[ SÊŞEM, 2024-03-19 ]   [ BIKE MALPERA DESTPÊKÊ ]   [ BÊXE NÊV BIJAREYAN ]   [ KONTAKT ]   [ INFO ]   [ LÊGERÎN & ARŞÎV ]  
DESTPÊK
Nûçe
Nivîsar
Kulturmagazîn
Hevpeyvîn
Kolumnîst
Ewrokurd
E-Pirtûk
Lîteratûr
Ziman
Muzîk
Foto
Lînk
E-POSTEYA TE
  Nav (Username)  
   
  Þîfre (Password)  
   
   
     
   »E-posteyeka nû
 bo xwe qeyd bike
 
REKLAM


KOLUMNÎST 
Mîrata Sparta û Atîna
SWÊD, 30/5 2011 — Li gor feylesofê dema ronkayê J.J Rosseua (1712-1778), destpêka neheqî û newekhevîya di nawbêna mirovan de û ya şarîstanîyê, her yek e. Ger ev wusan be (ez bawerim ko wusa ye jî), wê demê, evîya dibe destpêka dîroka şer û berxwedana li dijî neheqîyan û ji bo wekhevîya nawbêna mirovan jî.

Şaristanî (ango sivîlizasyon) ne tenê bi xwe re xweşî û serdestîya li xwezayê anîye, ev deskeftin, bi xwe re neheqî û newekhevîyek jî xistiye nav mirovan. Evîya wekî pirsa bingehîn di dîrokê de, cihê xwe girtîye. Ev neheqî û newekhevîya civakî bi hemû şêweyan şopa xwe li ser dîrokê hiştîye. Cardin Rosseua digot »Ew mirovê pêşin ko rahiştîye singekî, di erdê de kutaye û gotiye ”ev erd yê min e!” bûye sedema hemû xirabîyên ko paşê bi serê mirovan de hatine».

Xwedîbûn, an jî, milkdarî di virde wekî bingeha newekhevîyekê û di gel wê jî neheqîyekê, derdikeve pêşberî me. Lê ko em, mirov, mîna aferîdek civakî (social) bifikirin (bi bawerîya min ev jî weha ye), wê çaxê, rewşa civakî, ya mirov î herî pêşin e. Milkdarî dûvre, fena mafekî takekesî derketîye holê. Lewra ne li dijberî rewşa civakî ye, mîna formekî civakî ye. Ev sedema ko pêşin, li ba Rosseua, wekî bingeha hemî neheqîyan nalet lê hatîye kirin, dûvre fena bingehê dadmendî û azadîyê, hatiye hebandin. Ev raman li ba feylesofên berya wî jî bingehîn bû. Thomas Hobbes (1588-1679) John Locke (1632-1704) li gel J.J Rosseua di dîrokê de wekî feylesofên Lihevhatina Civakî /Social contract/ an jî (contractarianism) têne pesinandin. Fikrên van feylesofan bûne jêderên ilhamê û prensîbên dadmendîyê, ji şoreşa Amerîka (1775-1783) û paşê jî ji ya Fransayê (1789-1799) re.

Bêguman dîroka şerê azadîyê ji şoreşa Amerîka û Fransayê gellekî kevntir e. Ev dîrok ya şaristanîyê bi xwe ye. Heta nuha dîrok bi gellek babetan hatiye şirovekirin: Marksîstan ew weke ya şerê çînayetî şirove dikirin, dijberî wan, ew mîna bibliyografîyeke li ser mirovên mezin û serpêhatîyên serdar û generalan dinirxandin. Ev ramanên, bi vî rengî, di derbarê şirovekirina dîroka dunyayê de hêj jî bi bandor in. Lewra, dunyaya îro bi babetekî din tevdigere û me li ser şiroveyên dîrokê dike şikê, pirsên nû rû didin, perspektîfên nuh li ber mirovatîyê vedibin. Mario Vargas LIosa (xelatgirê Nobelê, beşa edebî ya 2010 an) di nivisekê de (DN Kulturdebat 16.02.2011) Behsa dewletên çandî dike û bûyerên dawîn ko li Misrê diqewumin wekî encameke Globalîzmê dinirxîne. Gelo çi li dunyaya me tê? Ma, wekî ko Marksist dibêjin, qey, Globalizm tenê projeyeke kapîtalîzmê ye? Bê şik gellek pirsên bi vî rengî di mejîyê mirov de vêdikevin û hewce bi bersiv û şiroveyan hene.

