[ SÊŞEM, 2024-03-19 ]   [ BIKE MALPERA DESTPÊKÊ ]   [ BÊXE NÊV BIJAREYAN ]   [ KONTAKT ]   [ INFO ]   [ LÊGERÎN & ARŞÎV ]  
DESTPÊK
Nûçe
Nivîsar
Kulturmagazîn
Hevpeyvîn
Kolumnîst
Ewrokurd
E-Pirtûk
Lîteratûr
Ziman
Muzîk
Foto
Lînk
E-POSTEYA TE
  Nav (Username)  
   
  Þîfre (Password)  
   
   
     
   »E-posteyeka nû
 bo xwe qeyd bike
 
REKLAM


KOLUMNÎST 
Mirina Vîlle
SWÊD, 14/12 2013 — Wê rojê Vîlle, yan bi navê xwe ê rasteqîn Wîlliam Sture Almqvist, li cihê karê xwe, bi temamî çil salên xebatê li dû xwe hiştibûn. Ev çil sal bûn ko li heman cihî kar dikir, cihê karê wî, banqeya Swêd ya nasîyonal bû. Temenê wî gihiştibû şêşstûpêncan û divabû karkenar (ango teqawîd) bibûya.

Di heqîqetê de mirovekî li ser xwe bû û deh salên din jî, bê westan dê bikaribûya ev kara bimeşanda û qanûnê jî rê didayê ko di karê xwe de berdewam be. Lê, her carê ê midîrê banqê, bihata cem û bigota »Heyf e ko tu di vî temenê xwe yê bihurî de hêj dixebitî, digel ko evqas xortên me mîna tiralan betal digerin. Piştî ko te ewqas salên xebatê li dû xwe hiştine, heqê te ye ko nuha li welatekî germ li peravekê li bin sîya darekê te xwe dirêj bikira û kêfa jîyanê derxista!» Vîlle ê hinekî bişik li midîrê xwe binerîya û fikra ko ê rojekê dev ji karê berde zû zûka ji hiş û mejîyê xwe diqewirand .»hihh digot û dibişirî. Xortên nuha weke hêka dilmê ne. Qîma xwe bi tu karan naynin, her li dû tolazî û zigurdîya ne. Çavên wan lê ye, ko hema wusa ji nişka ve zengîn bibin, bêyî ko ked û zehmetîyekê bibînin.» Lê ên dema wî, nexasim jî ew, hêj di panzdeh salîya xwe de dest bi kar kiribû û heta nuha rojekê jî bêkar nema bû. Paşê jî şikirîya xwe bi Xweda dihanî ko ew mecbûrî tu kesî û deyndarîyê nekiribû.

Lê fikra ko ê rojekê ev karê wî bi dawî bibe qe ne kiribû. Her heftî, ji roja duşemê ta roja înê li gel mişterîyên banqayê ê rûnişta geh pere û faîzên wan ê bihejmerta geh jî pêşniyarên ko perên xwe li ko razînin ê bida wan. Bêguman her carê mişterîyên wî memnûn û dilşad ji cem radibûn da ko rojeke zûtirîn dîsan li vî karmendê qut î girover û ê zîrek vegerin, da qezencên xwe zêdetir bikin. Dêm û livên mişterîyên xwe ên jê razî qe ji bîr ne dikirin. Evîya jî bextewarîyeke mezin didayê. Carnan di xewnên xwe de jî ev mişterî didîtin, di destên teva de diyarî hebûn û di xewnan de ew ziyaret dikirin. Lewra li banqeyê dîyarî qedexe bûn, an dê wekî bertîlê bihatana qebûl kirin ko ev jî tawan bû. Lê Vîlle di xewnên xwe de jî ev dîyarî qebûl ne dikirin û ji mişterîyên xwe re digot »banqe mehanîyê dide min û evîya besî min e!»

Di çil salên karmendîya xwe de, mişterîyekî ko jê ne razî be, ne dihat bîra wî. Ji mişterîyên xwe re her tim ev digot û lê zêde dikir »Ez bextê xwe xera nekim! Tenê rojekê yek bi lep û pîyan rabû min, diranekî min jî şikenand (devê xwe ji hev vedikir, ji mişterîyan re bi tilîka xwe nîşan dida ko kîjan diran bû) lê paşê derket holê ko ew ne mişterîyê min bû, (bi serê xwe alîyê çepê yê korîdora banqê nîşan dida) yê Lîsayê bû.» Ew jî karmendeke banqê î jin bû, Vîlle xuyê wê qe ne dieciband. Lewra, tenê ji ber vê yekê bû ko li karê xwe ne miqate bû.

