[ SÊŞEM, 2024-03-19 ]   [ BIKE MALPERA DESTPÊKÊ ]   [ BÊXE NÊV BIJAREYAN ]   [ KONTAKT ]   [ INFO ]   [ LÊGERÎN & ARŞÎV ]  
DESTPÊK
Nûçe
Nivîsar
Kulturmagazîn
Hevpeyvîn
Kolumnîst
Ewrokurd
E-Pirtûk
Lîteratûr
Ziman
Muzîk
Foto
Lînk
E-POSTEYA TE
  Nav (Username)  
   
  Þîfre (Password)  
   
   
     
   »E-posteyeka nû
 bo xwe qeyd bike
 
REKLAM


KOLUMNÎST 
Bîstûheftê gulana 1925-ê – xetên milîbûnê
(Her netewe dewletek)

SWÊD, 28/5 2014 — Di vê rojê de şeş ronakbîrên kurd, li Diyarbekirê di sepayên cumhûrîyeta tirk ya xwînxwar de hatin bi dardekirin. Sûcê wan li gor dosyayên mehkemeya istîklalê »xwestina dewletek serbixwe ya bi navê Kurdistan bû.

Ji bo vê armanca xwe propagande kiribûn, rêxistin ava kiribûn , kovar û rojname derxistibûn...» Di rojeke welê de divê em şehîdên xwe bi giramî bi bîr bînin, weko erkeke neteweperwerîyê, him navên wan û him daweya wan di hişê xwe de zindî bikin û zindî bihêlin.

Seyid Evdilqadir (lawê şêx Ubeydulahê Nehrî)
Seyid Mihemed (lawê Seyid Evdilqadir e)
Evdile Sadî ê Paloyî
Kemal Fevzî
Hecî Axtî (Bavê Tûjo, Av. Mihemed Tewfîq)
Hoca Askerî

Dîrok: Dîrok ji bo miletekî tê gellek maneyan û girîngîya wê bêhempa ye. Ew miletên ko li dîroka xwe xwedî derketine di warê şiûra milî de qewî mane û endamên wê netewê xwedî zanaveke xurt û serbilind in. Gellek caran di bobelat û qeyranên mezin de (çi aborî û çi civakî) miletên wusan bi ser dikevin û meseleyên xwe çareser dikin. Di zimanê kurdî de wexta behsa dîrokê tê kirin, pirîcaran mîna ko çîrokek mitolojîk be, di guhê mirovî de deng dide. Lewma jî tu maneyekê wê î ji bo roja îro namîne, dibe weko mînaka: do do bû, lê nuha wusa ye! Lê em tênagihên ko hêleke dîrokê ya zindî jî heye. Ev bandora dîrokê ya zindî di avakirina kesayetîya me de û xasma di siyaseta me de şopên xwe dihêle. Nexasim di rewşa kurdan de... Weko mînak ew lehengên kurd ko di salên 1925-1938 an de hatine qetilkirin hêj bav û dayikên me ne. Ango, hêj nifşek neketiye nawbêna me! Weko zarokên wan, qismek ji kujarên wan jî hêj dijîn. Ya herî girîng jî daweya ko ew pê rabûne hêj çareser nebûye. Kurd nebûne xwedîyê xwe û welatekî azad. Dîroka zindî, hişmendî û famkirina vê têgehê ye: wan ya xwe bi cih anî, fena ko nemir Yûsuf Zîya di gotinên xwe ên dawîn de, tîne zimên, wan "dersa xwe dan..." û di sepayan de can dan, ev dawe sipartin me; ka em îro vê dersê çawa didin û çendî sadiqê bîrewerîya wan û xwedîyê daweya kurdî ne? 14 ê Nîsana 1925 an, di meydana Bedlîsê de, dema ko Yûsuf Zîya di sepaya cumhûriyeta tirk ya xwînrêj de tê dardekirin, gotinên wî ên dawîn ev in: "Dilê min bi taswas bû ko bi bexşkirina milk û meqaman hûn dê me bixapînin. Şikir ji Xwedê re ko hûn bergirtîya me bi gule û kindirê dikin, ji ber vê jî em qet ne poşman in. Bi saya dana vê dersê nevîyên me ê tola me hildin" Garo Sasuni, Kürt Ulusal Hareketleri ve Ermeni Kürt İlişkileri, Orfeus Yayınevi, Stockholm 1986, S:176