Guhertina herî berbiçav di jiyana mirovên îro de, di warê zanist û zanyarîyê de qewumîye. Pêşketina teknolojîyê înformasyon hêsan kiriye, mirov bi reya înternetê buyerên li dunyayê bi rehetî dikane bişopîne, di derheqê jîyan û rewşa siyasî ya welatên din de bibe xwedî agahî. Bêguman zanistîyeke wusan, mirovên di civakên girtî de jî hişyar û politîze dike. Daxwazên dadmendî û azadîyan digihêje gellek mirovan û dibe daxwazin girseyî. Sed û pencî sal berê dema Hegelî dîgot»mirovê nezan nikane azad bibe» belkî jî çêl vê zanyarîyê dikir ko ê rojekê bibe malê her kesî û xwe fena hişmendîyeke bi girseyî bine zimên. Zanist û zanyarî ne tenê alavên serdestîya mirov î li hemberî xwezayê ne; herweha motorê guhertina dîrokê ne. Ravekirina bi babetekî wusan belkî ne temam be, lê bi bawerîya min teqnekî ber bi rê de ye û divê li şiroveyên heta nuha zêde bibe. Ango: her tim dijîtîyek di nawbêna zanist û cehaletê de heye, evîya jî dîrokî bû ye. Zanistê, nûnertî û temsîliya rewşa mirov î ya herî azad kiriye. Berovajî wê, nûnertî û temsîliyeke exlaqekî aoktorîter û civakên bi desthilatên dîktatorî, heye.

Lewra ko em çêl pirseke dîrokê dikin bêguman divê mînakên me jî, dîrokî bin. Em dibînin ko hêj di destpêka dîroka mirovatîyê de (mebest jê şaristanî ye) du formên civakên cuda peyda bûne. Ji van ên ko em baştirîn dinasin û ko di dîrokê de hatine şirovekirin û formên wan bûne bingehê civakên îro, Sparta û Atîna ne. Fena du qewetan, mîna du çandên cuda, dijminên hevdu, bi hevdu re di şer de bûn. Ev her du, wekî dewletên bajêrî (City-state) ava bûn. Ango, bajarek bi derdora xwe ve. Bêguman ji gellek alîyan de ev dewletên bajêrî balkêş in, lê mijara me, ne şirovekirina dîrokek wusan e, loma jî em dê kurtebirî behs bikin. Mebest jê ew e, ko em karekterên van herdu civakan nas bikin û bikanibin mîrasên wan ron bikin.

SPARTA: Beşek ji agahîyên di derbarê dewleta bajêrî ya Sparta de ji dîroka rasteqîn (arkolojîk) û beşek jî ji nivisên alim û feylesofên dema antîkê, gihiştîye roja me. Kesên weke Heredotos, Platon, Ksenopon û Arîstotales di berhemên xwe de salox dane, ew pesinandine. Lê yê ko jiyana Lykurgosê (ku hîmdarê Sparta ya navdar bû), nivisandiye dîrokzanê Romî Plutarkhos (46-120) e. Ew dema ko kad dike, bêguman ji ya wî gellekî kevntir e. Salên 700 bz. weko ên peydabûna Lykurgosî tên hesêb. Lewra, ji ber ko jêderên Plutarkhosî kevntirîn in û nivîskarîya wî jî berdewamîya tiradisyona antîkî ye, ew bîblîyografîyên ko nivisîne mîna çavkanîyên dîrokî, têne pejirandin. Ji vê bîbliyografîya Lykurgos em fêrî dibin ko jiyana Sparta ya siyasî û civakî çawan bû.

Sparta ya Lykurgos jî bi qanûnan îdare dibû. Ji van qanûnan re rhetra dihate gotin. Fena fermanên Mûsayî rhetrayên Lykurgosî jî Xwedawendî bûn û ji remildarên Delfoyî werdigirtin. Lê li gor ko Plutarkhos dibêje, wî ev rhetra ne dinivisandin; bi reya perwerdê fêrî xelkê dikirin. Amanc û fikra bingehîn ya hemî rhetra û reformên Lykurgos ji bo Spartayeke xurt û bi hêz bû. Di wexteke mîna nîvtemenekî de bi reformên xwe civaka Sparta veguherande kolektîvekê, di heremê de dewleteke esker î herî xurt ava kir.

