî ya civakê dinasîn û li dijî şoreşê derdiketin. Mexseda dîroknivisînê divê ne ew be ko mirovan bi prensîb û doktrînên feylesofîya abstrakt bixemilîne. Armanca dîroknivisînê divê ew be ku, da em baştirîn ji dezgehên civakî û milî fam bikin û wan biecibînin. Yê ko ev guherin kir û dîroknasî ber bi vê hindavê anî, diroknasekî Elmanî Leopald von Ranke (1795-1886) bû. Di dîroknivîsînê de Ranke epokek taybet û nû ye. Burke û Evans vê alîkarîya wî di çend xalan de beş dikin.
Alîkarîya Ranke ya giring î pak ev bû ku, dîrok ji disîplînên din (vêje) veqetand û weko zanisteke serbixwe lanse (danasîn) kir. Ji vê hêlê de ê dîrok heta bi heta deyndarê wî be.
Ya duyemîn, Ranke dixwest ko hemû dîroknas qîmetên epokan (serdeman) bipejirînin. Her epok wekî ya din bi qîmet bû û Xwedê tu cudahî nekiribû nawbêna wan. Her serdem divabû li gor normên wexta xwe, ne ên nuha, bihatana şirovekirin. Li gor Ranke xemilandinên feylesofîk û abstrakt li dirokê nediguncîyan. Evîya reaksîyonek li hember dîtinên ramanyarên dema ronkayê ên weko Voltaire bû. Weko din jî Ranke mirovekî konservatîv û dîndar bû.
Ya sêyemîn û girîngtirîn jî ew metodên ko Ranke di derbarê çavkanîyan de pêşkêş dike, ye. Ev metodên ko di zimanzanîyê de jî bi kar dihatin, li hember sextekarîyê, ji bo paraztina çavkanîyên rasteqîn û resen bêhempa bûn. Ranke jiyaneke dirêj bihurandîye û gellek berhemên hêja nivisîne.
Bêşik tenê bi nivîseke wusan ne Annales tê naskirin û ne jî ilmê dîroknasîyê, lewra bi vê nivîsê ez dixwazim tenê kêmasîyekê destnîşan bikim. Belkî jî bala hin dîroknasên me bikşîne da baştir me li ber xin û van meseleyan ji me re şirove bikin. G.W.F. Hegel di pirtûka xwe ya Aqil di Dîrokê (Förnuftet i Historien) de dibêje ko »Dîroka miletekî ya resen, cara pêşin, bi xwedîbûna wî miletî ya ilmê dîrokê (histoire) dest pê dike.» Em kurd jî îro ji her kesî bêtir hewcedarî dîrokeke hevbeş û rasteqîn in, loma jî dîroknas û entelektuelên me divê me agahdar bikin. Yekbûyineke milî incex bi vê reyê dikane çê bibe, berya her tiştî, çawa ko qedera me yek e, divê çîroka me jî yek be. |