SWÊD, 3/10 2011 — Şairê rûsan yê herî bi nav û deng Alêksandr Pûşkîn di dema şerê Rûsîyayê-Tirkîyê yê di salên 1828-1929an da bi seredan çûye Erzurumê û di pirtûka xwe ya bi navê ”Rêwîtîya li Erzurumê di dema gera sala 1829an da” behsa çend bûyerên şêr, hovîtîya tirkan, mêrxasîya leşkerên Rûsîyayê û tiştên din dike.
Li wir ew herwiha rastî çend êzdîyan jî hatîye û ji wan pirs-pirsyara dînê wan kirîye û hatîye bawerkirin, ko êzdî ne şeytanparêz in. Bersîvên, ko Pûşkîn ji êzdîyan sitendîye, pir balkêş in. Ez ji wê pirtûkê beşa sisiyan bi wergera kurdî raberî xwendevanên ”Nefelê” dikim, ko behsa van tiştan dike.
Rêwîtîya li Erzurumê di dema gera sala 1829an da
Serê sisîyan
Derbazbûna ji Saxan-lûyê. Pevçûn. Jîyana kampê. Yezîdî. Şerê bi sereskerê Erzurumê ra. Malika teqandî.
Ez di wextê da hatim. Hema wê rojê (13ê hezîranê) leşker emir sitend pêşda here. Gava min bal Raêvskî nan dixwar, min guhê xwe da gênêralên genc, ko behsa hilbijartina riya, ko wê tê ra biçûna, dikirin. Gênêral Bûrsov xwe li riya Erzurumê girtibû, ser milê çepê ra diçû, ko tam pêşberî kampa tirkan bû. Lê gorî qanûnê ew gerekê wek hemû leşkeran ser milê rastê ra biçûna, ko rastî neyaran nehatana.
Nêzîkî seheta pêncan leşkeran êrîş kir. Ez bi ordîya Nîjêgorodskê ra diçûm û min bi Raêvskî ra qise dikir, ko çend sal bû em rastî hev nehatibûn. Şev di ser me da hat; em li bestê man, ko ji bo leşkerên me warên lêhiwirînê hatibûn çêkirin. Ji bo min hurmeteke mezin bû, ko li vira hevalan ez bi mîrlaw Paskêvîç ra dame naskirin. Dermala mîrlaw şemdaneke ronahîyê. Ew eşq bû û bi dilbaristanî ez qebûl kirim. Ez haj ji qeyde û qanûnên leşkerîyê tunebûm û şika min jî tunebû, ko qedera rêwîtîya min di van deqeyan da dihate biryardan. Li vira min Volxovskîyê me dît, ko di nav tozê û xubarê da winda bûbû, rîyê xwe berdabû, bi xeman va dagirtî bû. Lê ewî wext dît bi min ra wek dostê berê bipeyîve. Li vira min Mîxaîl Pûşçîn jî dît, ko sala par birîndar bûbû. Ew wek hevalekî bê qusûr û leşkerekî mêrxas ji alîyê hemûyan da dihate hizkirinê. Gelek dostên min yên berê dor li min girtin. Ewana çiqasî hatibûne guhastin! Wext çiqas zû derbaz dibe!
Ez bal Raêvskî mam û min şevbuhêrîya xwe li konê wî kir. Ez nîvê şevê ji qêrîneke bi hewar û gazî hişyar bûm: ez fikirîm, ko dibe dostê min êrîşî li yekî kir. Raêvskî hinek kes şandin bona bizanibe ka sebebê wê hewarê çi ye: çend hespên teteran kapên xwe qetandibûn, li kampê dibezîyan, û musulman (me ji wan teteran ra digot, ko bal me leşkerîya xwe dikirin) ew bend dikirin. Berbangê leşkerên me pêşda çûn. Me ranêzîkayî li çiyayên bi daristanan kir. Em ketine gelîkî kûr. Leşkeran di nav hev da digot: "Haya we ji we hebe, ber xwe bidin: narincokên me têra me dikin". Di rastîyê da ew war bona xweparastinê bêhempa bû; lê tirkan, ko ji êrîşa gênêral Bûrsov xwe dabûne alîyekî din, serdestîyên xwe bi kar ne anîn. Em ji gelîya bi xeter bi awayekî serketî derbaz bûn û gihîştine girên Saxan-lûyê, ko deh vêrstan dûrî kampa neyaran bû.