Sparta êdî dewleteke kolektîv bû, ya Spartanîyan bû. Di zimanên awropî yên nû de ”Spartanî” tê maneya ew kesên ko ne xwedîyê xwe û tiştekî be. Lê di rastîyê de jî wusan bû; tu milkdarîyeke wan tunebû. Ne xwedîyên fikrên cuda an balgihekê zêde bûn. Tiştê ko bi kêrî dewleta Sparta nehata tev mîna luksekê dihate hesêp, loma jî qedexe bû. Erd wekî xezîneya dewletê perçe bi perçe li himwelatîyan hate parvekirin, pere ji holê rabûn, xwarin êdî ê li ser sufreyên hevpar dihata xwarin. Ev sufre reformeke girîng bû di kolektîviya Spartanî de, lewra ko rê li ber zengînî û newekhevîyê digirt. Hejmarê endamên her sufreyê panzdeh(15) kes bûn. Hemî xwarin û karê sufreyê di nav endaman de dihate parvekirin. Diva bû ko her kesekî di xwarinê de jî amade ba. Çi key çi yekî ji xelkê, her kes wekî hev endamekî sufreyê û himwelatîyekî Sparta bû. Reformeke girîng ya din jî mezinkirina zarokan bû. Zarok ne yên şexsan, ên dewletê bûn. Dê û bavên wan ne dîyar bûn, çi keç çi law tev wekî şerkeran dihatin mezinkirin. Ên ko seqetiyeke wan heba jî di zinarekî de werdikirin xwarê!

Plutarkhos ji wê demê saloxan dide, dibê »…êdî keştîyên bazirganîyê li benderên Lakonîayê ranediwestîyan. Êdî hosteyên xweşbêjîyê, remildarên xapînok, çîrokbêj û zêrker û zîvkeran nema reya xwe bi wir dixist.»

ATÎNA: di derheqê Atîna de di dîrokê de bi berfirehî çavkanîyên ron hene. Nimûna baştirîn, ya ko gihiştîye roja me, Qanûna Atîna ya bingehîn, an jî weko ko kurdên me î modern dibêjin, Makzagon e. Nivîskarê vê jî Arîstotales e, (Athenaion politeia)sala nivîsandina wê 332 bz ye.

Berevajî kolektîva Spartayê, li Atînayê jîyaneke takekes, li ser bingehê milkdarîyê û pluralizmê heye. Hemû himwelatî (jin hêj ji vê azadîyê bêpar in) xwedî deng in û dikarin bejdarî li siyasetê bikin, bikevin hilbijartinan. Hemû rêvebirên dezgehên desthilatdar bi hilbijartinan bi cih dibûn. Weko dezgehên xwedî hikum ên paraztin û lêpirsîna mafên takekes jî hebûn. Demokratî, ango îdareya xelkê, belkî jî wexta xwe ya zêrîn di vê demê de jiya be. Di vê demê de ilm û huner pêşde diçe, bi sedan feylesof, şair û nivîskarên trajedîya yê peyda bûne. Retorîk ko hê jî weko dersekê di gellek dibistanên Awropî de tê dayin, di wê demê de derketîye, fena hunereke xweşbêjîyê û îqnakirinê bandoreke mezin li ser siyasetê û gellek nifşan hiştiye.

Sparta weko dewleteke auktorîter û diktatorî, têk diçe, ji dîrokê winda dibe. Atîna bi ser dikeve. Lê ya ko bi ser dikeve îdealên Atînayê ne. Milkdarî û azadîya takekes, dadmendîyek li ser vî bingehî ye. Îro di dîrokê de tiştê ko bûye daxwazên hemî xelk û mirovan ev azadî ne. Wekî dewlet Atîna jî bi caran dest guhertîye, desthilatdarîyên cuda lê hikum kirine, lê di dawîn de demokratî bi ser ketîye û bi reya Helenîzmê îdealên Atînaya demokrat li dunyayê hemî belav bûne û bûne daxwaz û erkên hemû mirovatîyê.

