[ ÎNÊ, 2024-04-26 ]   [ BIKE MALPERA DESTPÊKÊ ]   [ BÊXE NÊV BIJAREYAN ]   [ KONTAKT ]   [ INFO ]   [ LÊGERÎN & ARŞÎV ]  
DESTPÊK
Nûçe
Nivîsar
Kulturmagazîn
Hevpeyvîn
Kolumnîst
Ewrokurd
E-Pirtûk
Lîteratûr
Ziman
Muzîk
Foto
Lînk
E-POSTEYA TE
  Nav (Username)  
   
  Þîfre (Password)  
   
   
     
   »E-posteyeka nû
 bo xwe qeyd bike
 
REKLAM


KOLUMNÎST 
Kurdîya bi herfên latînî berî “Hawarê“ hebû!
DIYARBEKIR, 23/5 2012 — Em dizanin ko nivîsên hin malperên kurdan, ji derveyî şaşîtîyên herfan û yên fikrî, bi kalîteyeke nimiz û hema mirov dikare bibêje ko bêyî kontrol çap dibin. Dema ji berpirsîyarên malperan ra bê gotin ko di malpera wan da şaşîyên fikrî, sîyasî, agahdarîyên bêbingeh hene, bi her awayî xwe jê dişon û dibêjin ko “Ew gotara filankesî ye, ew bi xwe ji gotara xwe berpirsîyar e“.

Lê herkes - bêyî ko navê xwedîyê gotarê bide - dikare bibêje ko min filan rojê di filan malperê da gotarek xwend ko bi şaşîtîyan va dagirtî bû. Ango, tê wê maneyê ko şaşî ji xwedîyê nivîsê zêdetir ya malperê ye. Heta carekê min ji malperekê ra got ko di gotareke we da bi şaşîtî hatiye nivîsîn ko stirana “Hekîmo“ Karapêtê Xaço distirê, lê di rastîyê da yê ko wê stiranê distirê Şeroyê Biro ye. Xwedîyê malperê bersiveke weha da min: “Li ba me dêmokrasî heye, ew fikra wî ye“.

Heyf e ko şaşîtî li hin malperên kurdî yên wisa da jî çap dibin ko bi kalîteya xwe ya rojnamegerîyê va ser dereceya bilind in, ji alîyê xwendevanan va têne hez kirin û li ber dilên wan biqîmet in.

Berî demekî min di malperekê da bi sernivîsa “Hawar dengê zanînê ye. Zanîn xwe nasîn e!“ gotarek xwend ko di wê da xetên ha hene:

— Hawar yekemîn kovara kurdî bi tîpên latînî bû. Di kovara Hawar de yekem car di dîroka kurdan de zimanê kurdî bi tîpên latînî hatiye nivîsandin û ji ber vê yekê cihekî taybet ê kovarê di pêşveçûn û standartkirina zimanê kurdî de heye. Yekemîn hejmara kovara Hawar di 15'ê gulana 1932'a de derket û heta 15'ê gelawêjê 1943'a 57 hejmar derketine. Cîhê xebata û weşandina kovarê paytexta Sûrîyê Şam bû. Hawar mehê du caran derdiket. Kovara Hawar, kovarekî polîtîk û wêjeyî bû û ji aliyê Mîr Celadet Alî Bedirxan ve dihate derxistin. Kovara Hawar ko di dîroka weşanvaniya kurdî de xwedî cîhekî girînge, alîkariyeke wê ya mezin ji bo zimanê kurdî çêbûye.

Ya rast ew e ko alfabeya kurdî ya latînî cara pêşin sala 1928an li Ermenistanê, ji alîyê nivîskarê kurd Erebê Şemoyê kurd û Îsahak Marogûlovê bi esilê xwe va aşûrî hate çêkirin û ji alîyê hikûmeta Ermenistanê, herwiha hikûmeta Yekîtîya Sovyet va hate tesdîq kirin.