Dema ko rastî jî derketibû holê, banqeyê bi perê xwe diranê Ville çêkiribû û Lîsa demekê ji kar dûr xistibûn ji bo ko li mişterîyên xwe baş miqate ne bûbû. Lê, Lîsa ya çirpikî û doxînsist zû karê xwe bi midîrê banqê re edilandibû, heftîyekê şûnde dîsan li karê xwe vegerîyabû. Di jîyana karmendîya xwe de tenê ev bûyera naxoş dihat bîra Vîlle û wî jî ev serpêhatiya xwe her car, ji mişterîyan re kad dikir ew dikenandin.

Midîrên banqê yên berê, ji ber zîrektî û karê wî yê bi rêkûpêk gellekî pesnê Vîlle dabûn û her gav ew teqdîr kiribûn. Di van çil salên xebata xwe de, Vîlle du caran nîşana karmendê herî zîrek wergirtibû. Ji bo vêya li banqê merasim jî li dar ketibûn, bi rastî jî evîya ne tiştekî piçûk û hindik bû. Piştî van merasiman jî di banqeyê de, odeyek taybetî jê re veqetandibûn ko cîranê wî midîrê banqê bi xwe bû. Di demeke ko karîyera wî bilind bûbû salên karkenarîyê jî pê ve gihiştibûn û ew tenê dihiştin. Ya xirab ko pê hisîyabû jî ev bû, tenê mayîn...

Vê êvarê, Vîlle gihiştibû dawîya rê. Ew êdî karkenar dibû, bixwesta û nexwesta jî ev êdî wusan bû. Tiştekî ne di destê wî de bû. Di heqîqetê de kesên ko karkenar dibûn şa bûn, gellek projeyên ko di jîyana xwe ya aktîf de nikanîbûn pêk bînin, piştî ko karkenar dibûn dixistin rê, li nevîyên xwe dinerîn, siyaset dikirin, dibûn nivîskar, li dunyayê digerîyan û kêf dikirin. Lê, ji bo Vîlle ev hemî tiştin xerîb bûn. Vîlleyê me, hemû hêza xwe li kar xerç kiribû. Hêrsa kar û karîyerê rê nedabû ko bizewice û familyekê damezrîne. Piştî temenekî pêncî salî ko çend hewldan kiribûn jî, bi ser neketibû û fam kiribû ko êdî dereng maye, loma jî dev ji vê projeyê berdabû. Wekî din jî, lawê bi tenê yê bav û deyekê bû. Ger çend merivên wî ji dûr ve hebûn jî, Vîlle qe li gel yekî têkilî dananîbûn û ji wê hêlê de tenê mabû.

Wê êvarê li banqê du şahî hebûn. Yek, xwarina Noelê û ya din jî pîrozkirina karkenarîya Vîlle bû. Her sal banqê, du roj berya Noêlê xwarin dida karmendên xwe, ya îsal jî rastî karkenarîya Vîlle hatibû.

Beşa şahîya vê şevê, ango pîrozkirina karkenarîya Ville zû bi dawî bûbû. Vîlleyê ko kêfa wî ji şahîyên tiroviro re ne dihat, xwestibû berya deqeyekê ji cihê şahîyê bidûr bikeve. Mîna ko yek dilê wî biguvêşe, nerehetîyek jî di canê xwe de hîs kiribû. Lewma jî, ji bo çûna malê, telefon kiribû, texsîyek xwestibû.

Hinekî şûnde, texsîyek tevî şofêrê xwe î ko bi eslê xwe sînî bû, hatibû li ber derîyê hewşa banqeyê rawestiyabû. Ajovanê sînî ji texsîya xwe peya bûbû, şipya qapûtê xwe li xwe pêçabû, kumê xwe î urisî dabû serê xwe, fena nobedarekî seraya Buckinghamê di rewşa nikcotê de li hêvîya Vîlle sekinîbû.

Teqnekî şûnde, du reşkik ber bi texsîyê ve hatibûn, yek personala banqê Lîsa û yê din Vîlle bû. Hemû dîyarîyên personalan di du kîsan de bi cih kiribûn. Yê şofêr bi lez bergirtîya wan kir, kisê dest Lîsayê girt û derî vekir. Lê Lîsa li yê şofêr nerî û got »Na! Ez nayêm, ez wekî wî ne bextewar im!» Paşê jî li Vîlle nerî û kenîya, ber bi wî ve çû ew himêz kir »Vîlleyê min î bextewar, nuha tu çi bixwazî dikanî bikî» got û li şûna xatirxwestinê ew maç kir û paşê bi tîqetîq ber bi derîyê hewşa banqê alîyê hundurû ve bezîbû, çû bû. Bala yê şofêr li ser Vîlle bû. Vîlle bi tu şêweyî xwe ne livandibû, heta dema ko Lîsayê ew himêz kiribû jî xwe ne livandibû, mîna qurmê darekê bê liv rawestîyabû. Dema li ber şewqa hundirê texsîyê çavên yê şofêr bi yên Vîlle î vingîvala, ne ji ê zindîyan, ketibûn yê şofêr qutifîbû. Çavên Vîlle mîna du xarên reşikî di kortikên xwe de noqî bûbûn, yê şofêr rewşa Vîlle ne ecibandibû, lê dîsan jî dengê xwe ne kiribû û li paş dîreksîyon li hêvîya fermana wî rawestiyabû.