Weko fikir, Sparta jî ma ye. Desthilatdarîyên auktorîter û dîktator, îro li gellek welatan hikum dikin ji xwe ên mayî jî nîvdemokratî ne. Em hêj di dunyayeke zordar de dijîn, ê kengî dawîn li vê zordarîyê bê, ew hêj ne dîyar e. Ya dîyar ev e ko zanistî û îdealên Atînaya demokrat belav dibin û dibin malê her kesî; belkî jî hêvîya mirovatîyeke azad û dunyayeke pak bi tenê ev e.

Platonê ko berhemeke demokratîya Atînayê bû, heyran û berdevkîya dewleteke auktoriter mîna Spartayê kiriye. Belkî jî ji ber wê bû ko Atînayê mamosteyê wî ê deqarû Sokratesî kuştibû loma. Lê ên weko Arîstotalesî jî bi pesindayîn saloxên Spartayê didin û heyranîya xwe, ji sîstema wê ya bi rêk û pêk û totalîter re, venaşartine.

Di roja îro de, mîrata Spartayê ya aşkere, di hemî rejîmên zordar û sazûmanên totalîter de bi xurtî tê paraztin. Ev alîyê eyan e. Ya ko gellek caran em lê diwarqilin lê bi babetên cuda şirove dikin felsefe, moral û mentalîteya auktorîter e. Evîya dikane di mejîyê takekesekî de bi tenê jî hebe û dikane di bîrdozîya rexistin û desthilatdarîya welatekî de jî xwedî hikum be. Berdevkîya kolektîv, (ev dikane ya welatekî, çînekî an grûbekê be!) tişta herî hevpar ya vê mentalîte û îdeolojîyê ye. Di dîroka mirovatîyê de, hemî tevger şoreşên ko bi vî rengî qewumîne, xwedî karakter û jêdereke wusa ne. Qe nebe ji rojên şoreşa Fransayê (1789), JAKOBEN jî di nav de, ev her wusa ye. Daxwaza KOMUNÎSTAN di şoreşa 1918 de, dîktatorîyeke proleterî bû. Di 1933 de daxwaza NAZISTAN dunyayek, tenê ji bo hikumranîya nijadekî bû. Şoreşên vê dawîyê jî her bi vî rengî bûn, 1949 BEÎJÎNG, 1967 KAMBODYA.

Em dibînin ko li gellek deveran û heyaman de şoreş qewumîne û dikanin biqewumin. Sedemên weko zilm û zordarîyeke mezin, birçîbûn û naçarîya xelkê dikane veguhere hêzeke bêhempa, ko ne tenê Seray û Bastîlyan, Pîramîd û Çiyayan jî dikane buherifîne. Lê şoreşên bi vî rengî û ne ronak, di dîroka mirovatîyê de, kujer û dîktatorên herî mezin afirandine. Ên weko Maxmilîen de Robespierre, Josef Stalîn, Adolf Hîtler, Mao Zedung û Polpot mînakên navdar in ko mirovatî her tim bi nefret wan bi bîr tîne. Encama van şoreşan û îdeolojîyan ya hevpar her zilm û teror bû ye. Em vêya, dikanin bispêrin mîrata Spartayê ger navê wê Komunizm be, an Faşîzm be jî, her encam yek e.

Mîrata Atînayê belkî ne di şoreşan de, lê di guhertinan de em dibînin. Idealên azadîya fikir û milkdarîyê, di politîkayê de pluralîzmê û di jîyana civakî de toleransê weko qîmetên gerdûnî bi reya zanabûnê li nav mirovan belav dike û ji mirovatîyê re dibe vîzyoneke paşerojê.

KURD: Gelo kurd di çi qonaxê de ne, hêjaye ko mirov carnan li halê xwe jî vegere, evîya famkirina dunyaya mayî jî hêsantir dike. Ji kurdan, bêguman em çêl kurdên Bakur û Kurdistana Bakur dikin. Van 30 an 40 salên dawîn em tevger û guhertinekê dijîn. Gellek ji guhertinên civaka me bi ya dunya mayî ve girêdayî ne, lê hinek jî bi me û daxwazên me ve girêdayî ne. Piştî salên 1970 yî, îdeolojîyên ko li Kurdistanê peyda bûne û serkêşîya guhertineke cuda kirine, bi giranî komunîst bûn. Xeteke duyem, konservatîv an lîberal nebû. Hinek ko wekî marjînal hebûn jî (KDP Bakur) veguherîn, bûn sosyalîst û komunîst. Lewra em dikanin bi hêsanî bibêjin ko îdeolojîya hakim piştî van salan her Kominîstî bû. Rêxistina ko bi ser ket jî PKK ye. Serketina bi rêxistinî hêleke meselê ye, lê ya girîng ev e ko her mirovê kurd û zana divê ji xwe bipirse, gelo civaka me bi kûde diçe?

