SWÊD, 14/12 2014 — Min ev gotara xwe bi sernavê ”Rexnekirina rexnegiran jî rexne ye” ji bo kovara ”Wêje û rexne” amade kiribû, ji ber ko ew bersîva hevpeyvîna Emerîkê Serdar bû, ko di wê kovarê da çap bûbû. Lê kovarê ne xwest vê gotara min çap bike û wek min fêm kir, kovara ”Wêje û rexne” ji rexneyan hiz nake an jî dostanî-xinamtîya berpirsyarê wê û malbeta Emerîkê Serdar bi hev ra heye.
Gelo her kes dikare her kesî rexne bike? Gelo kesekî nexwendî û nezan dikare kesekî xwendî û zane rexne bike? Gelo profêsorê dîrokê dikare profêsorê bizîşkîyê rexne bike an wî fêrî emelîyetan bike? Bersiva van hemû pirsan ”na” ye. Eger di kovarekê da rexneyeke ji rastîyê gelekî dûr çap bibe û rexnegir rûpelên wê kovarê bi kar bîne bona ji heqê yekî din bê der û wî rûreş bike, bêy ko yê tê rexnekirin ew yek heq kiribe, wê demê rêvebirîya kovarê dikare bêje?: ”Bal me dêmokratî ye, her kes dikare fikira xwe bêje, em ne bi fikirên rexnegir ra bin jî, mafê me tune em nivîsa wî çap nekin”. Bersiva wê jî ”na” ye. Ji ber ko xwendevan dikare bêje: ”Min di filan kovarê da gotareke rexneyî xwend, ko ji serî heta binî bi nerastîyan û buxdanan va dagirtî bû. Ezê êdî nivîsên wê kovarê nexwînim”. Û gerekê haya kesên hevpeyvînê dike ji zanebûn û rastgotinîya wî kesî hebe ko jê ra hevpeyvîn tê kirin.
Min nivîseke wisa di hejmareke kovara ”Wêje û rexne” da xwend ko hevpeyvîna êdîtorê kovarê yê sereke Dawid Yeşilmen e bi Emerîkê Serdar ra kiribû.
Dema meriv vê hevpeyvînê dixwîne, wisa texmîn dike, ko rexnegirê kurdan yê herî bi nav û deng li tevaya Sovyeta berê, xwesma li Ermenîstanê, Emerîkê Serdar bûye. Em behsa zimanê Emerîkê Serdar nakin, ko ne tenê kurdên dervayî Ermenîstanê, lê herwiha yên Ermenîstanê jî zêde ji kurdîya wî tênagihîjin. Lê ya giring ew e, ko di hevpeyvînê da Emerîkê Serdar bi xwe dibêje: ”… xebera mine rexnekirinê dha gelekî zar bû, ne ko nivîsar. Ez hîmlî civînê koma nivîskarê kurdada diaxivîm, gava pirtûkê nivîskarê kurda dihatine enenekirinê (lênihêrandinê)”. Ango, E. Serdar gotarên rexneyî hema bêje ne nivîsîye. Vêca bo çi ji hevpeyvînê wisa xuya dibe, ko ew di nav nivîskarên kurdên Ermenîstanê da hema bêje rexnegirê herî sereke bûye û ew xwe weke rexnegirê rûsan yê mezin Bêlînskî dibîne? Û di hevpeyvînê da li cîyekî din Emerîkê Serdar hemû helbestvan û nivîskarên me yên berê û niha biçûk dixe, dibêje di nav wan da berê jî, niha jî rexnegir tunebûn û tunene. Lê rexneya wî tam ne di cî da ne. Ew dibêje: ”Helbestvan û nivîskarê meye wî çaxî (lo yê niha jî) hîn nebûbûn rexnekirinêra hesab rûnên”.
