[ SÊŞEM, 2024-03-19 ]   [ BIKE MALPERA DESTPÊKÊ ]   [ BÊXE NÊV BIJAREYAN ]   [ KONTAKT ]   [ INFO ]   [ LÊGERÎN & ARŞÎV ]  
DESTPÊK
Nûçe
Nivîsar
Kulturmagazîn
Hevpeyvîn
Kolumnîst
Ewrokurd
E-Pirtûk
Lîteratûr
Ziman
Muzîk
Foto
Lînk
E-POSTEYA TE
  Nav (Username)  
   
  Þîfre (Password)  
   
   
     
   »E-posteyeka nû
 bo xwe qeyd bike
 
REKLAM


KOLUMNÎST 
Parîsabad – rekvîyemek li ser salên zaroktîyê û wexteke buhurî
SWÊD, 8/2 2011 — Ludwîg Wittgenstein (1889/1951) dema ko berhema xwe ya navdar (Tractatus Logîco-Philosophicus 1919) dide çapê, ji weşangerê xwe re nameyekê pê re dişîne, di nameya xwe de, dinivisîne, dibê: »berhema min ji du beşan pêk tê, yek, ya ko min nivisîye û ya din jî, ya ko min nenivisîye û ya herî girîng jî beşa duyemîn e.»

Bi peyveke biyanî, weke ”requiem” û bi neqilkirina aforîzmekê ji feylesofekî biyanî (Wittgenstein), baştirîn em dê nikaribin romaneke kurdî, ko bi sernavekî biyanî weke “Parîsabad” hatîye nivisîn, şirove bikin. Lewra ko ev roman li ser jîyaneke biyan e. Wa xuya ye ko em kurd, hêj demeke dirêj dê roman, çîrok û helbestan li ser derbederîyê û jiyana xwe ya li biyanîstanê, binivisînin. Seranserê jiyana me, bi taqîbat û xwênîbûnê dagirtî ye. Bi qandî ko em li welatê xwe mahcir bûne, ewçend jî li biyanîstanan penaber bûne. Bê şik, dijwarîyên jiyaneke wusan, şopa xwe di hemî liva mirovî de eşkere dike. Wêjeya kurdî jî bi xurtî para xwe ji vê rastîyê digre, Parîsabad jî nimûneyek ji vê yekê ye.

Bi kîjan forma vegotinê dibe, bila bibe, vegotina êş û azarê ne hêsan e. Alavên vegotinê bi sînor in. Gellek caran nivîskar ji neçarî, xwe bi xwe sansur dike. Nexasim di berhemên edebî de, ji bo serkeftina berhemê otosansur bi xurtî dibe. Otosansura me, ne ji ber sedemên polîtîk, veşartina heqîqetê ye. Ji ber ko tu fêda me ê di otosansureke wusan de ê tunebe. Ew incex para nivîskarên welatên kolonyalîstên me ne. Lewra ko berjewendîyên wan î şexsî hene ko bibin nasyonalist û heqîqetan ji raya giştî veşêrin, neynin zimên. Sedemên me, zêdetir ên zimanî û derûnî ne. Li vir em hinekî digihên Wittgenstein.

Heman tişt di vegotinê de jî diqewume. Em mirov, xewnên cuda dibînin. Ger ko carna qederên me yek bin jî, bîrewerîyên me cuda ne. Her yek ji me xwedî çîrokên cihêreng e. Di vegotina van qederan de, nexşkarê rûpelên edebî neçar in ko xwe bi sînor bikin.