Hinekî şûnde, deng ji Vîlle hatibû. Pêşin wekî xirîniyekê, lê dûvre dengê wî zelal bûbû: »Gelo hûn dikarin, bi texsîyê tûrekê li dora avahîyê bigerin?» Yê şofêr »Haî! Haî! got û pêl gazê kir. Avahîya banqê yeke mezin î girover bû, derdora wê jî bi reyeke weko çemberekê ko li gellek garajên banqê vediqetîya, pêçayî bû. Vîlle bi dengekî nizm axaftina xwe domand »Aha tu vê avahîya mezin î şeşqat dibînî? Bi tevahî sedûheftêûçar ode ne, çil salên min li vê avahîyê derbas bûn, di heqîqetê de ev hamû jîyana min e. Ez hemû quncikên vê avahîyê dinasim, lê çi fêde! Tev ji dest min girtin!..» di virde kelogirî bû, nema dikarîbû biaxivîya. Şofêrê bi eslê xwe sînî xwest li ber dilê wî bigere, hinekî wî haş bike, lê nizanîbû ê jê re çi bibêje, loma jî bêdeng ma û piştî du fitlan ko li dora avahîya benqeyê gerîyabû ew anîbû ber mala wî danîbû. Ji xwe navnîşana Vîlle, li ser ekrana komputera texsîyê nivisîbû, Taby, heremek derî Stockholmê, cihwarekî zengînan dihat hesêb. Reyeke bîst deqeyan saetek ajotibû, ê şofêr zû zûka derîyê texsîyê ji Vîlle re vekiribû, ew peya kiribû û heta ber derîyê vîla wî pê re çûbû û bêyî ko li benda tu bexşîşan raweste, xatir jê xwestibû, ji wir bi dûr ketibû.

Vîlle bêdil derîyê vîla xwe ya loş vekiribû, kîsikên dîyarîyên xwe avêtibûn eywanê, bi heman babetî kincên ser xwe jî avêtibûn û bi zor xwe gihandibû metbexê. Li ser sandalîyekê kumişû ser maseya xwarinê, her çeplekî wî bi alîyekê ve, li ser maseyê dirêj bûbûn. Kesekî ko nizanîba ê bigota ev mirov serxoş e û di binê cerekî Absolut vodkaya swêdî de bang daye. Lê di heqîqetê de Vîlle qe ji vodkayê hez ne dikir, tenê li gel xwarinê car car qedehek dudo şeraba sor vedixwar. Vexwarina wî ya vê êvarê jî her du pîyaleyên şeraba sor bûn. Ev bêhalîya wî tenê ji ber karkenarîya wî ya ji kar û taswasa dilê wî ya jî ber tenêtîyê bû. Mîna ko yek dilê wî biguvêşe nerehetîyek di sînga xwe de hîs kir.

Di taritîya hundurû de teqnekî bêdeng mabû û di derbarê pîrozkirina şeva xwe ya karkenarîyê de fikirîbû. Bi taybetî jî Lîsa ya doxînsist ji hişê wî ne diçû, bê çawa wekî hudhud li ber midîrê banqeyê diçû û dihat û jê daxwaza odeya Vîlle dikir. Ev yeka, bê yî ko ji Vîlle şerm û fedî jî bike, li ba digot. »Vîlle ji xwe diçe, karkenar dibe!... Ez dê bibim cîranê te, ma qey tu naxwazî?» Paşê jî ê bi bişirîn li Vîlle binerîya, bi tinaz û qerfok jê bipirsîya »Ma we go çi Vîlle? Gelo hûn vê fikra min çawa dibînin?» Ev gotinên Lîsayê di guhên Vîlle de olan didan, mîna ko hinek şûjinan di laşê wî de rakin, wusa tevzînek pê diketin. Xwe bi xwe »Heqê min e û misteheqê min maye! Ma çima wê rojê min baz neda ser te! Nuha tu ê wusan bikî, çavên xwe berde cihê min, axx...» got. Di vir de, çêl bîrewerîyeke xwe û Lîsayê dikir. Rojekê, Vîlle dereng kar qedandibû û çûbû odeya personalan da qapûtê xwe bigre, aha li wir laqî Lîsayê bûbû. Lîsa jî, nuh ji serşokê derdiket, destmalek li xwe pêçabû, porê xwe zûwa dikir. Dema çavên wê bi Vîlle ketibûn ber bi wî ve çend gav avêtibûn, bi destekî sivik destmala ko li xwe pêçabû ji ser xwe şemitandibû û ji Vîlle pirsîbû »Gelo we tiştek diva?» Piştre jî di xwe dernexistibû, hiştibû ko Vîlle li laşê wê î şilfîtazî, li memik û ewkê wê temaşe bike. Lê, Vîlleyê dilpak ev yeka tenê bi qezeyekê şibandibû, tu maneyeke din nedabû vê bûyerê. Bi lez destmal ji erdê hildabû û li laşê Lîsayê gerandibû. Nuha jî heyfa xwe lê tanî ko ew fersend bi kar ne anîbû û tiştek bi Lîsa fêlbaz û doxînsist ne kiribû. »Tifî tifî û sed caran tifî li min be!» got, çû lempeya metbexê vêxist, dolabek vekir hin kaxiz jê derxistin û dîsan hat li cihê xwe rûnişt. Destê xwe li bişkoka radyoya ber xwe xist vekir, programeke Noelê hebû, gavê Jussî Bjorling strana Xewnek, ji Edward Grieg distira. Ev stran li xweşa wî çû, gellek caran bihîstibû, gotinên wê jiber kiribûn. E. Grieg tenê musîka wê danîbû, lê helbest ya şairekî Elman (Friedrich von Bodestedt) bû. Di ber stranê re wî jî dest pê kir, di ber xwe de, hêdî hêdî nihirand.