Piştî salekê, sala 1929an bi wê alfabeyê kitêba perwerdekirina zimanê kurdî ya Îsahak Marogûlov û Erebê Şemo bi sernavê “Xo-xo hînbûna xwendina nivîsara kurmancî” li Yêrêvanê hat weşandin. Bila herkes bizanibe ko ev pirtûka kurdî pirtûka bi latînî ya pêşin e li cihanê. Kî dixwaze wê bibîne, min ew diyarî daye pirtûkxaneya Enstîtûta Kurdî ya Parîsê.

Sala 1930î meha adarê li Yêrêvanê jimara rojnameya kurdî ya ”Rya teze” ya yekemîn hat weşandin ko pişt ra bû rojnameya kurdî ya here temendirêj li cihanê û ji bo zimanê kurdî yê edebî û herweha edebîyata kurdî li Ermenistanê bingehek danî. Hetanî sala 1937an 613 hejmarên wê rojnameyê bi wê alfabeyê derketin.

Hema wê salê, sala 1930î, li paytextê Ermenistanê xwendinxaneya kurdî ya pêdagojîyê ya Piştkafkasyayê ji bona amadekirina dersdarên dibistanên kurdî hat vekirin.

Di eynî wextî da hemû dibistanên gundên kurdan yên li Ermenistanê bûn dibistanên xwerû kurdî û ji bona van dibistanan kitêbên dersan yên perwerdekirinê bi wê alfabeyê û bi zimanê kurdî hatin weşandin.

Vê alfabeya nû hilperîna edebîyeta kurdî jî çêkir. Lewra di wan deman da desteyeke nivîskarên kurd jî li Yêrêvanê saz bû. Ewana komeleya xwe di nava Yekîtîya nivîskarên Ermenistanê da ava kir.

Kitêba berhemên şair û nivîskarên kurd ya yekemîn bi sernavê “Efrandina ewlin” di sala 1932an da li Yêrêvanê hat weşandin. Di wê da berhemên çend şairên kurd yên mîna Hecîyê Cindî, Emînê Evdal, Casimê Celîl, Etarê Şero û yên dinê ko bi wê alfabeyê nivîsî bûn, cî girtin. Herweha berhemên hin ermenîyên ko bi kurdî dinivîsand jî tê de hene.

Wek em dibînin, bi alfabeya Celadet Bedirxan di salên pêşin da her tenê kovarek derketîye, lê bi ya kurdên Ermenîstanê rojnameyeke dehrojkî û bi dehan pirtûkên edebî û yên dersan.

Tu kes nikare van karan biçûk bibîne. Ev pirtûk û rojname ji alîyê kurdên xwenda, zana û welatparêz va derdiketin û di ser da jî kontrola dewletê li ser wan hebû, da bi kalîteya bilind û dagirtî bin.

Îro hemû kurd roja 15ê gulanê - roja derketina yekemîn hejmara kovara “Hawarê“ (sala 1932an) - wekî cejina zimanê kurdî pîroz dikin. Çima ne roja derketina hejmara pêşin ya rojnameya “Rya teze“ (hejmara wê ya pêşin 1ê adarê sala 1930î çap bûye)? Çima em ji alîyê kurdan da bikaranîna alfabeya kurdî bi zêdeyî 2 salan paş dixin?

Piştî ewqas salan û ewqas karan, Celadet Bedirxan, bêyî ko haya wî ji alfabeya kurdî ya latînî ya kurdên Ermenistanê hebe, alfabeyeke nû çêkir. Ew du alfabeyên kurdî yên ji hev cuda bûn û ferqa mezin di nav wan da ew bû ko di alfabeya kurdên Ermenistanê da hemû deng hebûn, lê di ya Celadet Bedirxan da tune ne. Em dizanin ko kurdên Ermenistanê û yên Sovyeta berê bi tevayî bi sebebên cuda cuda dest ji wê alfabeyê kişand û niha alfabeya Celadet Bedirxan bi kar tînin. Lê tu kesî jî heta niha îsbat nekiriye, ka ji wan alfabeyan kîjan bêtir li gor qaîde û dengên zimanê kurdî bûn.