Hewa li dor me ewrayî bû. Bayekî sar dihat, çiya bi berfê va hatibûn nixamtin.
Me teze pê ra gîhandibû hinekî serhêsa bin û nan bixun, ji nişkêva dengê gulleyan û bêrdangan hat. Raêvskî hinek kes şandin, ko bizanibe ka çi qewimî. Ji wî ra gotin, ko tirkan berê tivingên xwe dane me, gulle berî me didin. Ez bi Sêmîçêv ra çûm bala xwe bidime vê bûyera ji bo min teze. Em rastî kazakekî birîndar hatin: ew rûniştibû, di cî da dişewişî, reng lê çûbû û di xwînê da mewicî bû. Du kazakên din hatibûne hewara wî. "Tirk pir in?" – Sêmîçêv pirsî. "Ez benî, weke kerîyê berazan pir in",- yekî ji wana bersîv da. Dema em ji gêlî derbaz bûn, ji nişkêva me dît, ko li ser girên çiyayê pêşber weke 200 kazak hene, ko li rêzê sekinîne, û ji wan hevraztir jî weke 500 tirk hene. Kazak bi lez paşda vekişîyan; tirkan bi hovîtîyeke zêde êrîş kirin, ji dûraya 20 mêtran nîşan digirtin, gulle dikirin û paşda vedikişîyan. Çek-rihalên wan û wergirtina hespên wan yên ciwan tam eksî rihalên kazakan yên rengşîn û bêrewş bûn. Ji me 15 kes îdî birîndar bûbûn. Serhing Basov şand dû leşkerên din, ko bêne alîkarîyê. Wî çaxî ew bi xwe di ling da birîndar bûbû. Kazak hew mabû ji hev bela bûna, lê Basov careke din li hespê xwe siyar bû û ji koma xwe bi dûr ne ket. Leşker hatine hewara wan. Tirk dema çav li wî ketin, destxweda fizirandin, çûn û li dû xwe termê kazakekî yê tazî, bê serî û perçe-perçekirî hîştin. Tirk serên birrî dişînine Konstantînopolê, lê destên kuştîyan dibirrin, di nav xwînê da war dikin û li ser alên xwe dixin. Dengê gulleyan hate birînê. Pêşîkêşên leşkeran rabûne serê çiyê û ji wê bilindayê bala xwe didan dijminên xwe, li dû wan digerîyan. Wê demê koma gênêralan û zabitan ber çavên wan ket: mîrlaw Paskêvîç hat û berê xwe da wî çiyayî, ko tirkan xwe li wir veşartibûn. Li wir 4 000 siyarî hebûn, ko xwe li gelî û gebozan telandibûn. Ji bilindaya çiyê kampa tirkan bi me va xuya bû, ko bi gelî û gebozan va ji me hatibû başqekirin. Em dereng vegerîyan. Gava ez li rex kampa me ra derbaz dibûm, min birîndarên me dît, ko ji wana weke 5 kes hema wê şevê û berbanga rojtira din mirin. Êvarê min seredana Ostên-Sakênê genc kir, ko hema wê rojê di şerekî din da birîndar bûbû.
Jîyana kampê li min gelekî xweş hat. Topê em bilind kirine serê jorîn. Xewa li çadirê pir rehet û saxlem e. Dema xwerinê me kibabên Asîyayê bi avcehê û şampaynê xwar, ko ji berê da di nav berfa sîs da sar kiribûn. Koma me rengereng bû. Begên alayên musulmanan jî berevî çadira gênêral Raêvskî bûbûn; û sohbeta me bi destî wergêr dibuhurî. Di nav leşkerên me da him nûnerên gelên herêmên me yên Pişkavkazê, him jî nûnerên wan axan hebûn, ko berî çendekê hatibûn zevtkirin. Di nav wan da min bi balkêşî li êzdîyan dinihêrî, ko li Rohilatê wan wek şeytanparêz nas dikin. Weke 300 malbetan li deşta Araratê dimînin. Wana desthilatdarîya padîşahê rûsan nas kir û qebûl kir. Serekê wan, ko mêrekî bejinbilind û eblû bû û kurkekî sor li xwe kiribû û papaxekî reş dabû serê xwe, carna bi hurmetgirtin dihate bal gênêral Raêvskî, ko serekê siyarîyan bû. Min hewil da ji wî êzdîyî derheqa rastîya dînê wan da pê bihesim. Ewî bersîva pirsên min dida, digot, ko ew kesên ko dibêjin xudêgiravî êzdî bawerîya xwe bi şeytan tînin, çîrok in, gotinên vala ne; ko ewana bawerîya xwe bi yekxwedêtîyê tînin; ko gorî qanûna wan, nabe ko neletê li şeytan bînin, ji ber ko ew niha bextreş e, lê dikare bi demê ra bê efûkirin, ji ber ko meriv nikare sînoran dayne nava dilrehmîya Xwedê da. Ev şirovekirin bi dilê min bû, ez jê memnûn bûm. Kêfa min hat, ko êzdî bawerîya xwe bi şeytan naynin; û şaşîtîyên wan bi min wisa dihatine xanê, ko yên efûkirinê ne.
