[ SÊŞEM, 2024-03-19 ]   [ BIKE MALPERA DESTPÊKÊ ]   [ BÊXE NÊV BIJAREYAN ]   [ KONTAKT ]   [ INFO ]   [ LÊGERÎN & ARŞÎV ]  
DESTPÊK
Nûçe
Nivîsar
Kulturmagazîn
Hevpeyvîn
Kolumnîst
Ewrokurd
E-Pirtûk
Lîteratûr
Ziman
Muzîk
Foto
Lînk
E-POSTEYA TE
  Nav (Username)  
   
  Þîfre (Password)  
   
   
     
   »E-posteyeka nû
 bo xwe qeyd bike
 
REKLAM


KOLUMNÎST 
Anna Achmatova (1889–1966) û Homo Homini Lupus (Însan gurgê insên e)
SWÊD, 13/6 2012 — Dehê adara 1966 li bajarokekî Moskovayê çanên Dêrê lê didan. Li parka Kiniştê çend zarokan di nav berfê de dilîstin, xwe kaş dikirin, yek ji wan ji ên din re dibêje “eeww ewqas mirov! Gelo kê vedişêrin? Teqez melekek e” dibêjin. Li hundurê Dêrê jî Keşeyê yextyar buxardanka di dest xwe de li ba dikir, bêhnên duxana xweş bi ser tabûtekê re li hundurê dêrê belav dibûn û digot:

— Rebê min, bihêle ko xizmetkara te Anna, biçe îstirehetgeha xwe ya abadin.

Şahidek wusan behsa gorkirina Anna Achmatova dike. Achmatova jî bi xwe şahidek bû, şahidê dîrokek kirêt, dîroka zilmê, ya terora sor (taybetî jî ya dema Stalîn) bû. Navekî wê î din ”Jinebîya Gumilyov” bû. Hevjînê wê Nîkolay Gumilyov ko bi xwe helbestvan bû, di sala 1921 de bi tawanbarîya xiyanetê ji teref bolşevîkan ve, bê mehkeme tê kuştin. Ev nasnav mîna toqa naletê, weko stêrka nebî Dawid ko nazîyan bi cihûyan ve dikir, heta mirinê li ser ma. Lewra, wê bi serfirazî ev nav hilgirt û ew hemî kesên ko ketibûn ber zilma sor, neheqî dîtibûn di helbestên xwe de zindî kirin, dîrokek da wan. Weko ko wê digot » Ew hemû kesên ko bê gor mabûn min gor kirin û şîna wan hemîyan girt».

Mîna ko ji sernivisê jî dixuye, ez dê ne tenê behsa Anna Achmatova û helbestên wê bikim, lewra hewl bidim, naveroka vê îdyoma Latînî jî şirove bikim. Lewra, evîya bi xwe jî mijara bingehîn ya şiirên Achmatova ye (Qe nebe bendeke van şiiran bi navê ”Requiem”).

Gelo ”homo homini Lupus” ev biwêja Latînî çi dixwaze ji me re bibêje? Ko mirov fena Gurgî, lawirekî dirinde ye, ko mirov ji heq mirov dikane were der, mirov kujerê mirov e, mirov temsîlkarê hemû xirabî û nebaşîyan e! Bêguman rastîyek di van têgehan tevan de dikane hebe, lê ji bîr nekin ko me li vir ji ”însên” dest pê kir û ew weko pîvan destnîşan kir. Însan pîvana her tiştî ye. Ev fikir ji kevn de heye, lê me çiqasî bikar anî ye û xwedî lê derketiye, dîroka mirovatîyê vê yekê dîyar dike. Ango, însan weko mefhûmeke bingehîn, di hemû liva mirovatîyê de, çendî ko bi kar hatibe dadgerîya mirovatîyê jî ewqas bû ye. Mixabin ev dîrok, ta roja me, gellekî tarî ye. Ji Firewnên Misrî bigrin, heta bi Qeyserên Romê, Hîtler û Stalînê dîroka modern, her û her despotan, hikum li dunyayê kiriye.