Ji hêla zimên û derûniyê ve jî ev sînor, an otosansur diqewume. Biserketina berhemekê, bêguman bi nivîskar ve û hunermendîya wî/wê ve girêdayî ye. Gellek caran, nivîskar weke arşitektekî, mîna lêkolînerekî kar dike. Lê digel hemî jîrbûn û hunermendîya xwe, dîsan jî li qada zimên û ya derûnîyê, radiweste û sînorekî ji xwe re datîne. Ev sînor, çarçova edebî ye. Loma jî wekî di mînaka Wittgenstein de, her tim berhemên me ji du beşan pêk tên, ya herî girîng jî ya ko me nexistiye ser kaxizê. Parîsabad jî di nav vê şiroveyê de ye bi bawerîya min. Divê em şaş tê negihêjin, di Parîsabadê de, otosansurek dîrek tuneye. Ez behsa otosansurekê, ko di vegotina me de heye, dikim. Ziman û derûniya mirovê modern ne wekî berê ye. Weke mînak, li Kurdistanê dema em gotina ”işkencê” bilêv dikin, an dixin ser kaxizê, di mejîyê me de, jop, lêxistin, dardekirin, birçîbûn, elektrîk, xwîn û bi dehan wêneyên kambax, vêdikevin. Lê ko tu vê gotinê li standartên Awropî xe, dema ko te yek xist odeyekê, derî lê kilît kir û rojekê bê nan û bê av hişt, ev işkenceyeke mezin e. Îca dema ko rojê du dana te li vî mirovê girtî jî xist, ev êdî dibe wehşetek. Penaberî jî tarîfek weha cuda ye. Ger ko em vêya dirêj bikin ê ferhengek ji bêjeyên wusa derkeve holê.

Em di vegotina trajedîyên xwe de kurtebir in, tenê nimûnan jê didin. Teswîrên me mîna çiyayên ji cemedê (iceberg) ne. Pêlên vegotineke wusan li ba gellek nivîskarên kurd bi xurtî heye.

Berya ko em zêde ji mijarê bi dûr bikevin ez vegerim ser berhema dostê xwe Fewaz Husên û Parîsabad. Lê berya vê jî dixwazim dostaya xwe û wî ron bikim. Dostekî din ji min re got »Ji bo ko dostê te ye û di romanê de behsa te jî dike divê tu li ser nenivisîne, lewra tu ê ne objektif be!» Û gellek rast e ko dostê min e û di romanê de behsa min jî dike. Û rast e jî ko ez dê ne objektif bim! Ev ”objektivîte” nizanim ji kû hatîye, li ferhenga me zêde bûye! Ez dê li vir bêhurmetîyekê nekim û nebêjim evîya ji ”bêaqilî” lewra ji nezanîya me ye. Ger ko miletek di dunyayê de, objektîf difikire hebe, ew jî kurd in. Ji ber wê tu amanca min ko ez objektîf bim ne di vê nivisê de û ne jî di tu nivisê min î din de nîn e. Amanca min jê ew e ko çend tiştên baş û çê ron bikim, ger ko hebe jî, wan sembolan şirove bikim, bi hêvîya ko berhem ji bo xwêner hêsantir bibe, li ber dilê wî/wê şêrîntir bibe. Bê guman ko hewce be jî çend şîretên qure li nivîskêr bikim.

»…Li Porte des Lilasê, ez hem hespekî textînî me, hem jî ew lawikê ko lê siwar bûye. Ji bîst û penc salan ve ko ez ji deşta Mêrdînê dûr ketime, ez bawer dikim ko hespê min bi çargavî dinyayê li bin guhê hev dixîne, lê ew bi rastî di cihê xwe de dimîne û di defa sînga Amûdê de diçe xwarê.(Parîsabad r.18)»

Ev prolog di çîroka pêşin de ye. Ez wekî prolog bi nav dikim, ji ber wê ye, ko evîya destnîşan dike ko di dahatûya berhemê de ê çi were vegotin. Her weha, du cihên cuda jî hatine dîyarkirin, Porte des Lîlas û Mêrdîn. Bêguman, di teswîran de ev sînor ferehtir in, wekî du welatan, Fransa û Kurdistan in. Li siwarbûna hesp û gera li dunyayê jî, xwenêr di destpêkê de ji pêjna bîrewerîyan serwext dike. Ji xwe ev bîrewerî, mîna »libên tizbîyekê», bi silsileyeke bûyeran (flashback)li pey hev rêz dibin. Hêj di çîroka duyem de du mînakên vê (flashback) hene:

» Bi saya van lehmecînan ko ez wek trêna bîranînan li ber xwe rêz dikim, ez vedigerim cih û warê kal û bavan. Ez pê li axa welatê xwe yê rastîn dikim û xwîn dîsan di canê min de pêl dide. Ez xwe di cîh de bi bavê xwe re, bi xwîşk û birayên xwe re, dibînim. Ez bi wan re di xanîyê ax û kerpîçan, li odeya mêvanan, rûdinim. Ez destên xwe yê ji ber sermayê qelişî ne, nêzî sobeya mazotê dikim û ez pê dihesim çawan ji nû ve xweşîya jiyanê li hemû canê min vedizilîne, ruh bi min ve tê û ez ji nû ve dibim xwedî bav, xwedî xwîşk û bira, xwedî hîsên tenik, xwedî mal û dunya. Bavê min di ber xwe de dibişire çûn ko kurê wî yê li welatên xerîbiyê vegeriyaye û bi ser de jî, baran li derva dibare. Sal bi xêr û bereket xuyanê dike. Rehm û bereketa Xwedê demsalên rengîn bi xwe re diguhezînin. Kêfxweşî di dilan de wek destmala di serê govendê de bi şadiyê li ba dibe. (Parîsabad r.21-22)»

Çend rûpel şûnde jî mînakek din tê:
»…Gava ez wan tev kîsê wan di qula çopê re berdidim jêr, dengê ko li ber guhên min dikeve, ne ji odeke tozûgemarê tê. Dengê ko xwe digihîne min ji devereke gellekî dûrtir tê. Ew ji zaroktîya min a li sînorê Serxetê û Binxetê tê û xwe bi engirîn di dil û hinavê min de dipêçe. Gava qaçaxçîyan di şevên bê heyveron de xwe li tixûbê mayînkirî dixist, teqînan gellek caran şevên me li me diherimandin. Xewa bavê min sivik bû û hema wî ew deng dibîhistin, ew di nav nivînên xwe de rûdinişt. Wî dizanîbû wê gavê Xwedê mala hinan, ji navçeyê wêran dikir, zar û zêçên wan sêwî dihiştin. Wî bêyî hişê xwe destên xwe ber bi ruwê xwe ve dikir û Fatîhe li ser ruhê mirîyan dixwend. (Parîsabad 28-29)»

Ev her du mînak, xwarina lehmecûnan û dengê ji kîsê hinaran derdikeve, du bîrewerîyan ji jîyana berê û hinekî jî ji karakterê bavê Îsa (leheng) zindî dike, radixîne ber çavan. Em gellek wêneyên wusa di romanê de dibînin. Ev navbirên kurt, ne ji bo zêdekirina kelecanê ye, şêweyê vegotinê, têşe ye.

Mijarokên wusa, an jî navbir, dema ko baş neyên honandin, bi mijara sereke ve neguncin, berhemê qels dike, herka wê dixîne, nola pîneyên rengîn li ser işligekî spî ê xuya bikin. Gellek caran, nivîskar, ji bo ko xwe, ji zehmetîyeke wusan azad bike, berhemê perçe dike an beşekî nû, wekî destpêkeke nû vedike. Parîsabad ji vê hêlê de bi serketî ye, wêne û bûyer li pey hev, xelek xelekî mîna silsileyekê bi rêz in. Di wêneyan de xwendevan him jiyana frensî dibîne him jî ya Amûdê û zaroktîya Îsa, her weha dîmensîyoneke sêyemîn jî em dibînin, ew jî bavê Îsa ye. Karakter û jiyana bavê Îsa (leheng) bi hemû hûrgulîyên xwe ve bi hostetî teswîr dibe. Weke referens û miqayeseyeke biyanî ez dixwazim behsa mînakekê ji Mîmesîs ya Erich Auerbach bidim. Lewra ko ew ji hin alîyan ve dişibe mînakên di Parîsabadê de.

