SWÊD, 22/11 2010 — Berya ko em derbasî beşa Eflatûnî bibin, em dê çend têgehan ron bikin û bersiva pirseke bingehîn jî hêla fakta de bidin. Di beşa pêşin de me bersiva estetîkê ji dumahikê re hiştibû, nuha em dê hewl bidin bikine kurdî. Lê ko rojekê zimanzanekî me, derket û bêjeyên baştir ji hêla etîmolojîyê de bikar anîn, ez dê wan gotinan li şûna ên ko ez gavê bikar tînim deynim û ên xwe ji tekstê bavêjim.
Ji hêla etîmolojîyê de, estetîk ji bêjeya Grekî ya, αισθησις, aîsthesîs, tê. Tê maneya; pêhesîn, hesasiyet, bi maneyeke din ew têgihiştina bi reya hîsên mirovî ye, (perceptîon) ko di hişê me de şirove dibe. Perception têgehek psîkolojîk e, pêvajoya têgihiştina hîsên mirov rave dike. Em ji derdora xwe bi gellek aweyan înformasyonê werdigrin, em dikarin vê înformasyonê di van celebên perceptîonan de kom bikin (şiroveya vê têgehê ya ferhengî, têgihiştin, îdrak e, lê bi bawerîya min ev bêjeyên jorîn maneya wê bi tevayî nadin, loma jî em dê gotinê wekî orjînala wê bihêlin, ji bo hêsanîyê tenê rengekî kurdî bidinê û jê re bibêjin –Persepsîyon- ):
A- Persepsîyona vîsuel: Bi çavan, bi dîtinê em informasyonê ji derdorê xwe digrin, di derbarê reng, form û bilindahîya tişt de, mejîyê me şiroveyekê dike. Bêguman ev înformasyon ne xweser e û hewce bi alîkarîya persepsîyonê din jî heye. Ji bo her kesî jî ne heman encam e. Weke mînak, mirovên rengekor hene.
B- Persepsîyona auditîv: Bihîstin, deng e, tiştê ko mirov bi guhên xwe dibihîze û bi vê reyê di mejî de şiroveya xwe dibîne.
C- Persepsîyona haptîsk: Hingivîn e. Dema ko mirov an tiştek dihingive laşê mirovî, ew informasyona ko em bi vê reyê werdigrin, ji teref hişê me ve rave dibe.
D- Persepsîyona kognitîv: kapasîteya şirovekirina peyamekê, an jî, di hiş de, ravekirina terkîbeke ji îşaretên cuda ye.
E- Persepsîyona sublîmînal: Pêhesîneke bêhemd e. Hîsên mirovî pê dihesin, lewra di hiş de nayê qeydkirin. Têgeheke ko zêdetir di psîkolojîya manîpulativ de heye, wekî di reklam û di propagandayê de, tê bikaranîn.
Divê were gotin ko pirs li vir ne şiroveya spehîbûna tiştekî xwezayî an bedenî ye. Em çêl estetîka bi şiroveya feylezofê Elemanî A.G. Baumgarten (1714-1762) dikin, ko hemî raman û fikrên felsefî ên di derbarê hunerî de dihundirîne û wekî ilmekî felsefeyê ê xweser e. Baumgarten, pirsên wêjeyî, tiyatro, mîmarî, peykertraşî, muzîk û wênesazî wekî mijûlîyên estetîkê kom dike. Ev felsefeya ilmê huner bersiva sê pirsên bingehîn dide, an jî amanca wê ew e: qaîdeyên huner, qanûnên ji bo spehîbûnê, şîfreyên çêjitîyê (tahm, lezzet). Hêjayî gotinê ye ko em bibên, pêşawê estetîkê Baumgarten e. Cara pêşin ew estetîkê wekî felsefeyeke xweser şirove dike û dixe mazatê. Ger ko bi me re derket, em dê rojekê, di beşeke taybet de, behsa cenabê Baumgarten jî bikin, lê gavê em dê vegerin ser mijara xwe û behsa bavê felsefeya rojave Eflatûn, Platon û Platonîzmê bikin.