Guherînên civakî û şoreşên ko qewumîne, bûne sedemên mezîntîrîn zordarî û qetilhaman. Ev demoqrasîya nisbî ko heye, kulek û qels e, têra xwe ne ”human” e. Ango hê jî zordarî li dunyayê hikum dike. Hikum, iktîdar, desthilatdarî (her navê wê çi dibe bila bibe!) ko rişme nebe, mirovê herî adil jî veduguherîne dike Gurekî devbixwîn. Dîn, felsefe û îdeolojîyên herî pak, veduguherin, dibin wesîqeyên îşkenceyan û idianameyên sêdaran. Encamên şoreşa Fransa ya 1789 an wusan bi terora Jokobenan (ta ko serê wan jî xwar) qedîya. Ya Oktobrê 1917 an bi terora sor ya Bolşevîkan dest pê kir demeke dirêj ajot û bi heman encamê qedîya. Ya nasîyonalsosyalistan 1933 an de dest pê kir û bi şerê cîhanê yê duyemîn, bi heman encamê qedîya. Li gellek welat û quncikên dunyayê bi vî rengî guherîn û şoreş pêk hatine û bi heman encamê qedîyane. Tişta wan î hevpar ev bû ye ko li pey xwe dîrokek kirêt ya zilmê û barbarîyê hiştine. Di van şoreşan de bi milyonan mirovên bê guneh, bê mefer hatine işkence kirin û kuştin. Xwîn li her derê sor e. Işkence û êşa can li her derê yek e, navê van zindanan dikane Kresty, Auschwitz an jî 5Nolu be…

Ger ko mirov, li vê dîroka zilmê binere ê bibîne, ko ”însan” di van şoreşan de ne mefhûmeke girîng an bingehîn e. Dema ko guherîn ne jî bo însan be û weko pîvan eva ji holê rabe êdî pîvanên heqîyê jî namînin. Di van şoreşan de jî wusan bûye, lewra ko ev şoreş hemû veguherîne berovajî îdîalên xwe bi dîktatorîyê bi dawî bûne.

Li ser erda me jî ev neheqî qewumîne, hemû daxwazên mirovatî ên gelê me, li ser navê modernîteyê bi komkujîyan binpê bûne, Dîyarbekir, Zîlan, Dersim û Agirî mînakên sedsala dawîn in. Bi hezaran kujerên ne dîyar jî ên dema me ne. Li Başûrê welatê me hejmara enfalîyan sedhezaran derbas dike. Navên gurên me, ên weko Mustefa Kemal û Saddam Hisên, diyar in. Lê peşkên van îdeolojîyên weko kominîzmê gihiştin welatê me jî. Nifşek ji xortên me jî bi heman şebê ketin. Rêxistinên me jî heman metod bi kar anîn û em xwe bi xwe jî bûn gurên hev! Gellek xort û keçên kurd ên dilsoz ko bi dilên pak tevlî van rêxistinan bûn rastî neheqîyên mezin hatin û bi heman metodên Stalînî hatin kuştin û işkencekirin.

Di nawbêna erd û ezman de tiştek veşirtî namîne, nêzîk an dereng ev cînayet hemû ê eşkere bibin û cellad heta heta li hember dîrokê ê rûreş bibin. Lê gazinc û gotinên me ji wan kes û ronakbîran re ye ko cînayetên wusan, qaşo ji bo daweyek mezintirîn rewa dibînin, ev metodekî klasîk e û destpêka dîtatorîyê ye. Lewra ko hemû tişt ji bo mirovan e, mafê takekes jî divê bingehîn be. Ne şoreşek, sed şoreş jî, ne hêjayî binpêkirina vî prensîbî ye. Ji ber vê hindê, hêjaye ko em car bi car li dîroka dunyayê jî binerin û fêr bibin. Em dê bibînin ko bobelatên wusan bi serê gelên din de jî hatine. Navên gurên me dikanin cuda bin, lê êş û qêrînên me her yek in. Dema ko Anna Achmatova behsa dayikekê li ber dergahê zindana Krestî dike, tu dibê qey heman dayik li ber dergahê zindana Diyarbekirê ye.