»Carekê min di xewna xwe de keçikek xweşik dît
çak û çeleng

û ev civanê li nav darên ciwan
...
Li wir roja min bû xewnek
û xewna min bû rasteqîn»

Ji nav kaxizan yek girt û ber bi şewqa lempeyê ve kir, zêdetir li ser reqemên jêrîn hur dibû. Lewra ko ev reqem hesabê wî yê banqê, ê menqûl, sermiyanê wî bû, qe nebe beşek ji sermîyanê wî bû. Milyonek sed û pêncî û çar hezar kronên swêdî bûn. Ji xeyn van pereyan xeyrî - menqûlên wî jî, vîla wî û havîngeheke wî hebû. Hemû maldarîya wî ji van pêk dihat, di hemî jîyana xwe de, bi keda xwe ev maldarî kiribû. Di eslê xwe de evîya ne sermiyanekî hindik bû, ji bo yekî şêst û pênc salî kapîtaleke baş bû û bi serê xwe dakira jî ê têra wî bikira. Mîna gellek karkenarên swêdî dikanîbû li welatekî germ, salê şeş mehan bimaya û li peravan, li pêsîr û qûnên tazî temaşe bikira. Lê, weko terka nav ranên Lîsayê, ev tiştên wusan qe bala wî ne dikêşandin û piştî vî temenî jî ê tu xweşîyek jê negirta. Altarnatîvekî din, ew bû ko li dunyayê seyahet bikira û biçûwa welatê Sînbad, ê hezar û yek şevan belkî lempeyeke efsûnî an xalîçeyeke ko difirîya bi dest bixista, lewra, di zaroktîya xwe de bi baldarî û işqek mezin li van çîrokan guhdarî kiribû. Gellek lempeyên wusan firikandibûn da cînê wan derkeve û hemî daxwazîyên wî pêk bîne, li xalîçeyan jî gellek dar weşandibûn, lê hemû badilhewa çûbûn. Ji fanosên swêdî tu cin derneketibûn û merşên IKEA (navê mexazeyeke swêdî ye)jî ne firîyabûn. Di xeyalên xwe de, gava xwe li sûkek Bexdayê didît, ji nişka ve yekî bi şaşik û rihdirêj ber bi wî ve dihat di dest de jî tiştek mîna şemamokên Kurdistanê hebû... herhal bê yî ko ê sofî bombeya xwe biteqîne Vîlle xwe ji vê xeyalê bi lez azad kiribû.

Kaxiza dest xwe avêt, hezar nalet li şensê xwe anî ko ew gihandibû temenê karkenarîyê û ji wan mişterîyên ko jê razî û devliken veqetandibû. Ma gelo li darê dunyayê tiştekî din dikanî cihê wan bigirta û bextewarîyek bidayê? Bêguman bersiva vê »na!» bû. Vîlle, li beramber vê qedera xwe ya naçar, axîneke kûr kêşand û kumişî ser sandalî û maseya metbexê. Dîsan qolincan pê girtibû, dilê wî hatibû guvaştin.