Lê di rastîyê da di nav kurdan da rexnegir gelek hebûn, wek Mîkaêlê Reşîd, Fêrîkê Ûsiv, Tosinê Reşîd û yê herî sereke jî Çerkezê Reş bû. Bal me edetekî baş hebû: berî ko pirtûka nivîskarekî çap bibe, Komeleya Nivîskarên Kurd li Ermenîstanê li ser berhema wî disekinî, lê hûr dibû, nivîskaran bîr û bawerîyên xwe digotin. Û Komeleyê biryar kiribû pêşî doktorê zimanzanîyê, nivîskar, mamostayê Înstîtûta Pedagogîyê ya Ermenîstanê Çerkezê Reş wan hemû berheman bixwîne, di civînê da ser wan bawerîyên xwe bêje, dû ra hevalên din bawerîyên xwe dikaribûn bigotana. Ango, Çerkezê Reş hatibû hilbijartin wek rexnevanê nivîskarên kurdan yê sereke li Ermenîstanê. Komeleyê biryar kiribû rexneyên wî û yên nivîskarên din yên di civînên Komeleyê da, ko li wir pirtûka nivîskarekî dihate lênihêrandin û qîmetkirin, di rûpelên rojnameya ”Rya teze” da çap bikin. Lê rojnameyê ji bo ji xwe ra serêşîyan çêneke, çap ne dikir, ji ber ko biryara çapkirin an çapnekirinê herwiha di destê cîgirê berpirsyarê rojnameyê Emerîkê Serdar da bû jî.
Di hevpeyvîna kovara ”Wêje û rexne” da Emerîkê Serdar piranî kîna xwe kutaye yek ji ronakbîrên me yê herî bi nav û deng Emînê Evdal û berhemeke wî ”daye ber meqesan”. Ew dibêje:
— Sala 1958-a pirtûka Emînê Evdale teze neşir bûbû. Ew veçêkirina destana “Mem û Zîn”-ê bû. Wî çaxî min kûrsa 3-ada dixwend. Min pirtûk xwend. Ew gelekî dûrî ruhê veçêkirina bedewetîê bû. Gelekî sist û prîmîtîv hatibû nivîsarê.
Ya pêşin, di wan salan da li Ermenîstanê serhevdu sê-çar nivîskarên kurd hebûn, yek ji wan Emînê Evdal bû, edebîyeta kurdî zêde ne kemilî bû û gorî wan salan û gorî rewşa edebîyeta kurdî berhema Emînê Evdal gaveke baş bû ber bi pêşketina edebîyeta me. Ango, nabe bi çavê îro li berhemeke berî 56 salan çapbûyî binihêrin. Û ev rexne wê demê derdikeve, dema îsal 50 sal ji wê rojê derbaz bûne, ko Emînê Evdal ji vê dinyayê konê xwe ji nava konan bar kirîye û çûye li ser dilovanîya xwe.
Em bêne ser meseleya ka her kes dikare her kesî rexne bike? Ji bo wê berpirsyarên kovarê û xwendevan gerekê Emerîkê Serdar û Emînê Evdal baş nas bikin.
Emînê Evdal doktorê zanyarîyê bû, kurdzan û êtnografekî (civaknas) bi nav û deng, xebatkarê beşa kurdzanîyê ya Înstîtûta Rohilatzanîyê ya Akadêmîya Ermenîstanê, gelek berhemên wî yên zanyarî ser kurd û Kurdistanê, berhemên edebî bi zimanên kurdî, ermenî û rûsî çap bûne. Ew êtnografê kurdan yê yekemîn e li cihanê. Emînê Evdal ji kurdên Sovyetê yekemîn kes bû, ko ji bo keda wî ya bêhempa di nav zanyarî û edebîyeta kurdî da dibistanek kirine ser navê wî (dibistana gundê Qundexsazê, navçeya Aparanê, li Ermenîstanê). Di nav kurdên Sovyet da yekemîn kes bû, ko dewleta Ermenîstanê biryar kir wî di Panteona dewletê da binax bikin, ko li wir tenê kesên komarê yên herî bi nav û deng têne çalkirinê. Pirtûka kurdên Sovyet ya here bi nav û deng (belkî pirtûka kurdî ya here bi qîmet li tevaya cihanê jî) ”Folklora kurmanca” ye, ko sala 1936an bi 650 rûpelan va, bi herfên latînîya kurdên Ermenîstanê li Yêrêvanê çap bûye û Qadî Mihemedê nemir derheqa wê pirtûkê da gotîye: ”Ev e qurana me!”. Berevkar û amadekarên wê pirtûkê Emînê Evdal û Hecîyê Cindî ne.