Merivê pêşin ko qîmeteke mezin daye alfabeya latînî ya kurdên Ermenistanê û destnîşan kiriye ko ew alfabe ji ya “Hawarê“ kevintir e, Celadet Bedirxan bûye. Celadet Bedirxan di hejmara “Hawar“ê ya 8an da (sal 1932) bi naznavê Herekol Azîzan behsa rojnameya “Rya teze“ û çend pirtûkên kurdî yên ji Rewanê sitendî dike û weha dinivîse:

"Rûjnameke kurdmancî, bi herfên nû, bi kurdmancîyeke xwerû, li Rewanê, di şiklekî spehî û çeleng de derdikeve.

Vê paşîyê çend hejmarên wê gehiştine destê me. Çavên me pê biruhn bûn, dilê me şa û geş bû.

Kurdmancên Rewanê ji rûjnamê pêve çend kitêb jî derêxistine. Me sê-çar rûj mijûlahîya xwe bi wan kirin.

Ji nav rûpelên wan ên taze û ter bihna kulîlkên çiyayê Elegozê, bayê zozanên Serhedan dihatin. Di nav resmên wan de şal-û-şapikê kurdmancî, xencer û piştxencera kal û kalikên me dihatin dîtin.

Rêya Teze wek navê xwe taze ye, nû ye, nûbar e. Lê ji Hawarê kevintir, bi emr jê mezintir e. Hejmara wê a paşin ko gehiştiye destê me a pêncî û nehan e. Li gora ko Rêya-Teze rûjnameke dehrûjkî ye, berî salkê û hin dest bi derketinê kiriye".


Bi tenê merivên wek Celadet Bedirxanê Mezin dikarin weha mezin bifikirin û weha binivîsînin.

Lê tevî vê jî eger îmkana min a pirskirinê hebûya, min dê ev her du pris ji Celadet Bedirxan bipirsîyana:

— Çima navê kovara we “Hawar“ e, lê ne “Hewar“ e û çima navê we Alî ye, lê ne Elî ye?

Ez bawer dikim ko wî dê bersiveke li gor mezinahîya xwe bidaya min û ez ê pê qayil bibûma.

-----------------------------------
Nivîskar: TÊMURÊ XELÎL temur_xelil@hotmail.com
Weşandin: 2012-05-23
Xwendin: 6501
 

KOLUMNÊN BERÊ   
Şebabê Egît nabe Şeroyê Biro û ez jî nabim ”heval” (2016-08-17)
Careke din ser alfabeya kurdî-latînî (2016-04-24)
Xwedêyo, tu me ji dewletnexwezan biparêzî! (2016-01-27)
Êzdîbûna kurdan ji Kurdistanê zêdetir zirarê dide Ermenistanê (2015-06-29)
Xwezî kurd di hindava dijminên xwe de wek ermenîyan bûna (2015-04-18)
Kovara ”Wêje û rexne” ji rexneyan hiz nake (2014-12-14)
Kurdên resen bûn kurdên reben (2014-10-16)
Xwedîyê kurmancîya dewlemend (2014-09-17)
Bira haya we ji zaneyên nezan hebe (2014-08-12)
Çima tirkî li ber dilê hinek kurdan ezîz e (2014-06-15)
Stranên Karapêtê Xaço dikaribûn nebûna milkê gelê kurd (2014-04-07)
Ew ji xizmetkirina bo gelê xwe lezetê dibîne (2014-02-06)
Pirtûkeke Kemal Tolan li ser êzdayetîyê (2013-12-29)
Kadroyên têlêvîzyonên kurdî li ser çi bingehî tên hilbijartin (2013-08-15)
Gêorgîyê Xudo serbilindîya Ermenistanê û kurdan bû (2013-05-27)
Em û ermenî bi şûrekî hatine birîndar kirin – ji bo bîranîna gelkujîya ermenîyan (2013-04-24)
Neyariya di kirasê welatparêzîyê da (2013-02-23)
Îvanê Omer Farîzov – mêrxasê binavûdeng lê bê nav û bê deng (2013-01-18)
Kurdistana Sor (2012-11-22)
Cegerxwîn derheqa êzîdîyan û dînê êzîdîtîyê da (2012-10-28)
NERÎNGEH
 
