[ SÊŞEM, 2024-03-19 ]   [ BIKE MALPERA DESTPÊKÊ ]   [ BÊXE NÊV BIJAREYAN ]   [ KONTAKT ]   [ INFO ]   [ LÊGERÎN & ARŞÎV ]  
DESTPÊK
Nûçe
Nivîsar
Kulturmagazîn
Hevpeyvîn
Kolumnîst
Ewrokurd
E-Pirtûk
Lîteratûr
Ziman
Muzîk
Foto
Lînk
E-POSTEYA TE
  Nav (Username)  
   
  Þîfre (Password)  
   
   
     
   »E-posteyeka nû
 bo xwe qeyd bike
 
REKLAM


KOLUMNÎST 
Klasîkên me
SWÊD, 23/4 2012 — Dîroknasê frensî, Michelet, dixwest ko dîrok ji jêrê ve were nivîsandin, ango bi gotinên wî »Dîroka wan kesên ko zehmetî kêşandine, xebitîne jar bûne û mirine, bê yî ko bikaribin zehmetkêşîya xwe şirove bikin» (Annales skolan, Peter Burke).

Eger şiroveyeke wusan em ji dîroka xwe re minasip bibînin ê di dîroka me de paradigm were guhertin. Gellek nav û zeman ê cih biguherînin û ji xwe, hinekan jî, em dê ji dîroke Kurd û Kurdistanê qet nehesibînin. Nexasim, karekî wusan ê di dîroka me ya siyasî de (ku mijara wê ya sereke xiyanet e) erdhejekê çê ke. Lewre, erdhejên wusan ji bo miletekî pêwist in. Ji ber wê hindê ko kurdan bi xwe, hêj dîroka xwe ya resen, nenivisîye. Karekî wusan akademîk ne ê takekesan e. Takekes incex bikanibe di quncikeke tarî de mijarekî winda destnîşan bike. Ji ber kompleksîta xwe, incex akademî û dezgeh ji bin barekî wusan rabin. Di rojên pêş de, hewldanên wusan ê ji cidîyeta me yî miletbûyîn û netewebûyinê re pîvan bin.

Nemir, Celadet Alî Bedirxan, ji berê de girîngî û pêwistîya vê mijarê dizanîbû. Lewra di kovara Hawarê de bi van gotinên jêrîn xwestiye kurdan jê haydar bike »Di edebiyata miletên ewropayî de heyamek heye, jê re heyama klasîk dibêjin. Ew heyama ko tê da şahir û edîbên klasîk rabûne. Ji wan edîb û şahiran bi xwe re jî klasîk dibêjin. Ewan edîbên ha teqlîdî edîb û şahirên yewnan û latînî dikirin û li gora isûl û qeydeyên wan dinivîsandin; gelek bala xwe didan wan isûl û qeydan, yanî gelek isûl û şekilperest bûn. Ji edebîyatê pê ve ji her tiştî re ko di wextê kevin de û bi islûleke bijarte hate çêkirin klasîk dibêjin. Di warê mûsîqiyê de jî klasîsm heye. Herçî bestekarên wê heyamê ne ji wan re jî klasîk dibêjin. Mîmarîya klasîk jî heye. Xulase herçî fen û sinhetên ko bi vê rêzikê ve çûne ji wan re klasîk dibêjin» (Herekol Azîzan, Hawar, hejmar 33, 1941).

Ev gotinên gorbihuştê Mîr Celadet, baştirîn şiroveya klasîk û klasîsmê ne.

Klasîkên miletekî ne tenê zengîniyeke çandî ne, di heman wextê de, ji bo her miletî jî zanaveke milî pêşkêş dikin. Dîrokên miletan dikanin kevnar bin, lê dîsan jî her milet dîroka xwe ya miletbûyinê bi babetekî bi ya edîb û şahirên xwe ve girê dide. Nexasim, di parastina zanava milî de, klasîkên edebî xwedî roleke taybet in. Mîrê Kurd ji mêj ve bi vê rastîyê dizanîbû, loma jî xwestîye ko kurd pê bihisin ka di dîrokê wan de çendî edîp û şahir peyda bûne û xwedan dîwane û pirtûk in.