Gelo Emerîkê Serdar kî ye? (ez 13 salan bi wî ra di redaksyona rojnameya ”Rya teze” da xebitîme). Ew hema bêje tevaya jîyana xwe di rojnameyê da kar kirîye (belkî jî ji bo wê yekê, ko nikaribûye li cîyekî din kar bike), gihîşte heta dereceya cîgirê berpirsyar jî, lê karê wî yê herroje werger bû. Dema berpirsyarê rojnamê yê 34 salan Mîroyê Esed di rûyê sextekarî û dizîyên Emerîkê Serdar yên di hêla rojnamevanîyê da mecbûr kirin teqewut bibe, serokatîya Ermenîstanê aminaya xwe bi E. Serdar ne anî, ew nekire berpirsyarê rojnameyê û kurdekî ji dervayî redaksyonê Tîtalê Efo anî kir berpirsyar. Emerîkê Serdar wê demê bû berpirsyar dema rojname ji fermîyetê derket, êdî nema organa dewletê û hukumetê bû û di dema wî da rojname hema bêje êdî dernediket. Ji bo wê jî du xebatkarên din yên rojnameyê Grîşayê Memê û Rizganê Cango Recevî bi wî ra civîn kirin û ew ji ser kar avêtin, Grîşayê Memê bû berpirsyarê rojnameyê, Rizganê Cango Recevî bû cîgir û sêkrêtarê rojnameyê.
Piştî hevpeyvîna di kovara “Wêje û rexne” da kurê Emînê Evdal – Efanê Emîn, ko Înstîtûta Moskvayê ya edebîyetê xilaz kirîye û zaneyê edebîyetê ye, gotareke bi zimanê rûsî wek bersîva hevpeyvîna Emerîkê Serdar çap kir. Piştî wê Emerîkê Serdar carek din bersîv da û vê carê êrîşî çend ronakbîrên me yên din kir, yek ji wan ez im, yek jî profêsorê fîzîkayê Moskovê Cemal e, ko em xudêgiravî piştgirên Efanê Emîn in û dijminên E. Serdar in. Ji bo xwendevanên kovarê bizanibin ka Emerîkê Serdar çawa bi zanebûn rûpelên kovar û rojnameyên kurdî bi kar tîne, li ser bingehê vir û derewan hemû ronakbîrên me rûreş dike.
— ”Ew (ango Moskovê Cemal) li her dera xwe wek profêsorê Ûnîvêrsîteya Amêrîkayê dide nîşandan, lê di rastîyê da laborantekî sade ye”.