[kitêb] Sun Zî: Hunera şer (2016-04-21)
Ismail Beşikçi ji kurdan re li ser ermeniyan semînerek da (2013-09-28)
Kurdistan berî serxwebûna siyasî ”serxwebûna petrolê” û ekonomîk îlan dike (2012-05-21)
Tewanga navdêrên zimanê kurdî (2009-02-08)
Umît Firat dibêje navnîşana çareserîya pirsa kurd ne PKK ye (2008-11-11)
Hêro Talebanî: Min nedixwest Mam Celal bibe serokkomarê Iraqê [foto] (2007-05-10)
Alfabeya kurdî-latînî ji bo zimanê kurdî ji alfabeya kurdî-erebî minasibtir e (2005-11-02)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
vv9v8v09fq:TabArticles:4;8;12;14;17;19;21;22;23;24;28;29;30;31;32;40;41;43;44;46;48;49;51;52;53;54;55;56;58;60;62;63;64;65;66;67;69;71;72;74;75;76;77;78;79;80;81;82;84;85;86;90;91;92;94;95;96;97;98;100;102;103;104;105;106;107;109;110;111;112;113;114;115;116;117;118;119;120;121;122;123;124;125;126;127;128;129;130;131;132;133;134;136;137;138;139;140;141;142;143;144;145;146;147;149;150;151;152;153;155;157;158;159;160;163;164;165;166;167;168;169;170;171;172;173;174;175;176;178;179;180;181;182;183;184;185;186;187;188;189;190;191;192;193;194;195;196;197;198;199;200;202;203;204;205;206;207;208;209;210;211;212;213;214;215;216;217;218;219;221;222;223;224;225;226;227;228;229;230;231;232;233;234;235;236;237;238;239;240;241;242;243;244;245;246;247;248;249;250;251;253;254;255;256;257;258;259;260;261;262;263;264;265;266;267;268;269;270;271;272;273;274;275;276;277;278;279;280;281;282;283;284;285;286;287;288;289;290;291;293;294;295;296;297;298;301;302;303;304;305;306;307;308;309;310;311;312;313;314;315;316;317;318;319;320;321;322;323;324;325;326;327;328;329;330;331;332;333;334;335;336;337;338;339;340;341;342;343;344;345;346;347;348;349;350;351;352;353;354;355;356;357;358;359;360;361;362;363;364;365;366;367;368;369;370;371;372;373;374;375;376;377;378;379;380;381;382;383;384;385;386;387;388;389;391;392;393;394;395;396;398;399;400;401;402;403;404;405;406;407;408;409;410;411;412;413;414;415;416;417;418;419;420;421;422;423;424;425;426;427;428;429;430;431;432;433;434;435;436;437;438;439;440;441;442;443;444;445;446;447;448;449;450;451;452;453;454;455;457;458;459;460;461;462;463;464;465;466;467;468;469;470;471;472;473;474;475;476;477;478;479;480;481;482;483;484;485;486;487;488;489;491;492;493;494;495;496;497;498;499;500;501;502;503;504;505;506;507;508;509;510;511;512;513;514;515;516;517;518;519;520;521;522;523;524;525;526;527;528;529;530;531;532;533;534;535;536;537;538;539;540;541;542;543;544;545;546;547;548;549;550;552;553;554;555;556;557;558;559;560;561;562;563;564;565;566;567;568;569;570;571;572;573;574;575;576;577;578;579;580;581;582;583;584;585;586;587;588;589;590;591;592;593;594;595;596;597;598;599;600;601;602;603;604;605;606;607;608;609;610;611;612;614;615;616;617;618;619;620;621;622;623;624;625;626;627;628;629;630;631;632;633;634;635;636;637;638;639;640;641;642;643;644;645;646;647;648;649;650;651;652;653;654;655;656;657;658;659;660;661;662;663;664;665;666;667;668;669;670;671;672;673;674;675;676;677;678;679;680;681;682;683;