»JI DÊLVA PÊŞGOTINÊ

Di salên kambaxtirîn ên hikûmeta – Jezjov de, li Lenîngradê ez, hivdeh mehan di dorên zindanê de mam. Wusan qewimî ko carekê di dorê de yekê ”ez nas kirim”. Wê çaxê jinika li pey min ji wê xewa giran ko em hemî tê de bûn, hişyar bû – jinikê qet navê min nebihîstibû – lêvên wê ên şînbûyî bi zorê pistînek derêxistin (li wir em hemû bi pistepist daxêvîn) û evîya, ma hûn dikarin şirove bikin?
Min got: – Ez dikarim.
Wê demê tiştekî ko dişibîya bişirînekê, di ser, yê ko demekê ruwê wê bû, re bihurî.

Nîsan 1957
Lenîngrad

PÊŞKÊŞÎ

Li beramber vê şînê çiya xwe ditewîne
Û ew çemê mezin radiweste
lê derîyên girtîgehan asêkirî ne
û di kunên dîlitîyê de
tirsa mirinê efendî ye
Ji bo hineke din bayekî hênik tê
Û hineke din bi roja ko ber bi aso ve diçe xwarê şa dibin-
Em di vê derbarê de tiştekî nizanin, her di halê xwe de ne
Em tenê şingîniyê kilîtên kambax dibihîzin
û gavên leşkeran ên giran.
Mîna ko ji bo ayineke sibehê be, em radibin ser xwe
di nav bajarekî kûvîkirî de dimeşiyan,
em pêrgî hevedin dibûn, ji mirîyan jî mirîtir
roj hêj nizm bû û mijekê xwe bi ser Nevayê de girtibû,
û hêvîyê-li dûrayê distira.
Qerar hat dayin… Hêsir diherikin,
û ew jin tenê ye, ji tevan veqetiyayî,
mîna ko dilê wê ji singa wê hilqetandî be
û ew bi xezeb avêtibin ser piştê,
lê ew dimeşe… diheje… tenê…
Bi kû de xwengên min ên bedbext
ku heman reya bêyom parve kirine?
Di bahoza berfîn ya Sibîryayê de çi guman dikin?
Di xeleka ronkaya hîvê de çi dibînin?
Silava xatirxwestina min ji wan re ye.

Adar 1940

DESTPÊK

Heyamek bû ko tenê ê mirî dibişirî,
di aramîya tirbê de bextewar.
Û bajarê Lenîngrad fena barekî bê giranî û bê qîmet,
bi zincîrên xwe ên zindanî ve li ba dibû.
Alayên girtîyên ko ji ber hemû îşkenceyan gêj bûbûn dimeşîyan,
û fîkîniya lokomotîvan,
stranên kurt ên xatirxwestinê digotin.
Di ser me re stêrkên mirinê rawestibûn
û di bin potînên bi xwîn de
di bin dolabên cemseyên polisan de
Rûsya bê guneh qolinc dikêşandin.

1

Ew hatin û di berbanga sibê de tu girtin birin,
Min da dû te, mîna di meşa cenazeyekî de.
Di taritîya odeyê de zarok digirîyan
û finda li ber îkonê tefîya bû.
Serma mirinê bi lêvên te girtibû.
Di enîya te de xwîdanek sar… Ez ji bîr nakim!
Mîna jinên Strelsaran ez gilîyê xwe dikim
bi dengîn li ber dîwarê Kreml.

1935»

Ev dema ko Anna behs dike û di şiirên xwe de honandîye salên nawbêna 1935-1940 ne. Di vê derbarê de reqemên cuda hene, lê bi navengî ev reqem ê bigihêje nêzî du milyon mirovan ko ji ber terora sor ya Stalîn ve hatine kuştin. Mîna ko îronîyeke dîrokê be, gellek ji celladên Stalîn, weko Nîkolay Jezyov, Lavrentîy Berîya jî mîna qurbanîyên xwe, bi heman şêweyî hatine kuştin.