Di van 25 salên dawî da profêsorê Ûnîvêrsîte û Înstîtuyên cihanê yên herî bi nav û deng bûye, di nav wan da li Hambugrê, Romayê û Amsterdamê, zêdeyî 187 berhemên wî yên zanyarî di kovarên fîzîkayê yên cihanê da çap bûne, di 50 konferans û sêmînarên li Amêrîkayê, Ewrupayê û Yaponiyayê gotarên xwe yên zanyarî xwendine, ji sala 2004an heta îro profêsorê Old Dominion University li bajarê Norfolk li ştata Virginia li Dewletên Amêrîkayê yên Yekgirtî ye. Serokatîya Ûnîvêrsîteyê gotareke berfireh ser karên Moskov yên zanyarî di ulmê fîzîkayê li tevaya cihanê da nivîsîye. Moskovê Cemal her dema hewil daye kêrî miletê xwe bê: gelek salan endamê Komeleya xwendkarên kurd li Ermenîstanê bû. Bi destî Ûnîvêrsîteya xwe ya Amêrîkayê pêwendî bi Ûnîvêrsîteyên Kurdistana Başûr ra danîye, prêzîdêntê Zanîştgeha Hewlêrê ya Selaheddîn li herêma Kurdistanê Mihemmed Sadiq bûye mêvanê wî û dû ra jî xwendkarên kurd ji welatê kal û bavan çûne ber destê Moskovê Cemal zanebûnên xwe zêde kirine.
Bona xwendevan bawer bikin, ko Emerîkê Serdar bi rastî bi zanebûn gelek ronakbîrên me yên wek Emînê Evdal rûreş dike, ezê tenê îzbata bi Moskovê Cemal ra girêdayî bînim: -Birayê Moskovê Cemal – Elîxan, berî çend salan ser çend mehan bûbû mêrê keça Emerîkê Serdar - Nûra Emerîk Sardaryan.
Ji hêla Emerîkê Serdar va eva yeka ne tenê awayekî heyfhildanê ye, lê bi awayekî eşkere û bi zanebûn rûreşkirina ronakbîrên me yên bi nav û deng biçûkaya ruhê wî dide xuyakirin, ko di hemû berhemên wî da jî xuya dibin. Xuya ye, ne tenê ruhê wî biçûk e, lê herwiha mejûyê wî jî biçûk e. Mirovên ha çawa dikarin bibin nivîskar, wergervan, rexnegir, ”dengê milet” û ”wijdana gel”? Tu dibêjî qey armanceke bav û keçê heye, ko ronakbîrên me nuxsan bikin. Bav gotarên rexneyî yên ji serî heta binî bê bingeh bi kurdî dinivîse û çap dike, keça wî jî wana werdigerîne rûsî û li gelek cîyan çap dike. Lê xwendevan nizanin, ko Emerîkê wergervan bi dehan salan nivîsên rûsî wergerandîye kurdî, lê bi rûsî nizane û xetek jî bi rûsî ne nivîsîye (ew bi xwe li xwe mukur tê, ko hemû gotar û pirtûkên wî keça wî werdigerîne rûsî), keça wî jî wek nivîskarê kurd bûye endama Komeleya Nivîskarên Ermenîstanê û endama PENa kurdî, lê di jîyana xwe da yek xet jî bi kurdî ne nivîsîye.
P.S. Min ev gotara xwe berî çend mehan nivîsî bû û min biryar kiribû wêya çap nekim, ji ber ko wek we li jorê dît gelek nivîskar, doktor, profêsor derheqa dizîyên Emerîkê yên berhemên xelkê îzbat kirine. Polîsên Rewanê jî îzbat kirine, ko piştî ji sê xebatkarên rojnameya ”Rya teze” duduyan (Grîşayê Memê û Rizganê Cango. Lema Emerîk di pirtûka xwe da zêde êrîşan dibe ser wana) wî ji karê berpirsyarîya rojnameya ”Rya teze” bi sosretî derdixin, ew dikeve xanîyê rêdaksyonê û komputerên rêdaksyonê didize, bona rojname bê girtin.