Ez dixwazim li vir, balê bikêşînim ser mijarekê ko çi di dîroka me de û çi jî di jîyana kurd î sîyasî de gellek caran çewt û şaş bicar dibe. Lewra ew kesên ko bi eslê xwe kurd in lê bi zimanê biyanî, pirê caran jî bi zimanê dijminên kurd nivisîne (belkî jî bûne edîbên mezin), em wan weko klasîkên xwe an ji şahir û edîbên xwe dihesibînin.

Di roja me de jî, îro bi sedan siyasetmedar û qaşo ronakbîrên kurd hene ko bi kurdî wesîqeyek jî nenivisîne, lê li ser navê kurd û Kurdistanê dora gotinê nadin kesekî, xwe weko temsîlkarê vî miletî didin pêş. Lewra, bi vê jî qîma wan nayê, car car jî bi zimanên dijminê kurd curet dikin, rexneyan li ronakbîrên kurd digrin. Divê were zanîn ko qaîdeya herî girîng û ya pêşin ziman e. Dema ko em ziman weko zanaveke taybet ji ser ”gotinê” rakin, tu mana wê namîne. Bêguman, ev alîyekî meselê ye. Ya din jî, ê neheqîyeke mezin li wan şahir û edîban be ko di heyameke dijwar de, hilbijartin û bi kurdî nivisîn. Fena ko Ehmedê Xanî dibêje »Kurdmancî ye ew qeder li kar e». Lewra, ji bo gellekan tu fêde nebû, tu kirîyar ji dîwane û pirtûkên xwe re peyda ne kirin. Ji dîwane û pirtûkên wan î pêşin tenê çend helbest û têbîniyên ko di bîra melan û feqîyan de man, gihiştine roja me. Berovajî dunyaya modern ko edebîyata xwe ya devkî veguherandin, kirin ya nivîskî, me ya xwe î nivîskî veguherand, kir ya devkî. Sedemên vê, ne tenê dijminê kurd in. Herweha bêkêrîya siyaseta kurd jî bi qandî dijminên gelê kurd gunehkar e. Bi xurtî li çanda kurd xwedî derneketin û dezgehên milî ava ne kirin. Kultura ko ji bo her miletî roleke xwe î yekbûyînê heye û mefhûmeke nasnamaya wan e, hîna jî, ji hêla sîyaseta kurd ve keşif nebûye.

Em dê dîsan vegerin ser gotinên Michelet û dîroka ji jêr ve. Em kurd, Elî Herîrî weko şahirê xwe î pêşin dizanin. Ne di derheqê jiyana vî camêrî de, bi esehî em tiştekî dizanin û ne jî tu berhemeke wî (ji xeyn çend helbestên ko em dê li jêr biweşînin) gihiştîye roja me. Cara pêşin bi van rêzikên lawê Kurdistan ê mezin Ehmedê Xanî, em pê serwext dibin ko şairekî me, bi navê Elî Herîrî heye:

”Bîna ve ruha Mela Cizîrî
pê hey bikira Elî Herîrî
kêfek we bida Feqihê Teyran
hetta bi ebed bimaya heyran”
(Mem û Zîn, Ehmedê Xanî)

Bi dû Ehmedê Xanî re, ê ko navê Elî Herîrî weko şahirê pêşin ê kurd hildide Mele Mehmûdê Bazîdî, li gel A. Jaba ye. »Şairê berê, Elî Herîrî ye, dîwançeyek heye… di nêv Kurdistanê de qewî zêde meşhur û meruf e. Texmîna ko di çarsed hicretê peyda bûye û di çarsed û heftêyekê da merhum bûye û di nêv Herîrê da medfûn e. ”Camieyê Risaleyan û Hîkayetan” (1860 Peterborx)