Piranîya şiirên di ”Requîem” de paşê hatine nivisîn. Bi alîkarîya Lîdîya Tjukovskaya ko li ber derîyên zindanê bi Anna re dibe heval û ev hevaltî heta mirina wê didome. Hevjînê Tjukovskaya bê guneh, tenê ji ber navê xwe hatiye girtin, fena lawê Anna, Lev. Lewra ko navê wî Mîchaîl Bronstjtejn (navê Troçkî ê kevn e) tê girtin û dibên 10 sal ceza girtîye. Lê wê demê kesekî nizanîbû ko ev 10 sal tê maneya gulebarankirinê. Anna di hevdîtinên xwe de her car şiirên xwe bi Tjukovskayê dide jiberkirin û nivisên xwe paşê dişewitîne. Tjukovskaya jî rojpirtûkekê digre û ji bo ji bo ji bîr neke şîfre dike. Weko mînak dinivisîne »Me gellekî behsa Pûşkîn û Requiem ya Mozart û Salierî kir.» Lê di heqîqetê de ev dihat maneya Requîema Anna.

» EPÎLOG

1

Min çehreyên xirabkirî dîtin
bê çawa tirsê xwe di bin qepaxa çavan de veda ye
û çawa ezab li ser hinarikên pahn
nivisa xwe ya mîxî kola ye, min dîtiye
ku çawan xelekên reş mîna zîvî gewr bûne.
Bişirîn bêçare li ser lêvan ditefe
û di kenê zuwa de tirs dilerize.
Û ez nuha ne ji bo xwe ji bo hineke din lava dikim,
ji bo wan hemû kesên ko li cem min dipan,
di seqema dijwar de, di germaya Temûzê de
li ber dîwarê Krestî yê sor û kor.»

Bêguman Anna li vir behsa hîsên însanî, bêçaretîya mirovan î dema beramberî zilmeke wusan bê sînor tên, dike. Ew kominîzma ko dê wekhevî û refah bihanîya Sovyetan bûbû cinawerek û zarokên xwe dadibelihand. Ew kominîstên mirovhez, bûbûn cellad û îşkencecî! Gelo çawan dibe, mirov dikane îşkenceyê li mirovekî din bike? Bê şik gellek şiroveyên vê yekê hene. Erîch From digot »mirov ne gur ne jî berx e dema tê dunyayê.» Ez dibêm mirov herdu ye jî, şert û merc dikanin mirov biguherînin. Ji dîroka xwe ya nuh em dizanin ko doktorên Turk bi xwe li zîndana Dîyarbekirê bejdarî îşkenceyan bûne. Tiştê ko bi esehî em dizanin ev e ko hikum, desthilatdarî mirovan xirab dike û divê rişme bibe. Gelo çawan? Dîroka dunyayê destnîşan dike ko garantorê dadmendîyê civakek bi tolerans, cihêreng û pirrdeng e. Bireveberîya vê civakê divê li ser vî prensîbî be. Dezgehen berpirsyarîyê û kontrolê divê bixebitin û ji xelkê û medyayê re vekirîbin. Despotên ronak, Paşayên adil tenê di çîroka de ne.

-----------------------------------
Nivîskar: M. ALÎ KUT rewan@nefel.com
Weşandin: 2012-06-13
Xwendin: 13723
 

KOLUMNÊN BERÊ   
Em û felsefe (2015-01-04)
Bîstûheftê gulana 1925-ê – xetên milîbûnê (2014-05-28)
Mirina Vîlle (2013-12-14)
Dema ko Orfeus li lîra xwe dide (2013-07-28)
Pepûk (2013-05-07)
Klasîkên me (2012-04-23)
[novel] Belqiz (2012-03-01)
[novel] Solên Mamedo ên nuh (2012-01-27)
Gilgamêş – IV (2012-01-15)
Gorîyabiharê – ”Le Sacre du Printemps” (2011-12-09)
Annales – dîroknasiyeke cuda – II (2011-11-25)
Annales – dîroknasiyeke cuda (2011-08-25)
Kompozîsyon (2011-08-07)
Mîrata Sparta û Atîna (2011-05-30)
Parîsabad – rekvîyemek li ser salên zaroktîyê û wexteke buhurî (2011-02-08)
Estetîk III – spehîtî azadî ye – Platon (Eflatûn) (2010-11-22)
“Biro” – ê ko bi çîrokekê dizane sultanê gotinê ye! (2010-10-28)
LO! Pirsa mezin? (2010-09-02)
Gilgamêş – III – (2010-06-28)
Gilgamêş – II – (2010-05-19)
NERÎNGEH
 