Di wê navbênê de çavên wî, bi kûpê titikî î girtî û tijî av, ko tê de peykerê Sankte Per hebû, ket. Diyarîyek ji heyameke bihurî bû. Bi destê xwe î çepê ew girt û hejand. Berfek bi ser, Sankte Per ê bi kurkê sor û rîha xwe ya spî, de barîya. Telîsek jî, ko temsîliya leyîstokên zarokan dikir li piştê bû. Hat bîra Vîlle ko îsal dara Noelê venegirtiye. Dareke naylonî, weke kajakê piçûk, kirîbû û ev çend sal bûn di wexta Noelê de vedigirt, dixemiland. Evîya jî zêdetir ji bo xatir û bîrewerîyên salên zaroktîya xwe dikir. Nuha jî awirên wî li ser kupikê titîkî û berfa ko bi ser Sankte Per de dibarîya asê bûbûn. Peykerê Sankte Per di hişê wî de pacek ji bîrewerîyên dema zaroktîyê vekiribû. Hat bîra wî ko di jîyana wî de demek wusan jî hebû; bi dê û bav, pîr û kal, met û xal bû. Vê bîrewerîyê xweşîyek bêhempa li canê wî belav kir û zû bi zû nexwest vê berde, kete nav bîrewerîyên xwe li dû çû, ta demên pêşin ên zaroktîya xwe.

Ew dem baş ne dihatin bîra wî, temenê wî qey li dor sê-çar salan bû. Mala wan li gundekî jora swêdê, li herêma Dalarnayê bû. Çaxê Noelê bû, wê demê familyak mezin bûn, Noel ê li mala kalik û pîra xwe pîroz bikirana. Hemû nevî, pis û pismam, dot û dotmam ji serê sibê de, li wir civîya bûn. Li dor dara Noelê, dareke kajan, xelekek çêkiribûn teva bi destê hev girtibûn û bi yek dengî stranên Noelê digotin. Vîlle ê fedîyokî hinekî li paş mabû, lê dema pîra wî Hîlda ew di rêzê de nedîtibû, li xwe fitilîbû û bang kiribûyê »Vîlleyê min! ka zû were destê pîra xwe bigre!» Bi dû ko Vîlle jî diket destê wan, çember temam dibû; şahîya Noelê dest pê dikir. Li dor dara xemilî dizîvirîn, dans dikirin û stran digotin:

Räven raskar över isen,
räven raskar över isen.
Får vi lov, ja får vi lov
att sjunga flickornas visa?
Så här gör flickorna var de går,
och var de sitter och var de står.
Så får vi lov, ja får vi lov
att sjunga flickornas visa?

(Rovî di ser qeşê re dilezîne,
rovî di ser qeşê re dilezîne.
Ma em dikarin, erê ma em dikarin
strana keçikan bistirên?
Keçik wusan dikin bê diçin kûderê,
û bê li kûderê rûdinin û li kûderê radiwestin.
Ma em dikarin, erê ma em dikarin
strana keçikan bistirên?)

Bi dû ko têra xwe li dor dara Noelê distiran û dans dikirin, diyarîyên xwe werdigirtin û dawîn jî li ser sifreya Noelê kom dibûn firavîna Noelê dixwarin. Ev kûpê tîtikî jî hêj dîyarîyeke wê demê bû.

Carekê din, bi hêztir kûpikê di dest xwe de hejand, berfeke pûk bi ser Sankte Per de barîya û vêya bîrewerîyeke din ji wê heyama bihurî di hişê wî de vêxist:

Çav li xew bû, deya wî ew li nav nivînên wî dirêj kiribû, maç kiribû û jê re »şev baş berxê min!» gotibû û derîyê odê li ser girtibû. Hema, hinekî şûnde xirpişekê ko ji hêla pacê hatibû bala wî kêşandibû, xew lê herimandibû. Vîlle ji nav ciyan rabûbû û çûbû ber pacê li derva temaşe kiribû; çi bibîne: Sankte Per, telîsek li piştê di ber paca oda wî ya razanê re dibuhurî. Bi kelecan bang li dayika xwe kiribû û jê re gotibû. Berfa kûpikê tîtikî tenê çend sanîyan dom kiribû û ev bîrewerîya ji wexteke winda jî wusan...

Derengî şevê bû, şev ber bi dawîyê ve hatibû, lê li Swêdê şevên kanûnan tarî û dirêj in. Ji berbangê re hêj gellek divabû. Dunya çiksayî û sar bû, di ezman de stêrka sibê bi hemû şewqa xwe diçurisî. Li hundurê vîla Vîlle tenê lempeya metbexê vêxistîbû, radyoyê stranên Noelê digotin. Vîlle carekê din xwestibû kûpikê tîtikî bihejîne lê pê re derneketibû, kûpik ji dest pengizîbû, li erdê ketibû ava tê de belawela bûbû. Herweha bîrewerîyên hişên wî jî belawela bûn. Êşekê ji yên berê dijwartir bi sînga wî girtibû, keserek kêşandibû û bi serê xwe kumişîbû ser maseya metbexê, her çeplekî wî bi alîyekî masê de kêşiyabû, çavên Vîlle î vekirî li peykerê Sankte Per digerîyan, lê êdî ne zindî bûn.

