SWÊD, 9/12 2011 — H yê penaber ev demek bû li Swêdê dijîya. Rastir, ev neh salên wî, li welatê nû, qedîya bûn. Ev wext çi zû, çawa derbas bûbû, hişê wî ne digirt. Gerçî ya ko ”çawa” derbas bûbû, neheqîyeke ko em bibêjin jê haydar ne bû! Lewra, tomara nameyên ko her heftî li ser maseya wî top dibûn, lê mikur dihatin bê bi çi dilebikî.
Ji xwe ne digihişt ko hinek ji wan nameyan veke jî, wusa li ser masê girtî diman, ji ber ko wî naveroka wan dizanî, wekî yên ko xwendibûn, hemû ji bira, dost û mirovan bûn û derdê teva yek bû, piştî ko pesnê qencî û başîya wî didan, jê tika dikirin ko hinek pera ji wan re bişîne. Xwedê heye, perekî zaf jê ne dixwestin, lê ji ber ên ko dixwestin gellek bûn, dema ko dixist ser hev û dida ber mehanîya xwe, wê çaxê hejmarin zêdî qeweta wî, derdiketin holê. Lê çawa dibe bila bibe, piştî ko van mirovan ewçend pesnê wî didan û hêvîyên mezin jê dikirin, wî jî hewl dida da dilê teva xweş bike. Li vî welatê pêşketî ko her karkerî dixwest saetên karê xwe kêm bike, wî ên xwe zêde kiribûn. Pêşin ji bo demeke kurt bû bêguman, lê demekê bi şûnde, bi berdewamî, ji bo demeke ne dîyar, bû. Li şûna heyşt saetan êdî çardeh saet û nîv an dixebitî. Ew nîvsaeta zêde, wexta wî ya bi metroyê çûnûhatina kar bû.
Bêşik ev neh salên ko wusa zû bihurîbûn, ne tenê bi kar û pereşandinê ve derbas bibûn. Di vê nawbênê re xwe hînî zimanê Swêdî jî kiribû û danasîna wî bi wêjeya welatê nû re jî çê bûbû. Nuha hûnê bibêjin ew jî nivîskar e! Di heqîqetê de, na! Wêjehezek bû, car car jî dinivisî bêguman. Digel ko gellek dostên wî nivîskar bûn jî, wî xwe weko nivîskarekî hesap ne dikir. Heta yek ji dostên wî H M jê re gotibû ko ew dê bibe nivîskarekî baş, bi wî şertê ko nezewice. Lê ji ber ko wî ne dixwest bibe nivîskar, bi ya dostê xwe ne kiribû zewicî bû û di sala heyştemîn ya penaberîya xwe de bû bû bavê lawekî jî, paşê heta bi heta ê poşman bûba ko bi ya dostê xwe nekiribû. H gellek caran heyfa xwe lê tanî ko gunehkarîyeke wusa mezin kiriye, fena ko pêşinan gotibû, wî jî her car xwe bi xwe digot »tiştê ko çû nede dû!» Bi dû de, çendî ko dereng bû jî xwestibû jiyana xwe bine ya sêra berê, ango ya berya zewacê. Di sala nehemîn ya penaberîya xwe de jî bi xurtî dest bi xwênêrîya wêjeya Swêdî kiribû. Axilbe jî modernîstekî bi navê Gunnar Ekelöf (1907-1968) bala wî kêşandibû. H ev helbestvanê ko dîwanek li ser mîrekî kurd jî nivisîbû, hêjayî danasînekê ji bo xwênerên zimanê kurdî didît, loma jî xwest li ser kûr bibe.
Di vê lêkolîna xwe ya di derbarê Ekelöf de, H lê diwarqile ko Ekelöf pirtûka xwe ya helbestan ya pêşin (1932 Sent på Jorden- Dereng li Dunyayê) di bin bandora muzîka kompozîtorê Rûsî Îgor Stravinsky de nivisîye. Taybetî jî ya ji bo baleya Gorîyabiharê.
Muzîka klasîk ji bo H yê ko hemû zaroktîya xwe li gundekî di qontara çiyayê Şerefdînê de bihurandibû tiştekî xerîb bû. Gerçî, dengê amûrên klasîk ên weko trompêt û borîzanan car bi car ji qereqola nêzî gund bihîstibûn, evana dengê marşên leşkerî bûn, wexta ko ê derketana nêçîra serê kurdan, lê dixistin, an jî li vegerê, dema ko terorîstek an dido dikuştin, lewra di heqîqetê de, her tim eşkere dibû ko ên kuştî, gundîyên reben û şivanên ber pezî bûn. Deng û meqamên van marşan bi xof û tehdîdkar bûn, ne dişibîyan marşa turkî ya Wolfgang Amadeus Mozart. Digel vê dîsan jî H hewl da ko vê muzîkê hîn bibe û bi taybetî jî Gorîyabiharê ya Îgor Stravinsky ko ewçend bandor li ser nivîsandina Ekelöf kiribû.