Di derbarê malûmatên Mele Mehmûdê Bazîdî de Mîr Celadet weha nivisandîye »Ewî melayî di benda xwe de qala tarîxa bûn û wefata her şahirî jî kiriye. Lê wer dixuye ko mela di van tarîxan de şaş e.» (Hawar, hejmar 33, 1941)

Lewra, wekî Mela gellek dîroknasên li pey wî jî tenê texmîn kirine. Tarîxên ko dane, ne bi esehî ne; ango tu wesîqe di dest kesekî de nîn in. Wesîqa me ya herî kevn ya nivîskî Şerefname (1598) ye. Di vê pirtûka pîroz de behsa gellek edîb û şahirên ko bi eslê xwe kurd bûn û di dema xwe de navdar bûn tê kirin. Axilbeyê wan bi farisî û erebî nivisîne, lê ên ko bi kurdî jî nivisîne hebûn. Elî Herîrî jî yek ji wan e. Ji ber ko pêşeng e, navekî girîng e. Ji ber ko bi kurdî nivisîye, hilbijartina xwe li alîyê zimanê xwe û me kiriye divê em vî navî ji bîr nekin û her û her alaya wî bilind bikin. Prof. Qanatê Kurdo di derheqê helbestên Elî Herîrî de wusa dibêje »…bi kêş û qafîya xweva bi hevanîna rêz û bendên xweva mîna şêr-helbesta şayîrane, ne mîna strana zargotinê ye.» (Tarîxa Edebîyata Kurdî I 1983 Roja Nû)

Li xwedîderketina navê Elî Herîrî ê bersiva me ji wan şovenîstan re be ko îro dibêjin ko ”Kurdî ne zimanê şaristanîyê ye!” Dema ên weko Elî Herîrî bi zimanekî edebî, ewçend bilind, dîwançeyên xwe dinivisîn, bav û kalên wan hê ji ser pişta hespê peya ne bûbûn!

Li gor agahîyên di Şerefnamê de, em serwext dibin ko di serdema navîn de (dema feodal) asta xwendin û zanyarîyê di nav xelkê kurd û welatê wan Kurdistanê de bilind e. Li her bajarekî bi dehan medrese û fêrgeh hene. Prof. Qanatê Kurdo (Xwedê rehmeta xwe lê arzan bike) bi dû ko agahîyên Şerefxanê Bedlîsî û Evlîya Çelebî dide ber hev, digihêje vê encamê »Melûmatîyên Şerefxanê Bedlîsî û Evlîya Çelebî nîşan dikin, ko di zemanê derebegîyê de piranîya hozan, zanyar pîsporên îş û karên dîn û diyanetê û civakê mîr, xan û serokên bajar, welat û eşîran kurd bûn. Melûmatîyên wan nîşan dikin ko hineka ji wan nivîsarê xwe bi farsî nivisî bûn, hinka jî bi zimanê erebî nivisî bûn, ko li nav wan xan, mîr û serokên bajar û welatê kurdan de şayîr hebûn, yên şêr û helbestên xwe bi kurdî jî nivisî bûn û dîwanên wan bi zimanê kurdî hebûn.» (Tarîxa Edebîyata Kurdî I,39, 1983 Roja Nû)

Hemû belgeyên dîrokî nîşan didin ko kurd ne kêmî ereb, ecem û tirkan bûn. Di gellek warên zanyarîyê û edebiyatê de li pêş bûn. Îro ko li paş mane û li ziman û edebîyata xwe bi xurtî xwedî dernakevin, evîya ne îronîyeke dîrokê ye! Dijminên me bi hovitî hemû hêjayên me talan kirin. Mînakek vê di sala 1655 de diqewume, dema ko Melîk Ehmed zora Evdilxan dibe û koşk û sera wî talan dike. Pirtûkxana Evdilxan bi nav û deng bû, bi hezaran pirtûk tê de hebûn, hemû talan bû û bi wê jî nema, winda bûn! Çi ko navê kurd û Kurdistan tê de hebû hat şewitandin, ev talan heta roja me dewam kiriye û hê jî didome. Ev çend helbestên Elî Herîrî ên ko ji ber talana romê filîtîne ev in:

Ger hûn bibînin nalê eşq,
Tenê li bom zarî dikin,
Her kes bizanêt halê eşq
Bi hîle dijwarî dikin.

Bi halê eşq bexîl bûbûm
Her dem di dem zelîl dibûm,
Bê rêh û bê delîl dibûm
Her kes bi xemxwarî dikin.

Hûn bar mekin xemên di zor,
Le hesreta vardên di sor
Çavê di reş bisk têne dor,
Enîya bi nûr tarî dikin.

Enîya bi nûr zilf têne ser,
Rengîn dibin şems û qemer,
Reşmar ji perdanê neder,
Li e´re´ra yarî dikin.

Hoş û e´re´ra şimşa diket,
Teşmîn reva sebir û xîret,
Qahu medet, ahu medet
Çeşman çi xubarî dikin.

Çavê li rojê bîne kom,
Camê mey anî ji bom
Emir kir lazim vexom,
Mestî ji min jarî dikin.

Mest û şerab qendavê,
Êsîr û bendêt vê şevê
Ger vesfê yarê ez bibêm
Hûn terkî huşyarî dikin.
(Prof. Qanatê Kurdo-A. Sosin, Kurdische samlingen-)

Xelkno, werin bibînin,
Çi husneke bi kemale,
Heyran ji dil bibînin,
Ji sene zewal celale.

Sene xwedê ko danî,
Sifhe ji nûrê danaye,
Enber li ser kêşaye,
Enber xet di xale.

Xalên di şibê enberî,
Dêm her wek qemerî,
Ez têr nabim ji munzerê,
Min naçit ji xeyalê.

Min qet naçî ji bîrê
Zilfêt şibê herîrê,
Wê li ser be di mûnîrê
Dagirt bûn helale.

Ebrû helala eyde,
Dêm her wek xurşîde,
Eblek şibê Nahîde,
Cibhet meha bi kemale.

Cibhet meha tevave,
Rû sor gula bi xunave,
Reyan hatne hindave,
Nesrînyan da û pale.

Nesrînyan çû wext beste,
Min nêrî pê hoste,
Eqlê min çû ji deste,
Heyran kirim der hale.

Heyran bûm ez ji dinê,
Sohtim ji dest evînê,
Ji xwe nakim hîvya jînê,
Li-m kêm bûn mah û sale.

Li-m kêm bûn mah û salan,
Metne ji lam û dalan,
Ji ber zehmet û eşkelan,
Ez têr dikim miqale.

Çavên min xûn jê dibarî,
Ji ber eblqêt xumarî,
Wekî ava di carî,
Bê wext û bê mecale.

Gerden şûşa nebatê,
Lêvê şerbeta heyatê,
Ji hisna bit welatî,
Bi min cahî helale.

Methê di nazenînan
Û sefê di xûn şîrinan,
Wekî dûr û yasînan,
Ez her dikim emale.

Baxê ko sed bihar lê,
Bilbilê lalezar lê,
Ku sed gulê bi xêr lê,
Bilbilî nale-nale.

Ji Hindê bînin taracî,
Ji Mermerî bînin xeracî,
Ji Romê bistînin bace,
Ji bo xemla şepale.

Dêma xalê di hûr lê,
Eyna zilfêt stûr lê,
Rû nîva guhê tûr lê,
Mehbûbe bê misale.

Hisna te ya hebîbe,
Dilekî min jê xerabe,
E´lî tu bikî nesîbe,
Dest bidit wesale.