Merivê min sê rojan pey hatina min ra hate kampê. Ew bi dostekî xwe ra hatibû û tevî ordîya NB bû: di dema tevaya rêwîtîya me da tu erebeyek ji koma me ya mezin ji alîyê neyaran da nehate zevtkirin. Erebe wisa bi qeyde û qanûn bi dû leşkeran ra diçûn, ko hewasa merivan pê dihat.
17ê hezîranê berbangê me dîsa dengê gulleyan bihîst û pey du sehetan ra me alaya Qerebaxê dît, ko bi alên tirkan va dorgirtî vedigerîyan: serhing Frîdêrîks çav li neyarekî xwe ket, ko xwe li piş çingilên keviran da veşartibû, zor lê kir û ew ji wan deran raqetand; Osman-paşa, ko serokê siyarîyan bû, bi dijwarîyekê xwe xilaz kir.
18ê hezîranê kampê cîyê xwe guhart. 19ê mehê, dema topê teze em hişyar kiribûn, li kampê bû şarevar. Gênêral çûne ser karên xwe. Alayî hazirîya xwe didîtin; zabit li serê taxbûrên xwe sekinîn, serokatî li wan kirin. Ez bi tenê mam, min nizanibû di ko alî da herim, û min hespê xwe berda, gazî Xwedê kir û bezîyam. Ez rastî gênêral Bûrsov hatim, ko bangî min kir xwe li riya çepê bigirim. "Riya çepê tê çi wateyê?" – ez fikirîm û min riya xwe berdewam kir. Min li wir Mûravyov dît, ko gulle berî topan dabû. Zûtirekê dêlîbaş xuya bûn û li bestê berevî ser hev bûn, ew û kazakan gulle berî hev didan. Peyayên wan yên pirjimar bê xem ji bestê ra derbaz dibûn. Gênêral Mûravyov ferman da gulle berî wan din. Narincok-bombeya me kete nava koma wan. Tirkan xwe dane alîkî û piş giran xwe veşartin. Min li wir mîrlaw Paskêvîç dît, ko di nav barêgeha xwe da bû. Tirk ji leşkerên me derbaz bûn, ko di navbera wan da gelîyek hebû. Mîrlaw Pûşçîn şand bona wî gelîyî bişopîne. Pûşçîn bi siyarî çû. Tirkan got qey ew hespê xwe direqisîne û dibe berê xwe bide wana, lema jî agir kirin. Gişk kenîyan. Mîrlaw got topên xwe saz bikin û gulleyan bireşînin. Neyar li çiyê û li gêlî bela bûn, serê xwe xilaz kirin. Li warê ser milê çepê, ko Bûrsov bangî min kiribû ez derbazî wir bim, tevlihevîyek saz bûbû. Ber wan (pêşberî navbendê) siyarîyên tirkan hespên xwe didane tiradan. Mîrlaw gênêral Raêvskî şande dijî wan û ewî alaya xwe ya Nîjêgorodskê şande wir û êrîş kir. Tirk betavebûn, revîn. Teterên me dor li birîndaran girtin û ew şêlandin, rût-tazî kirin, pişta xwe dane wan û çûn. Gênêral Raêvskî ber devê gêlî sekinî. Du taxbûr, ko ji alayê veqetîyayî bûn, xalifî bûn; ew ji alîyê serhing Sîmonî da hatine dîyarkirin û piştgirîkirinê.