Bêguman, dîroka me bi mînakên wusan tijî ye. Û bêşik divê em ji zindîkirina van mînakan newestin, ta ji me bê di mejû û dilê xwe de bi wan re bijîn. Di vî warî de dîrok girîng e. Ger em hişmendî û zanavekî milî î xurt dixwazin divê ev yeka pêk were. Heta nuha hêj me dîroka xwe bi xwe nenivisîye. Pirê caran jêderkên me dijminê me bi xwe ne, eva jî me bê perûbask dike û berê me dide reyek şaş. Yek ji encamên vê, qaşo biratiya gelan, ya tirk û kurdan e. Lewra, ew kurdê ko pê zanibe bê vî birayê tirk çi işkence û zilm lê kiriye û çendîn caran ew xapandiye, ê bi gotinên wusan vala û xapînok nexape. Ji ber vê jî rojanekirina dîrokê pêwist e.

Ji ber ko em bi dîroka xwe re najîn û heta gelek caran di dereca înkarê de em xwe destpêk dihesibînin, em dikevin şaşiyên mezin û ya herî xirab jî dixapin, bi gotineke kurdî, dibin parîyên devê xelkê, dibin gepa devê gurên devbixwîn ên tirk, ereb û farisan.

Li Kurdistana Bakur îro borîzana teslîmîyetê lê dide. Bêguman ev borîzan bi gellek neweyan lê dide. Yek jê, weko me li jor behs kir, li kurdan ferzkirina biratiya bi derewîn e. Yeka din înkarkirina dîroka kurdan e: Dîrokeke nerast ko tu elaqê wê bi rastîya kurdan ve nîn e, ji me re dibêjin.Yek ji van mînakan, îdîaya ko kurd nezan bûn, hişyarbûneke milî weko ko li ba tirk û ereban çê bûbû, li ba kurdan tunebû, ye. Di destpêka sedsal 20 an de ta ko împeratorîya Alî-Osman belav dibe, kurd ji her miletî xwendatir û di warê milî de jî hişyartir in. Eger em komele, rêxistinên kurdî tevî endamên wan û neştrîyata wan bihesibînin ê dîmenek gelek cuda derkeve holê. Ya dawîn, di van salan de heraketa Azadî li seranserê Kurdistanê bi rêxistinî bûye û xwedî hêzeke mezin bû. Heraketa Azadî ne rêxistinek ko ji nû ve ava bûye, berdewama rêxistinên din î Kurdistanî bû. Tahsin Sever 1925 Haraketi -Azadî Orgutu, Doz 2010 Di pirtûka xwe de belgeyekê ji konsolosê rûs neqil dike, tê de behsa Kongreya Erzromê dibe û bê çawan Komîta Azadî bi serkêşaya Xalid Begê Cibrî dijberîya Mustafa Kemal kiriye, r, 122. Lewra hêj di kongreya Erzromê de, di sala 1919 an de em dibînin kurdên ko Kurdistaneke azad û dewleteke kurd î serbixwe dixwazin, ber bi rêxistineke taybet ve diçin. Ev di salên meclisa pêşin de û li Sewrê bêtir eşkere dibe.