Em dê gotina Hegelî dubare bikin û bibên »hemî jêderên felsefeyê digihêjin Eflatûn» Bêguman wekî şaxekî felsefeyê koka estetîkê jî digihêje Eflatûn. Hêj di salên zarotîyê de tê bîra min, dema ko yextyaran jîritî û zanebûna kesekî bipesin didan, ew dişibandin Eflatûn, gotinên »wekî Eflatûn e, bûye Eflatûn bi hemî tiştî dizane ûhw» mîna van bilêv dikirin. Tu kesî mîna Eflatûn, bandora xwe li ser ramanyarîya mirovatîyê nehiştiye. Di hemî ramanên felsefî û oldarî yê mirovatîyê de piçek ji platonîzmê tê de heye. Baş e, kî bû ev Eflatûn? Eflatûn, teqrîben di salên 427-347 bz de jiya ye. Platon leqebê wî ye, tê maneya ”ê milfireh”. Navê wî ê eslî Arîstokles e. Ji esîlzadeyên Atîna ye. Sûlala bavê wî Arîston digihêje keyên Atîna yê dawîn Kodros. Dîya wî Perîktîone bi eslê xwe digihêje Solon, ê ko qanûn çêdikirin. Tu belgeyeke dîrokî nîn e ko pişterast bike, ka gelo Eflatûn zewicîye an ne. Tenê tê zanîn ko du birayên wî Adeîmantos û Glaukon hebûn, navê herduwan jî di dîalogên Dewletê re derbas dibin.
Eflatûn, şagirtê Sokratês bû. Hêj di xortaniya xwe de laqî Sokrates dibe, ev nasîna wan, an şagirtiya wî ya li ba Sokratesî heft salan didome. Bi dû kuştina Sokrates ya bi jehrdayînê, ji teref dewleta Atîna ve, Eflatûn bi xwe dibistana xwe vedike. Di dîrokê de cara pêşin ê ko dibistana bilind bi navê Akademeian damezrandîye jî her ew e. Gotina ”akademî” ya modern î roja me ji navê dibistana wî tê. Ev dibistana ko Eflatûnê çilsalî li gundekî nêzî Atîna bi navê Akademeia vekiribû ji nehsed salî zêdetir wekî xwendegehekê vekirî ma, ta sala 529 z ji teref Qeyser Justînîanus ve tê girtin. Li gor Codex Justînîanus hemî olên derî Xiristyanîyê, felsefe jî di nav de, qedexe dibin. Di wê demê de gellek ji feylesofên Ewropî mişextî rojhilata navîn û welatên ereban dibin.
Eflatûn feylesofekî piralî bû û bi gellek beşên zanistê ve (matematîk, astronomî, retorîk, siyaset) jî mijûl dibû. Bêşik em dê li vir behsa hûrgulîyên ramyarîya Eflatûnî nekin, bi hingivîna ji estetîkê, hewl bidin fikra central di felsefa wî de ron bikin. Ya central li ba Eflatûn, idea ye, bi şiroveyeke din ”dunyaya formên bêqisûr” e. Eflatûn di wê barîyê de bû, ko ev dunyaya em lê, bi hîsen xwe dijîn, serwext dibin, hest digrin, xapînok e, hemî îlusyonek derewîn e. Tenê ya neguherbar û abadin dikane resen be. Xwedîyê vê teorîyê esas Parmenîdes (510-440 Bz) e. Vî camêrî ji fragmentên şiirekê zêdetir tiştekî din li dû xwe nehiştiye.