[kitêb] Sun Zî: Hunera şer (2016-04-21)
Ismail Beşikçi ji kurdan re li ser ermeniyan semînerek da (2013-09-28)
Kurdistan berî serxwebûna siyasî ”serxwebûna petrolê” û ekonomîk îlan dike (2012-05-21)
Tewanga navdêrên zimanê kurdî (2009-02-08)
Umît Firat dibêje navnîşana çareserîya pirsa kurd ne PKK ye (2008-11-11)
Hêro Talebanî: Min nedixwest Mam Celal bibe serokkomarê Iraqê [foto] (2007-05-10)
Alfabeya kurdî-latînî ji bo zimanê kurdî ji alfabeya kurdî-erebî minasibtir e (2005-11-02)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
vv9v8v09fq:TabArticles:4;8;12;14;17;19;21;22;23;24;28;29;30;31;32;40;41;43;44;46;48;49;51;52;53;54;55;56;58;60;62;63;64;65;66;67;69;71;72;74;75;76;77;78;79;80;81;82;84;85;86;90;91;92;94;95;96;97;98;100;102;103;104;105;106;107;109;110;111;112;113;114;115;116;117;118;119;120;121;122;123;124;125;126;127;128;129;130;131;132;133;134;136;137;138;139;140;141;142;143;144;145;146;147;149;150;151;152;153;155;157;158;159;160;163;164;165;166;167;168;169;170;171;172;173;174;175;176;178;179;180;181;182;183;184;185;186;187;188;189;190;191;192;193;194;195;196;197;198;199;200;202;203;204;205;206;207;208;209;210;211;212;213;214;215;216;217;218;219;221;222;223;224;225;226;227;228;229;230;231;232;233;234;235;236;237;238;239;240;241;242;243;244;245;246;247;248;249;250;251;253;254;255;256;257;258;259;260;261;262;263;264;265;266;267;268;269;270;271;272;273;274;275;276;277;278;279;280;281;282;283;284;285;286;287;288;289;290;291;293;294;295;296;297;298;301;302;303;304;305;306;307;308;309;310;311;312;313;314;315;316;317;318;319;320;321;322;323;324;325;326;327;328;329;330;331;332;333;334;335;336;337;338;339;340;341;342;343;344;345;346;347;348;349;350;351;352;353;354;355;356;357;358;359;360;361;362;363;364;365;366;367;368;369;370;371;372;373;374;375;376;377;378;379;380;381;382;383;384;385;386;387;388;389;391;392;393;394;395;396;398;399;400;401;402;403;404;405;406;407;408;409;410;411;412;413;414;415;416;417;418;419;420;421;422;423;424;425;426;427;428;429;430;431;432;433;434;435;436;437;438;439;440;441;442;443;444;445;446;447;448;449;450;451;452;453;454;455;457;458;459;460;461;462;463;464;465;466;467;468;469;470;471;472;473;474;475;476;477;478;479;480;481;482;483;484;485;486;487;488;489;491;492;493;494;495;496;497;498;499;500;501;502;503;504;505;506;507;508;509;510;511;512;513;514;515;516;517;518;519;520;521;522;523;524;525;526;527;528;529;530;531;532;533;534;535;536;537;538;539;540;541;542;543;544;545;546;547;548;549;550;552;553;554;555;556;557;558;559;560;561;562;563;564;565;566;567;568;569;570;571;572;573;574;575;576;577;578;579;580;581;582;583;584;585;586;587;588;589;590;591;592;593;594;595;596;597;598;599;600;601;602;603;604;605;606;607;608;609;610;611;612;614;615;616;617;618;619;620;621;622;623;624;625;626;627;628;629;630;631;632;633;634;635;636;637;638;639;640;641;642;643;644;645;646;647;648;649;650;651;652;653;654;655;656;657;658;659;660;661;662;663;664;665;666;667;668;669;670;671;672;673;674;675;676;677;678;679;680;681;682;683;