Baştirîn reya hînbûnê jî bê şik guhdarîkirin bû. Lewra, Ekelöf bi xwe jî wusa kiribû. Di salên xwe ên li Parîsê de, her êvar li mala xwe ya ko bi tenê lê dima, li Gorîyabiharê ya Îgor Stravînsky guhdarî kiribû. Derengê şevan jî, kovika gramafonê bi fanîre û derpîyên xwe dadigirt da dengê wê, cîranan nerehet neke. Bi dû ko H, bû xwedîyê ewçend agahîyan, biryar da ko rojekê zûtirîn pîlaqe an qasetekê ji vê muzîkê peyda bike. Ger ko sûka paytextê Swêdê bi qandî ya Amedê, bi kasetfiroşên xwe ewçend, ne zêngîn ba jî, dîsan çend dukandarên ko ev kar dikirin lê peyda dibûn. Rojekê H, ev projeya xwe bi cih anî û rast reya vê sûkê û qasetfiroşekî girt. Ev kar ji bo we, belkî hayella û basît were, lê ji bo H bi rastî jî mîna projeyekê bû. Li vî welatî, pîvana hertiştî, wext bû û wext jî, pere bûn; yê H jî perê wî tunebûn.
Di sala penaberîya H ya nehemîn de bû, rojeke Kanûnê ber bi cejna Noelê ve bû. Piştî kar, H erebeyekê ji cîran û dostekî xwe deyn dike û dikeve ser reya sûka Stockholmê. Bi qasî bîstdeqeyan şûnde li sûkê, li Kungsgatanê nêzî dukana qasetfiroşekî ji erebê peya dibe. Bêguman ev nêzîkbûn bi qandî pêncî gavî ji dukanê dûr bû. Van deman jî sûk dikele, dê weledê xwe davêje! Çûnûhatina bazarê bêhawe qelebalix e. H, bi lingên sivik xwe gihande dukanê û kete rêzê. Ev ketina rêzê jî li vî welatî fena janekê ye. Eger tu li sûkê li cihekî, nêzî dukanekê raweste, deh deqe şûnde tuê binerî ko bist kes li paş te ketine rêzê, bê yî ko bizanibin bê evîya dora çi ye? Qalûqultkên nav bajêr, sohbetên kal û pîran hemû di van rêzan de dibin.
Bistekê şûnde dor gihiştibû H, wî hazirîya xwe ji mêj ve kiribû, qewlikê peran di dest de ber bi dukandar ve hatibû, zû zûka lê bi dengekî aram »Ezbenî! Ez li kasetekê muzîka Stravînsky ya navê wê Gorîyabiharê ye digerim, gelo li ba we peyda dibe?» pirsîbû. Yê dukandar bê yî ko bersiv bidiyê berê xwe paşde, ber bi dolabeke tijî kaset ve kiribû, ji dolabê kasetek derxistibû û dîsan berê xwe dabû H »keremke ezbenî, buhaya wê sedûpêncî kron e» gotibû. H perê xwe dabûn rahiştibû kasetê, sipasîya dukandar kiribû û ji dukanê derketibû, ber bi ereba xwe ya ko li cihekî ne zêde emîn park kiribû ve lezandibû. Lewra li vî bajarî, nobedarên parka otomobîlan bi erebeyan digerîyan, dema ko erebeyek li cihekî şaş parkkirî didîtin, tavîlê radiwestîn û cezayek lê dibirîn. Kaxiza ceza jî, datanîn ser cama pêşin, beramber ajoker. H dizanîbû ko ne li cihekî serast park kiriye, loma jî dilê wî bi taswas bû, çawa ji dukanê derketibû, çavê xwe li erebê gerandibû, dema ko tiştek li ser cama pêşin ber bi çavê wî neketibû, bêhna wî fereh bûbû.
Di wê nawbênê re awirên wî bi kaseta di dest wî de ketibûn. Heman gavê di cihê xwe de rawestibû û li nivisa ser kaxizê nerî bû ”Le Sacre du Printemps” bêhemd gotina »vî bêbavî ez xapandim!» ji devê wî derketibû. Tavilê paşde vegerîya û dîsan hat dukanê. Rêza muşterîyan ya nuha ji ya bistika din zêdetir bûbû. Çi bikira? Biçuwa herî pêş ê ji rêzê re bêhurmetîyek ba, li şûna xwe jî bimaya ê wext bigirta û wext jî pere bûn û perê wî jî tunebûn! Dîsan jî altarnatîfa duyem hilbijart û kete rêzê. Lê di rêzê de, di nava xwe de dikelîya, ji hêrsa gotinên negotî diketin bîra wî ko ji dukandar re bibêje, lê çi dibû bila biba ê dîsan behdileyek bida dukandar. Lewra heta ko dor gihiştibûyê, hêrsa wî çûbû, bîhna wî fereh bûbû. Bi dengekî bilind »ez bawerim min gellekî zelal û bi esehî ji te Gorîyabiharê xwest, lê te kaseteke din ”Le Sacre du Printemps” nizanim çi, daye min!» got. Gerçî çend tiştên din jî xwestibû bibêje, lê zû ji bîra kiribûn. Dengê xwe ê ewçend bilind kiribe ko muşterî tev gavekê paşde çûbûn. Dukandar kaset ji dest H girtibû, di dest xwe de virde wêde qulipandibû paşê berê xwe bi H ve kiribû, bi dengekî ko ê wir hemû bibihîzin û hinekî bi tinazî »ezbenî! Kû tu nizanibe bê tu li çi digerî ez dê çawan bikaribim alîkarîya te bikim? Tişta te ji min xwestiye min daye te, Gorîyabiharê an jî Le Sacre du Printemps her yek e. Lewra, ya dudiyan navê wê î bi Frensî ye. Hayê te jê heye ko ev balet cara pêşin di sala hezar û nehsed û sêzdehan de, di bîst û nehê gulanê de li Parîsê derketiye ser dikê, ev navê wê yê orjînal e! Keremke!» got û kaset paşde kiribû destê H yê behîtmayî. Muşterîyên li dukanê ko evîya bihîstibûn, serê xwe tewandibûn ber xwe û bi piste pist dikenîyan. H ji ber vê nezanîya xwe fena zarokekî ko tiştek şikandibe behît mabû, ruwê wî soro moro bûbû, xwedan bi enîya wî ketibû, tavilê li reyekê revê geriyabû û lingo bi qurbano gotibû, di derî re xwe avêtibû der.