Derdê min, ne ew e ko weko dîrokzanekî belgeyan rêz bikim tenê bawerîya xwe bibêjim, ko kurd di vê demê de ne nezanbûn, bilekis zana û ji hêla şiûra milî de jî têgihiştî, xwedî komek mezin î ronakbîr bûn. Gelek belgeyên Ingilîzan hene ko vê bawerîya min xurt dikin, yek jê ya Şêfê leşkerî yê istixbarata Ingilîz Efser C.I Woolley 1919an de ko li Kurdistanê digere, di derbarê heraketa milî ya kurd de wezareta derve agahdar dike »Di derbarê ko şaristanî dîtine, an nedîtine: Li Sêwregê kurdekî ji rêzê bi min re siyaseta Gladstone ya navnetewî minaqeşe kir, behsa koka kurdan ya hevbeş î arî kir, di derheqê dîroka xwe de ji Ksenophon mînak dan.» Ahmet Mesut, Ingiliz belgelerinde Kurdistan 1992 Doz r, 52-53 Hemû belgeyên ingilîzan nîşan didin ko kurd zana û têra xwe jîr bûne. Lê, bêguman mirov ê li vir pirsekê bike, ka gelo wê çaxê kurd çima nebûn dewlet? Bê şik ev pirs divê were kirin û hemî ronakbîr û zanayên kurd ji hêla xwe ve, divê hewl bidin bersivekê ji vê pirsê re bidin. Ew jî incex bi lêkolîn û têgihiştina dîrokê ye.

Şerên modern, ne tenê bi hêza çek û leşkeran dibin, zîrekîya dîplomasîyê pirê caran qedera şerên wusa pêk anîye. Di rojhilata navîn de tu dewlet bi hêza çek û şerî ava nebûne. Cumhûrîyeta tirk jî tê de hemî li ser masê li gor berjewendîyên Ewropîyan hatine afirandin. Ew şerên Çanakkale û zaferên mereşalên tirk hemî çîrokên zaroka ne! Kurd di şerê azadîyê de şikestin, rastîya me ev e. Dema ko Ewropîyan û di serî de ingilîzan berê xwe ji kurdan guhert, kurd bi tenê man û xwestin bi qeweta xwe û di bin ala heraketa AZADÎ de welatê xwe rizgar bikin. Belbî jî Ewropîyan fatûra qetlîma Ermenîyan li kurdan birîn û nehiştin ew bibin dewlet...

Ji bo roja îro û hemû rojên din, pêwist e ko kurd li ser salên avakirina cumhûrîyeta tirk ta bi sala 1925 şikestina heraketa Azadî ya Kurdistanê baş rawestin û tê bigihên. Di dîroka me de bi navê serhildana şêx Saîd bûyerek neqewumî ye. Ev dîrok tirkan nivisîye û kiriye mal ji me re. Heraketa Azadî ya Kurdistan hebû û Şêx Saîd jî di nav de bû. Tirsa tirkan ji avakirina dewletek kurdî ji berê de hebû û dixwestin bi her şêweyî rê li ber rêxistinên wusan bigrin. Dîroknasê kurd vêya bi belgeyan eşkere dike "Mustafa Kemal Paşa hêj wexta ko nuh derdikeve Anatoliyê, dema ko bi sifeta Yawerê paşe yê şerefê heraket dike, dixwaze rê li ber bi rêxistina KTC (Kurdistan Tealî Cemiyeti) ya li Kurdistanê bigre." (Ismail Goldaş Kurdistan Tealî Cemîyetî, 1991, Doz, r. 98-99)

Xetên milîbûnê di dunyayê de her netewe dewletek e û ev prensîb jî cara pêşin heraketa AZADÎ li Kurdistanê û di nav xelkê kurd de bi cih dike. Îrada miletekî, ya netewekî tûşî dewletbûyinê dike. Dervayî vî prensîbî tu îrada netewekî ne rewa ye. Kole her kole ye ger ko şerê wî ne ji bo azadîya wî be! Loma divê kurd ji dîroka xwe haydar bin û wê zindî bikin. Hemû liv û heraketên Kurdistanî divê xwe weko perçeyekî ji heraketa AZADÎ ya destpêkê bihesibînin û amanca bingehîn ya vê heraketê ko avakirina dewletek kurdî ye, weke ya xwe bihebînin. Entegre û biratî, xapandin û teslîmiyet e. Hemû cudayîyên xwe divê em biparêzin û xurtir bikin. Navê kurd û Kurdistanê li ser hemû erd û kevirê welatê xwe binivisînin. Lehengên xwe, ji nû de veşêrin.