Di heyamekî de ko her kes pût û senemên xwe dişkêne, gelo em kurd pût û seneman çê dikin? Bêguman pirs ne ewçend hêsan e! Loma jî bersiva wê jî ê ne hêsan be. Dujminê me, dewleta Romê, xedar e! Zulmeke mezin li me kiriye û her di vê zulmê de berdewam e. Lewra, ne hewce ye ko di vê kefteleft û berxwedana xwe de, em bibin kopyeke xirab î ya dujminê xwe.

Weke mînak, li Kurdistana bakur, kesên ko ketine mahkemeyên dewleta tirk her tim, li paş hakim ê nivisek ditibin: ”Adalet mülkün temelidir” goya xwedîyê vê gotinê jî Ataturk e! Lê ev hîç û pûç e! Ne xwedîyê gotinê Ataturk e û ne jî dadmendîya turk bi vî prensîbî rabûye. »Justitia regnorum fundamentum» evîya ji feylesofên dema ronkayê maye û prensîbeke bingehîn ya dadmendîya rojava ye. Lê komara turk ji 80 salî zêdetir li dijberî vî prensîbî biryar daye!

Ev serê demekê ye, di hin rojname û malperên kurdî de, li ser nivîskarî, rewşenbîrî û hunermendîyê nivîs derdikevin. Ji nivîskar û ronakbîr û hunermendan tê xwestin ko dengên xwe bidin û bibin berdevkê mentalîteyek totalîter. Derî vê, tenê reyek xiyanetê tê pêşkêşkirin! Di rewşên wusan de, dengê ronakbîriya rasteqîn her dem kêm e û fetisîye. Lê dîsan jî ne tune ye û divê bi qêrîn berdevkîya azadîyan bike, lewra ko ew paşeroja mirovatîyê ye.

Slavoj Zizek (prof. Univerity of London of Ljublijana.) di meqaleyeke xwe de(DN211.11.02) behsa nêrevanîyên feylesofê Kant î di derbarê şoreşa Fransayê de dike: Kant li şoreşa Fransa temaşe dike û digihêje vê encamê: Signum rememorativum, demonstrativivum, û prognosticum. Kant şoreşa Fransa weko nîşana azadîyê şirove dike. Dijberîya wê weko fersendeke guhertinê ye. Ya kurd jî îro wusan e.

Civakek nû û demokrat incex bi serkêşiya fikrên ronak, lîberal û bi saya ronakbîrên serbixwe dikane were pê. Derî vê komek şarlatan, şeqşeqçî, bazirganên kulturî û berdevkên dîktatoran hene.

-----------------------------------
Nivîskar: M. ALÎ KUT rewan@nefel.com
Weşandin: 2011-05-30
Xwendin: 12325
 

KOLUMNÊN BERÊ   
Em û felsefe (2015-01-04)
Bîstûheftê gulana 1925-ê – xetên milîbûnê (2014-05-28)
Mirina Vîlle (2013-12-14)
Dema ko Orfeus li lîra xwe dide (2013-07-28)
Pepûk (2013-05-07)
Anna Achmatova (1889–1966) û Homo Homini Lupus (Însan gurgê insên e) (2012-06-13)
Klasîkên me (2012-04-23)
[novel] Belqiz (2012-03-01)
[novel] Solên Mamedo ên nuh (2012-01-27)
Gilgamêş – IV (2012-01-15)
Gorîyabiharê – ”Le Sacre du Printemps” (2011-12-09)
Annales – dîroknasiyeke cuda – II (2011-11-25)
Annales – dîroknasiyeke cuda (2011-08-25)
Kompozîsyon (2011-08-07)
Parîsabad – rekvîyemek li ser salên zaroktîyê û wexteke buhurî (2011-02-08)
Estetîk III – spehîtî azadî ye – Platon (Eflatûn) (2010-11-22)
“Biro” – ê ko bi çîrokekê dizane sultanê gotinê ye! (2010-10-28)
LO! Pirsa mezin? (2010-09-02)
Gilgamêş – III – (2010-06-28)
Gilgamêş – II – (2010-05-19)
NERÎNGEH
 