Bê yî ko li paş xwe binere ber bi erebeya xwe ve lezandibû. Hê ji dûr ve kaxiza sipî ya li ser cama erebeyê bi awîrên wî ketin, weko ew paçê spî ko her sal pîredeya wî, ji bo xêr û bextê wî, bi çiqilên dara zîyareta gund ve dikirin, li ba dibû. Êdî Gorîyabiharê an Le Sacre du Printemps, nizanim çi, nema li bala wî bû. Ji xwe dizanîbû ceza çiqas e, lê dîsan jî li reqemên ser kaxizê nerî 700 kron. Kaxiz xist paxîla xwe, hezar nalet li bedbextîya xwe anîn, li erebeyê siwar bû, reya malê girt.
Erebe teslîmî dostê xwe kir, sipasîyên xwe jê kirin, lê behsa cezayê ko girtibû nekir. Ê zûtirîn rojekê biçuwa postexaneyê û ev ceza razanda, be yî ko hayê dostê xwe ji vê bûyera nexoş bike ê evîya bikira.
Bi gavên sistok, laşekî westîya yî serîyekî ko diponijî xwe gîhandibû malê. Xwe bi xwe »ser xêrê! Va kesek li mal nîn e» got. Bi rastî jî ne jin û lawê wî û ne jî ê cîranan li mala wan bûn. Mal vingî vala bû. Berya ko xwe dirêj bike, kaseta Gorîyabiharê ”Le Sacre du Printemps” ji qalikê wê derxist û di teybê de bi cih kir û xwe li ser nivînan vezîland, dest bi guhdarîya i muzîka wê kir.
Muzîka Stravînsky zû bandora xwe li ser mirovî dike, ne xasim mejîyekî westîya yî mîna yê H ê zû xwe bi pêlên notên wî ve berda û wusan jî bû. Ne zû û ne dereng, kêlîyekê bi dû ko H xilmaş bû bû, dengê enstrumanên klasîk veguherîbûn dengên xwezayê. Bi dû, ba, bager û bahozên zivistanê êdî biharê xwe li zozanên Şerefdînê girtibû. Dar bişkivîbûn, gul û çîçekan veda bûn, beybûn û rihan bostekê ji erdê bilind bûbûn, ji her derê bîhna endeko difûrîya, ji her cihî hêşînahî, bihar dipijiqî. Ji her quncikê deng û awazên civîk û teyrikên têkel dihat, biharê dest bi reqsa xwe kiribû. Û ji nişka ve mirovên kûvî tevlî vê reqsê dibûn. Ji her alî yek derdiket ber bi meydanekê ve dihatin. Li alîyekî, yekî bi ebe, sergirtî, bi zengil û xişxişk xuyanî bû, ev Şamanê qebîlê bû. Li dû wî, du kesan, bi çeplê keçekê girtibûn û bi dû xwe de dikişkişandin. Ev jî bakîreya ko ê bibe Gorîyabiharê bû. Li meydanê ya bakîrê vedizilandin û Şaman xencerek ji ber xwe dikêşand. »Rawestin! Li vir xeletîyek heye.» Li şûna bakîrê H bi xwe dirêjkirî bû. H dixwaze ê Şaman li ber xe ko ew ne keça bakîreye, lê dereng e. Şaman derba xwe danîye, xencera xwe di nava sînga wî de çikilandî ye. Birîna wî hêj germ e, xwîna ko ji sînga wî dipijiqe germîya xwe li ser qefesa singa wî belav kiriye. Di wê nawbênê re kefîya ser serê Şaman dikeve û H ecêbmayî dibîne ko Şaman deya lawê wî bi xwe ye.
H ji xew çemk bû, dît ko lawê wî ê yeksalî bê poşek, li ser sînga wî rûniştîye, bi wê jî nema ye, bi ser de jî mîza xwe jî kiriye. |