Bêguman barekî giran dikeve ser milên ronakbîrên kurd ko vêya şirove bikin û bidin zanîn. Di dema avakirina cumhûrîyeta tirk ya nû de ji xwe mesela Ermenîyan êdî hal bûye. Li meydanê tenê kurd mane û bi her şêweyî divê bêne fetisandin. Rêya herî hêsan jî tunekirina kesên xwenda ango ronakbîr û ên bi nifûs in. Dema ko serokatîya heraketa AZADÎ li Bedlîsê û Diyarbekirê tê tunekirin, paşê jî dest bi teror û qetilamên mezin kirine. Apê Musa Anter di niviseke xwe de mînakekê ji vê terora cûmhûrîyeta tirk ya xwînrêj wusa anîye zimên.

Musa Anter, wusan behsa bîrewerîyên Ahmet Sureyya Orgeevren (serdozgerê Mehkemeya Istîklalê li Dîyarbekirê) dike: Ahmet Sureyya Beg bîrewerîyên xwe di sala 1960 de di rojnameya Dunyayê de weşandin, paşê jî ev weke pirtûk çap kir. Tişta balkêş di vê kitêbê de, di beşekî wê de, kêmzêde wele dibêje "rojekê xortekî kurd î lihevhatî, egîd anîn dadgehê. Dadgeran îfada wî girt. Dema famkirin ko bi tirkî nizane, bi hev şêwirîn û biryara îdama wî xortî dan. Hinceta îdama wî welê şirove kiribûn: Tu xêra yekî kû bi tirkî nizanibe ji vî welatî re nîn e. Heman şevê ew xort birin îdam kirin.

Ez li Dagkapîyê li hotêleke piçûk bi navê Yalovayê dimam. Hema pêre pêre dema ez ketim xewê ew xortê ko bi tirkî nizanîbû, hat xewna min, destê xwe xist qirika min û ji min re vê carê bi tirkî got, niye biraktin benî idam etsinler? (te çima hişt ko min îdam bikin?) gef li min xwarin. Heta sibê du-sê caran eviya wusan bicar bû. Hindik mabû ko ez dîn bibim, hişê xwe winda bikim. Sibê ez çûm dadgehê û min ji hevalên xwe ên hakim re got, birano ko em ên bi tirkî nizanin bi darde bikin, divê em hemû Diyarbekirîyan û hemî niştecihên şerqê îdam bikin. Em hatine vir ko ko tenê ên tawankar ceza bikin. Tiştê ko min di xewna xwe de dîtibûn ji wan re got. Mazhar Mufît û hakimên din ez bersivandim gotin, tu têkil mebe! Evîya karê me ye. Min jî serdozgerîya xwe da pêş, di nav me de minaqeşe derket, şerekî devkî çêbû û wê rojê mehkeme betal bû. me herdu alîyan bi şîfre Anqerê ji rewşê xeberdar kir.