Hisna te ya dixahe,
Dilber lebsî sîyahe,
Bi min kaa´be Ella,
Tewaf dikim her sale.

Ji Hind bînin talanî
Bikin gilî sibhanî,
Ji bo çavê şa-siltanî,
Dema bêtin ser sale.

Çend bibêje Elî sadiq,
Ji esrar û di qayq,
Ji wan wesfên di layq,
Ji hisna ya delale.
(Prof. Qanatê Kurdo – Ji berhevokên B. Rudenko-)

Gulustana xuda riste,
Li etraf dilan xweste,
Binefş û nêrgiza meste,
Cinsirî lee´l û reyhan têt.

Reyhan sosin û werdin,
Li şêx E´lî xerîb ferdin,
Weristin ehmer û zerdin,
Her ro sed car efxan têt.

Ji efxanan ne maym têr,
Dua goyê te ez bê fêr,
Bibete ser du esleh dêr,
Heta wê qasdê can têt.

Bibîne rewşê malîne,
Were hindava balînê,
Ji dest ahan û nalînê,
Çi reng firyad ji esman têt.

Bi firyad û heware,
Ji dest ahan min ew kare,
Melazim bendeyê jare,
Ji seydayê çi ferman têt.

Seyda heq nezer vêra,
Di iqliman gêra,
Fitara gewheran vêra,
Ji nêv kana Bedexşan têt.

-----------------------------------
Nivîskar: M. ALÎ KUT rewan@nefel.com
Weşandin: 2012-04-23
Xwendin: 11253
 

KOLUMNÊN BERÊ   
Em û felsefe (2015-01-04)
Bîstûheftê gulana 1925-ê – xetên milîbûnê (2014-05-28)
Mirina Vîlle (2013-12-14)
Dema ko Orfeus li lîra xwe dide (2013-07-28)
Pepûk (2013-05-07)
Anna Achmatova (1889–1966) û Homo Homini Lupus (Însan gurgê insên e) (2012-06-13)
[novel] Belqiz (2012-03-01)
[novel] Solên Mamedo ên nuh (2012-01-27)
Gilgamêş – IV (2012-01-15)
Gorîyabiharê – ”Le Sacre du Printemps” (2011-12-09)
Annales – dîroknasiyeke cuda – II (2011-11-25)
Annales – dîroknasiyeke cuda (2011-08-25)
Kompozîsyon (2011-08-07)
Mîrata Sparta û Atîna (2011-05-30)
Parîsabad – rekvîyemek li ser salên zaroktîyê û wexteke buhurî (2011-02-08)
Estetîk III – spehîtî azadî ye – Platon (Eflatûn) (2010-11-22)
“Biro” – ê ko bi çîrokekê dizane sultanê gotinê ye! (2010-10-28)
LO! Pirsa mezin? (2010-09-02)
Gilgamêş – III – (2010-06-28)
Gilgamêş – II – (2010-05-19)
NERÎNGEH
 