Erich Auerbach (1892-1957), fena ko ew dibêje:»ê ko Odîseus xwendibe sahneya di strana nozdehan de dizane.» Di vê sahnê an wêneyî de, destirmana yextyar Eurîkleia, ko berê deya wî ya şîr bû jî, ji şopa birînekê li ser rahnê wî, Odîseus nas dike. Wexta ko Eurîkleia radihje lingê Odîseus, ji teştê hinekî bilind dike da bişo, dewsa birînê dibîne, dema pê dihese ko xwedîyê vê birînê Odîseus bi xwe ye, ê ling berde û biqîre, berya ko lingê Odîseus berde, Homeros li vir navbirekê didiyê û di heftê malikî de behsa bê çawa ev birîn lê peyda bûye, dike û dûvre paşde vedigere, ser çîrokê.

Li gor Auerbachî, wekî di mînakên Parîsabadê de jî, eva, ne ji ber zêdekirina kelacanê ye, lewra şêweyên teswîrên Homerosî weha ne. Teşeya stranên Homerosî bi vî rengî ne, wêneyekî kemilî, bi hemî hûrgulîyan ve dide.

Herçendî em nêzîkayekê li gel Parîsabad û teswîrên Homerosî dibînin jî, evîya ji hêla lehengan ve ne wusan e. Heta em dikanin bibêjin ko Îsa (lehengê Parîsabad) antî-Odîseus e. Hespê ko Îsa lê siwar e, ne mîna yê Troya, ji bo fetihkirina bajaran e. Hespekî revê ye, ji ber tade û zilma kolonyalîstan, terkûdunya dibe. Cihê ko lê radiweste, Fransa ya Awropa, welatê ”Sîrenan”, devera ”Kîrke” ye. Dengê Sîrenan yê xweş, spehîbûn û bedewîya Kîrkê ya efsûnwarî wî zeft dike, tîne şehwetê. Ew naxwaze ji vê xewê hişyar bibe.

»…Keç destên xwe wek du baskên hevrişimî li dora bedena xwe wek pêlên deryayê bilind dike û dadixîne. Ew xwe dilûsîne û muzîk her bi her xurtir dibe. Livên keça bejnxwedayî jî xurtir dibin û ew xwe li ba dike, bejna xwe ya wek tayek reyhanê xwaro maro dike bêyî ko ew çavên xwe ji çavên min biqurmiçîne. Ew bi lêvên xwe yên nazik bi min re dibişire û diranên wê yên spî, Xwedayê xwedayan, tu dibê lûlû û mirware ne! Ew tilmeqûnên xwe dihejîne, bi hêtên xwe yê giran terîşên kirasê xwe yê tenik radike û hemû canê wê diheje, wek mirovekî ko li tekîya şêx bi cezbê bikeve. Lewendî û bedewîya wê min mest û serxweş dike. Piştî çaryekekê, ez dikim ji ser hişê xwe herim û xweşî di dil û hinavê min de dibe kanî û ji nav ranên min diteqe.(Parîsabad r.58)»

Ev xewn û xeyalên buhuştî bi bihîstina mirina bavê wî, ji zû de ji hişê Îsa firîyane. Li şûna wan bîrewerîyên zaroktîyê û hîsên tawanbar danîne; ko çima di rewşeke wusan dijwar, wekî mirinê de, ne li kêleka bavê xwe bû. Eger şibandinek wî û Odîseus hebe di virde ye, ango dixwaze paşde vegere. Çi dibe bila bibe! Ew dê şûnde salên zaroktîya xwe, axa kal û bavan dagir bike. Qe nebe di destpêkê de pêjnekê wusan dide mirov, dema li Parîsê derûnîya wî xirab dibe û diçe da li kampa penaberan yekî nas tespît bike. Li wir dibîne ko ê nas ew bi xwe ye, lê di destpêka rêwitîya xwe ya penaberîyê de ye. Ji polisan tika dike ko ewî paşde bizîvirînin.