684;685;686;687;688;689;690;691;692;693;694;695;696;697;698;699;700;701;702;703;704;705;706;707;708;709;710;711;712;713;714;715;716;717;718;719;721;722;723;724;725;726;727;728;729;730;731;732;733;734;735;736;738;740;741;742;743;744;745;746;747;748;749;750;751;752;753;755;756;757;758;759;760;761;762;763;764;765;766;767;768;769;770;771;773;775;776;777;778;779;780;781;782;783;784;785;786;787;788;789;790;791;792;793;794;795;796;798;799;800;801;802;803;804;805;806;807;808;809;810;811;812;813;814;815;816;817;818;819;820;821;822;823;824;825;826;827;828;829;830;831;832;833;834;835;836;837;838;839;840;841;842;843;844;845;846;847;848;849;850;851;852;853;854;855;856;857;858;859;860;861;862;863;864;865;866;867;868;869;870;871;872;873;874;875;876;877;878;879;880;881;882;883;884;885;886;887;888;889;890;891;892;893;894;895;896;897;898;899;900;901;902;903;904;905;906;907;908;909;910;911;912;913;914;915;916;917;918;919;920;921;922;923;924;925;926;927;928;929;930;931;932;933;934;935;936;937;938;939;940;941;942;943;944;945;946;947;948;949;950;951;952;953;954;955;956;957;958;959;960;961;962;963;964;965;966;967;968;969;970;971;972;973;974;975;976;977;978;979;980;981;982;983;984;985;986;987;988;989;990;991;992;993;994;995;996;997;998;999;1000;1001;1002;1003;1004;1005;1006;1007;1009;1010;1011;1012;1013;1014;1015;1016;1017;1018;1019;1020;1021;1022;1023;1024;1025;1026;1027;1028;1029;1030;1031;1032;1033;1034;1035;1036;1037;1038;1039;1040;1041;1042;1043;1044;1045;1046;1047;1048;1049;1050;1051;1052;1053;1054;1055;1056;1057;1058;1059;1060;1061;1062;1063;1064;1065;1066;1067;1068;1069;1070;1071;1072;1073;1074;1075;1076;1077;1078;1079;1080;1081;1082;1083;1084;1085;1086;1087;1088;1089;1090;1091;1092;1093;1094;1095;1096;1097;1098;1099;1100;1101;1102;1103;1104;1105;1106;1107;1108;1109;1110;1111;1112;1113;1114;1115;1116;1117;1118;1119;1120;1121;1122;1123;1124;1125;1126;1127;1128;1129;1130;1131;1132;1133;1134;1135;1136;1137;1138;1139;1140;1141;1142;1143;1144;1145;1146;1147;1148;1149;1150;1151;1152;1153;1154;1155;1156;1157;1158;1159;1160;1161;1162;1163;1164;1165;1166;1167;1168;1169;1170;1171;1172;1173;1174;1175;1176;1177;1178;1179;1180;1181;1182;1183;1184;1185;1186;1187;1188;1189;1190;1191;1192;1193;1194;1195;1196;1197;1198;1199;1200;1201;1202;1203;1204;1205;1206;1207;1209;1210;1211;1212;1213;1214;1215;1216;1217;1218;1219;1220;1221;1222;1223;1224;1225;1226;1227;1228;1229;1230;1231;1232;1233;1234;1235;1236;1237;1238;1239;1240;1241;1242;1243;1244;1245;1246;1247;1248;1249;1250;1251;1252;1253;1254;1255;1256;1257;1258;1259;1260;1261;1262;1263;1264;1265;1266;1267;1268;1269;1270;1271;1272;1273;1274;1275;1276;1277;1278;1279;1280;1281;1282;1283;1284;1285;1286;1287;1288;1289;1290;1291;1292;1293;1294;1295;1296;1297;1298;1299;1300;1301;1302;1303;1304;1305;1306;1307;1308;1309;1310;1311;1312;1313;1314;1315;1316;1317;1318;1319;1320;1321;1322;1323;1324;1325;1326;1327;1328;1329;1330;1331;1332;1333;1334;1335;1336;1337;1338;1339;1340;1341;1342;1343;1344;1345;1346;1347;1348;1349;1350;1351;1352;