Şer hinekî betilî; tirkan hema ber çavên me destpê kirin erd vekolan û kevir anîn, bona ji xwe ra qeleçeyan çê bikin. Me guh neda wan. Em ji hespan peya bûn û me destpê kir çi Xwedê kiribû qismet, xwar. Wê demê çend dîlgirtî anîne bal mîrlaw. Yek ji wan giran birîndar bûbû. Pirs-pirsyar li wan kirin. Nêzîkî seheta şeşan leşkeran dîsa ferman sitendin êrîşî neyaran bikin. Tirkan li kelefeyan xwe livandin, bi gulleyên topan va em qebûl kirin û zûtirekê paşda vekişîyan. Siyarîyên me çûbûne pêş; me dest pê kir em ji gêdûkê berjêr bûn; axa bin lingê hespan ji hev diçû û dipişirî. Hespê min dikaribû her deqe biketa, û wê demê alaya Ûlanê dikaribû ser min ra derbaz bûya. Lê Xwedê hate hewara min. Em teze derketibûne ser riya fireh, ko ber bi çiya dibir, me dît, ko tevaya siyarîyên me bi carekê va hicûm kirin. Tirk revîn; kazak topên, ko li ser riya hîştibûn, tundurust dikirin û di ber me ra derbaz dibûn. Tirkan xwe avîtine gelîyên herdu alîyên rê; wana îdî gulle ne dikirin. Ango, tu gulleyek ber guhê me ra ne kire zingîn. Ji me alayên me yên teteran pêşîyê da diçûn, ji ber ko hespên wan bi lezçûyîn û hêza xwe va ji yên me dihatine cudakirin. Hespê min hinek êm xwar û ji wan paş ne ma; min bi zor ew zevt dikir; ew ber termê tirkekî genc sekinî, ko li ser rê dirêj bûbû. Wisa xuya bû, ko ew 18 salî bû, zede li sûretê wî yê gencînîyê ne ketibû. Şe`ra serê wî di nav toz û xubarê da bû; patika wî ya kurkirî bi fişekê va hatibû qulkirin. Ez peya çûm; zûtirekê Raêvskî hat gihîşte min. Ewî bi qelemê li ser perçekî kaxez derheqa têkçûna neyaran da ji mîrlaw Paskêvîç ra nivîsî û riya xwe berdewam kir. Min ji dûr va da dû wî. Tarî kete erdê. Hespê min yê westîyayî û kesirî paş dima û ser her gavekê dilukumî. Mîrlaw Paskêvîç got, ko şerê xwe nedine sekinandin û bi xwe serokatî li me kir. Desteyên siyarîyên me pêşîya min ketin; ez çav li serhing Polyakov ketim, ko serekê topçîyên kazakan bû û wê rojê roleke giring lîst, û bi wî ra tevayî hate gundê xalîbûyî, ko mîrlaw Paskêvîç jî li wir hêwirîbû û di rûyê wê yekê da, ko şev di ser wan da hatibû, şer dabûne sekinandin.
Me mîrlaw li rex derê malika binerd, ber êgir dît. Dîlgirtî dianîn bal wî. Ewî bi wan ra lêpirsîn derbaz dikir. Hema bêje hemû serek li vir bûn. Kazakan hevsarên hespên wan girtibûn. Alava êgir wêneyê li wir ronahî dikir, ko mînanî wêneyê Salvator-Rozayê bû, çem di tarîyê da dikire xuşexuş. Wê demê behs ji mîrlaw ra hat, ko li gund aletên teqandinê hatine veşartinê û gerekê haya wan hebe, ko ewana dikarin biteqin. Mîrlaw ji wê malika binerd derket, yên din li wir man. Em ber bi kampa xwe va çûn, ko 30 vêrstan dûrî wî warî bû, ko me şevbuhêrîya xwe li wir derbaz kiribû. Rê bi desteyên siyarîyan va dagirtî bû. Em teze hatibûne warê xwe, dema ezman ji nişkêva bere-bere çîk û sayî bû û me dengê teqîneke ji dûr va bihîst. Ew malika, ko me berî 15 deqeyan terk kiribû, hilpekîya ezmîn: li malikê aletên teqandinê hebûn. Kevirên ji malê pekîyayî li çend kazakan ketin û ew di bin da man.
Hemû tiştên wan deman min dîtibû, ev bûn. Êvarê ez pê hesîyam, ko di şerê duh da zora sereskerê Erzurumê birin, ko bi 30 000 leşkeran va diçû hewara Heqî-paşa. Seresker ber bi Erzurumê direvîya; leşkerên wî, ko şandibûne wî berî Saxan-lûyê, ji hev bela bû, topên wan hatine zevtkirin, û Heqî-paşa kete destê me. Mîrlaw Paskêvîç rê ne da wî fermanan bide. |