Eflatûn ev dunyaya forman wusan şirove dikir: di gel ko em gellek hespan, pisingan û kûçikan yeko, yeko ji hev cuda dibînin, di hişê xwe de hîs dikin, di heqîqetê de evana tev sûret in, kopya ne, formên firolek in ko ji ber ê pêşin î gerdûnî hatine afirandin. Hespa pêşin, pisinga pêşin, kûçikê pêşin ûhw, her yek ji wan îdeak e. Herweha mirov jî, digel hemî celeb û rengên xwe ve, dîsan jî ji sûretê mirovê pêşin hatine afirandin. Vê fikra Eflatûn bandora xwe li ser olê Xiristyanî û Musulmantîyê jî hiştîye, mîna ko dibêjin »Yezdan mirov ji sûretê xwe afirandiye!» Li gor vê şiroveya îdeayê giyanê mirov (ruh), di laşekî bi temenekî bi sînor de asê maye. Amanca giyan (ruh) her ew e ko dîsan paşde vegere dunyaya îdean, eviya jî incex bi reya baştirîn famkirin û şirovekirina îdean dikane pêk were, laşê mirov bi pendên xwe ve ê alîkariya giyanî bike da vê amanca xwe pêk bîne. Giyan nemir e, ji dunyaya îdean tê û dê dîsan vegere wir. Lê li vir, ya girîng ew e ko organên vî laşî bi hîsên xwe ve ne kemilî ne û ji dêlva rastîyê û heqîqetê, me bi hebûneke derewîn û xapînok serwext dikin,(bêşik ev şirove, ne ji bo sedî sedên mirovan bû, çendkî wan, Eflatûn bi xwe û ên mîna wî, dikanîbûn xwe nêzî heqîqetê bikirana û danûsitandinek li gel dunyayya îdea danîna, em dê li jêr vêya di mînaka Eros û Evîna platonîk de baştir şirove bikin) lewra ko ya rast û heqîqet abadin û neguherbar e û ev jî dunyaya idea ye. Em tu carî nagihêjin wê dunyayê, lewra ko ew abadin e, bê destpêk û bê dawî ye, cih û wext li wir nîn e. Li gor Eflatûn, di dawîn de, hemû îdea digihêjin hev, ji îdeake pêşin derdikevin, ev îdea destpêkê ya herî baş û rast e. Ev bawerîyên Eflatûn in ko dibin bingeh ji îdealîzma rojava re. Ji xeyn tiştên maddî û bedenî, hin tiştên manevî, wekî hebûna formên gerdûnî ên têgehên abstrakt, wekî mînak, spehitî, dadmendî, rastî û ên matematîkî, jî di nav vê fikrê de dihesibandin.
Ji bo Eflatûn civak jî îdeak bû, ango ji formeke bêqisûr afirî bû. Lê civakên ko heta nuha hebûn, kopyên çewt, xirab bûn û endamên xwe nêzî dunyaya îdea ne dikirin. Lewra jî, civakek kemilî, dewleteke îdeal pêwist bû. Incex, dewletek bi desthilatdariyeke aqilmend, bi hukmên qanûnên tekûz, evîya pêk bianîya û himwelatîyên bifezîlet biafirandina. Bi vî aweyî him îdea forma xwe ya rasteqîn li vê dunyaye didît û him jî giyan (ruh) bi rehetî ê vegerîya mala xwe î daîmî, dunyaya îdean. Bêguman hemî feylezof ên dema xwe ne. Bivê nevê dem li ser mirovî bandora xwe dihêle. Di wê demê de, ya ko di dîrokê de, (wekû şerê Peleponez tê bi nav kirin û di nawbêna Atîna û Sparta de bû) hêj didomiya. Tê gotin ko Eflatûn bi xwe jî bejdarî vî şerî bûye (Arginusae 406 Bz). Loma jî dewleta ko fikirîye û bi diyalogan şirove dike, di bin bandora Spartîyên şerkir de maye. Amanca wî ê jê ew be ku, dewletek divê bikanibe, di şer de, heq ji xwe derkeve. Herhal, îro jî hêj ev fikrên dewleta Eflatûnî di dibistanên Ewropî ên bilind de tên xwendin û gengeşî kirin.
Li vir, mebesta min bêguman ne ew e ko bi kûrahî li felsefeya Eflatûn hûr bibim, bi giştî bidim nasîn; tenê çarçoweya fikrên wî û bi taybetî jî di felsefeya wî de ya central û estetîkî derxînim pêş. Ji ber wê jî em kurtebirî van beşan şirove dikin.
Huner: li ba Eflatûn, huner, wekî encameke fikirîna felsefeya wî, di mertebeyeke nizm de bû. Wekî teqlîd kopyekê dunyaya hîsan didît. Ji xwe dunyaya hîsan teqlîd û kopyeke xirab î ya dunyaya îdean bû, loma jî gellek celebên hunermendîyê bandoreke neyînî li ser mirovan dihişt, exlaqê wan xerab dikir, neçê dihatin hesapkirin. Encama vê fikrê ye ko di dewleta xwe de, cih nade şairên wekî Homeros û wan ji dewleta xwe diqewirîne.