-----------------------------------
Nivîskar: M. ALÎ KUT rewan@nefel.com
Weşandin: 2013-12-14
Xwendin: 23834
 

KOLUMNÊN BERÊ   
Em û felsefe (2015-01-04)
Bîstûheftê gulana 1925-ê – xetên milîbûnê (2014-05-28)
Dema ko Orfeus li lîra xwe dide (2013-07-28)
Pepûk (2013-05-07)
Anna Achmatova (1889–1966) û Homo Homini Lupus (Însan gurgê insên e) (2012-06-13)
Klasîkên me (2012-04-23)
[novel] Belqiz (2012-03-01)
[novel] Solên Mamedo ên nuh (2012-01-27)
Gilgamêş – IV (2012-01-15)
Gorîyabiharê – ”Le Sacre du Printemps” (2011-12-09)
Annales – dîroknasiyeke cuda – II (2011-11-25)
Annales – dîroknasiyeke cuda (2011-08-25)
Kompozîsyon (2011-08-07)
Mîrata Sparta û Atîna (2011-05-30)
Parîsabad – rekvîyemek li ser salên zaroktîyê û wexteke buhurî (2011-02-08)
Estetîk III – spehîtî azadî ye – Platon (Eflatûn) (2010-11-22)
“Biro” – ê ko bi çîrokekê dizane sultanê gotinê ye! (2010-10-28)
LO! Pirsa mezin? (2010-09-02)
Gilgamêş – III – (2010-06-28)
Gilgamêş – II – (2010-05-19)
NERÎNGEH
 