684;685;686;687;688;689;690;691;692;693;694;695;696;697;698;699;700;701;702;703;704;705;706;707;708;709;710;711;712;713;714;715;716;717;718;719;721;722;723;724;725;726;727;728;729;730;731;732;733;734;735;736;738;740;741;742;743;744;745;746;747;748;749;750;751;752;753;755;756;757;758;759;760;761;762;763;764;765;766;767;768;769;770;771;773;775;776;777;778;779;780;781;782;783;784;785;786;787;788;789;790;791;792;793;794;795;796;798;799;800;801;802;803;804;805;806;807;808;809;810;811;812;813;814;815;816;817;818;819;820;821;822;823;824;825;826;827;828;829;830;831;832;833;834;835;836;837;838;839;840;841;842;843;844;845;846;847;848;849;850;851;852;853;854;855;856;857;858;859;860;861;862;863;864;865;866;867;868;869;870;871;872;873;874;875;876;877;878;879;880;881;882;883;884;885;886;887;888;889;890;891;892;893;894;895;896;897;898;899;900;901;902;903;904;905;906;907;908;909;910;911;912;913;914;915;916;917;918;919;920;921;922;923;924;925;926;927;928;929;930;931;932;933;934;935;936;937;938;939;940;941;942;943;944;945;946;947;948;949;950;951;952;953;954;955;956;957;958;959;960;961;962;963;964;965;966;967;968;969;970;971;972;973;974;975;976;977;978;979;980;981;982;983;984;985;986;987;988;989;990;991;992;993;994;995;996;997;998;999;1000;1001;1002;1003;1004;1005;1006;1007;1009;1010;1011;1012;1013;1014;1015;1016;1017;1018;1019;1020;1021;1022;1023;1024;1025;1026;1027;1028;1029;1030;1031;1032;1033;1034;1035;1036;1037;1038;1039;1040;1041;1042;1043;1044;1045;1046;1047;1048;1049;1050;1051;1052;1053;1054;1055;1056;1057;1058;1059;1060;1061;1062;1063;1064;1065;1066;1067;1068;1069;1070;1071;1072;1073;1074;1075;1076;1077;1078;1079;1080;1081;1082;1083;1084;1085;1086;1087;1088;1089;1090;1091;1092;1093;1094;1095;1096;1097;1098;1099;1100;1101;1102;1103;1104;1105;1106;1107;1108;1109;1110;1111;1112;1113;1114;1115;1116;1117;1118;1119;1120;1121;1122;1123;1124;1125;1126;1127;1128;1129;1130;1131;1132;1133;1134;1135;1136;1137;1138;1139;1140;1141;1142;1143;1144;1145;1146;1147;1148;1149;1150;1151;1152;1153;1154;1155;1156;1157;1158;1159;1160;1161;1162;1163;1164;1165;1166;1167;1168;1169;1170;1171;1172;1173;1174;1175;1176;1177;1178;1179;1180;1181;1182;1183;1184;1185;1186;1187;1188;1189;1190;1191;1192;1193;1194;1195;1196;1197;1198;1199;1200;1201;1202;1203;1204;1205;1206;1207;1209;1210;1211;1212;1213;1214;1215;1216;1217;1218;1219;1220;1221;1222;1223;1224;1225;1226;1227;1228;1229;1230;1231;1232;1233;1234;1235;1236;1237;1238;1239;1240;1241;1242;1243;1244;1245;1246;1247;1248;1249;1250;1251;1252;1253;1254;1255;1256;1257;1258;1259;1260;1261;1262;1263;1264;1265;1266;1267;1268;1269;1270;1271;1272;1273;1274;1275;1276;1277;1278;1279;1280;1281;1282;1283;1284;1285;1286;1287;1288;1289;1290;1291;1292;1293;1294;1295;1296;1297;1298;1299;1300;1301;1302;1303;1304;1305;1306;1307;1308;1309;1310;1311;1312;1313;1314;1315;1316;1317;1318;1319;1320;1321;1322;1323;1324;1325;1326;1327;1328;1329;1330;1331;1332;1333;1334;1335;1336;1337;1338;1339;1340;1341;1342;1343;1344;1345;1346;1347;1348;1349;1350;1351;1352;