Retorîk: di vê derbarê de fikrên Eflatûn tevlîhev in û li gor demê hatine guherîn. Loma jî divê mirov van fikrên wî li deman beş bike û di wê çarçovê de binirxîne. Li gor Eflatûn du tarîfên îqnakirinê hene, ango bi du şeweyan dibe, Grekî, (Πειθούς, peitho):
1. Doxa, ev pêbawerîyeke, an jî îqnakirineke, bê zanyarî ye. Wekî ko di rewşa retorîkê de diqewume.
2. Epîsteme, zanyarîya rasteqîn ko bi reya lêkolîn û perwerdeyê tê bidestxistin.
Li ser retorîkê du diyalogên Eflatûn ko di demên cihê de nivisîne û bi encamên fikrên cihê hene. Gorgîas (399 Bz) û Faidros(370 Bz, eviya min wergerandiye û di nefelê de heye). Di diyaloga Gorgîas de bi tundî êrîşî sofîstan û dibistanên sofîzmê dike. Lewra ko ew, ya muhtemel, ji ya rasteqîn û heqîqetê bi qîmetir, nîşan didin. Bi vî şêweyî xelk dixapin, manîpule dibin, li ber çavên wan mezin piçûk dibe û piçûk mezin dibe.
Di dîyaloga Faîdros de tarîfeke cudatir heye, axêver(retor) wekî serekekî ruhanî (psykhagogia) tê şirovekirin. Li gor Eflatûn divabû axêver feylezofekî baş ba, bi heqîqetê bizanîba û di derheqê mijarê de û ew ruhên ko axaftin ê pêşkêşî wan bikira, xwedî agahî ba.
EROS Û EVÎNA PLATONÎK
Di mîtolojîya Grekî de Eros wekî xwedayê evînê tê binavkirin, lawê Afrodîtê ye. Ji vê agahîyê zêdetir jî em dê li ser Eros ranewestin û derbasî têgeha evînê û maneya wê ya li ba Eflatûn bibin.
Li ba Eflatûn, evîn, heskirina giyan(ruh) ya ji bêrîkirina dunyaya îdean bû. Îdea herî berz û baş ya spehîbûnê bû. Sûretekî vê fikrê, ango îdeayê, di hemî tiştê baş û spehî de heye. Lewra, dema mirov ji însanek din hes dike, di heqîqetê de, ew bêrîkirina fikra çêyî (îdea spehîbûn û başiyê) ye ko di dilê mirov de vêdikeve, zindî dibe. Ger em vê hinekî basît bikin awha dibe: du mirovên ji zayendên cuda ji hev hes dikin. Em dikanin fikra pêşin weko daxwazeke bedenî, tatmînkirinekê bi nav bikin. Ya duyem wekî ya nemirîyê, berdewamîya nesil, ango zarok çêkirinê ye. Bê şik ev sedem dikanin rêz bibin û hejmara wan pirtir bibe, lê dawîn yek heye ko di ser hemûçkan re ye. Ew heskirin, ne madî ye, rûhî ye. Evîna ji heqîqetê ye, aha ji vê re evîna Platonîk tê gotin. Ev bawerî, Eflatûn, baştirîn di dîyaloga Symposion (ziyafet) de şirove kiriye.
Ev dîyalog di ziyafetekê de derbas dibe. Agaton ji bo trajedîya xwe ya pêşin, xelatek qezenc kiriye, ji şerefa wî re ziyafetek hatiye lidarxistin, di ziyafetêde çend kesên ji arîstokrasîya Atîna amade ne û herweha Sokrates jî mêvandar e. Di vir de Eflatûn eşkere, fikrên xwe dike gotin û Sokrates jî dibe axêverê van gotinan. Ji mêvanan tê xwestin ko ji bo pesindayinê her yek ji wan, ji Xwedayê evînê Eros re axaftinekê pêşkêş bike.
Axêverê pêşin, Faîdros e. Wekî Xwedayê herî bi temen behsa Erosî dike. Dibêje ko Eros temsîliya hemî tiştên baş dike. Bextewarîya herî mezin ji bo Faîdros ew e ko heskirek xwe î baş bibîne. Û evîna wan herduwan ewçend dijwar be ko bikanibin xwe ji bo hevedin, bidine kuştin. Di dawîn de jî dibêje ko mirovan Eros ji bîr kirine , zêde lê xwedî dernakevin.