[kitêb] Sun Zî: Hunera şer (2016-04-21)
Ismail Beşikçi ji kurdan re li ser ermeniyan semînerek da (2013-09-28)
Kurdistan berî serxwebûna siyasî ”serxwebûna petrolê” û ekonomîk îlan dike (2012-05-21)
Tewanga navdêrên zimanê kurdî (2009-02-08)
Umît Firat dibêje navnîşana çareserîya pirsa kurd ne PKK ye (2008-11-11)
Hêro Talebanî: Min nedixwest Mam Celal bibe serokkomarê Iraqê [foto] (2007-05-10)
Alfabeya kurdî-latînî ji bo zimanê kurdî ji alfabeya kurdî-erebî minasibtir e (2005-11-02)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
vv9v8v09fq:TabArticles:4;8;12;14;17;19;21;22;23;24;28;29;30;31;32;40;41;43;44;46;48;49;51;52;53;54;55;56;58;60;62;63;64;65;66;67;69;71;72;74;75;76;77;78;79;80;81;82;84;85;86;90;91;92;94;95;96;97;98;100;102;103;104;105;106;107;109;110;111;112;113;114;115;116;117;118;119;120;121;122;123;124;125;126;127;128;129;130;131;132;133;134;136;137;138;139;140;141;142;143;144;145;146;147;149;150;151;152;153;155;157;158;159;160;163;164;165;166;167;168;169;170;171;172;173;174;175;176;178;179;180;181;182;183;184;185;186;187;188;189;190;191;192;193;194;195;196;197;198;199;200;202;203;204;205;206;207;208;209;210;211;212;213;214;215;216;217;218;219;221;222;223;224;225;226;227;228;229;230;231;232;233;234;235;236;237;238;239;240;241;242;243;244;245;246;247;248;249;250;251;253;254;255;256;257;258;259;260;261;262;263;264;265;266;267;268;269;270;271;272;273;274;275;276;277;278;279;280;281;282;283;284;285;286;287;288;289;290;291;293;294;295;296;297;298;301;302;303;304;305;306;307;308;309;310;311;312;313;314;315;316;317;318;319;320;321;322;323;324;325;326;327;328;329;330;331;332;333;334;335;336;337;338;339;340;341;342;343;344;345;346;347;348;349;350;351;352;353;354;355;356;357;358;359;360;361;362;363;364;365;366;367;368;369;370;371;372;373;374;375;376;377;378;379;380;381;382;383;384;385;386;387;388;389;391;392;393;394;395;396;398;399;400;401;402;403;404;405;406;407;408;409;410;411;412;413;414;415;416;417;418;419;420;421;422;423;424;425;426;427;428;429;430;431;432;433;434;435;436;437;438;439;440;441;442;443;444;445;446;447;448;449;450;451;452;453;454;455;457;458;459;460;461;462;463;464;465;466;467;468;469;470;471;472;473;474;475;476;477;478;479;480;481;482;483;484;485;486;487;488;489;491;492;493;494;495;496;497;498;499;500;501;502;503;504;505;506;507;508;509;510;511;512;513;514;515;516;517;518;519;520;521;522;523;524;525;526;527;528;529;530;531;532;533;534;535;536;537;538;539;540;541;542;543;544;545;546;547;548;549;550;552;553;554;555;556;557;558;559;560;561;562;563;564;565;566;567;568;569;570;571;572;573;574;575;576;577;578;579;580;581;582;583;584;585;586;587;588;589;590;591;592;593;594;595;596;597;598;599;600;601;602;603;604;605;606;607;608;609;610;611;612;614;615;616;617;618;619;620;621;622;623;624;625;626;627;628;629;630;631;632;633;634;635;636;637;638;639;640;641;642;643;644;645;646;647;648;649;650;651;652;653;654;655;656;657;658;659;660;661;662;663;664;665;666;667;668;669;670;671;672;673;674;675;676;677;678;679;680;681;682;683;684;685;686;687;688;689;690;691;692;693;694;695;696;697;698;699;700;701;702;703;704;705;706;707;708;709;710;711;712;713;714;715;716;717;718;719;721;722;723;724;725;726;727;728;729;730;731;732;733;734;735;736;738;740;741;742;743;744;745;746;747;748;749;750;751;752;753;755;756;757;758;759;760;761;762;763;764;765;766;767;768;769;770;771;773;775;776;777;778;779;780;781;782;783;784;785;786;787;788;789;790;791;792;793;794;795;796;798;799;800;801;802;803;804;805;806;807;808;809;810;811;812;813;814;815;816;817;818;819;820;821;822;823;824;825;826;827;828;829;830;831;832;833;834;835;836;837;838;839;840;841;842;843;844;845;846;847;848;849;850;851;852;853;854;855;856;857;858;859;860;861;862;863;864;865;866;867;868;869;870;871;872;873;874;875;876;877;878;879;880;881;882;883;884;885;886;887;888;889;890;891;892;893;894;895;896;897;898;899;900;901;902;903;904;905;906;907;908;909;910;911;912;913;914;915;916;917;918;919;920;921;922;923;924;925;926;927;928;929;930;931;932;933;934;935;936;937;938;939;940;941;942;943;944;945;946;947;948;949;950;951;952;953;954;955;956;957;958;959;960;961;962;963;964;965;966;967;968;969;970;971;972;973;974;975;976;977;978;979;980;981;982;983;984;985;986;987;988;989;990;991;992;993;994;995;996;997;998;999;1000;1001;1002;1003;1004;1005;1006;1007;1009;1010;1011;1012;1013;1014;1015;1016;1017;1018;1019;1020;1021;1022;1023;1024;1025;1026;1027;1028;1029;1030;1031;1032;1033;1034;1035;1036;1037;1038;1039;1040;1041;1042;1043;1044;1045;1046;1047;1048;1049;1050;1051;1052