Piştî ko Îsa, lehengê Parîsabadê, ji diktorê xwe jî çûna xwe erê dike, li balafirekê siwar dibe, vedigere ser axa kal û bavan, devera salên zoroktîya xwe. Êdî ev beş (Vegera kozê) fînal e. Ayîneke kurt, beşekî rekvîyemê ye. Tu tiştek zindî, ji salên zaroktîyê ko bikaribe dagir bike nemaye. Tenê xirbeyek ji çend kelpîçên li ser hev ko di nav toz û gemarê de winda bûye pê va tiştekî din nemaye. Li Amûdê xwe bêtir biyanî hîs dike. Ji mirî û zîndîyan xatir dixwaze û paşde vedigere Parîsa xwe. Salên zaroktîyê serpêhatîyên kal û bavan wekî bîrewerîyên nifşekî bi xwe re hiltîne. Kî dizane belkî ew jî rojekê, van bîrewerîyan, bispêre nifşeke din.

Parîsabad /roman, Fawaz Husên, Weşanên Avesta 2010

-----------------------------------
Nivîskar: M. ALÎ KUT rewan@nefel.com
Weşandin: 2011-02-08
Xwendin: 12274
 

KOLUMNÊN BERÊ   
Em û felsefe (2015-01-04)
Bîstûheftê gulana 1925-ê – xetên milîbûnê (2014-05-28)
Mirina Vîlle (2013-12-14)
Dema ko Orfeus li lîra xwe dide (2013-07-28)
Pepûk (2013-05-07)
Anna Achmatova (1889–1966) û Homo Homini Lupus (Însan gurgê insên e) (2012-06-13)
Klasîkên me (2012-04-23)
[novel] Belqiz (2012-03-01)
[novel] Solên Mamedo ên nuh (2012-01-27)
Gilgamêş – IV (2012-01-15)
Gorîyabiharê – ”Le Sacre du Printemps” (2011-12-09)
Annales – dîroknasiyeke cuda – II (2011-11-25)
Annales – dîroknasiyeke cuda (2011-08-25)
Kompozîsyon (2011-08-07)
Mîrata Sparta û Atîna (2011-05-30)
Estetîk III – spehîtî azadî ye – Platon (Eflatûn) (2010-11-22)
“Biro” – ê ko bi çîrokekê dizane sultanê gotinê ye! (2010-10-28)
LO! Pirsa mezin? (2010-09-02)
Gilgamêş – III – (2010-06-28)
Gilgamêş – II – (2010-05-19)
NERÎNGEH
 