[kitêb] Sun Zî: Hunera şer (2016-04-21)
Ismail Beşikçi ji kurdan re li ser ermeniyan semînerek da (2013-09-28)
Kurdistan berî serxwebûna siyasî ”serxwebûna petrolê” û ekonomîk îlan dike (2012-05-21)
Tewanga navdêrên zimanê kurdî (2009-02-08)
Umît Firat dibêje navnîşana çareserîya pirsa kurd ne PKK ye (2008-11-11)
Hêro Talebanî: Min nedixwest Mam Celal bibe serokkomarê Iraqê [foto] (2007-05-10)
Alfabeya kurdî-latînî ji bo zimanê kurdî ji alfabeya kurdî-erebî minasibtir e (2005-11-02)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
vv9v8v09fq:TabArticles:4;8;12;14;17;19;21;22;23;24;28;29;30;31;32;40;41;43;44;46;48;49;51;52;53;54;55;56;58;60;62;63;64;65;66;67;69;71;72;74;75;76;77;78;79;80;81;82;84;85;86;90;91;92;94;95;96;97;98;100;102;103;104;105;106;107;109;110;111;112;113;114;115;116;117;118;119;120;121;122;123;124;125;126;127;128;129;130;131;132;133;134;136;137;138;139;140;141;142;143;144;145;146;147;149;150;151;152;153;155;157;158;159;160;163;164;165;166;167;168;169;170;171;172;173;174;175;176;178;179;180;181;182;183;184;185;186;187;188;189;190;191;192;193;194;195;196;197;198;199;200;202;203;204;205;206;207;208;209;210;211;212;213;214;215;216;217;218;219;221;222;223;224;225;226;227;228;229;230;231;232;233;234;235;236;237;238;239;240;241;242;243;244;245;246;247;248;249;250;251;253;254;255;256;257;258;259;260;261;262;263;264;265;266;267;268;269;270;271;272;273;274;275;276;277;278;279;280;281;282;283;284;285;286;287;288;289;290;291;293;294;295;296;297;298;301;302;303;304;305;306;307;308;309;310;311;312;313;314;315;316;317;318;319;320;321;322;323;324;325;326;327;328;329;330;331;332;333;334;335;336;337;338;339;340;341;342;343;344;345;346;347;348;349;350;351;352;353;354;355;356;357;358;359;360;361;362;363;364;365;366;367;368;369;370;371;372;373;374;375;376;377;378;379;380;381;382;383;384;385;386;387;388;389;391;392;393;394;395;396;398;399;400;401;402;403;404;405;406;407;408;409;410;411;412;413;414;415;416;417;418;419;420;421;422;423;424;425;426;427;428;429;430;431;432;433;434;435;436;437;438;439;440;441;442;443;444;445;446;447;448;449;450;451;452;453;454;455;457;458;459;460;461;462;463;464;465;466;467;468;469;470;471;472;473;474;475;476;477;478;479;480;481;482;483;484;485;486;487;488;489;491;492;493;494;495;496;497;498;499;500;501;502;503;504;505;506;507;508;509;510;511;512;513;514;515;516;517;518;519;520;521;522;523;524;525;526;527;528;529;530;531;532;533;534;535;536;537;538;539;540;541;542;543;544;545;546;547;548;549;550;552;553;554;555;556;557;558;559;560;561;562;563;564;565;566;567;568;569;570;571;572;573;574;575;576;577;578;579;580;581;582;583;584;585;586;587;588;589;590;591;592;593;594;595;596;597;598;599;600;601;602;603;604;605;606;607;608;609;610;611;612;614;615;616;617;618;619;620;621;622;623;624;625;626;627;628;629;630;631;632;633;634;635;636;637;638;639;640;641;642;643;644;645;646;647;648;649;650;651;652;653;654;655;656;657;658;659;660;661;662;663;664;665;666;667;668;669;670;671;672;673;674;675;676;677;678;679;680;681;682;683;