1353;1354;1355;1356;1357;1358;1359;1360;1361;1362;1363;1364;1365;1366;1367;1368;1369;1370;1371;1372;1373;1374;1375;1376;1377;1378;1379;1380;1381;1382;1383;1384;1385;1386;1387;1388;1389;1390;1391;1392;1393;1394;1395;1396;1400;1401;1402;1403;1404;1405;1406;1407;1408;1409;1411;1412;1413;1414;1415;1416;1417;1418;1419;1420;1421;1422;1423;1424;1425;1426;1427;1428;1429;1430;1431;1432;1433;1434;1435;1436;1437;1438;1439;1440;1441;1442;1443;1444;1445;1446;1447;1448;1449;1450;1451;1452;1453;1454;1455;1456;1457;1458;1459;1460;1461;1462;1463;1464;1465;1466;1467;1468;1469;1470;1471;1472;1473;1474;1475;1476;1477;1478;1479;1480;1481;1482;1484;1485;1486;1487;1488;1489;1490;1491;1492;1493;1494;1495;1496;1497;1498;1499;1500;1502;1503;1504;1505;1506;1507;1508;1510;1511;1512;1513;1514;1515;1516;1517;1518;1519;1520;1521;1522;1523;1524;1525;1526;1527;1528;1529;1530;1531;1532;1533;1534;1535;1536;1537;1538;1539;1540;1541;1542;1543;1544;1545;1546;1547;1548;1549;1550;1551;1552;1553;1555;1556;1557;1558;1559;1560;1561;1562;1563;1564;1565;1566;1567;1568;1569;1570;1571;1572;1573;1574;1575;1576;1577;1578;1579;1580;1581;1582;1583;1584;1585;1586;1587;1588;1589;1590;1591;1592;1593;1594;1596;1597;1598;1599;1600;1601;1602;1605;1606;1607;1608;1609;1610;1611;1612;1613;1614;1615;1616;1617;1618;1619;1620;1621;1622;1623;1624;1625;1627;1628;1629;1630;1631;1632;1633;1634;1635;1636;1637;1638;1639;1640;1641;1642;1643;1644;1645;1646;1647;1648;1649;1650;1651;1652;1653;1654;1655;1656;1657;1658;1659;1660;1661;1662;1663;1664;1665;1666;1667;1668;1669;1670;1671;1672;1673;1674;1675;1676;1677;1678;1679;1680;1681;1682;1683;1684;1685;1686;1687;1688;1689;1690;1691;1692;1693;1694;1695;1696;1697;1698;1699;1700;1701;1702;1703;1704;1705;1706;1707;1708;1709;1710;1711;1712;1713;1714;1715;1716;1717;1718;1719;1720;1721;1722;1723;1724;1725;1726;1727;1728;1729;1730;1731;1732;1733;1734;1735;1736;1737;1738;1739;1740;1741;1742;1743;1744;1745;1746;1747;1748;1749;1750;1751;1752;1753;1754;1755;1756;1757;1758;1759;1760;1761;1762;1763;1764;1765;1766;1767;1768;1769;1770;1771;1772;1773;1774;1775;1776;1777;1778;1779;1780;1781;1782;1783;1784;1785;1786;1787;1788;1789;1790;1791;1792;1793;1794;1795;1796;1797;1798;1799;1800;1801;1802;1803;1804;1805;1806;1807;1808;1809;1810;1811;1812;1813;1814;1815;1816;1817;1818;1819;1820;1821;1822;1823;1824;1825;1826;1827;1828;1829;1830;1831;1832;1833;1834;1835;1836;1837;1838;1839;1840;1841;1842;1843;1844;1845;1846;1847;1848;1849;1850;1851;1852;1853;1854;1855;1856;1857;1858;1859;1860;1861;1862;1863;1864;1865;1866;1867;1868;1869;1870;187Ferqa di nêvbera »ko«, »ku« û »kû« de (2005-05-19)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
Xewna Mesûd Barzanî ji başûrê Kurdistanê mezintir e (2005-02-07)
 
REKLAM


KOLUMNÎST
Şebabê Egît nabe Şeroyê Biro û ez jî nabim ”heval”
Tolstoy û xelata Nobelê
Kurdistaneka serbixwe û [ne]cida
Heşt rojên şerê xendekê – I
Em û felsefe
Hilbijartinên Kurdistanê ez şok kirim
© 1997–2024 www.nefel.com  |  E-poste: info@nefel.com  |  Powered by Medesoft.org