[kitêb] Sun Zî: Hunera şer (2016-04-21)
Ismail Beşikçi ji kurdan re li ser ermeniyan semînerek da (2013-09-28)
Kurdistan berî serxwebûna siyasî ”serxwebûna petrolê” û ekonomîk îlan dike (2012-05-21)
Tewanga navdêrên zimanê kurdî (2009-02-08)
Umît Firat dibêje navnîşana çareserîya pirsa kurd ne PKK ye (2008-11-11)
Hêro Talebanî: Min nedixwest Mam Celal bibe serokkomarê Iraqê [foto] (2007-05-10)
Alfabeya kurdî-latînî ji bo zimanê kurdî ji alfabeya kurdî-erebî minasibtir e (2005-11-02)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
vv9v8v09fq:TabArticles:4;8;12;14;17;19;21;22;23;24;28;29;30;31;32;40;41;43;44;46;48;49;51;52;53;54;55;56;58;60;62;63;64;65;66;67;69;71;72;74;75;76;77;78;79;80;81;82;84;85;86;90;91;92;94;95;96;97;98;100;102;103;104;105;106;107;109;110;111;112;113;114;115;116;117;118;119;120;121;122;123;124;125;126;127;128;129;130;131;132;133;134;136;137;138;139;140;141;142;143;144;145;146;147;149;150;151;152;153;155;157;158;159;160;163;164;165;166;167;168;169;170;171;172;173;174;175;176;178;179;180;181;182;183;184;185;186;187;188;189;190;191;192;193;194;195;196;197;198;199;200;202;203;204;205;206;207;208;209;210;211;212;213;214;215;216;217;218;219;221;222;223;224;225;226;227;228;229;230;231;232;233;234;235;236;237;238;239;240;241;242;243;244;245;246;247;248;249;250;251;253;254;255;256;257;258;259;260;261;262;263;264;265;266;267;268;269;270;271;272;273;274;275;276;277;278;279;280;281;282;283;284;285;286;287;288;289;290;291;293;294;295;296;297;298;301;302;303;304;305;306;307;308;309;310;311;312;313;314;315;316;317;318;319;320;321;322;323;324;325;326;327;328;329;330;331;332;333;334;335;336;337;338;339;340;341;342;343;344;345;346;347;348;349;350;351;352;353;354;355;356;357;358;359;360;361;362;363;364;365;366;367;368;369;370;371;372;373;374;375;376;377;378;379;380;381;382;383;384;385;386;387;388;389;391;392;393;394;395;396;398;399;400;401;402;403;404;405;406;407;408;409;410;411;412;413;414;415;416;417;418;419;420;421;422;423;424;425;426;427;428;429;430;431;432;433;434;435;436;437;438;439;440;441;442;443;444;445;446;447;448;449;450;451;452;453;454;455;457;458;459;460;461;462;463;464;465;466;467;468;469;470;471;472;473;474;475;476;477;478;479;480;481;482;483;484;485;486;487;488;489;491;492;493;494;495;496;497;498;499;500;501;502;503;504;505;506;507;508;509;510;511;512;513;514;515;516;517;518;519;520;521;522;523;524;525;526;527;528;529;530;531;532;533;534;535;536;537;538;539;540;541;542;543;544;545;546;547;548;549;550;552;553;554;555;556;557;558;559;560;561;562;563;564;565;566;567;568;569;570;571;572;573;574;575;576;577;578;579;580;581;582;583;584;585;586;587;588;589;590;591;592;593;594;595;596;597;598;599;600;601;602;603;604;605;606;607;608;609;610;611;612;614;615;616;617;618;619;620;621;622;623;624;625;626;627;628;629;630;631;632;633;634;635;636;637;638;639;640;641;642;643;644;645;646;647;648;649;650;651;652;653;654;655;656;657;658;659;660;661;662;663;664;665;666;667;668;669;670;671;672;673;674;675;676;677;678;679;680;681;682;683;