1353;1354;1355;1356;1357;1358;1359;1360;1361;1362;1363;1364;1365;1366;1367;1368;1369;1370;1371;1372;1373;1374;1375;1376;1377;1378;1379;1380;1381;1382;1383;1384;1385;1386;1387;1388;1389;1390;1391;1392;1393;1394;1395;1396;1400;1401;1402;1403;1404;1405;1406;1407;1408;1409;1411;1412;1413;1414;1415;1416;1417;1418;1419;1420;1421;1422;1423;1424;1425;1426;1427;1428;1429;1430;1431;1432;1433;1434;1435;1436;1437;1438;1439;1440;1441;1442;1443;1444;1445;1446;1447;1448;1449;1450;1451;1452;1453;1454;1455;1456;1457;1458;1459;1460;1461;1462;1463;1464;1465;1466;1467;1468;1469;1470;1471;1472;1473;1474;1475;1476;1477;1478;1479;1480;1481;1482;1484;1485;1486;1487;1488;1489;1490;1491;1492;1493;1494;1495;1496;1497;1498;1499;1500;1502;1503;1504;1505;1506;1507;1508;1510;1511;1512;1513;1514;1515;1516;1517;1518;1519;1520;1521;1522;1523;1524;1525;1526;1527;1528;1529;1530;1531;1532;1533;1534;1535;1536;1537;1538;1539;1540;1541;1542;1543;1544;1545;1546;1547;1548;1549;1550;1551;1552;1553;1555;1556;1557;1558;1559;1560;1561;1562;1563;1564;1565;1566;1567;1568;1569;1570;1571;1572;1573;1574;1575;1576;1577;1578;1579;1580;1581;1582;1583;1584;1585;1586;1587;1588;1589;1590;1591;1592;1593;1594;1596;1597;1598;1599;1600;1601;1602;1605;1606;1607;1608;1609;1610;1611;1612;1613;1614;1615;1616;1617;1618;1619;1620;1621;1622;1623;1624;1625;1627;1628;1629;1630;1631;1632;1633;1634;1635;1636;1637;1638;1639;1640;1641;1642;1643;1644;1645;1646;1647;1648;1649;1650;1651;1652;1653;1654;1655;1656;1657;1658;1659;1660;1661;1662;1663;1664;1665;1666;1667;1668;1669;1670;1671;1672;1673;1674;1675;1676;1677;1678;1679;1680;1681;1682;1683;1684;1685;1686;1687;1688;1689;1690;1691;1692;1693;1694;1695;1696;1697;1698;1699;1700;1701;1702;1703;1704;1705;1706;1707;1708;1709;1710;1711;1712;1713;1714;1715;1716;1717;1718;1719;1720;1721;1722;1723;1724;1725;1726;1727;1728;1729;1730;1731;1732;1733;1734;1735;1736;1737;1738;1739;1740;1741;1742;1743;1744;1745;1746;1747;1748;1749;1750;1751;1752;1753;1754;1755;1756;1757;1758;1759;1760;1761;1762;1763;1764;1765;1766;1767;1768;1769;1770;1771;1772;1773;1774;1775;1776;1777;1778;1779;1780;1781;1782;1783;1784;1785;1786;1787;1788;1789;1790;1791;1792;1793;1794;1795;1796;1797;1798;1799;1800;1801;1802;1803;1804;1805;1806;1807;1808;1809;1810;1811;1812;1813;1814;1815;1816;1817;1818;1819;1820;1821;1822;1823;1824;1825;1826;1827;1828;1829;1830;1831;1832;1833;1834;1835;1836;1837;1838;1839;1840;1841;1842;1843;1844;1845;1846;1847;1848;1849;1850;1851;1852;1853;1854;1855;1856;1857;1858;1859;1860;1861;1862;1863;1864;1865;1866;1867;1868;1869;1870;187Ferqa di nêvbera »ko«, »ku« û »kû« de (2005-05-19)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
Xewna Mesûd Barzanî ji başûrê Kurdistanê mezintir e (2005-02-07)
 
REKLAM


KOLUMNÎST
Şebabê Egît nabe Şeroyê Biro û ez jî nabim ”heval”
Tolstoy û xelata Nobelê
Kurdistaneka serbixwe û [ne]cida
Heşt rojên şerê xendekê – I
Em û felsefe
Hilbijartinên Kurdistanê ez şok kirim
© 1997–2024 www.nefel.com  |  E-poste: info@nefel.com  |  Powered by Medesoft.org