Heftîyekê şûnde ji Anqerê min ev telgraf wergirt: Ahmet Sureyya Beg, serdozgerê mehkemeya istîklalê ya Diyarbekirê. Armanca me ev e ko em serê kurdan û kurdperweran ta bi ebed biperçiqînin. Bi hevalên xwe ên dadger re li hev were, ez çavên te radimîsim. Başvekil Ismet (Ismet Inonu) -jêder- Malmîsanij, Bitlisli Kemal Fevzi ve kurt orgutleri içindeki yeri 1993-

Wehşeta ko di van salan de qaşo van birayên me ên tirk û kûçikên wan î di nav me de ko li gelê kurd kirine hemû sînorên mirovatî û şaristaniyê derbas dikin. Nazîyan av li destê Kemalîstan kiriye! Xwezib bi dilê wan ên ko zû dihatin kuştin! Ên girtî heta ko diçûn sêdarê di işkenceyên taybet re diborîn. Evana him rûhî û him jî fizîkî bûn. Termên wan bi rojan dardekirî diman, heqaretên mezin li canê wan dibûn, da xelkê mayî bitirsînin. Carna di nav rêzên rojnamevanên tirk bi xwe de, dîmenên ko nekarîbûn nebêjin û veşêrin eşkere bûne. Metîn Toker behsa bi dardekirina Hecî Axtî (Bavê Tûjo av. Mihemed Tewfîq) dike "wexta ko çû sepayê qêriya Bijî daweya kurd! Bijî Kurdistan! got. Ji bo ko seyrbikin ên ko li wir civîyabûn ko tevayê wan sûbay, leşker û familyê wan bûn tev bi dengekî li hember wî qêrîyan, bijî cumhûrîyet!" -jêder- Malmîsanij, Bitlisli Kemal Fevzi ve kurt orgutleri içindeki yeri 1993-

-----------------------------------
Nivîskar: M. ALÎ KUT rewan@nefel.com
Weşandin: 2014-05-28
Xwendin: 16601
 

KOLUMNÊN BERÊ   
Em û felsefe (2015-01-04)
Mirina Vîlle (2013-12-14)
Dema ko Orfeus li lîra xwe dide (2013-07-28)
Pepûk (2013-05-07)
Anna Achmatova (1889–1966) û Homo Homini Lupus (Însan gurgê insên e) (2012-06-13)
Klasîkên me (2012-04-23)
[novel] Belqiz (2012-03-01)
[novel] Solên Mamedo ên nuh (2012-01-27)
Gilgamêş – IV (2012-01-15)
Gorîyabiharê – ”Le Sacre du Printemps” (2011-12-09)
Annales – dîroknasiyeke cuda – II (2011-11-25)
Annales – dîroknasiyeke cuda (2011-08-25)
Kompozîsyon (2011-08-07)
Mîrata Sparta û Atîna (2011-05-30)
Parîsabad – rekvîyemek li ser salên zaroktîyê û wexteke buhurî (2011-02-08)
Estetîk III – spehîtî azadî ye – Platon (Eflatûn) (2010-11-22)
“Biro” – ê ko bi çîrokekê dizane sultanê gotinê ye! (2010-10-28)
LO! Pirsa mezin? (2010-09-02)
Gilgamêş – III – (2010-06-28)
Gilgamêş – II – (2010-05-19)
NERÎNGEH
 