;1053;1054;1055;1056;1057;1058;1059;1060;1061;1062;1063;1064;1065;1066;1067;1068;1069;1070;1071;1072;1073;1074;1075;1076;1077;1078;1079;1080;1081;1082;1083;1084;1085;1086;1087;1088;1089;1090;1091;1092;1093;1094;1095;1096;1097;1098;1099;1100;1101;1102;1103;1104;1105;1106;1107;1108;1109;1110;1111;1112;1113;1114;1115;1116;1117;1118;1119;1120;1121;1122;1123;1124;1125;1126;1127;1128;1129;1130;1131;1132;1133;1134;1135;1136;1137;1138;1139;1140;1141;1142;1143;1144;1145;1146;1147;1148;1149;1150;1151;1152;1153;1154;1155;1156;1157;1158;1159;1160;1161;1162;1163;1164;1165;1166;1167;1168;1169;1170;1171;1172;1173;1174;1175;1176;1177;1178;1179;1180;1181;1182;1183;1184;1185;1186;1187;1188;1189;1190;1191;1192;1193;1194;1195;1196;1197;1198;1199;1200;1201;1202;1203;1204;1205;1206;1207;1209;1210;1211;1212;1213;1214;1215;1216;1217;1218;1219;1220;1221;1222;1223;1224;1225;1226;1227;1228;1229;1230;1231;1232;1233;1234;1235;1236;1237;1238;1239;1240;1241;1242;1243;1244;1245;1246;1247;1248;1249;1250;1251;1252;1253;1254;1255;1256;1257;1258;1259;1260;1261;1262;1263;1264;1265;1266;1267;1268;1269;1270;1271;1272;1273;1274;1275;1276;1277;1278;1279;1280;1281;1282;1283;1284;1285;1286;1287;1288;1289;1290;1291;1292;1293;1294;1295;1296;1297;1298;1299;1300;1301;1302;1303;1304;1305;1306;1307;1308;1309;1310;1311;1312;1313;1314;1315;1316;1317;1318;1319;1320;1321;1322;1323;1324;1325;1326;1327;1328;1329;1330;1331;1332;1333;1334;1335;1336;1337;1338;1339;1340;1341;1342;1343;1344;1345;1346;1347;1348;1349;1350;1351;1352;1353;1354;1355;1356;1357;1358;1359;1360;1361;1362;1363;1364;1365;1366;1367;1368;1369;1370;1371;1372;1373;1374;1375;1376;1377;1378;1379;1380;1381;1382;1383;1384;1385;1386;1387;1388;1389;1390;1391;1392;1393;1394;1395;1396;1400;1401;1402;1403;1404;1405;1406;1407;1408;1409;1411;1412;1413;1414;1415;1416;1417;1418;1419;1420;1421;1422;1423;1424;1425;1426;1427;1428;1429;1430;1431;1432;1433;1434;1435;1436;1437;1438;1439;1440;1441;1442;1443;1444;1445;1446;1447;1448;1449;1450;1451;1452;1453;1454;1455;1456;1457;1458;1459;1460;1461;1462;1463;1464;1465;1466;1467;1468;1469;1470;1471;1472;1473;1474;1475;1476;1477;1478;1479;1480;1481;1482;1484;1485;1486;1487;1488;1489;1490;1491;1492;1493;1494;1495;1496;1497;1498;1499;1500;1502;1503;1504;1505;1506;1507;1508;1510;1511;1512;1513;1514;1515;1516;1517;1518;1519;1520;1521;1522;1523;1524;1525;1526;1527;1528;1529;1530;1531;1532;1533;1534;1535;1536;1537;1538;1539;1540;1541;1542;1543;1544;1545;1546;1547;1548;1549;1550;1551;1552;1553;1555;1556;1557;1558;1559;1560;1561;1562;1563;1564;1565;1566;1567;1568;1569;1570;1571;1572;1573;1574;1575;1576;1577;1578;1579;1580;1581;1582;1583;1584;1585;1586;1587;1588;1589;1590;1591;1592;1593;1594;1596;1597;1598;1599;1600;1601;1602;1605;1606;1607;1608;1609;1610;1611;1612;1613;1614;1615;1616;1617;1618;1619;1620;1621;1622;1623;1624;1625;1627;1628;1629;1630;1631;1632;1633;1634;1635;1636;1637;1638;1639;1640;1641;1642;1643;1644;1645;1646;1647;1648;1649;1650;1651;1652;1653;1654;1655;1656;1657;1658;1659;1660;1661;1662;1663;1664;1665;1666;1667;1668;1669;1670;1671;1672;1673;1674;1675;1676;1677;1678;1679;1680;1681;1682;1683;1684;1685;1686;1687;1688;1689;1690;1691;1692;1693;1694;1695;1696;1697;1698;1699;1700;1701;1702;1703;1704;1705;1706;1707;1708;1709;1710;1711;1712;1713;1714;1715;1716;1717;1718;1719;1720;1721;1722;1723;1724;1725;1726;1727;1728;1729;1730;1731;1732;1733;1734;1735;1736;1737;1738;1739;1740;1741;1742;1743;1744;1745;1746;1747;1748;1749;1750;1751;1752;1753;1754;1755;1756;1757;1758;1759;1760;1761;1762;1763;1764;1765;1766;1767;1768;1769;1770;1771;1772;1773;1774;1775;1776;1777;1778;1779;1780;1781;1782;1783;1784;1785;1786;1787;1788;1789;1790;1791;1792;1793;1794;1795;1796;1797;1798;1799;1800;1801;1802;1803;1804;1805;1806;1807;1808;1809;1810;1811;1812;1813;1814;1815;1816;1817;1818;1819;1820;1821;1822;1823;1824;1825;1826;1827;1828;1829;1830;1831;1832;1833;1834;1835;1836;1837;1838;1839;1840;1841;1842;1843;1844;1845;1846;1847;1848;1849;1850;1851;1852;1853;1854;1855;1856;1857;1858;1859;1860;1861;1862;1863;1864;1865;1866;1867;1868;1869;1870;187Ferqa di nêvbera »ko«, »ku« û »kû« de (2005-05-19)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
Xewna Mesûd Barzanî ji başûrê Kurdistanê mezintir e (2005-02-07)
 
REKLAM


KOLUMNÎST
Şebabê Egît nabe Şeroyê Biro û ez jî nabim ”heval”
Tolstoy û xelata Nobelê
Kurdistaneka serbixwe û [ne]cida
Heşt rojên şerê xendekê – I
Em û felsefe
Hilbijartinên Kurdistanê ez şok kirim
© 1997–2024 www.nefel.com  |  E-poste: info@nefel.com  |  Powered by Medesoft.org