[kitêb] Sun Zî: Hunera şer (2016-04-21)
Ismail Beşikçi ji kurdan re li ser ermeniyan semînerek da (2013-09-28)
Kurdistan berî serxwebûna siyasî ”serxwebûna petrolê” û ekonomîk îlan dike (2012-05-21)
Tewanga navdêrên zimanê kurdî (2009-02-08)
Umît Firat dibêje navnîşana çareserîya pirsa kurd ne PKK ye (2008-11-11)
Hêro Talebanî: Min nedixwest Mam Celal bibe serokkomarê Iraqê [foto] (2007-05-10)
Alfabeya kurdî-latînî ji bo zimanê kurdî ji alfabeya kurdî-erebî minasibtir e (2005-11-02)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
vv9v8v09fq:TabArticles:4;8;12;14;17;19;21;22;23;24;28;29;30;31;32;40;41;43;44;46;48;49;51;52;53;54;55;56;58;60;62;63;64;65;66;67;69;71;72;74;75;76;77;78;79;80;81;82;84;85;86;90;91;92;94;95;96;97;98;100;102;103;104;105;106;107;109;110;111;112;113;114;115;116;117;118;119;120;121;122;123;124;125;126;127;128;129;130;131;132;133;134;136;137;138;139;140;141;142;143;144;145;146;147;149;150;151;152;153;155;157;158;159;160;163;164;165;166;167;168;169;170;171;172;173;174;175;176;178;179;180;181;182;183;184;185;186;187;188;189;190;191;192;193;194;195;196;197;198;199;200;202;203;204;205;206;207;208;209;210;211;212;213;214;215;216;217;218;219;221;222;223;224;225;226;227;228;229;230;231;232;233;234;235;236;237;238;239;240;241;242;243;244;245;246;247;248;249;250;251;253;254;255;256;257;258;259;260;261;262;263;264;265;266;267;268;269;270;271;272;273;274;275;276;277;278;279;280;281;282;283;284;285;286;287;288;289;290;291;293;294;295;296;297;298;301;302;303;304;305;306;307;308;309;310;311;312;313;314;315;316;317;318;319;320;321;322;323;324;325;326;327;328;329;330;331;332;333;334;335;336;337;338;339;340;341;342;343;344;345;346;347;348;349;350;351;352;353;354;355;356;357;358;359;360;361;362;363;364;365;366;367;368;369;370;371;372;373;374;375;376;377;378;379;380;381;382;383;384;385;386;387;388;389;391;392;393;394;395;396;398;399;400;401;402;403;404;405;406;407;408;409;410;411;412;413;414;415;416;417;418;419;420;421;422;423;424;425;426;427;428;429;430;431;432;433;434;435;436;437;438;439;440;441;442;443;444;445;446;447;448;449;450;451;452;453;454;455;457;458;459;460;461;462;463;464;465;466;467;468;469;470;471;472;473;474;475;476;477;478;479;480;481;482;483;484;485;486;487;488;489;491;492;493;494;495;496;497;498;499;500;501;502;503;504;505;506;507;508;509;510;511;512;513;514;515;516;517;518;519;520;521;522;523;524;525;526;527;528;529;530;531;532;533;534;535;536;537;538;539;540;541;542;543;544;545;546;547;548;549;550;552;553;554;555;556;557;558;559;560;561;562;563;564;565;566;567;568;569;570;571;572;573;574;575;576;577;578;579;580;581;582;583;584;585;586;587;588;589;590;591;592;593;594;595;596;597;598;599;600;601;602;603;604;605;606;607;608;609;610;611;612;614;615;616;617;618;619;620;621;622;623;624;625;626;627;628;629;630;631;632;633;634;635;636;637;638;639;640;641;642;643;644;645;646;647;648;649;650;651;652;653;654;655;656;657;658;659;660;661;662;663;664;665;666;667;668;669;670;671;672;673;674;675;676;677;678;679;680;681;682;683;