684;685;686;687;688;689;690;691;692;693;694;695;696;697;698;699;700;701;702;703;704;705;706;707;708;709;710;711;712;713;714;715;716;717;718;719;721;722;723;724;725;726;727;728;729;730;731;732;733;734;735;736;738;740;741;742;743;744;745;746;747;748;749;750;751;752;753;755;756;757;758;759;760;761;762;763;764;765;766;767;768;769;770;771;773;775;776;777;778;779;780;781;782;783;784;785;786;787;788;789;790;791;792;793;794;795;796;798;799;800;801;802;803;804;805;806;807;808;809;810;811;812;813;814;815;816;817;818;819;820;821;822;823;824;825;826;827;828;829;830;831;832;833;834;835;836;837;838;839;840;841;842;843;844;845;846;847;848;849;850;851;852;853;854;855;856;857;858;859;860;861;862;863;864;865;866;867;868;869;870;871;872;873;874;875;876;877;878;879;880;881;882;883;884;885;886;887;888;889;890;891;892;893;894;895;896;897;898;899;900;901;902;903;904;905;906;907;908;909;910;911;912;913;914;915;916;917;918;919;920;921;922;923;924;925;926;927;928;929;930;931;932;933;934;935;936;937;938;939;940;941;942;943;944;945;946;947;948;949;950;951;952;953;954;955;956;957;958;959;960;961;962;963;964;965;966;967;968;969;970;971;972;973;974;975;976;977;978;979;980;981;982;983;984;985;986;987;988;989;990;991;992;993;994;995;996;997;998;999;1000;1001;1002;1003;1004;1005;1006;1007;1009;1010;1011;1012;1013;1014;1015;1016;1017;1018;1019;1020;1021;1022;1023;1024;1025;1026;1027;1028;1029;1030;1031;1032;1033;1034;1035;1036;1037;1038;1039;1040;1041;1042;1043;1044;1045;1046;1047;1048;1049;1050;1051;1052;1053;1054;1055;1056;1057;1058;1059;1060;1061;1062;1063;1064;1065;1066;1067;1068;1069;1070;1071;1072;1073;1074;1075;1076;1077;1078;1079;1080;1081;1082;1083;1084;1085;1086;1087;1088;1089;1090;1091;1092;1093;1094;1095;1096;1097;1098;1099;1100;1101;1102;1103;1104;1105;1106;1107;1108;1109;1110;1111;1112;1113;1114;1115;1116;1117;1118;1119;1120;1121;1122;1123;1124;1125;1126;1127;1128;1129;1130;1131;1132;1133;1134;1135;1136;1137;1138;1139;1140;1141;1142;1143;1144;1145;1146;1147;1148;1149;1150;1151;1152;1153;1154;1155;1156;1157;1158;1159;1160;1161;1162;1163;1164;1165;1166;1167;1168;1169;1170;1171;1172;1173;1174;1175;1176;1177;1178;1179;1180;1181;1182;1183;1184;1185;1186;1187;1188;1189;1190;1191;1192;1193;1194;1195;1196;1197;1198;1199;1200;1201;1202;1203;1204;1205;1206;1207;1209;1210;1211;1212;1213;1214;1215;1216;1217;1218;1219;1220;1221;1222;1223;1224;1225;1226;1227;1228;1229;1230;1231;1232;1233;1234;1235;1236;1237;1238;1239;1240;1241;1242;1243;1244;1245;1246;1247;1248;1249;1250;1251;1252;1253;1254;1255;1256;1257;1258;1259;1260;1261;1262;1263;1264;1265;1266;1267;1268;1269;1270;1271;1272;1273;1274;1275;1276;1277;1278;1279;1280;1281;1282;1283;1284;1285;1286;1287;1288;1289;1290;1291;1292;1293;1294;1295;1296;1297;1298;1299;1300;1301;1302;1303;1304;1305;1306;1307;1308;1309;1310;1311;1312;1313;1314;1315;1316;1317;1318;1319;1320;1321;1322;1323;1324;1325;1326;1327;1328;1329;1330;1331;1332;1333;1334;1335;1336;1337;1338;1339;1340;1341;1342;1343;1344;1345;1346;1347;1348;1349;1350;1351;1352;