[kitêb] Sun Zî: Hunera şer (2016-04-21)
Ismail Beşikçi ji kurdan re li ser ermeniyan semînerek da (2013-09-28)
Kurdistan berî serxwebûna siyasî ”serxwebûna petrolê” û ekonomîk îlan dike (2012-05-21)
Tewanga navdêrên zimanê kurdî (2009-02-08)
Umît Firat dibêje navnîşana çareserîya pirsa kurd ne PKK ye (2008-11-11)
Hêro Talebanî: Min nedixwest Mam Celal bibe serokkomarê Iraqê [foto] (2007-05-10)
Alfabeya kurdî-latînî ji bo zimanê kurdî ji alfabeya kurdî-erebî minasibtir e (2005-11-02)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
vv9v8v09fq:TabArticles:4;8;12;14;17;19;21;22;23;24;28;29;30;31;32;40;41;43;44;46;48;49;51;52;53;54;55;56;58;60;62;63;64;65;66;67;69;71;72;74;75;76;77;78;79;80;81;82;84;85;86;90;91;92;94;95;96;97;98;100;102;103;104;105;106;107;109;110;111;112;113;114;115;116;117;118;119;120;121;122;123;124;125;126;127;128;129;130;131;132;133;134;136;137;138;139;140;141;142;143;144;145;146;147;149;150;151;152;153;155;157;158;159;160;163;164;165;166;167;168;169;170;171;172;173;174;175;176;178;179;180;181;182;183;184;185;186;187;188;189;190;191;192;193;194;195;196;197;198;199;200;202;203;204;205;206;207;208;209;210;211;212;213;214;215;216;217;218;219;221;222;223;224;225;226;227;228;229;230;231;232;233;234;235;236;237;238;239;240;241;242;243;244;245;246;247;248;249;250;251;253;254;255;256;257;258;259;260;261;262;263;264;265;266;267;268;269;270;271;272;273;274;275;276;277;278;279;280;281;282;283;284;285;286;287;288;289;290;291;293;294;295;296;297;298;301;302;303;304;305;306;307;308;309;310;311;312;313;314;315;316;317;318;319;320;321;322;323;324;325;326;327;328;329;330;331;332;333;334;335;336;337;338;339;340;341;342;343;344;345;346;347;348;349;350;351;352;353;354;355;356;357;358;359;360;361;362;363;364;365;366;367;368;369;370;371;372;373;374;375;376;377;378;379;380;381;382;383;384;385;386;387;388;389;391;392;393;394;395;396;398;399;400;401;402;403;404;405;406;407;408;409;410;411;412;413;414;415;416;417;418;419;420;421;422;423;424;425;426;427;428;429;430;431;432;433;434;435;436;437;438;439;440;441;442;443;444;445;446;447;448;449;450;451;452;453;454;455;457;458;459;460;461;462;463;464;465;466;467;468;469;470;471;472;473;474;475;476;477;478;479;480;481;482;483;484;485;486;487;488;489;491;492;493;494;495;496;497;498;499;500;501;502;503;504;505;506;507;508;509;510;511;512;513;514;515;516;517;518;519;520;521;522;523;524;525;526;527;528;529;530;531;532;533;534;535;536;537;538;539;540;541;542;543;544;545;546;547;548;549;550;552;553;554;555;556;557;558;559;560;561;562;563;564;565;566;567;568;569;570;571;572;573;574;575;576;577;578;579;580;581;582;583;584;585;586;587;588;589;590;591;592;593;594;595;596;597;598;599;600;601;602;603;604;605;606;607;608;609;610;611;612;614;615;616;617;618;619;620;621;622;623;624;625;626;627;628;629;630;631;632;633;634;635;636;637;638;639;640;641;642;643;644;645;646;647;648;649;650;651;652;653;654;655;656;657;658;659;660;661;662;663;664;665;666;667;668;669;670;671;672;673;674;675;676;677;678;679;680;681;682;683;