684;685;686;687;688;689;690;691;692;693;694;695;696;697;698;699;700;701;702;703;704;705;706;707;708;709;710;711;712;713;714;715;716;717;718;719;721;722;723;724;725;726;727;728;729;730;731;732;733;734;735;736;738;740;741;742;743;744;745;746;747;748;749;750;751;752;753;755;756;757;758;759;760;761;762;763;764;765;766;767;768;769;770;771;773;775;776;777;778;779;780;781;782;783;784;785;786;787;788;789;790;791;792;793;794;795;796;798;799;800;801;802;803;804;805;806;807;808;809;810;811;812;813;814;815;816;817;818;819;820;821;822;823;824;825;826;827;828;829;830;831;832;833;834;835;836;837;838;839;840;841;842;843;844;845;846;847;848;849;850;851;852;853;854;855;856;857;858;859;860;861;862;863;864;865;866;867;868;869;870;871;872;873;874;875;876;877;878;879;880;881;882;883;884;885;886;887;888;889;890;891;892;893;894;895;896;897;898;899;900;901;902;903;904;905;906;907;908;909;910;911;912;913;914;915;916;917;918;919;920;921;922;923;924;925;926;927;928;929;930;931;932;933;934;935;936;937;938;939;940;941;942;943;944;945;946;947;948;949;950;951;952;953;954;955;956;957;958;959;960;961;962;963;964;965;966;967;968;969;970;971;972;973;974;975;976;977;978;979;980;981;982;983;984;985;986;987;988;989;990;991;992;993;994;995;996;997;998;999;1000;1001;1002;1003;1004;1005;1006;1007;1009;1010;1011;1012;1013;1014;1015;1016;1017;1018;1019;1020;1021;1022;1023;1024;1025;1026;1027;1028;1029;1030;1031;1032;1033;1034;1035;1036;1037;1038;1039;1040;1041;1042;1043;1044;1045;1046;1047;1048;1049;1050;1051;1052;1053;1054;1055;1056;1057;1058;1059;1060;1061;1062;1063;1064;1065;1066;1067;1068;1069;1070;1071;1072;1073;1074;1075;1076;1077;1078;1079;1080;1081;1082;1083;1084;1085;1086;1087;1088;1089;1090;1091;1092;1093;1094;1095;1096;1097;1098;1099;1100;1101;1102;1103;1104;1105;1106;1107;1108;1109;1110;1111;1112;1113;1114;1115;1116;1117;1118;1119;1120;1121;1122;1123;1124;1125;1126;1127;1128;1129;1130;1131;1132;1133;1134;1135;1136;1137;1138;1139;1140;1141;1142;1143;1144;1145;1146;1147;1148;1149;1150;1151;1152;1153;1154;1155;1156;1157;1158;1159;1160;1161;1162;1163;1164;1165;1166;1167;1168;1169;1170;1171;1172;1173;1174;1175;1176;1177;1178;1179;1180;1181;1182;1183;1184;1185;1186;1187;1188;1189;1190;1191;1192;1193;1194;1195;1196;1197;1198;1199;1200;1201;1202;1203;1204;1205;1206;1207;1209;1210;1211;1212;1213;1214;1215;1216;1217;1218;1219;1220;1221;1222;1223;1224;1225;1226;1227;1228;1229;1230;1231;1232;1233;1234;1235;1236;1237;1238;1239;1240;1241;1242;1243;1244;1245;1246;1247;1248;1249;1250;1251;1252;1253;1254;1255;1256;1257;1258;1259;1260;1261;1262;1263;1264;1265;1266;1267;1268;1269;1270;1271;1272;1273;1274;1275;1276;1277;1278;1279;1280;1281;1282;1283;1284;1285;1286;1287;1288;1289;1290;1291;1292;1293;1294;1295;1296;1297;1298;1299;1300;1301;1302;1303;1304;1305;1306;1307;1308;1309;1310;1311;1312;1313;1314;1315;1316;1317;1318;1319;1320;1321;1322;1323;1324;1325;1326;1327;1328;1329;1330;1331;1332;1333;1334;1335;1336;1337;1338;1339;1340;1341;1342;1343;1344;1345;1346;1347;1348;1349;1350;1351;1352;