1353;1354;1355;1356;1357;1358;1359;1360;1361;1362;1363;1364;1365;1366;1367;1368;1369;1370;1371;1372;1373;1374;1375;1376;1377;1378;1379;1380;1381;1382;1383;1384;1385;1386;1387;1388;1389;1390;1391;1392;1393;1394;1395;1396;1400;1401;1402;1403;1404;1405;1406;1407;1408;1409;1411;1412;1413;1414;1415;1416;1417;1418;1419;1420;1421;1422;1423;1424;1425;1426;1427;1428;1429;1430;1431;1432;1433;1434;1435;1436;1437;1438;1439;1440;1441;1442;1443;1444;1445;1446;1447;1448;1449;1450;1451;1452;1453;1454;1455;1456;1457;1458;1459;1460;1461;1462;1463;1464;1465;1466;1467;1468;1469;1470;1471;1472;1473;1474;1475;1476;1477;1478;1479;1480;1481;1482;1484;1485;1486;1487;1488;1489;1490;1491;1492;1493;1494;1495;1496;1497;1498;1499;1500;1502;1503;1504;1505;1506;1507;1508;1510;1511;1512;1513;1514;1515;1516;1517;1518;1519;1520;1521;1522;1523;1524;1525;1526;1527;1528;1529;1530;1531;1532;1533;1534;1535;1536;1537;1538;1539;1540;1541;1542;1543;1544;1545;1546;1547;1548;1549;1550;1551;1552;1553;1555;1556;1557;1558;1559;1560;1561;1562;1563;1564;1565;1566;1567;1568;1569;1570;1571;1572;1573;1574;1575;1576;1577;1578;1579;1580;1581;1582;1583;1584;1585;1586;1587;1588;1589;1590;1591;1592;1593;1594;1596;1597;1598;1599;1600;1601;1602;1605;1606;1607;1608;1609;1610;1611;1612;1613;1614;1615;1616;1617;1618;1619;1620;1621;1622;1623;1624;1625;1627;1628;1629;1630;1631;1632;1633;1634;1635;1636;1637;1638;1639;1640;1641;1642;1643;1644;1645;1646;1647;1648;1649;1650;1651;1652;1653;1654;1655;1656;1657;1658;1659;1660;1661;1662;1663;1664;1665;1666;1667;1668;1669;1670;1671;1672;1673;1674;1675;1676;1677;1678;1679;1680;1681;1682;1683;1684;1685;1686;1687;1688;1689;1690;1691;1692;1693;1694;1695;1696;1697;1698;1699;1700;1701;1702;1703;1704;1705;1706;1707;1708;1709;1710;1711;1712;1713;1714;1715;1716;1717;1718;1719;1720;1721;1722;1723;1724;1725;1726;1727;1728;1729;1730;1731;1732;1733;1734;1735;1736;1737;1738;1739;1740;1741;1742;1743;1744;1745;1746;1747;1748;1749;1750;1751;1752;1753;1754;1755;1756;1757;1758;1759;1760;1761;1762;1763;1764;1765;1766;1767;1768;1769;1770;1771;1772;1773;1774;1775;1776;1777;1778;1779;1780;1781;1782;1783;1784;1785;1786;1787;1788;1789;1790;1791;1792;1793;1794;1795;1796;1797;1798;1799;1800;1801;1802;1803;1804;1805;1806;1807;1808;1809;1810;1811;1812;1813;1814;1815;1816;1817;1818;1819;1820;1821;1822;1823;1824;1825;1826;1827;1828;1829;1830;1831;1832;1833;1834;1835;1836;1837;1838;1839;1840;1841;1842;1843;1844;1845;1846;1847;1848;1849;1850;1851;1852;1853;1854;1855;1856;1857;1858;1859;1860;1861;1862;1863;1864;1865;1866;1867;1868;1869;1870;187Ferqa di nêvbera »ko«, »ku« û »kû« de (2005-05-19)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
Xewna Mesûd Barzanî ji başûrê Kurdistanê mezintir e (2005-02-07)
 
REKLAM


KOLUMNÎST
Şebabê Egît nabe Şeroyê Biro û ez jî nabim ”heval”
Tolstoy û xelata Nobelê
Kurdistaneka serbixwe û [ne]cida
Heşt rojên şerê xendekê – I
Em û felsefe
Hilbijartinên Kurdistanê ez şok kirim
© 1997–2024 www.nefel.com  |  E-poste: info@nefel.com  |  Powered by Medesoft.org