Lê sebebê sereke yê çapkirina vê gotara min ew bû, ko Emerîkê Serdar van dawîyan li Rewanê pirtûkeke xwe çap kirîye bi sernavê ”Mukurî” û li wir bê bingeh dev avîtîye gelek ronakbîran. Berî ko ew pirtûlk bikeve destê min, min ji hinek hevalan pirsî ka Emerîkê derheqa kê da xirab nivîsîye, bersîv ev bû: ”Baştir e tu bipirsî ka derheqa kê da xirab ne nivîsîye? Ji 100 ronakbîrên me tenê ne avîtîye reşê çend kesan”. Derheqa vê pirtûkê da sêkrêtarê rojnameya ”Rya teze” yê berê Rizganê Cango van rojan miqaleke têr û tije û dagirtî, bi îzbatan va mak kirî nivîsîye. Ez rastîya fikirên Rizganê Cango yên di gotara wî da mak dikim, ji ber ko min, Rizgan û Emerîk gelek salan bi hev ra di rojnameya”Rya teze” da kar kirîye.
Ezê tenê li ser çend şer-şiltaxên di pirtûka Emerîk da ya bi sernivîsara ”Mukurî” bisekinim, ko karên dozvekirinê û mehkemekirinê ne. Ew dinivîse, ko çend ronakbîrên kurdên Ermenîstanê, wek ”G.M.”, ”T.X.” û yên din bi KGB (îstîxbarata Sovyet) va girêdayîbûn. Ya pêşin, eger tiştekî ha tunebe û Emerîk şeran davêje çend ronakbîran, wê demê ew ronakbîr gerekê wî bidine mehkemeyê û ez bawer im ewê bêdeng nemînin û êdî hazirîya dozvekirinê dikin. Eger rast be, ko ew kes bi KGB va girêdayî bûne, wê demê pirsek serî hildide: ”Ma qey mirov bi KGB ya welatê xwe va girêdayî be, sûc e? Ma qey ew mirov casûsî kirine? Na, wana alî aramîya dewleta xwe kirine. Wê demê ma qey Emerîk dijminê dewleta xwe – Ermenîstanê ye, ko ha difikire? Li vir pirsek din serî hildide: gelo kê ew ”rastî” ji Emerîkê ra gotîye? Eger yekî/ê gotibe, gerekê xebatkarê/a KGB be û destûra wî/ê jî tune sura dewletê eşkere bike. Bira haya xwendevanan hebe, ko di van 30 salên dawî da ji kurdên Ermenîstanê kesek tenê di KGB da bi fermî kar kirîye, ew jî Nûra Emerîk Sardaryan e, ko keça Emerîkê Serdar e. Em vî karî dihêlin ser KGB ya Ermenîstanê bona lêkolînan bike, ka dû ra di hindava xebatkara xwe da çi biryarê derdixe.
Gelo ev kesê bi navê Emerîkê Serdar texmîn nake, ko gelek ronakbîrên bi nav û deng, wek doktor Çerkezê Reş, profêsor Moskovê Cemal, edebîyetzan Efanê Emîn, sêkrêtarê rojnameya ”Rya teze” Rizganê Cango û yên din derheqa wî da çend miqale çap kirin û rûyê wî yê rast derxistine meydanê û tu kesek jî tune, ko miqalekê binivîse û piştgirîya wî bike. Jimara kesên ko Emerîk rezîl bikirana (ew kesana, ko Emerîk bê bingeh di pirtûka xwe da wana bêhurmet dike û şeran davêje wan) wê zêdetir bûya, lê mixabin piranîya wana wefat kirine.
Ez zanim ko Emerîkê Serdar di zû da tu ronakbîrekî me ne dîtîye, û ji ber ko tu kesekî wî tune seredana wî bike, serîkî lêxe, ka halê wî çi ye. Lê zûtirekê ewê gelek ronakbîran û zureta wan di mehkemeya xwe da bibîne, ko dev avêtîye wana û merivên wana. Dimîne em ji Emerîkê Serdar ra cansaxîyeke baş bixwezin, ko bikaribe tevî mehkemeya xwe bibe. Heta mehkemeyê bira di cîyê xwe da bikeve û gavên ji xwe mezintir nevêje, bona halê xwe xirabtir neke. Dimîne ka ji advokatên dozvekirinan ra çiqas wext lazim e bona mehkeme dest pê bike. |