684;685;686;687;688;689;690;691;692;693;694;695;696;697;698;699;700;701;702;703;704;705;706;707;708;709;710;711;712;713;714;715;716;717;718;719;721;722;723;724;725;726;727;728;729;730;731;732;733;734;735;736;738;740;741;742;743;744;745;746;747;748;749;750;751;752;753;755;756;757;758;759;760;761;762;763;764;765;766;767;768;769;770;771;773;775;776;777;778;779;780;781;782;783;784;785;786;787;788;789;790;791;792;793;794;795;796;798;799;800;801;802;803;804;805;806;807;808;809;810;811;812;813;814;815;816;817;818;819;820;821;822;823;824;825;826;827;828;829;830;831;832;833;834;835;836;837;838;839;840;841;842;843;844;845;846;847;848;849;850;851;852;853;854;855;856;857;858;859;860;861;862;863;864;865;866;867;868;869;870;871;872;873;874;875;876;877;878;879;880;881;882;883;884;885;886;887;888;889;890;891;892;893;894;895;896;897;898;899;900;901;902;903;904;905;906;907;908;909;910;911;912;913;914;915;916;917;918;919;920;921;922;923;924;925;926;927;928;929;930;931;932;933;934;935;936;937;938;939;940;941;942;943;944;945;946;947;948;949;950;951;952;953;954;955;956;957;958;959;960;961;962;963;964;965;966;967;968;969;970;971;972;973;974;975;976;977;978;979;980;981;982;983;984;985;986;987;988;989;990;991;992;993;994;995;996;997;998;999;1000;1001;1002;1003;1004;1005;1006;1007;1009;1010;1011;1012;1013;1014;1015;1016;1017;1018;1019;1020;1021;1022;1023;1024;1025;1026;1027;1028;1029;1030;1031;1032;1033;1034;1035;1036;1037;1038;1039;1040;1041;1042;1043;1044;1045;1046;1047;1048;1049;1050;1051;1052;1053;1054;1055;1056;1057;1058;1059;1060;1061;1062;1063;1064;1065;1066;1067;1068;1069;1070;1071;1072;1073;1074;1075;1076;1077;1078;1079;1080;1081;1082;1083;1084;1085;1086;1087;1088;1089;1090;1091;1092;1093;1094;1095;1096;1097;1098;1099;1100;1101;1102;1103;1104;1105;1106;1107;1108;1109;1110;1111;1112;1113;1114;1115;1116;1117;1118;1119;1120;1121;1122;1123;1124;1125;1126;1127;1128;1129;1130;1131;1132;1133;1134;1135;1136;1137;1138;1139;1140;1141;1142;1143;1144;1145;1146;1147;1148;1149;1150;1151;1152;1153;1154;1155;1156;1157;1158;1159;1160;1161;1162;1163;1164;1165;1166;1167;1168;1169;1170;1171;1172;1173;1174;1175;1176;1177;1178;1179;1180;1181;1182;1183;1184;1185;1186;1187;1188;1189;1190;1191;1192;1193;1194;1195;1196;1197;1198;1199;1200;1201;1202;1203;1204;1205;1206;1207;1209;1210;1211;1212;1213;1214;1215;1216;1217;1218;1219;1220;1221;1222;1223;1224;1225;1226;1227;1228;1229;1230;1231;1232;1233;1234;1235;1236;1237;1238;1239;1240;1241;1242;1243;1244;1245;1246;1247;1248;1249;1250;1251;1252;1253;1254;1255;1256;1257;1258;1259;1260;1261;1262;1263;1264;1265;1266;1267;1268;1269;1270;1271;1272;1273;1274;1275;1276;1277;1278;1279;1280;1281;1282;1283;1284;1285;1286;1287;1288;1289;1290;1291;1292;1293;1294;1295;1296;1297;1298;1299;1300;1301;1302;1303;1304;1305;1306;1307;1308;1309;1310;1311;1312;1313;1314;1315;1316;1317;1318;1319;1320;1321;1322;1323;1324;1325;1326;1327;1328;1329;1330;1331;1332;1333;1334;1335;1336;1337;1338;1339;1340;1341;1342;1343;1344;1345;1346;1347;1348;1349;1350;1351;1352;