684;685;686;687;688;689;690;691;692;693;694;695;696;697;698;699;700;701;702;703;704;705;706;707;708;709;710;711;712;713;714;715;716;717;718;719;721;722;723;724;725;726;727;728;729;730;731;732;733;734;735;736;738;740;741;742;743;744;745;746;747;748;749;750;751;752;753;755;756;757;758;759;760;761;762;763;764;765;766;767;768;769;770;771;773;775;776;777;778;779;780;781;782;783;784;785;786;787;788;789;790;791;792;793;794;795;796;798;799;800;801;802;803;804;805;806;807;808;809;810;811;812;813;814;815;816;817;818;819;820;821;822;823;824;825;826;827;828;829;830;831;832;833;834;835;836;837;838;839;840;841;842;843;844;845;846;847;848;849;850;851;852;853;854;855;856;857;858;859;860;861;862;863;864;865;866;867;868;869;870;871;872;873;874;875;876;877;878;879;880;881;882;883;884;885;886;887;888;889;890;891;892;893;894;895;896;897;898;899;900;901;902;903;904;905;906;907;908;909;910;911;912;913;914;915;916;917;918;919;920;921;922;923;924;925;926;927;928;929;930;931;932;933;934;935;936;937;938;939;940;941;942;943;944;945;946;947;948;949;950;951;952;953;954;955;956;957;958;959;960;961;962;963;964;965;966;967;968;969;970;971;972;973;974;975;976;977;978;979;980;981;982;983;984;985;986;987;988;989;990;991;992;993;994;995;996;997;998;999;1000;1001;1002;1003;1004;1005;1006;1007;1009;1010;1011;1012;1013;1014;1015;1016;1017;1018;1019;1020;1021;1022;1023;1024;1025;1026;1027;1028;1029;1030;1031;1032;1033;1034;1035;1036;1037;1038;1039;1040;1041;1042;1043;1044;1045;1046;1047;1048;1049;1050;1051;1052;1053;1054;1055;1056;1057;1058;1059;1060;1061;1062;1063;1064;1065;1066;1067;1068;1069;1070;1071;1072;1073;1074;1075;1076;1077;1078;1079;1080;1081;1082;1083;1084;1085;1086;1087;1088;1089;1090;1091;1092;1093;1094;1095;1096;1097;1098;1099;1100;1101;1102;1103;1104;1105;1106;1107;1108;1109;1110;1111;1112;1113;1114;1115;1116;1117;1118;1119;1120;1121;1122;1123;1124;1125;1126;1127;1128;1129;1130;1131;1132;1133;1134;1135;1136;1137;1138;1139;1140;1141;1142;1143;1144;1145;1146;1147;1148;1149;1150;1151;1152;1153;1154;1155;1156;1157;1158;1159;1160;1161;1162;1163;1164;1165;1166;1167;1168;1169;1170;1171;1172;1173;1174;1175;1176;1177;1178;1179;1180;1181;1182;1183;1184;1185;1186;1187;1188;1189;1190;1191;1192;1193;1194;1195;1196;1197;1198;1199;1200;1201;1202;1203;1204;1205;1206;1207;1209;1210;1211;1212;1213;1214;1215;1216;1217;1218;1219;1220;1221;1222;1223;1224;1225;1226;1227;1228;1229;1230;1231;1232;1233;1234;1235;1236;1237;1238;1239;1240;1241;1242;1243;1244;1245;1246;1247;1248;1249;1250;1251;1252;1253;1254;1255;1256;1257;1258;1259;1260;1261;1262;1263;1264;1265;1266;1267;1268;1269;1270;1271;1272;1273;1274;1275;1276;1277;1278;1279;1280;1281;1282;1283;1284;1285;1286;1287;1288;1289;1290;1291;1292;1293;1294;1295;1296;1297;1298;1299;1300;1301;1302;1303;1304;1305;1306;1307;1308;1309;1310;1311;1312;1313;1314;1315;1316;1317;1318;1319;1320;1321;1322;1323;1324;1325;1326;1327;1328;1329;1330;1331;1332;1333;1334;1335;1336;1337;1338;1339;1340;1341;1342;1343;1344;1345;1346;1347;1348;1349;1350;1351;1352;