Axêverê duyem Pausanios, behsa du Erosan dike. Yek ê asîmanî û yek jî ê giştî. Yê asîmanî, temsîliya evîneke başî dikir. Yê giştî jî temsîliya evîneke xirab dikir. Û lê zêde dike dibê, divê mirov ji lawikekî ne ji bo laşê wî jê hes bike. Lewra evîna rasteqîn divê ji ruhê mirovî bê der. Heskirina zêdetir ji laş, beramber ya ruhî, tiştekî gellek qebe dibîne.
Axêverê sêyemîn Eryxîmakos, gotinên axêverê berya xwe, dipejirîne. Paşê jî dibêje ko ilmê bizîşkîyê ew serwext kirîye ko heskirina ji spehîbûnê, di xwezayê de, li hemî deveran heye. Dû re jî behsa girîngiya harmonîyê dike.
Li dû wî jî Arîstofanes daxive. Axaftina wî di derbarê daxwaza mirovan ya cotbûnê (pêwendîya cinsî.) de ye; û ka ev çawan peyda bûye. Dibêje ko mirov, pêşin bi sê zayendan bûn. Ji ber bitrîya wan, xwedayan ew ceza kirine, di nêvî de birîne û kirine du beş. Lewra ji ber vê ye ko mirov hertim li beşê xwe yê din digere, dixwaze pê re bibe yek, da mirov ji nû de bibe mirovek temam.
Agaton ko axêverê ji tevan piçûktir e, axaftina Arîstofanesî îşaret dike ko evîya ne di derbarê Eros de bû, tenê behsa mirovan kirîye. Bi xwe dibêje ko Eros Xwedayê herî bedew e û ji hemî Xwedayên din mezintir e. Û ji hêlekê ve jî wî weko yê herî xort dihesibîne, lewra ko yextyarî lê kêr nake.
Weko axêverê dawîn Sokrates, dixwaze di derbarê mijarê de gotinên ko di xortanîya xwe de ji jinekê bihîstine neqil bike. Xanima bi navê Dîotîma ji Mantînea feylezofek e û di derbarê evîna rasteqîn de Sokrates perwerde kirîye. Wê gotiye ko di eslê xwe de Eros ne Xwedayek e, ew gîyanek (daimon) e. Wê gotiye, ew kesê ko rastî fam kiribe, qabil e ko îdea spehî bibîne. »Ew ê ko ewçend pê de çûye, ewçend zanist û agahî di derbarê evînê de wergirtiye, formên spehîbûnê di rêz û şêweyên rast de dawerivandiye, bê şik ê di dawîn de bigihêje mexseda xwe. Ji nişka ve, tiştekî ko ji xwezaya xwe de spehîye ê bibîne. Bêguman Sokrates, evîya xelata keda wî ye. Berya hertiştî ev spehîbûn abadin e, bê zayin û bê mirin e, ne piçûk û ne jî mezin dibe… dema mirov gihişt qadeke wusan ezîzê min Sokrates, nizanim wê çaxê gelo jiyan ê hêjayî jiyînê be ji bo mirov, an ne. Lewra wê demê ew dê li spehîbûnê bi xwe temaşe bike.. ew spehîbûna xwedayî bi xwe, bi şiklê xwe î neguherbar… Tu tê digihê, tenê wê çaxê, bi tikîtenê wê çaxê ko ew spehîbûnê wekî wê bibîne ê nikanibe wêneyên sîya fezîletê biafirîne. Ji ber ko ew ne bi sûretekî ji sîyê beramberî hev e. Lewra ew fezîlet bi xwe ye. Tişta ko ew dihingivê, heqîqet bi xwe ye..»
Evîna Platonîk lêgerîneke wusan de geş dibe. Lêgerîneke li dû spehîbûna berztirîn, asta herî bilind e. Tenê ew dikane hemî dudilî û şikên me berteref bike.
Badîhewa ye ko mirov li ba Eflatûn li sistemeke estetîkî î yekgirtî bigere. Dîtinên wî yên di derbarê spehîbûnê de ko paşê veduguherîn û başîyê jî dihundurînin, divê wekî destpêka estetîkê werin pejirandin. Hin feylezof vê demê wekî dema embrîyo, an jî estetîka dogme bi nav dikin. Lê ev dem ji Eflatûn dest pê dike û hemî feylezof û ramanyarên ko li pey wî hatine û ê ronesansê jî di nav de, ji dîtinên wî derçûne û gellek caran tenê ew dubare kirine. |