1353;1354;1355;1356;1357;1358;1359;1360;1361;1362;1363;1364;1365;1366;1367;1368;1369;1370;1371;1372;1373;1374;1375;1376;1377;1378;1379;1380;1381;1382;1383;1384;1385;1386;1387;1388;1389;1390;1391;1392;1393;1394;1395;1396;1400;1401;1402;1403;1404;1405;1406;1407;1408;1409;1411;1412;1413;1414;1415;1416;1417;1418;1419;1420;1421;1422;1423;1424;1425;1426;1427;1428;1429;1430;1431;1432;1433;1434;1435;1436;1437;1438;1439;1440;1441;1442;1443;1444;1445;1446;1447;1448;1449;1450;1451;1452;1453;1454;1455;1456;1457;1458;1459;1460;1461;1462;1463;1464;1465;1466;1467;1468;1469;1470;1471;1472;1473;1474;1475;1476;1477;1478;1479;1480;1481;1482;1484;1485;1486;1487;1488;1489;1490;1491;1492;1493;1494;1495;1496;1497;1498;1499;1500;1502;1503;1504;1505;1506;1507;1508;1510;1511;1512;1513;1514;1515;1516;1517;1518;1519;1520;1521;1522;1523;1524;1525;1526;1527;1528;1529;1530;1531;1532;1533;1534;1535;1536;1537;1538;1539;1540;1541;1542;1543;1544;1545;1546;1547;1548;1549;1550;1551;1552;1553;1555;1556;1557;1558;1559;1560;1561;1562;1563;1564;1565;1566;1567;1568;1569;1570;1571;1572;1573;1574;1575;1576;1577;1578;1579;1580;1581;1582;1583;1584;1585;1586;1587;1588;1589;1590;1591;1592;1593;1594;1596;1597;1598;1599;1600;1601;1602;1605;1606;1607;1608;1609;1610;1611;1612;1613;1614;1615;1616;1617;1618;1619;1620;1621;1622;1623;1624;1625;1627;1628;1629;1630;1631;1632;1633;1634;1635;1636;1637;1638;1639;1640;1641;1642;1643;1644;1645;1646;1647;1648;1649;1650;1651;1652;1653;1654;1655;1656;1657;1658;1659;1660;1661;1662;1663;1664;1665;1666;1667;1668;1669;1670;1671;1672;1673;1674;1675;1676;1677;1678;1679;1680;1681;1682;1683;1684;1685;1686;1687;1688;1689;1690;1691;1692;1693;1694;1695;1696;1697;1698;1699;1700;1701;1702;1703;1704;1705;1706;1707;1708;1709;1710;1711;1712;1713;1714;1715;1716;1717;1718;1719;1720;1721;1722;1723;1724;1725;1726;1727;1728;1729;1730;1731;1732;1733;1734;1735;1736;1737;1738;1739;1740;1741;1742;1743;1744;1745;1746;1747;1748;1749;1750;1751;1752;1753;1754;1755;1756;1757;1758;1759;1760;1761;1762;1763;1764;1765;1766;1767;1768;1769;1770;1771;1772;1773;1774;1775;1776;1777;1778;1779;1780;1781;1782;1783;1784;1785;1786;1787;1788;1789;1790;1791;1792;1793;1794;1795;1796;1797;1798;1799;1800;1801;1802;1803;1804;1805;1806;1807;1808;1809;1810;1811;1812;1813;1814;1815;1816;1817;1818;1819;1820;1821;1822;1823;1824;1825;1826;1827;1828;1829;1830;1831;1832;1833;1834;1835;1836;1837;1838;1839;1840;1841;1842;1843;1844;1845;1846;1847;1848;1849;1850;1851;1852;1853;1854;1855;1856;1857;1858;1859;1860;1861;1862;1863;1864;1865;1866;1867;1868;1869;1870;187Ferqa di nêvbera »ko«, »ku« û »kû« de (2005-05-19)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
Xewna Mesûd Barzanî ji başûrê Kurdistanê mezintir e (2005-02-07)
 
REKLAM


KOLUMNÎST
Şebabê Egît nabe Şeroyê Biro û ez jî nabim ”heval”
Tolstoy û xelata Nobelê
Kurdistaneka serbixwe û [ne]cida
Heşt rojên şerê xendekê – I
Em û felsefe
Hilbijartinên Kurdistanê ez şok kirim
© 1997–2024 www.nefel.com  |  E-poste: info@nefel.com  |  Powered by Medesoft.org