1353;1354;1355;1356;1357;1358;1359;1360;1361;1362;1363;1364;1365;1366;1367;1368;1369;1370;1371;1372;1373;1374;1375;1376;1377;1378;1379;1380;1381;1382;1383;1384;1385;1386;1387;1388;1389;1390;1391;1392;1393;1394;1395;1396;1400;1401;1402;1403;1404;1405;1406;1407;1408;1409;1411;1412;1413;1414;1415;1416;1417;1418;1419;1420;1421;1422;1423;1424;1425;1426;1427;1428;1429;1430;1431;1432;1433;1434;1435;1436;1437;1438;1439;1440;1441;1442;1443;1444;1445;1446;1447;1448;1449;1450;1451;1452;1453;1454;1455;1456;1457;1458;1459;1460;1461;1462;1463;1464;1465;1466;1467;1468;1469;1470;1471;1472;1473;1474;1475;1476;1477;1478;1479;1480;1481;1482;1484;1485;1486;1487;1488;1489;1490;1491;1492;1493;1494;1495;1496;1497;1498;1499;1500;1502;1503;1504;1505;1506;1507;1508;1510;1511;1512;1513;1514;1515;1516;1517;1518;1519;1520;1521;1522;1523;1524;1525;1526;1527;1528;1529;1530;1531;1532;1533;1534;1535;1536;1537;1538;1539;1540;1541;1542;1543;1544;1545;1546;1547;1548;1549;1550;1551;1552;1553;1555;1556;1557;1558;1559;1560;1561;1562;1563;1564;1565;1566;1567;1568;1569;1570;1571;1572;1573;1574;1575;1576;1577;1578;1579;1580;1581;1582;1583;1584;1585;1586;1587;1588;1589;1590;1591;1592;1593;1594;1596;1597;1598;1599;1600;1601;1602;1605;1606;1607;1608;1609;1610;1611;1612;1613;1614;1615;1616;1617;1618;1619;1620;1621;1622;1623;1624;1625;1627;1628;1629;1630;1631;1632;1633;1634;1635;1636;1637;1638;1639;1640;1641;1642;1643;1644;1645;1646;1647;1648;1649;1650;1651;1652;1653;1654;1655;1656;1657;1658;1659;1660;1661;1662;1663;1664;1665;1666;1667;1668;1669;1670;1671;1672;1673;1674;1675;1676;1677;1678;1679;1680;1681;1682;1683;1684;1685;1686;1687;1688;1689;1690;1691;1692;1693;1694;1695;1696;1697;1698;1699;1700;1701;1702;1703;1704;1705;1706;1707;1708;1709;1710;1711;1712;1713;1714;1715;1716;1717;1718;1719;1720;1721;1722;1723;1724;1725;1726;1727;1728;1729;1730;1731;1732;1733;1734;1735;1736;1737;1738;1739;1740;1741;1742;1743;1744;1745;1746;1747;1748;1749;1750;1751;1752;1753;1754;1755;1756;1757;1758;1759;1760;1761;1762;1763;1764;1765;1766;1767;1768;1769;1770;1771;1772;1773;1774;1775;1776;1777;1778;1779;1780;1781;1782;1783;1784;1785;1786;1787;1788;1789;1790;1791;1792;1793;1794;1795;1796;1797;1798;1799;1800;1801;1802;1803;1804;1805;1806;1807;1808;1809;1810;1811;1812;1813;1814;1815;1816;1817;1818;1819;1820;1821;1822;1823;1824;1825;1826;1827;1828;1829;1830;1831;1832;1833;1834;1835;1836;1837;1838;1839;1840;1841;1842;1843;1844;1845;1846;1847;1848;1849;1850;1851;1852;1853;1854;1855;1856;1857;1858;1859;1860;1861;1862;1863;1864;1865;1866;1867;1868;1869;1870;187Ferqa di nêvbera »ko«, »ku« û »kû« de (2005-05-19)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
Xewna Mesûd Barzanî ji başûrê Kurdistanê mezintir e (2005-02-07)
 
REKLAM


KOLUMNÎST
Şebabê Egît nabe Şeroyê Biro û ez jî nabim ”heval”
Tolstoy û xelata Nobelê
Kurdistaneka serbixwe û [ne]cida
Heşt rojên şerê xendekê – I
Em û felsefe
Hilbijartinên Kurdistanê ez şok kirim
© 1997–2024 www.nefel.com  |  E-poste: info@nefel.com  |  Powered by Medesoft.org