1353;1354;1355;1356;1357;1358;1359;1360;1361;1362;1363;1364;1365;1366;1367;1368;1369;1370;1371;1372;1373;1374;1375;1376;1377;1378;1379;1380;1381;1382;1383;1384;1385;1386;1387;1388;1389;1390;1391;1392;1393;1394;1395;1396;1400;1401;1402;1403;1404;1405;1406;1407;1408;1409;1411;1412;1413;1414;1415;1416;1417;1418;1419;1420;1421;1422;1423;1424;1425;1426;1427;1428;1429;1430;1431;1432;1433;1434;1435;1436;1437;1438;1439;1440;1441;1442;1443;1444;1445;1446;1447;1448;1449;1450;1451;1452;1453;1454;1455;1456;1457;1458;1459;1460;1461;1462;1463;1464;1465;1466;1467;1468;1469;1470;1471;1472;1473;1474;1475;1476;1477;1478;1479;1480;1481;1482;1484;1485;1486;1487;1488;1489;1490;1491;1492;1493;1494;1495;1496;1497;1498;1499;1500;1502;1503;1504;1505;1506;1507;1508;1510;1511;1512;1513;1514;1515;1516;1517;1518;1519;1520;1521;1522;1523;1524;1525;1526;1527;1528;1529;1530;1531;1532;1533;1534;1535;1536;1537;1538;1539;1540;1541;1542;1543;1544;1545;1546;1547;1548;1549;1550;1551;1552;1553;1555;1556;1557;1558;1559;1560;1561;1562;1563;1564;1565;1566;1567;1568;1569;1570;1571;1572;1573;1574;1575;1576;1577;1578;1579;1580;1581;1582;1583;1584;1585;1586;1587;1588;1589;1590;1591;1592;1593;1594;1596;1597;1598;1599;1600;1601;1602;1605;1606;1607;1608;1609;1610;1611;1612;1613;1614;1615;1616;1617;1618;1619;1620;1621;1622;1623;1624;1625;1627;1628;1629;1630;1631;1632;1633;1634;1635;1636;1637;1638;1639;1640;1641;1642;1643;1644;1645;1646;1647;1648;1649;1650;1651;1652;1653;1654;1655;1656;1657;1658;1659;1660;1661;1662;1663;1664;1665;1666;1667;1668;1669;1670;1671;1672;1673;1674;1675;1676;1677;1678;1679;1680;1681;1682;1683;1684;1685;1686;1687;1688;1689;1690;1691;1692;1693;1694;1695;1696;1697;1698;1699;1700;1701;1702;1703;1704;1705;1706;1707;1708;1709;1710;1711;1712;1713;1714;1715;1716;1717;1718;1719;1720;1721;1722;1723;1724;1725;1726;1727;1728;1729;1730;1731;1732;1733;1734;1735;1736;1737;1738;1739;1740;1741;1742;1743;1744;1745;1746;1747;1748;1749;1750;1751;1752;1753;1754;1755;1756;1757;1758;1759;1760;1761;1762;1763;1764;1765;1766;1767;1768;1769;1770;1771;1772;1773;1774;1775;1776;1777;1778;1779;1780;1781;1782;1783;1784;1785;1786;1787;1788;1789;1790;1791;1792;1793;1794;1795;1796;1797;1798;1799;1800;1801;1802;1803;1804;1805;1806;1807;1808;1809;1810;1811;1812;1813;1814;1815;1816;1817;1818;1819;1820;1821;1822;1823;1824;1825;1826;1827;1828;1829;1830;1831;1832;1833;1834;1835;1836;1837;1838;1839;1840;1841;1842;1843;1844;1845;1846;1847;1848;1849;1850;1851;1852;1853;1854;1855;1856;1857;1858;1859;1860;1861;1862;1863;1864;1865;1866;1867;1868;1869;1870;187Ferqa di nêvbera »ko«, »ku« û »kû« de (2005-05-19)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
Xewna Mesûd Barzanî ji başûrê Kurdistanê mezintir e (2005-02-07)
 
REKLAM


KOLUMNÎST
Şebabê Egît nabe Şeroyê Biro û ez jî nabim ”heval”
Tolstoy û xelata Nobelê
Kurdistaneka serbixwe û [ne]cida
Heşt rojên şerê xendekê – I
Em û felsefe
Hilbijartinên Kurdistanê ez şok kirim
© 1997–2024 www.nefel.com  |  E-poste: info@nefel.com  |  Powered by Medesoft.org